|
Diya wê jê re got:
-Xalîze! Keça min! Ez ê heta mala xalê te wan
biçim û bem. Ez zêde namînim.
Xalîze jî got:
-Bila dayê oxira te ya xêrê be. Li xal û jinxala
min jî ber min ve têr maçke
Dê de xwe çû.
Bi çûyîna wê re Xalîsê di pişt perde
pencerê re li çûyîna diya xwe dinêriya. Heta
diya wê ji zikaka tê dayîn derket, wekê bi çavên
zelûl lê nêrî. Kengê diya wê ji ber çavên wê
diwda bû, bilez kete nava lêgerinekî. Çi sindoq,
boxçik, dolab nehiştin, tev tevlîhevkirin û li
wan, li qûnçikên wan yên xef yeko yek geriya ku
ka tişta lê digerê nabîne. Nava cilan nêhêrî.
Dera ku şaytên birî wê derê nedikir wê bir dibir
û li wan deran dinêriya. Kun kun, kul kul li
malê digeriya ku tişta lê digeriya bibine çend
derên ku digot qey li wê derê hatiye veşartin
tev vek derketibûn. Doşek jî yeko yeko ser hev
rakirin û danîn erde, dîsa jî nedît.
Li nivê o dê disekînî, her du destên xwe
datîniya çenaya xwe û difikiriya ka diya wê bûye
yê ew tişt li ku veşartin xwe dixist şûna diya
xwe û difikiriya, difikiriya kengê tiştek tehta
bîrê, bi bez dikû li wê derê dinêrî. Lê vala
derdiket
Careke weke diya xwe rûnişt, serê xwe
xist nav herdu çengê xwe û xwest ku weke diya
xwe bifikiri, xwe kir şûna wê, ew kir şûna xwe
xwedê dizanê ka çiqas fikir û raman berhevda
berdan. Hin girtin hin berdan. Lê yên girtin jî
tev veke derketin. Paş de gavne avêt çiqas diçû
dem lê teng dibû. Çiqas dem lê teng dibû
acizbûna wê jî zêdetir dibû. Piştî çendekî
diviya derkeve. Nexwe nedigihişt saeteka dayîn
hev.
Çi cihên ku difikiri li wire diçû lê
dinêrî ne li wir bû. Hêviya wê qels lêgerînin wê
jî vala bûn. Pitirtir aciz dibi, çiqas acizdibû
jî pirça xwe dikişand. Ev yek jêre bûbû
elimaniyek. Kengê dida keziyên xwe dikişand dilê
wê hineke din aramtir dibûya. Lê vê carê çiqas
kişandî pirça xwe gijgijand jî xwe ji strêsa
têdeyî xilas nekir. Mal ser û bin kir disa jî
tişta lê digeriya nedîtîbû.
Çû ser qenepe rûnişt, serê xwe xist
nava destên xwe, çavên xwe û demekî walê sekinî.
Kengê çawên vekirin koşê paçekî dibin sepeta
çilên qirêj de bala wê kişand. Bi bez beziyayê,
çilên qirêj avêtin, dît ku tişta lê digeriya
diya wê dibin çilên qirêj de veşartiye paça bi
xuya diki hatî pêçan vekir, tişta lê digeriya
dîtîbû.
Li erdê rûnişt, paç vekirî hişt nasnameya
xwe mist da paçeka din jî bihişt girêdayî nav de
bû, zêrên diya xwe lê standî navde bû.
Nasname xist pizya xwe. Zêr jî demekî di
destê xwe de bir û anîn. Demekî wekê fikîrî,
peşiyê ji bazinek, du gustilk û guharek jê
hilda, yê din hişt girêdan, danîn cihê wê û
çilên qirêj avêtin ser çilên xwe yên nû li xwe
kirin, çantê xwe amede kir.
Ew nasnameya ku vaye demeke dirêje jê
re bûbû xewreşk, xwe li çavên wê herimandibû, bi
nazdarî xist çenteyê xwe yê peran. Ew jî xist
çentê mezin û avêt milê xwe.
Kengê derketa, tişta ji bîr kirî hat
bîrê. Çavên sivik çû elbûm vekir, çend rûpel
qulupandin. Wêneya ku tevayî malbat têdeyê ji
elbûmê derxist, lê nêhêrî û ew jî xist hundirê
çante.
Li ber dêrî, çaveke dawî ku digota:
“xaniyo! Bîranîna dê û bavo, xuşko biraya bi
xatire we;xatirê we roniyên çavên min” û derket.
