|
Tovê Azadiyê
Tovê Azadîyê
Reşandin
Rêber APO
berhevkir
Gûlê sor û zer
şînbûn
Şervan û
şoreşger
Xeta Egîd û
Berîtan
Demoqrasî û
biryar
PKK partî
damezrand
Teyrê baz girtin
çember
Li Zapê Dêrsim û
Botan
Ala serxwebûnê
rakir
Leşker weke
rovîya revîn
Bune dîl û xwelî
liser
Dorpêçan piling
û şêran
Gurê boz mirinê
xwar
28
tebax 2009
Hêviyê Azadiyê
Êy rêberê bi
nirx û hêja
Min divê bi
kedera çavê dilê xwe
Ez te bibînim û
li te mêze bikim...
Çume çiyakî
bilind di xewnê de
rojê nuh tavêt
sê tîrêja avêt asmana
yek zer yek sor
û yek kesk bi hezara
şaxên wan belav
bû dinya ronahî bû
şevekê rabûm ji
xew heyva çarda
xuya dikê li
dorê sitêrkên geş
gelek sitêrkên
din jî hebûn...
Rojek çûme
deryayê li çar hêla
Gel komdibûn
nexşa rêya aştîyê
Li hêvîya
azadîya te bûn
Wêne yên te li
pêşya ciwana
Bi şahî û dîlan
bilind dikin
Derdê Kurda
derman bûye
Bi Serok APO
derman dikin
Welat nema tu jî
bimrê
Dibê kû tû ciwan
bibê
Dema perwerdê
Perwerda me bi
dawîye
Mêjîyê bi gemar
şûştîye
Felsefe û
demoqrasîye
Bûy mafê APOCÎYE
Xelat ji mêra
hatîye
Heval gûhê xwe
vekin
Li pareznamê
temaşekin
Çav û serî
biwestin
Pênûs û defterê
bînin
Di bê pirs û
nîqaşa bikin
Yê kû nerabê
şaşin
Dersa
qonfederalîzm
Ez nû vê di
bihîzim
Zanistêyê himbêz
dikim
Bi hevre bimeşin
başe
Rastî ji mere
giringe
Li rojhilata
navîn
Dînê musa û
mûsewî
Cihû bûn
desthilatdarî
Xirîstîyanî
çêdibê
Ji incîlê bawer
dibê
Di bê dînê
mihemed
Bi quranê bûye
pêxember
Tiştê baş der
xistibûn
Dîroka osmanîya
Wa îslamî
kuştîye
Wê sîstemê
xirakin
Di vê ji holê
rakin
Kû em jî
rihetbin
5.12.2009
Awazên Aştî
Ketime riya
aştîyê
Bernadim heya
mirinê
Va
tê roja azadîyê
Rêber tê ji îmralîyê
Gelê Kurd ma li
hêvîyê
PKK çû pêşwazîyê
Rêya aştîyê de dimeşin
Ne
diwestin û ne jî dêşin
Awaz û sitranê
dibêjin
Êdî nema xwînê
dirêjin
Rizgarîyê ji wera dibêjin
Derîyê zîndanê tavêjin
Hat dema aştîyê
Civîne û şahîye
li Amedîyê
Gel
wê hevdû hembêzkê
Şahî û dîlanê rêzkê
Ocalan vaya bi
xêrtê
Ji firoka ber bi
jêr tê
Gavên APO yên şêraye
Bir
bi derzîyê kolaye
Av belavbû li
çar hêlaye
Jiyana ciwan û
pîraye
8.7.2009
Şehîdên Şoreşê
Gul
dixwazê bibe bihar
Bilbil li ser
dara çinar
Dikê
gazî qîr û hevar
Heta
kengî emê bidin canê şêrîn xwîna zelal
Li ser axa deh
hezar sal
Gula me avê
dixwazê
Bilbil
li ser axa gûzê
Ji
kerba gulê narazê
Li pey di meşê
di bezê
Neh heval
şehîdên dozê
Meha
destpêka payîzê
Gul
dixwazê li ber kanîyê
Biska weke li
ber hirmîyê
Bilbil li ser
dara bîyê
Ji
