* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

   

 

 

KEVINTIRİN ZIMANÊ CİHANÊ

 Rola Ziman ji bo Kesayetê û civakê çi ye?

 Ziman, amêra herî bingehîn ya hev têgihandin û ji hev têgihiştina mirov. Zimanê hevpar girêdayî çand û  şaristaniya hevpare. Çand û şaristaniya derdor ya di nav de jiyan dikin, endamê peyvên di zimankî de tên bikaranîn destnîşan dikin. Ji ber vê wek çanda kes, çanda koma û pîvanê şaristaniyê jî tên bikaranîn. Asta şaristaniya civakekî bi têgihîştina peyvan, ji çawaniya peyvan û hêjmara wan tê têgihîştin, lewra ziman eynika jiyanê ye.

Rola ziman di jiyana mirovan de, zanînan ji yekî din re radigihîne, bi vî awayî digihin lihevhatinekê, dewle serê ziman mal dibê mal, bi peyv û zanînê ji dibistan û kolanê girtî, çanda malê derbaz dikê, dikevê nava çandekî civakî.

Bi saya ziman bi sed salan zanînên xwe ji nifşekî derbazî nifşekî din dike, zimanê axaftinê, bi gotinê xwe yê mezinan, mînandin, xaze...Gencîna çandî ya devokîye. Ji ber vê sedemê kesê kû nivîsandinê nezanin jî lê di hundirê xwe de, çanda zimanê axaftinê girtî, digihin pileyekê, gelê Kurdê kû nivîsandinê nizanin jî, ger dikarin li ser tiştekî axaftinekê bikin ji ber dewlemendiya devokiya zimanê Kurdi ye.

Lê belê zimanê nivîsînê û pirtûkên girêdayî wê ji çanda devokî dewlemendtir û bi bawertir e. Bi qasî zanînê kesekî pirtûk xwendî, axaftina wî jî bi awayekî din çêdibe. Yê pirtûkê dixwînin ji pirtûkê, ji jiyanê re gelek peyv digrin, welatek, çandek wan ya pirtûkan dewlemend be, axaftinê wan yê rojane jî dewlemend in. Kesê zana weke gundiyekî naxive û nahizire, ziman û mejiyê wî li gor pirtûkên xwendî awa girtî, di vê çarçoveyê de kesê bes xwediyê, çanda devokî di navbera wan û yê xwediyê çanda pirtûka de, di axaftin û jiyanê de jî xwe diyar dike.

Li gor her peyvek ya di aliyê rewanî û heyberî, naskirî yan sade û diyar de xwedî wateyekêye, ger em bêjin kesê pir peyvan bizanibe, pir tişta zanîye neşaşe, kesê pir tiştan bizanibê, di jiyana mirovan de digihê pileya jor, lêbelê bes peyv zanîn ne bese. Ya girîng ewe kû girêdana di navbera peyv û wateyê de têbigihînin, wek nimûne ger kesek ji zimanekê gelek peyvan ji ber bike ji wî zimanî navê gelek tiştan fêr dibe lê nikarê bibe xwediyê çandek ya wî zimanî.

Nirxên civakekî, yên ji kesan û civak, ji civakan, gelan, dafirînin hene. Di serî de bes agahdariyên di derbarê me de, heskirin, xem, tiştê di derbarê pêşerojê de nirxên weke hatî, girêdayî jiyanê bi hev re jiyanbûna wan di mercê tê xwestin de, bi demê re dibin nirxê civakê, ji vî nirxê hevpar re em dibêjin nirxê çandê.

Mergê kû mirovan ji giyandarên din cûda dike, em ji tevayiya taybetmendiyên hizirîn û reftaran re kesayetî dibêjîn. Mirov, ji dayîkbûnê ve dibe xwediyê hinek taybetmendiyan;  hinek jî bi hewldanên xwe qezenç dikin, lê belê mirov di nava derdorek civakî de ji dayîk dibe. Dewlemendbûna kesayetî û jiyana wî ya kar li gel xêzan, tax, dibistan û hevalên wî ve despêdike. Civaka kû mirov dorpêç dike û her tim di navbera kesan de danûstandinê dike, heye. Civaka bi tendurist, ew civake kû kes ji mirovên din taybetmendiyên xwe bi awayek aram û tenahî bijîn.