Kengê ji mal derket, ji xwe re difikirî
“ Başbu ku diya min çû mala xalê min. Nexwe ezê
bê nasname derketam. Bi hinceta dikarê dikariya
derkevê, lê nasname yê mabûya. Bênasnameyî jî yê
di rê de serê wê biêşanda. Hesan çebû û xwû dê
li hev anî”
Bi çûyînke xwe ji nas û cîranan veşartî,
ji ziqakê derket. Hema bi lez texsiyek sekinand
û dûr ket piştî demekî ji texsiyê peyar bû, çûl
i dolmîşekî sêwar bû. Walê walê çend wesîte
guhertin heta ku xwe gihast wê dera ku yê
hevalên wê behtenê.
Çû hinekî li pastaxanê rûnişt, demek li
wir ma, dem derbaskir. Tebata wê nedihat. Dem
pir giran derbasdibû, qet derbasnedibû ji paste
xanê derket û çû ber berberê ji xwe re hinekî li
wan deran geriya. Pêlên behrê, palîna qoqlî
bazen jêre baş hat walê li wan nêhrî. Disa jî
bêsebriya tê dayî, mereka ku weke sêla avê ser
dilê wê de girtî ew rehat nedihişt.
Xwe hew girt, çû cihê kul i hev şêwirin
ku warin wir, rûnişt. Banqak rûniştinê yê li ber
behrê bû cihê rendevêya wan. Dilxwe de ji hevre
gotibûn “ heta deme ke tejî nebe, em xwe cihê
kum e dayî hev kom nabin. Çi dibe çi nabe. Em
hay ji xwe hebin” Lê ma yê ku dinava wê heyacanê
de bikariya xwe û xwe bigre wê ji xwe negirt.
Kengê Xalîse çû rûnişt, zêde neçû, ji
aliyekî ve Gulê û kurêmame xwe, ji yê din ve jî
Qedo û birayê xwe dihatin. Dembaş li hevdan û
pirsa wa ya ewil ya bihevre “Te nasnamaya xwe
anî” bê Xalisê behdê xwe tirş kir, miniz xwe
daxist. Serê xwe da berxwe qetneaxivin misto bi
hirs got
-
min dizanî yê tu nikaribî bênî ka emê
niha çibikin!
Firat jî xwe negir
-
ma me hewqas gutibû li te kir û ji tere
got, tu çibiki bike, lê bênasname newe!
Hevqa jî çêna bê!
Wî jî pozê xwe kir, kekçe jî bi awêrên
tûj lê dinêrîn. Lê kû Bawer nedikir ku yê
bikaribûya nasnameya xwe bênê. Wê jî bi
leyistoka xwe ewda xwe ji hevalên xwe distan ji
xwe re digot “ Hûn l imin bawer nekin ne welê de
xeyş! De bixwin!” Di dilê xwe de zewka talê
dijiya û li wan dikeniya lê heya lê dihat
nedida der. Heryekê aciz bûna xwe bi awayekî da
der, mehdê mihîzê tevan xirabûbû. Herî zêde jî
Misto aciz dibû kêf kêfa wî bû. Piştî ku dilê
xwe rehat kir, bi veşartî nasnamaya xwe derxist
û lirûyê da, ser wan de avêt û got:
-Ha ji were nasname! Hûn hewqas ji
min bêbawer bûn! Û xwe li anînê de. Hinek
şikestibû jî, hevalên wê piştî şaşmayînekê rûyê
tevan kenbû û li ser lêvên wan bilav bû Misto
xele negirt û xwe avêtê hembêz kir. Reng û rûyê
wan gûherî êdî rê li ber wan vebûbû ji barekî
giran xilasbûbûn. Xalîzê jî hineke dîn naz û
dinazê xwe li wan kir welê kir li ber wê çavê
xwe nivibikin. Piranî jî Misto, lewre berteka wî
pir ew şikandibû.
Yekî ji wan got:
-
Gelo ka Şîlan!
Li hev nêhîrîn, dinava wê
gengêşiyê de Şîlan jibîr kiribûn “ Gelo çima
dereng mabû? Ji seata dayîn derbas jî bûbû. Li
hev şêwirin keyê kibikin. Disa Xemgînî û fikarê
ewgirtin. Misto li wir ma yên dîn çûn demeke din
zêde jî wir ne dûn. Nînsaet muhlet danê û çûn û
misto nîvseate li wir li ben da Şîlanê bimaniya;
hat ji xwe hat nahta jî yê biçûye bigihaşta wan.
