|
Tu
pênûs nikarin hestê şervanekî binivîsin. Rûpel jî tenê
benda peyvan in û sernivîs in. Ji ber vê yekê naveroka
hestên şervanekî pir tîjîne. Tevahî kêliyên tên jiyîn di
quncikên raman de dimîne. Pênûsa min û rûpelên lênûsa
min, tenê ji min re dibin şahidê çarenûsa min. Ew ê jî
ez ê binivîsim.
Rêwî me… Li her devera diçim êdî
şûnekî kevnare yê bîranînên min e. Di dehla dilê xwe de
min veşartibûn ev dîmenên resen. Tovên vî rêwîtiyê ji
serdemên bê navnîşan de hatibûn çandin. Bêhna gulên
xwînê pêçaye her dever. Bêhnek tuj û giran.
Rêwî me… Şopên min hîna jî qaçax
in. Mîna çîrokên dayika min. Li min digerin û ez jî li
xwe digerim. Û di kerba qedexeyên bê sînor de rêwîme.
Çiya û zozan, dol û newal, teht û zinar bûne hevalên
min. Av û rûbar, çem û kanî bêdengiya min dinexişînin.
Tenê dostên dilsoz dikarin şiverêyên rêwîtiya min
bibînin.
Rêwîme… Her devera diçim, dibe
bendek ji helbesta jiyana min. Ji lêvên min ên mat
beytên bê arûz dirijin. Tenêtiya min ji nişkê ve dibe
strana demê û bê dem dibe tenêtiya min. Ji min re qala
şervanekî dike.
Rêwîme… Çavên min li şopa şervanekî
digere. Boxçek ji mîrasa wî li ber çavê min dikeve.
Xweliya demsalan ser pêçaye. Nixûmiye jêmahiyên wî di
dema çûna wî de asê maye. Wêneyên wî yên dem di rûçikên
xwe de cemidandine, bûne yara hêliyê. Wêneyên berxê
dayikekî. Serbilind e, mîna egîdekî disekine.
Destnivîsîn xwe yên çend roj ji temenê xwe li nav kefya
xwe de pêçaye. Neynika piçûk a berîka xwe de, kî dizane
ka çend caran li rûyê pêşerojê mêze kiriye?!
Rêwî me… Hê gelek rêya
min heye. Rawestgahên wendayî digerim. Ez dizanim. Hê
gelek şervan hene li ser rêya min. Yên di kerb û rikê
dema nediyar de, nasnameya xwe parastine. Ber bi
bêdawîbûnê ve meşiyane. Ew şervan in.
Zeyat Brusk
|