* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Wêje Giyana Civakê ye
 

 

 Beşa-II

Ji Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd

Derwêş û Gerîla

Divê ev çarenûs bihata guhertin. Min got, ji ber ku ewqas xwîna pakrewanan heye. Li derdora min mirov yek bi yek xwe dişewitînin. 1500 siwarî û gerîlayên me yên ku bi dilêrî şer dikin... Min got, xwedayo ev yek bi serê min de jî tê. Dema ku Quran tê xwendin çawa tê guhdarî kirin, vaye min jî wisa ev deng guhdar kir. Min got, îman ev e. Di vir de kirûyên hunerî yên mezin hene. Bûyer ewqas bi hev ve girêdayî ne ku tenê yên ku hene dikarin vê yekê fêm bikin. Welatparêziyeke mezin heye. Ev, dilêriya gerîla, ya îroyîn e. Derwêşê Evdî gerîlayekî mezin e. Edûlê jî...

Jixwe gelek hevalên me yên jin xwe dişewitînin. Di bingeha vê de ya Edûlê evîneke mezin e. Dibêje, “filan paşe min dixwaze, lê ez tenê ji Derwêşê Evdî hez dikim. Ger ev jî nebe, ez a gora tarî me.” Ev rêgezên hezkirinên Kurdan in. Egîdiya mezin e. Derwêşê Evdî ne radestê Tirkan û ne jî Ereban dibe. Ev welatparêzî ye, serxwebûniya mezine. Him evîna xwe dinase û him jî dijminê xwe.

Li ser vê yekê min ji hunermendê me Diyar re got, “heke hûn bi şerê mezin re nebin, a ku hûn dikin sextekarî ye!” Min jê re mînaka evîna mezin a Derwêşê Evdî nîşan da. Tu kes ne wekî Edûlê, ne jî weke Derwêşê Evdî dikare bibe xwediyê evîneke mezin. Şerên wan jî mezin in. Vaye, destana Kurd, vaye evîna Kurd. Ma em ê çima van ji bîr bikin? Evîna Edûlê evîneke mezin e. Tu hunermend nikare wekî ku Edûlê Derwêşê Evdî pênase dike, pênase bike. Ez nikarim ji wan kesên ku nikarin vê pênaseyê bi îro re girê bidin re bibêjim hunermend. Ez ên heyî înkar nakim, lê ez nikarim Edûlê jî înkar bikim. Ger Edûlê bê înkarkirin, mezinahî û evîn pêk nayê. Ev gotinên mezin in. Giyana Kurdan e. Tu van ji bîr bikî û ji xwe re bibêjî ez hunermend im, hozan im, ez ê ji te şerm bikim, nikarim te bipejirînim. Gotin, newa û bûyer ewqas di nav hev de ne ku, ez hizir nakim di tu gelên din de peydabin. Evîna Kurd hetanî ku xwe neşewitîne nikare bi ser bixîne.

Bermal, Rojbîn û Binefş

Vaye, di pêvajoyên dawî de sê keçên me xwe kirin bombe. Yek Bermal, yek Rojbîn û yek jî Binefş bû. Ev keç keçên evînê ne. Bi hezaran ciwanên Kurdan xwe wisa şewitandin. Çima wisa dibe? Yek; evîna Kurd ji qurmê xwe ve, ji nû ve şîn dibe. Ya duyemîn jî ev hemû bi navê min pêk tên. Niha ezê çi bikim? Divê ez bi serbixim ku carek din Edûlê û Derwêş, Mem û Zîn xwe wisa neşewitînin. Hemû destanên Kurd bi evînê dest pê dikin. Berxwedêriyeke mezin û piştre jî bêçareyî. Vaye, destan wisa diafirin. Di van destanan de yekitî tune ye, şerê Kurdan bi serkeftinî nayê birêvebirin. Xiyanet heye û bêşensiya herî mezin jî dijmin hêzdar e. Ya ku em dixwazin di vê sehayê de bidin pêşxistin, esas gelaleya romaneke şoreşgerî ye. Em dikarin bibêjin ji pêvajoya qetandina korgirêka ku di civaka Kurd de hatiye çêkirin û pêvajoya ber bi rizgariya nû ve bi romanê hunandin ango bi romanê anîna ziman e.