Zewqên civakê yên hevpar, nirxê heyberî û rewanî, kes bi riya ziman rave dike. Ji ber kû ziman, çand û dîroka gelekê digihîne nifşê nû. Bermayên wêjeyî yên weke destan, çêrok, serpêhatiyên gel, metelok, çîvanok, pendên pêşiyan û mamik bi amêra ziman digihin roja me.

Ziman jî, kombûna şarezayiyên çanda hevpar ya gelekêye. Kesayetiya bi civakê re aheng, xwedî kesayetiyek bi tendurist, yê xwe bi kombûna şarezayiya ziman rave dike, kesê zanî bihizire, mirovekê bextiyar û tenduriste.Rola herî girîng ya zivirandina kesayetê berbi nasnamê ve, parvekirina nirxên hevpar yê civakê, herikandina wan ji nifşekê berbi nifşek din ve ziman digre ser xwe. Dîsa şahiyên civakî her wiha şahiyên gerdûnî, coş, xurûş, keder, xemgînî, serkeftin û bêhêvbûn bi derfetên ziman tê têgihandin.

Ziman, amêrek li hevhatinê ya jiyan buyi ye. Bi ziman kesên di nava civakê de hevdû têdigihin. Derdorê xwe, buyerên xwe şirove dikin. Nirxê dîrok û çanda xwe fêr dibin.

Kesayet, dewle serê ziman dizivire nasnamê. Peyamê ji civakê berbi kes ve diçin û yên dixwazin ji kes bigihin civakê, bi riya ziman tên têgihiştin.

Tevayî nirxê heyberî û rewanî yên netewekê ji demê borî gihandî roja me ya îro çande. Nasnama netewî ji aliyê çandê ve tê diyarkirin. Bingehê çandê jî zimane. “Ji ber kû zimanê dibe riya gihandina hest û ramanên ji nifşekê berbi nifşek din ve, bingehê tevayî çalekiyên çandê pêktîne.” Ji ber vê di pêkanîna nasnama netewî û pêşxistina wê de rola ziman mezine.

 

 

Rewşa Zimanê Kurdî û Polîtikayên Bişaftinên...

 

Zimanê Kurdî, zimanê kesê mezin, kesê aştîxwaz û azadîxwaz, kesên gelê di Rojhilata Navîn de çandinî pêşxistîn, kesên xwediyê çanda newlotîk, kesên rê li ber xebitandina hişmendiyê vekirî û buyî bingeha zimanê Cîhanê yê îroyîne.

