* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


YEKTA ŞOREŞ
 

   
 

          

Kulmek ji Kenê Te   (10) 1 

Kulmek ji kenê xwe bide min heval

Bila ji berbangekê be

Ku qet dest lê neketibin
Û

Bila tenê ji rengê hevalan hatibe hûnandin

 

Kulmek ji kenê xwe bide min

Bila ji esmerbûna te ya ji sedema tavê be

 

Destên xwe dirêjî min bike

Ên ji serma zivistanê terikîne

 

Ji hêviyên xwe pirtekê bide min

Da ku hênik bike û pak bike dilê min

 Ji wateya jiyana xwe, dilopek av bide min

Bila şevên min rizgar bike ji kabûsan

Ji bo min li ber lehiya xwe min nebe

Ew ferasetên ku…

Ji mirinê dijwartir bi min dide jiyîn

Ji lênûsa xwe bîranîneke gerîlla bixwîne

Bila bedena min a ta girtî

Germ bike…

 Yekta Şoreş

  

Dihat  

 Dihat û bêxatir jî diçû

Di nav sirên tariyê de

Tenê şopa ji weşina pelan dibû ispat

Hestên ji pêjn û hîsan dûr

Ne dibihîstin ne jî dixwestin bibihîsin

Lehî radibûn, tofan, firtone…

Keser mîna çiyan bilind

Jan di deryayan de jî bi cih nedibû

 Ne di xema hinekan de bû heval

Ne di bîra wan ne jî di hizrên wan de

 Ma gelo hestên bi milyonan sal

Ên di guhertinên efsûnî re derbas bibûn

Diviyabû wisa bûna?

 Êşa ku digot: “Rawestin!

Guneh e, kirêt e! Ji rastiyê rev heram e! Ezab e!”

Qet li ber guhên wan pepûkan jî nediket

Lê bêguman

Têgihîştina jiyanê

Heta her zerreyên jiyanê

Diricifîn û tesîr dibûn

Ji tîrêjên Rojê hêvî berhev dikirin

Di sibehan de hêvî kom dikirin

Û

Bi aveynên ramanên Rojê pîrozî diçandin axê

Bê pirs û bêyî pêşdaraziyên ku êdî cih nabînin,

Bi ku derê de biçin

 Di çavên hevalekî de

Hêviyên giranbuha dibûn derman

Pak dikir, hemû qirêjî

Bayekî hênik ê ji hilma çiyan

  

Yekta Şoreş

 

15’ê Tebax  

 

Behsa şopên hevalan dikir

Sonda ji Rojê re

Hêviyên ji welatê me

Danûstandinek bi heyvê re dikir

 Şevên xwe bi stêrkan nixumandibûn

Di tariyê de şevk vedida

Peyvên ji azadî û wekheviyê av didan li ser sînoran

Jiyan dipişkivî çiyan û deştan

Êdî gelan

Bi ramanên Rêber Apo

Pêşwazî dikirin berbang

Berbangên ji rengê 15’ê Tebaxê

Ji şopên kenê Fermandar Egîd

Xwe amade dikirin

Bi çek û bi rextan

Egîdên şervan ên Heval Egîd

Şad bûn wisa

Qad û kolan bi deng

Bi coş û bi hêvî

 Bajar di bajaran de

Çiya di çiyan de

Bi cih nedibûn êdî

 15’ê Tebaxê

Ruhê vejîna ji pîroziyan

Rojê ji tîrêjên hêviyan ronî dida

Reng dida deng dida welat

 Yekta Şoreş

 

Dema Heval Biçin 

 Dema heval biçin

Wê di xewnên çivîkan de

Dilopên heznê biniqutin xeyalên me

Yên ne digrîn ne jî dikenin

 Dema heval biçin

Qeşayên salan wê bihelin

Û bi hêviya dîtina careke din

Beşûşbûnek wê bi çiyan bikeve 

Dema heval biçin

Dubareyên dîrokê

Bi dengekî li ser stara xwedê de

Wê qîr bike wisa

Wê bîranîn xwe reş girê bidin

 Dema heval biçin

Wê stêrk ji bo şahidiyê

Di leza şevê de bin

Bi xemek ji rengê zer de

Rondikan dê bibarînin ser axê

 Dema heval biçin

Wê welat

Govenda ji roniyê

Li pêşiya wan raxe

 

Yekta Şoreş

   

