|
|

ÇAWA
BIJÎN I
Abdullah OCALAN
Çawa
Bijîn I
Çapa yekem: Weşanên Serxwebûn-70
Çapa Yekem: Adar 1995
Ji Tirkî Werger
Nîzamettîn AKKURT
Çapa sêyem: Îlon 2004
Ciyê Çapê: Çapxaneya Mexmûr
PÊŞGOTIN
LI KURDISTAN’Ê ERKA HUNER
Û GELALA ROMANEKE ŞOREŞGER
Huner û wêje pediviya giyanê ye
Mêtîngerî dijminê huner e jî
Ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîva bê dayîn
romanek e
Romana Kurdistan’ê divê xweser be
Ger qonax baş neyê vekolandin
kesayet baş nayê dahûrandin
Cîhana kevin di bin kontrolê de ye
Di nava me de têkiliyên jin-zilam
têkiliyên şer in
Li Kurdistan’ê hezkirin hatiye qetilkirin
Em demxeya mulkiyetê ya li ser zayendîtiyê
radikin
ÇAWA BIJÎN
Ez di bingehê bervêdan û bertek raberkirina
her tiştî de gihîştim teorî û çalakiya
şoreşger
Li hember faşîzma 12 Rezberê, me doza
azadiyê
vegerand rastîna jiyana gelekê
Jina herî bedew, heri bi qîmet û ya herî
zêde divê bê hezkirin,
wê çawa derkeve rastê
A ku em dikin, şerê heyînê ye
li hember her tiştê ku li ser jiyanê gefê
dixwin
Hezkirina ku bi welat û çînayetiyê ve
negirêdayî ye
ne tu tişt e
Li devereke ku her dest têkil dibin
hêlin nayê çêkirin
Di bingehê rastînan de karibî hez bikî, hez
bike, karibî bijî, bije
CÎHANEKE BÊ QEZENCKIRIN HEYE
Nêzîkatiya çewt ji zayendîtiyê re û
mezintirîn bêçaretiya civakê
Kesayetiya dij-civakî nikare saxlem nêzîkê
gerîla bibe
Nêzîkatiya min a jinê vegeriya şerê man û
nemanê bi KT’yê re
Tu dikarî di rêjeya pêşxistina hezkirinê de
şer,
di rêjeya pêşxistina şer de jî hezkirinê pêş
bixî
Mirov di hêza atomê de behreyek e
Şûna stû tewandinê
di riya têkoşînê de her roj mirin bêtir di
cî de ye
Koleyan jî mafê hevrêtiyê bi têkoşînê qezenc
kirin
Apocîtî,
ji hilkeftina karên herî zor xwe
nepelikandin e
Ji pirsgirêkê re nêzîkatiya netewî,
wê ji warê navnetewî re jî tevkariyekê
berpêş bike
Wek aliyekî
çarenûsa xwe bi azad diyar bikin
Em di şexsê kesan de asta netew û civakî
dadihûrînin.
Ên ku nayên xeta rêxistiniyê
nayên têkiliya azad jî
Mirov rîskê nede ber çav
serkeftin nayê qezenckirin
Hesteke sihêl jî
dikare hêviya gelekî bi erdê ve bike yek
Bi armancan ve girêdana şidandî
mitlaq dide qezenckirin
ŞOREŞA KURDISTAN’Ê
ŞOREŞA AZADIYA JINÊ Û CIVAKÎ YE
Zayendîtiya bêteşe qedan e
Tîpê jin û zilamê Kurd ê klasîk
li hemberê hev binketî ne
Ji bo têkiliya azad şernekirin
li azadiyê xiyanetkirin e
Li ba me evîn
yekîtiyeke mezin a siyasî ye
Azadî bi şer tê afirandin
Zilam, divê bibe rêhevalê azadiya jinê
Evîna PKK’ê bijîn
Pirsgirêka jinê çareserkirin
qezenckirina serkeftinê ye
Hunê xwe bigihînin
têkilî û şerê jiyana rast
DIVÊ EM JI BO JIYANDINÊ ŞER BIKIN
Û DI ŞER DE JIYANÊ DERXIN RASTÊ
Armanc jibîrkirin
û amrazan hişkbawer hebandin karesat e
Tevgera me çemka şoreşa civakî ye
Damezraka malbatê û têkiliyên civakî divê
çawa bin
Divê em çîroka xwe rast bizanibin
Ne jiyîn, ne jî najiyîn
jiyanê dide sekinandin
Li derveyê têkilî û şêwaza şoreşgerî
yê ku dihizire wê bi ser bixîne debeng e
Mafê jiyanê
Mafê şer e
Ger tu jiyana civakî ya azad dixwazî
Wê tu zagona Kurdistan’ê bisepînî
Her tiştên ku xwemalê kevin in
eyb, kirêt, xirab û çewt in
Zarokê Kurd ê li Awistralya’yê jî dizane
ku bi hêsanî nayê jiyandin
Ger tu li hember hest û kevneşopiyan bin
ketî
wê tu her tiştî wenda bikî
Rast zagona zayendîtî û têkiliya zayendiyê
heye
Afirandina jin û zilamekî
bi qezenckirina şer gengaz e
Keç û xortên me ji bo azadiya mezin in
Ger azadî hêsan ba
Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin
Pakrewanî
bergîdana jiyanê ye ku divê bê dayîn
“Çawa Bijîn’’, di roja îroyîn de weke
pirseke herî girîng ya dîroka Kurdistan’ê tê
pirsîn. Pirseke wisa ye ku tenê bi şoreşeke
mirov û jiyanî dikare bersîvê peyda bike.
Taybetmendiya herî darîçav ya wan şoreşên ku
di dîrokê de şopên mezin hiştine,
şaristaniyê re tevkariya mezin berpêş kirine
û bandora wan heya îro berdewam kirine, ew
teşeyê jiyana nû ye ku li ser hilweşîna
jiyana kevin derxistine rastê û mayînde
kirine. Şoreşên ku bi pirsa “Çawa Bijîn’’ re
nakevin têkoşîna lêpirsîna mezin, bersîva vê
nadin û nafûrin derveyê armancan, dîrok
dinivîsîne ku di hundirê heyamê de wenda
dibin û diçin. Şoreşên dema nêzîk jî, ka ev
pirs çiqas pêdiviyeke sotîner e, pir baş
nîşan didin.
Bi taybetî gava ku sehaya tevgerînê dibe
Kurdistan, divê neyê jibîrkirin ku avên
diherikin disekinin. Ev rasteqîn, çend qet
mezinbûnên dî tevî mezinahiya vê pirsê dike.
Bêyî vê “pirs’’ê belkî her tişt bê kirin, lê
tişta nikare bê çêkirin jî, şoreşa ku di
oxira wê de hewqas bedêl tên dayîn e.
Bêguman ev ne îdîayek e; bi rastî her kesê
ku vê lêkolîn dike, dikare bersîv bibîne ku
her roj, her demjimêr û heta her qas bi
rasteqîna vê pratîkê ve tijî derbas dibe.
Serok APO ku mirov dikare bibêje dahûrînên
dîrokê yên herî curbecur û berfireh çêdike,
di her peyva tîne ziman de ev rastîn
veşartiye. Em dubare dikin, divê qet neyê
jibîrkirin ku ev der Kurdistan e. Yên li ser
vê axê jiyanê qezenc nekin, nikarin tu
tiştekî qezenc bikin. Yên ku xwe azad nekin,
nikarin tu tiştekî azad bikin. Yên ku
kesayetiya serbixwe çênekin, nikarin xwe ji
koletiyê rizgar bikin.
Lewma “Çawa Bijîn’’ pir girîng e; pirseke ku
qasî nan, av û hewayê pêdivî pê tê dîtin.
Yekcar jiyana xwemalê mêtîngeriyê, ne jiyan
e. Di Kurdistan’ê de bi hezarûyek cure
rêbazan jiyana mirovan hatiye sekinandin. Ya
tê gotin zindî, mirî ye; ya tê gotin jiyan,
zindan e; ya tê gotin rûmetdar e, bêşermiya
ketî ye. “Civata miriyên li ser piyan...’’
welatekî ku bi her tiştên xwe ve hatiye
wendakirin û rasteqîna gelekê... Bi rastî jî,
zoriyeka şoreşa Kurdistan’ê rû bi rû maye ku
bi “miriyên li ser piyan’’ ka jiyan çi ye û
ne çi ye bide têgihîştin.
Serok APO di nirxandineke vê pirtûkê de
dibêje, “Bersîva ku ji pirsa “Çawa Bijîn’’
re bê dayîn, romaneke mezin e.
Bersîvbûyîneke wisa hêsan nîn e. Karekî wisa
giran e ku her kes nikare ji bin derkeve.
Bêşibaniya şêwaza serokatiya Serok APO, bi
gotina wî, ji ber ku kûraniya bikaranîna
“Diyalekta Kurd’’ pêk aniye, bi gor
pêwîstekên wê têkoşînekî bingeh girtiye û ji
pirsa “Çawa Bijîn’’ re gihîştina hêza
bersîvdanê pêk aniye, derketiye rastê.
Di Kurdistan’ê de ji ber ku her tişt hatiye
tewişandin, tu tiştek ne li ciyê pêwîst dike
dimîne, ji ber ku kesayet di lîtava mezin a
ketîbûnê de tên xeniqandin û rastînên
berevajî cî bi wan tê gûherandin, bersîva
pirsa “Çawa Bijîn’’, şerê mezin e. Ev şer,
ne ew şerê zipûziwa yê çek bikaranînê yê ku
cara yekem de tê hiş e; heya pêşiya pêvajoya
ronahîbûna PKK’ê tevahitiya sepandinê ya ku
nedihate hişan e. Çalakiya mezin xirakirina
her tiştê kevin û li şûna wê mezin çêkirin
e. Bêyî vê tu takekes, nikare hêza rakirina
lekeya şermê ji eniya xwe nîşan bide. Serok
APO bi xwe jî, li rexmî têkoşîna xwe ya
xedar a bêhn diçikîne, ger ku dibêje hê jî
vê lekeya şermê tam ranekiriye, her hal tu
kes nikare bikeve nav xefleta hizirandina ku
wê karibe vê lekeya mezin a şermê bi desmalê
paqij bike.
Gihandina pirsa “Çawa Bijîn’’ û ka wê bersîv
çawa karibe bê dayîn nîşandan, datîne rastê
ku ew mirovatiya li cîhanê diçilmise, li
navenda xwe ya kevin a li Kurdistan’ê ji nû
de tê şînkirin. Serok APO ku mezin dirame,
tenezûlê hêsaniyê nake û têkoşîna rîskdar
bingeh digire, bi bersîva ku ji pirsa “Çawa
Bijîn’’ re dide, bi dahûrandinên wergir ên
jiyana civakî, di vê warê de jî derbasî
hilperîneke mezin bûye. Her kesî li pêşberi
vê hilperîna mezin piçûktiya xwe bi erjengî
ferq kiriye. Bi têşeyekê balkêş hatiye
nîşandan ku, her guleya hatî avêtin, her
dilop xwîna hatî rijandin, her zoriya hatî
kişandin vala neçûye, naçe û her tiştek
xerca jiyana nû ye. Ev di heman demê de
diderbirîne ku şoreşa Kurdistan’ê perînê
pêvajoya înşayê bûye.
“Çawa Bijîn’’ di bin serokatiya Serok APO de
gaveke nû ya PKK’ê ye. Li perçeyê Kurdistan
a cîhanê ku qeyrana civakî, siyasî û çandî
bi tevahî giraniya xwe ve tê jiyandin,
dîroka jiyaneka nû tê nivîsandin. Pêşketina
herî zêde dijminên PKK’ê ditirsîne ev e. Ji
ber ku şerê leşkerî yê bi serkeftin, tujbûna
viyana hêwilnak, xeta serxwebûna ku ji
pêveberdan û radestbûnê re bi temamî biyanî
bûye û hwd. her tiştê PKK’ê, ji bo jiyaneke
nû ye. Helbet di ciyekî de jin, binyada
jiyanê ye. Jixwe di Kurdî de wateya “jin’’ê,
“jîn’’ e. Lê belê jina ku herî zêde ji
jiyanê hatiye xistin, bi dahûrandinên
azadiyê yên Serok APO, bi guncîna navê xwe
pêgirê pêvajoya avakirinê tê kirin. Êdî di
xala pêkhatî de, di derbarê ka pirsgirêka
jinê çi ye û ne çiye de aliyên dîrokî û
rojaneyî hatine dahûrandin û niha li gavên
vê yên pratîk zorî tê kirin.
Bi taybetî ev du sal in dahûrînên jiyana
civakî yên Serok APO, henaseyeke nû bi
têkoşîna rizgariya azadiyê daye qezenckirin.
Tîpê zilam û jinê yê ku pêwîst e bê
pejirandin, bi hemû aliyan ve rave kiriye.
Pirtûka “Çawa Bijîn’’ ji van dahûrînan
hatiye berhevkirin. Taybetmendiya pirtûkê ew
e ku, şerê ji deh salan bêtir hatî
birêvebirin û di bingehê rûxandina jiyana
kevin de, mesafeya ku afirandina jiyana nû
wergirtiye bi hemû aliyên xwe ve dide
teyisandin. Her wiha ev nirxandinên ku ne
tenê mirovên Kurd, mirovên ji gelên din jî
karibin xwe tê de bibînin, di çonatiyeke
hejîner de ne. Bi vê watiyê ev pirtûka ku
her yê dixwîne têxe nava lêpirsînê û pê dide
pirsîn ka çawa dije, di warê xwe de ya pêşîn
e. Ji ber ku pirsgirêkên jiyanê datîne rastê
û çareseriyan jê re tîne, jêderkeke nirxdar
e ku ew kesên dixwazin xwe û civakê ji nû ve
biafirînin, dikarin li serê biponijin,
lêkolîn bikin û encamên pir berfireh jê
derxînin.
Weşanên Serxwebûn
Çile 1995
“Gihîştina şêwazên raderbirîn, uslûb û
hîtabên pergalên nû, têkiliyên nû,
her roj kevin xirakirin û şewitandin
û ji nû ve çêkirinê re rê vekirin
jiyaneke romanî ye’’
LI KURDISTAN’Ê ERKA HUNER
Û GELALA ROMANEKE ŞOREŞGER
Pêşketina civakî, di bingehê bi xedarî
rexnekirina rasteqîna civakî a ku bi her
awayî kesayetiya pêwîst e bê terkirin dide
axaftin de derdikeve rastê. Bi vî awayî di
bîçimê jiyana ku yekuna têkiliyên civakî yên
ku kesayetiya tê pejirandin dide axaftin
rastîneke guhêrker û dahûrîner diderbirîne.
Di şekilgirtinên netewî de qasên vegûherîna
çonayetî, dibine qasên şoreşî. Ji bo
pêkanîna her pêkhateya civakî, şoreşa ku tê
wateya serûbinbûyîna bingehîn, di destpêkê
de li warê zanistiyê pêş dikeve. Pêşketina
zanistî bi xwe re weke bêtir şênber li ba
rêxistinî û çalakmendiyê; felişandina
têkiliyên jorsaziyê ku êdî li pêşiya jiyanê
teng û weke astengekî tên, mîna peywirekî
girîng datîne pêş xwe. Bêguman tevgera
şoreşger hewldanên xwe yên ramyarî, li dijî
raman û bîrdoziyên kevin di rêjeya
têkoşînvedana rehdar de naverok û xeta xwe
ya bîrdozî derdixe rastê. Dîsa vê
têkoşînvedana xwe li hember dezgehên
jorsaziyê gava ku didaxîne hewldaneke
pratîk, êdî di nava qalikên zagonan da
cîbicî nabe. Nikare bi azînên zagonî û
aştiyane qîm bike. Bi azînên dijwarî dixwaze
rasteriya siyasî vebike û pêşketina siyasî
pêwîst dibîne. Her wiha pêşketina şoreşgeran
destpêkê di warê bîrdozî û ber bi çûyînê ve
jî di warê siyasî de derdikeve rastê. Şideta
şoreşê, di rêjeya sepandina rêxistinî û
ponijîn de têkoşîn ber bi warê leşkerî ve
dişemite. Her wiha pêşketina şoreşê ya
bîrdozî û polîtîk berdewam dike û diçe. Ger
xwe bigihîne serkeftinê wê gavê jêrsaziya
xwe li rasta vegûherînê tîne û teşeyê
hilberîna kevin dirûxîne. Ew têkiliyên ku
astengî çêdikin belav dike. Têkiliyên
mulkiyeta nû di destpêkê de ji bo pêşketina
hêzên hilberînê çarçova dest didin ava dike
û hewl dide ku pêşketina xwe temam bike.
Huner û wêje pediviya giyanê ye
Şoreşa ku di jorsaziyê de dest pê dike, her
wiha jêrsaziya xwe li vegûherînê rast tîne,
pêş dikeve û tekûz dibe. Di vê derê de pirsa
herî girîng ku bê bersivandin ev e: Erka
wêjeyê çi ye? Ango pêwîst e bi giştî huner,
bi taybet jî wêje û dîsa ew romana ku beşek
girîng a vê yekê ye bi pirsa ka erka şoreşî
çi ye, ku em bibersivînin. Ger huner nebe em
nikarin qala civakan bikin. lewma huner,
amrazekî jêveneger e, ji bo civakbûyîn û
pêşketina civakî. Bi taybetî, ji ber ku
mirov nêzîkatiya xwe ya li hember xwezayê bi
zanistî û bi polîtîkayê tam nikare dahûrîne
û nikare giyana xwe bi têrbûyîneke daringî
têr bike, wî ber bi teşeyê têrbûyîbûneke
cewaz, yanî ber bi hunerê ve dibe. Di vê
wateyê de huner, derbaskirina pêdiviya
giyanê esas digire. Bêguman pêwendiya vê bi
raman ve heye. Bi hêsanî mirov dikare diyar
bike ku huner, warekî pir xweser
diderbirîne.
Gelek teşeyên curbecur ku xwestekên giyanî
di nava xwe de peyda dikin, weke berhemên
hunerî derdikevin pêş me û her wiha
têrbûyîna arişî pêk tînin. Berhemên pergalê
jî dem bi dem hunerê bandor dikin. Dîsa
pêşketina polîtîk jî pir nêzîk ve pêwendiya
xwe bi huner re dide avakirin. Lê ji van
tevan re em nikarin bibêjin huner. Di aliyê
din de, di polîtîka û aboriyê de mirov
dikare qala hunerê bike. Gelek bîrdoziyên
curbecur nêzîkê huner dibin. Di virê de ya
bê têgiştin ev e ku; huner ji faktorên
civakî yên din zêde bandor digire, lê bi
wana re nabe jêbûnî ango dibe siyeke wan a
pasîf. Lê belê weke pêdiviyeke çist û
jêveneger jiyandin û hîskirina wê mijara
gotinê ye.
Dikare bê gotin ku jiyan, bi gor pêdiviyên
mirovatiyê tê şekilkirin, di virê de tevahî
amraz û azînên ku tên dîtin, dikevin
berfirehiya hunerê. Bûyera ku em dibêjin
dengekî xweşik, dimenê bi çav xweş tê,
helbest ango destana baş a ku hîtabê giyanê
dike weke cureyekî hunerê tê nirxandin. Dibe
ku ev tunebin jî jiyan bidome, lê ev yek
razberkirinek e. Di her nihêrtinê de hemin
veqetandina xweşikbûn û kirêtiyê heye. Dîsa
di her nêzîkatiya giyana mirov de tiştên ku
li xweşê diçin û naçin hene. Libat û
tevgerîna baş heye, libat û tevgerîna şaş
heye. Lewma Civakek yan jî takekes her çende
ku bilind dibe (bi taybetî dema ku
çalaktiyên hunerê dibe mijara gotinê) ku
pêşketin hatibe pêkînandin yek jî di vî
aliyê de dibe derbirîna pêşveçûyînê. Yekî ku
di nav teşeyê hunera pir paş de maye ango di
nav teşeyê libata pir paşdemayî de seyr dike
û diçe ji hovebertiya wî tê qalkirin.
Kesayeta ku kûrbûna giyanê û dewlemendiyê bi
xwe re peyda nake, ji mûzîk, dîmen û bi her
awayî teşeyên libata huneriyên cûrbecûr ve
bandor nabe û nakeve ferqa ve yekê, rehên
jiyana wî ziwa bûne. Lewma huner, erka xwe
ya civakî bêgotûbêj e. Bêyî wê jiyan tenê
dikare nêzîkê jiyaneke ajalî seyr bike.
Sînorê ku ajal, bi mirovatiyê re dibe yek,
dikare biderbirîne. Ev, ne jiyaneke ku were
pejirandin.
Bi vê wateyê di her qonaxa pêşketina civakî
û pêngavên çonayetî de rasteriya pêşketinê
ya hatiye pêkînandin, di heman demê de
rasteriya pêşketina hunerê jî dide
diyarkirin. Jixwe qonaxên civakî yên
serûbinbûnên girîng, di heman demê de bi
hewldanên hunerê ve darîçav dibin. Her
serûbinbûyîn di destpêkê de li warê hunerê
pêş dikeve; hem hunerê bandor dike, hem jî
jê bandor digire. Bi taybetî qonaxên şoreşî,
weke ku bi hunerê tên amadekirin, di
gihandina teşeyên çonayetî û xurt de
bandorekî girîng çêdikin. Huner bi vê wateyê
li hember zoriyên jiyanê henase wergirtineke
fireh e. Yanî ew giyana mirov a ku teng
bûye, bi hemû behremendiya seheka xwe ve
qewastin çêkirin e. Bi tiştên heyî û kevin
qîm nekirin e. Qîmpênanîna wê jî, hêz
qezenckirin e. Dikare pênasa şoreşa hunerî
wisa bê çêkirin.
Civak û welatê Kurdistan dema ku dibe
mijara gotinê, bi pênaseya giştî ya guncîn a
hunerê tişta ku dikare bê gotin, tevahîtiya
civakê di mercên feodal û mêtîngeriyê de
hatiye rewşeke ku nikare henase wergire û
xwe bide pêşxistin û ev yek jî, li ser
hunerê bandorekî pir neyênî çekiriye. Lê
belê di virê de ya herî girîng ev e: Gel, di
gelek dezgehbûnên jorsaziyê, têkilî û hêzan
de tevî ku pir zorayî kişandiye ango hatiye
qedandin, lê sînordar be jî, xwe tenê bi
huner dikare bide jiyandin, dîsa derbirîna
nasnameya xwe dikare tenê bi hunerê
bidomîne. Em vê yekê dibînin. Ev yek jî hêza
huner nîşan dide. Huner dibe taybetmendiyekê
civakî yê belkî jî herî dawî bin bikeve û bê
wendakirin.
Mêtîngerî dijminê huner e jî
Mêtîngerî, di heman demê de ji bo pekanîna
qirkirina hunerê hendazetiyekî mezin nîşan
dide. Qirkirinên di her astîde ku li
Kurdistan’ê hatiye pêkînandin, di rêjeyeke
giring de qirkirina hunerê jî pêk aniye. Lê
huner, ji ber ku hindek bi giyanê ve
girêdayî ye pir û bêtir zindî ye, di nava
kategoriya yên dijîn de cî digire û aliyê
xwe yê arişî de giraniyê dide çêkirin, ew
qirkirinên ku di şertên daringî de pêk tên,
qasî wana qirkinê napejirîne ango vala
derdixe. Huner, taybetmendiyekê xwe yê wisa
jî heye.
lewma civaka Kurd, di rasteqîna gel de
nasname, hindik zêde berdewamkirina bi huner
tê fêmkirin. Bi taybetî folklor û mûzîk bûne
sebeb ku nasnama netew di rewşeke diyarî de
xwe li ser piya bihêle. Lê gelek alî û
çalaktiya hunerê hatiye tewişandin û li
pişaftinê rast hatiye. Her wiha ji bo hunera
netewa serdest bûye amrazekî bikaranînê.
Serdestiya mêtîngerî, di heman demê de
serdestiya hunerî ye jî. Ev yek jî derbirîna
xwe, destpêkê di nejiyandina rastîna hunera
gel, tewişandin, ji xwe re malkirin û anîna
halê nenasînê û piştre jî hunera xwe wek
hunera ku a gelê bindest e, di vê nêzîkatiya
nîşandanê de peyda dike. Dîsa mêtîngerî di
hemû dezgehên fermî de, bi taybetî, li ser
piştevaniya hêza dewletê, ji bo vê yekê
şiringa cîhana giyan û hestên gelê bindest
da ku baweriya “di bingeh de tu ji netewa
serdest î, wek wî yî, nasnameyekê te yê cuda
nîn e’’ bide çêkirin, serdestiyeke
mezintirîn pêş dixe. Her wiha netewa serdest
di rêjeya ku xwe dide pejirandin de,
tunekirina netewekê temam dibe. Bi vî rengî
nasnama netew wenda dibe û nasnama netewa
serdest desthilat dibe. Bi rastî jî ev, di
rasteqîna Kurd de rewşeke herî pêş ketiye.
Ji ber vê sedemê, li hember rasteqîna netewa
serdest berxwedaneke pir hindik heye. Tebî
ev yek nîşan dide ku mêtîngerî ka çiqas pêş
ketiye.
Nexwe, têkoşîna li hember mêtîngeriyê di
warê hunerî de piçûk nayê dîtin. Dîsa di
warê huner de pir bi sînor be jî, hebûna
nasnama netewî di hinek aliyan de domandin
dikare bingehek çêbike, ji bo derketineke
girîng di têkoşina rizgariya netew de. Di
qonaxên destpêkê de bi taybetî, xebata çand
û hunerî piştgiriyekê ji netewbûn û têkoşîna
netew re dide çêkirin. Heya qonaxeke diyar
roleke girîng dileyize. Lê heke ku şideta
siyasî û leşkerî nebe, têkoşîna çandî û
hunerî zêde wateyekê naderbirîne û zelal tê
dîtin ku erka xwe nikare bide temamkirin.
Mirov dikare qala nêzîkatiya rewşenbîr û
mîliyetperestiya hoveber ku di vê wateyê de
huner rast nanirxînin bike. Em baş dizanin
ku huner, çand û xebata wêjeyê ya ketûber bi
rizgariya netewî, bi taybetî jî bi peywirên
siyasî û leşkerî têkil hev dikin ango bi vî
rengî naxwazin peywirên xwe bibînin, mafê
hunerê jî nadin û rê vedikin ji bona
têkilhevkirinekê.
Bi pêşketina têkoşîna me ya şoreşger huner
hem erkdariya di nava şoreşê de hatiye
zelalkirin, hem jî ew çemkên çewt ên di nava
şoreşê de neyêniya wan hatiye marezkirin.
Çawa ku rola hunerê re giraniya pêwîst dike
hatibe dayîn, li hember karanîna helperestî
jî, rexneyên pêwîst hatiye pêş xistin. Ka
çiqas ev yek rast e di nava têkoşîna şoreşê
ya bilindbûyî de pêşketina hunerî wek
aşutekî mezin bûye, li ba vê yekê qasî
bandora warê hunerî li warê siyasî û
leşkerî, van waran jî li ser warê hunerî
bandorekê derxistiye rastê. Di vê wateyê de
çalaktiya hunerê hatiye gihandin bingehên
rast ên erkdariya şoreşgerî. Ji destpêka
sedsalê vir ve heta pêşiya wê jî, nasnama
netew a ku dihate xwestin xwe bigihîne asta
hunerê wek dêwekî hilperînê pêk aniye û ev
tenê bi têkoşîna siyasî û leşkerî derketiye
rastê. Lê, li ba vê yekê erkdariya huner kêm
nebûye, tam berevajî zêde bûye. Her wisa ku
şoreşa Kurdistan’ê serûbinbûneke girîng
dije, şer ji hemû girseyan re bûye mal, xwe
kûr dike, her çîn û tebeqeyî digire nava
berfirehiya xwe, vê yekê didomîne, li ba vê
yekê kêmbûyîna erkdariya hunerê bila li vir
bimîne, em dibînin ku bêtir zêde bûye û
hatiye halê pêdiviyeke şênber. Girseyên gel,
bi mûzîk, folklor û wêneyên şoreşgerî bêtir
hatiye rewşeke zindî û ji bo teşeyê jiyaneke
baş hewl dide ku zêdetir xwe lêhatî bike.
Yanî di vê wateyê de bi kiryarî şoreşeke
hunerî tê jiyîn. Lê li rexmî vê diyar e ku,
ev yek nayê terkeserkirina jixweberiyê, tam
berevajî pir eşkere ye ku pêdiviya xeteke
huner a pir rehdar û xebata wê ya pratîk
heye. Her wiha ji bo derbaskirina kêmasiyên
heyî mîna afirandina eniya hunerê û berê xwe
dayîna xebateke wisa hem pêdivî ye, hem jî
sehayek e ku ji pêşketina şoreşî re
tevkariyekê çêdike.
Ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîva bê dayîn
romanek e
A ku em dixwazin di vê sehayê de bidin
pêşxistin, di bingeh de gelala romaneke
şoreşgerî ye. Em dikarin bibêjin ji pêvajoya
hilveçirîna korgirêka ku di civaka Kurd de
hatiye çêkirin û pêvajoya ber bi rizgariya
nû ve bi romanê hunandin ango bi romanê
anîna ziman. Bersîva em ji “Çawa Bijîn’’ re
bidin di wateyekê de dibe roman. Em raveya
şoreşê a bîrdozî, polîtîk û leşkerî û dîsa
stratejî û taktîkê pêş dixin. Her wiha
peşketin çêdibin û diçin. Lê di heman demê
de ger ku em pirsa “Jiyana şoreşger wê çawa
be’’ nebersivînin, wê emê şoreşa xwe ji
pêşketineke giyanî ya girîng û ji teşeyê
libatê pêmen bikin û eşkere ye ku ev nabe
saxlemiyek. Lewma ji bo milîtanek şoreşger
pirsa “Çawa Bijîn’’ sotîner e. Jixwe
têkoşîna rizgariya netew a ku di bin
serokatiya partî ya me de pêş dikeve, hemû
civakê alandiye, tenê ne ji bo milîtan, ji
bona hemû takekesan şêwazeke jiyana şoreşger
ka çawa pêwîste bê peşxistin, bi qasî nan û
avê bi misogerî aniye halê pêdiviyekê. Di
nava civaka me de paşdemayînên mezintirîn û
xirabûnên libatî hene. Dema têkiliya vê bi
mêtîngerî, Kemalîzm û dîsa bermayên çerxa
navîn ve bê kolandin û dahûrandin, wê bê
dîtin ku ka çiqas têkilî û jiyanên bên
hilweşandin û li hemberê bertek bê
raberkirin û dîsa di şûna wan de ji têkilî û
teşeyên jiyana nû ku bê afirandin, hewqas
pêdivî pê heye.
Va ye roman, hindek jî di navbera vê
belênayê de hewldanê diderbirîne. Têkilî û
teşeyê jiyana ku pêwîst e bê derbaskirin,
têkilî û teşeyê jiyana pêwîst e bê parastin
lêkolîn û lêpirsîn dike, dahûrîn dike û ji
nû ve ava dike. Ev yek ger ku teknîka
hunerê baş bê karînandin, di wê rêjeyê de,
wê ji şoreşê re tevkariya herî baş bide
berpêşkirin. Tebî dema ku têkoşîna me ya
şoreşger dibe mijara gotinê, rasteqînên
dîrokî yên şoreşê, teşegirtina civaka ku xwe
li ser radigire, bi taybetî li ba pêvajoya
dîrokî ya nêzîk rasteqîna ku îroyîn dije û
aliyên pêşketinên dibêtî ku pêgirê
nirxandina asteke nêzîkê zanistiyê bê kirin
û ji romanê re zemînekî wisa bê berpêşkirin,
em dikarin destnîşan bikin ku ev pêdiviya
romanê pala xwe dide ango divê pala xwe bide
ser binyada rasteqîna sosyalîst.
Ev yek di heman demê de, di bingehê daneyên
zanîstî de derdikeve rastê, ew aliyên ku
kevneperestî bi her awayî pê re çêdikin,
şunda dikişînin û vesazî dikin û helwesta ku
dixwaze nûjenî bike, ji her cure temsîla vê
re bi rexneyê bersîv dide. Li ba vê yekê,
xwedî li rasteriya pêşketî derdikeve, ji
bona pêşengtiya vê bêrî, azwerî û bilindbûnê
esas werdigire. Ev roman, rasteqîna tê
jiyandin tam jî bi vê teşeyê digire dest, di
bingeh de jiyana takekes a ku bi
hilweşandinê ve rû bi rû maye û piştgiriyê
ji jêr û jorsaziya civakê werdigire ji
hilweşandina wê re çavdêrî dike û di teşeyê
herî radîkal de rexne dike. Lê di heman demê
de yê şunê de bê cîbicîkirin ka wê çawa be,
hewl dide ku derxîne rastê û girêdana bi
kevirên bingehîn yên jêr û jorsaziya tevahî
jiyana nû ya ku divê bê pejirandin, bide
avakirin. Ev, di kesayeta tîpek an çend
tîpan de dikare ji avakirina nû ya hemû
civakê re rê bide vekirin. Li virê sê-çar
tîpên ku were destgirtin, di heman demê de
ji dahûrandina rasteqîna dîrakî û civakî re,
wê rê bide vekirin. Çend tîpên ka kîjan
dîroka paşdemayî têkiliyên civakî yên vê
dîrokê temsîl dikin baş dadihûrîne, baş
çavdêrî dike, baş rexne dike û ji nû ve ava
dike. Ger ku vê yekê çiqas bi kûranî, çiqas
bi xweşikî û çiqas bi hunerî bigire dest,
hewqas jî dikare berhemên hunerî yên saxlem
derxîne rastê. Êdî ev der, bi hêza hunermend
ve girêdayî ye. Hindek xeyalên xwe dide
axaftin. Yanî di virê de ji zanistiyê
zêdetir xeyalan dana axaftin, xwestek, bêrî
û azweriyan anîna ziman mijara gotinê ye. Li
hember çi me, çi dixwazim, divê çi
hilweşînim, çi ava bikim; çi kirêt e, çi
xweşik e; çi nayê jiyandin, çi tê jiyandin;
çi tê pejirandin, çi tê redkirin; çi tercîha
min e, çi ne tercîha min e, van pirsan
eşkere dipirse û bersîvên tûj dide. Bersîvên
ku bide, wê giştiya hemû civakê girê bide.
Va ye, ew gelala romana ku em dixwazin pêş
bixin, li derdora van pirsan hindik zêde
pêwîst e bê derxistin. Rasteqîna tê jiyandin
jî di wateyekê de ev e. Li ba pêwendiya vê
rasteqînê bi mezintirîn kevneperest û
muhafazakar, yanî bi mêtîngeriyê û bi
bermayên feodal ve, di heman demê de, ew
civaka ka çawa bi nûjeniyeke sexte ve tê
cîlakirin, hewl hatiye dayîn ku derxîne
rastê. Heta welatparêziya sexte, di bin navê
çepê sexte de kesayet û kesayetiyên heyî ka
çi ne, hatiye ravekirin û li ba vana,
pêwendiya rizgariya civakî ya nû bi
nasnameya netew re ango di asta kesanî de
temsîlkirin ka wê çawa çêbibe; kesayetên
wisa çawa derdikevin rastê û çawa ditêkoşin;
ev yek jî hatiye daxistin.
Yek jî, ji tîpên berwenda hatiye qalkirin.
Ew tîpên ku lingekî xwe li bermaya serdema
navîn e û lingekî xwe şekilbûyîna civaka nû
de ye, her tim sîketina her du aliyan temsîl
dikin û xwe li dijî her qonaxên girîng dana
çespandina wan hatiye rexnekirin. Bi taybetî
dahûrînên Serokatî (em dikarin bibêjin
dahûrînên bingehîn in) yên di vê mijarê de
pêşketinên ku derxistiye rastê, ku bê
lêkolînkirin û pê ve girêdayî da ku wek
kelûmelê romaneke şoreşger pêgirê nirxandinê
bê kirin wê tevkariyekê berpêş bike. Ev xet
hindik zêde di dahûrînan de hatiye
derxistin. Dahûrînên kesayeta bingehîn; di
jiyanê de, di nav şerê germ de hatine
ezmûnekirin û derketine rastê. Yanî ev ne
xeyalî ne, rastînên ku şoreşê derxistine
rastê ne.
Lewma dane û kelûmelên ku romaneke rasteqînî
pala xwe bidê mijara gotinê ye. Yanî hewqas
kelûmelên ku di wêjeya çi welatî de nehatiye
peydakirin hatiye bidestgirtin. Têkoşîna
rizgariya netew ku di bin serokatiya PKK’ê
de hatiye birêvebirin qehremantî, xiyanet û
berwendayên derxistiye rastê kelûmelên
mezintirîn in û heta li ser her qonax yan jî
li ser her her tîpekê, dikare pirtûk bê
nivîsandin. Em tenê derbirîna vê ya herî
giştî, girêdayê pêvajoyên rizgariya netew û
partiyê hewl didin ku bidin. Gelala romanê
di aliyekê de rasteqîna mêtîngerî û
kemalîzma Tirk a faşîst, di aliyekê de jî
rasteqîna Kurdistan’ê ya eşirî û feodaliya
serdema navîn, di aliyekê din de jî, rewşa
kedkar, karker û gundiyên xizan, ew kes û
têkiliyên ku ji pêwendiyên eşîrî û feodalî
hatine qutkirin û hatine şekilkirin hewl
dide ku bîne ziman. Û PKK di wateyekê de
dibe ev. Roman, pêşketina di vê wateyê de
hewl dide ku di asta hunerî de pêş bixe. Hem
berhemekê pêşketina şoreşî ye, hem jî ji bo
pêşketina şoreşgerî teşeyekê dide. Her çende
ku bi helbest, mûzîk û wêneyan şoreş nayên
pêkanîn jî, ji bo pêşxistina herî puxteyî ku
wê roman tevkariyekê jê re berpêş bike
bêguman e. Gelale hindik zêde dayîna
naveroka vê ji xwe re kiriye armanc.
Di bingeh de tîpên hîmî mijara gotinê ye, lê
heke ku em gelek tîpan bidin axaftin wê
kelûmel bêtir dewlemend bibe. Lewma bi
neqandin, yekirina gelek qismên baş, yanî bi
gihandina sentezekê roman dikare pêk were.
Di vê gelala romana ku em dixwazin bidin de,
bi komên curbecur lêgerîn tên çêkirin. Em li
hember kîjan jiyanê bertek raber dikin û ka
em bêriya kîjan jiyanê dikin tê lêpirsîn.
Dîsa çi baş e, çi xweşik e; çi rast e, çi
çewt e; çi kirêt e, çi xirab e pirsên wiha
di virê de zêde tên pêşxistin. Ji ber ku
roman hindek di nava van têgînên hîmî de pêş
dikeve. Hun, ji ku derê tên, jiyana kevin çi
ye, jê qutbûna we çawa ye; dîsa pêwendiyên
we bi jiyana nû re çi ye, hun çawa pê ve
hatin girêdan, hun dixwazin çawa pêş bixin,
van pirsan zêde pêş dixe. Di aliyê din de bi
lez pêşneketin û nehatina halê milîtanek
şoreşger ka çi diderbirîne; xuyangên vê yên
curbecur çi ne; di kesayetê de ji çi re rê
vedike? Li van tê lêpirsîn û bi azîneke rast
ji bo pêşxistina şoreşê bi her awayî
gihîştina tevkariyekê tê xwestin.
Romana Kurdistan’ê divê xweser be
Bêguman gava ku li Kurdistan’ê gelala romana
şoreşger tê pêşxistin, ji ezmûneyên netewên
din jî sûdwergirtin girîngî hildigire. Bi
taybetî rasteqîna romana Fransa ku şoreşên
hîmî çêkiriye, dîsa rasteqîna romana Rus û
heta li ba hindek taybetmendiyên qonaxa
zayîna şoreşa Islamê, Vîktor Hugo, Balzaq û
hwd. romanivîsên mezin hene. Pêwendiyên van
bi şoreşa Fransa ve tê avakirin. Dîsa şoreşa
Rus têkiliyên xwe bi Tolstoy, Dostoyevskî,
Çernîşevskî, Gorkî û hwd. çi ne; vana di
kîjan qonaxa şoreşê de û bi çi cure berheman
di tevkariya şoreşê de peyda bûne? Hindek
taybetmendiyên bingehîn yên şoreşa
Îslamiyetê çi ne; bi taybetî çima piştre
bûye paşverû, vegeriyaye kevnepêrestiyê û
hindek taybetmendiyên bingehîn ên kesayetiyê
çawa derxistiye rastê? Malbateke çawa,
tîpekê jin-zilamê çawa derxistiye rastê.
Di rasteqîna civaka Rojhilata Navîn de ev
dikarin bên pêşçavkirin. Tebî romana
Kurdistan rasteqîna şênber a xwe ku hindek
bêşiban e divê bîne pêş çavên xwe.
Taybetmendiyên civakiya Kurd, ji ber dîroka
jiyaye pir hindik dişibe civakên din. Lewma
pêwîst e reseniya xwe pir baş bîne pêş çavên
xwe. Yanî romana Kurdistan, pêwîst e bêtir
bibe romaneke xweser, nikare zêde lasayî pêş
bixe. Lasayîkirina romanivîsiya Tirk jî zêde
pêşxistinkar nabe.
Vê yekê têkoşîna şoraşa me bi rengekê balkêş
daxistiye rastê. Xebateke hunerê ya bi
baldar dikare bibîne ku şoreşa me ya pêşketî
henaseyeke mezin bi huner daye wergirtin û
bi hunerê jî şoreş pir tê pêşxistin. Dikare
hêz raberî xebatek wisa bike û berhemên xurt
derxîne rastê. Ji vê qonaxa ku têkoşîna me
bi ponijîn tê de peyda dibe re, ji pirsa
“Çawa Bijîn’’ re bi romaneke wisa ve bersîv
gihandin jî, tevkariyeke piçûk nayê dîtin e.
Ger derfetên me dest dabana li ba peywirên
bîrdozî, siyasî, leşkerî wê me kariba
tevkariyeke wisa ji peywirên wêjeyî re
berpêş bikira. Jixwe her ku em fersend
dibînin, em hewl didin ku vê çêbikin. Bi
rastî jî ev hewldanên me tevkariyê
diderbirînin.
Milîtanên ku di vê mijarê de bixwebawer in,
ka huner bi taybetî jî wêje û roman di nava
me de bi pêşwazîkirina çi berpirsiyar e
dikarin bînin pêş çavên xwe û divê ji bîr
nekin ku, di vê navberê de ji pirsa “Çawa
Bijîn’’ re bi dayîna bersîva herî rast wê
tevkariyekê karibin berpêş bikin.
Çawa ku ez pir caran diyar dikim, mirov
dikare gelek mînakan bîne pêş çavên xwe. Di
Diroka her gelê de mîna vê pêngav hene. Di
qonaxa began a wurşedar de, hindek pêşketin
di wêjeya kurd de çêbûye. Dîroka kurd
jêderka çiyê ya tê zanin, di wan qonaxên
nayê zanîn ê hatina me ya vê çavkaniyê ka
çawa hatiye derbirandin, di hin destanan de
dîtin gengaz e.
Hin tîpên weke Kawayê Şoreşger ku serî
rakirine û vegotinên wêjeyî weke Memê Alan
hene. Vana ji sertara girîng a pêşketina
civakî hêz girtine û hatine pêş xistin. Bi
vegotineke lehçeya Rojhilat yan jî bi azînan
heta roja me ya îro bandordar bûne. Mem û
Zîn a Ehmedê Xanê jî di vê wateyê de, bi
taybetî di qonaxa ku otorîteya keyayan ji bo
gelan çarçova netew û civakan xet dikir de,
derbirîna wê pêdiviyê ye. Ji şêwaza mîran a
par û perçe dikir û tim bi hev re di pevçûnê
de bûn û yekîtiya netew pêk nedianîn heya
xwiyanga nav sûlaleya feodal hewl dide ku
vebibêje. Vegotina di virê de pêk tê, di
bingeh de rasteqîna feodal mîr a req ku nayê
yekîtiya gel û wê yekîtiyê venaguhêze asta
netew e. Pir û pir fitne fesad heye, xulamtî
heye; hewl dide ku vê bîne ziman. Lê, ji ber
ku pêvajoyeke şoreşî ya bingehîn nejiyaye,
nikare bi vegotineke xurtir xwe temam bike û
pêş bixîne.
Ji ber ku Kurdistan şoreşeke rişt nejiyaye,
em di dîrokê de ne di sedsala 18an, ne di
sedsala 19’an, ne jî di sedsala 20’an de
rastê mînakên romanên xurt nabin. Yên hatine
nivîsandin, di bingehê tunekirina kemalîzmê
de romanên Tirk in. Di vê mijarê de Yaşar
Kemal bi xwe jî, navê wê rasteqînê ye ku ji
rasteqîna Kurd a ku bûye Tirkane best
girtiye û derketiye rê. Xwedî romanivîsiyeke
wisa ye. Mîna vê gelek romanivîs hene. Ev ew
romanivîs in ku di dirêjahiya tevahî dîroka
komarê de ew rastiya ku serîhildanan
perçiqandiye û bi piştre jî, bi Tirkiyê re
kiriye yek di teşeyekê pêşverû de pênase
kirine. Di ciyekî de kemalîst sinc,
wêrankarî û tunekirin hatiye xwestin ku bi
riya wêjeyê re rewa bê nîşandan. Di vê
bingehê de pergala ku hatiye avakirin; mîna
xweşiktiya ku pêşverû ye û pêwîst e bê jiyîn
daye çespandin. Tebî bi wêjeyê hatine
aşîkirin û divê bên redkirin. Perspektîfa
van romanan, dil bi rasteqîna Kurdistan’ê
neşewitandin û ka ev çi ye pê tênegihîştin
e. Her tiştî înkarkirin e, hem jî bi
lezgînî! Cardin wan neyêniyên kevin
nevekirin e. Kurdan wek paşverû û wehş
nîşandayîn e.
Va, dixwaze bila Kurd be, dixwaze bila Tirk
be, heya niha di derbarê Kurdistan’ê de
romanivîsi, hunermendî û wêjevanî ya baş di
vê bingehê de xwediyê erkekê ye. Tebî ev
romanivîsî di radeyeke dawî de wêrankariyê
afirandiye. Bi taybetî şekilgirtina kesayetê
çelexwarî pêş xistiye. Ramandina azad û
rasteqînî asteng kiriye. Tirkbûyîn,
koçkirina metropolan, welat û gelê xwe piçûk
dîtin û bi rengekê hêsanî dest jê berdanê bi
xwe re aniye. Ev ji pêvajoya ber bi metropol
û Ewrûpayê ve herikandineke mezintirîn û
pêvajoya ji xwe revê ye. Di heman demê de
pêvajoya revê ya ji giyan û mejiyê xwe ye.
Heta ev pêvajo, qasî qedalbûyînê pêş ketiye.
Pir hindik kes karîbûye li rasteqîna xwe
xwedî derkeve. Her tişt bi erzanî ji dest
hatiye derxistin. Yên ku nav girtine ser
zimanê xwe jî, ya hatine sîxurkirin yan jî,
hevkarmendên bi misyona ku di bingehê hin
berjewendiyan de bi dest girtine de
derketine rastê. Welatparêzî, hatiye
vegûherandin têgîneke ku di ber re jî nayê
borandin.
Tebî em vê yekê heya derketina tevgera
şoreşgerî, bi rengekê bêtir trajedî û
kûrbûyî dibînin. Bi taybetî binketina her
serîhildnanê, di çûyîna encamek wiha de rol
leyistiye. Piştî serîhildanan, yanî qonaxa
terora spî, di bingeh de rasteqîna gelê
Kurd, ji qonaxa serîhildanan bêtir xistiye
xeternakiyê û em dikarin bibêjin ku aniye
heya wê xala ber qedanê.
Va, ev tîpên heyî, di çarçoveya vê vegotina
giştî de derketin rastê. Em, hinek wisa
derketin rastê. Hun weke derbirîna vê
gelemperiyê, dikarin pênaseyekê deynin ka
hun çi ne û dixwazin çi bikin. Di wateyekê
de ev, êdî dibe gihîştina kesan bi pêvajoya
nirxandina rasteqînî.
Yên ku bi rasteqîna xwe rast tênagihîjin,
qet nikarin bibin xwedî çalakiyeke rişt. Bi
aliyên xwe yên zêde hestiyar derdikevine
rastê û ev derketina rastê jî, ji her cure
bandorê re vekiriye. Çima ? Ji ber ku ne
derketinek bi gor pênaseya rasteqînê ye. Ji
xwe bêhay e. Em jî di vê wateyê de jê re
dibêjin şûngeha “Xafîl’’. Mirov dikare ji vê
re bibêje teşeyekê cehaletê jî. Ger hun bala
xwe bidinê, ev, rasteqîna we tevan a ku bi
ponijîn dijîn. Hun tev xwedî jêderkeke wiha
ne. Zanebûn û hesta vê jêderkê di we de
çiqas pêş ketiye, diyar nîn e. Kemalîzm qasî
karibe ketiye nav, malbatî û eşîrî, qasî
karibin ketine nav. Ji têgîna welat û ji
têgîna gel heta dawiyê pêmenî hatiye
jiyandin. Taybetmendiyên rewşenbîrên Tirk di
radeyeke dawî de bi teşeyê demagojîk
teyisiye. Dîsa demagojiya feodal teyisiye.
Bîrdoziya dê, bav û kal teyisiye. Vana tev
kesayetê ji rasteqîna bingehîn, ji rasteqîna
dîrokî, ji rasteqîna hemdemê dûr xistiye û
jê qut kiriye. Lewma hun lewaz dimînin. Hûn,
di bîrdoziyê de, di polîtîkayê de, di
çalakiyê de û di jiyanê de lewaz dimînin. Di
her sehayê de koma tîpên ku dinalin,
diqarin, ditengisin, net nabin, tûj nabin,
nayên dahûrandin û xwe nagihînin çareseriyê
mijara gotinê ye. Taybetmendiyên vê
kesayetê, hatiye veguhestin nava pêşengiya
şoreşî. Me, hewl da ku, em vê yekê bi şurê
şoreşê yê herî tuj derbas bikin. Piraniya we
di vê bingehê de herikîn nav şoreşê. We got,
“Ev rêka herî kurt a pêşketinê ye.’’ Li
hember pergalê bertek bi we re çêbû, hun
hatin nav şoreşê. Helbet tiştên we di nava
partiyê de jiyaye, ew hezar teşeyên kevin bi
şêwazeke cuda berdewamkirin e. Li hember vê
bertek, di ciyekî de şerê nav rêxistinê yê
şoreş û dijî-şoreşê ye. Her wiha di vê
pêvajoyê de derketina yên binkeftî û
serkeftî, ev hewqas pêşketin in, ku di
kesayeta we de tên jiyandin.
Ger dîqat bê kirin, em dixwazin gelala
romanê bi tevlîbûna takekesan ya nav
pêvajoya şoreşê, nav pêvajoya partîbûyînê,
nav şiyarbûna netew û pêvajoya azadbûyîna
civakê bidin destpêkirin. Romana şoreşger bi
wateyekê, peywirdar e ku derketinê wisa
çêbike. Lê belê, ew lewazî, qelsî û
xumamiyên nayê bawerkirin ên di destpêkê de
ku me pê dest bi kar kir, nayê paşçavkirin.
Ji ber ku rasteqîn dadixe rastê ku wisa ye.
Mirov bi demagojî û bi gotineke, “Ez pir
xurt im, pir bi biryar im’’ nikare derbas
bike. Bi rastî jî niha em baştir têdigihîjin
ku, hestên sexte û pêşandanên wêrekiyê zêde
wate naderbirînin. Em dibînin ku ketina nav
asta her cure têkilî û nakokî ne rişt in û
encam nagirin. Em destnîşan dikin ku qasî
kesayetiyên pir nepixandî, kesayetiyên pir
mirî jî, ne denkên dema derketina şoreşê ne.
Lê, li rexmî hemû hewldanan, ji ber ku
derketina şoreşgerî pêwendiya xwe bi ponijîn
û tempo ya şênberiya PKK’ê ve neda avakirin,
çelexwariya pêşketinan bi rêbazên zehmet
hate zelalkirin.
Tîpê me, ji hemû taybetmendiyên nêvengek
wiha re hindek vekerî ye. Her wiha vê, ne bi
eybkirinê ji bin derketin, ne jî bi
sergirtin ji nav derketin nêzîkatiyek rast
nîn e. Ya pêwîst e bê kirin, qasî
selimandineke rast a rasteqînê, ne
çarenûsbûna vê daxistina rastê ye. Lewma
dema ku ê kevin tê rûxandin û tê
derbaskirin, divê bê dîtin ku di wergirtina
yê nû û înşakirinê de pir tişt pêwîst dikin,
ev yek ji bo me jiyanî ye û biryarkirin,
hêza azîm û viyanê re vegerandin û dîsa di
her sehayê de karkerî û hewldanê bi rengekê
encam wergirtî kirin e.
Gava ku me hewl da tîpek wisa em bêxin nav
gelala romanê, qasî daxistina aliyê
zanîstiyê, aliyê wî yê hunerî jî pêşxistin
me pêşçav kir û bi vî awayî me xwest
nêzîkatiyek wiha pêş bixin. Niha em vê
gotûbêj dikin. Bi wateyekê roman tê pêş
xistin. Bi gotineke rastir, êdî pêşketinên
di nava jiyanê de ber bi nivîsandinê ve
diçin. Ew pirsên timî me dipirsiya, pirsên
romanî ne. Çawa çêbikin? Çawa bijîn? Ev
pirs, pirsên herî zêde tê pirsîn in; tesadûf
nîn e. Hema her roj têkilayî bi libatan
kirin heye. Ev, vesazîkirina ji nû ve
diderbirîne û ziraviya kar dadixîne rastê.
Bi taybetî di aliyên hin têkilî û libatan de
bertek raberkirin, arezû û xwestekên şêwaza
kevin redkirin, şunê de xwestek û viyana
şêwaza nû derxistin û bi kevneşopiya civakê
re, di asta damezraka malbatê de ketina nav
têkoşînê peyda ye. Tevahî aliyan ve
çonayetiya rasteqîna malbat, eşîr û
babistînê derêxistin, bandora wan li ser
jiyanê dîtin û bi wan re şerkirin; dîsa
gihîştina pergalên nû, şêwaza derbirîna
têkilîyên nû, hîtap û uslûba wân, her roj
kevin şewitandin-rûxandin û ber bi avakirina
nû ve rê wergirtin, jiyaneke romanî ye û ev
bi ponijîn e. Em dibînin ku di kevneşopiya
romanê de babetên herî zêde tên karanîn,
asta hestan e. Asta zanebûnê bêtir bi
derbirînên zanistiyê tê nirxandin. Bêguman
roman asta zanebûnê tevlî naveroka xwe dike.
Lê bi giranî asta hestan û şêwaza derbirîna
giyanê dixwaze bigire dest.
Ger qonax baş neyê vekolandin
kesayet baş nayê dahûrandin
Ev têkoşîn di heman demê de şerê hestan e.
Hezkirin dikeve hundirê vê, weke derbirîna
ponijîn evîn dikevê; wekî din nîşanên kerbê
û heta xiyanet tê vegotin. Dîsa têginên
kirêtî û xweşiktî dikevin dewrê. Tîpên
berwenda û qehreman tê pêşxistin. Ev tev
hinek jî bi razberkirinê ve tê çêkirin. Yanî
di bingehê çavderiyê de şûna yek bi yek
kesayet bê vegotin, hindik zêde hemû kesên
ku tevlî pêvajoyê bûne taybetmendiyên wan
yên hevbeş di romanê de tê vekirin. Ev
razberkirinek e. Ji şênberiyê razberkirin,
ji asta razberkirinê jî tim û tim daxistina
takekesan û pêşketina dema bê bi çavderiyê
sepandin, dibe teknîka romanê. Her wiha
hinek hêman di hinek qonaxan de bi ponijîn
tê vekolandin. Ku qonax baş neyên
vekolandin, hêman jî baş nayên vekolandin.
Heta hinek aliyên hêmanan, di hinek qonaxan
de zêde tê vekolandin. Di hinek qonaxan de
ji wana berhem namîne. Yek jî têkilhev tê
vekolandin. Yanî vekolandinek tenê bi serê
xwe ne pêşketina hestan e. Bandor û bertek
di nava hev de ye. Rik, hezkirin; xafil,
şiyar; şoreşger, dij-şoreşger di nava hev de
ne. Dîsa tîpê bintûte û tîpê balkêş ku li
hember wî derdikeve di halê pevçûnê de ne.
Carna ev pevçûn gur dibe, carna jî gihanekê
pêk tîne û ber bi çareseriyê ve diçe. Carna
jî dixitime û dikeve nava qeyranê. Yek jî tê
vegûhertin. Hemin vegûherînê dije. Dema ku
vedigûhere, carna tê qezenckirin, carna jî
tê wendakirin. Carna tê derbaskirin, carna
jî tê pîrozkirin. Weke ku têkilî û nakokî ji
têkilheviyeke wisa difilitin, ber bi pergal
û asteke pêşketîtir ve diçin, carna jî
dikevin nava xeniqandinekê û dimirin jî.
Pêwîst e Roman, di bingehê vê teqalê de bê
gihandin derbirînekê.
Bi taybetî, di gelaleyê de mînakdayînê, min
ji xwe da destpêkirin. Li ba vê yekê em
kesên din jî didin axaftin. Wisa tê fêmkirin
ku emê gelek kesan bidin axaftin. Her kesê
ku diaxive, di kesayeta xwe de gelek
rasteqînan tîne ziman; qasî aliyên bingehîn,
aliyên talî jî datîne rastê. Qasî aliyên ku
giştî bi xwe ve girê didin, aliyên eksantrîk
jî hene. Lê bi sentezkirineke ku piştî van
tevan bê çêkirin, em dikarin romanê şênber
bikin.
Jixwe di romanan de bi giştî kes, viyan ,
hest û azwerî diaxivin. Ger ku em jî, bi vê
wateyê takekesan bidin axaftin (bi taybetî
ku ev hindik zêde giştîbûyînekî tînin ziman)
ev azîneke rast e. Di virê de ya girîng ew e
ku veqetandina tiştên bingehîn û talî bê
çêkirin, yên bingehîn ê civakî-netewî û heta
mirovanî bê dîtin, di nava kitekitan de neyê
xeniqandin û yên zêde ne balkêş in, asta xwe
ya temsîliyê nîn in, di nav re neyê
heşandin.
Tebî hêza ziman û uslûb jî pir girîng e.
Jixwe rola hunerê di virê de ye. Ev war,
wareke ku pir afirandinerî dixwaze. Jiyana
wê jî, hindek hunermendane ye. Vegotina wê
jî, bêguman ê wê temam bike. Gelala tê
pêşxistin jî, wê di vê çarçoveyê de be. Dema
ku em, hinek tîpan di nava vê çarçoveyê de
didin rûniştandin, em carna yên ji zindanê
derketine jî didin axaftin. Ji ber ku yên ji
zindanê derketine, hinek rasteqînên ku
jiyane hene. Ger ku rasteqîna dijwar a
zindanê neyê dahûrandin, hemû hest û asta
jiyana wan bi tevahî aliyên xwe ve neyê ser
ziman, roman nayê temamkirin, wê kêm bimîne.
Her wiha dana axaftina yên ji zindanê
derketine, pêwîst e bê domandin. Qasî gelek
aliyên wan ên erênî, aliyên xeternak û rizî
jî hene. Ji vana hinek tîp bi cinewirî,
hinek tîp jî bi qehremanî derketin; vana
daxistina rastê û dîtin pêwîst e. Yen ku li
ser nave hest û azweriyan pergalê bi rengekê
herî pûç dijin û pergalê dihebînin hene. Hem
jî ew kesên ku vê bi rûpoşa şoreşgerî dikin,
me dît ku ne hindik in. Wêjeyeke sexte ya
zindanê, bêriya pergalê, hate xwestin ku li
ser navê bêriya şoreşî daxînin rastê. Heta
nepixandin û demagojî pir zêde ye. Ji ber ku
jiyana pratîk û şênber nîn e. Bi vî awayî
zemînê sextetiyê zêdetir xurt dibe. Pêwîsit
e rexneya vê bê çêkirin û hê jî em li ser vê
disekinin.
Ji vê zêdetir girîng pratîka çiya heye. Me
hewl da ku, ev pratîka çiya qasî
taybetmendiyên xwe yên paşdemayîkirin û
wehşîkirinê, taybetmendiyên ku civakê ji hev
vediçirîne û azad dike derxin rastê. Jixwe
milîtanê çekdarî tê nirxandin. Milîtanê
çekdarî kî ye, çawa ye? Heya niha jî
dahûrîna wê weke peywireke girîng disekine.
Di nava partiyê de qasî ku derbirîna zanistî
hatiye gihandin bo derbirîna taktîk, tê
xwestin ku derbirîna wê ya wêjeyî jî pêk
were. Dema ku em van hemûyan pêk tînin, di
nava pêwendiyên sazgeha kevin de bi taybetî
jî, damezraka malbatê û eşîriyê hate
destgirtin. Çima? Ji ber ku ev der wek
zindana giştî ya rasteqîna civaka me ye;
warê kevneşopiya giştî û zincirbûna giştî
ye. Di vê navberê de ji ber ku her çîn,
tebeqe û hemû girseyên civakê dikevin dewrê,
serûbin dibin, tê xwestin ku ew
taybetmendiyên rewşenbîriya bajarî û
taybetmendiyên gundîtî bê vegotin.
Rewşenbîrê bajarî kî ye ango bajar çi ye?
Em, ji vê dest pê dikin. Ev rewşenbîrên pêk
hatine çi û kê temsîl dikin? Bi kevneşopiya
me ve çiqas pêwendiya wan heye? Rasteqîna
azad û welatparêziyê çiqas esas digire? Ji
mêtîngerî, kemalîzm û dij-şoreşê çiqas
bandor digire û wan çiqas esas digire?
Niha ev, di pêkhateyên bajarî de baştir
zelal dibin. Gundî, zêdetir serdema navîn,
heta gelek pêkhateyên jêderka serdema pêşîn
temsîl dike. Alîyên xwe yên welatparêziya
erênî hene. Bi axê ve girêdayî ye, hedarmend
e. Lê zêde bi hundir ve hatiye girtin, di
nava mercên paşdemayî de hatiye hiştin; weke
ku nikare biaxive, nikare xwe bi ziman bike,
hatiye rewşeke wisa; vê guzarişt dike.
Vegotina vê teyisandinê ya di nava refan de
tim tê çêkirin. Tîpên hîmî hene. Ew
taybetmendiyê van ên ji afirandinêriyê dûr
bûn, pir çewsandîner, sexbêr û belaşxur tên
ser ziman. Dîsa dirêjahiya van ê piçûk û
curbecur hene. Weke sermejiyê eşîrî,
sermejiyê kevneperest û dîsa bi temen ve
girêdayî welatparêzên kal û welatparêzên
ciwan, hinek tîpên wisa jî anîna ziman
mijara gotinê ye.
Dîsa wek bireke civakî tevlîbûna jinê û
bandorên ku wê daye çêkirin hene. Di teşeyê
azadiya jinê de ew tiştê ku em, di
Kurdistan’ê de krîter û kategoriya herî
girîng a azadiya giştî guzarişt dikin,
derdikeve rastê; nirxandina wê tê çêkirin.
Tê xwestin ku ji pirsa “azadiya jinê çi
ye?’’ re bersîv bê dayîn. Tebî dema ku jin
dibe mijara gotinê, de îcar dema tevlî
şoreşê dibe bi hemû lewaziya giyanê, ka çi
hatine teyisandin, ew dibe hêmaneke ku
temsîla wê tîne ziman. Di ciyekî de ya herî
xafîl, di ciyekî de ya herî xwerû, di ciyekî
de jî weke tîpa herî sîketî viyana wê felç
bûye. Ev dibe şêwaza ew tevlîbûn û kesayeta
pir rajêr. Hemin bi hinek ciyan ve paldayî
dibe xwedî meşekê. Weke tîpeke ku bi
qeysikan dimeşe tê. Ango weke tîpeke pir
hestiyar, pir bêpalpişt û pir bê amade ye.
Ya herî girîng jî, weke zayendeke ku
daraziyên nirxên civakê bi stemkarî li ser
tê birêvebirin, tevlîbûneke wisa mijara
gotinê ye. Ji nêzîkatiyên feodal, xwe ji
meta-malbûyînekê wêdetir nikare bibe. Em
azadbûyînê deynin aliyekê, xwe xistina mal
aliyekê, ya xirabtirîn dibe tevlîbûneke ku
teşeye herî zirav a malbûyînê ji xwe re
peywir dihesibîne û diparêze.
Milîtan, di vê mijarê de rewşa herî sêr
dije. Mebesta jinê ku jiyana xwe ya kevin di
nava şoreşê de bi şêwazeke pir zirav wek
malekê bêtir pêşketiye ajotin e. Jixwe
romanek bi giranî dikare cî bide têkîliyên
jin û zilam. Bi taybetî dixwaze têkilî û
nakokiya wan bîne ziman. Bi rastî ji, di
romana qonaxa şoreşê de, dixwaze têkiliyên
damezraka malbatê, dixwaze têkiliyên di
navbera du tîpên ku ji malbat û kevneşopiyê
qut bûne bigire dest, em ji van re dikarin
bibêjin teqala pêwendiyên di navbera wan
tîpên ku şoreş ango dij-şoreşê diparêzin.
Dema ku em hatina wan li hember hev û teşeyê
têkiliyên wan digirine dest, di bingeh de em
dibînin ku qasî şêwazeke zirav meşandina
pergalê, bi zêdebûyîna têkiliyên
mulkiyetdarî ku ne li ser bingehê keda azad,
tevlîbûyîna azad e û xeternak e rû bi rû
dimînin. Şêwaza têkiliyên fêodal di teşeyekê
cuda de ku xwe dispêre kapîtalîzmê ango wek
meta tê veguhêstin nav şoreşê, ji daxwaza
xwe di gelek teşeyên curbecur de
berdewamkirinê nêzîkatiya serdestî ya zilam,
helwesta jinê bi şêwazeke zirav ku dixwaze
xwe biha pêşwazî bike divê bê têgihîştin.
Yanî yên mîna red, bertek û lewaziyên xwe bi
rengekê xirab dayîn û her wekî din… Bi rastî
jî dema ku şênberiya Kurdistan’ê dibe mijara
gotinê, mezin axayên malbatê hene. Malbat,
bi palpiştiya pergala mêtîrgerî û
hevkarmendiyê tê avakirin. Temsîla vê di
jinê ango di bûyera zewacê de, bi taybetî
rewşa zilam ya di nava malbatê de ku pir
bêhevseng û bêberpirsiyarî ye, bi bandorên
xirab têvlîbûna wî nava şoreşê, dîsa
koledariya jinê û şêwaza ku pir girêdayî ye,
di bingeh de ev şêwaza nêzîkatiyê ku baş
nehatiyê dahûrandin û ronahîkirin jiyanê pir
gef dike.
Nêzîkatiyên ku pir dûrê azadiyê ne, di nava
partiyê de ew kesayetên ku pir zêde di bin
bandora kevneşopiyê de ne, dikarin şoreşa me
vala derbixin. Dixwaze di teşeyê redkirinê
de, dixwaze di teşeyê malbûyînê de ango di
teşeyê pejirandinê de be, ew têkiliyên ku
xeternak ne pir zêde derketine rastê. Icar
derketina jinê li çiyayan, wergirtina jinê
ji her sehayê re, di vê mijarê de
bandor-bertek bêtir derxistiye asteke
pêşdetir. Rast nekanalîzekirin û nekişandina
jinê ber bi tevgera şoreşê ve û di xalekê de
girtin, sekinandin, lê di rewşa hatina wê de
jî, bi têkiliyên bêpîvan û bêast hatin, her
wiha xirakirina arteşê, di bingeh de ji ber
ku pêwendiyên şoreşgerî tam ne serdest in ji
tevlîheviyekê re rê dana vekirin û jiyanê
hereşekirin dibe mijara gotinê.
Bi kurtasî, tengasiyên negihîştina jiyana nû
û teşeyên têkiliyan tên jiyandin. Roman di
wateyê de bêtir dikare ber bi şênberiyê ve
biçe û hewl dide di ciyê civakî de derkeve
pêş. Roman hindek jî ev e.
Erê, dema ku tîp bi aliyên curbecur wisa tên
nirxandin, di bingehê têkiliyên
jin-zilam-malbatê de dikare pêgirê
dahûrandineke baş bê kirin. Kurtasîkirin yek
jî di vî aliyê de tê çêkirin. Rewşên ku her
milîtanê me hevbeş dijîn mijara gotinê ye.
Her wiha roman, warekê baş guzarişt dike. Me
xwest ku em hindek vê bidin. Ka çima pêwîstî
heye ku bi jinê re destpêkirin bê çêkirin,
bi encaman ve hate daxistin. Hate xwestin ku
ji xalên serik hindek mînak bê dayîn. Jina
hatî bijartin ango xwestek heye bê
destgirtin û pêwendiya têkiliyan bi pergalê
re (pêdiviya van bi derbirîneka wêjeyî heye)
hevkarmend e yan na, sîxur e yan na,
şoreşger e yan na; pênaseyeke misoger nîn e.
Yanî raveyeke zanistî nin e, guncav jî nîn
e. Ger bibe jî wê bi hindek texmîn û
şiroveyan pêş bikeve. Vê herî baş wêje
dikare çêbike, lê encamên wê pir girîng in.
Di virê de ya tê dahûrandin, pêşî mêtîngerî
dibe, kemalîzm dibe, mîrzadeyî ango
bijarteyî dibe. Dema ku partî dibe mijara
gotinê, serdestiya hevkarmendî, çespandinên
li ser PKK’ê, li ser tevgera şoreşger,
nêzîkatiyên dekbazî yên pir zirav û dîsa ew
şaş nêzîkatiyên li hember hemû
taybetmendiyên tîpê milîtanê şoreşger…
Cîhana kevin di bin kontrolê de ye
Hatiye xwestin ka tîpê şoreşger wê çawa pêş
bikeve, ka çima nêzîkatiyên kujoker, valaker
û sarker derketine rastê bê vegotin. Pergal
ji vê kesayetiyê re gelek derfet dide. Dema
ku li Kurdistan’ê ne jiyanek wan a berfireh
heye. Pir mîrzade ye. Dîsa jiyana wan a li
Enqerê herî hindik guncavê asta fermî ya
komara Tirkiyê ye. Yanî pişta wê spartiyê
hezekê wiha ye. Aliyê dijber tebî di rewşeke
nakokî de ye. Ji gunditiya xizan direve û li
hember mêtîngeriyê bi berteka gewre mezin
dibe. Kesayetiya ku di nava malbata mîrzade
de mezin dibe, qutbûna ji pergalê û tê de
cûdabûn çêkirin esas digire. Ev şer cûrbecûr
e; bîrdozî ye, siyasî ye, çalakî ye,
rêxistinî ye, hestiyarî ye, bertekî ye,
hezkirinî ye, welatparêz e, bi azwerî ye, bi
kerb e, rûxandiner û avakar e. Yanî di nava
xwe de gelek taybetmendiyan dihewîne. Di
xwiyangê de têkiliyeke civakî, têkiliya
jin-zilam e, lê di cewher de jî mezintirîn
pergala mêtîngerî, hevkarmendî û li hember
vê jî, ew hilkeftinên şoreşgerî re dibe xala
pevçûnê. Di heman demê de dibe vegotina
rûxandin û avakarinê. Di vî aliyê de hema
hindik dimîne ku xwe bigihîne wateyeke
dîroka partiyê. Di wateyeke din de çalakiya
şoreşgerî tê romankirin ango di wateyeke tê
jiyandin de, cewhereke wiha diderbirîne.
Yanî jiyan bi xwe dibe roman. Û tê fêmkirin
ku ev tenê ne bûyereke yekejimar e,
taybetmendiyeka giştî tîne ziman. Çima? Ji
ber ku di şênberiya Kurdistan’ê de sîxurtî
di çonayetiyeke sazgeha objektîf de ye. Weke
ku civak li hember xwe mîna sazgeheke
sîxurtiyê xebat dike. Malbatî di bingeh de
ji mêtîngerî û pergalê re dixebite. Di vê
mijarê de tê dîtin ku hevkarmendî di bingehê
taybetmendiyên mînanî vê û belavî de, di
qonaxa komarê de hatiye şekilkirin û zarokên
wan jî temsîlkariya vê yekê dikin.
Tê dîtin ku pêşketina şoreşgerî ya nû ava
dibe, bi vê re di nava dijberîtiyê de ye.
Her wiha, her çiqas kes tevlî nava tevgerê
bibin bila bibin, bi heman taybetmendiyan
tên û hilkeftinan çêdikin; baş tê fêmkirin
ku hatinên hevkarmendî jî bi heman
taybetmendiyan e û em bêtir ber bi
giştîbûyînekê ve diçin. Dema ku hinek tîp
tên çêkirin, di vê wateyê de çiqas tê
derbirandin? Mînak di gelala romanê de ew
tîpên ku xatine xêzkirin, gelo cewaz in an
na? Em lê dinêrin zêde cewaz nîn e. Piştre
di gelek mînakan de hate dîtin ku ev bû
cureyek, dûbareya vê ye. Tîpên ku xwe li ser
partiyê diçespînin û dibin sedemê halanê,
bûne mînanê wana. Heman hilkeftin û heman
peyvan bi kar tînin. Minak, milîtantiyê asê
dikin, viyanê dîşikînin û dibin sarker,
xeniqandiner û xitimandiner. Ev di ciyekî de
li ser taybetmendiyên milîtantiya nû, weke
bandoreke kujoker ê hestiyarî ye. Yanî ev
şêwaza pêwendîdarî û nêzîkatiya statukoya
kevin nîşan dide. Nexwe wisa jixwe ve bi
hestên wisa ve ji derketina milîtan re
bersîvek nayê dayîn. Sedemê xwe hene.
Di aliyê din de tîpê milîtan bi rastî jî
dibe xwediyê hewldanên puxteyî û dixwazê yê
nû ava bike. Sedemên vê jî hene. Ger cîhana
nû nebe, çi şensê wê jî nîn e. Cîhana kevn
di bin kontrolê de ye; mêtîngerî û
hevkarmendî serdestên wê yên mitlaq in.
Milîtan, di radeya ku hilweşîna vê cîhana
kevin pêk bîne, wê bije. Ji ber vê yekê jî,
di helweşandinê de xurt e. Xwedî hewldan e,
bi azwerî ye û ji her cure pêşketinê re
vekiriye. Cîhana wê cîhaneke ku wê di
pêşerojê de bê qezenckirin e. Tebî tîpê li
dijberê vê bi şêwaza tevgera xwe ya kevin,
bi tiraliya xwe ve, bi bêuslûbiya xwe ve, bi
bertekiya xwe ve, bi taloxkirina xwe ve, bi
xirabkariya xwe ve, bi rizandina xwe ve
dixwaze vê bîne ziman: “Ez ji nêvenga xwe ya
kevin qayîl im!’’ Di bingeh de wê diparêze
ango dixwaze berevaniya wê bike. Wateye vê
ya felsefî û sincî ev e. Her çende ku
dibêje: “Ez bîrdozî û xeta partî û şoreşê
diparêzim!’’ jî, derbirîna hebûna şênber a
vê wisa peyda dike.
Çima wisa bû? Ji ber ku neçar bû wisa bibe.
Gelo milîtanê me ango tîpê me yê pêşeng, ger
wisa nekiribana ma wê baştir biba? Ku di
teşeyê bênakokî de dest pê kiriba, di vê
pêvajoyê de, wê di bin venêrana pergalê de,
di radeyeke mezin de bixeniqiya. Pir bi lez
bi taybetmendiyên pergalê ve rû bi rû mayîn,
bi taybetmendiyên pergalê re bi nakokî pêş
ketin, li hember dijmin, li hember
taybetmendiyên fêodal, eşîrî û malbatvaniyê
dihêle ku were haleke hişyar.
Me, şêwaza di hundirê PKK’ê de wisa da
destpêkirin. Ku tenê bi gundiyên xizan ve
dest bi kar bê kirin, piranî evdal û xwerû
ne. Nikarin pêşiya xwe bibînin, dikarin bi
hêsanî têkevin bi venêranê; bi rastî jî wisa
dibe. Lê ji destpêkê vir ve wisa şêwaza
dij-şoreşî û temsîlkirinê bêbandor hiştin,
KT’yê bêbandor hiştin, hevkarmendan bêbandor
hiştin, tê wateya wan aliyên wan ê tê dîtin
û nayê dîtin, aliyê tê veşartin û yên ku bi
rûpoş ango vekirî ne. Tê wê wateyê yên li
paş bi vana re têkilhevkirin û xistina nav
pevçûn û nakokiyê ye.
Gelek aliyên vê dikare bê ravekirin. A
girîng dîsa encam e, pêvajoya destpêka
qonaxa şoreşê ye. Lê di virê de tîpên
rikoker derketin rastê. Mijara ku romanê
têkildar dike ev der e, yanî pêşketina tîpên
wisa. Aliyê dijber kete nav helwesteke wisa
ku, di nava vê de gelek tiştên hene ku nayên
hiş û xeyalan. Yanî wek hevkarmendekê heye,
wek dekbazekê heye, wek kemalîstekê heye,
wek jinekê heye, wek dijminê gundî heye, wek
afirandineke zayendî heye, wek hakim ango
serdest heye, wek yeka navtêder û halantêder
heye û wek yeka hostayê taktik heye. Dîsa di
aliyê berjewendiyên xwe de nêzîkatî û
şêwazeke xwe yê jiyanê heye. Dîsa
kesayetiyeke ku ji wan azînên bi sedsalan
vir ve hatiye ezmûnekirin hêz digire, heye.
Ev, dibe şêwaza ku bûye serok û xwe rêxistin
kiriye yê pergala fermî ku hatiye
derbirandin e.
Li aliyê hember jî, derketina serokatiyê ku
bi gora xwe xwedî îdîayek mezin e, heye. Ew
jî xwe, weke kevin bi hêsanî radest nake.
Çawa ku di pergala kevin û malbatê de xwe
radest dikir, xwe radest nake. Xwe radestê
Kemalîzmê, Tirkiyê, hevkarmendî, axatiyê û
dîsa malbatê nake. Bi şêwaza kevin nêzîkê
jinê nabe. Ne nêzîk dibe, ne jî nêzîkê xwe
dike. Di pîvanên diyar de azadbûnê esas
digire. Yên kevin red dike û lêgerînên nû di
radeyeke dawî de bi xurtî çêdike û ji vê
pêveberdan nade. Di vê mijarê de xwe azad
digire. Helwesta azad, dibe derbirîna
zanebûn, viyan û azîm. Erê niha jiyandina
van hemûyan bi ponijîn, bi lezgînî tempoyê
meşandin heye. Û ev, li ser çîroka
partîbûnê, di mijara pêşxistina xeta şer de
bandorekê peyda dike. Vê yekê pêl bi pêl li
nava civakê radigihîne.
Bi kurtasî, malbat û jina dîl perçe dike; û
dîsa hevkarmendiyê belav dike. Têkiliyên
jin-zilam ên di nava malbatê de belav dike û
rûpoşa wan dixîne. Kê çi ye, çawa ye;
derdixe rastê. Ji pirsên “Çawa bibe’’ ango
“Çawa bijîn’’ re bersîvan digihîne. Bi vî
awayî ev jiyan, bi rastî jî tam dibe
kelûmelê romanekê.
Jiyan hindik zêde vê yekê anî ziman û
teyisandina xwe da gelala romanê. Tebî hinek
babet hene divê zêdetir bêne pêşxistin. Tenê
yên jiyandî anîna ziman, wê bibe bîranîn, ji
ber ku roman vê kategoriyê derbas dike.
Roman, hindek a ku dest bi ajdayînê kiriye
bi avakirina hindek xeyal û hêza gelaleyê
vedike û ber bi çawa bibe ve dibe. Dikare bi
geş pêş bikeve û dikare bibe dara azadiyê ya
baş. Lê dibe ku aliyê çelexwarî jî bikeve.
Di virê de erkdariya romanê heye; dikare
asteke tam azad a pêşketî bigire; dikare bi
rengê dara azadiyê , şêwaza jiyana azad bibe
bandordar. Dar, bi awayekê din jî şîn dibe,
zîl dide û mezin dibe, lê ku neyê xwedîkirin
wê roman çelexwarî pêş bikeve, nikare zêde
bilind bibe. Dîsa ji her cure xeternakiyan
re wê vekirî be; wê bibe pêşketineke ku
bêmazmazk e û xwe negihandiye hestî û goşt.
Zêde estetîka vê pekhateyê nîn e, lewma
dikare birûxe. Roman, dikare vê hindek
asteng bike.
Roman, di derbarê diviyaye çawa bibe de
xeyal û gelala xwe dixe dewrê. Îdealîzm,
xîret û azweriyan tîne ziman. Baş e, bi
tevahî ev e, yan na? Naxêr! Zîldayîna
rastînekê heye; heya ku ev zîldayîn neyê
dîtin, nivîsandina romaneke rasteqînî gengaz
nîn e. Di hundirê civakê de zêde şensê
nûbûyînê nabîne, nikare derbirîna yê kû
hatiye qedandin bike. Roman tam pevbestînek
û gelaleyek nîn e. Rewşa zîldayina rasteqînê
bi hewldaneke mezin, bi heza gelale û bi
heza xeyalê anîna ziman e. Di bingeh de bi
cureyek çalakmendiya cuda, tê wateya
temamkirina jiyandina li ciyekî. Ji ber ku
yê tê jiyandin bi kiryarî jî, hindek ev e.
Yanî bi gor zanistiyê, bi gor çîrokê hin
tişt hatine jiyandin, lê gelale û xeyal jî
hene. Yên nehatine pêkînandin, yên hatine
çelexwarîkirin û dîsa yên ku saxlem pêş
ketine hene. Va, roman wê vana bîne ziman.