Zimanê Kurdî kevintirîn zimanê Cîhanêye, ev jî di dîroka civaka Kurd de tê xuyakirin. Zimanê Kurdî ji ber ku xwe palvedide dîroak civaka Kurd, bi derketina mirovahiyê re di dema Neolotik de dema mirovan, bi taybet civaka ku di rojhilata Navîn de weke civaka çandiyê xwe pêşxistî, dest bi jiyankirina asayî kirî yanî ji bo debara xwe, çandinî pêşxistîn vê bi xwe re hizirîn pêşxistine. Ev pêşxistin buye sedem ku dengvedana mirovan pêşbikeve û ziman derbikeve hole. Her wiha ji ber ku civaka Kurdan bi çandiyê ve xerik buye, jêre weke civaka ariyan dihat binavkirin, bi vê boneyê Zimanê Kurdî weke zimanê çandê tê binavkirin û xwe palvedide jiyana xwezayî ya civaka me ya wê demê.   Ji ber ku civaka me di serdema dayîksaleriyê de jiyana xwe bi xwezayê ve dida domandin, çûyîna bav ya nêçîriyê di kesayeta bav de hestê hişt didan çandin û ji ber ku jin jî bi çandinî û pincarbuyînê komkirinê ve xerîk dibûn hasten bi arambuyî li gel hestên dayîkê didan peydakirin. Bi van boneyan hestê dayîkê yê bi aram hêlaye ku di wê serdemê de bandoriya xwe li ser ziman bike û xwe ji zimanê civakê re bike navendek ya pêşketinê. Ji ber ku jina Kurd xwedî taybetiyek wihaye, ji ber wê çendê Zimanê Kurdî xwe palvedide keda dayîkê û zimanê herî xweşik e… vê taybetmendiyê demek dirêj berdwam kiriye û heya derketina civaka hîyareşîk xwe daye berdewamkirin. Her çiqas bi derketina civaka hîyareşik re pêşketin lewaz bibin jî lê taybetmendiyê ziman yên di kesayeta dayîkê xwe mîsogerkirîn hebûna xwe daye berdewam kirin. Piştî deshilatdariya zilam lewazbûnek bingehîn xwe daye pêş. Lê belê bi derketina nivîsandinê re di aliyê ziman de hîn pêşkeftinê misoger xwe daye pêhesîn. Ji bo Sumerî bi têgeha, bizanin ka kê çi aniye perestgeha pêdivî bi hinek pêşdariya dîtin û ji berî zayînê li sala 3200’ê de nivîsandin pêşxistin, di heman demê ji bo nivîsandinên xwe 2200 pêşdarî derxistin. Hevesngî demê bi derketina Huriyan yên weke pêşiyê Kurdan,  di kesayeta wan de çanda Neolotik yanî çanda ariyan heyî, ji bo pêşketina nivîsînê û ziman ji beriya zayînê li sala 3000’ê ji aliyê wan ve, ev pêşdariyên nivîsînê pêşxistin ji 2200’ê digihînin 200’ê yanî rêkûpêkiyekê didin nivîsandinê. Ev di heman demê de dibe bingehê zimanê ariyan û pêştêxin. Bi vê pêşketinê re weke civaka ariyan ji zimanê xwe yê wêjeyî re bi navê zimanê Sansikrîtî bi nav dikin û di hema demê dibe koka zimanê Latînî yê îro. Ev pêşketina ziman roj be roj pêşdikev, pêşketina ziman ji Hûriya destpêdike, Qasî didin berdewam kirin, piştre Gutî vegotin dikin, Mîtanî şirove dikin û Med jî dixemilînin û ji 200 sembolan li 62 tîpan dirawestînin. Awestaya Pîroz pêdinivîsîn. Mînaka vê ya herî balkêş, li gel Awestayê, ji berî zayînê 4000’ê bi heman zimanî 4000 distûrên rêzimanî pê sazdikin û bi heman zimanî pirtûka ku hest û xiyalên zarokan dixemilîne yanî ya Fabilan pê tê nivîsîn. Di heman demê de ew 4000 distûrên rêzimanî yê wê demê ji bo rêziman îro ya Cîhanê buye bingeh. Zimanê Kurdî li gor cihê xwe ji şûr tûjtir, ji pola hişktir, ji tehta pehintir, ji brûskê bi leztir, ji mûyê ziravtir, ji pelpelîkê firektir, ji kulîlkan bi rengtir, ji bêhnê şîrîntir, ji zêr biriqîtir û ji avê zelatire.

Kurdiya ku leza dilxweşa, germahiya, dilbikula, baweriya lehengan, bankirina bavan, nermbûna dilê dayîkan, kîna xeyîdiya, şkandina şkestiya, henekirina bi gêwla, şînatiya ezmanan, zindîbûna avê, lehîstina rohniya heyvê, bi lez derbazbûna tîrêjên rojê bi me dide zanîn. Li hemberî tevahiya zimanan dikare bibe bersiv û dikare hemû hestan bi me bide têgihandin, Kurdiya me ya jiyanê bi me dide zanîne.

Kurdiya me, ya kû me bi hev dide têgihandin, ya kû em di nava gelê Cihanê de ,kirin xwediyê cihekî bi rûmete …

Ciwanên ji me ciwantir xwezî bi we, hûnê bi vî zimanê pîroz ji me xweştir baxivîn.

