* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 
Jİ DOZGER Û ENDAMÊN DESTEYA HİLBİJÊR ÊN DADGEHA BİSOND Û TÊKEL A ATÎNAYÊ RE
 

  ABDULLAH OCALAN

 KURDÊ AZAD
        NASNAMEYA NÛ YA
        ROJHİLATA NAVÎN E

 Weşanên SZK
               KURDÊ AZAD NASNAMEYA NÛ YA ROJHİLATA NAVÎN E

 Weşanên Saziya Zimanê Kurdî/9

 Pûşper 2003

Çapxaneya Azadî

 Naverok

Jİ DOZGER Û ENDAMÊN DESTEYA HİLBİJÊR ÊN DADGEHA BİSOND Û TÊKEL A ATÎNAYÊ RE

 

BEŞA I.

SERBORİYA EWROPA

Û DAWİYA SERDEMEKÊ

 BEŞA II.

ŞARİSTANİYA HELEN

Bİ KURD Û TİRKAN RE TÊKİLİYA WÊ

 

BEŞA III.

Dİ AVABÛNA NÊVENGA KOMPLOYÊ DE

HİN NÊZÎKATİYÊN FELSEFÎ Û SİYASÎ

 BEŞA IV.

KOMPLOYA ATÎNAYÊ

Bİ DERVEYÎ DEWRÊ HİŞTİNA HİQÛQÊ

HATİYE PÊKÎNANDİN 

BEŞA V.

Dİ QEYRANA KURD DE BER Bİ ÇARESERİYÊ VE
ANGO Jİ KOMPLOYÊ RE BERSÎV

 


Îdîanameya ku ji hêla dozgerê dadgehên cudahiyê yên Atînayê Andonîos Plomarîtîs ve hatibû amadekirin, ji aliyê min ve, çendî bi zorê be jî, bihedan di ber çavan re hate derbaskirin. Kurtaseya îdîanameyê di der barê kesaniya min de: Serokatiya siyasî ku mafê xwe yê çûyîna hundirê Komara Elen nîn e, çûyîna wî weke fikarmend û rêvekerê encamên ku dibine sedemên şer û her wiha mînanî hilkeftineke ku dikare dostanî û aştiya bi hevgirtîan re, bi taybet jî bi Tirkiyeyê re xirab bike tê nirxandinê û bi vê ve eleqedar tê xwestin ku cezayê zagona bi hiqûqa netew ve pêwendîdar bê sepandin. Ev nêzîkatî; pir teng, xweperest, mafên mirovan bi tiştekî nahesibîne û wekî din jî berjewendiyên rastîn ên gelê Elen paşçav dike û ji perspektîfa dîrokî pêmen e. Ya herî tirsnak jî, ew nêzîkatiya çîna serdest a kevneşopî û nêzîkatiya etnisîteyê ye ku ji rasteqîn û viyana gelê Kurd a ku temsîla xwe di kesayetiya min de peyda dike û ji mafên herî demokratîk ên mirovan, di asta herî kêm de jî qal nake, nayîne berçav û ew helwest e ku di dîrokê de paşverû-şoven e û biyaniyan weke “barbar” pênase dike. Û dîsa ev nêzîkatî berevajiyê hiqûqa Yekîtiya Ewropa û PMME’yê ku, endamê wê bi xwe ye. Revandina min weke mafekî dibîne û bi rengê “qewitandin” dinirxîne. Dîsa weke ku li ser bingehê di dîrokê de komploya herî girîng û mezin xiyanetek nebûye mijara gotinê, nêzîk dibe û dixwaze bide bawerkirin.

Şûngeha ku dadgehê di nav nirxandinên sihêl û teknîkî de dixeniqîne, dewletê di serê her tiştî de digire, hemû maf û taybetmendiyên takekes mandel dike û qasek zûtirîn dixwaze jê bifilite, tê xwestin ku bi teşeyê dozekê were arastekirin. A herî zêde girîngî pê dide çemkeke mînanî “ez li hember aştiya Helen di hilkeftineke herî gefxur de peyda bûme” tim dubare dike û wisa hizir dike ku komploya ku hatiye çêkirin û xiyaneta mezin a tê de, dê karibe veşêre, ger ev nebe jî dirûveke teşqeleya hiqûkî ya jirêzê bidê û bêgirîngî bike. Di der barê tewanbarên rastîn de gotinek jî nabêje û heta di pêşî de dipejirîne ku peywirên xwe bilayîqî anîne cih. Dema ku em tînin berçav, ku têgîna “Demagojî”yê di nav siyaseta serdest a Elen de hatiye darijtin, em hingê li hember nêzîkatiya meqamê îdîayê şaşwaz nabin. Ew, peywira ku ji hêla meqamên siyasî ve pê hatiye dayîn, pir biderengketî, da ku ezbeniyên wî xisar nebînin bi teşeyekî herî hostatî tîne cih.

Pêwîst e ku birêz dozger û endamên desteya hilbijêran ên dadgehê li hember vê vacê bin nekevin. Ev doz, qasî doza Sokrates ku di dîroka Atînayê de darizandineke herî trajîk e, xwedî naverokeke ku dikare encamên girîng û dîrokî bi xwe re bîne. Bi vê bûyerê ve eleqedar bi sedan rêhevalên min ku bi şewitandinê xwe kuştine û travmaya gelê Kurd ku rojane dije, weke encamên pêşîn tirsnakiyê radixine ber çavan. Her wiha hilkeftina min a Atînayê û pêşketinên pê ve girêdayî biwergir daxistina holê, her çende ku bêeleqe xuya bike jî girîngiyeke mezin qezenc dike.

Ez pêncemîn sala trajediyê dijîm. Her roja wê ji çend mirinan xirabtir diborînim. Ev rasteqîna ku ez têxistime vê rewşê ku em rabin û jêderka wê ya Atînayê mandel bikin, emê qasî rastînên dîrokî, li hêviyên xwe yên dahatûyê jî xiyanetê bikin. Dê ew komploger û xiyanet xwe biveşêrin û mirovên “pak û xweşik” ku di dilên wan de bimafdarî doza gelên wan û azweriyên pê ve grêdayî hene, weke tewanbaran bêne lekekirin. Vê peywirê him ji bo gelê Helen û him jî ji bo gelên Kurd û Tirk û dostên dîtir ên eleqedar bi cih neanîna min, de nebibûya helwesteke rast. Piştî ku ez hatibe radestkirin têkiliyên Yewnan û Tirk nerm bûn. Em bi vê yekê tenê memnûn dibin. Lê heke ku xwe nasipêre nirxên bingehîn, divê em ji bîr nekin ku dê bi hisranê encam bigire. Ez îdîa dikim ku; hilkeftina min a Atînayê li ser dostanî û aştiyê ne hereşe, berevajî ji bo dostanî û aştiya rastînê dê rola gavavêtinên herî dîrokî bileyize. Dostaniya sexte ya Yewnan û Tirk weke ku dibe encamê neyekser ê vê hilkeftina min, dostanî û aştiya rastî jî dê bibe encamê yekser. Ev tirajediya ku ez dijîm li ser gelê Helen barkirin çendî ku weke pêwîsteka çanda cîdayî be jî, ezê vê şaşitî û tewanbariyê weke ku dozger dike, bi Helenîzmê ve girênedim. Ezê, giraniyê bidim ser wê nasname û kesayetiya ku nimûneyên wê weke ku di dîrokê de pir tê dîtin hebandina xwedayên tirsek, xweperest û sexte ji xwe re kirine hînbûyîn û bi vî awayî xirabkarî, êş û paşveçûnên ku Helenizmê maf nekiriye, lê çespandinê. Ger pir ji dûrahiyan be jî ezê nêzîkatiya me ya dîrokî bi çanda Helenîzmê ve û nêzîkatiya ku ciyê wê di çanda Enedolê de mandel nake biparêzim. Weke ku ez di wê zanebûnê de me ku dahatûya gelên herêmê, di serî de gelên Helen, Tirk, Kurd û Ermen di azadî, aştî û dostaniyê de derbas dibe, ezê kevneşopiya mirovên hişmend ên mezin ku gelek mînakên wan di dîrokê de tê dîtin esas bigirim.

Weke pêwîstiyeke ku dikare tevkariyê ji vê nêzîkatiyê re bike, parêznameya xwe çendî ku di nav mercên zor û kêm derfetan de be jî, di bingehê dîrokî, felsefî û zanistiyê de hildana dest weke peywirekî dizanim. Bi wê zanebûna ku ji bo kesaniya xwe tiştekî daxwaz nakim, ezê hewl bidim ku li hember gelê me û mirovayetiyê berpirsiyariyên ku dikevin ser milên min bînim cih. Ez bibawer im ku ev nêzîkatî dê darizandinê ji bêşermiya sedsala bîstemîn rizgar bike û li ciyê ku maf dike bide rûniştandin. Dê pêwîstiyên darizandina rastîn bîne cih.

  

BEŞA I.

   

SERBORİYA EWROPA

Û DAWİYA SERDEMEKÊ

  

9’ê Cotmeha 1998’an ku min hewl dida di ser Atînayê re derkevim Ewropayê û piştî wê, ew îflas bû ku bergeha paradîgmaya nûjenparêz di kesayetiya min de dihate jiyandin. Tevî hewldanên min ên veguherîna binkeya jîrekatiya min a teng û fikarmend, lê ji ber ku min di nav welêt de negihande hêza azadiya serkeftî, di vî aliyê de astengên li pêşiya min, eşkere ye ku hiştine derketina min a Ewropaya ku xwedî hêzeke kamil a temsîlkirina şaristaniyê ye neçar bibe. Ev rasteqîn bi wateyekê jî, mûkir hatina bêbaweriya hêza xwa ya puxteyî ye. Li ser navê dîrok, heyam û şûnewar wê nabosa kûr diderbirand. Hewldanên min ên Rojhilata Navîn ku nêzîkê bîst salan bûn (1979-1999) tevî ku ji pêşketinên girîng re rê dabûne vekirin jî, mînanî ku civakên Rojhilata Navîn di hundirê de gêr dibin, têr nekirin ku wê korgirêkê bigihîne çareseriyeke mayînde.

Ji wan her du riyên ku li pêşiya min vedibûn yek ji wan ber bi “şerê çiyê” ve çûyîn derfetek bû. Lê ji ber pir derengmayîna min, him jî pîrozbûna hêzên çekdarî bila li vir bimîne, ji ber ku dejenere bibû, dema ku min dît yên tên bêrîkirin vedigerin berevajiyên xwe, li vê navendê hêviya min a çareseriyeke kurt û hêsanî ko dikir. Yek jî di sengergirtina hêzên heyî de ji çareseriyeke hêsanî zêdetir ew hînbûyînên ku wijdanê ko dikin û li çengelê “bimire û bikuje” eliqî mabûn, di bingeh de weke rewiştî û felsefîk datanî rastê ku takekes çewt dimeşin. Ber bi çiyê ve çûna min dibe ku di wateya teknîk û taktîk de dikaribû ji hinek durûstkirinan re rê bide vekirin. Lê şikbar bû ku dê karibe rê vebike ji çareseriyeke stratejîk û dumahîk re. Bêtir bi hêza xwe ya ronakbîr biewle bûm û wê çavkaniya hîs û besta ku tim pêwîst dikir rolê xwe wisa bileyizim, hildigirtim. Min, rastîna nav civaka Kurd û Rojhilata Navîn a ku bi zêde xwîn rijandinê hewl dide pirsgirêkan çareser bike, şûna vê de baweriya xwe ya ku pêdivî bi derçûnên ronakbîr ên rehdar heye qet wenda nekir. Erêna di navbera van her du wilfan de bû. Her wekî ku pîvanên xwînê û pîvanên çerxî yên ronakbîr bi min re di nav pevçûnekî de bûn. Ger fersendekî piçûcik jî dîtibama, qet gumana min tunebû ku ezê giranî bidim derçûna polîtîk a ronakbîr. Bi taybetî kengê ku nabosên dihatin jiyandin di kêşeya Filistîn û Îsraîlê de bi min bêwateyiya şîdeta kor dane eşkerekirin, “şîdeta felsefeyê” ji nû ve dahûrandin hate rewşa jênerevînê. Ew çemka çetegeriyê ku PKK’ê dijiya û hema bibêje hatibû rewşa nayê astengkirinê, wilfa min a di vî aliyê de xurtir dikir. Li paş vê rasteqînê jî ew baweriya ku hemû pirsgirêk û riyên çareseriyê yên nûjen ku çavkaniya xwe ji Ewropayê digirin, pêwîstiya lêgerînê di ser Ewropayê de dida sepandin. Her wekî bi diduyan ve parçe dibûm. Weke encam ji ber ku derfet hate dayîn ji bo hilkeftina min a Atînayê re û her ku zextên rêveberiya Tirkiyeyê li ser Suriyeyê giran bûn, rê da vekirin ji wê derçûna tê zanîn re.

Eşkere bû ku ew serboriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez bi ji nû ve afirandinekî ve rû bi rû bimînim. Li virê parastina puxteya xwe, mebesta xwe ya pak û hewldanên xwe yên mezin kirin, weke takekesî zêde wateyekê naderbirîne. Encamê ku derketiye holê; tenê ne înfazek, kişandina çarmixê ye. Weke ku min di serî de diyar kir, hema di cî de tewanê bi ser rêveberiya Tirkiyeyê ve avêtin û wê rola ku ji hêla sîstema cîhanê ve ji Tirkiyeyê re hatibû dayîn bi kûrahî û di nav hemû wergiriya dîrokî de nenirxandin, mînanî ku hêzên komploger yên yekser û neyekser ku dihizirin, dê wateya xwe veşartina wan jî hilgire. Ji ber vê egerê min hewl da ku di parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de zelal bikim ka roja me ya îroyîn sîstemeke cîhanî ya çawa ye. Parêznameya min bi xwe armanc raber dikir ku, wê hebûnî û kirûya Kurd ku hema hema di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de di rewşeke helandinê de ye, di nav dîrokê de û bi hemû aliyên xwe ve daxîne holê. Bi wê zanebûna ku daxistina pirsgirêkê nîvê çareseriyê ye, min vê hewldanê li dar xist. Ev hewldan, weke ku di nimûneya dagiriya dawî ya İraqê de hate dîtin, tenê bi teşeyekî şahane erêkirina pêşbîniyên min ve nema, him derfetên dibetî yên çareseriyê zêde kir û him jî anî rewşa eşkeretiyê. Azîneya sîstemê ya kişandina çarmixê û bi rengê Prometheûs li latê mîxkirin, nedişibiya wê encama klasîk ango ya di çerxên mîtolojîk de. Li dijî “êrîşkariya gilobal” a sîstema cîhanê ya kapîtalîst, derfet dihatin rewşa peydabûnê da ku lêgerîna “demokrasiya gilobal” a gelan bê xurtkirin û riyên çareseriya pirsgirêka Kurd jî bêne wergirtin.

Bi taybetî pêvojaya min a li girtîgeha yek kesîn a Îmralî, li dijî wê rizandina hînbûyî ya di dirêjahiya dîrokê de, dida peyitandin ku çareseriyeke zanistî him felsefîk, him pratîk tenê ne ji bo kesayetiya min û gelê Kurd, dikare ji bo tevahî mirovatiyê derçûnê peyda bike. Lewra hemû raboriya xwe tewanbarkirin weke ku ne rast e, di xwe de parastina peydabûna puxteyekê zindî û mafdar aliyê dîtir ê rastînê bû. Her wiha hindek babetên girîng ku di çonayetiya temamkirina parêzname û ragihandinên min de ne, vekirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Ezmûnekirina dahênanên min ên teorîk li ser rastîna Helen, Tirk û Kurd dê bêtir bibe ronîker.

 a- Di bingehê çewtiyê de nêzîkatiya li hember dewlet, siyaset û sîstema kapîtalîst a nûjen ku bingehê xwe jê digire û “sosyalîzma pêkhatî” ya ku weke alternatîfekî li dijî wê derketibû rol dileyize. Pêwîst e ez bipejirînim ku bi gelemperî şaristaniya hiyerarşîk, bi taybet jî sîstema kapîtalîst ku teşeyê wê yê herî pêşketî ye û sepandinên sosyalîzma pêkhatî ku bi îdîaya weke alternatîfê wê derketibû, bi teşeyê nirxandineke dogmatîk ku aliyê baweriyê giranî didê, min nekarî bitêperînim. Timî têgîna “sosyalîzma zanistî” bikaranîna min û tevî ku min gelek hewldan li dar xistin jî, wê encama afirîner a ku dihate xwestin bi xwe re neanîn. Nekarîbû wî qalikê gelemperane û jiberkar biçirîne. Asta dahûrînên fermî yên sîsteman derbas nekir. Dema ku min gavên yekem ber bi sosyalîzmê ve avêt, bi tesadûfî pirtûka ku bi navê “Alfabeya Sosyalîzmê” di sala 1969’an de xwend, tê bîra min ku min di hundirê xwe de wiha digot: “Mihemed wenda kir, Marks qezenc kir.” Di puxteyê de çendî serokatiyên bîrdoziyên cewaz bin jî, ji aliyê min ve qasî ku karibe asta dogmatîk a di Marksîzmê de heyî derbas bike, bi min veguherînekê re rê neda vekirin. Weke objektîfî ji şêwazeke dogmayî ber bi yê dî ve gêr dibûm. Bêguman di navbera îslama ku bîrdoziyeke şoreşger ê xurt e di çerxa navîn de û Marksîst Sosyalîzma ku xwedî îdîaya têperandina kapîtalîzma nû ye de, cewaziyên girîng hene. Lê pirsgirêk, vê rasteqînê di hundirê şênberiyê de nirxandin e. Ev jî zanebûneke dîrokî ya têkûz merc dike. Lê asta me çemkeke dîrokî ya Semîtîk derbas nedikir. Jixwe di bingeh de Marksîzma ku rê dabû sosyalîzma pêkhatî nekarîbû şaristaniya civaka hiyerarşîk bitêperîne, her wiha wê bingehîn îdîaya têperandina civaka biçîn bila bimîne li aliyekî, tevkariyê dabû çêkirin û hiştibû ku teşeyekî wehşî derbikeve. Li ser wê kesayetiya ku di hundirê civaka Rojhilata Navîn de weke zenûn şekil digire, cîlaya Marksîstiyê lê xistin, hêza çareserkirina nakokiyê bila li vir bimîne, eşkere ye ku nikare xwe bigihîne hêza wergirtina rast jî. Di taybetiya Rojhilata Navîn û heta gelemperiya cîhanê de çepgirî-rastgirî ango gotinên olî û miliyetgerî yên cîgirtî, rasteqîneke ku pir hatiye jiyandin e, ku di dahûrandina dawî de tenê dikarin di tûrikê bîrdoziya kapîtalîzmê de cî bigirin. Sosyalîzma pêkhatî ku di salên 1990’an de hilweşiya ji vê re minaka herî baş e. Diviyabû ku di van salan de lezdayîna veguherîna bîrdozî bihatana çêkirin, kartêkeriya zêdebûna xitimandinê rewşê girantir dikir. Gotinek heye “mirov tenê li keviya hendefê bibask dibin.” Ji bo min jî rasteqîna ku dihate jiyandin ev bû. Li dijî sîstemê ku bi stemkarî û bi puxteya xwe ya rast êrîş didan çêkirin, wergirtina rasteqîna bingehîn a mirovayetiyê û ya xwezayiya li paş, tenê bi hizirandineke bibask gengaz bû. Hindek jî ev hate jiyandin.

 b- Veguherîn û pêşketina min a bîrdozî bêguman encamên xwe yên herî vekirî di dahûrandina siyaseta nûjen, dewlet û şaristaniya ku jê bingeh digirin de raderbirîna xwe peyda kir. Pêwîst e jidilî li xwe mûkir werim ku hê di zaroktiyê de em diketin nav rêwîtiya lêgerîna bilindbûnê, tim di qeta dewletê de. Hizirandinên me yên rûxandina dewletê bi şoreşê jî, dîsa ji avakirina dewleta me wêdetir nediçûn. Dafik di virê de bû. “ Bîrdoziyên dewletparêz” ji ber ku ji aliyê min ve hatibûn dahûrandin, nikaribûn bi temamî bibin amrazê rizgariyê. Dewletên kapîtalîst, sosyalîst, ûnîter netew federalîst demokratik û yên biçîn pirsgirêkên civaka hiyerarşîk ol, zayend, etnîsîte, hawîrdor û çînê çareser kirin bila bimîne li vir, bi xwe di rewşa jêderka pirsgirêkê de ne. Li çareseriyê, di her alî de li derveyê vê jêderkê gerîn, ta ew gel, takekes û malbata ji civaka neolîtîk vir ve ku asê mane, ji şûngeha wan a di dirêjahiya dîrokê de tengasbûyî, ji rastîna eşîriya ku hê jî li serê çiyê û li çolê şer vedidin, ji civatên olî heya rasteqîna berxwedêriya jinê ya objektîf a ku xwe xistiye hundirê hezar qalikan, ji parastina dezgehên bingehîn ên dewletê heya wergirtina azadiya takekesî ya wenda, pêwîstiya ku bê sipartin li ser bingehê lêgerîna “riya nû” a piralî hêjayê girîngiyeke bingehîn e. Ji civak û şaristaniya biçîn ku hawîrdor û hevsenga ekolojîk serûbin dikin, bi zanistiyê re di bingehê hevkariyeke şidandî de, bi lêgerîna civaka ekolojîk derçûnê gerîn, hatiye rewşa peywireke ku nayê taloxkirin. Ew çemka çînî ku bilindkirina bi rengê kole-serf-karker a ku Marksîzme har dikir napejirîne, tewereya jêveneger a vê lêgerînê ye. Pêwist e li çemkeke “sosyalîzmê” ya ku benîkirin, serfkirin û karkerkirinê weke piçûkxistinekî dibîne û di nav her mercê de li hember van bûyeran berxwedanê bingeh digire, bê gerandin. Koleyê baş, serfê baş, karkerê baş nabe. Ev her sê kom jî ji mirovayetî û ji azadbûnê ketinê diderbirînin û ger azadbûn tê esasgirtin, divê tim li dijî van bûyeran li hember derketin çêbibin. Lewma kirûya civakî ya ku li dijî van bûyeran dertê, divê bi rengekî pîrozî lê bê nihêrtin. Ji ber vê egerê ew berxwedêriyên mezintirîn ku ev bi hezar salan in li serê çiyayan, li çolan, li tariya daristanan, li etnîsîte, zayenda jinê a ku di malbatê de tê perçiqandin, ji berxwedaniya koletî, serf û karkeran qet bi qet kevintir, kûrtir û pîroztir in. Pêwîst e em civaka nû, felsefe û sepandinên xwe deynin ser van esasan. Belkî jî ew kirûyên civakî ne ku ji kevneşopiya bi hezaran pêxember û hişmend, ji berxwedana Marksîst, lîberal û nûjen bi hezaran qet dewlemendtir, bi naverok û wergir in. Min, felsefeya bingehîn a civakî û xwezayî ji van nêzîkatiyên kirûyî re ku dikarin ji dahûrandinên biwergir ên dîrokî û civakî re bibin mijar, ji aliyê xwe ve bi raderbirîneke gelemperî weke “Civaka Demokratîk û Ekolojîk” nirxand. Min hewl da ku weke hedefekî çareseriyê bidim diyarkirin.

 c- Lêgerînên min ên kirûya Kurd û çareseriyên ku xwe disipêrin wê, di bin roniya vê veguherînê de û di bin bingehê esasên nû de, divê bên destgirtin. Him lêgerînên çareseriya Îslamîk a Rojhilata Navîn ên klasîk û him jî lêgerînên çareseriya netewperestî ya Rojava yên klasîk, ji zû ve şensê serkeftîbûnê wenda kirine. Îslamiyet bi xwe, bi taybetî bi şiroveya fermî ya sûnî hema hema ev 1400 sal in ji zemq zeliqandina li ser asta kolebûna Kurdan a kevneşopî û kûrkirinê wêdetir rolek neleyiztiye. Pergalên bûrjuvabûna kapîtalîst a lewaz him di cînarên derdorê de û him jî di binkeya civakî ya hundirîn de, ji qonaxa feodal paşdetir, ji rêvekirina îmha û mandelkirinê wêdetir encam neda. Ji kirûya Kurd re ku hemû ezmûneyên koletî û pişaftina tewqbûyî yen pergalên civaka hiyerarşîk di hembêza xwe de hilgirtiye, nêzîkatiyeke dahûrîner û azadîperest, di asta min a veguherin û pêşketinê de gihîştiye radeyeke bêtir rasteqînî û hêvî dide. Ez ji vê re, di erdnîgariya Mezopotamiyayê de ku şaristaniya çînayetiyê afirandiye, bi bawerî û zanebûna ku dê alternatîfa vê şaristaniyê jî bê afirandin nêzîk dibim. A ku yekî afirandiye, di rewşa afirandina alternatîfa wê de ye jî.

Ez, hilperîna DYA û Îngilistanê ku hêza motor a sîstema cîhana kapîtalîst in û di salên du hezarî de li Mezopotamiya jêrîn di bin dîrûşmeya “İraqa demokratîk” de li dar dixin, her wekî nîşana erêkirina kehaneta xwe dinirxînim. Bêguman sîstem bi xwe, dê demokrasiya vê axê neafirîne. Lê dê jê re bibe wesîle. Jixwe bûye jî. Ev pêşketin tesadûf nîn e. Pêwîst e weke encamekî wan dahûrandinên min ên sîstema dîrokî ku min pêşbînî pê kiribû di parêznameya xwe ya DMME’yê de bêne nirxandin. Di civak û gelên Rojhilata Navîn de nûbûneke dîrokî mijara gotînê ye. Em rû bi rû ne, ji şaristaniya civaka çînayetî ya pênc hezar salî, ber bi binyad avêtina alternatîfê wê ya “şaristaniya demokratîk a gel.” Dîrok pîştî xewa xwe ya dirêj, li ser vê axê, di nav pêvajoya şênberîkirina derketineke mirovayetiyê ya zadegan de ye. Kurd jî weke ku ji şaristaniya biçînayetî tol werdigirin, ji vê derketina demokratîk û ekolojîk a nû re, bi çarenûsa çavkanîbûyînê hatine girêdan. Ji ber vê yekê çareseriya Kurdan, ne dikare bibe Îslamîk û ne jî dikare bibe netewperest. Feodalîzma Îslamî û kapîtalîzma netewperest a Rojavayê, ji aliyê Kurdan ve kom û kirûyên ku pêwîst e bêne têperandin in. Her tişt, Kurdan him ji bo heyîn, him jî pêşketinên xwe di rewşa kirûyên azadiyane de bibûyîna pîrika civaka demokratîk û ekolojîk û di hembêza xwe de afirandina wê ve rû bi rû hiştiye. Çawa ku di quntara kevana Zagros û Torosê de şoreşa mirovayetiyê ya herî mezin, şoreşa mezin a neolîtîk gund û çandiniyê, pê ve sipartî şoreşa bajarî ya civaka biçînayetî ya Sumer a Mezopotamiya û ber bi çûyînê ve şoreşa bajarî hate rewşa şoreşên gerdûnî, di roja îroyîn de jî, em rû bi rû ne bi yeka mînanî vê ve.

Şoreşa nû, dewlet û şaristaniya civaka biçînayetî hedef nagire, berevajî weke alternatîfê wê xwe amade dike, pêş dixe, ber bi bêdewletbûn û bêçînbûnê ve û di nav hev de bi zanistiyê re, di hundirê hevkariyê de weke pêwîstiyeke jêneveger a jiyanê, bi sêwal û riwekên xwe ve afirandina civaka xwe ya ekolojîk armanc dike.

Bi vê rastiyê, ji şoreşa me re navlêkirina “ŞOREŞA DEMOKRATÎK Û EKOLOJÎK” qasî ku rasteqînî ye, ewqas jî pêwîstiya çonayetiya azadiyê ye. Ev du sed sal in sîstema kapîtalist a cîhanê ew avakariyên ku bi xwe daye afirandin û bi zorê li ser piyan dihêle, him têperandina wan û him jî ji ber ku bi temamî bi wan ve girêdanê pêwîst nakin, li dijî derketineke bixwîn jî neçar nakin. Bi mafê parastina rewa ve tim girêdayî mayîn, bi sazbariya pêwistekên wê di nav agirbesekê de bûyîn û ji pirsgirêkên hevpar re, bi hev re bi azînên siyasî li çareseriyê gerîn, ji aliyê stratejî û taktîkê ve ne averêbûn e û ne jî radestbûn e. Berevajî di arastebûna veguherînên Demokratîk û Ekolojîk de, riyên pratîkî yên rasteqînî ne.

Her ku Kurd bi cînarên xwe re ber bi van veguherînan ve pêngavan li dar dixînin, weke objektîfî şûngeheke ku xwedî wateya gerdûnî ye diderbirînin. Mînanî ku rola pêxemberî ya ji nû ve avakirina civaka Rojhilata Navîn bi rengê Demokratîk û Ekolojîk dileyizin. Weke Zerdeşt ku pêxemberê dostaniya çandinî û sêwalan bû û beriya zayînê di salên 1000’an de, di wê şoreşa ku digihîşt sertarê de rol leyiztiye.

Di vê pêvajoyê de ya di kesayetiya min de tê jiyandin, ew lewaziya kirûya Kurd e ku xwe li eşkeretiyê xistiye. Ji rasteqîna civaka feodal a Rojhilata Navîn heyanî civaka kapîtalîst a Ewropayê, di nav binkeyên bîrdozî-siyasî yên serdest de, zêde encam girtin, dê bibe zordayîna zêde û şikestin. A di kesayetiya min de tê zimên belkî jî yek na, bi hezaran car ku pêk tê ev e. Veguherîna min a bîrdozî dê weke encamên van şikestinan pêş biketa.  

Di bingeh de ya ku dihate çespandin, helwesta ji mirinan mirinê biecibîne bû. A ku dihate payîn, ew komployên ku ji hêla sîstemên cîhanê yên serdest ve pirî caran tên pêkînandin, pêvajoya îmhakirina ka çawa wenda kiriye bi xwe jî nayê zanîn bû. Desthilatiya bîrdozî ya riha û hinek girîng qezencên pratîk mijara gotinê bûn. Lewma veguherineke jirêzê ya bîrdozî nekarîbû têrî têgihîştinê bike. Ji bin vê derbeyê derketin, tenê ka xweza û civak çawa be, di têgihîştina wisa de derbas dibe. Heyanî ku ziman û hişê civak û xwezayê nehatibana çareserkirin, ev kar nikaribû pêk were. Di şûna ew paradîgmaya ku min bi xetên stûr dahûrandiyê û li ber îflasê ye, di der barê ku li ser bingehê puxteya hişê xweza û civakê bêtir nêzîkê bergeha bingehîn bûme hizra min xurtir e. Ewleyiya min a jiyanê bi gor zagonên bingehîn ên civakê, bi gor ewleyiya kevin û aliyên lewaz, pêşketinên girîng pêkînandiye. Êdî ne bi baweriyên hêzdar, ne jî bi viyana xurt a pratîk di nav jiyanê de rê wergirtin, bi min zêde balkêş û dahûrîner nayê. Di nav dirêjahiya şaristaniya dîrokê de, tim bi berberiyên xwe çok dana vedandin, bûye remza meşa dilêriyê.

Ev rasteqîn, zimanê fermanrewayiya bixwîn û kedxwariya têrbûn çî ye nizane bi xwe ye. Bîrdoziyeke ku kuştinê ji xwe re bênpakî dibîne, eşkere derketiye rastê ku nikare xizmet bike, ji îdealên azadî û wekheviya mirovayetiya ku bindest e û keda wê tê xwarinê. Pêwîst e li derveyê mafê jiyana azad ê bêgavî yê civakekê, bi wan “teoriyên zorê” ku di bingeh de xwe nasipêrin wî mafê parastina rewa ya ku ji hêla hemû sîstemên hiqûqê ve tên pejirandin û bi hêsanî ku dikarin çonayetiya desthilat-kedxur bigirin, di warê bîrdozî de hesab ji hev pirsîn weke qezencekê bê dîtin. Çemka sosyalîzma berê ku bi şidetê ve barkirî bû bigihîje serkeftinê jî, weke ku di ezmûneya Sovyet Rûsyayê de hate dîtin, dê ji hilweşînê nefilite. Ev helwesta ku tim weke laderî tê rexne û tewanbarkirin, di bingeh de li ser navê mirovayetiya azad di hêjayê qezencên girîng de ye.

Di veguherîna min a bîrdozî de ya ku safîbûnê qezenc kiriye, qutbûna ji hemû teşeyên civaka hiyerarşîk ên ku di hundirê xwe de zorê dihewînin, di hêjayiya şoreşeke jîrekatî de ye. Ev, tê wateya şoreşê li ser hişê puxteya xweza û civakê dana sipartin û gihîştina hêza çareseriya ku qet naqede. Êdî di paradîgmaya kesayetiya min a serdest û bi xwe ewle de, ji xitimandinên rehdar û şayîşên nepeydakirina çareseriyê re cî nîn e.

Êşên mezin û xirabiyên mezin ger nedin kuştin, dê ber bi rastînên mezin û jiyana azad a hêz dide ve bibin. Sîstema cîhana serdest ku taybetmendiyên kesayetiya jê re xizmet dike ber bi îflasê ve dibe û bi vî awayî ji alternatîfê re rê dide vekirin, weke ji nû ve zayîn û şoreşa bîrdoziyê nirxandin rast e.

 

  

BEŞA II.

  

ŞARİSTANİYA HELEN

Bİ KURD Û TİRKAN RE TÊKİLİYA WÊ

 

 Di roja me ya îroyîn de têkiliyên komara Yewnana Helen bi pirsgerêka Kurd û komara Tirkiyeyê re ji aliyê rast nirxandin, şaşitî nekirin û neketina çewtiyên mezin ve girîngiyê hildigire. Têkiliyên Ewropa û YE’yê jî tê de ne. Çawa ku Mezopotamiya weke dergûşa şaristaniyê tê nirxandin, şaristaniya Helen jî xwe weke dergûşa şaristaniya Ewropa dinirxîne. Di her duyan de jî para rastînê heye û diyarker e. Di pirsgirêka Qibrîsê de ku weke mijareke jirêzê dixuye, bi tu awayî neavêtina gavên dahûrîner, bingehê xwe ji wê rasteqîna dîrokî têkelhev a paş digire. Di hilkeftina min a Atînayê de, di wê bûyera xiyaneta ku dihate sipartin komployê, bi tu awayan nedihate xwestin bê pejrandin û têgihîştinê de zorahî dihate kişandin de, ev pêşketinên dîrokî bingeh digirtin. Lewma him têkiliyên Kurd-Tirk ên 1000 salane, him weke yekpareyî têkiliyên cîhana Helen-Enedolê rast neyên pênasekirin, di roja me ya îroyîn de ji bo welat û gelên me ber bi têkiliyeke aştiyane û dostane ve, gav nikarin bên avêtin. Bi awayekî mînanî korgirêka Ereb-Îsraîl raçînka têkiliyê mijara gotinê ye. Hûrbijêrî û wergiriya dahûrandinan ji ber vê egerê ye. Ev guloka têkiliyan ku herî zêde trajediyan bi xwe re anîne, bi xetên stûr têgînkirin û têgihîştin, ji wan rehên can ên pevçûna me ya bîrdozî û polîtîk in.

 a- Şaristaniya Helen rastînek e. Pêwîst e ne piçûk bê dîtin, ne bê mandelkirin û ne jî bê nepixandin. Bi taybetî pêwîstî heye ku em çavkaniyên zayîna wê rast binirxînin. Ji bo “paradoksa Yewnan” a di roja me ya îroyîn de ku hê jî tê jiyandin da ku bê fêmkirin, ev pêwîst e.

Di puxteyê de şaristaniya Helen, him şoreşa neolîtîk a çandinî-gund jêderka Rojhilata Navîn û him jî şoreşa bajarî di veguhêztina parzemîna Ewropayê de, di rolekî nabeynkar ê xeleke de ye. B:Z. Di 7000’an de di ser Enedolê re bi çerxa neolîtîk re nasdar dibe. Beriya ku weke Helen şekil bigire, weke ku di giştî de tê dîtin, serdemeke neolîtîk a deryaya spî, di vê giravê de jî tê jiyandin. B:Z: di 2000’an de jî weke ku em di mînaka Troya navdar de dibînin, veguhêztina şariştaniya bajarî ber bi virê ve dest pê dike. Di bingeh de Troya weke dergehê neqebê ye ku şaristaniya Mezopotamiya bibingehê Sumeran bi rêka Hûrî û Hîtîtan ber bi parzemîna Ewropayê ve tê veguhêztin. Girîngiya xwe ya mezin ji vê taybetmendiyê digire. New-York ji bo DYA’yê roleke çawa leyiztibe, Floransa ji bo ronahîbûna Ewropayê çi diderbirîne, B:Z: Di 2000’an pê ve Troya jî ji bo girava Yewnan û her ku diçe ji bo hemû parzemîna Ewropoyê heman rolê dileyize. Nirxên şaristaniya bi hezar salan ber bi Rojava ve vediguhêze. Ji aliyekî ve ronî dide û dewlemendiyê temsîl dike. Rewşenbîrên Ewropayê ku ewqas girîngiyê pê didin, di bingeh de ev yek bi rast raboriya xwe nasandinê ve girêdayî ye. Di roja me ya îroyîn de, pirsa ku herî zêde tê pêşxistin, her wekî vegeriyaye pirsgirêkeke mînanî; “Ka dergûşa şaristaniya Ewropa bi rastî jî Enedol e an girava Yewnan e?”

Em B.Z. di 2000’an de dibine nasdarê penaberiya “Qewmên Bakûr” ku xwe bi şoreşa neolîtîk xweyî kirine û li Ewropayê ji keviyên Atlantîkê, li Rojhilat ji oqyanûsa Mezin û heya keviya Çînê derbasî tevgerê bûne. Ev penaberbûn, ew êrîşkariyên qewm û babistînên di gihaneka barbartiya jorîn de dijîn û li başûrê wan ji Hîtît heyanî Misirê ku ev xwe bi şaristaniya bajarî ya Sumeran xwe xweyî dikin, hemû dewlemendiyên navênden şaristaniyê ew xistine bin bandora rakêşana xwe. Di encam de, di hundirê şaristaniya bajarî de dihelin û teşeyên şaristaniyên mînanî Çîn, Hind, Îran, Hîtît û ya herî di keviya rojavayê de Helen weke tevkariyekê ji bo pêvajoya dîrokî ya nû re didin çêkirin. Ji aliyekî ve bi xwîna “barbarîzma” teze, dibe sentezeke qirase bi şaristaniya bajarî ya kevin re. Ev bingehîn gavavêtinên derbasbûna dîroka nivîskiyê ne.