Tebî em ji vê re dibêjin hunereke estetîk e.
Tevahî erkdariya hunerê ev e. Jiyanê
estetîzekirin, bêtirîn xweşikirin peywira
hunerê ye. Tê wê wateyê ku wê roman jî bibe
xwedî erkdariyeke wisa. Tebî di virê de yên
tên pejirandin, yên nayên pejirandin û yên
tên redkirin, yên nayên redkirin hene. Yanî
wergira wê pir berfireh e; em pêwendiyê bi
welatparêziyê re avakirinê bigirin, heya
destgirtina taybetmendiyên baş ê şervanên
rêxistinê, wergir fireh e.
Erê, dubare diyar dikim: Raveya vê ya
zanistî guncav e û tê çêkirin jî. Çîrok û
bîranîn gelek tên nivîsandin, wêne tên
kişandin, tên weşandin. Lê belê, pergala
têkiliyên mezintir, bêriyên têkiliyan,
gelale, xeyal ka li ku derê man? Şoreş, di
heman demê de xeyaleke mezin jî diderbirîne.
Şoreş, her çende ku xeyal û asoya xwe fireh
be, hewqas pêş dikeve. Lê ev ma tam xeyalek
e? Naxêr; rasteqîneke wê ya civakî heye. Ma
jixwe ew gelaleya ku me amade kiriye, tê de
hem xeyal, hem jî xalên zîldayînê ava bûne.
Her wiha wê nirxandinên rasteqînî jî hindek
çêbin. Çawa ku min da diyarkirin, ji gelek
waran statûkoperest, milîtan û qehremanan
dana axaftin girîng e. Di mijara têkiliyên
jin-zilam de aliyan dana axaftin, weke
birekî jinê dana axaftin û dîsa çînên civakî
dana axaftin girîng e. Ji çawa diaxivin
wêdetir, pêwîst e çawa biaxivin re divê
girîngî bê dayîn û ev ji bo romanê watedar
e. Gelek bilêvkirin û jiyan hene. Û disa yên
çawa ava bûne û pêwîst e çawa ava bibe hene.
Di vê mijarê de gelek kelûmel mijara gotinê
ye. Niha em van kelûmelan kom dikin. Emê
bineqînin, piştre jî bi teknîka vegotina baş
vegerînin romanê. Ev xebata ku em dixwazin
çêbikin, me got ku wê di rasteriya giştî de
ye. Di gelek çarçovan de em gotûbêj dikin.
Tenê ne gotûbêjkirin heta em dijîn. Di heman
demê de jiyanên parmend jî hene. Bandorbûyîn
jî derketin rastê. Li ba girêdana peywirên
şoreşgerî, peywirên rêxistinî, heta peywirên
çalakmendiya milîtan nikare bên paşçavkirin.
Ev di nav hev û dî de ne. Ger ku ev bi hev
re ne pêwendîdar bin, nikare xwe bigihîne
romaneke şoreşger. Ev tev di nav hev û dî de
ne.
Romaneke şoreşger, kesekî statûkoperest qet
nikare binivîsîne, nikare di nava bîra xwe
de bihewîne. Dîsa yê ku hemû asta partiyê
nedîtibe, nejiyabe nikare zêde xwedî îdîa
be. Ji derve çavdêrek bêguman dikare
romanekê binivisîne, lê em dikarin bibêjin
ku romana herî baş wê ji milîtanên ku
rasteqînê bi germî dijin were. Romana
rasteqînî, ji nava hewldanên milîtanê
şoreşger derxistin guncav e. Romana
rasteqînî, hin kes dikarin di vê kategoriyê
de binivisînin. Di vê mijarê de hin tîpên ku
em dibêjin hunermend, bêguman ji derve ve
jî, bi çavdêriyekê dikarin binivisînin.
Di nava me de têkiliyên jin-zilam
têkiliyên şer in
Min vê vegotinê, bi teşeyekê ku ji romanekê
re bibe kelûmel xwest bidim. Ma hun jî weke
komekê babetên ku dixwazin pêş bixin hene?
Ma di aliyê tevkariya vê gotûbêjê de pirsên
we hene?
D: Serokê min, di vê axaftina we de, ew her
du takekesên ku di navbeyna wan de hewqas
nakokî hene, dikarin werin ba hev ango
dikarin bijîn. Têkiliya bi vê jinê re, ew
taybetmendiyên cara yekem tîne ba hev çi ne?
S.P: Di xwiyangê de pêwendiya xwe bi şoreşê
heye. Tevî ku ji malbateke hevkarmendê
kemalîzmê jî tê, pêwendiya xwe bi
Kurdayetiyê heye û biryara tevlîbûna komê
dide. Weke jineka ku azad e (tebî di
xwiyangê de) xwe dide hîskirin. Bi her
zilamî re di pileyeke dawî de dikare azadane
gotûbêj bike. Dema ku bi van taybetmendiyan
tê bêrçavkirin, ji bo komê wek endameke
îdeal tê hesibandin, tê hizirkirin. Tebî
pirsnîşan jî ne kêm in. Ev şêwaza tevgerîna
azad ku bi temamî di xwiyangê de bû, piştre
hate fêmkirin. Dîsa derket rastê ku
malbatperesteke bawerhişk e, qaşo tevî ku
rexneyên xwe li kemalîzmê heye jî,
jîrekatiyeke kemalîzmê ya herî bawerhişk
hildigire, weke çepgirekê xwe dide nasîn, lê
bi çepgiriyê ve çi eleqa xwe nîn e û tipeke
kirêçbûyî ya mîrzade ye. Di vê mijarê de, ji
ber ku wê demê netbûyîn tunebû, hinekan
digot “tîpeka şikdar e’’, hinekan jî digot
“tîpeka baş e.’’
Seranseriya wê qonaxê hatiye vegotin. Tenê
ne seranserî bi anîna her cure dibêtiyan pêş
çav, ezmûneya têkiliyekê hem di wateya
taybet de, hem di wateya giştî de dikarim
nîşan bidim ku wê fikariya xwe tune be.
Têkiliyên bi malbatê re, têkiliyên bi
partiyê re di bingehê çemka kemalîst de pêş
dikevin. Xwe pêşketî û nûjen dihesibîne. Di
aliyê din de em jî, dixwazin Kurdistaneke
nûjen biafirînin. Em dihizirin ka “wê ji vê
re çi bibêje?’’ Gelo ji bo Kurdistaneke wiha
çiqas vekiriye? Ew bi xwe dibêje “ez vekirî
me!’’ Ji bo ezmûnekirinê têkiliyeke yek bi
yek e û îdîa dike ku sosyalîst e, hem jî
nîşan dide ku wê sosyalîzma milîtan
bipejirîne; em wê jî ezmûne dikin. Dîsa îdîa
xwe heye ku jina azad temsîl dike. Di aliyê
ezmûnekirina têkiliyên jina azad de ka çiqas
xwedî nêzîkatiyeke azad e? Em wisa nêzîk
bûn.
Di bingeh de ezmûneyeke bi guman e. Mebest
dihêle ku em şiyar bin. Ger pir şiyarî nebe
wê karibe gelek tiştan bibe û jixwe
xeniqandinera gelek xweşiktiyan e. Weke
jinekê di xwiyangê de xurt e. Bikaranîna
jinantiya xwe ve dikare bixeniqîne. Ji
serokatiyeke hevkarmend tê. Taybetmendiyên
wê yên pir dekbazî û komplogerî hene.
Çepgiriyê bi kar tîne. Bi demagojiyeke çep a
baş guncav e, dibe ku mebestên sosyalîzmê bi
kar bîne. Kurdayetiyê dike, ji ber ku bi
Kurdayetiyê re baş şer kiriye, dikare
welatparêziya Kurd bixeniqîne.
Ev xeternak hene, lê aliyê dijber ger ku bi
rêkûpêk û pîlanî tevgerek xwe hebe,
têkiliyên ku daye avakirin, li ciyekî dibine
têkilî û hevgirtinên girîng. Ji bo ku xwe ji
nêvenga qels derxîne, dikare vê hevgirtinê
bi kar bîne. A herî hindik xapandina MÎTê di
vê bingehê de pêk hatiye. Dîsa ji bo jinê
nêzîkatiya azadiyê wê çawa be, ji bo
bersîvdayîna vê pirsê pêgirê ezmûneyê kirin,
dikare bibe. Yanî ji bo azadiya jinê,
berevajî be jî, weke xaleka derketinê dikare
pêk were. Ger pêk were û ew bi xwe bibe
jineka azad, baş e. Lê ku nebe, nexe xefika,
bêtirîn wê were rewşa zemîna derketineke pir
pêşketî. Heman tişt ji bo sosyalîzm û
welatparêziyê jî derbas dibin. Ger pir
bisteyî bixwaze, pir şiyarî jî bixwaze, ev
têkilî wisa hate bidestgirtin û wisa
destpêkirin hate çêkirin.
Tebî aliyên hestên wê demê jî hene. Di
aliyekê de pir pê bawer kirin, wek baweriya
ku dikare bibe milîtan û jineka hêja heye.
Lê guman jî ne ku tune ne. Ka wê kîjan
giraniya xwe çêbike, wê pêvajo diyar bike.
Emê çalakiya şoreşgerî bidomînin, emê
rastiyan deynin rastê, bû bû, nebû em
pêşgirî ji dest bernadin.
Tebî, piştre derket ku aliyê dijber jî sabit
e. Ne wek teşeyê ku dixweyî ye. Hê jî
negihîştiye netbûyînekê. Lewma ka sîxurekê
bi şêwaza libata xwe, xwe vedişêre yan na,
çawa ku tê gotin ji heşt saliya xwe vir ve
kesayetek pêşeng ku bi taybetî hatiye
xwedîkirin e yan na? Îdîaya serokatiya
feodal û hevkarmend û nêzîkatiya wê ev in.
Dibe ku sîxureke baş be û hê jî eşkere
nebûye. Vana tev wê pratîk biselimîne.
Milîtaneka şoreşger nîn e, berevajî
milîtaneka kujoker e. Jineka azad nîn e,
berovajî jinantiya ku di şêwaza feodal de bi
kar tîne, tenê di dekbaziyên sarayê de tê
dîtin. Derket rastê ku rewşê pir bi hostayî
dibîne, lê di heman demê de tîpeka pir rajêr
û kole ye. Ji libatên rû bigirin, heya
zayendîtiyê her tiştî bi teşeyê mal,mulkiyet
li hember kedkaran wek kozekê bi kar tîne.
Derket rastê ku dixwaze bixe û temsîlkariya
jin a pir rajêr û mulkiyetdar dike.
Qismek ji vana di gelala romanê de hatiye
xwestin ku bê vegotin. Ev tîp, bikaranîna
her roja xwe wek amrazeke êrîşê mijara
gotinê ye. Kesayetiya jinê, kesayetiya
pergalê, kesayetiya mîrzade her demjimêr,
her çirk wek hêza êrîşkariyê bi kar tîne.
Her rojê ku derbas dibe, vê nêzîkatiya xwe
zêdetir dike. Hinek milîtanên me dema ku
rojekê jî wê çavdêrî dikin, li hemberê
bertekek mezin pêşan didin û wek yeka ku
pêwîst e yekser bê tunekirin dinirxînin.
Qonax hatine vegotin, naxwazim dubare bikim.
A girîng, asta gelale, xeyal û kirûyên vê
pêvajoyê, ne di aliyê takekesan de, di aliyê
qonaxan de girtin e. Ji ber ku li wirê di
kesayeta takekesan de yên tên jiyandin
şiyarbûna netewekê ye, xwe zanebûnkirina
xwediyê kedê ye. Dema ku ber bi jiyanê ve
çav rast hate vekirin û wêrekî li hember
jiyanê hate raberkirin, aliyê dijmin jî tam
berevajî dixwaze ku berxwedana kurd
bixeniqîne û mitlaqa di bin venêranê de
bihêle. Ka wê bi kû ve bibe diyar nîn e û
jinantiya xwe pir bi xeterî bi kar tîne. Bi
taybetî li hember jina ku dixwaze azad bibe
bertekek xwe yê mezin heye û ber bi tunebûnê
ve jî dibe. Da ku yek jineke azad dernekeve
curbecur pêşgiriyan digire. Di bingeh de bi
wan pêşgiryên wê yek jineka azad a gihîştî
serkeftinê dernekeve rastê. Daxwaza wê
misoger e ku tîpê jina kole mitlaq di nava
refan de serdest bibe. Ew zayendîtiya jinê
ya pir çelexwarî, bi şêwazeke pir xirab bi
kar tîne. Ne tenê xwe, hemû tîpên jin ê
rêxistinê pir çelexwarî bi çemka
zayendîtiyeke berevajî dixwaze ji bo
berdewamkirina saziya civaka kevin bidomîne.
Ji ber ku ew temsîlkara pir xurt a pergala
kemalîzmê û hewl dide ku li Kurdistan’ê vê
pergalê zêdetir belavî bike. Bêyî ku hewl
bide, bêyî ku bixebite, taybetmendiyên
hevkarmendî bi kar tîne û zilamê kurd dixe
bin kontrola xwe. Mînak dema ku ez weke
tîpekî pêş dikevim, li ser min çavdêriyan
pêk tîne. Ji bo hinek hevalê me yên di nava
refan de ne gotinên wê hene. Ez naxwazim
zêde navê wan hevalên me bi kar bînim.
Dibêje, “filankes gundî ye, bi hêsanî
dikarim bigirim nav destê xwe.’’
Taybetmendiyên serokatî heye, wana bi kar
tîne; taybetmendiyên jinantiyê heye, wana bi
kar tîne û dibêje, “ez bi hêsanî dikarim
kontrol bikim.’’ Jixwe azadiyê jî wisa fêm
dike. Weke jineka azad, dema ku daxwaz dike
bandor li ser zilamekî çêbike, bi têkiliyên
jina sihêl, bi libatên ku wî bîne rayê
dixeniqîne, girê dide, digire û tune dike.
Ku taybetmendiyên serokê fêodal-hevkarmend
mijara gotinê be, axaya herî mezin e, serek
eşîra herî mezin e. Ku bi taybetmendiyên
çepgir, bixwaze hinekan bixe bin kotrolê, ji
ber ku xwedî devekî herî populer e, devokê
sosyalîzma bêkêmasî bi kar tîne. Ji
çepgirekê herî mezin, baştir qisebêj e,
baştir axaftinvan e û bandorker e. Ji bin
van bandoran kîjan zilam dikare bifilite? Bi
taybetî ji wê saziya Kurdistan’ê ku pir paş
de maye û ji wê birê xizan kîjan li hember
vê nêzîkatiyê dikare li ber xwe bide? Îcar
ku zilamê Kurd ku aliyê hestan de bê
pêşwazîkirin, pir tê girêdan. Heke pir
xweşik be, dibe ximbilê wê. Jixwe dema ku
kete bin bandora yeka wisa, henase wergirtin
jî guncav nîn e. Dema bikeve bin bandorê
bertek pêwîst e; bertek jî di rojekê de
vedigere şer; ji ber ku di şer de ew pir
berxwedêr e, dibe ku bi mirinê ve encam
bigire. Têkiliyeke wisa dema ku dibe mijara
gotinê gelo mirin, tê çi wateyê? Wê cuda
belav bibe, derbeyeke mezin wergire û çi
wateya têkiliyên taybet namîne. Ev jî
nêzîkatiyeke hedefan a berevajî ye. Di vê
wateyê de lêxistin ji stûtewandinê xirabtir
e. Ger ku te şêwaza têkiliyên ku ew naxwaze
te pejirand, ji mirinê xirabtir li hember
raber bûyî, hingê jî wê gelaleyên te bikevin
avê. Wê demê tê çi bikî? Di rastê de riyeke
pir cuda ji xwe re bibijêrî. Lê ew ji bona
riyeke cuda fersend nade. Jixwe di vê mijarê
de aliyê dijber pir baş fêm dike. Van
gotinan dibêje: “Ji bo sosyalîzmê, ji bo
partiyê çi tiştê nehedirînim nîn e. Dema ku
berjewendiyên partiyê dibe mijara gotinê wê
tu her tiştî re hedar bikî. Ez çiqas
heqaretê li te bikim, libateke ku çi zilam
napejirîne rojê çil çaran li te biçespînim,
wê tu bipejirînî!’’ Belê, van axaftinan
gotiye. Yanî zilamekî gundî yê ketûber be,
yek libatekê re, bi hêsanî wê bi awayê çawa
ku tê zanîn bersîv bide. Lê min neda. Tebî,
encamên vê yên mezin derketine rastê.
Ev taybetmendiyên hîmî ku min jimart, bêtir
bi kûrkirinekê dikarin bên vekirin. Lê hinek
jî ev li virê pir dibe girîng: Li ser navê
hestê tebatkirin, li ser navê pêşketina
siyasî-rêxistinî tebatkirin heye. Qonax
hatine dîqatkirin. Mînak di derketina
derveyê welat de intiba pê hatiye dayîn, ez
di hundirê welat de me. Ger şik pê re
çênebe, îhtîmaleke mezin, rapordayîna jor
mijara gotinê be, wê bibêje, “di bin
kontrola min de ye!’’. Yanî ev girêdan li
ciyekî ji bo xapandina dijmin xwedî nirxê
bikaranînê ye. Belkî ji bo vê yekê sebir û
hedan hatiye nîşandan. Lê hêviya dibe ku
“bibe şoreşger’’ jî heye. Dibe ku ji bo vê
yekê jî sebir hatibe raberkirin. Yek jî bi
rêgezî, di mijara gûhertina mirovekê de
wêreyeke me yê pir mezin heye. Da ku hemin
emê vê bigûherînin, wisa em hedar dikin.
Tevî ku hatiye sînorê êdî nayê tebatkirinê
jî, ev pêvajo tê dirêjkirin. Êdî hatina
qonaxeke wisa pêk tê ku, kar ber bi komployê
ve digihîje. Ya dê tu wê, ya jî ew dê te
bibe. Êdî divê tu bikşînî bin kontrolê. Bi
hewldaneke wisa giranî çêdike ku, di 3.
kongreyê de dibêje, “ezê bombeya xwe
biteqînim!’’. Qesda wê ji teqandinê ew
têkiliyên ku bi çend jin ango zilaman re
avakiriye, li ser serê aliyê dijber teqandin
e. Yanî bi ya wê pêwîst e zilam ne wisa be;
zilamekî wisa ango aliyê dijber, ew aliye ku
pêwîst e bê redkirin; redkirinê jî, ya bi
komployê ya jî, di kongreyê de bi afirandina
gef û hetikandinê wê pêk bîne.
Valaderxistina 3. kongreyê tê wateya
valaderxistina hilkeftina 15’ê Tebaxê.
Ev hemû tenê ji bandor-bertekên di asta
têkiliyên dumend de peyda nîn in, dikarin
valadirxistina tevgera neteweke qirase
armanc bigire. Tebî li hember vê jî pêşgirî
tên wergirtin. Yanî em bi hemû dilxwaziya
xwe tevî dixwazin wê bikşînin rastiyê, lê ew
bi xwe ji bo nepêkanîna vê pêşgirî
werdigire. Jixwe aliyê dijber wek qeşayê ye,
tîpeka di sarîtiya mar de ye. Carna ev
axaftin bi ken be jî tê gotin: “Ma tu hizir
dikî ku jahrî xistine vê xwarinê ango vê
tiştê? Pêwîst nîn e ku tu bitirsî’’ ango “ma
tu dihizirî ku ez sîxur im?’’ Yanî dikare
axaftin û gotinên wisa bibêje. Jixwe rewş bi
xwe jî ev e. Bi pirsên ponijîn pîj dike. Ev
taktîkek e. Belê va hedan û şêwazek li vir
heye. Rast e belkî hun, di xulekekê de
derxînin zelaliyê û berteka xwe bînin ziman.
Lê ev, dibe herî xala dawî ya hatinê.
Em bi dahûrandina vê kesayetiyê, kemalîzmê,
KT’yê û hindek jî MÎT’ê dahûrand. Dîsa
malbata aliyê dijber ji bo me digot, “me
xwest vî kesî bi vê têkiliyê bi dewletê ve
bidine girêdan.’’ Wê demê ev tîp jî, bi
malbatê ve pir girêdayî ye. Û dîsa xwesteka
me ya vê malbatê di xizmeta Kurdistan’ê de
bikaranîn girîng e. Me hindek jî bi kar anî.
lê bi durustî û di bingehê welatparêziya
Kurdistan’ê û xizmeta şoreşê de pêk anî.
Ger bê dîqatkirin, wê bê dîtin ku têkiliya
min jiyaye, ne mîna piraniya we ye. Li ba me
heya dawiyê ji têkiliyan re watedayîn,
birîdayîn, berdewamkirin û taybetmendiya
pêşxistinê heye. Di bingeh de, li rastê
têkiliya taybet filan nîn e, têkiliya zewacê
jî di axaftinê de dimîne. Li vê derê
têkiliyeke şer heye, lê xwiyanga wê bi
awayekê din e. Niha di virê de nêzîkatiya
min a gundiyekî ketûber be, ya wê min di cî
de stû tewandiba, ya jî pevçûbama. Yanî ev,
wê vegeriya têkiliyeke diyar û biçûya. Ji
têkiliyeke tune re min dikaribû xwe bida
bawerkirin; dikaribûm aliyê siyasî jî
nehiziriyama. Ji ber ku têkiliyên piraniya
we asta xwe ya siyasî nîn e. Nêzîkatiyên bi
teşeyên ka wê çi bîne, wê çi bibe nîn e.
Zêdetir aliyê hatiye nepixandin û ji
rasteqînê hatiye qutkirin giraniya xwe didê.
Tebî ev, zêde we pêş naxe. Bi hêsanî tê
avakirin, bi hêsanî xira dibe; ji ber ku
bênaverok û bêarmanc in. A herî girîng jî,
hun di hunerên têkiliyan de, ne xurt in; di
bingeh de heza we ya avakirina têkiliyan nîn
e. Hê jî hêza avakirina têkiliyê ya piranî
hevalên me qels e.
Hêza min a herî mezin çi ye? Li ser têkiliyê
bi heterî disekinim, pir berfirehî digirim
dest, pir dadihûrînim. Wan nêzîkatiyên ku
jin xwe ji teşeyê têkiliyên pir taybet têxe
şûna zilam û bi aliyê dijber stû bide
tewandin, ji ber çavan nafilitînim.
Di bingeh de gelek aliyên xeternak yên vê
tîpê tê dîtin, lê hema serlêdana nêzîkatiyên
klasîk çênabin. Ku jê re bê gotin, “ma tu yî
ya ku van mijaran hewqas serûbin dike’’ û
felişandina wê karê demjimêrekê ye. Ji ber
ku bersîv nade têkiliya taybet, darizandin
hêsan e. Ev hemû nayên çêkirin. Şûna van
pirsgirêk di nava pêvajoyê de tê peresandin
û bi kûrahî tê bidestgirtin. Ez, di vê derê
de hewl didim ku ji pirsên jin kê ye,
hevkarmend kê ye, kemalîzm çi ye, KT çi ye
re kûr bersîvan peyda bikim. Di vê navberê
de ez, pêwîstiya afirandina jina azad bawer
dikim. Ji ber ku ev tîp, jineke ku dixwaze
bike kole, hem jî jina herî xeternak temsîl
dike. Wê demê jina puxteyî wê çawa be? Jixwe
di vî aliyê de jî şer heye.
Di mijara destgirtina jina azad de ji bo
pêşxistina hinek têkiliyan bi hindek tîpan
re mezintirîn bertek raber dike û bi şêwaza
tunekar nêzîk dibe. Naxwaze bi vê armancê
têkilî bên pêş xistin. Tebî di vê de jî
çekên klasîk ên tê zanîn hene; dixwaze gelşa
têkiliya taybet bi kar bîne. Ez, ku di virê
de rengê têkiliya taybet esas wergirim, di
vê mijarê de ber bi jina azad ve rê
newergirim, wek zilamê Kurd bilivim, weke ku
ezê, di mijara azadiya jinê de nikaribim bi
serkeftinbim û ji gelek neyêniyan re
rêvekirina min wê zêde ne dûr be. Ji ber vê
yekê weke warê kar û xebata min a afirîner
ji pirsgirêka jina kolekirinê re hem di
aliyê asta teorîk û hem jî pratîk de biriya
xwe didimê. Niha vê di gelala romanê de
dîtin zor nîn e.
Bi taybetî dema ku ber bi navîna sala
1980’yan ve hemû aliyên xeternak derketin
rastê û îhtîmala ku ev tîp azadiyê
dixeniqîne bilind bû, ev xebat bêtir kûr
dibin. Tevlîbûna hejmareke pir jinan ji
xebata azadiyê re wek pêwîstiyekê derkete
rastê. Tê fêmkirin ku têkiliyên azad tenê bi
pêşxistina şoreşê wê derfet peyda bike û bi
derketina jina azad wê hindek pêşketin bên
destgirtin. Tê dîtin ku, di destpêkê de
têkiliyên bên avakirin wê zêde nirxdar nebe,
bi azweriyên ketûber, bi nêzîkatiyên “em li
kolanê rastê hev hatin, nizanim li taxê
pêrgî hev hatin, li dibistanê rastî hev
hatin’’ wê bingeheke têkiliyên rişt neyê
avakirin.
Eşkere ye ku, têkiliyên ku tê gotin rişt in
li ciyekî şoreş bi xwe ye, di vê mijarê de
rola rêxistina pêşeng û xebata hatî
pêşxistin-pêkanîn hîmekî mezin e ji bo
azadiya jinê, pêwîst e ku girêdan pêşî di vî
bingehî de pêş bikeve, ger ev neyên pêkanîn,
ew têketina têkiliyên girêdana kesanî bi
misogerî wê bi xeternak bin. Bingehekê
welatparêziya rişt nebe, şêwaza têkiliya
takekesî ya ku xwe bi gelê ku tê xwestin bê
azadkirin û rêxistina wê ve nade girêdan,
her çende ku saf be jî, di bingeh de dikare
kesan çelexwarî bike. Ji ber ku ew nêvenga
jê hatiye, mercên malbata klasîk û
bandorbûna pergalê ye. Encam jî, kesê ku
dibe mijara gotinê ji ber têkiliyên van
sazgehan bi misogerî wendakirin e.
Ji ber vê yekê hinek nêzîkatiyên ji jin û
zilam re tên raberkirin hene. Hewldana di
pêşî de wana bi nirxên bingehîn ve girêdan
di vê pêvajoyê de bi kûrahî tê destgirtin.
Jixwe têkiliyên seranser, sihêl, rojane û
hestane tê daxistin ku wê zêde wateyekê
nederbirînin, bi taybetî jî kolekirin e. Tê
gotin, ji têkiliyên malbata klasik,
têkiliyên nas û dost dûr bisekinin. Zewac û
hestên we yên pêkhatî zêde qîmeta xwe nîn e
û ev xeternak in. Lewma di axaftinên
curbecur û axaftina Tirmeha 1992’yan de ka
wê çawa girêdanên mezîn pêş bikevin baş
hatiye ziman. Mîna van gelek nirxandin hate
çêkirin. Û me lê nêrî ev hewldan zêdetir
azad dikin. Ev, qasî kar zêdetir bi zanîstî,
kûrahî û radîkal destgirtinê, ji şêwaza
têkiliyê re rê vedike. Jin, hinekî dîtir
rêzdarî û hêz qezenc dike. Zilam, zêdetir
rasteqînî dibe, ji kevneşopiya malbata
feodal difilite. Jin, hin zêdetir çavên xwe
ber bi rastînên zanistî ve vedike, hema bi
zilam re na; bi nirxên bingehîn ve tê
girêdan. Niha, rewşa ku zilam jinê wek
malekî dibîne ji rastê radibe û ev di
çonayetiya pêşketinên azadî de dibin.
Li Kurdistan’ê hezkirin hatiye qetilkirin
Ev babet di gelala romanê de, di
dahûrandinan de hate diyarkirin û hate
destgirtin. Ev yek derkete rastê: Li
Kurdistan’ê hezkirin jî hatiye qetilkirin.
Çawa ku gelek devên mêtîngerî dibêjin “Kurd
wehş e, nêvenga hezkirinê, jê hatin hezkirin
û hezkirin tiştek wisa nîn e, nizanin!’’ Bi
rastî jî ev, hindek wisa ye. Mêtîngerî, di
vê mijarê de rola qirkirinê leyistiye. Lewma
hewl hatiye dayîn ku bê vegotin,
çalakmendiya me ya şoreşgerî, çalakiyeke
hezkirinê ye. Riya hezkirinê, şêwaza
hezkirinê bi şoreşê re tê destgirtin, hîmê
objektîf tê danîn. Ka wê hezkirin û rêzdarî
çawa pêş bikevin, bi girêdana çi ve wê pêş
ve herin, tê daxistin. Hîmên azad, di vê
derê de wateyeke mezin diderbirînin. Dîsa di
vê mijarê de estetîk dikeve dewrê. Girêdana
fîzîkî, giyanî û zanyarbûyînê bi estetîkê ve
tê avakirin. Û dertê rastê ku ev, dikarin
mirov xweşiktir bikin. Di wateyekê de hatiye
destnîşankirin ku rasteqîna şerê me, di
avakirina ji nû de, xurt şerkirin-dana
şerkirin wê karibe ji têkiliya hezkirineke
xurt re rê vebike. Dîsa hatiye daxistin ku
hest û hezkirinên erzan ê di destpêkê de hêz
nedaye şer, ji şer daye girtin, aniye haleke
paşverû, heta ber bi her cure
felişandineriyê ve biriye. Di vê mijarê de
nêzîkatiya rast qîmeteke xwe yê mezin heye,
li Kurdistan’ê ji gelek encamên girîng re rê
daye vekirin, nêzîkatiya koletiya jinê
rûxandiye, bûye sedem ji hilkeftina mezin
re, saziya şêwaza kevin a malbatê
hilweşandiye û rê vekiriye ji rûxandina
jîrekatiya kevin a zilam re. Ev, di heman
demê de dibe pêşketineke girîng a şoreşgerî.
Di bingeh de ev, tam aliyê hunerî ye. Di
romanê de aliyê herî zêde bê hêvotin ev e.
Di bingeh de roman, bikiryarî û di radeyeke
girîng de bi serê gelşan hatiye jiyandin. Û
em dibêjin ku, temamkirina wê û xwedîkirina
aliyê bi hêza gelaleyê, bi xeyalan,
azwêriyan, viyan, wire û estetîkê ve di
qîmeta pêşxistinê de ye.
Di: Beriye em tevlî refan bibin, têkiliya
pêşîn a me dabû destpêkirin, ew şêwaza
koledariyê bû. Piştre bi wê pêvajoya ku me
anî nava refan ve em, hêdî hêdî qutbûna ji
koledariyê dijîn. Yanî pêwîstiya azadiyê
piştî têgihîştina şêwaza têkiliyeke kole ya
jiyana kevin, êdî em dikevin nava lêgerîna
azadiyê. Bi rastî ji azadî çi ye? Divê di
mejî de çawa bê şênberkirin? Çawa gihandina
azadiyê çêdibe, azîna wê çi ye? Hewldan çawa
tê pêşxistin? Bi gotûbêjan ev dikare dakeve
rastê. Ji ber ku di nava refan de têkilî û
qutbûnên bi vî awayî zêde tên jiyandin.
S.P: Erê, bi taybetî ew qadên ku hun jê
hatine, ev hindik hatiye gotûbêjkirin,
hindek girtî maye. Xebatên di çiyê de jî
hindek wisa ne. Me, gotûbêjê zû da
destpêkirin. Di sehaya Rojhilata Navîn de
hindek jî da pêşxistin. Çawa ku min got, yên
li çiyê qet gotûbêj nekirin. Ji ber giraniya
jiyana leşkerî, ne fersend dîtin, ne jî dane
nasîn. Yên di zindanê de jî, vê bi vaca
pergalê girtin dest. Yanî şêwaza têkiliyên
pergalê wisa bi şoreşgeriyê rûpoş ango cîla
kirin û xwestin ku wêjeya têkiliya şoreşgerî
pêş bixin. Ji derve ve gelek keçên ku
axaftinên hezkirinê wan ê mezintirîn yên tên
zanîn, ji nêzîkatiya hembêzkirinê re bi
heman helwestan bersîvdayîna yên hundir, bi
wê pêvajoya ku dihate xwestin PKK bê
felişandin re rû da. Di şênberiya
halantêdana Şener de ku uslûbê
felişandineriyê dihate kûrkirin ev, hate
derxistin. Mînak, hevalekî ku em bi puxteya
şoreşgerî û durustbûna wî bawerbûn, ka xwe
çawa pêgirê çelexwariya hestan dikir, çawa
vê digihand astên tirsnak me nirxand. Mîna
vê gelek têkiliyên di hundir de tên jiyîn,
têkiliyên jin-zilam ka çawa şûna têkiliyên
şoreş û partiyê digirin tê zanîn.
Dîsa ciwanên ku ji hundirê pergalê û
şagirtiyên ku ji nêvenga 12 Rezberê tên,
têkiliyên ku pir bêşêwe, bêarmanc dijîn
hene. Ew têkiliyên sexte, hindek bi çanda Tv
ya pergalê, ew 12 Rezbera di riya Amerîka û
Hollywoodkirinê de (ev dibe şêwaza jiyana
emperyalîst) ku bi wan ciwanan empoze dikin
li rastê ye. Dîsa hêmanên ku jêderka xwe ji
gundîtiya klasîk digirin, ji jinê re tenê
nêzîkatiyeke di bingehê zayendîtiyê de ye,
hemû têkiliyên hezkirinê yên sexte yê
pergalê bi rengekî belavî hate çespandin.
Yên ku hê jî bandora vê bi ponijîn dijîn
hene. Min xwe di vê mijarê de baş kir
lêgerekî dahûrandinê. Ez hizir dikim ku di
vê mijarê de bêtir di rewşa bi kûrahî bêm
têgihîştinê de me. Me di virê de, dixwaze
bila di aliyê binkeyê de be, dixwaze bila di
aliyê xwediyê nêzîkatiyên curbecur de be, di
bingeh de şoreşeke rastînî pêk anî.
Di teşeyê têkiliya destpêkê ya min de, her
tişt hebûn. Bandora taybetmendiyên pergal û
gundîtiyê hebûn. Dîsa pir seranserî hebû.
Tebî bi gor nêzîkatiya têkiliya hevalên me
jî, kesayetek min tunebû. Vê, mîna
çarenûsekê dîtin û weke pirsgirêkeke ku li
zincirê hatiye xistin fêmkirin, ne guncav
bû. Lê, bi rengekî erzanî berdan jî, ne
guncav bû. Nêzîkatiya ku wê piştre hesab
bipirse hebû. Bi rengê felişandina
felişandiner û hevkarmendan, vegerandina
felişandina KT’yê tolwergirtin hebû. Di
bingeh de bi wateyekê klasîk nêzîkê gelşê
nabim. Heta ne di wateya klasîk de, ne di
wateya nûjen de. Di têkiliyên min ê jinê de
puxte girîng e.
Em, dixwazin di aliyê pênasekirina
pirsgirêkê de bersîvan bidin. Em, pir
rêxnedar nêzîk dibin. Yekcarê em ve
napejirînin; malbat, divê a-wiha be,
têkiliyên jin-zilam wiha tê avakirin,
zayendîtî wiha tê derbirandin û têrbûnî
peyda dike. Ez, naxwazim bi pirsên wisa re
qîma xwe bînim. Tam berevajî em pir
rasteqînî nêzîk dibin. Em, hem astên wê yên
zanistî, hem giyanî, hem jî siyasî hemû
aliyan di nava hev de dibînin û xwe
digihînin şêwaza nirxandinê. Heta yê azad çi
ye? Pêwendiya di navbeyna hezkirin û azadiyê
de çawa tê avakirin? Pêwendî bi xweşikbûnê
re çawa tê avakirin? Ez dixwazim wê bidim û
wê didim gotûbêjkirin.
Ger bal bê dayîn, di nava milîtanên binkeya
me de nêzîkatiyeke wiha zêde pêş neketiye.
Her yek ji wan ya înkar dike, ya jî bi
koletiya xwe tê girêdan; pir xweperestî
heye. Heta ku serbest bên berdan wê hev û dî
bînin kijan rewşê, bi rastî jî tebatkirina
mirov zor e. Eşkereye ku ev tekilî wê pir
hindik azadiyê esas bigire. Heta wê aliyan
bîne rewşa nenaskirinê. Bi hêsanî hatina
aliyekê rewşa pîrejinokekê zêde zehmet nîn
e. Ev rewş di şoreşê de, wê ber bi jê
xwarinê û felişandina mezintirîn a şoreşê
ve rê vebike. Disîplîn nîn e, pergal nîn e.
Tebî her kes ji ber egera têkiliyên nas û
dostan wê par bixwaze, ev jî, wê ber bi
rawestandina şoreşê ve bibe. Tekiliyek bi
serê xwe jî, dikare bi felişandineriyê ve
encam bigire.
Di aliyê din de şêwaza serokatiyê kû tê
xwestîn pêşkeve û di azadiyê de bixwebawer
e, pêşî hemû têkiliyan qut û perçe dike. Ji
mijara mulkiyetê derdixe. Dixwaze zilam ji
nêvenga zilamê serdest derbixe. Dixwaze jinê
û zayendîtiyê ji rewşa bûyîna hêmana
bikaranînê di bingehê mulkiyetê de derbixe.
Bi çemka serdestiya zilam re ditêkoşe û hewl
dide ku bipirse ka jin çi ye. Mînak, di
rasteqîna civakê de ji bo zewacê dikarim
bibêjim çi? Mamoste Yalçin, di nirxandina bi
navê “Li Bexçeyê Kurd Soz û Peyman’’ de
ramanên xwe hindek pêş dixe. Min, pêwîstî
dîtibû ku di derbarê zewacê de nirxandinan
pêş bixim. Pir balkêş in û nirxandinên wisa
ne ku bi baldariyekê hindek encam dikare jê
were derxistin. Tebî tevî ku ne li hember
pevrebûna me jî, tê fêmkirin ku ew curbecur
bîçimên jiyanê dixwaze zewaca ku di şêweya
têkiliya taybet de be, dixwaze ya îro li
Tirkiyê ku tê xwestin bi rengekî belavî bê
kirin be, gelek tiştan bi xwe re dibe, heta
diqedîne. Ji bo nimûne, hinek encam
derketine, dibêje, “malbat li ser navê
hezkirinê tê avakirin û ev encameke xwezayî
yê hezkerinê ye!’’ Heta dibêje, “Ev
diqedîne!’’ Ji nêzîkatiya me vê yekê
derxistiye; hindek jî dikare were vê wateyê.
Kartêkerên ku di bin bûyera zewacê de peyda
dibin, pê dihese ku xeniqandiner in. wekî
din jî, ji nêzîkatiyên me hinek xalên
bingehîn selimandiye: Bûyera zewacê dîtiye;
zewace dê-bav, ezmûneya zewaca min a puxteyî
û di hundirê civakê de zewaca Kurd a ku pir
ziwakar e, xeniqandiner e, bandora wê ferq
kiriye. Va, di vê derê de ji bo şoreşa me
dibêje, “Dikare bibe çalakiyeke mezin a
hezkirinê!’’
A ku dixwazim bibêjim, dibîne. Ew beş, ji bo
lêkolînkirinê pir nirxdar e. Naxwazim wê
beşê zêde dubare bikim. Dibêje “Li ser
malbata pîroz çalakiya Abdullah Ocelan sisê
ne. Yekemîn, dibîne ku zewaca dê-bav, bav
diqedîne. Bavê wî di pergala malbata pîroz
de mîna yekî dînbûyî ye. Duyemîn, ezmûneya
zewaca wî bi xwe êdî bûye cendereyek.
Sêyemîn, malbatên Kurd. Herî hindik di
pêşiya 1992yan de li hember metirsiya bûyîna
şervanên PKK’ê malbat zarokên xwe direvînin,
dibine Ewrûpa û didin zewicandin. Tirsa wê
bireve gerîla, dixwazin bi zewacê bin bixin.
Ev çalaktiyên komî ne.’’ Dîsa dibêje “Bi
çalakiya azadkirinê di encama wê bersîva ku
tê dayîn de, di nav alîgirên mulkiyetê de
tirs heye. Di civakên ku tirsê ji nava
radikin de, mulkiyeta taybetî ya çikûs nabe.
Tirs mitleqa çikûs e. Mulkiyeta taybet,
çikûsiya berhevkirî ye. Zewac, mulkiyeta
taybet a herî veşartî ye.’’ Dîqat bikin,
vana di hevdîtina me de ji bo ku zelalî
peyda bibe dinivisîne. Wiha didomîne,
“Dixwaze bila mara mele be, dixwaze bila bi
nasîna dêrê be, dixwaze bila ji hêla
rayedarên taxî yên laîk ve bê îmzekirin,
mar, peymaneke hiquqa deyndariyê ye. Di
bingehê wê de, ne ji bo destpêkirina
pevrebûnê, hesta berdewamiyê têxe bin
ewlayiyê heye. Mar, tirsa ku wê hezkirin
biqede ye. Ji ber vê egerê hezkirinê
qedandin e. Yekbûyîna her du zayendan, tenê
ku di nêzîkatiyê de bêdawîbûn hebe, layiqê
mirov e. Bi hev re jiyîn serûwenek e.
Dilwêrekiya her qas hev û dî ji nû ve
keşifkirinê ye. Ku her qas nû be, pevrebûyîn
jî, bêdawî ye. Hezkirin, tenê bi dilwêrekiyê
guncav e. Evîn, tenê mafê wî/ê yê/a ku ji
hezkarê/a xwe re dikare asîmanan zevt bike
ye. Gel ji bin zincira koletiyê ango
kedkaran ji bin zincîra mulkiyeta taybet
rizgarkirin, bi zevtkirina asîmanan ve
wekhev e. Zevtkirina asîmanan, qezenckirina
bawerdêriyê ye. Ê ku ne bawerdêr e, hêza
hezkirina wî nîn e.’’ Mînak, di derbarê
sîstema Sovyetê ya hilweşiyayî de dibêje,
“Ez bawer dikim ku berteka Abdullah Ocelan
li hember çavbirçitiya zayendî ku wek
azadiyê tê dîtin di reel Sosyalîzmê de,
mezin e.’’ , “Serok APO, bawer nake ku
beriya rûxandina malbata pîroz a feodalîzmê,
Kurdistan azad bibe. Malbata pîroz, tê
wateya têkiliyên dîl û jina dîl. Ev
dahûrandin, çalakiyê azadkirin e. Ji malbata
pîroz re bersîvdayîna APO, çalakiya
azadkirina jinê ye. Di pêvajoya jin a gerîla
de jî, weke ji cendera jinê tolwergirtina
xwe ramiyaye. Rahavêj e.’’
Soz û peyman, di vê beşê de li ser van
disekine. Yanî li ciyekî tiştên ku
têgihîştiye daye kurtekirin. Tebi di van
dahûrînan de wergirtina azadiyê guncav e.
Hunê ji bo gotûbêjkirinê zîrek bin.
A ku ez dibînim, qada ez jê hatime weke ku
gotûbêjên wêrekanê nîn in, rev heye. Hin
têkiliyên ku we jiyaye, we terkeserê qeyranê
kiriye. Ev yek li ba min çiqas hatiye
jiyandin û çawa encam wergirtiye da ku we
ronî bike pêşwazî kirim. Yanî min, di ciyekî
de her kes ji vê para herî mezin û lewma
wêrekî bigire vegot. Tebî gelek ji wan ne
azweriya xwe, ne koletiya xwe, ne jî hestên
xwe tînin ziman; ser vedişêrin, dixine nava
qeyranê. Niha min jî jiya, lê ya min, va ye
bi tevgereke azadiya mezin bersîvdayîn e.
Ez, di bingeh de taybetmendiya zewac ango
têkiliyên kolekirinê dikarim bêtir kûr û
dahûrîn bikim; dikarim çalakiya azadiyê
rapelikînim.
Tebî ez polîtîkayê bi rê ve dibim. Di ve
mijarê de wek we nikarim terkeserê qeyranê
bikim. Ez di bin navê “Têkiliya min a taybet
de’’ nikarim xwe hilweşînim û bûyeran
biafirînim. Min, hemû teşeyên têkiliyan,
polîtîkayê û heta xebatên leşkerî dame
xurtkirinê. Bila li ba dahûrandina her
tiştên ku hun dijîn, binkeya siyasî û
leşkerî jî xurt bibe. Pir kêm heval dîqatê
vê dikin. Mînak, derkete rastê ku azadbûna
jinê tevkariya gerîla ye. Pêşiya artêşbûnê
vekirin, çalakiyeke wisa ye ku di cîhanê de
pir hindik şoreşan pêk aniye. Min ji vê re
wêrekî nîşan da. Min got, “pêwîst e mirov
wêrekî nîşan bide ku wê jin di gerîla de
karibe rol bileyize ango di artêşbûnê de
karibe cî wergire.’’ Lê, min çawa wêrekî
nîşan da? Min vê wêrekiyê bi çî ve girêda?
Azadiyê ve û bi çalakiya azadiya jinê ve.
Niha me hêza şidiyayî ya jinê hindek daye
avakirin.
Lê gelek kes hê xwe negihandine vê. Zêde
qîmeta vê nizanin, nikarin bibin çare. Ev
gelşeke cuda ye, lê serokatî di şênberiya
xwe de vê çareser kiriye. Em, di vê mijarê
de wêrekî didin partiyê û we hemûyan. Ev,
hinekî dîtir we azad dike. Ger ku sehaya
serokatiyê hinekî dîtir we azad dike, sedemê
vê hêza baweriyê bidestgirtin e. Sehaya
serokatiyê, çalakiya azadiyê hindek pêş de
biriye, jinê pênase kiriye, azadiyê pênase
kiriye. Vê bi çalakiyê pêş ve biriye. Ji ber
wê yekê pê tê bawerkirin û ji ber ku bawerî
pêk tê, azadîxwaz jî hindek diponijin.
Hunê pala xwe bidin vê û hinekî dîtir, li
ser azadiyê biponijin. Dîsa li vê derê riya
erzan nîn e. Wê kesayeta we wergir qezenc
bike. Wê di aliyekê de bibe siyasî, bibe
leşkerî, di aliyê din de jî, wê xwe bigihîne
piroziya hestan û azadiya têkiliyan. Hunê,
li hember wan bermayên ku we di kevin de
jiyaye, bi serkeftin dawî lê bînin û asteke
pêşketîtir bigirin. Heta hunê, di vê mijarê
de estetîka xwe pêş bixin. Hunê vê bi
teşeykê kulîlkbûna şoreşê pêgirê nirxandinê
bikin. Bi kurtasî me got, şoreşgerek bi van
aliyên xwe ve jî mijul dibe, xwe xurt û
temam dike.
Em demxeya mulkiyetê ya li ser zayendîtiyê
radikin
Da ku ev gotûbêjên me di taybetmendiya
watedar û pêşxistinkar de bin, ya/ê dibêje
“Ezê bibim milîtan, di vê de biryarmend im’’
divê li vê binêre. Pêwîst e xwe bigihîne
hêza birêvebirina vê. Ez, li pratîka we
hemûyan ya di bingehê nêzîkatiyên kevneşopî
de dinêrim, di teşeyên qeyranan de encaman
dertînin. Gelek heval azwerî û hestên xwe
yên azadiya jinê ger fersend bibînin wê ber
bi cukên şaş ve biherikin. Dikarin bi
serdestiyê ve encam bigirin. Dikare bi
serdestiya zilam bibe, bi hestên jina kole
barkirî bibe. Yek jî dikare pir taybet bibe.
A herî girîng ku girêdana xwe bi peywirên
bingehîn ve nebe, dikare di teşeyekê pir
zêde nepixandî de derkeve rastê. Dibe ku
aliyê estetîk qet tune be. Dibe ku aliyê
civakîkirin, netewîkirin û welatparêzîkirin
di pîlana duyemîn de bimîne. Bi rastî jî
hemû hindek wisa çêdibin.
Tebî em, li hember van rexnedar in. Em, ji
têkiliyên wisa re di nava partiyê de, îcar
di nava artêşê de zêde cî nadin. Rast tevlî
bibin û azad bibin. Bi azadbûyînê ve
têkiliyên watedar dikarin bên pêşxistin. Lê
ev çendî zor e, çi çalakiyeke mezin bi xwe
re pêwîst dike eşkere ye. Niha tê zanîn,
gelek hevalên me vê sehaya têkiliya azad
înkar dikin, dapaçîn dikin, fersend nadin
azweriyên pîroz, hinekî din jî averê dikin.
Ev hemû zêde watedar nîn in. Ez çalakiya xwe
didomînim. Jina ku bi xwe bawer e, helbet
emê fersend bidinê. Her ku em dixwazin
hewqas hevgirtî bimînin, hingê emê cî bidin
azadiya jinê. Bila pala xwe bidin zemîneke
azad û xwe bigihînin derbirîneke azad û xwe
bigihînin derfeteke çêtirdîtina azad. Lê
zewacên erzan, hestiyariyên erzan çespandin,
bi ya min pir metirsî ye. Dixwaze bila
bingeh ji jinê bigire, bila ji zilam bigire
mijara cî nedayîna vê bi hostatî pêşxistin
girîng e. Ev, herî zêde xwedî şensê ji
tevgera azadiya jinê re zemîn û riyekê
wergirtin e.
Di vê mijarê de bi taybetî hunê hinekî din
biramin. Wê ji azadiya we re baweriya we pêş
bikeve. Hunê, hem pênasekirina xwe de, hem
di meşandina xwe de hêz qezenc bikin. Ev,
helbet wê we ber bi helwestên xurt; li
hember serdestiya zilam dibe, li hember
ketîbûna jinê dibe, we bîne şûngeheke xurt.
Wê hingê wate û girîngiya têkiliyên li ser
vê bingehê hebe.
Di gelala romanê de ev, di teşeyê serê gelş
de hatiye xwestin ku bê dayîn. Dîsa di
dahûrînan de, di derbarê vê mijarê de serê
gelşan hene. Ger binke nikare binirxîne, ev
bêberpirsiyariya wan e. Di vê mijarê de, ji
baldarî û hêza nirxandina berfirehî ya serok
pêmen e.
D: Serokê min, bi taybetî ew seha ku em jê
hatine çemka azadiyê tam nehatiye
têgihîştin. Em jî tênegihîştibûn. Mînak, li
ser navê azadiyê, li ser navê viyana azad ji
zayenda dijber re bi temamî bertek
raberkirin û redkirin hebû. Nêzîkatiyên bi
vê şêweyê hebûn.
S.P: Erê, di hinekan de redkirin heye. Lê
bele, ji vê redkirinê şunde ku fersend
bibîne zevtkirin û gotina “Tu hebûniyeke
zayendî ya bêteşe yî, ezê te wisa bi kar
bînim’’ heye. Di bin wê de durûtiyek heye.
Pêwîst e bê dîqatkirin. Yê/a herî zêde red
dike, her qas dikare bibe xeternak. Pêwîst
e, ew têkiliya seranser û şêwaza têkiliyên
ku bi hêsanî tên pejirandin, zêde neyê
bawerkirin. Pêwîst e mijar di kûrahiya çawa
ku me pêkaniye de bê destgirtin. Pêwîst e
hindek puxte bê destgirtin. Bi taybetî qismê
jinê, divê qismê zilam baş nas bike. Niha bi
vê rewşê ji we hemûyan re bê hiştin,
têkilîyên ku hun pêş bixin wê bi seqetiyan
ve dagirtîbin. Ji ber ku her kesê dibêje,
“Ez PKK’yî me’’ weke mirovan dihesibînin.
Dema ku hun dikevin nava têkiliyê jî, hun
diqedin, mahf dibin. Ezmûneya min pir net
danî rastê ku rewş ne wisa ye. Ezmûne ya
mezin, têkoşîna mezin heye. Pêdiviya we ya
kûrbûn, ponijandin û azadiyê pir alî
fêmkirin heye. Vê yekê gav bi gav di nava
partiyê de bidine sepandin. Pêwîst e hun vê
yekê hindek bi hostayî çêbikin.
Ma li hember zayendîtiyê bertek, naxêr! Min
zayendîtiyê jî di vê mijarê de hindek
gihandiye raveyê. Ez, hê jî hendazetiyeke
mezin nîşan didim, da ku demxeya mulkiyetê
ya li ser zayendîtiyê rabikim. Hema her roj
dikarim bibêjim, keça ku dibêje, “Ez, ez
im!’’ jî, taybetmendiya wê ya zayendîtiyê di
bingehê mulkiyetê de pêşwazîkirin bi giranî
ye ango di wateya zewqa bêteşe de dikeve
nava nêzîkatiyê. Bi ya min her du jî hev û
dî temam dikin. Yek ber bi bûyera fahîşetiyê
ve dibe, ya din jî xwe bi hûrhûrîkirin dibe
çil awayî firotinê. Min jî di ezmûneya xwe
de vê di nêzîkatiya aliyê dijber de hindek
dît; zayendiya xwe tam temam firotin. Di
bingeh de rûyekê din ê vê fahîşetî ye. A di
hundirê civakê de bi belavî tê jiyandin,
mînakeke vê ye, yanî wek mulkiyetekî baş
dîtin û firotin. Teşeyekê firotina ku eşkere
bûye fahîşetî ye, ya din jî tenê bi zewacê
pêk hatiye. Dibe ku zewacê wek damezrakeke
fahîşetiyê nanirxînim; evê şaş bê fêmkirin,
nikare bê rakirin û min têxe rewşeke zor, lê
zewac ez dikarim bibêjim ku fahîşetiya
dumend e. A li derezewacê ye jî, fahîşetiya
giştî ye.
Di bingeh de pêwîstî heye hem fahîşetiya
giştî hem jî fahîşetiya dumendî bê vekirin.
Di bingehê vê de gihandina hezkirina mezin
dikare pêk were. Ev jî pêdiviya çalaktiya
şoreşgerî ya mezin û hêza ramanê bi xwe re
pêwîst dike. Kesayetên ku pir ne xurt in,
nikarin vê bigirin. Di vê nirxandinê de
hezkirin, weke baweriyeke mezin û bi hêzê ve
girêdayî ji rastê re hatiye daxistin. Ger ku
bibe, ev tiştên ku min jimartine, dibe ku
bên derbaskirin. Li tîpên herî qirase
binêrin, dema dikevin nav damezraka malbatê,
bi rastî jî piştî yek-du salan ji fahîşetiyê
re rê vedikin. Çavê jinê jî, zilam jî li
derve ye. Jin jî hezar caran dixapîne, zilam
jî hezar caran dixapîne. Ev fahîşetiya
dumendî nîn e, ma çi ye? Heta niha jî bêrî û
hesreta min a herî mezin di van mijaran de
derbaskirina fahîşetiyê ye. Tebî ez nikarim
durûtiya alîgiran tebat bikim. Yanî heya
niha jî hindek baweriya min bi min heye. Ez
hê jî li pey mezinbûnê me, li pey hezkirinê
me, li pey xurtkirinê me. Lê têgihîştina
piranî hevalan di asta têgînan de jî di
rewşeke pir paş de ye. Gelek zilam, gelek
jin bi rengekî rast nêzîkê pênasa kar nabin.
Lê dîsa jî şoreş hêvî ye, hêvî jî ber bi
pêşketinên mezin ve rû digire. Çareseriya
erzan nîn e.
Bi kurtasî, nêzîkatiya zayendî ya bêteşe bi
rastî jî bêrêzdarî dike. Ez nikarim vê bi
kesayetiya xwe re bidim pejirandin. Zewaceke
wisa bibe, têkiliyeke taybet wisa bibe,
têkiliya hesteke wisa bibe, ez jê re girtî
me. Di bingeh de dîqat bikin, ez ji jinê re
eleqeyeke bilind raber dikim û dixwazim wê
bilind bikim. Di vê mijarê de jiyaneke pir
cuda dixwazim derbasî şênberiyê bikim û ez
bawerim ku, li qada navnetewî jî hindek zor
û bandorê dame çêkirin. Lê heya niha jî weke
peywireke rişt dibînim. Ev pirsgirêk ne bi
înkarokiyê, ne bi hişkatiyê, ne bi
serdestiya zilam, ne jî bi çemka erzanî ya
“pêdiviya min heye’’ tê çareserkirin. Ger ku
îro li hember dijmin min derbe nexwaribe, ji
ber ku min li hember jinê derbe nexwariye û
di vê mijarê de ez bi serkeftin bûme. Heke
ku hewqas jinên azad li dora min dicivin, ji
ber hin tiştên ku ez bidim van hene. Heke ku
ez, qasî çi zilamê ku nikaribe, tevgera jinê
dimeşînim, ev ji ber wê hêza ku ez gihîştimê
wisa ye. Di bingehê rêxistinê de jî, şoreş
heye, azadî heye. Nexwe çima ez wisa me?
Çima yên din ne wisa ne? Min, li kesan zorê
kirinê, bi hêza rêxistinê û bi hêza
otorîteyê jî kesî neaniye. Kûrkirina
tevgereke azadiyê mijara gotinê ye. Ger ku
pêwendîdariya we jê re hebe, hunê hewl bidin
ji bo rê wergirtinê.
D: Serokê min, bandorkirina vê tevgerê li
ser KT’yê jî mijara gotinê ye. Bi taybetî
bûna serokwezîr a Tansu Çîller encamê ji me
bandorbûnê ye.
S.P: Tebî, KT li hember tevgera me ya jina
azad, ji jor de bi Tansu Çîller bersîv daye.
Ew jî di kesayetiya Tansu Çîller de dixwaze
jinê bikişîne sehaya serokatiya dij-şoreşê.
Bi rastî jî dema ku çû Kurdistan’ê û gelek
jinan kişande sehaya perwerdehiya xwe, ev
yek bi vê ve pêwendîdar e. Dîrekt bi bandora
me Tansu Çîller derkete rastê. Jixwe di
kongreya DYP’ê de binketina qismê zilam weke
encamekê çalakiya me bû. Yek jî pêşketina
azadiya jinê, Tirkiyê wêrekdar kiriye. Bêtir
jî heye; gotûbêja mezin a rewşenbîran di
bingehê van dahûrînan de ye. Bandorbûna
tevgera azadiya jinê ya li Tirkiyê jî bi
şîdet e. Ev teyisandina xwe dide organên
çapemeniyê jî. Lê bi rengekî çelexwarî, bi
rengekî ji puxteyê vala derxistin çêdikin.
Ji bo ku dij-şoreşê re ango jiyaneke ketûber
re xizmet bike, vê bi kar tînin. Ew gelşekî
cuda ye. Lê eşkereye ku pir bandordar e.
Divê mirov wêrek be. Bi misogerî qasî
bastûra vaceka saxlem, bi hêza hêstên
peşketî rasteqîna bingehîn a ku ji şer qut
nebûye dîtin, va di bingehê welatparêzî,
dîrok, gel, partîbûyîn, rêxistinbûyîn de
bêyî ku berevajîketina berxwedêriya jiyana
rojane ya şoreşgerî, pêşxistina hêza hest û
hezkirinê girîng e. Tebî dîsa divê ku yên
dixwazin çelexwarî bikin bên dîtin. A
yekemîn de jin, hindek wêrek dibe, azad
dibe, lê gelek zilam ango çemkên serdestiya
zilam hene ku dixwazin vê bi kar bînin. Ji
ber ku hun zêde ne polîtîk in, di vê mijarê
de we xwe zêde negihandiye hêçandinê, ev yek
dibe sedem ku hun qels bimînin û gelek
xeletiyan re rê vebikin.
Bi kurtasî, hunê pejnker nêzîkê perwerdehiya
xwe bibin, ji bo pêşketin û vegûherîna
kesayetiyê hunê qîmeteke bilind bidinê û
zemîna partiyê zêde zêde binirxînin. Hunê di
ber çav re borandinan her timî bikin,
bermayan bavêjin. Hunê nûbûniyan li ser xwe
kamil bikin û bizanin ku bi bendêmayîn û
hesretên erzan ev kar pêş de naçe. Ev
dikarin we pêş de bibin. Dikarin tîpê
milîtana azad ê jinê û asta azadbûna tevgera
jinê pêş de bibin. Bi girêdana şoreşa giştî
ve, li ba peywirên we yên pêşketinê,
dikarim bibêjim ku peywireke we yê din jî
wisa heye. Yanî ez hizir nakim ku yên pir
aliyan ve nikarin wate bidin azadiya jinê,
tevkariyekê bidin partîbûyîn û şerkirinê
ango dihizim ku wê di vê mijarê de kêm
bimînin. Ger hun bi xwe bawer bin, hun
dikarin ya herî pîroz bibînin, bibihîsin û
pevrebûyînê li ser zemînekê rasteqînî bidin
rûniştandin. Hun dikarin vê, bi îdîaya xwe
ve girêdayî, bi azweriya xwe ve girêdayî, bi
bengîniya xwe ve girêdayî, bi şoreşgeriya
xwe ve girêdayî pêk bînin. Lê dema hun vê
nekin, ketina qeyranên erzan, afirandina
astengan û di vê de pêkolîkirin jî,
felişandinerî ye. Ger zêde bê heterkirin, wê
ji vê re bê gotin “astengkirin’’ û were
avêtin. Bêyî bikevin van rewşên wisa, ger
zor be jî hunê xwe bidin riya pîrozbûnê.
Niha rasteriya serokatiya PKK’ê wisa ye. Ji
bo pêşvebirinê, bi xwesteka mezin tevlîbûn
raber kirin, xwedîbûna meşa azadiyê ya pir
baldar û pejnker, babetek e ku em tim li ber
çavên xwe digirin. Serokatiya tevgerê di vî
bingehî de meşa xwe xurtir dike û hewl dide
ku vê ji hemû binke û gel re bike mal. Bi vê
wateyê, em nikarin xwesteka ku dixwaze meşa
serkeftinê xurtir bike paşçav bikin.
Xebata me ya îro ji vê xebatê re hindek
kûrahî da qezenckirin. Emê bixwazin ku bêtir
bi şênberî gohdar bikin. Xwe di ber çavan re
biborînin û pirs pêşxistinê berfirehî bikin.
Bersîv bila misoger, encam wergirtî û bi
taybetî jî di çonayetiya xizmeta perwerde û
pratîkê de be. Di rabirdûyê de çi bûye bila
bibe, wire û xîreta pêkanîna xwe neşikînin.
Ez dihizirim ku bi desteka me hunê karibin
derketinên pêşketî çêbikin. Bi vê teşeyê
layiqbûna bîranîna Berîtan (Gulnaz KARADAŞ)
dikare pêk were.
23 Tîrmeh 1993
“Ger hun xwestekên jinan pêk bînin,
hunê gaveka qirase ya rizgariyê biavêjin’’
Bi giştî her şoreş. di dirêjahiya pêvajoyên
dirêj de pirseke herî bingehîn a ku dipirse,
di derbarê pêwîstiya çawabûna jiyanê de ye.
Xwesteka filitandinê. ji şêwaza kevneşopiyên
hînbûyî ku di radeyeke dawî de kevneperest
in, ji pêşketinê re girtî ne û jiyanê
dixeniqînin, şûna jiyaneke tê de pir
bervêdan peyda dibin ji nûyê re di vê
bingehê de. ji pêkhateyekê re bi eleqe û bi
pirsekê dest pê dike, ew hewldanên ku vê bi
teorî û pratîka şoreşger ve pêş dixînin,
pêwîst e di vê wateyê de ji pirseke wisa re
bersîv bidin.
Şoreş, ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîv e.
Şoreş tenê bi serê xwe ji bo pêşankirina
pîvan û pratîkên leşkerî, siyasî û rêxistinî
nîn e. Ev tev ji bo pêkanîna bine û
seresaziya jiyaneke civakî ye. Ew hewldan in
ku şûna teşeyên têkiliyên navbera kesan de,
yên ku li ser zexta çelexwarî, kedxwariya bi
her cureyî û di vê bingehê de li ser derew û
durûtiyê ne, ku bi hevpariya ji zext û
kedxwariyê dûr ketiye û li ser keda hemû
kesî ye, bi viyana wekhev û azad dixwazin
ava bikin. Ev dîsa ew nirx in ku pêvajoyên
şoreşê de pir tên dîqatkirin û tê xwestin ku
cîbicî bibin. Azadî û sîstematîka têkiliyên
azad ji bo meznahiya her şoreşê bersîvekê
çêdikin.
Ez di bingehê bervêdan û bertek raberkirina
her tiştî de gihîştim teorî û çalakiya
şoreşger
Dikare bê gotin ku, rasteqîna Kurdistan’ê
qasî ku bi çi welatî re neyê berawirdkirin
sotînerî ya vê pirsê diçespîne û hewqas jî
bersîva lezgînî dixwaze. Min xwest ku
pratîka jiyana xwe bi kurtasî bidim. Çawa ku
hun dizanin, di “Çîroka Vejînê’’ de pratîka
jiyana xwe, ji zaroktiyê vir ve vegotibûm.
Va, çawa di wirê de jî tê dîtin, hema ji her
tiştî re bervêdan û bertek raber kirim;
pergaleke ku hema her tişt di aleyhê de ye,
dema ku min çavên xwe vekir venekir, li
hemberê derketim û li dijî cîhana
xeniqandîner bi sêrîrakirinekê çalakiya xwe
ya yekem dame destpêkirin.
Şoreşgertiya me ya 1970’yan pir şunde ye.
Zaroktî û salên min ên dibistanê jî di
bingeh de, li ciyekî bi pergalê re
lihevnekirin, yanî di aliyekî de xwesteka
pergalê li xwe rikibandin, lê di aliyê din
de jî jê filitandin e. Nakokiyên ku bi
rêpîvan û bêsinciyên tên zanîn, rêpîvanên
malbatî û rewşên aboriyê û hema bi her tiştî
re tên jiyandin ber bi bervêdaneke mezin û
ev dihêle ku li ser kesayetiyê zext û
serîrakirinekê re rê bê vekirin. Min, hewqas
serîrakirinê çima guncav dît? Xwendevanekî
bi baldar dizane ku kesayetekî dixwaze rê
vebike ji bo azadiyê, ji vê pê de bi çi
awayî nikare tiştek çêbike. Di mercên hinek
malbatan de dibe ku jiyana zaroktiyeke
têrbûyî guncav be. Yanî hinek malbat, bi
derfet, axaftin û bi hêza xwe ya xistina bin
temenê pergalê, dikarin zarok tevlî riyeke
wisa bikin. Zarok, ya ber bi olê ve, ya ber
bi asta aborî ango di hundirê pergalê de bi
gor xwedî derfetên pêşveçûnê û dîsa bi gor
rewşa otorîta malbatê tên perwerdekirin û
dixine rê. Di vê bingehê de rêpîvanên ku
cîbicî bûyîne hene. Îcar heke ku hinek jî
rewş dest bidin ango mirov karibe xwe bi
derfetan xwedî bike, rê wergirtin hewqas zor
nîn e. Di temênê piçûk de dikevin vê riyê.
Tebî jin zêdetir di bin zexteke şidiyayî û
di bin çavdêriyê de tên mezinkirin. Zêdetir
rêpîvanên xedartir ser wan tên çespandin; tê
xwestin ku jiyaneke stûtewandî û rajêrî
bipejirînin.
Dema ku min rewşa xwe kurtasî kir, bêşik
dikarim bibêjim ku heman tişt ji bo min jî
derbasdar bû. Yanî stemkariya malbatê,
bêwateyî ya pergala gund û mercên bi her
awayî şensê pêşketinê nadin; ew tiştên ku tu
wek baş, rast û xweşik dizanî bi wana
negihîştin, bêhêviya ku bi xwe re diafirîne
û heta bertek, ew jiyana ku mirov bi dilê
xwe nikare bije… Mirov çi dixwaze, bersîv
qasî ku tunebin hindik in. Yanî bi dilê xwe
nikarî bigerî, nikarî bi zimanê xwe biaxivî
û zêde xwedî çand nîn î. Nêvengên pir wehş,
şikîner û pêşketinê belên nakin, di vê
mijarê de malbateke zêde hatiye pelişandin.
Bi taybetî jî di wateya malbata kevneşopî de
pelişandin û bêhêzî tê jiyandin. Va, ev tev
hem egerên mirovên me ne, hem jî encam û
armanc in.
Jiyana min, va wisa dest pê kir. Min çi
dikir? Çi tiştek ji destê min nehatiba jî,
derdiketim çiyê, ji malê direviyam. Yanî
mitleqa di nava mijûlahiyekê de bûm. Dema ku
wan rojan tînim bîra xwe, di vê mijarê de ez
têdigihîjim ku, di nava tevgerîneke wek cîwa
de peyda dibûm. Hemin mijûlahiyekê peyda
dikirim. Heta tevgera vala nesekinandinê
hebû. Yanî ew mezinên ku pîvanên xwe yên
taybet hene, çavên wan tim li ser min bû.
Digotin, va virê xet kir, dest avêt virê.
Dixwestin bi gora xwe pergalekê biçespînin.
Tebî em jî pir bi tevger bûn. A ku me pêş
dixist, bi yê cîdayî re şer bû. Ew pergala
ku hemû pê qayilbûn, ez pê neqayil bûm. Ez
li pey eleqedariyên cewaz, nêzîkatiyên
cewaz, azweriyên cewaz, peroşmendên cewaz
baz didam. Jiyaneke ne bi rengê ku pergal
dixwaze, di şêwaza ku li xweşê min diçû bû.
Divê pergal çawa be? Tebî di virê de jî
pirsa, “Çawa Bijîn’’ sotîner e. Bi min re bi
çarenûsê nerazîbûn, çarenûsa ku ê din ji min
re qayil dîtine nepejirandin û hewldana bi
hêza xwe diyarkirina çarenûsa xwe hebû. Bi
gotineke rastir, ji jiyaneke wisa re
bersîveke wisa hebû. Min negot, bêderfet e,
zor e. Tevî ku hemû kes di radeyeke dawî de,
bi vê sincê re dibû yek, her ku ez çûm û çûm.
Min ew tişta ku xwesteka piraniya hebû
bigihîjinê, lê nedigihîştinê, esas girt; ew
tişta ku dixwestin biramin, lê nediramiyan,
dixwestin çêbikin, lê çênedikirin, xwest
vana çêbikim ango ew tiştên ku yên din
dikin, ez naxwazim bikim re mijûl bûm. Ev
qonax hemû, di bingeh de, bertek e li hember
wê jiyana ku tê çespandin. Di salên
dibistanê de ango dema ku ez bi pergalê re
nasdarî bûm, min dîqatê rêpîvanan dikir. Di
bingeh de ev taktîkê jiyana min bû. Di
xwiyangê de bi rêpîvan û rewatiya civakî ve
pir girêdayî bûm. Lê di hundir de jî, bêyî
lêpîrsîn nakim û min nedikir. Dîsa di cara
yekem de pir girêdayî bûm. Lê ber bi çûyînê
ve min bi kûrahî lêpirsîn çêkir. Bi heman
şêweyê hewl didam ku bi pergalê re di nava
ahengê de bim. Lê dîsa jî, bertekeke pir
rehdar bi min re pêş diket. Bi mamoste û
mezinên xwe ve pir dilsoz bûm; lê tim û tim
mezinan lêpirsîn dikirim. Ev di bingeh de
rewşa heyî bi awayekê anîna pêş çavan ango
zêde gotûbêjnekirin, lê çawa ku hebe bi wî
halî nepejirandin bû. Di bin re di bin re
lêpirsîna wê bike û ger derbaskirin pêwîst
be, derbas bike. Min di wateyekê de li
jiyanê tim wisa nihêrî.
Hun jî pê re ahengekê nîşan didin, di hemû
temenê xwe de jê dûr nabin, lêpirsîn nakin
ango rawetiya pergalê qet nasnakin û ev jî
dibe anarşîzma bêteşe. Ya vê neqlê bi
gotineke, “em pergalê nasnakin’’ tenê wek li
hember derketineke ji bertekê peyda dibe ku
ev yek jî ber bi binketinê ve dibe. Libat,
bi anarşîstî û bi şêwaza ewanî çêdibin. Di
bingeh de bêrî, bi pergalê re lêhatin e.
Bi vî awayî lêpirsîneke ku rehdar dibe û
pergalê bi rehdarî di lêpirsînekê de
diborîne, pêk hat. Ez weke malbat, ol, hiquq,
pergala siyasî, xebata aborî, jiyana gund û
bajêr, çi bûyer, kirû û têkilî nema ku bi
rexnedarî nêzîk nebûm. Tebî min vana ji sala
1970’yan vir ve gihand asta teoriyê. Di
destpêkê de çawa ku we jî jiyabe, eleqe û
bervêdan hebûn. Yanî hê rewşa bilindbûna
teorî tunebû. Ev piştî daneheviyekê çêbû û
em tevlî vê bûn. Yanî piştî ku bingeheke
zanistiyê hate wergirtin, hemû bervêdan û
lêpirsînên xwe ber bi teoriyeke şoreşger, vê
jî li Kurdistan’ê navê welat lê kirin, ta
pêwîstiya nasname û xwe bi salan
lêpirsînkirin heta ku navdayîna weke xwedî
nasnameyekê ve birim. Min vê ber bi çûyînê
ve, teoriyeke partiyê, rêgezeke partiyê û
koma pêşin ve gihand.
Ev, di heman demê de ji pirsa “Çawa’’ re
dibe bersîvek. Di gelala romanê de dema dest
bi xebata komeke şoreşger hate kirin, min
hewl da ku, ka di nava bersîvek çawa de
vebêjim. Ji sala 1975’an şunde komeke
şoreşger dest bi xurtbûnê dike. Di bingeh de
ev li hember pergalê bi awayekê bersîvek e.
Koma serhildêr, têkiliyên azad (di nav de
jin jî hene) dîsa mirovên ku ji hawîrên cuda
û herêmên cuda yên welatên din hatine hene.
Ev yek di aliyekê de me têrbûyî dike û dibe
bersîvek.
Li virê çawa dibe? Hun dizanin ku têkilî di
radeyeke dawî de qels in, têkiliyên
dilsoziyê tayê pembû ne. Eleqe û têkiliyên
hevalbendiyê qels in, di bingeh de kê di
hundirê civakê de çi be, vî dije. Malbata kê
çi be, wê temsîl dike. Çîna kê çi be, wê
temsîl dike. Heta hêviyên kê çi bin, di
bingeh de ew e. Şoreşgertî modaya sala
1970’yan bû. Yên me jî wek pêwîstiya modayê
tevlî bibûn. Lewma gûhertineke puxteyî û
rehdar nehatibû destgirtin. Encam, bi
têkiliyên me yên ku nabine şoreşger tim timî
belavbûn çêbû; kom bi zehmetî pêş ket; rewşa
arastenebûna teoriya rehdar û pratîka
rêxistinî pêk hat. Bi seranserî nirxandina
qonaxê û veqetandinên hêsanî kete rojevê.
Têkiliyên hevalbendiya nû tên pêşxistin û di
van têkiliyan de, di bingeh de azwerî heye.
Mirov dixwaze vana bîne asta girêdana herî
bi îdîa. Lê têkiliyên hundirê pergalê hewqas
xurt in ku mînak, dibistan û malbat li ser
her tiştî tên girtin û ji ber vê egerê
xwestek nîn e, hêz ji bo pratîka şoreşgerî
bê dayîn. Lewma kom, wê pir li hewa bimîne û
berjewendî li ku derê ferman bide wê li wê
derê jê qut bike û biavêje.
Me di van salan de jana vê kişand.
Şoreşgertiya erzan, hilweşandinên hêsanî û
xwe zêde nedana pratîkê… Ez vê qonaxê weke
qonaxa dilsozî û ramana hevalbendî, netew û
welatparêziyê, mînanî qonaxa bi tayê pembû
ve girêdayî dinirxînim.
Ên we jî pêvajoyên mînanî vê ku we jiyaye
hene. Yanî pêvajoyeke girêdayê tayê pembû.
Di bingeh de mebesta şoreşgerî heye. Tê
xwestin girêdan û têkiliyên nû bên avakirin.
Lê berjewendî û pergal qet fersend nadin.
Hemû peroşmendî û azweriya min a wê demê, di
vê wateyê de li zinar û kesayetiyên hişk
dikevin û paş ve dizivirin ango xwe
navegerînin dilsoziyên pir bandordar.
Tebî di heman demê de li wirê têkiliya
jinekê jî heye. Li rexmî hemû mebesta baş,
rasteqîna çînayetiyê pir hişk bû; rasteqîna
malbatê li ser her tiştî serdest bû.
Şoreşgertî hindek di xwiyangê de bû û wê
girêdanên bingehîn ê bi devletê ve girê
dida. Lewma têkiliyeke şoreşgerî zêde pêş
nediket. Li rexmî tevahî zordayîn û hincet
pêşxistina me, rasteqîna hişk bêtir giran
derket. Dema ku şoreşgertî pêş ket, çawa ku
li wirê tê dîtin, kesayetiya pergalê,
kesayetiya ku bi hawîrên dewlet û
hevkarmendên serdest ve girêdayî ye
derdikeve pêş û xwe her ku diçe diçespîne û
naxwaze ji serdestiya xwe dest berde. Di vê
mijarê de bi her cure lîstokan diceribîne.
Durûtî, bêrêzdarî û bêastî xwe zêdetirîn
zirav diçespîne. Ji pergala xwe qayil e, wê
hembêz dike. Eleqeyeke herî piçûk nîşanê
têkiliya şoreşger nade. Ev, ew pêvajoya
jiyana pir xeter a ku em dizanin ve encam
girt. Tecrûbeya têkiliyeke şoreşger heye. Di
bingeh de tevî ku gelek hincetên bîrdozî,
siyasî û hwd. dihate rêzkirin û dîsa tevî ku
pêwîstiyên welatparêzî û sosyalîzmê dihate
bîrxistin, ev tev dikarbûn di axaftinê de
bimînin. Kom pêş dikeve li hember vê, ew
komê bi gor rasteqîna xwe eyar dike. Gûherîn
û vegûherîn li aliyekê her tiştî bi gora xwe
eyar dike; û her ku diçe vedigerîne
berjewendiyên dewlet û malbatê. Jinantiya
xwe jî di bingehê têgînên ku pergal weke,
“pêwendiya taybet’’ ya jî “warê têkiliyên
taybet’’ pênase dike, da ku girêdanên taybet
bide pêşxistin, vê di bin navê zewacê de bi
kar tîne. Ev tev di bingeh de têgînên
formalîte ne. Yanî di hundirê pergalê de
navê wan hene, lê di pratîkê de çi aliyê wan
ê rişt nîn e. Tê gotin rêpîvan û tenê tê
fermankirin. Em jî dibêjin, bila wisa be.
Ev, bi ya min rewşeke jiyandina we hemûyan
e. Va, dema ciwanek tê bîst saliya xwe,
mitleqa yekî/ê dixwaze û pêwîstiya hezkirina
yekî/ê bi xwe re dibîne. Bi ya min di virê
de bi pergalê ve girêdana koletî heye.
Ezê li virê hindek rastîna xwe vebikim. Di
bingeh de li ser navê ku her kes di vî
temenî de hindek tiştan dirame, ez ne
evîndarê hizirandina vê bûm. Heta ez,
hayjixwe bûm û li hember derdiketim. Min
dixwest şêwaza şoreşgertî pêş bixim. Lê çawa
ku min got, bi şêwaza şoreşgertî nedibû. Ji
ber ku rewşeke mostere û derewînî hebû. Ez
bi xeteriyê hesiyabûm. Yanî min dizanibû ku
şêwaza kevneperest, wê kesayetiyê bixeniqîne
û ji ber vê yekê jî neketim rewşeke wisa.
Li virê weke ku eleqeya we dikişîne, hun
lêpirsînê dikin. Hinek ji we rewşên
hestiyarî yên ku jiyane hene. Mirov dikare
bûyera hezkirinê hindek pêgirê nirxandinê
bike. Ez eşkere li xwe mukir werim ku, wê
demê min zêde bawer nedikir hezkirin ango jê
hatin hezkirinê, wê pêk were. Gelo we çawa
ceriband? Bûyera hezkirin û jê hatin
hezkirinê we çawa jiya? Min, wan çilûheşt
pirsan ji ber vê bûyerê pirs kiribû. Mirov
dikare di ciyekî di van hemû pirsan wiha
daxîne pirseke bingehîn: Ma dema hezkirinê
ye, ma nêvenga hezkirinê ye? Yanî di mercên
welat û di rasteqîna civaka me de, gelo bi
her awayî ev gengaz e yan na? Lê hemû kes
hindik zêde van tiştan diceribînin. Bi ya
min ev kevneşopiyek e. Ango pergalê tiştek
wisa eyar kiriye ku weke “her kes dike, tu
jî bike’’, “her kes dizewice tu jî
bizewice’’, “her kes dibe keç ango zilamek
wisa, tu jî bibe’’ weke pîvanekê bi kar tê.
Min, di bingeh de bi bevêdanê bersîv dayê.
Yani di lêpirsîna kesayetiya xwe de vê pirsê
çareser kir û min nexwest ku xwe wisa
bibînim. Dema ku min xwest ez çêbikim jî,
min xwest şêwaza xwe bidim meşandin. Di
heman demê de min xwest ku bi viyan û hêza
xwe çêbikim.
Di Kurdistan’ê de hêza mirov jî bi hewldana
şoreşgerî dest pê dike. Hewldana şoreşgerî
hêz dide avakirin û ev hêz jî ber bi viyanê
ve dibe. Viyan jî ji têkiliyeke wisa re
dikare wêrekî nîşan bide. Ez di wê baweriyê
de me ku pêwîst e hezkirin wisa dest pê
bike. Hezkirin ne bi gor saziyên pergalê û
ew hêza dide te, divê bi gor hêza te ya
pêşxistina şoreşê dest pê bike. Tebî çawa ku
min got ev nagihîje serkeftinê. Ji ber ku
pergal bi xwe astengeke mezin e. Weke latekî
li te dikeve û te vala derdixe.