derdê gulê dihejê
Heta
kengî li ser xakê
Xwîna xort û
keça birijê
Li dora çemê
feraşînê
Li
ser çiyayê reşkê
Neh
sitêrk rijîyan erdê
Ronî daye
colemêrgê
Li geverê
serhedê
Silav
kirin kurdîstanê li paytexta amedê
Welat
dilê te dişewitê
Hêstir ji çavan
dinuqutê
Ji kerbê şehîdên
şoreşê
Çawa
tu zindî di xebitê
14.09.2010
Îro Roja Pêşwazîye
Dinya bu yek li
ser serême
Bi tirkan re
dikin şerême
Tevî pîs û
xwînrijên me
Me sozdaye eve
daoz me
Wê bilind bê her
dengê me
Tevî kal û
zarokên me
Kurdê cîhanê tev
bûn yek
Zîvirîye çerxa
felek
Mejî heye gemî û
kelek
Wan û hezar gol
bune yek
Jin û ciwan bune
gelek
Herîkîn lehî û
çemek
Azadî hat bi xêr
hat
Xweserîya
demoqratîk
Li gund û bajar
bu xelatî
Cejna nu ji ba
Serokatî hatî
Şoreş afirî
serbestî
Gêrila daket ji
çiya
Dayik û bav pê
hesîya
Denge dila û
lîliya
Gel kom bûye li
ser riya
Dahol û zirne li
pêşîya
Îro roja
pêşwazîye
Welat ji kêyfa
dil burîya
...........
Welatê Bihişt
Çima me jê
barkir dilo
Wekî welatê
bihişt
Av û kanîyên wê
şîrînbûn
Wekî hingiv mîna
şerbet
Kezeba me birîndar bû
Şûrekî tûj li nêvî ket
Hêsirê çavên min
barîbûn
Dilop dilop li erdê ket
Ewrê reş li me
tarîbûn
Biruskên biharê
li me diket
Li cîhanê tev
belav bûn
Welat parêzî bi
dest me ket
Li xet û sînoran derbas
bûn
Ketine geliyê qiyamet
Pîr, zarok û jin
PKK lê xwedî derket
Bûne xwendevan û
şervan
Li Mexmûr azadî
dihat
Her bijî Serok
OCALAN
Bi felsefa te em
bûn jiyan
12.12.2008
Dayikbûna Serok APO
Roja çarê nîsanê
serokê cîhanê
Rêberê
li Kurdîstanê
Bi rêz
serok Ocalan
Bawerîya gelê me
ye vejîna îrada me ye
Hatîye
ji Rihayê
Amara
dîroka me ye
Roja çarê nîsanê
serokê cîhanê
Rêberê
li Kurdîstanê
Bi rêz
serok Ocalan
Gel rakir ser
hildanê li sîwerek û Hîlwanê
Mezlumê
berxwedanê
Li
paytexta Amedê
Roja çarê nîsanê
serokê cîhanê
Rêberê
li Kurdîstanê
Bi rêz
serok Ocalan
Çû başûrê roj
avan rabûne efrîn û koban
Qamişloka evînê
Derika
şengû şêrîn
Rabune
serhildanê ji bo van gela her bijî
Li
reqayê newroz xweşbû
Gelekî
şoxû geşbû
Neyar pê bêzarbû
bêbextî li Kurda bû
Dû heval
ji me windabûn
Mala
dijmin xirabê
Rûyê wan
zuka reşbû
Roja
çarê nîsanê
Serokê
cîhanê
Rêberê
li Kurdîstanê
Bi rêz
serok Ocalan
4 Nîsan 2010
Banga Refên
Aştîyê
Rêber mejî
dişuxulînê
Wekî teyrê baz
dixwînê
Her kes dengê wî
nas dikê
Bi erênî pêşwazî
dikê
Bandikê refên
aştîyê
Qendîl zû
bersivê didê
Mexmûr jî amede
dibê
Va Ewrupa li
peywan tê
Li wargehê şahî û merasim
Bi sazî û silogan û gûm gûm
Bi aştî bersiv didin
