* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 
 
 

 

         NÊZÎKATIYÊN JI ZIMANÊ DAYIKÊ RE NEZÎKATIYA JI   NASNAMA BÎRDOZÎ Û AZAD RE YE
 

                           

    “Ziman û têgîn kevirên bingehin ên hesîla xîmê bîr û pêşketina hişmendiya civakê ne.” Heta mirov nebe xwediyê van keviran, mirov nikare tu çalakiyek civakî lİ dar bix e. Ev rêgezên bingehîn ên hebûna xweparastin û pêşvebirina hemû neteweya ne.  Wekî netewe û gelê kurd, em jî xwedî zimanekî herî kevnare yê vê axa Mezepoyamyayê ne. Zimanekî ku jiyan pê hati avakirin, zimanekî ku civakbûyîn pê çêbûyî. Zimanê pêşvebirin û zanyariya civakbûyînê, zimanê raza(sira) xwezayê ye. Bi kurtasî dîroka zimanê kurdî, dîroka jiyan afirandin, civakîbûyîn, çand û sincê (ehlaqê) civaka ramyarî(polîtîk) û rêgeza jiyana kolektîf e. Ji xwe tiştên ku mirov kirîn mirov jî, ev hîmên bingehîn in.

     Mixabin ev 85 sal in ku ev zimanê civakbûyîn û hebûna gelê Mezepotamya yê herî bingehîn hatiye qedexekirin. Êdî bikaranîna zimanê jiyana birûmet, di nava zagonên desthiladaran de, wekî tewanekî(sûcekî) mirovahiyê hate bi cîhkirin. Çavkaniya jiyan û hebûna xwezayî bi demê re wergeriya çavkanî û sedema komkujî, qirkirin û nijadkujiyên li ser gelê kurd. Li ser vê axa pîroz dîroka sedsalên 20-21’an şahîdiya bi hezaran bûyerên wiha kir û dike. Belê, ne tenê dîrok, dem û wext jî, şahîdiya rastiya vî tewanê dijmirovahiyê, yê ku mafê mirovan ê herî xwezayî wekî sedema kuştin û qetilkirina wan nîşan dide, kir. Her wiha çiya, newal, zinar, dar, ber, çem û lawirên vê xaka dayik jî, şahidî ji vî tewanê dijmirovahî yê ku li ser kurdan hatî kirin û hîna jî tê kirin, kir û dike.  Ew şaristaniya nûjenparêz(modernîte) ku navê pêşketinê lê hatî kirin, tenê bû bîrek ku hebûna pîroz ya vê axê dadiqurtîne. Erê, şaristaniya ku bi talankirina nirxên civakê xwe gihandiye pergaleke serwer û bi bîrdoziya netewedewletê, hemû nirxên civaka sincî-ramyarî(ehlak-polîtîk) binpêkirin. Bîrdoziya netewdewletê, bîrdoziya yek al, yek welat, yek netewe û yek ziman bi demê re xwe gihande feraseta yek desthiladarî û hebûna yek tebaqa ku ji çand û sincê(exlaqê) civaka ramyarî(polîtîk) qut bûye. Ev, komkuji û tinekirineke ku li ser hemû nirxên mirovahî û civakbûyîna ku ji hezaran salan û vir ve bi ked, xwîn û xwêdana mirovahıyê hatiye avakirin e. Ev rûxandin(tahribat), ne tenê li ser vîna gelan a ramyarî hate meşandin, her wisa bi awayekî herî rûxîner li ser çand û zimanê gel û neteweyan jî hate kirin. Ji van gel û neteweyan ê herî zêde ji  van ramyariyan(ramyarîyan) re hatiye gorîkirin(qurbankirin) û hê jî bi awayekî herî hovane tê gorîkirin netewe û gelê kurd e. Em dizanin civakeke ku ziman û hizra xwe winda kiribe, ew civak an xilas bûye an jî bûye tiştek din. Lewre, “hebûna çandî bi ziman re pêkan e.” Çand nîşaneya zîndîbûna gelan û dewlemendiya têkoşîna jiyana wan e. Ew jî encex dikare bi zimanê dayîkê bê ravekirin û xwe bidomîne. Lê mixabin, dema ku em vedigerin û li rabirduya xwe dinihêrin, em dibînin ku her çiqas wekî gel û civak em xilas nebibin jî, lê pir aliyên me bûne tiştekî din. Ango em bişivîne, helyane û şibiyane tiştekî din.

   Ji ber ku li ser kurdistanê herî kêm bi qasî şer û terorê, bişaftina bi darê zorê jî risteke wêrankar lîstiye. Ev şêwazekî serweriya hişmendiya pergala şaristaniyê ye. Heta mirov dikare vê angaşt (idea) bike ku pergala desthilat û neyarên kurdan heta roja îro jî di ramyariyên(politukayên) xwe yên înkar û tunekirinê de, bi qasî ku encam ji şerên herî dijwar negirtin, ji ramyariyên bişaftinê girtine. Bi kuştin û komkujiyên fizikî re kîna kurda zêde kirin. Yek kuştin, deh ketin ser şopa wan; lê belê dema ku yek kes helandin û şibandin xwe kesekî din nekete cihê wî/ê û tola vê yekê ranekir. Berovajî vê pir kesên din jî çavlêkirin û ew jî di nava wê ramyariyê de bişivîn, heliyan û windabûn. Ev karesat(trajedî),  heta roja me ye îro jî, bi berfirehî xwe didomîn e.