Girîngî qezenckirina Helen; qasî ku xaleke kevî ye li parzemîna Ewropayê, him di ser Enedolê re ji şaristaniya Mezopotamiyayê û him jî di ser Girîtê re weke pêkhatî ji şaristaniya Misirê ji ber ku sûd û kelk wergirtiye dertê pêş. Pêwîst e ew senteza ku Finîkiyan di ser Lubnanê re ji şaristaniya Sumer û Misiran dabû çêkirin ku tê veguhêztin jî, lê bê zedekirin. Bi rastî jî weke ku di gotineke kevnare de tê gotin, mînanî “Maxrîbê-Rojavayiyê-mal peydakirî” qebîleyên Helen dema ku hatina salên B:Z 1500’an pêk tê, ji hêla van navêndên şaristaniyê ve gelek tên xweyîkirin. Gava pêşîn şaristaniya Mîken e. Ev şaristaniya ku dawî li şaristaniya Girîtê tîne û tevlê xwe dike, B:Z: di 1200’an de, ji ber êrîşkariyên qebîleyên nû û pevçûnên hundirîn bidawî dibe, B.Z. 1000’î pê ve jî, weke lehiyê dest bi hilperîneke nû dikin. Piştî ku Troya zû dikeve, keviyên Rojavayê Enedolê di bin navên Dor, Îon û Aîonan de dikeve nav pêşketinên pêvajoya çerxveker. Ev pêvajo, di destana Îlyada ya Homerosê navdar de digihîje vegotina herî hêzdar. Di çanda Rojavayê de, girîngiya mezin a destana Îlyada û bûyîna çavkaniya bingehîn ji wêjeyê re, ji ber rola dîrokî ya Troyayê pêş dikeve. Ew cara yekem e ku kelhekî mezin li keviya şaristaniya Rojhilat, ji hêla Helen ku gedeyê nû yê Rojavayê ye, tê xistin û ber bi Rojhilat ve vekirin heyanî dawiyê pêş dikeve. Ketina Troya di salên B.Z. 1200’an de ye. Êdî Layendarên ku weke “qewmên deryayî” tên binavkirin û bi giranî ji Helenan pêk tên, li Rojhilatê Derya Spî, li ser navê Filîstîa, li keviyên Derya Reş hetanî Pontûsan di bin navê gelek civatan de, bi nasnameyeke çandî ya nû arasteyî bandorbûn û sentezbûna şaristaniya Rojhilat dibin. Di dîrokê de Şaristaniya Helen, bi vî rengî xwedî şêwaza dîalektîka avabûn û pêşketinê ye. Di vê pêvajoyê de di serî de Hîtît, Frîgya, Lîdya, Lîkya û Luwî di hejmereke pir de, ji gel û çandan bandor dibin û di dawiyê de bi riya zor û pişaftinê, ew di hundirê xwe de didin helandinê. Li Enedolê di puxteya çerxa Helenbûnê de ev rasteqîn heye. Wate dest danîna ser şaristaniyeke dewlemend û lê xwedî derketin. Ev, ew şaristanî ne ku binyadên wan di salên B.Z. 8000’an de tên avêtin û pêş dikevin. Pêşketineke mînanî vê ji Îspanyayê heta Sicîlya û Îtalyayê weke ku pêk hatiye, di rêza duyem de xwedî taybetmendiya Helenîstîk e. Pêşketinên bingehîn di keviyên Egeyê de pêk tên.

Di vê qonaxê de, hêzên ku Helen li rojhilat dane sekinandin, di serî de împaratoriyên Asûrî, Ûrartuyî, Med û Pers in. Piştî ku Hîtît bin dikevin Asûrî tên rewşa hêza serdest û hetanî kû tên hilweşandin timî Helen ber bi rojavayê Enedolê ve berpêş kirine û zorê dane ku tim li wirê bimînin. Ûrartuyî jî xwedî roleke wisa ne. Rola esas dana sekinandinê jî, Keyakserê qiralê Medî leyiztiye û B.Z. di 585’an de bi şer li qeraxa Kizilirmakê xeta sînorê dide çêkirin. Fîlozof Thales bi xwe qala vî şerî dike. Di dîrok û mîtolojiya Helen de taybetmendiyên pir balkêş hildigire. Têgîna Mediya weke mak-zagonekî bi serê xwe timî tê bikaranîn. Di dîroka Heredot de herî zêde qala Medan tê kirin. Pers heşifî dimînin. Çawa ku îro hevkarmendiyeke DYA’yê heye, di wê pêvajoyê de jî, di Helenan de Medîtî, hevkarmendiya Medan têgînên herî derbasdar in. Xwezî bi hevkarmendiya Medan anîn, modeyek e. Polîtîkaya bingehîn bi teşeyekî hevkarmendiya Medan û dijberên wê veqetandinekê nîşan dide. Pişti Medan di pêvajoya împarotoriya Persan de, ev veqetandin bêtir pêş dikeve û hemû jiyanê têxe bin bandora xwe. B.Z. 550 hetanî 330’yan dagiriya Îskender, desthilatdariya Med û Persan mijara gotinê ye. Di vê pêvajoyê de, di heman demê de Helen di qesrên Rojhilat de, hunerê desthilatdariyê bi xwe didine herzkirin. Qismek ji şaristaniya Misirê jî, di warê siyasî de didine herzkirin. Her wiha di warê aborî, civakî û siyasî de Helenên ku xwe têr kirine, di hilperîna Atînaya klasîk de ku di dîrokê de pesnê wê pir tê dayîn, pêşketinê çêdikin. Sentezbûna ku navenda xwe ji Atînayê digire, bi rastî jî resenbûnê pêk tîne. Tenê ne “ciyê darizandina têkelhev” e, navendeke avakirina senteza afirandiner e. Bi fîlozofên xwe, bi hunermend û siyasetmedarên xwe ve şaristaniyeke çerxveker mijara gotinê ye. Şaristaniya ku çerxa xwe ya zêrîn di navbeyna B.Z. 600 û 300’î de jiyaye, terkîba bingehîn a şaristaniya îroyîn e.

Hilperîna Helenîzmê ya Îskender, di puxteyê de li hember wan dewlemendiyên mezin ku di qesrên Persan de kom bûyîne û desthilatdariya du hezar salan şerê mezin ê dagiriyê ne. Her wekî ew jî, mînani împaratorê Persan Darîûsê Mezin xwedî azweriyeke bizarîkirina hilperîna Rojhilat û Rojavayê (B.Z. 520-485) ye. Ew jî ji keviyên Tunayê hetanî keviyên Ganj-Hindê, hêza pêkanîna dagiriyên mezin serkeftî li dar dixîne. Bi vî awayî careka din ji Tunayê hetanî Îndûs-Ganjê piraniya mezinahiya navendên şaristaniya Rojhilat û Rojava, ber bi çanda Helenê ve têne vekirin. Di bingehê vê dagiriyê de gelek dewletên koledar têne avakirin. Şaristaniya Misirê, di bin navê xanedanê Ptoleme de, di pêvajoya xwe ya nû de hebûniya xwe didomîne. Bajarê sereke Îskenderiye, navenda çanda sereke ya pêvajoyê ye. Li Enedolê şaristanî bi giranî di bin qiraliya Bergamayê de jiyana xwe didomîne. Slefkosî ku giraniya xwe li Mezopotamiyayê dane navendkirin, piştî pêvajoya Îskender bêtir fireh û kûr dibin. Di dîrokê de ev pêvajoya Helenîzmê B.Z. 30 û P.Z. 250’yan bi taybetî warê çandî di serî de, dibe çerxeke herî rewneq a sentezbûna Rojhilat û Rojavayê. Hêza afirandiner ya herî dawî ya şaristaniya koledariyê ye. Romaya koledar jî, di puxteyê de hêza vê giyan û wateyê temsîl dike. Di vê pêvajoyê de tevkariya Latînan ji şekil wêdetir naçe. Împaratoriyên Romaya mezin û Bîzansê di nav dîroka Helenîzmê de (nêzîkê B.Z. 500 û P.Z. 1450) ji tevkariyekê zêdetir, vê sentezbûna Rojhilat û Rojavayê mijajiyeke mezin xwarin e. Li navendên dewlemend ên di Rojhilat de, bi dagiriyên bêsînor mekanîzmayên zext û kedxwariya mezin li ser mirovayetiyê dana pêşxistin, taybetmendiya herî balkêş ê vê pêvajoyê ye. Derçûnên ku bi teşeyê xiristiyantî û misilmantî pêş dikevin, di puxteyê de li hember mezinbûna ew şaristaniya Rojhilat ku weke bîrdozî, polîtîk û leşkerî ber bi Rojavayê ve şemitîbû û di bin navên Roma û Bîzansê de kom dibûn, tevgerên serhildan, rizgarî û aştiyê ne.

 

b- Navenda zayîna şaristaniya Helen, sîteya Atînayê ye. Atîna, ji bûyîna bajarekê wêdetir, teşeyê dewleteke nû û şêwaza jiyana çandî ye. Li hundir li hember dewleta navendî İspartayê û li derve li hember Persapolîs, bi teşeyekê xweserê xwe têkoşîn vedaye. Çeka demokrasiyê ya herî pêşketî ya çîna koledar bi kar aniye. Di encamê de ev çek, qasî ku li hember hemû bajarên Helen raseriyê bi dest girtiye, li hember bajarên Rojhilatê jî raseriyê wergirtiye û hiştiye ku ev yek bibe teşeyê herî afirandiner, sewandî yê şaristaniya koledar. Di jîrekatiya mirovayetiyê de ew mîtolojî û şêwazê ramana olî ku bi hezaran sal serdest bûne, derbasbûna wan ber bi şêwaza ramana felsefîk ve tevkariyeke diyarker dane çêkirin. Sokrat, Platon û Arîsto di rewşa pêxemberê vê şêwazê de ne. Huner, cara yekem ji gerdîşên olî qut bûye û gihîştiye serxwebûna xwe. rêbazên huner û felsefeyê weke aşûtan mezin bûne û di tevahî navendên Helen de, bi afirandina şêwaza jiyana nû rêçên nayên rakirin hiştine. Di serî de tip, geometrî, fîzîk, arîtmetîk, astronomî û zanistî gihîştine gihaneka pêşketîtir. Di navbera van pêşketinan û demokrasiya Atînayê de, hebûniya têkiliyekê nikare bê mandelkirin

Lê Sokratesê ku mînanî remza vê şaristaniyê ye, dîsa heman Atîna xwe ji mehkûmkirina mirina wî nade paş. Emê vê nakokiyê çawa rave bikin? Rewişta wê ya binakokî di cî de peyîtandin ne zor e. Li Atînayê yên ku senteza derçûnên zadegan ên mirovayetiyê çêdikin, ji aliyekî ve hebûniyê peyda dikin, ji aliyê din ve jî bi bi şêwaza herî xasûk û nermetingî ya kedxwariyê û hûrbijêriya hunera rêveberiya koledar, tebeqeyeke arîstokrasiyê ku digihîje asta kûrtêlxur hebûniyeke hêzdar ji xwe re peyda kiriye. Tebeqeyeke wisa ye ku, gava xwarina xwe dixwe, pêdivî bi xwe re nabîne ku pişta xwe rast bike. Ev çîn şêwaza herî demagojîk a demokrasiyê daye peydakirin û demoya -gelê- Atînayê weke bizinan daye çêrandin; ev yek jî rûyê rastînê yê din e. Qasî ku dergûşa demokrasiyê ye, dergûşbûna demagojiyê û navendabûna derewên herî zirav, dibe parçeyekî nayê veqetandin ji rewişta wê. Hatina rewşeke wisa pêk tê ku, êdî sînorên demagojî û demokrasiyê ji hev nayê veqetandin. Atîna xelateke wisa jî daye mirovayetiyê. Berevajiyê demokratbûna rastîn a Perîkles, dirok jî nasdar e ku, bêjimar siyasetmedarên Atînayî hene ku çavên xwe neçilmisandine û bi namerdî xiyanet kirine. Darizandina Sokrates nimûneya herî piçûk a vê rastînê ye.

Mînanî xwedawenda Athena, ku di destana Îlyadayê de derbas dibe, ew Hektorê ku bi tu awayî bin nakeve bi ketina dilqê birayê wî Deîphobos û ber bi şerekî ku dê bin bikeve ve berpêş dike, heman lîstok li ser Sokratesan jî hatiye leyiztandin. Di bingeh de ev rasteqîn dide nîşan ku ev, weke taybetmendiyekê di hêmana arîstokratîk û despotîk a çanda Helen de, di serî de hatiye avakirin. Çîna koledar, ger em bêtir gelemperî bikin çîna kedxwar a serdest bi wê puxteya çandî ya demagojîk ku komplogeriyê qet kêm nake, tenê dikare bi kedxwariyê ve gel bi rê ve bibe. Tê gotin ku Zeûs, Atînayê ji eniya xwe daye afirandin. Ger Zeûs wek remzekî despotîzma Helen a bilind dibe bê dîtin, ew xwedawenda Atîna ku ji eniya wî zaye û bajêr bi navê wê hatiye avakirin Atîna, ka rûyê wê yê din çawa tê avakirin, em dikarin baştirîn têbigihîjin. Divê mirov şaş nebe ku fîlozofekî weke Sokrates jî nikaribûye vê taybetmendiya Atînayê bidahûrîne. Atîna despotîzma takekes û çînê di bin cîlaya demokrasiyê de, bi mînakên herî pêşketî xemilandiye. Ew hêrsa mafdar û mezin a İspartayê, ne vala ye. İsparta, li dijî Atînayê zadeganî û merdîtiya çînî bi şêwaza qiraliyê be jî, temsîl dike. Di pirtûka Heredot de hevokên wiha derbas dibin: Darîûsê Mezin li hember nermetingiya Atînayê pir hêrsdar e. Tê gotin ku ji xwarinpêjê xwe re wiha dibêje; “Her ku tu xwarinê ji min re bînî, dê tu bibêjî qiralê min Atînayiyan ji bîr neke!” Dîsa dibêje ku; “Hey Zeûs, bihêle ku em hedê van Atînayiyan bidinê!” Tê wê wateyê ku rûyekî demokrasiya Atînayê Sokrates, Platon, Arîsto û Perîkles e, rûyê din jî demagogên bêjimar û derewkeren nermetingî ne.

Ev rewişta binakokî, di çanda Helen de, dikare bê diyarkirin ku, di bingehê hemû çanda Rojavayê de cî girtiye. Her wekî rast gotin ku dibe taybetmendiyeke bingehîn ê çanda Rojhilatê, derew û demagojî jî weke berevajiyê wê teyisandina xwe peyda dike. Ev jî cîlweyekî den ê pêşketina dîalektîk e. Rast, bi afirandina berevajiyê xwe ve pêş dikeve. A ku di kûrahiya vê rastînê de cî digire, ew mîrata çandî ya dewlemend e, ku çanda Helen xwe disipêrê. Heke ev çand ji çar milan ve hatibe şelandin (Enedol, Finîk, Misir û Girît) da ku bê veşartin jî, pêdivî bi demagojiyeke mezintirîn heye. Helen afirandinerî nîşan dane û bi herzkirineke serkeftî ji veguherînê re tevkariyê nîşan dane, lê di aşik û mejiyê xwe de, ew hêmanên ku nekarîbûye bide helandin, wan jî bi raderbirînên demagojîk ji xwe re kiriye mal. Di sîstema xwedayên Helen de, her wekî ku bizarîkirineke jirêzê ya Sumer û Misiran heye, tevkariya wan jî, teolojiyeke xwedî rûdêna mirovî ye. Di bingeh de Hesîodûs pexemberê sereke yê îlahiyata ku bi giranî ya Sumeran e, dibe versiyona wê ya Helenî. Destanên Homeros Îlyada û Odiyesa jî, di puxteyê de ew teşeyên versiyona destana Gilgamêş a Hûrî û Hîtîtan ku hatiye pêşxistin e. Tevî ku mîtolojî û îlahiyata Sumerê resen bûye, ger bi baldêrî bê nirxandin, dê zelal bê dîtin ku, remzên xwedê-qiral ê şaristaniya koledariyê ya bilind dibe derbirandine. Hemû îlahiyatên pişt re jî vê binkeya resenî cincilandine, bi gor mercên xwe yên cîdayî li hev anîne û pêşkeşî mirovên xwe kirine. Di serî de teşeyên din ên wêje û hunerê û heta felsefe û zanistî, rêçên kûr ên vê kevneşopiyê hildigirin û hetanî roja îroyîn tînin. Ew xwedayên Saddam û Bush ku berpêşî hewşenga şer dikin û dibêjin “Yê min xurtir e” çi tesadûfeke jandar e ku, li ciyê şer dikin, li wirê xwedî şensekî zayînê ne. Hemû şaristaniyên ku li ser keda mirov û nirxên berhemiya zêde hatine avakirin, ji roja zayînê pê ve qet puxteya xwe wenda nekirine û di tevahî jêr û jorsaziyan de karibûne bijîn; ev yek jî erjengiya rastînê diderbirîne. Demagojî û derew, tenê ji bo bêyî ku rastîn bê hesandin, pê dana vexwarinê ye. Zanistî, felsefe, ol û huner jî, da ku mirovayetiyê bêtir bînin halê ku dikarin bihedirînin tê çêkirin. Ger ev jî têrî nekirin; bi hezaran kesayetiyan li çarmixê xistin, di hundirê hewşengan de bi lawirên dirinde dana parçekirin, bi serên jêkirî yên mirovan bênderan avakirin û her wiha ew çanda qirkirinê li pey van tê. Ji wan seferiyên qirkirinê re, bi hêsanî navlêkirinên dilêrî, xwedayî û pîroztiyê tên guncandin. Girtîgeh û bi her cure îşkence nayên kêmkirin. A ku dibe para gel û mirovayetiyê jî, li hember vê dîroka erjeng stû tewandin e. Li vê derê tebeqeya serdest a Helen tevkariya ku daye çêkirin, demokrasiya ku bi hûrbijêriyê ve barkirî ye, berevajikirina wê ya demagojîk e. Sokrates ku bi destê xwe jehra zirgêjnokê vedixwe, ev jî dibe çanda erjengiya vê sîstema Helenî. Pêwîst e mirov şaş nebe. Weke Apo, da ku ez bi vê rastiyê tê bigihîjim, eşkere ye ku bi şaristaniya civaka biçînayetî, weke parçeyekî wê Helenîzmê, ku di rast têgihîştinê de derbas dibe, rewşa ku ez dahfdamê piştî ku min jiyaye, ezê tê bigihîştama. Wisa hindek rastîn hene ku, heyanî neyên jiyandin nayên fêmkirin.

Pêwîst e ez vê encamê jî hema lêk bikim: Hemû gel hê di heyama berbeyaniya şaristaniyê de, ev çîna ezbenî û despot ku bilind dibe, wê rêveberiya civakê û şêwaza kedxwariya biderew, demagojîk, biîşkence û qirkirin hetanî nava mixên xwe jiyane û wisa heya roja îroyîn hatine.

  

Bûna takekes û gelê azad, hê jî xewnek e. Tenê otorîteya hiyerarşîk, di navbeyna wan de azadiyeke dîmanatî heye. A ku ji gel û takekesan re didine teyisandin, ew hêviyên ku naedilin, xeyalên vala û her cure hewldanên ku encamên xapînok didin û dawî li wan nayê.

 c- Têkiliyên Helen bi Kurdan re, bi Hîtîtan ve girêdan gengaz e. Hîtît, di pêvajoya ku şaristaniya sumer ber bi Mezopotamiya jorîn ve teşene dibin de, Hûriyên ku ji gelên cînar ên çiyayî ne û weke gelekî herî nêzîk pro-kurd tên nasîn, tê fêmkirin ku weke milekî wî ku hetanî hundirê Enedolê teşene bûnê şekil girtine. Ji têkelbûna qabîleyên barbar ên ku ji Bakûr hatine û ew hêmanên şaristaniya cîdayî ku ev şekilgirtin çêbûye, raderbirina herî nêzîk ê zanistiyê ye. Weke ziman û çand, mervatiya Ariyen û Hûriyan hatiye peyitandin. Împaratoriya Hîtît ku navenda Hatuşaş e B.Z. 1700 û hetanî 1200’an xwe gihandiye keviya Egeyê û xala herî li keviyê jî bûye bajar dewletiya Troya ku ev di şûngehekî xweser de peyda bûye. Hêzên ku destpêkê keviyên Egeyê bi şaristaniyê re nasdar kirine Hîtît in. B.Z. di 1200’an de ew hêz qabîleyên ku di serî de Helen tê de peyda dibin û weke “qewmên avî” tên binavkirin, bi wan ên ji neqebê tên, li ciyên Hîtîtên ku li hember êrîşkariya Asûrê temksîlkarê herî dawî yê şaristaniya Sumeran e û ji Başûr ve tên, binkeya wan a navendî belav bûye û ji nû ve derbasbûna begîtiyê tê çêkirin. Her wekî ku li Rojavayê binkeyên siyasî ên ku xwe kirine navend, bi navên Frîgya, Lîdya, Karya û Lîkya peyda bûne, Hûrî jî di navîna Mezopotamiyayê de li wargehên cîbûyînê bi Mîtaniyên ku milekî dîtir in ji proto-kurdan, derdikevin ser dika dîrokê. Bi Hîtîtan re dema ku hebûniya wan a navendî tê belavkirin ji hêla Asûriyan ve, hingê jî şaristaniya Ûrartuyî ku navenda xwe Wan e, (B.,Z. 900-600) pêşketin nîşan daye. Tê dîtin ku di qonaxa Ûrartuyan de bi Helenan re cara yekem têkilî danîn û bandorbûna yekser pêk hatiye.

Tevî ku Helenan li Rojavaya Enedolê hemû komên gel girtine nava pêvajoya helandinê, heman bandor di jiyana qebîle û eşîrên Kurdan de pêk nehatiye. Di vê de ya diyarker ew e ku, raboriya wan a pir kevin kû nêzîkê B.Z. di 10.000’an de binkeyên destpêkê ên neolîtîkê avakirine û bi vê jêderkê ve girêdayî bûne xwedî kakilê çandeke saxlem. Belkî jî di dîrokê de çi gel, di navendên ku Kurd tê de jiyane, ewqas demdirêj û bikûrahî çanda neolîtîk nejiyane. Di vê de rola girîng a erdnîgariya asê jî heye. Her wiha ne qewmên Îskîtan ku ji Bakûr diherikin, ne qebîleyên Semîtîk û hêzen şaristaniya Sumer ku ji Başûr tên, ne jî babistînên Helenan ku ji Rojavayê ve diherikin nekarîbûne tam bibin xwediyê erdnîgarî û çanda Kurdan û nikaribûne nifûsê nav bastûra çandê bibin. Bi Ûrartu û piştî wan konfederasyona Med a ku tê avakirin, babistînên Kurd di asteke pêşketî de ber bi yekîtiya civakî û siyasî ve pêşketinekî dane çêkirin. Ê ku Helenan herî zêde bandor kiriye, pêvajoya temasa bi Medan re ye. Her wiha ku hemû kirûyên ku bingehên xwe ji Medan digirin bûne hêmanên herî girîng ê çanda Helen. Dilêrê bi navê Thessus ku di mîtolojiya avakirina bajarê Atînayê de navê wî derbas dibe, têkiliya wî bi Mediyayê re pir balkêş û balrakêş e. Dîsa di seferiya Argonotan de tiştên ku tên serê Mediyayê mirov pir dide hizirandin. Her çende ku bi zimanekî mîtolojîk kirûya Mediya nehatibe halê têxistina têgînê, di puxteyê de ji Helenan zêdetir, eşkere ye ku hêza Med tê qesdkirin. Mijara çanda Helen têkiliyên xwe bi Hîtît, Hûrî, Mîtanî, Ûrartu û Medan re hêjayê lêkolînê ye.

Pêvajoya têkiliyên bi Persan re jî, weke ku di dîroka Heredot de pir hatiye destnîşankirin, bi giranî bi teşeyê têkiliya Med şênber dibe. Di vê yekê de cînartiya Medan bi Helenan re pêkareke girîng e. Şêwaza çareserkirina nakokiya Helen-Med-Pers a bi destê Îskender, di roja îroyîn de jî ezmûneyeke ku hêjayê vekolîn û wane derxistinê ye. Her du çandan xerman kiriye û sentezeke dîrokî pêk aniye. Mînakeke ewqas balkêş û serkeftî weke senteza çanda Rojhilat-Rojavayê, di dîrokê de peyda nabe. Li ser erdnîgariya ku kurd bi giranî tê de dijîn, piştî Selefkosiyan, em dibine nasdar ku sê avabûnên girîng ên siyasî û çandî hebûniya xwe bi sed salan domandine. Di nav sînorên Semsûra îroyîn de avabûnên Komagena ku bi navenda Samosat, Abgara bi navenda Rûha û li Bakûrê Suriyeyê nêzîkê B.Z. 250 û P.Z. 250 salan qonaxa çandê ya herî rewneq a dîrokê jiyane. Ev gihîneka dîrokî ya 500 salane qonaxeke gilobalbûneke rastîn a ku hemû çand derbasî nav hev bûne, dan û sitandina ziman û çandê bi rengekî dewlemend pêk hatiye, tenê ne nirxên daringî, nirxên arişî jî, pir dan û sitandina ol, xweda û raman hatiye çêkirin. Xiristiyantî, di jimareke pir de mezhebên geneostîk û doktrîna Manî yê balkêş berhemên vê qonaxê ne. Manîperestî ku doktrîna olî ya herî pêşketî ya vê çerxê ye, xwedî taybetmendiyeke wisa gerdûnî ye ku, li hember veqetandina Roma û Sasaniyan serî digire. Çavkaniya zayîna wê kortala navîn a Dîcle û Ferat e û karibûye hêz û îdîaya teşenebûna çar aliyên cîhanê nîşan bide.

Helenîzm ku bi xiristiyantiyê puxteya xwe kevin wenda dike, bi bilindbûna Bîzansê qonaxeke nû dide çêkirin. Dema ku li Îranê qonaxa xanedantiya Part hildiweşe û xanedaniya Sasaniyan tê ser desthilatiyê, pevçûna Rojhilat û Rojavayê ji nû ve gur kiriye. Pêvajoya vê pevçûnê di navbera salên B.Z. 200 û 640’an de gelek tiştan bi her du şaristaniyan dide wendakirin. Ji bo Kurdên ku di navînê de peyda dibin, bûye pêvajoyeke hilweşînê. Pişt re jî hatina Ereb-Îslamê û pevçûna wan bi xiristiyan-Bîzansê re hemû Enedol û Mezopotamiya Jorîn vegerandiye qada şer û cîhadê. Ev qonax, di heman demê de di şûna şaristaniya civaka koledar a biçînayetî, Çerxa Navîn e ku şaristaniya civaka feodal a biçînayetî tê de tê jiyandin. Êdî cudahiya Rojhilat-Rojavayê bi dijminatiya olî vedigere perdeyeke tarî. Dan û sitandina çandî her ku diçe ciyê xwe dide biyanîbûna kûr. Têgînên mînanî Kafir û gawir wateyê peyda dikin û di navbera gelên cînar de dîwarên feodalî tên lêkirin. Di qonaxên Îslamê yên bi navê Ereb, Emewî û Ebasî, li dijî Bîzansê êrîş êdî tên rewşa amrazên jiyaneke nû bi têgîna herî pîroz cîhadê ve.

Bîzans jî, biheterî hewl dide da ku mîrata Romayê biparêze. Bi hilweşîna Sasaniyan hemû Îran û Asyaya Navîn ji Îslamiyetê re hatiye vekirin. Cudahiya Rojhilat û Rojavayê vegeriyaye cudahiya qalind a Xiristiyan û Îslamê. Ew gelên ku doh cînarên hev bûn û ji hev dihatin veqetandin, xwe bi dijminatiya ol û mezhebî rû bi rû didîtin. Hêzên feodal, gel dahf dane nav dijminatiyeke herî bêwate û bi vî awayî bûne şiyanê da ku berjewendiyên xwe di bin navê sîstemên siltantiya nû de û di bingehekî hêzdar ê bîrdozî û siyasî de bi rê ve bibin. Kurdên ku bûne Îslam û Asûrî, Ermen û Rûmên Xiristiyan ku ji Helenên Enedolê ne, weke du keviyên vê pêvajoyê ne û bûne ew gelên ku herî zêde wenda kirine. Şerên olî hiştiye ku ev gel bi çanda xwe timî bêhêz bibin û di bin botika serdestan de, bi helandinê ve rû bi rû bimînin. Dema ku di sedsala P.Z. 11’an de Seferiyên Xaçan tê lêkirin, rewşeke ku jê nayê derketin pêk tîne. Desthilatdarên Ereb ku zoriyê dikişînin ji xanedanên Kurd û Tirkan re gelek fermandariyên leşkerî didin û bi vî rengî xwe digirin nav ewleyiyê. Xanedana Selahedînê Eyûbî yê Kurd û xanedantiya Tirkên Selçûqî êdî hatine rewşa hêzên bingehîn ên ku Îslamiyetê li hember Bizans, Xaç û Moxolan diparêzin.

Ji aliyê Kurdan vê êdî Helen hatine rewşa hêmanê ku bi bîr nayê û biyanî bûne. Di nav hev de bûyîna bi sedan salan ciyê xwe daye dijminatiyeke ku bi biyanîbûna olî ve tê meşandin. Peywira teşenebûn û parastina Îslamiyetê ber bi hundirê Enedolê ve, Tirkan dewr girtine. Di navbeyna Kurd û Rûman de, bi nifşên her ku diçe fireh dibin, babistînên Tirkan cî girtine.

 d- Têkiliyên Helen û Tirkan, di Çerxa Navîn de parçeyekî herî girîng, di dîroka Çerxa Navîn de ku ji pevçûn û têkiliyên navbera beg û siltanên Tirkan ku ev hêza teşenekirin û parastina Îslamê ne û Helenên ku hêza teşenekirin û parastina Xiristiyantiya Ortadoksê ne ava dibe.

Bi serkeftina Melezgirtê ya di P.Z. 1072’an de hevsenga vê têkilî û pevçûnê di lehê babistînên Tirkan de tê guhertin. Dema ku babistînên Tirkan di Mezopotamiyayê re derbas dibin, polîtîkayeke bi Kurdan re hevkariyê bi giranî esas digirin. Armanc, di teşenebûna Enedolê de Kurdan mînanî hevgirtîyekî Îslamî nirxandin e. Di şerê Melezgirt ê Alpaslan de ev polîtîka pir safî ye. Siltanên Selçûqiya Mezin bêtir ber bi hundirê Îranê ve teşene dibin, Selçûqiyên Enedolê jî, giraniyê dane teşenebûna ber bi rojavayê ve.Teşenebûna Tirkan ber bi Enedolê ve, tim di aleyhiyê Rûm û Ermeniyên Xiristiyan de bûye û di warê çandî de jî, Îslamiyet gihîştiye şûngeheke sereke. Di vê de li dijî binkeya feodal a kevnare ya Bîzansê azîneyên babistînên beg ên Tirkan ku nermtir û henase veker bûne, bêtir bandoriyê dane çêkirin. Di qonaxa him Selçûqî û him jî siltanên Osmaniyan de ku ev pişt re tên, çarenûsa Enedolê ber bi Tirkbûn û Îslambûnê ve darîçav dibe. Dor tê Balqanan. Di vê qonaxê de Rojava bêtir qonaxeke feodal a pir kevneperest dije. Tirkbûn û Îslambûn tenê bi meşa di jorsaziya siyasî û birdozî de qîm nake, di navkoyê de jî, di çiya û deştan de tim pêşketinê çêdike. Tebeqeya serdest a rajor, bêtir mezheba fermî sûnî ya Îslamê û zimanê ku weke Erebî-Farisî tê ravekirin esas digire, di navkoyê de gel jî mezheba Elewî ya rikeber dipejirîne û zimanê xwerû yê Tirkî bi kar tîne. Teşenebûn, bi çînbûnê re di nav hev de pêş dikeve.

Bi fetihkirina Îstenbolê 1453’an de Helenîzm, di dîroka xwe de gaveke herî di paş de dije. Cîbicîbûneke du hezar salî, bi binkeftinê ve encam girtiye. Dor hatiye fetihkirina hemû warên cîbûyîna Helenan. Bi Siltan Mehmed Fatîh ve ev pêvajo temam dibe. Pontûsên li Deryaya Reş jî, tê girtin bin desthilatdariyê. Polîtikaya Osmanî ji xizinbûna kûrahiyê dûr e. Taybetmendiyên olî û çandî bi giranî diparêzin. Ji bo Patrîkxaneya Fener azadî tê nasandin. Dêr, weke saziyeke herî hêzdar hebûniya xwe didomîne. Gundiyên Yewnanî ji rewşa serhildanê dûr in. Bazirganên Rûmî, di hundirê împaratoriyê de bandordar in. Şaristaniya kapîtalîst ku li Rojavayê Ewropa bilind dibe, di serî de Helenan digire bin bandora xwe. Şaristaniya Helen ku li Ewropayê xwedî rêzdariyekê ye û her wekî ji nû ve tê keşifkirin, hestên miliyetgeriyê rep dike. Di pêşengiya dêrê de 1821’an de, bi serhildana Morayê çerxa nûjen weke qonaxeke nû dest bi jiyandinê dike. Her wekî Helenîzm, mînanî yekî sergêj e ku nû ji xewê şiyar bûye. Piştî mezin raboriya dîrokî, ew rewşa ku ketiye navê, bi tu awayan napejirîne. Her ku diçe mînanî ku bi sendroma Tirk ketiye. Têkiliyên Tirk û Helen, him bi bandora Rojavayê Ewropa û him jî bi ya Rûsyayê her ku diçe tên şidandin. Dema ku fersendên pêşîn dikeve dest, hewl dide ku wendayiyên xwe qezenc bike. Di serdema hilweşîna împaratoriya Osmaniyan de ev azwerî bêtir tûj dibe. Tê bawerkirin ku, di pêşî û piştî şerê cîhanê 1914’an fersenda dîrokî derketiye. Di şerê Balqanan de bi qezencên xwe qîm nake. Dihizire ku dor hatiye fetihkirina Enedolê û bi dagirkirina Îzmîrê gava pêşî tê avêtin. Helenîzm hetanî ber Enqereyê şensê xwe careka din ezmûne dike. Lê rastîna pêşiyê Mistefa Kemal, ji vê şensê re fersend nade nasandin. Bi wê rewşa lewaz a ku bi xiyaneta hêzên Rojava hatibû çêkirin, li Rojhilat Ermenî û li Rojava Rûm, bi rewşeke trajîk rû bi rû dimînin. Di bingeh de ji sed salan vir ve gelên Ermenî, Rûm, Tirk û Kurd di nav aştiyê de kevneşopiya jiyaneke hevpar pêk anîne. Ger azweriya berjewendiyên tebeqeya bûrjuva-feodal a rajor nebana, dê jiyandina van gelan di nav hev de û bi rengê aştiyane berdewam bikira. Nexweşiya miliyetgeriyê ya kapîtalîzmê her wekî vê dostaniya pîroz jehrî kiriye, ji pevçûnên olî yên feodal bêtir metirsîdar xistiye nava pêvajoya dijminatiyê û fitîla tunekirina kevneşopî û çanda jiyana bi hezar salî pêxistiye. Ev şewitandineke stemkar e, mînanî ku yê di jor de dê bimîne tekane, yê di jêr de dimîne dê bişewite. Di vê de tebeqeya rajor û çanda dêrê ya Helen sereke rol leyiztiye. Tewanê bi temamî avêtina ser Tirkan, ne rasteqînî ye. Berevajî miliyetgerên Rûm û Ermenî ji rastînê qut tev geriyane, bi objektîfî derbeya herî mezin li gelên xwe dane. Weke xwezayî di vê pêvajoyê de li hember îdîayên Rûm û Ermenî ku weke metirsiyeke hevpar dertên, piştgiriya Tirk û Kurdan derketiye rastê. Weke ku di şerê Melezgirtê 1072’yan de tê dîtin, ev piştgirî şerê rizgariya netew daye qezenckirin. Li Enedolê şerê serxwebûna netew û desthilatiyê ku di bin seroktiya Mistefa kemal Paşe de tê pêşxistin, ji bo Tirkan objektîf û subjektîf wateyekê diderbirîne, lê ji bo Kurdan bêtir kirûyeke objektîf e. Wate ew şer e ku bi pir sînordar zanebûneke netewî û mebesta pak tevlê bûne. Qasî Tirkan, projeyeke rizgariyê nehatiye pêşxistin. Tenê di nav hewayeke biratiyê de, bi jîrekatiyeke “ê ji bo wî pêwîst e, ji bo min jî pêwîst e. A ku jê re tê dayîn, a ku digire, dê bidine min, ezê jî bigirim” tevlî bûye. Jixwe li ser jîrekatiya civaka kevneşopî jî, ev çemk desthilat e. Kurdan bi nêzîkatiyeke teng-miliyetgerî weke li derveyê kirûya rizgariya netewî ya Enedolê û heta li dijî dîtin çiqas çewt be, hesibandin û îdîayên di nav tevgerê de bûye, lê ji bo nasname û hebûniya xwe ya puxteyî di daxwazeke azadiyê de peyda nebûye, ewqas jî çewt e. Di vê pêvajoyê de kêmasiya Kurdan, di şûna ku ji bo azadiya xwe derbasdar “projeyeke azadiyê” pêş bixînin, bi mebesteke ku aliyê olî û eşîrî giraniyê didê tevlîbûn nîşandan û dema ku dibînin tiştên hêvî dikirin pêk nehatin, bi korî wan serhildanên ku dê qet ne di berjewendiyên wan de bin lidarxistin e. Di vê de tewanê avêtina ser komara ku nû û bi mebesta şoreşgerî hatiye avakirin çiqas çewt be, hemû serhildanan jî paşverû û bêwate nirxandin jî ewqas çewt e. A ku îro pêk tê; polîtîkaya Mûsil-Kerkuk ku bi heman puxteyê, împeryalîzm û hevkarmendên wê dixwazin li ser İraqê pêş bixin, bi taktîkên “kîvroşk bireve, tajî bigire” bi bikaranîna pirsgirêkên civakî bi gor lehên xwe berjewendiyê bidestxistin e. Tê zanîn ku komara di 1923’an de hatibû avakirin, ji modela şoreşa Firansiz best girtibû û têgînên bîrdozî-siyasî jê wergirtibû. Ji seferiyên Enedolê yên Helenan re jî, rejîma qiraliya Yewnan seroktî dikir. Li piştê hêzên desthilatdar ên împeryalîst hene. Li pişt şoreşa komarê jî, şoreşa Sovyetê heye. Li cîhanê di nav şerên rizgariya netew ên welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh de ku nû bilind dibin, weke yê herî wêrekdar û yê pêşî wateyekê peyda dike. Mezinbûna “megalo” armancên Helen, di bingeh de ji bo Rûmên Enedolê jî, encamekî tam trajîk daye. Çandeke ku B.Z. di 1000’an de çêdibe, piştî 3000 salan bi tesfiyeyeke fîzîkî re rû bi rû maye. Di vê de weke ku di dîrokê de pir tê dîtin, berpirsiyariya siyasetmedarên çîna serdest a Helen diyarker e. Çonayetiya komplo, serborî û paradoksî bi nêzîkatiyên kêm bêjimar hilkeftin di şer û polîtîkayê de anîne halê hunerê û dane sepandin. Tirk ji vê bêtir bi hostatî, ji pratîka ku tê jiyandin sûd û kelk wergirtine û encamên serkeftî bi dest xistine. Bi şerê rizgariya netew ê dawî ve hiştine ku li Enedolê bi teşeyekî perçiqandiner weke fîzîkî jî, Tirkbûn û Misilmanbûn pêk werin. Kirûya Helen a li Enedolê bi wateyekê temenê xwe qedandiye. Bi wateyekê din jî çekên bîrdozî yên Rojavayê bi kar aniye û li ser wî parçeyê ku Rojhilat bi hezaran sal li dijî Rojavayê pevçûye, mezinbûnê pêk aniye. Gotinên ku him ji bo Fatîh Siltan Mehmed û him jî ji bo Mistefa kemal weke “tola Hektor ji Akhîlos hate sitandin” tê veguhastin, raboriyeke dîrokî ya wisa bi bîr tîne. Gijgijîna mezin ku B.Z.di 2000’an de li ser Troya dest pê dike, dîsa piştî nêzîkê çar hezar salan li ber Çaneqalê, bi nirxên çandî yên gelên Rojhilatî ve digihîje temsîla xwe ya serkeftî. Dema ku di vê wergiriyê de li şerê serxwebûna netew û desthilatiyê yê Enedolê bê nihêrtin, têkilî û nakokiyên çanda Rojhilat û Rojavayê bi hemû hêmanên trajîk ve dîtin gengaz dibe. Destana Îlyadaya Homeros û destana rizgariya netew a Nazim Hîkmet vê rastînê bi zimanê hunera helbestê balkêş didin.