Misto hirde wirde xwe veşart, ji dûr ve
cihê ku yê Şîlan behtayê vedinihat çiqas diçû
dilê wî zêdetir lê dida. Zêde zêde ketibû nava
dudiliyê. Ji xwe hinekê mirovekê dilwesa bû vêca
rewşên we lê de barê wî girantir dibû. Gomaneke
ew li êşand dilê wî de mezin dibû. “Gelo çima
Şîlan nehtibû?” Tiştek hatibû serê wê an poşman
bûbû? Dibeku derfet nedîtîbe ku ji mal derkevê û
hwd. Kurmê pirsan, ki mêjiyê wî dixwarin.
Li bendê bû, hêviya hatina wê kêmtir
dibû. Lê hêca jê hêviye xwe yê qutnekiribû.
Bênhtengiya wî radaya herî bilind pênç deqîqa
çar nîvsaetê re jî derbas kir, lê Şîlan nehtibû
çend çaran biryar daku biçe, çend gav jî avêtin,
lê hisek paşde wî digerand. Disa çû û paşde hat,
dît ku texsiyeke zer hat û li wir sekinî, waye
Şîlan vê payen bû. Dûvre jî xorteke din, Şîlanê
çav li wan deran digerand û ger dixuya pir pir
aciz bû. Rasterast çû cihê dayîn hev. Bi baldarî
li wan dera nêhêrî lê tukes nedît. Misto yê
pêre naskir, pismamê Şîlanê bû. Ji xwe re got “
Ev jî ku derê derket” çima Şîlanê ev ji xwe re
aniye!
Misto hinek din jî derdur çavdêrî
kir. Şîlan perîşan bû û bi dengeke bilind
serpismamê xwe de diçûye, ji bona negitiştibû
kifş bû ku ew tewambardikir.
Misto hem xwe girt û çû ba wan, Şîlanê
kengê Misto dît nefeseke standê hem xwe girt
Xwe berda ser kevirê parkê berdaye. Misto piştî
ku merhaba li wan da û heçku xeberê wî ji tu
tiştî tuneye ji wan re got “Hûn li vir çi
digerin, çi karê we li vir heye” wan jî çend
tişt gotin û Misto Şîlan hinek dûr xist jê
pirsî
-Şîlan ev çiyê? Pismamê te jî
ku derket?
Şîlanê
-Lê hesiyayeku emê biçin, kaye
demeke cihê jiya têkiliyên me de ye, îro kengê
dît ku cihêyek hewildanên min de heye, bela xwe
ji min venekir. Got ezê jî were warim, min çikir
nekarî xwe jê xilasbikim, ji wê em dereng man.
Êdî dibêjê ezê were werim. Hûn min bikujin jî ez
ji ya xwe nayêm xarê. Vêca vaye tu vaye ew, ku
hûna çava çêbikin.
Misto jî çû pêre axîvî, lê ew ji ya
xwa nahat xarê. Bi biryarbû ku ware bahta yê
behta jî. Bi hevrê çûn ben hevalên xwe yên dîn,
em jî nava meraqê de bûn, lewre qewlê wan dayî
hev nîvsaet bû, lê nêzikê saetekê çêbûbû li
benda van bûn. Kengê hatin yên li benda wan
bihatina pismamê Şîlanê şaş man. Wan ji pirsin,
Misto bi kinahî ji wan re mesele got. Hevre
ketin rê û birbi garaca otobîsan ve çûn.
Kengê Xalîsê li gara otobûsê ya
li bar behrê ji kolubeya telefonê telefon ji
birayê xwe re vedikir otobûsa yê lê siwarbiviyan
amedebûn ku bikave rê. Roj jî diçû ava, bi
tîrajên xwe yên dawî rûyê erdê dinamisand.
Pêl pêlîbûna behrê û tîrojên
ser rûyê behrê dibiriqiyan garaj û derdor di
vana çahriyeke rojavahîde dihişt çahriyeke
êvarî rûyê erdê, rûyê behrê, rûyê asimana
radimûsand mirov weke mêwiyan bi lez û bez
tevdigeriyan. Vê li yêdin neketa, yêk ji yêdin
ne agahdarbû welê di halê tenêtiya behrê di rûyê
mirovan de dihat xwendin. Tenetiyeke xalî
dibariya ser çavê wan mirovan de…
Xalîsê dengê birayê xwe naskir
û elo eloya du sê canar de jê re got
-Mahmet, birê min! Ez im. Ez
diçim çiyê min xwest we agahdar bikim. Li min
negerin. Xatirê te û pir silavan li dê û bav
êmin bike…
Mehmut got
-Xukê! Xukê! Ka bisekine! Yê tu
ku ve biçî! Xukê! Xukê!...
Xalîsê bi dilekî tejî û çavên şil
telefon danî cihê wê û ji kolube derket. Lez çû
li otobûsê sûwarbû. Kengê we sûwar bû şofêr ji
deriyê erebê girt û ajot.
|