Wekî lehîyê dicivin
Li hember zordar û sîstem
Nema pirsgirêk û kelem
Amed bi hêrs û
şahîkir
Wek deryayê
pêlên sipî
Bi gurmîn û bi
coş kir
Axa meye deşt û
zozanên sar
Xweza meye çiya
û zinar
Avên mene kanî û
rûbar
Gelê me zîrek û
şiyar
Aştî û azadî û
hevpar
Êdî welat nabê
xember
25.10.2009
Bêhna azadîyê Tê
Rengê kulîlk û
gula
Bêhna azadîyê tê
Hepege
li ser gira
Bêhna azadîyê tê
Gel bi hevre bûn
bira
Behna azadîyê tê
Dermanê dilê kule
Bêhna azadîyê tê
Gund û bajar bi
hevre
Bêhna azadîyê tê
Bar hildana ser mila
Bêhna
azadîyê tê
Dengê piling û
şêra
Bêhna azadîyê tê
Bi hevra jin û mêra
Bêhna azadîyê tê
Karê pîroz û
xêre
Bêhna azadîyê tê
Dengê Ocalan pêra
Bêhna azadîyê tê
Zarok rabune
piya
Bêhna azadîyê tê
Li ser qadê medîya
Bêhna azadîyê tê
Apo jiyana Kurda
Bêhna azadîyê tê
Textorê hemu derda
Bêhna azadîyê tê
Ji hevdû
bawerbin emê azadbin
Kal wê ciwanbin
bi hêz û didan bin
Ker wê bibihîzin
û şiyarbin
Kor wê bibînin û
çavê saxbin
Lal wê bi axivin
û bi zar û zimanbin
Cerdevan
fêmnekin ewê rureş û poşman bin
Mirîyê sedsal
wê ji tirbê rabin
Kurdîstan
bûhuşta emê bi hevra jiyanbin
Li soz û peymana
emê guhdar bin
15.9.2010
Wan Colemêrg û Gever
Ji bihîstina li îmralîyê bêzarbum
Şewitî ev dilê
min
Nav xwînê de di
gevîzî
Çavê min ji
hêsira
Dilop dilop di
herikî
Kezeba min
jêkirin
Dan pisîk û
kitikê har
Yek bi yek di
qetandin
Parî parî tênin
xwar
Serî û mîjîyê
rijan
Dengê Serok
bilind bû
Li cîhanê belabû
Zarok û jin
gundî
Serhildan beş bi
beş li kolane
Wekî pîzotê agir
Êrîş didin
dijmina
Li Amed û Batman
Bû çalakî û
serhildan
Ji bo rêber
Ocalan
Wan colemêrg û
Gever
Tev buye qada
şer
Em na tirsin ji
neyara
5.9.2010
Em Gelê mezra
Botane
Xwez dayîka me
yekmîn
Bihûşta cîhana
mezin
Bi çar dema bi çar beşan
Yek zivistan berf û baran
Çiyayê sipî mij
û moran
Li gelê kûr çem
û robarin
Dido adar newroz û bûharin
Mêrgên heşin gulên rengîn
Jiyana xweş û
dengê bilbilan
Li ser zinera
teht û çinaran
Havîna dijwar û sêyemîn
Darê behîva sêvê şêrîn
Fêkîyê cor bi
cor ter û hişkin
Payîza me zer û
şîne
Ji daristanan xemilîne
Wextê jiyan û hêlînan
Xweza dayika me
bi giştîye
Tevî însan pez û
mîye
Heywan bi devê xwe di çêrê
Azadin bi dil û mêjîye
Beşek ji mirovan
kolene
Ji cih û waran
qedexene
Dest hilatdar ne însane
Cûrek ji nijşê heywana
Dibê dinya tev
yê meye
Ziman û navê we
tineye
Em nasnakin me hûn kîne
Em gelê mezra botane
Nifşê zerdeşt û
kawane
Kelemê çavê
neyarame
Amed rabûye kelha polye
Zincîr pêcane bi ala kurda
