BEŞA
-I-
Ji
parêznameyên Rêber APO
Zanîn bi
pêşketina fikir û rêya ku bi vê ya ve hatiye
girtin ve pêwendîdar e
Bi wateya
xwe ya herî giştî “RÊ” ye. Rêbaza ku mirov
di armanç de, yanjî di wateya giştîtir de ji
bo naskirina gerdûnê de di şopîne ye. Gerdûn,
her timî ji bo mirov wek qadeke nediyarî
têde desthilat e hatiye dîtin û ev jî di
mirov de mereq daye çêkirin. Bi qasî encama
ku dixwazin bi rêbaza zanistî bigihijinê,
nêzîkatiyên din ên mîtolojîk, felsefî jî di
cewherê xwede hewldane bigihijin heman
armancê. Armanca ol jî dixwaze bigihijiyê jî
heman e. Ji “RÊ” cihêbe jî, hedefên wan
heman bûne. Ji lewra di xala dawî de tevahî
rêbazên dixwazin veşare ya pişt gerdûnê de
ronî bikin, cihêbûna nêzîkahiya wan bêyku
were piştçav kirin, gengaze ku wek RÊ were
nirxandin. Bi taybet di serî de mîtolojî bi
yên di re bira be jî, pênaseya ol di vê xalê
de bi cihêbûnên xwe derdikeve holê.
OL
GERDÛNÊ Bİ METAFİZÎK DEST DİGRE
Ol, gerdûnê
bi nêzîkahiyên metafizîk dest digre. Çawa ku
weke yekpareya xeyal û karîgeriyên
serxwezayî pênase dike, weke daxuyaniya
bûyerên fizîk bi rêbazên wêdetirêfizîk re jî
tê pênasekirin. Bi wateya giştî hêzeke
afrîner û li ser bingeha vîna ev hêza
afrîner a “qîmet a xwe teqez” ji gerdûn,
xweza, civak û mirov re; ji bo vê dunyayê û
jiyana piştî mirine ramanên komkirî ên
hatine sîstematîze kirin û asta gihiştina
van ramanan a vegotinê ye. Şêwazê daxuyaniya
bingehîn a xwe dispêrînin heyîna afrînerekî.
Ev, xwediyê hêzeke teqez û Xwedayê afrîner
e. Ji lewra pênaseya bingehîn a ol, jêdera
xwe ji vê nêzîkatiyê digre û çêdibe:
“saziyeke civakî a bawerî û xwespartina
heyînên xweda, hêzên serxwezayî û heyînên
cihê ên pîroz re bi sîstem dike û baweriyên
di vê wesfê de bi şêweya rêzik, sazî,
kevneşop û sembolan, rêkûpêkeke kom dike
ye”. Ev nirxandina weke pênase nirxandinên
girîng di naveroka xwede hilgirin jî, besî
weke sosyolojîk dahûrandina pêkhateya ol a
dîrokî, civakî nake.
OL
LÊGERÎNA GERDÛN ÇAWA ÇÊBÛYE
Daxwaza
pênasekirina gerdûnê û eşkerekirina wê ya di
her qonaxekî de bûye yek ji nêzîkatiyên
bingehîn ên hişê mirovan mijul dike. Biqasî
mîtolojî, felsefe, zanist, ol jî; di encama
lêgerîna ‘gerdûn çawa çêbû’ de pêşketiye. Ev
pêkhateye zihniyeta mirovên serdemekî dide
nîşandan. Li dewsa ku gerdûnê bi dîtiniyan
ve bide xuyakirin, dikeve nava hewldana ku
gerdûnê razber, rêyên ne madî re
pênasekirinê. Di cihê ku asta pêşketina eqlê
mirov besî ravekirineke ‘zanistî’ û şênber
nake de daxuyaniyên razber û wêdetirêfizîk
weke jênerevîn ketiye rojevê. Ol, weke
berhem û encameke van daxwaz û nêzîkatiyane
zaye û pêşketiye.
PÊŞKETİNA
OL Bİ PÊŞKETİNA EQLÊ MİROV GİRÊDAYİ YE
Pêşketina
pêşîn a ol rasterast bi asta pêşketina eqlê
mirov ve girêdayî ye. Di wateya ku em
dizanin de, ango di wateya îro de gihiştina
afirandina ola yek xwedayî hema wisan ji
nişkave çênebûye. Di encama pêşketina dîrokê
ya dirêj de û bi pijîna zanabûnê ve girêdayî
piştî rêze qonaxekî, gihiştina çêbûna ola
yek xwedayî ya hukim li ser hezarsalên
mirovan kiriye, çêbûye. Berê ku sîstematîze
bibe û beriya desthilatiya teqez a ola yek
xwedayî çêbibe jî di jiyana mirovan de weke
‘olên xwezayê’ jî ku em bikarin pênase bikin
mîna anîmîzm, fetîşîzm, totemîzm beriya ola
yek xwedayî, çêbûnên olî ciheke girîng
girtiye. Asta têgihiştina bûyerên xwezayî
qismeke girîng a van nêzîkatiyên girîng bi
dawî kiriye. Lê lêgerîna mirovan a
pênasekirina gerdûnê, zanîna wê bi dawî
nebûye. Her pirsek peyketinên nû, lêgerînên
nû aniye rojevê.
