|
hêvî ji hêvîstana
beybûn ji kulistana
berxwedan ji dilistana
bawerî ji hevalistana…
min bi van çavên piçûk dît
tu diçûyî
çûyîneke veşartî
tenê diya min xef xef digiriya
û ez dihembêza xwe de dişidandin
wê şevê
te bi lêvên agir
ez diramusam
tenê hinga
rûyê min şil bû ji rûyê te
hêca li şiliya rondikan nehesiyabûm
hevqas biçûk bûn çavên min
û min leyîstok didît çûyîna te
leyîstokeka te û diya min
li min dileyîst
tu diçûyî
lê ez necihêya çavşiliyê de bûm
tu diçûyî
diya min ez dişidandim
hêca jî dişidan e
piçtî çûyîna te
her şev li benda te bû diya min
ez j îli benda diya xwe
perîtî pac jî kulû bendewariya
diya min
rizin çerçaweyên wê
hesin jî mehilîn
û zangê girt ji rondikan
bawerke!
Çiqas ra direyan
li fîrê diket diya min
sa direyen
çav li reşiya şevê belek belek
gûh mûç dibûn
lê min disa fêhmnedikir
çima ji reyîna sayan
hevqas keyfxweş dibû diya min
sa direyan
lê tu ne dihatî
tu çûyî
herşev li benda te dikir sibeh diya min
ji wê tu şeva têr xew nebûm
ji qasê çûyîna te
bêxewim ji ber çûyîna diya xwe
tu çûyî
bi tere hat diya min
vaye çend salin
tu çûyî
hêca li benda te ye diya min
li benda diya xwe me
niya li ku yî?
Çima nayî?
Nizanim!
Lê
êdî dizanim rondikin diya xwe
rijandina avê bû li dor te
bo bêvegeriya çûyîna te
edet bû li paş çûyînê av rijandin
diya min hêca diriyîne
az jî pêre
hinga pitir şid dibe dewsa te
de vegere êdî
zûha bû diya min…
zûha bûm…
dildirizin
na(j) li me rûye xwe dike
fêdîkare
ne xwe ne dime lê rû
yê livliv
li ser goristana rehan de biwerihiya
rûreşiya serdemê ye bextê me
her kêlî li me dike çaqçekuk
dem decarê îroyîn
li ku digre dixwe
pêxwarina qermekî bextkarîm
kêlî kêlî tême xurarin
dem derizi
çax rizî
rehê serdemê xwe j îme dizî
dil dirizin êdî…
Girtigeha Sêrt’ê
Hüseyin Güçlü
|