Îro di vê hilperîna dawî ya hişjengiya Rojhilat-Rojavayê de her du komar hebûniya xwe didomînin. Komarên Tirkiye û Helenê, tevî ku her du jî endamên NATO’yê ne, ji hev re nêzîkatiyên wan ên şikdar neqediyane. Endametiya YE jî nikare vê bidawî bike. Her ku “megalo îdea”ya Helenîzm û xeyalên împaratoriya Tirkan bi bîr were, ew nêzîkatiya şikdar dê di rewşa zindîbûnê de be. Lê bi şer û qirênên şêwaza kevin, zanistî, teknîk û saziyên polîtîkaya îroyîn derfet nadin ku encam bên girtin. Çiqas xwîn bê rijandin jî, weke ku di pevçûna Îsraîl-Ereb de tê dîtin, encam di aştiyeke rasteqînî de biryar dayîn e. Bi azîneyên şaristaniya xwînî encam girtin, ji hêla kirûya jîrekatî, teknîk û siyaseta sedsala 21. ve hatiye asêkirin. Hemû pirsgirêkên dîrokî, bi azîneyên “siyaseta demokratîk”, çendî ku hêdî be jî, gihandina çareseriyê bêtir rasteqînî û mirovî ye. Ev rasteqîn ji bo têkilî û nakokiyên Helen-Tirk jî derbasdar e.

Çi pêşketineke ecêb e ku, xiyanet û komploya Atîna ya ku li ser min hate çespandin; hatiye xwestin ku bê vegerandin fersenda aştî û dostiyeke nû û dîrokî, di têkiliyên Helen û Tirkan de. Bêgotûbêj e ku erdheja Kocaeliyê na, ew erdheja ku li min hate çespandin pergaleke nû daye têkiliyên Helen û Tirk ên di du hezarî de. Tê zanîn ku ev jî di bin arastekariya DYA’yê de hatiye birêvebirin. Polîtîkaya NATO’yê jî di virê de nabeynkariyê kiriye. Tevî ku ji vê rûdanê nerehet im, pêwîst e bidim diyarkirin ku, di encamê komploya li ser min hatî çespandin de, ji bo hilkeftineke aştî û dostiyê ka dê çiqas bibe durûst û serkeftî, xwedî guman im. Hemû dane û delîl nîşan didin ku ev qonax têkiliyên Helen û Tirk, dê asta taktîk derbas nekin. Dema ku em li qewmînên li Qibrîsê rû didin dinêrin, derxistina vê encamê qet zor nîn e. Bi gor çemka felsefeya min a bingehîn, ger di bin rejîma komarî de be jî, ew desthilatdariya despotîk û olîgarşîk a tebeqeya rajor, nikarin ji bo gelan behremendiya pêkanîna aştî û dostaniyên mayînde nîşan bidin. A ku dikin, çendî fersend çêdibin, lidarxistina wan hevgirtinên demborî, xapînok, agirbesî û hilkeftinên aştiya sexte ne. Zemînê aştî û dostaniya mayînde, hebûna rejîmê demokrasiya biwergir e. Fomûla çiqas demokrasî, ewqas aştî rasteqînî ye. Ev formûlê ku di her warê de derbasdar e, ji bo têkilî û nakokiyên Helen û Tirkan zêdetir derbasdar e.

 Weke dumahîk, diyalektîka di têkiliyên Helen, Kurd û Tirkan de, ku di dîrokê de xwedî binkeyeke têkilhev û trajîk e, paşçav nekirin girîngiyeke mezin hildigire. Ev gelên ku çeper çanda rûbarî hev ê gijgijandina Rojhilat û Rojavayê temsîl dikin, têkilî û nakokiyên xwe yên biteqil, hetanî roja me ya îroyîn hilgirtine. Avakariya çanda Helen ku xwe disipêre mîrata Rojhilat a hezar salane, di binkeya jîrekatiya mirovayetiyê de felsefeyê cîbicî kiriye û bûye xwedî tevkariyeke mezin. Ew çand e ku sentezbûna Rojhilat û Rojavayê herî biwergir pêk aniye. Herî dawî teşeyê ramana olê Xiristiyantiyê veguhêztiye Ewropayê û ji zayîna şaristaniya Ewropayê re dergûştî kiriye. Tirkan jî, ji şoreşa îslam a feodal hêz girtine û dane û bi vê yekê temsîla herî xurt û dawî ya şaristaniya feodal, ji Enedolê hetanî navîna Ewropayê dane çêkirin. Şaristaniya Helen çawa ku hêza herî dawî ya mezin afirandiner a sîstema koledariyê ye, şaristaniya Tirk-Îslam jî hêza afirandiner a herî dawî ya sîstema feodal e. Ev her du hêz ku gewixandina wan nêzîkê hezar salî berdewam kiriye, herî dawî bi komarên Helen û Tirkiye ve bidawî bûye. Di heyama berbeyaniya çanda Helen de, çawa ku rola Medên Kurd girîng bûye, di damezrandina komar û çanda Tirkiyeyê de jî, ewqas bûye xwedî girîngiyeke jêneger.

Di roja me ya îroyîn de her du komar jî di mijarên Ege û Qibrîsê de li aştî û dostaniyê digerin. Êdî qonaxa rûxankariyê têperandin û derbasbûna ber bi qonaxa afirandineriyeke nû bi pêkanîna vê aştî û dostaniyê ve girêdayî ye. Ev jî, weke ku diyalektîka dîrokî nîşan dide, di azadiya Kurdan re derbas dibe. Çareserkirina komploya li ser min jî, dê çarenûsa vê azadiyê bide diyarkirin.

 

BEŞA III.

   

Dİ AVABÛNA NÊVENGA KOMPLOYÊ DE

HİN NÊZÎKATİYÊN FELSEFÎ Û SİYASÎ

  

Bi taybet li Atîna û bi giştî jî li Ewropa, nêzîkatiyên komplogerî ku li ser kesaniya min hatine pêkînandin, weke li dijî kesekî jirêzê bi tesadûfî ango weke ku dozger pir bi hostatî û qaşo ku dixwaze hetanî kitekita herî zirav vebibêje nîn e; tevî ku pir eşkere ye, dîsa jî bi rast hildana dest û gihandina şiroveyê qasî ku dîrokî ye, ewqas jî xwedî wateyeke ku dikare pêşketinên balkêş biafirîne. Ger bi kesaniya min ve sînordar bimana, dê min pêwîstî nedîtiba ji bo parêznameyeke wiha biwergir. Bi kesaniya min hatiye xwestin ku gelek û dostên wî bi kişandina nav “guhnedêriyê” hemû hewldanên azadiyê ku berhemên kedeke mezintirîn in, di yoma berjewendiyan de, bi herî namerdî bê pêşkeşkirin. Bêguman tewanê komplo û xiyanetê tenê avêtina ser olîgarşiya Atînayê rast nîn e. Pir alî hene. Hemûyan jî bi kûrtaseyî, çendî ku sînordar be jî rave kirin, xwedî girîngiyeke mezin e. Pêwîst e bê diyarkirin ku, ji hesabên DYA’yê ta hesabên YE’yê, ji helwesta hin welatên Ereb ta berjewendiyên Îsraîlê û hetanî yê Rûsyayê, di jimareke pir de hêzên siyasî yên di asta dewletê de ne rol leyiztine. Ji pirsa çima re bersîva ku bê dayîn; bêguman ji ber lewazî û pirsgirêkiya ku di kirûya Kurd de cî digire û xwedî taybetmendiyên ku dikare bê kirin boraqê hin hesaban. Di dirêjahiya dîrokê de, tebeqeyên hevkarmend ên desthilat jî tê de, hêzên ku li serê desthilatiyê bi rê ve birine, bêyî ku bedêlekî mezin bidin, vî warî weke gel û welat karibûne bi kar bînin. Zêde nebûye xwedî hêzekî siyasî yê ronakbîr da ku karibe hesabê bipirse. Yên ku xwestine hin tiştan bikin, ger xwestibin rûmeta xwe biparêzin û encamê bigirin jî, karesat bi serê wan de hatiye û pişt re jî yên ku hesab bipirsin nebûne. A ku lê hatiye guncandin gotineke mînanî “alewêre-delewêre Mehmedê Kurd here nobetê” her wekî bûye rêpîvanek. Pir jandar be jî, di rewşa gotinê de me ku; bikaranîna kerxanê de, patron-pasvan û di têkiliyên ku tê bikarînandin de bazirganî û vaca jiyanê heye. Kêm zêde her kes dizane ka çi dike. Li ber felsefeya çarenûsê, stûyên xwe ditewînin û ka çi pêwîst dike pergalê wisa didomînin. Kurdistan û kirûya wê ya civakî hatiye halekî wisa ku ji pergala şelandinê ya çil heramiyan paşdetir e û ji sepandinên dervayî mirovatiyê yên paşverû re bûye dik. Ne rast û durûst qada hesabê heye û ne jî yê dipirse. Di serî qasî takekesê Kurd ku li hember xwe xiyanet û biyanibûna bitewq dije, ji hevkarmendên herî rajor heyanî yê herî rajêr, li hember hebûniya xwe ya puxteyî; ya xeşîm, ya zimanzêde-devlok ya jî di rewşa xayînekî pir zane de ye. Ji bo mirîşk û kuçikekî zilam dikujin, lê tevî ku ji wî gelê herî kevnare ne, ku ji raçînka civakî ya çanda şoreşa mirovayetiya mezin a yekem car “şoreşa neolîtîk” pêk aniye û li piyan maye, lê nêzîk nabe da ku herî hindik li hebûniya xwe ya ku bi panzde hezar salan teşe girtiye, xwedî derkeve û ji bo wê dilopek xwêdan birêje. Sosretî û îronî di virê de ye. Hemû qedalî, zorbetî û paşverûtî di vê rasteqînê de veşartî ye.

Ji ber ku derketina min bi wateya xwe ya herî giştî derfetên bûna tevgereke azadiyê derdixist rastê, vê kevalê ji serî heyanî binî hejand. Ji hevkarmendên wê heyanî dewletên xwedî berjewendiyên stratejîk, hemû hatin ba hev û hewl dan, da ku bergiriyan pêş bixînin. Piştî 1990’an nasdarê van hewldanên zêde ne. Bi taybetî DYA, YE, Rûsya û welatên Rojhilata Navîn pir eleqedar bûn. Ji ber ku ez ne di rewşeke qirdikê ku bi hêsanî dikarin bi kar bînin de bûm, hişt ku tevahî navend bi gora berjewendiyên xwe polîtîkayeke PKK û Kurd pêş bixînin. Dema ku hate fêmkirin astengê herî mezin li pêşiya vê polîtîkayê ez im, mebest anîn ku derveyî bikin û ber bi tesfiyeyê ve bibin. Bingehîn mafên mirovan ên herî hindik û nêzîkatiyên demokratîk zêde dîtin. Da ku ji bo hevkarmendên xwe yên Kurd nêvengê bidine vekirin, arasteyî hevkariya veşarî bûn. Bi taybetî bi hevkarmendên Kurd ên İraqî re rayedarên Tirk, DYA û Îngilîz li ser xeta Enqere-Londan-Washîngtonê xebatê gihandin heyanî peymaneke fermî. Ji bo serkeftina vê xwestin ku YE’yê nêtarkirin bidin û olîgarşiya Atînayê weke maşikê bi kar bînin. Zemîn, felsefeya pêşketin û siyaseta wê ya ku komplo xwe disipêrê xwedî puxteyeke wisa ye. Ger em, vê komplo û xiyaneta ku di kesaniya min de li hember gel û dostên Kurd li dar xistine, venegerînin şerê rûmetdariya mezin, dê careka din ew dîroka qedal hikmê xwe bileyize. Tê zanîn ku tenê di der barê vê bûyerê de can rêhevalên keç û xort ên ji sedan zêdetir, xwe bi qirçeqirçê şewitandin, bûn hedefê guleyan û hatine girtin. Tenê ji bo bîraweriya wan pêwîstiya nêzîkatiya biwergir ji bûyerê re bêgotûbêj e. Jê jî wêdetir, da ku dubareya dîroka qedal bê astengkirin, ev peywirê şoreşa azadiyê ye ku di serî de tê. Şikestina dîrokî û qedalê ji koletiyê ber bi azadiyê ve zivirandin, dê bibe serkeftina vê peywirê.

 Weke bêtarekî, ji felsefa jiyana min a şikbar ku ji zaroktiyê vir ve dev ji min bernedaye, tu caran pêbawer nebûm. Ew xewnên ku pir tên dîtin, hin caran di wan mercên ku tê hizirkirin azad in de jî, nekarîbûna derbasbûna di qula latekî tund de, di nav xwêdanê de şiyarbûna ji xewnên bikabûs û di rewşa firînê de bêhenase û bêtevger mayîn, ew hal in ku ev jiyana şikbar xwe çizirandiye nav xewnan. Di serî de diya min a li ba min û hemû mirovayetî, qet bi min wisa nedihat ku dê karibin azadiya min bi min bidin nasîn û jê re bibin rêzdar. Ew rastînên ku di pirtûkan de lê dihate gerîn, her ku diçû weke xwe avêtina bîreke bêbinî bi min dihat. Her dê û bav ku bûyîna zarokên xwe minanî rehmetekî pîroz dikirin, bi min weke guneheke mezin dihat. Ji bo takekesên civakên Rojhilata Navîn bextewarî, weke tiştekî ku qet pêk nayê ye. Ew qasên bûkanî-zavayî ku pêwîst e bibin yên herî bextewar, ji min ve weke destpêka gunehên mezin û kerax- dihatin. Di hin ciyan de kêmasî û çewtiyên mezin hebûn. Lê di kû derê de? Belkî jî çawa ku bîra min bi min tê, pir xwestibana jî ji ber ku nikaribûn wê alîkariyê bidin, di hundirê şayîş, tirs û endîşeyan de ez pê dihesiyam ku, ez bi serê xwe me. Dê ezê erzan û çewt nejiyabama. Weke ku rastî nebe, nayê jiyandin, dê ew rastîn bi xwe çawa hatibana peydakirin? Niha di vê gihanekê de, ez di wê hêzê de me ku, dikarim bersivan ji van pirsan re bidim. Komplo bi xwe û rastînên ku xwe dispêrinê, di safîbûna vê bersivê de pir bûne bandordar.

Di bingehê vê bersivê de, ew civaka ku tê de ji dayîkbûn çêbûye û şekil hatiye girtin, rasterast pênasekirina wê hebû. Çi mixabin e ku civaka Kurd, belkî jî bi rengekî ku hempayê wê nayê dîtin, nikaribûye hebûniya xwe biparêze, ji kirdewariya wê pêvajoya belavbûnê pêmen bûye, ji objeyên parçe parçe û ji parçeyên daringî wêdetir dîmenekî pêşan nedikir. Her wekî dîmenê hebûniyeke bermayî ya bêziman, ker û hatiye kolekirin diteyisand. Dê ezê bi nihêrtina vê xwiyangê bi xwe nekarîbim rastînê peyda bikim, îcar weke wan mînakên din ji wan parçeyên paxavpêneker nikaribim hêza azadiyê bidime avakirin; min vê yekê tim bi şayîşê, ne ku ji xwe re li xwe mûkir nedihatim. Weke çemkeke ku ji zû de derdiket holê ku, diviyaye ez rasteqîn û meşa lêgerînê li ser tevahî mirovayetî û gerdûna li paş wê bidime çêkirin. Dibe ku wilfa di zaroktiya min de ev bû. Bi gor zagonên malbat û gund qet tev negeriyam. Di wan mercan de jî, dê min rastiyan bi gor wilfa xwe ya zaroktiyê peyda bikira. Da ku bi hawîrdorê re nekevim nava dijberiyekê û çewt fêmkirina wan asteng bikim, min weke nimûneyê 33 sûreyên Quranê ji ber dikirin, nimêj dikirin û dida kirin. Hetanî pola dawî ya Zanyariyên Siyasî jiyana min a xwendekariya ku di sireyên pêş de cî digirt, pêk hat. Ev têr dikirin ku xwiyangê rizgar bikin. Lê ji bo min wateya hemûyan, tenê avakirina hin mercên ku pêwîst dikirin ji bo lêgerîna rastîn bûn. Di hundirê şoreşgeriya ku 1970’an de dest pê dikir, xwiyang jî û tiştên ku pêwîst dikirin tev hatine çêkirin. Rêxistin hate avakirin û heta hewl hate dayîn ku dîplomasî jî bê pêşxistin. Di teşeyê de hate xwestin ku rizgariya netewa Kurd bê şibandin mînakên cîhanê û di vê xebatê de gelek qonax hate wergirtin.

Lê bi rastî pêwîst e li xwe mûkir werim ku; weke ku ev tev min têr nedikirin, her wekî hundirê min diqewartin. Çewtî berdewam dike û min nedikarî kêmasiyên xwe derbas bikim. A balkêştir ew e ku; diya min jî dema ku ez zarok bûm, tim ez dibirim pangê û li ser min dikên xeniqandinê li dar dixistin. Qaşo bi gora xwe ez terbiye dikirim û hiş dida min. Ji ber ku hêviyên wan ji min hebûn wisa dikirin. Hemû pêşdeçûna jiyana min li ser vê teşeyê bi rê ve çû. Ew îdama ku dewlet bi kiryarî û fermî diçespîne, bû dawî raderbirîna vê pêvajoyê. Ev vegotina min nîvê rastînê ye. Nîvê din, tim hinek dilsoz û pesindarên min hebûne. Ezê çawa karibim wan mirovên ku ji min hezar carî zêdetir dilsoz û hêja ne maldel bikim? Ji keça Kurd heta jinê, hetanî mamosteyên herî xurt û mirovên herî wêrek ê jiyanê û bi hezaran xwediyê dilsoziya mezin hene. Dema ku Îsa kişandin çarmixê, yên li derdorê tenê karibûn bigirîn.Dema ku Mihemed mir, sê rojan li ser cendekê wî gotûbêja desthilatdariyê li dar xistin. Dema Lenîn mir, kesî xwe neda kuştin. Lê li ser girtin û pişt re jî radestkirina min, gelo bi sedan ewlad, kur û keçên Kurd dema ku bi qirçeqirçê xwe şewitandin, dixwestin çi bibêjin? Ên ku xwe dikirine bombe û didane teqandin, li hember çi hêrsmend bûn? Kîjan rastînê vê yekê bi wan dida çêkirin? Ger min bi xwe pêşiyê negirtiba, bi hezaran amade bûn. Ev ne wek azîneyeke tevgera azadiyê, ew bûyer bûn ku li derdora min pêş diketin. Hemûyan çareserkirin weke peywirekî bi teşeyê ku nebe nabe bûn. Ji vê re êş û hêrsa dijberên xwe lêkirinê jî ji bîr nakim.

Kirûya Kurd, her ku mirov di nav pirsgirêkiya wê ve diçû tam vedigeriya trajediya mirovayetiyê. Tirsa min bi serê min ve dihat. Dema ku ez li dibistana amadeyî bûm, min kompozîsyoneke wêjeyî nivîsandibû û sernivîseke bi teşeyê “tu zarokê min ê ku qet nezaye yî.” Mamosteyê min ê rêzdar tim 10 puan dida û pesindayîna awarte di wê demê de dikir. Di bin nexwestina Atîna û Ewropayê de, ber bi çûyînê ve min ferq dikir ku, şerekî jîrekatiyê heye. Min ne jiyana feodal a hatî dayîn û ne jî jiyana Ewropayê pejirand. Ew sîstem bûn ku, di kesaniya min de nikaribûn zayînê bikin. Dê çima min bipejirandana? Ew jiyana ku ez li pey bûm jî, min qet peyda nedikir. Dema ku ez li wê kabeya binavenda Moskovayê ku ji mîlyonan re bûye mal diqesidîm, min didît ku hemû pêwîstiyên mandelkirina ola xwe bi haritî dianîne cih. Li Asyayê, Efrîqayê û Ewropayê ji min re cî tunebû. Dema ku DYA digot “ez bigirim ezê radest bikim” timî di dîrokê de vaca hêzên desthilatdar ê civaka fermî û bi gor berjewendiyên tazî, sar û bêwijdan bêdudilî bi rê ve dibir.

Lêgerîna min a ji bo Kurdan azadî, tam jî di hempayê cîhanê de vegeriyabû serboriyekê. Lê çi jandar e ku, min hê xwe jî baş nenasîbû. Dê ezê çawa karibama ji Kurdan re azadiyê pêşkeş bikim? Dayîna azadiyê berdin, her hêzen çav vekirî ku di nava rêxistinê û li derveyê rêxistinê de dihatin pêşberî min û her wekî bibêjin “em vê pergala xwe ya kerxaneyî ya pênc hezar salan nadin xirakirin” her ku diçû xwe didane çespandin. Ez, bi civakeke ku ewqas ketî û bûye mal ve rû bi rû bûm. Lê weke nimûneyê, canê ku dernakeve jê hêvî nayê qutkirin, dê minê lêgerîna xwe bidomanda. Bêguman waneyên qonaxa ponijîn û herî lezgîn ê pêvajoya komployê, dê bêtir bibin sotîner û hewîsîner. Dema ku min qala wan mercên ku tenê di mînakên Bûda û Zerdeşt de tên dîtinê, belkî jî ez dilnizim bûm. Ev merc fêr dikin. Hem jî bi teşeyekî xwerû û balkêş.

Weke dumahîk, ez di wê baweriyê de me ku, min ji xwe re têgîna civakê rast dayê pênasekirin. Gelşa kilît, têgîna civakê bi xwe, bi hemû aliyan ve rast pênasekirin e. Di vê mijarê de pêwîst e hema bidim destnîşankirin ku; dema ku rahîbên Sumer mîtolojiya resen diafirînin, belkî jî ji wan civaknasên Ewropayê yên zanistiya serdest ên niha, bêtir nêzîkê rastînên mirovanî bûm. Xwedibîniya Ewropayê ketiye şûngeheke kuştarkerê civak û ekolojiya wê. Hişmend, (yên di bin fermaniya pergala bêrexneyê de) qesabên rastînê ne. Ew qesabên ku rastînê parçe parçe dikin û dibêjin “ji virê bixwe, ji wirê bixwe” û jêkirina ku li ser ajalê tê çêkirin, wê li ser hemû xweza û civakê bi rê ve dibin. Pêşî gotin ‘azîneya ezmûne û çavdêriyê’ û nasandin. Pişt re gotin ‘qonaxa sepandin û pragmatîzmê’ xwarin û qedandin. Ji bilî vê vegotinê tu tiştek wê teqandina atomê ya li ser mirovatiyê û hilweşîna bi komelî nikare rave bike. Di der barê civaka Kapîtalîst de pir hate nivîsandin. Lê di der barê wê de gotina herî rast a pêwîst dikir, nehatiye gotin. Rahîbên Sumer weke ava zelal bilindbûna çîna koledar dizanibûn û mîtolojiya “xwedê û mirovên ku ji guyên wan hatine afirandin” diafirandin. Rahîbên zanistiya şaristaniya Ewropayê jî, heman kirûyê bi nîv xeşîmiyê cardin diafirînin. Bila kes nebêje, “di mîtolojiya Sumeran de li rasteqînê nayê gerandin. Di zanistiya binavend a Ewropayê de jî, ew zanistiya ku tim bi ezmûneyan tê peyitandin heye.” Mîtolojiya Sumeran nêzîkbûna xwe ji jiyana mirovaniyê re, bi hezar caran zêdetir ji nêzîkbûna kirûya zanistî nêzîkbûnê rave dike. Ger a girîng jiyandina bêyî weke qesaban civakê parçekirin be, hişmendên Sumer û pêxemberên ku piştî wan hatine, bi wateya çînî jî bi mirovaniyê ve tiptijî bûn. Di radeya pîroztiyê de nêzîke jiyana mirovî bûn. Hêjayiyê pê didan.

Civaknasên şaristaniya Ewropa, piştî hilweşîna atomûhawîrdor û di giştî de jî, piştî fînans kapîtala ku tam vegeriyaye şelandinê û aloziyên wê jiyandin, hêdi hêdî weke ku tên îmanê dikin. Ketine hundirê pêvajoyeke rexnedanê. Hinek jî da ku her tiştî wenda nekin, dişibe ku gihîştine têgihîştina pêwîstiya çêkirina vê yekê. Ger ez mijarê hindek jî bi Sokrates ve pêwendîdar bikim, dê rewşa min baştirîn bê fêmkirin. Sokrates jî, ji bo meraqa mezin dixwest pênaseya mirov rast çêbike. Bi pirsên her kesê ku derdiket pêşberî û jê dipirsî diçewitand. Azîna wî çewitandin bû. Vê yekê, ji qesdî nedikir. Wisa dipeyitand ku, civaka Atînayê di nav derewan de digevize. Wê demê; ya civaka Atînayê dê xwe weke derewker bipejirîne ya jî dê Sokrates nede jiyandin. Ketina hundirê qonaxeke herî tund a bi derewê erêkirin çêbûye. Bingehîn îdîaya îdîanameyê bi teşeyê “Sokrates xwedayên nû afirandiye û mejiyê ciwanan tevlîhev dike” bû. Xwedayîtî; têgîna civakî pênaseya wateya herî evrar û pîroz diderbirîne. Di puxteyê de derbirîna herî pîrozî ya civakê ye. Ger Sokrates dibêje ev ne rast in û timî bi azîna çewtbûnê dipeyitîne, tebî pêxemberekî xwedayê rastînî yê nû ye.

Ez pêdivî bi xwe re nabînim ku, xwe weke pexemberekî bihesibînim. Lê bi wê şêwazê ji pîroziyan nûçedayînê jî, li hember mirovayetiyê weke peywirekî bingehîn dipejirînim. Ez dikarim meraqa xwe bi dahûrînên zanistî yên ku cildan tijî dikin biderbirînim. Lê ya ku dixwazim bibêjim, fêmbar e. Sîstema fermî ya cîhana kapîtalîst ku ez nepejirandime, di ferqê de ye ku, bi xwedayên wan re nabim yek. Bi tevayî di bin helbesta wan de, ev vac heye.

Di dîrokê de lêgerînên hêviyê tim li keviyên sistemên desthilat û di civatên ku xwe parastine taldeyên çiyan û çolan pêk hatine. Kirûya civakî ya Kurd, him ji aliyê erdnîgariyê ve û him jî ji aliyê mirov ve, yek ji wan quncên talde ye. Ez di serî de di wê ferqê de me ku, rasteqîniya mirovanî ya bingehîn ku wenda bûye, taybetmendiyên ku dikare ji pênasekirina têgîna jiyanî ya civakê re zemîn pêşkeş bike hildigire. Weke ku her nepeniya bingehîn a zanistî pênaseya rast werdigire, ya min jî di virê de, ku biheterî dixwazim pênasekirina têgina civakî bêtir nêzîke rastînê bikim fêmbar e. Hetanî ku civaka hatî dayîn a çerxê neyê dahûrandin, gihîştina sîstema ku wê bitêperîne pêk nayê. Dê qeyrana sîstema cîhana kapîtalîst a çerxê bikûrtirîn bidome. De ka pirsgirêk bibe çî, dê ew dahûrandina ku bê çêkirin diyar bike. Dibe ku ya baştirîn jî, ya xirabtirîn jî derkeve. Civaka mirovî bi hêza jîrekatiya mirov tê diyarkirin. Civaka mirovî ew kirû ye ku zagonên hiş û rolên afirandiner û pêşketiyî yên herî fireh û lezgîn in. Zagonên fîzîkê û zagonên cîhana zindewerên din ên riwek û ajalan, ji hev cuda ne. A girîng ew e ku, bê gihîştin hêz û zagonên veguherîna civakê, ji nû ve avakirina civakê jî, bi vê hêza zanistiyê ya ku pêk hatiye afirandin e. Bingehîn metirsiya felsefeya materyalîst a Sosyalîzma Pêkhatî û felsefeya diyarkirineyî, zagonên civakê û zagonên fîzîkî yekirin e. Xwe, ber bi çemka pêşketineke jixweber û çarenûsparêziya nûjen ve berdan e. Her wekî him fîzîka girtirîn û him jî fîzîka hûrtirîn ku di wê rastîna nû de digihîn hev, bêqutbûn û babeta tunebûna zagonên pêşketina diyarkirineyî di xeteke rast de ye. Di navbeyna hemû kirûyan de navbereke “alozî” heye. Hatiye fêmkirin ku, ger ev navber nebe tu pêşketin nayê pêkanîn. Di roja me ya îroyîn de, weke encamekî daneyên komîserhevbûyî yên zanistiyê, ku bergeha me ya di der barê gerdûn û xwezayê de, qasî veguherîna di ronahîbûnê de hatî jiyandin, pêdiviya xwe bi veguherînekî heye. Pêwîst e em baş bizanibin ku hetanî em bergeha xwe ya ya bingehîn a cîhanê tûşê veguherîneke çonayetî nekin, nikarin aloziya sîstemê bitêperînin. Dema ku tê gotin şoreşa jîrekatiyê, qesd ji vê ye. Ji mîtolojiyeke nû ya Sumeran re pêdivî nîn e. Dê di heman demê de, emê serî li rasteqînên perestgehên şêwaza Sumeran nexînin. Lê emê van perestgehan jî piçûk nebînin. Kenîşte, dêr û mizgeft jî tê de, pêwîst e em bi kûrahî tê bigihîjin ku, perestgehên herî resen ên xwedayî zîguratên Sumeran in. Zîgurat ew navend in ku, rahîb tê de diponijiyan û teşeyên têgîn û binkeya bingehîn ên şaristaniyê ava dikirin. Ev perestgeh û pişt re jî ew navêndên çîleya mezin, tasavûf, malên nepeniyê, navendên remildariyê, rojî û nimêj; ew teşeyên vê kevneşopiyê ne ku pêş ketinê û bûne paşverû. Li ser heman rêçê malên hunerê, şano û disîplînên wêjeyî, felsefî û zanistî ava bûne. Dema ku ez dibêjin divê piçûk neyên dîtin, qesda min ji vê ye.

Di roja me ya îroyîn de, pirsa ka peretgehên ji qeyranê rizgarbûn li kû derê ne û pêwîst e çî bin, sotiner e. Bêguman raboriyê, bi bizarîkirinê jiyandin nabe. Lê heke kevneşopî bingeh neyê girtin, yê nû ye jî nayê afirandin. Ûnîversîte, navendên zanistiyê û sazgehên tînk-tankê yên niha ji xizmetkirina vê armancê dûr in. Ev şûngeh bi awayekî hatine rewşa ciyên ku kaxêz û niviştên takekesî belav dikin. Li şaristaniya Misirê, di qonaxekî de “girtekên rizgarkirina ahîretê” dihatine belavkirin. Bawernameyên roja me ya îroyîn jî bi awayekî weke “girtekên rizgarkirina cîhana xwe” ne. Bi vê nêzîkatiyê ji qeyrana heyî avabûnên civaka nû dernakevin. Bi heman jîrekatiyê him partî û sazgehên rikeber û him jî yên pergalê nikarin nûbûnê biafirînin. Herî zêde dikarin di vesazî û venûbûna pergalê de tevkariyê pêşan bikin. Her wekî partî û tevgerên ku hatine damezrandin jî ji heman aqubetê nefilîtîne.

Ji bo damezrandina nûbûna civakî ya riha û avakirina sîstemê, herî asayî ku em dikarin bibêjin “navendên zanistiya civakî” ji navendên têgihan û viyanê dikare encamên berhemdar bide. Navêndên zanistiya civakî, bi pîroziya rahîban, ji endamên zanistiyê yên nûjen hetanî hêza xebatê yê bidîsîplîn hemû taybetmendiyan di kesayetiyên xwe de komkirin û ji yên hedef û hêza xwe hene avabûn, pêwîstiya puxteya xebatê ye. Bi wateyekê perestgeha oldar, dibistana fîlozof û akademiya zanyar, dê di van navendan de sentezekî bidin avakirin, ji hemû pirsgirêkên jiyanî yên civaka mirov re, ger pêwîst bike bi kişandina çil sal çîleyê, li bersîvan bigerin. Tenê em bi hêza van navendan dikarin qirkirina kapîtalîzmê ya li ser civak û takekesê bidin sekinandin. Ev navend weke ku ne xebatgehên bîrdozî yên partiyên şoreşgerî ne, di heman demê de nikarin bibin şûnewarên wan zanyarên ku bi dahênanên jirêzê ve qîm tînin û ji xwe re dozîne didine avakirin. Ne jî navendên rêveberiya fîlozofî ne ku siyasetê araste dikin. Lê ger pêwîst bike ew sazî ne ku di wê dawpakî û behremendiyê de ne û ji hemû hêmanên sazgehî û takekesî yên civakî re, hêza veguherîn û zanebûn û viyana wê dikarin bidin. Ew sazî ne ku, mînanî raboriyê, di roja me ya îroyîn de jî, ji bo civaka mirov saziyên mejî yên jêneger in. Ji ber ku herî zêde di sîstema kapîtalîzmê de navêndên saziyên mejî yên civakê hatine wêrankirin, belkî jî bi pêdiviyeke ku di çi qonaxa dîrokê de nehatiye dîtin, divê dest bi avakirina van navendan bê kirin.

Di kesaniya xwe de, ji hişjengiya min a bi şaristaniya Ewropayê re, ji encamên herî bingehîn ên ku min derxistine yek jî ev e. Qasî ku pê bawer im bersîva herî watedar a ku min daye bo pêvajoya komplo û xiyanetê ev e, ez rûmetdar im ku ji bo vê yekê xîret û biryarmendiya xwe di hundirê girtîgeha yek kêsîn de didomînim.  

b- Nêzîkatiyên rêveberiyên Komara Tirkiyeyê ji kirû û pirsgirêka Kurd re, ji nêzîkatiyên rêveberiya Osmanî paşdetir, mandelkar û bêçareser bûye. Halbûkî Kurd hêmanekî avaker ê komarê bûye, di gelek fermanûmesajan de ku jî hêla M. Kemal ve ragihandin bi eşkere hatine ser ziman. Bêguman di virê de ew pêvajoya serhildanê, ya di 1925û1938’an de, ku di der barê hebûniya komarê de endîşeyên kûr dane çêkirin, bûye kartêkerê diyarker. Di vê babetê de herî dawî axaftina Mistefa Kemal, di konferansa Îzmîtê de hatiye çêkirin. Bi kûrtaseyî di teşeyê ku dê ji Kurdan re statûyeke azadiya biwergir bê nasandin de ye. Bingehîn polîtîkaya piştî serhildanan jî, bi teşeyê gelşê xwelîkirin û tune hesibandin de hatiye pêşxistin. Herî jirêzê alfabeyeke Kurdî û kaseteke stranê jî, hatiye vegerandin mijara lêpirsîn û darizandinê. Gotina ez Kurd im hatiye krîmînalîzekirin û her wiha her Kurd hatiye rewşa ku ji hebûniya xwe ditirse û jê direve. Kirû û pirsgirêk tam jî hatiye vegerandin kabûsekî. Ciwanên şoreşger vê kabûsê tenê bi helwesta zadegan a Denîz Gezmîşan ku digot “ez ji bo azadî û biratiya Tirk û Kurdan bişerefî diçim mirinê” qetandiye.

Damezrandina PKK’ê û pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an jî, hiştiye ku ev şiyarbûn ji hêla rêveberiyê ve weke sendromekî bê fêmkirinê. Di ciyê ku pirsgirêkê bi aliyên dîrokî û civakî hildin dest, bi erjengiyê pêşwazî kirine, operasyonên bêsînor û îşkenceyê sepandine. Kî dest avêtiye pirsgirêkê, mûameleya xayînê welêt lê hatiye kirin. Hemû polîtîkayên navxweyî û derveyî yên aborî, çandî û siyasî ji bo mandalkirin û çewisandinê hatine seferberkirin. Di vê çarçoveyê de polîtîkaya herî balkêş di warê dîplomasiyê de, hatiye raberkirin. Hemû polîtikayên derveyîn ên Tirkiyê, li ser bingehê bi giştî Kurd û bi taybet tecrîd û redkirina PKK’ê dane eyarkirin. Di cîhanê de yên ku vê nizanin neman. Tebî da ku ev polîtîka serkeftî bibe, hemû derfetên Tirkiyeyê weke kelûmelê razandinê hatine bikaranîn. Da ku dewletekî bikişîne helwesta ku dixwaze, çi xwestibe daye û vê jî weke serkeftina polîtîkaya xwe, bi radeyekê rêpîvanî de xwe tê de asê kiriye. Weke ku rêgezeke pîroz e hatiye mezinkirin. Her wisa ku ji ber vê yekê him bi zelûl, him îronîk û him jî weke paradoksî li Bakûrê İraqê ji bo zayîna nîv-dewleteke Kurd, bi xwe pîriktiyê dane kirin. Wate tam jî ya nedixwest, bi destên xwe daye zayîn. Ka çawa hatina vê xalê pêk hatiye, nêzîk ve nihêrtinê pêwîst dike.

Bi hizra ku dê sûda stratejîk werbigire, di 1996’an de bi Îsraîlê re arasteyê hevgirtineke stratejîk bûye. Bi vê hevgirtinê li ser Suriyeyê gef xwarina şer hetanî xala herî jor hatiye hilkişandin. Bi heman vacê hevpariya bi DYA’yê re gihîştandiye asta stratejîk. Tenê ku PKK’ê weke terorîst rabigihîne, çi bê xwestin dê bê pejirandin. Bi taybetî çi xwestekên welatên YE’yê hebûye di der barê aboriyê de, bi gor kêfa wan hatiye girêdan, bi encamê guncan ve. Bi heman vacê nêzîkatî hatiye çêkirin, ji Rûsya û girêdayên wê Koma Welatên Serbixwe re. Da ku ez li Rûsyayê neyêm hewandin, projeya pêla şîn di pêş de, berjewendiyên aborî yên berfireh hatine pêşkeşkirin. Bi bedêla dev ji laîklîkê berdanê de, da ku di aleyhiyê PKK’ê de encamê bigire polîtîkayên Îran û Erebîstana Siûdî, ji bergeha bingehîn a komarê daye qutkirin. Di bin navê senteza Tirk-Îslam de ber bi paradîgmayeke dij-zanistî ve hatiye şemitandin. Ji wan ciyên ku ev polîtîkayên gîzer negihîştiyê re jî, di radeyeke dawî de polîtîkayên gef xwarinê hatiye êxistin dewrê. Li hember Suriye, Yewnanistan û Îtalya dema ku ez lê bûm, riya hatiye şopandin ev bûye.

