* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


EŞQA AZADİYÊ
 

 

 

Di pêzra serhadê de

Himbêz dikir stêrkên dilan

Ji qibleya baweriyê

Nemcî radikir ala berxwedan

Ji çiyan ber bi bajaran

Herikîn bi hezaran

Bi evîna AMARA

Pêl dida serhildanan

Navê serhildana kop’ê

Bela bi bû li cîhanê

Di cenga sîmaran de

Gûl vedibûn li ser xakê

Ji janên dayîka

Herikên weke çeman

Bi evîna AMARA

Pêl dida berxwedanan

Ey! Peqrewanên ciwan

Dilê me bi navê te hejiya

Eşqa girava azadiyê

Ronî dida me dildaran

 

 

 

Girtigeya Muşê

Abdurahman Şimşek  (Pîr Amed)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

PETÊN DİLÊ MİN

 Dil bi janê pêl dida

Pêl bi pêtên girên Dilan gur dibû

Rojek ji rojên cudayî,

Rojek ji pêtên laşên şewîtî,

                     di weriqî li hember tarîtiyê

berxwedana zarokên dilşewitî

Li pêşiya ewrê raşahî

                   Şewq dida rojê

Di nava tekoşînek dijwar de didawiya

Pentaganên yezdanên mirinê

Qijikên êrîşkaran

Di demsala payiza qerişî de

Qêrînên berxwedana

Tariya şewê zindana beladikirin

Giravek bi tenê!

Girava ji sêla agir darpeçkirî

Hestên zarokê çiyayî

Malawanî dikir ji cangariyê

Qêrina zindana bela dibû

                          Li çiya

Dildariya li çiya dorpêç dikirin

                             Pêtên dila

Pêtên dilê min

Gur dikir evîna berxwedanê    

 

 

 

 

Girtigeya Muşê

Abdurahman Şimşek  (Pîr Amed)