Di pêvajoya şoreşger a piştre de bûyera
hezkirinê ku hate gihandin zelaliyê, ger
bibe bibe di şêweyeke tund bersîvdayîna li
hember nêvenga bêrêzdarî ya mezin a heyî û
nêvenga nakokî ya mezin û zextkar dikare pêş
bikeve. Têkiliyên heyî, têkiliyên kirîn û
firotinê ne. Ha ji te re hewqas qalan, ha ji
te re vê keç ya jî vî xortî filan
dewlemendî, ha ji te re hewqas zêr,
cilûberk… Vana tev di bingeh de aliyên
pêşxistina bêrêzdarî ya kar e. Ma jixwe
ramana xwe nîn e, civakbûna xwe nîn e,
siyaseta xwe nîn e, hêza xwe nîn e. Bi pere
û pulan, bi cilûberkên rengûreng dixwazin
hev û dî bixapînin. Ji ber wê yekê jî
eleqeya me nekişand. Min vê wek bêrêzdarî
dît û hesiband. Lewma me girt hundirê
pêvajoya lêpirsînê. Va, min negot, “her kes
nas û zarokên xwe hene, bila rewşeke min jî
ya wisa hebe.’’ Temam rewşeke min a wisa
çêbû, lê ez radest nebûm. Aliyê xwe yê herî
balkêş jî ev der e. Di hundirê kar de çiqas
hest hebin bila hebin (aliyê me yê herî bi
avantaj jî ev e) dema ku bi nirxên bingehîn
ve kete nava nakokiyan, dîlnebûna hestan
girîng e. Yanî girêdana partiyê li ser
hestan dîtin, bi ya min bûyereke mezin e.
Heke ku min pir zehmetî kişandibe jî, min vê
hêzê nîşan daye û xistina riya welat pêk
aniye.Va, di vê derê de li têkiliyê gerîn
girîng e. Nirxandineke bi hingaf e. Ez
neketime nava “pir hez dikim, di oxira
hezkirina xwe de cîhanê dişewitînim, ezê xwe
bikim xwelî’’ nêzîkatiyên sivik ên wisa. Min
tim xwestiye ku ya dijberê xwe bikişînim.
Ev, riyek e ku li Kurdistan’ê belkî jî
zilamek yekem car diceribîne. Zilamê herî
qirase yê Kurd jî, ji bo malbatê, ji bo
perçeyek zevî, ji bo jinekê dikare bibe
mirovkuj. Heta dikare ji bo mirîşkekê şer
bike; bi egera dijunekê sihêl dikare bikeve
nava şer. Lê dema ku dor tê dilsoziyeke
bingehîn, bibêjî “werin em di oxira welatê
xwe de, di oxira gelê xwe de, di oxira
azadiya xwe de hinek tiştan bikin’’ nayên.
Îcar ji bo vana ji malbata xwe, ji mal û
mulkê xwe devjêberdan ne gengaz e. Tu nikarî
wî bikişînî. Yên ku dibêjin, em hene jî, ew
tîpên axayê feodal yên hevkarmendên kevin ê
mîna Barzanî ne. Vi karî ji bo firotinê
dikin. Kurdayetiya wan mînanî têkiliyên
kirîn û firotinê ne. Tê wê wateyê ku ferqa
min heye û ev pir girîng e, heta dikarim
bibêjim ku tekane ye. Ev mirovên ku pir
qîmet didamê, ji malbat û pergalê qut
nedibûn û hêza xwe tevlî hêza me nedikirin.
Ango dixwestin yek bidin, deh bistînin.
Li hember faşîzma 12 Rezberê me doza azadiyê
vegerand rastîna jiyana gelekê
Îro 12 Rezber 1993 ye. Derbeya 12 Rezberê
çawa ku di salên pêşî de bi sirûdên leşkerî
derbas dibûn û digotin ya tev ya hîç. Bi
rastî jî di salên 1980’yan de ku di qonaxa
tarîtiya dîrokê de em li ber tunebûnekê bûn,
van salên zextê me çawa rakir û çawa pêşwazî
kir? Dibe ku niha pir hêsanî were. Em
dikarin bibêjin em xurt in û emê ser
bikevin. Lê ez hewqas ne rihet im.
Serpiriştiya giştî ya Tirk di rojnameyên îro
de dibêje “emê heya biharê tune bikin.’’ Bi
rastî pêşî digotin emê di navbera çilûheşt
demjimêran de tûne bikin. Niha jî, ji biharê
talox dikin heya biharê. Ev, ka çiqas lewaz
ketiye nîşan dide. Yek jî ka kî wê kê tune
bike ev jî mijara gotûbêjeke cuda ye. Lê
dîsa jî mebestê tîne ziman, hem jî di asta
herî jor de. Di dest de tiştek tunebû, yek
kadro hebû. Heke ku çend milîtan peyda bibin
jî, ew jî wek baruteke çend avêtinî ye. Hêvî
û nêvenga bêçaretiyê hindek bibînin, çalakî
û berxwedêriya mirov bibînin. Mirov çawa
xurt dibe? Vê bi teşeyekê baş fêm bikin.
Azîm û viyana we heye. Lê hun çiqas dibine
çare? Zanîn ne bes e, jiyandina zindan û
îşkencê rewşê bêtir xirab dike.
Dema cara pêşîn ez hatim vê sehayê, rê
hevalê min ê hêja ku bi min re cara yekem
derketibû rê, xaniyekî yek ode peyda kiribû.
Sedreke text û nivînekî singer hebû. Tê bîra
min, li wê derê roja me ya yekem de me çend
zeytun û firîngî peyda kir. Bi rastî jî em
du kes bûn û me wisa derbas kir. Bi nan û
pîvazan me debar kir. Emê çend heftî li ber
xwe bidin ne diyar bû. Bi derveyê welat re,
bi rêxistinên Rojhilata Navîn re bi tu awayî
têkiliyên me tune bûn. Hun dibinin, îro ez
li virê me, bi sed hezaran mirov li piya ne.
Her roj bi dehan leşkerên dijmin diterpilin.
Rojane mesrefên me çiqas e, hun dizanin.
Dema me dest pê kir, em deyndar bûn. Ev
çîroka xwe ya sêzdeh-çardeh salan heye. Rê
çawa hatin derbaskirin, roj çawa bi
helkehelkê hate borandin? Me xwe çawa eyar
kir? Pêwîst e weke bingehîn waneyên jiyanê
yên fêrker bên dîtin. Ez hizir nakim ku di
dîrokê de mînakeke wisa cuda ku xwe bi vî
awayî dabe kar hebe. Ji ber ku têgihîştina
vê pêk nayê, her kes erkdariya pêwîst û karê
dikeve ser mil nizane bike.
Derbeya 12 Rezberê, tevgerek ku di cîhanê de
ya herî faşîst, ji hêla emperyalîzmê ve ya
hêrî zêde hatiye destekkirin, di hundir de
desteka raya giştî bi wateyeke mitlaq pêk
aniye û şensê serkeftinê sedîsed hatiye
plankirin bû. Jixwe kesî li pey xwe jî
nenihêrî. Em hedefê vê derbeyê bûn û belkî
jî hêzekî ku herî zû bên qedandin bûn. Wek
mucîzeyekê tê. Hê jî di nava gotûbêjeke
mezin de tê peydakirin. Lê li hember dijmin
berxwedan û serkeftin rewşeke pêkhatî ye. Me
vê zû de derbas kir. Tenê ne berxwedan, tenê
ne pêşketina siyasî û leşkerî xistina bin
ewlayiyê, ev tev di astên mezin de ne. A
herî girîng giyana xwe ji nû ve qezenckirin
e. Ji nû ve çêkirina kesayetiya azad
pêşketineke mezin e. Her şoreş di wateyekê
de bi kesayetiyên kevin tên çêkirin. Şoreşa
ku bi kesayetiyên kevin bên çêkirin sedemê
çerqkirina paş ve û piştre jî felaketên ku
werin serê şoreşê ne. Dikare bê gotin ku, li
vê derê di heman demê de, hemû kesayetiyên
ku bi paş ve çerq bikin, yekem car dana
vegûhertin mijara gotinê ye. Kesayet di vê
derê de heya dawiyê tên dahûrandin. Tevahî
nîşanên vegera welat tên derbaskirin. A di
partiya Bolşevîk de nehatiye çêkirin, di
PKK’ê de hatiye çêkirin. Hewl hatiye dayîn
ku şoreşa Kurdistan’ê bi her cure pêşgiriyan
bê astengkirin. Lê PKK jî hewqas kûr dibe.
Ev jî destkeftek e. Ev, di hundirê welatekî
ku nav û navdêriya wî ji bîr bûye û di nav
rasteqîneke gelê ku kesek jê re nasname
layiq nabîne de tê çêkirin. Ev rasteqînên
eşkere ne.
A pêkhatî tenê ne bi aliyekê ve, pêwîst e bi
hemû aliyan ve bê dîtin. Ev ji bo
kesayetekê/î xwedî îdîa û milîtanekê/î
girîngiyeke mezin hildigire. Di vê bingehê
de cîhan jî were serê, wê bi hêsanî
neperçiqe û berevajî serkeftina wê bi temamî
hatiye ewlayîkirin. Kurtasî me biriya xwe da
serê û me heya virê anî.
Ev çawa çêbû? Em dikarin çawa egerên wê, ê
wenda dike, ê qezenc bûye, ê dide
qezenckirin pênase bikin? Birame, mitale
bike, binivîse, xet bike… Heta ev tevgereke
pir dewlemend e. Di kîjan bingehê de
pêşketin çêbûn? Ez, bixwebawer im. Qasî ku
bixwebawer im, ma gengaz e ku pêşketin pêk
neyên? Em vê wek qonaxeke nû ya pêşketineke
diyarî dibînin. Cokên ku ber bi binketinê ve
diçin hatine xitimandin, ciyên rizî yên ku
ber bi ketinê ve rû qermiçandibûn hatine
avêtin. A dikare bije aj da, kete wê riyê.
Ger xeta nebe û wek berê dubare neyê jiyîn,
wê herî hindik me biwestîne. Ger ji xeta
bîrdozî û siyasî ya ku araste dike,
bêpêveberdan meş pêk were, ew cîhana ku di
teşeyekê rewneq de dihate arezûkirin, wê bi
serkeftinî pêk bîne.
Wate, li hember faşîzma 12 Reberê bi vî
awayî bersîveke dîrokî û gerdûnî mijara
gotinê ye. Ev, ne faşîzmeke ketûber e: Ji bo
gelê Kurd tuneker e; ji bo gelê Tirk jî,
tevgereke faşîst, mitlaq xistiner û koledarî
ye. Tevgerek e ku, emperyalîzma navnetewî bi
tevahî destek didê. Tevgerek sepandiner e û
bi her awayî paşverûtiya şêwaza Hîtler jî li
paş xwe dihêle. Me li hember vê, pêşketinên
mezin pêk anî. Di demê paş de li ser vê
bêtir wê bê sekinandin. Me doza azadiyê
vegerand rasteqîna jiyana hemû gelekê û ev
yek demxeya xwe li rasteqîna jiyana we tevan
da. Rastînên bingehîn, rêgezên jiyanî yên
rehdar hene ku ev wisa bû. Puxte hindek di
van rêgezan de veşartî bû ku ev wisa bû.
Rastîna ku ji vê re serokatî kir di vê
mijarê de hem rastiyê temsîl kir, hem jî
gavên pratîk di cî de avêt ku ev wisa bû. Di
rewşa berevajî de ji destê faşîzmê kitek
mirov jî filitandin ne gengaz bû. Hinek
rêveberên 12 Rezberê hê jî dijîn û her ku vê
rewşê dibînin qehr dibin. Mînak Kenan Evren,
digot “ger bişkoka leşkerê min bikeve ez
heya seharê nikarim razêm’’ lê mixabin niha
di rojê de, ne tenê bişkoka leşkerekî,
bist-sî belkî jî, bi sedan leşkerên wî
dikevin. Hingê ev zilam wê bitepişe. Bi
rastî jî ditepişin. General wek zengil
dilerizin. Halê wan ê li ser piya bimînin
nîn e. Rewşa vana gaveke pir paşketî ye. Ji
ber ku ev pişkek in û xwe bi kêşandin û
pîvandinê amade kirine. Artêşa Tirk hêzeke
herî rêkxistî û hêzeke herî komîserhev bû.
Lê niha qehr dibin.
Baş e, kê vana anî vê rewşê? Şêwaz, tempo,
teşeyê xebatê, hedan, rik, azwerî, bawerî û
zanebûna wî çi bû? Çiqas hêz da, çiqas qadan
pêş xist û anî halê dîrokî? Divê mirov
bipirse. Ev salveger çî bûn? Di vê wateyê de
waneyên dîrokî derxistin û ji bo xurtbûnê
bingeh çêkirin pêwîst e. Qismek ji endamên
partiyê erjenga van salan nedîtin. Qismekê
girîng jî di van salan de pakrewan bûn. Lê
em heya îro şahidê vê pêvajoyê ne. Em ji
rasteqîna gel û netewekî ku ber bi qedanê ve
diçû û neçar bû ku xwe bi ziman û nav bike,
îro, me xwe gihand rastîneke gelekê ku
dibêje “qezenckirina min nêzîk e!’’ Me, ji
mirovên bêhenase, bi hezaran şervan li
çiyayên azad bi jiyaneke çawa dixwazin ve
anî rûbarê hev û bi jiyanê ve kire yek.
Pêwîst e em bi vana têbigihîjin û nav lê
bikin. Çawa çêbû? Belkî nirxandina teng û
seranser a rojane têrî têgihîştina her tiştî
neke. Şiroveyên curbecur nikarin her tiştî
di zanebûnê de bi cî bikin. Kesayeteke
şoreşger ku bi van rasteqînên mezin ve ne
girêdayî be, nikare rastiyê temsîl bike û
rola xwe bileyize.
A dibe li rastîna me dibe. Qasî dibe jî
mirov dibêjin, “em westiyayî ne.’’ Halbûkî
ji westanê çi berhem nemaye. Dema ku mirov
pêk neyîne, rewş wisa dibe. Ez ji her kesî
bêtir, ê ku di nava zoriyê de bûm. Di
destpêkê de yê ku hate hedef girtin bûm,
kesayetekî çarmedor hatî dorpêçkirin bûm. Lê
çawa tevgeriyam, çawa biriya xwe damê û çawa
berê xwe damê? Çawa gihîştim vê rewşê? Me
şêwazeke wisa xist rastê, em bûn derbirîneke
arasteyek wisa ku bi hêsanî pê nayê
têgihîştin. Jixwe di berê de jî li hember
rasteqîna faşîzma Tirk û kevneşopiya dagir û
leyanê serî rakirin çêbibûn. Bi deh hezaran
girse rabibûn ser piyan. Lê di navbera du
heftiyan de her tiştê xwe wenda kiribûn.
Xala xapînok a ku ev zilam harkiribû,
digotin qet tiştek nemaye û ev çalakiya bi
zanebûn a yek kesî ye. Heya 1980’yan jî
nirxandina MÎTê, di texlîdekî wisa de bû ku
dihate wateya ev kesayetekî bi zanebûn e.
Ango digotin “çare çar di bin kontrolê de
ye.’’ Bi vî awayî nêvengeke ku ew dizanibûn
de bûm. “Hin tiştan difikire lê, rojane
pêşgirî heye; ger em bixwazin emê di qasekê
de nefesê lê biçikînin.’’ Di vî bîçimî de
difikiriyan. Rast e, rojên ku me koma pêşîn
derxiste rastê, rewş wisa bû. Da ku ez xwe
bidime pejirandin, diviyabû sê-çar salan
bijîm. Pirsgirêka Kurd heye yan na, di vê
mijarê de heya 1970’yan bi şik û dudilî
jiyam. Di navbera qonaxa 70-75’an de da ku
ez ji komeke piçûk re bidime pejirandin, min
bi hewldaneke ji hezar delavan av tîne,
raber kir. Da ku ez vana rabikim çalaktiyê,
dîsa di navbera 75-80’yan de me çalakiya
propagandayê ya ku nehatiye dîtin bi rê ve
bir. Da ku em tevbigerin û biryar bidin, em
bi salan fikirîn.
Dema ku ev hemû qewmîn pêk dihatin, dewletê
me dixiste şûna mêşan. Digotin, “nikare ji
ser masê jî rabe’’ Wê emê wisa bibin, ev yek
nedihate hişê çi kesî. Piştre dema ku dijmin
têgihîşt pir metirsî ye, rejîmê gûhert.
Xeletiyeke mezin kir. Me ji destê xwe
filitand. Azînên kontrolkirinê têr nekirin.
Cara yekem ji destê vana binkeya kesayetiya
xwe ya partiyê rizgar kirim. Hevgirtî çi bû,
hesasiyet çi bû; ev cuda bûn. Me xwe, giyan
û zanebûna xwe ji bin serdestiya hezar salan
rizgar kir. Ger di vê astê de bê fikirandin,
di wateyekê de ev şerê namûs û rûmetê ye.
Me, şerê rûmetê yê ku çi kes nikaribû bîne
hîşê xwe, bi serê xwe da û vê yekê ber bi
çûyînê ve zivirand partiyê.
Dema ku em hatine sala 1980’yan, di bingeh
de hewqas pêşketina her tiştî mucîzeyek bû.
Ne ku jiyandina piştî sala 1980’yan dema ku
em hatin û li 1970’yan sekinîn, em li xala
ku me digot, “temenê me hewqas e. ev bi xwe
jî hewldan û serkeftineke mezin e’’ de bûn.
Ew destê MÎTê ku dirêj dibû, di qirika me de
bû. Ez dihatim şopandin û ger bixwestana, wê
min biqedandina. Dijmin, dema ku Heqî qetil
kir, tenê xwest ku vê bide hîskirin. Pir
hêsanî dikaribû mudaxele bike. Yani rewş
wisa bû. Ev tevgereke esîl e. Di navenda
Enqerê de, bi wateyekê di hembêza MÎT’ê de
em ji tevgerê re rê didine vekirin. Ew jî bi
gora xwe me dixe şûna pitikekî, lê piştre ka
em pitikekî çawa ne, wê bi erjengî ferq
bikira. Bi gotineke din, ew nêzîkatiya bi
wateya hespê truva wê bi erjeng bidîta. Ger
ev nebana, derketina Kurdayetiyê ne gengaz
bû. Rewşeke wisa di derketina komê de esas
girtin ne gengaz bû.
Ev jî pêvajoyek bû. îcar di 1979’an de ji
Amedê derketin û vê yekê zivirandina
partîbûnê û hindek jî vegerandina çalakiyan,
her pêvajo bi serê xwe dîrokek e. Çawa ku
min got, piştî 1980’yan wêrekî nîşandana
berxwedanê û berdewamkirina berxwedanê
tiştên nayên bawerkirin bûn. Me van hemûyan
çêkir. Min li jor jî got, mêjû 12 Rezbera
1993’yan e. General, kuştarker û artêşa Tirk
a ku nikare gav bavêje qadan, li rexmî hemû
dorpêçan serhildana Kurd a ku li ber xwe
dide û radest nayê girtin, rasteqîna
Kurdistan’ê ku xwe gihandiye cîhanê û meşa
desthilatiyê ya ku zorê dide serkeftinê!..
Me bîst-bîstûpênc salên dawî yên jiyana xwe
wisa borand. Netewek nîn e, komeke rişt ku
bi xwe bawer e jî nîn e. Weke ku em bi
derziyê bîrê bikolin, ji pêşketinan re me rê
da vekirin. Ma navê welat heye, mêtîngeh e
yan na? Ma te bawer kir, tu ji bo komekê
heyî yan na, tu çiqas heyî, qiruşek perê te
heye an na? Va, bi van hemû pirsan ve me
dest bi kar kir. Va dê tu wisa di nava
berpirsiyariyan de peyda bibî. Ger tu vana
çênekî, tê wê wateyê ku tu bi vê tevgerê
tênegihîştî. Yên ku tênagihîjin, rola xwe
nikarin bileyizin. Yên ku mafê van rastînan
nikarin bidin, nikarin pêşketinên şoreşgerî
derxînin rastê. Li ser berxwedêriya zindanê,
berxwedêriya çiya û bîranîna pakrewanan,
mirov tenê dikare rastînan wisa binîrxîne û
bi gor van rastînan ji nû de qezenc bike, bi
têgihîştina hêviyan û bi taybetî jî hêza
viyana mezin binyadekê bide çêkirin. Em heya
van rojan wisa hatin. Nirxandin, encam
derxistin û xurtkirinê zanîn, peywira her
kadroyê partiyê û kesayetiya serkarî ye.
Têgihîştina vê û xwedîbûna gavên mezin
pêwîst e.
Min qala dîroka partiyê kir. Ev, dîrokek di
cî de û xwedî wateyek mezin e. Heke ev wisa
bê têgihîştin, di zanebûnê de hemû pirs û
hema her mijar wê wateya baş peyda bike.
Tevlîbûna gerîla û şoreşgerkirina jiyana
civakê, yanî di her mijarê de van nêrînan
bingeh girtin hatiye têgihîştin. Yên ku
dikarin vê rasteriyê bigirin, ji her pirsa
ku derkeve rastê re, di bingehê vê rasteriyê
de dikarin bersîv bidin. Ez hêvî dikim ku,
hun pêşketina xwe di vê çarçoveyê de çêtir
kûr dikin, partîbûnê, heta leşkerbûnê
bêtirîn rast û rasteqînî digirin dest. Di vê
bingehê de ya ku qezenc dike PKK û
berxwedêriya PKK’ê ye. Wê zêdetir jî bibe.
Di vê de çawa ku tu şik peyda nabin, dikare
di vê bingehê de ji jiyana înkarkar û nav
pergalî ku bi gor mercên mêtîrgeriyê hatiye
eyarkirin, qutbûn pêk bîne. Bi vî awayî
jiyaneke bi xweserî ya me û pêwîst e em bi
gor viyana xwe qezenc bikin, aj bide. Ev, ji
nû de zayîneke rasteqînî ye; di nav mercên
welatê me de jiyana azad roj bi roj bi
viyana me ya puxteyî ve û bi çalakiya wê ve
pêkanîn e. Ji bo mirovekî nirxa herî pîroz a
ku mirov pê bide ev çalakî ye; bi rastî jî
nirxa herî pîroz ev hilgavtina azadiya mezin
e. Bijarteka jiyanê ya tikûtenê ku em
karibin ji mirovên xwe re pêşwazî bikin ev
bû, me karibû vê pêşkeş bikin. A girîng
dayîna vê bû. Ji bo vê xwîna ku hatiye
rijandin di cî de ye, êş û îşkenceya hatî
kişandin di cî de ye. Heke ku qîmeta wê bê
zanîn, mirov dikare xwe bigihîne bîçimê
jiyaneke ku tê pejirandin û welatekî hatiye
qezenckirin. Va, mirov jî ev e. Mirovê ku
dibêje “ez dixwazim bijim, ez dixwazim
çarenûsa xwe tayîn bikim’’ arezûyên wî jî ev
in, xwe çêkirina wî jî dîsa ev e, wisa dibe.
A hatiye çêkirin jî ev e.
Nexwe di sala 1993’yan de li hember faşîzma
12 Rezberê bi bersîvdayineke mezin, dema ku
me karibû peywirên xwe bînin cî, di vê
bingehê de destpêkê ji bo pakrewanên me, ji
bo êş û îşkenceya hatî kişandin, ji
berxwedêrên zindanê û yên çiyên re û ew her
kesê ku pê eleqedar dibe re ya herî baş
daniye rastê. Di vê wateyê de jî li hember
dîrokê bi eniyeke paqij û vekirî, li pêşberî
paşêrojê bi hêviyek mezin em radibîn û rê
werdigirin. Bêguman encam serkeftin e.
Bi gor para xwe hewl dam ku herî kêm xeta
çêbikim. Ew dilsoziya ku hemû heval nîşan û
guzarişt dikin, me afirand û pêş xist û hem
jî bersîvdana herî baş pê da. Bêguman
nirxandina jiyana me bi xwe jî xeta hîmî ya
van pêşketinan e. Mirovekî bi biryar û
sozdayî, pêwîst e hîle û hemû stemkariyên
dijmin zanibe; Li hember van derkeve, lê bi
dijderketineke ku bi hêsan nahilweşe û
nakeve esas bigire û xwe bigihîne asta
jiyanekê. Ev ne di bîçimekî, “ezê li ber xwe
bidim, êdî çiqas bihedirînim’’ de,
nêzîkatiya kesayetiyeke ku dibêje, “mitlaqa
emê bijîn û bidin jiyandin’’ de ye. Ji
awayekî din re cî tune. Ji mirina bêdem û
bêserkeftin re neqeb tune. Pêwîst e jiyan
her hebe, wê kes nikaribe vê ji destê te
bigire û bistîne: Me, di vê bingehê de
nirxdarî da jiyanê. Pêwîst e mezin birîdayîn
û qezenckirina jiyanê, qasî hêza ramana
mezin bûna xwediyê azweriyên mezin, hemû
daneyên jiyanê û azweriyan di vê bingehê de
ponijandin û ji derveyê vê, çi tiştên peyda
dibin re bê gotin, bisekine. Ger ji te jî
bingeh bigire, pêwîst e li hember vê rê nedî
çi kêmasî û nebesiyên herî piçûcik jî.
Şêwaza min ev e. Ger ku di vê wateyê de
nebesî pêk hat, divê kesayet xwe jî
nebexşîne. Da ku her kesî tevî vê bike,
xebat û şêwaza lêxistinê ya nehatî dîtin
biçespîne, heke ku pêwîst bike hemû pergalê
li hember xwe rakirin, tenê ji bo
qezenckirina mirovekî jî ger bi vê daxistina
her tiştî rastê û bi vî awayî li hember
jiyanê rêzdariyê selimandin şert e.
Qezenckirina wisa vegerandina rastîna mirovê
ku dibêje, “ez bi rûmet im û ezê bi namûs
bimînim’’ û va, ne bi gotina “ez jî heme, ez
jî mirovê vî welat û gelî me’’, xwe pêkanîn
hindek bi vê nêzîkatiyê çêdibe. Îro ev
desteka mezin ya gel, hezkirina mezin û
rêzdariya mezin ji ber vê egerê ye. Di
dîrokê de belkî jî cara yekem ew bêriya bi
her kesî re peyda dibû û nedihat pêkanîn, me
şensê pêkanînê dayê. Li rexmî hemû zorî û
îşkenceyan bextiyariyeke mezin ji vê
radibihîsin û pîroz dikin.
Jina herî bedew, heri bi qîmet û ya herî
zêde
divê bê hezkirin,
wê çawa derdikeve rastê
A herî mezin, qîmeta ku min da têkiliyê,
hêza dahûrandinê derdixiste asta netewî. Bi
îhtimaleke mezin piraniya we dîlên têkiliyan
in. Ji ber ku hun nebûne hêza çareseriyê,
hun di têkiliyê de xeniqîne. Tebî ev jî
dihêle ku ji asta milîtan û asta rêxistin û
şer re rê bide vekirin. Kesayetiyên ku ne
dirende ne û zêde nikarin vekirinan pêk
bînin, nikarin şoreşê çêkin. Kesayetiyên
wisa nikarin bûyera hezkirinê bigirin dest û
bedewbûneke wisa bijîn. Çavkaniya hezkirin û
bedewbûnê ka çi ye, di bingeh de di van
nirxandinan de veşartiye. Nêzîkatiya min ji
jinê re ta ji zaroktiya min vir ve, jinê,
hem dilkêş û hem jî hêwlnak dîtin ango jinê
pir xeternak dîtin, hem jî karîna girtina
taybetmendiyên wê ye. Min tim veqetandina
yên kirêt in, qirêj û dîl in û yên xweşik û
azad in, da çêkirin. Dema ku min xwest
Hinekan berteref bikim, min hinekên din jî
derxiste rastê. Ev, li ba min xetek e û îro
ev xet cîhanê kiriye du qet: Cîhana azadiyan
û cîhana dîlîtiyan. Hun dibînin ku ev, rê
vedike ji avakariyeke û vegûherîneke mezin
re. Yanî niha çi têkilî peyda nîn in ku
hindek ber bi azadiyê ve bibim ango bidim
pêşxistin. Heta dema ku kesayetiya keçeke
ciwan dadihûrînim, ger ku hindek mebesta xwe
di aliyê azadiyê de hebe, nevekirina wê
nikare bibe mijara gotinê. Jixwe ez diçim ku
derê, li wirê hema her kes radibe ser piyan
û zindîbûnek pêş dikeve. Hema her keçeke
ciwan hêz peyda dike û heta dixwaze ku xwe
qezenc bike. Teşeyê wê tê gûhertin, fîzîka
wê pêş dikeve, zimanê wê pêş dikeve, giyana
wê pêş dikeve û ev jî, ji hezkirineke rast
re rê dide vekirin. Dibe ku zêdetir nehatibe
ponijandin, Lê ew têkiliyên mirovên me
dikişînin, va wisa derketine rastê. Ger di
asta ezmûneyê de be jî, ji pirsa “divê
têkilî çawa bin’’ re hindik zêde bersîv tên
dayîn.
Di virê de vacek heye, behremendiya
nirxandinê heye. Qet ketina rewşa hestan û
çêkirina ketîbûnê ne mijara gotinê ye.
Rêzdarî heye. Mînak ez bi xwe, di bingeh de
pir sincî me. Heta ji yekî oldar bêtir
taybetmendiyên min ên sincî hene. Lê, ji
wanê dî zêdetir azadîxwaz im. Yanî ji
libatan û ew kesayetiyên ku wê temsîl dikin
re, bi azadîxwazî nêzîk dibim. Ger ku ev
jinek be, dibêjim, “divê ez vê tevlî cîhana
azadiyê bikim.’’ Ev jî şêwaza nêzîkatiyeke
pir teşedar e. Lê dêna xwe bidinê, gelo hun
wisa ne yan na? Hun dibêjin, hestên me hene.
Gelo hestên we çawa tevlî dibin? Di şêwaza
feodal de ye, an di şêwaza koledar de ye
ango di şêwaza burjuvaziyê piçûk de ye? Ma
pir zêde, neheq û bênaverok e? Ger di van
hemûyan de pîvan tune be, tê wê wateyê ku
hun xeternak in. Ez nikarim vê şêwazê
bipejirînim. Dibe ku şêwazeke we yê pir
girtî jî hebe, ez wî jî nikarim bipejirînim.
Ger tu hewqas girtî û hewqas bêdil bî, ezê
bibêjim, tu şoreşgerekî çawa yî? Mînak min
çawa dilê gelê xwe ji xwe re da vekirin?
Dilê we hemûyan jî wisa vedikim. Hunê
bibêjin, ma wisa dibe? Lê hun neçar in ku
xwe vebikin. Ji ber ku bi gora min dil nebe,
bûna şoreşgeriyê jî nabe. Yeka/î ku bibêje
“min dilê xwe hedimandiye nav dîrokê,
hedimandiye nav gorê, min dilê xwe bi tayê
pembû ve daye girêdan’’ nikare bibe
şoreşger. Vê çêkirin, li jiyanê heqaretkirin
e.
Di nav refan de yên ketî hene. Ger ku ev
fersend bibînin, dibêjin, “dê em birevin.’’
We, vê ji ku derê derxist? Va, zilamek ango
hinek ku li ciyekî tên hiştin, roja duyemîn
wan nêzîkatiyên ku bi çi rêpîvanan ve nabe
yek û ne di şoreşgeriyê re, ne jî nirxên
kevneşopiyê de peyda dibin, nêzîkatiyên
xistok nîşan didin. Dibêjin “em netebitîn’’
Va di nava me de jî derketin. Ev, ne hev û
dî pîrozkirin e, li pey azwerî û ajoyan xwe
çûyîn e. Şer pêş naxin. Rêxistin tune,
perwerde tune. Hev û dî peyda dikin û
dixwazin bixînin. Hinekên wisa derketin û ew
cezayê ku heq kiribûn dîtin. Di bingehê
cezakirina wan de, ne ku bi hev re têkilî
pêşxistin, xiyanet li peywirên xwe kirin
hebû. Ev nêzîkatiyeke zayendîtiya çawa ye
ku, te ber bi hilweşandina yekîneyê ve dibe?
Têkilî ava dikî, ji peywirê direvî. Ma qey
têkiliya jin-zilam ango ya zayendîtiyê
hewqas di çonayetiya sîxurtiyê de ye ku, te
ber bi xiyanetê ve dibe? Ango dema ku tu vî
digirî dest ma tu natirsî? Ger ku tu vî
dizanî, hingê tu çima têkiliyên xwe ber bi
aheng, hevseng, xurt û rastiyê ve nabî?
Tebî şêwaz girîng e. Tê gotin, “min xwe
kontrol nekir.’’ Piştre yê me dertê û wek
axayan dibêje, “min jinê dît, min lê
çesipand û revand.’’ Jin jî wek keçên ku ji
malê direvin radibe û dibêje, “min zilam dît
û ez reviyam.’’ Te mala me şewitand! Ma tu
reviyayî, baş e li paş çî ma? Wisa nayê
jiyandin. Ne zilamê wisa ne jî keça wisa tê
pejirandin. Lê çawa ku min got, di aliyê din
de şêwaza min a nêzîkatiyê ji pirsgirêkê re
heye. Her roj hewqas di nava hewldanan de
me.
Jina herî bedew, herî nirxdar, herî ya
pêwîst e jê bê hezkirin wê çawa derkeve
rastê? Ev pirseke baş e. Yên ku dibêjin,
guneh e, nêzîke jinê nayê bûyîn, di bingeh
de yên ku dibêjin, “dest li jinê nayê
dirêjkirin’’ hene. Ev tê çi wateyê? Tu şerê
jiyanê didî. Jin jî perçeyekê jiyanê yê nayê
veqetandin e. Lê ev tiştîn ku dibêjin, dest
lê dirêj nekin û tevlî nebin, hev û dî
xistin e. Teşeyekê din nafikirin. Ji hemûyan
re navê “têkiliyên çilvirînê’’ danîne. Ji
her têkiliyê re navê “têkiliyên çilvirînê’’
dayîn, di kîjan pîvanê de rast e? Erê,
têkiliya çilvirînê heye, têkiliyên revandok
hene, têkiliyên qasî xiyanetê xeternak hene.
Lê bi ya min, ji her têkiliyê re navê
têkiliyên çilvirînê danîn hindek zor e. Niha
li ser zimanê hemû PKK’ê ye. Di dema pêş de
ezê ji bo vekirinê hewl bidim. Çarçove diyar
e, naverok diyar e, armancên wê diyar e;
muhtemelen bi her awayî nirxan xurt dike. Di
vê bingehê de pêşketina têkiliyekê pêk
hatiye. Ew çilvirana di virê de çi ye?
Bûyereke tevlîbûnê, bûyereke hezkirinê ,
heta bûyera evînê pêş ketiye. Ev tev têgînên
nû ne ango têgînên ku hewl tê dayîn ji nû ve
bên pêşxistin in. Na, dest bi dest dana hev,
nizanim di kîjan libatî de peydabûn, bi
teşeyekê xeternak û çilvirîn de tê
nirxandin. Tam nexweş!
Niha ez di virê de qala têkiliya zayendîtiya
bêteşe nakim. Bila şaş neyê fêmkirin. Lê
bûyereke flort a jirêzê, yanî ji hev û dî
hezkirin û mijara hêz wergirtinê, hema di cî
de têkiliya çilvirî hesibandin xeternak e.
Na, ji ber ku ev di nava me de weke xiyanetê
tê destgirtin, dibe ku wisa bin. Lê ku di
şêwaza em pêş dixin de bin, wisa nabin.
Jineke ku bixwaze ji zilamekî hez bike,
dikare hez bike. Dîsa zilamek dikare bixwaze
di astên curbecur de ji jinekê hez bike. Ger
tu astenga hezkirinê ji xwe re deynî,
astenga tevlîbûnê ji xwe re deynî, hingê tu
çiqas azad î? Ma feodalîzmê jî vê nedixwest?
Lê yên din jî mirov nikare birame, bi
gotineke “min ji vê jinê re( ango zilamî re)
tebat nekir, min xwe wenda kir’’ nabe! Yanî
çawa dibe? Ma viyana azad dikare vê
bipejirîne? Ma rast e ku kesayet xwe di
têkiliyan de hewqas di rewşên nesaxlemî de
bihêlin? Tebî kesek jî rast û durust
wêrekiya dest avêtina van tiştan nîşan nade.
Ya pir kevneperest û muhafezakar dimînin
ango dema ku fersend peyda dikin hev û dî
direvînin. Ya jî di rewşa qîmpêanîna
têkiliyên pir erzanî de mayîn heye. Ev ne
nêzîkatiyên rêzdarî ne, li hember jiyanê.
Mirovê Kurd dema ku ji nû de vedijî, divê ji
hemû têgînan re nêzîkatiyên nû û rast
çêbike. Pêwîst e em hem naverokê pêş bixin,
ango di vê mijarê de pir wêrek bin. Em ew
kes in ku jiyana xwe danîne rastê, xistine
vê oxirê û ji her pirsgirêkê jiyanê re
wêrekane nêzîk dibin. Di vê mijarê de em
xweperest nêzîk nabin. Ji ber ku hun
fedaiyên gel in. Mirovên fedaî wê çima
xweperest û xudbîn nêzîk bibin? Mirovekî
wisa azad, zadegan û paqij nêzîk dibe. Çima
ji bo jinê tim tê gotin, nêzîk nebin pir
xeternak e? Çima tê gotin, bi qedal e û
zilam bi xwe re dibe? Yê li pêşberê we ya
herî hindik mirov e. Çima wisa bibe? Ev min
ditirsînin. Carna ji xwe re dipirsim, “gelo
ez şaş dikim, ma hewqas qîmet dayîna van
keçan rast e?’’ Yanî ramana min tim wisa bi
dudilî û nakokî pêş dikeve. Ma çima nebe û
heta çima neyê vegerandin çavkaniya jiyaneke
derasayî? Tebî ev di heman demê de şerê
çînayetî yê mezin e. Hê jî her roj em pê
mijul dibin û her roj em ditêkoşin. Yanî
rewş pir eşkere ye, tê gotin hun serbest in.
Kîjan ji we têkiliyeke ku mirov jê re
bibêje, bravo dikare ava bike? Va çend heb
hevalên me yên weke ku em bi teşeyekê “va,
keçeke me ya ciwan xwe azad girt, xwe
nexist; di têkiliyên bi zilaman re û her
awayî têkiliyên xwe pîroz girt’’ karibin
binirxînin hene?
Bi zilaman zêde ewleyî nîn e. Pîvan tune,
rêpîvan tune. Tê çi biki ji zilamekî wisa?
Tê dîtin ku di virê de şerekî rişt mijara
gotinê ye û ev we tevan nêzîk de eleqedar
dike. Hemû tiştên ku ez dikim, ji pirsgirêkê
re hindek zêde nêzîkatiyekê wêrekî nîşan
dayîn e. Hem ewle û wêrekiyê didim, hem jî
bi dahûrînên mînak pirsgirêkê hindek
vedikim. Tebî hun jî dikarin hindekî din
wêrekdar tevlî bibin. Bêyî ku hun pirsgirêkê
çep û rast bikişînin ango bikevin nav
lîberalîzma burjuva yê kevneperest û xistok,
divê em karibin şêwaza xwe derxin rastê. Di
bingeh de ev babetên wisa ne ku divê zêdetir
berfireh bên gotûbêjkirin. Lê hinek babet
hene ku em dixwazin bi rengekî kitekit
bigirin dest. Ez, ji van hemûyan re tenê di
asta hilkefktinê de nêzîkatiyekê nîşan
didim.
Pêwîst e ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîvên
berfireh bên dayîn. Di vê mijarê de hêza
kesan hindek jî bi dahûrîneriya ku bikevê ve
girêdayî ye. Di virê de ji yê herî
bawermend, ji yê herî kevneperest bêtir
sincî û ji yê herî ku dibeje, ez azad im
bêtir azadbûn pêwîst e. Di vê mijarê de ew
helwesta ku em dibêjin, ya herî saxlem e,
divê baş bê fêmkirin.
Yek jî em di qonaxa şoreşê de ne. Ev
têkiliyên ku niha me ava kirine, ne
têkiliyên asayî yên pergalê ne, têkiliyên
destpêkirinê ne û têkiliyên qonaxeke dîrokî
ne. Têkiliyên ku bi we re ne, nikarin bibin
têkiliyên ketûber. Yanî bi taybetî serokatî
nikare têkiliyên taybet û takekesî pêş bixe.
Ji têkiliyên taybet û takekesî zêdetir berê
xwe dide welat ango nêzîkatiyên ku hemû
zayenda jinê eleqedar dike pêş dixe. Divê
asta jineke giştî, taybetmendiya jina giştî
wê çawa be, teşeyê têkiliyên ku pêwîst e bên
hezkirin wê çawa bên avakirin? Ger hun bala
xwe bidinê çawa ku hun di labaratuarekê de
nirxekî didin afirandin wisa li van
têkiliyan dinêrin. Ev bi gotineke, hema em
têkiliyeke taybet ava bikin nabe. Ev kar,
“hema em hev û dî wisa girê bidin’’ ve jî
nabe. Gelek tişt wê bên gotûbêjkirin û bên
nirxandin. Wê li dawiyê ya herî saxlem, ya
ji netew û gel re bibe mal û di asta
pêşkeşiyê de ji civakê re bên pêşwazîkirin
dimîne. Pirsa “têkiliyên jin-zilam ên
saxlem, têkiliyên hevalbendiya saxlem,
têkiliyên saxlem ên li ser bingehê viyana
azad, têkiliyên paqij, bi rûmet û bi
azwerî’’ wê çawa bin, sotîner û girîng e.
Dema ku ev tev tên nirxandin, em peywiran ji
bîr nakin. Peywirên rêxistinî, peywirên
çalakmendî, her cure peywirên perwerdehiyê
qasî şer zor in. Yanî pêşxistina têkiliyên
civakî û pêşxistina têkiliyên hestiyarî zor
in. Hest bi misogerî ne karê kesayetên lewaz
e. Karê şervanên mezin e. Hest, ger ku
bingeh ji pergalê digirin, bêşik paşverû ne.
Berevajî ger ku bi azweriyên şoreşger yên
mezin ve girêdayî bin, pir nirxdar in. Çawa
ku min got, her hest û her têkiliyê wek
“nîşana çilvirînê’’ bi nav kirin, jê kirin û
avêtin xeternak e.
Em, ber bi çûyinê ve di bûyera Kurd de
dahûrandin û gihîştina jiyana nû pêş dixin.
Afirandina hezkirinê, diyarkirina asta
rêzdariya mirovan û sererastkirina têkiliyên
jin-zilam gihîneka herî girîng a vê ye. Pir
eşkere ye, bi tonan nêzîkatiyên zilam ên
nayên pejirandin hene. Dîsa wek deyzekê
nêzîkatiyên kole yên ku bingehê ji keçan
digirin hene. Heta ku em van tevan bi pergal
nekin, emê kengê karibin partiyê bînin halê
pêşeng partiyê? Ma em nikarin di Kurdistan’ê
de ji hêz û sazgehên mêtînger li benda
çareseriyê bimînin! Modela jin a Tirk,
modela jin-zilam a Tirk, modela kemalîst çi
da jinê? Dikare çi bide me? Heta emperyalîzm
dikare çi bide? Kevneşopiyên malbata feodal,
welat anine çi halî li rastê ye. Wê her
tiştî tu pêk binî. Ji ber vê yekê ya ku hun
ji min bixwazin nêvengeke zêdetir azad,
gotûbêj û ramandina zêdetir azad û rasteqîna
tevlîbûna zêdetir azad e. Ev jî hene. Niha
em wisa pêş dixin. Bi kêr tê, pêşketin jî
watedar in. Hun ciwan in, hê gelek riya hun
wergirin heye. Hun, weke jinan xwe zêdetir
pêgirê kûrbûnê bikin. Xwe bînin halekî
piralî, bi viyan, hatiye ronahîkirin û xurt
bûye. Ji hemû aliyên xwe re, ji her
taybetmendiyên xwe re di wateyekê daringî û
arişî de teşe dayîn pêwîst e. Yani her
têkiliyê ku êdî ya we ye, hun dikarin bixin
rojevê. Ev xwe peydakirin e, xwe heyî kirin
e. Çawa ku tê gotin “jin navê xwe heye , bi
we nîn e’’ ya divê tenê ne bi “nav heye’’
qîm bê anîn, gihiştina rasteqîna “bi xwe jî
heye’’ ye. Ez pir zêde eleqe nîşanê vê
didim. Yanî jineke heyî derxistina rastê,
jineke wisa heyî kirin bûyereke pir girîng
e.
Di nava me de jin pir kirêt, pir xeternak e.
Jina ku wê bibe heyî bûyereke pir bi nirxdar
e. Pêwîst e ev neyê çelexwarîkirin û ji
qîmeta wê neyê daxistin. Jinekê heyî kirin,
heyîkirina netewekê ye; partiyê dana
azadkirin, jiyanê gihîştandina hêzeke rewneq
e. Lê çawa ku min got, ev yek di wî teşeyê
ku hun dikin de qet nabe. Ev bi salan e ez
pê mijûl dibim, lê heya niha jî tam pêk
neanîme. Hê jî ez zorê didim xwe. Jixwe
malbat damezrakeke ku me diqedîne. Heya ku
girêdan bi her awayî neyên pêşxistin, ma ez
dikarim xwe tevlî nava çerxa wê bikim? Yeka
ku di malbatê de, civakê de û hem jî di bin
navê têkiliya azad de min hewqas bixwe,
bixeniqîne û biqurtîne, di vê rewşê de ma
çima ezê xwe pê de berdim? Ezê bimirim, lê
ezê xwe saxlem bigirim.
Niha ev pirs ji bo we bêtir sotîner e. Kê bi
destê we bigire, roja duyemîn dikare we
bixîne. We kîjan zilamî pêş xist? We kîjan
zilamî gihand viyana azad û wekhev? Hun
çiqas pê ewle dibin? Divê ji bo vê yekê hun
hindek xwe lêpirsîn bikin. Beriya azwerî û
hestan divê hun bibêjin, “ev têkiliya em pê
rû bi rû mane çi ye?’’ Ez dibînim ku hun tev
hindik zêde hatine xapandin û piştre jî ev
li serê min dibe bela.
Tebî pêwîst e mirov rêzdar be. Hindek di
asta netew de birame. Jina rastîn puxte bi
puxte pewîst e wisa be, divê bibe alîgir û
hêza çareseriya jiyanê. Kîjan hevala me ya
jin vê yekê ji xwe re kiriye pirsgirêk? Ev,
qet ne diyar e. Heye yan tune ye, ma xwediyê
nêrînekê ye, xebata wê heye yan na? Ez hizir
nakim ku bi min jî têdigihîjin. Li paş min
bi awayekî, li pêş min bi awayekî. Ez
wateyekê jî nadimê. Va, çawa ku min qala wê
kir, ew têkiliya feodal, tîpê ku têkiliya
mal-mulkê diçespîne, dixwaze bi wan
numereyên jineka sihêl girê bide. Ya min
hindek hêza min heye. Bikaranîna vê hêza min
ve, yekser û bi teşeyekê pir kerax dixwaze
were ser kar. Li ser wê zayendîtiya ku
pêwîst e azad bê jiyandin û bibe rûmeta
mirov, siyasetê ava dike. Va, wisa dibêje,
“zilamê Kurd bi zayendîtiyê ve pir girêdayî
ye, wisa dikare bê kirîn; yek jî ji bo jinê
gelşa namûsê ye.’’ Wisa destgirtina
zayendîtiyê, bêsinciya herî mezin e. Sinc û
namûs di ku dera vê de ye? Tebî dema ku ez
vê napejirînim, tê gotin “çima ev zilam wisa
ye?’’ Wê vexwendiyê azadiyê dikim, tê gotin,
“naxêr! Em tenê dikarin zayendîtiya xwe
hewqas bazar bikin.’’ Ez dibêjim, naxêr! Tu
tenê dikarî zayendîtiya xwe bi xwezayî bijî.
Ger tu bi xwazayî nejiyayî, tu sextekarek î!
Gotinên mîna, “hewqas xweperest, hewqas
xwediyê mal-mulk’’ di nav çemka min a
şoreşgerî de cî nagirin. Şer di vê bingehê
de hindek pêş dikeve û tund e. Di bingeh de
ji lêkolînê re mijareke nirxdar e. Yanî
viyana azad bi hêsanî pêş nakeve. Tê gotin,
“Çima hewqas li ser vê disekinin?’’ Helbet
pêwîst e, em li ser bi berfirehî bisekinin.
Heta hun çima tevlî nabin, hun çima li pêş
dibine asteng, divê hun hindek vê fêm bikin.
Lê min sepandiye ku qîmeteke mezin didim
azadiya we. Viyan û zanebûna we ya azad serî
rakirî ye. Derfet û fersend ketine dest. Hun
nikarin înkar bikin ku jiyana niha ji ya
kevin bi qîmetir e. Jiyana niha pir
bilindtir e û biryara we pêş dikeve. Ev jî
bingehê rêzdariya mirov e.
A ku em dikin, şerê heyînê ye
li hember her tiştê ku li ser jiyanê gefê
dixwin
Ev gotûbêj wisa bi rê ve diçin. Hun jî
berfirehî tevlî bibin. Ez hizir dikim ku ji
pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîvdayîneke ku ji
hemû netew re bibe mal û heta nirx tevlî
mirovatiyê bike, gengaz e. Ez hewl didim ku
çarçoveya gotûbêjê wisa bidim pêşxistin.
Gelo hêza nêzîkatiya we çawa ye? Tebî eleqe
û nêzîkatiyên we jî qîmetekê diderbirînin.
Ji ber ev ne wisa ye ku karibe yekalî pêk
were. Divê hun xwe tevlî bikin. Hizir dikim
ya herî rast ev e. Kêmasiya xwe heye yan na,
nizanim. Dibe ku hinek babetên zêdetir
bixwazin bên vekirin hebin. Di destpêkê de
jî min got. Derfetên ku hun dikarin herî
zêde rehet bin, ji her pirsgirêkê girîng re,
ji her tiştekî ku wek tabûyê tê dîtin re pir
hêsan nêzîkbûnê nîşan bidin hene. Em dibêjin,
çi bextewarî ye ku bi destê xwe em ji nû ve
mirovên xwe diafirînin. Mirovatî vê fersendê
bi dest girtiye. Ez rewşa we nizanim. Rewşa
min ji bo gotûbêjkirinê hindek derfet dide.
Weke kesekî li pêşberî we hem wêrekî dayîn
hem jî, bûyîna min di hêza çareseriyê de
zemînekê pêşkeşkirin mijara gotinê ye. Hunê
vê rast binirxînin. Di her halî de hunê
gelek hêz bigirin û tebî di vê navberê de jî
tevlî bibin. Hun tev dikarin bibin namzetekê
hevalbendiya baş.
Di rewşa we de gava ku têketina têkiliyan
pêk tê, bi îhtîmaleke mezin bi aliyên rizî
ve, yên ku ne saxlem in têketin çêdibe. Yanî
di bingeh de ya ku tê parastin, ew genên in
ku we bi pergalê û bi rasteqîna civakê ve
girê didin. Cewaziyeke min a din jî di virê
de dest pê dike. Min xwe bîst salan bi
rengekî rewneq tevlî têkiliyan kir. Mirov
dikare bibêje ku di nava yên heyî de, ev
şêwaza tevlîkirina herî xurt e. Ez bi hemû
heza xwe ve ji lîstikê re heme. Ji bo
avakirina rêxistinê bi hemû rişta xwe ve
heme. Li gelek elemanê rêxistinê dinêrî, wek
fantaziyekê dibînin, weke ku demên xwe yên
vala binirxînin dibînin. Dîsa dibistan û
malbata wan, çareçar didome. Cewazî di vê
derê de bû. Şoreşgertiyê weke fantaziyekê,
weke luksekê, weke modayekê layiqê xwe
didîtin. Tebî dema ku ev wisa dibû, ew
têkiliyên ku digotin şoreşgerî ne, di
qîmeteke ku pir xapînok, ji puxte qut, zêde
kûrbûn nîn e, bi rehetî tê karanîn, pê tê
leyistin û tê hêliştin dima. Di vê xalê de
berxwedêriya me her ku çû pêş ket. Her wekî
ku şoreş, tiştekî herî nirxdar e, wê gavê
divê mirov bi hemû hêza xwe û bi hemû aliyên
herî nirxdar ve xwe tevlî bike. Hun dizanin
ku ev vegeriya şerê rêxistineke mezin. Me bi
rengekî rewneq biriya xwe da ser rêxistinê,
afirandina rêxistinê, ew hêza ku me di
têkiliyên takekesî de nikaribû pêk anîba,
lêgerîna nav rêxistinê da ku em pêk bînin,
pêşxistina bîrdozî û siyaseta nav rêxistinê
û tim û tim da pratîkê. Ev ji çi re bersîv
e? Ev, di bingeh de ji pergalê û di nava
pergalê de ew hevalbendiya ku me nikaribû
peyda bikira jê re bersîvekê mezin bû.
Li wirê têkiliyên xwe yên bingehîn di gelala
romanê de datînim rastê. Ger hun bala
bidinê, di şêwazeke pir balkêş de ye. Di
aliyekî de eleqeyên min ên rewneq,
nêzîkatiyên min û heza min a kêşvan, di
aliyê din de jî kevneperestiya awarte ya
aliyê dijber, sarîtî û xeniqokî ya wek
qeşayê, di bingeh de rewşeke ku wê bi ku
derê ve bibe nediyar e... Bi can e yan ne bi
can e, ew jî ne diyar e. Carna wek marekî
gezoker, dîsa carna wek marekî sar, lê dîsa
jî kişkişînek heye. Ez çima dev jê bernadim?
Ew çema vê şêwazê terk nake? Gelala romanê
hindek jî vê têkiliyê di naveroka xwe de
peyda dike. Ji ber vê yekê bingeh digire: Di
bingeh de gengaz e ku têkilî neyê avakirin,
dikare hema di cî dê terk bike, lê dikeve
pey. Taybetmendiyekê din jî, va di vê derê
de ye. Heya dawî neanîna têkiliyekê dev jê
bernedan ango ka çi ye û ne çi ye, eşkere
kirin heye. Baş be baş e, xirab be xirab e;
ger bije bide jiyandin, ger bê avêtin
bavêje. Bêtêkoşîn, bêhesab, bêlêpirsîn dev
jê bernedan, lê di heman demê de
qedandin...Yanî şêwazake têkiliyê... Ne her
tiştê xwe di oxira wê de bişewitîne, ne jî
nişkave xwe bide şewitandin! Na, hewl bide
ku tu aliyê dijber fêm û çareser bikî. Bi
hizra min ev, di heman demê de şerê
têgihîştina peyvê ye, pêvajoya rexnedayîna
wê ye. Ger bê dîqatkirin rexnedayîna li wê
derê pir balkêş e. Têkiliyê kom û partiyê,
di komê de têkiliya jinekê û li wê derê
têkiliya şer bi pergala civakî re pir bi
hostayî, hem jî bi hedan û eleqeyê tê
birêvebirin. Bi gor rêpîvanan tevgerîn, ger
ku bi qasî serê derziyê puxteya pêşketinê
hebe ji bo girtinê hewl dayîn, têkiliyeke ku
hevalên milîtan yên nirxdar rojekê jî
nikarin bitebitînin ango nêzîkatiya ku
dixwestin bi mirinê ve ceza bikin, deh sal
bi xedarî û ber bi çûyînê ve di astên
bêhedar de wêrekî nîşandana jiyandinê heye.
Tebî asta vê ya dewletê, herifandina li ser
rêxistinê, lê bi vê ve girêdayî pêşketina
rêxistinê jî mijareke nirxandina siyasî ya
cuda ye. Ev der ne karê wêjeyê ye. Di encam
de çi derket? Rexneyeke mezin li ser
malbatê, dahûrîna jinê, ji vê derê pê ve
encamên ku gihîştin çêbû; yanî encama “divê
têkilî çawa bin’’ derket.
Asta têkiliyên di navbera mirovên Kurd de çi
ye? Korgirêkên têkiliyê, têkiliyên mirî,
têkiliyên bi tayê pembû ve girêdayî, îcar
têkiliyên ku bi nirxên bilind ên bingehîn ve
nehatine girêdan, pergala têkiliyên li welat
û gelê xwe xiyanet, a ku bêhêz dikeve, ji
dijmin re lavelav dike, pêşkeş dikişîne, wê
çend pere bike? Di vê bingehê de têkiliyên
jin-zilam çi ye? Ev têkilî li derdora
zayendîtiyeke bêteşe hatine avakirin. Me vê
yekê baş derxiste zelaliyê: Dixwaze di
jiyana gund de, dixwaze di ya bajar de, di
bûyera Kurd de ji berjewendiyên bingehîn ên
netewî, siyasî, çandî, heta civakî û aborî
hewqas dûrxistin pêk hatiye ku, di vê
bingehê de tunebûna nirxan di astekî hewqas
pêşketî de ye ku, di destê mirovan de tenê û
tenê ajoyên wan ên bêteşe mane. Ev çi ne? Ev
ajoyên bîrçitiyê ne, ajoyên zayendîtiyê ne.
Dema ku ev jî di bîçimekî herî bêteşe de tên
peydakirin, bersîva wan dibe “ya rebî şikir,
em îro jî ter bûn.’’ Di vê bingehê de qîma
xwe bi nanekî ziwa û girarê bîne! Dîsa bi
têkiliyeke jin-zilam ê herî bêteşe mal û
mulkê esas bigire! Lêgerîna xweşiktiyek herî
piçûcik û civakbûnê nîn e, îcar ramandineke
girêdayî bi bingehê siyasî ve qet nîn e. Çi
ma li paş? Ger te xwarineke savarê peyda
kir, ji te re bravo! Ku te jin ango zilamek
peyda kir, wê tu bibêjî “hebûn û tunebûna
min ev e!’’ Bi rastî jî encam ev e. Dema ku
tişt bi yekî tê dibêje, “hebûn û tunebûna
min çû.’’ Xwe qediyayî dihesibîne. Ma cîhan
hewqas e? Çi hat bi cîhana siyasî? Cîhana te
ya leşkerî heye yan na? Cîhana te ya çandî û
felsefî li ku derê ye?
Em dikarin bêtir vekin. Ma cîhan qet nîn e?
Di mirovên Kurd de cîhan nîn e. Ji ber ku
dijmin her tiştî ji dest girtiye. Ger bê
dîqatkirin, rewşeke giyanî ya ku dijmin
afirandiye heye. Bi taybet jî malbat
vegeriyaye damezrakeke mezin çelexwarîkirina
mêtîngeriyê ango xistinê. Di vê dere de ji
têkiliyê jin-zilam zêdetir, têkiliyeke
rencdar, nayê kişandin û jiyanê jehr dike
mijara gotinê ye. Ez bi xwe ji vê têkiliyê
reviyam û bûm şoreşger. Her ku min têkilî û
jiyana nayê tebatkirin ya di malbatê de
didîtim, diketim nava erjengê û min xwe
diavêt Enqerê, dibistan û şoreşgertiyê.
Malbata Kurd kêm-zêde malbateke wisa ye.
Dibe ku hinek malbatên hevkarmend cuda bin,
lê asta gelemperî wisa ye. Ez hizir dikim ku
ya min jiyaye di ve mijarê de jiyana herî di
quncik de ye; teşeyê têkiliya rewşa herî
xizan, herî zor û herî bêîdîa ye. Her wiha
ji van têkiliyan bi lezginî qut dibim. Ev
têkilî ji min re qet tiştekî belên nakin,
hingê dive ez bi xwe biafirînim. Yanî bi xwe
birame, bi xwe peyda bike. Ev jî, di pîvanên
awarte de rê vedike ji hewldanên min ên rê
vekirin ango gihîştina nirx û şêwaza
şoreşgerî re. Ez xwe ji her kesî zêdetir
neçar hîs dikim. Ev dibe eger ku ez xwe
tevlî bikim, hewldanên xwe biponijîn bikim,
hema hema bi her awayî peywirên şoreşê
hembêz bikim. Teorî be teorî, çek be çek, ev
yek dibe neçariya peydakirina her tiştî.
Me di dirêjahiya vê pêvajoya nirxandinê de,
ji bûyera nehezkirina mezin re pênase çêkir.
Min nihêrî ku, rasteqîna ku ez dijim,
rasteqîna netewekî ye. Dema ku min wê
rasteqîna rizîbûyî, êdî wisa bûye ku di
derbarê wê de gihandina biryara “mirî ye’’
çêbûye ango fermana “wê bê kuştin’’ hatiye
dayîn dît, wa hingê ber bi vejînê ve rê
wergirtin û xwe bi gor wê afirandin pêwîst
dikir.
Dîqat bikin, wateyeke hewldanên min ên din
jî, hewldanên vejînê ne. Ez vî navî hê lê
nakim, hewldanên zindîkirinê ne. Hema hema
her tiştê ku derdikeve pêşberî min
perçiqandî, çilmisî, bêîdîa, bêeleqe, bêcan,
hindek ji jiyanê dûr e. Jiyan bi min re hêz
qezenc kir. Çima? Ev jî niha li Kurdistan’ê
bûyereke mezin e. Min xwe çawa vegerand
çavkaniya jiyanê? Ez barkêşê ramanê me; min
xwe xistiye rewşa barkêşê hest, azwerî, hêz,
çek bi kurtasî her tişt î. Ev tê çi wateyê?
Ev, li hember dijmin ango li hember her
tiştê ku li ser jiyanê gef dike, şerê heyînê
ye. Di vê mijarê de hewqas mezin dikim ku
zorê didim asta netew û heta derbas dikim.
Hun dibînin ku, di vê bingehê de têkilî li
ba min bêtir berfireh in; li ser bingehê
zanistiyê ye, bingehê sincî û felsefî nû ye.
Ya herî girîng jî bi hêz ve girêdayî ye.
Yanî têkiliya şêwazeke şoreşger e. Bi şer
diafirînim û her tiştî di vê bingehe de
belav dikim. Min xwe arasteyê pirsgirêka
têkiliya jinê kir; di wirê de min berê xwe
da koletiyê, bûyera kolekirinê û
mal-mulkirinê. Min di hingekî de gelek
endamên azad derxiste rastê. Di berê de ji
jinekê pir û pir direviyam. Tê bîra min,
diçûm ba melê gund û jê dipirsiyam, “jin di
dawetê de dileyizin, ez li wana binêrim ma
guneh e, yan xêr e?’’ wî jî digot, “di sêsed
metreyî de dikarî binêrî, zêde guneh nayê
jimartin.’’ Ez yekî wisa bûm ku, di qonaxekî
de vê dijiyam. Lê niha ji pirsgirêkê re
tevlibûneke min a awarte heye. Di berê de
pir pir keçeke ciwan û xortek ku dihatin ba
hev hema digotin, “me hev û dî eciband, me
çav berda hev’’ û diçûn. Niha hun dibînin:
Qismê jinê hewqas pêşketiye ku, keçên ciwan
ên ku ji koletiyê rizgar bûne li hawîrdor me
kom dibin, têkiliyê milîtan pêş dikevin,
dibine artêş, hema hema baz didin hewldanên
bi her awayî. Asta pir pêşketî û lêgerînên
têkiliyê pir pêşketî hene. Hun tev ji
dikarin têkiliyên pir berfireh pêş bixin.
Wisa nirxandinên pir teng nîn in, yek jî
hevalbendiya pir berfireh û rewşa avakirina
hevalbendiyê heye.
Hevalbendiya ku piraniya we di keviyê de
derbas nedibû û hêz pê re peyda nedikir, em
çawa pêş dixin? Dema ez hê zarok bûm azwerî
ya min bû; min digot, pêwîst e jin jî di
lîstikê de be, di jiyanê de cî bigire. Niha
em ji vê re bersîva herî berfireh didin.
Rasteqîna jinê ya ku civak derveyî dikir,
niha bi têkoşînê hêdî hêdî xwe tevî nava
jiyanê dike. Di berê de têkiliyeke jinê
têkiliyekê zayendîtî yê herî bêteşe bû.
Zilam ango jina herî gewre di vê mijarê de
bi têkiliyeke pir bêteşe nêzîkê hev dibûn.
Jixwe zewac jî wisa ne. Ez hizir nakim ku
zilamekî Kurd di keçeke Kurd de hêza ramanê
bigere, bawer nakim ku hêza gotûbêjê bigere.
Jixwe tiştekî wisa jî ne gengaz e. Çûyîna ba
hev, bi teşeyekê tu kê yî, çi yî pirskirin
jî tune. Ji dûr ve bi îşaret û nîşanên birû
û çavan derbirîna ecibandinekê mijara gotinê
ye. Ango nêzîkatiyeke wan hestên ku dikarim
bibêjim kevnare û di hinav de pir zêde hatî
xwedîkirin bi teşeyekê “rojekê emê hev
bibînin û bigihîjin hev’’ serdest e. Di
bingeh de min van tevan hilweşand û şikand.
Xeyalên hesretê çî ne? Hestên kevnesale çi
ne? Heta ez dibêjim, ev tev xeternak in. Ya
ku tu bijî, bije, rast hez bike, hezkirina
xwe eşkere bike. Tebî dema ku ez hezkirinê
eşkere dikim rêpîvanan datînim. Li wirê te
dikişînim ber bi welatparêziyê, azadibûnê,
partîbûnê û şerkirinê. Ku tu egît bî, di
hezkirin û azweriya xwe de xurt bî, li wirê
xwe nîşan bide. Egîdî di van sehayan de
dibe. Ji ber ku ev nebin, tu ne tiştek î,
penç pere qîmeta hezkirina te nabe.
Tebî ev bankirinên bi îdîa ne, bahaneyên
egîdiya rasteqînî ne. Ku hebe, ji têkilî û
rasteqîna keçên ciwan û xortan re wê tu
bibêjî biravo! Ku pêk neyîne, jixwe miriye.
Ango wê jiyana xwe deyne rastê û hezkirinê
qezenc bike. Dema ku ez li derdora hewqas
ban mirovan dikim mafdar im ango bi esasê
têgihîştî me. Jiyan di vê bingehê de tê
qezenckirin. Her wiha yên puxtedar in tevlî
dibin. Ev şêwaza têkiliyeke nû ye. Keça
ciwan a ku dibêje, “ez egîd im, bi îdîa me’’
wê li ba min be. Wekî din çare ya wê nîn e.
Ji ber ku di vê qonaxê de yê ku vê mijarê
herî zêde pêş dixe, zelaliyê dide
qezenckirin û rast tevlî dike ez im. Yanî
dema tê gotin, bûyera serokatiyê ve xwe girê
bidin, tê vê wateyê: Serokatî di aliyê
dîrokî û civakî de, di vê qonaxê de dibe
hêza hîmî ya dahûrîner. Hêz û têkiliyê din
zêde mirov nadin jiyandin. Ew têkiliyên we
yên ku bi rêxistin, zilam, jin, malbat ango
rêveberiyê re hene, yanî çawa dibe bila
bibe, di her aliyê de têrbûnî çênake.
Aliyekî vê yê din jî, zêde hezkirin û
rêzdarî tevî jiyana mirov nake. Çima? Ji ber
ku kêm e û serkeftina xwe tune. Zilam
bawêriya xwe ya şoreşê hebe jî, ka wê çiqas
karibe çêbike diyar e. Ne şoreşgerekî xurt
e. Ji ber vê yekê jî nikare te bigire,
nikare bi te têbigihîje. Tu jî zêde nikarî
têbigihîjî û bigirî. Ev nakokiyeke ku li
benda çareseriyeke rastînî ye. Helbet yê ku
li çareseriyê digere di têkiliyan de jî xurt
e. Yekî ku çareseriyê di esas de hel dike,
têkiliya jin ango ya jin-zilam rast digire
dest û dikare berekî rast bide têkiliyê.
Hezkirina ku bi welat û çînayetiyê ve nayê
girêdan
ne tu tişt e
Me di Axaftinên Tirmehê de hinek bingehan
danî. Me di salên borî de jî heman tiştan
got. Ew rast bûn û niha jî bûne dîrûşme.
Hezkirina ku bi welat û çînayetiyê ve nayê
girêdan, ne tu tişt e. Ji bo ku girêdan pêk
were, helbet pêdiviya hewldaneke puxteyî
heye. Di axaftinê de dixwaze, lê di pratîkê
de berevajî pêk tê. Wê tu çi bikî ji xort
ango keçeke wisa? Têkiliyên wan çend pere
dike? Ber bi hezkirinê ve nabe, dikuje,
dişewitîne. Tebî ez dibêjim ev, bersîvên ku
me ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re dayî ne. Rast
e, zor e; hezkirin qasî şer zor e.
Afirandina hezkirinê, avakirina hezkirinê,
pêkanîna jiyaneke ku hezkirinê bingeh
digire, tê wateya ji şer bi serkeftin
derkitenê. Ev jî beramberê avakirana artêşê,
avakirina rêxistinê ye û bi misogerî ji
peywiran re bi serkeftin bersîv dayîn e.
Piştî wan mafê we yên ji hev û dî re qîmet
dayîn û pêşwazîkirina hezkirenê dikare hebe.
Çawa ku min got di vê mijarê de durûtî û
seransertiyê re zêde cî nîn e. Jiyan ji te
re pêkanînê şert dike. Tu pêk bînî dikarî
bijî, tu şer bikî dikarî bijî. Her ku jiyan
azad dibe, pêwîst e bê hezkirin û mirov jî
bêyî vê nabin. Hunê bibêjin hê jî li derdora
van pirsan diponije. Lê kê mafê xwe yê
jiyanê heye, kê alîgirê azadiyê ye, kê maf û
wateya wê didê û kê sexteyên vê ne? Dahûrîn
bi şev û roj bi vê ve mijûl dibin. Hun bi
navê endamên azadiyê ku ji qadên curbecur
hatine, bi pirsgirêkên curbecur derketine û
tevlî bûne. Hun, zêde nebûne hêza
çareseriyê. Hun dibînin ku, niha rewş
hindekî dîtir cuda ne. A rast jî neçar e
wisa be. Beriya her tiştî mercên wekhev û
azad pêwîst in.
Karekî dî yê ku min kiriye, ji mirovekî re
qîmeta herî baş a ku ez berpêş bikim, dayîna
fersenda hinekî dîtir azad ramandinê ye. Ev,
wê fersenda libatkirina azad bidê, bêyî
çespandin û beriya li ser serdestbûnê, wan
mercên ku viyana wê/î derdixe rastê
biafirîne. Dîqat bikin, a ku em didin hemû
gelê Kurd jî ev e. A ku em didin jinan jî ev
e: Viyanê derxistina rastê, şerê viyanê. Ev
têkûz hate meşandin. Ji ber ku yê viyana xwe
nîn e, bêeleqe ye û zêde nikare hezkirinê
derxîne rastê.
Me got, canên mirî. Mirov bi bedenên mirî
nikare hez bike, ji mirov nayê hezkirin.
Dibe ku ji hinekan re ecayîp were, lê di
vekirinê de feyde heye. Bedenên piraniya
jinên Kurd mirî, bêhnketî, sar û pir bêteşe
ne. fîzîka wan hindek wisa ye, giyana wan
çilmisî ye. Asta ramanê qet nîn e. Keça gund
bigire, keç ango xortê burjuvaziyê piçûk
bigire, jê re bibêje bibêje, ne tu tiştek e;
qasî tûtî nikare peyvan dubare bike. Wê tu
çi bijî? Hezkirin, di hest, raman û
parvekirina jiyanê de tevlîbûn dixwaze. Lê
ya me wek çiyayê qeşayê ye ango çilmisî ye.
Bi yek-du peyvan her tiştî jê dike û davêje.
Wisa ye, yanî bi her awayî bêrêzdariyê
diçespîne. Mirov ji vê jiyanê çi têdigihîje?
Keçikek, xwezî bi xortek wisa tîne, xortek
jî bi keçek wisa xwezî tîne û di demeke kurt
de hev û dî mehf dikin. Çima? Ji ber ku
têkilî ji nirxên bingehîn pêmen in.
Ez eşkere bibêjim; têkiliyeke wisa
naecibînim û layiqê tu kesî jî nabînim.
Belkî li ser we zêde mudaxele dikim, lê
pêwîstiya mudaxelekirinê dibînim. Ji ber ku
ji teşe bigirin heya uslûp û nêzîkatiya we
pêwîst e her tişt bên edilandin. Niha
mirovekî azad li Kurdistan’ê jiyana xwe di
radeyeke yekemîn de, ez bi biryar dikim. Ev
qasî asta biryarên netew diçin. Yanî dîsa jî
dibêjim, dixwazim bi çi re bijîm? Pêwîst e
hem di pîvanga jin û hem di ya zilam de ya
herî bi namûs, a herî durust wê çawa be? Bi
gotineke din, tenê ne di aliyê sincî de ez
bibêjim, aliyê siyasî û felsefî de wê çawa
be? Yên ku dixwazin cîhaneke nû ava bikin,
wê ji kîjan kesayetiyan ava bin? Jinek wê
çawa be? Hizir nekin ku ji ber xwe ve
derdikeve rastê. Ger ev şêwaza me ya bi
nirxandinên pir çetîn derxistina rastê nebe,
niha piraniya we keçên malê bûn, koleyên
zilaman bûn. Mudaxeleyên heyî hindik zêde we
ber bi hizirandinê ve dibe. Di bingeh de
polîtîkayek e û di nava partiyê de tê
birêvebirin: Jinê serbest berde, dixwaze
bibe kole. Jê re asteng deyne, bila demeke
dirêj li ser piyên xwe bimeşe, biaxive,
gotûbêj bike, çek jî bigire destê xwe. Em
binêrin ka wê karibe çi bike? Yanî pir
eşkere ye, di nava civaka me de jin, ji siya
zilam nikare derkeve. Tu bi keseke hewqas
rajêr re wê karibî kîjan azadiyê par vekî?
Zilam jî piştî ku jineke hewqas kole dibîne,
di xwe de wê çiqas hestên azadiyê karibe pêş
bixe? Weke malekî koleya wî heye, li serê bi
her cure zext, kedxwarî, îşkence û lêdanê
disepîne. Di vê wateyê de ev zilam jî
qediyaye û yekî serobero ye. Jinê jî
zilamekî wisa ji xwe re layiq dîtiye. Yanî
di ciyekî de hewayê ku saq e gore liyaq e!
Ew vê dixîne, ev jî wî dixîne. Ew bi
teşeyekê herî dexel nêzîk dibe, ev bi
teşeyekê herî dexel nêzîkê wî dibe. Va di
vir de xistina kesayetiyê, qedana hezkirin û
rêzdariyê derdikeve rastê. Bi rastî jî di
malbata Kurd de jiyana me ev e.
Tebî ev tev rewşên giran in. Mercên ku hun
jê hatine, hindik zêde we di van rewşan de
daye jiyandin. Lê hun dibînin ku nêvenga me
bêtir cewaz e. Yanî ez li ser hêza xwe ya
puxteyî hewl didim ku hin tiştan bikim.
Dahûrîn, hîtab bangawazî û têkiliyên min ên
di derbarê asta takekesî, komî, partiyî û
netewî de hene. Ji ber ku ez dilbestê
azadiya mezin im, bi wateyekê di mijara jinê
de bi hezaran derdixim rastê. Bi hizra min
çi zilam nikare hewqas berfireh be. Zilamek
têkiliyên xwe bi jinekê re pir sînordar in.
Îcar ku zilamê Kurd dibe mijara gotinê, bi
taybetî di vê qonaxê de teng in, wisa zêde
nikare wateyekê lê bike. Ev jî xeternak e.
Min hindek wate lê kir, fireh girt û derket
rastê ku wê karibe encaman bide. Ger ku
jinekê dabana girêdan ango min bi miritî xwe
dabama girêdan, belkî jî wê netewek
biqedaya. Heke ku di bûyera wê tekiliyê de
min xetayek mezin kiriba (ev xeterî jî hebû)
belkî jî emê ji bûyîna netew derketibana.
Erê, we çarçova nêzîkatiyê hindik zêde jiya.
Hizir dikim ku bi gor kevin bêtir dana
qezenckirina raman û bergeh derkete rastê.
Di kesayetiya we de ji berê zêdetir ewleyî
heye. Hun bi xwe diramin ku, pêwîst e hun bi
xwe bibin ê xwe. Li dijberî zilam, ji wê
tîpa ku di radeyeke dawî de stû ditewand,
hun tên halê gihîştina kesayeteke ku
behremendiya hilbijartinê pê peyda dibe.
Erê, texmîn dikim. Çi wê çawa tê hezkirin,
çi çawa tê jiyandin, çi çawa tê pejirandin,
çi çawa tê redkirin? He rhal di van mijaran
de kêm-zêde hêza viyanê hate qezenckirin.
Ez her dem dibêjim: Keçeke ku ji hezkirina
min re wêrekî nîşan bide, pêwîst e hewqas ji
welatê xwe hez bike, hewqas zêntûj be,
hewqas karibe hêz nîşanê pirsgirêkên
rêxistinê bide. Ku neke ez zêde hez nakim.
Ma wê bi zorê xwe bi min bide hezkirin ango
bi zorê min ji xwe re bike mal? Helbet asta
jiyana ku min girtiye heye. Ku li hember
rêzdar be, wê hewqas nêzîkê dozê be. Jixwe
di vê derê de veqetandina zayendî nakim. Ji
ber ku min hindek ezmûnan jiya. Jina dijberî
min dixwest xwe misqal bi misqal bazar bike.
Weke di ciyekî de ji min re bibe mal, di
ciyekî de ji KT’yê re bibe mal, di ciyekî de
ji hevkarmendiyê re bibe mal. Tebî min jî
dixwest wê ji welat re bikim mal. Têkiliya
li paş wê jî dikişandim. Ev vedigeriya
şerekî mezin. Lê ya we ne wisa ye. Li çi tê
nihêrtin û biryar tê girtin? Dibe ku weke
zilamekî Kurd ê jirêzê girte dest. Yanî bi
teşeyekê ku te hindek pê leyist, zayendîtiya
xwe bi kar anî, tuyê “kiro’’ çare çar bidî
girêdan nêzîk bû. Gelek têkilî hindek wisa
ne. Lê min selimand ku ez ne zilamekî wisa
me. Texmîn dikim cara yekem li hember vî
karî şaş ma. Ji ber ku hizir dikir ku min
kontrol dike. Tebî di Kurdan de gelek têkilî
wisa tên kontrolkirin. Hem jî ev belavbûyî
ye.
Gava ku dît ez ne yekî wisa me, ya li
dijberî min çi kir? Hingê “ev zilamî çawa
ye, weke yekî ji vê zayendê xwe çawa têrbûyî
dike, gelo bi keçên din re têkiliyên wî hene
yan na’’ xwest ku bi vê teşeyê halanê
bicerbîne. Va, “ma zilamê zewicandî bi jinan
re têkiliyên wisa ava dike?’’ Gava ku bi
çend jinan re têkiliyên siyasî çêbûn, di cî
de halan dike. Heta dibêje, “bikuje, jinê
nede jiyandin, tenê yek jin ez im, li
derveyê min çi jin tune.’’ Yani wê bi jinên
din re têkiliyeke herî piçûk neyê fikirandin
û weke ku yek ji wana neyê derxistin pêş,
wisa têkiliyeke feodal a hêwilnak çêbû. Di
vê mijarê de hinek mînak hene ku
dişehitînin. Tebî çîroka vê kûrtir e. Ger ku
têkilî bên vekirin hunê bibêjin “çawa bûye
ku xebera me jê tune.’’ Lê bi ya min di nava
kar de dewlet jî hebû. Dema ku dewlet, jin û
mîrzadetî bû yek, ev derkete rastê. Ez jî
zilamekî ku dike mal im. Yanî di Kurdistan’ê
de bûyereke mezin a ku derketiye rastê me,
ecêb birî ya xwe didimê û dixwazim ecêb bi
kar bînim. Jixwe mezin dileyist. Têkiliyeke
jin-zilam, têkiliya dewletê û ev jî bû
têkiliya şer. Di bingeh de hindek jî min
wisa çêkir.
Bi ya we, ma divê min nekiriba? Ger ku
nekiribama, PKK dernediket rastê. Ev her hal
şêwaza meşeke dahiyane ye ku bi ser dijmin
ve diçe. Her kesî bi guman dişopand ku ev
çarçove çarçoveya MÎT’ê ye. Lê ez tam
berjêrê navika kar dibûm. Çawa dibe? Ev, di
ciyekî de xwe bi întîharvarî xistina
çalakiyê bû. Lê di vê mijarê de leyistina
taktîk û rola baş heye. Di heman demê de
durust e. Ez bawerim ku tûreyên we bîst û
çar demjimêran nahedirîne. Lê yê min
dihedirîne. Ev, min di polîtîkayê de ber bi
pejnkeriya mezin û hostatiyê ve bir, li ser
xwe ber bi serdestbûna awerte ve bir. Ku min
jinê hema ceza bikira, her hal wê derketa
rastê ku ez ne zilamekî cewaz im. Ne kuştim,
ne jî xwe xistim. Ma ev wek pêwîstiya namûsê
wisa çêbû? Naxêr, şerekî pir zirav, pir
hosta meşandim. Çawa ku hun dibînin li wirê
dewleta Tirk wenda kir.
Wê di pêş de ev baştir bên fêmkirin. Tebî wê
jî li pir hevalên me xist, mehf kir. Vî
kontrgerîlayî belkî jî ew hêna bi rê ve
dibe. vac ev e; vaceke kujoker û xeniqok! Di
xwiyangê de têkiliyeke jin-zilam bû, lê di
puxteyê de têkiliyeke siyasî û civakî ya
mezintirîn, têkiliyeke stemkar û îşkencedar
bû. Di bingeh de gelek têkilî wisa ne. Di
têkiliyan de hun çima bi erzanî wenda dikin?
