|
|
Ziman ji bo
civaka çi ye, rolê ziman civakê de çi ye?
Ziman
ji bo civakan tişteki heri bi nirx e. Ji ber ku
her mirovek, her civakek gava ku bi zimanê xwe
diaxife, dikare, hizrê xwe, ramanê xwe, fikrê
xwe, hestê xwe, hebuna xwe nasnameya xwe ye
çandi ye siyasi û ye civaki bi riya zimanê xwe
dikari ifade bike. Gava zimanê civakeki nebe, ev
civak disa bi zimaneki xwe ifade bike. Le nikari
gor rastiya ku dixwaze nikari xwe ifade bike.
Çima, ji ber ku nikari xwedi li nirxen xwe ye
bingehin derkeve. Lewra her civakek ji bo zimanê
xwe pêwiste tekoşin bide û xwedi lê derkeve. Di
ve astê de tişteki heri bandor, ya ku diheli
nasnameya mirov ya çandi, ya diroki bide
naskirin û ifade bike ziman bi xwe ye.
Pêwiste
zimanê Kurdi çawa bê peşxistin?
Di
seri de asimilasyonê li ser zimanê Kurdi, niha
di diroka civaka Kurd de dema em mêzedikin,
şaristaniya ku Mezopotamya da hatine avakirin
zimanê Kurdi ye. Ev ji bingehê xwe ji gruben arî
digire. Çima ev ziman iro asimilosyonê re ru bi
ru dimine. Bi sedsalan heta niha, ev
asimilasyonen ku ji ber xwezayê bedewiya
Kurdistanê neçar diminin ku asimilasyoneki bi ve
renge dimeşinin. Ku çand û netewa Kurdi ji holê
ranabe, nikarin desthilatdari peşbixin û nikarin
xwedi li Mezopotamya derkevin .Li xwedi derketin
zimanê xwe, li ser vi esasi ji xwedi derketina
çanda xwe tişteki esasi ye. Her isyane Kurd a ku
peşketi li ser van esasen peşketi bu. Ye esasi
gava yekemin li ser ziman e , Ji ber ku ziman
gava ku fermi bê kirin ev netew ji fermi tê
qebul kirin. Ji ber ve ji hemu kar û xebat têne
kirin ji bona ve mijare.
İro em zimane Kurdi mêzedikin, zimane kurdi,
zimaneki xwedi ciheki pir taybet e, dibe ku li
gor pişti şerê cihanê yekemin û ye duyemin bi
parçebuna Kurdistanê, ya yekemin navberi
Osmaniyan û Safeviyan de, cara duyemin ji bi
ittifaka Sykes-Picot, perçebuna Kurdistane
navberi çar devlete de, ev bu sedem ku zimane
kurdi ji bi kemani be ji peşbikeve, le heman
deme de ji asta bingehin de ji cewhere xwe
durbikeve. Gava ku meriv zimaneki netevi zêdetir
zimaneki heremi çêdibe. Yeki hereme başure
rojava li bakur bi nakoki dibe, parçen
Kurdistanê de cudabunen heyi aliyeki de
dewlemendi ye aliyeki de perçebunê ve giredayi
ye. Hev du fêmbikin lê bele cudahi çêdibe. Di
navbera zaravayen Kurdi de dewlemendi ji heye.
Le bele kirine zimane fermi, netewi xebateki
pewiste. Destpeke de tove zimane kurdi pewiste
em mezebikin. Ev ji hevrami û zazaki (dimilki)
ye. Ev zarava li gel her tişte xwe parastine. Ev
ziman bingeha zimane kurdi ne. Ji bo na ki
zimane kurdi bibe zimaneki netewi rewşenbiren
kurd lekolinen bidin destpekirin. U bin bandoren
islamiyete derkevin. Em minak bidin, Meleya
Cizirî hemu helbesten xwe de terze beyt
bikaraniye û peyven Arabî xistiye nav de.
Minakeki em bidin:
“Bejn u bala te weke şitle reyhane
Ru glover weki qamer”
Qamer bi Arabi heyv e. Her weki wi minak pir in.
Yani ji bona ku em bigihin zimaneki zelal
xebateki hevbeş pêwist e. Her çar perçen bi
taybet tevli bibe û bin siya enstituya Kurdi de
ev xebat dikarin bimeşinin.
Asimilasyonê li ser zimanê Kurdi pir zede ye.
Mileki de gaven siyasi tê avetin, mileki de ji
qedexekirin tê meşandin. Li ser zaroken
zordariyeki ji bo ziman heye. Bi taybet Mamosta
Medya we dit, zarokeki 10 sali ye. Hun çava
dinirxinin we rewşe?
Hemu sistemê mêtinger de, naziyên Alman bigre
Araban, Farsan hemiyan, ji bo desthilatiya xwe
berdevam bikin, destpekê ziman diguherinin, pe
re çanda wi gelî,û dikarin bi we şeklê gelê Kurd
bindest bikin,bihelinin. Beramberi vena,
tekoşina azadiyê gelê Kurd de zimanê Kurd
vejinekê nu, zayinekê nu jiyan kir, bi xwe re
gelek niviskaren nu derxist.
Yek ji wana Seydayê Cigerxwin, Mehmet Uzun, Apê
Musa her wuha gelek niviskaren ditir derxistin
peş. Her yek pir giranbuha ne.
Tabi di rewşeki wuha de êriş we hebin. Her wuha
helwesta Mamosta Medya helwesteki piroz e.
Zarokeki Kurd di deh saliyê xwe de, hele hele
keçeki Kurd xwe bi xwe bibe mamoste zimanê xwe
yi dayiki elbette helwesteki pir piroze û pir
bextewar e.pewiste her keseki ku dibeje ez Kurd
im, Bi we berpirsiyari ji her kurdeki xwedi li
mamoste medya derkeve . ji ber ku çalakiyê vena
ev bi sere xwe çalakiyeki heri piroz ê. Ji ber
ku zimane kurdi, zimane zarokê Kurda ye. Eger
zaroken Kurd bi hemu heza xwe xwedi le derkeve û
ji li hember
sistemeki mêtinger, ev qas faşizane, bi tene
sere xwe, bê ku gaveki şunda baveje çalakiyan
bikin, pêwist e hemu rengên xwedi lê derketin
çêbibe. Xwedi derketin ne digotin de, di pratikê
de ye. Teşwikkirina zimanê dayiki xwendin kovar
u rojnameyen Kurdi, u bi hemu çalakiyen xwedi
derketin helwesta mamoste Medya û yen weki Medya.
Em spas dikin heval Metin, em hevidar in ku,
zimanê me di demeki nêzik de bibe zimanê
perwerdehi. Rojbaş.
METIN
ZINDAN
|