|
|
Ey hawar! Çi bêjim ji bo te
felek, dil perçe bi perçe, weke stêrka xemgîn û
melûl li ser giyana min û li ser erdê hûr hûrî
bûn.
Ew kêlî, ew kêlîya ku hemû heya
em rawestiyan û reşiya şevên tarî bi ser me de
rûxiya. Ew kêliya ku hestên, giyana me bi ber
babîlîsokên berfanbarê ketin û di pêlên
jandariyê de werbûn. Ew kêliya ku çav di
çerçoveya dîmenên jar de eliqîn û awirên dijwar
raberkirin. Hevala min dîmenên wê şikestin. Wê
kêliyê, tevî hizir û bizav hemû bedenên min
qerisandin, mirov dibê qey tufaneke cemedê rabû
û her yek ji me bû peykerekî qeşayî. Mîna awirên
şikestî, bask jî şikestin û tevger ji hemû
bedenan weşiyan mîna gula ku xemgîne û çilmisiye
pelên wê diweriyan. Êdî guhên min dengê ku ji
çiyayê bilind, bilind dibû nedibihîstin. Guh
kerr bûn, deng têkîlhev bûn, xişinî û xuşiniyê
di perdeya guhên min de olan didan. Peyv di
gewriyên min de asê man û hemû di qeraxên golên
çavan re herikîn.
Berfanbarê dîsa bi ya xwe kir,
dilê min sotand û dîsa bayê xwe yê reş di
serûçavên min de şerqand. Li ber çûyîna xwe,
derbeyeke xedar di dilê min de der kir û çû. Ezê
ji te re nebêjim oxir be, berfanbara bêyum û
xayin, ezê ne li dûv te, ezê li dûv Newala bedew
reşiya çûyinê girê bidim. Li pey ew çûyîna
xedar a bêxatir şînê bigrim. Li ser giyana te
ezê maka Adarê bi rondikên xwe av bidim, da ku
di malzaroya wê de nûnewroz şîn werin. Gul û
kulîlk vejînin, hemû weke Newala bedew keça
rojê, bejin berdin, bigihên, bedewbibin,
bixemlin û li semyan mezin bibin.
Şeva yekê Adarê çîkîsayî ye, ji
derveyî hîva kevan û Gelawêja rûgeş a aso, hîna
stêran xemla xwe bi ser rûyê asîmanan de
bernedaye. Keça rojê te dilê min kir lehiya
giryanan. Derveyî dengê bayê ji lutkeyên çiyayên
bilind ên Qendîlê dipeke û di rûyê min de diteqe
û ji dengê giryana dilên mahsum tu deng nayên
bihîstin, dernakevin. Şînahiya asîman xwe
nixumandiya ser rûyê me, raveya rewşê, bi pêjna
Newalê a kelegirî xwe li ber çavan radixîne.
Çirûskên hîva kevan weke şewqa banuya şevan xwe
li berfa lûtkeyên çiyan radipêçe mîna fîstanekî
spî. Hîv û stêrk bi hev re ahengeke bêhempa ya
avsûndar, roniyê ji bedenên hev diafrînin,
gerdon roniyeke zelal û bêpayan li ser bedena
xwe dike, lê tarîya kûjer bi ser û çavên me ve
herifiye.
Di bîr û hişên min de wêneyên te
naçin heval Newal eyî keça rojê, em li hev
dinihêrin, her kes li benda yê dine ku peyvekê
bibêje, dengekî derbixe û da ku dilê min kêliyek
bejî hêdî bibe. Bi dengê xwe yan jî bi peyveke
avsûndar vê bêdengiyê, vê şînê û vê xemgîniyê ji
hev biqetîne. Lê deng dernakeve, gotin lal
dimînin, awir li hev dikevin, çav ji hev direvin,
mifte li devan dikeve, lêv bi ser hev de dişkên,
kêliyên hestyar melûlin û bêdengî dîsa weke
perdeyeke giran û bixof xwe bi ser bedena min
de dike. Bahoz jî şerm dike, lal û bêdeng e,
hîv jî xemgîn dikeve, lewma xwe di paş qetek
ewrê demsalê de vedişêre û Gelawêj jî pê re
diçilmise, melûl û jar dibe.
Ger niha yek xençerekê li min
bide, xwîn ji min naherike. Newal keça rojê?
Naxêr! Dil vê yekê napejrîne û nikare li xwe
mûkir were. Nergiz digrî, bi her hinaseya wê re
milên min ê li stûyê wê pêçayî radibe û dadikeve.
Di hundirê dilê min de awazeke xemgîn bilind
dibe, hema weke lorîna ji dilekî şikestî dike
hawar” e û pêl bi pêl rondik xwe li qeraxên
çavên min didin, ez digrîm. Yan ne gengaze ku
dil ji bo te negrîn, him bi axîn û him jî bi
fîxan.
Bayê serê sibê xwe hêdî hêdi li
bedena min di aland û nuçegihan her nuçeyan
dixwîne û peyva keça delal û bedew Newal , weke
tîrên tûj di dilên min de diçikîne. Newal şehît
ketî, hey hawara te bikim xwedêyo! Ma çawa ev
dil li ber vê rastiya malkambax xwe hilbigre!
Rêhevala min a delal û dil soz şehîde. Parmenda
heyamên ken û girîn, hevriya jînên xem û şahiyan
ne dikanim te bibînim. Tu yek ji mêrxasa
lehengbûyî. Te bi bedewbûna xwe ava ku diherike
ji ber te har û din bû. Weke kulîlka şînebiharên
zozanan, weke kevoka şînebanên asîmanan. Tûbûyî
keça rojê û li asîmanan baskên te mîna kevoka li
asîmanê şîn difirya û li badibû.
Keça bedew heval Newal çend
caran bi xezeba gerdonêre rabûyi cengan û bahoz
di sînga xwede erê kirin. Çend caran bi aşûtên
demsala reşre ketin halana heyîn û tinebûnê û
pêlên mirinê bi zendên xwe yên qeyim, narîn ve
tewandin.
Niha asîman sayî ye, lê her çar
aliyên min stêrkan govend digerînin tevî çiyayê
me bi pêlên kûr ên tariyê ve pêçaye. Niha bayê
zozanan razaye, lê di hundirê min de tufan
diqewimin û hinava min mîna qazana li ser tifikê,
dikele û difûre. Perdeya xemgîniyê xwe li min
lefandiye û tevî çavan dilê min jî digrî. Peyv
têra raveyê nakin, hemû bêwate û bê rave mane.
Lewra niha şev jî digrî, hîv digrî, ba digrî,
çiya digrîn, payîtext Amed digrî, tevî dar û ber,
tevî çem û kanî, tevî gir û rûbarên ava Zapê
digrî. Hey hawar de were û bi lehiya van hêsir û
rondikan van xwînxwaran nede ber xwe û hemûyan
nexeniqîne. Lehiya giryanê ye hey hawar ! Weke
ku dê ev lehî xwîna Newal bişo, dê neyaran jî di
nava pêl û herikînên xwe yên dijwar de
bifetisîne û tola te ji dîroka rûreş hilîne.
Dîsa berfambarê bi ya xwe kir
hogirno, şitlên rîhanan di pûka bêwefada xwe
bêgiyan hiştin, lê emê ji nû ve di Adaran de
biharan biwelidînin û tevî kulîlkên rûxweş ezê
şitlên rîhanan jî vejînim û henasa te di dilê
xwede hertim nûbikim û biafrînim.
Nergiz can
2009-08-05
|