|
|
Wêje Giyana
Civakê ye
Beşa-II
Ji
Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd
Bedewiya Şoreşê: Wêje
Şoreşeke bê wêje
dişibe mirovekî tazî, bi kîretî dimeşe. Wêje
bedewiya şoreşê ye. Şoreşeke bêwêje dişibe
mirovekî kirêt. Wekî nanê bêxwê, wekî mirovekî
nizane cil û bergan li ber xwe bike, wekî
mirovekî nizanibe xîtabekê bike. Li gor dîtina
min, wêje xîtaba şoreşê ye. Bi qandî ku gelekî
hewce ye, her wiha gelekî jî dewlemend e. Gelek
kêmaniya jê dibe. Hindekî jî ji ber vê yekê jê
re edebiyat tê gotin, lê bi piranî edeb e. Wêje
bi giştî ji bo şoreşê hewce ye. Lê ji bo şoreşê
edeb hewcetir e. Şoreşa ku xwe venegerîne wêjeyê,
dikeve nava kêmaniyeke mezin. Dibe ku şoreş
bêwêje xwe bide meşandin, lê wêje bêşoreş nameşe.
Wêje ziman pêş dixe
Pêşvexistina
hezkirina Kurd û şêwaza jiyana Kurd sereke
peywirên wêjeya Kurd e. Balkêşkirin, xweşikirin,
wêrekirin, û da ecibandina jiyanê, sereke
peywirên helbest, wêne û muzîkê ne. Lûtkeya wê
evîn e, bêguman ger em bikaribin pêk bînin. Ez
li dij evînê nîn im. Berovajiyê wê, wekî hêza
afirandêr a mezin ez xwe dinirxînim. Hûn dê
bibêjin çawa?
Çawaniya wê kêm
zêde bi vî şerî ve hatiye bersivandin. Ez
naxwazim bi hêsanî dev ji vî gelî û van axan
berdim. Ji bo vê yekê li dij dijmin şerekî
dijwar hewce dike. Êdî nivîskariya wekî Ehmedê
Xanî jî bes nake. Qraliya ku wî daxwaz dikir,
carna ez dihizirim, dibêjim ev yek jî bes nake.
Divê ji aliyekî ve em Memê, ji aliyekî ve jî
Zînê biafrînin. Dem bi dem ez xwe wisa lê dikim.
Wekî din mirov nikare çareseriyê peyda bike.
Afirandina bûyera Kurd, evîna Kurd, wêjeya Kurd
misoger bi bersivandina van pirsan re pêwendîdar
e. Niha mirov bi hêsanî nikare bibe wêjevan,
çawa ku nikare bi hêsanî bibe şervan, bi hêsanî
nikare bibe xwedî edebekî jî. Edeb bûyereke
gelekî cidî ye. Ji bo afirandina edebê, divê em
pêwendiya Kurd çareser bikin.
Armanc yekitî
ye
Min ji berê de
gotibû, ka çima bûyera Mem û Zîn ewqas zor pêş
ketiye. Di wê derê de ezmûneke evînê heye. Hinek
zorê li pîvanên feodal dike. Di bingeh de ev,
bêriya şoreşa neteweyî-demokratîk e. Dibe ku di
mîrên Cizîrê de bûyereke wisa qet derbas nebûbe.
Lê Ehmedê Xanî yekitiyê dixwaze. Tunebûna
yekitiyê di navbera feodal-mîrzadeyan de, va ji
hikumdarên Ecem,
Ereb nizanim Bîzansiyan re derfeta mêtîngerî û
dagirkirinê dide. Di salên 1600’î de rewşa
Kurdan a dewletbûnê û avakirina destpêkeke
netewbûnê heye. Bi îhtîmaleke mezin
feodal-mîrzade û mîr, li pêşiya vê yekê asteng
in. Çareseriya vê dixwaze di wêjeya Mem û Zînê
de nîşan bide. Naxwe kurekî mîr û keçeke mîr bi
rihetî dikarin bizewicin.