Şehîd Namirin

 Bi wan sê rengên zarokan

Em ê bibezin

Diyarî me kiribû

Mamoste Ferzad

Dilê xwe giyanê xwe

 Em ê biçin

Û ji okyanûsan wir ve

Di rengê şîn de

Veguhezînin hemû cihanê

 Ma ne  rengê azadiyê ye şîn

Lewma

Bi çavên Rêheval Şîrîn

Em ê binihêrin li çiyayên Kurdistan

 Destên xwe em ê bidin hev

Û  bi dengê Hewrazên biçûk ê heft salî

Em ê bibêjin

“Şehîd, şehîd, şehîd namirin!”

 Em ê biçin gel Heval Ferhad 

Bi newaya çiyan re

Em ê bang li Heval Elî bikin

 Bi aveynê êşan em ê

Ava bikin rojên xweş

Bi dengê çivîkekê

Di pencereya Heval Ferzad de

Em ê baxek ji gulên Qendîl

Deynîn ser rûyê wî

Bêyî ku hişyar bibe ji xewê

 Ji awirên Heval Şîrîn

Hîn xilmaşî re

Rojbaşa hevalan ragihînin…

 Em ê li deriyê hicrika

Heval Ferhad û Elî bixin

Bi nameya Heval Ferzad

Bineqişînin asîman

 Em ê biqelişînin

Dîwarên Zîndana Evîn

Û binihêrin li asîmanê ji rengê azadiyê

Em ê paşê

Dengê xwe bi dengê Hewraz re bikin yek

Û bibêjin:

“Min Hewraz im. Heft salî me.

Şehîd, şehîd, şehîd namirin!”

 

Yekta Şoreş

    

Bajar

 Axê zikra êşên bêderman dikir

Westiyabûn hest

Di gulanek ne ji rengê her gulan

Tenê ji rengê sor…

 Feraset û têgehan her çiqas

Dixwestin xwe ji pêşdaraziyan

Rizgar jî bikin

Lê mixabin!

Evqas eşkere, evqas zelal

Mîna xwe di çavên mirovan de rake

Dubare dubare

Diweşand keser

Bandorek dorpêç dikir hawîrdor

 Qîrînek mîna kerr bike guhan

Digot: “Bêdeng be! Bêdeng!”

Ji ku dihat ev deng?

Sedem di tariyê de wenda dibû

 Bi hêviya wê ew jî biçe

Aştbûnek dikeniya

Di şeva ji tenêtiyê aciz

Xwe li deriyê xewnê pêçabû

Û bê xew dihişt 

Tevlihev dikir hemû hizir

Çima? Ji bo çi? Qey me heq kiribû?...

Mîna birûskan terqînî bi şevê diket

Sibehên reşbîn

Tu wate nedidan wê aloziyê

 Bajar, kolan û lembayên wê…

Perdeyên ku hemû guneh

Di pişt xwe de veşartibûn

Diyar bû ku

Dostaniya vê aloziyê pejirandibû

Cih nedihişt ji wateyê re…

 Yekta Şoreş

 

  

Bêdengî Tu

Çirûskên êşên te min diêşînin

Axîna di çavên te de dirije dilê min

Robarên çikandî şiyar dibin

Asîman ji stêrkan têr

 Ez nêzî te

Lê mîna serdeman ji te dûr im

Tenê êvar min dinixumînin

 Roniya ji ber evîna te maye

Ji min digrin kabûs

Di nav qîrîn û gaziyan de diveciniqim

 Ta digrim wisa

Paşê diricifim ji serma

Ferasetên ji kînê hatibûn strandin

Tixûbên mayînkirî dikir navbera me

 Nifiran li xwe dikin

Bi xweziya: “Ya Xweda bistîne canê min!”  

 Qet di mejiyê wan de derbas nedibû

Rojekê efûyê ji Xwedê bixwazin

Lê li te jî dikevin

Peşkên gunehan

 Ne ava deryayan, ne robar

Ne jî kaniyên welêt

Dikarin pak bikin

Kela evîna axê

 Dişewitîne can

Negihiştina çiyan

Teng dike dil

Û ji serî heta binî ditewizim

 Lê jiyan her wekî xwe

Di nav bêxemiyan de

Tîrên kuştinê diçikîne canê min

Nalivin lêv û awir bêxatir dûr dikevin

Yekta Şoreş