| |
Bedewnivîsek
bi êş a li ser Mezopotamyayê
|
Em
ji kişwera Şamaşê por rojîn tên. Bêdengiya me di hundirê
me de bû rûbar.Em veke şeytanokên ber behrê di avê de
dixeniqîn.Ne xaniyekî min û ne jî bajarekî min ê ez lê
êş û azarên xwe binivisînim tu caran çênebû.
Ax!Mezopotamya ax! Kaniya derd û kula. Emrê min bi
bêrîkirina te bihurî. Janên min ê qeşa girtî li hêviya
helandinê ne. Wa ye!
Osis, ji rojê wê de çavê
xwe dikirpîne.Dem herikîna şêrîn a di hundirê min de,ez
ji çûkên Îsîs nuçeyan dipêm.Me di zarokatiya xwe de
çîqolat nexwar.Di şûna wê de me ji xaniyê malê (kiler)
şekirê çayê didizîn.Rojên dîtina girtî û hepsiyaran ji
me re ji rojên cejnan çêtir bûn. Me tirsên xwe ji
xalxalokan re dipispisand. "Kêzê bazde leşker hat!" pişt
re me fêm kir ku em reşikên welatên xwe ne.
Min berdin! ez dixwazim
bi peyvim,bi peyvim...çiya û bani teyr û tilûr çêtir bi
min dizanin, ji min fêmdikin. Dema ku perdeya êşê ber
çavên min digirt, hûn li ku bûn heyveronikiyên heyvê(!)
Hûn dibêjin em bajarên mirinê dinasin;lê birastî hûn
nizanin!
Hûn nezaniya xwe jî
nizanin.Gava ku em digiriyan û me reş girêdida ,we av li
agirê dilê me dikir û dû jêderdixist.Dixwazim bibim
rûbarik û biherikim behrekê.Divê ez bibim ez.Dixwazim
bişewitim, bila dûxan ji min neçe.Waye rojê Osis li
qeydê xistiye:Osis wê bi nêrînên xwe yê rûsipî bi helma
xwe ya agirîn wan qeydan bihelîne.Gelo şerê ku bidawî
nebiye heye? Wek agirê tim pêketî.
Ah Mezopotamya ...rêya
berbi Xwedê;Lê Xwedê me nabîne ku...
Keleha min dişibe
masîkartuxkê.Çar deriyên min mor nekin.Dildarî ke mezin
dibe. Ew hût ên hov dixwazin birêşên(filiz) ku her carê
ji nû ve şîn dibin dapejinînin. Dema ku em xumîniya
fîr'ewnên ku kujyarên zarokan xwedî dikin dibihîzin
xwedê dizane em çiqas dibizdin. Ez ên ku fîtika mirinê
ji min re lê dixin, her şev dibînim. Rû û rûçikê wan
naxwiyin ! dengê wan jî...
Zerî esmeriya diya min a
ku di sorgeweziyê de diheliya û dikir miremir û; "di pey
her tengasiyekê re firehîkek he ye" digot. Ey delala
dilê min a li dûr! pişta xwe nede min. We re dema ku roj
li ber avabûnê ye em rûyên xwe di dîwarên bedenan
bidin.Ku boranxane nemabin jî; siwarên ku li ser milê
wan kevok û behna çiyê ji wan tê, wê dîsa ji geliyê
Tigrîs derkevin û winda bibin.Pişt re ew ê li xaniyên li
bin sûr a destmalê libakin, em ê jî dîlanê bigirin.Heyv
weke her car bi serfirazî li me mêzedike hişş be! Bila
bizûzê (sûs,güve) yezdanên depîn zêde nebin...gelo gelê
Helen ji ava me ya pîroz vexwarin? û ROJ nedîtin...Ku em
dereng jî mabin qe nebe me roj dît.
Ax! Mezopotamya ax !
kaniya derd û kula, tu di singa xwe de ronahîyê û taca
bûkan vedişêrî...
|