* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

Têbîniyên Hevdîtinê

 30.06.2010

 
 


EZ DIBÊJIM NE EŞQA BÊDAWÎ, HEVDÛ BERDANA BÊDAWÎ
 

 
    Xortên me, keçên me dema tên 18 saliya xwe dikevin nav heskirineke reş bi tirsnak de û mecbûrin bikevinê ku ez jî wisa bûm. Yanî gotin ne şerm e. Lê ev jî dibe ketin. Ferasetek wisa ya heskirina reş bi gengazî tê wateya xwarina darbeya duyemîn. Heskirina reş bixwe ji qutbûna fikir tê û derî ji her koletiyê re bi çavreşî dide vekirin. Ev ketina mezin a hestewarî, ketina mezin a fikrî, tê wateya ji hêz ketinê. Piştî zewacê bi taybet pirsgirêkên aborî, bi taybet di asta jiyanê de ketin (ji xwe di nav de ketina aliyê çandî, hûnerî, qelîta jiyanê jî heye) dibe rewşeke tirsnak. Keçikek û xorteke gîhaştibe temenê xweyê 20 êdî di nav civakê de roja berhemgeriya wan namîne. Û ev pirsgirêkên mezin in. Di encam de di nav refên me de ev ên ku herî pirsgirêkên mezin jiyan dikin û tên pêşberî me. Di vir de pêwîstiya perwerdekirina afirandina şervanan ku nayê hiş û bîra mirovan derdikevin hole. Jinûve dil, mejî heta pêşketina di aliyê fîzîkî de tê avakirin. Em dikevin nav mecbûriyeta vê. Çareya me ji vê re dît bûyera qutbûnê ye. Lê ev zor e. Waye em di vê mijarê de şehîdên jin ên mezin ji xwe re esas digrin. Ez hertim dibêjim: rastiya Zîlan, rastiya Zeyneb Kinaciyan di rastiya xwe de ji bo wesiyet e. Min nexwest çalakiyek wisa bike. Lê bi biryara xwe ya şexsî vê çalakiyê lidar dixe. Di asta wesiyet de sê nameyê wê hene. Pêwîste ew hertim esas werin girtin. Ev manîfestoyek bixwe ne. Pirsên çawa jiyankirinê, çawa şerkirinê fikrê xwe, birdoziya xwe, feraseta rêxistin û çalakiya xwe datîne hole. Em nikarin li vê bêrêziyê bikin. Rêheval Zîlan jî zewicî bû. Lê di şexsê xwe de derbeya ku li malbatê daye heye. Cardin azweriya wê ya jiyana mezin heye. Wê jî dizane bi kîjan dijminî û kîjan şêweyê bide teqandinê û vê çalakiyê bîzat bi bedena xwe pêktîne. Di aliyê me de ev bûyerek bilindbûnêy mezine. Ev dûrîçavkirinê ve axaftin nabe. Di rojên wisa de lazime ev kesayet werin bidest girtin. Em van wek kesayetên herî pîroz dibînin.

Bala xwe bidinê xwediyê çalakiyên wisa di dîroka mirovahiyê de bisînor in. Dibe ku hejmara tiliyê desta derbas nekin. Her wiha di nava hemû jinên cîhanê de lazime em cihê wê eşkere bikin û girêdana xwe rave bikin. Ev nirxên pîroz in. Di dîrokê de ji vana re melek ezîze tên gotin. Ev kesayetên di vê astê de bidest girtinê ne. Di vir de qutbûnek mezin heye. Ne tenê ji zilam, ji hemû sazûmaniyê, ji hemû nexweşiya, ji hemû zincîran bi awayekî tirsnak qutbûn heye. Li gor min ev bûyerek mezin e. Ya li ser me tê ferzkirin ev şîrovekirin, teorîkirin û ev kirina sedema emr e. Ji ber encamên vê bûyerê ku ji me re dide nîşandan hene. Di wesiyeta xwe de, nameya xwe de dibe ku ev biziman nekiribe. Bi şîrovekirina her hevok û gotinên vê nameyê vê diristiyê dide xuyakirin û di kesayeta xwe de pêk bînin. Berovajî vê qala Zîlanan kirin wê bibe dirûtî ku li gor min ev xisûsek herî xeter e di vê mijarê de.

Ez pêwîstiya avakirina hin tiştan dibînim. Bi hezaran keçkên ciwan bi çiyayan ketine, ya rastî ew jî li eşqê digerin. Lê nizanin wê çawa bighêjinê. Fermandarê zilam ê berserê wê, ger tedbîreke me yê zêde xweser nebe bawerim ku ji wan eşkiyayên çiyayan zêdetir wê jinan bipelçiqîne. Ev niha pirsgirêkek girîng e. Ji ber tê gotin “em ê herin çiya, em ê azad bijîn û şer bikin” lê rêhevalê ku wek rihûcanê xwe dizane bi qasî ku di civakê de ji jina piyasê re nirx tê dayîn ji wê jina berserê xwe re qimet nade. Ji ber zilam nezane, bê heste û fêm nake. Bi qasî ku fêm nake dibêje “here bimre, ti bela sere min e, ti girêka pişta min e”. Lazim e ev werin ziman. Zîlanan wisa ji ber xwe de derneketin. Di nav refên me de weke vê şerekî dijwar heye. Nabejim avakirina zilam hêsan e.