   Li ser vê erdnîgariyê şerê herî dijwar di navbera çand û zimanan de hatin jiyankirin. Ramyariyên(politukayên) bişaftinê yên ku bi darê zorê li ser çanda kurdan tên meşandin jî parçeyek ji vî şerî ne. Şêwazekî vî şerî jî wekî çanda desthiladar, çand û zimanê xwe li ser herkes, gel û neteweyan ferz dike û tenê zimanê xwe, anku zimanê serdestan wekî zimanê sûdwergirtin, xwendin, nivîsandin, karpeydakirin, felsefe, ramyarî(siyasetê), aborî, mafê jiyanê bidestxistin û hwd, dide sepandin. Bi vê xefka bêbingeh û ji hemû rastiyên felsefî, civakî û zanyarî dûr, dixwazin çand û zimanê me li ber dilê me sar bikin,  li ber çavên me biçûk bikin, bikin tiştekî wisa ku li cihê mirov pê serbilind û serfiraz be, mirov pê serşor û ser tewyayî be; li cihê ku mirov pê şanaz û bextewer be, mirov pê jixwe şerm û fedî bike; li cihê ku mirov bi çarlepkî dest bavêjê, pêşbixîne û mezin bike; mirov jê bireve û weke çivîkeke bê per û bask xwe bavêje himêz û bextê dagirker, mêtinger û dijminê çand, ziman, netewe û gelê xwe. Wê jî wekî gavavetina medeniyetê û serbilindiyê bi me bidin pejirandin.

      Kes û civakên ku bi çandeke dervî çanda xwe jıyankirine,  hemû hebûna xwe jî winda kirine. Rêber APO di vê mijarê de wiha dibêje: “Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, hêmanekî herî giring e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandî ye… Ji nijadkujiya fîzîkî jî xeternaktir e.”

     Wekî ku tê zanîn şoreşa destpêkê ya mirovahiyê şoreşa ziman e, ev jî berhema dayîka pîroz e. Di vê mijarê de rêber APO wiha dibêje: “Vê guncaw be ku mirov ji vê şoreşa mezin a destpêkê re bibêje “ŞOREŞA ZIMAN”. Lewre di vê erdnîgariyê de tu şoreşekê bi qasî vê şoreşê suxre (xizmet) ji civakbûyînê re nekiriye. Her roj têgînek pîroz (riwek û lawirên nêçîrê yên ku nû tên vedîtin) tê çêkirin, mirov dikevin pergalek nêzî pergala malbatiyê (cara yekem di stargehan de dibin xwedî jiyaneke bi ewle),û di çar demsalan de bi awayekî herê mengî tê jiyankirin. Dema ev pêvajoyane hemû dibin têgîn zimanê hevpar ê civakên berfireh derdikeve, ya rastir cara yekemîn “NASNAMEYA” ku civakan ji hev cihê dike çêdibe.

     Lê mixabin, li qadên ku etnîsîteya yekemîn a ku nasname lê çêbûyî îro tevkujiya nasnamê lê tê jiyankirin.” Ji ber vê ye ku demekê miletê necib navê ereban bû. Tirkîtî rastîyeke bextewariyê bû. Farisî esîlzadeyiya herî mezin a dîrokê bû. Heta derketina îslamê zimanê sûryanî wekî zimanê di çav de û li Rojhilata Navîn bi bandor wekî zimanê mîmariyê bû. Lê belê bi derketina îslamê re li Rojhilata Navîn zimanê erebî bû zimanê herî bi bandor ê wêje û zanistê. Di rastiyê de hetanî wê rojê erebî zimanê bedewiyan(koçer) bû. Ango zimanê çolê yê talan, kuştin û paşvemayînê bû. Bi demê re bû zimanekî mengî (ideal) ji bo Rojhilata Navîn û civakên ku di nav vê çandê de dihatin helandin. Ev ziman li kurdistanê jî bû zimanê kurdê noker (işbirlikçi). Bi taybet jî bi rêka oldarên sexte ên wekî şêx, mela û ew tabeqeyên jorîn ku bi neyarên kurdan re hevkarî kirin re li ser civaka me wekî zimanekî zanistê û pêşketinê hate ferz kirin. Êdî wisa bû ku bi demê re di bin navê ne navên axretî ne, navên kurdî ji neçarî cihê xwe ji navên erebî, tirkî û farisî re hiştin û hêdî hêdî li ser zimanan winda bûn.

     Lê, li hemberî vê yekê afirîner û parêzvanên zimanê kurdî dayîkên pîroz, çîrokbêj, hunermend û helbesvanên kurd serî netewandin û her tim berxwedayîneke bêhempa dan. Vê berxwedana pîroz heta van salên dawî jî nehişt zimanê serdest û dagirkeran bikeve nava mal û civaka kurd de. Ango zimanê civaka me wekî zimanê ku bi destê dayîka pîroz bi nazenînî û hunerwarane hatî honandin û xemilandin hebûna xwe wekî zimanê civaka sincî-ramyarî(ehlak-polîtîk) yê jıyana kolektîf parast. Di vê mijarê de îro, em hemû jî deyndarê wan dayîkên pîroz û kesên bi rûmet ku ev ziman, çand û nirxên mirovahî yên pîroz ku li ser vê erdnîgarîyê teşegirtî parastîne xwedî lê derketîne ne. Heke ew zanyar, feylesof, dîrokzan, dengbêj û wêjevanên kurda ên wekî Babê Tahir Uryanî, Meleyê Cizîrî, Feqê Teyra, Ehmedê Xanî, Evdalê Zeynikê, Celadet Bedixan, Kawîz Axa, Meryem Xan,  Eyşeşan, Şakiro û hwd. bi sedan kesayetên wek wan bi rûmet nebûna me jî dê îro ne karîbûya bi serbilindî behsa ziman û çanda xwe bikin.      

     Lewra em dikerin bibêjin ku ev kesayetên birûmet wê her û her wekî şervan û pêşengên parastin û pêvebirina çand û zimanê kurdî werin bibîranîn û rûmetdarkirin. Dê dilsoziya wan mirovên pîroz di her hevokeke kurdî de û di hemû qadên me yên têkoşînê de werin jiyankirin û wê li cihê ku mafkirin jî werin bicîkirin. Ji ber ku awaz û gotinên wan kesayetên birûmet bûn, ên ku rihê kurdîniyê li ser vê axê her hêşîn kirin û hêşîn hiştin.