Encamê van polîtîkayan tam jî bûye “serkeftina Pîrûs.” Li ser hev bi dayîna tawîzan ve Tirkiye, di dîroka xwe de hatiye dafdan nav qeyrana herî kûr. Xeniqiye nav deynê du sed û pêncî milyar dolar. Dêvla ku ketibaya YE’yê, li derve hatiye hiştin. Nêrandina şikdar li hemû welatên Ewropayê hatiye kûrkirin. Bi gelşa tezkereya îraqê ya dawî, DYA û Îsraîl jî tevlê vê nêrandinê bûne. Têkiliyên Tirkiyeyê bi cîhanê re, di biniyê de seyr kiriye. Îranê qezenckirin bila bimîne li vir, bi Suriyeyê re bi belênaya “ya em ya DYA-Îsraîl” anîna halê xala têkiliyên herî krîtîk çêbûye. Komara Tirkiyê ku bi vê teşeyê xwe lewaz dike, li hundir ji rêgeha bîrdoziya xwe ya bingehîn dûr ketiye, li derve jî pirsgirêka Kurd ku weke sereke metirsî dihesibîne, di destên xwe hatiye dafdan ber bi pozîsyona herî fikarmend.  

Di nav vê rasteqînê de DYA ya ku şûngeha Tirkiyeyê herî nêzîk ve dişopîne, ew komploya ku bi destên Yewnanan li ser min daye pêşxistin, tê çi wateyê? Eşkere ye ku Tirkiyeyeke zêde hatiye lewazkirin, pê bawerî aniye ku bi bergidana “min” ve dê qasî ku radestê bibe, pê ve bê girêdan. DYA, Yewnan û heta Îsraîl yên ku dizanin dixwaze mirina min, dixwaze zindiyê min, ezê di destê Tirkiyeyê de weke bombeyekê bimînim, her wiha wisa bawerî anîne ku, daxwazên xwe yên ji Tirkiyeyê, bi hêsanî dê karibin bi dest bixînin. Çi be jî “dijminê wan ê herî metirsîdar” dabûne destên wê. Dê gelşên Qibrîs û Egeyê bi hêsanî bê destgirtin, xeta Îsraîlê bi dostaniya herî pêbawer bê birêvebirin û weke hevgirtiyê herî ewle ciyên ku tê xwestin bê bezandin.

Hê dema ku ez li Atînayê bûm, min ji xwe re wiha gotibû; şûna ku min ji ewqas hêzî bixwazin, bi bedêla mafên mirovan ên herî bingehîn, min ji min bixwazin, ma ne bêtir aqilane ye. Di bingeh de name hinartinên ên neyekser ji hêla Ozal, Erbakan û Artêşê ve, nîşan dida ku dereng be jî, ferq dikirin ku rasterast rê di virê re derbas dibe. Lê hêza polîtîkaya cîwarbûyî rê nedida, ku di radeyeke bes de bibin wêrekdar û dahûrîner. Mînanî neçareseriya li Qibrîsê ku mînakekî jirêzê ye, weke çareseriyê dîtin di encamê de weke ku di nimûneyên YE û İraqê de tê dîtin, berjewendiyên jiyanî yên welat êxistina metirsiyê ye. Têkiliya bi komara Helen re ji vê ne cewaztir e.

Weke dumahîk; Di wergiriya kirûya Kurd de nêzîkatiya sendromatîk a li hember min tam gihîştiye sînorên tewşpeyîvînê. A ku hatiye bidestxistin jî, bûye berevajiyê yê tê xwestin. Ez îdîa dikim, pirsgirêka Kurd ku li İraqê hatiye hiştin di bin venêrana miliyetgeriya kurd de, ji niha şûn de weke bombeyeke ku her qas ji teqandinê re amade ye, di ciyê herî lewaz ê Tirkiyeyê de, di bin zik de hatiye cîbicîkirin. Weke wê pêvajoya serhildanê ku di 1925’an de dihate çespandin, ev pêvajo jî dê rê vebike ji wendayiyên mezin ên ku heştê sal bi komarê daye wendakirin. Heman nêzîkatiya nesaxlemî dikare ewqas û bêtir jî bi xirabkarî bide wendakirin. Denîz Gezmîşan hetanî nava mixên xwe dildarên “Tirkiyeya serbixwe û azad” bûn. Kurd jî ji vê rûmetê par dixwestin. Nikare bê mandelkirin ku, ev dirûşme jî dirûşmeya rewişta Mistefa Kemal Atatirk bû. Pêwîst e polîtîkaya rast di vê dirûşmeyê de bê gerandin. Atatirk, di bin navê vê dirûşmeyê de bi Venezelos re, ku zilamê herî navdar ê dewleta komara Helen bû, dostanî ava kiriye û hewl daye ku, pirsgirêkan çareser bike. Puxteya nêzîkatiya wî ya di der barê Kurdan de jî ev bû. Lê bi serhildana 1925’an dema ku komplogeriya Îngilîzan a dihate çespandin li ser Mûsil û Kerkukê, vê polîtîkayê vala derdixist, her du aliyan tenê wenda kirin. Dumahîk tim “serkeftina Pîrûsê” bû. Ger ji dîrokê ezmûne derxistin bingehê jêneger ê serkeftina jiyanê be, pêwîst e ji bo van serkeftinên Pîrûsê şer qet neyê vedan û ji wan komplogeriyên ku, her cure şer re rê dikin vekirin fersend neyê dayîn. Pêwîst e em careka din nekevin nêzîkatiyên ku ji komployê re vekirîne û fersendê nedinê.

c- Di pêşxistina komplo û xiyanetê de dostanî û têkiliyên rêhevaltiya lewaz bi kûranî bûye bandordar. Hê ji zaroktiyê vir ve, ew tirsa nepeydakirina hevalên hêzdar, di vê pêvajoyê de, her wekî bi serê xwe û bêçare hiştina min hatiye peyitandin. Tevî ku ji bo dostanî û rêhevaltiyên saxlem hewldanên awarte hatine lidarxistin, ew remla ku di zaroktiya min de diya min pê pêşbînî dikir, ber bi pêkanînê ve rû dida. Hê jî tê bîra min, dema ku şênbûniya min a hevaltî û dostiyê dît, digot “debeng, dev ji van berde. Ji bo berjewendiyên xwe bi te re ne, çawa ku tu dixwazî dê nexebitin û bi te re nebin. Tuyê vala derkevî û bi tenê bimînî.” Tê wê wateyê ku ezmûneya jiyanê, ji xeyalên zaroktiyê rasteqînîtir e. Tebî ez hê jî wê baweriya xwe diparêzim ku jiyana civakî; hetanî ku dostî û hevaltiyên zadegan nebin, ne hêjayê watedarî û jiyandinê ye.

Tevî ku rêçên mayînde di çanda Rojhilatê de mabûn, zêde çavên min nedibiriyan ku dostî û hevaltî karibin di çanda Rojavayê de pêş bikevin. Dema ku hinek serdêrên Helen û Ewropayî dihatin, min ew bi jîrekatiya Rojhilatî pêşwazî dikirin. Min nedikarî bi xwe re ketibama nav nakokiyan. Çendî ku li paş xwedibîniya kûr û berjewendperestiya teng hebe jî, ez neçar bûm ku wan mînanî dostên rasteqînî pêşwazî bikim. Ev ji bo min gelşeke rewiştî ye. Ne gelşa zanebûnê ye. Zarokek ango jineke averêbûyî jî, ger ji bo dostaniyê hatibe, bi gor bergeha min, dê hetanî dawiyê pê bawer bûma. Di serî de diyar e ku, ev nêzîkatiya min di hundirê siyasetmedariya sedsala 20. de, ji karesatan re vekiriye. Lê ev mijar, ji gelşeke zanebûn û bawerkirina sihêl wêdetir, bi hebûniya du jîrekatiyên cuda û rehdar ve pêwendîdar e. Di bingehê de çemka şaristaniya civaka hiyerarşîk a biçîn ku rol dide bi rengê “ji bo polîtîkayê her amraz derbasdar in” û ew çemka civaka komînal a ku bi rengê “qada gelemperî ya polîtîk, qada nirxên herî pîrozmend e, her wiha nêzîkatiyên herî bidawpakî pêwîst dike” heye. Siyasetmedariya min ger tê xwestin hevgirtî bê birêvebirin, pêwîst dikir ku şêwaza xwe jî bi gor rêgezê bide avakirin. Ên ku ji derve nêzîk dibin, bi gor pêwîstiya peywir, berjewendî û helwestên wan çendî bixwazin ji bo armancên xwe yên sihêl bi kar bînin jî, dê ezê bi wê binkeya jîrekatiya xwe ya ku ez ji bo civakê weke bingehîn dizanim, pê re nekitibama nav nakokiyan. Bêguman ew rewişta min ji pêşketinên mezin re jî rê vekiriye. Ji min hezar qet xurtir ku bi hezaran rêhevalan li dor min daye komkirin, ev egerê bingehîn bûye. Kemal Pîr û Heqî Karêr ên ku bi Kurdayetiyê re çi eleqeya wan tunebû, lê tenê bi bardordariya hevaltiya min a awarte bûne rêhevalên herî zadegan, sadiq û biryarmendê vê riyê, di bingeh de encamekî vê rêgezê ye. Dîsa dilsoziya dilêrên jin ên awarte, bingehê xwe di vê rêgezê de peyda dike. Lê dîsa jî; dixwaze bi zanebûn û dixwaze jixweber, ji hundir û ji derve ve be, bi hezaran berjewendîperestên ku dertên, her wekî min û bi hezaran dost û rêhevalên herî hêja ku xapandine û rû bi rû hiştine bi encamên herî trajîk ve û kirine tûşê wendayên ku maf nekirine, bûye berhemê wan tuwêjên mijara gotinê, ku ji vê rêgezê sûd û kelk wergirtine. Eşkere ye ku ev şerê rêgezî li hember binkeya jîrekatiya sedsala 20.-tevî ku îstîsna hene- pêwîst e bê domandin. Weke dev ji vê rêgezê bernedan, pejnker bûn jî ewqas girîng e. Di rewşa berevajiyê de sosyalîzma pêkhatî jî tê de, em nikarin xwe ji jiyandina aqubeta ku hatiye serê gelek kes, tevger û pergalên civakî yên mebest pak rizgar bikin.

Hilkeftina min a Atînayê, di bingehê erêkirina dost û temsîlkarên me yên li Yewnanistanê û vê jîrekatiyê de bûye. Belkî jî ew di serî de dewlet a ku pê re di nav têkiliyan de bûn, sazî û kesan zêde nas nedikirin. Ji ber ku lêgerîna têkiliya wan ji têkiliyeke mamûrekî jirêze wêdetir nediçû, ji her cure xapandinê re guncavbûn jênerevîn bû. Eşkere ye ku hatine bikaranîn. Ev rastiyek e ku rastîna gelek têkiliyên li navendê, ne di wê hêzê de bûn ku karibin derkevin derveyê wergirê. Bi kurtasî zemînê ku ling tê avêtin, ji her cure xapandinê re dest dide. Şemitandin-neşemitandin ew şensek e ku, girêdayî ye bi mercên wê qasê ve. Divê neyê jibîrkirin ku, rastîneke jiyanê ya ku hê jî nehatiye têperandin, ji herikandineke bi vî awayî pêk tê.

Dozgerî di îdîanameya xwe de, weke ku dewleta Yewnan nexwestiye, heta li rexmê hewldanên astengkirinê, destnîşan dike ku, hilkeftina min hatiye pêkînandin û girîngiyeke taybet didê ku bûyin bi vî rengî ye. Ji ber vê egerê temsîlkar, dostên me û ez tême tewanbarkirin. Em hêlên bi hiqûqê ve eleqedar deynin aliyekî, di virê de esas a ku hatiye bikaranîn, durûstiya me ye. Ji destpêkê ve xiyanetê veşartin, lingên me şemitandin û ji bo armancên xwe weke kelûmelekî polîtîk yê têkûz nirxandin heye. Lêkolînvanên dîrokî dê di dema pêş de, ka ev dek û dolap çawa hatiye gerandin, bi hemû aliyan ve derxînin zelaliyê. Çemka durûstî, dostanî û rêhevaltiya me, ji hêla rayedarên herî berpirsiyar ên dewletên DYA û Yewnan ve, bi teşeyekî “kerîzên polîtîkayê” hatiye nirxandin û bikaranîn. Dibe ku yên bûne halet û sepandinerên jirêzê haya wan ji komployê tunebe. Belkî jî pir hindik kes haya xwe ji lidarxistina xiyanetê heye. Babeta herî girîng ku pêwîst dike bê derxistin zelaliyê, xayînên rastîn û bizanebûn in. Bi taybet pêwîst e helwesta serdar Savas Kalenderîs (di NATO’yê peywirdarê bitaybet û hatiye veguhêztin îstîhbarata milî ya Yewnan) ku dostaniyê bi kar aniye û roleke bingehîn leyiztiye di pêşxistina komployê bi vî teşeyî de, pir baş bê zanîn. Ew kes e ku ji lêgerîna têkiliya yekem bi min re hetanî radestkirina xayînên Kenyayiyan rola herî metirsîdar leyiztiye.

Min pêwîstî dît ku vê şûngeha xwe hindek jî bi mînakên dîrokî berawird bikim. Mînanî di Îsa de Yahuda Îskaryod, di komploya Sezar de Birûtus. Ger helwesta wî nebûyana, ev komplo bi vî teşeyî qet pêk nedihat. Dema ku min bi rê kirin Kenyayê (dozger dibêje qewitandin) eynî wiha got; “ez soza rûmeta dewleta Yewnan didim te, li wirê Helen hene, ji bo ewlekariyê ciyê herî guncav e. Dê di hundirê panzde rojan de pasaportê Efrîqiya Başûr bê amadekirin û dayîn.” Dema ku ez radestê xayînê Kenyayiyan kirim jî, gotin “ji Wezîrê Karê Derve Pangalos fermana taybet hat. Hun ber bi Holandayê ve difirin.” Bingehîn taybetmendiya xiyaneta di virê de, bikaranîna dostaniyê ye. Di hundirê nijada mirovaniyê de cureyê dijminatiya herî xedar ev e. Tu dikarî dijminê xwe gulebaran bikî, bi şêran bidî parçekirin, bi dar de vekî, bieliqînî û bi gor taktîkên şer bikujî. Lê kesekî ku gel ji bo xwe hêvî û serok dizane, bi helwesteke ku anîna hiş jî mirov di nav qeşayê de dihêle û bi teşeyekî ji her cure tesfiyeyê re vekirî, tu nikarî poste bikî. Ez di wê hizrê de me ku, li ser navê dewletekî mînakekî din ku tewanekî wisa hatiye çêkirin nîn e.

DYA dikare li ser navê xwe biryar bide. Lê yekî ku bi rêka dostên ji welatî wî û mebesta pak hatiye welatê wî qet tûşê sepandineke wisa nake. Her wekî Îtalya, Rûsya, Suriye jî tê de, qet çi dewlet şêwazeke wiha neanîne hişê xwe jî. Baş e, yekî ku xwe peywirdarê komara Helen dibîne û li ser navê wê tev digere, vê rolê çawa leyist? Ev çi hiş û dil e? Min hewl da ku kirûya Helenîzmê û rastîna dewletbûna wê da ku ji vê pirsê re bersiv bidim, min pênase kir. Heta ka xwe çawa çizirandiye nav şaristaniya Ewropaya kapîtalîst, min bi vê pirsê ve pêwendîdar hilda dest. Çandeke ku ji vê jîrekatiyê re rê vedike, bi xwe re dahûrandinê pêwîst dike. Di çanda Rojhilat de, ji ev cure kirûyekî re cî nîn e. Çendî ku qeleşiyên wê yên dîtir hebin jî, li Rojhilata Navîn ê ku bi dostanî dikeve nav çadirê, jê re dest nayê rakirin. Dijmin çendî xurt be jî, mêvan nayê radestkirin. Tebî ez qala peymanên polîtîk nakim. Ger li ser navê komara Helen ji min re hatibûya gotin, “emê te bi bedêla peymaneke diyarkirî radestê DYA ango Tirkiyeyê bikin, zagonên berjewendiyên me vê pêwîst dikin” dê minê disa ev nekiriba pirsgirêk. Minê gotibûya pêwîstiya polîtîkayê ye. Ez di wê hizrê de me ku, li ser navê dostaniyê bi derewîniyê encam girtin, di kirûya mirovayetiyê de ew bûyer e ku, pir kêm tê dîtin. Wekî din jî Kalenderîs, di radeyeke fanatîk de, xwe weke heyranê min nîşan dida.

Ji aliyê dostaniyê ve encamê ku pêwîst e derbixînim, vê têgînê bikûrahî hildana dest e. Seranser, rasgele ne avakirin, pêşxistin û ne jî bikaranina dostaniyan rast e. Dostanî di pêşiya rêhevaltiyê de cî digire. Dibe ku bi vî aliyê xwe ve ji rêhevalitiyê girîngtir e. Dost bijartin û di hundirê têkiliyên civakê de nirxandin, bi xwe re destgirtina hemû aliyên dîrokî û civakî pêwîst dike. Di bin hewldana min a ku demxeya xwe li parêznameyên min dixîne, ev rasteqîna: “Civakê pênase bike” cî digire. Tê zanîn ku ez pir nêzîke dostanî û hevaltiyê me. Heta tê zanîn ku ez, di destanên dîrokê de weke ji bo Gilgamêş enkîdo û ji bo Akîleus Patroklos çi be, li ew cure dost hevalan digerim. Mînaka hevaltiya Kemal Pîr di her rewşê de, ji wan mînakan şûn de nîn e. Piştî ku min ponijandina xwe ya felsefîk kûrtirîn kir, ez bi vê baştir hesiyam. Her tişt dijraberê xwe diafirîne û xweyî dike. Zanistî êdî qala daring û dij-daringê dike. Dijraberê elektronê dibe pozîtron. Di hempaya çonayetiya hêza min a dostaniyê de, rûdayîna dijraberê wê pêkan e. Di binkeya jîrekatiya Helenîzm a ku felsefeyê afirandiye de, van kirûyan peyitandin gengaz e. Lê di kirûya dijraberîtiyan de, ewqas xasûkîbûn çandekê zêde naedilîne. Di dîrokê de di bin hilweşîna trajîk a Helenîzma mezin de û xwe têxistina giraveke piçûcik de, her wekî para vê ya girîng heye û rasteqînî nekare bê mandelkirin. Gotineke pêşiyên Tirkan heye; “ji Yewnanan dost ji beraz post çênabe.” Payeke rasteqînî ya girîng hildigire. Lê ez wê baweriya xwe diparêzim ku, pêwîst e ev ji hemû rastîn û gelê Helenîzmê re neyê malkirin.

Berevajî ji bo xwerûbûna Kurdan jî pir tişt tên gotin. Belkî jî ji ber vê taybetmendiyê, bêdewlet mane. Pêwîstî heye eşkere bidim diyarkirin ku; şûna ku ez xwediyê çand, şaristanî û dewleteke ku ewqas dostaniyê bi kar tîne bim, azadbûna civakî hezar carî jêçêtir dibînim ku bêdewlet, di nav giyana jirêzê û xwerû ya civaka komînal a seretayî de bimînim. Ji ber ku ez ji gelekî wisa me, ez vê yekê ji bo xwe weke rûmetê dihesibînim.

 

BEŞA IV.

  

KOMPLOYA ATÎNAYÊ

Bİ DERVEYÎ DEWRÊ HİŞTİNA HİQÛQÊ

HATİYE PÊKÎNANDİN

  

Bi gotina dozger bûyera “qewitandinê” ji Atînayê ya li ser kesaniya min, da ku bi hemû aliyan ve bê têgihîştin, pêwîst dike ku asta têkiliyên me bi komara Helen re, rast bê peyitandin. Vegotina min a heta niha û bûyerê ji aliyên dîrokî, felsefî û siyasî ve bi xetên giştî anîna zimên, ji bo nirxandineke hiqûqiya saxlem şert e. Hiqûq, bi serê xwe ne rasteqîniyek e. Dîroka bingehîn a civak û asta siyasî û ehlaqî ya dewletekî diteyisîne. “Qewitandin” lêkereke dijminî ye. Di vê rewşê de, pêwîst e bipeyitîne ku ez dijminekî komara Helen im. Her wekî ku hatiye peyitandin encam ji dardekirinê hezar car xirabtir e, bêgav e ku eşkere bike ka vê çalakiya “qewitandinê” disipêre kijan pîvangên hiqûqî yên weke cezayê herî giran. Çalakiyeke wisa ye ku, rê vekiriye ji xwe şewitandin, kujtin û girtina bi sedan kesan. Bi paşçavkirina van rastînan, darizandin qetiyen nikare bi dadwerî bê çêkirin. Tewanbarkirineke di bingehê “xerabkirina aştiya di navbera dost û hevgitiyan de” ku razber e, dikare bi hêsanî bê ragihandin ku, ji binyadê pêmen e. Bûyera ku di virê de dixwazin vebêjim, çi eleqeya xwe di puxteyê de bi wî teşeyê ku dozger dixwaze vebêje re tune. Qet pêwîstî nîn e ku gotinên xwe bi teşeyî bipeyitîne. A diyarker puxte ye. Ew jî di ciherengiya naverokeke de ye. Hema dixwazim mînaka Îtalyayê bidim. Ji Atînayê betîr bi têketineke bêhay û têkilî çûme Îtalyayê. Lê Serokomarê dewleta Îtalyayê dît ku, wêrekî û karbidestiya wan a “qewitandinê” nîn e, ya herî zêde ku dane çêkirin, li ciyekî di statûya nexweşxanê de, bi deh rojan binçavkirinê bersiveke hiqûqî dan. Heman Ewropa û dewleta Helen ku bi krîterên hiqûqa netewî ve girêdayî ye, ji vê zêdetir ne xwedî karbidestiyê bû. A herî hindik ku dikarî bikira, ji ber têketina bêdestûr girtina min bû. Di vê rewşê de, qaşo ew gef xwarina Tirkiyeyê ku pir jê dihate tirsandin wateyeke xwe nedima. Her wekî ku ez nehatime girtin, “soza rûmetê” ya komara Helen hatiye dayîn û ber bi nêvengeke “bêtir biewle” ve hatime rêkirin. Gelek dane û nasdar hene ku dikarin vê bipeyitînin. Her wekî ku rastîn ev e, dozger qet bala xwe nade vê, ev yek qasî ku dide hizirandinê, ewqas jî eşkere ye ku veşartina tewanekî giran ê mirovatiyê armanc dike. Heke hiqûq; tevahîtiya rêpîvanên bingehin ên ku dewletê jî girê dide be, yê ku li ser navê wê tev digere jî girêdide. Çemka “ji bo berjewendiyên pîroz ên dewleta xwe, em bi kirina her tiştî ve peywirdar in” em berdin di dewleteke hiqûqî nûjen de derbasdarbûna wê, ew çemk e ku di hundirê kevneşopî û hiqûqa eşîrî ya kêm de jî, jê re cî tun e. Di hemû diroka mirovayetiyê de ne xwesipartina dewletekî, xwesipartina çadireke Bedewî jî, ger li ser mêvan gef xwarinek hebe, em dev ji qewitandinê berdin, hetanî mirinê parastin rêpîvan e. Wekî din jî komara Helen endamê NATO û YE’yê ye. Bi DYA’yê re têkiliyên xwe yên dumendî ên hêzdar hene. Gelê xwe yê birûmet jî heye. Di rûyê min de ku welat bikeve metirsiyekî, di bin roniya van rastînan de ne objektîf e. Dikaribûn bi mehan min biveşartana. Dikaribûn bibûyana alîkar û maweyekî guncav dabana û ji bo çûyîna welatekî sêyemîn ango welatê min bibana alîkar. Ger qet tiştek nekin dikaribûn ez bigirtama. Tê wê wateyê ku “qewitandina” ku tê sipartin hereşeyê, ew nirxandineke bêberpirsiyar e ku eleqeya xwe ne bi hiqûq, ne bi siyaset û ne jî bi ehlaqê heye. Rûpoşa tewişandina rastînê ye. Mercên ku bûyer bi objektîfî û subjektîfî pek hatine; ji aliyê girêdanên biratî ku di navbera gelên me de divê bi riha bê parastin, pêdivî heye ku bi kûrahî bê destgirtin. Li virê parastina xwe û rayedarên dewleta Helen êxistina rewşa zor wêdetir, ji bo pêşxistina dostaniya saxlem di navbera gelên me de, ji her tiştê bêtir kişandina baldêriyê, girîngiyê hildigire.

 a- Di yekem hilkeftina min a Atînayê de jî; min çemka ez hatime welatekî ku mafên mirovan û demokrasiyê cîwar bûye, di asta dewlet û kesan de têkiliyên dostanî yên heyî peyda ne bingeh girt. Ezê nekevim kitekitan, lê ez nikarim xwe jê bidim girtin ku, bi hindek mînakên dîrokî berawird bikim. Saînt Paul ku ji Damascusê dertê, demeke dirêj li bajarên Helen bangawaziyên pîroz teşene dike, gava duyemîn diavêje Romayê û li wê derê tê qetilkirin, di dîroka Ewropayê de girîngiyeke mezin hildigire. Çîroka Sokrates bêtir trajîk û kirûyeke Atînayî ye. A ku herî balkêş e; di mîtolojiya Helenê de, xwedawenda Atînayê ya berevaniyê Athena ku dilêrê Troya Hektor, dikeve hundirê dilqê birayê wî Deîphopos û ew ber bi pevçûneke ku dê ew bibe mirinê ve berpêş dike û dide xapandin. Mebesteke min mînanî Atînaya ku bajarekî girîng ê dîroka şaristaniyê ye, rêş bikim nîn e. Lê tiştên ku diqewimin, ji ber ku bibîrxistineke dîrokî di nava xwe de peyda dikin, babetekî balkêş e. Ev rasteqînek e ku, bangawazî û têkiliyên dostaniyê yên Athena ango Atînayê neba, dê me bi dost û gelên xwe re, heta bi dijberên xwe re vê trajediyê nejiyaba. Hilkeftina min a Atînayê û encamên wê bi aliyên teng û teknîk ve hildana dest, dê bibe helwesta ku qet nayê bexşandin. Dê li hember ji Sokrates, ji Solon, heta ji Perîkles vir ve, ew hişmendiya tê birêvebirin, rûmeta mirovî û puxteya demokrasiyê bibe bêrêzdari. Ji kû derê tê nihêrtin bila bê nihêrtin, helwesta li dijî min, aliyê xwe yê dîrokî heye û divê em vê rast biselimînin. Ger mezinahiya Atînayê hebe, guman tê de nîn e ku, ew bi selmînereke rast ve girêdayî ye. Ew tiştên ku rayedarên Damascus, Moskova û Romayê nekirin, çima olîgarşiyeke li Atînayê di şêwaza komployê de çêkir? Bingehîn peywirê darêzgeriyê divê bibe rast bersivandina vê pirsê. Nexwe dê çi cewaziya me nemîne ji gotina “Sokrates, xwedayên nû êxistiye mejiyê Atînayî, divê bê kuştin.”

 b- Hatina min Atînayê; bi encamê têkiliya ji hêla temsîlkara me Ayfer Kaya bi parlementer û serokê kevin ê PASOK’ê Baduvas ku hatibû çêkirin pêk hatiye. Min deh caran da dubarekirin, ma bi rastî ji bo hatinê rewş guncav e an na. Piştî ku di her carê de bersiva erênî ji min re dihate dayîn, min di biryardayînê de çi fikar nedît. Him partiya wî desthilatdar e, him parlemerter e, serokê kevin e; min wê baweriya ku bi riha destûr wergirtiye hildigirit. Dema ku ez daketim balafirgehê Savas Kalenderîs û rayedarê astabilind Stavrakîs derket pêşberî min. Bi qilqaleke mezin û gef xwarinê hate diyarkirin ku divê di heman rojê de demjimêr heta pênca derkevim, di rewşa berevajî de ezê zoriyê bikişînim, bi helwesteke wisa rû bi rû mam. Rewşeke wisa bû ku min qet hêvî nedikir û jê re ne amade bûm. Baduvas li nêvengê qet xuya nedikir. Ez di bingeh de di vê çûyînê de hê jî baweriya ku pêwîst e bê lêkolînkirin hildigirim, ku dihate xwestin ling şemitandineke rişt bê çêkirin. Ger vexwendin neba, ew bûyerên din yek jî pêk nedihatin. Ger li Damascus derfeta mayînê nemîne û zorê bide ji bo Rojhilata Navin jî, ez dikaribûm herim çiyayên welêt. Di hatina min a duyemîn de alîkariyên Nagzakîs bûne diyarker. Bi ya min, bi dostanî di fedekariyeke mezin de peyda bûye. Lê dema ku em li tiştên rûdane dinêrin, serleşkerekî teqawîtbûyî ku ewqas têkiliyên xwe bi dewletê re hene, dê çima karibe li dijî têkiliyeke dostanî ewqas xiyanetê bike. Ez hê jî li bersivê digerim, ji bo vê pirsê. Dema ku ez hatime dayîn bin venêrana îstîhbarata Yewnan, qaşo ez diçûme hevditinê bi Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Pangalos re. Di hevokekî wî yê pişt re de safî têgihîştim ku Pangalos, di nava xiyanetê de ye; “yê ku di kulekê dikevê, di bixêriyê de diavêjin.” Dema ku ez hatime êxistin rewşa îmhatiyê ev hevoka wî serincrakêş bû, “APO li ba mesîh e, weke firîşteyekî dijî.” Helwesta Stavrakîs jî, bi dijminatî û xayintî bû. Biryarên DYA’yê yekser sepandine. Ez ne di wê rewşê de me ku, bizanibim ka çiqas karbidestiya xwe û ka çiqas karbidestiya hikûmetê bi kar aniye. Serokomar Simîtîs divê baş eşkere bike ku ka di bin kîjan mercan de biryara “qewitandin” û kaşkirina Kenyayê daye. Ew rayedar ku weke xwediyên biryara herî jor in, ji îfadeya wan a bikitekitî re pêdivî heye.

Di ketina min a Romayê de helwesta Serokomarê Îtalyayê Masîmo D’Allema dikare weke nimûneyê bê girtin. Her çendî ku nepejirîne jî, heta dawiyê jî ew, dê nikaribe bi zor û komployê derbixîne, ev tenê di bingehê bidilbûnê de karibe pêk were ve girêdayî ma. Ez sê meh mam. Karê îltîcayê hate destpêkirin. Pişt re ev maf hate dayîn. Di derketina min a 15’ê Çile 1999’an de şertê hiştina nameyekî nivîskî biheterî danî. Bi awayekî din derketina min ji Îtalyayê dizanibû ku dê bêzagonî be, ji ber vê çendê vê helwestê pêşan kir. Di komara Helenê de, bi vê prosedûrê ve girêdayîbûn qet pêk nehatiye. Piştî ku ez çûme Atînayê mafekî min ê îltîcayê heye. Çi kes nikare vê asteng bike. Encamê tenê dadgeh dikare diyar bike. Ger şûngehekê min ê ku tewaniyê di hundirê xwe de peyda dike hebe, dê ew jî bi binçavkirin û girtinê ve bê nirxandin. Ew amraz in ku herî rewa ne û di hemû welatên YE’yê de derbasdar in. Weke ku serlêdana vê prosedûrê pêk nehatiye, têkiliyên dostanî jî hatine bikarînandin, pêşî bi xapandina Nagzakîs min êxistine bin venêrana îstîhbaratê, di gava duyemîn de jî, bi xapandina ‘em soza dewletê didin’ bi rê kirina min a Kenyayê hatiye pêkanîn. Heke dilsoziya dostaniya fanatîk bi min ve girêdana xwe diyar kiriye û weke amrazekî bi kar neanîbaya, dê minê bawer nekiriba bi belên û sozên Savas Kalenderîs. Li virê tevlîheviya vînê heye û ev tewanê çêdike. Ji ber vê çendê jî dikare serî him li wîûhim jî ger bê xwestin li îfadeya şahidên din bê xistin.

Bi serê xwe verê kirina min Kenyayê, eşkere bi komployê ve pêwendîdar e. Çima ne komara Efrîqiya Başûr, yekser Kenya? Ji ber ku li wirê rejîmeke tam qirdikê DYA’yê heye. Ji bo pîlanê radestkirinê ciyê herî guncav e. Mandela û komara Efrîqiya Başûr nedikete komployeke wisa. Di radestkirina Tirkiyeyê de jî heman xiyanet hatiye pêşankirin. Balyoz Kostulas zêde nerihet be jî, wê peywirê bi serkeftin bi rê ve biriye. Bi temamî di ferqa pîlanê de bû. Ji min re gotiye daxwaznameya min a îltîcayê hatiye pejirandin û karibûye min bide xewandin. Herî dawî Kalenderîs, bi wê fermana taybet a Pangalos gotiye, em diçin Holandayê û radestkirina xayinên Kenyayiyan de peywira xiyaneta eşkere bi cî aniye. Di virê de zelal e ku baweriya min a dostaniya bêsînor hatiye bikarînandin. Da ku fikarek bi min re çêbibe, vekirîbûneke herî piçûcik jî nedane. Li hember xiyaneteke ku ewqas bi hostoyî tê leyiztandin, tenê mirov dikare şewqê derxîne. Kitekitên van agahiyan ku bê xwestin parêzerên min bi belge û şahidên ku nîşan bidin ve dikarin bidin. Guhdarîkirina wan daxwaza min e.

Hemû tevgerînên min ji serî heya dawî bi venêran, agahî û alîkariya îstîhbarata Yewnan pêk hatiye. Ger alîkariya hêzên dewletê neba, pêkînandina min a wan tevgerînan bidaringî ne gengaz bû. Her wekî ji derveyê hilkeftina min a Atînayê, bi rêka temsîlaka me ya Atînayê dewleta Helen, di radeyeke girîng de destekekî daringî-arişenî çêbûye. Bi van ve eleqedar dikare li îfadeyên parêzer, şahidên dost û rayedarên dewletê ku têkilî bi wan re hatiye avakirin, serî bê lêdan. Dema ku ev hemû babet têne berçavkirin, emê çawa karibin esehiya bûyera rasdestkirina min tê bigihîjin? Ev nakokiyên ku bawerbûna wan zor e, di bin kîjan kartêkeriyan de derketine holê? Çendî ku em ji agahiyên bes nehaydar bin jî, em dikarin ji agahî û pêşketinên sînordar hindek encaman derxînin. Ji destpêkê pê ve ku înîsiyatîf di destê îstîhbarata DYA û Îngilistanê de bûye û ev jî di rewşa hevkariya teşkîlatên MÎT’a Tirkan û MOSAD’a Îsraîlê ve bi rê ve hatiye birin, ji gelek rêznivîs û pirtûkan re bûye mijar. Ezê van dirêj nebibêjim. Dikarin weke belgeyan bêne pêşkeşkirin. Hê ji roja reşemiyê ku ez hatim Atînayê, xeber ji Enqereyê re hatibû dayîn, di rojnameya Sabah’ê de weke rêznivîs derketibû. Di jimareke pir de delîl û şahid nîşan didin ku bûyera radestkirina min bikordîne hatiye birêvebirin. Ew firoka ku bi taybet ji Swîçreyê hatibû înandin, ji bo revandina min a Kenyayê, beşa operasyonê ya NATO’yê jî ku rola xwe tê de heye, mûhtemelekî bihêz e. Îhtîmal heye ku ev biryareke hevpar ê NATO’yê ye. Lê ji ber ku ev babet derveyî zagonî ye, bi Gladyoya ku hêza taybet ya NATO’yê ye hatiye birêvebirin. Her wekî mînanî Îtalyayê operasyonên li gelek welatan ku pêk hatine. Ev polîtîkayên DYA’yê di zemînê YE’yê de ka çiqas ji qelîştekên kûr re rê daye vekirin, di roja me ya îroyîn de baştirîn tê dîtin. Van hemû babetan ê herî baş karibe bizane Serokomar Simîtîs e. Wekî din jî Stavrakîs ku yekser bi fermana DYA’yê tev geriyaye, di wê parêznameya min a ku parêzerên min ên Îngilistanê amade kirine de, hatiye nîşandan. Him DYA û him jî rayedarên Tirkan ku hevkariyê kirine, di asta herî jor de hatiye ravekirin. A mayî ji van pirsan re bersivdayîn e. Berjewendiyên hemû alîgiran di vî kar û komployê de çi ne?

A yekemin, DYA ku Tirkiyeyê weke hevgirtiyekî stratejîk dibîne, ji bo xwe da ku bi xwe ve girêbide vê alîkariyê mînanî fersendekî têkûz dîtiye. Di hemû xebatên Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Balqanan de sûdgirtin ji Tirkiyeyê, bi vê radestkirinê derketiye sertarê. Heman babet ji bo Îngilistanê jî derbasdar e. Îsraîl jî di vê bûyerê de ku têkiliyên stratejîk pêş xistiye bi Tirkiyeyê re, bi rola di vê bûyerê de, ka çiqas girîng e daye peyitandin. Rola mejî ya îsraîlê, di navendên din de û bi taybet jî li Kenyayê bûye encamgir. Baş e berjewendiyên komara Helenê çi ne? Yekcar fermana DYA’yê ku pir rajêrê wê ye aniye cih. Pişt re jî, di pirsgirêkên Qibrîs û Egeyê de desteka tam ji DYA’yê girtiye û hesibandiye ku bergîdana wê bi zêderî dê bigire. Nêzîkatiyeke rezîl a din jî, di gotina Pangalos de veşartî ye. Dema ku dibêje; “firîşteyê li ba mesîh” pir baş dizane ku ji bilî îmhayê çi dumahîk ne li benda min e. Mirina min di destên Tirkiyeyê de tam polîtîkayeke “kuçikan berdana hev” e û dê sazbariyeke têkûz qezenc bike. Kuçik çiqas hev û dî biderbînin, di encamê de, dê polîtîkaya wî bibe ya qezenckirî. Ev nêzîkatî eşkere datîne holê ku, desteka ku hatiye dayîn, bi temamî bi armanca berjewendiyên taktîk bûye. Raber dibe ku, çi aliyê mirovanî yê herî piçûcik jî tê de peyda nîn e. Hemû hesab li ser ku ez bikevim nava berxwedêriyeke kor û bimirim hatine çêkirin. Li ser mirina min ku roj hatine jimartin, di rojnameyên Atînayê de jî derketin.

Ji ber ku kesaniya min ji nêzîkatiya miliyetgerî dûr e, ji şîdeta kor re ne vekirî ye, hesabên ku pêşiya miliyetgeriya Kurd a hoveber heta bixwazin dê vebikin û bi pirsgirêka Kurd bileyizin, di vê de bûye diyarker. Roja ku ez hatime radestkirin, tê zanîn ku hinek serekên miliyetgeriya Kurd hatibûn Atînayê. Hemû hesab di bingehê ku komplo û xiyanet bi mirina min ve dumahîk bibe, hatine birêvebirin. Em dev ji aliyê hiqûqî berdin, eşkere ye ku çi aliyê mirovanî di vê nêzîkatiyê de nehatiye pêşçavkirin.

 c) Nêzîkatiya di îdîanameya dozger de ku berevajiyê PMME’yê û pozîtîf hiqûqa netew a Helenê ye, ji vê nirxandina kurt ku min da çêkirin bi hêsanî dikare bê fêmkirinê. Çi meqam hemwelatiyekî xwe yê ku di bin gef xwarinê de ye ango yekî ku di serlêdana îltîcaya siyasî de peyda bûye, ne xwedî karbidestiya “qewitandina” wî ye. Bi taybetî pêvajoya min a Îtalyayê, ji bo vê mînakeke baş e. Çendî ku pêwîstikên hiqûqa pozîtîf bên cî jî, dê eşkere bê dîtin ku berpirsiyariya di vê bûyerê de dikeve ser hikûmetê. Jixwe di dema bûyerê de, mezin pilqala hikûmetê û ji kar destkişandina wezîran vê yekê nîşan didin. Bi wendabûneke herî erzan xwestine ku tewanên xwe biveşêrin. Çima hema di destpêkê de, di der barê min de lêpirsîn nehate birêvebirin? Ger ez tewanbar bim, ez di kêliya pêşî de tewanbar bûm. Her tişt di bin agahiya wan de bû. Piştî ku dîtin her tişt ne weke ku hizir dikin pêş dikeve, bi çûyîneke nediyar û di rêaveyeke ku tenê rêveberiya Tirkiyeyê naxîne bin berpirsiyariyê, hingê ketin riya darizandinê. Ger ez tesfiye bibûma, dê qetiyen ev darizandin pêk nehatiba.

