| |
Wê
kulîlk jı rojê mehrûm nemînın
|
Bela perperîk hêvıyê min
bixemilînin li ser rûpelê kulîlkan.
Bela xalxalok
xweziyê min bixwere bifirînin.
Bela bilbil
awazê min bixwînin…..
Îroj wê kulîlk
ji rojê merhûm nemînin,wê bilbil bi gulê xwe şabibin.
Afrînerê jiyana
azad……..
Bi te min azadî
naskir,û li pey te ez meşîm. Bite min jiyan dît,û bi
xeyalên tere min jiyankir. Bê azadî jiyan bê wateye,û
bêy te jiyan qet tineye.
Ger tu jiminre
rêberbe,ezjî şopdarê şopên teme,gav bi gav dişopînim
şopên te. Û ger tu jiminre pêxember be,ezjî hewariyê
teme,û ezê tucaran nebim yehûda li hember îsayan.
Rêberê min,evîn
perestê jiyana azad…….
Bite ez dibim
çakûçê hesinkaran,di destê melayketê ahûramazdan de,li
ser serê neviyên ahrîman. Êdî wê bekojî nikaribin min ji
xeyalên te dûr bixin,çinkû di eşqa evîna tede pîr bûme,û
mîna evîndarekî pêxwas li pey te dimeşim. Minjî li ser
axek qelişî mîna derwêşan ji tasa xwînê vexariye.
Ger mîna eyûban
kurm dilaşê minde bi hêlîn bibin,ger tîr di laşê minde
şîn bibin,ger bibim termekî bê ruh di axek sarde jî,wê
tukes nikaribe min ji xeyalên te dûr bixe…ne penaberî,ne
koçberî,û nejî xerîbî. Çinkû hûnbûn yên ku jiyan bime
dane naskirin,û em fêrî felsefeya azadiyê kirin,hûn bûn
bime dane xwendin “Heqîqet eşqe,eşq jî jiyaneke azade” .
bi te me azadî naskir,û deftera tey azadiyê yek bi yek
rûpelê wê qulipandiye.
Ji lewmajî…….ezê
bi tiliyên xwe kor nekim çavên xwe,û bi destê xwe
nekolim gora xwe.
Îroj çarê nîsanê
ye……….
Ezê şêst û yek
mûman li ser dîwarê dilê xwe biçînim,bela çira wê ronî
bike ramanê min,bela geş bike bihişta min.
RÊBERÊ MİN…….
Êdî bite ez heme,û
bêy te qet tıneme.
Xemgîn Karataş
|