6.1.2010
Çima tilî li me
hejandın
Tayê dilê min
qetandin
Bi erdê re di
xirikandin
Ser û mêjî li min şikandin
Li ser warê mn rijandin
Bi xwîne sor
neqişandin
Dilê şewat
girîyandin
Ez şehîdê van gelame
Wekî bazek ezmaname
Li ser milê
gerilame
Li ser cûdî û
gelyê Zapême
Ez namirî hê zindîme
Parezvanê vê xakême
Em pêşengê
amadêne
Tayê dilê min
pijandin
Romê çengê min şikandin
Dibê ti zarokê Kurdayî
Çima telî li me
hejandin
Şoreşger bersivê bidin
Gelê bi hêz û bawer bin
Tev bi gurz û
mertal bin
Şûrê aştîyê wê
rakin
Em kom bibin ne belabin
Bi milyona li qadabin
Çokê dijmin
şikestine
Nema ji erdê di
rabin
Em hê xurtin şer jî bikin
Tola xwe ji neyar radikin
Serok APO azad
dikin
Serok APO Azad
dikin
2.1. 2010
Şoreş Di Bakê
were
Dilê min dibê
were
Van kulê min
dermanke
Çavê min dibê were
Tarîya
li min ronîke
Guhê min dibê
were
Ji hesbûnê
bibihîze
Lingê min dibê were
Di meşin dibê rîyê naske
Milê min dibê
were
Çek û rexta li
piştêke
Şoreş dibakê were
Çeka şehîdan rake
Mijîyê min dibê
were
Ne tirse ji min
bawerke
Destê min dibê were
Pênûsê bi telîya rake
Kaxeza min dibê
were
Neqşê xweş ser
min çêke
Hizirê min dibê were
Raba helbesta çêke
Dengê min dibê
were
Zimanê xwe
zelalke
Dilê min dîsa were
Tû
kêyfa min xweş bike
Bilbilê min dibê
were
Gula min geşbike
tû
Welatê min dibê were
Min
ji dijmin rizgar bike
20.7.2010
Em Herin Welat
Dem herin herin
herine welat
Peneberî çû va
hat
Xerîbî rabû va azadî
hat
Karwan karbûye tev jin
û zarok
Li benda wane
çiyayê bagok
Li hêvîya wene
gundê şimamok
Em herin herin herine welat
Gelê me rabun buye
qiyamet
Ciwan pîro kal
ketin riya rûmet
Pêşîya dijmin
mertalê polat
Em herin herin herine
welat
Gundê bêşabur hebler
şaxê
Buhûşta cîhan
neyar jê hera
Ji xaka me şîrîn
derkeve dera
Em herin herin herine
welat
Milê hev girtin dikine
xebat
Tuxtor parezer
şaradarê rast
Gerila li gel
dikine xelat
Tev amadebin va Ocalan
hat
Fîstanê gulîstanê
kesk û sor zer rengîne
Li nav sera cûdî
Bi ser bejnê de
bi xemlîne
Da dinya zanibê gelê
me dîrokîne
2.6.2010
Bawerkin
Werin dilê min
dermankin
Herin gelê me şiyar kin
Bêhna azadîyê
xweş tê
Şahî û dîlanê li darxin
Ji xort û keçan
bawerkin
Wê Kurdîstanê rizgarkin
Heyva adarê
pîrozkin
Bist û yekê wê bi çoşkin
Wê çûna gunda
avakin
Zewî û reza nuve rakin
Kehnî û rûbara
zelalkin
Ruyê me bi hevre geşkin
Kerîyê mih û
berxan rakin
Van şivana pêra rêkin
Bêrîvan çune
bêrîyê
Distirandin li pêşîyê
Dengê vê bilurê
xweştê
Li vî çemê badolîyê
