* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


DAYÎKA MİN…
 

 

 

Wa dîsa bû şev

Welatê min yê delal

Lê wûsa hizir neke kû

Tû ne di bîramindayî

 

Di şevên tarî da

Hesreta te ronahiyek

Pîroz dide li eniya min

Û dibe hêviyek…

 

Wek ava kesera dilê min

Yê kû tu caran

Nehatiye aş kirin

 

Raperînên gelek mezin

Tên jiyan kirin

Di bilindahî û qontarê

Dilê min yêkû

Herdem bîrînên xençera

Lê hatine vekirin

 

Warê bav û kalê min…

Ez dixwazim

Tenê tû bizani bî

Lê tenê tû…

 

Heger rojek bê

Di geli, deşt

Û kaniyên te da

Av neherike…

 

Di bilindahiya çiyayên te da

Berf û Baran nebare jî

Ezê nehêlim kû

Tû bibî çol û çolistan…

 

Dema kû pêwîst kir

Ezê hêrsên çavê xwe

Bibarînim li ser axa te…

 

Heger rojek ji rojan

Ez bizanibim kû

Bi xwîna laşê min…

Wê tenê bîskekî jî

Xwaşikbûn û keskahiya te

Wê biparêze…

 

 

Bizanibe kû

Ezê Yek dilop xwîn

Di vî laşê xweyê kû

Ji te çêbuyî da nehêlim!

 

Jiber tû Dayîkî…

Nabe Dayîk

Tî warê hîştin!

 

Nabe Dayîk ne AZAD be!!!

Xayîntiya li hember te

Nayê Qebûlkirin…

Jiber tû Dayîkî …

 

Dayîka min KURDİSTAN

 

 

 

SİLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

 

Baran ARARAT

 

23.04.2010