Çima hun bi têkiliyan mezin nabin? Ji ber ku
hun pir bi hêsanî radest dibin. Di nava we
de ya herî gewre hundirê bîst û çar
demjimêran de ku radestê vê têkiliyê bibe,
ma dikare feyde jê bibîne? Hilkeftineke rast
ji têkiliyê re çêneke, ma dikare xwe
biedilîne? Binkeya ramaneke saxlem nîn e,
hezkirin û rêzdariyeke saxlem nîn e. Çi ye?
li ser têkiliyan ajo, xwedibînî û
fersendkarî serdest bûye. Ev têkilî çiqas be
tu jî hewqas î. Naveroka vê çiqas piçûk be,
tu jî hewqas piçûk î. Xwe nexapîne! Li gelek
hevalên me yên jin û zilam dinêrim, di
bingeh de mirovên têkiliyên piçûk û acuc in
ango têkiliya wan nîn e. Ev bîst-sî sale ez
teoriya van têkiliyan pêş dixim, perwerde ya
wê amade dikim. Kîjan ji we bi min re
tevbigere ezê wê hindek pêş bixim. Ev bi
ezmûneyeke mezin ve dikare bibe gengaz. Lê
em we bi têkiliyan re rû bi rû bihêlin,
belkî jî hun qasî sîsikê hejîrê ne. Dema ku
li wê mirovê dinêrim, ber dikevim.
Çawa ku min got, ez têkiliyan asê nakim. Lê
têkiliyeke wisa ava bikin ku mirov ji we re
bibêje, bravo! Min şertê xwe danî: Çawa
mirov evîndar dibe? Bila yek di wan pîvanên
min danî de evînê pêk bîne, ez wê
biçepikînim. Em wê bi nirxekî mezin
derbirînin, pîroz bikin. Lê li têkiliya herî
mezin dinêrim: Bila ji rêxistin û şer dûr
bikeve, wê pirsgirêka malbat û jiyanê
derkeve rastê. Ez çi bikim ji evineke wisa?
Ma ez vê li serê xwe bixim? Ji min re ne
hestên merezî, hestên qehremanî pêwîst in.
Ji min re girêdanên pir qehremanî pêwîst in.
Eyb nîn e, ezê bi girêdanên wisa welat
qezenc bikim. Ji min re ne zilamên wisa, ne
jî jinên wisa pêwîst in. Pir eşkere
diaxivim, ma ezê çi bikim ji hestên merezî?
Ez tenê hevalê xweşiktiyê me, hevalê
pîroziyê me. Ma dikarin bibêjin, “em jin in,
em reben in, zêde neyê bi ser me ve, cins û
cibiliyeta me wisa ye.’’ Naxêr, ez bi jineke
wisa re najîm. Ma hunê bi zorê min ji xwe re
bikin hevbeş? Ez di jinê de xweşiktiya
hêwilnak digerim. Di jinê de egîdî û pîrozî
digerim. Yanî puxte û teşe digerim. Jineke
wisa tune. Tune be, ez jî xwe tevî qirêj û
zengê nakim. Belkî hinek ji vê bitirsin û
bibêjin, “ma serokê me mirovekî çawa ye ku
xebera me qet jê tune bûye.’’ Tebî ku serok
hebe, serokekî wisa ye. Ger serokatî be,
serokatiyeke wisa ye. Nexwe yên bi awayên
din bi taybetmendiyên serokatiyê ve li hev
nayên. Bila serok xweşiktiyê nede, pîroztiyê
nede, serok nebe bangawaziya wê pîroztiyê:
Yekî wisa ne serok e, her tiştek e. Heke ku
we di vê bingehê de nekişînim, wê li ku derê
bimîne serokatiya min! We ji welat re nekim
mal, we bi egîdî nekim elemanê şer û meşekî,
wê li ku derê bimîne serokatiya min!
Eleqedarbûna me di vê çarçovê de ye. Min
wêrekî nîşan da û bi hewqas jinan re
eleqedar bûm. Me wan hewqas kire yek. Hewqas
kir xwedî hêz. Bi ya min nikare piçûk bê
dîtin. Ev jî di araviya vê nêzîkatiyê de
çêbû. Heke ku di bin bandora nêzîkatiyên din
ên pirsgirêka jinê de mabama, yek jineke
şervan dernediket rastê. Vê jî ji bîr nekin.
Yek ji we nedihate nava refan. Ger ku çemka
jina feodal li ser min serdest ba, ma gengaz
bû ku di nava refan de yek jinek cî
bigirtana? Tebî hun vê jî nizanin. Hunê
bibêjin “ma çi eleqedariya me pê heye?’’
Naxêr, ew têkilî hate dahûrandin û hun bi vî
awayî derketin rastê. Ji ber vê yekê ka ev
çîrok çawa ye hunê lêkolîn bikin.
Em berhemên çi ne? Ez bi we hevalbendiya tam
wekhev û azad pêş dixim. Ev ne eyb e. Bi ya
min, ya eyb di tevlîbûnê de nepêkanîna
pîroztî û mezinahiyê ye. A eyb heznekirin e.
Têkiliyên bi tevahî aliyên xwe ve bê
hezkirin derxistina rastê, têkiliyeke ku
mirov jê rûmet bibîne peyda bike derxistina
rastê, têkiliyeke kesan bi xwe ve girê bide
û bi taybet jî bi peywiran ve girê bide,
ango bi jineke wisa re jiyandin eyb nîn e,
berevajî bi ya min pêwîst e ya herî çêtir bê
dîtin, ev e. Gotineke mîna, “min xwe wisa
dabû girêdan, wisa firotibû, ez wisa koleya
kevneşopiyan bûm, mal û mulke vê derê bûm’’
yek carî heqaret e li mirov. Erê, girêdan
dibe, lê çawa ku min got, girêdana mezin jî
wisa pêş dikeve. Tebî ev zor e, jixwe ya ku
ez dixwazim pêş bixim ev evîn e; Evîna Kurd
e, evîna mezin a Botanê ye, evîna rêxistin û
çalakiya mezin e. Ku were hesabê we, tevlî
vê evînê bibin. Ku neyê hesabê we, ji
çarenûsa xwe bianirin û li mala xwe bimînin.
Piştre nebêjin, “Rêhevalê me ne eşkere bû,
rastînan bi deqerûyî dananî!’’ Di hezkirina
xwe de hun azad in, le hezkirin tufana
ajoyên serberdayî nîn e. We tu werî zept û
reptê, nexwe yên din harîtî ne. Va bigire,
bireve, bixapîne, bifiroşe! Li paş çi di
destê me de ma? Bi her awayî kirêtiyê bije,
roja duyemîn bibêje, “ezê têkiliyan ava
bikim, ew jin û jinên ez dixwazim bi wan re
bijîm wê bêhnketî bin, sextekar û ketî bin,
ji destê wê çi kar neyê, nikaribe biaxive,
nikaribe gotûbêj bike, nikaribe biryar
bide...’’ Ma çawa çêbû? Ez vî şerî bi tevahî
aliyan ve ji bo ku bi hev re bijîn didim.
Gotina “zimanê jinên me kêm e, wêrekiya wê
tune, ew bila zêde tevî van karan nebe, jê
dûr bimîne’’ koledarî bi xwe ye. Ku wisa ba,
me vê çemkê bipejirandana, yek ji we
dernediket rastê.
Gihîştina mezinahiya têkiliyên wisa zor e.
Ez jî ji bo vê yekê dibêjim ku, avakirina
têkiliyeke azad qasî şer zor e. Ez çi bikim,
di xwezaya vî karî de ev heye. Têkiliyeke
hêsan tune. Tê gotin bi zorê xweşiktî nabe;
ez jî dibêjim, bi hêsanî têkilî nabe, bi
hêsanî xweşiktî nabe. Anirandin û
xeyidandina we min eleqedar nake. Di puxteya
vî karî de ev heye. Ku hun jî bixînin û
bibêjin “wê gavê em jî hev û dî bixînin’’
ezê jî we mehf bikim. Wê tu çawa vî şerî
bixînî? Tebî piranî ya we ne di ferqa vê de
ne. Lê ev bi wateyekê zagonên APO ne. Ez
dizanim ka çalakî ya min bi çi awayî çalakî
ye. Zagonên li ser jinan diçespînim ka çi
ne, ez dizanim. Gotineke, “me van tiştan
hizir nekiribû’’ nabe. Ger ku te hizir
nekiribe, tu serûwenperest î. Ê min jî çemka
min a namusê heye. Çemka min a hezkirinê
heye. Mirovekî ku hewqas Sal in hedan
kiriye, xwe hewqas disîplîne kiriye, bi
hêsanî nayê xapandin û nade xapandin. Dema
ku ez diçim ciyekî, çima her kes peroşmend
dibe? Çima radibin ser piyan? Çima qasî ji
mixên xwe vala bibin ji kevin vala dibin?
Hun şahid in. Hun jî hindek wisa bin. Dema
ku hun ketin ciyekî, bila her aliyê we ronî
biçirise, best bide û dilan zindî bike. Ji
bo te ger ku hat gotin, “dîsa hat belaya
serê me, dîsa hat çavkaniya gotûgotan’’ te
çi fêm kir ji vê kesayetiyê? Ma her tiştê
herî baş û bedew afirandin tiştekî zor e? Va
min jî xwe afirandiye. Ma hun hizir dikin ku
ji xwe ve hatime afirandin? Min, di bingeh
de her roj xwe bi mehed û sindanê dida
lêxistin. Tebî da ku mirov, xwe bi civakê,
bi gel û partiyê bide pejiranidin, şerekî
mezin pêwîst dike. Niha dost û dijmin
eleqeya her kesî dikişînim. Bi vî re dibim
rêxistin û şer. Giyan û dilê Kurd
diafirînim, zanebûna Kurd diafirînim, şerê
wî diafirînim. Heke ku xwe bi sîstemî nedim
afirandin, ma serkeftin bi çemka zilamtiya
rizî pêk tê?
Hun dizanin, di civakê de zilamtiya herî
gewre, dîlawêrtî ye. Yê ku hindek bi pere û
bi çoyê xwe ewle be, zilamê herî gewre tê
hesibandin. Em dizanin ku ev ne tiştek e.
Ger ku min tîpê zilamekî cuda xet nekiriba,
ne gengaz bû ku ez sê kesan bînim ba hev?
Ger ku ez yekî bi hêsanî dixape, ji
kevneşopî û pergalê bi hêsanî xwe wenda dike
bibama, ma gengaz bû ku vê tevgerê bianîma
vê halî? Diyar e ku xurtbûn hindek wisa
çêdibe. Diyar e ku serkeftin di bingehê vê
kesayetiyê de dikare pêk were. Hun keç jî,
hindek di vê bingehê de dikarin werin ser
xwe ve. Ji er ku teşeyên din we zêde xurt û
bi îdîa nake. Nêvengên din we zêde xurt
nakin. Belkî hinekî din bibêjin, “tu serokê
partiyê yî!’’ Lê min serokatiya partiyê ji
nînê da afirandin. Bi şerekî xedar dame
afirandin û hê jî wisa dibim. Pîşeyê min ê
rojane, şêwaza min a birêvebirinê ye. PKK
nebe, PKK’yekê dîsa biafirînim. Min vê aniye
halê teşeyê şêwaza jiyanê. Ez texmîn dikim
ku me û şêwaza bûyera serokatiyê hun fêm
dikin. Her hal wê hunê hêz nîşan bidin bi
têgihîştineke rast û ku gengaz be bi hev re
rê wergirtinekê re.
Ez, li hember bûyera jina Kurd pir zêde
hişyar im. Di vê mijarê de bi rastî jî xwedî
nêzîkatiyeke pir dîrokî, pir teorîk, pir
dahûrîner û têkoşînerê vê me. Hun jî weke
encamê vê hindek pêş dikevin. Hêza min
hewqas e. Êdî mirov, bêtirê vê tenê di
azadiyê de dikare bibe. Şûngeha we ya bûna
çavkaniya hêz û asta we ya tevlîbûnê dikare
min hêzdar bike. Ev jî dikare ji xurtbûna we
re rê bide vekirin. Pêwîst e hun hindekî din
bên ziravkirin û heta bên dilkêşkirin. Ger
wisa nebe, wê we bipelçiqînin û dervayî
bikin; giraniya we nabe. Dema ku mirovê nû
tê afirandin, pêwîst e jin jî bi
hendazetiyeke mezin bê afirandin. Ez dibêjim
em vê bi hev re çêkin. Bila bi çespandineke
yekalî nebe. Ji ber ku jin heta niha bi
yekalî hatiye çêkirin. Zilam ferman daye,
jin jî bûye xanimok. Di şêwaza min de ev
tune. Ji min bi tu awayî li benda nêzîkatiya
xanimok nemînin. Jina ku li pêşberî min e,
pêwîst e çawa be, bi kûrahî biramin û hindek
wisa bersîv bidin. Ez jî hê nizanim.
Dibêjim, jina çareçar çawa biafirînim. Lê
hest û pejnên min hene. Dibêjim, divê ev der
wisa be, ev der ê wiha be. Belkî hun
bibêjin, “şoreşgerek nikare hewqas
bigihîje.’’ Di bingeh de digihîje. Di her
şoreşê de gihîştiye. Neçar e ku nirxên herî
xweşik biafirîne û hema ji her tiştî re ya
herî nirxdar lê zêde bike. Di vê navberê de
neçar e ku di têkiliyan de ya herî tê
pejirandin di pratîkê de derbixîne.
Lê ev nayê hişê tu hevalên me. Di berê de çi
mabe bi wî dije. Lê teorî û çalakiya wî
şoreşger e. Çawa ku min got, ev di her
şoreşê de bûye bingehîn egerê serberjêrkî
çûyîn û paş ve çerqkirinê.
Li devereke ku her dest têkil dibin
hêlin nayê çêkirin
Dema ku di derbarê pirsa “Çawa Bijîn’’ de
çarçoveya giştî tê runiştandin, hingê bi
hinek mînakên bêtir şênber pêşxistina
bersîvên raveker gengaz e. Ez, dîsa ji xwe
dest pê bikim. Pêşî di Kurdistan’ê de
kesayetiyeke ku mafê xwe yê jiyanê heye wê
çawa xwe li rastê pêşan bike? Ez, tenê ji bo
vê bersîvê xwe bi salan perwerde dikim, pê
ve mijul dibim û diponijim. Dikare bê gotin
ku, hewldana heri mezin didim xwe. Hewl
didim ku bi zanistî, felsefe û olên ku qasî
mirovatiyê kevin in, çi tiştên ku hene û
çavên min dibînin, gohên min dibihîsin û
giyana min radibihîse; bibihîsim, bibînim û
têbigihîjim. Encam, bi gor pîvanên giyanî,
fîzîkî û zanistî afirandina ku herî zêde tê
pejirandin. Da ku hîtaba tevahî mirovên me
bikim, pirsgirêka ku dênê dikişîne çi ye?
Pir mijulbûm; dikarim li ser malbata xwe
bandor çêbikim, dikarim li gundê xwe bandor
çêbikim, dikarim li ser hevalên derdora xwe
bandor çêbikim. Lê ev têra min nakin. Bi
taybetî da ku li ser tevahî gel û netew, ku
gengaz be mirovatiyê karibim bandor çêbikim,
pêwîst e çawa bim? Divê ez tiştekî wisa
peyda û temsîl bikim ku her kes bibêje, “va,
ev min eleqedar dike.’’ Ev çi ye? Ev
mirovaniya kûr, netewa kûr, di heman demê de
bingehê zanistiya kûr bigire, hewldanên vê
bi stemkarî pêşan bike û di encam de bi
bandor be.
Dîqat bikin, şerê çalaktiyê çiqas bi
selimandina berjewendiyên mirovan û
polîtîkaya bingehîn a netew ve girêdayî ye.
Yek jî dîtin, bihîstin û têgihîştin têr nake.
Ev bi hewldaneke hêwilnak û xebata rojane
dibe. Di encam de ev mirov hindek dikare xwe
bide pejirandin. Ez xwe bi netew didim
pejirandin, bi çînayetiyê didim pejirandin û
bi jinan didim pejirandin. Pêdiviya kûr a
jinê çi ye? Jin di bin zextê de ye û ji
jiyana civakî hatiye derveyîkirin. Ji
kesayetiya xwe bêxeber e. Hingê ya pêwîst e
ez bikim, pêdiviya bingehîn a wê girtin û ji
bo pêdiviya azadiya wê nêveng amadekirin e.
Yê hosta be, hem vê difikire hem jî çêdike.
Ger hun li paş binêrin, hun bi bazdan
firiyane û derbas bûne. Dîqat bikin,
kişandina jinan hêsan nîn e. Hun keçên pir
diltepîn in, jixwe hezeke we yê wisa jî tune.
Hinek dibêjin, “ez dixwazim bigirim’’ hinek
jî dibêjin, “ez didim.’’ Jiyana we bi
çengelê vê danûsitandinê ve daleqandiye. Bi
viyana xwe ya azad pir hindik xwestekan hun
dikarin pêş bixin. Hun xwestekan pêş bixin
jî, nikarin pêk bînin. Yên ku viyana xwe ya
azad pêk aninê pir nîn in. Lê ez mezin
diramim. Siyaseta jinê ango pêdiviya jinê a
bingehîn çi ye, nêvenga wê ava dikim û hun
jî ber bi wê ve diherikin. Her wiha tevgerên
din, nikaribûn tevgera jinê biafirînin û
temsîla nav pergalê derbas nekirin. Lê li ba
me azadbûn bêtir dibe, gavên pêşdetir tên
avêtin. Di vê mijarê de we serê xwe rakiriye.
Hunê heya ku derê biçin, azadî diyar dike.
Hun wisa diçin. Hun dibînin ku hesreta
mirovaniya kûr a vê, bi temsîlkirina pir
xurt ve dibe gengaz. Hun dibêjin ya em bi
serokê xwe ewle ne, egerê bingehîn a ewleyê
ev e. Nexwe ne ku hun heyrana birû û çavên
min ên reş in. Ji ber ku ez bersîv didim
pêdiviyeka we ya bingehîn.
Ev dibe çi? Ev dibe afirandin û bingehkirina
tevgera jinê. Jê jî wêdetir hesret,
behremendiya hilbijartinê û ecibandin e. Ev
jî di kîjan kesayetê de gengaz e? Mînak di
vê mijarê de min pêşbirkeke mezin daye
destpêkirin. Yê jê herî tê hezkirin çi ye,
kî ye? Pêwist e ev çawa be? Me teoriya
hezkirinê derxist rastê. Hezkirineke ku
dikare bê pejiradin, pêwîst e çawa pêş
bikeve? Ji bo ku zagonên hezkirinê wate
biderbirînin û di gîştî de bên pejirandin,
pêwîst e bi hinek nirxên hîmî ve girêdayî
bin. Yani şûna, “dilê min ketê, min jê hez
kir’’ (ku ev hezkirineke ne bi gor zagonên
me ye û xiyanet e) pêwîst e li zagonên me
bên dîqatkirin. Hun keçik jî, heya dawiyê bi
tevgerê re ne û bi serok re ne. Lê hê jî di
navberê de mesafeya mezintirîn heye. Hinek
ji we wê bibêjin, “ez zilamekî bi hêsanî
bijîm.’’ Zilamek jî wê bibêje, “ez jinekê bi
hêsanî bijîm ango bi dest bikim.’’ Bi ya min
ev, hê pir zor e. Hun dikarin bibêjin “dibe
ku zor be, lê çawa dixwazî dikarî bijî, pere
heye, bi her awayî karbidestî hene, derfet
hene.’’ Zor e, zagonên vî karî hene. Ger tu
berevajiyê van zagonan bikevî, wê tu bikevî
rewşa van zarokên ku digirîn û qarîn dikin.
Girîn û qarîn a herî hindik eyb e. Pêwîst e
girîn jî bê mezinkirin. Bila ne weke ya
zarokan be. Ji ber ku min jiyana xwe di
bingehê zanistiyê de amade kiriye, timî
dipirsiyan: Jiyana te ya civakî çi ye,
têkiliyên te yên malbatê çawa ne, têkiliyên
te yên dê û bav, nas û dostan çawa ne? mîlet
e; zarok marok, hezkirin, evîn çi ye, wisa
dipirsiyan. Bersîveke têkûz didim çêkirin.
Min got, zagonên evînê, rêpîvanên hezkirinê.
Hun çima tevlî min nabin? Ji ber ku li we
zor tê. Hun burjuvaziyê piçûk in, şûna ku
hun xwe têxin nava karên zor, rojane dijîn.
Lê ez ne wisa me. Ji ber ku ez hindek bi
aqil im, min xwe avêtiyê navsera rastê.
Jixwe soza min heye. Bi rastî jî dayik û
bavê min ji min re gotibûn, “kes keç nade
te!’’ Ne ez distînim ne jî kes dide min. Ji
bo min bû rêgezek. Çima kes keç nade min
ango çima ez naxwazim? Bi hizra min, ji ber
hindek rasteqînî me. Keç dayîna min tê
wateya harbûnê. Min jiyana xwe wisa rêkûpêk
kiriye ku bi gor rêpîvanên cîdayî yekî ku
keç bide min, şewitî. Ji ber ku hewldanên
min ê mezin hene, mijulahiyên min ên mezin
hene. Yanî bi gor kesayetiyên pergalê min
xwe avêtiye nav qumarê. Mînak ezmûneyeke min
hebû: Malbata wê digot, “me dixwest bi
dewletê ve girêdayî be.’’ Di bingeh de
bûyereke siyasî ya mezin e. Bi ezmûneyek û
bi girêdana dewletê, têkiliyeke ku di
çarçoveya qedandina dewletê de, belkî jî
têkiliyeke taktîk e. Lê van hemû wateyan
dihewîne. Malbat jî hingê şaş bibû. Piraniya
wan hê jî dixwaze têkiliya min a wê demê fêm
bike. Ka min keçê wergirtiye yan wan daye
min, diyar nîn e. Hê jî şaşwaz in. Bi rastî
jî taktîkek e, şêwazeke pir nişkave û
tevgereke nayê hêvîkirin e. Aliyê keçê jî,
ka ez ji keçê çi dixwazim û naxwazim ji
pêderxistinê dûr e. Ez çi dixwazim tam jê ne
dûr im: Şoreş dixwazim, bi gor şoreşê jin
dixwazim. Lê di bingeh de, di nava kar de
siyaset heye. Nehate fêmkirin. Min jî çawa
ku dixwest, venegot. Wana qet ji min fêm
nekirin. Ev vegeriya şerekî mezin. Her wiha
ev bû, çîroka keç dayîn standinê.
Lê bi gor we hêsan e, hunê bibêjin; “me
stand, me da; min pejirand û girt, min da û
çareser kir.’’ Nebû, vegeriya pirsgirêkeke
mezin, ne wisa? Gelşa min a keç dayîn û
standinê vegeriya pirsgirêka dewletekî.
Çima? Ji ber ku di gotinên diya min de, di
gotinên min de mafdarî heye. Ji ber ku
mirovekî hişmend hindek wisa difikire. Bi
feodalîzm û burjuvaziyê re têkiliyên wê
hene, ez jî ji jêderka proleter gel im. Ez,
jêderka xwe înkar nakim, ew qet nake. Ew min
dikişîne, ez wê dikişînim. Ew dibêje, emê
bigihînin dewletê, ez dibêjim, dewletê bi
kar bînim û yên dixwin, pozê wan de
derxînim. Li ser navê nas û dostan şerekî
tirsnak, eynî wek şerekî APO!
Min wisa jî nas bikin. Diyar nîn e, ka bi
min re şer dikin ango bi min re li hev tên.
Di vê de mafdar im. Ji ber ku dostanî sexte
ye û rewneq nîn e. Dostaniya min destan e li
ser zimanan. Di vê zemînê de li ser bihgehê
dostaniyê diminim. Pir hesas im, yek tenê
tevgereke min ê ne di cî de çênabe. Hêza min
a bandordar a hêwilnak heye. Rêzdar û
girêdayî me. Di vî aliyê de ewle dibin. Va
hê jî li van dera me. Çawa ku bixwazim,
dikarim bijîm jî. Nabêjin, çû kû derê, çi
dike. Mafdar in. Pêwîst e demjimêr bi
demjimêr min bişopînin. Lê hinek hawîrên
dostan ku pê ewle dibin, ji ber ku dizanin
ji min xirabî nayê, heya niha ez azad im. Ji
bo vê bi misoger stû natewînim. Min azadiyê
esas girtiye. Jiyaneke derve ya ku yek kitek
Kurd nikare bike, min bi ser xistiye.
Ez dixwazim bînim vê gotinê: Me xwest ku em
têkiliyeke taybet ava bikin. Encam, vegeriya
bûyereke siyasî ya giştî. Jixwe aliyê dijber
jî digot, “ev çi ye hat bi serê me?’’
Hestiyarî heye, va me têrbûyî kir, bes e!
Naxêr, qet gelşek wisa hêsan nîn e. Di virê
de çîroka mirinê ya Kurd veşartiye. Min jî
wek we xwe avêtiba navsera rastê û min
gotiba, “me hev û dî eciband, me hev û dî
xapand, xwar û vexwar, qediya karê me’’ niha
Kurdayetî nemabû. Lê hun bi jiyandineke
wisa, bi razaneke hêsanî hezar caran
qayilin. Hunê roja duyemîn biqedin. Bevêdana
we nîn e, behremendiya hilbijartina we nîn
e, lêkolîna wê nîn e. Di bingeh de ka hun çi
dixwazin, hun nizanin.
Hun dizanin, aliyên qels ên mirov, aliyên
ajoyî ne. Hun tim li pey ajoyan baz didin.
Li pey pîroziya jîrekatî û giyanê baz nadin.
Di asteke jiyana nêzîkê ajaliyê de dimînin.
Berhemdariya we ya leşkerî qet nabe. Le paş
malbata Kurd, jina Kurd, jin û zilamê Kurd
dimîne. Pêwîst e hun dahûrîna jin û zilamê
Kurd baş çêbikin. Zarokê Kurd, dê û bavê
Kurd ku hindek mezin dibin, kur û keça
Kurd... Tam nîn e, lê ez jî wisa bûm; min
hewl dida ku bibim kurekî Kurd. Kur, dema tê
pazdeh-bîst saliya xwe her kes dibêje,
“xwedê ez şewitîm.’’ Navekî min ê din jî hun
dizanin: Her kesî ji me re digot, “Çeteya
xwedê ez şewitîm!’’ Vê ji me re vala
nedigotin. Ev jî liyaqdîtineke çepê Tirk bû.
Gava ku ez heft salî bûm, her kesî digot,
“xwedê ji çi malbatî re zarokek wisa nesîb
neke!’’ Gotinên weke, “zarokên kesî bila
nebin wek zarokê Omer‘’ tên bîra min. Di
gund de navê min derketibû. Zarokekî herî
bêhêvî û herî diviyabû jê bê revandin bûm.
Daraziyên nirx ên di derbarê min de bi
teşeyekê, “zarokê wan şewitî, ji zarokê wan
kar
dernakeve’’ bû. Bi gor çemka gundîtî, di her
rewşê de nelêtî hebûn. Min dayika xwe ji were
vegot. Dayekek dema ku zaroka wê mezin dibe,
dixwaze çi bike? Dixwaze bide zewicandin. Dibîne
ku ev çemk di min de peyda nabe. Digot, “ji rê
derket, kes keça xwe nadê, kurê min şewitî.’’
Dema ez ketim nav siyasetê, her kesî bi çavên
şewitî li min dinêriya. Bi got ya, nav bû
“çeteya xwedê ez şewitîm!’’
Kes keç dide nade, ne girîng e, keç dayîn û
standina min girîng e. Ji dayîn û standinê
wêditir divê çi bê xwestin? Divê her kes
mezintirîn seyr bike. Di asta netew de serok çi
ye, serok çawa ye? Ger serok xirexavî be, ku
serok bûyera mezin neafirîne, wê bixapîne. Wê
serokatiya wî bibe wek serokatiya Barzanî.
Serokatiya Barzanî çi ye? Gundî li pêşberî wî
dest pençe dîwan disekinin, zimanê jinan tê
birîn. Keçên panzdeh salî didin zilamên heftê
salî. Ew keç baz dide û diçe. Yek jî bi misogerî
yê di dilê xwe de nabêje. Lê hun li min jî
dinêrin: Ya ku li min nehate kirin nema, ya ku
we bi min nekir, we nehişt. Çima? Ji ber ku
rêgezên min hebûn, jiyana min hebû. Her roj pê
dileyizî, pê dikevî nava nakokiyan. Niha hunê
bibêjin, “ji bo keçên mîna me, ji bo keçên ku bi
mirinê serok ve girêdayî ne, ev çawa tên
gotin?’’ Va me dît, ka girêdaneke rastînî ye yan
na, derkete rastê. Gelek jinên wisa hebûn.
Digotin, qasî mirinê em bi te ve girêdayî ne.
Roja diwem lê dinêrî, ka keça me reviyaye ku
derê, em di ferqa wê de jî nîn in. Tebî ev keça
me ji bo ku bibe keç pêwîst e şiyandar be.
Tewanbar jî nakim, mafê wê ye. Ez bi pîvanên
serokatiya mezin dileyizim. Ewê ji vê re çawa
hêz nîşan bide? Lê keç evîndara gerîla ye, mezin
dileyize. Ger tu mezin bileyizî, sedemên
mezinahiyê birame. Ji min hemin çek dixwaze. Min
hê çek negirtiye destê xwe. Hem jî dibêje, “ez
nasekinim!’’ Min çek da destê wan. Va yek hat,
me dît. Per û baskên hemûyan hatiye perpitandin.
Ka te soz dabû? Tebî ji bo ku moralê wan xira
nebe, bi ser wan de naçim. Hingê xwe nexapîne,
rişt be! Ya ku çek dixwest tu bûyî. Te çekê ji
bo jiyandinê xwest. Hingê jiyanê pêk bîne. Ger
tu nakî, çima devleqiyê dikî? Çima bi hêsanî
dimirî?
Ev pirsgirêkên sotîner in. Pirsgirêka herî
girîng, ka emê çawa nêzikê hev û dî bibin e. Ev
ji bo min heya niha jî pirsgirêk e. Ezê çawa
nêzîkê keçekê bibim, keç wê çawa nêzîkê min
bibe? Hunê bibêjin, “ma te hê jî di ve mijarê de
te tiştek nekir; ma serokek wisa dibe?’’ Erê,
serok hindek wisa ye, serok hindek pê mijul
dibe. Xortekî ku bixwaze wê çawa be, keç wê çawa
be, wê bi çi ve girêdayî be? Ez vana diramim û
gotûbêj dikim. We di panzdeh saliya xwe de
biryar daye; ez hatime çilûpenç saliya xwe hê jî
gotûbêj dikim. Nebêjin, “em şewitîn, di mal de
man!’’ filan û bêvan. Na, hun qasî min di malê
de namînin ya! Yê herî zêde di malê de maye ez
im. Lê îdîayên min hene. Ev kar ne karekî hêsan
e. Pîrejinokîbûn kirêt e. Mêrbûn jî kirêt e.
Gotinên, “keça min’’ ango “jina min’’ hê jî
gohên min dixerpişînin; ez wisa nikarim xwe
mezin bibînim. Di xwe de hêza ji yekê re
bibêjim, “keça min’’ ango “kurê min’’ nabînim.
Ne ku ez ne şiyandar im, lê ev ji min re wek
gotinên req tên. Ez ji zarokan re jî nabêjim,
“zarok!’’ Bi zarokan re wek hevalekî pir nêzîk
têkiliyên min hene. Bi keçeke ciwan re wek
hevalek pir nêzîk libat dikim. Ji pîrikeke heftê
salî re jî wisa nêzîk dibim. Ew hest û jiyana ku
di tevahî temenê xwe de nejiyaye û nebihîstiye
pê didime hîskirin. Vê bi zarokan jî didim
hîskirin. Ev çima pêwîst in? Ev pêwîstekên bûna
mirov û rêzdariya ji me re bi xwe ye. Lê hun bi
çavreşî dibêjin, “ez vî dixwazim, vî digirim!’’
Ew hêza we nîn e.
Mînak, ez rewşa hestên we bigirim dest. Hun
dibêjin, zewaca azad, evîna azad! Ji vê tu şik
nîn e. Baş e, ma hun nefikirîne ka evê çawa were
pêkanîn? Ez biriya xwe didim ser we. Lê ne tenê
we, biriyê didim ser xwe jî. Ev zagonên evînê
ne. Ez jî neçar im bi gor wê tevbigerim. Hun jî
neçar in ku bi gorê tevbigerin. Ji bo evînekê
herî hindik çarçova welatekî pêwîst e. Tu li
derveyê welat î. Em bibêjin ku rojekê
berjewendiyên zilam xira bûn, hate mal û bi ser
te ve girt, nas û dostên te girt û çû. Tu dikarî
çi bikî? Ev di dîroka cîhanê de jî pir in. Tê wê
wateyê ku evîn di pêşî de girêdan û bingeheke
welat pêwîst dike. Divê herêmên rizgarkirî
hebin. Ev nayê wateya ku çi tiştek nayê
pêşxistin. Lê welatê te di bin layenê de ye. Li
derveyê welat jî her qas di rewşa dikarin dest
deynin ser deyî. Tu nikarî li virê xwe bidî
cîkirin û jiyaneke asayî bijî. Ku ez li virê xwe
bi asayî bidim cîkirin û bijîm, tê we wateyê ku
ez şewitîm. Hinek kesên din dikarin li virê wek
keyekî bijîn. Lê ez nikarim xew jî bikim. Çima?
Gava ku ez li ser vê xwe razînim, xwe pê de
berdim, wisa bihesibîne partî çû. Di zemîna
Başûrê Kurdistan’ê de pratîka wargehî ya hevalên
me heye. Va gotin, “em di Heftenînê de hindek
gundan ava bikin, di Xakûrkê de em hindek gundan
ava bikin, ku nebe vê hindek li Zelê bidin
meşandin.’’ Encam gerîla razandina rastê û ber
bi felişandinê ve birin. Halbûkî ew der qadên
şer bûn, qet jî rewşên wisa tunebûn. Lê bi
zanebûn razandina rastê ji vê re rê vekir. Li
wirê zêde rewşa ku gundan bidin avakirin tunebû.
Ger ku we li wan pezkûviyan binêriya, we yê ji
wan waneyan derxistiba. Pezkûvî bi navê “panga
min, mala min heye’’ bi misogerî li ciyekî tim û
tim namîne. Ger we li pezkûviyan nihêrtiba, we
dikaribû gelek teorî bida avakirin. Lê gerîlayê
me li ber îmhayê ye, di bin xeteriya mirinê de
ye.
Ji ber ku ez mirovekî rasteqînî me, yekemîn
lêkolînvanê hezkirin û rêvekarê wê me. Lê li
devera ku tune ye, xwe nadim razandin. Ma ev di
we de peyda ne? Qet nîn in. Ma çemka me ya
hezkirinê wisa ye? Naxêr! Ez rasteqînî me,
hatime çilûpenç saliya xwe. Weke xeta serokatiyê
biramin. Ez nabêjim bibin weke min, Ev ne hêsan
e. Lê ji bo watedayîna hinek rastînan pêdiviya
we heye. Gava di bîst salî ya xwe de bûm, ez jî
wisa bûm. Ji ber ku ez rasteqînî me, di van
mercan de ne kes min dipejirîne, ne jî ez kesî
dipejirînim. Ma ezê çi bikim ji keça xelkê? Ewê
çi bike ji zilamekî weke min? Rastîn hindek wisa
ye. Me xwest ku em berê xwe bidin têkiliyeke
fermî. Tenê min gotiye veqetîn, min gotiye şer.
Ma hê jî bi we re şer didim meşandin an
berevajiyê wî dikim, di bingeh de ne diyar e. A
yeman çi ye, wê heyam bide diyarkirin. Dîsa
rasteqînî me. Şer û hezkirin cewîkê hev û dî ne.
Gava ku Kurdistan dibe mijara gotinê, eleqe û
hest dikarin bikevin bîrekî jî. Ger ku min wisa
nekiriba, min nikaribû bûyera Kurd bibira
çareseriyê.
Bi ziyarî dişopînin. Di refan de bi hezaran keç
û xort kom bûne. Bi pêşgiriyên demborî li ser
têkiliyan ambargo danîn heye. Ev dibe ku ji
hinekan re wek harîtiyê were. Zilam di berê de
nîşanî ye, zewicî ye. Ji wî re jî anbargo heye.
Ev dibe ku jê re wek harîtiyê were. Zilam
dixwaze hestiyariyê pêş bixe. Jê re jî ambargo
heye. Dema ku artêş û jiyana artêşê bû mijara
gotinê ev disekinin. Baş e, ma qet nabe? Wê
bibe, Lê çawa? Va, wê demê welat û perçeyek ax
qezenc bike. Çivîkek jî ji bo hêlîn çêkirinê
pêşî ciyekî azad peyda dike. Devereke ku her
dest têkil dibin, hêlîn nayê çêkirin. Tu li
devereke ku dijmin bost bi bost layen kiriye,
nikarî hêlîna evînê ava bikî. Dibêjin “em
şewitîn!’’ Pirsgirêk ne pirsgirêka şewitandinê
ye, pirsgirêka rasteqîniyê ye.
Gelek di nav refên me de dibêjin, “me xwe
negirt, trajîk bû, me hinek sepandinan jî
jiya.’’ Têkiliya keç-xort bûye, nizanim di
stargehê de çi bûye. Tebî peywir li aliyekî
mane. Ew bi xwe li pey têkiliyê ne. Encam,
herêmekî rûxandine, rêxistin belav dibe. Ji ber
vê yekê da ku têkiliyê rizgar bike, hevalê xwe
qetil dike. Di bin navê têkiliyê de mirinê amade
kir. Evîn, ma wisa dibe? Zayendîtî, ma wisa tê
nirxandin? Ev bingeheke pir kirêt, pir xistîner
e. Dîsa hezkirinek pêwîst e. Wê demê tu çi dikî?
Tu vê di stargehekê de bi şêwazeke birandoxî
diqedînî. Pêwîst e pêşî bi hezkirina welat ve
bên girêdan. Ji bo ku hezkirina welat pêş
bikeve, pêdiviya qezenckirina welat heye. Tu, ji
bo qezenckirina welat gerîla, çek, şêwaz, taktîk
û çalakiya wî bîne hişê xwe. Ku tu di hezkirina
xwe de bi îdîa yî, wê sehaya ku ev hezkirin tê
de pêk were rizgar bike, rêxistina wî ava bike.
Dibêje, “min vana nefikirî bû.’’ Wê gavê tu
sextekar î, xwe dixapînî. Vê neqlê jî dikeve
nava arasteyeke întîharvarî. Tu ji bo mirinê şer
nakî, tu ji bo rizgarkirinê derketî rê. Em
dinêrin zilam, weke ku dixwaze jiyan nake, di vê
rewşê de bêrêpîvan û bêhesab dikeve nava gerîla.
Ev di we tevan de wisa ye. Hezkirina we jî
bêhesab û bêrêpîvan e, çûna we ya mirinê. Ev
kesayetiyek e ku nehatiye dahûrandin, ev di
wateyekê de kesayetiyek ku xwe razandiye qumarê
ye. Ez di vî temenê xwe de ne di nava pergalê de
me. Ma di nava şoreşê de pergala kesan dibe? Di
şoreşê de her tişt dereasayî ye, awerte ye.
Halbûkî mezinahî, nirx afirandin e.
Di bingehê rastînan de
karibî hez bikî, hez bike, karibî bijî, bije
Ji destpêkê ve me got, divê di vî karî de jin jî
hebe. Wê jin çawa be? Pirseka min ji jinê re
heye: Tu kê yî, çi yî, ji ku derê têyî? Bi
mafdarî dixwazim jinê nas bikim, bi hemû aliyan
ve dixwazim nas bikim. Çima ezê xwe girê bidim?
Ez dixwazim bûyera Kurd, netewa Kurd pêk bînim.
Jixwe têkiliyên jin-zilam netew qedandine. Ma ez
jî xetayek bikim û biqedînim? Ma ez fersend
didim vê? Her ku ji min tê gotin serok, di wî
halî de pêwîst e giraniya xwe bidimê. Ev jin kê
ye, çi ye, emê çawa binirxînin? Hemû jinan bi
tevahî aliyan ve em digirin nav nirxandinê. Hun
tev xasûk in; kêmasiyek herî piçûk bikim, hunê
karibin gelek zilaman bixapînin. Jixwe zilam pir
çewt nêzîkê zayendîtiyê dibin. Mînak tenê di
derbarê zayendîtiyê de rast polîtîka
diyarnekirin, artêşbûnê diqedîne. Hun dihizirin
ku polîtîkayê de diyarkirin bi hêsanî tê
çêkirin. Hun bergeh teng in. Di derbarê
zayendîtiyê de nezîkatiya mezintirîn a polîtîk
heye. Ji ber ku bi vê rewşa xwe zilam û jina
Kurd zayendîtiyê de hev û dî diqedînin. Dîqat
bikin, zewacên diwazdeh-panzdeh saliyê de pêk
tên çi ne? Jin hê nehatiye bîstûpenç salî ya
xwe, penç-deh zarokan xwedî dike. Zilam jî edî
qilûs bûye. Dema ku tên bîstûpenç saliya xwe, li
rastê ne zilam ne jî jin dimîne. Şerê
mezinkirina deh zarokan tirsnak e. Jixwe zarok
nikarin bixwînin. Jin jixwe mehf bûye. Me çi fêm
kir ji vê jin û mêrtiyê? Bûyereke tirsnak, min
bi erjengî pêşwazî kir. Min got, ez di vî karî
de tun im.
Li rexmî van tevan, rastîna jinê dibînim. Çawa
dibînim? Dibêjim, azadiya jinê wisa dibe û pêş
dixînim. Tevgera jina azad heya fîzîka wê
dadixînim. Dibêjim,hevala min wê tu serê xwe
wisa rabikî, lingên xwe wisa bi rê ve bibi; ev
meşa te ya şêwaza kole, ev awirên te şêwaza
revê, zêde di hevalbendiyê de cî nagire; ev
hestên te ji feodalîzmê mane, ev eleqedariya te
ber bi rev û xiyanetê ve dibe. Hema çi aliyê ku
me rexne nekiriye nemaye. Tebî em jineke netew
diafirînin. Ev wê çawa bibe? Wê tu bi hêwilnak
bi zanebûn bî, viyana te wek awêneyê zelal nîşan
bide, fîzîka te artîstîk be, wek peykerekê be…
Ez çi bikim? Hê nehatiye bîst saliya xwe, bûye
jineke quncifokî. Tîpeke jina wisa ez nikarim
têxim nav bûyera me ya azadiyê. Ger ku di kevin
de çêkiribin, ez ne berpirsiyarê wê me. Ger ku
dixwazin di nava refên me de pêş bixin, tu
nikarî hevrê ya xwe bînî vî halî. Yek carî deh
zarok nabin. Mercên me yên aborî û civakî yên
heyî û rastîna me ya siyasî vê ranakin. Wî jî
berde, têkiliyên pêşîn jî diyar nîn e. Minak hez
bike qasî tu karibî hez bikî, xwe bide hezkirin
qasî karibî xwe bidî hezkirin; di naveroka van
esasan de tu azad î. Gava yekem jî nikare
bavêje. Baş e, keseke ku nikaribe gava yekem
bavêje, wê çawa karibe bizewice? Dest
şidandinek, nihêrtinek jî rasteqînî nîn e. Bi ya
min divê awir yeman bin.
Du kesan li deverekê bihêlî, roja duyem ev
têkiliya me ya reviyaye, ya jî çûye xiyanetê.
Emê çi bikin ji têkiliya jin-zilamê wisa?
Rêzdarî û hirmet, hevseng û pîvana xwe tune.
Yanî nikarin peyvên pêşîn ê hezkirinê jî ji hev
re bibêjin. “Em ji bo çi hev û dî hez dikin,
çima bi destê hev û dî digirin?’’ Hun nikarin
wateya vê ji hev û dî re vebêjin. Roja duyem bi
hetikînê, bi ketin û xistinê encam bigire, me çi
fêm kir ji vê têkiliya jin-zilam? Şûna ku bibe,
bila qet nebe. Xort û keçeke herî qirase li ser
navê ji hev hezkirinê bila di nav têkiliyekê de
bin, wê bê dîtin ku evê bibe bela serê min. Wê
çawa bibe bela? “Ez nizanim çi yê te nîn im; wê
tu li min binêrî, ez dixwazim rûnêm; li min
nenêrî, ezê bixeyidim, bigirîm…’’ Zilam kiriye,
keça belengaz çima neke!
Ji ber ku ez mirovekî rasteqînî me, ez xwe tevî
van lîstikan nakim. Hun jî xwe tevî nekin.
Zilamek we bigire, wê roja duyem ava we dirbixe.
Hunê feleka xwe şaş bikin. Piştre jî hunê
gazincan bikin, ez bûm çi, ez çima wisa bûm? Ma
te di pêşiyê de hizir kiriba. zilamê xwe nas
bikira. Tu baş nehiziriyayî. Ev kar bi ramanê
dibe. Ez nabêjim bila hezkirin nebe. Bila bibe,
lê bila rast bibe. Ez bawerim ku di têkiliyên we
de ev çend taybetmendiyên bingehîn yên ku min
jimartiye, li wan dîqatkirin jî nîn e. Hun xwe
pir hestiyar dihesibînin. Lê min xwe avêtiye
navsera rastê, ez dizanim ku min xwe aniye rewşa
yê herî jê tê hezkirin. Keseke ku ji min rast
hez bike, qasî bibêjim tune hindik e. Ez çima
xwe tînim rewşa jê tê hezkirinê? Tebî ji bo
afirandina asta netew vê çêdikim. Ger ku hemû
jinên Kurd ji min hez nekin, ez nikarim bibim
serok. Heta li pêşberê jinan nêzîkatiyeke rast
newergirim, ez nikarim bibim dostê jinê; ezê
bibim wek wan ên dî. Tê gotin serokatî, diviya
ye ku girêdan bi vî navî ve bê çêkirin. Di puxte
û teşe de her tiştên te, pêwîst e têkûz pêş
bikeve. Yên din ma wisa ne? Wek Barzanî, wek
axayan diçespînin û digirn. Keçê dikişîne, perê
wê datîne ango ço lê dixe, harema xwe ava dike û
ji xwe re dibe.
Tebî hun, hê van cîhanan nas nakin. Wek axatiya
kevin, wê du xulekan de henasa we biqedînin. Bi
pergalê jî nexapin, kerax e. Pergal, jinê bêtir
xistiye. Bêaramiya nav malbatê, tevahî aliyên
civakî girtiye. Ev pergal, ji axatiyê xirabtir
e. Pergaleke xirab a din heye: Pergala
kapîtalîzma kerax. Li paş a zehmet dimîne. Di
bingehê rastînan de karibi hez bikî hez bike,
karibî bijî bije. Di pêşî de têkoşîneke me heye,
şerekî me heye. Di keçeke ciwan de bûyera
hezkirinê dema tê pêkanîn, ka ew dikare çiqas
şer bike bîne pêş çavên xwe. Nêzîkatiyên min
hene. Keçeke gundî jî dikare derkeve pêşberî
min. lêkolîn dikim û dixwazim peyda bikim ka çi
aliyên we yên dikarim pêş bixim hene. Mînak, wan
taybetmendiyên ku di Turkan Şoray a wek tîpê
jina nayê gihandin tê raberkirin de peyda nabin,
dikarim di wê de bibînim. Bi rastî jî, ger ku
keçên gundî derketibin nav bûyera azadiyê,
dikarin ji bûyera jê tê hezkirinê re bibin
mijarek. Dîsa weke mînak, ew aktirîstên jin ên
navdar ku tê gotin ji wan pir tê hezkirin, bila
bi nêzîkatiyeke azadiya rast bi dest were
girtin, di encam de wê bê dîtin ku ji wan nayê
hezkirin. Mînak, demek berê dihate gotin ku
Madonna ji hezkirinê ketiye. Ew jina ku zilam wê
dihebandin, niha jê re qet eleqe nîn e. Bûyera
hezkirinê ji xwe ve û tenê bi mezinahiya hestan
dernakeve rastê. Lê di vê rewşê de gelek jin û
zilam hene. Ji nişkave li hev dikevin û bi hev
tên girêdan. Ev kar hewqas hêsan nîn e. Bi
têkiliyeke piçûcik hev xistin mijara gotinê ye.
Ez di vê mijarê de jî hestyar im. Ku heya dawiyê
ji cîhana azad re tevlîbûn nebe, ma ez xwe girê
didim? Şerê min ê herî mezin li hember wan ên ku
dixwestin min bi xwe ve girê bidin pêk hat. Diya
min xwest girê bide. Min ji dayika xwe re got,
“gava ku te min anî cîhanê, bi pir fikirandin û
paşerojê gelalekirin neanî.’’ Tebî têkiliya me
wisa bû. Gotineke pir balkêş bû û hê jî di hişê
min de ye. Min gotibû, “wek ên te wê zarokên min
nebim!’’ Tê fêmkirin ku baş fikirîme. Hunê
bikenin û biborin. Lê gava ku berpirsiyarî hebe,
zarok wisa nayên çêkirin. Tuyê ji cîhana zarokan
re çi tiştekî pêşwazî nekî. Ne dibistan, ne
saxlemî, ne welat, ne azadî heye; çi tiştek nîn
e. Zarokan raxî rastê. Ev nabe. Ez ji vê re
dibêjim, li ber ajaliyê jiyandin. Çi bextewarî
ji min re ku neketim gunehan. Ji zarokan re pêşî
welatek, derfeteke azadî û jiyandina azad pêwîst
e. Şûna ku mêrekî we yê xirab hebe, bila şensê
we yê jiyandina azad hebe, bêtir baş e. Mêrê
xirab, heya ku hun hatibana bîst saliya xwe wê
we cangizok kiriba. Li ser navê cerbandinê yekê
ji we em bidin mêr, piştî heftiyekî bigirin
pêşberê xwe: Heke ku papa we derneketibe, ji min
re çi dibêjin bibêjin. Çima? Ji ber ku rewş
guncav nîn e, merc ranakin. Bûyera hezkirinê
wisa bi hêsanî nayê meşandin. Van karan ne min
anî vî halî. Ez şopandinerê zanistiyê me,
dixwazim felsefeyeke azadiyê bisepînim. Encam bû
wisa. Pirsgirêka jinê, pirsgirêka hest û
hezkirinê wisa derketin rastê.
Ji xortekî re çavên xwe negirin, rexne bikin.
Min jî necibînin, rexne bikin. Dibe ku ê min jî
aliyên ku hun necibînin hebin. Rexne bikin û
bibêjin; em vê dera te naecibînin rast bike. Ji
ber ku mafê we heye. Yekî ku bi navê serokê we
xwe derbas dike, bi vê teşeyê rexneyên xwe pêş
bixin. Çawa ku serok dixwaze şekil bide we, hun
dikarin wisa şekil bidinê. Bi gor jineke Kurd,
divê zilamê Kurd çawa be? Hunê bersîva vê pirsê
di min de peyda bikin. Ji ber ku yekî di asta
seroktiyê de dixwazim xwe bidim birêvebirin im.
Heke ku hun xwesteka jinên Kurd pêk bînin, hunê
gaveke mezin a rizgariyê biavêjin. Hun nebêjin
jî, ez xwe bi gor jina Kurd eyar dikim. Divê her
jin karibe min biecibîne. Hun dikarin bibêjin,
heval ma ne bes e? Ne bes e, pêwîst e bêtir xwe
bidim ecibandin, pêwîst e bi her tiştên xwe, xwe
bidim ecibandin. Ev pir girîng e, ji ber ku ez
nikarim bibim sextekar. Asta netew ji min re
hewqas girêdan berpêş dike, ez jî neçar im ku
rişt bim. Ez çawa zorê li van keçan dikim û
dibêjim, “wiha şer bikin, wiha bi zanebûn bin,
wiha bi rêxistin bin’’ ez neçar im îdealên wana
temsîl bikim. Hun jî, ji pirsa divê em çawa bên
pejirandin re bi teşeyekê watedar dikarin bersîv
bigihînin.
Ji bo zilam jî, zilamekî çawa? Hun dikarin
bibêjin, “me pirsa çawa zilam ji zû de çareser
kir!’’ Bi ya min hun xelet in. Dibe ku hinek
aliyên hun diecibînin hebin ango hinek tîpên ku
hun dilikî bibin jî hebin. Dibe ku ji çanda
Yeşîlçam ango ji çanda feodalîzmê bandordar
bibin. Lê bi ya min ne bes e. Xwe bigihînin
çemka zilamê nû. Ez dibêjim, ji dest dîrêjkirinê
heya bi her awayî libatî, divê bi temamî bi gor
xwesteka we be. Ma eyb e? Wisa xwestek pêş
xistin mafê we ye. Zilamê ku destê xwe ji were
rast dirêj nake, rast nêzîk nabe, hunê çi jê
bikin? Yê ku hezkirin û rêzdarî nîşanê we nade,
hunê çi bikin jê? Yên wisa hunê li serê xwe
bikin bela. Bi rastî jî di mercên heyî de zilam,
li ser jinan wek totirne ye. Hun di aliyê fîzîkî
de jî qels in, bi piranî diperçiqin û diçin.
Pirsa zilamekî çawa ji bo we jî sotîner e.
Lêgerîna zilamê ku ji fîzîk heya hestan we
neperçiqîne girîng e. Hema fikirandina
zayendîtiya bêteşe ne pêwîst e. Têkilî hema ne
ji bo zayendîtiyê, ji bo pêşketina giyan û
zanebûnê, heta pîrozkirina zayendîtiyê ye. Ev
pevratiyeke pir xurt a jin-zalam bi xwe re
derdixîne. Hilnaweşe ango bi hêsanî nayê
lîstikê, xiyanet li welat nake, nabe vajiyê
azadî û giyana takekesî ya mirov. Têkiliyên wisa
ji bastûra jiyanê re rê vedikin.
Tebî em dibêjin, emê vê bi şer biafirînin. Ez bi
xwe jî mijara vê me. Ji pirsa çawa zilam re
bersîv didim. Ez hewl didim ku ji pirsa çawa jin
re bersîv bigihînim. Vê bi hedan û rikeke mezin
bi rê ve dibim. Min xwe avêtiye rastê, ji
rexneyan re jî vekirî me. Hun jî rast nêzîk
bibin. Em dikarin bi hev re bigihîjin hinek
encamên girîng. Qet eyb nîn e, şûna ku bi
karbidestî û hêza xwe keçeke diwazdeh salî
perçiqînim û bikim pîrejinok, di wê de hêza
viyana bêdawî pêş bixim; xweşiktiya wê, hesret û
behremendiya hilbijartina wê derbixim
eşkeretiyê. Ev ji bo min bêtir azîneke ku tercîh
dikim. Pêwîsteka herî girîng a rêzdariya min ji
min re ev e. Li hember jin ango keçeke ciwan qet
nabim perçiqandiner, qet wê ji xwe re hewcedar
nakim, qet nayînim halê kesayeteke rajêr û
pêvek. Bila jin azadiya xwe bide axaftin.
Çareseriyê wisa dibînim û ez bi xwe jî vê
dixwazim.
Pîvanên min ên jiyanê berfireh in. Bila tu kes
şaş fêm neke. Jina ku bi min re pîvanên jiyana
xwe pêş dixe, dikare hîtabê tevahî asta netew
bike, dikare di hemû peywiran de serkeftin belên
bike. Bûye jin ango mêr, girîng nîn e. Bûna
rêheval pêk hatiye. Mirov piştî ku bû rêheval,
dikare zewacan jî çêbike. Lê pêşî bi misogerî
divê di sînorên hevaltiyê de pevgihîn çêbe. Divê
di vê mijarê de pir bi îdîa, qasî îdîayê
rasteqînî û pêşxistiner bibe.
Gotûbêjên dawî dixwazim wisa hindek şênber bikim.
Bi ya min ji wan pirsgirêkên ku wek tabû tê
dîtin re şûna qet nenêzbûnê, divê em ji
zayendîtiyê heya estetîkê, giyaniyê heya tûjbûna
zanebûnê, her tiştî bi gor şerê me yê azadiyê
ango di bingeh de bi wateya pê ve girêdan û wê
pêşxistin pêgirê nirxandinê bikin. Pêwîst e em
karibin gotûbêjan rasteqînî bi rê ve bibin.
Pêwîst e hevalbendiya rastînî biçespînin hev û
dî. Divê qet em paşçav nekin ku, ev mijar herî
hindik qasî çalakiyeke gerîla nirxdar e. Ji
ketîbûnê re bi misogerî derbasgeh nîn e.
Pêwîstiya xwe wendakirin û kirêtkirinê nîn e.
Pêwîstiya bêrêzdariyê nîn e. Zagonên me yên
jiyanê zagonên şer in. Di wateyekê de em leşker
in. Ji serî heya neynûkê di her misqala me de
pêşbirka ku azadiya mezin a leşkertiyê paşçav
nake û jiyaneke ku ber ve baz dide: mijulî di vê
çarçoveyê de ye. Bi we re di vê çarçovê de em
gotûbêj dikin û diponijin. Ez bawer dikim ku
encam wê bi serkeftin be, û ev dibe layiqê wan
hevalên ku mîna we jiyana xwe danîne rastê.
Qadên ku hun jê hatine we teng kiriye, azweriyên
we yên azadiyê hem çespandiye û hem jî ev azwerî
zêde nehatine teşekirin; bi girêdana şerê
azadiyê ve nehatiye destgirtin. Ji er vê egerê
reqîtî û heta dem dem jiyandina qeyranê bûye
mijara gotinê. Pêwîst e ev nebe asteke asayî û
bi hêsanî tê pejirandin. Pêwîst e daxwaza
azadiyê dîsa hebe. Lê giredana şerê azadiya wê,
girêdana jiyana azad pêşçav kirin, pêwîst bike
nûkirin û vegûhertinê de derbaskirin bê pêkanîn,
bi vî awayî tevlîbûn divê bê rasteqînîkirin. Di
demên dawî de esas tişta em dixwazin bi hemû
binkeya xwe bidin jiyandin ev e. Jidil tevlî
bibin, xwe rast bidin jiyanê. Yên ku qezenc
dikin wê dîsa hun bin. Bi vê wateyê jî rasteqîna
serokatiyê bi tevahî aliyan ve têgihîştin û
sepandin wê ber bi jina azad û têkiliyên azad ve
bibe.
12-13 Rezber 1993
“Tabûyên we yên pir mezin hene,
hun li hember derketinekî re jî wêrekî nîşan
nadin.
Ev tenê ne bo jinan,
Ji bo zilaman jî derbasdar e.’’
CÎHANEKE BÊ QEZENCKIRIN HEYE
Em bi têgînan zelalî didin qezenckirin, li ser
jiyana kevin rexne pêş dixin. Em pirsa pêwîst e
jiyana nû çawa be timî dipirsin. Kesayetiyeke ku
radibe şoreşê, weke ku hewl dide ji tevahî
aliyên kevin ên civakê qut bibe, jin jî da ku
azad bibe diviyaye ku ji hemû zincîrên
koledariyê qut bibe. Kevneşopî, sinc û statûya
ku li ser jinê tê çespandin, tenê di çarçova
malbat, hawîrdor û pergalê de bertek raberkirin
bi serê xwe ji bûna şoreşgertiyê re têr nake.
Ger ku jin, yek jî ya nû bibîne, bi jiyana nû
bigihîje û hilkeftina bi xwe dana pejirandinê
pêk bîne, wê karibe bikeve riya azadiyê. Lê
hinek mezin tabûyên we hene; hun wêrekî nîşanê
li hember derketinekî jî nadin. Ev, tenê ne ji
bo eniya jinê derbasdar e. Ez tenê ne ji bo
civakê, ji bo binkeya ku xwe veguhestiye nav
partiyê jî dibêjim. Ev di nav binkeya zilam de
jî heye. Bi wan dahûrînên qonaxa dawî ku me pêş
xistiye, me hewl da ku vebikin. Di vê mijarê de
em dibêjin, bi gor disîplîna rêxistin û leşkerî
tevbigerin. Ev xirab nîn e, kes di zêderiyan de
nikare zêde wêrekî peyda bike, lê bi serê xwe ev
çareseriyek nîn e. Di çiyê de, bi çek di nav
mercên wekhev û azad de cîgirtina jinê gaveke
pêş de ye. Bêyî zexta zilam rabihîse jiyandin jî,
pîvananeke wekheviyê ye. Lê di mijarên bingehîn
de jiyan hatiye dahûrandin an na, naxêr!
Dibe ku her qas alîgir bi çewtî berê xwe bidin
hev; gelş pir balkêş e. Mînak yên jêderka gundî
ne, bi lezgîn û bi îşaretên birû-çav dikarin hev
bixapînin û birevin. Pêwîst e em bi rasteqînî
binirxînin. Çawa bû ku hinek şervanên me fersend
peyda kirin û hev û dî revandin û çûn xiyaneta
herî xirab kirin? Va, rêveber e, lê li ba wî ku
jinek qelsî nîşan dide, bi hêsanî di bingeheke
pir xweperest de hemû peywir û pîvanan datîne
aliyekî, heta xiyanetê dide ber çav û dikeve nav
têkileyên bi her cure bêhevseng. Ya herî xirab
jî, teşeyên têkiliya hevalbendiyê li pêşberî hev
nadin pêşxistin. Bi “Xêr hatin’’ekê jî bi
teşeyekê rast çênakin. Bi taybetî hin kes di
mijara hezkirin û evînê de du rastiyan jî
nikarin bînin ba hev û helwesta xwe raber bikin.
Ev rewş bilavî ne. Gelek libatên ku li ser navê
hezkirinê dikare bê diyarkirinê, bi rihetî bi
teşeyekê çilvirînê pêgirê şiroveya herî xeternak
tê kirin. Bi taybetî ji aliyê zilaman rê tê
vekirin ji bo fermana dardekirina jinê. Qaşo ew
bi xwe jî hatiye xapandin. Hewqas dikare bikeve
nirxandineke neheq û newekhev. Di aliye din de
ka bi rastî çilvirîn e yan na, ew jî ne diyar e.
Baş e, ya ne çilvirîn e, wê çawa be? Tu kes vê
ji xwe re nake pirsgirêk. Weke ku zincîrekî nû
bi xwe ve dadileqîne û li hember jiyanê dibe
mehkum. Dema ku em bêtir kûr dikin û em dirêjê
qada civakî dibin (ku ji vê re pêdivî heye) bi
hatina nav partiyê ne nedikare nişkave azad bibe,
ne jî ji hînbûyînên kevin difilite. Bi taybetî
ji binkeya kevneşopiya sincî ya kevin filitandin
bila li wir bimîne, ev bêtir tê çespandin heta
tê ziravkirin.
Pêwîst e li virê ji hinek têgînan re bêtir
zelalî bê anîn. Me, ev yek-du salên dawiye di vê
mijarê de hinek dahûrînan da pêşxistin. Me li
ser çonayetiya jiyana gundî û jiyana burjuvaziyê
piçûk a li ser esasê zayendîtiyê çavdêrî pêk
anî. Çemka namûsê a li ser vê bingehê û heta ew
bandorên civakî, aborî û siyasî ku vê esas
digirin bi hendazetî bi kar anî. Di xwiyangê de
kesên ku pir dijberê zayendîtiyê disekinin, di
bingeh de tê dîtin ku di nav nêzîkatiyeke
zayendîtiya pir bêteşe de ne. Tê zanîn ku ev yek
hem di jinê de, hem jî di zilam de di asteke pir
kirêt de tê birêvebirin, zayendîtî tim wek
amrazekê xistinê tê dest girtin û kes nikarin
xwe ji vê bidine filitandin.
Nêzîkatiya çewt ji zayendîtiyê re
û mezintirîn bêçaretiya civakê
Dema ku em li gelemperiya cîhanê, em hizir dikin
ku, emperyalîzm vê pirsgirêke bi gora xwe bêtir
erênî û di aliyekî pêş de çareser kiriye, lê li
welatên rajêr û li nav gelên kole jî zayendîtî
hatiye veguhestin ber bi rastîna xistina civakî
ya giring. Nedîtin gengaz nîn e ku, civakên wek
me bêtir paşketî ne, çemka zayendîtiya pir
hoveber û teşeyê herî xistî, di nav hev de dijîn.
Girêdanên vê bi mêtîngeriyê ve hene. Wisa
rewşeke zextê û xizaniyê afirandiye ku, ji bilî
ajoya birçitî û zayendîtiyê wekî din tu fersend
ji civakbûyîneke din re, îcar ji siyasalbûyîn û
bîrdozîbûyînê re nas nekiriye. Di bingeh de
çemka namûsê, çemkeke bîrdozî ye. Lê di nava me
de ji vê çi tê fêmkirin? Jin, keç nizanim
nîşaniyeka zilam heye. Bi gora xwe yên ku çav
berdidin van, bênamûs in; dema ku wana baş
neparast, hingê ew bi xwe bênamûs e. Ez hizir
nakim ku derveyê vê naverokeka xwe ye dî hebe.
Ka ev çiqas kêm e, niha em baştir têdigihîjin.
Di bingeh de pir eşkere ye ku, ev çemk jinê jî ,
keç û nîşaniyê jî rizgar nake. Li ciyekî ev çemk
di hundirê xwe de ya herî bênamûs e.
Niha zayendîtiyê wisa tabûkirin, takekes bi ku
derê ve dibe? Ber bi şûngeheke kesayetiya ku ji
civakbûn, derfetên aborî û hêzbûna siyasî dûr
dikeve ve dibe. Di destê kesayetiyeke wisa de ji
bilî dana axaftina ajoyan pê de tiştek namîne.
Ev pir şênber e. Heke ku ajoyên birçitî û
zayendîtiyê di bin sînorekî teng de bin, ev her
du hev û din hêwilnak xwedî dikin. Her ku ajoya
birçitiyê pêş dikeve, zayendîtî pir pêş dikeve;
her ku ajoya zayendîtiyê pêş dikeve, ê din jî
pêş dixîne; her wiha her du hev û dî kûr dikin û
ev bêçaretiya mezintirîn a civakî ye. Pir
wêdetir jî tê anîn rewşa çemkê. Ev di nava me de
çemka malbata hoveber, çemka “jina min, mêrê min’’
û çemka zarokan pir hebandinê ye. Zaroka wê felç
bûye, lê ew zaroka xwe di cîhanê de hebûna herî
nirxdar dibîne. Halbûkî zaroka wê xirabî ya herî
mezin aniye serê wê. Le bi ya wê ev gengaz nîn
e. Ez hê ji şaş dibim; min vê di ezmûneya jiyana
xwe de jî vekir. Ji bo zarok çi tiştek tune, lê
wê tu çawa mirîtiya wan ji zarokan re rave bikî?
Her ku hezkirina te hewqas rast e, tu çima
zarokan hewqas bi êş û janan rû bi rû dihêlî?
Hemû di nava vê nakokiyê de dixeniqin. Malbat
xwe difiroşe, xwe pêşkeşî piyasê dike, bi
şêwazeke herî xirab ji bazirganiya mirovan re rê
vedike; zarokên xwe jî difiroşe, heta keça xwe
jî difiroşe. Û bi gora wê ev çemkek e. Di bin
nakokiya qirase de dixeniqe. Bêtir yên bên
diyarkirin hene. Hemû jiyanê bi gor têrkirina
çend ajoyan eyar dike: Têrkirina ajoya birçitî û
ajoya zayendî. Çima li rêkên dî yê têrkirinê
nagere?
Va, ji ber vê yekê ji we dipirsim: Çima
têrbûyîna rêxistinî qels e, têrbûyîna siyasî
qels e û têrbûyîna leşkerî qels e? Bi gor min,
ji ber ku hun di sînorê birçîtî û zayendîtiya
bêteşe de mane, lewma. Mirov dikare bandora vê
jî bihizire. Dibe ku kevneperestiya di vê derê
de ye, ew kevneperestiya ku di asta rêxistinî û
siyasî de be. Heke ku hun jiyanê bi teşeyekê
têrkirina birçitiya zayendî ya pir bêteşe de
binirxînin, dibe ku hun têrbûyîna siyasî,
têrbûyîna rêxistinî nehizirin. Gava ku mejiyê we
tim bi van kirûyan ve eliqî ma, hunê gelek
tiştan wenda bikin. Her hal di gelek kadroyên me
de ev heye. Tişta ji evînê jî fêm dikin, bi
dibêtiyeke mezin azweriya mezin azayendiyê ye.
Pêwîst e nêrina keç ji xort re, xort ji keçê re
bê derbaskirin. Ê ku derbas neke, tu wî bikujî
jî, nikarî bikşînî xeta rêxistin û siyasî. Her
wekî ji nişkave dikare bireve jî. Ev mijar bi
xwe re dehan-sedan ezmûneyan derxiste rastê.
Pîrozkirina bûyera zayendîtiyê çi ye? Pêwîst e
zayenda jinê, zayenda zilam, hindek bi civakbûn
û ber bi siyasalbûnê ve bê dest girtin. Wisa
girêdayî hev dest girtin, xurtbûna bîrdozî û
polîtîk û besbûna pratîk pêwîst dike. Da ku ev
bê raberkirin divê hînbûyînên bêteşe yên jiyanê
bên avêtin û bên derbaskirin. Wê çawa bê
derbaskirin? Em dizanin ku zewaca koledariyê pêş
dixe ne çare ye. Di bingeh de zewaceke bêteşe
vejena mirov diqedîne, li derveyê rêkxistê
dihêle. Gihîştina gerîla û xeta rêxistinê pir
zor e. Encama wan zewacên ku di panzdeh salî de
tên çêkirinê, hilweşandin e; em vê baş dizanin.
Pêwîst e ev pêvajo berevajî biçe û pîroziyê
bije. Em dixwazin hezkirinê pêş bixin, lê zemîn,
hêz û çemka vê li ku derê ye? Zewacên bin
panzdeh salî, çawa ku min got diqedîne.
Derketina ser vê jî, bîçimên bêteşe napejirînin.
Wê tu bîçimê pîroz bicerbînî. Wergirtina vê bi
helkirina hinek pirsgirêkên rehdar ve girêdayî
ye. Pêwîst e alîgir siyasî, rewşerbîr û civakî
bin. Di halê berevajî de wê jin li zilam, zilam
li jinê çawa binêre; weke hebûniyeke zayendiya
bêteşe. Gava ku bi jinekê re were ba hev, ku di
bîçimê hêza axaftinê de nêz nebe, wek hevalekê
nebîne, evê bibe têkiliyeke pir sosret. Ev nabe
hatina ba hev a du mirovan. Ev sînorên mirovbûnê
derbas dike. Ya yê pêşberê xwe wek zayendeke
cuda qet nabîne, ya jî tenê wek zayendeke dijber
dibîne. Ev, di bin sînorê pir hoveber de rewşa
ku tê jiyandin e. Tebî mirov ne ev e; hebûniyeke
civakî ye, hebûniyeke siyasî ye, hebûniyeke
dihizire ye. Dema ku te pêwîstekên vê anî cî,
pîrozbûn dest pê dike. Ji bo vê yekê wê tu çi
bikî? Wê tu bi civakbûn û hevalbûnê dest pê bikî.
Wê tu bibî hevaleka kûr. Bûyîna heval, di
pîvanên rêxistina me de rêhevaltî ye. Asta
siyasî û asta rêxistinê ya rêhevaltiyê heye.
Ev nezîkatî û nêzîkatiya namûsê ango zayendiya
kevneşopiya kevin pev diçin. Wê tu vê pevçûnê
çawa çareser bikî? Ya bi şoreşê çareser bikî, ya
jî bi dij-şoreşê. Em dizanin ku dij-şoreş, bi
sepandinên zayendiya bêteşe ya zewacên bin
panzdeh salî ji xwe re bike palpiştek. Em jî,
her kes dizane ku berevajî dixwazin wan zewacên
ku li ser esasên zayendiya bêteşe ne bînin rewşa
bi kar nayê, da ku xira bikin.
Kesayetiya dij-civakî nikare saxlem nêzîkê
gerîla bibe
Nizanim, ma pêwîst dike cardin dubare bikim ku
ji vê şerekî mezin derketiye? Ajo pir hêzdar in,
ji hînbûniyan bêtir hêzdar in. Ajo perçeyekê
xwezayê ne; weke ajoya birçîtiyê, ajoya
zayendiyê. Lê mirov jî, divê em ji bîr nekin ku
dema tê ber sînorê mirovbûnê hindek ajoyên xwe
sînordar dike û dibe mirov. Ango divê em ji bîr
nekin ku ajoyên xwe hindek veguhêstiye siyaset,
civakbûn û ramandinê û bi mirovatiyê qonaxa
sêlûnê daye pêkînandin. Di sînorên zayendiya
bêteşe de gelên Efrîqa seyr dikin. Em dizanin ka
di kîjan asta zayendîtiyê de ne. Va, nexweşiya
AIDS jî hindek bi vê ve girêdayî ye. Li aliyekî
di emperyalîzmê de asta zayendîtiyê ku seyr dike
û li aliyê din de asta zayendîtiya Efrîqa ya
hoveber ku pev diçin dibine çavkaniya vê
nexweşiyê. Teqîna nifûs, encamekî vê nakokiyê
ye. Standartên jiyana emperyalîzmê, standartê
jiyan û jiyana zayendiyê ya gelan, teqandina
nifûsê ye. Wê ev bi serê xwe bikaribe xwezayê
wêran bike û civakê bîne rewşa nayê jiyandinê.
Hunê bibêjin ku, “ji bo me hewqas ramandina
gerdûnî pêwîst nake!’’ Naxêr, em dixwazin van
pirsgirêkên ku hatiye veguhêstin nav binkeya me
derbas bikin. Hêsaniyê ve rev nîn e. Tebî di vê
derê de pêşî civakbûnê bicerbînî. Civakbûn va,
hatina ba hev e. Nêzbûna jin-zilam ji hev re ye.
Ji hev re çend axaftin gotin e. Li ba me hin
caran, ambargo heye, ji axaftinê re jî carna
qedexe datîne; ev ne çareserî ye.Fersend nade
axaftinê. Hev û dî hema xapandin heye. Ev
çareseriyeke çawa ye? A ku em tînin çawa ye? Ji
axaftinê re erê, ji nêzbûnê re erê; lê ev bi
serê xwe çareseriyek nîn e. Hema dana axaftina
zayendîtiyê re, na. Wê ev te bixe rewşeke herî
bêteşeyî.
Baş e ya rast çi ye? Va civaka Kurd ango giştî
mirovên me, Tirkiyê jî zêde cuda nîn e.
Paşverûtiyeke civakî a mezintirîn û
paşverûtiyeke aborî ya awarte heye. Ji vê
paşverûtiya siyasî û bêhêzî dertê. Ev yek
girêdanên xwe bi bêrêxistiniyê ve heye. Lewaziya
di şêwaza lêxistinê de, xwe diteyisîne warê
leşkerî û tu bi vê ne tiştek î. Ev kesayet
nikare saxlem nêzîkê gerîla bibe. Min xwe di ve
mijarê de amade kiriye. Di lêkolîna we ya
ezmûneya min de feyde dibînim. Ji aliyên min ên
herî baş, bi ya min yek jî divê bibe ev.
Nêzîkatiya min a jinê
vegeriya şerê man û nemanê bi KT’yê re
Min ji xwe re got, “ji hevaltiyê re erê.’’ Bi
keçan re hevaltî û leyistin xweş e, lê dema ku
ez hatim sînorê zewacê bertekek bi min re çêbû.
Min got, “wê ev damezrak min bixwe.’’ Pir bi
dudilî nêzîk bûm. Piştre di astekî pêşketîtir de
xwestim ku têkiliyê bi jinekê re kûr bikim. Lê
di vir de jî min xwe wenda nekir. Dikarîbûm
ketibama nav pîvanên malbata kevneşopî; pir
hayjixwe nêzîk bûm. Hun dizanin, ev vegeriya
şerekî mezin. Hema hema bi KT’yê re bir heya
şerê man û nemanê. Heke ku min xwe terkeserê
kevneşopiyan kiriba, yek jî kevneperestiyê
jiyaba û bigota keç li aliyekî, xort li aliyekî,
ev wê min biribana feodalîzmê. Heke ku ketibama
lêgerîna malbatê, ev jî wê min biribana wirê.
Dîsa di têkiliya hatî avakirin de ketibama nav
nêzîkatiya burjuvaziyê piçûk, wê min biribana
radestbûna dewletê. Em berdin ji min derketina
şoreşgerekî, tenê wê kariba mamûrekî piçûk ê ku
xelas bûye û qediyaye derketibana. Lê berevajî,
ji vê bûyerê re pir endaze û hevseng nêzîk bûm.
Ji ber li hember çespandinên kevneşopî û pergalê
stû netewandim, ev bûyer di şoreşgerbûna min
roleke mezin leyist. Niha hun dizanin, ez bi
jinê re mijul dibim û nêzîk dibim. Nêzîkbûna
herî mezin em pêk tînin, lê hê jî pirsgirêkê bi
çavên “hat çareserkirin’’ nabînin. Evê, ji
pêşketinê re hindek rê vekir, ev nayê înkarkirin.
Baş e binkeya giştî ya kadro çi dike? Bi rastî
jî me ditirsîne. Carna hema dimîne hetikîn
derkevin. Hev û dî dibînin, dibêjin, “em
hestiyar bûn’’ Ev nêzîkatî roja duyem ber bi
revê ve dibe. Hatina ba hev çima kirêt dibe û
piştre ji revê re rê vedike? Halbûkî pêwîst e
pir gotûbêj bikî. Pirsgirêkên te yên hezar salan
hene. Tu dikarî gotûbêj bikî. Yek carî dikarî
bikî heval, bikî rêheval. Em dixwazin
hevalbendiya şer, hevalbendiya rêxistinê zêdetir
pêş bixin. Gelo ev hezkirin tê zanîn, ango tê
bawerkirin ku ev hezkirin pêwîst e? Me danî
rastê ku hezkirin li ba me hatiye qetilkirin.
Mêtîngerî qirkirina hezkirinê ye; di heman demê
de ji têkiliyên saxlem a di navbera her du
zayendan re gora qirkirinê daye kolandin. Pergal
jî rojane di kevneşopiyan de bi tevahî qirkirina
têkilî û hezkirinê ye. Ev jî dane ne.
Baş e emê li hember qirkirina hezkirinê çawa
têkoşîna rizgariyê bidin? Ev jî dahênaneke
zanistî ye. Her ku qirkirin heye, hingê li
hember vê qirkirinê divê berxwedan jî hebe. Ger
ku vê paşçav bikî, tu nikarî hezkirinê pêş bixî.
Nirxandineke min pir di pêşî de hebû: Şoreşa me
di heman demê de şoreşeke hezkirinê ye. Ev jî
têgîneke zanistî ye; wisa ne pênaseyeke remzî û
wêjeyî nîn e. Li hember qirkirina hezkirineke
rastînî, çespandina şoreşa hezkirinê pêwîst
dike.
Ev, bêşiphe, di navbera zayenda jin-zilam de jî
bêtir bi ponijîn hatiye pêşxistin. Ji vê re em
dibêjin, hest! Tenê ne di navbera zayenda
jin-zilam de, em neçar in ku di navbera
hemzayendê xwe de jî pêş bixin. Nêzîkatiya
rêzdariya zilam ji zilam re, heye yan na?
Mêtîngerî û feodalîzm mehf kiriye. Rêzdariya
jinê ji jinê re heye yan na? Naxêr; dexesî, hev
û dî nekişandin her wekî fena kurmekî van
têkilî, jidiltî, hezkirin û rêzdariyan diqewêre.
Tuyê van hemûyan çawa asteng bikî? Pêşî bi
hevnasînê. Ez ji were bibêjim, hun hê di sêlûna
hevnasînê de ne, hunê şaş bibin. Pêwîst e
hevnasîn hindek di bingehê dîrokî de bê çêkirin.
Li ser navê zayendê ji ku derê têyî ku derê;
kîjan pirsgirêkan dijî? Hevnasîn, dibin ew
bersîvên ku ji van pirsan re bên dayîn. Nexwe
ajal jî, dema ku zayendên dijberê xwe dibînin,
hema bi ajoyî nêz dibin; ev bûyereke hevnasînê
nîn e. Pênaseya mirov li ser vê yekê ye. Ger ku
hun li derdora pirsên “di nav dîrokê de çi hat
serê min, rewşa min a dîrokî û rojane, peywira
min çi ye?’’ gotûbêjê pêk bînin, dikarin derfeta
derketinê peyda bikin.
Heke ku tu vê hevnasînê pêk neyînî, wê tu kijan
têkiliya evînê pêş bixî? Evînê jî di wateya
biyekbûna mirov di her astê de nehizirin.
Bûyera evînê têgîneke bêtir cewaz e: evîn,
azweriya ku ji bo azadbûna mirov tê rabihîstin,
ji xweşikbûna mirov, tevahîtiya libatên mirov û
ji hêza mirov re rêzdariya ku tê nîşandan e. Em
qala evîna takekesî nakin; di vê mijarê de ne
tştek e. Bi gotineke, “canê min vê dixwaze, vî
dixwaze’’ nabe. Li pêşiya te wêranî û qirkirinek
heye. Heya ku tu wan derbas nekî, neborînî tu
nikarî tiştekî bikî. Nêzîkatiya “ya emê bigirin
û birevin ango înkar bikin’’ çewt e. Pêşî heval
û rêhevalbûn pêwîst e. Em vê gotûbêj bikin.
Pêşî em kî ne, em çi ne, em ji ku derê tên? Em
dixwazin civakeke nû ava bikin. Civaka nû,
wekhevî, azadî, rêzdarî û hezkirinê destpêkê em
di navbera xwe de pêk bînin. Di vê mijarê de
herî kêm hêza te ya pirskirinê û derbirîna
rêzdariya herî kêm nebe, ku tu bibêjî, “em
civaka nû û sosyalîzmê ava dikin’’ we qijik jî
bi vê bikenin. Ev, hev û dî xapandin e. Ji
jinekê hez bike, roja duyem ji rêveber re bi
meliqandinê wê bixwaze mesafe wergire û bibêje
“a hêrî baş wisa ye!’’ Rêveber jî bi
karbidestiya xwe jinê hema wek axayekî bigire
bin serdestiya xwe, dikişîne xulamtiyê û dixwaze
bi kar bîne. Te çi kir li virê? A kevin bi
awayekî herî xirab li serê me kir bela! Wekhevî
û azadî li ku derê ma?