Welat dilê te
xweş kirin
Ti jî mabû li hêvîyê
8.5.2010
Dayika Medya
Gule te jî digot
me jî bawerdikir
Bi dilê paqij me
ji te heskir
Te go çiyayê min bi zêr û
şekir
Barê me sivik te li me
girankir
Rext û keleşkof
li milê me kir
Me şoreş nebû te
şoreş çêkir
Gûlê te di got me di go
waye
Xwezaya rengîn ew xaka
weye
Kahnî û robar
jiyana weye
Mêrg û çîman
bihara weye
Hûn jî bilbilin va gula
weye
Dayîka medya dayîka meye
Gulê te di got
ji mere rastî
Herdû kezê te
cewher ermastî
Yek ava dîcle li cizîra
botî
Do çemê ferat rihaya rengî
Li dêra zorê di
bûrê bi giştî
Kurd pir xizanin
bê kar runiştî
Welat te dinya kir bar û
piştî
Bi kezeba kul û dilê
şikestî
Ji bo Serok APO
di xwazin azadî
Ji bo gelê me
bibê serbestî
28.7.2010
Dîlan
Ax dîlanê ax
dîlane
Por xelekê
dilovanê
Li Amed Mûş û Wanê
Buye dema serhildanê
Ax dîlanê ax
dîlanê
Xwîn şêrînê bo
jiyanê
Mêrdîn Qoser Nisêbîn
Ji bo dîlana evînê
Ax dîlanê ax
dîlanê
Te por sorê rû
nîşanê
Gever Çewlik Colemêrgê
Bû qada şer kes nebînê
Ax dîlanê ax
dîlanê
Te por sorê gul
şîlanê
Şernex Silopî Cizîrê
Bêrîvan anîne bîrê
Ax dîlanê ax
dîlanê
Agirî û
Qaxizmanê
Bazîda Ehmedê Xanê
Dîroka bi sedsalanê
Ax dîlanê ax
dîlanê
Tû esîrê li
zîndanê
Riha Sîwerek
Hîlwanê
Çemê firat sor
ji xwînê
Cîhan kore te nabînê
Ka mavên mirovantîyê
Li wa bikê
lêkolînê
Biçe Ocalan
bibînê
Vî agirî bi temirînê
Dayik hestir ne barînê
14.7.2010
Bajarê Kerboran
Deyê derdê me
girane
Çiyayê sîtê pir
ciwane
Bejin bilind û zozane
Dehl û kanî û şîlane
Siya darê wê
dermana
Hesrata min min
dîtina wane
Bin bajarê kerborane
Dewir çuye maye dewrane
Hê jî gelê me bi
tirse
Ji ajan û
cerdevane
Bese xort û keç gihane
Ji bîr nekin şehîdê xwe
Li orta kerboran
û derêce
Bi hovîtî û
qetil aman
Her pênç heval bune qurbane
Qet kirin bir tevr û dasane
Çekdar Merwan û
Sînane
Hevalê hesan û
jêhat hejane
Welat derdê min girane
Dayê derdê min girane
26.9.2010
Ronî
Navête pir
şêrîne
Dilê mi ji bo te
dine
Hêsîr çavê min meşin
Na saknin wek kanîne
Dîtina te ji
mere
Her hesret û
mizgîne
Şivano şiyana mino
Delalo dilê mino
Evîne dilê te de
Warê kurda
mezine
Te da ber himbêza xwe
Weke pêtê agiro
Li dora te di
gerin
Hirç keftar û
guro
Şivanê çar hêlayî
Serok rêberê meyî
Azadîya gelayî
Ronîya riya meyî
16.6.2010
Bihûşta Cîhan
Ji kerba em
dikin hewar
Gundê me xweş
çiya û dar
Razê tirî pez û dewar
Erd û zewî kanîyên sar
Karmend çotkar
bir hevre par
Jin û zarok û
yextîyar
Ev war bihûşta li cîhan
Dijmin daber topê Agir