Ev zor nîn e.
Jixwe di wan sedsalan de, bi tevahî zewacên di
navbera mîran de wisan in. Hemû zewacên
tebeqeyên jor, zewaca kurên mîr û keçên mîran in
û tu zorî jî nîne. Di bingehê hev xurtkirinê de
hê jî çêdikin. Li vê derê rewşeke derîpîvan; li
ser mîran, bi gor vê qonaxê ku yekitiyeke jor an
jî bûyîna dewletekî re nebûna xwesteka zordayînê
ye. Va li pêşiya vê pêşketinê, ew mîr bi xwe
asteng in. Ehmedê Xanî vê yekê pir aşkera dibîne
û dixwaze bi destana Mem û Zînê vê yekê şênber
bike.
Evîneke zor e.
Çima evîneke zor e? Yekitî pir zor e, dewletbûn
pir zor e. Ji bo pêkanîna vê, pêwîst e ev evîn
wê mîrîtiyê birûxîne.Ger ku pirtûkwere xwendin
dê were dîtin ku, daxwaziya yekitiyekê heye.
Divê gelek rêpîvanên kevin werin hilweşandin.
Gelek fitne û fesad hene; ji bo rakirina van a
ji rastê, hindek azadî pêwîst e.
Serkeftina
evînê serkeftina gel
Min got, divê ez
serkeftina evînê biafirînim û ez diafirînim.
Serkeftina evînê, serkeftina gel e. Hemû hewla
min ji bo pêkanîna evîna Kurd e. Ez ne li dijî
zewacê me, ger tu tiştekî bikî, divê tu bi evîn
û hezkirinê çêbikî. Evîn gelê me ye û emê ji nû
ve bidine afirandin. Hinek Kurd hê ji niha ve li
ser mirinê hindek lîstokan saz dikin. Heke Beko
tunebana, me ji zû de serkeftin bi dest xistibû.
Ji mirina min, a yekemîn dijmin, a duyemîn jî ev
Beko berpirsiyar in. Ez li ser sewdaya Mem û
Zînê, ji nû ve şîn bûm. Ez dijîm û xwedî tol im.
Bila her kes hesabê xwe baş bike. Ez ji egîdiya
xwe nagerim, hesabê dipirsim. Divê Kurd jî hinek
tiştan fêm bikin. Bekoyên me pir in. Heke em
fersendê nedin wan, em dikarin bi ewqas ked û
xwîna pakrewanan ve bibin xwediyê jiyana mezin.
Zilamê Kurd di bin navê namûsê de nasnameya jinê
girtiye. Min vê baş fêm kir. Dema ku keç dibe
jin, nasname, ziman û xweşiktî ji dest diçe.
Wekî ku di destana Derwêşê Evdî de tê dîtin;
Edûlêxwedî nasname, evîn û hêzê ye. Ji serê
tilîkan hetanî mûyên porê xwe xweşikbûna xwe
diparêze, va ye evîn! Niha dema ku mirov van
dibêje, dibêjin eyb e. Naxêr, ev Kurd e,
binasname ye û em nikarin dev ji vê berdin. Jina
bênasname nabe, jiyana bênasname nabe, egîdî
nabe.
Ev felsefeya
Ehmedê Xanî û Derwêşê Evdî ye. Vaye, ji bo vê bi
hezaran keçên me xwe şewitandin û gihîştin evînê.
Min bi stranekê dest bi vê xebatê kir. Niha
hinek kesayet xebatên min nas nakin.
Hûnermendekî ku straneke baş diafirîne, li ba
min ji sed fermandaran hêjatir e. Ez dizanim ka
kîjan baştir e. Ev tiştekî wekî sedî sed li
hedefê xistin e. Dema ku min dest bi van xebatên
xwe kir, min got beriya her tiştî divê ev dengê
Kurd qut nebe. Ya duyemîn, min got divê keç wisa
bi hêsanî ji dest dernekevin.
|