Di nava refên me de niha serbest bihêlî, nîve
wan jina kevin, nîvê din jî mêrê kevin in. Ka wê
me civakeke nû ava bikira. Xewnên me yên civaka
nû, hêvî û armancên me, tu bi harkirina pergala
malbata kevin tînî ber qedanê! Ev xeterî ne
xeteriyeke ku xwe hindik dide hîskirin. Em hewl
didin ku çareser bikin. Dibe ku hinek bifikirin
ku ez bi karên ne pêwîst ve mijul dibim, lê wisa
nîn e. Keç û xort divê çawa hev û dî nas bikin?
Dibe ku ji were wek pirseke pir fişarde were. Lê
bi ya min hê jî ev qonax tê jiyandin. Ji
naskirinê wêdetir, gelo hun dikarin hêza
nêzîkbûnê ji hev re nîşan bidin? Heke ku hun
nîşan bidin, bravo! Heta min vê got: Di
bingeheke rast de yê/a ku dikare evînê pêş bixe
re ezê bibêjim, bravo! Di bingehên rastînê de
hezkirinekê, evînekê ger ku dijîn, wê mirov
şanaz bibe. Lê rewşeke wisa heye yan na? Her du
hatine ba hev, tu lê dinêrî felişandina
rêxistinê pêş ketiye. Ezê çawa ji vê re bibêjim,
evîn, hest û azwerî?
Hebûn û tunebûna te rêxistin e; lê bi vê
nêzîkatiya xwe tu rêxistinê diqedînî. Ma me
negot, bi awayekî din em dikarin çêbikin.
“Piştçeper pêwîst e, ger ku nebe ji bo me rev
pêwîst e!’’ Ma evîn wê wisa biba? Ma hêza evînê
ji vê re rê bida vekirin? Naxêr, tam berevajî.
Li welatekî ger ku qadeke te yê çalakiya
serbixwe kêm-zêde tune be, yek carî nêvenga
hezkirinê nîn e. Ji bo hezkirinê welat pêwîst e.
Zêde tevlî nêrîna “hezkirin li her derî dibe’’
nabim. Çivîk jî tenê dikarin nêzîkê hêlîna xwe
bi hev şa bibin. Ê wan jî bi gor xwe çemkeke
azadiyê heye. Tu nikarî li Ewrûpayê evînê
çêbikî. Karkerên me çûne, xweziya xwe bi
Ewrûpiyan tînin. Xwezî bi Yeşîlçama ku Ewrûpa jî
henekên pê dikin, tînin. Nizanim, xwezî bi
Amerîka tînin. Li Yeşîlçamê tenê rezîltî û
hetikîn pêş dikeve, ne evîn! Baş e bi teşeyê ku
hun dihizirin de emê welat çawa rizgar bikin;
çawa bi gel ve bên girêdan; de îcar ber bi
girêdanên rêxistinê ve çawa herin? Ger ku bi
salan e ev nayê pêkanîn, hingê evîn qet nayê
pêkînandin. Ev di dahûrîna dawî de çawa pêş
dikeve?
Zayendîtiyê bi gora xwe dikarî di her astê de
bijî, lê di siyasetê de serkeftina te nabe. Di
rêxistinê de serkeftina te nabe; ger ku nebû, wê
tu birçî bimînî; ger tu birçî mayî, ne tu wî
aliyê, ne jî ew alî dikare te debar bike. Di
encam de alîgir dikevin nava hev û wê bixwaze ku
xwe bifiroşe ciyekî cuda. Di bingeh de pirsgirêk
pir alî ye. Di xwiyangê de hun dikarin bibêjin,
“du ciwan in bi destê hev girtin, bi hev şa bûn,
ev kar bû û qediya!’’ Lê em dinêrin qet wisa
naqede. Pirsgirêka hestan bi serê xwe qasî
çiyayan e. Ez hatim vî temênê xwe hun dizanin,
ez têkiliya rêxistinê hêwilnak pêş dixim, di
girêdanên rêxistinê de bi hun jinan re têkiliyan
pêş dixim, lê hê jî ez nabêjim, “tu hewqas
xwediyê hezkirin, hewqas xwediyê evînê yî.’’ Ez
dikarim bibêjim, “em li mal man!’’ Rasteqînî me.
Ez hezkirinê di asta gel de diramim, di asta
welat de diramim. Ji min re tê gotin, “tu serok
î.’’ Tebî serok neçar e ku ji bo hemû jinan, ji
bo hemû zilaman hezkirinê berhem bike. Ger ku
neke, wê bibe yekî sexte. Lê ez li wê ya hun
dijîn dinêrim, hun dibêjin, “ya emê destê xwe ji
vî karî bikişînin ya jî xweperestiyê heya nav
mixê xwe bijîn.’’ Nabe; ji ber ku nabe jî, hun
nagihîjin pênaseya hezkirineke rast û pênaseya
têkiliyeke rast. Qeyran dest pê dike. Erê,
rêxistin jî wenda dike, lê tu jî diqedî.
Niha di vê mijarê de rastîn wê çawa derkevin
rastê û bên çareserkirin? Di vê mijarê de
şêwazeke me yê têkoşînê heye, bêtir naxwazim
vekim. Bi misogerî dikare bi civakbûn,
siyasalbûn û rêxistinbûnê ber bi çareseriyê ve
biçe. Pirsgirêkê jêbûnî nake, lê girêdanên wê
misoger in. Îcar di mercên têkoşîna me de, di
jiyana me ya partiyê de bêtir misoger in. Ger ku
ji yekê tavîz hate dayîn, yên din paş dikevin.
Te yekê înkar kir, wê yên din qels bihêlî. Emê
hevsengê çawa bigirin? Ji bo vê yekê dibêjim,
komple şoreşgertî! Wê tu asta têkiliyan pir
hunermendane biafirînî û rêxistinê ji bîr nekî.
Şer, jixwe bûyerek e ku tu di kozikê de dijî.
Dîsa azweriya te ya welat, jixwe bingeh û zemînê
her tiştî ye. Wê tu hindek bi van pîvanan herî
ba yê dijberê xwe. Tu dixwazî bi xortekî qeşeng
re, bi keçeke xweşik re yekitî ava bikî, wê demê
wê tu têgîna bingehîn esas bigirî. Xweşiktî tenê
di vê bingehê de dikare wateya xwe hebe. Pîrozî
ango bi kêr hatina têkiliyeke di navbera
zayendan de, tenê di vê bingehê de dikare
derkeve rastê. Di halê berevajî de wê di aleyh
de encam bigire. Ku tu bibêji, “ka bisekine
azweriya xwe bijîm, ka bisekine zewaca xwe
bijîm, ka bisekine xwe bijîm’’ hingê tu encamê
vê jî bidî berçav. Di nêvenga rêxistinê de yên
ku xwe didin jiyandin ka hatine çi halî we dît.
Ger ku wisa bû, tiştek namîne. Zor e, pêşengî
wisa hêsanî dernakeve rastê. Hun çima bêpertav
dimînin? Hun di vî aliyê de jî xwe pêgirê
dahûrandinê nakin. Ev teşeyê dahûrînê pir zortir
e. Di bûyera rêxistinê de yên ku xwe
nadahûrînin, hindik dimîne di nav stêrkên çavan
de bixeniqin. Radibin ku xwe bikujin, ber bi
revê ve diçin. Di vê mijarê de xwe dahûrîn
nekirin, stêrkên çavan de dixeniqîne, ber bi xwe
kuştinê ve dibe. Îcar xweperestiya du kesan pir
zêdetir xeternak e.
Tu dikarî di rêjeya pêşxistina hezkirinê de şer,
di rêjeya pêşxistina şer de jî hezkirinê pêş
bixî
Her wiha dahûrîna malbatê bi dahûrandina me ya
takekes ve di nav hev deye, lê bêtir berfireh e.
Şoreşgerkirina malbatê ango şoreşgerkirina
têkiliyên jin-zilam, ji şoreşgerkirina takekes
zehmetir e. Hunê pêşî wan kevneperestî û
hînbûyînên di van waran de bibînin. Ger ku
gengaz be di vê bingehê de kuştina kevin hunê
bigirin berçav. Di her tiştê ku li ser esasê
kevin e, hezkirin û hest tune. Heke ku hebe jî,
du hundirê wê hezkirinê de xiyanet heye,
qirkirin heye; weke kes jinê hezar caran xwe
daye înkarkirin, aniye rewşeke penç pere ango
aniye halê yeka bêrûmet. Me çi fêm kir ji vê
hezkirinê, ji vê têkiliyê? Ger ku hun bixwazin,
ezê bibêjim, bicerbînin. Di vê mijarê de jî hun
azad in, lê yek heftî derbas nabe, ev têkilî ka
wê çi bi serê we ve bîne, hunê bibînin. Ma çima?
Sedemên vê tên rêzkirin. Jin di aleyhê zilam de
mîna dolabekê dixebite ango fena aşekî wî
dihêre. Zilam ger ku heftiyekî tirûş bike, ezê
bibêjim, bravo! Heke ku jin ji rûmeta xwe tavîz
nade, zilam em rojane têkiliya zayendê bigirin
heya xwarin-vexwarinê nizanim, bi her awayî
têkiliyê de serdestî dixwaze. Zilam, bi gora li
ser jinê heqaretkirin, bi tiştekî nehesibandin,
bêrêzdarî nêzîkbûn hatiye teşekirin. Di vê
wateyê de paşverûyeke super e. Jin jî, dibêje,
“rûmeta min nema, ez bûm pîrejinokek, ketim nav
dest û piyan; fîzîkî, giyanî, ramanî qediyam!’’
Li jineka gundî binêrin ramana wê qediyaye,
fîzîka wê kulînçe bûye û tepişiye. Di bedena wê
de tiştekî mîna giyanê dîtin ne gengaz e. Zilam
wê çi bike ji jineka wisa? Wê pehîn lê bixe,
haqaret lê bike. Ma nêzîkatî ne ev nêzîkatî ye?
Tebî jineke wisa nikare tiştekî bike, qediyaye.
Ka ew evîna ku we avakiribû, hestên we hebûn; lê
ji bo wê di bîst salî de jiyan mir. Ez li hember
jiyanê rêzdar im. Yek jî di vî aliyê de min sond
xwariye ku jiyanê rizgar bikim! Ezê di têkiliyên
jin-zilam de vê astê nepejirînim. Ev, bi min
vegeriya şerekî mezin. Nexwe ne xwe tînim rewşa
mêrekî wisa, ne jî a dijberê xwe tînim rewşa
jineke wisa. Çawa ku tê dîtin îro ev şer
gelemperî bû û vegeriya şerê azadiya zayendekê.
Erê, niha ya ku bi we re didim şerek e. Li
hember wê jiyana we ya di nava partiyê de ji
şerekî pê de ne tiştek e. Bi rastî jî hun şer di
aliyê zayendî de dijîn. Hun vê li ser navê
azadiya zayend bi rê ve dibin. Bi awayekî dî
alternatîfa vê jî, teşeyê jiyaneke din e. Heke
hun bixwazin, bicerbînin, lê roja duyem hunê
gazinç nekin. Hunê nebêjin, “bila rêxistin bi
min alîkar be, min bikişîne piştçeperê, min
derxe derveyê şer!’’ Li Ewrûpa çend kes
derketin. Bi rastî jî nizanin rast û durust
bijîn. Ezê ji vê re nebêjim zewac jî. Ew niha
xayînên herî mezin in, fersend peyda bikin wê
partiya me biqedînin. Yên ku reviyan Başûr jî
hebûn. Ew jî ger ku fersend bibînin wê partiya
me biqedînin. Keçeke ku li serê me bibû bela
hebû. Me deh salan li ser pişta xwe hilgirt. Di
dawiyê de navendiyekî me girt û reviya. Perê me
jî bir. Peywirên pir girîng hebûn, li wan
xiyanet kir. Ma dijraberiyekî herî gewre
derbeyeka wisa dikare lê bixe? Wê bi xwe digot,
“ew derbeya min lêxistî eşa wê bi salan
rabihîse.’’ Li egîdiyê binêrin! Wisa bi dehan
mînak derketin. Dîsa gerîlayek hebû, yeka bi
kêrnehati bû. Çawa xapand; li ser esasê
karbidestiyê çû, niha di qawîşa îtîrafkaran de,
“orispiyek’’ e. Êşek pir mezin e, lê rastîn e.
Dixwazin hemû keçikan bînin vê rewşê. Qaşo hev û
dî girtin û revandin. Qaşo tevgera rizgarkirinê
damezrandibûn!
Naxwazim mînakên di nava partiyê de zêde vekim.
Ezmûn û têkoşînên ku min jiyaye vegot. Pir
stratejîk, di heman demê de komîk! Pirsgirêkek e
zehmet. Evîn qet hêsan nîn e, karek e ku
rêzdariya mezin dixwaze. Bingehê wê jî, li ser
esase rêxistin û serkeftinan e. Ez eşkere
bibêjim; jina ku bi ser naxîne, ezê çima qasî
metelikekê qîmet bidimê? Dixwaze bila zilam be,
bila jin be, ku te nirxdarî nedît rêzdariya te
nabe. Ku rêzdariya te nebe, hezkirina te nabe.
Ji vê jî, têkiliyeke hêzdar dernakeve. Pir
eşkere ye: Bila rêxistin bin bikeve; welat,
mîlet, gel hemû ji dest herin, wê tu jî bibêji,
“min evînê rizgar kir, min li Ewrûpayê jiyanê
eyar kir, xwe spartim filan rêxistinê!’’ Ev,
bênamûsiya herî mezin e. Bi vê teşeyê
rizgarkirina hev, bi vê teşeyê şidandî parastina
hev ma namûs e? Ku tu vana bigirî û perçe bikî,
tu mafdar î. Bi vê wateyê helwest rast e. Li
aliye dî dinêrî, hizir nakim ku li tu ciyekî din
hewqas azadî, wekhevî, rêzdarî û hezkirin ji
têkiliyan re bê dayîn û kesekî dî ji bo vî karî
hewqas mijul bibe.
Bi kurtasî em têkoşînê bi rê ve dibin. Bila çi
kes ne li benda çareseriyên hêsan be! Ev mijaran
ked dixwazin. Her wekî ku em li hember hestan
rêzdar in, wê demê emê pêwendiyên wê bi kedê re
ava bikin. Pêwîst e di vê mijarê de nerêzdarî li
hember kedê çênebe. Yanî xwe ne pê de berdin, ne
jî rahêlin. Nebin haletên nêzîkatiyên zilamê
enzan. Ger ku keda we nebe, bi taybetî bi
palpiştiya qismê rêveberên zilam, xwe nexin rêka
rizgariya erzan ango mesafe wergirtina di nav
rêxistinê de. Ne erzan hez bikin, ne jî bila
erzan ji we bê hezkirin. Xwe rast bêxin riya
hezkirinê.
Hezkirin pêwîst e. Şoreşger ger ku rast nêzîkê
bûyera hezkirinê nebin û hezkirinê pêş nexin
xeternak e. Me dîrûşmeyekî avêt rastê: “Tu
dikarî di rêjeya pêşxistina hezkirinê de şer, di
rêjeya pêşxistina şer de jî hezkirinê pêş
bixî!’’ Teşeyekê rast e. Ev şerekî di her
astî de ye; ez ji ezmûna xwe dizanim. Çima
hewqas eleqe nîşanê zayenda jinê didim? Ji ber
ku min şer pêş xistiye, lewma. Ez di berê de ne
wisa bûm. Hun çima niha bi hûrgilî û pejnkerî
eleqeyekê pêş dixin? We hindek eleqe ji şer re
nîşan da lewma; di hezkirina keça ku dixwaze
tevlî gerîla bibe de pîrozî dest pe dike lewma.
Tebî tenê xwestin ne bes e. Heke hun rêxistin,
şêwaz û taktîkên wê pêş bixin, hunê bigihîjin
girêdanên hezkirina herî nirxdar. Û ji vê derê
welat rizgar dibe. Her ku wisa ye, bibin hêza
rizgariya bingehîn a welat û mirov. Hebûnên pir
rêzdar derxin rastê.
Mirov di hêza atomê de behreyek e
Her ku em gotûbêjên pirsgirêka jinê wisa di
quncên cewaz de digirin dest, armanc
xitimandinên di jiyana partiyê de dana
derbaskirin û bikarainîna milîtantî ya şoreşger,
bêyî ku zêde astengan ve rû bi rû bimîne, ber bi
herikandineke geş ve birin e. Çawa ku tê zanîn,
mirov embara vejen a mezin e. Ew vejen her ku
veşartî dimîne dirize, li nava xwezayê belav
dibe û bi gor zagonên xwezayê bi kar tê. Em hewl
didin ku mirovê dije ji bûyîna potansiyel derxin,
vegerînin vejenê, vê jî weke warekî dahûrîner ê
bingehîn ber bi şerê siyasî û piştre yê leşkerî
herikandinê ve bînin rewşa hêmanekî çist. Bi
rastî jî mirov di hêza atomê de behreyek e; gelş
şayana teqandina wî ye.
Hunê bibêjin, ka çi pêwendiya vê bi pirsgirêka
jinê ve heye? Mirovê ku ji zayendîtiyeke bêteşe
nefilitiye, mîna teqandinê ye. Lê weke Çernobîl
teşkele çêdike; tenê mirovan dikuje, felç dike û
ber bi seretanê ve dibe. Dizanim mirovên ku dîl
kirine hene, jin hene. Bi tevahî behreyên xwe ve
xeniqîne, bêyî ku bijîn mirine. Divê ev bê
perçekirin. Çima hewl tê dayîn ku potansiyela
kesayetiyên averêbûne bê çistkirin? Ev bi temamî
jin û têkilî eyarkirineke bi gora berjewendiyên
mêtîngeriya kerax yê çîna serdest e. Ta ku li
hember vê şer neyê vedan, rêzdariya jiyanê nayê
pêşxistin. Ji ku derê ve bê nêrin bila bê nêrîn
derbaskirina qirêja derdora cîhana jinê bi
derbekirinên şidiyayî li ser esasê têgînên nû,
li ba vê yekê herikandina vejeneke paqij-zelal û
anîna rewşa hebûniyeke ku kesayeta jinê peyda
dike û çist dibe, bêgotûbêj peywireke şoreşê ye.
Em bi vê bawer in û ji bo vejena jinê derxistina
eşkeretiyê, tevahî hêza xwe datînin rastê. Zexta
çînayetî, kevneşopî û sinc, dîsa venêrana
mezintirîn a civaka serdestiya zilam, jinê aniye
rewşeke nikare henase wergire. Şoreş,her ku kom,
gel û civakên di bin zextê de derdixe
eşkeretiyê, di aliyê din de jî, ji vana hêz dide
avakirin. Ev ji bo jinê bêtir pêwîst e.
Di destpêkê de rasteqînê bi çewtî û rastiyan ve
naskirin, piştre jî vegûhertin pêwîst e. Pîştî
ku çewt-rast ango xweşik-kirêt hate diyarkirin
vegûhertinê dana destpêkirin pêwîst e. Bi vî
awayî peywira çewt û kirêt derbaskirin, rastî û
xweşiktiyê serdestkirin dikare pêk were. Vê jî
şoreş çêdike. Pirsgirêk objektîf e û warekî
peywira şoreşê ye ku nikare di ser re derbas
bibe. Li ba me ev kartêkerekî herî xitimandiner
e. Hem di hundirê partiyê de, hem jî derveyê
partiyê de kesayet neketine riya hev xurtkirinê.
Hê jî riya terpilandinê dijîn. Mînak hun
dibêjin, “Pergala wêkheviyê’’; wekhevî çi ye? Em
zewacê bigirin dest; em ji vê re bibêjin meşa
pevretî ango pevreyî ya nijada mirov. Heke di vê
de pevretiya armanc, pevretiya biryar hebe,
diyar e ku ev hevalî hatiye pêkanîn. Lê ev
damezraka pevreyiyê ku damezraka malbatê ye, ger
ku hatibe rewşa xistin û ketibe rewşa amraza bi
rasteriya meşê ve dikeve nav nakokiyê, di vê
rewşê de, ku ew hatibe şûngeha dijraberê
berjewendiyên civak û netewê, wê demê em nikarin
qala têkiliya saxlem a hevalî û zewacî û
têkiliya azad bikin. Lewma di vê bingehê de
malbatê bi rexneyeke tund pêgirkirin û dîsa
têkiliyan ji rexneyan re vekirin jênerevîn e.
Ev têkilî û jiyaneke çawa ye; va, di nêvenga
partiyê de bi hewldanên piralî em dixwazin pêş
de bibin. Aliyek vê yê ku neyê têgihîştin û bê
lomandin tune; ji ber ku peywirek e. Jixwe jin,
ji ber zext û rewşa nayê pejirandin a ku civak
diçespîne, diherikin nav partiyê. Sedemê
bingehîn ev e. Pêwîst e hun bergîdana vê
bibînin. Partî, bi dayîna nêzîkatiya azadiyê,
jin jî bi meşandinê berpirsiyar e. Divê mirov
xwestekên xwe berevajiyê vê nexîne. Bi taybetî
jî divê bêriyên xwe bi şerê xwe re bike yek. Her
wekî ku şerê partiyê, bi wateyekê şerê jinê ye
jî. Pêwîst e avakirina pêwendiya navbeynê baş bê
zanîn.
Şûna stû tewandinê
di riya têkoşînê de her roj mirin bêtir di cî de
ye
Şûna ku mirov bibe mehkûmê kevneşopiyan û were
xeniqandin, di oxira azadiyê de têkoşîneke mezin
vedan hezar car çêtir e. Şûna stû tewandina
mercên ne bi salan ku bi qasekê jî mirov nikare
bihedirîne, di riya azadayî de her roj hezar
caran mirin bêtir di cî de ye. Azadî, di pêşiya
nan û avê de tê. Dema ku hun bibêjin, “Nan û av
pêdiviyeke bingehîn e’’ û spasî bikin, hingê
hunê li hember nirxekî bingehîn ê jiyanê
berevajî bikevin. Ev bingehîn sedema serberjêrkî
çûyîna we ye. Lê ger ku şûna vê de, hun ber bi
azadî û têkoşîna wê ve biçin, ev helwesteke rast
e.
Pênasa pêşketina PKK wisa tê çêkirin. Bi rastî
jî, di bingeh de ev taybetmendiyê PKK jinê
kişandiye. Em bi dahûrînan ji vê re zelaltî
tînin û dîsa ka wê çawa pêwîstikên vê bên cî
didine diyarkirin. Bêguman çareseriyeke wisa
reçetewarî ango qasekî nikarin pêk bînin. Weke
di çareserkirina her pirsgirêkê de, di vê derê
de jî ji têkoşîna salan re pêdivî heye. Wekî din
çawa ku di her warî de heye, ev war jî pêdiviya
xwe bi afirandineriyê heye. Ya herî girîng jî
ev, bi rêxistinê dibe. Rêxistin jî wekhevê şer
e.
Bi taybetî gotûbêjên ku min di vê mijarê de
pêşxistine, hindek takekesî ne; partî jî wê
gotûbêj bike û ji xwe re bike mal. Her wiha
tevlîbûna gotûbêjan hem mafê wê ye, hem jî
peywira we ye. Ger ku hun, nekevin berevajiyê
yekîtiya partiyê, ku hun taybetmendiya wê ya
xurt dike dîqat bikin, dikarin ew tiştên ku tê
gotin tabû nasnekin, pirsgirêkê gotûbêj bikin û
têxin riya çareseriyê. Rêzdariya ku em ji jinê
re, bi vê wateyê ji zilam re jî nîşan bidin,
şûna ku di bin bandora giran a kevneşopiyê de
nale nal bikin, ji azadiyê re hêz nîşandana wan
pêkanîn e. Derbirîna herî rasteqînî ya rêzdariyê
ev e. Heta em dikarin bibêjin ku taybetmendiya
herî mezin a şoreşa me, mirov weke hebûniyeke
rêzdar diyarkirin û pêwîst e rêzdarî ji rûmeta
mirovbûnê re bê raberkirinê derxistina rastê ye.
Ger ku em bêtirîn şênber bikin: Pirsgirêk heye.
Gundî, berî gihandina 15 salî bi çareseriyeke bi
awayê sergirêdanê encam dikin. Burjuvazî û
emperyalîzm, jinê bi awayekê herî xirab tînin
rewşa meta û bêtir bêwijdanî dibin çareseriyekê.
Wê vedigerîne metayeke tazî. Çareseriya
sosyalîst an jî azadiyê wisa nabe. Ne ya
feodalîzmê ku jinê bi heft pacan servedişêre û
ne jî ya emperyalîst kapîtalîzmê ku tîne rewşa
altaxê mekanîzmayên zir li sûkên vekirî nabe
şêwaza çareseriyekê. Nêzîkatiya azadiyê mirovanî
ye. Di vê bingehê de nêrîna me ya cîhanê heye.
Di pêşî de gotûbêjkirin ji bo têgihîştina vê ye.
Gotina, “Here keça filankes bîne û were, vê
keçikê bibîne û bi kar bîne, derxîne reklamê, di
piyasê de bi kar bîne’’ bi yek axaftinekê
bêrêzdarî ye. Ji vê jî wêdetir heqaret e, dijun
e, ji mirinê xirabtir e, hereşeya jiyanê ye.
Her wiha pirsgirêk jiyanî ye. Jixwe jin, ji ber
vê sedemê dixwazin werin nav partiyê. Dîsa ji
ber sedemê di nava partiyê de bi mafdarî di nav
hinek bendemayînan de ne. Hun ji bendewariya xwe
ya azadiyê re çareseriyên rast dixwazin û ji bo
vê jî bi qehremanî xwe feda dikin. Bi sedan
hevalên me yên jin da ku radest nebin, stû
netewînin di hundirê pêwendiya vê azadiyê de xwe
feda kirine. Bi bombeyekê, bi guleyekê vê
helwesta zadegan nîşan dane. Vê nedîtin, dîtin û
maf nedayîn bêrêzdariya herî mezin e. Ji van
nirxên mezin re maf nedayîn, tê wateya bi
bîranîna wan ve negirêdayînê.
Koleyan jî mafê hevrêtiyê bi têkoşînê qezenc
kirin
Ger ku çarçove wisa be, divê têgihîştina we pêş
bikeve. Divê hun bi wêrekî veqetandina rast û
çewtiyan bikin. Weke ku di her têkiliyê de hene,
di vê derê de jî awayên ku ji şoreşê re xizmet
dikin hene. Emê van veqetandina çêkin. Rewşên ku
jê re bê gotin “erê’’ ango “na’’ hene. Ev der
warê azadiyê ye. Qasî ku em vê derxin zelaliyê,
emê biparêzin û serkeftina wê pêk bînin.
Dijminên vê jî hene. Di nava partiyê de şerê
herî bi ponijîn di vî warî de tê dayîn. Jina ku
hatiye veguhêstin nav partiyê, tê weteya ku ji
bo bûyera destpêk çêkirinê wê li ser şerê herî
mezin bê dayîn. Tê wateya di têkiliyên jin-zilam
de naskirina derfeta nêzîkatiya wekhev û azad.
We, vê rastînê baş nedît. Lewma ji têkiliyan re
sawî, zaroktî, bêast û seranser nêzikatî nîşan
da. Ev, bi gor kevneşopîyan derbirîna siviktiya
we ye. Halbûkî me ji bo şerê mezin hinek
destpêkan da çêkirin. Weke ku jin tevlî partiyê
bû, ma rizgar bû, naxêr. Tenê şensê şerê mezin
bi dest girt. Me çek da destê jinê, ma xwe
selimand, naxêr. Ji bo xwe biselmîne, me
fersendek dayê. Tabî yên ku vê pir berevajî
şirove kirin hindik derneketin. Yek-dudo gule
diteqîne, xwe têxe şûna şoreşgerê çare çar. Dîsa
di nava refan de bi hêza hinekan çend rojan li
ser lingan mayînê wek selimandina kesayetiyê
dinirxîne. Ev nêzîkatiyên pir zaroktî û
xweperestî ne, gavên destpêkê ne; yên mayî wê ji
hêla têkoşînê ve bê diyarkirin. Ma jixwe we
platforma şer vedanê girt, lê wê şer qezenc ne
kir; ji bo qezeçkirinê wê pir hewldanên we
hebin. Tabî li ser jinê di çespandina têkoşînê
de peydabûna me, riya tekane ya ku wê bi ser xwe
ve anînê ye. Em bi her tiştê ku di alehiyê wê de
ne re şer dikin. Bigihîjê her tiştê ku mafê te
ne, lê ev bi têkoşînê dikare bi ser keve.
Kole, demeke dirêj mafê xwe yê hevrê girtinê
tunebû, bi têkoşînê mafê hevrêtiyê qezenc kirin.
Xulam jî zêde mafê xwe yê hevrê girtinê tune bû,
di encama têkoşîneke dirêj de vî mafê bi dest
girtin. Proleterya jî tam azad nebû xwediyê
hevrêtiyê. Sosyalîzm ji vê re hindek derfet da.
Dema em dirokê dinêrin, pêşketina malbatekê jî
bi gelbûyînê, di welatekê de bi kombûyînê û bi
dewletbûyînê ve pêwendiyên xwe hene. Çima di
qereçiyan de damezraka malbatê zêde pêş
neketiye? Ji ber ku cî û warên wan, nasnameyeka
netew ê diyarî tune ye.
Van hemûyan, ji bo hinek pêşdaraziyên we
hilweşînim û we bi rastînan re bidim nasandin
dibêjim. Mirovên hewqas seranser û bêhêz dikarin
çi bikin? Tenê ne jin, zilam jî wisa ye. Dema
hun vê rewşê dijîn, emê behremendiya we ya dana
ecibandinê çawa pêş bixin ango wê bi kîjan rûyê
pêk were? Ma we vê qet hizir nekiriye? Ne şerm
e, ez jî di wateyekê de hewl didim ku xwe bidim
ecibandin. Ji ber ku serok, di ciyekî de yê xwe
dide bêrpêşkirin e. Gelo wê gelê min, min
biecibîne yan na, ango wê jin min biecibînin an
na, her çende ku pirsgirêkeke wiha tune be jî,
wê tu dewlemendiyeke wisa biafirînî ku gel te
bipejirîne. Tu nikarî wek axayekî xwe li ser
bidî runiştandin. Nikarî jê re mîrtî û paşatiyê
bikî. Tu nikarî bibêjî: “hindek can lê hebe bila
ew jî derkeve.’’ Tu nikarî wî li pêşberê xwe
bînî halê acucan. Lê nêzîkatiyên we yên
kevneşopî wisa ne. Di vê bingehê de
pêşwazîkirina we ya mêr, pêşwazîkirina we ya
çîna serdest, pêşwazîkirina we ya xortan heye.
Gel û welat çi ye? Çî li ku derê ye? Çî ji ku
derê hat, çû ku derê? Ez li ku dera vê me? Hun
pirsên mîna vana nakin û bersîv nadin. Hun
dibêjin, “wisa hatiye wê wisa here.’’ Tebî şoreş
dixwaze vana bigûhere.
Apocîtî,
ji hilkeftina karên herî zor xwe nepelikandin e
Her ku ez ez im, van mirovên me yên ku vê rewşê
dijîn naecibînim. Ev kesayet û mirovên ku
bêîdîa, sivik, bêçare û bêberhem in, bertek
raber kirim û berê xwe dame şoreşgertiyê. Ji
pirsa mirovê ku pir xwedî pirsgirêkan e ka çawa
dikare xwe dewlemend bike re hewl dam ku bersîv
peyda bikim. Di derbarê asta netew, asta civak,
heta asta mirovanî de, yanî bi asta
enternasyonal gelo wê karibin min hindek gohdar
bikin û hindek têbigihîjin de ponijîm. Lê hun
bêtir di çarçoveya malbatê de nêzîk dibin. Ji
pirsgirêkê re hewqas teng û paşmayî nêzîkbûn
nabe. Da ku rûmetekê biderbirîne, pêwîst e ast
hêzdar be. Tebî ev jî bi çeka partiyê û bi hêza
rêxistinê pêk tê. Tu dikarî bi zênên xwe ya
siyasî, bi behremendiya xwe ya dahûrîner, bi
hostatiya xwe ya şerkirinê bibî dewlemend. Di
encam de wê tu daringî jî, arişen jî bînî. Hingê
hêz û xurtî ya te ye. Mirovên wisa dikarin bi
hev re bimeşin. Di asta navnetewî de, bi seroktî
çima kes min napejirîne? Ji ber ku gelê Kurd pir
xizan e. Her ku neyê rewşa hêzeke stratejîk, di
hevsenga navnetewî de neyê şûngeheke ku karibe
rolekî girîng bileyize, dizanim ku wê qîmeta min
jî zêde nebe. Ev yek min bir serokatiya
stratejîk. Di bingeh de ger ku hun bi
şibandinekê gelê Kurd têxin şûna jinê, hunê
baştir fêm bikin. Mînak we jinan çima kes zêde
rişt nahesibîne? Çima zilam pir erzan nêzîk
dibin? Pir bi mafdarî ew bendewariyên wê yên ku
nêzîkatiyeke hezkirineke rast, debar, saxlemî û
perwerdehiyê danaynin pêş we? Ji ber ku hun
xizan in, yanî bêhêz in. Zilam di yek derbê de
dibêje, “Ez vê jinê bi çendî û çawa bikirim!’’
Çima? Ji ber ku zêde giraniya we tune. Mînak
keçeke Alman bi gor keçeke Tirk bihayek
diderbirîne. Li pêşberî deh zilamên Tirk bêtir
giran e. Zilamên Tirk ji wan keçan re
“jinantiyê’’ dikin. Lê heman zilam, li hember
keça Anadolê weke totirna ye. Va, pêwîst e êm bi
vê têbigihîjin. Çima ku tê keça Tirk wisa ye? Ma
jixwe çi hêza wî heye! Jixwe ramana wê di rewşa
qedandinê de ye. Dilê wê davêje yan na, ne diyar
e.
Ji ber ku ez ketim erjenga vê, min dest avêt
pirsgirêka azadiyê. Ev hemû dibe ku ji we re
tiştekî bîr neyênin, lê belê ji bo min weke ku
vejena hîdrojenê roketan dehf dide, weke sedemê
dehfdanê ye. Statuyên nayê pejirandin hene. Ev
ji PKK’ê re rê vedike; ev jî ji pirsgirêkan re
riya çareseriyê ye. Lê hun tenê dikarin bigirîn.
Hun dibêjin, “Wey çi bi serê min hat!’’ û mîna
çarenûsê dibînin. Qencî û bedewî ya min bi
teşeyekî ku kesî ji we necerbandiye, bi çavên
çarenûsê lê nenihêrtin a min e. Hema hilkevê û
têkil hev bike, encam çi dibe bila bibe; Apocîtî
hindek ev e û rast e.
Ev tenê ne ji bo we, ji bo zilaman jî pêwîst in.
Çîroka jiyana xwe baş dizanim. Dema ku têkiliya
jin-zilam dibe mijara gotinê, di jiyê min ê
ciwan de ne kesî min bextewar didît, ne jî min
tiştekî wisa ji xwe re layiq didît. Min got, ku
her tiştî bi viyana xwe ya azad nedim afirandin
namerd bim û hewl dam ku wan têkiliyên sipartiyê
pergalê bigirim; di salên ciwantiyê de, eyb nîn
e, hewl dam ku bi jinekê re têkilî deynim. Me vê
eşkere kiriye. Piştre em bi vê baş têgihîştin
ku, ew tiştên ku ji hêla pergalê ve hatiye
amadekirin û pêşxistin ne guncan e ku bi gor
kêfa xwe bigirî û bi kar bînî. Her tiştê ku
pergal pêşkeşê te dike ji bo berjewendiyên xwe
ne. Li hember vê di helwestekê de peyda bûn, di
bingeh de nêzîkatiyeke mezin e.
Her wiha pêwîstî heye ku gelek têkilî û
kesayetiyên ku bingehên xwe ji pergalê digirin
weke mafdarî bi şik nêzîk bibin. Ez vê di wateya
polîsiyê de nabêjim. Di nirxandineke min de, her
çende ku bi şêwazeke nepixandî hatibe gotin jî,
min ji bo jinê gotibû, “Zayendeke ku çonatiya
xwe ya bûna sîxurtiya objektîf herî belavbûyî
ye.’’ Çima “Sîxura objektîf’’ e? Super teslîmê
viyana serdest bûye. Kesayeteka ku hewqas bûye
rajêrê viyana serdest, desthilatiya zilam û
desthilatiya çînayetiyê, helbet “Sîxura
objektîf’’ e. Ev rasteqîn koletiyê, radestbûnê û
lihevhatinê har dike. Ji ber vê yekê me pir
giraniya xwe da nêzîkatiya azadiyê. Me vê jî got:
Ger tu jinê tam azad bikî, wê tu rê vebikî ji bo
şoreşeke pir radîkal. Ev nirxandin rast e. Ji
ber ku gelê xizan qîmeta xwe ya stratejîk tune.
Di aliyekî de jî tam girtîbûn, ji bo te zemîna
hêz derxistina rastê pêşwazî dike. Ger em qasî
navên xwe li xwe layiq nebînin ketibin,
bizanibin ku me bihayê xwe pir wenda kiriye. Ev
yek ji bo malbat, jin û zilam jî dikare bê gotin.
Qîmeta jiyanî nebe, ev tê wê wateyê ku hinekan
te pir xistiye. Hingê ma tuyê ji vê re bibêjî, “Çarenûs!’’
Ma tuyê bibêjî, “Wisa hatiye wê wisa here.’’
Naxêr! Sedemên vê civakî ne, çareserî jî civakî
û zimanê wê jî têkoşîn e.
Pir eşkere ye ku em bangawaziya uslûp û azîna
têkoşînê li we dikin. Beriya her tiştî pênase û
armanca têkoşînê heye. Piştre jî kesayet û
têkiliyên ku qîmet bi dest xistine. Tê dîtin ku
vegotinên min bi piranî guncavê rastîna we ye û
pêwîst e jî.
Ji pirsgirêkê re nêzîkatiya netewî,
wê ji warê navnetewî re jî tevkariyekê berpêş
bike
Ên ku vê gelşê dikin tabû, hestiyarî li ser
hestiyariyê, şilekî li ser şilekî, zayendîtî li
ser zayendîtiyê diçespînin kê ne? Yên ku dijminê
gelşê ne. Yên ku dîrekt ango endîrekt jinê
nahesibînin, ew in ku hezkirinê nezanin. Ya ku
vê layiqê xwe dibîne jina kole ye. Yên ku xwe bi
şepêldanê diborînin kê ne; çi kes in? Jina ku bi
birîna xwe tênagihîje, bi koletiya xwe
tênagihîje û bi gora vê têkoşîn venade çi ye?
Ger ku têkoşîna wê ne zadegan, rêgez û
biryarmendî be, ev tê wê wateyê ku di nava
lîstikên jina rezîl de ye. Ji bo zilam jî
derbasdar e; tenê bi stû tewandina jinê ve mijul
dibe. Ev zilam ka partî çawa û çima eleqe nîşanê
jinê dide nizane. Dîsa bûna heval ango rêheval
nizane; roja duyemîn têkiliyan averê dike.
Zilamekî wisa ji bilî şoreşgerek her tiştek e.
Pirsgirêk, kesayetîyê di derxistina zelaliyê de
ye, li ciyekî ev peywira kaxizê turnosol dibîne.
Hun dibînin ku mijar têkilhev e; bi we jinan re
kesek wêrekî nabîne ku civîneke rişt li dar
bixe. Heke ku ez, ka pirsgirêk çiqas teorîk e û
heta di aliyê siyasî û rêxistinî de çiqas
girîngiyê hildigire vebêjim, dibe ku zimanê we
şaş û paş bibe. Ev destpêka bi aqilbûna we ye
jî. Hun hêdî hêdî giraniyê didin ramana xwe, ev
pêşketineke baş e. Me li hember statu, helwest û
jiyana kevin a ku koledariyê wek çarenûsê dibîne
şer vedanê baş da destpêkirin. Me pêşî mercên
anîna halê jineka ku dikare birame, gotûbêj bike
û serbixwe li ser piya bimîne afirand.
Hun baş dizanin ku yên herî nêzî we jî, bi we re
civîna gotûbêjê li dar naxin. Dibe ku yên hun jê
pir hez dikin ango evîndarên we jî tenezûl nakin
ku bi we re gotûbêj û nirxandineke rişt li dar
bixin. Tim diçespînin û dixapînin. Naxêr, ev ne
nêzîkatiya dildaran e, xapandin e. Li pêşiya
têkiliyên me yên azad gotûbêj û nirxandinên rişt
danîna we û her wiha hizra we ya kesayetên
nirxdar her ku azad dibin, her ku serbixwe dibin
wê bibin layiq pir tê fêmkirinê. Li ba redkirin
û înkarkirina vê û ew nêzîkatiyên ku tim
dixwazin bi her cure xistin û sihêlkirinê
serdest bikin nepejirandin jî tê fêmkirinê. Ger
ku hun hindek rêzdariyê daxwaz dikin, di sazgeh
û komeleyên civakî de hindek riştî daxwaz dikin,
va wisa tê bidestgirtin.
Gotûbêjên di nava partiyê de di vê astê de pêş
ve dibim. Hun Jî, di bin ronahiya vê gotûbêjê de
çi pirsgirêkên hema bên hişê we nêzîk dibin. Ma
zilam dibêje pirsgirêka zayendî, ha ji te re
nêzîkatiya vê; ma dibêje pirsgirêka evînê, ha ji
te re zagona evînê; ma hezkirin ango
pevretî-pevreyî bi mirovekê re dixwaze, ha ji te
re rêpîvana vê; ma estetîk û xweşiktiyê dixwaze,
ha ji te re azîna wê... Ger ku bê dîqatkirin, li
virê kêfiyet tune, nêzîkatiyeke rasteqînî heye.
Lê hîsên we cuda, azweriyên we cuda ne. Di
helwesta xwe de pêkolînkirin ku kevneperestî ye,
ku li hember rêxistin û partiyê tê wateya
berxwedanê û bi taybetî jî çavreşiya di vê
mijarê de ku dibe xiyanetê bi mînakên xwe ve
hatiye dayîn. Hêsan nîn e têkiliya jin û zilam,
têkiliya nas û dostên rastîn. Ev, ne înkarkirina
têkiliyên jin-zilam e, gûherîn û vegûherîna
têkiliyan pêkanîn e. Jixwe têkilî, kevneşopî,
dogma û qedexeyên ji hêla pergalên ve tên
diyarkirin rastiyê nadin me, berevajî me
dixapînin. Şoreş jî, rastiyê dide, lê belê ev jî
afirînerî dixwaze, zadeganî dixwaze, pîrozî
dixwaze.
Hê jî hinek dibêjin, “Tu baş vedibêjî, lê
çareseriya şênber nîn e!’’ Çareseriya şênber
wekî din wê çawa be? Her wiha ji çareseriyê
têgihîştina wan îla hatina du kesan ba hev, hev
girtin û revandin e. Yanî têkiliyêke ritm tê
xwestin. Ev hoveberbûn e, ji astê ketin ango
înkar e. Ji asta netew re çareserî anîn bi van
nêzîkatiyên me ve pêwendîdar e. Malbata netewî,
hezkirina netewî, rewişta netewî, evîna netewî,
jina netewî, zilamê netewî û heta di her astê de
têkiliyan bi vê çarçovê girtina dest, ya herî
rast e. Hun dizanin ev, bi qasî asta netew,
enternasyonal e jî. Ger ku asta netew hate
dahûrandin, wê ji asta enternasyonal re jî
tevkariyê berpêş bike. Pir eşkere ye; divê
hindek wisa pêş bikeve.
Wek aliyekî
çarenûsa xwe bi azad diyar bikin
Hun dikarin gotûbêjan pêş bixin. A ku herî zêde
hun ji me bixwazin azadiya gotûbêjê ye. Wê zexta
nêvengê nebe, lê pêwîst e hun jî, ji disîplîna
rêxistinê re û di vê mijarê de çemk û
çespandinên çewt ê mezintirîn re bergîdaneke
rast bidin. Ya herî girîng jî divê hun bibin
aliyekî bijarte ya jiyana rast û têkoşîner.
Pêwîst e zimanê we vebe, mejiyê we bixebite û
dilê we biavêje. Di vê mijarê de pêwîst e hun
afirandin û xurtbûnekê pêk bînin. Yanî hun
aliyek in; bi ya min neyên eyarkirin ango bi gor
zilam neyên eyarkirin, bi gor xwe bên eyarkirin.
Saxlemî û azadiya we, bi navê zayendekê ji bo
diyarkirina çarenûsa we çi pêwîst dike wî bikin.
Nêzîkatiya azadiyê ev e. Ew pirsgirêkên ku hun
pir di warê taybetî de dijîn, dikarin di vê
çarçovê de bigihîjin çareseriyê. Dibe ku di
rabirdûyê de hinek têkiliyên we yên sivik hebin;
wana ne zêde ji xwe re bikin dert, ne jî zêde
bêriya wan bikin. Cîhaneke ku hun wenda bikin
tune. Lê cîhaneke ku hun qezenc bikin heye. Heke
ku wisa be, nekevin bin bandora rabirdûyê û bi
berteka ku li hember wan raber bikin, hun
dikarin meşekî rewneq bidin destpêkirin. Her
wekî têoriya me ya azadkirina gelê me jî hindek
wisa pêş ket. Dîsa pratîka me ya azadkirina
takekesî jî, ji van babetan hêz wergirt. Bikevin
nav şêwazeke têkiliyê ku van hemûyan bingeh
digire. Çi nav datînî deyne, ev guncav e,
nirxdar e. Dîsa çi nav lê dikî bike, şêwaza ku
vê çarçovê diçirîne û derveyî dike, guncav û
nirxdar nîn e.
Hunê karibin xwe bigihînin vê çarçovê? Di vê
mijarê de hewldanên min hene. Hun bi vê
têgihîjin û li ser pêşketina xwe dirikibînin? Di
gotûbêjan de nekevin çewtiya azînan. Nizanim di
rabirdûyê de çi hate kirin; nizanim di navbera
min û filan zilamî de çi bû û hwd. li pey van
xalan ketin, bêastkirina gotûbêjan e. Heta dibe
ku hun bibin evîndar jî, bibin nîşanî û zewicî
jî, lê ev pirsgirêkên azadiyê, dîsa jî derbasdar
in. Dema ku tê gotin gotûbêja jinê, hemû kes
seviktiyê fêm dikin. Lê tam berevajiyê vê rişt
e. Pêwîstî heye ku ji tevahî têkiliyan re neyê
gotin “çilvirîn’’ û neyê jêkirin û avêtin;
têkiliyên pir nirxdar dikare bê pêşxistin. Di vê
mijarê de bi şertê ku ji rêgez û çarçoveyê re bê
dîqatkirin, vana ji xwe re nekin rûpoş û
rasteqîna rezîlî, dij-civakî, dij-siyasî û
rêxistiniya xwe neveşêrin. Bi rastî jî vê rêgez
û çarçovê bi xwe bidine pejirandin, weke ku wê
pir pêwîst be ji nêzîkatiya we ya mirov û zilam
re û dikare we pir hêzdar jî bike. Heta ev,
peywirek e. Yanî tenê ne pêdiviya gotûbêjeke
teorîk, peywireke rişt yê rêxistinî ye. Her wiha
divê hun zilaman perwerde bikin.
Hunê li ser vê gelek bihizirin. Pirsgirêka we li
virê ne xweperestîkirin e. Me xweperestiya
rêxistinî gotûbêj kir û yên di oxira
xweperestiyê de ka xwe anîne çi halî me dît. Hun
jî xweperestiya hestyarî nekin. Bi teşeyekê,
“tenê daxwaza min, tenê evîna min, nizanim
hestên min’’ rêxistinê serûbin nekin. Bila
hestên we bibin kolektîf, hezkirinên we bibin
giştî, rewşa we ya ecibandinê yek kesî ji xwe re
neke pût. Jixwe ku hun wisa nekin, hun qet
nikarin xwe bigihînin çemka me. Ez qala asta
netew dikim. Jixwe ku asta netew, lêgerîna
xweşiktî, têgihîştina hezkirinê, têgihîştina
ecibandinê, têgihîştina redê, têgihîştina kirêtî
her ku pêş nekeve, hun di wateya takekesî de jî,
nikarin rast tercîhê pêş bixin. Lê belê
nêzîkatiyên we mezintirîn xweperest in. Yekî ku
hun bi azwerî pê ve girêdayî bin hebe, heke hun
bimirin jî dev jê bernadin. Xayîn be jî, hun pê
re diçin. Fîzîka we neçe jî, dil û hestên we
diçin. Vana ne ji bo tewanbarkirina we, ji bo ku
hun rastînên pir jiyanî bibînin û bi gor vê
xeleqeyên bingehîn bigirin, dibêjim...
Em di şexsê kesan de asta netew û civakî
dadihûrînin
Erê, bi gotûbêjan em dikarin mijarê bêtir kûr
bikin. Hevalê C. hun çi dibêjin?
C.: Li welatekî mîna Kurdistan pirsgirêkeke wisa
di vê astê de anîna rojevê pir hêsan nîn e. Ez
hizir dikim ku hê ji niha de anîna vê rojevê, ew
şoreşa ku tê xwestin û di aliyê vala derxistina
xefikên dibêtî yên dijmin de girîng e.
S.P: Xefikên li peşiya şoreşê di pêş de dîtin û
di aliyê derbaskirinê de hun dibêjin ku xwedî
girîngiyeke mezin e.
C.: Belê. A ku ez dibînim, ev, ne tenê li hember
paşverûtiya jinê, di heman demê de li hember
paşverûtiya zilam têkoşînek e ku tê dayîn. Bi vê
wateyê jî, girîng e. Lê belê xala herî girîng ku
pêwîst e hevalên jin bibînin; nêzîkatiyeke çewt
weke ku bi hewldanên xwe gihîştine vê têkoşînê
heye. Ji ber wê yekê jî helwesteke ku zêde
qîmetê nezanîn heye. Halbûkî bi hewldanên
Serokatiya Partiyê gihîştin vê nêvengê. Pêwîst e
vê baş binirxînin û li ser vê bingehê azadbûnê
pêk bînin. Tenê bi vê şêwazê dikarin xwe bidin
pejirandin û pesendkirin; bi awayekî din zor e.
Pêwîst e di vê mijarê de hewldanên mezin pêşan
bikin. Tenê bi hewldanên partiyê pesendkirin zor
e.
Bi ya min partî pirsgirêkê pir net datîne rastê.
Bi rastî jî, lawên gelê ku ne xwedî welat in, di
van mercan de rabin û qala hezkirina takekesî
bikin, rast nîn e. Ma jixwe pêkanîna vê gengaz
jî nîn e. Yên ku welatên xwe nîn in, azadiya wan
jî nîn e. Di vê rewşê de heta ku em dikarin bila
em bibêjin, em azad in, ev nabe rastîn. Îcar ew
“Zewacên şoreşgerî’’ yên di nav mercên Tirkiyê
de çi pêwendiyên xwe bi zewacên şoreşgerî ve
tune. Heya ku azadbûn pêk neyê, têkiliya azad
jî, pêk nayê.
S.P: Yanî ji zewacên kevneşopî bêtir xeternak e.
C.: Belê. Jixwe xeternak, çêkirina vê li ser
navê şoreşgeriyê ye. Di rêjeya ku welatê mirov
azad dibe de, mirov dikare azad bibe. Hingê
mirov dikare têkiliya azad jî bigire. Ger ku ev
nebe, bi çi cure têkilî dibe bila bibe, eşkere
ye ku ew nabe têkiliyeke azad. Ez bi xwe bawer
nakim.
S.P: Hevalê C. di asta rêgez de rast nêzîk dibe.
Lê em berevajiyê vê nakevin; bi şertê ku ev
rêgez bê bingeh girtin, mirov dikarin hezkirin û
ecibandina xwe deynin rastê. Tebî wê rêgez û
armanc neyê paşçavkirin. Bi gotineke, “min
armanc ji bîr kir, dilê min pê ket’’ partî li
aliyekî û welat li aliyekî bên hiştin, wê li paş
rev bimîne. Bi rastî jî, di bin navê daxwaziya
azadiyê de, gelek jirêderketin hatin pêşxistin.
Ger ku hun mebest baş bin jî, heke ku hun armanc
û maweya têkiliyên ku ava bikin bi gora rêgezê
baş û baş kontrol nekin, bi rastî jî hunê pir bi
debengî wenda bikin. Pêwîst e hun pêwendiya di
navbera rêgez û pratîkê de pir haydar bin. Ji
ber ku çawa di vê mijarê de tê hizirkirin,
zêdetir di bin navê rêgezê de înkarkirin, di bin
navê pratîkê de ketîbûn tê jiyandin. Pevretiya
teorî û pratîkê çawa ku di her gelşê de pêk tê,
di vir de jî pir pê ve girêdayî ye. Rêgeza
azadiyê derbaskirina jiyanê, tam karekî şer e.
Bi taybetî jî pêwîstî heye ku hun rastîna
Serokatiyê baş têbigihîjin. Em bûyeran hem
digihînin eşkeretiyê, hem jî di pratîkê de bi rê
ve dibin.
Di bingeh de ez, bi we re ne tenê çareseriya
takekesî pêş dixim. Belkî hun komek in û hatine
veguhestin nav partiyê, lê ji bo dahûrandina
asta netew û hemû civakê, em we digirin dest û
dihêvojin. Ji ber vê yekê, xwe bi rengekî çawa
ku teng nêzîkbûn tê raberkirin û bi erzanî
dibêje, “ez azad bûm, bi takekesî min qezenc
kir’’ xwe nexapînin. Dema ku hun bibêjin, “min
qezenc kir’’ hunê hingê asta netew bidahûrînin.
Lê di van mijaran de ka hun çiqas teng in, hun
bi xwe dizanin. Bi rastî jî her kes tengtiya
rêxistinî heya nav mixên xwe dije. Dibê qey
pirsgirêkê di asta takekesî de çareser bike, wê
xwe bifilîtîne. Naxêr! Çareserkirina pirsgirêka
jinê ne bi avakirina nas û dostan ango bi
malbatekê, di asta netewî de wergirtina azadiyê,
dîsa di şer de qezenckirina serkeftinê ye. Her
kes dipirse, “pirsgirêka jinê çi ye; çareserî wê
çawa be?’’ va wisa dibe.
Ger ku li gotina çepê Tirk bê nihêrtin, dibêjin,
“zewaca şoreşgerî.’’ Lê ev, ji zewaca şoreşgerî
bêtir dişibe her tiştî. Ez dibêjim ku zewaca
qereçiyan zêdetir watedar e. Min vê gotibû, pir
hêrs bibûn. Min dabû zanîn ku, ji têkiliyên
babistîn bêtir xeter dibînim. Navê wan
rêxistinan naxwazim dubare bigirim devê xwe.
Piştre derket rastê ku ev têkiliyên dijraber ne.
Nêzîkatiyên ku di pratîka çepê Tirk de wisa xwe
debar dikin, li ser canê azadiyê xwendin e. Bi
rastî jî PKK di vê mijarê de rastînan pêş xist,
anî gihanekeke girîng. Divê ez bibêjim ku
têkiliyên sosyalîstekî herî mezin ê Tirkiyê yê
burjuvaziyekê piçûk ê naedilin in. Jinê aniye
rewşeke herî kerax. Ez belkî di malabata Saqib
Sabancî de xweşiktiyekê bibînim, lê di malbata
wan çepgirên sexte de nikarim xweşiktiyê
bibînim; bêtirîn xistin heye. Debengiya
burjuvaziyê piçûk û xwe xapandin heye. Heta ji
wî kapîtalîstî bêtir rewşeke xirab dije. Hema
dişibe kapîtalîzma li Sovyetê. Lê eşkere ye ku
kapîtalîzm hewqas nirxdar nîn e. Nêzîkatiya yê
me yên kapîtalîst ên burjuvaziyê piçûk, bi gor
nêzîkatiya kapîtalist ên mezinê Tirkan li çepê
nîn dimîne. Tebî nêzîkatiya şoreşgerî heye û
hewl dide ku temsîla xwe ya xurt pêk bîne. Ez
bawer im, hun hindek têdigihîjin. Hevalê Z.yê ku
mejiyê xwe herî zêde dide mijulkirin, çi dibêjî?
Z.: Di bingeh de li vir pirsgirêka partîbûnê
heye. Ji ber pirsgirêkên gihîştina kesayeta
gihandî, partîbûn nayê jiyandin. Di pirsgirêka
azadiya jinê de jî wisa ye. Di bingeh de ew
hedefê ku em dixwazin bigihîjinê, em dibînin. Li
pêşberî me sosyalîzm heye, cîhaneke xweşik heye.
Em dixwazin herin wirê, lê belê dema ku hatina
xala pêkanîna wê azadiyê di xwe de çêkirin pêk
tê, hingê şerê binyadî tê jiyandin. Dîsa di
navbeyna armanc û rasteqîna heyî de nakokiyek tê
jiyandin. Di bingeh de ji wê hedefê tu caran
qutbûn çênabe, yanî ew hedefê tê xwestin em ber
ve biçin, ji bo me pir xwerû ye. Xalên ku hevalê
C. destnîşan kir ez jî dixwazin diyar bikim. Di
bingeh de nakokî nayên veguhêstin ber bi
paşerojê ve. Çareseriya pirsgirêkê di bingehê
afirandina civaka azad de, bi wateya diyarkirina
hedefê pusulayê rast danîn e. Lê îro di xala
çareseriya nakokiyên tên jiyandin de, zêde
nêzîkatiyeke milîtanî û nêzîkatiyeke zêde
wêrekane nayê pêşan kirin. Bi rastî jî nakokî di
herikandina xwe de diçin; wana qeşakirin û
paşerojê ve veguhêstin wisa nabe. Pêwîst e bi
van nakokiyan re bê şerkirin. Ger ku hedefê
paşerojê rast hatibe selimandin û azînên şer jî
rast hatibin têgihîştin, êdî pirsgirêk bi
nakokiyan re saxlem şerkirin û têkneçûyîn e. Ez
bi nêrîna pêwîst e pêkanîna rastiyan bi paşerojê
ve bê taloxkirinê ne bawer im; hê ji îro de divê
ji bo vê şer bê kirin. Bi taybetî jî dema ku
pirsgirêka jinê dibe mijara gotinê, ev, şerê xwe
çêkirina jinê û xwe peydakirinê ye. Heke ku jin,
di xala wendakirina jinê û wendakirina hezkirinê
de ye, ev selimandina rast, şerê jinê yê xwe
çêkirin û afirandinê ye. Ev şerê xwe bi kedê
peydakirin, di heman demê de bi zayendê dijber
re azadane şerê biyekbûn û şerê wî jî afirandinê
ye. Hizra min ew e ku divê ev di nava hev de bên
birêvebirin. Ji ber ku dema tê perçekirin, şer
jî lewaz dikeve. Şer bi tevahîtî nayê
têgihîştin.
Ên ku nayên xeta rêxistiniyê
nayên têkiliya azad jî
S.P: Tu sepandinên min çawa dibînî? Pirsgirêkê
ji paşerojê re taloxkirin e, yan na di nêvenga
dijwariya şer de jî nêzîkatiya wêrekane ye?
Z.: Bi ya min nêzîkatiyeke xurt e. Li vê derê
herî hindik di aliyê xwe de xalên ku ez hewl
didim pê têbigihîjim hene. Beriya her tiştî şerê
di asta serokayetî de tê birêvebirin...
S.P: Pêwîst nîn e, bê gotin Serok û bê
îlahkirin; di heman demê de asta partiyê, yanî
asta milîtan mijara gotinê ye.
Z.: Asta partiyê bûyereke pir ciwaz e. Asta
Serokatiyê pir hêzdar e û li ser dahûrîna dîrokê
pêk tê. Asta dahûrîna hem hevalên jin, hem jî
hevalên zilam pir qels e. Dema ku em di aliyê
rastiya xwe de vê digirin dest, dema em tên
kişandin nav şerê ku tê xwestin bê pêkanin, di
bingeh de em ferq nakin ka em hilkişiyane nav
şerekî çawa; şaşwaz dibin û li çep û rast bela
wela dibin. Pirsgirêka bingehîn di vê xalê de tê
jiyandin. Yanî ez dihizirim ku, pêwîstiya ew
nakokiya di virê de tê jiyandin bê dîtin, heye.
S.P: Yanî em, mînanî rewşa rêxistinî ku hun
ketinê rû bi rû ne. Yên ku weke takekesiyê rast
nayên rêxistiniyê, di sehaya têkiliyekê de jî
nayên rastiyê, nayên partîbûnê. Vê bi gora xwe
têxin teşeyên cewaz û ber bi nêvenga asêkirin û
kevneperestiyê ve diçin.
Z.: Ez jî dixwazim vê xalê destnîşan bikim: Hêza
çareseriya nakokiyan di asta Serokatiyê de pir
mezin e. Di me de hê têgihîştina nakokiyan jî
nîn e. Hewqas di asteke jor de çareserî tê
çespandin ku, ew mirovên ku hê bi nakokiyên xwe
re nasdar nebûne, di bin vê de diperçiqin û
tênagihîjin.
S.P: Hingê hunê di şer de jî biperçiqin.
Z.: Di vî aliyê de, bi taybetî di asta
Serokatiyê de şerê ku tê vedan (min berê jî
destnîşan kiribû) bi ya min di hundirê xwe de
gelek rîskên ku hildigire heye. Mînak ez bi wê
xalê zêde tênagihîjim. Yanî li min zor tê. Ji
ber ku ew, belkî jî ew hevalên karibin pêşketinê
pêk bînin, li beranber xwe perçiqandina di bin
barekî giran de bi xwe re tîne û rê ji
jirêderketinan re vedike.
S.P: Hizir nakim. Ya we di teşeyekê “bi gora min
çemka min a partiyê heye, çemka min a rêxistinê
heye; divê çawa ku dilê min bixwaze di jiyandinê
de azad bim.’’de ye.
Z.: Naxêr, ez naxwazim wê bibêjim.
S.P: Gelek dişibê. Tenê wek jinekê dixwaziya we
ya jiyînê heye. Tebî ez, carna wê xwesteka we ya
ku weke jinekê dixwaze bi gor xwe bije, digirim
ber topan. Belkî hevalê Cuma jî vê ferq dike.
Gelo hun wateya vê dizanin? Zilam, xwedî çemkeke
nîşaniya seqet e; ez bi hewayê ve difirînim. Bi
gor xwe xwedî çemkeke jinantiyê ye; tinazê xwe
bi vê dikim. Ev tev bi gora we ji lêdanekê bêtir
dijwar in. Carna pir berevajiyê ya ku hun
dibêjin dibêjim. Ez dibêjim, “mafê te yê
hezkirinê nîn e, mafê nêzbûnê jî nîn e!’’ Bi
taybetî di asta Serokatiyê de ev pir pêwîst in.
Ev nêzîkatî, di hêvotina mirovê Kurd de, jina
Kurd anîna ser xwe ve, di asta pêşengiyê de, di
rewşa pêwîstekên ku werin cî de ne. Hun vê
mijarê weke takekesekê asayî bidestgirtinê esas
digirin. Em, bi çemkeke mînanî burjuvaziyê piçûk
a wekheviyê rû bi rû ne. Asta Serokatiyê asta
netew e.
Ez, bi tu awayî nexwesteka we ya dîtinê fêm
nakim. Di bûyera rêxistinê de jî hun wisa ne. Bi
hizra min, çemka burjuvaziyê piçûk a wekheviyê
asta gelek hevalên me ye. Hun rêzdariyê jî wenda
dikin. Niha jî, weke yeka ku qet asta netew
nedîtiye min wisa bi takekesiyê şirovekirin,
jinê jî bi xweperestî şirovekirinê ve pêgir
girtin xeteriya bingehîn e. Em van keçikan tev
hindik zêde tînin bi ser xwe ve. Mînak di gelek
hevalên ku ez dibînim de (him keç, him jî xort)
hinek tabû hene. Ger ku ji keçekê re eleqeya wî
hebe, divê ew bibe ya wî. Di nêzîkatiya keçikê
de jî, rewşeke mînanî vê heye. Dema tu dibêjî,
dev jê berde, ev bi gor hinekan êrîşkarî ye; li
ser wan nirxên wî yên pir pîroz, li ser bêriyên
wî êrîşkarî ye. Di bingeh de naxêr; berevajî wî
rakirina nakokiyekî ye. Kişandina nav têkoşînekê
ye. Belkî jî qencî ya herî baş a ku ez karibim
bikim ev e. Di vê derê de nebibêjim mînanî
lîstikeke sînemayê, mîna wê hun bi lîstikekê ve
rû bi rû ne û hindek jî ev lîstîk pêwîst e. Bi
awayekî din keç û xort bizewicîne ango nîşanî
bike, gelo piştî heftiyekê ji wan mirovan
berhemek bimîne? Ger ku pir azweriyên paşverû
hembêz bikî, gelo wê di te de derfeta hezkirina
welat û heta têkiliya azad bimîne?
Mirov rîskê nede ber çav
serkeftin nayê qezenckirin
Van tevan bi rengekî teng nirxandina we, bi
kêmahiya têgihîştinê dikare bê guzariştkirin.
Divê hun bi lezginî vê derbas bikin. Cîhaneke
mezin a ku bê vekirandin heye. Ji tabûyan dûr
bisekinin. Ez nabêjim têkiliyên pir eşkere ava
bikin. Ez ji vê nefret dikim û bala xwe pir
didim astê. Bi ya min bi jinê re tevgerîn divê
di asteke artîstik de tim pêş bikeve. Divê
axaftinên herî bedew, têkiliyên herî bedew,
gotinên herî bedew di sehaya vê têkiliyê de
werin ziman. Nêzîkatiyeke pir girîng e. Gelek
kes vê bi dizî çêdikin. Dibêjin “warê têkiliya
taybet e.’’ Ez hindek berevajiyê vê dibêjim. Ger
ku gengaz be vê hindek derxin eşkeretiyê. Min
got ya, li asta netew belav bikin. Xweşiktî û
hezkirin ji bo tevahî gel pêwîst e; ji bo hun jê
re bikin mal hewl bidin. Ew tiştên ku hun weke
tiştên xeternak dibînin, nêzîkatiyên mînanî vê
ne. Tebî di vê mijarê de wêrekiya we nîn e. Ji
ber ku em jî hîtabê asta netewekî dikin, emê
hindek wêrekdar bin. Mirov rîskê nede ber çav,
serkeftin nayê qezenckirin. Ez nabêjim pir û pir
ezmûnên evînê li dar bixin, pir û pir têkiliyan
ava bikin û xirab bikin. Ya ku ez dibêjim ev e:
Qasî ku hun bi rêgez in, di pratîkê de hewl
bidin ji bo bûyîna dewlemendî û berhemdariyê.
Xwe perwerde bikin, rêhevalên xwe perwerde
bikin. Ger ku yekî ji we re bûyera hezkirina
rastînî didamezrîne, divê bersîvên we yên erjeng
hebin. Nekevin nava nêzîkatiyên erzan. Ji vê re
bersîvên pir watedar ên ku bê dayîn hene. Mînak
hun ji min pir hez dikin, gel jî ji min hez
dike, ne wisa? Peywirên pir dijwar datînim
pêşiya we. Bergîdana hezkirinê şer e, wisa
dibêjim, baş têbigihîjin. Tevahî netewekê didim
hizirandin. Bi sedan jinan didim hizirandin û
jina azad hindek wisa derdikeve rastê.
Tebî gelek hêmanên ku bi asta têkiliyên me
tênagihîjin hene. (kontrgerîlayan di derbarê min
de pirtûk nivîsandine) Tim û tim mînak didim.
Hêmana Fatma (Kesîre Yildirim) jinantiya xwe ya
herî dawerdî, weke bazirganiya qonaxa
merkantalîst (doktrîna aboriyê ya ku tim
wergirtinê bingeh digire) bi çemka bazirgan û
tefekara herî pêşketî, bi şêwazeke xapînok a ku
dixwaze yek bide û hezar bistîne, bi kar dianî.
Zayendîtiya xwe, jinantiya xwe, hêza xwe,
civakbûna xwe heta siyasîbûna xwe jî dema ku
hewl dida tevlî nav partiya me bike, qaşo hewl
dida ji bo biryardayîna da ku bi min re par
vebike, lê nihêrtim ku hêştirê bi kurtan ve bar
dike. Bi palpiştiya min wê tevahî partiyê teslîm
bigire û min jî ji xwe re bîne rewşa zilamekî
herî sadiq. Min çawa vê fêm kir? Dema ku min vê
çemka dihate çespandin dît, min derbeyeke xedar
weke ku her zilamê me dike, parî parî nekir. A
min şêwaza encam wergirtinê heye û bi gor vê min
biriya xwe dayê. Pêwîst bu ku ew ji bo min
bibûyana bûyera têkoşîneke mezin; min wisa kir.
Me çi dît di virê de? Bergîdana têkiliyên
dayendeyî ên pergalê, dibe ku pir bin. Dikarî ji
vê feyde bigirî. Lê ew jî dikare hemû hêza te
daqurtîne. Li ser navê hêz tevlîkirina partiyê
dibe ku partiyê jî bifelişanda. Weke takekesekê
xwest ku xwe xurt bike. Ger ku tu ne di nava
rast helwestekê de bî, wê tu bi erdê ve bibî
yek. Tebî em bi înkarî nêzîk nabin. Di çîna jor
de jî şoreşgerên nirxdar dikarin derkevin, lê ev
yek îstîsna ye. Pêwîst e encam bên derxistin ji
vê ezmûna ku hatiye jiyandin. Ji bo ku di
têkiliyê de azadî bê bingehgirtin, bi hezarûyek
awayî hiziriyam. Dema ku kesek bi kesekî din re
dikeve nava têkiliyekê wê çi bigire, wê çi bide?
Nêzîkatiya wekhev û azad wê çawa be? Ger ku me
vê ezmûneya mezin bi serkeftin neborandibana,
pêşkeşkirina me ya çarçova saxlem a îroyîn jî
gengaz nedibû.
Ev hema hema ji bo her kesî hindik zêde
derbasdar e. Lê ez bawer im ku kesekî dî di ciyê
min de ba, ya wê di mabeyna bîstûçar demjimêran
de qirên bikira, wê encamên vê bijiya ya jî wê
jê re bibana pêvek. Ev têkiliyekê wisa ye ku
pêwîst e di asta netew de bê gelemperîkirin. Ji
ber ku her kes hindik zêde mîna vê pirsgirêkên
xwe hene. Ji vê ezmûneyê min vê derxist:
Zayendîtî çi ye, bi vê çawa tê leyistin; ji
çînên cuda bûyîn çi ye, ev çawa tê kirîn û
firotin, têkiliya hêz wergirtin û dayînê çi ye?
Yek jî me encama hevalbendiyê derxist; em li ser
bersîvdana pirsa hevalbendiya rastîn ponijîn. Li
ser hevalbendiyê gelek nirxandinên me pêş ketin.
Min gelek nirxandinên teorîk ji nava jiyanê
derxist. Di bingehekî xedar de şerê nav
rêxistinê hebû. Gerîla hebû, yek jî di vê sehayê
de şer hebû. Bi gotinê hêsan e; ez di virê de
neketim nava jiyaneke din. Naxêr, min di tevahî
jiyana xwe de şer giştî kir û ji hemû jinan re
mal kir. Dema ku wê hewl dida ji bo xeniqandina
hemû jinan, min dixwest ku ez hemû jinan rakim
ser lingan. Va çareserî.
Hesteke sihêl jî
dikare hêviya gelekî bi erdê ve bike yek
Ev çareseriya ku me gihandiye vê astê re ji
eniya dij-şoreşê bersîvek çawa hate dayîn? Hun
dizanin, di zindanê de, di halantêdana Şener de,
hevaleka me ya herî li ber xwe da, bi
hilkeftineke sexte xwestin ku li hember partiyê
bînin rewşa derbeya herî mezin. Tebî ev jî
êrîşeke bi evînê rûpoşkirî ya KT’yê bû ku li ser
PKK’ê diçespand. Heke ku ew tecrûbeya min dijiya
neba, ev çîroka evînê bes bû ji bo PKK’ê bi erdê
vê bike yek. Çirokeke wisa hatiye eyarkirin ku
di xwiyangê de hestên erjeng hene. We nameyan
xwend. Li bin pesindanên helbestan “tu pir
raserê Roza Luksembûrg î, tu temsîlkara jina
cîhanê yî’’ azweriyên ku nayên hiş û aqil,
pesindan tev bi îmze ne. Min nêrî, hevala min
hişk hatiye girêdan. Min pir di jêr de girt û
pir bi zanistî nêzîk bûm, da ku em vê lîstîka
KT’yê xirab bikin. Ji bo derbaskirina encamên
dîrekt ango endîrekt pir girîng bû û bi ser de
çûm. Şêwaza têkiliyeke wisa bû ku, ji hemû
zindanê re û ji hezaran hevalan re hatibû
teyisandin.
Ew hevalên me yên ku yek perçe çerm û hestî
mabûn; di rojiya mezin a mirinê de nexwarin û
venexwarin, dilêriya mezin nîşan dan û
berxwedaneke ku di nava dîrokê de mirov rastê
hempayê wê nabe raber kirin. Di aliyê din de jî
me nihêrt ku, tê gotin, “mafên mirov, mafên
xwarin û vexwarinê.’’ Di hundirê zindanan de ji
me jî pirtir gumrehiya jiyanê çêbûye. Rêhevalan
ji bo rûmeta partiye xwe anîn rewşa çerm û
hestî. Me cendekê Kemal Pîr dît, dibê qey xwe
dane ziwakirin. Tu jî, ji bo hindek xwarina
zêde, qaşo ji bo hindek zêde mafê mirovan,
dixwazî tevahî partiyê bikşinî bin xizmeta xwe.
Hindek halantêderên din jî derketin. Azadiya
jiyaneke bêsînor diçespandin. Ma di cîhanê de ev
gengaz e? Ma dijmin dikare vî mafî bide? Ger ku
bide, ev ne xapandin e? Ma di zindanê de mirov
dikare evînê bije? Tu esîr î. Belkî canê min jî
bixwaze, lê ev ketîbûnî ye. Ma ya rast, li ser
çarenûsa netew, li ser çarenûsa berxwedanê, li
ser çarenûsa şer hizirandin nîn e? Ji dijminê ku
hewqas tişt bi te kiriye re, ya rast ne ew e ku
tu jî hinek tiştan pê bikî? Ger ku pêşketineke
berevajî çêbe, wê ev bibe averiyeke mezin, hem
jî li ser navê evînê wê bibe averiyeke mezin.
Nameyên bi azwerî nivîsandine. Tê gotin, “ez
wisa ji te hez dikim, wisa te hembêz dikim’’ û
hwd. Temam hez bike û hembêz bike, lê hindek
riyên vê yên rasteqînî jî birame. Ev çawa gengaz
e?
Me hewl da ku em vê bi bî bixin. Me nihêrt ku,
li hember me berxwedanên mezin hene; hê jî ji
ber vê yekê rûniştin heye. Wê di nava pergalê de
birûnên, wê li Ewrûpa birûnên. Wê bi gora xwe
evînekê bijîn. Bila li serê xwe bixin, vê evîn û
hesta ku asta netew diqedîne...
Yanî ez tînim ku derê? Di xwiyangê de hesteke
kesanî ya sihêl e, lê ku tu binê wê vekolî
hêviya gelekî bi erdê ve dike yek. Tê wê wateyê
ku têkilî, wisa gelşeke hêsan nîn e. Li hember
van çîrokên evîn û hestan min şer veda. Dijminên
me zêde dibin, lê parastina welat, parastina
partiyê beriya her tiştî tê. Felatkirina mirov
jî tenê di vê bingehê de gengaz e.
Di asta netew de dahîrînên mînanî van, dikare
bêtir bên pêşxistin. Ji bo min dikarin vê jî
bibêjin, “bi damezraka zewacê ve dileyize.’’
Jixwe hin kes dibêjin, “jinan ji rê derxistiye.’’
Ev axaftin pir tê gotin. Wê hê jî bibêjin. Yek
car jinan ji rê derxisten çi ye. Ew riya ku we
jinan xistiyê, riya kê ye? Ev rê jinan dibe ku
derê? Pêwîst e em gotûbêj bikin. Ew riya ku
zilam diçespînin dibe ku derê? Riya jina pêvek
ji çi re rê vedike? Zarokên ku tînin û mezin
dikin, ji dijmin re çawa xizmet dikin? Pêwîst e
em vana gotûbêj bikin. Evînên sihêl bi
karesateke çawa ve encam digire ango bi
xitimandinê kesan çawa zû diqedîne? Pêwîst e em
vana gotûbêj bikin. Ez mijarên din jî tabû
nabînim. Zayendîtî, ne têgîneke ku bê qedandin,
têgîneke ku divê bê pîrozkirin e.
Bi armancan ve girêdana şidandî
mitlaq dide qezenckirin
Bêguman ev dahûrînên ku em didin pêşxistin, da
ku kadroyên partiyê karibin derxin zanebûnê û bi
taybetî jî gavên pratîk bavêjin, wisa hêsan nîn
e. Hemû pirsgirêkên şoreşê wisa ne. Ger tu ber
bi ya hêsan ve herî, ew dibe şemitandina
helperest. Ger tu şêwaza me bingeh bigirî, pir
rîskên xwe hene, lê tu dikarî encam bigirî. Tebî
hewqas jinan ber bi çiya ve kişandin, bi zilaman
re beranber girtin tim bi rîsk e. Lê hesabên
sedsalan jî, di nêvenga şerekî dijwar de pirsîn,
ya herî rast e. Rîska xwe heyê, lê hesab pirsîn
jî tenê di ciyên wisa de dikare pêk were. Ger tu
bi xirabî bi kar bînî, wê tu artêşa xwe wenda
bikî. Hingê jî bedêlê bi serê xwe bidî.
Bergîdaneke din ê rîskê jî ev e. Ger ku te jinê
girt pêşberê xwe, tuyê wê azad bikî; heke te wê
kiriye pêvek (çemkên li hember min wisa dikirin)
wê tu bergîdanê bi serê xwe bidî û ku te xwe
xist, wê tu biqedî. Bi awayekî din nabe. Tu asta
netewî diafirînî; wê hemû jin û zilam bikevin
nava pêşbirkekê. Emê bi awayekî din çawa karibin
wê ketîbûna mezintirîn derbas bikin? Li virê va
hêza hezkirinê, hêza evînê ku te di nava vê
pêşbirkê de xurt dike bimeşîne, na ku tu bikevî
paş refan û hindek jî bikişînî paş refan, wê
gavê ya ku tu dikî tevgereke herî paşverû ye û
nayê pejirandin.
Gotûbêj û dahûrînên di nava PKK’ê de di vê
bingehê de ne. Ez hizir dikim ku wê gelek
peywirên ku bikevin ser milên we hebin. Mînak,
ez bawerim we jî di rabirdûyê de pirsgirêkê
girtibû dest. Lê hun dinêrin dahûrînên me bêtir
kûr in û ji bo peywiran jî, nêzîkatiyeke cuda
pêwîst dikin.
Z.: Rast e, Serokê min. Dahûrîn gelek pêşketî
ne. Lê di gihandinê de em pir zorî dikişînin.
Yanî dahûrîn di asteke pir jor de ne. Tebî
şûngeha civaka me jî diyar e. Lê jin bêtir
hatiye xistin. Ji ber ve egerê jî, di yek carî
de gihîştin, jixwe bêderfet e. Ez dixwazim
diyardeyên Serokatiyê bişibînim wan hilkeftinên
dîrokî yên dî. Mînak derketina hinek serokan
heye. Bi taybetî, di xala gihandina hin hedef û
armancên jinê de gavavêtinên pir bi serkeftî pêk
anîne. Mînak, di qonaxa Mihemed de, derketina
Îslamiyetê û dîsa derketinên dî jî hene. Di
Kurdistan’ê de jî wisa ye. Em vê yekê di
kesayetiya Serokatiya xwe de dibînin. Lê bi ya
min pir giran û ji bo gihîştinê jî, pir zor e.
S.P: Tebî di wateyekê de em pirsgirêkê di
aleyhiyê zilamê heyî de çareser dikin. Helbet
pir zor e. Hemû zilam di vê mijarê de xwedibîn
in.
Z.: Serdestiya zilam giran e.
S.P: Yekî wiha gotiye: “ma ez xêt im serdestiya
xwe bi destê xwe ji rastê rakim!’’ Hindek
rastînê diderbirîne, lê êdî em hindek di lehê
jinê de tevgerînê didomînin. Ji bo min teşeyê
têkiliyeke herî nayê tebatkirin teşeyê hev
pejirandina jin û zilamekî ye. Bi ya min divê
têkilî asta xwe, yan rewneq bin, weke helbestekê
be, yan jî wek vehûna hunerê bê hûnandin, yan jî
pê re bê şerkirin. Hun nêzîkê pejirandineke pir
erzan dibin. Yek jî li serê gotûbêj dikin. Pir
pir gotûgota wê dikin û şer derdixin. Bi ya min
di virê de wendakirina mezin a civakê heye.
Babeteke ku ez wek taybetmendiyê xwe digirim
dest, di vê mijarê de xwe bêastnekirin e. Di
mijara jinê de têkiliyên min xurt in. Hinek
rêgez, rabes û helwestên ku ez raber dikim hene.
Rûmet, rêgez, hewldan û hwd. tev tê de hene. Li
hember paşverûtiya jinê hedirandin, ji
hedarkirina li dijî mêtîngeriyê pir zortir e. Di
temenê xwe yê pir piçûk de li hember dê û bavê
xwe berxwedanê nîşan dam. Bi birayên xwe re hê
jî di nava şer de me. Pêwîst e ev ji bo wê
wateyekê biderbirîne. Ji ber ku ne babetekê wisa
ye ku hema mirov derbas bike. Di mijara jinê de
jî, têkoşîneke wisa mezin heye.