Neyara li me
ferman rakir
Me bi zorê ji
gund barkir
Bûne reben û penaber
Li xerîbîyê mane bider
Gelek rabûn ji
gunda pir
Berf û baran û
bayê kur
Ser me barî bi gura gur
Emê çawa biçin ji vir
Bi xemgînî û
dilê kul
Dengek tê ji
çiyayê jor
Dora me girtin bi sînor
Ji me pirsîn ma hûn kîne
Em gelê gundê
jêrîne
Ji ber romîya
revîne
Dayê em jî APO çîne
Hûn dayîk û bavê mene
Biçûk xwîşk û
birayê mene
Me nûka hevdû
himbezkir
Dilê xemgîn zû derman kir
Me nû partî li vir naskir
Zor û zahmetî
derbaskir
Dil digirî welat çima na
hedinê
Rondik ji çavan têne xwar na
sekine
22.7.2010
Jiyana Xweser
Dayika mînê
xezalê
Li nav kanî û
rûbarê
Vaye azadî ji mera tê
Tû bi xêr werê delalê
Lawê mino li
bendê me
Hezar salin li
ser rême
Li kela Amedê me
Li benda aştî û sozê me
Dayika minê
medyayê
Xwedîyê çîy û
xeza yê
Li hêvîya teme tû nayê
Azadî li ser milayê
Li Colemêrgê û
Geverê
Pêjwazîye lê
dayê
Deng bilind bû li cîhanê
Xweserîya jîyanê
Dayîka minê
Merdînê
Xwîşka min
nisêbînê
Çûne şahî û dîlanê
Li qoserê û hîlwanê
Berê xwe dane
wanê
Gûm gûma
serhildanê
Li şirnex û cizîra botanê
Dengê ve keç û xorta
Li birca belek
govende
Hildana ala
Kurdana
10.20.2010
Rêberê Me
Navê te xweşe
gulîstana min
Çavê te reşe bû
hesreta me
Bindestî zore naçê ji bîra
me
Xizanî buye bela serê me
Xerîbî xema li
ser dilê me
Wê kengê başbê
rewş û jiyane me
Dema azadbê ev Serokê me
Her dil wê şabê bi şahî me
Ronîya çava
hetîye gel me
Ji her çar hela
herikîn ba me
Kom û civînê bine kare me
Wê ziyaretkin birêz Rêberê me
Te dilê min agir
pê kir
Qûrbane herdû
çavê te
Li çiyayê azad şoreş çêkir
Qurbana her dû çavê te
Ref bi ref
gerila rêkir
Qûrbana herdû
çavê te
Rext û kelaş li bejnê kir
Qûrbana herdû çavê te
Ocalan azadî
rêkir
Qurbana herdû
çavê te
13.20.2010
Şervanên Azadiyê
Gerila hun her
hebin
Gel wê tim
werebin
Ev çiyayê Kurdîstanê
Hêlîn û warê webin
Azadî ji mere
tînin
Em ji hevdû
qutnabin
Gêrila tû her bijî
Çiyayê şemzîne dijî
Wargih û komê
dijmin
Bi agirê te
birîjî
Va em dikine gazî
Dîsa neyar tevizî
Şervanên
rizgarîyê
Li dora oremarê
Dîsa leşkerê reben
Ket kemîne êvarê
Kira hewar û
gazî
Li ber dîwara di
nalê
Enqara di lerizî
Bi firoka di bezî
Şervanê azadîyê
Di gerin li nav
dara
Xwedyê maf û heqîyê
Me di parêzin bi sala
15 tebax
2010
Azadî
Rengê kulîlk û
gula
Bêhna azadîyê tê
Hepege li ser gira
Bêhna azadîyê tê
Gel bi hevra bun
bira
Bêhna azadîyê tê
Dermanê dilê kula
Bêhna azadîyê tê
Gund û bajar
bihevra
Bêhna azadîyê tê