    Wan hezkirina çand û zimanê xwe wekî hezkirina Mem û Zînê pênase kirin û ev wekî efsaneya rastiya jiyanê zindî girtin. Mamoste Medya ya 10 salî ku ji her kurdekî re bû sembola li zimanê xwe vegerîn, hezkirin, xwedîderketin û pêvebirinê; îro, weke mamosteya herî bi rûmet, şitlek ji yên ku li ser giyana(riha) van dilsozan şax dayîye ye. Mamosta Medya ji aliyekî ve gotin û peyama herî nûjen ya vî ziman û nasnameya pîroze, ji aliyê din ve jî gotina herî bi wate ya ji kesên ku hatine bişaftin û dikevine xizmeta ramyarîyên bişaftin û xwe bişaftinê ye. Rêver APO ji bo mamsta Medya wiha dibê: “Heke parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji keçeke 10 salî re mabe, wê demê bila rewşenbîrên Amedê ji xwe şermê bikin!”  

    Heta niha me hewl da ku em li rêzezincîra bîra(hefizeya) civaka xwe ya rabirdûyê vegerin û ji wan dîmenên nemir çendekan di bîr, dil û mêjiyê xwe de zindî bikin. Di heman demê de ji ronîkirina rê û pêşeroja me re bibe tîrêjeke ku em bikaribîn pê îro û pêşeroja xwe jî rast şîrove bikin.

   Belê, dîroka berxwedaniya gelê kurd, dîroka berxwedaniya ziman û çanda xwe parastin û pêşvebirinê ye. Em dizanin ku di bingehê dîroka hemû serhildan, êş janên Kurdan de ev rastiye radizê. Mirin, kuştin, birçîbûn û gelek êş dane ber çavan, lê ji cîh û warên xwe yên dê û bavan, dîsa jî hebûna xwe ya herî pîroz ziman û çanda xwe qutbûn nedane ber çavan. Ji bo vê yekê, vî gelî bedelên herî giran dane ber çav. Xwedîderketina li çand û ziman ji bo gelê kurd bûye têkoşîna man û ne manê. Ev têkoşîn û berxwedana xwedîlêderketina rûmet û nîrxên pîroz,  xwedî dîrokeke demdirêje. Di gel her tiştî, vê berxwedanê bi her çi halê heyî û neyî heta derketina PKK’ê û têkoşîna azadiyê xwe domand. Ev, şêwazekî têkoşîna civaka gelê kurd bû. Vê têkoşînê di navbera kurdên xwedî rûmet û bextewar û kurdên ku bûne noker, kurtêlxwer û dewletên dagirker, mitinger, bişavker û faşîzan de, xwe domand û hîna jî didome. Lê; êdî bandora ramyariyên(siyasetên) çewisandinê li ser çav û rûyê her kurdekî şopên xwe hiştibûn. Her roj şopên wê tirsê zêde dibûn. Lewre, vîna gelê kurd ya rêxistinkirî hatibû şikandin, hêvi û xeyalên wî li Çyayê Agirî, di gorekê de hatibûn betonkirin û bi nirx û rûmeta gel dihate lîstin. Em baş dizanin ku tiştê mirov, gel û civakan li ser piyan dihêle û hêzê didê, hêvî û xeyalên pêşerojê ne. Dema gelekî ev winda kirin, vîn jî di nav de her tiştê xwe winda dike.

    Êdî gelê kurd jî hatibû qonexeke wisa ku, yan dê hemû qeyd û bendên tirsê û siha komkujiyan ji ser xwe rabikira, derketineke dîrokî bikira û bi rûmeta xwe jiyan bikira, yan jî wê di nava rûpelên dîrokê yên tozgirtî û hilweryayî de bihata jibîrakirin û winda biba. Di demke wiha de, bi pêşengiya Rêber APO şoreşa têkoşînê ya vejîna gelê kurd di bin wan gorên betonkiri de, weke volkaneke hêvî û xeyalên ku bi hezaran salane dikelin, teqya û hemû duwar û çiyayên betonê yên ku li ser giyan(ruh), dil û mejiyê gelê kurd hatîn avakirin bi ser hev de helandin û hemû hesabên çewt û bêbingeh serûbinî kirin. Rêber APO, di vê mijarê de, di derbarê têkoşîna xwe ya nasnameya bîrdozî de, (ku ziman û çand e) wiha dibêje: “Xwenehelandin jî xaleke girînge. Min xwe ne da helandin. Ma hûn dizanin şerê min ê yekemîn çi bû? Min ji zaroktiya xwe ve helandin da rawestandin. Ez bûm karmendekî mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandin min li xwe negirt ku ez jî jiyaneke wek jiyana serdest bijîm.” Belê, em dizanin ku Rêber APO gava têkoşîna xwe ya yekemîn bi hestên ku ji straneke kurdî ya bilbilê Rojhilata Navîn Aramê Tîkran destpê kir. Êdî her gaveke Rêber APO bû straneke kurdî û di dil û mejiyê her kurdekî de deng veda û hê jî vedide. Her ku çû ev stran bû dengê dilê milyonan kurdên ku bi xeyalên rojên azad dijîn. Vê stranê, di asta herî jor û herî biwate de bersiva xwe bi rêxistinîbûnyeke bêhempa di nava dil, hest û mejiyê her jineke kurd a azadîxwaz de girt.

    Bi kurtasî, derketina PKK’ê ya ku di bin pêşengiya Rêber APO de, bû çareseriya hemû alozî û girêkên kor ên ku di dîroka civaka kurd de hatîn pê û honandin. Ya herî girîng jî qeyd û kelepçeyên ku li ser zimanê kurdan hatîn xistin şikandin. Rêber APO vê rastiyê wiha rave dike: “Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, li dilê wî jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin”

     Bi têkoşîna PKK’ê re ev qeyd û bend hatin şikandin. Li Kurdîstanê şoreşa xwedîlêderketina çand û zimanê xwe çêbû. Êdî kurdîtî, ne babeta pê ji xwe şerimkirin û ji xwe revînê ye, berevajî vê yekê babeta serfirazî û serbilindiyê ye. Stranên azadıyê her roj li kolanên bajar û gundên Kurdistanê olan didan. Li hemberî vê rewşê, gelek pîrejin û pîremêrên ku li ber mirinê bûn wiha di gotin: “Me ev roj jî dîtin! Êdî em dikarîn bidilxweş û şadiyeke mezin ve biçin ser dilovaniya xwe.”  Ev rastîyek e û rastiya şoreşa li ser şoreşê, şoreşa di nava şoreşê de hatiye çêkirin û hîna jî tê çêkirin e.

