|
|
Dibe
ku me tenê bihîstibû ku dibêjin gerîla bi rojan
di şer de bê xwarin mane û li ber xwe dane di
herî şertên giran de. Lê dema me ew rastî bi xwe
jiya wê demê gelekî cuda bû
Di nava rûpelên dîrokê de
hemû bûyer û jiyana hatî jiyîn zindî dimîne û
her tim weke avzêmê xwe nû dike. Ji ber ku dîrok
dengvedana giyan û hebûna gelan e. Ji lewre gelê
kurd weke gelekî kevnar ê ku li ser vê xakê dijî
û Kurdistan jî ya ku weke dergûşa mirovahiyê tê
zanîn, ev yek dibe sedem ku gelê kurd xwedî
dîrokekî kevnar û zengîn e. Dîroka gelê kurd a
ku bi ked, xwêdan û xwîna milyonê şehîdan hatiye
van rojan, li ser me ferz dike ku em vê dîrokê
ji nû ve û bi hemû rastiyên wê xêz bikin. Dîrok
bi xwe jî weke çemê ku ji dilopekî rista
destanekî ku bûye deryayekî bi xwe re aniye van
rojan. Her nivîsandinekî jî li ser dîwarê mejiyê
dîrokê mîna dilopekî barana ku bi xwe re kombûna
jiyaneke nû ava dike û çerxa demê pêş de
digerîne. Ji ber van hemû hêncetan em di vêderê
de dixwazin ji were bîranîneke xwe ya salan
vebêjin, ji bona ku ji dîrokê re bibe mal û tu
caran neyê jibîrkirin.
Bîranînên ku me bi salan
jiyaye û şûneke xwe yê cuda di dil û hizrên me
de hiştine.
Sal 1995 bû, em derbasî
meha Adarê dibûn. Jixwe weke ku tê zanîn bi
hatina her biharê re dijmin dest bi şer û
operasyonan dike. Lê ev sal hinekî ji hemû salên
din cudatir bû. Ji ber ku (çelîk operasyon)
‘operasyona pola’ weke ku tê gotin operasyona
herî mezin bû û hemû qadên heyî dane ber xwe.
Ango li gorî hemû operasyonên ji berya neha
hatîn meşandin, bi mezinbûn û ferehbûna xwe heya
radeyekê cudatir bû. Di hinek qadan de operasyon
di 19 û 20’ê mehê de destpêkir û bi vî rengî
operasyon li hemû qadan belav bû. Lê cihê em lê
diman Qada Xakurkê bû û li wê derê operasyonê di
roja 19’ê adarê de destpê kir. Jixwe
amadekariyên me ji bona operasyonê hebûn û em ji
cihê xwe yê zivistanî ji zû de derketibûn û me
perwerdehiya xwe ya leşkerî dikir. Bi wî rengî
em derketibûn ji baregehê xwe û em di ber-firehî
û kûratiya erdnîgariyê sw weke henaseyekî biharê
di herikîn. Saloxên derketina operasyonê jî, ji
her milî ve ji bona me dihatin. Lê me ne dizanî
ku mezinbûn û firehiya operasyonê heyanî çi astê
ye.
Di Qada Xakurkê de hevalê
nû jî hebûn û gelek saziyên me jî li wê derê
cihê xwe digirtin. Me jî li wê derê di nava
yekîneyekî leşkerî de cihê xwe digirt û em
girêdayî Qada Gerdiya bûn. Ji xwe di roja 19’ê
Adarê de, dema ku oparesyonê destpê kir, di serî
de bi Helîkopteran ji Girê Kevortê destpê kirin,
heyanî êvarî derdorî 100 Skoskyan leşker
kişandin û danîne herêmê. Di wê navberê de
hevalan jî gelek lûtkeyên heyî girtibûn. Hevalê
Eşref wê demê li ser wî girî disekinî û
berpisyarê wê hêza li wê derê bû. Ji ber wê dema
ku Skoskyan leşker didanîne wan deveran hevalan
ji me re agahî şiyandin. Hevalê Elî Piling jî,
fermandarê yekîneya me bû, ji ber wê yekê hevalê
Elî bi wan re axivî û ji wan re da xuyakirin ku
pêwîst e ew hevalê li wê derê werin ji bona em
giftûgo bikin û hevalan li gorî rewşa heyî bi
cîh bikin û haziriyên xwe bikin. Li Qada Xakurkê,
hem hevalên nû û hem hevalên kevin jî hebûn û di
hate xwestin ku em li gorî wê çeperên xwe
bigirin. Ji bona vê plan hate çêkirin û me li
ser wê bingehê gelek gir û lûtkeyên li derdorê
girtin. Ji wan yek girê Doşkayê bû, ev dever li
boxaza Eliyê Dirêj bû. Dijmin ji milekê ve li
wan deran leşkerê xwe bi cih dikirin û
belavdikirin li milê din jî li Kanîreşa girêdayî
Gerdiya leşkerên xwe li wan deran belavkirin û
gelek çekên giran jî li wan girên li pêşberî
Gerdiya bi cih dikirin. Ji wan çekên giran yên
ku dijmin bi kartanî, weke top, hewan û her wiha
gelek çekên din li wan deran bi cihkiribûn û
piraniya koordîneya operasyonê li wan deran bi
cîh bûbû.
