* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 



 

 


Dengê wê nebihîst 
 

         Şerîf Demîr

Serê çiyayê rojava, sê parçeyên ewrê spî hebûn. Lê li ser wan hewa sayî bû. Çiyayê bakûr xweş xuya bû. Şeva çûyî baranek hişk barî bû. Dilopê baranê li ser pelên dara di bin tîrêjên  rojê de wekî kirîstalê dibiriqîn. Hinek çivîk diçûn pêdiviyê xwe yê avê, ji wan çilpê baranê yên ser pelan digirt. Çiya bê deng ma bû. Xweza û srûşt di halê xwe de diherikî û diçû. Ti tiştek nikaribû li pêşiya demê bisekiniya. Ji xwe kesî nizanibû ku dem ji ku dest pêkiriyê û di ku de diqede. Serî û binê wê tine bû. Tiştê ku di cîhanê de qewimî, tev di nav vê demê de diçûn û dihatin. Çemê ku di gelî de diherikî jiyaneke xweş dida xwezayê.

Li wê derê ti tişteke beravajî tune bû. Darê berû û darê mazî bûn kulîlkê çiyan. Zinar û kevirê belek wêne yê wî bûn. Hemû tişt ev qas xweş bû, mirov dil nedida temaşe bikira. Heke ne ji wî şerê qirêj ba warê me wek buhuştê ye. Dagirkeran xweza di halê xwe de bihîşta. Her roj diçûn bombe dibarandin bi ser wan çiyayên me de. Ti cîhekî bê bombe nema bû. Hê jî cîhên ku bombe avêtibûn xuya dikir. Lê îro hemû tişt rawestiyabû. Dengê çeka ne dihat. Te digot qey her du alî jî bi hev şêwirîne; îro bila ti kes çek ne xenebitîne.’ Ev roj, her dû alî jî bi bê dengîyê. razî bûn…

Tevahî hevalan paqijiya xwe ya salê dikirin. Lê hevala kir nekir Cimşît ji cîhê xwe rane bû.’ Bi gulekê bahar nayê’ di got. Xwe dabû pozê zinar li geliyê jêr temaşe dikir. Zinarekî gelekî mezin  di bin wî de dima. Di nav gelî de çemek mezin diherikî. Cimşit xwe bi dengê xunavê berda bû nav dilê rojê. Feleka xayin ji wan dur bû. Rojek wisa xweş, ne di xwest wenda bike. Her deqîqa wî, her saeta wî rojê bi dilek xweş derbas dikir. Xwe berdabû  herikandina demê. Cemşît xwe ji pirskêrêkên rojê dûr xisti bû. Ne di xwest ti tiştek wî roja wî ya xweş xirake. Dengê bilbila ji zinarê jor dihat. Wan ji wek hevalan rojek xweş derbas dikir. Cotek çivîkê belek ketibûn  nav ava ser textê û xwe dişûştin. Cemşît zivirî li wan nêhêrî. Qasê bistek temaşeyê wan çivîkan kir. Lê hişê wî li cihek dinê bû.

Keniya  bi dengek nerm û wiha ramî: ‘xwezya  min ji wek  wan xwe bişûşta’. Li pişt wî dengek hat. ‘Tu karî herî çemê jêr  de xwe bişo got û bersiv da. Cemşît zivirî  li pişt xwe nêhêrî. Dengê  xwîşka xwe Şîlanê nas dikir. Şilan li pişt wî sekini bû. Di destê wî de kevirek xweşik dixwiya. Kevirek piçûk bû. Kevir dişibiya teyrê baz.

Şîlanê destê xwe dirêjî Cimşît  kir, ‘Kekê min, tiştek din li ba min tune ez bidim te. Ev kevir min bi destê xwe çêkir. Dixwazim bidim te. Heke tu qebûl bikî ez ê kefxweşbim.’ Cemşît kevir ji destê wê girt û lê nêrî. Tiştek xweşik  çêkiribû Şîlanê. ‘Gelek spas dikim’. Şîlan hat li ber birayê xwe Cemşît rûnişt. ‘Ka bêje kekê tu çi difikirî, an jî tu ketibû nav kîjan xeyalan’. Piştî wan gotinên Şîlan’ê, axînekî kûr ji nav dilê Cemşît hat. Cemşît li nav çavê Şîlan’ê nêhêrî. Şîlan hê jî wek piçûkiya xwe rû ken bû. Çav  û biriyên wê dişibiya yên dayika wê. Malbata wan Şîlan bi delalî mezin kiribûn. Dayika wan di zanibû ku wê Şîlan zehmetiyê bibîne. Ji ber vê ji hevalan re gotibû: ‘li delala min miqatebin’. Şîlan gava ket nava  refê azadiyê  rastiya xwe dît. Rastê jiyanek nû hati bû.

‘Tê bira te Şîlana delal’got û zivirî ser gelî. Çemê ku di bin wan re derbas dibû, di bin tîrêjê rojê de wek zîvê dibiriqî. Dengê wê dibihîst. ‘Gava min biryarda derkevim çiyan, dayika me pir xemgînbû. Ew roj ez û hevala Mizgîn bi saetan pê re bûn. Ne dixwest ji me veqete. Ew şev li cem me ma. Di bin sitêrkê  ezman de wek berê  serê min dabu ser çoka xwe û porê min tevdida. Pir dil şevat bû. Lê gava tu hatî dayika me wisa nekir.  Tu wek bûka xemilandî û şand nav refê azadiyê , xwesteka wê ya  herî mezin dîtina me bû. ‘Got û zivirî ser Şîlanê, mijangên Şîlanê şil  bibûn. Emrê wê têr  nekir. Xwezika niha li vir ba û em herdu wisa li cem hev biditaya.  Lê got û sekinî, gotin hat di qirka wê de sekinî. Piştî deqerekî dîsa zivirî ser qeli kevirê piçûk di nav destê wê de digirt, ne xwest zêde bi axive.

‘Kekê Cemşît vê roja xweş ma tu nayê em herin ber avê? Te gava din ji çivîkan re digot ‘xwezî ez jî weke we bûma. Na xuşka min ne ew bi tenê  xwestek bû, rojeke wiha xweş dixwazim temeşeyê gelî bikim. Tu here ez ê li vir bim.

Şîlan rabû ser xwe û berê xwe da xwarê çû. Wek sebiya bazda û çû. Şîlan gava baz dida wek piçûkatiya xwe porê wê li ba dibû. Cemşit heta Şîlan jê ve hindabû li pey wê nihêrî.

Kevirê destê xwe berda berîka xwe destê xwe avêt çeka xwe û rabû ser xwe. Serê xwe bilind kir û li ezman nehêrî. Ewrê spî hêdî-hêdî reş dibû. Cemşît ji zinar daket xwarê. Lingê wî tevizî bû. Piştî deqeyek sekna wî berê xwe da jor û meşiya, dixwest derkeve cîhê herî bilind. Bayekî hênik dihat çend deqa sekinî, li pê xwe nêhêrî got qey yek banî wî dike. Lê ti kes tune bû û xuya ne dikir. Cemşît bi salan li benda vî dengî bû, lê deng ne dihat. Piştî nîv saetek meşa wî derket cîhê herî bilid çavê xwe girt û gohê xwe da xwezayê. Demek dirêj Cemşît qet nelibitî. Xwe berdabû nava cîhanek bê deng…