|
Tenê êş bûm
Di awurên çavên jiyanê
de
Bi têgînên bajaran
Dihatin jiberkirin
Nikarîbû bê ravekirin
Şadî
Bê çi ye, çawa ye
Di lawaziya bendê gotinê
de
re ji xwe dest pê dikdir
Her dem pirên ji janê
Dihatin pêşberî hêviyên
Ku tenê di kêliyan de
Per li xwe dixistin
Piştre bê per bê bask
diman
Di demek wisa de
Lêgerînên çima wisa ye
Dihatin kirin
Serdem dihatin
nîqaşkirin
Hesap pirsînên ku di
xewnên
Şevan de
nedihatin bîra kesan
di rehên jiyanê de
Diketin tevgerê
Nav lê dihat kirin
Partiya Karkerên
Kurdistan
Rojek ji Rojê ronaktir
Bi tirêjên xwe
Têgîrên jibîrkirî
Tirs û şerma serdema
radikir
Wêrekiya bi exlaq
xemilandî
Vînek ji şitlên
Kurdistan
Dida şervanên xwe
Rêber Apo bû
Afirinerê jiyana me ya
pîroz de
Dida fêkirin
Serpêhatinên di axina
zeman de
Vedibûn pelên dîrokê
Para xwe distandin
Ji tîrêjên Rêber Apo
Li dengê fermandarekî
Ji artêşa Apoyî
rast dihat dem
“An em ê bi serkevin an
jî wê dîrok me lanet bike”
Şadiya di deman de
veşartî
Bi bayên 27’ê Mijdarê
Xwe li bendên zalima
dixist
Dibûn PKK, dil
Dibûn PKK, can
Dibûn PKK, her hênaseyek
29.11.2009
Yekta ŞOREŞ
RÊHAVELÊ ME
Tu niha li çiyan
Ji demsalê payîzê di
jî
Kendalên kûr
Ku ji hizrên dojehî
em ji hev kirin
di nav agir de
histin
Stêrka şivanan
Tê digot
“Bes e êdî efsûnên
li paş
Tirêjên rojê ku
remla
Ji çarenûsa me re
davêjin”
Payîza ji habînê pir
cewaz
Şadîdê lerîzîna min
a berbangê bêyî te
re
Te qeda li
pêşdaraziyên
Lêvên bi ixanet
dikir
Li te digerim
Bi şev û roj
Di tenhatiya xwe de
Riya te dişopînîn
Dilê min ê ji serma
payîzê
Keşa digre
Bi xeyalên te dihilê
Lê çi bikim
Ber bi xemên
veqetînê diherike
Êdî ne kenê li pişt
rûyên xapînok
bandorê dikin
Ne ji verşandina
dûjina
Tenê dilopên ji
veqetinê
Û
Kenê di hizrên min
de
Sar bûne min
dêşînîn
Erê strana di lêvên
terikî de
Bi bayê çiyan ve
herikî
Erê awirên kûr û
dirêj
Hizrên ji tariyê dûr
Rêhevalê me
Tu çû yî
Ber bi tîrêjên rojê
ve
Di rûyên te yê
hinarkî de
Ken mîrate be
Heta hetayê j ite re
29.09.2009
Yekta ŞOREŞ
EVÎN
Evîn çawa evîn e
Di her hênasa
kêliyekê de
dihelîne
Û di her dilekî de
Dilop dilop xwe dike
yek
Di asîmanê şîn de
Jiyanê ji ber xwe
dibe
Ev çawa evîn e
Di her şaneyeke
kulîlkekê de
Şitlên rûken
Şitlên Egîd
Di nava xaka welatê
min de
Ji çirûskên vejinê
Hêviyan distirîne
Dibe evîna Kurd
Di dergûşa Kurdistan
de
Di lêvên dayîkekê de
Bi destanên şervanên
Apoyî
Tê mezin kirin
Ji siberojan re
Diheje dergûş
Dikene evîn, şînê
şadiyên
Evînê vedixwe
Bi serbilindî mezin
dibe
Diçirisine evîn
awazekê
Weke deryayekê şîn,
Weke rojê ronî
Cangariye ev evîn
Ji bo Kurdistan
Ji guliyên qîrîna
hezar sala
Hatiye hûnandin
Bê tir bê guman
Evîneke bil ez e
Leza ber bi Rêbr Apo
ye
Serê rêhevanên xwe