Heke hun dereng têgihîştibin, di têgihîştinê de
zorê dikişînin, divê hun vê, bi çemka xwe ya
sawî û teng ve girêbidin. Jixwe mezinbûna PKK’ê
di giştî de heye. Ez dihizirim ku di nava keç û
xortên PKK’ê de pîrozbûneke diyar heye. Heta yê
gav davêje nava PKK’ê di vê mijarê de dilêr e. A
herî hindik xeleqa pêşî ya hezkirinê girtine.
Tebî ev bi serê xwe têr nake. Hatina nav
rêxistineke weke PKK’ê, di nav rêxistineke weke
PKK’ê bi hêsanî hêza xebat û şerkirinê
raberkirin, dikare hezkirinê bide destpêkirin.
Lê belê bi vê qîmanîn, bi vê leyistin nemerdiya
herî mezin e. Şaş helwesta di virê de ber bi
karesatê ve dibe.
Di bingeh de ev tev ji hêla Serokatiyê ve tên
hizirandin û ji partiyê re weke polîtikayekê tê
teyisandin. Di nava partiyê de, e ji polîtikaya
zayendîtiyê bigirin heya polîtikaya evînê tev
hene. Heke hun bi vê tênagihîjin, sedemê bi
paşdemayîna xwe ve girêbidin. Em ji girêdana
jinê bi rêxistinê bigirin heya girêdana hestyarî
nêzîkatî hene. Em ji girêdana jinê bi gerîla
bigirin heya civakbûnê re tevkarî berpêşkirinê
nêzîkatî û polîtîka hene. Ger ku hun
tênegihîştibin, vê bi paşdemayî ya xwe ve
girêbidin.
Jin pir
helbest dinivîsînin, distrînin, hestdar in. Yê
me jî, di têkiliyan de şêwaza me ya strandinê,
xwendina helbestan heye. Em helbest û stranê ne
ji bo vehesandinê, ji bo wêrandina asta netewî
dixwînin. Ji Serokatiyê wekî din tişt nayên
xwestin. Zoriya serokatiyan di virê de ye. Wê
kadro jî hindek bi vê têbigihîje û bisepîne, vê
disîplînê wê nîşan bide. Ez hizir nakin ku hun
di rabirdûyê de hewqas têdigihîştin.
Z.: Di nava
partiyê de pêşketineke girîng heye. Vê bi civakê
dana pejirandin, ji binkeyê re dana pejirandin
gaveke girîng e. Lê...
S.P: Dibe ku
hun şaşwaz bibin, ditirsim ku hun pir zorî
bikişînin.
Z.: Em di wê
xalê de mane.
S.P: Di nava
PKK’ê de keç rabûne pêngava melekbûnê. Çi ye
melekbûn? Hun dizanin pir zor e. Hun mirovên ku
mirinê dane berçav in, hem jî layiqê vê ne. Ev
tam nehatiyê têgihîştin. Jixwe her tişt tam
hatiba têgihîştin, pêdivî bi Serokatiyan nedima.
Hilawestineke diyarî em pêk tînin. Misoger e ku
pîrozî heye. Dijminên wê jî pir in, dostên wê jî.
Eşkere ye ku wê hêsan nebe. Ez jî xwe rojane
digihînim gerîlayekî. Ez pêşengekî xurt dikim.
Hun jin jî pêl bi pêl tên, hewl didim ku pêşiya
wan vebikim. Yê ku hatin, li hawîrdor me mîna
dêranekê bûn, şekl û fesala wan tunebû. Ya herî
xirab, dihizirin ku bi xwe van pêşketinan pêk
anîne. Ne wisa ye, helwdanên cîhanekê pêwîst
dikin. Ev tênegihîştina we, bêtaloxî û
kêmahiyeke mezin e. Ez hizir dikim ku çewtiyeke
mezin jî di virê de tê çêkirin. Mirov dikare
birame ku nêzîkatiyeke taybetê şoreşên mezin, di
vê mijarê de hatiye pêşankirin. Ew şoreşên ku tê
gotin pir zanistî ne, her tiştên wan nîvî nîvî
proje û ûtopya ne. Ev mijar, ji bo me jî, ji bo
Îslamiyetê jî wisa ye. Hz. Mihemed, ji bo
îslamiyetê dibêje ku, olê dawî ye. Kapîtalîzm
qala biratî û aştiya bêdawî dike. Sosyalîzm
dibêje, komunîzm gihîneka herî dawî ye. Ev proje
ne. Em, ji bo jinê qala wekhevî û azadiyê dikin.
Ev jî projeyek e. Lê pêkanîneke sînordar jî, pir
nirxdar e, gaveke qirase ye.
Şoreş niha di
mijara jinê de wisa seyr dike. Heman tişt ji bo
zilam jî derbasdar in. Pirsgirêk yek alî nîn e,
weke goşt û neynûk e. Em eşkere bin, qasî
qutbûna ji rabirdûyê, heya lêkirina xeleqeyên
azadiyê divê em bi îdîa bin. Em neşikînin û
nerijînin. Bi taybetî jî, divê astengî neyên
çêkirin di şer û jiyana rêxistinî de. Ger ku di
rewşeke wisa de mayîn çêbibe, pêwîst e hema
helwest bê raberkirin. Şêwazekê ku jiyanê xurt
dike, em li her ciyê û di her demê de bidin
rûniştandin. Ji bo vê yekê jî em bi xwe bawer
bin. Ew qencî, rastî û xweşiktiya me wenda
kiriye, em qezenc bikin. Em di riya rast de ne.
Ger ku em bi armancên xwe vê girêdayî bijîn,
dîsa çeka têkoşînê bi gor mercên şênber li xwe
bikin û bi kar bînin, emê hemin qezenc bikin.
24 Rezber 1993
ŞOREŞA KURDISTAN’Ê
ŞOREŞA AZADIYA JINÊ Û CIVAKÎ YE
Şoreşa Kurdistan’ê cara yekem
Di hemtaya navnetewî de dikare bibe şoreşeke
jinê
ŞOREŞA KURDISTAN’Ê
ŞOREŞA AZADIYA JINÊ Û CIVAKÎ YE
Em di qonaxeke pir girîng de diborin. Divê em
hemû hêz û behremendiya xwe tevbigerînin. Pêwîst
nîn e ku ev bê gotin jî. Lê mixabin ev di dema
xwe de nayê têgihîştin. Tam berevajî, ji bo
reşkirin, kirêtkirin û neyênîkirin çiqas gotin û
libat pêwîst dikin, hewqas tê raberkirin.
Gotûbêjek tê birêvebirin ku dilê mirov tîne ber
devê mirov. Ev gotûbêj wêrekî didin dijmin. Di
mercên herî zor de jî, min, ne axaftineke ku
bêhêvitiyê bi xwe re bîne serf kiriye û ne jî
tevgerînek pêşan kiriye. Lê ev nayê fêmkirin.
Tim sihêlbûna xwe, çonayetiyên komekî û aliyên
kirêtiyê çêdikin, didin axaftin.
Kadroyekê PKK’ê ya rastînî, di têkiliyên xwe de
aliyên kêşvan, felatkar, ronahîkar û ajotkar yek
kêliyek jî nikare paşçav bike. Li ba vana,
pêwîst e ku bertek, revandin, radest girtin,
xirakirin, xeniqandin û ber bi xitimandinê ve
birin weke şêwaza koletiyê bê redkirin. Di vê
mijarê de şerê me yê mezin heye. Pêwîst e bê
dîtin; ji ber wê yekê tu mafê kesî nîn e ku
bibêje, “têkiliyê çawa dixitîmînim, çawa dehf
didim, çawa radest digirim, çawa diçespînim,
çawa vala derdixim, çawa çep-rast didim kişandin,
çawa tînim halê nayê jiyandinê, çawa ber bi
şîlobûnê ve dehf didim û çawa dizivirînim
têkiliya bêhêvitiyê. “Ev tev ji dijmin re xizmet
dikin. Têkilî, divê bibe têkiliya hêviyê.
Têkilî, wê di nava xwe de derfeta serkeftin û
pêkanînê hilgire û di oxira wê de nêzîkatiya
jidiltî û xweşbînîtiyê pêwîst bike. Wê tu şensê
eşkerekirin û dahûrînê tim û tim bidiyê ku,
têkilî û jiyan hindek pêşveketî bibin.
Di şerkirinê de jî xweşikbûnê zanîn,
taybetmendiyê tevahî mezin şervanan e. Ger ku
kesayetiya serkarî ya şerekî girîng pir balkêş
nebe, nikare wî şerî bi rê ve bibe. Bihizirin,
ger ku ez vê taybetmendiya xwe hindek pêş nexim,
nikarim kesî bi xwe bidim gohdarkirin. Nexwe, ew
şervanên ku wek we di pir zorî û zehmetiyê de
ne, wê birevin û herin. Ezê hemû hunera xwe
deynim rastê ku ev bila bibe şerê herî xweşik.
Yanî bûyer li ser min zorê dikin. Bi meşandinên
rojane tim û tim tê kirêtkirin. Tê rewşa nayê
tebatkirinê. Ez, van tevan dibînim, şêwaza şer û
jiyana xwe xweşik û kêşvan dikim. Hun dihizirin
ku ev, ji xwe re çêdibim. Xwe xurtkirin, xwe
anina halê hêza meşandinerê şêwaza têkoşînekê
pir zor û xwedîbûna mercên wê yên têr,
berpirsiyariyeke mezin e. Ger ev nebe, têkoşîn
nayê vedan. Li piraniya serleşkerên me binêrin,
kar û xebata wan şer, jiyan û têkiliyan
kirêtkirin e. Ev, nakokiyeke wê yê mezin e.
Mixabin, em ji uslub û hîtabê bigirin heya
şêwaza şirovekirinê, ji pêşî vekirinê bigirin
heya hêvî dayinekê, heya ji bo çima û çawa divê
kar bi serkeftî be re diyarkirina rêk û azînan,
di van hemû mijaran de serleşkerê ku xitimiyê
heye li pêşberê me. Zor bela çend derfetên ku me
daye destê wî, di nava hewldana qedandina wan de
ye. Bi koman serleşker ango şervanên me yên wisa
hene.
Ketina min rewşeke wisa, tê wateya qedandina
şer. Şerê dozeke pir girîng tê dayîn.
Em, bi hemû hêza xwe ve, bi rêpîvana,
“serokatiyeke rastînî wê çawa be’’ ve girêdayî
dimînin. Ji ber ku libatên nêvenga me kirêt
dikin zêde ne. Hema ji her tiştî re nêzîkatiyeke
kirêt heye; dema ku têkiliyên jin û zilam dibe
mijara gotinê, ev, pir balkêştir e. Di van
mijaran de pêwîst e ku gelek mesafe bê wergirtin.
Pêwîst e ji têkiliyê re bi hostayî nêzîkbûn, ji
têkiliyê re bi xweşiktî nêzîkbûn, ji têkiliyê re
tam bi hûrbijêriya hunerekî nêzîkbûn,
perwerdekirina kesayetiya serkarî rastînî û ji
jiyanê wane derxistin û gihîştin, bibe
taybetmendiyeke wî yê jêveneger.
Zayendîtiya bêteşe qedan e
Wê di zayendîtiyê de jî viyan hebe. Ger ku ez vê
bîrxistina piçûk bikim, dibe ku bêtir balkêş be:
Ez çima pir xwedî viyan im? Ê me jin-mêr ango
jin-zilam di zayendîtiyê de xwedî felsefeyekî
ye. Heta wateya temamê cîhanê di biyekbûna
zayendîtiyeke sihêl de dibîne. Di bingeh de
“gihîştina miradê’’ ajoyeke zayendî ye. Ev di
ajalan de heye, di mirovan de heye. Rewşeke
xwezahî ye. Di heman demê de; ji ber ku ajo heye,
em tewanbar nakin, asayî ye. Lê belê, yên me
encamên siyasî ku ji vê derxistine, ka çi ye û
ne çi ye pir girîng e.
Zilam, di zayendîtiyê de tam li serdestiyekî
digere. Ger ku di zayendîtiyê de bi serkeftî
nebû, dihizire ku ji zilamtiyê ketiye û dikare
xwe bibe heta xwekuştinê jî. Ev çima wisa ye?
Pêwîst e di vê mijarê de jî, gihîştina encamên
rast pêk werin. Gava ku zilam di zayendîtiyê de
bi serkeftî nabe, xwe weke ku nikare jiyan bike
dibîne. Di jinê de ev rewş xwe cewaz nîşan dide.
Zayendîtiyê ji bo ku zilam di nava destê xwe de
bigire, di bin kontrola xwe de bigire, weke
çekekî herî mezin bi kar tîne. Bihizirin, di vê
derê de çemkek derketiye rastê. Dema ku zilam di
zayendîtiyê de bi ser dixîne, xwe weke zilamekî
tam ango wekî dîktatorekî dibîne; jin jî, di
bingehê derbaskirina hemû rebentî û lewaziya xwe
de, xwe tam weke makekê dibîne. Hinek jî,
ketîbûna zilam di vê mijarê de tîne berçav û xwe
tevlî pê re jiyînê dike. Va, di vê derê de
zayendîtî, ji çemka namûseke xeternak re rê
vedike. Piştî ku dibêje, “ez bi zayendîtî malê
filan zilamî me’’ û li ser vê ku êdî çemka
namûsî ava dike şunde (di nava me de rêgeza
sinca bingehîn ev e) ya ku dertê rastê encamekî
pir xeternak e.
Welat tê dagirkirin, bi hezar caran li welat tê
tecawizkirin, hema hema bi her awayî tecawiza
mirov a civakbûn û siyasîbûn bi xedarî tê kirin,
le ji bo vê mûyekî xwe nade livandin. Li ser
navê namûs û rûmetê yek hesteke wî/ê xuya nake.
Mînak bi gora min ji çemka nişteciyên Efrîqa ku
bêtir asayî û nêzîkatiyeke eplaqî ye, mirov
dikare qiymet bidê. Zayendîtiya xwe qetiyen weke
amrazekê bikaranînê nahizirin. Vê yekê weke
namûsê jî nanirxînin.
Di nava me de ev çima wisa bûye? Bêguman ji bona
vê jî di gelek aliyan; dîrokî, civakî û olî de
pêdiviya rave anînê heye. Yanî divê em di nav
şênberiya xwe de lêkolîn bikin. Lê, di derba
pêşî de ya ku bê gotin, ev şewaza jiyanê tîpekî
qediyayî ku pir xeternak û pir kevneperest e, em
ji welatbûnê bigirin ta bi her cure pêşketina
azadiyê re berevajî ketiye.
Heke ku em bêtir şênber bikin; hun viyanê wenda
dikin. Biyekbûna zayendîtî ji bo piraniya we,
weke amrazekî têrbûyîn û qedanê, ji aliyekî
zilam bûyîn, aliyê din de “gihîştina mirada xwe’’,
di aliyê din de jî, weke tiştekî “cîhana xwe’’peydakirin
e. Û mîna vê gelek encam. Asayî ye; dibe ku
biyekbûna zayendîtiyê de têrbûyîn peyda be.
Bûyereke asayî ye, di bingeh de xwazayî ye. Lê
bi vê qîm pê neanîna me girîng e. Cîhan, çemk û
nakokiyên ku em li ser vê lê dikin, pir girîng
in. Mîna ku “gihîştina mirad’’ a zilam her tiştî
çareser dike, weke ku hemû nakokiyan çareser
dike, tê gotin, “min keçê girt, min mêr peyda
kir.’’ Yek jî, heke cîhaneke piçûk ji wan re
debar bike û mehaneya wan jî hebe, jiyan qediya;
hezar carî vê dubare dikin. Jin jî, zilam jî bi
gora xwe felsefeyeke xwe ya jiyanê heye. Jixwe
hemû civaka me wisa ye. Zayendîtiyeke pir bêteşe,
pir xwezayî di nava me de qedan e. Pêşketinên
siyasî û civakî yên bingehîn re wate dayîn,
dîtina jiyana ku bêtir dikare bê xweşik û
dewlemendkirin nîn e, hebe tunebe zayendîtiyeke
bêteşe ye.
Civak xizan, zilam xizan, jin xizan e, tenê yek
zewqek tê hişên wan ew jî, zayendîtî ye. Di
tevahî nirxên din ê jiyanê de, felsefê de,
siyasetê de zewq tune, xeternak heye. Tiştekî bê
rêkûpêkirin nîn e. Zewqa herî sihêl, zewqa
zayendîtî ye. Hindek jî di rewşa ajoyên xwezayî
de ye. Ev, xeternakê bêtir têkilhev dike.
Di vê mijarê de pêşgiriyên ku min girtî ango di
pratîka xwe de hinek tiştên ku dixwazim bidim
pêşxistin hene. Bêguman di vê mijarê de min,
civakê hindek kêm dît. Yanî ev şêwe zayendîtiya
wan di temenê min ê piçûk de bi min re bertek da
çêkirin. Her wekî di rasteqîna malbata me de, di
dê û bavê xwe de vê dîtim. Zêde nizanim, lê di
bûyera zayendîtiyê de, ez di wê baweriyê de me
ku pirsgirêkên wan ên mezin hebûn. Wisa li min
tê ku şerê wan li ser vê bingehê bû. Min hizir
dikir ku, bi vê ve jiyanê tînin radeya nayê
tebatkirin. Zewaceke bêhevseng. Têkiliyên pir
bêhevseng, pir biyanîbûyî û encam; ew rewşa
xeter a ku malbata Kurd dikevê. Min di pêş de
dît ku, ka jin û zilamê Kurd xwe çiqas mehf
dikin. Min selimand ku, hemû zilamên gund di
nava lêgera zayendîtiyeke pir sihêl de ne, ji bo
vê şerê jinê dikin, li ku derê keçek hebe, di vê
bingehê de dixwazin zû bi zû dest bigirin. Heta
dema ku bavek ji kurê xwe re keçek tîne jî,
hizirandina xwe jî dibe. Di nêvenga gund de ev
rewşên wisa jî hene. Dema ji kurê xwe re keçek
tîne, rewşa çavberdanê jî belavî ye, hun nizanin.
Ev, rewşeke derûnî ye. Di bingeh de zêde jiyana
pratîk peyda neke jî, di nava civaka me de wisa
rasteqîneke derûnî-civakî heye. Va, yek encama
ku jin jê derxistiye ev e û di bîçimê, “qet
tiştekî min nîn e, rewşa min a bûyîna jineke
bêteşe heye; ezê vê bi navê namûsê li ser zilam
bidim çespandin û temenekî wisa bijîm.’’ de ye.
Êdî di vê rewşê de jin, xebitandina hişê xwe,
xurtkirina viyana xwe gengaz nîn e. Yanî ji 15
saliya xwe pê ve miriye. Jiyaneke din a xweşik
dibe ku hebe, derfetê azadiyeke dî dibe ku
gengaz be? Vê nahizire. Bi fîzîka xwe ketiye, bi
giyana xwe çûye, bi ramana xwe jixwe qet tuneye.
Va, zayendîtî di vê derê de rolekî pir xeternak
dileyîze. Halbûkî zayendîtî, diviyabû ku
berevajî rolek bileyîze, di nava me de wisa
çelexwarî ji bêviyaniyê re rê vedike.
Çima ez, ji vê bûyerê re zû dest bi rexneyan
kirim û nexwestim bi hêsanî bikevim bin bandorê?
Çima nexwestim viyanê ji dest berdim? Ev,
taybetmendiyekî pir girîng e. Ez bawer dikim ku
ev taybetmendî, di yekî we de jî hêsanî pêş
nakeve û nayê dîtin. Jina pêşberê min (Fatma-Kesîre
Yildirim) vê ferq dikir: Taybetmendiyê ku di tu
zilamê Kurd de peyda nabe. Di zilamê Kurdê
klasîk de taybetmendiyê heyî jî, bi bandorbûneke
zayendîtî ya herî piçûcik de, bi vir an jî bi
wir ve tewandin, anîna halê çemandin û çawa tê
xwestin arastekirin e. Ji ber ku vê pir baş
dîtibû, bi şêwazekê, “jinantiyê hindek bi bandor
binirxîne, di nava partiyê de dikarî hemû
zilaman bêxî bin bandora xwe’’ wisa nêzîk dibû.
Qelsiyeke wisa pir kûr ê zilamê Kurd mijara
gotinê ye. Ev der, pir balkêş ê û pir qiymet
heye ku li ser bê sekinandin; pêwîst e encamên
girîng bên derxistin. Taybetmendiya min li vê
derê pir balkêş e. Mînak hevalekî din be, va ye
hevalê Kemal Pîr, wê di cî de serî rake û bi
awayekî “ma tiştekî wisa dibe’’ ê nêzîk bibe. Lê
ez, ger pir bi hêrs bim, di çemka pêwîst e ne
wisa be, qetiyen rast nîn e de bim jî, hema li
ya pêşberê xwe serî li azînên lêxistin,
daleqandin, jêkirin, avêtin û devjêberdan ango
revandin, nadim. Pozîsyona min a li vê derê ji
pir balkêş e. Di bingeh de tu zilam ji mala xwe
nareve. Ez reviyam û 15 roj neçûm wî ciyê ku ew
jin lê bû. Hem jî di demeke ku pir kar hebûn de.
Bi gelemperî zilam, jinê diqewitîne, rêpîvan ev
e. Tevî ku ez pir bandordar bûm jî, ji malê
reviyam.
Ev jî şêwazek e. Bi xeternak ye. Ka em binêrin
wê çi bibe? Û bêşik em aliyê dijber kontrol
dikin. Ez ji bo vê yekê da ku weke zilamekî
kevneşopî nenirxînim, rewşeke ku mirov 10
demjimêr nikare tebat bike, bi hedan 10 salan
tebat kirim. Mesele ji, “têkiliya zayendîtî,
viyan çi ye, ne çiye’’ wêdetir diviyabû ku bûyer
bê têgihîştin.
Ev jin ji malbateke hevkarmend tê. Dibêje ku
Kurd, sosyalîst û jin e. Niha ev tev dibin çi?
Ma sosyalîstek dikare wisa bibe? Ma Kurdek
dikare wisa bibe? Ma rewşenbîr-entelektuelek
dikare wisa bibe? Aliyên din gumanan bi xwe re
tînin. Dixwaze jinantiyê çawa bi kar bîne û di
bin rûpoşa sosyalîstiyê de çi bike? Kesayetiya
feodal-komprador, di bin rûpoşa Kurdayetiyê de
dixwaze bi ku derê ve bibe?
Tîpê jin û zilamê Kurd ê klasîk
li hemberê hev binketî ne
Ger hun bala xwe bidinê tam serûwenek e. Ji
serûwenê jî wêdetir pevketineke mezin, bi gora
min şerekî mezin e. Bi ya min, ji ber ku hun bi
van şeran weke şerên xwe tênagihîjin, asta
dahûrandina we ya civakî û ya zeximkirina
têkiliyan pir paşdemayî ye. Bi rastî dema ku ez
dibêjim destpêkirinên balkêş vê destnîşan dikim.
Bi misogerî di vê derê de heta dawiyê ez durust
im. Di bingeh de ji her cure rastiyê re vekirî
me. Lê qasî ku aliyê dijber jî bibîne, serdestê
viyana xwe me. Bihizirin ku li vê derê şûna min
de zilamekî din heye! Ya wê tam bikeve bin
fermana jinê, ya dê jinê berde, ya jî dê bikuje.
Wekî din rêka navîn nîn e. Hem ji di nava 10
demjimêran de, te nizanibû di nava heftiyekî de
encama ku derkeve pêşberî wî ev e.
Li rastê malbateke ku xwe pir disipêre dewletê
heye. Li ser komê hinek tasarufên xeternak
mijara gotinê ye. Niha ez, ya karê komê, karê
Kurdayetiyê wê berdama, weke mamûrekî piçûk
bigotama, “wey xwedawo ji van karan re tovbe’’
ya jî hewl dabama ku dawiya vî karî bînim. Yên
we tevan bi îhtîmala mezin di têkiliyan de, di
şêwaza nêzîkatiyê de rewşên cewaz ê ji vî hene.
We seqaya têkiliyên siyasî, civakî, çandî û
giyanî nedaye ber çav. We gotiye, “zayendî xweş
e, zewq tîne’’ û viyana we şikestiye ango rewşa
zayendiyê nedîtin, nebihîstin, û nejiyandin bûye
mijara gotinê. Ev bûyer di hinekan de pir
bandordar e. Hizir dikim ku ev jî qasî yên din
ber bi encamekî xeternak ve dibe.
Di zayendîtiyê de ponijîna azwerî û hestan tebî
pêwîst e ku di çarçoveya dîrokî de bê
runiştandin. Têkilî ji bo sosyalîstekî pir
girîng in. Ku ketûber bigire dest, wê di serî de
bin bikeve. Di bingehê dîrokê de jin,
zayendîtiyê de rasteqîna qedaneke mezin û
vederbûyîneke mezin dije. Çi eleqeya xwe bi
azadiyê ve nîn e. Zilam, jixwe qurbanê şaşitiyên
mezin e. Biramin, hema hun tev wisa dest bi
têkiliyan dikin. Ma sosyalîzm ma, berxwedan ma,
azadiya viyanê ma? Viyana paldayî tim bin ketiye.
Va, zorî li ser me çêdibe, di kişandina we ber
bi azadî û viyaneke xurt de. Niha pirsigirêka
min a herî mezin ev e.
Di vê xalê de zayendîtiyê çawa ber bi
çareserkirinê ve dibim? Esas we dikaribû vê
encamê di pêşiyê de têbigihîşta û formulê kiriba.
Misoger e ku dijmin vê têkiliyê ji sedsalan vir
ve bi kar tîne û ji çemka namûsê em bigirin heta
çemka zewqê xistiye nava çelexwariyekê. Ez vê
dibînim. Lê divê pêşgirî bibe çi? Va, yên ku li
ser xwe disepînim hene. Mesela min dikaribû
jineke hêsan peyda bikira, di temenê piçûk de bi
gor usûla gund dikaribûn min bizewicandana. Heta
bi hizira min di malbatê de lêgereke wiha jî
hebu. Lê wêrekî nîşan nedan ku ji min re bibêjin.
Jixwe tê bira min digotin, “tu bi vî halê xwe
nikarî bizewicî, nikarî keç payda bikî!’’ Jixwe
mebesteke min ya wiha jî tunebû. Halbûkî pir
kevneperest bum. Tê bîra min, ji meleyê gund re
pirs kiribûm û gotibûm, “mele, lîstîka ku jinên
bêhvan dileyîzin heye, ma nihêrtina min guneh
e?’’ Mele fetva dabû û gotibû, “Dikarî binêrî,
guneh nîn e!’’ Min hingê bi wêrekî nihêrî. Li
ser bingehê fetvayê, di temenê zaroktiyê de
hindek wisa dibe. Di bingeh de bi edeb û terbiye
me. Hingê bi rêpîvanên olî ve girêdayî bûm.
Bibêje, “nenêre!’’ nanêrim. Guneh e, nêzîk nabim.
Tebî piştre bi gor pîvanên çînayetî û
sosyalîstiyê nihêrtim. Di Siyasalê de dixwînim,
zarokên burokratên herî jorîn hene. Jixwe dîsa
jî hildikişim, bandordar dibim. Yek peyvekî jî
bi kar nayînim. Dev ji lêgerîna zayendîtiyê
berde, wê demê evîna min kevneperestiya min bû.
Wê demê bi gora xwe, lêgerîneke min a
sosyalîstiyê hebû. Bi pirsgirêka netew re mijul
dibim. Derveyê wê min nikarî “merheba’’ yekî jî
bidama. Belkî jî min kêşvan didîtin. Ji ber ku
tê bîra min dema ku min peyva Kurd bi kar anî,
çepikandineke mezin girtim. Yên ku diçepikandin
tev jî nîvî nîvî keç-xort, zarokên burjuva bûn;
min di bîçimekî awarte de destek dikirin. Lê
tevî vê, nikaribûm gotineke, “Hun çawa in’’ jî
bibêjim. Dîsa jî eleqeya wan hebû. Li Dibistana
Navîn bi zarokên burjuvaziyên piçûk û burjuvan
re xwendibûm. Balrakêş jî didîtim. Lê tu caran
bi “merheba’’ yeke erzan, têkiliyek, ji zarok û
keçikeke burjuva re gotineke “Tu çawa yî’’
tunebû. Li rexmî ku pir xweşik jî didîtim, tenê
yek “Çawa yî’’ jî nedigotim.
Yanî ev gelşa nirxên hazir e. Ê we, rewşa dizîna
xweşiktiya xelkê, perê xelkê û derfetên xelkê
heye. Ê min jî, di radeyekî dawî de xwe girtin
heye. Tê wê wateyê ku ev, bi gora helwesta
çînayetî û helwesta netew pêk tê.
Kevneperest im, lê ev pêşketinên wisa nîşan
didin ku lêgerîneke azadiyê di hundirî min de pê
re pê re didome. Li keçên gund dinêrim, zilamên
kal girtine. Hê jî di hişê min de ye. Da ku bibe
mînak dibêjim. Yanî keçeke ku pêwîst e bibe
heval, lê min nihêrî ku zilam şerekî wisa kiriye,
ger bibe ji bo xwe, ger nebe jî, ji bo kurê xwe
standiye. Gelek keçik tên bîra min, dixwestin ji
min hin tiştan fêr bibin. Tebî wê demê hêza min
a ku bi keçê têbigihîje û zanyariyê bidê nîn e.
Bi ya min ev neheqiyên mezin in. Yanî li ser
çarenûsa keçeke liberçav, hewqas li derveyê
viyana wê çima şer dibe? Xwişka min hebû. Rojekî
ji gundên axayan hatin, xwişkê xwestin. Ev kî
ne? Hê jî tê bîra min, qet bi xwe nedame
pejirandin. Ev zava kî ye? Hindek pere û hinek
tiştên din didin xwişkê. Qet şêwazeke baş nîn e
û hê jî piçûk dibînim. Ev têkilî, têkiliyê
koletiyê ye. Mîna vê bi hezaran bûyer bi te kom
dibin û lêgerîna azadiyê derdixin rastê.
Va kirêtiyên zayendîtî, ew pirsgirêkên li
hawîrdor me keç û xortên gundî bi têkiliyên
zewacên demekî kurt de encamên derdixin rastê.
Bêkar û xebat, ji bo cihêzekî, ji bo qalanekî
hemû xortanî û hemû ciwaniya xwe qurban dikin.
Ji bo têkiliya azad şernekirin
li azadiyê xiyanetkirin e
Ev hemû hiştin ku em hayjixwe bin. Hişt ku em
herin ramana ev kar wisa nehêsan in û wê
pirsgirêken mezin peyda bibin. Dumahîkê di vê
bingehê de ketim nav ezmûna têkiliyekê.
Di vê derê de çawa ku hun dihizirin, ma hema
şikestina viyanekê û ketina nav têkiliya jin-zilam
a hêsan heye yan na? Li xwe binêrin, yek jî li
min binêrin: ji ku derê digirim û tînim ku derê?
Em, di bûyera jinê de xweşiktiyekê nû û nû
derdixin rastê. Ango em, xweşiktiya di
kesayetiya jin-zilam de û derfeta jê hez kirinê
bi rastî jî, hem bi zanistî, hem jî bi hunerî nû
û nû dihêvojin. Di vê mijarê de me hindek
pêşketin pêk aniye. Di têkiliyan de -bi ya min
divê jin xweşik be-di temênê min ê piçûk de û
heta bi azweriyeke mezin lêgera min a xweşiktiyê
heye. Ji 7 saliya xwe vir ve kesan wisa
dinirxînim. Pîvanên xweşiktiyê curbecur in. Ji
tevgerînê em bigirin heta fîzîk, ji
taybetmendiya hîtaba xurt em bigirin heta
vacbûnê, wisa hinek taybetmendî hene. Hê jî di
hewldana de ka em dikarin pîvanên xweşiktiyê
çawa derxînin rastê de me. Ma lêgerên we yên
wisa hene? Ma di oxira wê de têkoşîneke we heye?
Bi ya min nenirxandina xweşiktiyê heta ramana
paşverûtiyê jî wisa pêş dikeve. Keçeke ciwan
pêgirê koletiyê kirin, li ser bingehê peran
firotin pirgirêkeke mezin derdixe rastê. Keçeke
xweşik tenê ji bo peran ji zilamekî re malkirin
pir kirêt e û nikare bê pejirandin.
Ev çi tîne? Ma nêzîkatiya azadiya jinê di te de
pêş dixe? Çima yekî pir kirêt li ser bingehê
malê xwe, perên xwe, hêza xwe here keçekê bigirê
û bibe? Çima ? Di nêvenga gund de mînanê vê
gelek têkilî hene. Hinek li ser hêza xwe, hinek
li ser hêza malbata xwe, hinek jî li ser bingehê
perên xwe dikin. Û keçikên baş yên gund, ew
keçên ku em dikarin bibêjin xweşik in, wisa
direvînin û dibin. Di nava civaka me de gelek
nêzîkatiyên wisa hene. Tev di 12 de saliya xwe
de ne, lê feodalek, kompradorek wan keçan ji xwe
re dikire. Li Serhedê gelek keçên wisa ji hêla
bazirganên Qeyseriyê ve çawa hatin revandin ber
bi rojava ve! Ev tev mirov didin hizirandin.
Civak bi piranî hindek wisa ye. Û ev, birîneke
mezin a civakî ye. Li ser van tevan tu bi
ponijîn nehizirî, wê tu çawa bibî xwedî çemkeke
azadiyê, çemkeke xweşiktiyê û heta wê tu
şoreşgertiyeke çawa bikî? Ma di we de ramanên
wisa pêş ketin? Bi ya min li hember vê rewşê
têkoşînvedan perçeyekî welatparêzî yê nayê
veqetandin e. ji ber ku xweşiktiya jin û keçên
me wisa firotin, qasî xiyaneta welat xeternak
ye. Bazirganên Qeyseriyê (tev jî faşîst in) tên,
keçên me yên xweşik ku di radeyeke dawî de
dikarin pêş bikevin, dikirin, dibin û diçin. Yê
ku perên wî heye li her deverê keçan dikire,
dibe û diçe. Ev qasî xiyaneta welat rûdaneke
xeternak ye. Jixwe yê ku li nirxên xwe yên
mirovatiyê wisa binêre, welatê xwe qet nabîne.
Em dizanin ku nedîtiye jî. Ne ji dîrokê, ne ji
xweşiktiya xwezayê, ne jî, ji xweşiktiya
têkiliyê fêm dike. Ev tîp xiyanet kiriye. Em
dikarin nirxandineke wiha pêş bixin: Di mijara
jinê de yê ku vê kirêtiyê layiqê xwe dibîne,
dixwaze bila keç be, dixwaze bila xort be, qasî
bêwelatiyê tevlî tewanê xiyanetkirina azadiyê
bûye.
Çima? Va, di vê çarcova ku divebêjim de neheqî,
tewan û kirêtî hene. Te vî tewanî kiriye, hingê
wê tu çawa bibî welatparêz û çawa bibî
azadîxwaz?
Şerê ku hun di oxira jinê ango oxira zilam de
didin çawa ye? “Bigirim, birevînim û bikim
mal!’’ Tam di bîçimê ku pergal diçespînê de ye.
Şerê we nîn e. Ji ber wê yekê jî, hun kirêt
dibin. kirêtiyên mezin, rewşên nayên pejirandin
hene. We nexwestiye ku hun vana bibînin jî.
Niha, ji vî şerê ku min li ser navê rizgarkirina
hemû xweşiktiyan pêş xistiye, hunê bibêjin: “Ma
şerekî wisa dibe?’’ Erê, şerekî min ê wisa heye.
Ne tenê şerê felatkirina xweşiktiya jinê ye, di
heman demê de şerê felatkirina xweşiktiya
xwezayê û dîrokê ye. Erê, ma ev tev nebin, hunê
çawa bibin welatparêz? Wê çawa azweriyên we yên
azadiyê pêş bikeve? Çi di we de heye, çawa pêş
dikeve? Ji çiyan bi hêsanî bireve, qet wate nede
nirxên dîrokî, nêzîkatiyeke, “jin, yan amrazekî
zayendîtî ye, yan bigire ji xwe re bike mal, çi
dikî bike, bi kar bîne!’’ wisa heye. Yeka/î dil
û jiyana wê/î wisa be nikare bibe şoreşger. Di
wê/î de xweşiktî, îcar rêxistinî û şervantiya wê
pêş nakeve.
Bi îhtîmaleke mezin kesayetiyên we hindek
bêçareserî ne. Tebî vê, ne tenê ji bo pirsa hate
pirsîn re, ji bo gelek pirs bên bersivandin
destnîşan dikim. Di têkiliyan de ji dîtina maf û
kedê em bigirin, heta rewşeke pir kirêt bi xwe
dana xwarinê, hemû binketinên we nîşan dikin. Bi
vê rewşa xwe eşkere ye ku hunê nikaribin di
taybetmendiyeke welatparêziya mezin de peyda
bibin û nikaribin bibin şervanekê azadiya mezin.
Têkiliya vê bi zayendîtiyê re wisa ye. Çawa
xwestin ku bi çeka zayendîtiyê me bixînin? Li
hember vê şerê min ê mezin çawa pêş ket? Di
derbarê jinê de civak çawa tê xistin û di vê
mijarê de şerê min çawa pêş dikeve?
Tebî ji bo zilam jî ev derbasdar in. Zilam jî,
hindek wisa ye. Zilam di nav nêzîkatiya, “zilam
divê wisa be, wiha xwepêşandana hêz dike; ji
simbêlan bigire heta meşê wateyekê xwe yê cuda
heye’’ de ye. Ez bi salan e dihizirim ku bi vê
bûyîna zilamekî saxlem pêk nayê. Yanî zilam jî
pir bi hêsanî naecibînim. Hun hewqas mijul
dibin, pîvana zilamekî ku dikare bê pejirandin,
heya niha jî min tam dernexistiye rastê. Birekî
mezin kirêt dibînim. Ma ez xwe zahf diecibînim?
Nexêr! Lê ku ez, xwe zêde nêcibînim jî, ji bo vê
dixebitim. Dibe ku hinek ji we bêqisur bibînin.
Lê ez her roj bi xwe re şer dikim. Ez, xwe wisa
bi hêsanî napejirînim. Lê ji hemû kirêtiyên xwe
re erêyê hun didin. Hun dibêjin, “zilamekî weke
min yê yeman ma tê rexnekirin, zilamekî weke min
çima nayê têgihîştin?’’
Wê tu bi çi yê xwe bêtî ecibandin, bi çi yê xwe
xweşik î û bi çi yê xwe pesnê xwe bidî? Gelo li
pêşberî van rasteqînan, tuyê bikaribî ji xwe re
bibêji, “Ez zilam im!’’ Ne di wateya zayendîtiyê
de jî, di wateya şanazê de, di wateya hesta
zilamtiyê de çiqas zilam î? Belkî jî, ji jinekê
bêtir bûyî jin. Ma zilamtî hebana, em di vê
rewşê de diman? Tebî ev bi salan e ez, vê pirsê
ji xwe dipirsim. Di nava me de hewqas dîlawêrtî
tê çêkirin, lê heman zilam li hemberî nirxên
herî bingehîn ji jinekê xirabtir e. Dîlawêrtiya
vê çend pere dike?
Hun dibînin ku, wisa hêsanî nêzîkbûna
pirsgirêkan çênabin. Ger ku min, wek we
zayendiyê şirovekiribama û dabama meşandin, ez
zû de qediyabûm. Lê ez, şervanê xweşiktiyeke
mezin im. Di felatkirina jinê de jî, xwedî
hewldanên mezin im. Di oxira afirandina
xweşiktiyê de hewldanên min ên pir mezin hene.
Ew nakokiyên ku hun dijîn, ez çirkekê jî layîqê
xwe nabînim. Bi ya min, aliyên şoreşgertî yên
wisa jî hene.
Gelo hunê karibin baş bîr binin ku, şoreşa me
şoreşeke xweşiktiyê ye, li hember kirêtiyê
şoreşa şerekî ye? Gelo hunê têbigihîjin ku,
destgirtina zayendîtiyê jî, nirxekî xwe yê
şoreşî yê mezin heye? Di bingeh de, li ciyekî
ez, nakokiya zayendîtiyê derdixim rastê. Ew
hevalên ku di vê mijarê de bêçareserî mane
handanê çareseriyê dikim. Hewqas keçên ciwan û
hewqas xort di nava refan de ne. Bi gora çemkên
xwe yên kevin hema dikarin hev bêxin bin
bandorê, bidin xapandin û bi hestiyariyên erzan
bi hev re; ya hema soz didin, ya jî bizewicin.
Pejnkeriya di vê mijarê de, ji bo her kesî
derbasdar e. Lê belê baş bala xwe bidinê, ez xwe
wisa nadim xapandin; hatime 45 saliya xwe,
piraniya we hê 20 salî ne.
Em vê zagonê disepînin. Temam, hun dikarin werin
ba hev, lê çawa ku hun hizir dikin, wek wan
têkiliyên di navbeyna zayendan de ku we di berê
de ava dikir, wê nebe. Baş e wê çawa bê
avakirin? Gelek ji we dibêjin, “Ciwaniya me ji
dest diçe!’’ Dîsa hişemendên ku dibêjin, “Ev
zarok hema bizewicin, bigihîjin mirada xwe ma
nabe?’’ di nava me de hindik nîn in. “Evînên
mezin bijîn, ma nabe?’’ Ez dibêjim, mijara ka
dibe yan nabe gotûbêj bikin. Heta mijara
têkiliya zayendîtî ka çawa tê pêşxistin jî,
gotûbêj bikin. Ger ku hun, li rasteqîna şerê me
xiyanet nekin, ango ku wê ji şer re tevkariyekê
çêbike, we bîçimê rast peyda kiribe, ez ji we re
bibêjim: Bravo! Şertê min heye; bila me ji şer
dûr nexîne. Evînê gotûbêj bikin; mezin evîndar
bibin, bes ku me ji şer dûr nexîne ango dijmin
neynin wî halî ku karibe li ser serê me
serkeftinê ragihîne. Hingê ez, evîn û têkiliya
te biçepikînim.
Helperestên(oportûnîst) me ango yên ku pir
xeternak nêzîkê pirsgirêkê dibin çi dikin? “Lê
dîsa jî divê evîn hebe!’’ Min dîroka kûr a evînê
danî rastê. Hinekan got, “jin belaya serê me ye,
em pêşgirên demborî bigirin ango bi hinek
pêşgiriyan ve tim û tim biborînin’’ Ev tev bi
pirsgirêkên giran ve derketine rastê. Bi gora
xwe, pergala wan a evînê ava bûye, em ji wan re
tevahî partiyê vekin! Lê yek tenê ji vana bes e
ji bo qedandina partiyê. Di bingeh de bêkontrol
û bêviyan e. Ku ez, jor heya jêr têkilî
avakirinê serbest berdim, wê ji çadira qereçiyan
xirabtir bikin ango roja duyemîn wê radestê
dijmin bibin. Viyana wan a şerkirinê namîne.
Zayendîtî û evîneke di wateya ku ev têdigihîjin
de pir xeternak ye. Bi rastî tenê ji bo
têrkirina zikê wan jî, pêwîst e ku çend yekîne
bên xebitandin. Ji bo ewlekariya wan bê pêkanîn,
ev pêwîst e. Ji bo evînê ewlekarî pêwîst e. Ji
bo evînê pere pêwîst e, nizanim çi pêwîst e. Ji
bo van tevan jî divê çend yekîneyên gerîla
bikevin dewrê.
Niha di vê mijarê de, gelek rewşên ku rêveber
ketinê hene. Ger ku hindek hêza me ya
kontrolkirinê nebe, wê hinek biryargehan bînin
vî halî. Jixwe hindek anîne jî. Divê em, vê pir
gotûbêj bikin. Me got bila di rêveberiyê de
hindek jin jî hebin. Lê rêveberiya jin-zilam,
şûna ku hindek pêş bixin, têkiliya jin-zilam ber
bi qedandinê ve dibin. Rêveberî tê rewşa ku
nikare kar bike. Me lêkolîn kir, yekî ku bi
jinekê re, bi xortekî re bi mehan gotûbêj dike
(ev di radeya yekemîn de berpirsiyarê perwerdeyê
ye) sê mehan neçûye bi endamên perwerdê re
hevdîtin çênekiriye, qet neaxiviye jî. Qasî ku
xwe bi mehan bidin tiştekî wisa, yên hewqas ketî
hene. Piştre me nihêrî ku, ev belavî ye.
Li ba me evîn
yekîtiyeke mezin a siyasî ye
Niha, ev tev weke pirsgirêkan didomin. Bi ya min
divê dîsa jî jin di nav de hebe. Hema bi rengekî
girêdana erzan, şûna jinê danîna aliyekî,
rasteqîna wê derxistina rastê, nakokiya navbera
zayendan çareserkirin, dîsa di şûna têrbûniya
erzan û têrbûniya nas û dostan, peydakirina ya
rast û hêzdar pêwîst e. Em, hêza zayendîtiyê û
hêza jinê derxin rastê. Ji ber ku ji zayendîtiyê
re azadî tê xwestin. Di vê mijarê de em nikarin
bibin çewisandiner. Her ku rêgez wisa ye, ka em
binêrin çiqas azad dibin. Çawa ku min got,
felsefa me ya jiyana nû li ser bingehê têkiliyên
wekhev û azad e.
Evîneke ku roja pêşîn li wargeha me ango di
yekeya şer de li ser serê têkiliyê dike bela,
ezê çawa karibim erê bikim? Vê hestê û têkiliyê
ezê çawa karibim asayî bibînim? Îcar ku dijmin
hê di serî de bi sîxurtiyê ketina dewrê esas
girtibe, li hember vê helwesta me pir zelal e.
Di vê rewşê de, kê xwe di pratîkê de diselimîne
ango jî vê jî wêdetir wê çawa xizmeta pratîka
şer bike? Temam bêyî jin şoreş nabe ango bêyî
jin zilam jî nabe, lê têkiliyên jin-zilam a ku
ji rizgariyê re xizmet dike çawa dibe? Herî
hindik em vê gotûbêj bikin. Em lez nekin ango
rewşê nas bikin. Divê em bizanibin, ka bi hev re
hezkirinê, evînê, xwarin-vexwarinê, axaftinê
çawa par ve bikin. Ku tu bibêjî, “Emê bi
zayendîtiyeke bêteşe nasdar bibin’’ yên ku mirov
in nikarin vê wisa bigirin dest. Em dixwazin
civakeke mirovane bidin avakirin. Hem jî ya herî
azadîxwaz.
Ger ku te, hê xwe nas nekiribe, ku tu bibî dîlê
ajoyên xwe, di navbera demeke kurt de em dev ji
avakirina sosyalîzmê berdin, gelo civakekî piştî
civaka qilan a hoveber emê karibin ava bikin? Tu
nikarî bibêjî, “Ez nikarim vana biramim!’’ Tu
şoreşger î, wê tu vana biramî. Emê civakeke nû
ava bikin, hem jî di bingehê azadiyê de. Ger ku
tu bibêjî, “hestên min têkbirinê lê dixe, ajoyên
min serî radikin, vacê gohdar nakim!’’ peşk li
şoreşê ket. Ger ku tu bibêjî, “Ez evîndareke
çavreş im!’’ evîna te şewitand, qedand, ji
dijmin re kire êm. Ger ku tu bibêjî, “Mejiyê min
tevlîhev e, ez nikarim bihedirînim!’’ tu ne ji
bo çêkirina şoreşê, ji bo bûyîna belaya ser
hatî. Helwest, objektîf wisa ne. Ya li paş mayî,
evîn bûyereke zor e. Evîn, bûyereke pir zirav e,
azweriyeke mezin e. Evîn huner e, evîn rêxistin
e. Evîn perwerde ye. Evîn têkilî ye. Hêza
têkiliyê ye, viyan e, zelaltî ye. Bigere ku tu
di nava me de vana peyda bikî. Bi findê lê
bigirê ku, tu peyda bikî. Ew evîna ku dibêje,
“Ez bi vana tênagihîjim, ez vê evînê nizanim,
evîna ku ez lê digerim wisa ye, wiha ye!’’ ka me
anî çi halî, me dît.
Min di beriyê de gotibû, ka çima bûyera Mem û
Zîn hewqas zor pêş ketiye. Di wê derê de
ezmûneyeke evînê heye. Hinek zorê li pîvanên
feodal dike. Di bingeh de ev, bêriya şoreşa
netewî-demokratîk e. Dibe ku di mîrên Cizîrê de
bûyereke wisa qet derbas nebûye. Lê Ehmedê Xanê
yekîtî dixwaze. Tunebûna yekîtiyê di navbera
feodal-mîrzadeyan de, va ji hikumdarên Ecem,
Ereb nizanim Bîzansiyan re derfeta layan û
dagirkirinê dide. Di salên 1600an de rewşa
Kurdan a dewletbûnê û avakirina destpêkeke
netewbûnê heye. Feodal-mîrzade û mîr, li pêşiya
vê bi îhtîmaleke mezin asteng in. Çareseriya vê
dixwaze di wêjeya Mem û Zîn de nîşan bide. Nexwe
kurekî mîr û keçeke mîr bi rehetî dikarin hev û
dî peyda bikin û bizewicin. Ev zor nîn e. Jixwe
di wan sedsalan de bi tevahî zewacên navbera
mîran wisan in. Hemû zewacên tebeqeyên jor,
zewaca kurên mîr û keçên mîran in û zorî jî nîn
e. Di bingehê hev û din xurtkirinê de hê jî
çêdikin. Li vê derê rewşeke derepîvan; li ser
mîran, bi gor vê qonaxê ku yekitiyeke jor an jî
bûyîna dewletekî re (em dikarin bibêjin bûyîna
keyatiyek jî) nebûna xwesteka zordayînê ye. Va
li pêşiya vê pêşketinê ew mîr asteng in. Ev, tê
xwestin ku bi destana Mem û Zîn bê şênberkirin.
Evîneke zor e. Çima evîneke zor e? Yekîtî pir
zor e, dewletbûn pir zor e. Ji bo pêkanîna vê,
pêwîst e ev evîn wê mîrîtiyê birûxîne û çepera
feodal biçirîne. Ger ku pirtûk bê xwendin wê bê
dîtin ku, daxwaziya yekîtiyekê heye. Divê gelek
rêpîvanên kevin bên hilweşandin. Gelek fitne û
fesad hene; ji bo rakirina ji rastê hindek azadî
pêwîst e. Bûyîna van, tê wateya pêkanîna şoreşa
netewî-demokratîk. Ji ber ku şoreşa
netewî-demokratîk peyda nîn e, di Mem û Zin de
pevretiyeke serkeftî nayê pêkînandin. Yanî di
ciyekî de tê wateya nepêkînandina yekîtiya bi
serkeftî ango nebiyekbûyîna Kurdan.
Ê me jî, peywirê pêkanîna bûyereke siyasî ya
mezin heye. Yekîtiya siyasî bûyereke mezin e û
em dikarin ji vê re bibêjin evîna mezin. Da ku
tevahî evînên piçûk karibin wateyekî
biderbirînin, pêwîst e ev yekîtî pêk were. Xwe
têxin şûna Mem û Zîn; ji bo ku hun evîna xwe pêk
bînin, pêwîstiya yekîtiyeke siyasî û li hember
KT’yê pêdiviya rizgarkirina qadeke piçûk heye.
Ji metirsiyê dûr bimînin. Di halê berevajî de
rewşên mîna lêgerînên zayendiyê xiyanet e. ji
ber ku dikeve bêviyaniyê. Da ku bikeve
bêviyaniyê, nikare yekeyê bi rê ve bibe. Ji ber
ku nikare yekeyê bi rê ve bibe, derbe dixwe.
Dema ku derbe xwar, ev dibe tewanê xiyanetê. Ez
hizir dikim ku, yên vê jî disepînin jî hene.
Hinek ji wan çawa ku heq kiribûn hatine
cezakirin. Viyana wî şikestiye û hedar nekiriye.
Tebî nikare hedar bike. Ji ber wê yekê evîn pir
zor e. Bi gor hinekan, ger ku hatin ba hev hema
karê wê biqedînî; ku rû bi rû ango çav bi çav
mayî, tu dikarî çawa ku tu dixwazî evîna xwe
bijî. Ma li pêşberê evîne tu dikarî xwe bidî
xapandin? Li pêşberê rasteqîna dijmin tu dikarî
xwe bidî xapandin? Dema ku te da xapandin, tu
dikarî ji wê re bibêjî evîn? Ev xaflet e. Tebî
ez vana dahênan nakim. Di bin serdestiya dijmin
de evîn wisa ye. Mînak, li Botanê keçek hebû.
Ketibû çend çalakiyên bi serkeftî; pir xurt bû,
min digot çi çalakmendeka xweşik e. Xortek hebû,
ew jî ji Botanê bû, navê wî Bozan bû, çi bû,
nemerd bû. Di qonaxeke zor de fersend dîtine û
reviyane. Ew ketin zindana Amedê. Keçê weke
jineke kerxaneyê bi kar tînin, nemerdê dî jî
weke îtîrafkarekî hê jî tê bikaranîn. Va, keçeke
ku dikare pir xweşik pêş bikeve, lê rewşa ku
ketiyê. Qaşo ew jî milîtanek bû.
Ev tev encamên pir balkêş anîn û hinek ji wan
hatine cezakirin. Qurbanên evîna erzan! Hinek ji
wan çûn, bûn îtîrafkar, hinekan jî bi canên xwe
dan. Min, ji demeke dirêj ve bi asta evîneke pir
tirsnak dest bi kar kir. Evîna min a xwedê jî
hebû, min ji we re vegot. Lêgerîna min a xwedê
tirsnak bû. Va, evîna min a zanistiyê û evîna
min a felsefê heye. Bêyî van tevan evîn nabe.
Piştî van, azweriya min a siyasî heye. Dêna xwe
baş bidinê, ez ne kariyerîstekî siyasî me. Min
xwe bi siyasetê jî nekiriye xirexavî, lê li
rastê ye ku ez şerekî siyasî yê mezin didim.
Yekîtiya siyasî ya mezin, şerekî siyasî yê mezin
pêwîst dike. Di wî aliyê de, bi peywireke
polîtîk ê mezintirîn ve ezê xwe girêdayî hîs
bikim û çêbikim.
Azadî bi şer tê afirandin
Ji şer re nêzîkatiyên tirsnak hene. Me li vê
derê şer bi binyad kir. Ji ber ku her tişt bi wî
re dikare çareser bibe. Şer wekî xweda ye. Tu
çiqas xwedê dihebînî, wê tu hewqas jî şer
bihebînî, heta wê tu bibî weke xwedayekî şer,
xwedavendeke şer. Niha xwedayên me yên herî
mezin xwedê û xwedavendên şer in. Kî ne ew?
Kesayet û serokatiyên ku şer bi serkeftinê didin
girtin. Bûyîna xwedayên şer tê çi wateyê? Heke
ku hun van tevan neramin, hunê çawa jiyanê
rizgar bikin? Li ser serê we firokên dijmin her
roj guleyan dibarînin. Ger ku dilêriya we ya
şerê mezin nebe, hunê çawa evîna xwe rizgar
bikin? Li dîrokê binêrin, keybanûyên xafîl,
keyên xafîl çawa çûne? Ê we, em dev jê berdin
bûyîna keybanû û key, hêza we ya bûyîna
leşkerekî ketûber jî nîn e.
Niha, ji ber ku min vana got, ma hunê xwe bidin
kuştin? Ma hunê bibêjin, “wey bi şanaza min
leyist!’’ Rasteqîna dijwar wisa ye. Da ku hun
bibin xwedavend, pêwîst e hun pir şerên mezin
bidin. Da ku hun nebin xwedavendên
feodal-dekbaz, pêwîst e hun têkoşîn vedin. Va,
jina ku li pêşberî min bû, hindek jî wisa bû. Te
digot qey ez key im ango ez diçim bibim key,
keybanûyek kêm e. Kesa ku keyan diafirîne! Jixwe
kar wisa nedihate destgirtin. Heta li Firansa
(ez bawer im nirxandineke wisa jî çêbibû)
çîrokek hebûye; keyek heye, yek jî kesa ku keyan
diafirîne... Min carek nihêrî ku li pişt min
qaşo di rolê kesa ku min diafirîne de ye! Ev
kes, em berdin afirandina keyekî, destê xwe ji
ava germ nedida ava sar. Em, min têxin şûna
gundiyekî. Mînak, gundiyekî pir dixebite û
mezintirîn ked xerc dike. Qaşo ew, axayeke destê
min ji piştre di nav destê xwe de digire, ji vê
jî xirabtir pêgirtiyeke jinekî. Ji hemû zilamên
me re di vê bingehê de nêzîk dibe. Hunerwera wê
çi ye? Şareza ye, xasûk e, jin e! Tebî ev, di
nava civakê de nêzîkatiyeke pir bandordar e.
Mêtîngeran gelek kesan wisa bi rê ve birine.
Axayan, gundiyan wisa bi rê ve birine. Dekbazên
jin, zilaman wisa bi rê ve birine. Van hemû
huneran dike yek û wê min jî bin bixe. Ka ez çi
me piştre me nîşan da.
Wê çawa min bi rê ve bibin? KT wê çawa min bi rê
ve bibe? Dewlet hê jî hewl dide ku min têxe bin
kontrola xwe. Ka em binêrin kî kê dixe bin
kontrolê.
Hun dibînin ku çîroka jiyana xwe ya pir bi çiqil
û şaxik, lê pir girîng tînim ziman. Her ku hun
azadî û xweşiktî dixwazin, di xwezaya kar de
rastînên wisa peyda ne. Hin kes dikevin nava
şayişan, hin kes jî dixitimin. Keç û xortên me,
her roj xwe datînin rastê. Ev, dilan disojîne.
Baş e ku me hindek rêk û rêbaz daye diyarkirin.
Em we zêde nadin girandin. Nexwe rewşa we qasî
girînê di rebentiyê de ye.
Ma xwedayên şer qet wisa dibin? Ma fermandarên
mezin qet wisa dibin? Ma milîtan qet wisa dibin?
Ez bi xwe jî bi vê rewşa xwe hê jî ji xwe
dipirsim û dibêjim, “ Ma gelo min rewşê rizgar
kir yan na?’’ Mînak keç hene û ji xwe dipirsim,
“ Ma ez hevaltiya wan bi layiqî pêk tînim yan
pêk nayînim?’’ Ez xwe tim û tim eyar dikim û
diramim, “ji pêwendiya jinekê bigirin heya
pêwendiya xweşiktiyê, şer, rabirdû û rojane bi
her tiştî re wê çawa be?’’ Di rewşa berevajî de
ezê xwe wenda bikim. Ger ku wenda bikim,
kêmahiyeke piçûcik bikim, pêmeniya viyanê raber
bikim, wê ev, ji gel û rêxistinê re bibe mal û
xisar di wir de derkeve rastê. Yanî bikişînim
derdek e, nekişînim derdek e; weke axayekî tirûş
bikim derdek e, weke yekî giyan kole tirûş bikim
derdek e. Ev, pirsgirêkên mezin in. Bihizirin,
ez jî di rewşa yekî bandordar de me, xwe pir
azad bi rê ve dibim û yekî xwedî helwesteke
bixwebawer im.
Her roj ji serleşkerên me nûçe û rapor li ser
raporan tên; “Keçan weke xizmetkaran bi kar
tîne, ketiye bin fermana yekê, radestê ajoyên
xwe bûye, têkiliya çilvirînê pêş dixe.’’ Wisa ye
yan ne wisa ye, ew gelşeke cuda ye, llê eşkere
ye ku serî li ber kevin tewandine. Niha hun
hindek bihizirin. Rewşa min hindek cewaz e. Bi
ya min, ger ku tu bi jinê re pêwendîdar bixwazî
wilfekê pêş bixî, divê pêwendiya xwe bi azadiyê
hebe. Te ji şerê van kesayetiyan re çi daye û çi
dixwazî ji wan? Te jineka kole weke malekî
girtiye ba xwe, ma ji mirov re nabêjin, “ qey tu
şerm nakî?’’ Heke ku tu keçikeke partiyê rast û
durust rêxistin nekî, bi zanebûn nekî û wê ji
xwe re bikî mal, ma tu ji vê şerm nakî? Pêwîst e
ji rêveberên me re pirsê wiha bipirsim. Ger ku
tu wê li ba xwe weke koleyekê bigirî, tu şerm
nakî; ji ber ku me wê weke şervana azadiyê
kişande ba xwe, sehaya xwe. niha ev ji bo keçê
jî û ji bo jinê jî derbasdar e. Da ku bibe
şervana azadiyê hate ba me. Lê heke ku bi
makbûna xwe bixwaze me bixîne, ji bo têxistina
bin bandorê ku were, ew jî rewşeke kirêt e. Di
wateya mitlaq de da ku ji bo xwe derfeteke
azadiyê biafirîne û ji partiyê hêz bigire
hatiye. Wê demê, wê ji bo vê xwe perwerde bike,
rêxistin bike û mitlaqa bibe şervana azadiyê ya
baş ku, jê were hezkirin û rûyê wê bigire.
Ma ev ne ew babetên ku me soz dabûn in? Rast û
durust tu marîfeta xwe tune, ka çawa nêzîkê şer
û rêxistiniyê dibe diyar nîn e, belayek e. Heke
ku bixwaze her qas bi zayendîtî û jinantiya xwe
bixe bin bandorê, ev tewan e. Heke ku zayendîtî
û jinantiya xwe wisa bi kar bîne, evê bibe
sîxurtiyeke pir xeternak. Zilam bêtir xeternak
e. Ew ji dikare her qas vê bandorê bije û
dibêje, “min hedar nekir, min jinê wisa bi kar
anî.’’ Hemû zilamên ku jinê wisa bi kar tînin jî
ketine. Di encamê vê de yekîne, tîm bi tîm yeke
ber bi îmhayê ve hatine terkeserkirin. Yanî heke
ku di oxira nêzîkatiya jinekê de hewqas wendayî
tên jiyandin, ev tê weteya dîroka me bi rengê
herî paşverû cardin dana harkirinê.
Di berê de ji bo jinekê zilamek dihate kuştin,
te tîmekî kuştiye. 50-100 mînakên vê hene. Hê jî
hinek kes vê bi dizî dijîn, gelek rewşên ku
derneketiye derve hene. Ez tenê bi şertekî
dikarim bipejirînim ku jin û zilam li ba hev
bimînin; di wateya mitlaq de di zanebûn û
têkiliyê de teqandina siyasî. Yanî heke ku di
rêxistin û çalakiyê de pêşketin hebe û ev jî ku
rojane xwe biselimîne, hingê mirov dikare ji vê
re razî bibe. Jin dikare were û bi her cure
peywiran re bibi daxwazkar û bêyî cudatî xistina
nav her du zayendan, dikare bi her cure peywiran
bigire û jixwe wekhevî jî wisa pêk tê. Bila di
her peywirdayînê de cî bigire, lê pîvanên vê
hene. Wê bi gora pîvanên artêşê û pîvanên
partiyê tevbigere. Piştî ku bi gor var pîvanan
tevgeriya, wê vac û wêrek û behremendiya
rêveberiya vê pêşan bike. Bila di vê rewşê de
bibe serleşker jî, çima nebe? Çima tim zilam
rêveberiyê bike û jin jî bên birêvebirin? Ya
berevajî ew helwesta kevin a ku ji qonaxa
kedxwariyê ango çewisînê maye. Di nava me de
bila ne nîvî nîvî, lê belê li ser bingehê hêz û
behremendiya xwe bila rêveberên jin jî hebin.
Ger ku em bibêjin qet tune, wê demê ev kole û bi
taybetî jî zayendekê xwezayî yên ku weke azad
nabin hatine afirandin! Heke ku ne wisa be,
hingê emê wekheviyê bidin ber çavan.
Ev babet hemû di bingeh de ji gotûbêjkirineke
berfireh wêdetir, ji ber ku we negihandiye
sepandinê, bi me nîşan dide ku ka hun çiqas bi
kêmayî nêzîkê peywirên xwe bûne. Yek jî aliyê vê
yê rûmetê jî heye. Wê tu di peywiran de
bêserkeftin bî, perwerde, rêxistin û şer zêde
pêş nexî, di ser de jî tenezûl bikî! Ev nabe. Yê
ku nerehet e dikare runê. Bi rastî jî gotinên
mîna, “wey hestên min hene, wey ez dixwazim
bigihîjim evîna xwe, wey ez dixwazim bigihîjim
dê û bavê xwe, zarokên xwe û jina xwe’’ gotinên
bêrûmet in. Ew kesayetiyên ku rabûne şoreşê,
dizanin ku gotinên wiha zêde derbasdarî
naderbirînin. Naverok û wateya van nîn e. Her
tişt bi şûj tê jêkirin. Em bibêjin ku zilam
dixwaze te îmha bike, ka li ku derê ma evîna û
hestên te! Di destpêkê de kar, vê çalakiya mezin
encam kirin e.
We dikaribû vana bi rihetî bihiziriya û di ciyê
cî de dabana runiştandin. Yanî rûmeta mirov van
helwestan ranake. Heke ku jin ango zilamê li ba
min bi peywirên xwe ve negirêdayî be, çaçeçar
peywirên xwe neynin cî, wê çima eleqedariya min
jê re hebe! Baş e bi rastî jî hingê rûmet û
şanaza we naşikê? Heta dema ku te fersend dît û
tu bibêjî, “ em têkiliyê kûrtir bikin’’ wê demê
tu nemerd î û wê tu bibî xayîn! Hinek rêgezên ku
li ser xwe didim sepandin hene. Ger ku kar
rojekê di riya xwe de neçin, bi misogerî dev ji
xapandina derdorê berdin, ezê pêşî bi xwe re
mijul bibim. Da ku ez biçim ba dostekî ango
hevalekî, divê pêşî ez xwe çareser bikim. Ezê
pêşî serkeftinê hindek biafirînim ku ruyê min
bigire.
Ev ezmûneyek e û hunê xwe wisa biezmûnînin.
Mijara jinê jî wisa ye. Xwe di peywiran de
biezmûnîne, ka tu çiqas şervanekî yeman î
biselimîne, piştre dikare d bingehê rêzdariyê de
axaftinên te yên bi jinê re çêbibin. Jin jî
piştî ku xwe hindek selimand, hingê dikare bibe
xwediyê helwesteke xwedî rêzdar. Ev mijara
rûmetê ye; çemka me ya kesayetiyê û namûsê ye.
Ger ku ev nebin, nikare rû li rû binêre, li
ciyekî mayîn çêbibe. Îcar bi serî rakirina
ajoyan, nizanim bi harkirina qelsiyan, nizanim
bi çespandina azmerî u nizanim çi yan têkilî
nikarin bên avakirin. Dîsa jî ji bo we ya rast
di vir de ye. Bi misogerî divê jin jî li ba me
be, bi misogerî evîn jî hebe, bi misogerî
hezkirin jî hebe. Lê zagon, rêpîvan û zemîn jî
wisa ye. Pêwîst e hun vê fêm bikin û bisepînin.
Îcar şoreşger bi vebirî ji vê berpirsiyar in.
Dikare bê gotin, “ew Kurdê ku tu dibêjî wê zor
derkeve rastê ango şoreşgerên wisa di nava me de
zor tê peydakirin’’ lê yê din jî diyar e û ka
çend pere dike li rastê ye. Miriye, qediyaye û
tiştek ji destên wî nayê.
Zilam, divê bibe rêhevalê azadiya jinê
Ez hizir dikim, hûn niha baştir têdigîhîjîn: Ka
çima bi hêsanî têkilî, çima bi hêsanî zayendîtî
û çima bi hêsan evîn çênabin. Hun, niha bi vê
baş têdigihîjin û me derxist rastê ku ev hêsan
nîn in. Bêyî têketina xeteriya jiyana xayîn a
herî mezin çêbe, me dikarî rastînan hindek wisan
bir û derfetên şerê wê bi dest bigirin. Niha
qenciya herî mezin a ku em ji hev re bikin,
afirandina derfetên şerkirinê ye. Ji bo keçekê
dana şerkirinê heya dawiyê pê re serî bikişînin.
Bangawaziyê di bingehê şer û rêxistineke baş de
bikin. Berevajî di bingehê felişandina rêxistin
û şer de têkîlî nabin. Lê mixabin, heya niha tev
di bingehê felişandinê de pêk hatin. Ez bi xwe
jî bi vê rewşa xwe (hûn dibîinin ka ez çiqas
hosta û viyana têkîliyên mezin im) gelo ka wê
çawa be, kûr kûr diramim.
Min di berê de vegot; “ka çawa ev têkîlî wisa
bûn?’’ Hûn têkîliyê nas nakin, tênagihîjin; yek
tişta ku hun bikin xwe kûr kirin, ponijandin û
ger ku gengaz be xwedavendkirin e. Bi awayekî
din ji bin derketina karê Kurd nabe. Ger hebe
behremendiya we, hêza evînbûyînê, hêza
xwedavendbûyînê, hêza milîtanbûyînê, wê demê hûn
dikarin ser bixînin.
Baş e we Serokatiyê çawa nas kir? Dostekî jirêzê
jî dema ku me hindek rast nas dike, we çima
hewqas paşmayî û teng nas kiriye? Qaşo hun
rêhevalên me yên milîtan in. Ma rêhevalên
milîtan ji hev re wisa nêzîk dibin? Ez diçim ba
mirovên jirêzê, tev peroşmend dibin, evînî
dibin. Ez jî hewl didim ku bi vê têkiliyê tê
bigihîjim. Hûnê vana derbas bikin, ji rastînan
re hêza vegûherîna mezin nîşan bidin. Di bingeh
de ez pêwîstiya bêtir kûrkirina çarçoveyê
radibihîsim. Me xwest ku em vê xebatê ji
torevanan re bihêlin, lê wisa xuya dike ku em
neçar in wêjeya vê xebatê herî baş bi xwe pêk
bînin.
Di bingeh de jin çavkaniyeke hêzê ye. Em piçûk
nebînin; hêza wê hatiye ziwakirin, lê ger ku bê
bikaranîn, namzet e ji bo çavkanîbûyîna hêzê.
Lê di vê qasê de bûye wek bîreke kor, tê bigerî
wê tu niqo bibî. Pêwîst e hûn bûyîna çavkaniya
hêz a ronahîkar, balkêş û sotîner biezmûnînin.
Pêwîst e hûn bibin xala balkêş a şerê siyasî,
civakî, çandî û wêjeyî yê bi ponijîn. Ger ku
gengaz be xwe çêkin. Heke ku zilam di vê mijarê
de xwedî îdîabin, bila hinek jinan çêkin. Tenê
ji ber ku ji zayenda dî ye şûna înkarkirin û
êrişkirinê, em hindek rastîna wê derbixin rastê.
Wisa hewl bidin û ji bo afirandina gelek
hevalan, bibin alîkar. Ji ber ku keç di rewşên
hindek zor de ne. Yanî yê wan hem fizîkî hem
zayendî hem giyanî û hem jî civakî pir
zehmetiyên xwe hene. Rêhevalekî zilam ê baş,
divê qelsiyên wan ne bi xirabî karanînê de, di
aliyê derbaskirinê de bibe alîkar; divê
zilamtiya xwe wisa nîşan bide. Ne di bingehê
serdestiya zayindî ya bêteşe, divê vê weke
rêhevalê wekhevî û azadiya rastînî nîşan bide.
Milîtanê ku tê gotin, ew e ku xwedîbûna vê
helwestê pêk tîne.
Biramin, jinekê xwest ku di ser min re welat ji
dijmin re pêşkêş bike, hemû jinan ji azadiyê dûr
bixe, hemû jinên me ji têkîliyeke sihêl re kole
bike û têkoşîna vê ya xedar bimeşîne. Ev
xeternak di radeyeke dawî de şênber e. Îro bi
sedan têkîliyên wisa tên serê kadroyên me. Ger
ku ez ji xwe re dibêjim Serok, ger ku hûn
dibêjin Serok, îcar ku ev di asta netew de êdî
hatibe pejirandin, wê demê divê ez awarte bim.
Milîtan jî wisa ne. Hûn nikarin her têkîliyê
bipejirînin. Pir eşkere ye ku hûnê di sêdariya
têkîliyê de her tiştê wê lêkolîn bikin. Çawa ku
min got, hûnê li xurtiyê bigerin. Jixwe ez ji bo
xwe jî li vê digerim; ji bo netew, partî û gel
digerim. Çiqas zanebûn, çiqas hêza livandinê,
çiqas wêrekî, çiqas fedekarî, çiqas hostayî û
çiqas besbûniya bi her awayî hebe, hemû binyadên
pêkanîna avakirina partiyê û rêxistinkirina
kadro ne. Binyadên afirandina jina azad in. Her
wiha ezê di vê oxirê de bitêkoşim û şer bi rê ve
bibim. Rewşa berevajî, wê bibe hev xapandina me.
Ger ku em partiyê bixapînin, emê gel jî
bixapînin.
Hun dibêjin, “hema di derbekî de em radestê
têkiliyan bûn.’’ Ji partiyê re jî, ji xwe re jî
nêzîkatiyên wê tim wisa ne. Bertekên erzan,
hestbûnên erzan, hema hev û dî pesendkirin û
redkirin. We qedand azwerîyên milîtantiyê, evîna
milîtantiyê û çemka peywirê ya milîtantiyê.
Xwesteka min ji we çi ye? Xebat weke ku hun
dizanîn nîn e, weke hun dikin nabe. Niha
helwesta ku me pêş xistiye, hindek rê digire.
Heke ku ez ji wan ên bi hêsan diecibînin re, ji
yên bi hêsan bertek raber dikin re, hestbûnî
nîşan didin re, ji zayendîtiya hêsan re refan
vekirî bihêlim, gelo emê karibin rojekê li piya
bimînin? Zayendiya hêsan pêş bikeve li rastê
viyan dimîne? Ma perwerdehiya viyanê dimîne? Her
wiha a ku ez dixwazim hindek pêş bixim, weke yek
çareya îdeal xuya dike.
Evîna PKK’ê bijîn
Pêwîst e evîna we nû be, gelo hûn ji bo şerê
mezin ê vê amade ne? Şerêkî pir zore, lê wekî
din çareya me nîn e. Ez nabêjim hûn tev wisa
bikin, lê evîna PKK e hindek evîneke wisa ye û
şerê hatî pêşxistin hindek şerêkî wisa ye emê
bînin pêş çavên xwe. Ez nabêjim bi bertekên
erzan nêzîkê hev bibin. Ji van hemûyan encamê ku
dertê; ne ew bertekên jin ango çespandinên zilam
yên bêwate ne, ku dikarin refên rêxistinê û
atêşê serûbin bikin. Di radeyeke dawî de
pêdiviya we bi hev heye. Lê di radeyeke dawî de
jî pirsgirêkên we yên ku bên çareserkirin hene.
Di wateyeke mitlaq de em pêdiviya le bi hev
heye, lê peywirên me yên perwerdeyî, rêkxistînî
û çalakî ku em bînin cî hene. Heya ku ev peywir
neyên cî, tu nikarî deste zilamekî bigirî,
zilamek nikare bi hêsanî destê te bigire. Da ku
ev hemû di rêjeya asta pêşxistina şer de bin, ez
di wê hizrê de me ku ev formûl rast e û di
bîçimê tê xwestin de ye. Yanî divê xwîngermiyeke
we, eleqedariyeke we ka çiqas bi pêşxistina şer
ve pêwendîdar e? Heta wê çiqas pêş dixe û çiqas
qada jiyanê vedike? Di vê bingehê de hûnê xwe pê
bidin pesendkirin û wî pesend bikin.
Di hemû pîvanên min de ev hene. Biramin çavên
keça ku dixwaze min hez bike, hema li
Kurdistan’ê û li şer e. Bi hezaran jin hene û bi
hezaran pakrewan hene. Bi rastî jî ez vê watedar
dibînim. Lê têkîliyên gelek hevalên me yên
şervan diqedînin. Her kê ku ji bo bi min re
têkilî avakirinê were, pêşî baweriya xwe bi
armanca min û bi şerê min tîne. Ev pir eşkere
ye. Lê gelek kes ji bo xistina keçan nêzîkê wan
dibin; nêzîkê zilam dibe ji bo xistina wan. Tebî
emê haydar bin. Em nikarin rê bidin têkîliyên
xistinê. Jixwe Kurd, di vê bingehê de jin û
zilamên xilasbûyî û qedandî ne. Pevretîya wan,
pevretiyeke mirî û qediyaye. Emê çawa karibin wê
şêwazê bimeşînin? Di vê mijarê de hewldanên
hatine pêşankirin, hewldanên pir zor in. Lê
dahûrîneke Kurd e, dahûrîna asta netewe û
afirandina azadiya jinê ye. Bi misogerî ev
pirsgirêkeke hêsan nîn e. Hûn jî dibêjin em
şervanên azadiyê ne, lê ez jî şerê azadiyê bi rê
ve dibim. Gelo hûn ji bo xwe hêza birêvebirina
şer nîşan didin? Ew derfetên şer yê ji were hatî
berpêşkirin, hûn dikarin binirxînin? Bi awayekî
din hûnê çawa di rastîna PKK’ê û Kurdistan’ê de
rê wergirin? Rastîn li rastê ne. Heke ku riyeke
din hebe, hûn nîşanê min bidin, min bidin
bawerkirin û girê bidin. Ji gotûbêja azad re
vekîrî me. Mînak bila keç min girê bidin. Jixwe
ji vê re vekirî me, sînordanîna herî piçûk jî
nedanîme. Ez berdewamkarê qirêna xwe me. Hûn jî
bi têgîhîştina tevahî aliyên vê qirênê ve tevlî
me bibin û piştre nebêjin “em tênegîhîştin û me
nebîhîst.’’
Bila zilam jî bi vê têbigihîjin. Li rastê têkîlî
ka çiqas xedar in bila bibînin. Nebêjin
“zilamtiya me ya berê wisa ye, wiha ye.’’ Bila
xwedê bela xwe bide zilamtiya berê. Zilamtiya
berê, ji jinê xiraptir e. Wê tu çi bikî ji vê
zilamtiyê, ev zilamtî çend pere dike? Zilamtiya
ku dikare hindek kar bike, ew zilamtî ye ku
pirsgirêkan wisa dibîne û dinirxîne. Jixwe
pêdiviya wê zilamtiyê jî bi dahûrînê heye. Tenê
ne dahûrîna jinê, zêdetir pêdiviya dahûrîna
zilam heye. Em dixwazin vê hindek bi ser bixin.
Ma ez dahûrîna pêş nexim, di nîvî de bihêlim? Ma
hingê di dest de tiştek dimîne?
Bi misogerî pêdiviya dahûrandinan heye. Ev di
heman demê de kontrol e. Kontrol; pîvanên
partiyê ne, pîvanên serokatiyê ne. Vana tev weke
pîvanan datînim. Kontrol; jinê rast kişandina
artêşê ye; artêşbûna wê ye; di bingehê wekhevî û
azadiyê de peywir wergirtina wê ye;
serleşkerbûna wê ye. Kontrol; zilam jî, di vê
mijarê de bi gor rastînên partiyê xwedî
derketina peywirên partiyê; gihîştina çemka
evîna rast, hest û hezkirina rast e. Piştî ku ev
tev peyda bûn, ma dikare pêş nekeve? Heke ku bi
zanebûn hinek kes xirab bikin û bi rêxistina şer
bileyizin, wê wenda bibe û biçe. Li ser
rêxistineke wisa ku mezintirîn dixebite, dereşer
û dererêxistinî, li ser asta wê ya pir hatî
ronahîkirin biçespînî, wê tu wenda bikî. Di vê
mijarê de kontrol pêş dikeve, wê bêtir pêş
bikeve. Pêwîst e ku hun têbigihîjin ku ji niha
şunde wisa bi hêsanî bûyîna kadroyê PKK’ê nabe.
Ma pêwîst nake? Hun dibînin, hunê şer bi vê
qezenc bikin. Bi awayekî din hun nikarin ji
miriyê xwe re ciyê veşartinê nabînin; wê cendek
birizin û bîhn bidin.
Pirsgirêka jinê çareserkirin
qezenckirina serkeftinê ye
Çawa ku min got, pirsgirêk girîng û rişt e. Ji
bo me çareserkirina pirsgirêka jinê,
qezenckirina serkeftina rizgariya netewî û
bûyîna xwedî welat e. Cîhanê vê pirsgirêkê
çareser nekiriye, ev nayê weteya ku di
çareseriyê de qet pêşketin nabe. Pirsgirêka jinê
di tu welatî de qasî ya me giran nebûye. Ew bûne
dewlet, di aliyê civakî de bûne netew û gelên
pir pêşketî. Ji bo me ya pêwîst û girîng, bi gor
mercên xwe yên şênber çareseriyek e. Eşkere ye
ku wê di hemtaya cîhanê de bandora vê çêbibe. Me
vê jî got: Em civakeke jinoyî ne, yanî ew zexta
li ser jinê hatiye meşandin jî wêdetir, em
civakek in ku li serê mêtîngerî hatiye
çespandin. Di vê wateyê de rizgarî, tam
rizgariyeke jinê ye, tam şoreşeke jinê ye.
Şoreşa Kurdistan’ê, cara yekem di hemtaya
navnetewî de dikare bibe şoreşeke jinê. Ger ku
ji van dahûrînan re bal bê kişandin, şoreşa
Kurdistan’ê tam azadiya jinê, şoreşa jinê ya
civakî ye. Teoriya xwe jî, pratîka xwe jî heye.
Yên ku di zanebûna vê de ne, wê wisa bi dest
bigirin û ber bi çareseriyê ve bibin. Ger ku bê
birin, wê ji rizgariya jinê ya li cîhanê re jî
tevkariyekê bide peydakirin. Bes ku li serê bi
heterî bê sekinandin û ramandin. Heke ku em
şêwaza me derxistiye rastê li partiyê serdest
bikin, ji bo gelê me wê çareseriyeke erjeng bibe
mijara gotinê. Her kes di rewşa pir zanebûn û
diyarkirina çarenûsa xwe de ye. Paşdemayîneke
herî piçûcik a zilam û ya jinê nabe, çespandin
nabe, xistinerî nabe. Jin dikare têkûz derkeve
rastê, zilam dikare têkûz derkeve rastê û
şunewarekî îdeal ê wekhevî û azadiyê dikare
derkeve rastê. Lê ev, tenê dibe armancek.
