|
|

Herêma
xerzan weke tê zanîn û zozanan di nava xwe de
dihewîne. Herêma xerzanê nêzîkî sê bajar û çend
he bên navçeyên bajrên cuda di nav xwe de
dihewîne. Di serî de Wan, Bilîs û Mûş her
wiha du heb navçeyên Sêrtê: hawêl(Baykan) û
Şîrwan û du heb ji navçeyên Êlihê : navçeya
kozkul û Qubilcewaz (Sason) dikevin nava herêma
Xerzanê.
Herêma Xerzan jibo dîroka Kurdîstane de
ji bo raperîn û serhildanên Kurdan ristekî mezin
leyîtî ye. Du heb serhildanên mala Elîyê Unis li
Qobilcewazê(Sason), du heb serhildan li milê
Bilisê li Xerzanê a Xelîfe
Selîm û Şêx Şabedîn (di 19011’an de) û li milê
Motkan serhildana Edbulrihman û li navçeyê
Miskê ku bi wanê ve girêdayî ye, serhildanek
qewimiye.
Herêma Xerzan ji bo Kurdan hem ji hêla
lêşkerî û hem jî ji hêla jeo polîtîk û sîyasî ve
parastin geheke stratejî e. Heke heyanî roja me
ya îroyîn gelê Kur nîrxên xwe yên neteweyî;
çand, ziman, nasname, rûmet, hebûn û heyîna xwe
parastiye û berdewan kiriye? Bi saya mina
çîyayên Xerzan, Dêrsîm, Agiri, Botan Zagros û
hemû çîyayên din yên Kurdîstanê ên pîroz in.
Her wiha herêma Xerzan ji bo têkoşîna me ya
hemdem a tevgera Azadîya kurdîstanê ji çeper û
riteke xwe yê girîng heye.
Di ber bi dawîya havîna 1997’ an de komek
hevanlên me, ji bo peywinrekê ji bal me ji milê
miskê (Bahça Saray navçeya wanê) bi milê şaxê ve
(Çetoxê) diçin. Piştî ev koma hevalan peywîra
xwe pêk tînin vedigerin. Di vegerê de rastî du
heb cerdewanên bêçek tên. Ew herdu cerdewan, ji
bo komkirina daran bi tevî hêstirekê ve
derketibûn çîyayê pişta gundê xwe. Heval, ji
cerdewanan dipirsin dibêjin “ hûn ji kîjan gundî
ne? Dibêjin” em ji gundê Qesrokê ne”. Qesrok bi
gişti gundekî cerdewana in. Ji ber vê sedemê ew
koma hevalan dicih
Di encamê de Siracedîn digihîjê hêzeke bawerî û
asteke mezin ku biryara xwe ya tevli bûnê bide û
bibe Gerîlayekî têkoşîna azadîya kurdîstanê. Lê
belê Siracedîn ji ber helwesta xwe ya ku di
destpêkê de xwe ji hevalan re xuya kirin.
Ligel ku Sıracedîn biyara tevlîbûna xwe hîn
ji hevalan re venegotibû ji, li wargeha hevalan
çekek ji cureya “ARBK” ê hevalan ji Siracedîn re
gotibû.” Ev çek zêde ye, bila, te be. Heke
rewşeke awarte biqewîme! Xwe pê biparêze”
Siracedîn jî bi kêfxweşî û peroşeke mezin ew
çeka giran û loledirêj hildabû milê xwe û mîna
rewana (rihê) xwe yê pok lê dinihêrî û qedir
didayê.
Hevalê Siracedîn di dawiya payîza sala
1997’ande biryara tevlîbûna xwe li nava refin
gerîla ji hevalên rêveberiyên yekneyê re
vedibêje. Havelê Siracedîn di destpêka dem sala
zivistanê de biryara xwe di civîna fermî de
eşkere dike. Soz û peyimana xwe bi awayêkî fermî
dide, civata hevalan. Hevalê Siracedîn, nave xwe
yê tevgerê dibe hevalê “Çekdar”. Hevalê
Siracedîn aygo Çekdar, biryara ku soz û peyimana
xwe bide; di destpêkê de hinekî bi awayekî xwe
rexnedayîn dike û wiha dibê jê “Heta ku min
heval nedîtin, jiyana gêrîla, armac, rastiya
şerê gêrîla û PKK’ê nas nekir. Min ji mirovatî,
nirxên mirovahiyê û tu tişt ne ji xwe ne jî ji
cîhanê femkiribû. Ez gelekî ji jiyan û nirxên
mirovahiyê dur mabûm. Dema ew heft hevalên
şervanên nû di demsalên payîze de hatin tevlî
mebûn û bi taybetî dema wan cih û bergên gêrîla
li xwe kirin, min ji xwe pir şerm kir. Min ji
xwe re got: Tu kerî çi te? Tu hema bikevî biniya
vî erdê “vê rewşê wisa bandorake mazin l imin
kir û min xwe di nava şermazariyê de didît.
