* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Meçe
 

 

          

Bedena şevê mîna mirinê sar e

Stranbêjên wê jî tunene li holê

Stêrkan xwe ji sirûda mirinê re amade kirine

 

Meçe

Kila siphanî ku dapîra min

Bi çavên xwe jî dida

Bê wate dimîne

Li ser rêya te sekiniye

Efsûneke ku giyan dilerizîne

Awir jê direvin

 

Meçe

Aramiyek ku tirsê vedixwîne

Li hawîrdorê digere

Û tîqetîqên ji jiyanê bêpar

Tevlihev dike wê aramiyê

 

Meçe

Pelên welêt diweşîn

Mîna payîzek bêxwedî

Derya xwe dûr dixe ji çem û robarên bi xwîn

Dol tijî bûn

Êdî di qelîştokên erdê de jî cih nema

 

 

Meçe

Bajêr hevkariyê

Ji qedaya tariyê re dike

Wê te jî li ber xwe bibe

Tê wenda bibe bê ku tu pê jî bihise

Wê te bikin qurban

Ji kevneşopên gunehkar re

 

Meçe

Hawarên bêdeng

Axîna ku navika wê

Bi me re hatibû qutkirin

Guhdarî bike

Û

Xwe dûr bixe

Ji mirovên ku li xezeba Xwedê rast hatine

 

Meçe

Xwe bêpar meke

Ji rojên ku bi hevalan şad dibin

Hêviyên xwe

Bi ramanên Rêber Apo bipêçe

Meçe

Xwe dûr meke ji çiyan

Bila roj

Di çavên te de

Di dengvedanek nemir de

Binevşa bi ken bike

Û birînên me bipêçe

 

Meçe heval

wê tunetiya te

Sêwî bihêle çivîkan

Yekta Şoreş

20.08.2009

 

 

 

Rêheval (52) 9

 

 

Tu niha li çiyan

Ji demsalê payizê dijî

Kendalên kûr

Ku ji hizrên dojehî em ji hev kirin

Di nav agir de hiştin stêrka şivanan

Te digot:

“Bes e, êdî efsûnên li paş tîrêjên rojê

Ku remla ji çarenûsa me re diavêjin!”

 

Payîza li vir jî her çiqas ne cewaz e ji havînan

Şahidê lerizîna min a berbangê bêyî te ne

Te qeda li pêşdaraziyên

Lêvên bi xiyanet dixist

 

Li te digerim Rêheval

Di tenêtiya xwe de bi şev û roj

Rêya te dişopînim

Dilê min ê qeşa digre

Bi van xeyalan piçek jî dihele

Lê çi bêjim

Ber bi xeman ve zêdetir dibe

 

Rêheval

Ez hinekî guherîm jî

Lewma

Êdî ne kenê li pişt rûyên xapînok bandorê dikin

Ne jî awirên berê ku sedema şkestina min bûn

Tu dizanî?

Tenê dilopên ji veqetînê

Û kenê di hizrên min de

Bê av mane min diêşînin

 

Rêheval

Strana ku di lêvên terikî de

Bi bayên çiyan ve diherikî

Erê awirên kûr û dirêj

Rêhevalê me

 

Tu çûyî

Ber bi tîrêjên rojê ve

Di rûyên te yên hinarikî de

Ken mîrate be

Heta hetayê ji te re

Yekta Şoreş

29.09.2009

 

 

 

 

 

Veqetînek Payîzê (53) 10

 

 

Gotinek ji dojehê bû veqetîn

Di hizrên şevên min de diponijî

Xemgîniya piştî çûyîna

Şewat bi dil dixist

 

Dubarebûyîna veqetînê

Ne fêr kiribû

Ne jî şopên wan winda kiribû

Her tim qeremûşkên hestan radikir veqetînê

 

Xwîn di jiyana ku xwe spartibû çiyan de

Di cokên hêviyan de

Diherikî robaran

Û her tişt li ber xwe dibir

Piştî veqetînê

 

Di siya bermaya dengên wê de

Kulîlk dikeniyan bi rojê re

Lê, çi fêde

Berhem ji şevên bistêrk nedima

 

Di her veqetînê de

Lorînên dergûş dilorandin

Dişkestin

Di paxila çiyan de vê carê

Rondikên keserê dimijandin

Di demên bê wate de

 

Piştî veqetînê

Ewrên payîzê birûsk vedidan

Bê wext û sedema tirsa veciqînê bûn

 

Di lêvên hevalekî de dengvedanek germ

Bi çiyayên ji hilma qeşayê belav dibû

Û nîşaneya veqetînê bû ew misoger

Bedengiyê kirasê ji asîman li xwe kiribû

Dorpêç kiribû her cih

Berbangê maf didayê

Lê veqetîn mîna berbangek sar…

Yekta Şoreş

01.10.2009

   

 

 

 

 

 

EVÎN (54) 11

 

Ev çawa evîn e

Di her henaseya kêliyekê de dihelîne

Û di her dilekî de dilop dilop xwe dike yek

Di asîmanê şîn de

Jiyanê li ber xwe dibe

 

Ev çawa evîn e

Di her şaneya kulîlkekê de

Şilten rûken û egîd

Di nav xaka welatê min de

Ji çirûskên vejînê

Hêviyan distire

 

Ev evîn dibe evîna Kurd

di dergûşa Kurdistan de

di lêvên dayikekê de

bi destanên şervanên Apoyî

te mezinkirin ji siberojan re

Diheje dergûş, dikene evîn

 