Jin di serî de ji îktîdara nêr berdana bêdawî bike dibêjim, azadiya bêdawî dibêjim

Dixwazim mesela jinê hinekî din nîqaş bikim. Di paraznameyên xwe de min nîqaş kir lê gelek hêrs dibim. Behsa mayîna li malê, mayîna di mal de dikim. Min berî niha jî got. Cardin dixwazim wisa îfade bikim. Têgeha bêdawî ez ê bikar bînim lê ji bo werim fêm kirin bêdawîbûnê dixwazim wisa bisînor bikim. Çandekî desthilatdariya zilam pênc hezar sala ku jin di bin tehakûma xwe de hişt hat avakirin. Ji vê re dibêjim çanda tecawûzê. Ez nafikirim ku jin li hember vê çanda tecawuzê serî tewandibe, xwestibe serî bitewîne. Lê li hember vê derketin, derveyî vê jiyan kirin jî ewqasî ne hêsan e. Ev çirandin, derveyî vê têkiliyê bi zilam re bûyîn. Ji bo zilama jî dibêjim. Çanda tecawuzê 5 hezar sala derxistina zanebûnê, bi zanebûn û vîna mezin ev derbaskirinê ve ger bi jinê re di nava têkiliyan de bin, ji bo jina jî dibêjim bi têkiliyê zilam re bin. Derveyî vê wisa di mal de mayîn fîlan nine. Hûn dibêjin ketine meclîsan. Ev vîna azadiyê veguhartina çalakiyan, di nav çalakiyan de azadî pêwîst e. Hêvîdariya min ev biserxistina wan e. Ez ê têgeheke nû nîqaş bikim. Di der barê vê îktîdara serweriya zilam de. Hindek nivîskaran jî nîqaş kirine. Jean Baudlierd jî heman fikir nivîsandin e. Gelek nêzî min tiştan dibêje. Bi taybet di mijara desthilatdariya zilam de. Kolekirina jinê gelek baş teswîr kiriye. Ew jî di nav van axan de kolekirina jinê tespît dike. Lê asta koletiya ku niha gîhaştiyê di şaristaniya Ewrûpa de lûtkeya xwe dide îfadekirin. Ez jî heman tiştî dibêjim. Ev nivîskar Fransiz e. Niha li Fransa behsa azadiya jina tê kirin, lê ev bi xwe koletî ye. Bi qasî koletiya jinên rojhilata navîn giran e. Ya Fransa hindekî din tevlîhevtir e. Di nava gelek tiştan de dane veşartin. Lê di rojhilata navîn de îktîdara li hember jinê tê bikaranîn hîn saftir e, xwe zêde eşkere dike. Teswîra vê baş kiriye lê lêhûrîna vê nikare bike. Jixwe bixwe jî dibêje dixwazim siyaseta vê bikim. Ew tenê civaknasek e. Lê ez gihîştim heman encaman û heta qirikê di nava siyasetê de me. Jean Baudlierd, di encama vê lêkolîna xwe de jibo jina wek rêya derketinê gelek bi reşbînî nêzîk dibe, dibe ku mafdar be, eşqa bêdawî pêşniyar dike. Dibêje jin ji vê têkiliya îktîdarê bi eşqa bêdawî dikarin derkevin. Lê bi têgehek ewqas naîf re, bi eşqê filan ji nav vî karî nayê derketin. Ez dibêjim ne eşqa bêdawî, hevdû berdana bêdawî. Bi gotina bêdawî di rastiyê de dikarim bi îktîdara nêr a 5 hezar sala vê bisînor bikim. Li hemberî vê berdana bêdawî ya jin ji vê îktîdarê pêşniyar dikim. Siyaseta xwe avakirin, ji bo vê pêwîst e aboriya xwe avabikin. Jin aboriya xwe lazim e avabike, min gotibû akademiyên siyasetê. Ji bo jin azadiya xwe damezrîne çalakiya siyasî û zanebûna siyasî lazim e. Pêwîst e vê avabikin. Azadiya jin an jî têkiliyên jin û zilam wisa bi eşqa romantik an jî bi eşqa bêdawî, azadiya zayendî nayê bidestxistin. Eger em ê behsa eşqa bêdawî bikin, ya romantik, têkiliyên di roja îro de tên jiyîn, behs nakim. Jixwe ev tişta ku jê re dibêjin eşq têgeha di sedsala 17. û 18. de ya li îngîlîstanê hatiye avakirin di romanên klasîk de tê vegotin, behsa wê eşqa romantik nakim. Ger bi eşqa bêdawî ê bijîn pêwîste azadiyê derxin zanebûnê. Ya din jî behsa azweriyên ajoyî jî nakim. Ger zayendîtî bibeje ev li ser bingehê eşqa bêdawî lazim e were jîyin. Ez dibêjim jin berê divê ji îktîdara nêr bi awayekî bêdawî xwe bide berdan, dibêjim azadiya bêdawî.

 

 

Rêber APO