Piştî hevalê Çekdar, bi germahî, bi peroş û
arişeneke(moral) mezin miryara soz û peymana xwe
di cıvata hevalan de da: Hevalan hemûyan bi hev
re rabûn li ser piyan bi germahiyeke mezin jê re
çepikên pir bi deng û germ lê dan. Êdî di
keseyatiya hevalê Çekdar de siracedînê cerdewan
sozûmana dewleta Tirk bi bin ket û winda kir,
hevalê Çekdar û rastiya şoreşa azadiya
Kurdistanê bi ser dikevi. Rewşa serpêhatiya
hevalê Çekdar ji derhozeyekê(mucuzeyek) ji
diyalektika rastiya civaka Kurdan’ê.
Di despêka dema zivistanê de, wargeha me
ya zivistanê ji ber sedama çêbûna reva du-Sê
kesên bêrûmet û bêvîn deşîfre dibe. Em neçar man
ji geliyê pişta Mikse derkevin xwe bidin cihêkî
bi ewle. Em neçar man xwe ji Miksê ji warê
helbestvanê dîrokî Feqiyê Tayran derbasî milê
geliyê karkarê bibin.(ku geliyekî 14 gundên
giredayî navça westana Wanê ku vala têde hebûn.)
me di geliyê karkarê de zivistanekî pir zor û
dijwar derbas kir. Nizikê ji( 10) operasyonên
leşkerî li ser geliyê karkarê û geliyê pişta
Miksê çêbûn. Ji ber rewşa awartê ya operasyonan
û ji ber şert û mercên erdnigariyê bi piraniya
xwe zozan bû û berfa wê ki şeş-heft metreyan
bilintir bû, ji ber sıra seqama berfê piyên neh-
deh hevalên me şewitîn. Legel ku ji deh
operasyonên dijmin zedetir çêbûn jî, tu
windahiyên hevalan zêde çênebûn. Bi tenê di
operasyona dorpêç kirina hevalan di geliyê
karkarê de pevçûn derket de sê-çar leşker hatin
kuştin û şeş- heft heval birîndar bûn û hevalêk
ne bi gulaya dijmin ji ber şertên ewlekariyê wî
û çend hevalan xwe di nava çemê ava ku ji berfê
diheliya de xwe çar- penç seata di avê de dirêj
kiri bûn. Piştî hevalê Zinar ji vana çem
derdikevi gewdê wî diqerise pekrawan dibe.
Hevalê Zinar şervanekî nûbû ji ber operasyonan û
araste bûnên dijmin li ser geliyê karkarê û
geliyê Miksê pir zêde bûn. Em neçar man ji
geliyê karkarê derbasê milê çiyayê Kanîspiyê ku
dikeve pişta wastanê bibine. Herweya ji ber ku
em ketibûn serê demsala biharê û em di hea Avêlê
de bûn. Me agahiya operasyonêkî berfirehî û bi
gelemperiya heremê ê derbikeve ji gundiyan
bihistibû. Ji ber vê rewşa operasyonê em ne çar
man ji raserî westanê ji çiyayê Kanîspî derbasî
bi milê şaxê(çatak) bibin. Dema em derbasî milê
Şaxê bûn, em rastî du şivanên cerdawanên gundê
kokanan hatin. Gundê kokan, cerdewanên yên di
navçêya herêma Şaxê de herî har, bêtir û bedik
bûn. Me ji bo ewlekariya yekineya xwe, me û
şivana bi çek cerdewanên kokanen nekuştin, ji
ber ihtimal û gumanan ew herdu şivan ê geliyê
ditîna me bikin, em neçar man dîsa bi paş ve
vegeriyan çiyayê Kanîspiye ya ku dikeve raserî
gundê kêrsê ya bi navçeya wistanê ve girêdayî
ye. Piştî ewqasî zorî çil û heşt seatan
bêbehvedan û bênavber em meşiyan bûn û pir
westiya bûn. Dema em vegeriyan çiyayê Kanîspiyê
piştî rojekê û şûn ve me agahî ji gundiyan girt
ku dijmin ji cerdewanên hemû navçeyên Wanê,
fermana kombûyîna cerdewanan daye, ji bo
derketina operasyoneke mezin amade bin. Bêriya
operasyon derkeve çiyayê Kanîspî bi rojekê, me
êvarê xwe amade dir ku ji çiyayên Kanîspî biçin
cihekî bi ewle, ku qet operasyon jê negiri. Lê
sed çarê mixabin, dema me hemû pêdivî û tiştin
xwe lihevdan û dema hewl da ku em birêbikevin;
çend heb peşkên barana biharê yên xapînok ku
mirovan di dava hembêza xwe de bixine xwa mirinê
de da razandin û bû sedama ku em li Kanîspî ye
biminên. Belê operasyona malkambax û malikweran
ya berfirehê û gelemparî jê dihat dabeş kirin.