Her çiqas zimanê Kurdî xwedî dîrokek wiha keven jî lê ji bo vê berhemdariya zimanê Kurdî sûd bigrin û binavê xwe bidin sazûmankirin serî li bişaftinê dane; ev bişaftin ji birina Awsetayê ya Îskenderê Mekedonî despêdike heya roja îro ev bişaftin berdewam dikin. Her dagirkerekê hatî Kurdistanê kêm zêde, bandorekê ya wî ya li ser bişaftina zimanê Kurdî kiriye. Evê rewşê di demê dagirkeriya Ereban de xwe bêhtir daye pêş. Piştî pejirandina olê İslamê rewşenbîrên Kurd, kû bi zimanê Erebî di axivin derdikevin holê. Bi fêrbûna zimanê Erebî ev rewşenbîr dimînin dibin bandora wêjeya wê de jî. Li aliyekê bandora olê İslamê û zimanê Erebî li aliyekî desthilatî û bilindiya hêzên derderdor, li aliyedin jî êrişên sefawiyan, hozanvanên Kurd di nava wan hersê hêzan de dijîn, bê xweyî û bê çare mabûn. Neçardibûn fêrî hersê zimanê biyanî bibin. Ev bi awayek diyar di helbesta jêrîn de wiha tê ziman. Bi çar zimanan hatiye vehunandin.

 

Fate umrî fî hewakî

Ya hebîbî kule hal      

Erebî

Ahû nalim him demim sed

Der fereqet mahû sal

Farisî

Ger benim qanim dilirsin

Çoq den almiş dir hal            

Osmanî

Dîn ebdalbûm ji eşqê

Min nema eql û kemal           

Kurdî

 

Weke di helbesta jorî de jî diyar bûyî, pêvajoyek di kesayet, têgeh û jiyanan civakî de destpêdikir.

Ji derveyî vê Kurdan toreya xwe ya destanî ji di domandin. Di vê derê de têgeha İslamê ya "Cîhat" cihek girîng di giri. Li gorî İslamê cihat tê wateya şerê di rîya olî de, hatî meşandin. Piştî kû Kurdan İslametî erê kirin, giringiyek mezin dan cihadê. Hemû şer diriya Yezdan de kirin. Di van şerande gelek mijarên destanî derdikevin holê. Gelek lehengên weke, sultan Selehedînê Eyûbî derketin holê.  Piştî damezrandina komara Tirkiye, ev êdî ne weke bi awayekê xwezayî bi awayekî mandêlker bi ser Kurd û zimanê Kurdî de çûne. Xwestine bi windakirina Zimanê Kurdî re Kurdan tune bikin. Carnan bi riya dibistanan carnan bi riya reşkirinê, carnan bi rêbazên leşkerî û carnan jî bi qedexeyan ev kar dane meşandin. Ya jib o serxistina vî karî her tişt seferber kirine.

b-Li hemberî politika helandinê pêwîstiya Kurdan ji bo pêşxistina ziman û watedayîna wî bi awayekê bi hev re rabûnê heye. Ji ber em dizanin tûnebûna ziman, tûnebûna civakêye jî. Civaka bê ziman ne civak, zimanê bê civak jî ne zimane.

c- Ji bo pêşxistina ziman pêwîstiyên Kurdan bi gelek rêbazan heye: pêkanîna konferansên ziman ku ji her çar parçeyên Kurdistanê endam tevlî bibin, damezrandina komîteyek hevpar ya ziman û weke biryar her Kurd di nava male de bi Kurdî peyvîn, tevayî belgeyên têne nivîsandin her kes neçar bibe bi Kurdî binivîse.

Her çiqas hin hewldanên biçuk hebin jî lê ji bo parastina û pêşxistina zimanek weke zimanê Kurdî hewldan pir lewazin.

 

 

Di Kurdiya Wêjeyî De Em Gihiştine Ku Derê?

 

Ji herêmê ber bi giştî ve, em dibînîın kû gelek nivîskarên mezin û buhadar, dema axaftinekê dikin di nava axaftinên xwe de peyvên herêma lêhatî dinê bikartînin. Ev dibe sedem kû di axaftinên wan de aliyê newêjeyî derkevin holê. Ji bo kû em nekevin vê rewşê, neçarîn ji devokiya herêmî birevin.

Kurdiya wêjeyî ya kû li tevayî Kurd’an xweş tê, pêwiste bibe armanca me. Ger kesekî nexwenda yan gundî, ji şûna mal "ve" ji şûna axaftin  "şuxilandin" ji şûna çi dikî "kudikî" bikarbîni asayî tê dîtin. Lê belê ger rojnamevanek, spîkerek, wêjevanek van peyvan bikarbîne, cihê hizrîn û rexnekirinêye. Kesên baş perwede dîtî, zimanê wan yê axaftinê xweşe. Perweda baş bes di jiyê biçûk de ji malbat yan ji dibistanê dibe bigre, wek fêrbûnek xirab di jiyê mezin de sererastkirina ziman zehmete.