      Lê, ji ber ku me ev şoreş wenegerand sazîbûyîneke akademîk ku xebatên ziman ji aliyê wêjeyî, honerî, zanyarî, perwerdehî, çandî û ji hemû hêlên jiyanî ve brêxistin nekir, em dereng man. Sedemek vê yekê jî hinek nêzîkatiyên teng ên wekî; “emê têkoşîn bikin, ziman jî wê bi demê re pêşbikeve.” Ev yek heta demekê rast bû; lewra ji bo vê yekê xwegihandina sazîbûyîn û amadekirina gel pêwist bû. Lê ji mêj ve ye ku em gihiştîne vê yekê û me ev yek derbazkiriye jî. israra bêwate ya di vê têgihîştinê de, destê dagirker, mêtinger, bişavker û neyarên kurdan yên tirk, ereb û faris hêj bihêz dike û dibe sedem ku ji berê zêdetir di ramyariyên xwe yên bişaftinê de israr bikin. Dibe sedem ku heta îro jî gotineke kurdî, straneke kurdî, diruşmeyek kurdî bibe sedem ku her roj li kolanan kurd lêdan bixwin, bên girtin û bêne kuştin. Hîna jî ereb zimanê kurdî wekî zimanekî qirêj bi nav dikin. Tirk, êdî her ku diçe zêdetir zêdegavîyan dikin û kurdî li zarokên kurdan yên ku hîna diçin seretayiyê qedexe dikin. Fars, bi dardekirina kurdan tenê qeyd û bendan li stûyê wan naxin û naxeniqînin; her wisa vîn û zimanê wan jî bi dar ve dikin û dixeniqînin. Dagirkerên biyanî, zimanê xwe wekî zimanê şaristaniya pêşketî li ser me kurdan ferz dikin û didin pejirandin. Vê heta derekê encam girtiye û hêvîyeke pir mezin jî dide neyar û dewletên dagirker. Heke hîna jî pergalên desthiladar di ramyariyên xwe yên înkar û tunekirinê de ewqas bi biryar in, ewqas bi ser me de tên û her cureyê bêrûmetiyê jî ji me re rewa dibînin, ji vê hêviya wan a mezin tê. Raste, di hêla leşkerî û ramyarî de li hember neyaran me têkoşîneke bêhempa da û hîna jî em didin. Di van hêlan de me hêvîyên wan ên serkeftinê jî bi awayekî pir xurt şikandin; lê mixabin, di hêla çand û ziman de em wekî gel û tevger hîna jî li gorî dil, daxwaz û hêvîyên wan dimeşîn û tevdigerîn. Di kar û jiyana rojane de em bûne paleyê wan û ji wan bêtir çand û zimanê wan bikartînîn. Her roj em hinek peyv û gotinên xwe yên din dikujîn û yên wan datînîn cihê wan.  Metirsî û xeternakiya herê mezin jî di vir de ye. Lewre, ji vê yekê re xwebişavtin(oto asimilasyon), anku xwekujî, xwekujiya çand, ziman û nasnameyî tê gotin.  Di vê mijarê de saziyên devletê yên li Kurdistanê her roj ankêtan çêdikin û îstatîstîkên di derbarê mijara xwebişavtina kurdan de digrin dest û dinîrxînin.  Êdî bi awayekî vekirî dibêjin; ‘em pêwîst nabînin ku bi taybet li ser heremên weke Sêrt, Batman, Mêrdîn, Amed, wan û xeta Bakûr Rojavayê Kurdistanê rawestin. Ji xwe zimanê kurdî li van herêman radibe.’ Heta tê gotin ku zimanê kurdî li van herêman wekî zimanê duyemîn jî baş nayê bikaranîn.

     Belê, heke ev qadên me ên herî zêde germahiya têkoşîn û serhildanê lê heye wisa bin; gelo cihên din niha çawan in? Ji ber vê rastiyê dijmin ev encam derxistiye; çendî kurdan ji ber zimanê wan tewanbar bike û wan bikuje jî kurd wê ji vê encameke erênî dernexin. Wê ji bikaranîna zimanê dijminê xwe nerevin û xwe paş ve nekêşin. Ev encam rastiyekê jî vedibêje. Ji xwe wisa neba dijmin jî ewqas biser gelê me de nedihat. Di rastiyê de diviyabû ne wisa ba. diviyabû piştî her rahejandin û hincandinekê kurd hinek din veciniqîban, bi ser xwe ve bihatan û hinek din geş û xurtir li çand û zimanê xwe xwedî derketibana. Hemû mal û kolan kiribana dibistanên perwerdeya çand û zimanê kurdî. Heta wekî helwest bi tu şêwazî bi zimanê tirkî, erebî, farisî, ango bi zimanê biyanî yên hêzên desthiladar nehatiba axaftin. Lê mixabin, em helwesteke bi vî awayî xurt nabînîn û ya heyî jî gelek kême û dijmin natirsîne. Em dest ji tirsandinê berdîn, dibe sedema pêkenîna wan. Lewre jî çi pîte bi me nakin.  Ev rewş û rastiya gelê me ye. Lê mixabin, di vê mijarê de rewşa me gelek ji ya gelê me ne çêtir e.