Biryara ku Dadgeha Bisond û Têkel a Atînayê di lehê min de bide, ji bo hikmên ku di der barê biryara Îmralî li DMME’yê de hatî dayîn, girîngiyeki hildigire. Tevî ku DMME hemû bendên me yên bervedanê pejirandine, lê revandinê neaniye pêş çavan. Pêwîstî nedîtine ku li ser ka di komployek çawa metirsîdar de hatime revandin bisekinin. Weke ku beriya radestkirina min tiştên ku qewimîne hiqûqê eleqedar nakin, di hundirê pîvangên hiqûqî yên teng de mayîn çêbûye. Heçku di der barê min de bingehîn benda PMME’yê teşeyê; ger neyê sipartin ewleyiya can û hiqûqê, weke kêfî dê binçavkirin nebe, werdigire. Rewşa min tenê ne binçavkirina kêfî ye, ew revandine ku keviya wê ji her cure îmhayê re vekiriye. Revandinek e ku di jimareke pir de hêzên dewletan tê de rol leyiztine, bipîlan, veşartî û bi temamî hiqûqa navnetewî bin pê kirine. Benda (5/2) a PMME’yê hatiye binpêkirin.

Eşkere ye ku hiqûqa netewî jî, derveyî dewrê hatiye hiştin. Weke ku ez tim destnîşan dikim, di hundirê sînorên komara Helen de, biryarê ku bê dayîn herî zêde girtin e. Li derveyî vê hemû mûamele derveyê hiqûqê ne. pêwîst e ku dadgeh vê derveyî hiqûqiyê bi rêkekî telafî bike. dikare darizandina Îmralîûnêzîkatiya DMME’yê nederbasdar bihesibîne. Ji ber ku dadgeha ku yekem car bêm darizandin û her wiha dadgeha ku divê di bin ewlekariya wê de bim, dadgeha bisond û têkel a Atînayê ye. Biryara vê dadgehê pêşikiyê hildigire. Da ku biryarên dadgehên din hikmekî biderbirînin, encamê darizandina Atînayê pêwîst dike. Li ser bêhiqûqiyê, bêhiqûqî nikare bê lêkirin. Ji ber vê yekê biryara dadgeha bisond û têkel a Atînayê ji aliyê ku him mînakekê pêşî çêdike û him jî zemînê ava dike, ji darizandinên din re girîngiyekê hildigire. Encamê wê yê pratîk qet ne girîng be jî, ji şuxlandina benda (5/2) a PMME’yê dikare encamê derbixîne. Pêwîst e ku biryarê hatî dayîn, ji hêla Dadgeha Îstinaf a Romaya Îtalyayê di der barê pejirandina îltîcaya min de, bê pêşçavkirin. Dadgeh weke bingehîn di wê rewşê de ye ku, pêwîst e weke ku ez di hundirê sinorên komara Helenê de peyda dibim, pêşçav bike û girtîbûna min a li Îmraliyê weke derveyî zagonî binirxîne. Pêwîst e darizandin bi rengê ku weke teorîk ez di hundirê sînorêr komara Helenê de me bê pejirandin û rêvebirin. Eşkere ye ku yên pêwîstekên vê ji holê rakirine, tewan teşkîl kirine. Her wiha dê pêşî girtina sextekariyeke hiqûqî ku hempayê wê kêm tên dîtin, bê çêkirin. Dê pêwîstekên dewleta hiqûq werin cî.

Weke dumahîk, di dîroka mirovayetî û dostaniya gelên me de, ev bûyera komployê ku weke lekeyekî tarî peyda dibe, biryara dadgehê weke hakemekî dadwerî dê karibe bandoreke seknandîner biafirîne. Ez bi xwe vê yekê weke pirsgirêka tolwergirtinê nirxandinê ji rewişta xwe re guncav nabînim. Weke ku min di parêznameya siyasî û rewiştî de da çêkirinê, dîsa jî ji bo dostanî û aştiyê di berdewamkirina rola pirê de biryarmend im. Têkiliyên Tirk û Helen bi vê lîstoka ku li ser min hatiye gerandin, bi taybet bi xwesteka DYA’yê durûstkirinê re zêde bawerî nabe. Dostaniyên mayînde tenê dikarin bi piştgiriya demokratik a gelan bêne avakirin.

A ku ez jî dikarim bikim, êdî di tevahî dirêjahiya dîrokê de, ji azîneyên polîtîk ên hêzen şaristaniya bixwîn bi teşeyekî rehdar jê qutbûn, li ser bingehê têkoşîna siyasî, têkoşina demokratîkbûna gelên me dana rûniştandin û serkeftinê dana qezenckirin e. Ez ji vê bikûranî bawer dikim ku nêvengeke lihevhatin û aştiya demokratîk a rehdar, ku em di têkiliyên Kurd û Tirkan de pêk bînin; dê bibe hêza pêkhêner û ewlekariya herî hêzdar ji bo dostanî û aştiya gelê Helen ku ev bi sed salan in hêviya wê ya kûr e.

  

 BEŞA V.

 

Dİ QEYRANA KURD DE BER Bİ ÇARESERİYÊ VE

ANGO Jİ KOMPLOYÊ RE BERSİV

  

Di kesaniya komployê de, ku li ser Atînayê di 1’ê Reşemiya 1999’an de hate êxistin pêvajoya sepandinê, kirûya kurd û pirsgirêkên ku bingehê jê digirin, bi belênayêkî re anî li ber hev: Ya xwekuştin, ya jî mercên jiyana nû di puxte û teşeyê de afirandin. Weke ku di mediyayê de hate şuxlandin, dema ku ez bi şêwaza “hate pakêtkirin” û radestê rêveberiya olîgarşîk a Tirkiyeyê hatim kirin, sistema hegamonîk a DYA’yê ku di hempayê cîhanê de bandordar e, min baştirîn dinasî û dizanibû ka çi dike. Encamên mayîna dixwaze mirî, dixwaze zindî di hundirê sîstema xwe de dihesibandin. DYA û olîgarşiya Yewnan îhtîmal nedidan ku ezê zêde bijîm. Bi teşeyê xwekuştin ango mirina cureyekî din pêwaber bûn ku, dibetiyeke hêzdar e. Di destpêkê de halên wan ê payînê jî, vê dipeyitandin. Dema ku ez radest kirim, çi temînatek nehatibû merckirin. Di nav helwesteke bi gotina gel “goşt jî, hestî jî yê te ye” de bûn. Hestên dijraberiyê ku him di nav rêxistinê de û him jî di nav gel de hatibû bilindkirin radeya jortirîn, nêzîkê wilfa xwekuştinê bû. PKK ku endamên xwe yên nêzîkê pênc hezarî, bi biryarmendiya xwekuştinê amade dikir, da ku berpêşê çalakiyê bike, rayagiştî ya Tirkiyeyê di demeke kurt de hatibû êxistin nav payîna îdam û înfazê. Çalakiyên xweşewitandinê berdewam dikirin. DYA û weke hevgirtiyên wê yên nêzîk Îsraîl û Yewnanistan, di vê qiyamet, alozî û geramola de, ku herî hindik bi deh salan biajo ya ji hev kuştinê bi întîharvarî ku Tirkiye biketanayê, di nav qonaxeke bi hîsên tolwergirtina îflasa aboriyê ve tijî, şensê serkeftina polîtîkayên xwe bilind didîtin. Her ku hîsên Kurd û miliyetgeriya şoven a Tirk rep dibûn, di dawiya kor nabosê de, ku jê derketin ne hêsan e, bi xwe bawer bûn ku her du alî jî bi wan ve bêne girêdan. Ji bilî girêdanê çi çare nedidîtin. Nedihate hizirandin ku polîtîkaya kevneşopî ya “parve bike-bi rê ve bibe” ango “kîvroşk bireve tajî bigire” encamê negire. Her wekî ev pêvajoya panzde salên dawî hemû delîlên vê polîtîkayê dabûn. Him Tirkiye û him jî Kurd pêl bi pêl ber bi milên sîstemê ve dihatine avêtin. Wekî din riya wan nemabû. Bi versiyonekî 1920’an de hatibû êxistin rojevê, wisa diyar dibû ku dihate xwestin careka din dîrok dubare bibe. Jixwe Îngilistan bi wê ezmûneya di wan salan de halê cangir ê kar bi xwe pîlan kiribû û disepand. Di hundirê wê hewldanê de bû ku, PKK’ê di bin serokiyeke nû de bi xwe ve girê bide, bi tevgereke miliyetgeriya Kurd a hevkarmend, pê ve girêdayî polîtîkayên 1920’an, di 1990’an de li ser İraqê bide sepandin. Rewşa ku İraq di 2003’yan de ketibû hundirê, bingehên hêzdar ên vê polîtîkayê nîşan didan. Di kesaniya min de Şêx Seîdiyek dihate leyiztandin. Wisa ku biryarê îdamê di 29’ê Pûşpera 1999’an de ku Şêx Seîd di vê mejûyê de hatiye îdamkirin, hatibû dayîn.

Li hember van rastînan min nekarîbû xwekuştinê bibijêrim. Li hember mercên ku hedana wan zor e, weke pêwîstiya bîraweriya Kemal Pîr’an rojiya mirinê, ne ku nehate hizirandin. Hê dema ku ez di firokê de bûm, beriya ku tiştekî biaxivim ezmûnekirina vê rêkê, ne ku nehate hişê min. Lê ji ber ku lîstoka ku dihate leyiztandin tam jî li benda vê ye û pêvajoyeke tolwergirtinê, ku ew mirovên lîstokê bileyizin dê di tariyê de bimînin, ew mirovên ku pêwîst e nemirin û nedine kuştin, de bimirin û hev bidin kuştin û belkî jî bandora wê teşeneyê sed salan bibe, li ba vê di nava gelên me yên ku xwedî çanda jiyaneke pevreyî ya hêzdar in, rastîna ku pêş bikeve, li ser min bi eşkereyî diçespandin ku mafê min ê bi hîs û janên tolwergirtina kesanî, dawî li xwe anînê nîn e. Trajediya min her çende ku jandar û nehatibe mafkirin be jî, diviyabû ku ji bo hindek nirxan hêza jiyanê raber bikim. A girîng ne rûmet û şanaza min a takekesiyê, hesabên nirxên sîstematîk nêzîkê rastiyê çêkirin û ger fersend hebe, çi ji dest tê derbasî jiyanê kirin bû. Biryarmendiya min a jiyanê bi xetên bingehîn bi vî teşeyî bi ser hev de dihat. Eşkere ye ku him di puxte û him jî teşeyê de, ew peywira xwe ji serî heyanî binî di ber çavan re derbaskirin û veguherînê dipayî. Jiyandina min, bi serkeftina vê peywirê ve girêdayî bû. Li dijî mercên zor ên girtîgehan, di vê heyamê de berxwedêriyên bimirinî rû didan. Tevî ku mercên min girantir bûn jî, ez di wê zanebûnê de bûm ku bi vî teşeyî derçûnekî li dar xistin, dê nebe rasteqîn û rastîn û encamê jî nede. Ez dihizirîm ku, rêxistin û gel ji bo rakirina ser piyan jî, dê nebe helwesteke rast. Nêzîkatiyên bi vî rengî, bi gor lîstoka ku hatiye hizirandin, serkutkirin hatiye pêşbînî kirin û erêyê dane. Tesfiyekirina hemû hêmanên zindî, pêwîstiyeke vê pîlanê bû. her ku polîtîkaya miliyetgeriya şoven a razber bidome, dê xwe paş ve nekişandibana, da ku her tiştî jê re bikin boraq. Miliyetgeriya Kurdên hoveber ên hevkarmend û xayînên PKK’ê destên xwe mis didan û li benda vê bûn. Di rewşa ku ez wisa nekim de, bi nêzîkatiyên mînanî “APO li ber xwe neda, radestê dewleta kûr bû” dê nêvengê îstîsmar bikirana. Diviya bû ku ez nebim haletê wan û fersendê bi wan nedim. Her wekî dilsozî bi pakrewanên rojiya mezin a 1982’yan Kemal Pîr û M. Xeyrî Dûrmûş di serî de, dîsa Mazlum Doxan û Ferhat’an di ciyê ku ez bizarî wan bikim; derçûneke rûmetdar û rasteqînîtir a jiyana azad ferman dikirin. Weke dumahîk, piştî ku biryarmendiya jiyanê misoger bû, dê minê wêrekî nîşanê pêvajoya veguherîna mezin dabaya. Di dîrokê de bi taybetî di çanda Rojhilata Navîn de, ev cure pêvajo bi mînakên veguherînê ve tijî ne. Ha weke Eyûb di hundirê şikeftekî de, ha weke Zerdeşt li serê çiyê te xwe kişandiye înziwa û çileyê, ha te xwe êxistiye girtîgeha yek kesîn a Îmralî; di puxteyê de çi cewazî nîn e. Pirsgirêk taybetmendiyên veguherînê pêşxistin e. Tevahî ezmûneyên min ên guherîn û pêşketinê hetanî ku taybetmendiyên têperandina wan neyê qezenckirin, saxlem û rast derketina min ji pêvajoya çileya mezin watedar nebiba. Layiqbûn ji nirxên ku bi êş û hêviyên mezintirîn pêk tên, di bin berpirsiyariya min de jî, dê bi vê pêkhatinê ve girêdayî biba. Di bingehê kesayetiya min a ku mijara gotînê ye de, dîtina takekes, sazî û sîstema ku jîrekatiya tê hilweşandin di hembêza xwe de hildigire, bi vê qîm nekirin, wê sîstemê têperandin û sîstema nû pêkanîn bû. Ger ez bi xetên bingehîn, bi mînakên teorîk û hindek sepandinê, di halê xetên stûr de vê pêvajoyê kurtase bikim:

 a- Beriya her tiştî taybetmendiyeke kesayetiya min a balkêş, di nexweşiya rewişt a sistematîk de ye. Hetanî ku ev sîstem neyê têperandin, xwe tim di hundirê qeyranê de peydakirina min, mijara gotinê ye. Bi demeke dirêj seranser û bi nirxên ku fikarê dihewînin jiyandin, weke encamekî xwezayî yê vê şikdar jiyana berevajiyê puxteya min, tim zor li min kirina lêgerînê mijara gotinê bû. Ev jî, em ji gerdûnê bigirin, heyanî misqaleke tozê her ku ji her tiştî re wate neyê dayîn, dihate wê wateyê ku dê karakter û xûyekî ku rihet nabe hilgire. Her ku min gihanekên tevahî jiyana xwe di ber çav re derbas dikirin, min vê babetê weke xeteke stûr didît.

Dema ku min, hema xwe di civaka malbat û gund de nas kir û nas nekir, bi pirsgirêka “a rast e çî ye” rû bi rû mam. Encam, şûna kevneşopiyên malbat û gund, bi pêjinkirina “zagonên min ên xweser” ku xeyalên min ên zaroktiyê lê barkirî bûn, jiyandin bû. Serhildaniya gund-malbatî ya tê zanîn, bi vê taybetmendiyê pêş ketibû. Her ku ber bi civak û bajêr ve vedibûm, rewş bêtir halekî jandar wergirt. Weke bîrdoziya giştî ya yekem, nola ku di piraniyê de tê dîtin hema olê hembêzkirin di min de jî derbirîna xwe peyda kir. Pêwîst e ez li xwe mûkir werim ku, di pêvajoyên seretayî, navîn û amadeyî de, jiyaneke hestyarî û mûmînî ku aliyê olî giraniya xwe didayê esas girtibûm. Lê li dibistana Enqereyê û tevgerbûna Dev-Gençê û teyisandinên miliyetgeriya Kurd, wê qeyrana ku bi min peyda dibû, dê kûrtirîn bikira. Hinek mamosteyên min, ev pêvajo hemû ferq kiribûn û hewldanên wan ên alîkarbûnê jî hebûn. Ji ber ku ya dihate jiyandin di asteke sîstematîk de bû, ev hewldan têr nedikirin. Nûjenbûna Tirkiyeya Kemalîst a di 1970’yan de, di pêvajoya sêtelkbûnê de bû. Ji aliyekî ve bêtir derçûnên radîkal ên çepgirî, ji aliyê din ve miliyetgeriya şoven û derçûnên siyasî yên bi giranî olî, weke her ciwanî min di bin bandorê hiştinê de, dê dereng nemaba. Bandorên klasîk Kemalîzmê sînordar mabûn. Weke ku di bin bandora rêbazên bîrdozî-polîtîk yên nû zorî dihate kişandin, min pêvajoya biryareke nû dijiya. Kurdayetî û şikdariya olî weke du kevneşopiyên req ku ji pey min naveqetin didomiyan. Arastebûna min ber bi bîrdoziya çepgiriyê ve jî, ne bi têperandina van kevneşopiyan, bi hêsanibûna têperandina maldelkirinê, dê binkeya min a şikdar kûrtirîn bikira. Qasî neketina miliyetgeriya Kurd, taybetmendiyên xwe yên olî jî, ber bi rêbazên siyasî yên olî ku nû pêş dikevin nekirin, weke ku girîng e, lê ne çareseriyeke bes bû. Ez ne di binkeyeke wisa de bûm ku dibistanê biqedînim û bi mamûrtiyeke piçûk têr bibim. Xwendina min ûnîversiteyê, ji bilî kirina pêlekanekê ji bo derçûna çepgirî, wateyekê dîtir hilnedigirt. Di heman demê de qonaxê, parçebûna çepgirî dijiya. Çalakî dest pê kiribûn. Rewişta min a çalakvaniyê, derveyî dahûrandina sîstemê, taybetmendiyekê ku ji aliyê min ve were nirxandin tunebû. Hewesên milîtantiyê têr nedikirin û ji bûna karîkatûrê bizariyekê wêdetir wateyê nedidêriyan. Di nav nêvenga çepgiriya heyî de, ji sempatîzanekî wêdetir nediçûm.

Valatiya ku tevgera 12’ê Adarê di çepê de dabû çêkirin, tevî ku qet ne amade bûm, min bi serokatiyeke ciwanî re rû bi rû hişt. Weke şûngehekî rêveber û serokê kiryarî yê Komelgeha Xwendekariya Bilind a Demokratîk a Enqereyê û şûngeha seroktiyê danî pêşiya min. Di berê de sempatizaniya min, li ser THKP ya ku aliyê wê yê siyasî giraniyê dida bû. THKO weke binkeyeke ku karibim rabikim nedihat. Lê dema ku bermayên sempatîzanên THKP di rêxistinkirina nû de nehevgirtî man, derçûnê di tevgereke çepgir ê Kurd de gerîn û bi xwe berpirsiyariya wê hildana ser xwe, bû jênerevînek. Dema ku di 1972-73’yan de ev biryanmendî misoger bû, yê din jî hewldana pratîk bû. Dema ku hun vê biryarmendiyê bidahûrînin, dê bêdîtin ku him Kurdayetî û him jî bingehê wê yê çepgiriyê dirûşmeyiya xetê ya giştî derbas nake. Dema ku ew qeyrana ku di radeya cîhanê de Marksîzm û çepgirî dijiya bê pêş çavan, dirûşmeyiyê têperandin, ne hêsan bû. Şûna ku di nêvengên teng de mijulbûn çêbibe, Tevgera Azadiya Kurd ku li ser xetên bingehîn pêbawer im, çendî ku weke serboriyekî xuya bike jî, çi fikara min tunebû ji berhemdariya encamê. Ji ber ku kirûya Kurd; ji azadiyê re weke axên ku hezar sal bi hesreta avê dimînin, bû. Bi vê çêtirdîtinê di serî de hevalên pir hêja weke Kemal Pîr û Heqî Karêr ku bi eslê xwe Tirk in bi kûranî bawer dikirin. Nijad rehên derçûna me bûn. Rêwîtiya ku me da çêkirin, dişibiya birêveçûna mûmînên bawermend. Tevahî zorî kişandinên li Rojhilata Navîn, nekarîbûn vê bingehê biguherînin. Ji aliyê din ve li hember helandina ku Ewropa diçespand jî, berxwedêrî pêk hat. Weke ku di navbera nêvenga lîstokên polîtîk a ku rewişta Rojhilata Navîn a feodal netêperandiye û nêvenga dilkêş û helandiner a Ewropayê bi demeke dirêj li ber xwe dan pêk hatiye, bi kûrahî veguherînekî jiyandin jî, nebûye mijara gotinê. Xeyalên me yên klasik, weke Vîetnam ango Kuba qet kêm nebûn. Dema ku Sovyet hilweşiya tevî hewldanên rexne-rexnedanê jî, em dûr bûn ji wergirtina nûbûna sîstematîk a ku heyamê bi serkeftin derbas dike. Her ku diçû teng dibûm, ev rastiyek bû. Lê bi hewldaneke rikoker, giramî nehate raberkirin ji wilfa radestbûna DYA, YE ango dewletên Rojhilata Navin. Xweser mayîn bêtir watedar û bi gor puxteya min dihat. Ber bi du hezaran ve, bêtir tevgera heyî û di vê bingehê de rûmetê parastin, yên din re guhnedayîn  ango di çemkeke çarenûsparêz-dogmatîk bi roj jimartinê derbas bû. Rasteqîna ku demxeya xwe li qonaxa min a dawî li Rojhilata Navîn da ev bû. Qet ne rihet bûm. Arastebûna min a ber bi azadiya jinê ve mijara gotinê bû. Belkî jî ezê karîbûma di vî coyê de derçûnekî peyda bikim. Ji ber ku weke navendeke ku ji ramanên nû re bêtir vekirî û afirandiner dixuya.

Bi gelemperî neçareserî û hilweşîna ku ramana çepgir di Sosyalîzma Pêkhatî ya Sovyetê de dijiya, girêdayibû bi valatiyên binyatê ve. A ku min jî dijiya, bi vê ve eleqedar bû. Sepandina li ser pirsgirêka Kurd encamên sînordar daye, lê aniye keviya hendefekî kûr jî. Çendî ku li hember ev cure sosyalîzmê, ji destpêkê ve birexnedarî nêzîkbûn çêbibe jî, em ji qesidandina veguherîneke rehdar dûr bûn. Metirsiya mezhebûna bêreh di xwe de dihewand. Ji hîmê dîrokê pêmenbûn, pêşbînîtiya dahatuyê bi pêxemberaneyî, êxistibû rewşa çemka olekî materyalîst ê bûye cîhanî. Min nedixwest bi rêbazên olî-siyasî ên feodalîzmê ku rojaneyî bûne û di keviya lîberalîzma nû ya kapîtalîzmê de bimeşim. Min, li ser pratîkeke trajîk ku bi jîrekatiyeke fikar û ziwabûnê ve rû bi rû maye û barkiriyê hestên ku pêş nakevin ve, li ser piyan mayînê tam vegerandibû şerekî rûmetê. Serkeftin û çareserî ji pratîk û pêşketinên ku ji sîstemê bên dihate payîn. Heçku her du navend jî, di pileya aloziyê de qeyranê dijiyan. Bi her awayî hatibû rewşeke kilîtbûnê. Lê weke ku xweza bêsekin diguhere, dê rasteqîna civakî biguheriya. Dê ji wan xalên ku xitimîne ber bi çareseriyê ve zorê lê bikira.

 b- Ji pêvajoya Îmralî re, di bingehê vê rasteqîniyê de hatin çêbû. Tevî ku beşeke dîrokî yê girîng hatibe afirandin jî, lê ji afirandina sîstema xwe dûr bû. Di wê rewşê de bû ku, ji hêla her aliyê ve weke kelûmelekî dikaribû bê bikarînandin. Hêzên dewleta Tirk ku lêpirsînê çêdikirin, weke ku tê hizirkirin ne ewqas paşdemayî bûn. Di wê ferqê de bûn ku, qasî kilîtbûnê, çareserî jî di min re derbas dibe. Li ba neketina nêzîkatiyeke bêteşe, min tam bi şerekî sîstemê re rû bi rû hiştin. Bi gotina wan, ez di rewşa çêkirina her tiştî de bûm. Ji aliyekî ve rast bû. Ji aliyê din ve jî, li hemberî hemû cîhanê bi serê xwe hatibûm hiştin. Di wê rewşa ku ez hatibûm êxistin navê, “dadweriya cîhana nû” xwe bi hemû tazitiya xwe ve nîşan dida. Bi taybet ez yekemîn boraqê gilobalîzma DYA’yê (nû) bûm. Di bingeh de dihate fêmkirin ku kirûyên Kurd-Tirk nirxekî bikaranîna jirêzê hildigirtin. Bi hemû aliyan ve nîşan dida ku, puxteya pirsgirêkê nakokiya Kurd-Tirk pêk nayê. Li rastê bû ku, em ji nakokiyên komên duyemîn û sêyemîn bûn. Netewperestî û çînayetiya teng, wan nakokiyan seranser diderbirandin. Nebûna me sîstem û mayîna me di nav dij-sîsteman de, şûngehekî ku nayê mandelkirin pêşan dikir. Hetanî dixwazî îdîa bike ku tu ji netewperestê bindest ango çînperestê ku keda wî tê xwarinê yî, pratîk ji bilî girtina di halê nêçîreke jirêzê ya dij-sîstemê wêdetir hilnedigirt. Heke sîstema ku tu dijî bi rehdarî di ber çavan re derbas nekî û alternatîfa wê pêş nexînî, li holê ye ku tuyê nikaribî vê şûngehê bitêperînî. Sîstema hegemonîk împeryal ku sîstema Sovyeta qirase bi kar aniye, dê bi hêsanî navenda têkilî û nakokiyên Kurd û Tirk bi kar anîbûya. Ku bi hemû marîfetên xwe wisa kiriye jî, li pêşberî te bû. Vê rewşê tenê bi dostan û PKK’ê ve rave kirin û têperandin, ne rasteqînî bû. Heta bi wan komplogerên ku tên xuyakirin ve girêdan jî, dê nebibûya raveyeke bes. Çendî ku dahûrandinên kurd, Tirk û Ereb werin çêkirin jî, dê rewş neyê têperandin. Hetanî ku ji vê xalê ber bi çareserkirina sîstema hegemonîk a cîhanê arastebûn pêk nehatibûyana, dê nekaribûya xwe rizgar bike, ji perpitandina di hundirê de. Rewşa min ji her aliyê ve çareserkirina sîstemê diçespand. Wisa çareseriyên jirêzê, parçeyî û heyam-şûnewar cuda na; çareseriyeke gerdûnî ya tevdeyî, bikûrî û bi her alî ve diçespand. Min xwe arasteyî ev cure hewldan û ponijandina ramanî kir. Hemû bigoşt û ran nebe jî, ez di wê baweriyê de me ku, min kakûtê sîstema xwe daye avakirin.

Bergeha min a gerdûnî, weke ku bi hêsanî têrî asta agahiya zanistî ya heyî dike, xwe gihandiye wê asta sewandî ku li hember çi pêşketinê şaşwaz nabe. Ez di wê rewşê de me ku, di diyalektîka jiyan-mirinê de hemû gihanekên pêşketinê dikarim şirove bikim û li hember wan bi wêrekî bisekinim. A ku min veguherandiye, tenê ne binkeya jîrekatiya zanistî ye, di dirêjahiya dîroka mirovayetiyê de hemû şêwazên weke mîtolojîk, olî, felsefîk û ramana zanistî ku hatine jiyandin, pêşketina wan diyalektîkî di nav hev de, min aniye halê qalibên hîmê jirêkatiya xwe. Mirov dikare ji vê re bibêje binkeya vaca saxlem. Di hundirê vê binkeya vacê de, li hember têgînên civak, xweza û gerdûnê qasî ku rewişta xwe ya şikdar têr bikim, min ewqas kûrbûn û rastbûniyê qezenc kiriye.

Ez di wê rewşê de me ku, min xwe ji binke û nexweşiya ramana ez-navend rizgar kiriye. Ji zaroktiyê pê ve bi têgînên herî xurt weke bav, qebîle, eşîr, netew, dewlet û hwd. nexweşiya xwe kirina yek û tekane kirin, di bingeh de lewaziya herî kûr a di derûniya mirov de peyda dibe teşkîl dikin. Belkî jî di cîhana zindeweriyan de mirov ku cureyê lawir ê qasî nikaribe bi serê xwe bijî herî lewaz e, vê lewaziya xwe bi bûna civak û bi vê civakbûnê jî, xwe weke komeke wê (malbat, xanedan, dewlet, netew, eşîr) di bin teşeyên wisa de tîne halê teyisandineke xwedayî dikir ezî û tekane. Di bingeh de yekxwedayî, di xwebûnê de sertarbûyîn û xwe veşartin mijara gotinê ye. Ji virê dest pê kiriye ta şêwaza firawn, herî dawî jî hetanî şêwaza DYA’yê di rewşa şaristaniyeke hêzdar de, xwe digihîne xurtbûna xwe ya tirsnak. Lewaziya mirov a bingehîn wisa dibersivîne. Tebî bi ev cure xwedayîkirinan nexweşî nayê têperandin. Tê gihandin giştîbûneke ku li hemû mirovayetiyê gef dixwe.

Qonaxên çîle kişandina mezin yên di çanda Rojhilata Navîn de, di puxteyê de ji bo şikênandina vê binkeyê ye û xwedî naverokeke herî dewlemend e. Dîroka têkoşîna civakiyê li Rojavayê gerîn, di bingeh de li hember puxteya me bêrêzdarî ye. Çanda Rojhilata Navîn ji hezaran cure têkoşînên civakî û hawîrdorî re nasdar e. Danehevên Rojava yên pênsed salên dawî weke Marks, Lenîn, Descartes û hwd. li hember vê çandê lewaz dimînin. Raserîbûyîna Rojavayê, ji ber bitimî û sîstemdarî sepandina ramana diyalektîk a rexneyî pêş ketiye. Tevî vê weke ku nexweşiya xwedibîniyê netêperandiye, ji bilî mirovayetiyê avêtina nav sîstemeke firawnbûna ku gelemperî bûye wêdetir neçûye. Heman takekes û dewleta rahîbên Sumer temsîl dike. Di bingeh de şaristaniya derewker û bixwîn netêperandiye. Tê fêmkirin ku sîstem, ji afirandina; ya bûna qulên yekxwedayî yên hatine nînkirin, ya jî mirovên ku bûne xwedayî wêdetir neçûye. Ez, di çareseriya xwe de, bi teşeyekî ku; şaristaniya Rojavayê jî tê de, dumendiya takekes û dewletê ku ji Sumeran pê ve tê, bûye çavkaniya hemû pirsgirêkan û ji deh salên dawî vir ve jî aloziyeke ku bêtir kûr dibe û dije, xwedî çemkekî me. Ev dumendî bi rengê ku wê nakokiya hîmî ya hemû avabûnên civakê yên aborî û bîrdozî digire cendereya xwe teşkîl dibe. Nakokî ji bûyîna serf-derebegî, kole-ezbenî, karker-patron wêdetir, di navbera hemû fermî sîstema şaristanî ya biçînayetî û her kes û her saziyê ku digire nav cendereya xwe de ye. Ji hemû pirsgirêkên çînî, hawîrdor, jin (zayendî) hetanî pirsgirêkên etnîk tev de, jêderka xwe ji nakokiya sîstemê digirin. Lê sosyalîteya ku xwediyê dewletê ye, tevî ku sîstema xwe ava kiriye, hemû binkeyên civakbûnê yên bi dewletê re di rewşa nakokiyê de ne, dûr in ji avakirina sîstemên xwe yên yekgirtî. Li hember taybetmendiyên yekgirtî yên dewletê ku her diçe bitimî û zêde dibin, yên ku pirsgirêkên mijara gotinê dijîn; him zora ku rû bi rû dimînin û him jî, bi rêka averêkirina bîrdozî ji gihandina binkeya ramana sîstematîk û saziyên civakî hatine pêmenkirin. Halê zanebûn û viyanê ku parçebûyî ye, nikare timîtî û tevdeyiya sazîtiyekê ava bike, tevî fedekariyên ku di dirêjahiya dîrokê de hatine pêşankirin, nekarîbûye sîstematîkbûnê pêk bîne. Bi piranî weke haletekî nakokiyên hundirê sosyalîteya dewletê, ji bikaranînê nikarin xwe rizgar bikin. Bi vî halî xwe, dewlet û sosyalîteya ku xwe disipêrê; dişibe li ser lingên lewaz gewdeya ku diwerime û serê dêwekî. Girêbayîbûneke civakî a rastîn tê jiyandin. Rastîna ku dê dewlet bi vî halê xwe nikaribe bimeşe, rê vekiriye ji hilperîna nû ya gilobal a DYA ku hêza motor a sîstemê ye. Ji ber ku ev ji hêla dijberên sîstemê ve nehate çareserkirin, di wê hewldanê de ye ku, di nav xwe de ber bi çaresiriyê ve here. Operasyona İraqê ya dawî ji vî aliyê ve, wateyekê diderbirîne. Çareserî peydakirina wê jî, şikbar e. Biponijîn tê gotûbêjkirin, ka sîstem di behremendiya vê de ye an na. Lê pêwîst e gotûbêja me vê derbas bike.

Di gotûbêja sîstemekî derveyî sîstema heyî de encamên ku ez gihîştimê; di hewldanên guherîn-veguherîna civakê de, divê hemû nêzîkatiyên dewletparêzî bên têperandin. Hemû binkeyên raman û tevgerê ku ber bi dewletê ve dibin, îdîaya wan çendî wekhevperestî û azadîxwaz be jî, nikarin xwe rizgar bikin ji afirandina encamên berevajî. Ezmûneya Sovyetê ya dawî mînakekî baş e. Hatiye peyitandin ku, sosyalîzma dewletparêz nabe. Bingehîn lewaziya Marksîzmê di vê rasteqînê de cî digire. Dîktatoriya çîna bindest jî tê de, her dewlet bi xwezayî di wê rewşê de ye ku, bi newekhevî û azadiyê ve bidawî dibe. Ji ber ku di vac û raçînka bingehîn a dewletê de ev rasteqîn esas e. Dewleta ku dike wekhev û azad, nabe. Lê ev nayê wê wateyê ku ji bo armanca wekhevî û azadiya sînordar qet tevkariyê çênake. Dikarin bi sengerî û qonaxî ev cure taybetmendiyan qezenc bikin. Lê ev taybetmendî eslî nîn in, di rewişteke demborî de ne. Her wiha sosyalîteya derveyê dewletê, peywira xwe ya pêkînandina avabûnên jîrekatî û siyasî yên guncavê xwe heye. Çendî ku di dirêjahiya dîrokê de gelek gavên mezhebî û etnîk hatine avêtin jî, eşkere ye ku negihîştine sîstemekê. Hemû tevgerên bindestan ên di çerxa koledar, feodal û kapîtalîst de pêk hatine, tevî ku ezmûneyên mezintirîn jiyane jî, negihîştine kevneşopiyên sîstematîk ên her ku diçin xwe biponijîn bisazbûnî dikin. Ên ku hene jî, di şûngeheke parçeyî û mûzeyî de ne. Tevî vê yekê berpêşkirina îdîayeke mînanî ku hemû mirovayetî ji hêla sosyalîteya dewletê ve tê daqurtandin û qet berhemek ji kevneşopiyê nemaye, dê bibe subjektivîzm. Dê bê wateya ketina nav nepixandineke zêde û piçûkirinê. Rasteqînî hindek cewaztir e.

Hemû bindest, ji berqefa çiya û daristanê heta qebîleya çolê, ji kole heta karker, ji bindestê zayendê heta hawîrparêz, hetanî tewqtewqîbûna zarok, ciwan û pîr ji bo lêgerîna sêstemeke yekgirtî, qasî ku bi çi qonaxê re neyê berawirdkirin pêdivî heye. Pêwîst e neyê ketin jîrekatî û azîneyên siyasî-leşkerî yê dewletê û ber bi wan sînoran ve neyê bazdan, bi gora xwezaya xwe avabûnên him jîrekatî û him jî politîk pêk bînin. Pêwîst e di vê bingehê de dîrok û kevneşopî bi hewldanên lêkolîn, dana zanebûnkirin û vac qezenckirinê, Kordînasyonên Civaka Demokratîk-Ekolojîk ya herî fireh pêk bînin. Bi çepgiriya klasîk û qalibên lîberal wextê qet nedana xerçkirin, ji aliyê berhemdarî û tûşînebûna tewişandinên vala ve girîng e.  

Ji mirovayetiyê li dijî qeyrana sîstema gilobal, tevgera demokratîk-ekolojîk a gilobal her ku diçe acîliyetê qezenc dike. Weke teşeyên têkoşînê mînanî di qonaxa çepgiriya klasîk de qasî bi dewletê re neketina nava pevçûnê, ber bi dewletê ve nebazdan jî, xwedî hêjayiyeke rêgezî ye. Ne bi dewletê re ketina nav pêvçûniyê û heta ne wê rûxandin, ne jî bi dewletê re pirsgirêk tên çareserkirin. Berevajî formûla çiqas dewlet ewqas pirsgirêk, çiqas hindik dewlet ewqas zêde çareserî bêtir rasteqînî ye. Ji dewletê dûr sekinandin pêwîst bike, di hewldanên civaka demokratîk-ekolojîk de ji lihevhatineke sînordar wêdetir neçûyîn, girîngiyeke mezin hildigire. Di îflaskirina hewldanên sosyalîzmê ên 150 salên dawî de, nêzîkatiyên dewletê roleke diyarker leyiztine. Mirin û hewldanên keda dilêrên bi milyonan, ji ber vê koritiya bîrdozî û siyasî, di encamê de nikaribûne xwe rizgar bikin, ji xizmetkirina emperyalîzmê. Gelek tevgerên netew û çînên bindest bûne boraqê nêzîkatiyên bi vî awayî. Tevgera xizanan ku li dijî împaratoriya Romaya 500 salane li ber xwe didan, dema ku li dijî dewleta Xiristantiyê derketine, çilvirîne û nikarîbûne xwe rizgar bikin, ji çûyîna engisîzyonê. Ji Zerdeşt heta Manî, ji Nuh heta Birahîm û Mihemed amrazên çareseriyê her ku rast ber bi dewleta rahîbên Sumer ve bazdane, wê îdîaya xwe ya rizgarkirina mirovayetiyê bi şêran dana xwarinê wêdetir neçûne. Ev nêzîkatî, bi şêwaza Lenînîst, biriye damezrandina xirabkariya dewleteke împeryalîst û dîktatoriya proleter. Rewşa ku Lenînîzm jî ketiyê heman e. Mao û yên dîtir jî heman kevneşopiyê parve dikin.