Di roja me ya îro de taybetmendiya herî lê tê gerandin axaftina rast û xweşe. Ji ber wê kors tên vekirin û gelek mirov ji bo şaşiyên xwe yên axaftinê rakin, tevlî van korsan dibin û di van korsan de perwedê dibînin.

Di serî de rêveber û mirovên kar, kesê dixwazin di karê xwe de serkeftî bin; dikin armanc kû zimanê xwe baş bikarbînin. Di axaftin û nivîsînê de hewldide kû zimanê wî bigihe pileyek bijartî, di vê riyê de hewldana zêde dikin. Ji bo bi bandor, xweş, rast û durist baxivin, divê bibin guhdarek baş; dibe kû heroj, di temaşekirina televizyonê de, di guhdarkirina radyoyê de, Kurdiya wêjeyî bê bihîstin. Guhdarek baldar kêmasiyên xwe yê peyvan dikare ji holê rake, di nava vê xebatê de li şûna peyvên rast bên bi cihkirin, li cihekî bê nivîsîn. Li hember neynikê, ev peyv bi dengek bilind bên xwendin.

Cûdabûna devokî bi gotinên di demên pir biçûk de ji axaftinên dê ,bav û mirovan girtî derdikevi holê, ji ber vê dema ew kesê ne weke me baxivin gunehbar bibînin, nêrînek pir şaşe.Tevgerên bi vî awayî, di têkiliyên me de rêzdariya beramber têxin metirsiyê û li hev xweş nêrînê ji holê radikin. Em nikarin tu kesî ji ber weke zimanê çandê naxivi şermezar bikin; lê kesê di vê mijarê de xizim yan heval pêwîste em arîkariyê jêre bikin.

 

 

Doza Keçika Biçûk, doza rûmeta civakê ye…

 

Mamosta Medya’ya bi biçûk her çiqas keçikek biçûk jî be evîn, vîn û xwesteka wê ya ji bo zimanê wê pêşketî hestyariyek bê dawî li gel mirov dide çêkirin. Her wiha eve demeke di mala xwe de waneya zimanê Kurdî dide ev jî ji mezinbûna doza civak Kurd diqewime, dîsa resenên ji kevinbûn û xwezayî bûna li gel zimanê Kurdî pêkhatî dide diyar kirin. Ez weke mamostayekê bi vê helwesta Mamosta Medya pir bibandorbûn û bi van boneya min sergotarek wiha li mijara xwe kir.

Li Kurdistan’ê doza herî girîng ya çandê bê guman doza zimane. Ew ji beriya hemû dozan tê. Ger ev neyê çareserkirin, derfetên çareserkirina tû dozên din çênabe. Ji ber kû bi riya ziman hest û hizirîn ji nifşan heya nifşan, ji mirovan ta mirovan radigihîne, di hemû çalekiyê çandê de tê bikaranîne. Mirov bi riya ziman xwe palvedide ziman, dihizire, bi riya ziman zanînan bi dest têxe, netewbûn, civakbûn û piştgirî bi ziman çêdibe. Her wisan doza Medya biçûk ne li wê hatiye vekirin, li nirxên civaka me Kurdan hatiye vekirin.

Ji ber ku hêz, hebûn, sembola civakek zimane. Ger gelê me heya niha hebûna xwe paraste be û gihişte be qonaxa îro ya Cîhan’ê, di serî de bi riya axaftin û karanîna zimanê xwe kariye xwe li ser piyan bigre. Ger Medya biçûk kariye xwe li ser piyan bigre dewle ser zimanê dayîka wêye. Ez  vê tenê vê doze weke doza Mamostaya biçûk nabînim; zimanê xwe weke bi giyanekê rêkûpêk, bi nazdarî, xurtkiriye û xemilandiye. Di jiyana bindestiyê de, ziman weke bêhna bijûn, her awayî ji bedena xwe dûrnekiriye û henaseya jiyana xwe pêve kêşaye

Îro ka çawa nifşên ciwan ji bo civakekê hebûnek bi nirxe, her wisan jî ji bo tû dahatûya vî nifşê ciwan ji bandora hêzên biyanî biparêzî, divê em zimanê xwe li gel hemû taybetmendiyên wî yên çandî, biparêzîn.