    Li vir, divê em ji bîr nekin ku gel li pêşengên xwe dinêre û li gorî wan tevdigere. Anku baş-xirab gel bi piranî pêşengên xwe dişopîne. Vêca niha jî em vegerin ser rastiya xwe. Em rêber APO û bi giştî jî bandora PKK’ê ya li ser xwedîderketina li ziman û nasnameya xwe deynin alîyekî, lewre ji roja destpêkê û heta îro Rêber APO û PKK’ê bi têkoşînek bêhempa û rûmetwer pêşî li lehîya bişavtinê girt û duwarên ramyariyên mendelkirin(înkarkirin) û tunekirinê bi ser hev de hilweşandin. Rêber APO wekî afirînerê hemû nirxên kurdewarî derket û her ku diçe jî nîrxên nû li ser van nîrxan zêde dike.

    Lê mixabin, digel vê yekê jî em wekî siyasetmedar, welatparêz û pêşengên vê têkoşînê nikarin bibêjin ku me bi tevayî xwe ji bin bandora bişavtinê rizgar kirî ye. Erê wekî nêzîkatî raste, bêguman em bêyî ku dudiliyekê jiyan bikin ji bo vî gelî, ji bo vê axa pîroz, têkoşînek bêhempa didin. Me bi hezaran şehîd dan û em hîna jî didin. Em her roj singa xwe didin ber top, tang û guleyên dijmin û bi hestên tolhildanê dijîn. Lê mixabin, em bi hezkirin bi zimanê dijminên xwe, ew zimanê ku di her qadê de, bi her awayî hebûna me ya çandî, zimanî, gelî û neteweyî tune dike û tune dihesıbîne daxifin. Ramyariya(siyaseta) xwe pê dikin, gotûbêjên xwe yên bîrdozî pê didin meşandin û weke zimanê jiyanê yê yekemîn bikartînîn. Pir kes ji siyasetmedar, welatparêz û pêşengên têkoşînê hîna jî vê yekê tu carî wekî kêmasiyeke şoreşgerî û welatparêzî jî nabînin. Dema ku em vê dibêjin, em ne dijberî zimanên gelê cîran û netewên dî ne. Wê tu carî hebûna zimanê gelên din, di nava me de nebe pirsgirêk. Lê divê pêşiyê em zimanê xwe ji bin bandor û çewisandina bişavtin(helandin), sexirandin(azarlama), biçûkdîtin û tengkirinê rizgar bikin. Û xwe jî ji derûniya ku em bi zimanekî biyanî hîna zêdetir pêşketî û zanatir dibin, dûr bixin. Bêguman gelek heval, dostên tirk û ji gelên din jî di nava hemû xebatên me yên qadên cur be cur ên PKK’ê de hene û ji me zêdetir têkoşîna kurdî didin. Ew jî bi zimanê xwe yê dayîkê daxifin. Ev dewlemendiya felsefe û bîrdoziya têkoşîna gelê kurd a ku di bin pêşengiya Rêber APO de tê dayîn e. Ji xwe kurdistan mozayîka hemû çand û zimanên Rojhilata Navîn e. Gelê kurd jî di mijara dostanî, rûmetdayîn û nîrxdayîna çand, ziman, gel û netewên din yên ciran û bi hev re dijîn de, ne tenê ji Rojhilata Navîn, ji hemû dinya û gerdûnê re mînakeke herî baş e. Niha ya herî girîng nêzikatiya me ya ji zimanê me re ye. Hinek heval û dastên me di dibêjin ‘ez dixwazim lê nizanim’biaxifim. Bêguman daxwaza gelek heval, dost, siyasetmedarên me heye. Lê tenê bi daxwazê nabe. Beriya her tiştî divê em feraseta xwe sererast bikin. Kengî me xwe ji derûniya(psikolojiya) zimanê xwe piçûkdîtinê, anku ji vê felsefeya bêbingeh a ku dibê: “Zimanê kurdî ne zimanê felsefê, nezimanê ramyariyê û ne zimanê perwerdehiyê ye” rizgar kir. Wê Demê emê bikaribin bi zimanê xwe ramyariyeke herî bi bandor, felsefeyeke herî jiyanewer, wêjekariyeke herî xweşik, nivîskarıyeke herî rasteqîn bikin û jiyaneke herî bi rûmet û azad bijîn û bi vê yekê jî serbilind û serfiraz bin.

    Lê mixabin, hîna me ev pirsgirêka xwe rast danehûrîndiye (çözümleme nekiriye). Hîna beşekî ne kêm ji heval, siyasetmedar, ciwan û welatparêzên me li hemû qadên me yên têkoşînê, bêzanebûn û bêhemdî xwe jî be, xwedî nêzîkatiyeke ku rojane di suxre û xizmeta ramyariyên(siyasetên) bişaftinê de ne. Dibe ku mirovên me bibêjin ev nirxandineke gelekî pirole(abartılı) û hişke, ango giran e. Lê belê ne wisaye. Divê em bawer bikin ku hîna jî gelek welatparêz, ciwan, siyasetmedar û pêşengên vê têkoşînê yên ku di çeper û eniya herî pêş de li beramberî dijminê hov berdelên herî giran dane, xwedî ferasetek bi vî awayî ne. Mirovên me yên ku mijara gotinê ne bawer dikin ku axaftina herî xweş, a bîrdozî, ramyarî û wêjeyî bi zimanê bîyanî (tirkî, erebî, farisî) tê kirin. Ji ber vê sedemê dibêjin: “ku em bi zimanê xwe yê dayîkê baxivin, wê axaftin û nirxandinên me bê bandor bin. Emê nekaribin ramyarî û axaftinên xwe xweş û xweşik bikin.” Ev, xwe xapandinek mezin e. Ev nêzîkatî, ramyariya(siyaseta) dijmin a ku dibêje: “Nabe ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê; lewre, zimanekî herêmiye û nikare bibe zimanê wêjeyî, ramyarî û dîplomasyê”, rast derdixîne. Ev bi serê xwe pirsgirêkek me ya bîrdoziye û divê em bi nêrîneke bîrdozî lê binêrîn û li ser bisekinîn. Em jibîrnekin li vir vê mînakê dîsa bînin bîra gelê xwe di dema serokomariya Silêman Demiral de bû Silêman Demiral goti bû: Em hemû peyvên kurdî gombikin 200-250 peyv dernakev in; li Beranberî vê gotina bê hurmet kalemêrekî me yê 75 yê Şirnexî bersiva wî da û wiha da got: em tenê navê hespê kurdistanê kombikin wê ji 350 derbasbike. Ez bawerim ku bersva herî di cî de û bi wate wî welatparêzê bi rûmet dayê. Li vir zêdetirîn pêwîstî bi dirêj kirinê nakê. 