Rojane ez, ji bo çareseriyê vana çêdikim. Di
nava PKK’ê de em dikarin vana pêş bixin, ger ku
hêza me pê bigihîje, emê zêdetir jî çêbikin. Di
rêjeya ku em xwe dadihûrînin de, emê karibin
mirovatiyê jî bidahûrînin. Şoreşeke bi serkeftin
a Kurdistan’ê, şoreşeke baş a mirovatiyê ye.
Pewîst e em encamên vê jî piçûk nebînin. Tebî
divê em nebêjin, “şoreş pêk hat, pirsgirêk
çareser bû!’’ Niha jî çareserî heye û piştî
serkeftinê jî wê bidome, lê di hundirê merc û
bîçimên cewaz de wê bidome. Di bingeh de me
pirsgirêkê çareser kiriye. Ez ji bo xwe didim
diyarkirin ku, ji bo çareseriyê di şungeheke
xurt de me. A ku min di xwe de çareser kiriye,
ji bo mirovatiyê çareseriyek e. Em şoreşan tim
wisa dibînin. Bila hebe mirovatî piştî hezar
salan bigihîjê. Ew girîng jî nîn e. Jixwe
derdekî me yê ku em bibêjin, emê her mirovî di
demeke kurt de bibin komunîzmê jî nîn e.
Têkoşîna ku komunîzmê di hundirê xwe de dihewand
beriya deh hezar salan jî hebû, niha jî heye, wê
piştî deh hezar salan jî hebe. Beriya deh hezar
salan jî çareseriyên pir xurt hebûn, niha jî
hene, wê di pêş de jî hebin. Pirsgirêk wê demê
jî hebû, niha jî heye, wê piştre jî hebe. A
girîng ew e ku, di nava qasê de, di pozîsyona
rast de peydabûn e. Pirsgirêkê derxistina rastê
û derfeta çareseriyê çespandin e. Tebî em vê di
PKK’ê de pêk tînin, pêl bi pêl ji bo gelê xwe jî
pêk tînin. A girîng jî ev e.
Şoreşa me mirovanî ye. Di mijara jinê de jî,
şoreşa herî mezin e. Teoriya wê jî, pratîka wê
jî baş pêş dikeve. Pêwîst e em çareseriyê hindek
wisa bibînin. Nexwe gotineke mîna, “me li
Kurdistan’ê şoreş çêkir, gelo emê neşibin
welatên dî’’ nêzîkatiyeke rast nîn e. Ma jixwe
şoreşên din pirsgirêkê çiqas çareser kirin? Ew
jî gelşeke cuda ye. Di şoreşa Fransa de, di
şoreşa Îslamê de, di şoreşa Rus de ev pirsgirêk
di pîvanên cewaz de pêk hatiye. Ji ber vê yekê
li wan deran ev pirsgirêk tam nehate
çareserkirin. Divê em nebêjin hat spartekirin.
Hêza çareseriya wan hewqas e. ev nayê piçûk
dîtin jî.
Bi kurtasî, hunê di vê mijarê de kûr bibin,
têbigihîjin. Hunê kesayetiya xwe bi tevahî bînin
halê kesayetiya ku ji pirsa “çawa tê jiyandin’’
re dibe bersîv. Ma hun bi vê nû têdigihîjin?
Gelo ez bibêjim, zarokên netebitî ango zarokên
35 sal î? Hun xwe xerc û xerac davêjin nîveka
rastê. Ma dikare ji vê re bê gotin şêwaza
serokatiyê? We çawa wêrekî ji vê re nîşan daye,
ez şaş dibim. Ger ku hun her tevgerên xwe, her
gavên xwe, axaftin û çalakiya xwe venegerînin
çavkaniya jiyanê, hun ji xwe re, ne serok, qet
nikarin bibêjin milîtan jî. Milîtanê rastînî
hemû raman û çalakiya xwe ji bo bidestxistina
ciyekî, ji bo zoriyekî zivirandina hêsaniyê,
bêserkeftiniyekî zivirirandina serkeftinê,
bêderfetiyekî zivirandina derfetê, bêzanebûnekî
zivirandina zanebûnê, bêrêxistiniyekî
zivirandina rêxistiniyê û bêçalakiyekî
zivirandina çalakiyê ye. Serleşker ev e. Hun
çawa nû û nû bi vê dihesin? Hun di rêjeyeke
mezin de şêwaza serokatiyê bi rengekî
çewisandin, bi sertujkî xwe avêtin, dizîkirin,
bi qirika hev û dî ketin, li ser keda hev û din
bi erzanî runiştin, qiymet nedayîn û bi keda xwe
tênegihîştin disepînin. Hun nabînin ku, tevahî
encamên vê yên xapînok di giyanê de ji ketîbûnê
re, di tevgerîn û libatê de ji têkilheviyê re rê
vedike. Çi, çawa tê jiyandin, çawa tê
bidestgirtin, çawa tê temsîlkirin? Hun, qet ji
van pirsan re bersîv nadin. Hun hizir dikin ku
hun wisa dijîn. Ev jiyaneke xefletê ye. Di nava
me de şêwaza jiyana tewanbarekî ye.
We tewan, ceza, xeflet û xiyanetê dît. Hemû
karên ku ez dikim ji bo ku xwe ji kesayetekî
tewanbar û xafîl derxistinê ye. Ev bi çî gengaz
e? Bi kesayetekî ku dikare şer bike, ji raman û
pratîka vê re hindek derfetan bide qezenckirin
ve gengaz e. Ma heye şêwaza jiyaneke din ku me
bi her awayî rizgar bike ji tewan û xefletê?
Tune! Emê çawa jiyaneke xafîl û xayinî ji xwe re
layiq bibînin? Qetiyen! Wê demê ev, tewanê
xiyanet û koletiyê ye û ji bo bexşandinê jî em
dibêjin, bibe welatparêzê mezin, bibe azadîxwazê
mezin. Ji bo wê jî, wê tu hindek weke min
bixebitî. Ez çima hewqas qiymet didin hêza
axaftinê? Ji bo baş rêxistiniyê. Heke kû
rêxistinî nebe, şer nabe û tu nikarî mirovan bi
hev bigihînî. Heke ku te b hev negihand tu
nikarî bidî şerkirin. Heke ku te neda şerkirin,
tu nikarî li navê xwe jî xwedî derkevî. Wê demê
berde bûyîna çavkaniya jiyanê, wê tu di destê
hinekan de bibî haletekî ku bi enzanî bi kar tê.
Ma ev li hemberî jiyanê bêrêzdariya herî mezin
nîn e? Van hemûyan ne ku hema wisa dizanim û
dibînim. Qas bi qas di ramanê de, di pratîkê de
dinirxînim, li hev dixînim û pêş de dibim. Em
bibêjin ku di nava me de şoreş bûyereke kîmyawî
ye; pê re em dixwazin gelê me yê ku ketiye halê
tenekeyeke pir zengarbûyî derxînin û vegerînin
lajwerdekî ku weke zêr diçirise. Şoreş di
wateyekê de jî ev e. Ji bo kesan jî ev wisa ye.
Ji kesayeteke ku pir qirêjî û zengî girtiye,
gihandina kesayeteke ku diçirise wisa tê
pêkanîn. Va çalakî, hesinê ku dixebite ye. Em
xwe mînanî ku di bin mehed û sindanê de didin
kutandin, dikin pola, diçirisînin, didin
şerkirin û digihînin armancên xwe.
Hunê xwe bigihînin
têkilî û şerê jiyana rast
We yê van hemûyan, dema ku we gavên pêşî avêt,
bizanibûyana. Diyar e ku hun pir şaş nêzîkê
şoreşê bûne. Hun bi hezarûyek xeletiyan ve
hatine nava partiyê. Dema ku min bi du peyvan
dest pê kir nêzîkatiya min çî bû, niha jî ew e.
Di azînê de pêk neanîn nîn e, encaman pêş
nedîtin nîn e. Qas bi qas di ferqa her tiştî de
me. Fersendan erjeng dinirxînim. Min encam girt
û heya vê derê hatim.
Her milîtanê me vê bingeh girtiba, kariba wisa
jiyaba, di vî welatî de dijmin-mijmin nedima.
Çiqas şêwazên jiyana kevin hebin, li me tê
çespandin û weke keda me vala derxistin di
roleke neyênî de tê leyistandin. Ji hewîşa ku
nabe re, hunê çima bibêjin amîn? Hunê werin
jiyana rast. Hunê rast nêzîkê têkilî û şerê
jiyana rast û bi her awayî bingehên wê yên teorî
û pratîkî bibin. Hunê bêviyan û îdîa negirin
dest. Hunê bêked û bêçarê pêşwazî nekin. Hunê
bêdên û bal û hisnegir seyr nekin. Hunê qiymeta
herî mezin bidin mirov. Wê eleqe, têkilî û
viyana we di radeya herî bilind de bin.
Hewldanên we pir bi ponijîn bin û ji ramanê qut
nebin. Wê azwerî û çoşa we ya jiyanê di radeya
evînê de bin. Şêwaza we ya lêxistinê di radeya
dawî de tûj û di dema xwe de be. Dîsa wê hêza we
ya parastinê ya ku karibe lêxistina herî girîng
asteng bike hebe. Bî gora wî pêşgiriyên wê yên
mezintirîn û dên û bala we hebe.
Ger ku hun wisa bijîn ev, jiyaneke dikare bê
pejirandin e. Ger ku hun jiyaneke wisa pêk
bînin, hun di şer de jî bin, hun di nava zoriyên
herî mezin de jî bin, çawa ku li me tê dîtin
hêza hedar û tebateke herî mezin, û heta hêza bi
çoşî bergîdanê hunê nîşan bidin. Hun dibînin ku
li rexmî hewqas zorî û hewqas çespandinan, bi
rastî jî, ez dikarim mîna “keyan’’ bijîm. Dema
ku ez dibêjim “key’’ wê jiyana herî pîroz, herî
zadegan û herî azad ku min pêk aniye qesd dikim.
Pêşbîniyên min û rojane bi hemû hêza xwe
giraniya ku didim serê, di wê wateyê de qasî ku
min ji dijminê min diparêze, dikare bike xwediyê
jiyaneke ku bi gelê min bigihîne û gelê min bibe
serkeftinê.
Madem ku ez di nava pêvajoyên xedar ango ji
tunebûne hatime virê, hun bi hewqas derfetên
jiyanê ve ku nikaribin xwe bidin jiyandin, ev ji
bo we dibe bêtaloxî û paşdemayîneke rastînî ye.
Bi ya min derfetên jiyandina we ya azad hene. Ê
dimîne, tebî bi çeka rêxistinê, bi her awayî
taktîkên wê ve şerkirin û jiyandinê qezenckirina
we ye. Ev di qasa pêşî de jî wisa ye û di
henaseya dawî de jî wisa ye. Hunê bizanibin ku
derveyî vê tu derfetên jiyanê nîn in. Bi rastî
jî ne tenê zanîn, hunê bibêjin “jiyan ev e’’ û
ji bîlî vê tiştekî din re zemîn pêşkeş nekin.
Hunê bêwateyiyeke herî piçûk û nedicîdeyiyeke
herî piçûk jî qasî nabexşîne tûj bin.
Hunê di zanebûn û berpirsiyariya jiyanê de bin.
Ez heya niha hindek wisa jiyam. Hunê hem bi
rastîna serokatiyê ve pêwendiyên xwe wisa deynin,
hem jî bi şêwaza jiyana wî re hewqas bikevin
nava nakokiyan ango bi hezaran kîlometre jê dûr
bimînin! Hun ji xwe re pir eyb û mixabin dikin.
Serokên rastînî xwe dana jiyandinê dizanin. Lê
belê yên ku ji van serokan ango ji van hevalan
bi kîlometreyan dûr dimînin jiyandinê wenda
dikin. Ji ber vê yekê em mesafeyê bigirin. Li we
jî, şêwaza ku karibe we bike xwedî rol, ka çi
hebe ku we bîne halê milîtanên xurt, em layiq
bibînin. Hêviya we bila hebe, lê hewldanên we jî
qasî ku karibe wê pêk bîne bi zanebûn, bi
rêxistinî û qas bi qas xemilandî be. Em, her dem
wisa bûn. A ku dide qezenckirin ev helwest e. Ez
bawer dikim ku, yek kesek şêwaza min bisepîne,
bigihîne heza sepandineke jirêzê , wê di rastîna
PKK’ê de serkeftinê bigire. Piştî hewqas
pêşketinan, yên ku xwe bi xwe vala derdixin,
tenê dikarin qala neserkeftinê bikin. Di bingehê
durustiyeke jirêzê de, yên ku bi rastînên vî
şerî li ser vî karî ne, heke xwe bi xwe nexînin,
xwe bi xwe asteng nekin, nayên xistin û ji
serkeftinê nayên wergirtin. Jiyana me hindek vê
selimandiye. Hun dikarin zêdetir biselimînin û
bi ser bixînin.
Çile 1994
“A ku zorê dide şoreşê, asta qeyrana civakî ye’’
DIVÊ EM JI BO JIYANDINÊ ŞER BIKIN
Û DI ŞER DE JIYANÊ DERXIN RASTÊ
Ger ku têgihîştina rasteqîna me ya civakî hindek
bi puxteyî bê xwestin, wê bê dîtin ku, di bingeh
de pir xitimiyê, ji vê jî wêdetir hilveçiriyaye
û ji bûyîna xwe derketiye. Ev, hem asteke pir
paşketî û hem jî asta xwe daye herzkirin
diderbirîne. Ew rewşa wergirtina nav binkeya
netewî, civakî, siyasî û çandî ya Tirk pir giran
pêş dikeve. Ev giranî rê vedike ku pir paş de
mayîn çêbibe. Neçareseriya mezin, qeyrana civakî
di vê bingehê de kûr dibe. Herî zêde malbat,
dîsa di nava malbatê de jina herî zêde tê
perçiqandin, tê mehkumkirin şungeheke heri
paşdemayî. Bi vî awayî jiyana malbatê, tê halê
weke jiyaneke zindanê ya gelemperî. Di hundirê
wê de bi saxlemî takekesek nayê mezinkirin û
têkilî nayên berhemkirin. Di wateyekê de
qirkirina mêtîngerî dizivire wêrankirin û
qirkirina têkiliyên hundirê malbatê. Weke
encamên vê, di malbatê de radestî, tîpên bi
qeyran û têkiliyên wan ê xirabûyî û bi her awayî
paşketî dibe mijara gotinê. Tebî ev jî rewşeke
giran çêdike.
Dema ku me PKK’ê da destpêkirin, me hewl da ku
di teşeyekê balkêş de em raber bikin ku
dijberiya serîhildana me zêdetirîn binkeya
civakî û malbata pir paşdemayî ye. Ew têkiliyên
hundirê malbatê yên pir paşdemayî û nayên
pejirandin, bi zorê xwe jiyandina malbatê, me hê
di destpêkê de û bi kûrahî da hizirandin. Ji bo
ku em hilkeftinekî ji vê çêbikin, di aliyekî de
mamûrtiya piçûk a ku dewlet pêşkeş dike, di
aliyê din de jî, weke pale ango hemal berê xwe
dayîna karkeriya bi miz, weke riyekê diyar dibû.
Tebî di van mijaran de kar peydakirin û mamûrtî
şensekî weke ku di devê şêr de bû. Va, ev hemû
rewşên giran, me dehf didan ber bi çareseriya
şoreşgerî ve. Çawa ku tê zanîn arastebûna
tevgera PKK’ê di nava gloka nakokiyên ku li
hempayê wê nayê rasthatin bi dest girt û me
giranî da peydakirina çareya serê xwe, ber bi
çûyînê ve rastînan baştirîn, piralî û di asta
netew de her ku me dît, me giranî da ku em vê
bêtir kûr bikin û weke hêza çareseriyê klavuza
teorîk a sosyalîzmê ji ber bikin. Evê, ji wê
koma sade me anî heya îroyîn û pêşketina
tevgerekî.
Armanc jibîrkirin
û amrazan hişkbawer hebandin karesat e
Tevgera partiyê, di bingeh de tevgera çareseriya
civakî ye. Ev hemû şerê ku tê dayîn ji bo dawî
lê anîna wê asta ku bi rengekî herî paşdemayî,
mihû û herzkirinê tê jiyandin, di vê wateyê de
jî, mirov tîne rewşa herî şelûşeht û nayê
jiyandinê ger ku gengaz be ji bo xistina riya
pêşketina civakî ya azad e. Ger ku bê dîqatkirin,
siyaset jî, leşkertî jî ji bo vê dibe. Yanî li
hember jiyaneke civakî ya nayê pejirandin û ji
koletiyê jî wêdetir di nava qedan û daqurtandinê
de ye, da ku şensê rizgariya jiyandina civakekê
bê dayîn hewqas kar û xebata bîrdozî, siyasî,
civaki û çalakmendî em pêş dixin. Dema ku li vê
pênaseyê bê nihêrtin û heke hun vê li ser xwe
bînin, hinek ji we bîrdozî û polîtîkayê, hinek
jî pratîkê tînin halê fetîşê. Yanî di bingeh de
hun ji bîr dikin ku ev, yek bi yek amraz in.
Weke hişkbawerekî, weke mamûrekî puxte û armanc
ji bîr dikin, amrazan dihebînin, gotina min jê
re tenê yên ji leşkertiyê têdigihîjin, yên tenê
ji siyaset û partiyê têdigihîjin, weke
hişkbawerekî ku nikare têkiliya xwe bi jiyana
civakî re ava bike, hun xwe davêjin nîveka kar.
Çawa ku min got, ev tev, hem çalakî hem jî
partîbûn di bingeh de ji bo cûkek vekirina
jiyana civakî ya azad, vana tîne halê nabîne ku
amraz in. Di vê rewşê de rêxistin dikeve nava
qalibekî pir bûrokratîk, dîsa artêş dikeve nava
qalibekî milîtarîst li ser binkeya civakî jî
dibe cendereyek; jiyana civakî yek jî di aliyê
hêzên xwe yên pêşeng de tê xistin bin zextê.
Mîna qeyran û hilweşîna sosyalîzma pêkhatî,
rewşeke ku em dizanin derkeve rastê.
Bi rastî jî ev çewtiyên ku di virê de tên
çêkirin, ka ji kîjan neyêniyên mezin re rê didin
vekirin ezmûneya sosyalîzma pêkhatî baş bi me
dide fêrkirin. Lê ya we ne ev e jî. Rewşa ku em
di PKK’ê de çavdêrî dikin, hindek cudatir e.
Hun, hê negihîştine wê hêzê ku karibe sosyalîzma
pêkhatî bisepîne. A rast bi wateya pêkhatî, hun
ji hêza sepandina hinek mînakan jî pêmen in ango
rewşeke wê ya wisa zêde pêş neketiye. A we çawa
ku min diyar kir bi jiyaneke civakî ya pir
paşdemayî û hatî herzkirin, pir nîvî nîvî û di
bingeh de ka ji bo çi ye zêde wate nedayê, ji
têkilhevî û tevlîheviya jiyaneke siyasî û
rêxistinî peyda ye; jiyana we wisa ye. Jevqetan
nîn e; ji bo çi siyaset, ji bo çi rêxistinî,
heta ji bo çi leşkertî, ji van pirsan re
bersîvên net ku hun bidin nîn in. Jiyaneke
civakî ya çawa, jiyana civakî ya tê jiyandin çi
ye, yê we di van mijaran de jî netbûn nîn e.
Zilam, ne yê tê jiyandin dizane, nejî yê pêwîst
e were jiyandin net dike. Bi rastî jî ya ku hun
dijîn, rewşeke têkilheviyê ye. Halbûkî
şoreşgertî qasî têgihîştina çawa jiyîna civakî,
vê derketinê jî pir baş biryar dike, li vê azîm
dike, û di heman demê de ka bi kîjan amrazê
rêxistinê û amrazên çalakiyên rêxistinê pêk
bîne, navê vê diyarkirin û tevahîtiya xebatê ye.
Bila di hundirê malbatê de, di derveyê malbatê
de be, bila têkiliya jin-zilam be, bila têkiliya
zilam-zilam be, têkiliya jin-jin be, nîzanim
mezin-piçûk, têkiliya dê-bav-zarok be, têkiliya
kal-ciwan be, bi her awayî têkiliyên kom û
civakan, têkiliyên civakê hema her astên xwe di
vê wateyê de têkiliyên jêr û jorsaziyê be,
têkiliyên wê yên civakî ji pênaseyekî zexim pir
dûr dimînin, di vê mijarê de şoreşgerekî ku
pêwîst e wergire pir li paş vê dimîne, her wiha
eşkere ye ku pirsgirêkan re di cî de bersîv nayê
dayîn. Çawa ku ji bo çi rêxistin, ji bo çi
çalakî, ji van pirsan re bersîv nayê dayîn, ji
pirsa çawa jiyaneke civakî re jî bersîv nayê
dayîn. Bi vî awayî gavên serkeftî jî nayên
avêtin. Jê wêdetir me hindek selimand ku,
sepandinên dijmin tenê li ser binkeya civakî ya
heyî pêşxistina mêtîngeriyê nîn e. Hinek xisletî
taybetmendiyên mêtîngeriya Tirk hene. Ji ber
sedemên asta xwe ya pir paşketî û hov dema ku
digire bin serdestiya xwe ta ajaliyê dibe ango
tîne û datîne ber sînorên mihûkirinê. Gotin ne
eyb e, têkiliyên we gelakan taybetmendiyên wisa
diteyisînin.
Çalakiya ku ez dixwazim ji bo Kurdistan’ê hem
teorîk û hem pratîk pêş bixim, felsefe û
taybetmendiya xwe ya bingehîn ev e: Hun di
radeyeke mezin de bi gor xwesteka dijmin hatine
herzkirin û hindek ji mirovatiyê hatine
derxistin. Ev tewanbarî giran e, lê rasteqînî
ye. Em dixwazin ji vê şênberiya derketinê bidin
jiyandin. Heke ku ev pênase rast be, wê demê
şoreş dibe ev:Bi van her du astên herzkirinê, ku
nayên pejirandin û bi tu awayî nayên parastin,
bi vê re ji asta ajalbûn û hoveberbûna beranber
diçe şerê derketinê. Niha ya hunê bi vê bawer
bikin ya jî hunê bên daqurtandin. Rêka vê ya
navîn nîn e. Bi taybetî di derbarê PKK’ê de
dibe, di derbarê teyisandina wê ya her qadî de
dibe, karê hun dikin bi tevahî karê
tevlîhevkirinê ye. Vê gavê di gelemperiya
Kurdistan’ê de her tişt ne bi gor xwesteka
dijmin be jî, ne weke ku asta pêşengiya partiyê
û serokatiyê dixwaze ye jî. A herî xeternak jî
ev e.
Em vê zêde nekin pirsgirêk. Dîsa jî, ji me re
pênaseya rast pêwîst e. Bi rastî jî, di bingehê
şoreşvaniya me de ev heye, di ya min de ev heye.
Jixwe ya ku hemû hêza min a çalakî û şêwaza
xebata min diyar dike ev e. Min vala vala
dahûrîna malbatê çênekir. Di bingeh de divê niha
hun yek bi yek bên lêpirsîn: hewqas dahûrînên
hatî çêkirin we çiqas li ser wan kesayetiyên xwe
yên kêrnayê sepand û we çiqas hêz nîşan da? Hun
ji virê wenda dikin. Weke hêzeke pêşeng,
milîtanên pêşeng di asta zanebûnê de hin tişt
bizanibin jî, ji ber ku bi jiyana pratîk ve
nakin yek, pirsên çima rêxistinkarên baş
dernakevin, çima çalakmendên baş dernakevin,
çima serleşkerên baş dernakevin ji xwe re tên
bersivandin.
Tevgera me çemka şoreşa civakî ye
Ev bi salan e yê me jî şêwazeke me heye; me vê
bi pir alî vegot. Hem di asta çemkê de û hem jî
wê derbaskirina jiyanê de birîdayînên me yên
rewneq çêbûn. A ku min pêş ve dibe, çalakiya di
rasteriya vê çemkê de ye. Hem bi rastiya çemkê
bawer dikim, hem jî çalakiya xwe xedar dikim û
bi vî awayî ya ku nayê bawerkirin dikare pêk
were. Baş e ev çima li ba we pêk nayê? Ez tenê
di wateya siyasî, rêxistinî û leşkerî de nabêjim,
di aliyê pêşxistina jiyana civakî de jî dipirsim.
Ez di nava pergala çawa jiyanek û têkiliyeke
civakî de peyda dibim? Di bingeh de çalakmendiya
herî mezin a vê bi rê ve dibim. Ez, çima heya vî
temenî, xwe di vê rewşê de digirim? Ev, ji wan
çalakiyên herî mezin yek e. Di aliyê teqala
têkiliyên civakî de xwe wisa netkirin, tûjkirin,
komîserhevkar û balrakêşkirina min, di bin de
çemkeke şoreşa civakî ya mezin radikeve. Ango
şoreşa bingehîn jixwe civakî ye. Yanî xebata
partiyê û xebata leşkertiyê amrazek e. Armanc jî,
da ku hatina asteke tê jiyandin pêk were, jiyana
civakî re giyanwerî dana qezenckirinê ye.
Çima wisa net diaxavim? Ji ber ku zimanê mirovên
me wesle wesle û lalûte ye, têgihîştina wî tune.
Çima ez xwe vedigerînim yekî balrakêş û li her
ciyê çûyî yekî ku tê rişt girtin? Ji ber ku em
radestê bastûreke netewî, civaki û binkeyeke
fermî ya di dîrok û îroyîn de çi netewên nûjen
jê re rêzdarî nagirin û bela serê roja îroyîn e,
nebûn û me li dijî wê li ber xwe da, di alî
civakî de asta pejirandinê hindek werdigirin; di
nava gelê xwe û dostan de eleqe dibînin; ji
dijmin re jî rêzdariyê didin ferzkirin. Em bêtir
şênber biaxivin, min bi salan nikaribû xwe bi
gundiyekî bidana gohdarkirin. Daxwaz û arezûya
min çi dibe bila bibe, min ji we re vegot ku min
ne bi diya xwe, ne bi bavê xwe, ne bi gundiyan,
ne bi hevalên dibistan û zaroktiya xwe dame
gohdarkirin. Li wirê di pêvajoyeke pir balkêş re
bihûrîm. Dîsa di aliyê jiyana civakî de hinek
babetan net bikim: Di nêvengeke gundî ya wisa de
têkiliyên malbatê ka çawa asteng in, bi
nakokiyeke zir ka çawa malbat ji hev re tên
dijminkirin, vê çawa weke xeternakiyekî dîtim,
min ji we re vegot. Ev çi ye? Hindek pêşketina
civakî xwestin e. Li pêşiya pêşketina civakî
nakokiya Kurd a navûdeng heye; doza xwînê,
qirêna cîran, qirêna kuçikan, qirêna keran,
qirêna bostek erd... Va, xeteriya vê dîtin e. Ev
jî, wê asta civakî ya paşketî û hoveber re rewşa
bertek raberkirinê ye. Ji vê bêzar dibim. Hê di
zû de bersîva ku peyda dikim, dibe gihîştina
berevajiyê ye. Gihîştina berevajiyê çi ye?
Emê nebibêjin binkeya civakî ya gundiyê niştecî,
li hember binkeyeke ji civakbûnê re pir girtî,
hindek civakîbûn afirandin e. Hê di wan qonaxan
de têkilî bi hemjiyên xwe re avakirînê xwe
nedame paş. Jiyê min heft-heşt, nebe deh bû, di
nêvenga gund de yekemîn têkiliya xwe ya veşartî
wisa ava kirim. Baş tê bîra min, bi wan zarokên
ku mezinên mala me ji wan re digotin malbata
dijmin e re têkilî ava kir. Rêxistiniyeke
veşartî... Yên ku ew bi dijmin dihesibînin re
weke hevalekî pêşwazî kirim. Yanî armancekî
berovajiyê armancê niştecî. Têkoşîna me bi
nepejirandina têgîna dijminatî ya wan dest bi pê
kir.
Ger bê dîqatkirin, ev, nakokiyeke civakî wisa
berevajîkirin û pêdiviya lêgerîna çareseriyê
diderbirîne; hem jî hê di wî halê min ê
zarokatiyê de.
Me qala nakokiyeke nav malbatî kir. Malbat,
bingehîn yekeya civakî ye. Zexta malbatê ya li
ser me pir şênber bû. Jixwe di hundirê xwe de
neçareseriyekê dijiya. Pîrik jixwe di jor de bi
temamî qefil bûne, rastîneke qeyranê ya herî
ponijîn dijîn diderbirand. Evê sîtavka xwe dida
me û jixwe ev jî, rewşeke di gelemperiya
Kurdistan’ê de dihate jiyandin bû. Dema ku
hindek jî demxeya kapîtalîzmê lê hate xistin, em
bibêjin di salên 1950’yan de, pergala klasîk a
kevin hilweşiya. Li hember pergala nû jî, tu
çekên parastin û bergiriyê tunebûn. Tebî ev jî,
li ser zarokên di malbatê de wê encamên herî
neyînê çêkin. Ev çi ne? Di wê qonaxê de hinekan
digotin, “em ji zarokên xwe re olê bidin
fêrkirin’’, hinekan, “em rê bikin dibistana
seretayî’’, hinekan, “em rê bikin zeviyê, wê baş
cot bike’’, dîsa hinekan jî digotin, “bila here
li Edenê bixebite, yan jî li bajarekî din bibe
karkerê înşaetan.’’ Zarokê ku tê deh-pazdeh
saliya xwe, hemin malbat dixwaze bavêje nava
çareseriyeke wiha, ew jî neçar e xwe li yekê
bipêçe. Tu li zeviyê tevbigerî, wê tu bibî
gundiyekî xêv; di hundirê wan mercan de bixwazî
perwerdehiya olî bibînî, wê tu bibî suxteyek. Di
dibistana Tirk de bibî mamûrek, wê tu bibî yekî
herî bintûte û mandelkar. Bibî karkerekî înşaetê
ango pale, di nava xwîn û xwêdanê de bixeniqî
ango bi kêrî tiştekî nayêtî, hingê jî weke
lope-tolazekî her bigerî. Yanî bijartekekê din
nîn e.
Tebî em van tevan hêdî hêdî hîs dikin. Ev jî
dibin mîna pêlên bahreke rabûyî ku bi ser me ve
tên û dixwazin me bixeniqînin. Bandora vê di
hundirê malbatê de çawa çêbû? Gava ku malbat
xwest me bikişîne nava vê rabûyînê, me hindek
bervêdan kir. Ev jî dibe qirêneke civakî. Her ku
diçe li hember xwesteka malbatê ya ku dikişîne
ya ber bi cûkên kevneşopî yên kevin, ya jî cûkên
mêtîngeriya nû bertek û serhildan pêş dikevin.
Di vir de ya girîng ew e ku, bi taybetî di
ezmûneya min de, şûna pejirandina yê tê
çespandin, hindek xwe ezmûnekirin, hema ji her
karî re gav avêtin, lê yekî jî pesendnekirin,
redkirina bûna yekemîn zarokê malbatê û di vê
wateyê de xwe daxistina şûngeha bûyîna “Zarokî
bêxêr.’’ Ev tê çi wateyê? Ev, têkilbûna
nakokiyekê ye; yanî ketina nakokiya malbatê ye.
Ger ku tu ketî nakokiya malbatê, ev jî tekoşînê
pêwîst dike. Tebî têkoşîn jî hêz dixwaze. Ji bo
ku tu bibî hêz jî, wê tu biriya xwe bidî çep û
rastê, xwe seh bikî. Nexwe tu bibî serseriyek û
herî. Me jî hewl da ku em ji malbatê birevin.
Min çîroka vê vegot. Ji bo serxwebûna takekesî
li xizman xwe hewandin, çend heftî çûna kar,
tiştên li xwezayê peyda dibin komkirin (her
çende ku zêde wilfa me tunebe jî) ji bexçeyên
dewlemendan hindek tişt komkirin ango berê xwe
dayîna diziyê...Ev, tiştên ku mirovê dixwaze xwe
serbixwe bike, karên di pêşî de tên hiş in. Di
vir de ya girîng, li hember binkeya civakî û
malbatî ku pir paşdemayî ye û tîne ber
xeternakiya daqurtînê, bervêdankar nêzîkbûn e.
Encamên vê tê zanîn.
Ji vê encamê herî girîng a ku bê derxistin ev e:
Heke ku we jiyaneke civakî û malbatî bêbervêdan
pêşwazî kiribe, bi îhtîmaleke mezin li ba
herzkirina kevneşopiyan, bi taybetî nîşan dide
ku hun ketine bin bandora kevneşopiya malbatê.
Ev jî di radeyeke girîng de kesayetiya wê
tewişandiye. Ew têkoşîna ku nehatî dayîn we
hindekî tîne vê şûngehê. Yanî têkoşîn vedan jî,
bi serê xwe behremendiyê dixwaze. Ger ku we vê
behremendiyê jî nîşan neda, wê hunê bikevin nava
tîma lope û serseriyan. Hun dikarin rasteqîna
xwe di nava vê vegotinê de peyda bikin. Hun, ya
bi teşeyekê pesendkirina taybetmendiyên pergalê
têrbûyî bûne, ya bi kevneşopiyên malbatê mezin
bûne, ya jî bi giranî bûne lope û serserî,
bêkar, bêxebat û bêraman mane. Ev, rasteqîna we
di rêjeyeke girîng de eşkere dike. Lê belê ev,
nêzîkatiyeke rast û çareseriyeke mirovanî yê
guncav nîn e. Çareseriya şoreşgerî tam jî di vê
xalê de dikeve dewrê, hem jî bi teşeyê xedar
dikeve dewrê.
Damezraka malbatê û têkiliyên civakî
divê çawa bin
Ger hun bixwazin di vê xalê de, di malbatê de
nakokiya dê û bav ku mejiyê we pir tevlîhev
dike, piştî ji malbatê filitandinê zewac (ango
em bibêjin berhemkirina malbatê) ji van mijaran
re ka arastebûna we çawa ye em bigihînin
ronahîbûnekê. Pênaseya malbatê, di bingeh de ka
wê zarok çawa gêr bibin nava malbatekê nîşan
dide. Di berê de hatiye biryarkirin. Damezrakeke
civakî ye ku her tiştên wê di berê de hatiye
diyarkirin; ketiya nava anarşî û qeyranê, lê
dîsa jî bi kevneşopiyê, bi teşeyekê giran
damezrakeke ku tê birêvebirin... Kevir biteqe,
ya ku hun pêş bixin wê bibe damezrakeke ku tenê
dikare misqalek ji vê wêdetir derbas bibe. Va
hilkeftina têkiliya civakî, ya ku piraniya we
ezmûne dikin, bi gotineke moda têkiliya
jin-zilam.
Niha pêwîstî heye ku ev mijar hindek bê
pêwendîdarkirin; mêtîngeriya di têkiliya civakî
de divê sîtavka wê ya li ser malbatê bê dîtin.
Di bingeh de ev, di vegotinên berê de pir hene.
Emê dubare nekin. Ya ku lê bê zêdekirin; bi gora
puxteya te, bi gor çanda te, bi gor hinek
rastînên nasnama te jixwe mêtîngerî hin derfetên
civakî nade. Wê tu ne çanda wî, ne jî zimanê wî
bikişînê balê, heta wê tu jê dûr bikevî. Ger ku
te berê xwe da çand û zimanê netewa serdest, ji
bo jiyandinê jî divê tu pir pêşketî bî. Herî
hindik divê tu werî asta burjuvaziyê navîn. Bûna
burjuvaziyê navîn jî belkî ji hezaran bibe
nasîbê çend kesan. Di virê de dîsa bi teng
neqebekî re rû bi rû mayîn heye. Jiyana civakî,
ziman, çanda te di bingeh de, di pêvajoya îmhayê
de ye; dijmin te jê dûr dixîne. Tu nikarî
bigihîjî ya wî jî, ji ber ku burjuvaziyeke ku te
herz bike nîn e ango ev, ji hezar-deh hezarî
dibe nesîbê yek kesî. Wê demê çi dimîne, wê di
bin destrêjka mêtîngeriyê de rasteqîna civakî
bije ango bi xeyalên wî ve tim xwe bixapîne. Ji
vê re em bandora sînema, şano û televizyonê jî
lê bikin. Jiyaneke ku ev dinepixînin ango
çelexwariyek heye. Her roj di bin bombardimana
wê de tê jiyandin. Di xala kevî ya gihandina vê
de mirovên me nikarin rabin ser lingan; tê
rewşa, “Yaşar ne dije ne naje.’’
Heke ev tev rast bin, wê derkeve rastê ku jiyana
heyî ji sextekariyekê peyda ye. Va tam di vê
xalê de xweperestî xwe nîşan dide. Piştî ku
civakbûn, binkeya civakî û pergala civakê hewqas
tê rewşa nayê jiyandinê, takekes bi teşeyekê
erjeng tê kirin evîndarê jiyandinê. Yanî takekes
dibêje, “civak min zêde nade jiyandin, qedan û
rûxandina civakî hewqas pêş ketiye, hingê ez
biriya xwe bidim xweperestiyê!’’ Xwe li çemka
“Yê keştiya xwe rizgar dike kaptan e’’ ango
“Qunç zivirandin’’ê dipêçîne. Gava ku dibe
mamûrekî piçûk, dibêje; “çi bextewar im!’’ Gava
ku karekî peyda dike, dirame ku; “ji min
baştirîn nîn e!’’ Di bingeh de kedkarek e,
lê çemka wî ev e. Xwe bi çavreşî xweperestiyekê
ve, nanekî ve, têkiliyeke malbatê ve,
ehbab-çawîşî ango hembajarî ve dizeliqîne. Ji
ber ku tenê dikare xwe bi wana bigire. Şensekî
xwe yê bûna civakeke pêşketî nîn e.
Hema em di vir de em werin nava rêxistinê. Yekî
wisa ger ku karbidestiyeke piçûcik girt, bi
çavreşî xwe pê ve dizeliqîne. Tebî ev tîp, ji
bîr dike ka partî û rêxistin ji bo çi armancî
heye. Ji bo wî ya girîng, li virê tiştekî wisa
girtin e. Ji ber ku asta wî ya civakî nîn e û
şerê netewbûnê nade, çawa ku min got, di nava
partiyê de çi dest bigire, dibêje, “ê min e.’’
Xweperestî, xweperestiya karbidestiyê,
xweperestiya serkarî, bi kurtasî çavên wî çi
bibine ji bo wî xweperestî ye. Bandorê ji ku
digire? kesayetiyên civakî yên ku hatine
belavkirin û bi her awayî ji xeternakiyan re rû
bi rû mane... Bala xwe bidinê, hema hindik maye
ku ev partiyê bînin rewşa nayê jiyandinê.
Bingehekî daringî yê wisa heye.
Wekî din, divê ev jî bê ronahîkirin: Tê zanîn ku
ajoya birçitiyê di giştî de mirovan çavreş dike.
Ger ku civakek, pir xizan û birçî hate hiştin,
di bingeh de zêde nikare birame, pêwîstiya
siyaset birêvebirinê nabîne, bi hemû xwebûna xwe
ve hewl dide da ku vê ajoyê têrbûyî û jiyana
daringî rizgar bike. Jixwe em dizanin ku qismekî
zêde yê civaka me di şûngeheke wiha de dijîn.
Niha em bibêjin ku, şerê nan pêwîst e, em vê
piçûk nabînin. Lê mercên peydakirina nan ger
zêde giran bibe û mêtîngerî vî şerî bi rastî jî
anîbe halê pir bêwate, xebata asayî ya aborî û
civakî ango pergala aborî û civakî tunebe, wê tu
şerî çi bidî? Bi axaftineke rastir, pêwendiya
şerê nan bi şoreşê vê çênake. Ji ber ku çênake
jî, qaşo weke mêşê tirsnak dixebite. Lê nikare
nanekî jî rizgar bike. Li virê çi nakokî heye?
Di berê de kole dixebitîn, efendiyan jî koleyan
têr dikirin. Di berê de efendî yek bû ango kole
û efendî rû bi rû bûn û efendî pêdiviya
ewlekarî, nan û hwd. koleyên xwe pêk dianî, lê
niha koletî hewqas gelemperî bûye ku, efendiyê
yê me ka dewlet e, yan cîhan e diyar nîn e.
Mêtîngerî, sîstema emperyalîst û bi mîlyonan
kole... Yanî em bibêjin koleyên dewletekê yan
sîstemekê. Hejmara wan bêser û ber e, diyar nîn
e. Ev di heman demê de ji rewşa ku efendî koleyê
xwe xwedî dike, jê xirabtir rewşekî re rê
vedike. Yanî koletiya serdema pêşîn nayê
hedarkirin. Ji ber ku ev koletî zik têr nake.
Binêrin, di koletiya serdema pêşîn de zikên
koleyan tê têrkirin. Lê niha her kes bi bedêla
mizekî xwe dertînin firotinê, yên bikirin nîn
in. Jixwe felişandina herî mezin a kapîtalîzmê
jî, di virê de ye. Kapîtalîzm ne sîstemeke ku
karibe mirovan têr bike. Sîstemeke wisa niha
nîvê nifûs di rewşa bêkar de dihêle... Her wiha
bêwatekirina şerê nan ji hêla kapîtalîzmê ve û
nebûna bijartekeke ku bêxe cî mijara gotinê ye.
Lê ji ber ku bijarteka şoreşgerî nayê
peydakirin, di nava sîstema kapîtalîst de şerekî
kor ê nan heye. Civakên mîna yê me jî rewşa wan
a dînkirinê heye. Mirov ji tevahî derfetên
hilberîna welatê xwe qut dibin, ber bi deriyên
kapîtalîzmê ve baz didin. Çi ye, wê nan peyda
bikin! Di bingeh de ka wê çiqas nan peyda bikin
diyar nîn e; ger ku peyda bikin jî, ka wateya vê
çi ye wê nikarîbin pê derxin.
Di vê halê de, di nava me de şerekî nan ê pir
çewt ango rewşa bisernexistina şerê nan heye. Ev
têkoşîneke civakî nîn e, dibe ku têkoşîneke
aborî be. Ew jî, şensê xwe yê serkeftinê û rêka
rast nîn e. Bi gotineke din, ji wan rasteqînên
ku malbatê diyar dikin yek ji wan ev e. Yanî
şerê nan niha pirsgirêka herî bingehîn a malbatê
ye. A din jî, berdewamkirina nifşê xwe û
têkiliya zayendiya beramberî hev e. Ev jî, di
asteke pir paşdemayî de ye. Bi rastî jî dema ku
civatên seretayî dihatin avakirin, belkî ji vê
asta heyî di asteke xwezayî û watedartir de bûn.
Li virê babeta ku pêwîst e dahûrîna wê bê
pêşxistin ev e: Di cîhanê de binkeyên civakî,
siyasî û çandî yên herî pêşketî ango asta
têkiliyê di ciyekî de ji têkiliya mirovê
seretayî bêwatedartir e. Bi rastî jî ev,
nakokiyeke dînhar e. Lê ku zayindîtiyeke pir
bêteşe çêbû, berdewamkirina nifşekê di teşeya
asta babistînên seretayî de be jî (di nava me de
dem bi dem nêzî vê bûyîn çêdibe) gengaz û
watedar e. Ji ber ku di qonaxa babistînên
seretayî de, babistînê bi nêçîrvaniyê xwedî
dikî. Jixwe cîhan vipîvala ye; qasî dixwazî
nêçîrvanî bike, qasî dixwazî li ser erdê cîbicî
bibe, sînor nîn e. Ji ber vê egerê di çarçova
babistîn de têkiliya malbat-jin-zilam zêde
pirsgirêk nîn e. Gava ku em ber bi cîhana îroyîn
ve tên, pergala emperyalîst-kapîtalîst,
sîstemekî ku li ser civakê serdest kiriye peyda
ye. Konformîzm, qalibên mezaxê, binkeya çandê
heta binkeya malbata ya tê zanîn, dîsa jin,
zilam û binkeya malbateke xwedî çend zarokan
heye. Ev sîstem, sîstemek e ku wê jî bi zorê bi
rê ve dibe. Derfetên gihîştina me ya vê nîn e.
Heta derfetên me ya gihîştina jiyana burjuvaziyê
piçûk a nîvekî jî nîn e. Di bingeh de rewşeke
civakî ya di mercên babistîn de peyda ye. Lê ji
bo berdewamkirina wê jî, erdên vala re,
nêçîrvaniyê re, yanî komkariyê re pêdivî heye.
Lê yê me ew jî nîn e. Û ev di bingeh de sedemê
daringî yê herî bingehîn qeyrana navbeyna
zayendan e. Di aliyekî de xwezî bi sîstemê tîne,
lê di aliyê din de jî, bi xwe di asta babistînê
de ye. Ne şensê jiyandina mercên dest didin asta
babistînê heye, ne jî şensê jiyandina di mercên
sîstemê de. Were dîn nebe!..
Divê em çîroka xwe rast bizanibin
Êdî pêwîst e ku hun bi hinek rasteqîn û hinek
tiştan têbigihîjin. Di vê mijarê de çima ji
şoreşeke mezin re pêdivî heye? Esas ez têm wirê.
Ji ber vê egerê ez dixwazim xedariya hin
rastînan bi we nîşan bidim. Em berevajî nekin.
Ez hizir dikim wê neyê înkarkirin ku em ji
nijada mirovatiyê ne. Heke ku wisa be, ku em ji
nijada mirovatiyê tên, em neçar in ku çîroka xwe
rast bizanibin. Ev jî pêwîstekek a mirovbûnê ye.
Ji tewişandin û berevajîkirinê re qet pêwîstî
nîn e. Em neçar in ku rasteqîna xwe rast
têbigihîjin. Ji ber vê yekê ne ku weke
serûwenekî serlêdana bijarteka şoreşgerî tê
çêkirin. Ji ber ku derfeta jiyanî nîn e, ji
çalakî û leşkeriyê re di bingeh de, ji ber ku
amrazên neçarî yên bijarteka şoreşgerî ne
serlêdan çêdibe. Ev qasî nan û av pêwîst e. Ger
ku ev divêtiyek be, bileyistina jiyana şoreşgerî
deynin aliyekî, wê demê, ma hun dikarin xwe nîv
xulek jî bêhenase bihêlin? Ma hun dikarin sê-çar
roj bêyî av bihêlin? Hingê hun nikarin bêşoreş
jî, bêxebata şoreşê jî bihêlin.
Di teşeyê beriya niha min vegot de, ku mirov ji
ber dînbûnê ketin zorê, dibine berpirsiyarê
têgihîştina ka çi bi serê wan hatiye. Bi rastî
jî, di vê derê de ya ku we ber bi pûxteyîbûnê ve
dibe û zorê li we dike ku pêwîstekên wê hun
bînin cî, pirsgirêkên wiha mijara gotinê ne. A
ku ber bi şoreşê ve zorê dike, asta qeyranê ye.
Qeyrana civakî û heta bêderfetbûnî. Tu nikarî
malbatê bi rê ve bibî û nikarî berhem bikî. Ma
ev derew e? Eşkere ye. Çil teqlan bavêjî, xwe
bifiroşî mêtînger, emperyalîst û xayîn jî, te
nakirin. Di virê de şoreş dikeve rojevê.
Ger ku ev rast be û tu jî bibêjî, “min çalakiya
şoreşgerî pêş nexist, ez rêxistinkirinê
nizanim!’’ tu nemerd î, diz î, bêşeref î,
talankarê nirxên şoreşê yî, pê dileyizî. Ger ku
tu ne yekî dînbûyî bî, tu nikarî van gotinan
bibêjî.
Ne jiyîn, ne jî najiyîn
jiyanê dide sekinandin
Niha, divê ev têgîn hindekî din bê vekirin. Em
hatin li ku derê sekinîn? Pirsgirêka birçîtî,
berdewamkirina zayendê ango em hatin li
pirsgirêka berdewamkirina nijada mirov sekinîn.
Erê, em ji nijada mirovatiyê ne. Divê şerê nan
rast bê çareserkirin. Yek jî, divê zayend ango
berdewamkirina nijad rast be. Rê girtiye, hatiye
dadan. Em, ne wekî babistînan dimînin (ez
dixwazim weke babistînekî li serê çiyan bijîm,
lê her alî hatiye girtin, kes min bernade) ne jî
arastebûna serdema pêşîn û ne jî serdema navîn
gengaz e. Ez dixwazim serdema pêşîn bijîm. Hun
reviyan Ewrûpa û çar aliyê cîhanê; ew der jî
hatine dadan. Tam di vê xalê de şêwaza şoreşgerî
dikeve rojevê. Niha ger ku em bêtirîn şênber
biaxivin, hinek kes (em ji wan re bibêjin
zarokên malbatên baş) dixwazin dê û bav bi
mehaneyekî, bi karkeriyekî rizgar bikin. Yek
rizgar dike, dudo rizgar dikin, lê piraniyeke
mezin nikarin rizgar bikin. Ji ber ku weke
daringî rizgariya malbatê niha di mercên
mêtîngerî û emperyalîzmê de bi vê radestbûyînê
ve gengaz nîn e. Zilam, hindik maye nîvê Tirkiyê
bêkar bike. Rojê deh hezaran kes tevlî artêşa
bêkaran dibin. Wê çawa kar bide te? Di sîstema
emperyalîst bi xwe de jî, bêkarî pirsgirêkeke
herî girîng e. Bi daringî ev gengaz nîn e.
Ger ku mirov zanistî be, wê sînorên van rastînan
wisa bibîne û xwe perwerde bike. Tu nikarî şerê
nan bi rê ve bibî, lê di aliyê din de maşelah di
karê berdewamkirina nijadê de ji emperyalîst û
mêtîngeran zêdetir bi lez hilberînek mijara
gotinê ye. Ma niha ev, çareserî ye? Divê mirov
baş têbigihîje ku ev ne çareserî ye. Ger ku tu
weke takekesekî nikaribî nanê xwe rizgar bikî,
berî ku tu werî bîst-sî saliya xwe, malbateke
deh zarok wê çawa bidî jiyandin? Li vir jiyan
disekine.
Mirovên me ji bo rizgarkirina malbateke wisa
statuya ku nakevê û napejirîne nîn e. Lê dîsa jî
peyda nake. Hema cins û cibiliyet, dîsa malbat û
zarok li serê wî bûne bela. Jin li serê zilam,
zilam jî li serê jinê bûye bela. Hun dizanin,
niha malbat ocaxa xirecirê ye. Dema ku min jî
berê xwe da şoreşvaniyê, da ku ez ji malbateke
wisa birevim, min şoreşgertiyê çêtir dît. Rewşa
min pir şênbêr e. Her ku min wê malbatê didît,
her roj min deh gav diavêt ber bi şoreşê ve. Min
digot, wekî din tiştek nikare vê rewşê rizgar
bike û ev, rast e.
Niha bi şênbertir em werin têkiliya jin-zilam.
Temam eyb nîn e; çawa ku min got, ji bo
berdewamkirina nijad têkiliya jin-zilam, weke
nan û av, weke ajoya birçîtiyê pêdiviyeke
xwezayî ye. Lê heke ku dijmin, te ji nijada
mirovatî û weke hêmanekî xwedî nasname ji nijada
mirov nabîne, ku dixwaze te di nava binkeya xwe
de bide helandin, li virê her tişt tê gûhertin.
Dijmin helandina te jî pêk nayine, ji ber ku
sîstem nikare bide helandin. Di berê de eşîrekî
ya din tune dikir û wisa çareser dikir. Niha di
asta cîhanê de bi qirkirinan jî nikarin çareser
bikin. Di van mercan de mihûkirineke fîzîkî jî
gengaz nîn e. Di bingeh de ew jî çareseriyek e;
di berê de çareseriyên wisa hebûn. Çawa ku min
got, di nava jiyana xwe ya aborî û civakî ya
azad de jî qet bijartek nemane. Encamê ku ji vê
derdikeve, cardin dibe dînbûnî. Yanî mercên
daringî we dide dînkirin, ji eyar derdixe, ji
jiyana civakî qut dike. Ka hun ji bo
berdewamkirina nijad her têkiliyê ava bikin! Ka
berdewam bikin, bê hunê çawa bidomînin. Em
mirinê bipejirînin an radestbûnê? Di hundirê
radestbûnê de yek tenê jî şensekî rizgariyê nîn
e! Çawa ku min got, mêtîngerî bi rewşa heyî
nikare wê jî debar bike. Mirin: Hinek kes xwe
dikujin. Di vî aliyê de arestebûna xwekuştinê
divê baş were fêmkirin. Di nava me de rewşa
gelek hevalan xwekuştinî ye. Di bingeh de, di
asta jiyaneke civakî ya pir paş de seyrkirin
xwekuştinî ye. Ev pir bi ponijîn tê jiyandin. Di
bingeh de em ji xwe re dikarin bibêjin cıvata
miriyên li ser piyan. Va, teoriya, “Yaşar
ne dije ne naje!’’ tam bi gor vê li ser
piyan mayîn! Erê, ne jiyandin diyar e, ne
nejiyandin.
Di virê de dîsa şoreş weke bijartekekî çawa xwe
dide hîskirin? Min vê statuyê nepejirand, ez
dixwazim azad bijîm. Ji bo vê çi pêwîst e? Ji bo
vê civak, partî, hêz û şer pêwîst e. Ez vana
çima tînim bîra we? Mirov nikare xwe ji heyf lê
anîn û bi xwe henekirinê bifilitîne. Ji ber ku
pirsa “Çawa Bijîn’’ derxistina pêş ji bo
min hewqas şênber e ku, ka ji bo vê pêwîst e
çawa têkoşîn bê vedanê, netêgihîştina we sosret
e! lewma ev rewş tenê bi teoriya dînîtiyê ango
bi şûngehekî ketî yê ku li paş asta ew ajalbûna
durustiya babistînên seretayî dikare bê
ravekirin. Hê dijmin di eniya dişber de lê dixe,
di bingeh de pir net e û rewşekî xwe yê ku zêde
bê şaşwazîkirin jî nîn e. Qasî yê di nava me de
rewşeke ku li ser serê xwe dibe bela, rewşeke
din nîn e; Bi rastî jî rewşa herî zêde pê ve
mijul dibim ev e. Min hinek gundiyan didît;
xizan, feryad û fîgan dikirin. Jixwe da ku ji
wan birevim, min biriya xwe da şoreşê. Tu dest
lê bidî digirî, dest lê bidî diteqe. Ez dizanim
ku ev ne rewşeke asayî ye û da ku ji vê em
birevin me giraniya xwe da amraza şoreşê. Ev pir
vekirî ne.
Baş e, hê jî di nava refên me de tevlîhevkar
bûyîn, dînan leyistin, nemerd û xevikan leyistin
pêwîsteka kîjan hişê ye? Heya niha xwe
perwerdenekirin û di çûyîna ciyekî de ji
xebatekî re watenedayîn, bi çi pêwehdiya xwe
heye? Ji şerê nan em bigirin heya zanyariya
berdewamkirina nijada mirov a herî kêm divê hun
rasteqînî bin. Di bûyera PKK’ê de kesê ku vê
rasteqîniyê nagire, çawa ku min got ya yeka/î
nemerd ya jî yeka/î xêvik e. Ango diz e,
helperest e, dijraber e, di şûngeha dij-êrîş de
ye, ji dijmin e. Ger bal bê dayîn, em mijarê
zêdetirîn di asta gelemperiyê de digirin. Em
çima wisa dikin? Hun bi paşçavkirina hindek
têgînan dixwazin bijîn. Hun hê jî vê dixwazin
biçespînin. Hê jî naxwazin bi tu awayî arasteyê
pêşketineke kesayetiya rişt bibin.
Min vegot, hilgirtina cıvata babistîn a seretayî
û eşîri hêsan e, lê we bi vî halê we hilgirtin
pir zor e. Hizir dikim ku hun niha baştirîn
têdigihîjin ku ka çima bûyîna şoreşgerekî rişt
pêwîst e. Cîhan ji te re hewqas hatiye girtin
ku, jiyan hewqas anîne û çespandine ber sînorê
mirinê, hewqas hatiye dînkirin, ev rewş ji bo
şoreşê her derfet û çalakiyê têkûz bi te dide
hîskirin. Ma çima wê tu fêm nekî? Ger ku rastîn
hewqas sotîner bin, bijarteka rizgariyê jî ku
hewqas tekane be, wê gavê bi saxlemî tuyê têkevî
nava her cure kar û mafê wê bidî.
Ez ji yê erzan dijîn re, nizanim yên dibêjin,
“em daweşîyan, me xwe nexiste zehmetê, li pey
têkiliyên erzan beziyan’’ re dipirsim: Ma heye
hîmê têkiliya enzan? Nizanim tê gotin, “min xwe
zêde redayê!’’ Ma heye şensê jiyanê? Ma hun
dikarin bi hev re têkilî deynin? Dibe ku hinekên
bibêjin, “emê bi ziravtirîn, bi rêbazên pir
xasûkî bijîn’’ hebin. Dizîtî, durûtî û devlokiyê
berde, bibe rasteqînî, bi rastînan re were halê
lê hatinê, vê hindek rişt bigire. Bi rastî jî
hun nikarin vê înkar bikin: Komeke pêşeng ê rişt
ango komeke ku di nava xwe de ji van tevan re
çareseriyê digere, divê bi van rastînan re
jiyîna rêjemend bizanibe. Ez bêtirîn dikarim
sedeman vebikim. Ez çi bikim ji jiyaneke ku
anîne ber devê mirinê, xistine nav pêvajoya
mihûyê û ji civaka babistîn wêdetir birine? Di
vê bingehê de, yek: Dijmin ji min re karekî
pêşkeş bike, ez dizanim wê min bibe ku derê.
Dudo: Ku xwe bixapînim, ez dizanim di jiyana
civakî de wê min bibe ku derê. We heya vê gavê
çawa vê hîs nekir? Ma di giştî de serkeftin nîn
e ku, bi hêsanî xew bikin, bi hêsanî xwarin
bixwin! Ku em we serbest berdin, xwedê dizane
hunê çi ji hev bikin?
Lê li virê em ne dijîn, ne jî ne najîn. Ger ku
ev ne rast be bibêjin, bibêjin ku; “rewş çawa ku
tu dibêjî ne wisa ye, bijartekên wekî din jî
hene!’’ Azadiya gotûbêjê heye, hun dikarin
bibêjin. Dîsa ya girîng ronahîkirina asta
pêşengiya me ye û watedayîna pergala têkiliya wê
ye. Rastîna gel wisa ye, rasteqîna jiyanî ya
civak ku tê de ye û nayê tebatkirin wisa ye. Ev,
ew bahaneya erjeng e, ku pêwîst e em rasteqîna
şoreşê hembêz bikin. PKK, li hember vê trajediya
mirovatî ya ku ne dije, ne naje, ne mirî ne
zindî ye û can dide, bi temamî bijarteka jiyanî
ye. Da ku ji rewşa pir trajîk, pir rezîl, pir
kenok, pir tinazok, pir qedalok bifilite biriya
xwe dide rêxistinê, têkiliya rêxistinê, siyaset
dike û çalakî çêdike. Ev tev dibine amraz.
Ji bo me welatekî tê pejirandin û perçeyek ax
pêwîst dike. Mirov li ser perçeyek ax dijîn.
Civatên ku li hewa dijîn nîn in; li hîvê jî hê
cî nehatiye vekirin ku em herin li wir cîbicî
bibin. Di berê de kalên te li ku derê jiyabin,
wê tu li wê derê zorê bidî çarenûsa xwe. Dîsa
nasname pêwîst dike. Mirov, di bîçimên civatên
curbecur de dijîn. Ya te jî divê civata netewî
darîçav bibe. Nasnama civakî û nasnama çandî
pêwîst dike. Wê tu vana hindek bijî û peyda
bikî. Em ji van tevan pêmen in. Ku tu ji vana
pêmen bûyî, tuyê ji mirovbûyînê dûr bikevî. Dîsa
ku tu bixwazî bijî rêk ev e; çawa ku min got,
rêkên din yê jiyanî, rêkên ne dije, ne naje
ne. Ev ne peytekî zanistî, viyana şoreşger
ango jorsazî filan e, rewşeke rasteqîniya
objektîf e. Raveya rasteqîn û ka çima di warê
daringî de jiyan ber bi qeyranekî ve hatiye
dehfdan e. Têkiliyên jorsazî yên din ango
têkiliyên civakî, têkiliyên arişî ji vê binkeya
daringî bandor digirin. Hîmê daringî ku hewqas
guncav nîn be, têkiliyên jorsazî, têkiliyên
moralî û têkiliyên hestiyarî pêş nakevin. Ji bo
ku pêş bikeve tenê şertek heye: Têkiliya
şoreşger. We fêm kir? Şertê têkiliya şoreşger!
Li derveyê têkilî û şêwaza şoreşgerî
yê ku dihizire wê bi ser xîne debeng e
Ez li ser bingehê vê tecrûbeyê dibêjim. Hun ji
min zêdetir ne bandorkar in, ne hêzdar in, ne jî
hişmend in. Ez hê jî ji bo têkiliyên min ên bi
nasên kevin re (mirovên bi temen in, heta zarok
jî di nav de hene) da ku têkilî bi şêwazeke
şoreşgerî seyr bike, qasî mirinê dikevim nava
hewldanan. Çima? Yanî hun hişmend in, hun
dikarin xweşik kiş û mal ava bikin, ma ez
nekêrhatî me? Di bingeh de wisa nîn e. Helwesta
min bingehê xwe ji şayişeke kûr digire. Pêdiviya
têkiliyê ji şêwazeke şoreşger re hewqas heye ku,
ev hewqas diviyatiyeke ku tu di rewşekê de yî ku
nikarî tiştekî biramî. Yê ku dibêje, dikarim
tiştekî dî diramim ango tiştekî dî çêbikim,
debeng e. Yekî wisa hem xwe, hem jî partiyê
dixapîne. Niha em we tevan hindik zêde bikişînin
lêpirsînê. Em we bînin ba malbata we, ba zarokên
we, ba hembajariyên we; jinekê deynin ba
zilamekî, zilamekî deynin ba jinekê; wê her qas
zanebûna şoreşgerî û asta hestan bê têperandin û
bê wendakirin. Jixwe bajarvanîtî pir xurt e;
taxîtî, ehbab-çawîştî di jiyana me de pir
bandorkar e. Hun nikarin xwe ji wan dûr bixînin.
Lê, li min binêrin, rewşa min hindek cuda ye. Bi
serê xwe jî bimînim, şûngeha xwe pir şidiyayî
berdewam dikim. Çima? Ji ber ku rewşa we ya
paşçavkirina şêwaza şoreşgerî beriya niha çawa
ku min vegot, ji neçareseriyê re, hem jî di bin
navê partiyê de pirîm dide.
Yanî hewqas jiyîna min a bi disîplîn, her roja
xwe bi temamî di rasteriya armancên şoreşê de
derbaskirin û bazdana min çima pir pêwîst e? Va,
ji vê zemîna ku tê jiyandin hindekî dîtir
partiyê dûrhiştin ango partiyê weke rêxistineke
şoreşger pêşxistin, binkeya civakî ya paşdemayî
neteyisandina nava refan, pergala têkiliyên nava
partiyê zêdetirîn şoreşvanikirin, bi wê
şoreşvanîkirinê ve qeyranê re çareserî
peydakirin pir pêwîst e. Ev jî pênaseyek e. Divê
ev were têgihîştin.
Di vê navberê de em ji xaleke din re zelalî
bînin: Çima hest bi hêsanî nayên jiyandin? Ew
evînê we yên ku hun pêgirtiyê wê ne, çima pêk
nayên? Ne eyb e, yê min jî ta ji dibistana
seretayî vir ve hebûn. Di virê de mezinahî qasi
têgihîştina çima nayê jiyandin û wate dayîna wê
çawa bê jiyandin pêwîst e. Va, mezinahî di vir
de ye. Heke ku di vê mijarê de, me jî weke we
çewtî kiriban, em ketibana kêmasiyeke jiyanê ya
bingehîn, PKK û ev şer nedibû, heta jiyana we jî
nedibû. Bala xwe bidinê, jiyana min çawa ye? Ev
yek di bin navên cûrbicûr de weke sincparêziyeke
mezin, siyasetmedarekî mezin, mirovqencekî
mezin, şervanekî mezin yê nefsê, leşkerekî mezin
dikare bê ser ziman. Ji bo vê pêwîst e ku wisa
be. Beriya niha min vegot; di eleyhiyê te de
hewqas merc hene ku, tu neçarî jiyanê wisa
rêkûpêk bikî. Çewtiyên têkiliyê û çewtiyên mezin
ê jiyanê yên we tevan hene. Ger ku hun rast bi
rêkûpêk bikin, hun nakevin nav çewtiyên wisa.
Ma min bi xwe, xwe serok îlan kir? Na! Yê herî
zêde xwe ji vê têgînê dikişîne ez im. Derketina
pêşberî mirovan jî, ka ji bo min çiqas zor e, ez
dizanim. Lê weke takekesekî her ku ez şerê xwe
nexistinê didim, şerê nebinketinê didim, her kes
min vêga di şûngeha serok de dinirxîne. Her
çende ku li min zor were jî, her çiqas ez aciz
jî bibim, ez neçar im. Ev kesayetekî ku wisa
hatiye rêxistinkirin. Jixwe xwe weke serok
îlankirin an îlannekirin girîng nîn e. Ez
bibêjim, red dikim jî girîng nîn e. Ji ber ku ev
hatiye halê rasteqîn û encamekê xwezayî yê
jiyanê ye. Kê min bijart? Ji bo min tu demê tilî
ranebûne hewayê. Di bingeh de pêhateyeke
derketibû rastê bû. Ango dahûrandin, vegûherîn,
rêxistinbûn, çalaktîbûn di encamê de bûyereke
wisa ku tê gotin serok, derxiste rastê. Ku ez ji
xwe bipirsim û bibêjim ka kesayetiya min,
zaroktiya min li ku derê ma, ku ez bibêjim ka
xweperestiya min li ku derê ma, ez nikarim pê
derxînim. Min xwe aniye şûngeheke wisa.
Di vê bingehê de sazgeheke wisa mezin derkete
rastê. Di hundir de bi her cure jiyana civakî,
siyasî, leşkerî ku hate kurtasîkirin ango
kesayetek, sazgehek û bûyereke êdî di nava
vegûherînê de derbas bûye mijara gotinê ye. Wekî
din çare û riya hevgirtîbûnê tune. Yanî tuyê
wisa bî. Çawa ku min got, pêwîst e ku
nirxandinên te yên asta civakî, pênaseyên
dost-dijmin û di vê mijarê de bi xwe re hevgirtî
bî. Di encam de wê tu bibî serok.
Di bingeh de peywirên we yên wisa jî hene.
Peywirên we yên serokbûnê hene. Hun çawa
artêşbûnê çêdikin? Ev gelşa we ye. Da ku xiyanet
li puxteyê nekirin, bi armancên azadiyê re
berevajî nekevin, divê hun, ka em çawa dijîn
binêrin. Heke ku ev hêsan bibûya, her hal emê ji
we bêtir xasûk bana û di kurtebirê de baştirîn
jiyabana.
Niha em dîsa werin we: Gelo çi yê we digire
heye? Di bingeh de me ji tevan re ronahî anî.
Derkete zelaliyê ku di bin bandora kevneşopiyên
navxweyiya malbatê de ango di bin bandora
çespandinên dijmîn ên dîrekt ya jî endîrekt de
nikarin bijin û ka çima pêwîstî heye ku hun
werin girtin nava partiyê û partîbûnê çêbikin.
Lê niha hê jî bandora bermayan heye. Li virê hê
jî hun qala ehbab-çawîştiyê dikin; hun qala
nepêşketina têkiliyên siyasî, leşkerî û jiyanê
dikin. Heta hinek averêkariyê dikin, bi zagonên
jiyana şoreşgerî dileyizin. Hê jî yên ku pê
dileyizin hene. Hunê vana bikin pirsgirêkên
mezin. Di halê din de ev jiyan nayê kişandin.
Ev, jiyan nîn e. Jiyana şoreşgerî zagonên xwe
yên vebir hene. Ger tu bi gora pêwîstekên van
zagonan tevbigerî, wê tu bijî. Ka çima pêwîst e
hun xwe erjeng perwerde bikin, ka çima pêwîst e
bi gor zagon û pîvanên şoreşê xwe bînin halê
guncan pir zelal e. Ev ji bo jiyîna we ye. Wekî
din rêk tune.
Em dîsa werin pirsgirêka têkiliyan. Niha bala
xwe bidin ser rewşa min. Rewşa min di bingeh de
rewşeke têkiliyên netewî û siyasî, rewşeke
têkiliyên leşkerî, heta rewşeke têkilîyên çandî
û civakî û dîsa rewşeke têkiliyên aborî ye. Tebî
di kesayetiya xwe de ya ku dadihûrînim, di
bingeh de dibe netewek û dibe mirovatî. Lê
sehaya sepandinê, em bibêjin ku civatên mirov ên
ku em weke warê eleqeya xwe diramin. Tu nikarî
vê paşçav bikî. Ji ber ku weke diviyabûna
doktrîn û têgîna serokatiyê divê ev wisa bê
nirxandin. Baş e, ya we çawa ye? Temam, di vê
mijarê de xwe gihandina min a zelaliyê hindek
pêş ketiye. Ger ku hun, di bin roniya vê de li
xwe binêrin, yê we bi piranî ya xwe peydanekirin
ya jî xwe kirina axayê bermayên kedê, xwe kirina
burjuvaziyê piçûk ê çavleq ya jî kevinê
berhemkirin e. Hilberîna kevin dibe sîxurtiya
objektîf. Ger tu zêde pêkolî bikî, wê ev heya
xiyanetê here. Her rewşên hingofî, ji ber bi
pêkolî berdewamkirina gelşa bermayan pêş dikeve.
Dubare bala xwe bidin dahûrînên serokatiyê:
Serokatî ji heft saliya xwe ta îro xwe çawa
girtiye dest? Divê zarokek çawa mezin bibe, dê û
bav çawa bin, wê jinek çawa be, wê zilamek çawa
be, damezrakek wê çawa pêş bikeve, wê hilkeftina
rêxistineke şoreşgeri çawa be? Di van dahûrînan
de ji van pirsan re bersîvên mezintirîn tên
dayîn. Dîsa ger hun bibêjin, “ev me zêde
eleqedar nake, emê disa ya xwe bixwînim’’, wê
demê tê vê wateyê ku bi mesogerî hun bi gora
teoriya kerîtiyê dijîn. Hun dizanin, her ê ku tê
li kerê siwar dibe, bar li pişta wê dike. Ma ji
destên kerê wekî din tiştek tê? Ker e ev, erka
kerê ev e. Yan jî bi gora teoriya kuçiktiyê wê
bê jiyandin. Di bingeh de kuçikên baş hene,
kuçikên kêrnayêtî hene. Bi hev û dî ketin, di
nava rêxistinê de bi hev nekirin, di nava
rêxistinê de nehatina pergalê bi gora vê teoriyê
jiyandinê çespandin e. Jixwe dijmin nav le vê
danîye: Zagona kuçik berdana hev! Di vê rewşê de
tê vê wateyê ku bi gora wî dijî. Çi mafê kesî ji
vê re tune. Da ku em bi van re şer bikin, em
partîbûnê pêk tînin.
Mafê jiyanê
Mafê şer e
Bi van tevan tênegihîştin ecêb e. Dîsa didim
diyarkirin, hinek qet naxwazin têbigihîjin. Ger
tênegihîjin, ev tev wê bên gotin û hem jî
pêwîstekên wê bêne bicîanîn. Bi misogerî emê li
xwe bêrêzdarî nedin kirin. Baldar bin: Ez hê jî
çawa dijîm, ez li ku dera jiyana civakî me? Li
ciyekî ez jî milîtan im. Milîtan li ku dera
jiyana civakî ye, bi kîjan pirsgirêkên jiyana
civakî re mijul dibe, di kîjan astê de seyr
dike? Bi vî halî xwe jî, xwe bi hêsanî
naecibînim. Ez hizir dikim ku hindek
behremendiyên min derketine rastê. Di nava
civakê de, li pêşberî gel, kesayetiyên wek we,
li pêşberî mirovên ji her nijadî qîmeta ku tê
dayîn heye. Lê ez bi vê baş amil nîn im, xwe di
şûngeheke pir nebes de dibînim. Tim û tim li
serê diramim. Ji xwe re dibêjim, ka baştirîn
çawa dikarim derxim rastê. Çima? Divê li ser vê
bê hizirandin. Her ku em hewqas gohdarî dikin,
Her ku hewqas em digirine balê, tevî ku
rasteqîna me hê jî wisa be, divê hindek encamên
ku hun jê derdixin hebin. Kar hewqas hêsan nîn
in, jiyan hewqas hêsan nîn e. Hunê bi jiyaneke
azad û ku tê pejirandin têbigihîjin.
Hun çima bûne şoreşger? Şoreşeriyeke bi curê
PKK’ê da ku bê pejirandin, qasî mitlaq
têgihîştina ka jiyan çawa tê qetilkirin, ger
berdewamkirina jiyanê tê xwestin, di hundirê
sînorên azadiyê de hem zanebûn û pîlan, hem jî
bi hewldan pêwîst e çawa bê pêşdebirinê, divê
hun pêbawer bin ku karibin di nava partiyê de
bijîn. Nexwe wê jiyan bibe îşkenceyeke mezin; di
asteke pir bêesil, bêberpirsiyarî, weke serserî
û xwe kirina bar de bê jiyandin û ev qet nayê
pejirandin. Dahûrînên partiyê, dahûrînên artêşê
û yekser dahûrînên têkoşînê, di bingeh de tê
wetaya têgihîştina jiyana me di nava PKK’ê de.
Hun ji min ne zêdetir aqilmend in û ji min
zêdetir mafên we di jiyanê de nabe. Jixwe ya ku
derdikeve rastê jî, hindek ev e. Mafê jiyanê li
ku derê ye? Mafê jiyanê mafê şer e, mafê
çalakiyê ye. Mafê çalakiyê, mafê rêxistinê ye;
mafê rêxistinê jî, mafê perwerdehiyê ye, maf û
peywira xwe çêkirinê ye. Ev jî di bingeh de
ji peywirê zêdetir mafek e.
Ez vê bigihînim zelaliyê: Hun partîbûnê weke
peywirekî neçarî û çalakiyê jî weke peywirekî
tênegihîjin. Divê hun bi çavên mafê pîroz lê
binerin. Maf çi ye? Maf, kiryarek e ku
mirov herî zêde dixwaze, şêwazê heyinê
ye. Yanî mafê we yê bûna rêxistinê heye; mafê we
yê çalakî çêkirinê heye, ne peywira we. Peywir
hindek diviyatî û dana çêkirinê di hundirê xwe
de peyda dike. Di bingeh de hatina we ya vê
rewşê pêk nehatiye ango beriya vê divê hun weke
mafekî têbigihîjin. Hun bibêjin, “çi bextewarî
ye ku mafê rêxistinbûn, partîbûn û çalakiyê bi
min hate dayîn!’’ Jixwe ger hun bala xwe bidinê,
min bigirin dest, hinek şervanên di nava me de
dibêjin, “mafê bi çekbûyîn û rêxistinbûnê mafekî
mezin e!’’ Tebî hinek jî dest datînin ser mafê,
wisa talankarî dikin. Ev cuda ye. Tê wê wateyê
ku bi partîbûn û di bingehê PKK’ê de mezinbûnê
weke mafetî têgihîştin û dayîna vî mafê jî, divê
di vê çarçoveyê de bê bidestgirtin. Piştre weke
peywirekî têgihîştin gavekî duyemîn e. Peywira
her kesî ye; çalakî, rêxistinkirin û bi rê ve
birin piştî vî mafî te.
Ger bê dîqatkirin, ev tev weke pêwîstekên
jiyaneke xedar hate daxistin, ne diviyatiyek e.
Ji neçariyê wêdetir (ev jî heye) dilitî û
erezûyeke mezin mijara gotinê ye. Wekî din
riyeka me nîn e. Ev hemû hinek jî dibine puxteya
PKK’ê. Dibine hîmê PKK’bûyînê. Yên ku vê pêk
nayîne, yên ku bi PKK’bûyîne wisa tênagihîje, di
babetên din de çiqas bibêje pêşketî me, di
bingeh de vala ye. Yekî wisa nikare bibe PKK’yî
ango zû-dereng wê bibe bela, bibe helperest û
halantêderek jê derkeve.
Ez hizir dikim ku êdî em dest bi têgihîştina
hinek tiştan dikin. Di aliyê rasteqîna civakî
de, hun dibêjin tiştên bên ronahîkirin hene. Her
hal hun asta têkiliyên nava refên partiyê û
jiyana civakî tevlîhev dikin. Da ku zelal bibe
me vana da diyarkirin. Jiyana me di aliyê
hedefan de û di aliyê pergalekî çawa de civakî
ye. Armancekî xwe yê civakî heye. Lê vê gavê
bûye jiyaneke bi ponijîn a siyasî û heta
leşkerî. Yanî di jiyana me de armanca civakî
heye, heta em ji bo armanca civakî ya herî azad
hene. Lê ji bo gihîştina wê jî, di vê gavê de em
siyasî ne, ji vê jî wêdetir di vê gavê de em tam
leşkerî ne. Çima ? Ji ber ku di bîçimekî erjeng
de em siyasî û leşkerî nebin, em nikarin
bigihîjin armanca jiyana civakî. Ma pêwîstî heye
ku em van têgînan ronahî bikin û pêş bixin?
Têgihîştina we wê zor nebe. Ji ber ku bo
gihîştina jiyana civakî azad, bi misogerî divê
di asteke bilind de jiyana leşkerî bê jiyîn.
Ger tu jiyana civakî ya azad dixwazî
Wê tu zagona Kurdistan’ê bisepînî
Leşkertî çi ye? Leşkertî, zora herî rêxistinkirî
ye. Zor çi ye? Zor, pîrika civaka kevin a ku
avisê civakeke nû ye, amrazê dana zayîna wê ye.
Dikare bê gotin ku, ev ji bo me belkî jî
amrazekî herî zêde pêwîst e. Amraza zor jî,
amraza artêşê ye. Artêş, rêxistina şer e. Qasî
ji bo rakirina tevahî astengan, modelê pêşeng yê
avakirina civakeke nû ye. Di destpêkê de wê tu
bibî artêş, wê tu artêşbûne bizanibî, wê tu bibî
siyasî. Ger tu wisa bûyî, bi ihtîmalake mezin tu
dikarî bi jiyana civakî û têkiliyê têbigihîjî.
Ev zagonek e; zagona şoreşa Kurdistan’ê
ango şoreşa PKK’ê. Yên din qet pêwîstî bi vê
nabînin. Mînak komek partiyên din jî hebûn, vana
qet biryara leşkerbûnê nedane. Vana hê ji
şerkirinê re heyam peyda nekirine. Em ji van re
dibêjin vesazîparêz. Pêwîst nîn e bê gotin
vesazîparêz jî. Ev di bingeh de di bin çerxa
mêtîngeriyê de hebûn û tunebûna wan yek e, nav
heyî, lê bi xwe tuneyî ne. Ger ku tu dixwazî di
Kurdistan’ê de ber bi jiyaneke tê pejirandin,
hindek azad, xwedî nasname û viyana puxteyî ve
herî, tu neçar î bibî leşker. Bi her awayî
derfetên wê yê şer, hêza pêşeng, partî, perwerde
û bi her cureyî amadekarî, dîsa ber bi çûyîne ve
jî ku te şerê wê jî pêk anî, tu dikarî wî navî
li xwe bikî; yani dikarî hilkeftina jiyana
civakî çêbikî. Dikarî hindek têkiliyên jiyana
civakî pêş bixî.
Niha hunê bibêjin, ev kar pir zor e; lê ev
zagonekê Kurdistan’ê ye, yanî zagonê jiyanê. Ger
tu azadî dixwazî, ev wisa ye. Na, tu tevlîheviyê
dixwazî, helperestiyê dixwazî, ew tiştekî din e.
Hun dizanin tam jî di vê xalê de, di nava refên
me de hinek serik derketin rastê. Me di aliyê
paşdemayîna civakî de tewanbar kirin û gotin ku
ew bi xwe serê pêşketina civakî dikişînin.
Îdîayeke xwe yê dî jî, dibêjin hun pir hişkereq
in û jiyînê nizanin. Hin rêkistinên din jî vê
yekê di bîçimekî şênber de liyaqê me dîtin. Niha
ez dizanim di hundirê binkeya me de
paşdemayîneke civakî ya çawa heye. Rêxistinên dî
çawa dijîn em ji wan re bihêlin. Lê yên ku di
nava me de ne, gava ku dibêjin jiyînê hun
nizanin, ka em hindek wate bidin, ew çawa dijîn.
Hun dizanin, hin tîpên halantêder, yanî tîpên ku
dixwestin PKK’ê felişînin derketin. Îdîaya wan a
herî bingehîn, digotin di nava partiyê de
jiyaneke ku takekesan têrbûyî bike nîn e, jiyan
pir razber e û weke robotekî ye û divê jiyana
civakî bê pêşxistin. Di virê de bi taybetî gava
ku têkiliya jin-zilam dibû mijara gotinê, xwe
weke pisporên jiyana civakî pêşkeş dikirin. Di
bingeh de sivîlbûneke erjeng e; me ji vê re got,
sivîlbûn.