bilind kirin
Gihandina stêrkan e
Mêvantiya ji heyvê
ji heyvê re ye
Her şev her kêlî
Xwe bi qûrban kirine
Ji bo Rêberê xwe
Çûna li ser mirinê
ye
Bi dûrişma bi
tililiyan
Pêşwazikirine
şehîdên xwe
Di hemû demsalan de
Jiyankirina biharê
ye
Ev evîn
Evîna şehîd Lewend e
Di her dest dayîna
Dîroka partiyê de
Mêvanbûyîne ji Rêber
Apo re
Di her peyvek Kurdî
de
Evîna şehîd Çîmen e
Dengvedan dengê wê
ye
Li Qendîl
Govend girtina wê
û şagirtê wê ne
li Qalatuka
ev evîn
bilindkirina ala van
e
Heta roja serkeftinê
09.10.2009
Yekta ŞOREŞ
QÎRÎN
Biqîrîn! Heya ji we bê
biqirîn. Heya ku dengê, dengê kêrên kesap li ser çerxê
bişke biqirîn. Heya berê çeka nêçîrvan li ser we bê
biqirîn. Heya ku ceylan, Oxur,Erdem Aydin û yên gelek
wekî wan bibin hedefa nêçîrvanan: Qesabin dewletê kêran
li ser me tûj bikin wê gel biqîrî.
Jiyana azad ne
xeyalê. Ji devê Aram’ê Tîgran, qîrînek hedî hedî derket.
Çekan bikin tenbûr û bilûr.
Biqîrîn! Mirin,
parçek jiyanê ye. We jiyan ji nûve jîn bibe. Qîrînên wê
helbestên jiyanê ne hêviyên evindaranê.
A hin jî rast a
diqîrî, pelên dîrokê ye. Her dema ku fitlekî derbas dike
dengek derdikevê. Niha ev pêl, li waletê me qîr dikê. Em
çendî ben kuştın, ben girtin û destên me ben
kelepçekirin, em aşitî û azadiye biqîrîn.
Rêber APO wiha
dibeji “Yen ku dizanin şer bikin, dizanin aşitiyê jî
binin”.
Qîrîna li
Îmraliyê
Qîrîna li çiya
Qîrîna gelê
Kurd’ ê
WELATÊ MİN
Te nadim bi giyan
Te nadim giyan ey
nîştîman
Xwe bi rondiken tê
dişom
Rondik herikîn bûne
çem
Lê xem kul mene û
buhorî dem
Ey welate min
Ez ji nava qîrînên
tê pekîm
Ez ji nava cergû
hinkavin tê darivîm
Te nadim bi giyan ey
xaka min
Qet bi qet bejn
xelatê dikim diyare
Dipeçim li xwe axa
zuwa tû xweş werî
Ey kevana zerîn erd
nigarî
Dilop dilop
diherikim ser bala tê
Di payîzek zer zer
diweşê dûrahî ji tê
Lê bihar kesk sor
zer ewe renge tê
Ey Kurdistana min
Min li dil bar kir
sond û peyman
Ji êş jan û nalînên
tê
Zeviyên zer hişke
pûş
Bibe bax gulistan
merg û kanî
Emê bixwinên
helbestên
Ehmedê xanê û
Cegerxwîn
Ji Kawa heta roja me
Rêzdar Ocalan
Ey walete helbestan
Dilşa Çarçela
Meçe
Bedena şevê mina
mirinê sor e
Stranbêjên wî ji li
holê
tunere
stêrkan xwe ji
sirûda
mirinê re amade
kirine
meçe
kila siphanî ku
dapîra min
bi çavên xwe dida jî
Bê wate dimine
Efsûnek giyan
dilerizine
Li ler riya te
rawestiyaye
Awir jê direvin
Aramiyek ku tirsê
vedixwîne
Li hawirdorê digere
Tiqetiqên ji jayanê
bêpar
Tevlihev dike wê
aramiyê
Meçe
Pelên welêt diweşin
Mina payîzek
bêxwedî
Derya xwe dûr dixe
Ji çem û rûbarên
bixwin
Dol tijî bûn
Êdî di qelîştokên
erdê de jî
Cih nama
Bajêr hevkariyê
Ji qedaya tarî re
dike
Wê te jî li ber xwe
bibe tê wenda bibe
Bêyî ku tu pê jî
