* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

 

HÊVÎ

 

 

Mamoste Mazlum Tekîn

 

We agir ji çirîskan peydakir,

Dilop bi dilop we derya çêkir,

Ji ax û avê we herî çêkir,

We ji heriyê mirov peydakir,

Çiye gunehêmin?

Çima nizanim?

Ez ji dayîkbûm wekî mirovan,

Wan jiyan li min kirin zindan,

Mirovim ez, ezim mirov,

Ewin ne mirov wekî gurên hov,

Mejî li min şuştin, nema dikarim bihizirim,

Çav li min kor kirin, tarîtî de veşartî hiştim.

Mane dilê min rûpelê spî?

Çi tiştek xirab heyî wan lê nivîsî!

Bêku ez bimirim ez mam veşartî!

Mirovahiya we avakirî serûbin evbî!

Xwîn, agir û termên şewitî!

Guran çêkirin xanî ji hestî,

Ne Îsa, ne Musa ne jî pêximber,

Nedîtin wiha lêdan û keser,

Bi salane vê xwînê wiha dinivîsin,

Navê vêya be, dîrok li dîrokê lenetê tînim,

 

Ger navê vê be jiyan,

Li cih daxwaz dikim goristan,

Li benda te mam bi salan,

Xudayê erd û esman,

Rêke Nuh, rêke Manî, rêke Zerdeşt,

Da dîsa li vî warî bikine buheşt,

Û sal 1949 roj 4’ê Nîsan,

Ji nû ve xudê da însan,

Di yek car de dengek derket,

Ciger li dijmin dîsan kire qet,

Min got: belkî qêrîna dayîkekiye,

Kî dizane dibe ku giriyê zarokek sêwiye,

Belkî prometekosê ji bo azadiyê sondxwarî,

Yan Gilgamêş be, ji bo tovê nemirinê geriyayî,

Ewir û heyv yan jî stêrke,

Na, ev deng tenê roje,

Di yek carî de dest rabûn rojê,

Ji ber ew bû hîvî ji bo herkesê,

Dengê mirovan ji bo hêviyê,

Cihê mirovahî Ruhaye navê wê,

Ji bo tû çêkî hêvî, pêwîst tû pêximberbê,

Belê li vir li hêviyê geriyam,

Ji bo bibînim bi salan ez meşiyam,

Bigirî tucaran nabim xwedî qat,

Pêwîste ji can ez bikim xebat,

Wê demê bibînim hêvî,

Belkî sibe yan zûtir ji sibe jî,

Rojê li min da hînkirin,

Yan azadî yan mirin,

Ramanê azade balkiyê min,

Cil û berg kefenê min,

Mamostayê mine rêberê min,

Serhildana cengewerê min,

Amed bûka welatê min,

Çiyanin hêlîn ji bûna min,

Welatê min Kurdistan,

Soz û peyman Ocalan,

Roj û stêrk Ocalan,

Hêvî û bawerî Ocalan.