|

Di
hemû şaristaniyê de hinek rastî û nirx hene ku
ji bo hemû gelan di heman wate ye de ne. Lê dema
pirsa çawa û bi çi, tê kirin divê di dîrokê de
bingehê rastiya gelan û armanca têkoşîna wan û
jêdera nirxan bê zanîn. Paşeroj li ser van
têgînan tê avakirin. Kêm zêde yên gelên din tê
zanîn. Ya girîng ew e ku em hinek xwe dest
bigrin. Ango Kurd….
Destpêka şaristaniyê heya niha gelê Kurd di nav
rastiya têkoşîn û berxwedanê de dijî. Çawa ku
pîr û kalên me zarokên paşerojê ne, îro jî hêza
ronîkirina pêşeroja me ne. Ev dide diyarkirin
her zarokek bi qasî ku berxa/ê li ber singa
dayîka xwe û delalê li ber dilê bavê xwe ye, li
ser esasê girêdan û parazvanê nirxên civakî jî
tê mezinkirin ji bibe pêşengê pêşeroj ê. Ev
rêgezê hemû dayîk û bava ê mezinkirina zaroka
ne. Bav dibêje; “ lawê min tu carî ne bêbextiyê
bike ne jî bêbextiyê bipejirî ne, her tim
parazvanê welatê xwe be ku tu Egîdî bê nasîn.”
Her wiha ji temenê zaroktî ve rêgezên jiyanê bi
Egîdî têne danasîn. Dayîkên delal jî lorîna
diqêrin û dibêjin; “ berxê/a min bîna min pir
bikêşîne, da ku tu bêhna axê jibîra nekî. Min
baş guhdar bike da ku tu baş fêrî zimanê xwe
bibî. Ne bêhin û ne jî hemêza min qet jibîra
neke da ku ez te efu bikim.” Her zarokek Kurd li
ser vê rastiyê û cewherî tê mezinkirin, ku
pêşeroj ya dayîk û bavan be. Da ku çavên wan li
paş nemîn e û zarokên wan di nav başî û aramiyê
de bijîn. Zarokên ku bi vî hizrî ve mezin dibin
û têdigihijin di têkoşîna gelan de, bi çi
ferasetê tên vegotin. An jî çawa hebûna xwe bi
awayek zelal datînin holê. Zarokên ku di
ciwantiya xwe de bersivek di cih de û rasteqîn
diyar neke, diyare bêje ku wî/ê baş li lorîka
dayîka xwe guhdar nekiriye û di nav tarîtiya
bêbextî de fetisî ye.
Belê,
ez dibêjim em bi hev re bersiva van her du
pirsan bidin wê baştir be. Her ciwanek, an jî
zarokek pirsên me bixwîne, bal bide ser û hewl
bide ku tevlî lêkolîna me bibe, em ê gelekî
bextewar bibin ku wê kelecana me ya di nav
lêgerîna rastiya gerdûna mirov de kurtir û
rakêşwertir bibe. Tevlîbûna her ciwanekê/î ji
gotûbêjên me re hêzek mezin dide lêgerîna me. Ev
jî bîr û baweriya serkeftina vegera ji nirxên
dayîka azad re ye. Gelo, kê/î dikare bêje ku ez
dayîka xwe nasnakim û heznakim? Ez bersiva vê
pirsê jî ji we ciwanê me yê hêja re dihêlim.
Mirovê van peyvan bi lêv dike ma dikare bêje ez
dijîm an jî, ji jiyan ê hez dikim? Ez dibêjim na!…
Lê ya girîng ew e ku hûn çi dibêjin. Her mirov
di hemêza dayîkê de fêrî hezkirinê dibe, hîs
dike û di hest û ramanê xwe de bi cîh dike, dijî
û dide jiyan kirin. Her wiha em hemû jî dizanîn
her mirov li ser destê dayîkê fêrî gava jiyanê
ya yekemîn dibe û bi hestên dayîkê dest bi
hizrandinê dike. Ji ber vê berî her tiştî û her
kesî divê yên ku zarokên civakê ne, pêşengê
azadiyê ne û enerjiya jiyanê ne ciwan bibin
parazvanê jiyan û nirxên dayîka bi rûmet… Lewma
berî her tiştî pêwîste ciwanên Kurd fêrî çend
xalên bingehîn bibin.