     Bi vê ferasetê ve girêdayî heta niha jî gelek mirovên  me, li hemberî hişyariyên ku di derbarê parastina çand û ziman de ji hêla hinek kes an jî hinek hevalan ve têne kirin; bêyî ku jêre rêz bigrin, hema yekser û rasterast dibêjin ‘netewperest’ e, ‘nijadperest (milliyetçi)’ e. Ev tê wateya ku hîna me cewherê têkoşîna xwe rast fêm nekiriye. Di vê mijarê de Rêber APO wiha dibêje: “Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne?” Hewceyî şirovekirina vê gotinê nake; lewre girêdana di navbera çand, ziman û jiyanê de herî baş ev gotin vedibêje. Heke kurdek an jî pêşengekî vî gelî di çarçoveya bîrdozî de wekî rêgez(ilke) ji çand û zimanê xwe hezneke û pêş nexîne, wê demê di têgîna wî ya bîrdozî de kêmasiyek heye. Werin em binêhêrin hîna jî tirk dibêjin: “ji ber ku netewbûna me ya tirkîtiyê temam nebûye, em nikarin mafê hindikahî û kêmneteweyan binasin.” Li vir dixwazin vê bibêjin; ‘hîna me ew bi temamî nehelandine. Divê em wan baş bibişêvîn û bihelînin.’ Lewre jî, li ser ramyariyên xwe yên bişaftinê bi israr in. Netewperestî û nijadperestî ev e. Anku bi hemû cure, rê û rêbazan biçûkxistin, bişavtin, mendelkirin(inkarkirin) û di encamê de tunekirin e. Xwe,  çand û zimanê xwe di ser çand û zimanên din re dîtin e. Ji ziman û çanda xwe hezkirin û parastin ne eteweperestî û nîjadperstî ye. Berevajiyê vê yekê rêgezeke bîrdozî, peywireke mirovî, dîrokî û kurdewari ye.

   Di vê mijarê de pêwîste ku em bibin xwedî nêzîkatiyeke bîrdozî. Heta niha jî di nava me de bi têgîneke bi awayê ku; ‘nabe ku em ziman wekî nasnameya neteweyî ji rêgezên bîrdozî û felsefî qut bigrin dest’, pêşneketî ye. Em nabêjin ku ev feraset û têgîneke gişti ye, lê di nava me de ên ku xwedî ferasetek wihane jî ne kêm in. Ev yek, ji ne axaftina bi zimanê dayîka xwe bigre heta baldariya li beramberî çand, ziman, mûzîk û TV’ yên netewên din jî, xwe nîşan dide. Hê jî em tênegihîştîne ku ka ew gotin, nav, nîrx û nîgarên(motîfên) kurdî û  kurdewarî  bi çi armancê di nava wan rêzefîlm(dizi), film, stran û qilîbên xwe de bikartînin? Em hê jî tênegihiştîne ku bi vê yekê, di bin navê “pêşîlêvekirinê” de mejiyê me ditewizînin, bi nîrxên me yên herê bi wate û dirokî dilîzin, biçûk dixin û li ber dilê me sar dikin. Bi vê yekê jî, me radest digirin û di nava vê çanda xwe ya qirêj û gemar de dibişêvin û ji çand û zimanê me dûr dixin. Wê yekê jî wekî gelaleya(modela) jiyana civakeke herî azad û mengî(ideal)  nişanî me didin. Mixabin, ev rastiyeke me ye û divê em demek berî demekê  xwe ji vê rastiyê dur bixin.!

    Me behsa derûniya ziman û çanda xwebişavtinê(xwehelandinê) kir. Ya rastî gelek tiştên ku mirov nikare wateyê bidê û bi sergiranî şîrove bike derdikevin. Bi taybet di van salên dawî de di civaka me de ferasetên pir çewt pêşketine. Heta zimanê tirkî di jiyana me de ewqas bihêz û serwer e bûye. Zimanê tirkî, çanda tirkî bi awayekî popûler xwe di nava gelê me de dide jiyan kirin.  Êdî wisa lê hatiye ku gelek pêşng û xebatkarên me di nava gelê me yên ku qet bi tirkî nizanin û em hemû jî dizanin ku ev gel bi zimanekî din baş nizane, divê em xwe fêrî zimanê gel bikin ku em bikaribin gel qezenç bikin. Lê bala pêşngên  me yên ku di nava vî gelî de dixebitin jî li ser tirkî ye û hema bêje jıyan, guftûgo, hevpeyvîn û têkîliyên jıyanî hemû bi zimanê tirkî ne. Ev bi serê xwe qutbûnekê di navbera gel û hevalên pêşeng û xebatkaran de çêdike. Ev mînakek e, lê mixabin li kurdistanê bi sedan mînakên wisa tên jiyankirin. Siyasetmedar û pêşangên me diçin pêşiya gelê me yê ku nizanin gotinekê bi tirkî baxivin, bi saetan li pêşiya wan bi tirkî daxivin. Gelo ew gel çi ji wan fêm dike? Ev mijareke lêhûrbûnê ye. Divê êdî em vê rastiya xwe bibîn û li xwe bizivirîn, da ku ji ciwan û gelê xwe re nebîn mînakên şaş.