Bar hildana ser mila
Bêhna azadîyê tê
Dengê piling û
şêra
Bêhna azadîyê tê
Bi hevra jin û mêra
Bêhna azadîyê tê
Karê pîroz û
xêra
Bêhna azadîyê tê
Dengê Ocalan pêra
Dengê azadîyê tê
Zarok rabune
pîya
Bêhna azadîyê tê
Li ser qadê medîya
Bêhna azadîyê tê
APO jiyana Kurda
Bêhna azadîyê tê
Textorê hemû derda
Bêhna azadîyê tê
Ji hevdû bawer
bin emê azad bin
Kal wê ciwan bin
bi quwet û dinan bin
Ker wê
bihîzin û hişyar bin
Kor wê
bibînin û çavê xwe saxbin
Lal wê baxivin û
bi zar û ziman bin
Cerdevan
fêmnekin ewê rû reş û poşmanbin
Mirîyê
set sal wê jî tirbê rabin
Kurdîstan bûşûte emê bi hevra jiyan bin
Li soz û peymana
emê guhdar bin
15
Êlûn 2010
Aqilê Me
Warê dûpişk û
mara
Hatim bighim li
vî çiyayî
Derdê me bê derman
mayî
Birîn kurin nepêçayî
Ronik li çava ne
mayî
Dil şewitî agir
mayî
Can çiwîyê ceset mayî
Ax ji xemê vê dinyayê
Em hatine
xerîbîyê
Ez nexweşim
ketim tayê
Ma ne besê sebra mi
nayê
Li van çola din bum
hayê
Dikim hewar
kesek nayê
Bun penaber bi
destê dijmin
Mexmûr wargeheke mezin
Bune kom mêr û kal û
jin
Ji bo zaroka
nîne xwerin
Warê dûpişk marê
mezin
Bo mirinê danîne li
vir
Fidakarbun xwe
xwedîkir
Ocalan aqilê me
çêkir
28 Nîsan 2010
Rêberê Dawî
Ji nava navê te
Abdula ye
Rihayê ew bajarê
teye
Emara gundê te bi xweye
Rûyê te roja medidoye
Tirêja li çar
hêla vedaye
Ronîbû dinya tev
xûyaye
Dilê te pirtûk felsefeye
Aqilê te mîne derya sipîye
Bû baran li
xwezayê barîye
Ji bo Kurda
rêberê dawîye
Fikir û reman belakir li
zindîye
Mixabin li zîndanê dil
girtîye
Azad kin tev
rabin ser pîya
Min bi xwe bi
çavê dila dîtîye
25 Gûlan
2010
Nav Penaber
Em hatine
xerîbîyê
Gelek zore xwîşk
û bira
Dehl û rezê me pir durin
Em nabînin darê gula
Herdem ji çavê
min di meşin dilop dilopê hêsira
Barê me gelek
girane
Dil tejîbû ji xem û kula
Ev çiyayê tev bi kevir
Jiyan nekê dar û
giya
Ba û toze li her
ciye
Nexweşe çavê sebîye
Dijmin di bê qempa Mexmûr
Terorîst û APO
ciye
Welat parêz
peneberin
Li kuştine însan nagerin
Aştî xwazê cîhanin
Li ser rêça
Ocalanin
14
Nîsan 2010
Soz û Doz
Li gundê me dan
bûn koçber revîn
Li çavê me dan
hêsir jê pekîn
Li dilê me dan
tev bûn birîn
Li kulê me dan
jê herkî xwîn
Li serê me dan me
jî di hejin
Li guhê me dan
aqil jê rejîn
Li zimanê me dan
wek bilbil axivî
Li devê me dan di
go tû Kurdî
Dikin qedexe di
bê tû Tirkî
Bavê min taxifî
ne şildî bildî
Dayika min texift
wek min Kurdî
Çend hezar salin
li mezra Botan
Warê kalê me di
kirin jiyan
Gurê boz revîn