Roman û Çawa Jiyîn

Bersiva em ji ‘Çawa Bijîn’ re bidin di wateyekê de dibe roman. Em raveya şoreşê ya bîrdozî, polîtîk û leşkerî û dîsa stratejî û taktîkê bi pêş dixin. Her wiha pêşketin çêdibin û diçin. Lê di heman demê de ger ku em pirsa “dê jiyana şoreşger çawa be’’ nebersivînin, wê demê em ê şoreşa xwe, ji pêşketina giyanî ya girîng û ji teşeyê libatê pêmen bikin û eşkere ye ku ev nabe saxlemiyek. Lewma ji bo milîtaneke şoreşger pirsa ‘Çawa Bijîn’ sotîner e. Jixwe têkoşîna rizgariya neteweya ku di bin serokatiya partî ya me de pêş ketiye, xwe li hemû civakê alandiye, tenê ne ji bo milîtan, ji bo hemû takekesan şêwazeke jiyana şoreşger, ka çawa pêwîste bê peşxistin, bi qasî nan û avê bi mîsogerî aniye halê pêdiviyekê.

Di nava civaka me de paşdemayînên mezintirîn û xirabûnên libatî hene. Dema têkiliya vê bi mêtîngerî, dagirkerî û dîsabermayên çerxa navîn ve werin kolîn û dahûrandin, dê bê dîtin ku ka çiqas têkilî û jiyanên werin hilweşandin û li hemberî wê bertek  bêraberkirin û dîsa di şûna wan de ji têkilî û teşeyên jiyana nû ku bê afirandin, ewqas pêdivî pê heye. Vaye roman, hindek jî di navbera vê duseriyê de hewldanê diderbirîne. Têkilî û teşeyê jiyana ku pêwîste bê derbaskirin, têkilî û teşeyê jiyana pêwîste bê parastin lêkolîn û lêpirsîn dike, didahûrîne û ji nû ve ava dike. Ev yek ger ku teknîka hunerê baş bê karanîn, di wê rêjeyê  de, wê ji şoreşê re tevkariya herî baş bide berpêşkirin. Tebî dema ku têkoşîna me ya şoreşger dibe mijara gotinê, rasteqînên dîrokî yên şoreşê, teşegirtina civaka ku xwe li ser radigire, bi taybetî li ba pêvajoya dîrokî ya nêzîk rasteqîna ku îroyîn dijî û aliyên pêşketinên dibêtî ku pêgirênirxandina asteke nêzîkê zanistiyê bê kirin û ji romanê zemînekî wisa bê berpêşkirin, em dikarin bêjin ku  pêdiviya romanê divê pala xwe bide ser binyada rasteqîna sosyalîst.

Roman tevkarê şoreşan e

Roman, hewl dide ku pêşketinê di asta hunerî de pêş bixe. Ev hem berhemeke pêşketina şoreşî ye, hem jî ji bo pêşketina şoreşgerî teşeyekê dide. Her çendî ku bi helbest, muzîk û wêneyan şoreş pêk nayên jî, ji bo pêşxistina herî cewherî ku dê roman jê re tevkariyekê berpêş bike bêguman e. Gelaleyê kêm zêde rengdayîna vê ya naverokê jî ji xwe re kiriye armanc. Di bingeh de tîpên hîmî mijara gotinê ne, lê heke ku em gelek tîpan bidin axaftin dê kelûmel bêtir dewlemend bibin. Lewma bi neqandin yanî bi gihandina sentezekê roman dikare pêk bê. Em li hember kîjan jiyanê bertek nîşan didin û ka em bêriya kîjan jiyanê dikin, tê lêpirsîn. Roman di nava van têgînên hîmî de pêş dikeve. Di aliyê din de bi lez pêşneketin û nehatina halê milîtaneke şoreşger, ka çi diderbirîne? Ev lêpirsîn ji bo pêşxistina şoreşê bi her awayî daxwaziya tevkariyê tê kirin.