    Bi van rastiyên ku heta niha me nirxandin ve girêdayî! Em di pêvajoyeke ku 37 salên herî dijwar ên têkoşîna azadiya gelê kurd li pey xwe dihêlin de ne. Lê em vegerin li kiryara (pratîka) xwe ya ew çend domdirêj binêrin ka çend nivîsakarên kurd bi zimanê xwe wêje pêşxistin û zimanê kurdî ji lewaziyê rizgar kirine. Na berovajî vê rastiyê zimanê neteweyên din pêşdixin. Ev bi serê xwe rastiya kurdewariya nîvî tenê bi gotinê radixe ber çavan.  Ev tenê ne kêmasiyeke welatparêzî û xwe naskirinê ye. Di heman demê de kêmasiyeke herî bîrdozî û kurdewariye jî. Dibe ku gel û welatparêzên me bêjin ji bo vê derfetên me nîn in. Lê em di vê baweriyê de ne ku ger em bi nêzîkatiyek bîrdozî lê temaşe bikin û bixin rojeva xwe emê derfetên vê jî pir baş bafirînin. Heke heta niha di qada me ya herî zêde têkoşîna bîrdozî dide meşandin de, di qada çapemeniyê de li gorî ku tê xwestin beşa kurdî weke beşeke bingehîn û yekemîn nehatibe bi rêxistinkirin ev pirsgirêkeke herî bingehîne. Di heman demê de pirsgirêkeke me ya xwe rast bi rêxistinî ye jî.        

     Em dibêjin bila gelê me li çand û zimanê xwe xwedî derkeve û bila nebe amûrê ramyariyên bişaftinê. Lê ji bo ku gelê me nekeve rewşeke wiha em nabêjin ka divê em çi bikin, wekî pêşengên vî gelî em ê berî her tiştî çawa hemû xîtaba xwe ya ji gel bi taybet jî,   li hemû qadan didin bikin kurdî? Ji bo afirandin û çapkirina belge û berhemên bi kurdî çi pêwîste, divê çi bê kirin? Em ê çawa hemû danûstandina jiyana xwe ango reng û zimanê hafizaya civaka xwe bi hestên kurdewarî zindî bikin û ji bo wê çi pêwîste? Ji bo ev çêbibe divê jiyana me vegere ser kurdî û em zimanê xwe yê dayikê bi vê yekê re rûmetdar bikin. Her roj pêşengên qada ya legak ji bo gel bangewaziyên têkoşînbilindkirin û xurtkirinê dikin. Lê ji derveyî çend hevalan kesekî/ê bal nakêşa ser pirsgirêka ziman. Di rastî de diviyabû ku di her bangewaziyê de cihek an jî çend xulek(deqîqe) ji bo vê mijarê hatibûna cudakirin. Ji ber ku ev pirsgirêkeke me ya nasnameya çandî û neteweyî ye. Mijara hebûn û tunebûna neteweyî ye. Lewre jî, ne tenê karê saziyekê bitenê ye. Nav li sere, zimanê dayikê! Ango zimanê rûmet û pîrozweriyî. Ji ber vê yekê jî qada ziman, qada têkoşîna hemû rêxistin, teger û saziyên me ye. Bi taybetî jî divê jin û ciwan bibin pêşengên têkoşîna vê rûmet û pîrozweriyê.  Lewre,  di heman wextî de pêşeroja vê civakê jî bi têkoşîna ciwanên kurd wê di her war û qadên jiyanê de wê bigihêje serkeftin û serfiraziyê. Dîsa dema ku em li rastiya dîroka jinê û dîroka ziman dinihêrin, em dibînin ku hevşibîneke bê hempa heye. Dîrok û cewherê jinê jî bi hezaran salane ku tê dagirkirin. Ziman, çand û hebûna zimanê kurdî jî bi heman kirinan re rûbirû ma ye. Em jibîr nekin ku ev zimanê herî kevnar yê vê axa pîroz; ku îro tê qedexekirin û qetilkirin yek ji çalakî û dîtinên jinê yên yekemîne. Ev bi hest, ked û xwîdana hezaran heta milyonan salan hatiye afirandin û bi destxistin. Dîsa li Kurdistanê heta roja me ya îro jî parêzvan û mamosteyên zimanê kurdî dayîk û jinên kurd bûn. Ev ziman û çalakiya xwe ya yekemîn wekî nirxên civaka komînal, wekhev û kolektîf parastin û hîna jî diparêzin. Ev têkoşîna herî bi rûmet e. Ev têkoşîna dayîkên me ye. Lê belê wekî hêza pêşeng a jinên kurd tevgera jinê jî di hêla xwedîderketina ziman û pêşxistinê wî de kêmasiyeke mezin jiyan dike. Heta ji bo hemû qadên me yên têkoşînê rexneyên herî zêde li ser avanî û rêxistinên me yên jin hene. Em di vê baweriyê de ne ku hemû tevgrên me yên jin ên di qada civakî ramiyarî de ne dê di demeke herî kurt de vê kêmasiyê derbas bike û valetiya heyî dagire.

     Ciwanên welatparêz jî di vê mijarê de xwedî peywireke pir girîng in. Di vê sala dawî de di astekê de mijar xistin rojeva xwe, heta ciwanan bi diruşma em hêza parastina ziman in, dest bi kampanyayekê jî kirin. Lê li gorî vê yekê liv û lebat lewaz man. Li vir divê em jibîra nekin ku îro, pergal ramyariyên xwe yên bişaftin û helandinê ên herî dorfireh û piralî li ser ciwanan didin meşandin. Ji bo ku ev ramyarî û bendewariyên dijmin bên şkandin pêwîstî bi têkoşîneke piralî heye. Divê ciwanên kurd ziman, ku rûmet û nasnameya me ya neteweyî, wekî bingehê rêgezên bîrdozî û felsefîk bigrin dest û ji bo azadiya rûmet û nasnameya xwe, ku serbestî û serkeftina ziman e, têkoşîna xwe xurt bikin, peywir û pêşengiya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Bi vê boneyê em rêhevalê rojê haval Ebumuslim Doxan jî bi hurmet bi bîr tînin û ji malbata wî re jî sersaxî û sebrê dixawazin. Rêheval Muslim Doxan di nameya xwe de gotibû ku wî gelekî xwestiye nameya xwe bi zimanê xwe zimanê kurdî binivîse lê nekariye. Divê ji bo bîranîna rêheval Muslim Doxan hemû ciwan, zarok û tevahî kurdê bi rûmet fêrbibin da ku bi zimanê xwe bi axifin, bi zimanê xwe bi nivîsînin. ji ber ku ev wesiyeta rêhevalê ciwan bû. Ciwanên me yên welatparêz jî vê wesyeta rê heval Muslim Doxan bi cih bînin rê li ber polîtîkayên pişaftin û xwe pişaftinê bigirin. 