Lêgerîna demokratîk-ekolojîk a nû, ji komên vebir çîn, netew û dewletê dest pê nake. Hêviyên xwe tenê ber bi dahatûyê ve naveguhêze. Xwe nasipêre baweriyeke raborî ya hişk jî. Pêwîst e bi gor rêgeza mezin “dîrok û kevneşopî çi be, roja me ya îroyîn û dahatû jî ew e” ramandin û tevgerînê bizanibe. TU DÎROK Û KEVNEŞOPİYÊ ÇİQAS RAST ZANİBÎ, ROJA ME YA ÎROYÎN Û DAHATÛYÊ, KU TE VÊ DÎROKÊ Bİ XWE NAVXWEYÎKİRİN DA, QASÎ KU TU LÊ ZÊDE BİKÎ DİKARÎ BİGUHERÎNÎ Û VEGUHERÎNÎ. Zêr rêpîvana guherîn û şoreşê, ji sepandina vê formûla bi tîpên girdek derbas dibe.

Ên din nasîn, di veguherîna jîrekatiyê de nêzîkatiyeke rêgezî ya din a girîng diderbirîne. Firawnbûyîn; wate xwe xistina şûna dewlet û xwedê, puxteya hemû nexweşiyên siyasî ye. Û dihêle ku yên li hember xwe piçûk û qul bibînî. Di roja me ya îroyîn de ev nexweşî, ji qonaxa Nemrûd û Firawnan ne kêmtir tê jiyandin. Her wiha yên din weke qul û hebûniyeke bêbandor na, weke hêmanekî diyalektîk wekhev û azad dîtinê pêwîst dike. Ji xweza, hawîrdorê re weke hebûniyên bêhiş ên vala na, weke hebûniyên bi gora ahenga zagonên gerdûnî dijîn û di nav pîrozmendiya çerxa pêşîn de dîtinê pêwîst dike.

Li ba van komên civakî weke zayendî, jin, zarok, pîr û kal; çîn, ol û terîqat ku şaristaniya bixwîn aniye halê ji navê nayê derketin, bi heman perspektîfa jîrekatiyê nêzîkatiyeke nû û peşxistiner esas digire.

Di çalakî û rêxistinbûnê de derveyî parastina rewa ya bêgavî serî li zorê nade. Raperînên mezin weke azîneyê nabijêre. Çendî ku vê bi tevde red nake jî, weke esasî teşeyên civaka ku bi zanebûnê ve tijî ne, esas digire. Çiqas hêza hiş û hestê, ewqas jî bi gor hêza civak û tevgerê girêdayî mayîn esas e. Hişê ku xwe nasipêre hestê, weke bermaya stemkar a sosyalîteya dewletparêziyê dihesibîne. Ji jîriya jinê re ku bi hestê ve barkirî ye, hêjayiyeke dahûrîner û pîroz dide. Ji xeyalên zarokan re qasi ramanên hişmendan biwatedarî nêzîk dibe. Ji ezmûneyên pîr û kalan re timî birêzdarî nêzîk dibe. Di çi qonaxa jiyanê de dev ji çoşa ciwanan bernade. Ê baş e xweşik e. Ê xweşik e baş e. Jîriya herî pêşketî û têgînên ku hatine darijtin, puxteya xweşiktiyê pêk tînin. Vê nêzîkatiya rêgezî esas digire. Weke bi çoşa pêwist dike nêzîkê jiyanê dibe, mirinê weke bedêlê jiyanê dibîne û bi tirseke ne di cî de pêşwazî nake. Çendî ku alîgirê jiyaneke watedar e, ewqas jî dijberê mirineke bêwate ye. Ji mirinê re tenê kengê ku bibe pêwîstiya jiyaneke watedar, bi wêrekî sing vedike.

Xetên bingehîn ên veguherîna sîstema bîrdozî wisa formûle kirin gengaz e. Bêguman ev paradîgmaya nû, ji niha şûn de ji jiyanê re bi dîtina zagonên gerdûn, xweza û civakê, tê wateya bikûrtirîn nihêrtin û jiyandinê.

c- Dema ku bi paradîgmaya nû li kirûyan tê nihêrtin, ferqeke mezin dîtin gengaz e. Hêza gotinê ku asta dirûşme û şematîkê derbas nekiriye, pir wenda kiriye, jiyana pratîk ber bi jixweberiyê ve şemitiye û seknekî sekan û bêwate radixist holê. Hema di her nêrînekî cîhanê de veguherînên ku rê dane vekirin ji veguhertinan re, manendekî wê mijara gotinê ye. Gelek pêşketinên ku jîrekatiya berê wate nedidayê, mînanî bapeşkê bi ser cîhana min a ramanê de dibariyan. Di şûna vaca ziwa ku asta hesta wê ketiye ango pêş neketiye, diyalektîka di navbera gotin, wate û kirûyê de cîhaneke pir candar pêşkeş dikir. Hema hema hişekî keviran jî heye, pir hêdî be jî, ev hiş bi gor taybetmendiyên zagonê dimeşiya. Cewazî û girêdanên di navbeyna xweza û civakê de peroşmendiyeke mezin dida. Dîroka gerdûnê ku tê hizirkirin 20 mîlyar e, di mirov de çavdêrîkirin, di bingeh de îzafiyeta temênê 60-70 salane dadixist rastê. Di şûna ev cure dem jimertinan de, ya ku girîng e dema wateyê ye, çendî ku tu tê bigihîjî tu ewqas dijî, encamekî wisa derxistin dibû gengaz. Bi vê paradîgmayê li kû derê û li kîjan kirûyê çi demê bê nihêrtin, dewlemendiyeke mezin a wateyê dianî. Mezinbûyîneke ku bi bergehên berê ve nayê berawirdkirin hildigirt. Êdî di navbera roja me ya îroyîn û dîrokê de, dîrok û dahatûyê de pêwendî avakirin rasteqînîtir bû. Ji dîrokê bi qutbûnê re dê çi tiştek rast neyê pênasekirin û her wiha eşkere ye ku veguherîneke saxlemî neyê dîtin. Dîrok tenê ne awêneyeke zendeyî, ew rasteqîna ku em dijîn bi xwe ye. Bi safî dihate têgihîştin ku, kevnê bi hêsanî redkirin, dê were wateya wendakirina rastînê, her tiştî ji dahatuyê re veşartin jî, dê were wateya rasteqîna ku tê jiyandin terkeserê xeyalan kirinê. Di navbeyna doh-îro-dahatûyê de qonax û demeke pir dirêj ku nîn e, ger hebe jî nayê wateya guhertineke mezin, vê dîtin bêtir rasteqînî û li hember qasa ku tê jiyandin rêzdarîbûnê diçespand.

Guhertineke ramanê ya girîng jî, ku paradîgmayê jê re rê daye vekirin, xwe noqandina ûtopyayên şaristanî û dewlet binavenda Ewropayê înandina azadiyê bila li virê bimîne, rêzdariya li hember xwe jî dida wendakirin. Gelek nirxên ku tên jiyandin serûbin dibin, berevajî vaceke rastbûnê pêş diket. Hemû behremendiyên mirovî; ber bi têgîn û doktrînên ku di bingeh de ewropa demxeya xwe lê dixînê û dewlet jî dibe navenda rakêşê, ne pêşketin û qezenckirina azadiyê bû. Dihate wateya di serî de kevneşopiya civaka xwe piçûk dîtin û ji destpêkê pê ve ketina şûngeheke radestbûnê bû. Cewaziya şaristaniyan nedîtin, hêza puxteyî wendakirin, di şûna sentezê de ya ber bi dijbertî, ya jî ber bi mehkûmbûnê ve dibir. Li ser bingehê paradîgmaya nû bi şaristaniya Ewropayê re li sentezê gerîn, qasî rakêşeya dewleta vebir, bi neketina berevajiyê wê, avakirina modelên aborî yên siyasî û civakî gengaz bû. Ji Ewropa û ji ramana dewlet binavendê qutbûn, weke ku ne dawiya her tiştî ye, rê vedikir ji pêvajoyeke afirandineriya nû re.

Dema ku em bi vê jîrêkatiyê li pirsgirêkên siyaset û netewî yên dohi binêrin, derdikeve holê ka çiqas tengmayîn çêbûye. Têgînên civakî yên mînanî dewletparêzî, netewayetî, şer, çîn û partî weke ku zêde ne rasteqînî ne, dihate dîtin ku ji nêzîkatiyên giran ên dogmatîk re rê didane vekirin. Têgîn, dihate êxistin şûna jiyan û rastînê, lewra dikaribûne bibin metirsîdar. Di cîhana siyaset û pirsgirêkên netewî de bêtir rasteqînîbûn gengaz e û dikaribû rêkên wê bêne peydakirin. Rastîn, ne ji reş û spiyê pêk tê, guhertina rengên bêdawî di xwe de dihewand.

Me, azweriyên xwe yên azadiya mezin ku dispartin amrazê şaristaniya bixwîn û têgînên demagojîk, di encamê de em diketin rewşa li wan xiyanet kirinê. Azadî, bi qasî armancê paqijiya amrazan jî pêwîst dike. Şaristaniya hiyerarşîk û bibingeh çînî, û pergalên dewletê ber bi bikaranîna yên bindest û keda wan tê xwarin ve vekirin, çilvirîn û tebeqeyeke nû ya serdest-kedxwar derdixîne rastê. Ji vemirandina dewletê re na, bêtir harbûyînê re rê vedike. Têgînên weke dîktatoriya proletarya, sosyal dewlet û hwd. ku weke amrazên teretûre û xapandinê ne, ji pratîka wan welêtên ku hatine ezmûnekirin di radeyeke bes de derketine eşkeretiyê.

Nexwe partî û tevgeran bi armanca dewletê avakirin guncavbûna bi armancên min re bila li wirê bimîne, berevajîbûna wê mijara gotinê bû. Min, qutbûna herî bingehîn di vê rêgezê de dabû çêkirin. Dîsa li têgînên weke netew, çîn, gel, demokrasî di nav pîvanên saxlem hatine pênasekirîn de nihêrtin, diviyabû bibûya esasê vaca bingehîn. Di halê dî de têgînên razber ku hetanî “xwedê” diçin, mehkûmê wan bûyîn jênerevîn bû. Jîrekatiya dogmatîk a mirovê Rojhilata Navîn ku bi van têgîinan ve bêtir barkirî ye, ew aniye halê meşendinerê pratîkeke kor ku qet ji afirandineriyê re rê venake. Ew şerên ku dawî li wan nayên ên ol, xanedan û etnîk ji nêzîkê ve pêwendîdariya xwe bi vê jîrekatiyê ve heye. Di puxteyê de ev, veşartina zêde berhem û destdanîna nirxê bû. A rast paradîgmaya nû bi siyaset, rêxistin û şêwaza çalakiyê bi heman afirandineriyê pêşxistin bû. Rast teorî û bernameyê daxistina rastê ne bes e. Şertê xeta rêxistin û çalakiyên ku wan vala dernexîne bi hendazetiyeke mezin bijartinê jî heye.

Çareseriyên ku bêne peydakirin, pêwîst e li derveyê sîstema hegamonîk a kapîtalîzmê bin, nekevin rêveberiya dewleta wê, di bersivdayînên bi heman devê li dijî çîne çîn, li dijî zorê zor de peyda nebin û nekevin têgînên dafikî, bê pêşxistin. Pêşxistina çareseriyê li derveyê sîstema nayê wateya lêkirina dîwarên Berlîna nû. Ne wateya pevçûneke kor, ne jî dema ku hêza wê têrî neke di navê de helandin. Di helwesta hember dewletê de jî; ya wê ji bo armancên xwe hilweşandin, ya jî ji bo biserdegirtina parçeyekî wê nayê armanckirin. Ji dewletê dûr sekinandin û dema ku merc guncav bûn, lihevkirinên demborî yên ku sînorên wan hatine pîvandinê zanîn, ji pêwîstekên jiyana demokratîk in. Têkoşîna civakî ya 150 salên dawî û sosyalîzm ku rê vekirine ji encamên nehatine mafkirin re, ev yek ji nêzîkî ve pêwendîdar e bi nêzîkatiya çewt ji pirsgirêka dewletê re. Siyaseta derveyê dewletê; di çemka demokrasiyê de nûbûyînên girîng pêwîst dike. Demokrasî ku bi avabûna ji viyana çîn û koman qîm nake, têgihîştin bi peywirên mînanî birêvebirin û veguhertina hevsenga hêzên hegemonîk û yên keda wan tê xwarinê û di pratîkê de jî, bi şêwazeke milîtantî ya ku di temsîlê de cudahiyê napejirîne, pêdivî nîşan dide. Her ku rewayiyê pêş dixîne, qasî ahenga zagoniyê wê, zanîna têperandina dij-demokratîk jî girîngiyeke mezin hildigire. Demokrasî polîtîk sîstemek e ku, hemû hêzên civakê pirsgirêkên xwe tê de derdixînin holê û jê re li çareseriyê digerin, divê ev tim li pêş bê girtin. Di demokrasiyê de pirsgirêkeke ku neyê çareserkirin nîn e. Lê bi şertê ku bi esasên felsefa bingehîn, rêpîvan û afirandineriya wê ve girêdayî mayîn çêbibe û ev dê hêza çareseriyê derxîne holê. Pêwîst e baş bê zanîn ku, demokrasî çandeke ronakbîr a rişt pêwîst dike û bi azîneyên fersendkar û demagojîk neyê bikarînandin. Di heman demê de, di demokrasiyê de pirsgirêkên “tabû”yê nîn in. Heta pirsgirêkên weke herî tabûyê tên dîtin, jehrkuja wan demokrasî ye. Babeteke din ê girîng jî; em nikarin demokrasiyê weke amrazên çîn, netew, komên etnîk ango olî binirxînin. Rejîmekî siyasî ye ku, li hêzê nanihêre û her kom xwedî mafê raderbîrîna azad e. Ger di pênaseya demokrasiyê de lihevkirin neyê çêkirin, di hundirê welat, dewlet ango civatekî de, bi azîneyên demokratîk ji pirsgirêkan re çareserî peydakirin weke zor e, dê nêvengê biçilvirîne û ji demagojiyekê re bihêle.

Parçeyê herî girîng yê veguherîna jîrekatiyê, di rejîma demokrasiyê de avakirina biryarmendiyê ye. Bêguman wekî din jî rejîmên çareseriyê hene. Şer û raperînên biwergir jî dikarin ji çareserkirina pirsgirêkan re xizmeteke girîng çêbikin. Min vê yekê di raboriyê de ezmûne kir. Lê bi rastî jî ev azîne, ji rewişta min ya herî dûr e. Gelşa ku mijara gotinê ye, ka dê bi hêzeke bêteşe ango bi hêza vac û têgihanê çêbibe ve pêwendîdar e. Berevajiyê ku tê hizirkirin, ê ku hêzê dide tevgera artêş û raperînan na, hêza demokrasiyê ya ku bi têgihanê ve barkirî ye. Ên ku vê hêzê diafirînin qezenckirina wan nayê astengkirin. Di dahûrandina dawî de ya ku rê vekiriye ji DYA’yê re ku weke raserî derkeve (di nav hêzên hegemonîk de) ew hêza zemîna demokratîk a ku ji berê maye bûye. Hêza bêteşe a Sovyetan ji ya DYA’yê ne kêmtir bû. Bêyî ku şer bike ku wenda kir, di vê yekê de kartêkerê bingehîn ji demokrasiyê qet nefêmkirin bû. Di cîhanê de, ji gelêk hêzên gel re ya ku dide wendakirin, di puxteyê de nepêşxistina demokrasiya xwe ye. Ez, di vê mijarê de, di nava tam safîbûn û biryarmendiyê de me. Ez dikarim destnîşan bikim ku, dema ez ber bi alozî û çareseriya kirûya Kurd ve araste bûm, şikdariya berê li paş hiştibûm û min xwe di nava binkeyeke bi xwe bawer de daye nûkirin û aniye rewşa afirandiner. 

d- Li Rojhilata Navîn civak; navenda siyaset û leşkerî di serî de, di qonaxeke ji nû ve avakirina dirokê de derbas dibe. Di veguherînên civakî de taybetmendiyên diyalektîk, di bingehê zagonan de pêk tên. Guhertinên ku bi teşeyên danehevên çendayetî yên demdirêj; bi destdayîna mercên hundir û derve ango li dijî bêgaviyê di gihanekeke çonayetiyê de bêtir lezgîniyê werdigirin û weke ku hatibin halê cudabûnê diteqin. Ji van pêvajoyan re heyama şoreşê jî tê gotin.

Mûdaxeleya DYA’yê ya li ser İraqê, tenê bi petrol û ewlekariya Îsraîlê ve girêdan nêzîkatiyeke teng e. Weke sîstema hegemon a cîhanê ji aliyê pêdivî û zorlêdayînên hundirê sîstemê, ku rehdar û demdirêj e nirxandin, bêtir rasteqînî ye. Weke hêzeke motor a sîstema kapîtalîst a cîhanê berpirsiyariyê radibihîse, ji kû derê re, çi demê mûdaxele ango operasyon lidarxistin pêwîst dike, wisa tev digire. Divê ev rasteqîn zêde neyê lomandin. Ji roja ku sîstemên împeryal derketine bi vî awayî libat û tevgeran pêşan dikin. Yekem hêza împeryalîst ku dîrokê de tê zanîn, çi rewşeke sosret e ku, li İraqa îro, di qonaxa Aqad a Sumeran de ava bûye û di dema qiral Sargon de derbasî êrîşê bûye. Her wekî bi rengê împaratorên yekem û dawî Sargon (Wek siya wî ya lewaz Saddam) û Bush, li jêderka mezin, weke ku dawî dubareya komîk a tirajediyên mezin ên dîrokî (yekem qirkirin û talanên mirovî yên bipîlan) dileyizin.

A ku pêwîst dike, wergir, armanc û encamên dibetî yên van mûdaxeleyên sîstema împeryalîst a post-modern rast pêderxistin e. Di serê peywirên ew hêzên Rojhilata Navîn ku berpirsiyariyê bi xwe radibihîsin de; bi gor van dahûrandin û dînamîkên puxteyî babeta ka dê bersivên çawa bidine avakirin tê. Pêwîst e em vê baş bizanibin ku, her sîstemeke hegemon a cîhanê xwe disipêre binkeya civakî ya sereke û hêzên wê yên temsîlkariyê. Ev sîstem di dirêjahiya çerxan de, bi naverokeke bêjimar erenî û neyinî hilperînên teşenebûyîn, dagirkirin û metîngehkirinê pêk anîne. Bi vî awayî sîstema raser û sereke karibûye xwe teşene bike û were halê sîstemeke cîhanê. “Çerxa neolîtîk” weke ku di dîrokê de şoreşa yekem û mezin a mirovayetiyê ye, jêderka ku jê derketiye, ji quntara kevana hundir a rêzeçiyayên Toros-Zagrosa îroyîn, di teşenebûyîna hemû cîhanê de behremendiyê pêşan kiriye. B.Z. 7000’an pê ve di halê bermayê de weke teşeyekî teşenebûna erênî didome. B.Z di 5000’an de ber bi kortala Dîcle-Ferat a jêrîn ve, di 4000 hezaran de li keviyên Nîlê, di 3000 hezaran de li keviyên Pencabê, di 2000 hezaran de li keviyên ewropayê û li Çînê jî li keviyên Çemê Zer teşene bûye. Li parzemîna Amerîkayê dereng teşene bûye.

Şaristinayên civaka biçînayetî yên Sumer û Misirê ku di vî bingehî de derketine holê, weke sîstemên serdest, hetanî qonaxên Girek-Romayê di hempaya cîhanê de teşenebûnê kûr kirine û domandine. Împeryalîzma koledar li ser vê yekem rêçê qonaxa Helen û Latîn Romayê di hempaya cîhanê de bêtir kûr kirine, di vî bingehî de teşene bûne û guhertin û pêşketinên biwergir bi xwe re anîne. Di qonaxa şaristaniya feodal de, li ser vê wergira ku bêtir hatiye pêşxistin, di bin motîfên Îslam û Xiristiyantiyê de, di gîhanekeke nû de teşenebûna sîstemê hatiye domandin. Ev teşenebûn hemû, ya ku dawiyê xwe bi ser qonaxên dagirkirin û mêtîngehkirinê de girtiye, şaristaniya kapîtalîst û teşenebûn û dagirkirina împeryalîst-mêtîngeriyê ye. Ev sîstema dawî ku di 1500’an de dest pê kiriye, di roja me ya îroyîn de, di bin seroktiya DYA’yê de, di bingehê zanistî û teknîka herî pêşketî ya cîhanê de, yek malbateke ku neketibê nehiştiye û bandordariya xwe didomîne.

Ev teşenebûn, dagirkirin û mêtîngehkirin; bi rizamendiya dil a hêsanî nehatiye birêvebirin, bi piranî tenê karibûne bi artêş û şerên êş û xwînê pêk bînin. Ji aliyê din ve sîstema serdest a cîhanê, tenê weke hêzekî împeryalîst, dagirkirin û mêtîngeriyê nirxandin çewt e. Ji ber ku ev sîstem hêza xwe peyitandine, egera taybetmendiyê beramberiya hilberîna aborî ya berhemdar û di bingehê de zanistî-teknîka nû, xwedî teşenebûna raserî ne. Jixwe bi piranî şaristanî û çerx wisa pêk hatine. Bêguman ji van pêvajoyan re, ji aliyekî ve bi berxwedêriyên mafdar ên pîroz bersivên hişmendiyê hatine dayîn, ji aliyê din ve jî, tuwêja mirovayetiya ku bindest e û keda wê tê xwarin dane avakirin û ji bo her cure pêdiviya sîstemê amade hiştine.

Ev dîroka ku di roja îroyîn de tê jiyandin, ku tijî êş û bikedxwarî ye, teşeyê post-modern e. Gelek hişmend himhizir in ku sîstema kapîtalîst aloziya xwe ya herî kûr dije. Qonaxa ku nêzî sîstema nû ye, tê jiyandin. Sîstema kapîtalîst ku pîr bêwate bûye û yekem car di pêvajoya têperandinê de ye, ji hêla hêzên ronakbîr û ronîdarkirinê ve bi ponijîn tê gotûbêjkirin. Di kirûya YE’yê de mafên mirovan û demokrasî asteke rêgezî qezenc kiriye û aliyên nû yên dîrokî di nav xwe de peyda dike. Eleqeya ekolojiyê, zanistiyek e ku her diçe zêde dibe û di veguherînên civakî de jî, bi rengekî ku nayê pavçavkirin tê rewşa hêza sepandinê. Di radeya cîhanê de yên ku bilind dibin nirxên bingehîn û hevpar, mafên mirovan û demokrasî ye.

Şoreş jî tê de, di her cure veguherînên civakî de azîneyên siyaseta demokratîk rewşa pêşikiyê qezenc kirine. Azîneyên zorê, êdî bi avêtina zibildanka dîrokê ve rû bi rû mane. Azîneyên “terorê” yên him dewlet û him jî binkeyên jêr, her roja ku diçe ji hêla mirovayetiyê ve bêtir bertekê kom dikin û tûşî tecrîdê tên. Mafên parastina rewa yên takekes û civatan, teşeyên şer û serhildanan jî tê de, di hiqûqa NY (Netewen Yekbûyî) û gerdûnî de ciyê xwe peyda dike. Derveyî vê her cure şîdet ji hêla hemû dewletên cîhanê ve têne redkirin. Mafên aborî, civakî, çandî, siyasî û çarenûsa xwe bi azadî diyarkirina gelan ji hêla NY ve hatiye gihandin bo statûyeke zagonî.

Di dîrokê de yekem car di navbera sîstema hegemon û dijberên wê de, di mijarên mafên mirovan, demokrasî û ekolojiyê de lihevkirineke fireh hatiye avakirin. Çendî ku hêza meşandinê sînordar be jî, berteka rayagiştî ku her diçe zêde dibe û zorî lê dike da ku hemû hêzên civakî ber bi vê lihevkirinê ve biçin. Ev yek di dagirkirina dawî ya İraqê de eşkere derkete holê.

Ev çarçoveya kurt ku hate xêzkirin jî, li ser axên Mezopotamiya Jêrîn ku dîroka mirovayetiyê aj daye, nîşan dide ku têketina pêvajoyeke “Helenbûyîn” a nû pêk hatiye. Bêguman ev dişibe wê Helenbûyîna ku bi seroktiya Îskender di B.Z. 330’yan de pêk hatiye. Lê di navbera puxte û teşeyê de cewaziyên mezin hene. Lê yekîneyên DYA’yê ku mînanî yekîneyên Îskender (Falanj) ku dikevine Babîlê, ketine Bexdayê nikare bê mandelkirin û ev manendiyeke balkêş e. A bêtir girîng jî, ew senteza mezintirîn a Rojhilat û Rojavayê ye ku, ji hêla yekem hilperîna Rojavayê ve hatiye afirandin. Ew çanda ku bermayên xwe yên rewneq hê jî li gelek navêndên erdnîgariya me (Zeûgma, Nemrûd, Palmîra di serî de) pêşan dikin, çêbûnên çanda Dîcle û Ferat a zayînok in. Li pişt yekîneyên leşkerî yên DYA’yê hilperîna herî xurt a dîroka nizilanê ya çanda Rojavayê ku herî hindik 200 salane ye, mijara gotinê ye. Tevî ku ev çand ji hêla civaka herêmê ve tê nasîn jî, lê ji herzkirina weke ku heyî ye dûr e.

Di vê gîhanekê de pirsgirêka bingehîn, çanda Rojhilat û Rojavayê dê karibin hêza “Helenbûyînê” nîşan bidin an na. Ji aliyekî ve hilperîna şîdeta zêde ya rastgiriya DYA û Îsraîl, ji aliyê din ve ew hêmanên şîdetê ku civakeke îslamî armanc dikin, de ka karibin roleke dahûrîner bileyizin, weke gengaziyekê xuya nake. Lê rastînek e ku, ew avabûnên piştî şerê cîhana 1. pêk hatibûn, ji hêla DYA û Îngilistanê ve tê xwestin bê têperandin. Di civaka Rojhilata Navîn de avabûnên siyasî û leşkerî yên peyda ne û xwe disipêrin nêzîkê çerxekê, bi giştî berhemên kapîtalîzm û bi taybet jî yên împeryalîzma Îngilistanê ne. Nizilandina çanda Rojavayê ku ev 200 sal in didome, di qonaxa nû de dixwaze wan avabûnên siyasî û leşkerî ku kevnare bûne û nikarin bersivê bidin pêdiviyên sîstemê, ji nû ve di rasteriya “demokrasiyê” de tûşî avakariyekê bike. Di herêmê de, li hember vê daxwazê berxwedana çînên hevkarmend ên kapîtalîst nikare bibe mijara gotinê. Hêzên netewî yên dewletparêz ji bilî demokratîkbûnê, wilfên wan ên serxwebûnxwaziyê jî zêde nexwedî şensê pêkanînê ne. Di kesaniya Saddam de, ger sipêrtina xwe ji împeryalîzmê vekişînin, dê çawa bên rûxandin, him jî pir bikenokî û weke mînakekî ji bo ku bibe zende dê ev kar çawa pêk were, ji bo herêmê hatiye pêşankirin. Hilperîna DYA û Îngilîzan di kesaniya İraqê de, ji bo hemû avakariyên herêmê yên siyasî û leşkerî weke mînakekî çareseriyê tê pêşkeşkirin û tê çespandin ku hemû hêz ezmûneyên pêwîst in jê derxînin. Ji bo Sûriye û Îranê şiyarî, ji bo Tirkiyeyê jî rexne, pêwîst e di bin vê perspektîfê de bê nirxandin.

Ev nêzîkatî bi serê xwe were destgirtin çendî ku weke çespandina radestiyê xuya bike jî, di puxteyê de derfetekî lihevkirina fireh di hundirê xwe de peyda dike. Ger hêzên herêmê şûna ku behremendiya vê lihevkirinê nîşan bidin, di binkeyên xwe yên kevin de pîkolî û yek jî şîdeta dijber destek bikin, dê aqûbet bibe mînanî İraqê. Lê di herêmê de, dê mêtîngertiya sedsala 19. neyê pêşxistin û rejîmên qiral û tîraniya nû (çendî ku DYA û Îngilistan weke vebijartekekî bixwaze jî) neyên avakirin, dibetiyek bi giranî ye. Ji bo herêmê bi pêşketineke cureyê demokrasiya ku li Ewropaya piştî şerê cîhana 2. û welatên Rojhilata Ewropayê yên piştî 1990’an pêş ketin, pêşbînî tê kirin. Demokratîkbûna bi şêwaza Rojavayê rewişta xwe ya çîna burjûva tê zanîn. Tebeqeyên rajor ên herêmê bi xwe bi wateya burjûvaziyê ji herzkirina demokrasiyê dûr in. Ji ber ku nakokî û çareserî bi hêsanî pêş nakevin, ev jî bingehê xwe ji vî şûngehî objektîf digirin. A ku Mûdaxeleya DYA’yê dikare bike, tenê belavkirin û bêhêzkirina binkeya siyasî û leşkerî ya kevin e. Bi xwe demokrasiyê çiqas dixwaze bila li virê bimîne, ji hêla ya herî erênî de tenê pêşiya wê vekirî hiştin dikare pêk were. Ji şûngeha dij-demokratîk a tebeqeya rajor a herêmê wêdetir, bloka gel him ji ber guncavbûna binkeya çandî û him jî ji ber pêdiviyên aborî yên nayê hedirandin, ji çareserkirineke biwergir û demokratîk re, di radeyeke dawî de binkeyeke kêrhatî berpêş dike. Weke ku tê hizirkirin dîroka herêmê ji ber rewişta pir olî, mezhebî, etnîk û binkeya milî ku ketiye nav hev, ji demokrasiyê re nekêrhatî nîn e. Berevajî ev taybetmendiyên wê weke jêr nasnameyên dewlemend ên demokrasiyê dê rol bileyizin. Demokrasiya ku xwe disipêre yekeyên jêr, dikarin ji cureyên Rojava yên ku xwe disipêrin takekes bêtir dewlemendiyê di xwe de peyda bikin. Xwidibîniya zêde, di demokrasiyê de, ji bêberpirsiyariyê re vekirîtir e. Dîrok li herêmê tim bûye nasdarê ademî merkeziyetbûna fireh a jêr çandan. Hemû împaratoriyên herêmê ji jêr çandan re rêzdarî nîşan dane û karibûne azadiyên fireh binasin. Bi kûrtasî herêm, di dirêjahiya dîrokê de taybetmendiyên federasyoneke xwezayî hildigire. Ezmûneya dawî împaratoriya Osmanî û Îrana îroyîn van taybetmendiya nîşan didin. Tînbûniya gelan ji mafên mirovan û demokrasiyê re, yekem car bi heman daxwazan hatina çanda Rojava, bi naveroka çînî ya cewaz be jî, nîşan dide ku sentezeke serkeftî karibe pêş bikeve. Dînamîkên navxweyî û derveyîn, qasî ku di çi qonaxa dîrokê de neyê dîtin, sîstema mafên mirovan û demokratîk di çonayetiya şoreşê de li ser rojevê daye çespandin. Wisa xuya dike ku hemû hêzên navxweyî û derveyîn mehkûmê vê ne.  

e- Di vê qonaxa dîroka Rojhilata Navîn de ku lezginiyê wergirtiye, hêzên ku pêwîest e rol bileyizin, dê di encamê sengerên stratejîk girtina hêzan de diyar bibe, ka di kîjan aliyê de ye. Hêzên stratejîk ên bingehîn; ji derve ve koalîsyona DYA-Îngilistan û hêzên negirîng ên derveyê herêmê û di hundir de jî Tirkiye, Îran û hêzên Ereb ên belave ne. Îsraîlê di nav DYA’yê hesibandin rastir e. Helwesta Ereb bi hemû hêza xwe ve hewl dide ku statûkoya sedsala dawî biparêze. Mîsyonekî dîrokî ku miliyetgeriya Ereb karibe bike nîn e. Bi sarî li demokratîkbûnê dinêrin. Weke ku di mînaka Saddam de hate dîtin, nikare çerx û roja iroyînê rast şirove bike û di demê de behremendiya çêkirina vesaziyan nîşan bide. Kevneperestiya kevneşopiya Îslamiyetê, her ku diçe radîkal û paşketîtir dibe. Behremendiya wan a têgihîştin bi nakokiyên Îsraîlê, ber bi çareseriyê ve veguhêztinê nîn e. Di vê rewşê de çespandinên derve tenê dikarin bibin bandordar. Îhtîmaleke qels e ku girseyên Ereb bi bernameyeke demokratîk derkevine holê. Îran ji ber vesazîparêzên xwe yên hundirîn û tundbûna bi DYA’yê re, ku her diçe zêde dibe, ketiye rewşeke nêtarbûnê. Bi halê heyî hebûniya xwe parastin, endîşeya wê ya esasî ye. Da ku bi cureyê İraqê nehilweşe, amadebûyîn sereke rojeva wê ye. A paşiyê Tirkiye dimîne. Tevî ku di xeta kevneşopiya DYA-Îsraîlê de hevgirtiyekî hêzdar e jî, ev hevgirtin hejandinê derbas dike. Sedemê bingehîn jî pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd bi teşeyekî ku bi çi qonaxê re nikaribe were berawirdkirin, Tirkiyeyê ji kûr ve têxe nava endîşeyan. Ev babet ka çawa derketiye û ka xwedî çi cure naverokê ye nêzîkbûneke bikitekit pêwîst dike.

Îsraîl, bi lobiya xwe ya li DYA’yê ku ev demeke dirêj e hilperîna İraqê ya dîrokî daye amadekirin, di girîngiyeke cangir de dibîne. Da ku tecrîd û giloka şîdetê ya ku di navbeyna wî û bi milyona hêzên Ereb û misilman bişkêne, nirxekî stratejîk pê dide. Misir û Ûrdûn jî tê de, nikare bi çi hêzê Ereb-misilman re vê stratejiyê bi teşeyekî mayînde û ewlekarî bi rê ve bibe. Têkiliyên heyî jî, dikare di her qasê de vegere aleyhiyê wî. Da ku Îsraîl karibe li ser piyan bimîne û bigihîje ewlekariya stratejîk, ji Îsraîla duyemîn re bi riha pêdivî nîşan dide. Demekê vê peywirê ji şahê Îranê dipayî. Demeke dirêj Tirkiyeyê di vî bingehî de araste kir. Lê gengaz nebû ku ji wan her duyan jî Îsraîla duyemîn derkeve. Diyar e ku bûyîna wan ne wisa hêsan e û di maweyekê kurt de jî pêk nayê. A dawiyê vebijarteka Kurd dimîne. Îsraîl gava hate avakirin, li ser vê vebijartekê rawestiya. Hewl da ku seroktiya Berzanî û pişt re jî ya Telebanî amade bike. Hewldanên pir mezin li dar xistin. Ji wan re ji hêza wan zêdetir hêjayî bi wan da. Ew tim parastin. Desteka siyasî û daringî da. Di dawiyê de, bi mezin hêza leşkerî ya DYA’yê ew ji tevahitiya İraqê, di puxteyê de qetandin. Yekîtiya teşeyî ewqas girîng nîn e.

Ev pêşketin xwedî hemû taybetmendiyan e ku dikare bandora erdhejê çêbike, ji bo polîtîkaya Kurd a Tirkiyê. Polîtîkaya komarê ya kevneşopî, Kurdan dana jibîrkirin, lêgerîn û serhildanên herî jirêzê ên ji bo maf bi tundî serkûtkirinê pêk tê. Heta tim bi keviyên herî şoven mandelkariya Kurdan teşwîq kiriye. Her pêşketinên hundir û derve ku berevajiyê vê be, weke ku di dema dawî de di mediyayê de pir tê kirin, derbaskirina “xeta sor” wate tê wateya sedemê şer. Binkeya federe ya Kurd ku li Bakûrê İraqê derkete holê, her roj zorî li vê polîtîkayê dike. Du tiştên ku bên kirin hene; ya bi operasyonên leşkerî belav kirin, ya jî pejirandin. Operasyona leşkerî tê wateya ku bi DYA û koalîsyonê re pevçûn. Pejirandin jî, polîtikayeke demborî “bendê be bibîne” ye û ne xwedî çi taybetmendiyên mayînde û dahûrîner e. Ji vê re jî, yek jî hêza milîtanên perwerdehiyê re derbasbûyî yên PKK’ê ku nêzîke deh hezaran in û di hemû warên çiyê de hatine bisengerkirin, alîkariya gel a berfireh di hundir û derve de lê bikin, pîr eşkere ye ku Tirkiye di çateriyeke dîrokî de peyda dibe. Her roja ku dibore, di aleyhiyê vê polîtîkaya bendê be bibîne de ye. Şerê Kurdistanê yê biwergir, weke ku hemû cîhanê bigire pişt Kurdan, hevgirtiyên herî nêzîk DYA û Îsraîl wendakirin û heta li hember xwe peydakirinê re dê rê vebike. Ger sendroma Kurdan bêtir pêş bikeve, ji ber van pêşketinan e. Her tişt zorê li Tirkiyeyê dike ku polîtîkayeke Kurd a nû pêş bixîne. Pêwîst e em vê babetê jî bi girîngî diyar bikin ku; nêzîkatiya DYA û Îsraîl ji Kurdan re ji bûna taktîkî dûr e. Ev pêşketineke mayînde, stratejîk û di girîngiyeke dîrokî de ye ku dikare hemû Kurdan di hembêza xwe de kom bike. Di dana guhertina Rojhilata Navîn de, weke hêza stratejîk a di pêş de xuya dike û hewl tê dayîn ku bê amadekirin. Piştî 1950’yan rola dij-Sovyetî û dij-Rojhilata Navînî ku ji bo Tirkiyeyê hatibû dayîn, tê xwestin ku biwergir û dem dirêj bi Kurdan re bê birêvebirin. Tebî esas armanc, rola Îsraîleke duyemîn e. Gengaz naxuye ku DYA û Îsraîl dest ji vê berdin. Di rewşa heyî de Kurdan wendakirin, ji aliyê DYA’yê ve tê wateya wendakirina Rojhilata Navîn û Îsraîlê. Jê jî wêdetir, dibetî li hember rewşa zorlêkirinên Îran û Tirkiyeyê, weke ku li İraqê hate dîtin, dê qiraseyê bi wan Kurdên li wan welatan, ku dixwaze di dest de bigire biavêje. Bi kûrtasî êdî rewtê hezdar ê Rojhilata Navîn dê bibine Kurd. Bi taybetî baskê miliyetgeriya hoveber ê Kurdan ji vê re ji duh ve amade ye û qayil e ku her tiştî pêşkeş bike. Rola Kurdan li İraqê di hemû veguherînên Rojhilata Navîn de dê ji rojevê nekeve.