Roja yekê ji operasyonê bi
wî rengî derbas bû. Lê di navbera 20 û 21’ê
Adarê de hêdî - hêdî dijmin xwe li erdîngariyê
belav dikir. Bi giranî operasyon li ser qada
Xakurkê bû û hejmara leşkerên ku tevli
operasyonê bûyîn derdorê 100 hezar leşker bûn.
Ji xwe me di roja 22’yê Adarê de dest bi şer kir.
Em li girê Doşkayê bûn, hejmara me jî bi qasî
yekîneyekê bû. Ji wê yekînê, em çar hevalên xort
bûn û çar jê jî hevalên jin bûn. Leşkeran hêzên
xwe yên taybet anîbûn û bi xwe re gelek eyşecik
jî anîbûn û bi riya teknîkê jî haziriyê xwe ji
her milî ve kiribûn. Dema ku dijmin kete
hereketê û ber bi girê me ve dihat dem êvar bû.
Me ber bi êvarî ve li leşkeran xist, di destpêkê
de Kobra hatin û paşê jî dema ku leşker ketin
nava hereketê, me li wî baskî jî xist û me cihê
xwe saxlem kir. Ji xwe piştî ferman ji me re hat
li ser wê fermanê em ber bi cihê hevalan ve çûn.
Li cihê me li leşkeran dayî gelek kuştî û
birîndarê wan çêbûn û bi riya Sîquskiyê ew
rakirin. Ji wê demê û bi şûn de em çûne cem
hevalê Elî û wan hevalê din. Hevalê Rizgar li wê
derê bû, ew jî bi eslê xwe ji Şemzînanê bû û ew
di wê çalakiyê de birîndar bûbû.Di wê navberê
de, me bi hev re nîqaş kir em çi bikin, çi nekin,
heval bi giştî hemfikir bûn ku pêwîst e em wê
şevê derbas bibin. Li gorî vê yekê, em çûn
heyanî nêzîkî gundê Ermûşê û ji ber ku birîndarê
me jî hebûn û pirsgirêkên me yê erzaqê jî hebûn,
me biryar da ku em li wêderê bisekinin û paşê em
bi şefeqê re birê bikevin. Ji xwe hevalên din jî
hîn di çeperên xwe de û di nava pevçûnêdebûn û
li berxwe didan. Li Girê Lêlikanê şer dewam
dikir. Ferman ji wan re dihat ji bona ku berdin:
Lê havalê Eşref israr dikir ku heval wî girî
bernedin, ji ber ku hîn gelek heval di nava
tengasiyê de mabûn û dihate xwestin ku em
parastina wan hevalan bikin.
Lê hevalan li ser hev
fermana berdana wî girî dan. Sedema wê jî ew bû
ku hevalan digot: Pêwîst e em wê derê berdin ji
bona em hinek cihên nû bigirin. Li gorî vê yekê,
hevalan ew gir di dawiyê de berdan. Lê dema em
sibehê ji xew şiyarbûn me dît ku vaye dijmin
derdorê me hemû girtiye û me nikarîbû em tevger
bikin. Biqasî 8 rojan me nikarîbû em li wê derê
tevger bikin. Ji ber ku em ji her milî ve
ketibûne nava çemberê û dijmin wê demê dizanî em
li wan deran e, lê nizanîbû em li kîjan
deverêne. Di wan şer û pevçûnên ku çêbûyîn de
rastiya PKK’ê dihate dîtin. Dibe ku me tenê
bihîstibû ku dibêjin gerîla bi rojan mane bê
xwarin û li ber xwe dane di herî şert û mercên
giran de. Lê dema me ew rastî bi xwe jiya, wê
demê gelekî cuda bû. Em bi her awayî diketin
nava rasitya jiyana PKK’ê ya ku bi giyanê
berxwedanê her tiştî bi sertêxe û ji mirnê
jiyanê diefrîn e…
Dawiya beşa I.
GERZAN GEVER
|