1-
Bizanibin xwedî li xwe derbikevin û fêrî
parastina cewherî bibin.
2-
Çand û zimanê xwe parastin û bi her awayî
û li her derî ji bo fermîkirina ziman bibin
xwedî hewldanek bê hempa.
3-
Li hember hemû polîtîkayên dewleta Tirk
yê ji bo pişaftina (asimilasiyona) zimanê kurdî
divê her ciwanek Kurd gelek hişyar be û xwedî
helwestek tund be. Li gorî vêna jî divê xwedî
alternatîfek çareseriya pêşxistina zimanê Kurdî
be. Ji bo vê jî divê berî her tiştî ciwanê Kurd
xwe bi xwe mamoste û pêşengê xwe yê zimanê Kurdî
avabikin ku dijmin nekari be dest bavêje nirxê
me yê herî girîng zimanê me.
4-
Di hemû qadên sivîl de bikaribin
pêşengtiya çalakiyên demokratîk bikin.
Hemû
warên ku gelê Kurd lê hene ger li ser van
bingehan tevbigerin em bawerin ku kes nikare
pêşiya têkoşîna azadiya ciwana bigre. Ji ber ku
tişta herî zêde dijminê me jê ditirse hêz,
enerjî, bîr û baweriya ciwana ya têkoşîna
berxwedanê ye. Eger îro li Kurdistanê û li hemû
warên ku Kurd lê dijîn serkeftina berxwedanek bê
hempa rû daye, ev jî hêz û vîna ciwanê Kurd ya
ji evîna azadiyê re dide nîşandan. Kesekî qasî
ciwanê Kurd azadî ji nêz ve hîs nekiriye. Ji ber
vê jî bedelê herî giran jî ciwanê me da ne
bêgumane ku di asta herî bilind de fedekariyek
gelekî mezin raber kirine. Tu cararî û ti demî
xwe bi paş ve nedane. Em di wê baweriyê de ne ku
wê ji vir şûn ve jî pêşengtiya ciwanê Kurd yê
serfîraz ji her demî zêdetir xwe bide nîşan. Bi
taybetî, di hemû sazî, malbat, wargeh, dibistan,
gund û bajaran de li ser pêşxistina zimanê Kurdî
sekinandin erkê her ciwanekî yê sereke ye.
Werin
em hemû bi hev re doza mamoste Medya bi serbixin,
em li hember polîtîkayên dijmin bi înat
hevalbendiya xwe bi mamoste Medya re bi kiryarên
(piratîka) xwe ve bidin nîşandan. Dema mamoste
Medya got; “eger hûn hemû di mala xwe de bi
Kurdî biaxiviyan wê doz li min nehatibûya
vekirin” ev nêrîn di rastiya xwe de ji bo me
tevan rexneyek gelekî giran e. Wijdan û rûmeta
kîjan ciwanî dest dide ku em xwîşka xwe ya biçûk
û mamosteya xwe ya hêja di destê dijmin de
bihêlin. Ji ber vê, ev rastî derdikeve beramberî
me, li zimanê xwe û hemû pêşeng û xebatkarê
ziman xwedî derketin, li nirx û namûsa xwe xwedî
derketine.
Herî
dawiyê Rêber APO got; “ziman beden e. Erdnîgarî
beden e. Çand beden e. Li bedena xwe xwedî
derbikevin” werin em bi hev re vê felsefê bikin
feraseta xwe ya jiyana azad. Em bi hev re li
bedena xwe xwedî derbikevin, biparêzin û destê
ku dirêjî bibin em bi hev re bişkînin. Dema ku
me ev bi serxist kes nikare li pêşiya azadiya
gelê Kurd û Rêber APO bigire. Ev ê ji me re bibe
rêgezek jiyanê yê herî bingehîn.
Bi vê
feraseta jiyana azad ve her şad û bextewar bin
ciwanê hêja û canfeda!…..
Fereşîn CUDÎ
|