Li hember vê rasteqînê, pêwîst e Tirkiye, di der barê Kurdan de, hewldana bingehîn polîtîk di ber çavan re derbaskirin û nûkirinê pêşan bike. Pêwîst e ez vê babetê hema destnîşan bikim ku; sendroma Kurd li hemû dîroka wê belavkirin rast nîn e. Ger em bi xetên stûr destnîşan bikin; di şerê Melezgirtê 1071’an de ku bi Bîzansan re dikin û Tirk dergehên Enedolê vedikin di sedsala 11. de, hemû dîroknas himhizir in ku Kurdan di vî şerî tayînkar de rolekî stratejîk leyiztine. Civakên Kurd û Tirkan bi hev re didin û disitînin û bêtir di bingehê vaca lihevkirinê de tev digerin û bidil pişavtineke ponijîn dijîn. Tirkbûna Kurdan, Kurdbûna Tirkan weke wilfeke esasî bûye, ji derveyî pevçûnên sînordar ên began, di navbera wan de pevçûneke nijadî û heta etnîkî çênebûye ango sînordar bûye. Di dema Selçûqiyan de Siltan Sencar yekem car têgîn û statûya “Kurdistan”ê derbirandiye. Di qonaxa Osmaniyan de, di polîtîkayên teşenebûnê de ber bi rojhilat û başûr ve ku bi siltan Yawiz dest pê dikir, ji begên Kurdan re qiraliyeke duyemîn a yekgirtî tê pêşniyarkirin û di vî bingehî de hevgirtina stratejîk bi xwe tê pêşxistin. Di hundirê împaratoriyê de bi sedan sal statûyeke taybet a rêveberiya Kurd peyda bûye. Di 1857’an de bi gor zagonameya erazî eyaleta Kurdistan tê avakirin. Baca ku zêde dibe û daxwaziyên leşkerî ku bingehê xwe ji li hember Rojavayê paşdemayînê digirin, ku hindek jî bi çemka mêtîngerî ya Îngilîzan tê pîjdan, di qonaxa serhildanên ku di 1800’an de dest pê dikin de, Ebdulhemîdê II. di çonayetiya vesaziyê de, dixwaze dibistanên eşîrî û Alayiyên Hamîdî yên Kurd bigihîne encamê.

Rolê ku M. Kemal Paşa di derketina 1919’an a Samsûnê de bileyize, rola Kurdan bi nêzîkatiyeke stratejîk ku di roja îroyîn de jî derbasdar e, nirxandiye û sepandiye. Ger ev rol neyê dîtin, serxwebûna netewî û têkoşîna serweriyê nikare rast were nirxandin. Rola Kurdan di komarê de di çonayetiya “avakar” de ye. Di daxuyanî û fermanên M. Kemal Atatirk bi xwe de vê babetê dîtin zor nîn e. Di vê qonaxê de ku Kurd bi rengekî neyinî ji rojevê dertên, bingehê xwe ji dij-Kurdîtiyê nagire. A di destpêkê de hatiye hizirindan vesaziyeke Kurd a ku azadiyan esas digire bûye. Atatirk vê yekê di mûlaqata Îzmît a di 1924’an de eşkere û biwergirî destnîşan dike. Serhildan, tenê bi astengkirina vê derfetê ve sînordar namînin, ji ber egera ku hendazeyetî bi berevaniya komarê re tê nîşandan, weke ku di gelek serhildanên rojavayê de tê dîtin, dikaribûye rê vebike ji perçiqandinên zêde re. Ji ber egerên ku ev derketin ji her alî de kêm in, ji pêşketinê re na, ji kevnê re wilfdar in û ji seroktiyên feodal ên bingeh ji herêmiyê digirin pêk tên, tenê ew na, dihêlin ku gelê Kurd jî pêvajoyeke bi hilweşînê dawî dibe bijîn. Êdî tirsa Kurd di hundirê komarê de cîbicî dibe. Ji seqaya şoven a qonaxê bandorbûn zêde dibe. Mandelkariya Kurd, di hundirê ferhengoka siyaseta fermî de bi hemû tarîbûna xwe ve cîbicî dibe. Di nav komarê de hewldanên pergala olîgarşîk ên piştî 1950’an, dê vê tirsê bêtir bi kar bîne. Bi Kurdayetiyê ve eleqedar tiştekî herî piçûcik jî, dê bi parçekeriyê ve bê tewanbarkirin. Li paşê tenê riyek dimîne, ya mandel, ya serhildan! Serhildana herî dawî ya vê pêvajoyê, bi navê PKK’ê pêş dikeve. Ev pêvajoya ku jandar e û wendayiyên wê mezin in, tevî ku nasnameya Kurd derxiste zelaliyê, gihandina çareseriyê pêk neanî. Ji 1998’an pê ve bi agirbeseke kiryarî ve bidawî bû.

Pergala olîgarşîk di vê pêvajoyê de bi rêka “ûlkûcîyan” çepgiriyê ber bi îlegalîte û derveyê zagonî ve dahf daye û tesfiye kiriye, li ser PKK’ê û azadixwazên Kurd jî amrazên terîqatî û Hizbûlahê bi kar aniye û xwestiye ku encamê bigire. Ê di dawiyê de wenda kiriye, demokratîkbûna komarê bûye. Ji ber ku Tirkiye xwelîkirinê bingeh girtiye, pir sînordar daxwazên azadî û nasnameyê jî, bi azînên tund hatine serkûtkirin û vê yekê jî pirsgirêkê tune nekir. Berevajî vê nabosa di roja me ya îroyîn de diyar kir.

Ev nêzîkatî bi Tirkiyeyê mezin daye wendakirin. Ji ber ku demokratîkbûna xwe negihande standartên Rojavayê, ev yek rê vekir ji şûngeha îroyîn ya li YE’yê. Timî qeyrana aborî û fatûraya deynên giran çilvirîna civakî zêdetir kiriye. Weke encamê aboriya rantê; bêhilberînî, xizanî, nelirêtî û bêkarî gihîştiye rehendên rekorê. Bi kurtasî fersendeke bûyîna Japonya, di yoma polîtîkaya kor de ji dest hatiye revandin.

Komara Tirkiyeyê, di tengneqeba herî krîtîk a dîroka xwe de bi çateriyekê ve rû bi rû maye. Ma pergala olîgarşîk dê di polîtîkayên statûkoyê de pîkolî bike, nexwe dê esasên komara demokratîk di her navend û warê de derbasî jiyanê bike û nêvenga qeyranê bitêperîne? Qonaxeke derbasbûyînê ya bisencî tê jiyandin. Ka dê bi çi bidawî bibe, hê misogerî qezenc nekiriye. Di pergala olîgarşîk de pîkolî kirin; dê bi tewandina hundir û ji cîhana nûjen qutbûyînê ve bidawî bibe. Dê pêşketineke mînanî ku li Yûgoslaviya û İraqê pêk hat, çareserbûn bibe jênerevîn. Ne dînamîkên navxweyî û ne jî dînamîkên derveyî êdî zêde dikarin vê olîgarşiyê hilgirin. Dema ku tevahî vebijarteka demokrasiyê bê esasgirtin; dê bigihîjîne derfetên bi cîhana nûjen re biyekbûn û hemû pirsgirêkên xwe yên hundirîn bêyî ku xwîn birijîne çareserkirinê. Ji bilî tuwêjeke teng, dê were wateya qezenckirina hemû Tirkiyeye. Dê têvahitiya welêt a rastîn û hêzdar, bêyî serî li zorê bê dayîn, pêk were.

Ev çêtirdîtina çareseriya Tirkiyeyê, weke ku di polîtîkaya derveyê de rêzdariyeke mezin bide qezenckirin, dê encamên xwe yên herî balkêş di pêvajoya demokratibûna Rojhilata Navîn de nîşan bide. Dê rola serokatiya kevneşopî ya Rojhilata Navîn hêz qezenc bike. Ji rastîna herêma heyî ku bi tevahî rûneniştiyê dê sûd bigire û li hember koalîsyona DYA-Îngilistanê bigihîje şûngeha welatekî bêtir birûmet û yê axaftina wî tê guhdarîkirin. Ketina wê rotaya ku di salên damezrandina komarê de dihate xwestin, lê ji ber egerên tên zanîn ku têketin çênebibû, dê pêk were. Dê pêvajoya serxwebûn û serweriyê bi taca demokrasiyê temam bibe.
 

Bêguman pêvajoya vesaziya demokratîk ku di van salên dawîn de pêş ketiye, girîng e. Lê ji ber egerên dudiliya di polîtîkaya Kurdan de, timî dikule. Ev jî rê vedike ji bo wendabûna hêzê li hundir û derve. Xala ku li Bakûrê İraqê pêk hatiye, eşkere datîne holê ku êdî wisa nayê meşandin. Tirkiyeya tam bidemokrasî tenê bi vesaziya Kurd gengaz e. Dema ku komara Tirkiyeyê ber bi vesaziya Kurd ve biçe, pêwîst e van babetan li pêşçav bigire:

 

1- Ger miliyetperweriya Tirk, ji mijara Kurdan re di radeya Alpaslan, Yawiz Selîm û Mistefa Kemal de weke stratejîk binêre, hingê dikare bigihîje wateya xwe ya rastînî. Ger miliyetgeriya şoven û fanatîzma olî ya pergala olîgarşîk ku çep û nasnameya Kurd tesfiyeyê armanc dike, bê esas girtin, miliyetperwerî ne gengaz e. Ev rêbazên ku li derve împeryalîzm û li hundir jî olîgarşî li dijî sosyalîzma pêkhatî û azadiyên demokratîk har kiriye û destek dayê, dê di tevahîtiya civakî û netewî de rola parçekerê rastîn û hêza cudaxwaziyê bileyizin. Mandelkirina komên gel, ji parçekeriya herî metirsîdar re zemîn amade dike. Hestên dijminatiyê xweyî dike. Ji pevçûnan re rê vedike. Berevajî ji hemû kom, nasname, bawerî û ramanan re rêzdarî, çîmentoya welatparêziya tevayîtî û tevayiya netewî çêdike.

 

2- Pêwîst e dawî li pişaftina bi zorê bê anîn. Pêwîst e bidilbûnî esas bê girtin. Jixwe pêdiviyên jiyanê ziman û çanda xwe pêk tînin. Pêwîst e pir zimanî û pir çandîtî weke dewlemendiyek bê hesibandin. Pêşketina ziman û çandan, hêmanên herî bingehîn in, ku asta şaristaniya welat û dewletekê nîşan didin. Di heman botikê de helandin, ne gengaz e, ne jî dikare tevkariyê ji jiyana aborî û civakî re berpêş bike. Di heman demê de ji bêwatebûn û qirêjbûna ziman û çanden re rê vedike. Aliyê esas ê çerxê, hebûniyên ekolojîk jî tê de, hemû çand û nasnameyên gel parastin e. Kurdan bi zorê Tirk hesibandin, safîbûna Tirkan jî xira dike. Ne Kurd û ne jî Tirk derdikeve holê û ji melezîbûneke qirêt re rê vedike. Melezbûna jixweber, dikare dewlemendî û xweşiktiyê pêk bîne. Bikotekiyî, nexweşî çêdike.

 

3- Demxeya Tirk, bi hest û ramanên barkiriyê şovena zêde, di cî de-ne di cî de li hemû binkeyên siyasî, civakî û aborî xistin, dê ji durûtiyeke mezintirîn re rê vebike. Dê takiyekariyê xweyî bike. Dê seranser û durû jî na, takekesên zaf-rû re têkiliyê bêwate bike. Mezinbûyîna cîhan û çanda Tirk, qasî ku pêdivî bi jimar û koman re ranebihîse, têrî xwe dike. Şûna binkeyên hundirîn qirêjkirinê, demokratîzekirin û asta ronakbîriya wan pêşxistin, peywireke hêjayîtir e.

    

Weke dumahîk; Tirkiyeya ku demokratîkbûna xwe bi vesaziya Kurd re temam kiriye, weke pêwîstiyeke şaristaniya nûjen, dê di YE’yê de ciyê xwe bigirê û hêza xwe ya bandorkirinê li ser Rojhilata Navîn di pêş de, Qafqasya, Balqan û Asyaya Navîn zêdetir bike. Dê rola layiqê mîrata raboriyê karibe wisa bileyize. Bêyî ku bikule, dê bi gavên sipsaxlem bimeşe. Tirkiye, di hilperîna demokratîkbûna dîrokî ya Rojhilata Navîn de, şûna ku venêranê bihêle ji DYA û hêzên dîtir ên mezin re, weke ku di hemû gîhanekên krîtîk ên dîrokê de tê dîtin, bi Kurdan re, bi piştgiriya biratiya stratejîk dê karibe derbasî pêngaveke hêzdar bibe. Çi pêşketineke girîng bi mandelkirina dîrokê nikare pêş bikeve. Pêş bikeve jî, nikare bibe mayînde. Ger di nav hev de bûyîna dîroka Tirk-Kurd pir baş bê berçavkirin, di rêgezên nûjen de bi lihevkirina demokratîk, ji nû ve dikare wereTêkiliyên Tirk-Kurd tenê di vî bingehî de şûna ku hêzên hev bihelînin û mezax bikin, dikarin hev û din xweyî bikin. Xurtbûna her yekê, dê xurtbûna ya din bê hesibandin. A îdeal ev e. Bêtaloxiyên dîroka nêzîk, halantêdanên derveyî û berjewendiyên rojaneyî yên teng, pêwîst e careka din vê dîroka mezin û stratejîk vala dernexîne. Ev polîtîka weke ku ji tevahî cîhana Tirkî re destekeke jiyanî ye, ji bo yekîtiya tevahî Kurdan jî, divê bibe destekek. Gelan parçekirin û birêvebirin taybetmendiyê împeryalîzmê ye. Pêwîst e biyekirina gelên bira bibe polîtîkaya bingehîn. Da ku êşên hatine jiyandin ên qonaxa nêzîk bilezgînî bên derbaskirin, polîtîkaya bexşandina beramber û xweşbîniyê, divê biwergirî derbasî tevgerê bê kirin. Bi ser qonaxa nû û sedsala 21. ve weke ku ji zincîrên xwe rizgar bûye çûyîn, dê bibe jiyana azad bi xwe ya ku tenê layiq e û dibe serkeftinê.

Ger bi zimanê polîtîk şênbertir bê ravekirin, dema ku hilperîna demokratîkbûna giştî ya Tirkiyeyê bi vesaziya Kurd re bê biyekirin;

 

Babeta yekemîn: Di nêzîkatiya jîrekatî, wijdan û seroktiyê de veguherînên şoreşî pêwîst dikin. Dîroka hevpar ku kirûyên Tirk û Kurd tê de teşe girtine û mercên îroyîn ji bo vê yekê zemîn û derfetên bes berpêş dikin. Ji ber ku kevneşopiya damezrandina komarê xwe disipêre seroktiyeke zanistî, herî rêgeza bingehîn a pêwîst dike dide. Gotina “Di jiyanê de rêberê herî rasteqînî zanistî ye” rêgeza seroktiyê pir safî datîne holê. Bi zanistî nêzîkbûn û pejirandina hemû kirûyên civakî, taybetmendiyê seroktiya nûjen e, ku ji demokratîk lihevkirinê re herî vekirî ye. Weke ku siyaset û çemkên kevneşopî yên rast, çep, lîberal û olî, ew cureyên dogmatîzmê ku demxeya xwe li seroktiyê wan dixînin û jîrekatiyên şoven Tirk û miliyetgeriya Kurd a hoveber-olî têne têperandin, divê seroktiyên demokratîk di puxte û teşeyê de şekil bigirin. Binyada laîk û hiqûqî ya komarê, hêza bîrî, polîtîk û hiqûqî yên ku pêwîst dikin, ji ev cure seroktiyan re dide. Li dijî hewldanên verastkirina olîgarşîk a komarê, têkoşîna verastkirina demokratîk, divê bibe bingehîn peywir û serkeftina seroktiya nûjen.  

Babeta duyemîn: Pêwîst e di komarê de ji nû ve bisazîkirina civaka sivîl re hendaze û wêrekiyeke mezin bê nişandan. Ji nû ve avakirin weke ku qet nayê wateya “li dijî tevayiya welat û dewletê dijberî”, berevajî di bingehê pîvanên nûjen de, bi çemka wetanê hevpar, bi hemû dewlemendî û hêza çandî ve tê wateya tevayiya welat, dewlet û civakê. Pêwîst e di bingehê hebûniya çandî ya Kurdan de, ku weke parçeyekî nayê veqetandin ji tevayiya komara demokratîk e, saziyên jîrekatiya feodal têperandin, bi veguherînên jîrekatiya nûjen ve girêdayî, di hemû navendên civakî de bisazîbûnên wan bêne nasîn, teşwîq û destekirin. Puxteya rastîn a nêzîkatiya biratiyê vê pêwîst dike. Di dirêjahiya dîrokê de, girêdanbûn bi hebûniya Tirk, desteka dayî û piştgiriya Kurdan, vê nêzîkatiyê maf kiriye. Pêwîst e di her navendê de lêgerînên azadiyê, hewldanên bi proje û saziyên demokratîk ve girêdan ên Kurdan, ku ev derbirîna şênber a vesaziya Kurd e, weke hewldanên parçeker û cihêxwazî na, weke pêwîstiya jêveneger ê pevratiyên rastîn û hêzdar bêne pejirandin. Hiqûqa gerdûnê ku guncanê vê ye, pêwîst e bi teşeyê hiqûqa netewî bê gihandin vesaziyê û zemînê zagoniyê jî bê gihandin halê guncavbûnê.

 Babeta sêyemîn: Da ku qeyrana di her astê de tê jiyandin û welat tê de peyda dibe, nevegere encamên rûxandiner û aloziyê, divê hindek bergiriyên polîtîk û zagonî yên bingehîn bêne girtin. A pêwîst dike; ji Kurdên Bakûrê İraqê re di bingehê çareseriyên qezenckirin û demokratîk de nêzîkbûn pêşxistin, riya biwergir û rast a astengkirina derbasbûyîna ji sînor a hêzên PKK-KADEK’ê ku ji ber bêgaviyê pêk tê, nêzîkê deh hezarî ne û bi hewldanên mezin di nav helwesta agirbesê de peyda dibin, bi hewldaneke polîtîk-zagonî ku bi teşeyê “têvlîbûna aştî û demokratîk” pêk tê, nêzîkatî pêşxistin e. Pêwîst e bi girîngî li ber çavan bê girtin ku zagona poşmaniyê ya kevnbûyî, cihêxwazî û teng, dê rolekê xwe yê berevajî hebe. Ji hemwelatiyên ku dixwazin bi komarê re li hev werin, çareseriya demokratîk esas bigirin û dest ji her her cure şîdet û derveyî zagonîtiyê berdin, di çarçoveya zagonîtiya “têvlîbûna aştî û demokratîk” de şens nasîn, polîtîk peywireke herî jêneveger ê rizgarbûn ji qeyranê û polîtîkayên İMF’ê têperandinê ye.

Di van babetan de di nêzîkatiyên berevajî de pîkolîkirin, dê bibe qeyranê vegerandina aloziyê, tevlîhevbûnên civakî, xizanî, tengavbûnên ku di polîtîkaya navxweyî de zêde dibin, bi tevahî xirabûna nêvenga lihevkirinê û weke encamê; şûna komara civakî, demokratîk û laîk ku hiqûqê bingeh digire, dê bibe vegera kûrbûyî ya komara olîgarşîk ku barkiriyê anarşî û şîdetê ye. Bi vî awayî çilvirandina komarê, dê bibe ji şaristaniya nûjen qutbûn, ji YE’yê bi tevde destjêberdan û ew pevçûnên ku bingehê xwe ji pirsgirêka Kurd digirin, vegerin şerekî gurayî navend. Dê bibe teşeyê gavavêtina dumahik ê miliyetgerîn Kurd ên hoveber, bi alîkariya hêzên mezin di hewldana dewletbûnê de. Wekî din jî pirsgirêkên Qibrîs û Ermenî di pêş de, gelek pirsgirêkên ku bingeh digirin ji cînaran, dê xwe bêtir biçespînin. Tirkiyeya ku di hundir û derve de ewqas wisa tengas, xizan, bêkar dibe, pev diçe û bi temamî ji xweşbînî û lihevkirinê qut dibe, encamê ku bigihîjê, dê bibe di nav pêşketinên mînanî Yugoslaviya û İraqa nû de xwe peydakirin.

Weke hemwelatiyên rastîn û azad ên komarê, da ku ji neyiniyeke wiha re nêveng û fersend neyê dayîn, divê her takekes, kom û sazî çi peywirên dikevine ser mil bihendazetî bînin cih. Bi taybetî pêwîstî heye ku ji hewldanên lihevkirinê yên rastînan bi kûrahî tê digihîje û xwe disipêre dadwermendî, xweşbînî û bidilbûniyê hêjayiyeke bilind û destek bê dayîn. Pêwîst e saziyên dewlet û hikûmetê û hemû dezgehên sivîl ên civakê, li ba hewldanên xweser, bi hev re di peywirên ku di vê bingehê de her kesî eleqedar dikin û lezgîniyê raber dikin, ji bo çareseriyê hemû giranî û behremendiya xwe deynin rastê.

Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku, di pêvajoya Îmralî de, min ev nêzîkatî safî kirine, çendî gengaz be xwestiye ku derbasî sepandinê bikim û ew peywira hemwelatiyê azad aniye cih. Eşkere ye ku hewldanên destek didin, dê tevkariyekê berpêş bikin ji ev cure nêzîkatî û hewldanên min re da ku serkeftî bibin. Ger bi hev re bin, ev yek dê bihêle ku hewldanên min bêtir encamgir bin. Weke pêwîstiyeke vê hewldana min, ez van nêzîkatî û pêşniyarên ku di pencereya Tirkiyeyê de pêşkeş dikim, bi rengekî xweser û kitekitî bi teşeyê benda dumahîk a ji aliyê kirûya Kurd û hêzên berpirsiyar ve, datînim holê û bi vî awayî di pêvajoya Îmraliyê de bersivdayîna xwe ya ji komploya Atînayê re bidime qedandin.

 f- Kurd di dîroka xwe de ketine hundirê qonaxeke herî nêzîk ê azadiyê. Dumendiya azadî û koletiyê ku hemû dîroka wan bi xwe ve girêdide, di roja me ya îroyîn de jî taybetmendiya bûna xiyanet zêde-xayîn pir, diparêze. Qasî ji jîrekatiya hêzdar pêmen e û ji hevgirtinên saxlem nesîbê xwe negirtiye, weke kêmasî û metirsiyekê hebûniya xwe didomîne. Ji bo teşeyên nû yên azadî û koletiyê, di pêş de hikmên misoger bûne dayîn, zor e. Dê her du wilf timî di nav gijgijînê de biborin, ev rastîneke dîrokê ye jî.

Tebeqeya rajor a hevkarmendên Kurd, ji bo berjewendiyên xwe yên teng di herêmê û cîhanê de, weke pêwîstiyeke bîrdozî û hestên miliyetgeriya hoveber, dê nêzîkatiya sipartiyê derve timî weke yek şensê jiyanê bidomîne. Bi taybetî dê vê hilperîna Rojhilata Navîn a dawî ku DYA-Îngilistan û Îsraîl jê re seroktî dikin, bi şabûneke cejnê pêşwazî bike. Da ku hevkarmendiya kevneşopî bi hemû hêzên statûkoperest re bidomîne, ji destên wê çi were dê bike. Dê hêzên gel û nêzîkatiya demokratîk di xwe de nepejirîne. Her ku fersendê bibîne, dê lê bixe û bixwaze bêbardor bike. Ger ji vê re nikaribe hêz raber bike û wekî din çareya wê nemîne, dê bi hêzen gel re were lihevkirina hevgirtin û demokratîk.

Tebeqeya gel di dîroka xwe de ev cara yekem e ku rû bi rû mane bi nêvengeke ji azadiyê re vekirî. Azadiya xwe pêkînandin, bi hewldanên seroktiya xwe ji şoreşa jîrekatî, bi wan hewldanên bisazîbûna ku ji şematiya miliyetgeriya hoveber û çepgiriya klasîk rizgar bûye ve girêdayî ye. Di heman demê de bi gelên cînar re pêşankirina hewldana azadiyê ya di nav hev de jî pêwîst dike. Pêwîst e bisazîbûnên demokratîk ên xweserê xwe –ji hewldanên dewleta qirdik ên tebeqeya rajor cewaz bibîne- pêk anîn weke nû peywira herî jiyanî ya vê qonaxê wateyê peyda bike. Ger em bikitekit bikin:

 1- Bi gelemperî hemû Kurd û bi taybet jî gel û hêzên rewşenbîr ên Kurd, di mijara hebûniya çandî de ku berhemekî dîrokê ye, divê serwextbûneke rast û têkûz pêk bînin. Şoreşa jîrekatî di bingehê de pêkanîna vê serwextbûnê ye.

Dîroka Kurdên îroyîn piştî nêzîkê serdema dawî ya qeşayî di B.Z. 20 hezaran de, dû çerxa mezolîtîk ku di rêzeçiyayên Zagros-Torosê de, li keviya çemên jê dizên, li perav û deştên wê, ji B.Z. 10.000’an pê ve bi “çerxa neolîtîk” ve weke berhemê wê çanda ku teşe digire û di bin gelek navan de ku hebûniyê nîşan daye, bêguman bi şaristaniya Sumer ve ku tê de hêmanê sereke yê avakar in dest pê dike. Ji ber ku destpêka dîrokê tê sipartin nivîsê, li ba ku ev destpêk wisa tê pejirandinê jî, neolîtîk ku civaka herî kevin e, di halê bermayiyê de be jî, di serê rêza wan hêzên ku van taybetmendiyên hê jî didomin afirandine de, çanda Ariyen tê, weke gel û civakên “rayeka şanê” hesibandin, dikare ber bi perspektîfeke rast a dîrokî ve bibe. Dîroka Kurd, li malika çanda neolîtîk a li hember şaristaniya çînî bi rengê timî berxwadan, tengbûn, xwe kişandina nav hevkariyê û her wekî “li erdê çikandin” ji destpêkê pê ve hildigire. Ev wilfa ku bi Sumeran ve dest pê dike, ji hêla împaratoriyên Babîl, Asûr, Ûrartu, Pers, Helen, Roma, Bîzans, îslam-Ereb, Îran û Tirkan ve him di bin sîstema koledarî û him ji di bin ya feodalî de, bikûrahi û bi gelek komên gel ên çandî re bi teşeyekî di nav hev de jiyaye û berdewam kiriye hatiye.

Kurdên ku di du sedsalên dawî yên serdema kapîtalîst-împeryalîzmê de xwe weke netewekî neanîne halê dewletbûnê, bi serhildanên belavbûyî bêtir hatine perçiqandin û bi rengekî ji hêzketî, ketine bin rêveberiyên dewletên bi giranî netewî ên Îran, Ereb û Tirk ên nûjen. Bi zagonî nebûne xwedî mafekî xweser, hêz û giraniyekê nederbirandine, hebûniya xwe ya çandî bi çi awayî pêş nexistine û hema hema bi jêbirina dîrokê ve rû bi rû mane. Li dijî vê pêvajoyê Tevgerên Kurd ên ku pêş ketine ji ber ku ji bingehê burjûvayê nûjen, gel-çînê û ji raderbirîna wê ya bîrdozi-siyasî pêmen bûne, wekî din jî ji ber egerê ku bêtaloxiya binkeya erdnîgarî di wateya siyasî de rê vekiriye ji mercên nekêrhatî re, nekarîbûnê werin halê netew dewletekê. Binkeyên civaka kevin ên eşîr, ol, feodal, malbat û xanedanî di vê qonaxê de bêtir çilviriyane û hiştine ku şûngeha Kurdan têkeve zorê. Ew civaka ku di bin polîtîkayên pişaftinê de tûşiyê cihêrengbûnê têne kirin û têne êxistin rewşa ku bi puxteya xwe re dikeve nav nakokiyê, bi aloziyekî re anîne li ber hev. Ev taybetmendiyê pêşketina dîrokî yê di kirûya Kurd de, demxeya xwe li puxteya pirsgirêkê jî xistiye. Bi vê wateyê pirsgirêka Kurd, ji bûna pirsgirêkeke netew wêdetir, xwe xistiye rengê pirsgirêka gelbûn û demokratîkbûna wan eşîrên neolîtîk û feodal.

Ferqa di navbera hewldanên tebeqeya rajor a Kurd ku; ya di hundirê netewî dewletên serdest de helandin û hevkarmendî, ya jî ger fersend bibînin dewletbûna cuda û lêgerînên demokrasiyê ên girseyên gel ê Kurd de bikûrahî têgihîştin, girîngiyeke mezin hildigire. Di navbera dewletbûna bi ser hev de tê ya li İraqê û bisazîbûna demokratîk a li Kurdistana Tirkiyeyê, ji aliyê puxte û teşeyê ve cewaziyên bingehîn hene. Dewletbûna li İraqê bi esasî ji hêla DYA-Îngilistan û Îsraîl û dewletên YE’yê ve tê destekirin. Armanca di virê de venêrana Rojhilata Navîn û pêdiviya afirandina hevgirtiyekî stratejîk ji bo Îsraîlê ye. Dewlet dixwaze federe, dixwaze serbixwe bê damezrandin, bi halê heyî di puxteyê de nikare çonayetiya xwe ya qirdik û hevkarmendiyê derbas bike. Ji bo vê ji bingehê aborî, civakî û ronakbîr ê pêwîst dike pêmen e. Ger hêzên derve nebin, behremendiya rojekî jî li ser piyan mayînê nîn e. Li kêlek vê her ku biçe dê rehdar bibe û mînanî Ereb, Tirk û Ecem çîneke burjûva ya Kurd derbikeve. Împeryalîzm û Îsraîl xwedi derfetên pêkînandina vê ne. Operasyona İraqê ya dawî vê armanc dike û dê hewl bide da ku bi ser bixîne. Pêvajoya pişt re bi teşeyê Kurdên li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê li derdora vî kakilî bi teşeyê Kurdistana mezin berfirehkirine dikare bigire bernameya xwe. Miliyetgeriya Kurd a hoveber neçar e ku di vî bingehî de tev bigere. Ji çonayetiya demokratîk dûr e. Ya dewleta xwe ya qirdik, ya jî hevkarmendiya di hundirê dewleta serdest de helandin, puxteya polîtîk a vê bîrdoziyê ye. Weke ku li İraqê timî hewl dide ji bo dewletbûnê, li Îran, Tirkiye û Sûriyeyê jî, milên xwe yên hevkarmend, di hundirê netewî dewleta serdest de dê givrikî bike û kengê dema wê hat, dê hewl bide da ku bikişîne nava xwe û bi xwe re bike yek. Ji bo vê yekê jî, ji împeryalîzm û dewletên herêmê re dê her cure tawîzkariyê bi rengên herî zirav û bêteşe nîşan bide. Dem bi dem ji bo van polîtîkayên tawîzê dê hêmanên şîdetê weke amrazekî bide hîskirin û timî di dewreyê de bihêle. Li dijî gel û hêzên azadiyê yên gel jî, heman nermetingî û bêteşeyiyê bi politîkayê re di nav hev de, dê di rojevê de bigire. Weke ku daxwazên rastîn ên demokratîk ên gel tune ne ango weke ku ew bi xwe temsîl dike dê tev bigere. Dê meclîs û kongreyên xwe weke ku yên gel in biteyisîne.

Eşkere ye ku li hember vê pêşketina tebeqeya rajor ku nû û dîrokî ye û lezginî digire, hêzên gel ên Kurdistanê, Kurd û hemû kêmnetew bi peywira xwe ya dîrokî ku alternatîfa xwe ya azadiyê weke projeyên biwergir bi têxistina rojevê ve rû bi rû ne. Di halê berevajî de weke ku di gelek mînakên cihanê de tê dîtin, berjewendiyên xwe di bin bandora hîsên milî de bêyî ku bizên, dikarin wenda bikin. Ev lîstoka ku bi dehan car li gelek deveran hatiye dubarekirin, li Kurdistanê xirakirin, ji aliyê demokratîkbûna Kurdan û hemû Rojhilata Navîn ve xwedî wateyeke kilît e. Hêzên gel ên Kurd, weke rêgezî li dijî dewletbûna tebeqeya rajor nabin. Lê ji ber ku hê dema ku dertê binkeya wê dij-demokratîk e, nêzî lihevkirinê nabe û rewişta hevkarmendiya bitir di hembêza xwe de gelek metirsiyê hildigire. Dê bixwaze hîsên milî him li hember gelê Kurd û him jî li hember netewên cînar tim har bike. Dê têkoşîna xwe di navbera radestkarî û xeta bihevketina milî de bi rê ve bibe. Weke kirûya Îsraîl-Filistîn û Boşnaq-Sirp ji helwestên manend re karibe rê vebike. Xeteke bi vî awayî dê were wateya ku bi deh salan mezaxkirina wirza gel, wendayiyên can ên giran, xizanî, êş û jiyaneke civakî ku ji qeyranê rizgar nabe. Dê polîtîkaya împeryalîzmê ya “parve bike-bi rê ve bibe” ango “kîvroşkê bireve, tajî bigire” vê xetê har bike. Jehrkuja vê xet û sepandinê projeya demokratîkbûna gelê Kurdistanê ye.

Ev wilfa ku em dikarin weke vebijarteka demokrasiyê ya Kurdan binirxînin, piştî 1979’yan bi PKK’ê re gaveke dîrokî avêtiye û pirsgirêka Kurd jî ber bi tewereyeke cewaz ve aniye. Împeryalîzm û Îsraîl ku dixwastin biheterî tevgera azadiya Kurd di bin venêrana xwe de bigirin, dema ku di vê de bi serkeftî nebûn, piştî 1990’an xwestin ku wê neçareseriya Tirkan a di vê pirsgirêkê de, bi kar binîn. Bi polîtîkaya bi kevirekî çend çûk kuştinê nêzîk bûn. Qaşo bi tengastkirina PKK’ê alîkarî didin Tirkiyeyê, di puxteyê de jî ji tebeqeya rajor a Kurd re riya dewletbûnê didane vekirin û her wiha encamekî dîrokî bi dest xistin. Ji hêzên miliyetgeriya hoveber ên Kurd re ku tengas bibûn, di tepsiyê de derfeta zêrîn pêşkeş kirin. Komploya Atînayê, bi wateya ku di vê Parêznameyê de tînim ziman, van hilkeftinan bi zelalî datîne holê.

Li rexmî van hewldanên dijber, hilperîna demokrasiyê ya Kurdan ji lezginiya xwe tiştek wenda nekir. Di tevahî parçeyên Kurdistanê û di nav Kurdên derveyî welêt de, bi piraniya perçiqandiner him tevgerên gel ên girseyî û him jî ji hêla saziyan ve vekirin hate pêkînandin. Pêwîst e vekirinên demokrasiyê ya Kurdan bi gelên cînar re ku di nav hev de çêdike, ji aliyê teorî û pratîkê ve bihendazetî û wergirî bê nirxandin.

Beriya her tiştî Tevgera Demokrasiya Kurd, rûxandina dewletên ku tê de cî digirin armanc nake. Helwesta li hember van dewletan, pejnkeriya demokratîk a li hember xwe ye. Demokratîkbûna xwe bi rengê parçekerî û cihêxwazî nîşan nade. Berevajî tevayîbûna welat û dewletê ya ku xwe disipêre yekîtiya demokratîk a azad armanc dike. Him Kurd û him jî netewî dewletên cînar bi şîdet hewceyê vê nêzîkatiyê ne. Ji ber ku ji aliyekî ve wilfên miliyetgeriya pir metirsîdar yên li ber hev ku bi azîneyên şîdetê ji mezintirîn wendayiyên hêzê re rê vedikin, asteng dike, ji aliye din ve jî ji pirsgirêka di nav aloziyê de ye azîneya çareseriya bêxwîn û ya ku ji tevayiyê re xizmet dike pêş dixe û vedigerîne çavkaniyeke hêzê. Nirxa wê ya afirandiner û mezin di virê de ye. Di bingeh de welatên mînanî DYA, Îngilistan û Swîçre ku vê çareseriyê di erdnîgariya xwe de herî zêde pêş xistine, pêşketina xwe ya mezin deyndarê vê şêwaza demokratîk in.

Binkeya civaka Kurdan jî ji vê şêwaza çareseriyê re bişîdetî hewceyî nîşan dide. Weke gelekî ku di dirêjahiya dîrokê de ji ber şîdet û xizaniyê lewaz ketiye û hetanî şanên xwe hatiye parçekirin, tenê dikare di giyan û zanebûna demokrasiyê de xwe komî ser hev bike. Hêz qezenc bike û ji bo gelên bira jî dikare bibe hêza çavkaniyê. Gelê Kurd ê demokratîkbûyî, tê wateya gelên Tirk, Ereb, Faris, Asûrî, Ermenî, Rûm, Çeçen, Abaza, Tirkmen û Yahûdî yên demokratîkbûyî. Kurdistana demokratîkbûyî, Rojhilata Navîn a demokratîkbûyî ye. Gelekî ku xwedî taybetmendiyê tetikirina demokratîkbûyînê ye. Mînanî Filistîniyan her tiştên xwe li ser stratejiyeke çareseriya ku hedefê bi her cure azîneyê îmha dike girêdan, tenê hêzê dide wendakirin. Zû dereng encam dîsa demokrasî ye. Ji ber ku çareseriya gelan nikare bibe dewleta cuda.

Dewleta cuda, tim daxwaza tebeqeya rajor û burjûvaziyê ye. Wekî din jî gel nikarin bibin dewletparêz. Dewletparêzî weke teorîk jî berjewendiyên gel pêşwazî nake. Dewlêt bêtir tê wateya newekhavî û bêazadîtî ye. Derveyî dij-împeryalîst û yên li hemberî mêtîngerî û olîgarşiyê ne, hemû dewletbûn azadî û wekheviyê kêm dikin, zêde nakin. Wate li dijî azîneyên avakirina dewletê bûyîn, helwesteke rêgezî ye. A li vê derê li hemberê tê derketin, peşwira taybet a avakirina dewletê ye. Nexwe dema ku derfeteke bêgavî yê dewletê derkeve holê, li hember vê helwesta bê raberkirin, wê bi dest xistin û kirina dewleta xwe na, dê bi teşeyê wê bi pejinkeriya demokratîk ve girêdan ve pêk were. Ez bi xwe di teoriya zanistiya civakî de encamê herî girîng ku gihîştimê; bi teşeyê ku gelên kedkar nikarin nêzîkatî û amrazên dewletparêzî esas bigirin. Ji bo gelan amrazê bingehîn teşeyên kordînasyona civaka ekolojîk û demokratîk in. Ji bo vê yekê jî çiqas pêdivî, ewqas jî sazî û dezgehên civakî yên sivîl in. Peresana demokrasiya nûjen jî di vî milî de ye. Modela dewleta klasîk weke di pêş de YE’yê de tê dîtin têperandin, di roja îroyîn de bi teşeyê konvansiyoneke Ewropa hebûniyê qezenc dike. Ji dewletên klasîk dûrbûn, êdî hatiye halê rêgezeke bingehîn da ku ji aloziyan rizgarbûn pêk were. Çiqas hindik dewlet, ewqas çareserî, êdî halê wî formûlê ku pirî tê dubarekerin girtiye.

Bi kurtasî him dîrok û taybetmendiyên civakî, him pêşketinên nûjen, a herî girîng jî bi gelên netewî dewletên cînar ve hatina halê pir parçeyî û dinavhevdeyî, projeyên çareseriya demokratîk ji bo Kurdan aniye rewşa amrazekî jêveneger. Yek jî qasî nan û avê pêdiviya Rojhilata Navîn ji demokrasiyê re dibe kartêkereke din ê girîng ku vê wilfê bi şîdetî teşwîq dike. Projeyên demokrasiya serkeftî ên kurdan xwedî derfeta vegerandina hilperîneke ku dikare Rojhilata Navîn û Îsraîlê tevde bigire wergiriya xwe. Bi taybet jî şêwaza bi hev re tevgerînê ya Kurd û Tirkan, li Rojhilata Navîn ku ji dîrokê tê, di roja îroyîn de bi hev re dikare bê vegerandin mezintirîn “meşa demokrasiya Rojhilata Navîn.” Ev meş, qasî petrol û ava Rojhilata Navîn, ji bo gelan hewcedarî û dewlemendiyek e.