Ka we çiqas lêşkerbûnê pêk aniye, ew jî bi
gotûbêj e. Me, hê bi rastî û durustî gerîlabûn u
artêşbûnê pêk neaniye. Ew hê gava xwe ya yekemîn
neavêtiye nava leşkerbûnê, di vê mijarê de
berpirsiyariyeke herî piçûcik sermil nekiriye,
ji vê reviyaye. Lê, li ser me çawa jiyaneke
civakî diçesipîne. Bi îhtîmaleke mezin veşartî
hîtabê wan çemkên jiyana civakî yên kevin ê
piraniya we dike. Di bingeh de ne hinek tenê,
dixwazin wê rewşa bi belavî tê jiyandin har
bikin. Rast e, ji ber ku me gelekan girtiye nav
jiyana siyasî û leşkerî, di vê wateyê de me
jiyana civakî pir felişandiye. Çawa ku beriya
niha min vegot, em jiyana hoveber û zêde hatî
herzkirin red dikin. Lê me, hê jiyana civakî ya
azad jî pêk neaniye. Yanî nêvenga vê nîn e. Ne
em xwedî axeke hatî qezenckirî ne, ne jî
pêşketineke di asta gel de ya azad hatî
qezenckirî heye. Baş e, wê çi bibe? Wê di asta
siyasî û leşkerî ya ponijîn de seyr bike. Weke
rêpîvaneke vî karî wê wisa be. Nimûne di gelek
şoreşan de wisa ye. Binêrin di dîrokê de gelek
dewlet hatine avakirin. Heta li artêşa Yenîçeri
ya Osmaniyan binêrin. Di salên avakirin û
mezinkirina împaratoriyê de Yenîçerî têkiliyên
xwe yên civakî û malbati nîn in. Hêzekî bi
ponijîn leşkerî ne, hem jî hêzên çetîn yê wê
qonaxê ne. Têkiliyên wan ê malbatî nîn in. Tu
kes dê û bavê xwe nizane. Tev zarokên niqandinê
ne. Zewaca wan nîn e. Hizir dikim ku ev panzdeh
sala didome.
Ez nabêjim, em vî esas bigirin. Di dîrokê de, di
gelek artêşan de rewşeke wisa mijara gotinê ye.
Çima? Ji ber peywirên mezin yê wê qonaxê hene,
pêşî ji artêşê re pêdivî heye. Van mînakan
zêdekirin gengaz e. Niha ji bo me kar bêtirîn
xedar e. Ger ku em hindek bibin leşker, emê
karibin hinek tiştan rizgar bikin. Heke ku tu ji
leşkerbûnê, ji siyaseta wê derketî, tu kole yî.
Qet tiştek di destên te de namîne. Em dizanin ku
ka çi me ber bi leşkerbûnê ve dehf dide. Me
jiyana leşkerî bi dilê xwe nebijart. Da ku em ji
îmhayê bifilitin me bijart. Bi rastî jî, da ku
em ji rewşa derêxistina mirovî rizgar bibin, me
nihêrî ku em bûne çalakvan. Nexwe min pêlê
mîroyekî jî nedikir, ditirsiyam. Niha
berpirsiyarê “rêxistina herî zêde xwîn dirêje’’
me ango ji nînê destpêkirim û vî karî hindek pêş
xistim. Çima? Ji ber ku neçariyên jiyanê min
kişandin virê. Nexwe her kes dikarî çek bi kar
bîne, lê min nekarî. Belkî her kes dikaribû bibe
şerkerekî baş, lê ez nedibûm. Weke wilfeke
giyanî ev wisa bû. Lê niha li Kurdistan’ê, gava
ku zora Tirk dibe mijara gotinê, li hember wî
berxwedana herî mezin a di dîrokê de bi rê ve
dibim. Ev çawa dibe? Ji neçariyê, ji ber ku
riyeka din nehatî peydakirin. Dijmin wisa ye.
Ger tu jiyan dixwazî, zor be jî wê tu wisa
biriya xwe bidî ser. Ji ber ku ez hindek hişmend
bûm û min nedixwest xwe bi rasteqînan bidim
tinazekirin, min biriya xwe da pirsgirêkên
leşkerî û siyasî. Ger tu hişmend bî û dixwazî
bijî, ev wisa ye. Tu bibî sextekar, bibî firarî,
wê tu bidî xapandin, bixapî û birevî. Ma qet
dikarî qezenc bikî? Hevgirtî bî, wê demê wê tu
bibî leşkerekî erjeng.
Ez di vê mijarê de hê jî bi we şaş dibim. Ez
dibêjim divê hun ji min bêtir bibin leşker. Ji
ber ku ez hindek bi bîrdoziyê, hindek bi jiyana
civakî û siyasî mijul dibim. Lê yên wek we bi
temamî leşkertiyê ve mijul dibin. Ji ber bi warê
leşkerî ve mijulbûn çêdibe, dikarin ji min
zêdetir bibin leşker; di mijara her cure
artêşbûn û şerê gerîla de bibin pispor. Ev
pişeyê we yê esas e.
Niha ez ji virê dinihêrim; pirsgirêkekî leşkerî,
pirsgirêkên herêmeke gerîla, ji serleşkerê wê
derê deh qet baştir dibînim. Wê demê ew
serleşker di bingeh de ji leşkerbûnê pir dûr e.
Va, ji bo vê yekê bi ser naxîne, ji ber vê yekê
artêş ava nake. Ku qasî min neçariya vê hîs
bike, jiyan tenê û mitlaq di vê bingehê de
dikare bê pêkanîn pêbawer be, di bingeh de
dikare artêş ava bike. Hewqas derfet ketine
destên wî. Me ji nînê dest pê kir û van derfetên
şer derxiste rastê. Bi wan derfetên di dest de
heyî dikare destanan biafirîne. Lê ketî û
serserî ye; di bingeh de diviyatiyê jî, azadiyê
jî nabîne. Her wiha van karan wisa avarê dike û
dibe.
Yên ku nabin leşkerî, bi gelemperîtir yên ku
nabine siyasî, di vî aliyê de xwe pêş naxînin,
ne dikarin bibin rêveberekî baş ê rêxistinê, ne
jî serleşkerekî baş. Piranî asta ku dijîn ev e.
Baş e, ez çima bêtir cewaz im? Cewaziya min, ji
ber ku têgihîştina min pêwendîdar e bi
rasteqînan ve û ji ber berpirsiyariyê tê. Ji
ajalbûnê re na, ji tunebûnê re na, ji şûngeha
“ne dije ne naje’’ re na! Qet nebe wezê xwe bi
hêsanî nekim êm. Bi van hestan qîmeta têkiliyê
bizanibe, qîmeta her civatê bizanibe! Baş
perwerde bibe, baş bibe leşker, çekekî baş
biparêze, baş bi dest bixe û baş bi kar bîne. Bi
kurtasî, her cure derfetî baş binirxîne!
Fersendê baş bibîne û biriya xwe bidê. A rast ev
e. Heke ku ev bi we re pêş nakevin çima? Hindek
serserîtî, hindek xeflet û di bingeh de hindek
koletî heye. Em li bandorên giran yên mêtîngerî
û civakî dinêrin. Civak, jixwe bi qedal e, kesan
ji armanc werdigire. Bi van ve dibe ku ez bi vê
têdigihîjim: Tê wê wateyê ku leşkerbûnî pir
diviyatî ye. Di Kurdistan’ê de ji bo têkiliyeke
civakî ku hindek bi namûs û rûmet gelek pêdivî
heye.
Her tiştên ku xwemalê kevin in
eyb, kirêt, xirab û çewt in
Niha da ku hun baştirîn têbigihîjin, ji asta
têkilî û hestan re ku bi we tevan eyan e û belkî
jî pir hesreta wê tê kişandin, hindek zelalî
bînim. Me, vê timî got: Ji hestên erzan rê
pêwîstî nîn e, derfet nîn e. Qirkirineke hest û
hezkirinê heye. Gava ku dijmin li te xistiye, di
heman demê de hestbûn, hatina hezkirinê û heta
girîna te ya asayî ya mirovanî jî asteng kiriye.
Xwe li pêşberî mêtîngeran hês bikin: Hunê ne
bikenin, ne jî bigirîn. Xwe li pêşberî serbazên
Tirk hîs bike: Ne dikarî bikenî, ne jî dikarî
bigirî; weke pûtekî bisekinî. Tê vê wateyê ku
mêtîngerî ji hesteke asayî re jî cî nade. Mirov
dixwaze wate bide rewşa têkilî û hestbûnên we.
Ez jî wisa bûm, lê min xwe dahûrînand û hatim
îro. Hê jî şerê hestên mezin, şerê hezkirinê bi
rê ve dibim. Ji bo min bi rastî jî pir zor e.
Gava ku her roj biriya didim pirsgirêkên
leşkertiyê, artêşbûnê û şer, di aliyê din de
têkiliyên xwîngerm pêş dixim. Divê ji van
zarokên me çawa bê hezkirin? Têkiliyên vana çawa
ji têkiliyên “ker’’ ango “zagona kuçik’’ bê
derxistin û vegerandin têkiliyên mirovanî û tên
pejirandin. Ji vê re di radeyeke nayê bawerkirin
de eleqe radibihîsim û ji bo pêşxistinê hewl
didim. Ji ber ku di rastê de hewqas çespandina
têkiliyan hene ku, hinekan ber bi xiyanetê,
hinekan ber bi kerîtiyê û hinekan jî ber bi her
cure ketîbûnê ve dibe. Yek jî pir kirêt e. Dîqat
bikin, di çalakiya me de taybetmendiya ji
kirêtiyê rev heye. Ev, pir şênber e.
Her ku ez xwe nas dikim, bi ya min kesek pêwîst
e ku net biaxive, zû bimeşe û baz bide, armancê
xwe bi zelalî daxîsne rastê, xweşik û pir kêşvan
be. Ez, ji mirovên ne wisa tim direvim. Pêwîst e
pir şênber bê diyarkirin: Egera herî bingehîn a
ku me dikişîne nava şoreşê, di serî de nava
malbat û hawîrdorê de ew kirêtiya ku me dît û
berteka ku me li hember wê raber kir bû. Min li
jin û zilam dinihêrî, tev bîrdarên kirêtiyê bûn.
Hê jî tev di hişên min de ne. Min li têkiliyên
wan dinihêrî, bi kirêtî bûn. Min digot, wey
xwedê! Min li cînaran dinihêrî û wisa digot; hê
jî piraniya wan tên bîra min: Çawa têkilî, çawa
jiyanek, çi eybek mezin e û ev çawa vê jiyanê
layiqê xwe dibînin? Çawa ku min got, çîroka vê
dirêj e, divê wekî din bê vegotin.
Tebî van tevan ez kişandim ber bi şoreşê û
partiya şoreşê ve. Bi wê şermkirinê ve arasteyê
şoreşê bûm. Hun ji ber vê şermê, ji ber wê şermê
hatin nava şoreşê. Jixwe welatê we hatiye
wêrankirin, jxwe gelê we rewşa bi her cure
şermkirin û qedalê dije. Eybên we yên mezin
hene. Weke ku di asta gelemperî de wisa ye, di
yekeya malbatê de jî wisa ye. Yanî hun li ku
derê binêrin, eyb, eyb, eyb; kirêt, kirêt,
kirêt; xirab, xirab, xirab; çewt, çewt, çewt! Li
hember van tevan şer wê te bikişîne ku derê ve?
Ev wê te bikişînin başiyan, rastiyan û
xweşiktiyan. Va, jiyan yek jî di vê wateyê de
hatiye sekinandin û di vê wateyê de wê tu zorê
li jiyanê bikî. Bi wan têgînan xwe lêpirsîn
bike. Hun li ku dera xweşiktiyê ne? Kîjan aliyê
we yê ne xwar, kîjan aliyê we yê ne çewt, kîjan
aliyê we yê ji rê derneketî û çi tiştê we yê pê
nehatî leyistin maye? Ez dikarim we yeko yeko
rakim û lêpirsîn bikim. Ev zor nîn e. Ez dikarim
nîşan bidim ku ka hun çiqas niqoyê çewtî, kirêtî
û bêşermiyê bûne.
Ez hêza xwe ji ku derê werdigirim? Bala xwe
bidinê: Weke kesekî di derketina min de ne
çekek, ne jî pere hebû. Ger bal bê dayîn, min bi
asta nêzîkatiya xwe hêz qezenc kir: Hêza
bandorkirina mirovan. Bi rastî jî qirûşek perê
min û yek fişekek jî tunebû, deyndar bûm. Yek
ferdekî malbatê ku karibe min bigire nebû. Lê
tevi vê dîsa jî ger ku ez bûme yekî pir
bandorkar, sedemên vê lêkolîn bikin. Hun nikarin
bibêjin, “te wiha kir, te wisa kir, te me ango
dijmin xapand!’’ Na, weke ku em bi dijminekî
herî zêde nayê xapandin re rû bi rû ne, bi kesên
weke we yên herî nayên xapandin re rû bi rû ne.
Hun pir materyalîst in, heke berjewendiyên we
nebe, hun gavek jî navêjin. Di bingeh de bi we
zêde viyan û romantîzm nîn e. Hun pir
berjewenperest in. Hemin ji ber berjiwendiyên
we dest didin, hun hinek gavan davêjin. Ya min
hindek cewaz e. Bi ya min filitandina eybê, bi
zanistiyê re pêwendî avakirin, yanî hatina
rastiyê û rev ji kirêtiyê hesteke pir bi sîstem
e. Hun serê min jêkin, ez bi kirêtiyê re nikarim
bijîm. Jin ango zilam ferq nake; her tişt hemin
bi gor sînorên baweriyê wê pêgirê veqetandinê
bên kirin. Li kê, li çi çawa binêrim bila
binêrim ango binirxînim bila binirxînim pîvanekî
min jî ev e. Yanî nêzîkatiyeke zanistî ye. Ev
tev tebî di binkeya kesayetiya me de, di vê
bingehê de bandorbûnê pêk tînin.
Ji van têgînan re çiqas zelalî hatiya înandin,
çi qas mafên van hatiye dayîn û çiqas ber bi
rastiyê ve hatiye birin? Vana li ser xwe
bisepînin. Heke tu bi rastiyên siyasî, bi
rastiyên rêxistinê, bi rastiyên leşkerî
bileyizî, pêwendiyên wan ji rasteqînan qut bikî,
heya dawiyê bi kirêtî, bêsincî û bi nemerdî
gelek tiştan pesend bikî, ji bilî şoreşgerekî wê
her tişt ji te derkeve. Lê heke tu, xwe hindek
bi van pîvanan çêkî, wê demê wê tu bi ser
bixînî. Wê demê tu zilamekî yeman î, azad î,
nirxdar î; wê her kes te bipejirîne, ji te hez
bike. Eşkere dibêjim: Zagona jiyanê ev e.
Niha rewşa min çi ye? Hizir dikim ku hindek
eleqe ji min re dikare bê raberkirin. Hindek
şensê jiyîna min heye, hizir dikim ku daringî û
arişî ev hindek wisa ye. Min digirine dên û
balê; dijmin bi xwe jî min digire dên û balê.
Dijmin jî êdî ji kuştin û dardakirinê zêdetir
(ku dijmin e, dixwest wisa bike, lê hêza wî têr
nekir, nake) dibêje, “dikare bije, mafê wan ê
jiyînê heye.’’ Tê vê xalê. Ev tev girîng in.
Heke ku hun bêtirîn dixwazin bibin qehreman, hun
neçar in ku kesayetiya xwe di vê bingehê de
pêgirê çareseriyê bikin û pêş bixin. Ev PKK’tî
jî pir girîng e. Hun dizanin, tevgera PKK’ê,
tevgereke qehremanî ye. Di aliyê zanistî de jî
ev wisa ye. Endamên wê hindek layiqên
qehremaniyê ne ango wê di şêwaza gihîştina wê de
bijîn. Ev jî ew şêwaz e ku em dixwazin bidin.
Jixwe şêwaza qehremaniyê hem di aliyê dîrokî,
hem di aliyê civakî, hem jî di aliyê rasteqîna
siyasî û leşkerî ya îroyîn de jênerevîn e.
Qehreman nikare weke acucan bimîne, nikare
ketûber şer bike. Her tişt we neçarê qehremanbûn
û şerkirinê dikin. Ev jî zagonek e. Ev, ne
şêwazekê ku min dahênan kiriye, şêwaz û zagona
gihîştina jiyana azad e.
Tebî ez xwe ji bo kêfa xwe wisa nadime girtin,
tenê da ku bibe îşkence xwe li ser we
naçespînim. Ango bi bûna artîstekî xwe bi we
nadime pejirandin. Di bingeh de ez, bi gor
zagonên mitlaq yên jiyanê hewl didim ji bo
amadekirinê. Hin zagonên jiyanê hene û ev min,
ji wisa bûyînê re neçar dikin. Hun li pey kîjan
zagonan in û bi gor kîjan zagonan dijîn. Yên we
di rêjeyeke mezin de zagonên xirabî, kirêtî û
eybiyê ne. Şoreşgerek vana qet nikare
bipejirîne. Di vê wateyê de hun neçar in ku şerê
hundirê xwe ser bixînin.
Zarokê Kurd ê li Awistralya’yê jî dizane
ku bi hêsanî nayê jiyandin
Niha gava ku ez vana di naveroka gelemperî de
dibêjim, hin kes hê jî tên û hewl didin ku bi me
waneya jiyanê bidin. Jiyîna eybekî wisa bi çi
kesî li pêşberî xwe napejirînim û di vê wateyê
de her kes li dijberî min diperçiqe. Erê, yanî
ez wê pir baş dizanim. Mafê wî/ê yê jiyînê
hebûye! Naxêr, zimanê pakrewaniyên ku di xeta
serokatiyê de pêk hatine ev e; riya pakrewaniyan
vebir e. Ev babeta ku hatî selimandin, bi hinek
bîçimên xwe ve nayê jiyandin. Şêwaza me
pakrewaniyê misoger dike, jênerevîn dike.
Serokatiya pakrewaniyê birêvebirin hêsan nîn e.
Hun çiqas bi vê têgihîştine, ev jî bûyereke cuda
ye. Birêvebirina serokatiya pakrewaniyê
kesayetiyeke pir mezin dixwaze. Di welatekî mîna
Kurdistan’ê de bêyî berjewendiyên xwe mirov
dilopek jî xwîn narijînin. Ji hewqas cangoriyên
mezin re serok kesayetiyeke pir mezin pêwîst e.
Heke ev tev bi mafên xwê bê têgihîştin, li
pêşiya xurtbûna we tu asteng namînin.
Çawa ku min got, di nava partiyê de pirsgirêkên
wisa nayên têgihîştin dertên ku pir mixabin e;
pir heyfa min tê li gotinên mîna, “nayê
leşkertiyê, nayê rêxistinê!’’ Ev,li hember
partiyeke mezin û tevgera qehremaniyê çawa
dikare bê pêşxistin? Tê wê wateyê ku me tiştek
nedaye; tê wê wateyê ku alîkarên me, yên partiyî
di nava xefleteke nayê bawerkirin û sextekariyê
de ne. Nexwe xeta pakrewaniyê pir şênber e.
Serokatiya pakrewaniyê, serokatiya jiyanê ye. Di
jiyînê de ka hun çawa ne li rastê ye. Niha li
pêşberî me wisa sekinandin ma gengaz e? Niha
herîn li ba gel binêrin: Tu kes rêzdariyeke
mezin nîşan nede, peroşmendiyeke mezin negire,
ma dikare li pêşberî me bisekine? Min îro
nameyekî piçûk xwend, esas min dixwest bînim
virê. Namê ji zarokekê malbatekê tê. Ji bo min
bi gora xwe şêwazekî hîtabê pêş xistine. Ta ji
Awistralyayê tê û min pir watedar dît. Bi
çemkeke rêzdarî û hezkirina xweşik yeke yek
paragraf nivîsîne. Ez bawer im ku, yên hatî
nivîsandin hestên wan ên puxteyî ne. Xwerû,
jidiltî û rastî ya di dilê wan de, belkî jî di
partiyî herî mezin de nîn e. Yanî dibe ku
gotinên bi pesin ve tijî rêz bikin, lê ev
xwerûtiya puxteyî û durustî nîn e. Ev pir girîng
e. Ji ber ku baş hatiye naskirin. Ji bo zarokên
ku hê nehatine panzdeh saliya xwe jiyan çi
wateyê diderbirîne, bi rastî û balkêşiyeke nayê
bawerkirin hatiye nirxandin. Çawa ku min got, ku
bi hêsanî nayê jiyandin zarokekê ta li quncê
Awistralyayê jî dikare baş têbigihîje.
Wê tu serleşkerê gerîla bî, berpirsiyarê sehayê
bî, mirovan hewqas bidî revandin, li hawîrdorê
xwe hewqas zorê bikî. Wisa nabe! Ev
bêberpirsiyarî ye, kirêtî ye. Yên ku wisa di vî
bîçimî de, xwe li ser me diçespînin xafîl û
nemerd in! Ji nav re hun çi dibêjin bibêjin.
Rasteqîniya me ku hewqas şênber e, tu di nava
partiyê de çawa ku pir tê gotin bi wê şêwazê ne
dikarî bijî, ne jî dikarî destûr bidî. Çawa ku
min got, ev jî bi me nîşan dide ka PKK çawa
hilkeftina jiyana civakî daye çêkirin. Dertê
rastê ku ji bûyera hezkirina mezin û rêzdariya
mezin re rê daye vekirin. Çima emê vê averê
bikin? Emê çima vê xirab bikin? Wê demê hunê
bibin gelac û averêker. Em bi vê re ditêkoşin.
Ji ber ku nayê pejirandin.
Xala ku em dikevin zorê virê de ye: çespandinên
wisa bi heter çima? Em li hember dijminê hundirê
xwe naxwazin tevgereke felişandina tund berdewam
bikin! Tebî ev, nayê wateya “di nava partiyê de
çawa ku dixwazim karim bimînim, dikarim
biqelişînim!’’ berevajî rêxistin beriya her
tiştî helwesta kesayetiyeke wisa napejirîne.
Yanî tê hesibandin ku nîn e. Ger tu dikarî
bibêjî, “ez wisa jî dikarim bijîm!’’ Bi rastî jî
tu, xirabiya herî mezin li xwe dikî. Yanî tu ji
xwe re rewşeke ji mirinê xirabtir layiqê xwe
dibînî. Tu di bingeh de wê mirina herî
xirabtirîn a xafîlan heq dikî. Tu tewanekî ku
nayê bexşandin dikî, bênamûsiyeke pir mezin
diçespînî. Tu bêsincekî mezin î, xewreşekî mezin
î, xafîl î, tu serseriyekî mezin î. Bi ya min
takekes vê dikarin li ser her tiştî biçespînin,
lê nikarin biçespînin rêxistinê. Va, şûngeha te
ev e. Tu, wijdana rêxistinê, mezinahiya tevgera
qehremantiyê xirab bi kar tînî. Tebî ka cezayê
vê çi ye, hema tu bi xwe birame. Va, ew rewşa
kesayetiya bi nexweşî, bi tu cureyî nehatina
zagon û rêpîvanên rêxistinê û ew bi serhatinên
ku tê zanîn... Ev di wateyekê de helwest,
tevgerîn û çemkên ku pêwîst e neyê hiş, pêş
dikevin.
Ev hemû weke rasteqîna tevahî PKK’ê di derbarê
ka çawa nêzîkê mijara jiyana civakî dibe (em
dikarin ji vê re huner, çand û bîçimên cûrbecûr
ên hiquqê jî lêk bikin) bi ya min gelek net
dike. Yanî ji cîhana we ya arişî re, ji rewşa
sinc û hestên we re ka pêwîst e çawa sîtavk
çêbibe derdixe rastê. Ji têkiliyên navbera
rêhevalan re jî, wê çawa nêzîkbûn çêbe nîşan
dide. Têkiliya pergaleke mezin, têkiliya
rêzdariyeke mezin, têkiliya dilekî mezin... Pir
zelal e, wekî din encamek jê nayê derxistin. Bi
armanc ve çiqas girêdayî ye? Wê berê xwe bide
kîjan dijminî û li ser kîjan bahaneyê rê
wergire, ku hewqas eşkere ye, di nava hevalan de
hev û dî nekişandin, gijgijîn, vala derxistin,
perçiqandin û revandin weke peyvan jî nikarin
bên hişên mirov. Ev tewanekî mezin e. Dîsa ji
van wêdetir, nehatina jiyana şoreşgerî û taktîkê
weke tune bihesibînin. Yekî wisa hatiye
xapandin, dikare weke encamekî vê be ango dikare
bê gotin hê xwe ji bandora sîxurkerkirina
pergalê nedaye filitandin. Vana bi lezgînî
derbas bikin. Ger tu bibêjî, “ezê vana bi
ziravkirinê berdewam bikim, biçespînim’’ wê demê
ya tu sîxureki baş î, ya jî pir serserî yî. Wekî
din jî gengaz nîn e.
Ger tu li hember hest û kevneşopiyan bin ketî
wê tu her tiştî wenda bikî
Pir baş dizanim ku, çalakiya me nasnama netew û
azadiya gelê me tîne. Ev hindekî dîtir ber bi
jiyana civakî ya neşidandî ve dibe ango di her
qonaxî de, me bi şêwazekê nêzîk dike. Zimanê
civakî yê qonaxa niha çi ye? Mînak beriya niha
jî min got; min li ser girêdana hevaltî,
rêhevaltî pir nirxandinan çêkir. Heta bi zû de
ji bo peydakirina hevalekî çawa bi dizî ketim
nava karûbarekî û heya roja îroyîn vê
rêxistiniyê çawa pêş xistim, min vegot. Ji bo
jinê jî gotibûm. Bi xort û keçeke ku eleqeya min
dikişand re hewl dam ku têkilî ava bikim. Di
nirxandinên din de nav derbas bû. Yanî di
zaroktiyê de tu çi dikî? Dileyizî, hevaltî dikî;
eleqeya min pir şênber e. Di nirxandina xwe de
jî diyar kirim. Piştî ku ew jin (niha yeka pîr
e) bû bûk jî, xwesteka min a pê re lîstik
leyiztinê girîng e. Tê wê wateyê ku di aliyê
pêşxistina asta têkiliyê de hevgirtî me.
Yekî ku di zû de vê wisa girtibe dest, gihîştiye
kîjan astê? Ji ber ku têkiliyên we jî hene,
dibêjim. Di nava PKK’ê de, di derbarê vê de vac
çi ye, pêşketina têkiliyê çawa ye; êdî dema
dîtina vê ye. Di Kurdistan’ê de wateya bi
nakokiyan tê dayîn û çîroka jinê bi dest girtinê
pir berfireh e. Ger tu têkiliyê wisa takekesî
nekî, gelemperîkirin jênerevîn e. Hun heya ku
asta gelemperî nedahûrînin, hun nikarin asta
takekesî çareser bikin! Têkiliyên min bi dayika
min re jî hebûn. Têkiliya min çi bû? Wê
bextewariya dayikekê li ser min diçespand, min
jî hiquqa zaroktiyê diçespand. Ew dibêje,
“zarokek bi gor dayika xwe wisa dibe!’’ Ez jî
dibêjim, “dayikek bi gor zarokê xwe neçar e wisa
be!’’ Îdîayên min pir xurt û rasteqînî bûn. Di
wan mercan de min digot, “li pêşberî zarokekî
pir zor e ku hun bibêjin ez dayikek im!’’ Ji bo
hesibandina paşeroja zarokekî, di aliyê wî
hindek gihandina mafê jiyanî de tiştekî ku hun
karibin bidin nîn e. Divê çi bê kirin? Mînaka
varik tam di wê qasê de, bi çemka zarokekî
bêberpirsiyar nîşan dabûm. Mafê we yê ji zarok
tiştan xwestinê jî nîn e. Çawa mezin bibe wisa,
bi çi cure çêke wisa çêdike. Di temenên piçûk de
bersîv ev e. Ev jî têkilî û nakokiyekê anîna
ziman e.
Piştre me qala asta têkiliyekê ku di destpêka
rêxistina me de me dabû pêşxistin kir. Hun ji vê
re dibêjin têkiliyeke pir balkêş. Ji balkêşiyê
wêdetir dişibe çi, tê wateya çi, dibe çi encamê;
ev hatine vegotin. Çi bîçim têkiliyeke jin-zilam
e? Rastirîn ji ber ku tam têkiliyek: Erjeng
siyasî, erjeng netewî, erjeng civakî, erjeng
rêxistinî, erjeng çalakî û erjeng sincî ye. Bi
rastî jî di destpêkê de qet wisa nedihate
ramandin. Lê ji bo berevajî neketina
rasteqîniyê, li hember rasteqiniyê rêzdarî neyê
wendakirin, bi hêsanî pêwêndiyên bi rastînan re,
ji qutkirinê re fersend nadim. Va, rewşa hestan
e, jixwe ku hun bikevin nava vê tekiliyê hunê
biçin. Bila nebe weke pesinandinê, lê niha jî
yekî ku xwe ji vê filitandiye, weke tenê xwe
dibînim. Ji virê me ber bi çareseriyê ve rê
wergirt. Piştre me di vê tekiliyê de
dewletperestî, her cure feodaltî, her cure
xasûkiya burjuvazî û her curê ketîbûn dît;
velhasil bi mirovatiyê têkildar pir hindik tişt
derketin ji vê têkiliyê. Rewşa mirinê, nejiyînê
derket rastê. Ger me ji serî de vana
hesibandibana, bi misogerî emê ji vê erjeng
reviyabana.
Min têkiliya dayikê jî girt dest. Ez hindek pê
mijul bûm. Tebî hema me dev jê berda. Ew li wirê
çû, ez li virê wisa jiyam. Ew jî, di bingeh de
têkoşineke lezgîn a asta têkilî û nakokiyan bû.
Piştre mêtîngeran gotin, “te çima wî zarokî li
ber çoka xwe mezin nekir?’’ Ewê jî gotibû, “ma
qey min nedixwest li ber çoka min bisekine!’’ Li
ber çoka wê mayîna min çi ye? Ev, zincirkirina
min bû. Mêtîngerî jî vê dixwest. Ew dayikek e û
ji ber paşdemayîna xwe di şûngeheke zorê de bû.
Li pêşberî zarokên xwe nikaribû peywirên xwe
bîne cî. Esas ne ku neanî cî, ji bo parastina
zarokên xwe şervantiyeke mezin nîşan da. Divê
mirov mafê wê bidê.
Ez di derbasbûnê de destnîşan bikim: Di
Kurdistan’ê de dayik ji bo zarokên xwe mezin şer
dikin. Mafên tevahî dayikan dayînê, em wisa
girîng dibînin. Lê min şervantiya wê jî dît.
Herî zêde min li hemberî çi radikir? Dibe ku bi
gora xwe li hemberî hin dijminên xwe. Em nikarin
bibêjin qet feyda wê nebû. Belkî jî ezê bibûma
stû tewandiyekî xirab. Ya herî hindik, “kê
şimaqek li te xist, tu jî hemin tola xwe rake!’’
bi teşeyekê çemka seretayî be jî, da ku min di
vî sînorê de bide girtin hendazetiyeke mezin
nîşan da. Bi gora xwe têgîna wê ya dijmin hebû.
Her çende ku naveroka wê têgîinê nepejirînim jî,
tu nikarî têgînekî dijmin paşçav bikî û li
hember dijmin jî wê tu wisa bibî şerker. Ev
şopandin piştre di zarok de dikare bibe
bandordar. Yanî parastina wî heye, xwe li ser
piyan hiştin heye. Her çende ku teşeyê
têkoşîneke pir paşmayî be jî, heya dawiyê
radestnebûnê berdewamkirina wî, dîkare di jiyanê
de bibe bandordar. Ev tiştekî cuda ye, vekirina
vê zêde pêwîst nake.
Di destpêkê de, me got bila jin jî bikevin nava
xebatê. Têkilî jî hebin, hest jî hebin. Jixwe
têkiliyên wisa bi her kesî re hene; me got bila
di nava me de jî hebin. Lê tiştekî ku bi her
kesî peyda nabe xwe nîşan da: Bi rastînan re
pêwendiyên xwe wendanekirin û di vê mijarê de
hesasiyetê ji dest bernedan. Hest in, azwerî ne,
kevneşopî ne, pêşbiniyên civakê ne, bêtirûşiyên
mercan in; li hember vana divê tu bin nekevî.
Tam jî di virê de tiştekî hun tev lê bieleqin,
li hember wê ez pêwîstiya derbasbûna berxwedanê
dibînim. Careka din berxwedan. Me çîroka
berxwedanê cardin ji we re vegot. Di bîçimê
têkiliyên min avakirî de nexwestim vê wisa pêş
bixim. Berevajî, heya dawiyê ji bo qezenckirina
mirovekî, ji bo birêvebirina mirovekî hewldana
ku min pêşan kiriye, hizir nakim ku yekî din
pêşan bike û tebatê nîşan bide. Lê me bûyîna
hêza têkoşînê jî zanî.
Di vê xalê de ji bo xwe encama herî girîng ku
hun derxînin û fêr bibin ev e: Li wirê zagona
qedanê heye. Pêwendiya vê bi dewletê re çiqas bi
zanebûn e, çiqas jixweber e, hewqas girîng nîn
e. Yê li pêberî we, ji dijmin re bi zanebûn an
bêzanebûn xizmet dike, ev jî hewqas girîng nîn
e. Ew bi xwe temsîlkarekê çînekê ye; çi dibe
bila bibe, pirsgirêka têkiliyan e. Di têkiliya
zilam û jinekê de, siyasî, rêxistinî û heta
leşkertî...Di hemû babetên ku jiyanê eleqedar
dikin de pêwîst e ku pîvanek hebe. We vê pîvanê
peyda kir an nekir? Aliyê ku min eleqedar dike,
ev e. Nexwe hun çiqas evînê dijîn bijîn,
zayendîtiya we çiqas pêş dikeve bila pêş bikeve,
me eleqedar nake. Yê ku me eleqedar dike hindek
pîvan in. Hindek pîvanên ku têkiliyê darîçav
dikin, hezkirinê, evînê, zewacê û her tiştî
darîçav dikin, pîvanên xwe yên nayê tebatkirin
hene. Cardin em nav lê dikin, ev zagon in. Ev
zagoneke rêxistinê, zagona şer e.
Rast zagona zayendîtî û têkiliya zayendiyê heye
Hun nikarin bibêjin ku hun ji min zêdetir
evîndar û dildar in. Me, jixwe di jiyanê de
azweriya herî mezin selimandiye. Di şer de me
jiyanê derxistiye rastê, ji bo jiyînê jî şer! Di
têkiliya jinê de jî wisa. Pîvanên we, ya tam
radestbûn ya jî baş şikênandin, rijandin û
qedandin e. Di virê hem naverok hem jî armanca
gihîştina wê cewaz e. Di navbera yê min û yê we
de qasî çiyayan cewazî heye. Va, têkiliya jinê,
dîsa têkiliya jin-zilam di gelemperî de weke
polîtîkayekê, em hê jî bi rê ve dibin; hem ava
dikin hem jî bi rê ve dibin û pêş dixin. Lê bila
bal bê dayîn, em hê jî di nava hewldaneke mezin
de ne. Çima? Ger bi we bimîne, ku we zilamek an
jî keçekê peyda kir, wê her tişt biqede. Di nava
aliyekî teng de evîna hêsan, hesta hêsan,
nizanim çi yê hêsan! Lê ez ne azweriya hêsan
radibîhîsim, ne jî dikarim bi hêsanî hez bikim.
Ne wisa dikarim bi hêsanî bijîm, ne jî wiha
dikarim bi hêsanî bijîm. Çima? Ez hizir dikim ku
yek jî hun virê fêm bikin, wê zêdetir şênber be.
Ji ber ku weke takekes, mîna tîpekî xweperest
bimînim, bi rehetî dikarim xwe çareser bikim. Lê
weke milîtanekî, de îcar weke serok milîtanekî
nikarim xwe bi hêsanî çareser bikim.
Jixwe şerê mezin çî bû? Zarokî yekem xwe davêje
ber çokên dayika xwe, zarokê keç jî gotina diya
xwe nake dudo. Ku te got xort divê wisa be, jin
jî divê wisa be. Ku me vana wisa bipejiranda, bi
rastî jî emê wê demê qediyabana. Ku me xwe di
asta têkiliyê de nedahûrandiba, bi rastî jî me
wenda kiribû. Ji me rêxistineke weke PKK, îcar
asta şerekî wek yê îroyîn nedihate payîn. Em,
têkiliya di navbera hest û şer de, têkiliya di
navbera jin-zilam û şer de ji we re zilal dikin.
Ez di giştî de li jinê naxim, yanî ne tund im.
Dixwaze bila dijmin be, bila ne dijmin be, ev
hest zêde bi min re tune. Lê têkoşîneke pir
girîng hatiye dayîn û hê jî tê dayîn. Ez hizir
dikim ku ev heval tev di hundirê partiyê de her
ku diçûn ji xwe dipirsiyan û digotin, “ev çi
teşe jiyanek e, diçe ku derê ve, wê çi bi serê
me were?’’ Belkî hem dibizdîn, hem dipelikîn,
hem hêvîdar dibin, hem jî balkêş dibînin. Lê
misoger e ku ev şerek e û neçar e bibe jî. Yanî
eleqedar im. Min got, dijminê min be jî, tu
caran bi hewayekî perçiqandinê nêzîkê jinê
nabim. Lê em têkoşîneke wisa diçespînin ku, ev,
ne têkoşîneke wisa ye ku jin bi hêsanî karibe
rabike. Belkî jî di dîrokê de cara yekem zayenda
jinê bi têkoşîneke wisa nasdar dibe û bi ya min
neçar e ku nasdar bibe. Em jinê ango têkiliya
jin-zilam diafirînin. Mirov dema ku li têkiliya
we dinêre, tene ev dikare were hişên mirov. Li
ba we jinek ango mêrek hebe nebêjin, “bi ya min
ev kârek e!’’ her duyan bigirin pêşberê xwe û li
binêrin: Hun nikarin rêzdarî û pîvanan peyda
bikin, hunê ji têkiliyan re pir hindik wate
bidin.
Di giştî de pevretiyan red nakim, ev ne gengaz
e. Lê em civakbûyînê dijîn. Yanî emê vê zagonê
nepejirînin: Ajoya birçîtiyê mirov ber bi êrîşa
ajalî ve dibe, her wiha çavên me çi bibînin bi
ajalî em êrîş dikin; ajoya zayendîtî dîsa
ajoyekî ajalî ye, gava ku em hev dibînin, hema
derbasî êrîşê dibin! Naxêr, emê cî nedin vê
zagona ajaliyê. Mezin zagonekî din ê şoreşa me
jî ev e. Weke ku zagona rast qezenckirina nan
heye, riya rast qezenckirina têkiliya di navbera
her du zayendan de jî heye. Emê zagonekî peyda
bikin û bi gor pêwîstekên zagonê bijîn. Ku te
zagona ajaltiyê bi kar anî, hingê wê tu bibî
pêgirê kiryara ku li ajalan tê sepandin. Ger tu
dixwazî bînî asta têkiliya mirov, wê tu
pêwîstekên wê bi cî bînî. Ez eşkere bibêjim: Di
nava refên PKK’ê de, em zagona ajaltiyê nas
nakin. Bi ya min xweperestî jî cureyek ajalî ye.
Yekî/a ku xwe negihandiye asta netew, asta
azadiya civakî, ji xwe re wê armanc negirtiye,
wê bi amrazan (yanî bi rêxistin û şer) tevahîtî
nekiriye, bi ya min berevajî ye. Bi gora wê/î
her çiqas bêtirûş dibe bila bibe, zayendîtî jî
tê de, emê şensê karanînê nedin têkiliya wî/ê.
Dibe ku yên bibêjin, “emê jî hev û dî bigirin û
birevin, hev û dî xirab bi kar bînin’’ derkevin.
Bila bicerbînin, dibe, ev jî şerek e. Wê tu şerê
ajaliyê bidî, ezê jî şerê mirovatiyê bidim. Ya
bi gor pîvanên hezkirin û rêzdariya me bikevî
riya jiyanê, ya jî bi awayekî din şer bidî. Bi
gor pîvana hezkirin û rêzdariya me ketina riya
jiyanê, di heman demê de wê bibe destkefteka
welatekî mezin, wê bibe şerekî mezin. Min got,
leşkertî zagonek e.
Nexwe, her kes ne tenê hindek, wê pir bibe
leşker, bibe siyasî û bibe rêxistinî. Jê pê ve
têkiliya civakî jî bixwaze, wê demê ji têkiliya
hezkirinê re dikare hindek cî bê dayîn.
Têkiliyeke ku di bin xizmeta şer û rêxistinê de
ye. Tu nikarî bibêjî, “dilê min dixwaze, lê
nikarim bi ser xînim!’’ Na, ajo û dilê te çiqas
dixwaze, wê mejiyê te jî têra şer û rêxistinê
bike. Tu nikarî bibêjî, “ez ketim xafletê, li
ser xwe serdest nebûm!’’ Ev tev axaftinên vala
ne. Min di vê mijarê de jî teşe danîbû: Ger şer
bikî wê tu xweşik bibî, ger xweşik bibî wê ji te
bê hezkirin! Ev aliyekî xwe yê neyê fêmkirin nîn
e. Ev formûlek e. Ji bo şerkirinê jî wê tu bibî
fêrkar û rêxistinkarekî baş, bibî milîtanekî
baş, bibî kolektîf, bibî şopandinerekî baş û
rêzdariya gel qezenc bikî. hingê wê tu mafê
hezkirinê qezenc bikî. Hingê ji hezkirina te re
dikare bê gotin erê. Ger ev nebe, jiyîna te ne
gengaz e. Ger jin ango merê te hebe, wê ew jî,
ji destê te bê derxistin. Binêrin, eşkere
dibêjim, wê li stêrkan çavan neyê nihêrtin û ji
dest bê wergirtin. Ev zagonek e, yê vê dahênan
dike ne ez im. Bi rastî jî min wisa kir. Tebî
ger ku hun biramin, di bingehê çalakiya me de,
bi hezaran keçên ciwan ji destê qaşo nîşanî, mêr
û bavên wan derxistin heye. Me bi hezaran xortan
jî, ji destê jin ango keçan rizgar kir. Ez hizir
dikim ku hun nû û nû vî aliyê çalakiya me
dibînin. Em hewl didin da ku we bikişînin
têkiliyeke rast, têkiliya civakî ya rast û
milîtantiya rast. Hun zehmetiyê dikişînin, lê
zehmetiya we li beranberî zehmetiya min di
hezarî de yek e. Yanî ez tenê weke takekesekî
nejiyam, min asta netew jî di vê bingehê de
pêgirê çareseriyê kir. Zehmet kişandina we wisa
zêde nîn e, heta hun di xeta hatî dahûrandin de
rê werdigirin. Me, xwe çawa çareser kir? Hê hun
ciwan in, ka hindekî fedakartî bikin.
Ez hizir dikim ku di berê de jî navdar e, zarok
heya ku xwe selimînin nav li wan danaynin, wan
nadin zewicandin. Di dîrokê de wisa gelek mînak
hene, hemin divê bi çalakiyeke qehremanî xwe
biselimîne. Kevneşopiyekî kevin e, divê mirov li
hemberê rêzdar be. Niha di nava me de ev
pirsgirêkeke jiyanî ye. Jixwe ku têkilî hewqas
niqokar bin, bela bi ser ve tînin bin, yê herî
mezinê we jî, bêyî ku xisar bide şer û
rêxistinê, dikare çiqas têkiliya hest û evînê
pêş bixe? Yê ku bi xwe bawer e, bila tilîka xwe
rake, em biçepikînin. Eyb nîn e, yeka wisa hebe,
bila derkeve pêş, em jê re bibêjin bravo! Zilam
hewqas şervan û têkoşêvanê mezin e; jixwe jê re
her kes rêzdarî nîşan dide, her kes qîmet didê.
Jixwe di tevahî têkiliyên xwe de mezin e. Na, di
ciyê vê de wê bibe revandok, wê li hember her
cure rêpîvana rêxistinê û her cure pîroziyê
berevajî bikeve! Çi ye, wê xweperestiya xwe
bije! Weke leşkerekî jiyîn nîn e. Xwe nexapînin.
Afirandina jin û zilamekî
bi qezenckirina şer gengaz e
Ez hizir dikim ku di derbarê têkiliyên jin-zilam
de nêzîkatiyên ku me di asta netew de aniye pir
girîng in. Yenî ev demek e ez, têkiliya Kurd
vedibêjim. Di astake pir paşdemayî, nayê
pejirandin û nayê jiyandin de bêrêxistin e,
kirêt e, wenda ye û bi her cure tunebûnê re
rûbirû ye. Em ji wirê derdixin. Dîqat bikin,
wateyeke şer jî, we gihandina çemka têkilî,
xweşiktî û hezkirina rastî ye. Niha binêrin,
weke xort û keçên ciwan hun dikarin eleqeyekî
nîşan bidin. Belkî ji we re û ji van keçên ciwan
re eleqeyek bê nîşan dan. Çima? Ji ber ku hindek
pozisyonên ku dikare jê bê hezkirin werdigirin;
tam na, hindek werdigirin. Kesayetiyên wan hê
dûrê, ji tam gihîştina hindek pozîsyanan. Hindek
ango bi hinek aliyan ve hun dikarin hez bikin.
Vê gavê min bi xwe jî, xwe di asta tam dikare
hez bike ango tam dikare bê hezkirin de
negirtiye, mijuliyê didomînim. Belkî li we ecêb
were, lê hê jî hewl didim ku xwe bidim
ecibandin. Ger tu bi tevahî gel, di vê navberê
de hemû jinan û ji taybetmendiya xweser a jinê
re xwe nedî pejirandin, tu çawa dikarî bibêji ku
ez zilamekî saxlem im? Ger tu vê nekî, bi her
cure taybetmendiyên xwe yê serdestiya zilam, bi
wan pîsîtiyên ku di dirêjahiya dîroka civaka
çînayetî hatî pêşxistin ve xwe bidî çespandin,
wê gavê tu nikarî qala têkiliya azad bikî. Ji
ber ku asta te ya têkiliya azad nîn e, wê tu
asta serdest biçespînî. Asta serdest jî
koletiyê, lihevhatinê û radestbûnê pêş dixe; ev
jî jixwe artêşa me ber bi felişandinê ve wê bibe
û qehremaniya şervantiyê jî bikuje.
Ev dertê rastê: Afirandina jin ango zilamekî,
dikare bê pejirandin, di bingeh de, ji bo
qezenckirina şer şert e. Yanî pîvanên têkiliya
her du zayendan di aliyê fîzîkî, giyanî, ramanî,
dîsa rêxistinî û çalakî de amadekirin, di bingeh
de tê wateya vekirina jiyanê. Tebî bi awayekî
din kes we napejirîne. Min ji bo vê yekê got, di
nava me de têkilî avakirin pir zor e. Ne keçeke
ciwan têgihiştina xwe bi zilam, ne jî zilam
têgihîştina xwe bi keçekê gengaz e. Ev pir zor
e, pir zor tê gihîştin. Ezmûneya min heye. Min
jî nedixwest bigihîjim têkiliyên hêsanî, hem jî
pir mebest qenç bûm, hê jî mebest qenç im, xwerû
me û di bingeh de weke zarokekî me. Lê ez vî
şerî mezin didim. Ji ber ku min pêwendiyên xwe
bi rastînan ve qut nekiriye, çawa ku her
dibêjim, tevî ku bêrî û hewesên min ên zaroktî
hene, ev di aliyekî de ji ber ku bi rastînan ve
pêwendiyên xwe hene, bi xwe re mijul dibim. Hunê
bibêjin, “ma çima wisa dibe, ma li me ne heyf
e?’’ Ev şêwazeke jiyana azad e, di jiyana azad
de pîvana hezkirin, xweşiktî û dikare bê
pejirandinê. Di halê din de, wê çi bibe? Di halê
din de emê bihêlin ku di asta netew de meydan bê
vekirin ji her cure kirêtî û koletiyê re. Wê di
bingehê stû tewandin û lihevhatinê de
nêzîkatiyên çewt pêş bikevin. Azadî pêş nakeve,
weke encam artêş pêş nakeve û şer pêş nakeve. Ya
ku pêş bikeve wê viyana dijmin û nayê jiyîn be.
Ma ez dîn im; ma mirovekî qasî min pêgirê jiyanê
heye? Di temenê xwe yê piçûk de, ka çawa nêzîkê
pirsgirêkê bûmê, min nîşan da. Hê jî li ser
çareseriya jiyanê, çareseriya jinê û nêzîkatiya
zilam hewqas tiştan dibêjim. Derdê min ne
îşkence bi we dana kişandin e. Ez hizir dikim ku
hun dizanin, ger ku hin serserî fersend bibînin
ka wê bixwazin çi pêş bixin. Erê, zagonên
zewacê! Ma weke ku keç û xortên di mal de mane,
temenê we nabore? Rast e, temenê we dibore. Ev
jî zagonek e. Ger tu naxwazî temenê te bibore,
mirina netewa xwe asteng bike, bikeve pêşiya
jiyana nayê tebatkirin ango nayê jiyandina gelê
xwe. Tu egîd î ne? Zilamê ku dibê, ez zilam im,
xwe egîd dihesibîne. Min beriya niha got, di
civatên seretayî de jî, ji bo zewicandinê
lêxistina cinawirekî mezin pêwîst e. Ji bo ku
navê xwe bigire jî, ev pêwîst e. Jixwe ev navên
qehremaniyê, tev ji vê şêwazê mane. Tu yekî
tirsonek î, bi xwe ji jinikokekê xirabtir î; ma
tu bizewicî çi dibe, nezewicî çi dibe! Jixwe bi
gora min zilamtiya zilamên me gumanbar in, hema
tev pîrejin, di wateya siyasî û civakî de pir
gumanbar in. Di aliyê zayendîtiyê de pir zilam
in! Wey xwedê, di pîvaneke tirsnak de
zilamtiyeke bi eyb!
Min li ciyekî din vekiribû, li vir venekim;
jinan tiştekî ferq kirine, ketîbûna zayendîtî ya
zilam. Hun dizanîn zayendîtî ango ajoya
zayendiyê, hînbûyîna ku bi hêsanî pêş lê nayê
girtin e. Jixwe nav li ser e, ajoyek e; weke
ajoya birçîtiyê, ew jî ajoyek e. Weke ajoya
tirsê ajoyek e. Jin dinêre, zilamê serdest
nikare bêyî vê bije. Bi gora vê helwest pêş dixe.
Di pîvanên Kurdistan’ê de divê hindekî dî cewazî
bê xistinê. Di wateya civakî, siyasî û yekser
leşkerî de zilam ji zilamtiyê derketiye, ji ber
ku dijmin tim di bingehê jinantîkirinê de nêzîk
bûye, ketiye rewşeke ji jinê xirabtirîn. Di
bingeh de jinantî ne têgineke zayendî ye. Ger di
nava dîrokê de bê destgirtin wê bê dîtin ku, di
warê civakî, siyasî û bi taybetî leşkerî de, di
rêjeya tê qutkirin de jin dibe jinikok û rewşa
ku tê gotin jinantiya bindest derdikeve rastê.
Yanî di bingeh de jinantî, berhemekî pêşketina
siyasî û civakî ye. Niha em li zilamê me
binêrin; ji ber ku zilamê Kurd ji pêşketinên
civakî, siyasî û leşkerî hatiye qutkirin, xulam
û hevkarmendê yên din e. Di bingeh de jin jî,
hevkarmendê zilam e. Lê zilam, hevkarmend û ji
jinê bêtîr girêdayî yê netewê serdest û çîna
serdest e.
Niha em vê pênaseyê baş fêm bikin: Zilamê me
çima ne zilamekî saxlem e, tê fêmkirin. Erê, ku
tu hewqas zilamekî rajêr bî, wê tu zilamiya xwe
tenê bi çi bidî selimandin? Bi zayendîtiya
bêteşe. Ez hizir dikim ku zayendîtî, di jinê de
pir bi zû ji bûyîna hestekê derdikeve. Her wekî
zayendîtiyê kuştine, divê ew jî hindek bê
vegotin. Hizir dikim ku di vê teşeyê de xêvokî
dibin û diçin. Di rêjeke mezin de zilam jî, weke
zayendiyê ji bûyîna hêz dertê. Belkî jî hê
nagihîje sî saliya xwe diqede. Piştî sî saliya
xwe kal dibe. Binêrin, jixwe di nava me de jin,
piştî sî saliya xwe ji jiyanê qut dibe. Zilam jî
wisa ye. Di destpêkê de bi taybetî weke ajoyekê,
di xefika zayendîtiyê de xwe dane qedandin. Em
bibêjin asta zayendîtiya nayê tebatkirin, wana
bêyî ku nakokiyan rast bigirin dest, nixumandine.
Ez ji ber vê yekê dibêjim, heya ku şêwaza
têkilîyên di nava me de neyê kuştin, yê pêşiyê
mirin e. Ez pir ditirsiyam, mînak li hembêr vê,
ji ber ku min şerê xwe bi serkeftinî bi rê ve
bir, niha ez hindek heme. Niha li rexmî vî jiyê
xwe, hizir dikim ku weke zayendekî şûngeha min
dikare bê pejirandin. Yanî weke zilamekî, ne di
rewşeke ku ji kesî re bibim bar de me.
Lê gelek zilamên me yên herî dewlemend binêrin.
Ez bawer im ku, jina wan hebe, bi misogerî
eleqeyekê wan ê asayî jî tune, qet tune. Lê ji
ber ku jin jî di wirê de hatiye qedandin, mitlaq
hewce ye; ji ber diviyatiyên daringî û
kevneşopiyan tiştên ku dizane didomîne. Bi
misogerî tu pêwendiya xwe bi azadiyê tune. Îcar
bi xweşiktiyê, jiyaneke azad a ku dikare bê
pejirandin û bi sînorên jiyanê re tu eleqeya xwe
tune. Dije û diçe. Va dema ku ev dijîn, miriyên
li ser piya ne. Li hember jiyanê bêrêzdariya
mezin!
Esas ev çîrok pir dirêj e. Hun hê pêşxistina
ramanan nizanin. Me hewl da ku em van babetan
pir berfireh çaraser bikin. Vana li rewşa xwe
anînê de hun xizan dimînin. Ev, bi gora we
ramanên ku hema bên derbaskirin ango ramanên ku
li ser rewşa we ya takekesî nayên lihevanînê ne.
Hun nikarin vê xapandina mezin bijîn. Em zagonên
jiyanê eşkere dikin. Ev rast e: Şerê ku PKK bi
rê ve dibe, di heman demê de li hember kevneşopî
û hewldanên dijmin ê ku bi van re pir ketiye
nava hev, dixwaze îmha bike, biqedîne, ji bûyîna
nijadekî derxîne, ji bûyîna civakekî xwedî
nasnama azad derxîne, bîne rewşeke herî ketî û
herî bêreh, belkî jî di sînorê ajalvaniyê de ber
bi mêtîngeriyê şerek e. Di vê wateyê de li
hember zayendîtiyeke bêteşe û ew bi şêwaza
malbata pir paşdemayî ku ber bi civakekî ve dibe
ango civakbûyîn û têkiliya civakî ya nayê
jiyandin, serîhildanek e. Em li hember vê serî
radikin. Her ku em vê red dikin, derbas dikin,
hildiweşînin û her ku em ji rêxistinê re
serkeftin didin qezenckirin, ji şer re serkeftin
tê pêkanîn, hindek welat tê qezenckirin, hindek
gel tê qezenckirin, hindek mirovatî tê
qezenckirin û wê demê zayend jî tên qezenckirin.
Di vê bingehê de hev qezenckirina zayendan pir
girîng e. Jixwe piştî van qezencana ku tu dikarî
bibêjî têkilî, hest û zayendîtî divê hebin. Ji
bona van şêr tê dayîn.
Keç û xortên me ji bo azadiya mezin in
Şoreşa me ya li Kurdistan’ê şoreşeke hezkirinê
ye. Me vê vala negot. Şoreşa me ji bo azweriyên
herî mezin e. Ev jixwe pir şênber e. Ma ku ev
wisa neba, me hewqas mirovî û hewqas keçên ciwan
dikaribû bikişanda? Ger azweriya mezin nebe,
peroşmendiyeke mezin û mezinahiya hestan nebe,
ev ne gengaz e. Ji bo ku di PKK’ê de mirov vê
mezinahiyê nebîne, divê mirov kor be. Şûna ku ev
wisa bê dîtin, mirov nikare qala jiyandina
xweperestiyê bike. Na, tu kes nikare vê
mezinahiyê derveyî bike, yê ku ne layiqê vê
mezinahiyê ye nikare nêzîkatî pêşan bike. Ev,
berevajiyê xwezaya rasteqîna PKK’ê ye. Kes bila
kesî nexapîne. Ji bo tu kesî têkiliyên erzan
tune. Ji bo min jî wisa ye.
Ez vê bibêjim; ez ne miriyê jinê me. Berevajî
jin pir hewcedarê me ye. Lê ji bo qezenckirina
têkiliyekê, şer pêwîst dike, ked pêwîst dike. Ev
keç beredayî eleqeyê nîşanê me nadin. Ew ji ber
vê yekê eleqe nîşan didin: Em wana hindik zêde
bi azadiyê re nasdar dikin, ji wan re azadiya
axaftinê, azadiya rêxistinê ya ku di jiyana wan
de nayê dîtin û jiyaneke ku eleqeyê dikişîne
pêşkeş dikin; em vê ji destê yekem pêşkeş dikin.
Pir şênber e, ev têkiliya xwe bi têkoşînekê ve
heye. Nexwe ka em artêşeke şer û agir ê çawa ne,
diyar e. Lê ew bi xwe jî baş dizanin ku,
bixwazin hindek rûmet, şeref û kesayet bi dest
bixin, pêwîst e ku li ba me rê wergirin. Vê yekê
weke navê xwe dizanin, eleqeya wan jî, di vê
bingehê de ye. Puxte ev e. Dibe ku hinekî din
xafîl bin, dibe ku hinekî din karên çewt
kiribin, lê puxte ev e. Di bingehê tevlîbûna
jinê ya PKK’ê de ev heye. Ev zagon e, ev zagonê
tevlîbûna jinê ye.
Ev rêgez ango zagon pir girîng e. Ji ber ku vê
şêwazê min bi xwe amade kiriye û hatiye asta
zagonekê. Jin, bi mirina xwe tevlî vê tevgerê
dibe û hewqas dayîna pakrewanan tê. Kes nikare
bibêje, ji ber ku merê wê li wirê ye hat. Nikare
bibêje, ji bo vê eşîretê hat. Bi misogerî û bi
teşeyekê perçiqîner sedemê tevlîbûna jinê û xwe
bi xwînê selimandinê, azweriya azadiyê ye. Dibe
pêwîsteka wê ya jiyana bi rûmet û bi şeref. Ger
tu bibî layiqê vê, hingê dikare wateya têkiliyên
te hebe. Tu nikarî bêrêzdarî bikî. Tevlîbûneke
azad e. Tu nikarî bibêjî, “stû bidim tewandin,
lewaz e, bi kar bînim!’’ ango “ji rê derxînim û
bi kar bînim!’’ Wê gavê tu berevajiyê zagonê
bikevî û ji ber ku tu berevajiyê zagonê ketî, wê
tu bê cezakirin. Di wirê de tevlîbûneke azadiya
mezin heye û divê tu bergîdanê bidî. Tu dizanî,
tevlibûna azad di şer de ji mirov serkeftin
dixwaze, wekhevî dixwaze, her cure asta
rêxistiniyê dixwaze, jidiltiyê dixwaze; bi
misogerî rizgarkirina welat û her cure şer bi
serkeftin dayîn dixwaze. Ger tu bixwazî bikevî
têkiliya azad, wê tu vana çêbikî. Ku tu vana
çênekî, nikarî nêzîk bibî. Ji têkiliyê re hêza
te tune, tu dixînî, bi cureyek sîxur î, bêsinc î
û bi dijmin re yî.
Ez xwe, weke yekî sermiyanê malbatê nabînim, lê
ku em PKK’ê bişibînin malbatekê, em wê têxin
şûna malbatekê, emê çima keçeka xwe bidin yekî
bêsinc ango emê çima xortekî xwe yê baş bikin
qurbanê keçeka serserî? Di her halî de emê jî,
qasî malbatekî rûmeta me heye. Ma jixwe malbata
me, bi rastî jî malbateke şerkar e. Rêgeza xwe
heye, şerê xwe yê erjeng heye. Emê li hember
pîvanên malbata xwe rêzdar bin. Tu kes nikare
bibêje, “min xweperestiya xwe wisa da axaftin’’,
“di hundirê min de azwerî, hest û ajoyên nayên
zept û reptê, ger ku wisa fersend peyda bikin wê
serî rakin, naverastê serûbin bikin!’’ Na,
malbata me malbateke pir rişt e. Belkî weke
yekî bêxêr, weke her malbatekê dikarî di
çespandinan de peyda bibî, lê di nava me de qet!
Tu karibî hez bikî, mezin hez bike. Xortên me
yên herî egîd, keçên me jî, ji bona şerên mezin,
jî bona azadiya mezin in; pêşengên wê yên
zadegan û jiyana bi rûmet in. Ez jî tê de, mafê
tu kesî tune ku vê berevajî bike. Ez, jixwe
xizmeta vê ya mezin dikim. Pir baş dizanim, bi
hezaran keçên ku ji hêla zilamekî me ve weke
jinên pir erzan tê dîtin, nêzîkbûna nayê
bawerkirin nîşan dame û bi xizmetê nêzîk bûme.
Ma hun zilamên pir hişmend ango pir egîd û
sergiran in, ez dîn im ango xizmetkarekî sihêl
im? Ez di vê sehayê de şervantiya azadiyê
diceribînim. Hun jî tiştên wisa pêşkeş bikin,
xizmet bikin, bila têkiliya we pêş bikeve.
Ez, têkiliyên ku qezenc dikim bi hêsanî, bi
nemerdî û ketîbûnî nadime bikaranîn. Ger tu
zilam bî, zilamtiya xwe pêşî di warê siyasî,
civakî û leşkerî de biselimîne! Dîsa tu keçeka
ku hezkirinê û ji bandorên mezin re dixwaze rê
bidî vekirin bî, pêşî di nava refên têkoşînê de
ka tu çawa kasayetiyekê bi rûmet, azad û xwedî
nasnameya wekhev î, biselimîne! Çavkaniya
hezkirinê ev e.
Niha nezanim, di asta têgînê de pirsgirêk pir
balkêş in û pratîkê bibînin. Em çawa bijîn? Va,
pratîk ev e; ev pratîka herî mezin e. Niha
pevretiya we ya li virê pratîka herî mezin e.
Refbûniya di nava gerîla de pratîka herî mezin
e. Hun hê çi dixwazin? Bi xistina hev, hev û dî
girtin û revandin, hin têkiliyên hetikandinê
nabin! Na, hezkirin wisa nabe, zayendîtî jî wisa
nabe.
Em zayendîtiyê eyb nabînin, lê di bin teşeyên
bêrûmet de wisa karanînê re tenê em dikarin bi
tifkirinê bersîv bidin. Divê zayendîtî pîrozkar
be, têkilî di radeya dawî de xwedî rêzdarî be.
Tê gotin, “em van teşeyan peyda nakin!’’ Tu
zilamekî herî ketî yê dijmin î, ne mirov î. Yên
wisa, mafên xwe yên têkiliyê qet tune. Hun
dizanin ku mafê zewicandina koleyan tune. Ji ber
ku hun ji koleyan xirabtirîn di rewşekî de peyda
dibin, ger hun rizgar nebin, mafê we yê zewacê
nabe. Hun xwe azad dihesibînin. Ma KT’ê tu azad
kirî? Tu ji vê bawer dikî? Ma ji koleyan
xirabtir bi te nekiriye? Kole, mafên xwe yên
avakirina têkiliya civakî nîn in. Kole, tenê ji
hinekî din re xulamtiyê dikin. Jina kole jî,
mêrê kole jî nabe. Jina kole tê kirîn, tê
firotin, zilam jî di her karî de tê bikaranîn.
Yanî ger ku em ji têoriya koletiyê re bersîveke
rast bidin, a ku li mê tê çespandin, ji koletiyê
wêdetir wateyek xwe hebe, wê demê ka têkiliya
civakî çi ye, azadiya di têkiliya jin-zilam de
çi ye, wê tu têbigihîjî. Di oxira azadiyê de şer
bikî.
Ez nabêjim, ez her tiştî bi çare çar çêdikim. Lê
ezmûneya min vê nîşan dide: Ji bo ji tiştekî re
maf bê qezenckirin, divê pêşî di oxira wê de
têkoşîneke baş bê dayîn. Ez jî li pey têkiliya
erzan geriyam û min peyda kir. Lê wê belayeke
çawa bi serê min ve hatiba. Mînak artêş ji bo çi
ye? Artêş ji bo lêxistina hezar cure dijminatiyê
ye, ji bo gihîştina azadiyê ye; ji bo pevgihîna
we ya azad û wekhev e. Ger şêwaza malbata we ya
we xwedîkirinê bê dîqatkirin, çi tiştek ne ji bo
tiştekî din e. Her yek ji bo xiyanetê, ji bo
rewşeke pir ketî ye. Ger hun bixwazin bibin yên
hev, pêwendiya vê bi kedeke mezin û tevgera şer
heye. Vê rêgezê hema di her carî de em xirab
nekin, bi nemerdî û durûtî em peşk lê nexin.
Rêgez rêgez e û divê pêwîstekên wê bi cî bên. Ji
bo ku hun hev û dî qezenc bikin, pêdivî bi
şerekî mezin heye. Yanî ger em hezkirineke
zadegan dixwazin, diviya ye ku ev wisa bê
destgirtin.
Çawa ku min got, ne eyb e. Min ceriband, eleqeya
min ji gelek keçan re hebû, pir hezkarên min
hebûn. Tev jî hê di hişê min de ne û min tevan
jî vekir. Hezkarên min, min kişandin ber bi ku
derê ve? Ger ku gengaz be, ji bo me welatekî ku
karibe jê bê hezkirin û civakeke karibe bi hev
re bê jiyîn biafirîne. Wekî din encamekî ku tu
ji hezkirinê derxînî tune. Tebî heke ku hezkarên
we hebin û hun hezkirinê bizanibin... Ez,
şiroveya hezkirinê wisa çêdikim. Ne tenê
xweşiktiya jin ango zilam, dema li her
xweşiktiyê dinêrim, encamê hema ji her yê xweşik
derdixim, wê vegûherandina welatekî, yanî
welatekî qezenckirin bû. Piştre jî pirsa emê
çawa welat qezenc bikin kete rojevê. Ma mirov
wisa bêrêxistinî dibe hêz? Bêyî artêş, bêhêz
mirov dikare şer bide? Heke ku ev tev nebin,
mirov dikare bigihîje xweşiktiyê? Ma tu
mêtîngeran nabînî? Ew, te nagihînin tiştekî herî
piçûcik. Ku bide, tenê ji bo xulamtiyê dide. Û
ev, xapandinek e.
Niha ez, van tevan çema dixwazim dubare bikim?
Hun di têgihîştinê de pir rikoker in. Yanî
kêmahiya têgihiştinê, li hember têgihîştinê rik
heye. Bi taybetî jî, wê li ser jiyana xwe
sepandinê de, hun pir zoriyê dikişînin. Hun,
mezinahiya nav PKK’ê bi tu cureyan bi xwe nadin
pejirandin. Hun, rasteqîna serokatiyê ka çi
diderbirîne, di bingeh de li ser xwe nadine
sepandin. Şûna hêza sepandinê, hun xweperestîya
xwe diçespînin. Di wirê de jî pevçûn dertê. Ji
ber ku rêgez heye, di oxira wê de têkoşîneke
mezin heye. Û tu jî milîtan î. Wê tu bi vê re
nekevî nava pêvçûnê, wê tu nirx li ser zêde
bikî. Ez vê jî bibêjim: Em naxwazin yek ji we jî
destanan binivîse, lê tenê em dixwazin hun bibin
şervanekî ku bi hêsanî nayê daqurtandin. Di
hundirê sînorên dikare bê pejirandin de bibin
şervanek. Ev jî ji bo me nirxekî mezin
diderbirîne. Lê heke hun di vê xebatê de
dixwazin bibin serok, zagon û rêpîvanên wê hene.
Ez asta netew dadihûrînim, nikarim durûtîyê
bikim. Hun belkî weke pêwîsteka ehbab-çawîştî û
herêmperestiyê ango di oxira xweperestiya xwe
de, xwe têxin subjektivîzmê, tengbûnê,
seranseriyê û xapandinokiyê, lê ji bo min ev ne
gengaz e. Emê dahûrînê di asta netew, heta
gengaz be di asteke ku tevahî mirovatiyê
eleqedar dike de bibin. Tebî hemû ol, felsefe û
siyaset ji bo mirovatiyê ne. Tenê ne ji bo
welatekî, ji bo hemû zayendan in. Heke em
sosyalîst bin, bi rastî jî ji bo wekhevî û
azadiya herî pêşketî ne. Divê em, sepandina vana
bizanibin.
Ger azadî hêsan ba
Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin
Ecêb dimînim, çima hun me fêm nakin? Îca keçên
ciwan ên wek we çima fêm nakin? Xwediyên wê
berxwedana mezin rêhevalên Ronahî û Bêrîvan, bi
taybetî jî rêhevala Ronahî, rêhevaleka ku bi me
baş têgihîştiye. Jixwe me vê di rapora wê de jî
dît. Di raporekî din de dibêje, “Ez, ji
duyemîn civîna çapemeniyê ya di pêvajoya
agirbesê de pir bandor bûm. Tevî ku hun hewqas
derfet diafirînin, ji jinan û her cure pêşketinê
re destek didin, di nava me de hê jî yeka di wê
astê de tune. Halbûkî pir ked hatiye dayîn. Bi
zanebûna xwe yên ku kesayetiyeke rast girtine
zêde nîn in. Her ku ez partiyê nas dikim zêdetir
pê ve têm girêdan. Dema ku ez kesayet û bûyer,
rasteqîna şer û qoxanê dinirxînim, yên tên
xwestin ku pêwîstekên girêdanê ne û carna jî
hewl didim ku zêdetir bidim.’’ Çawa ku min
got, şêwaza wê vebir e, bi ya min pir girîng e.
Divê hun jî hindek biramin. Riya jiyandina
bîranîna wê, weke wê di gihîştina hêza
têgihîştinê û xwedîbûna disîplîna jiyaneke
saxlem de derbas dibe. Di nava we de hinek kes
dibe ku bixwazin bibin layiqê wê. Bi taybetî
pêvajoya jiyana xwe ya ku bi PKK’ê re bûye yek
ka çawa girtiye dest û çawa xwe pêgirê
vegûherînê kiriye fêm bikin. Bi taybetî ev di
destnivîsên wê de hene. Li vana binêrin, fêr
bibin û rêzdar bin. Ji ber ku ev nirxên mezin
in. Ger azadî hêsanî ba, wana wê riyê
nediceriband.
Rêhevala Ronahî di hevokeka xwe de dibêje,
“Serokatî giyan û can dide, a girîng vê
derbaskirina jiyanê ye!’’ vê yekê bi
çalakiya xwe şewitandinê derbasî jiyanê dikin.
Ev, bûyereke mezin e. Heke hun jî hindek durust
bin, wê wêrekî û fedakariya ku hun dibêjin ka çi
ye, bibînin û fêm bikin. Her ku ev çalakî li ser
navê me tê çêkirinê, em jî neçar in ku rêzdar
bin. Ma gotina, “Em erzan jiyan’’ qet li we tê?
Ez li wan kesên ku li hember nirxan dikevin
berevajiyê şaş dimînim. Qet naxwazim dilê xwe bi
wana bişewitînim. Her ku hun bi van nirxan ve ne
girêdayî bin, bi misogerî em nikarin we têxin
şûna zilaman. Ev jî qewîtiya wan û girêdana
bîranîna wan diderbirîne. Ezê, ka ew mirovên
çawa bûn, keçên ciwan ên çawa bûn û di nava
azweriya jiyaneka çawa de dixwestin bimînin,
bizanibim û biriya xwe bidimê. Bi misogerî ezê
wisa bikim. Ji min tiştekî din nepên. Hun çiqas
hatibin xistin, hun çiqas xafîl bin bibin,
jiyana wan ji bo we fermana herî mezin e. Her ku
hun endamekê artêşa egîdan e, hunê bi gora vê
fermanê bijîn. Hun dibêjin ku, em dixwazin werin
ARGK’ê û werin nav artêşa jinê. Wê demê
serleşkerên vê wisan in û bi gora vê hunê
tevbigerin.
Ez bi xwe jî di xizmeta wan de me. Ew mirovên di
jiyanê de tiptijî bûn. Dahûrîneke jiyanê heye,
lê binêrin, hunê di nava şaşwaziyê de bimînin.
Pênaseyên zayendîtiyê hene, dibêjin; “Sehaya
herî zêde ku jin û zilam hev û dî dixapînin!’’
Çi nirxandineke mezin e! Yanî dibêje, “di navê
de lîstik heye!’’ sextetî û koledarî heye.
Dibêje, “Azadiya wê pir zor e!’’ Dibêje, “çi
mixabin em nebûn nasdarê wê azadiya çawa ku
Serokatiya Partiyê dixwaze!’’ Lê weke hedefekî
datînin pêşiya xwe. Tebî ev dibine nirxên ku
pêwîst e hun pê ve girêdayî bimînin. Wisa bi
hezaran hene. Hê jî ku bê gotin, “Me fêm nekir,
me pêwîstekên wê neanî cî’’ qet ne tê
pejirandin, ne jî bahane tê hesibandin. Hun
ciwan in, egîd in, hunê bi can û dil tevlî van
nirxan bibin.
Pakrewanî
bergîdana jiyanê ye ku divê bê dayîn
Gelê me pir wenda kiriye. Tenê asîka jin û
zilaman maye, bi xwe tun in. Ez ji bo
xirabkirina arîşena we vana nabêjim, da ku
azweriya qezenckirina we pêş bikeve dibêjim. Hun
jin û zilamên ku tenê qerqotên wan mane,
cendekên wan mane, xwiyangên wan mane; ne
têkilî, ne rêzdarî û ne hezkirin! Her tişt di
nava eyb, qeyran û şermê de ne. Ez hizir nakim
ku tu zilamek li keçekê bi saxlemî binêre, tu
keç jî bi hêsanî zilamekî bipejirîne. Bi ya min
li rastê sûcên pir mezin hene. Ji ber ku bi
mirovatiyê hatiye leyistin. Ji ber ku her tiştê
ku di mercên civakên babistîn ên seretayî de
nayê pejirandin, hatiye çespandin. Her wekî
çiqas zagon û rêpîvan hene û demxeya xwe li
pêşketina mirovatiyê xistine, em jê hatine
derêxistin. Bi rastî jî qedan û tunebûna mezin
hatiye afirandin. Şoreş, tam jî dermanê
derbaskirina vê ye. Wateya uslûba şoreşger û
şêwaza şoreşger yên van pakrewaniyên mezin ev e.
Em jî bi xwe sipartina vê hewqas peywiran tînin
cî. Wekî din bi tu awayî wateya pakrewaniyan
nabe, tenê wateyeke wisa heye. Tebî ew jî ne bes
e, ji bo pakrewaniyê mirov pakrewan nabe. Ji ber
ku mitlaq bergîdaneke jiyanê yê pêwîst dike bê
dayîn heye ku, mirin pêk tê. Ne ku bila xwîn
hinekî din birije, xwîn tê rijandin. Heke ku pir
ne pêwîst be, tenê dilopeke xwîn jî nayê
rijandin. Bi rastî jî ez nikarim gelale bikim.
Ez, ji bo çi xwe didime jiyandin? Dîqat bikin,
di astên nayê bawerkirin de didim jiyandin. Bi
ya min xwe bi hêsanî fedakirin, xwe bi hêsanî
dana kuştin, bi misogerî nayê pejirandin ango
nêzîkatiya mirîtiyê bi xwe bidim pejirandin,
nayê hizirandin. Çima? Ji ber rêzdariya jiyanê.
Îca bi taybetî ku em jiyana gelemperî hewqas
eleqedar dikin, wê emê bi hêsanî nemirin. Bi
rastî jî divê ez bibêjim ku, yên bi hêsanî
dimirin li paş rastînên me yên rêxistinî û
armancên wê mane. Ji van ketinên erzan yên wisa
re pir hêrs dibim.
Ez di virê de pakrewanan qesd nakim. Kê qesd
dikim? Herî zêde xwe. Mînak da ku mirinê asteng
bikim, di ciyekî de da ku xwe bidim bexşandin,
hewqas nêzîk dibim. Lê tevî ku sedî sed
berpirsiyar in û dikarin bi bergiriyekî gelek
tiştan rêkûpêk bikin, lê vê nakin û xwe li
pêşberî me didin jiyandin, gelo ez çiqas hêrs
dibim, dizanin an na? Gelo ev dizanin ka çiqas
nemerd û ketî ne? Hindek bila nebêjin, “rêxistin
me fêm nake’’ ango “zagonên jiyanê nabînin ka em
li pey mirineke çawa ne!’’ Na, dibînin. Çawa ku
min got, ez hewqas wateyeke mezin didim
pakrewaniyan. Lê, di heman demê de eşkere
dibêjim ku, tenê yek dilopa xwîna ne dem û ne di
cî de bê rijandin, nayê pejirandin. Çawa ku ez
dixwazin, xwe wisa nadim jiyandin, lê qasî
azweriya jiyaneke mezin, dûrîbûna mezin a jiyanê
jî her qas li ba xwe didim girtin. Asta temsîla
dozên ev cure wisa dibe. Em xwe nedin xapandin.
Hewqas wendayî, ji ber vê kêmasiyê dev ji jiyanê
berdan, naye pejirandin.
Ger ku we xwe anîbe halekî nayê nasîne, bi
lezgînî xwe rast bikin. Jiyan, ne babetek wisa
ye ku mirov bi hêsanî dest bigire. Têkiliyên
beramber yên zayendan û jiyana hevpar ku nebe,
jiyan nabe. Gava yekemîn jiyîn be, gava duyemîn
weke rasteqîneke rêxistinî û civakî jiyîn e. Ev
jî di pevreyiya jin-zilam re derbas dibe. Heke
ku her du jî di nava me de hewqas di xeteriyê de
bin, her kes ka çalakiya wî tê çi wateyê, jiyana
wî tê çi wateyê, divê fêm bike.
Bi ya min divê heya niha jiyandina we nebe. Hun
çawa ketin, çima bi hêsanî dimirin û tên kuştin?
Divê ev nebe. Ger bibe jî, xwe nedîtî
dihesibînim. Di felsefe û nêzîkatiya min de
erêkirina vê nîn e. Ez ji roja yekem heya îro,
ji roja ku xwe nas dikim vir ve, yeman didim
jiyandin. Di wateyekê de qet najiyîm. Lê di
wateyekê de jî yê herî bilind dije me. Otorîta
herî mezin, ma ya dê û bav bû, weke keyekî li
hember wan sekinîm û hê jî wisa me. Li hember
cîhanê disekinim. Rêgeza min heye, rêzdariya min
li hember jiyana min heye. Ez wisa dizanim û
wisa dibim. Temam, yê we jî dikişîne ev e. Belkî
hun ji vê bi bandor bûn, lê ji bo me tenê
bandorbûn ne bes e. Hun hevalên milîtan in, ne
sempatîzanên jirêzê ne, yek jî we vê ji xwe re
layiq dîtiye. Hun ji xwe re dibêjin hevalên şer;
navdêrên artêş, serkan û seroktî li xwe layiq
dibînin. Wê demê hunê mafê vê bidinê. Bi min re
bi hêsanî hevalbûn nabe. Ger hun bihizirin
hevaltiya hêsanî dibe, hunê bixapin û bidine
xapandin. Ev jî di rêhevaltiyê de ya herî xirab
e. Dibe ku her tişt bê kirin, lê ji rêhevaltiyê
re divê ev neyê kirin.
Ev tev, tenê ne ji bo şerekî hebûn û tunebûna
netewekî, ji bo mirovatiyê jî pêwîst in. Ez,
mirovekî ku xwe nede vê, gelale nakim. Hest û
ajoyên xwe nexistina bin xizmeta vê, em
nahizirin. Lê heke ku di cemserê dijber de hemin
wê cî were girtin, li hember vê şerê me yê çetîn
wê hebe. Bila kes ji me di nava refên me de, ji
koletiyê re, ew palpiştiyên wê nezanînê re,
girêdana sihêl û kirêtiyê re erê nexwaze. Em erê
nadin, nadin û nadin. Li beramberî vê, ger ku
yek ji şerê azadiyê re vekirî be, ez xizmetkarê
wê/î ya/ê mezin û sereke me. Ez di bin fermana
şerê vê/î kesê/î de me û jixwe dixebitim jî.
Hun dibînin ku, di partî û rasteqîna şerê wê de,
di derbarê tevahîtiya jiyanê de bêtir darîçav û
safîbûyîn gergaz e. Di vê bingehê de qasî xwe ji
xapandin û nebesiyan paqijkirinê, gihandina
xurtbûnê jî pir girîng e û heta jêveneger e. Ev,
tenê ne peywirek e, ji bo we tevan mafek e: Mafê
mirovbûnê. Û ev azweriyeke mezin diafirîne.
Azweriya mezin rêxistina mezin, ev jî şer
diafirîne. Yên ku mezin şer dikin jî, her tim
dibin xwediyê têkiliyên mezin; dibin mezin
têkiliya netew, mezin têkiliya azadiyê, mezin
têkiliya takekes, mezin têkiliya hezkirinê û
mezin têkiliya huner. Pêdiviya me bi vê heye. Me,
ji bo vê hindek rê da vekirin. Hunê vê weke
fersendekî bizanibin û bi wê vejena ku ciwanbûna
we dide, pêwîst e zêdetir çêbikin. Nexwe bi vê
astê ji tênegihîştin û li paş wê seyrkirin, ne
dikare bê pejirandin, ne jî bi misogerî tiştek
bi we dide qezenckirin. Divê hun bibêjin, ev ji
bo hilkeftinekê destekeke baş e. Qasî
dewlemendiya têgihîştinê, bi hîskirina pêwîstiya
hewldanê û bi pêşankirina hewldanê di cî de,
divê hun tevlî bibin. Ev, di şer de jî wê we
bike xwediyê meşeke saxlem û mitlaqa bide
qezenckirin.
13 Pûşper 1994
|