ji asîya navîn
Li warê Kurda di
bûne mêvan
Em bûn biyanî navê
me kanî
Bi zilmû zorê
ser welat danî
Eva dîroke
herkes dizanê
Wa tirkê xayîn
bextê wa kanî
Bi hemza lozanê
dolaba pilanê
Hûn tev bune yek
mavê me kanê
Xwîn mijê nezan
ji dola hirçan
Apê me rabû va dikê
jiyan
İlmê felsefê heta
bi qûran
Em tev dibakin
li meydan û qadan
Serxwebûn azad
komara demoqrat
Ne bi şer û qîrên
birêz û hûrmet
Kur û keçê gulêne ji
mezra botanê ne
Şervanê li
çiyêne em xwediyê xakêne
Li pey soz û
dozêne
8 Cotmeh 2010
Hevalê Hesen
Ax mamê Hesen
hevalê Hesen
Qet ne kine xem
li şopa wa di meşin
Qet ne kine xem
li rîya we dimeşin
Şahidê mezin li
deşt û zozan
Li Qeresungur
hun bûne mêvan
Hun bune şehîd
bi derdê giran
Alaya rengîn li dora wa di
pêçan
Gulê sor û zer nergiz û
rihan
Evîna dila xaka Kurdîstan
Li çiyayê Qendîl bune
pekrawan
Bi doza Mazluma em sozê
didin
Rêberê Kurda bi tene
nehêlin
Tîraja rojê dora wî şêrîn
Dilê min şikestî
ji şûşa van dila
Êdî qet cebar na
bê her demî dibê kula
Çima girîyên mi
tê çavê min her dem şila
Kezabê min
şewitin wekî pêta Agira
Ev şehîdê şoreşê
dernakevî ji dila
25.1.2011
Roniya Newrozê
Va tên di burin
nêzî gundê me
Egîdê kurda
dikin doza me
Bist û yek adar
va newroza me
Şalûlû bilbil û
awazê me
Agir gurîbû li
çiyayê me
Her kes di zanê
biwa roja me
li
bajarê Amad Kawa yê hemdem
Mazlum Doxan xwe daye nîşan
Ronîya newroz azadî û jiyan
Li
her çar hêla şahî û serhildan
Xêyrî û Kemal hevalê Rewşen
Hun birûska bihar dijmin ji xwe tirsan
Elî û Eşref
Mehmud Zengin
Her çar şehîda
agir li xwe pêçan
Zîndana zilmê
kirin dibistan
Girtîyê qefesê
bune xwendevan
Şahida nemir
Zekîya Alqan
Dadgiha faşist
ji binî ruxand
Mewroz xweş buye
bi şahî û dîlan
Gula
min ya biharê ye
Pelê wê kesk ji darê ye
Sor û zer rengê alê ye
Qelenê wê ji xwînê ye
li hivîya gelê Arîye
Çav li gereva rojêye
Ji deryayê kengî bêye
Wê
çê kelha Geverê ye
Bala ciwana tim lêye
Azadî pêre di meşêye
Wê bê newroza salêye
14 Sibat 2011
Gorê Komî
Me ji gund
barkir, bê mal bûne
Ji destê xayîn,
talan bûne
Ji warê xwe, pir
dûr bûne
Li xerîbiyê,
xemgin bûne
Zarok birin,
winda bûne
Ev çi edelat
qanûne
Mafê mirova kerbûne
Neyar bi xwînê harbûne
Gorê komî eşkerebûne
Yeka yeka nû vebûne
Dilê bav û dayîkê we
Nuka şewitîn birînbûne
Erdoxan û dadgeh
xayîne
Qir kirin û
tinebûne
Bi kevra di
kujin bi zanîne
Mavê Kurda winda
bûye
Dibê li lozanê
nîne
Rûçikê dijmin
reş bûne
Hovin, insanetî nemaye
Cîhan korbuye
Çav rijîyaye
17 Sibat 2011
|