Di vê bingehê de, di şûna “projeya Kurdistan a dewletparêz û miliyetger” ku weke “Îsraîla duyemîn” jê tê tirsandin, “projeya Kurdistana Demokratîk” dê weke gelên Tirk, Îran û Ereb bihêle ku ji Kurdan re nêzîkatiyên bêtir erênî û dahûrîner bîne. Dê Kurd weke çavkaniya tirsê na, mûameleya dost û bira ya ku ji bo lihevkirinê lê pir tê gerandin bibînin. Ji bo tevahî herêmê şûna bibe amrazê parve bike-bi rê ve bibe, di bingehê bidilî û hêzdar de rola tewereya bi azadane yekirinê bileyizin. Dê Kurd bibin ewleyî û siparteka bingehîn a demokrasiyê ji bo Rojhilata Navîn. Di cîhanê de weke amrazê hêzên hegemonîk na, weke gelekî ku bi rêzdarî bi bîr tê û piştgiriyê maf kiriye bê nirxandin.

Pêşketinên ku veguherîna jîrekatiyê dê di gel û hêzên seroktiyê de bi vî awayî pêk bîne, bêguman navendên aborî, civakî, hunerî û zanistî di pêş de, di her navend û warî de ronahîbûn û hêza bîriyê biafirîne, jiyana azad ji halê ku timî tê xeyalkirinê derxîne û bigihîne rasteqîn û teşedayîneke heyberî.

 2- Ji bo projeya demokratîkbûna Kurdan, pirsgirêk di şoreşa jîrekatî û wijdanê de bên çareserkirin jî, zehmetiya bingehîn dê di pejirandina saziyên demokratîk ji hêla saziya dewletê ve, ji ber ku weke hereşeyekê li dijî xwe dibîne de derkeve. Di kevneşopiya dewlet a Rojhilata Navîn de her rabûn, weke li dijî otorîteya xwe hatiye hesibandin. Her wekî gelekî ku bûye mîro tê xwestin. Raseriya şaristaniya Rojava, ji ber ku takekes û gelê ku bi takekes xwe bi sazî û dezgeh dike esas girtiye derketiye holê. Kesayetiya azad jî, li dijî dewletê weke serhişktî tê nirxandin. Jêçêtir nayê dîtin. Qul çendî ku melayîm be, ewqas jêçêtir tê dîtin. Gelê ku rajêriya baş pêk tîne esas tê girtin. Demokrasiya Rojavayê jî bi rûxandina vê kevneşopiyê ava bûye.

Tirkiye, tevî ku di Rojhilata Navîn de ji hêla dewleta herî nêzîkê nûjeniyê tê temsîlkirin jî, ji ber vê egerê nikare pirsgirêka demokrasiyê çareser bike. Rabûn û sazîbûna demokratîk bi şikdarî û weke hereşeyeke ku rojekê li dijî otorîteya wê derbikeve fêm dike. Li ba vê yekê, bêteşe sepandina netew dewleta ku di bingehê miliyetgeriya sedsala 19. de derketiye, pirsgirêkê girantir dike. Heman pirsgirêkan Îran û dewletên Ereb jî dijîn. Di hemû dezgeh û saziyên dewletê de tuwêjek ku em dikarin jê re bibêjin milekî netewa serdest û olê fermî, tê serdestkirin. Komên dîtir ên etnîk û olî têne derveyîkirin. Bi vê re qîm nakin, li pêşiya saziyên demokratîk û civakî sivîl “ên dîtir” bi gelek awayan asteng datînin. Bîrdoziya fermî, çemka netewa fermî û hetanî ziman, çand û siyaseta fermî li her navend û warê demxe tê lêxistin û yên ku derdikevin derveyê vê tê girtin nav têgîna tewan û tewanbariyê û heta weke xayînê welat, netew û dewletê têne ragihandin. Ev pirsgirêkiya demokratîkbûnê di bingeh de ji ber têkelheviya nîv-rojhilat û nîv-rojavayê pêş dikeve. Sazîbûyîna demokrasiyê, têperandina vê avakariya dewletê, herî hindik li hemberî sazîbûna demokratîk pejinkeriyê pêwîst dike. Bi gelemperî rêxistinbûyînên hemû çînên civakê, bi taybet jî xwe rexistinkirinên tebeqe û çînên gel weke hereşe û wendakirina otorîteyê na, pêwîst e weke avabûnên rêxistinî yên ku çerx pêwîst dike û ji bo çareseriya pirsgirêkan bêgaviyê nîşan didin, bêne nirxandin. Pêwîst e bîrdoziya fermî û çespandinên saziyî bêne terkirin.

Ji bo Tirkiyeyê qasî çemkeke zanistî ya netew û dewletê, nêvengeke ku azadiya ziman û çandê serbest berdide ji bo demokratîkbûnê mercê kêmtirîn e. Xwe Kurd, Tirk ango ji binkeyê etnîk û baweriyeke dîtir hesibandin, divê weke azadiya ramanî bê fêmkirin. Ha di çerxên kevin de olê serdest avantajê pêk aniye, ha netewe serdest avantajê pêk aniye, di navberê de çi ferq nîn e. Di puxteyê de her du çemk jî heman in û bi demokrasiyê re li hev nakin. Di nêzîkatiya bisazîbûnê de weke ku ji vî aliyê ve guhertin çêkirin di çemka dewletê de tên payîn, ku bisazîbûnên demokratîk jî xwe bi dewletê re wekehevî nekin girîngiyeke mezin hildigire. Sazî ji bi dewletê re bikevin nava berberiyê na, ji bo sazbariya xwe hene. Saziyên demokratîk dikarin berjewendiyên endamên xwe veguhêzin dewletê, lê nikarin vê weke fetihkirina dewletê fêm bikin. Tiştê herî zêde ku karibe ji dewletê bixwaze, ji viyan û mafên xwe re rêzdarî û pejinkerî ye.

Em berdin ezmûneyên ku di raboriyê de di pirsgirêka Kurd de hatine jiyandin, di asta saziyî de, di asta jîrekatî û hunerê de jî ji pêşketinên jirêzê re hê jî bi şikdarî tê nihêrtin û şopandin nayên kêmkirin. Di der barê hebûniya çandî de lêkolîn û temsîl di radeyeke dawî de di bin zêfîndariyê de tên birêvebirin. Bi piranî jî demxeya parçekeriyê dixwin. Her kirûya Kurd, bi wergiriya kirûyeke ku dikare bibe parçekeriyê bi şikdarî tê dîtin. Ev babetên ku ez biheterî destnîşan dikim, ku beramberî neyên têperandin, dê demokratîkbûn halê xwe yê çikandî bidomîne. Firoka demokrasiyê bi baskekî nafire.

Dewlet ku dixwaze PKK-KADEK bi tevahî ji çek bê kirinin, ji aliyê demokrasiyê de dibe ku mafdar be. Lê heke ku demokrasiya tam di rewşa meşandinê de be, daxwazeke rast e. Her wiha gavên ku pêwîst e her du alî biavêjin hene. Weke ku ji aliyê dewletê ve ev gav hatine gihandin bo zelaliyê, di bingeh de ji bo hemû Kurdan, da ku bigihîje zelaliyê pêwîstiyeke pirtir heye. Ji ber ku him ji aliyê jîrekatî û çandê û him jî aliyê bisazîbûnê ve ezmûne û çarçoveya teorîk a sînordar mijara gotinê ye. Her kes demokrasiyê di çar salan de hilbijartin, paldank û awante dizane. Ev jîrekatî û sepandina ku tam demagojî û nexweşiyek e neyê têperandin, di demokratîkbûnê de qonax nikare bê girtin. Demokrasî, şêwaza siyaseta welatparêzên rastîn e ku weke rejîmekî ji azadî û baweriya gel û dilpakiyan re wateyê dide. Eleqeya xwe bi paldank û awantayê re nîn e. Rant nayîne. Wê armanca peywirdarkirina yên herî baş ji bo pêdiviyên hevpar ku ji bo gel bêgavî ne, bi hilbijartinên birêkûpêk bi cih anînê hildigire. Bi kurtasî tê wateya perwerdehiyeke şidandî û rast.

Li hemû welatên ku Kurd lê belav bûne, bi otorîteya dewletê re pirsgirêkên manend têne jiyandin. Her wekî ku hewl dide da ku xwe ji serî hetanî binî ji koledariya çerxa navîn (axatî, şêxtî, begtî) rizgar bike, vê yekê ji bo ku di nav dewletên netewa serdest de bihele nake. Vê xwestin, ji koledariya çerxa navîn bêtir êxistina rewşeke xirabtir e. Ji ber vê yekê bîrdozî û saziyên feodalî nayên têperandin. Weke ku di nav du qoçan de hatibe tengaskirin. Demokratîkbûn, ji van her du qoçan beyî êş bê kişandin û xwîn bê rijandin, tê wateya derfeta rizgarbûyînê. Ger ev derfet neyê dayîn, dê timî alozî, serhildan û serkutkirin ji rojevê kêm nebin.

Di bingehê van rasteqînan de, ez dixwazim projeya saziyên demokratîk ên Kurd weke pêşniyarekê pêş bixînim. Proje, bi teşeyekê giranî Kurdên ku di her warî de weke gel peyda dibin, wergirtina wan hedef dike. Li ba ku tebeqeya rajor nayê derveyîkirin, wan esas nagire. Ji ber ku eleqedariya wan ber bi çareseriya dewletparêziyê ve ye. Wekî din jî, ji hemû hindikahiyên li parçeyên Kurdistanê û takekesên netew dewletan re vekirî ye. Perspektîfeke teng û miliyetgeriyê esas nagire.

Pêwîstî bi “Kongreya gel” a giştî ku hemû parçeyên Kurdistanê digire nava xwe heye. Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) a ku heye, ji aliyê naverok û teşeyê ve çarçoveya ku hatiye dahûrandin nawergire. Tê dîtin ku teng û kêm maye û xwe ji aliyê pêdiviyên heyî de bisazbarî nekiriye. Wekî din jî, çêkirina raderbirîna netewî, miliyetgerî û çareseriya dewletparêziyê bi bîr dixîne. Şûna netewî cîbicîkirina gel rasteqînîtir e. Hindek damezrakên din ên manendê vî navî hene. Babetekî girîng jî, bi KADEK’ê re manendbûn e. Her du jî kongre ne. Û xwediyê heman alîgiran in. Biyekbûna wan rasteqînîtir e. Her du bi kongreyeke awarte bi yek bibin, weke pêşniyarekî dikare bê pêşkeşkirin. A tê hizirandin KGK (Kongreya gel a Kurdistan) di armancê de dewletbûnê venahewîne û dikare xwe bi teşeyê netew dewletên heyî re pirsgirêkan di nava aştiyê de û bi esasên siyasetê çareserkirinê pênase bike. Ev pênase weke encamê hewldaneke rişt, rast, teorîk û çalakiya pratîk tê pêşxistin. Pêwîst e ku bi baldêrî bê têgihîştin. Jimarên endamên KGK’ê bi gor rêjeya nifûsê parçeyan di navbera 250-300’an de dikare bê pêşniyarkirin. Zagonên dewletên heyî li ber çav bê girtin û bi azîneyên guncav endam têne bijartin. Salane civîn li dar xistin û li derdora 25-30 kesan konseya birêvebirinê bijartin di nav peywirên wê de ne. Dikare di hemû pirsgirêkên demokratîzekirina gel de biryar û siyasetê pêş bixe.

Di welatên ku Kurd tê de dijîn derezagonî na, pêwîst e bi partiyên siyasî xebatê esas bigire. Ev partiyên siyasî tenê ne ew partiyên ku ji viyana wê pêk hatine, di nav şûngeheke dostanî de ne. Bi gor zagon û pergalnameya dewletan tevgerîn esas e. KGK, tenê dikare netew dewlet û saziyên demokratîkbûna gel rast nirxandin û bibiryarkirinê rola xwe bileyize. Ger destûr bê dayîn dikare xwe di nav her netew dewletê bi xwe de bîne rewşa statûya zagonî. Pêwîst e têkoşîna vê bide. Di bin konseya bicihanînê de bi gor pêdiviyan komîte têne avakirin. Sereke komîte dikarin bi teşeyê siyasî (navxweyî-derveyî), civakî, aborî, zanistî-huner û çapemenî-weşanê bêne avakirin. Dikare bê peşniyarkirin ku ev komîte bi gor pêdiviyan herin rêxistinkirinên şax û yekîtiyan û rêxistinkirana gerseyê armanc bikin. Weke rêxistinkirina navkoyê şêwaza komava ango melbendê dikare bê esasgirtin. Ev hemû rêxistin vekirî ne û bi gora pîvanên bingehîn ên demokrasiyê xwediyê sazbariyekê ne.

Bi xetên bingehîn weke pir kurt ku min xwest bigihînim şemayekî û weke pêşniyarekî pêşkeş bikim, da ku gelê Kurd bi vî awayî bigihîje mûhatabekî berpirsiyar, divê netew dewletan nexîne endîşeyê. Keviya ku herî fikarmend êw rêxistinên ku rewişt û şêwaza wê diyar nîn e, di destên amatorên bêberpirsiyaran de her qas dikare serî li her cure riyê bixe û timî dibine çete, dagirkirina wan a refên gel e. Ger em hêmana şîdetê jî tevlê bikin, dê ew rewşên ku di halê gengeşeyê de ne, di raboriyê de hatibûn jiyandin û hê jî metirsiya wan a jiyandinê hene derkevine holê. Ev cure avakarî ku bê berçavkirin ka ji bo refên gel û dewletê çiqas rewşên fikarmend diafirînin, dê baştir bê fêmkirin ku şêwaza KGK’ê modelekî herî rasteqîner û dahûrîner ava dike. Ger gelş tenê parçeyekî Kurdistanê bibûya, dikaribû şêwazeke wisa rêxistinkirinê pêwîst nekiribûya. Lê ji ber ku parçe û netew dewlet hev bi şîdet bandor dikin, ji vê şêwaza rêxistinkirin û temsîlkariya siyasetê re pêdivî heye. Ji aliyê Tirkiyeyê ve, ger bi raboriyê re bê berawirdkirin, dibe ku bêtir hêwilnak xuya bike. Lê li hember avakarbûna eşkere ya dewletbûna miliyetgeriya kurd a li ber serê wî, ev şêwaz avakariya ku unîter dewletê esas digire û demokrasiyeke ku baş hatiye pênasekirin armanc digire, weke amrazekî çareseriyê yê herî guncav tê dîtin. Di halê berevajî de, dê gel pêl bi pêl bikeve bin bandoriya cihêxwaziya miliyetgeriyê. Temînata ku miliyetgeriya Kurd ku bide çi dibe bila bibe, di operasyşona İraqê ya dawî de, di radeyeke bes de safîbûnê qezenc kiriye, ya ku weke objektîfî pêş dikeve ev rasteqîn bi xwe ye. Weke ku Tirkiye pirsgirêka Kurd di bin berpirsiyartiya xwe de dibîne, pêwîst e ev cure rêxistinbûnekê ne weke çavkaniya şikdariyê, weke dost û mûhatabekî lihevkirina teşwîq û destek dayînê bipejirîne. Redkirin û helwesta dijber ji aliyekî ve, dê miliyetgeriya dewletparêziyê xurt bike, dê hêzen gel jî him ber bi çek û him jî ber bi şîdet û cihêxwaziya bêgavî ve teşwîq bike. Ev model ku di jimareke pir de bi mînakê cîhanê re bê berawirdkirin, dê bê dîtin ku ya herî avakar a nêzîkatiyê ye. Çeçenistin û Kosovayeke piçûk jî kêmî dewleteke cuda napejirînin. Tebî ew helwesta wan jî pirsgirêkê tîne halê tirawiyê. Ger ev pêşniyar ji hêla alîgiran ve guncav bê dîtin, ya ku dimîne pirsgirêka biyekbûna PKK-KADEK û KNK’ê dikare bikeve rojevê. Di vê bingehê de lêgerîn, dikare ji aliyê rêgezî û pratîk de bê pêşxistin.

Ji bilî vê projeya gelemperî amrazên dahûrîner girîngiyeke mezin hildigirin. Rêxistinên civaka sivîl (RCS), KGK û partiyên zagonî pêwîst e weke alternatîfên hev neyên dîtin. Her yek ji wan di hundirê navend û avakariya xwe de hildana dest rastir e. Her avakariyê, pêdivî diyar dikin. Rêxistinên şematîk û bûrokratîk bi misogerî ji armancê re xizmetê nakin û pirsgirêkan bêçareserî dihêlin. RCS jî weke pir teşenebûyî, navendî û taxî dikare bê pêşxistin; pêwîst e bi espiriya ji ya bi naveroka aborî hetanî civakî, çandî, ekolojîk, hunerî, zanistî, sporî, perwerdehî, tendûrûstî, dirok û hwd. di kîjan navendê de pêdivî, ji wirê re RCS’yek nêzîkbûn çêbibe. Kesayek û sazbariyên ku bi gor vê armancê ne bi çi awayî nayê îhmalkirin.

Partiyên demokrat ên zagonî jî, ji aliyê Kurdan ve dahûrînerî û girîngiyeke mezin hildigirin. Çemka tenê ji bo Kurdan partî weke ku ji çewtiyan re rê vedike, di navendên ku pir Kurd tê de û pirsgirêkên xweserê xwe dijîn, avakirina partiyên demokratîk ên Kurd ji aliyê zagonî ve jî gengaz e û xwedî sazbariyê ye. Pêwîst e ev cure rêxistinkirin ji esasên miliyetgerî û nijadî dûr bimînin. Pêwîst e cudatiya miliyetê neyê kirin, lê di navendên ku piranî tê de heye, ji teşebûnên dixwaze serbixwe û dixwaze bi şêwaza seksiyan vekirîbûn, ji aliyê sazbariya şêwaza demokratîk ve jî pir girîng e. Li rojava û her deverê cîhanê ya ku bi belavbûyî tê dîtin ev şêwaz e. Weke xwezayî ev partî di rewşa koalîsyonên demokratîk de dikare bibe desthilatdar ango bandorê çêbike. Tenê bi serê xwe tevgerîna wan, bi misogerî bandorê lewaz dihêle. Di teşeyên kordînasyonên demokratîk û ekolojîk ên fireh de tevgerîn, şêwaza herî rast e.

Wekî din jî divê bê diyarkirin ku, sazî û bisazîbûna Kurdan bi taybetî di navendên zanistî, huner, perwerdehî û mediyayê de girîngiyekê hildigire. Ji bo raderbirîna azad a çandî eşkere ye ku ev sazî di serî de rol dileyizin. Şûna ku netew dewlet ji saziyên bi vî rengî bitirse, peywira xwe ya destek dayînê heye. Jixwe perwerdehî û sazbariya belavbûyî ya zimanê fermî mijara gotinê ye, tenê di radeya dibistana seretayî de perwerdehiya Kurdî dikare teşwîqê bibîne. Bi du ziman bûyîn pêwîst e weke dewlemendiya civakê bê dîtin. Li Hindistanê bi sedan, li Swîçrê sazbariya çar zimanên bingehîn xebitîna dewletê asteng û tevayiya netewî xira nake.

Navendekî dîtir ê girîng bisazîbûna demokratîk şaredarî, bajêr û gundên çolteriyê ne. Ev bisazîbûnên demokratîk ên di van navendan de, ku bi zemîna erdnîgarî û her wiha ekolojiyê ve bi nêzîk ve eleqedar in, binyada rejîma demokratîk in. Ger gund û bajêr nebin demokratîk, li raserî hemû civakê sazî û rêveberiyên navendî bên avakirin jî, bi serê xwe demokratîkbûna wan ne gengaz e. Demokrasî, weke pêwîstiya puxteya xwe ji navkoya gel radibe û kolektîf viyana wê ber bi rêveberiyê ve vediguhêzê. Girîngiya wê ji ber vê puxteyê tê. Her wiha di bajaran de şaredarî, di gundan de komavayên gund ango melbend (heyeta extiyaran teng e û zêde ne demokratîk e) weke têgîn û sazî li ser sekinandinê pêwîst dikin. Nikare bê gotin ku, şaredarî û rêveberiyên gund bi serê xwe demokratîk in. Demokratîzekirina wan, bi serê xwe pirsgirêkek e. Ji aliyekî ve ew hêza perçiqandiner a dewletê li ser van navendan e, ji bilî rewşên bêgavî û pêdiviya gelemperiya welêt, rakirina wan pêwîst dike. Ji aliye din ve sepandina objektîf ku bi teşeyê axatiya şaredarî û gund ku ev bermaya civaka feodal e, pêwîst e bi hilbijartin û venêrana viyana azad a gel “komava” û Meclîsên bajêr” bêne avakirin û ji hêla van ve bê venêrandin.

Weke çemkeke bêtir giştî; ji ber egera girîngiya mezin ku di hempayê cîhanê de cîgayîtî, çand û ekolojiya cîgayî ku pêş dikeve, ji sazîbûnên vê navendê re di asteke ronakbîr de eleqeyeke bilind nîşandan û rêxistinkirin mijarên sereke yên siyaseta demokratîk in. Bisazîbûnên gund û şaredariyan ku em dikarin pênaseya çarçoveyê wisa çêbikin, dema ku em li ser taybetmendiyên civaka Kurd didin rikibandin, ji bo bajarên ku bêtir bi şênber in “tevgera şaredariya azadîxwaz” ji bo navendên gund ên çolteriyê jî “tevgera komavayên azadîxwaz” bi nav kirin guncav e. Gel; însafa axa, serekê tarîqetê, keya, cerdevan û pasvanekî re hiştin, mandelkirina demokrasiyê ye. Hetanî ku ev tevahî çemk, sepandin û bisazîbûnên rêveberiya dij-demokratîk ku ji hêla hêzên taxî yên feodal û dewletên navendî ve bi sed salan in li ser gel têne çespandin neyêne têperandin, eşkere ye ku demokratîkbûna gelemperî nikare serkeftî bibe.

Parlementoyên netewî dewlet ên serdest û parlementoya Kurd a federe, ji aliyê gelê Kurd ve di çarçoveyên eleqedar de ku hindek temsîlkaran hilbijêre, ji aliyê lêgerîna “lihevkirina demokratîk” ve girîngî heye. Hemû parlementoyên ku hebûnî û azadiya xwe nas nakin, pirsgirêkên xwe yên temsîlkirina xweserên gelê Kurd nîn e. Di van nêvengên ku derfetên perwerdehiya zimanê zikmakî ku mafekî mirovan ê herî jirêzê ye, ji bo zarokên Kurd û bi gora kevneşopiyên çandî nav lê danîn ku têne sînordarkirin de, qala “parlementerên Kurd” kirin dibetî nîn e. Ên ku li ziman û çanda xwe xwedî dernakevin, weke temsîlkarên gel bi nav kirin di çi ferhengokên siyasî de cî nagire. Lê li ser navên netew û olên serdest, weke ku di dîrokê de tê dîtin, xwe peywirdar dîtina wan gengaz e û ji aliyê ku yên Kurd in ve rasteqîna civaknasiyê jî ev e. Her wiha di pêvajoya pêşiya me de qasî ku ji aliyê gelemperiya dewletê ve, ji aliyê saziyên temsîla netewî ve jî, lêgerînên teşeyên nû girîngiyekê hildigirin. Ji aliyê van qiblegehên demokrasiyê ve bi taybetî di meclîsên federê yên Tirk, Îran, Ereb û Kurdan de, temsîla rasteqînî ya gelê Kurd weke pirsgirêkeke girîng ji aliyê puxte û teşeyê ve disekine. Ji aliyê lihevkirina demokratîk ve girîngiyeke mezin berpêş dike.

Ji aliyê saziyî ya demokrasiyê ve xaleke girîng a dawiyê jî jin, ciwan, etnîk û komên olî ku hîmî komên civakê ne, bisazûbûna wan a xweser û rêxistinbûna wan a girseyî, xwedî girîngiyeke jeveneger e. Ev navendên ku tuwêjên herî girîng ên civaka sivîl in, ger neyê gihandin bo rêxistinkirinên demokratîk ên girseyî, mirov nikare ji demokrasiya azad û wekhev qal bike.

Ji bo saziyên demokratîk guncavbûna zagonên gelemperî, destûrname û esasnameyên ku dikarin ji sazbariyê re bibine bersiv, ji wan navendên mijar û pirsgirêkan in ku pêwîst e bêne çareserkirin.

Ev nêrînên di der barê bisazîbûna demokratîk de ku ez weke pêşniyarekî pêşkeş dikim, ger pêwîst bike û fersend derkeve dikare bê guhertin û pêşxistin.

  3- Demokrasî ew rejîm in ku, bi çalakmendiya gel ve pêwendîdar in. Li deverên ku çalakmendiya gel lê peyda nebîn, li wê derê demokrasî jî peyda nabin. Weke ku pêwîst dike, dewlet li dijî çalakmendiya gel rêzdar be, ewqas jî pêwîst dike ku gel li hember dewletê rêzdar be û wê pergala wî ya ji bo xwe pejinker e xira neke. Di konsensûseke beramberî hev pevgihîn esas e. Hiştina her tiştî ji dewletê re, çawa ku dihêle dûrbûn ji demokrasiyê çêbibe, hiştina her tiştî ji çalakmendiya gel re jî, ber bi anarşiyê ve dibe. Neketina wan xal keviyên ku di dirêjahiya dîrokê de pir hatine ezmûnekirin, giringiyekê hildigire. Bi taybetî di sedsala dawî de him li ser navê “rizgariya netew” û him jî li ser navê “rizgariya sosyalîst” ew şer û raperînên hatine birêvebirin weke çalakmendiyên gel pîrozkirin ne rasteqînî ye. Di dahûrandina dawî de, rasteqîna “sosyalîzma Pêkhatî” û “netew dewletên” pêwîst e bêne têperandin baş datîne holê ku, ev îdîa zêde ne zanistî ne. Ev têgînên ku tomerî û manendê vê ne, ji wan re biendaze û rasteqînî nêzîkbûn, di radeya dawî de girîng e. Ji aliyekî ve dişibin têgînên olî û xanedanan. Çalakmendiya gel ji derveyî parastina rewa ya pir bêgavî, pêwîst e zorê di xwe de nehewîne û hilweşandin û avakirina dewletê armanc neke. Di halê berevajî de 70 sal jî derbas bibe û li ser 1/3’yê cîhanê bibe serdest jî, nikare xwe ji têperandinê rizgar bike. A rast, armanca esasî ya çalakmendiya gel; bi teşeyê ku rizamendiya dewletê ji bo bisazîbûnên xwe yên demokratîk û her wiha ji azadbûna xwe re çêbike û ji bo vê jî temsîlkarên berpirsiyar bipejirîne, dikare bê formûlekirin. Ne dewletê hebandin, ne jî ji bo hilweşandinê li ser navê gelan şer û çalakî weke rast û rewa nikare bê nirxandin. Ger bê nirxandin jî, di dawiyê de nikare xwe rizgar bike ji berevajîketina azadiya gel.

Di vê çarçoveyê de hev nasîna sazî û çalakmendiyên demokratîk ên dewlet û gel, puxteya rewayiya civakî ne. Li Tirkiyeyê, di 30-40 salên dawî de, di rast-çepê de çalakmendiyên di bingehên olî ango etnik û helwesta dewletê ya li dijî wan çalakiyan, di gelek xalan de ber bi zêdeyiyê ve filitiye. Ji rewayiya beramber re xizmetê nekiriye. Hêzên ku xwe weke demokratîk û sosyalîst bi nav dikin, piştî ku derbasî rewşa veşarî û çekdarî bûne, li ser navê dewletê li dijî çepê bi şêwaza “ûlkûcî”, li dijî Kurdan PKK’yiyan “hizbûlah” çalakmendiyên ku hatine lidarxistin, xisareke mezin daye demokratîkbûne. Raveya wan bi parastina rewa çêkirin zehmet e. Bi rexnedaneke beramber hev û pêvajoya nasîna rewayiyên hev, da ku di navbera hemû civak û hêzên pêşeng de nêvenga xweşbîniyê bê afirandin û ji aliyê sazbariya pêşketinên di der barê demokrasî û mafên mirovan de jî girîng e. Raboriya Tirkiyeyê, bi teşeyê ku aliyek aliyê din tewanbar dike, nikare bimîne. Riya rastînî; her kes û her kom di bingehê krîterên demokratîk de xwe di ber çav re derbas bike, rexnedana pêwîst dike bide û di rewayiya civakî ya gelemperî de biryarê bide. Em ji dewletê bigirin hetanî wan terîqet û rewşenbîrên ku xwe herî xwerû nîşan didin, her kes dikeve navê.

Çalakmendiya demokratîk ji aliyê Kurdan ve girîngiyeke mezin hildigire. Saziyên xwe yên demokratîk û di nezera dewletê de rewayiya xwe tenê dikarin bi çalakmendiyên rewa pêk bînin. Pêwîst e teşeyên vê yên rast peyda bikin. Mînakên rê nîşandêr yên di hempaya dîrok û cîhanê de hene. Lê eşkere ye ku dê weke ku hene lasayî nekin. Ji şêwaza pasîf a Gandî ya li Hindistanê hetanî tevgerên Getto yên li komara Efrîqiya Başûr; ji întîfadayên Filistinê hetanî manendê tevgerên roja me ya îroyîn ku li Arjentînê di kolan, komava û rêveberiyên jixweser gelek mînak hêjayê lêkolînê ne. Tevgerên Kurdan ên timî û belavbûyî li nav hemû dewletê de peyda dibin, di bin navê dirûşmeya “rewayiya aştî û demokratîk bê nasîn” de dikare ji demokratîkbûnê re xizmetê berpêş bike. Pêwîst e derveyê parastinên rewa yên pir bêgavî serî li amrazên zorê nexînin û çalakmendiyên xwe yên bi vî awayî yên aştî û demokratîk weke mafekî zagonî daxwaz bikin. Li virê du mercên girîng; di wê çonayetiyê de ne ku, daxwazî şîdetê di xwe de nehewînin û cihêxwaziya ji dewletê neparêzin. Li ba vê yekê çalakmendiyên “mafê perwerdehiya zimanê zikmakî” û “ji xizanî û bêkariyê re çare” girîngiyeke mezin hildigirin. Manendê wê çalakmendiyên ku xwe disipêrin pêdiviyên bingehîn herî hindik qasî bisazûbûnên demokratîkbûnê pêwîst in. Dewlet jî, da ku ev ber bi derveyê zagonê ve nefilitin, pêwîst e mafên xwe yên venêranê, di teşeyên timî zêfandin û bêsazbarî hiştin de, berevajî puxteya demokrasiyê bi kar neyinin. Pêwîst e di çalakmendiyan de baldêrî bi armanckirina rewayiya zagonî bê kirin û da ku vê derbas nekin, divê di radeyeke bes de rêxistinbûn û disîplînê bizanibin. Ji hesasiyetên gelemperî yên civakê re baldêrî raberkirin, babeteke jeveneger ê beramber e.

Pirsgirêkeke girîng ê demokratîkbûn û aştiyê jî şûngeha çekdarî ya PKK-KADEK’ê ye. Min di der barê ku PKK-KADEK weke siyasî xwe bike rewayî di bin banê KGK’ê de, pêşniyara biyekbûnê pêş xistibû. Ji bo ji çekê safîbûnê jî, pêdivî heye ku dewletên eleqedar hindek çarçoveyên zagonî pêş bixînin. Di mînaka Tirkiyeyê de “zagona poşmaniyê” ku tê hizirandin, him weke wergirî û him jî weke teşe ji puxteya pêvajoyê re bersiv nade. Ji bo bexşîneke gelemperî weke ku merc guncav nayên dîtin, riyeke rasteqînîtir; li hember çek berdaneke giştî, ji her kesê ku tevkariyê de peyda dibe re –yên ku li derveyî welat, li Ewropayê tê de- verastkirineke ku yên di girtîgehê de, yên li serê çiyê biçek in jî werdigire, di rewşa ku tevlî taybetmendiyên demokratîk, laîk, civakî, hiqûqî yên komarê dibin re derfeta aştiyê dide. Her wiha rewşa yên ku di berxwedaniya çekdarî de bibiryar in û komarê bi taybetmendiyên hatî jimartin ve nanasin tê pêşçavkirin û bêtir rûmetdarî û ji hedefên komarê re bidilbûnî tevlîbûnê re, dê derfetê rol leyîstina temamkerî û hêzdêrî bê dayîn.

Bingehê vî yê dîrokî û civakî jî heye. Di destpêkirina beriya sî salan de ku mijarên “komûnîzm, Kurdayetî” û hwd. qedexe bûn, îro karibûne werin halê partiyên legal. Dîsa gelek rêxistinan çek berdaye ango ji berdanê re amade ye ji bo pejirandina tevayiya demokrasiyê. Nexwe vê pêşketina dîrokî-civakî, bi mijarê ve eleqedar di hundirê zagonê de hewandin û anîna zimên, di radeya dawî de rast, pêwîst, girîng û dahûrîner e. Di halê berevajî de yên ku biqewimin em çiqas daxwaz nekin jî, weke ku min di berê de ji bo PKK-KADEK’ê destnîşan kiribû, li İraqê bi çespandina DYA’yê bi hêzekî çekdarî ku nêzîkê deh hezaran in, dê pêvajoyeke ku dikare rê vebike ji zehmetî, êş û wendayiyên ku pir raserî pêvajoya 15’ê Tebaxê ye (bi tevlîbûna 250’yan dest pê kiribû) bibe jênerevîn. Ev demeke dirêj e da ku riyeke wisa venebe, di jimareke pir de pêşniyar him dewlet û him jî aliyê PKK’ê re dabûme ragihandin. Ev penc sal, qonaxa sekanî encama vê hilkeftina min e. Ji bo çareseriya dumahîk û da ku pêvajoyeke nû ya xedar dest pê neke, pêşxistina zagona “qezenckirina aştî û demokratîk” mijareke jiyanî ye. Ji ber ku bi çareserî nêzîk nebibûn û bi nixafê diçûn agir, vê yekê dawiya bi dehan hikûmetan anîbû.

Civak bi misogerî aramî, kar û xweşbîniyê dixwaze. Hikûmeta ku dewletê dixebitîne, ji van daxwaziyên bingehîn re weke bersiv, di şûna “zagona poşmaniyê” de ku ev tê wateya berevajî formûla zagonî ku bi rehdarî “aştî û tevayîbûna demokratîk” armanc dike, pêşxistina wê gengaz û hêjayê girîngiya jiyanî ye. Di halê berevajî de hêzên çekdarî yên heyî ketina wan pêvajoyeke têkoşîna çekdarî ya dem dirêj dê bibe jênerevîn. Nameya min a dawî ku min ji hikûmetê re nivîsandibû bi vê armancê re pêwendîdar bû.

Li Tirkiyeyê, sendroma ku ji pirsgirêka Kurd bingeh digire, êdî pêwîst ê bê têperandin. Giştî hedefa Tevgara Demokratîk a Kurd di tevahî Tirkiyeyê de tam demokrasî ye. Hedefkirina krîterên YE’yê ya Tirkiyeyê vê armancê pêşwazî dike. Weke ku polîtîkayên kevneşopî yên Kurd nixumandina dîrokê, dê nebe mijara gotinê, ji bo Kurdan jî di bin her mercê de weke ku “bila dewleta min jî hebe” nebe hedef, bi pejirandina “vesaziya demokratîk a kurdan” ku xwe disipêre tevlîbûna bidilî, him ji bo bastûra xwe ya navxweyî û him jî di tevahî herêmê de gava rehdar a aştî demokratîkbûnê avêtin peywirên wan ên dîrokî ne.

Bi kurtasî projeya demokratîk a gelê Kurdistanê peroşmendiyê dide. Çawa ku di pêşketina yekem şaristaniya civaka biçînî û dewletî ya Sumeran de, rola çavkaniya sereke leyîst û tevkariyeke qirase ji bo dîrokê berpêş kir, di roja me ya îroyîn de jî, di heman warê de, bi hêzên dawî ên “DYA şaristaniya wehş” pêşketî re ezmûneyên demokrasiya puxteyî ya xwe, di nav têkilî û nakokiyê de, dixwazin pêş bixin.

Di sentezeke Helen a nû de nasnameya Rojhilata Navîn dirêsin. “Tejî”ya Kurd dê bizivire û bigihîne çerxa şaristaniya demokratîk a dîrokê.

A ku dikeve ser milên me, bêyî ku em bibin qulên “Gilgamêş û Îskender”ên nû, vê neqlê karibin bibin çavkaniya hêviyê ya tevlîbûnên bêezbenî ya gelan ji şaristaniyê re. Di heyama berbeyaniya “şaristaniya demokratîk û ekolojîk a gel” de ku taybetmendiyên gerdûnî di hembêza xwe de hildigire, yekem roniyên ronahiyê vê neqlê jî weke yên pêşî pêxistin e.

Ez di wê baweriyê de me ku, bandorên pêvajoya Îmralî ên li ser veguherîna min a takekesî, di vê Parêznameyê de bi balkêşî hatine vehûnandin. Qasî ku di serî ji bo gelê Kurd, rêheval û dostan waneyên mezintirîn ve barkirî ye, ji bo dijberên min jî bi waneyan dagirtî ye. Encamên ku pêwîst in bi riha derxînin, pêwîst e weke alîkariyeke girîng ji her kesê ku pêdiviya wî pê heye bê fêmkirin. Ez bawer dikim ku min baş peyitand ku ez hembajariyekî baş ê Eyûbê ku ji bo mirovayetiyê pêşîn car janê rabihîst û Birahîmê ku vê hesta pîroz anî halî bîriya mirov. Çîroka çanda ku mirovayetiya ev roj afirandiye, di wan çîrokên neviyan de veşartî ye. Min hewl da ku ez wan vegerînim zimanê çerxê da ku bêne xwendin. Ji bo serkeftinê dê dîrok, vegotina axaftinên pêwîst dikin bidomîne.

Çanda Helen ku bingehîn çavkaniya pêşketinê di vê çandê de peyda kiriye, bi Îskerder li ser vê axê mirovan weke mîroyan perçiqandiye û sentezekî ava kiriye. Ji vê çandê ya ku para min ketiyê, bû ev komploya Atînayê. Bersiva ku min daye bi erdnîgarî nebe jî, di asta bîrî û wijdanî de li dijî tevahî çanda Helen û Rojavayê “dij-Îskenderîzm”iyek e. Di der barê ku navê min ê din bibe Dij-Îskerder de hêvîdar im.

Ji Endamên Desteya Hilbijêr û Dadgeha Bisond û Têkel Atînayê re, Ji ber ku min, di vî halê ku ez ji hêla olîgarşiya pêncmend a Atînayê ve di bin rûpoşa demokrasî û mafên mirovan de, bi şêwaza Zeûs li latên Îmraliyê hatime daqûtandin, Prometeûsvanî û weke Sokratesekî duyemîn parastina xwe çêkir û ew bi xwe jî, di der barê hikmekî ku di zû de hatî dayîn de ji ber ku tiştekî nekarin bikin, biberketina xwe diyar dikim û rêzdariya xwe pêşkeş dikim.

 

20. 05. 2003

Girtîgeha Yek Kesîn Îmralî

Abdullah OCALAN