bihise
Wê te bikin qûrban
Ji kevneşopên
gunahkar re
Meçe
Hawarên bêdeng
Axana ku navika wê
Bi me re hatiye gut
kirin
His bike
Xwe dûr bixe
Ji mirovên kul i
xezaba
Xwedê rast hatine
Xwe bêpar meke
Ji rojên bi hevalan
şad dibin
Ji hêviyên
Xwe bi ramanên Rêber
Apo
Bilind û pîroz
kirine
Meçe
Xwe dûr meke ji
çiyan
Bila roj
Di çavên te de
Di dengvedanek remir
de
Binevşa bi ken bike
Û
Birînên me dipêçe
Meçe heval
Wê tunetiya te
Min bêşîne
20.08.2009
Yekta ŞOREŞ
WERE
Ronî di mijankên
şevê
te de diçûrisine
Lê xem diherike ji
çemên te
Û
Dîsa siha mirinê
Dorpeçkiriye bedena
min
Mîna miriyekî xuya
dikim
Çavên asîman
Matmayî
Li ser min
Were dirêj bike
destê xwe
Ey welatê ku
Bi tîrêjên Roja me
Şiltên vejîna pîroz
Xwedî dike
Ditirsim bimrim li
vir
Beyî ku bêhna
çiyanên te
Hîs bikim
Serdemên Rojava
Ku gav bi gav
Di nav çiravên xwinê
de
Pelên dîrokê
vedişartin
Û
Hevkariya
Zextê dikir
Îro tê xwerê rûyên
wan
Bi kevirên ji nav
çavên wan dikeve
Di her awirek
dayîkekê de
Agirên volkana bi
dilan dixist
Pêwîstî ji axaftinê
re nedihişt
Were
Û bigre destê min
Min nehêle li vir
Welatê min
Kavilên ji ber
bajara maye
Bêhna bedenên şewitî
Hepriya ji xwinê sor
Kalê stûxwar
Zarokên sewî
Tirsa mirinê ji zû
ve kuştiye
Were
Bigrê destê min
Da ku xwina min
Biherike li ser axa
te
Wekî çemekî ku
Dixwazi bigihije
deryayê
Xwe berde dilê te
Ji bo ku her şaneyek
min
Bigihije belav bibe
Li ser çar aliyên te
Ber bi gelî, zêvî,
bajar
û gundê te biherike
ji bo ku giyanê min
bi ayakî hênik re
bigire li ser
esimanên te
20.09.2009
Yekta ŞOREŞ
PİŞTÎ TE
Were bibe hevali
Tebax tavên şewitî
zindî dike
Germ dike bi giyan
dike
Bi can dike
Çavên bi ken
Hizrên têgînî bilind
dike
Xewnên di van şevên
kinde
Têr hêvî nabin
Di rojên dirêj de
Bi hênase hesane
Xwe digîhînin
armancên efûkirî
Lê tenê tiştek kême
Li hawirdora me
Rojbaşa te
Û
Awirên te yên ku
Hemû pêşdaraziyên me
Bin erd dikir
Ez miqur têm
Hemû rêbazên te
jibîrkirinê
Min bi kar anî
Lê encam, di ramanên
Bêhna janê de man
Çivakan li cîhên ku
Bayê kenê te têde
derbas dibû
Rêzdariya xwe
Nîşanî xweda dikirin
Bes şevên me
diponijin
Tariya ku digot
“Ez tenê heqîqet im”
“Û ji bilî min her
tişt derewe”
Ji bêdengiya me sûd
werdigirt
Hawara şopên te
Yên li ser axê bûn
Ceger bi xwîn
dikirin
Guman bi hizrên
rasteqînên
Jirê dixist
Û di nav deryaya
gunehan de
Avjenî jî dida
jibirkirin
Dîsa
li xezeba xwedê rast
tên
têkiliyên ku mîna
dilekî
dihatin parastin
Êdî ne rû dima
Li asiman meyzekê
Ne ziman dima
Poşmaniyan bi rêzêke
Yekî nizanibe wê bê
qey
Tebax sedema çûna te
ye
Ji ber bi çûyîna te
re guherî
Ne diayên di
perestgeha de
Dibin derman
Ne asimanên ku ji
girî
Çavên wî zûha bûne
01.08.2009
Yekta ŞOREŞ
|