 

 

Têkiliya mirov bi nirxên xwe yên Netewî re...

 

Dema mirov nirxên neteweyî tîne ziman, tê xuyakirin ku ew taybetmendiya mirovatiyê diyar dike. Ji ber wê, dema em gotina ziman yan çand û huner dibêjin, wê demê em nasîna mirov xuya dikin, ku ew bikaranîna ziman dikare bikeve her qada jiyanê û xwe bide naskirin.
Neteweyên cîhanê li gor pêşketina van tiştan (ziman, çand û huner) xwe bi pêşve dibin û xiyala pêşerojê çêdikin… Ziman, çand û wêjeya netewekî hebûna wî netewiye û mirovê ku zimanê xwe, çand û toreya xwe winda bike ew bi xwe jî winda dibe.
Tê xuyakirin ku mirovatî di pêvajoya pêşketina xwe de, di gelek qonaxên dîrokî de derbazbûye û di encama van pêvajoyan de bîr û raman, zanîna mirov xurt û dewlemend bûye û tevlî serpêhatiyên wan bibû destûr û çandiya jiyan û têkoşîna wan ya civakî li hemberî xwezayê.
Çand tê wateya serhevhatina raman, zanîn û serpêhatiyên mirovatiyê, di warê civakî, aborî, hunerî û zagonî de; şaristanî bi pêşketina çand û zimanê netew digihe asta xwe ya bilind, lewra şaristanî ewe ku bûye encama kar û xebata netewekî yan gelekê ji gelek netewa û nîjadan pêktê. Ji bo pêşxistina rewşa jiyan û civaka xwe bi şêweyekî rêbazane di hemû aliyan de û li ser hemû asteyane.
Şaristanî karekî giştiye yanî hemû kes û endamên civakê alîkarin; di avakirina şaristaniyê de lê rola navend û herî girîng û sereke dimîne ya xwendekaran ku ew pê re dibin serdarê vê civakê. Ew kesên ku kar û jiyana wan divê tenê bibe rewşenbîrî, yan ewin yên ku bi riya raman û xwedîkirina li ziman, çand û hunera xwe, zagon û perwerdên raman û jiyanê datînin û pêre nirx û pîvanên xweşikbûn û bedewiyê sazdikin û wisa em dikarîn bêjîn ku her şaristaniyek çandeke lê her çandek ne şaristaniyeke, ji ber ku çand tê parçekirin,  ziman û çandeyên çînayetî, herêmî û olî jî hene lê şaristanî bi ramana xwe nayê parçekirin û van (çand, ziman û hunerên cuda) hemû di çarçova xwe de dicivîne. Lewra şaristanî kûr û firehtire ji aliyên wateyî û naverokî, û heya ku gelek bigihe şaristaniyê û şopek li ser rûpelê dîrokê bihêle, divê ku xwendekar yan kesên ronakbîr hîn bêhtir rola xwe bilehîzin û bi gelê xwe re bibe paydar ji bo pêşxistina vê şaristaniyê û dîsa jî em dikarîn bêjin ku çand bê gel nîne û gel jî bê çand nîne, ji ber ku çanda mirovê zane yan kesê xwendekar neynika gele û çand bi xwe neynîka jiyanêye, şîn û şadî, huner û wêje, ol û baweriya civaka her gelî diyar dike. Ji me re baş diyar dibe girîngiya nasnameya çandî li cem her gelekê yan her xwendekarekê ji bo parastin û berdewamkirina hebûna xwe weke mirovek yan netewek serbixwe û heya kîjan radeyê xwendekar yan rewşenbîr dikare rola xwe bistîne ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî û hunerî. Tişta kû divê neyê jibîrkirin ewe ku çand, taybetmendiyên xwe ji zemîn, xurist û şêweyên jiyan û ramana gelê xwe distîne.

 

  

MAMOSTA XATUN KARA