 

    Di parastin û pêşvebirina zimanê dayîkê de yek ji navendên me yên herî bingehîn jî, navenda çandê û xebatên me yên çandî ne. Bêguman di dîroka hemû gelan de, zindîgirtin, pêşxistin û parastina nirxên dîrokî û ziman rista çand û hûnerê bênîqaş e. Yekane riya zindîgirtina hafizeya civakî jî, bi afrandin, nûvekirin, lêzêdekirin û zindîgirtina şano, sînema, helbest, stran, wêje û awazên kurdî ne. Ji destpêka têkoşîna azadîyê û heta niha têkoşîna çandî risteke girîng diguherîn û pêşxistinên civakî de lîst. Lê belê heta roja me ya îro jî di hêla pêşxistina şano, sînema û wêjeya kurdî de kêmasiyeke gelekî mezin tê jiyankirin. Ev jî dihêle ku baldariya gelê me biçe ser çanda dagirker û desthilatdaran, ku bi armanca bişaftin û ji nîrxên xwe dûrxistinê pêşkêşî gelê me dikin.

    Ji ber ku zimanê neteweya kurd hatiye qedexekirin, çanda wî jî lewaz bû ye. Tu çand bê ziman, tu ziman jî bê çalakiya çandî nayê hizirîn. Pêşketina çanda civakî bi asta pêşketina têgînê bi hevre dimeşin. Civakeke xwedî çanda jiyana wekhev, azad û kolektîf jî encax bi pêşxistina zimanê rastiyê gengaz e. Em têkoşîneke mafdar û watedar ya bê hempa didin. Gelê me di nava vê têkoşînê de êşên pir mezin dikişîne. Êşa ji warên xwe, ji welatê xwe, ji axa xwe û ji hebûna xwe ya herî pîroz ango ji zarokên xwe dibin, dikêşînin. Ji bo ku bi zimanê xwe daxifin her roj tên kuştin. Ma gelo em şanoya vê, sînama vê, wêjeya vê û strana vê çênekin emê çi çêbikin? Ev birînên civakî encax dikare bi çand û hûnerê bên pêçan.

   Tê dîtin ku di nava pêvajoya dîroka domdirêj de tu carî gel bi zimanê biyaniyan ango desthiladaran naxivîne. Lê desthiladar û tebeqeyên jor ên civakan (bi taybet jî yên kurdan) herdem çand û zimanê dijmin û serdestên xwe wekî çand û zimanê şaristanî, serbilindî û rûmetê bikaranîne û bi vê yekê jî di nava destên dagirkeran de bûne amûrekî bişaftina çand û zimanê xwe yê kurdî. Ev, di heman demê de bi xwe re komkujiyeke çandî jî tîne. Vêca ji bo ku em bikaribîn ciwanên xwe, civaka xwe û gelê xwe ji vê xefka ramyariyên bişaftin û tunekirinê ya dijmin rizgar bikîn pêwîstî bi bersiv û têkoşîneke çandî ya xurt heye.

        Bi van hemûyan ve girêdayî, yek jî em dixwazin vê bêjin. Her gotineke ku bi pênûsa gêrîlayê azadîyê ve li van çiyan tê nivîsîn pir watedar e û xwedî hestên dîrokî ye. Her nivîsek, çîrokek, û helbesteke gerîlla wê bibe bingehê dîroka vê têkoşîna lehenganî. Ji ber van sedeman hemû heval, nivîskar û welatparêzên kurd van kevirên bingehîn ên vê dîroka rûmetê bi kurdî bineqşênin. Bila wêjeya kurdî bi pênûsên gel û gêrîlayên ve dewlemend bibe û hemdem bibe. Em dixwazin ku xweşikbûn û wateya têkoşîna gel û gêrîla bi xweşikbûna zimanê kurdî re bibin yek. Wekî hemû qadên têkoşînê di qada pêşvebirina ziman, wêje û nivîskariya zimanê kurdî de jî pêşengî dikeve ser milê welatparê, ciwan û gêrîalayan. Ev berpirsyariyeke me ya kurdewarî nasnameyî, neteweyî, dîrokî, vijdanî û jiyan ye. Em di vê baweriyê de ne ku hemû kurdên xwedî rûmet, wekî her berpirsyariyekê de dê vê berpirsyariya xwe jî bi awayekî herê baş bîne cih û bibe zimanê vê rastiyê.

       Heval, dost û welatparêzên bi rûmet

    Li gel hemû kêmasiyên xwe jî em dîrokeke ber bi wendabûnê ji nû ve dinivîsînin û emê ji bîr nekin ku ev rûmeta mezin nabe para herkesî. Nivîsîna vê dîrokê ya ku em bi hest û ramanê kurdewariya resen û hemdem dinivîsîn wê têkoşîna azadiya gelê me bêmirin bike. Em di vê baweriyê de ne ku serkeftinên me yên di vê derbarê de her roj zêdetir bibin. Em ji bi hestên serkeftineke bêhempa di hemû jiyan, kar û xebatên her kurdekî rumetdardar di têkoşîna jıyana azad de serkeftin, serfirazî û serbilindiyê dixwazin.  

 

                                                                                                                         

                                                                                                                            21,o2,2010

                                                                                           Silav û Rêzên Şoreşgerî

         Berdevka Komîteya Ziman û Perwerdehiyê ya KCK’ ê

                                         Batufa Çekdar