“operasyona Murad bû” bû, ya di roja 25’Avrêla
1998’ande bû. Di nepeniya derengiya şeva 25’ê
Avrêlê de dijmin bi tevî geleş cerdewanên
navçêyên Wanê nêzîkî heşt hezar leşker û
cerwedan derkikevin operasyona çiyayê Kanîspiyê
û gelek çiyayên hawirdorê wêb i derengî şevê de
leşker bi tevî cerdewanan ve bi taybetî (cerdawanên
şoxê ên milê alan) çiyayê Kanîspiya bi berfirehî
dor pêç kirin. Li ser hemû sermil, nargirik û
sergirikên bilind yên çiyayê Kanîspiya girtibûn.
Heval ji bi xapîkok ketibûn dofika bêrihimbonî(
acimasız) ya peşkên baranê de di şikefteke
dolkeke biçûk a çiyayê Kanîspiyê de bûn. Dema
heval sibehê zû siyar dibin, li derdora xwe
dinihêrin ji dûroniyê ve li ser direkê bilind
hin tişt reş dikirin. Lê hevalan bi guman
digotin qey kevirên şeş in. Dema hevalek bêtêlê
dixe lê gerinê verêkon dike, dikeve ser dengekî
ji nêzik ve yê cerdewanan dema hat, di çih de
heval pê hesiya ku her derên derdora wan
operasyon derketiye. Leşker û cerdewanan hemû
sergirek, navgirik û ser milên cihên bilind yên
çardorê wan girtine. Çar hevalên girikvan(
tepeci) hin di zûtira şevê de çûyîn girekî
raserî wargeha hevalan. Pir mixabin ji ber
westana meşa çil û heşt seatan û çûyîn û vegera
ji şaxê hin ew westîbûn ji ser xwe navêtibûn û
ji ber bêxewiyê her çar heval dibin naylonê de
di girt de raza bûn. Ligel ku heval nêzîkî çil
xulekî (dakika) bi bêtêlê gazî hevalên girikvan
dikin, dîsa ji ew her çar heval ji xew şiyar
nabin û bersiva bêtêlê nadin. Piştî çil xulekî
dijmin tevgera ajawaya( kala balık) ya hevalan
di şikefta dolikê de dibine û leşkerên li
girikên bilind ji jor ve xwe be bi milê dolika
şikeftê ve berdide ser hevalan. Heval jî hema
çawa dijmin hewl dide xwe berdide xwarê, ji
şikeftê derdikevin raserî piştî şikeftê ji boyî
parastina hevalan komek ji sê hevalan pêk tên
ji vana ajawaya hevalan derdikevin li pişt
atehtên raserî şikeftê bi çeper dibin. Li hember
leşkerên xwe bi xwarê ve berdidan dest bi şer û
pevçûnê kirin. Di nava vê koma parastinê de
hevalê Çekdar ji di nava wan sê hevalan de bû.