Mercên
Derketina Holê ya Ol
Hizirîna ruhê her tiştê heye esas bû
Ji bo mirovê/a
civaka xwezayî, xweza yekpareyekî nabe bê
parçekirinbû. Xwejî, weke cûreyeke li ser
xwezayê re, yanjî weke heyînekî dîtinê
zêdetir, xwe weke parçeyeke wê dest digirt.
Ji lewra nêzîkatiya xweza jî mîna xwe zindî
dîtin, weke nêzîkatiyeke bingehîn serwerbû.
Hizirîna ruhê her tiştê heye esas bû. Tişta
dikare were zanîn dikare were dîtin jî, ev
jî bi xwedayan re wekhevbû. Ev nêzîkatiya ku
weke anîmîzm tê pênasekirin, dikare bê gotin
ku, ola yekem bû yanjî dibû zemînê pêşketina
ol.
Ji bo mirovê/a
civaka xwezayî xweza bi nediyarin tijîbû.
Her tiştê ku di derdora wê/wî de hema hema
biyanîbû/xerîpbû. Ji hêza pênasekirina
bûyereke xwezayî, heyîneke di xwezayê de
dûrbû. Heta ji naskirina ew heyberên ku pêre
dijiya, xwedispartê jî dûrbû. Asta
têgihiştina wan sînordarbû, tiştên ku
pênaseya wê dirikin jî, di çarçoveya vê
têgihiştina sînordar de dibû. Ji bo wê
serdemê çêkera zihniyeteke mirov a pêşketî
û nêzîkatiyeke wan a bi zanistî ji xwezayê
re hêvî kirin jî rastîbûn nîne. Qonaxa
zaroktiyê ya mirovahiyêbû û nêzîkahiya
zarokekî ji tiştên di derdora xwere çawabe,
nêzîkahiya mirovên vê demê jî ji xweza û
tiştên di derdora xwere û bûyeran re jî
heman e. Ji lewra zanîn, di plana duyem de
ye, bawer kirin esas e. Jixwe ev nêzîkahî
dema weke fikrî jî pêşketinên pir mezin çêbû
jî derbasdariya xwe di rêjeyeke girîng de
parastiye, bûye nêzîkahiya bingehîn a hizrên
olî. Îro jî nêzîkahiya bingehîn a olên yek
xwedayî, bûyer, diyarde û heyberan ne di
bingeha di mêxûlka eqlê analîtîk re
derbaskirinê re şîrovekirin û dest girtinê
dibe. Baweriyê di çarçoveya nêzîkahiyên
wêdetirêfizîk dest girtin, esas e. Rastiya
zanînê bi pêşketina fikir û bi rêya girêdayî
vêya ve pêwendîdar e.
Mirov li hember tiştên ku nizane bêçareye
Asta
pêşketina fikir, asta şîrovekirina bûyer,
diyarde û heyberan derxistiye holê. Zanîn bi
pêşketina fikir û rêya ku bi vê ya ve hatiye
girtin ve pêwendîdar e. Di serdemeke fikir
sînordar pêşketiye de eşkereye ku wê heta
radeya dawiyê zanîn, naskirin û hêza
şîrovekirinê sînordarbe. Ji bo mirovên dema
destpêkê (berê) hema her tişt, li pişt
perdeyeke tarî, bimije û pêwîstî bi
şîrovekirinê heye. Mirov li hember tiştên ku
nizane bêçareye. Tiştên ku qutsiyet jêre
hatiye barkirin di dorhêla nezanîn û
bêçaretiyan de pêşketiye.
Çi tişt ji tişta ku nayê zanîn tirsnaktir
nîne
Çi tişt ji
tişta ku nayê zanîn tirsnaktir nîne. Ji jbo
mirovên civaka xwezayî jî xweza bi nezanînan
tijebû. Nezanîn, nediyarî ji bo mirovên vê
demê cihê tirs û fikarêbû. Tiştê ku lê
temaşe dikir, dest didayê, hemû tiştên ku di
derdora wê de ku rojane pêre ye ji bo wan
xerîpbû. Mîna Roj, Heyv, Stêrkan, heyînên di
ezmanan de; bûyerên xwezayî yên mîna baran,
birûsk, ewr; tiştên ku ji bo debara
domandina jiyana xwe bikin mîna nebat, tov,
lawiran ku jê sûd werdigirin him nizane,
dîtiye û destnedayê, him jî tiştên ku her
kêlî di bin destê wan de û jê sûdwerdigrin…Mirovê/a
ku hêza wan a razberkirinê pêşneketiye di
pênasekirina van tiştan de zehmetî kişandiye.
Tiştên ku nayên zanîn ên jiyana wan di aliyê
neyînî de bandor kiriye û tiştên ku jê sûd
werdigirtin bi giştî di hêza wateyê de
destgirtiye, qutsiyet barkiriye.