Bi şitlên şîrê şadiyan

Mezin dibe bi serbilindî

Diçirisîne evîn

Weke awaz û deryayekê şîn

Weke rojê ronî

 

Cangoriye ev evîn

Ji bo Kurdistan

Ji guliyên qîrîna hezar salan

Hatiye hunandin

Bê tirs û bê guman

 

Evîneke bi lez e

Leza ber bi rêya Rêber Apo ve

Serê rêhevalên xwe bilindkirin e

Gihandina stêrkan e

Mêvantiya ji heyvê re ye

Her şev û her kêlî

 

Xwe bi qurban kirin e

Ji bo Rêberê xwe

Çûna ser mirinê û her wiha

Bi dirûşm û tilîliyan

Pêşwazîkirin e şehîdên xwe

Di hemû demsalan de

Jiyana biharê ye

 

Ev evîn evîna Şehîd Lewend e

Di her dersdayîna dîroka partiyê de

Mêvanbûna ji Rêber Apo re ye

 

Di her peyvek Kurdî de

Evîna Şehîd Çîmen e

Dengvedana dengê wê ye Qendîl

Govendgirtina wê û şagirtên wê ye

Li Qalatûka

 

Ev evîn bilindkirina ala wan e

Heta roja serketinê

Yekta Şoreş

09.10.2009

 

 

 

Dibûn PKK (66) 12

 

 

Tenê êş bûn

Di awirên çavên jiyanê de

Bi têgehên bajaran

Dihatin jiberkirin

Nikarîbû were rawekirin şadî

Bê çi ye û çawa ye

Di lewaziya bendê gotinê de

Reva ji xwe dest pê dikir

 

Her tim pirên ji janê

Dihatin pêşberî hêviyên ku

Tenê di kêliyan de per li xwe dixistin

Paşê bê per û bê bask diman

 

Di rewşek wer de

Lêgerînên çima wisa

Dihatin pêşberî mirovan

 

Serdem dihatin nîqaşkirin

Hesabpirsînên ku di xewnên şevan de

Nedihat bîra kesan

Di rayên jiyanê de diketin tevgerê

 

Nav lê dihat kirin

Partiya Karkerên Kurdistan

Rojek ji rojê ronaktir

Bi tîrêjên xwe

Têgînên jibîrkirî

Tirs û serma serdeman

Radikir

Li şûna wan

Wêrekiya bi exlaq xemilandî

Vînek ji şitlên Kurdistan

Dida şervanên xwe

 

 

Rêber Apo bû

Afirînerê jiyana pîroz

Çavkaniya hêviyan

Di berhemên xwe yên pîroz de

Dida fêrkirin

Serpêhatiyên di axir zeman de

Vedibûn careke din pelên dîrokê

Para xwe digirtin

Ji tîrêjên Rêber Apo

 

Li dengê fermandarekî

Ji artêşa Apoyî rast dihat dem

“An em ê, bi ser kevin an jî

Wê dîrok me lanet bike!”

 

Şadiya di deman de veşartî

Bi bayên ji 27’ê Mijdarê

Xwe li bendên zaliman dixist

Dibûn PKK dil

Dibûn PKK Can

Dibûn PKK her henase 

 

Yekta Şoreş

29.11.2009

 

 

 

 

 

Asos (100) 13

 

 

Çem dinaliya

Du çav du çav matmayî diman

Asos!

Sînga te bi xwîn e

Ax sor e

Çemê ji te dûr dinale

 

Asos!

Ma tu mezin nebibû

Bi şîrên dayika xwe?

Yan dayika te li te heram kiribû şîrên xwe?

Ma tu  qet evîndar nebibû Asos?    

Ma tu qet tê nedigihîşt

Bê çawa tê hezkirin

 

Asos!

Çawa dil e dilê te?

Tu nikarî hezkiriyên xwe jî biparêzî

Ez nifiran li te nakim na

Axîna çemê me

Wê te li ber xwe bibe

Û êşên hevalên min

 

Asos!

Hemû kêliyên min dihizirin

Xwîna li ser latên te maye

Şerm dide jînê

Yek bi yek xwe bi dar de dikin

Têne pelçikandin hêrs

 

Asos!

Xewa giran a mîna mirinê

Sar kiriye bedena te

Rabe hembêz bike evîndarên xwe

Derengmayîn û bêdengî rûreşî ye

Divê êdî ne şikestî ne jî nîvco bimîne çarenûsa me

 

Azadî 

Ne ji berbangan

Ji şervanên Rêber Apo

Ji afirînerên jiyana pîroz

Hêvidar in welatek azad…

Yekta Şoreş

24.06.2009

 

Çûyîn (101) 14

 

Zinar têne xwarê

Ji çirûskên sîxurê şevê

Beramberî jan asîmana şîn

 

Barên keştiya bûye xerîbî

Derya şîn asîman şîn

Kurdistan bi xwîn

Û ez jê dûr

Ji mîrateya axîna ji şirê dayika min

Hatiye hûnandin jîna min

Her wiha bi tixûbên zincirkirî hat girêdan

Temenê min

 

Bayê kesera me

Di rûyên dîwaran de

Daleqandî ma

Û di peyva “xwezî nebe şev” de

 

Pelên derya li ser çavên min dixin

Xemek sar û bêhêvî…

 

Bê welat im ez dîsa

Bê dayik û bê war

Wêran im heval dilşewat im

Qîrînek bêdeng im ango penaber im…

Yekta Şoreş

16.06.2009