Leşkerên ku xwe berdebûn xwarê bil êdana bersiva
koma parastinê leşkeran xwe dan pişta girikê her
çar hevalên me yên girikvan û dijmin xwe gihande
girikvanên me, ligel ku hin deh pazdeh xulek
dest bi şer û pevçûnê kiribûn, ew her çar
hevalên girikvan di xewde, di bin naylonê de
gule baran kirin û pakrewan bûn. Leşker piştî
hevalan şehîd dixîne, leşker li cihê girikvanan
bi çeper bûn. 23 hevalên kome ku ji şikeftê
derketibûn û sê heval ji bo parastina xwe
derxistibûn. Bi saya wan sê hevalên parêzvan
nêzîkî bist xulikan dûr, xwe di nava ber û
şikêrên nepen û xewle de bicih bibûn. Dijmin ji
girikên jor ve hewl dide j inilên cuda de
derdora wan her sê hevalên koma parêzvanan bixin
dorpêçê. Lê ji ber bi rihekî cengawarî û lehengî
hevalê Çekdar û her du hevalên xwe yên din
şerekî pir bi tund û dijwar dikin. Leşker dikin
nakin yek gavê ji xwe bi milê xwarê bi milê wan
ve nikare xwe berde, heyanî heşt seatan hevalê
Çekdar û her du hevalên xwe ve berxwdaniyeke
bêhampa dikin. Dijmin bi vê berxwedana bêhampa
ya hevalê Çekdar û her du hevalên wî tê
xapandin. Dijmin rowêj û texmîn dike ku hemû
koma ajawaya ya hevalan li pişta şikeftê bi wan
re şer dike. Lê nizanîbûn ku hevalêkî cengewer
mina hevalê Çekdar û bi du hep hevalên din bi
tenê ketine rava şerekî bêhempa. Dijmin ponijî
û arasta bûna xwe hemû dide ser vê koma
parastinê a hevalê Çekdar. Dijmin bi şêweyekî
xesûk û konc(sinsice) ji her du milên pişt ve
koma parastinê, leşker û cerdewan hewl didên
hevalê Çekdar û her du hevalên din dorpêç bikin.
Dema hevalê Çekdar û herdu hevalên xwe dibînin
ku dijmin bi arastayiyek ji pişt wan ve ji
gelek milan ve hewl didin wan dorpêç bikin.
Hevalê Çekdar û herdu hevalên xwe neçar dimînin
ji boyî ji nava dorpêça leşker û cerdewanan
derbikevin, xwe bi milê dolika xwarê ve
vedikişin. Dema hevalê Çekdar û hevalên xwe
vekêşiyan milê xwarê, dijmin ji pişt ve bi sedan
çekên xwe yên otomatîk van didin ber gule baranê.
Di vana vî gulebarana mina teyrok û toliyên
barana biharê de gulekeykî bêyam qeleş û bêbext
li serê hevalê Çekdar dikeve, hevalê Çekdar
nêzîkî her du hevalên xwe û wî de mitroyek û nîv
navber mabû xwe bigihine her tehtan li bal
hevalên xwe, lê sed mixabin dijminê çavsor
gulebarana bêmeribon derfet neda hevalê Çekdar
nêzîkî hevalan li ber herdu hevalên xwe bi ser
devkî ve dikeve erdê. Herdu heval xwe digihinin
hevalê Çekdar, jê re dibêjin bila tu gumanete
çênebe, emê te rizgar bikin. Lê belê hevalê
Çekdar li ser hemd û hişê xwe bû û pir baş
têgihiştibû û hest dikir ku êdî ê şehîd bikeve,
ji ber du hevalên xwe re li ber bêhndayînên xwe
yên dawiyê wiha dibêji; “ heval dev ji min
bedrin, biçin xwe ji rizgar bikin” piştî van
peyvên xwe yên dawî weke peyemên tije girêdana
hevaltiyê û xatirê xwe ji hevalan bixwazin
gotibû. Hevalon, piştî çend bêhndan û standinên
kurt hevalê çekdar şehîd dikeve û diçe ser
dilovaniya xwe û vê cîhana xapan û dojeh, kambax
û malik wêran dibe para herdu hevalên wî yên
birîndar dikevin.
Bi taybet piştî şehadeta hevalê Çekdar û
her çar hevalên di girik de ji bo herma Xarzan
windahiyekî mezin, êş û xemginiyêk mezin bû. Bi
taybetî hevalê çekdar hindi kelecan û peroşa
tevlîbûna şervaniya xwe ya nû de dijiya û
dixwest gelekî fêr bibe û gelek heyal û tiştên
dixwest pêk bine lê pir mixabin gera çarxa
felekê xayîn, destûr neda a bextê çê neda
hevalê Çekdar Qesrok, Elîşêrê Basa, Mazlumê Torî,
Qehramanê Didêrî û Azadê Serhedê. Ez ji bo
serpêhatî ê bîranîna hevalê Çekdar û her çar
hevalên din bi rêzgarî bi bîr tînım û bejna xwe
li ber wan û hemû şehîdên têkoşîna azadiya
Kurdistanê ditawînim û ji bo bi cîh anîna hêvî û
xeyalên wan a serkeftina azadiyê ji bo me û ji
bo hemû gelê me nîştîmanperwer re peywîrek yê
rûmetê ye.
Mecît HEMO
Girtîheha Muşê
|