* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

Têbîniyên Hevdîtinê

 30.06.2010

 
 


Xebata dîrokî, xebata zorê ye, xebata zorê, xebata serkeftî ye
 

 
    Di salvegera 15’ê tebaxê de di her aliyî de xwe gihandina cewherê xwe, li ser bingeha pêşengiya rêxistinê xwe nûkirin, bi rêgez û li ser vê bingehê bi rêxistinê girêdayî xwe gîhandina dîsîplînê, pêwîst e. Gêrîlayên me yên dikevin nava pêvajoyek nû bi karekî dîrokî re rûbirû ne.

Bi zehmetî û zorahiyê mezin me carek din hûn gîhandin asta serkeftinek mezin. Di salvegera pêngava 15’ê tebaxê de hûn bi her awayî eniyên xurt, derfetên lojîstîkê, bi tevlîbûnên kêm nabin, bi erdnîgariyek ji her tiştî re dest dide kar û xebatên xwe didomînin. Her wiha avakirina gêrîlayekî nayê zeft kirin, ji fetihkirinê dûrnakeve, di asta azweriyê de pêwîste were bi dest girtin. Hûn di rewşa herî bi hêz de weke kelha mezin di asta perwerdeyî û pratîkî de dikarin gelek serkeftinan pêk bînin. Di salvegera pêngava 15’ê tebaxê de di partîbûn û artêşbûnê de em bi erkên hîn zêdetir, bi pêşxistina partiyê re rûbirû dihêlin. Bêguman hûn dîroka partîbûn û artêşbûnê kêm zêde dizanin. Em çiqas bikaribin vê hîn kûrtir bikin û ji bingeh fêm bikin, em ê pêvajoya di pêşiya me de baştir pêşbixin.  Xeta me ya şer, hem dîrokî, hem şoreşgerî, afirêner û taybetmendiyên wê yên civakî hene. Paşverûtiyên civakî û di aliyê civakî de hilandin û gelek bandorên ji vê çavkaniya xwe digre, bi taybet ew kesayeta hatiye tarûmar kirin, kesayeta nayê xeta rêxistinê, heta radeya dawiyê di kesayeta xwe de şêweyên nehêsaniyê di himbeza xwe de radigrin. Hin qehremaniyên baldar û aliyên parêzkar, xayin û paşverû di nav hev de pêşdikevin. Lê em van weke çarenûs nabînin. Em nabêjin weke xwe bandor jî dike. Lê belê bandora wê nedîtin jî ne rewşeke bi aqilane û zanîstî ye.

Temenê herî mezin, bi qasî mezinbûna hestewariyê, rêgeza çirûska zanebûna rast e. Kesayetê xwedî leza ronahiyê ye. Kesayetê di her aliyî de bi ronahiyê hatiye dorpêçkirin e. Em dixwazin vê biafirînin. Ez hindek ji we bi xwesteka mezin talibê vê rêxistinê, bi me re têkoşeriyê, partîbûnê, artêşbûnê dibînim. Lê ez jî neçarim danasîna vê bikim. Tenê pêdiviyên wê didim diyarkirin. Tercîh a we ye. Di partîbûnê de hev zor kirin nîne. Di artêşbûnê de hev zorkirin nabe. Lê ez cardin bidim diyar kirin di nav me de fikrandin û kirin di polîtîka de, di asta leza ronahiyê de ye. ‘Ez ne fikirim, ne axivim, min nekir’ ev gotin li dijî vê rêgezê ye. Tê wateya dijderketina rêgezên rêbertî. Ji ber di vir de polîtîka û leşkertî di asta leza ronahiyê de dixebite, lewma sînorê pratîkê yê herî dawî ye. Taybetmendiyek ronahiyê yê din heye, bi şewate, ronahî dike. Pêwîst e wisa be. Hûnê bibêjin, ev şêwe heta niha nehatiye bikaranîn. Lê şêweya koletiya me dijiya jî di ti derê de ne hatiye pêkanîn. Li hember vê koletiyê encax bi vî şêwazî bersiva bi bandor were dayin. Weke din çare nîne. Min hemû pirtûkên mirovahiyê lêkolîn kir û min got derman ev e. Pêwîste hûn fêmdar bin. Li gor min azwerîbûna vê yekê nayê asteng kirin. Ji xwe azadiya kesayeta ji hêz ketiye û tefiyaye nabe. Pêwîste di leza ronahiyê de em bibezin. Di ronahiya bi şewat de em bijîn. Me ev tercîh kir, ma me sûc kir? Na! Me ya herî pêwîst pêkanî.

Dijminê eniya dijber wisa dihesibîne: ew teknîka xwe ya herî dawî xistiye destê xwe, bi şekl û şemala xwe bi zêdebûna xwe ya hejmar û bi girtina xwe ya çend temenan, çend qanûnan bi ser me de tê. Bi ser me de hat.

Ti kes ji we bi qasî min ji sifirê dest pê nekir. Bi bê derfetiyan re qirik bi qirik şer nekir. Bi serê derziyê bîr nekola. Min hemû kirin. Derfetên we hemûyan ji yê min gelek gelek zêdetir in. Hûn li çiyayê azadiyê ne. Hûn di nav yekîneyên fedayî yên bi bawer de ne. Çeka we ya lêdanê jî nexerab e. Ya dimîne çiye? Ya dimîne: kesayeta serkeftinê ye! Girêdana bi felsefeya ‘ez ji bo bijîm bi ser bikevim, ji bo bi ser bikevim bijîm e’. Di fikir de bi ser xistin. Di hemû xebata jiyanî de bi ser xistin. Bi taybet di karê rêxistinî de, di pilansaziya çalakiya li hember dijmin de bi ser xistin. Serkeftin û jiyan yek dibe. Ev ji bo we dibe tekane rê.

Dema em diketin şerê Newrozan min digot; ev zarok, ev ciwan, ev têkoşer ê bikevin wan çiyayan, piştre karê dijmin xelas dibe. Min digot; di qada rojhilatanavîn de, derbasî wî aliyê avê bibin ev kar qediya ye. Min nexwest qet teoriyê jî bikim. Min nexwest tu rêznameya jî amade bikim. Ji ber min got ku; zimanê çiyayan ji her kesî re dide nîşandan çawa wê şer bikin û biaxivin.

Ji bo artêşê çend tişta bibêjim. Soza şehîdan fermana bingehîn e. Gêrîlayê heqîqî Egîd e û ew hestên wî ye xweşik, hevokên wî xweşik ji bo me ferman e. Di hemûyan de heye. Di Zîlan de jî wiha ye. Gotinên wan hemûyan ji bo me ferman in. Ji xwe baş meşiyan. Ya girîng ne pir serkeftîbûna wane, yek serkeftina wane. Em ê wê bi ser bixin! Keç jî, xort jî, camêr jî vê bi ser dixin. Derveyî vê şêweyê ketina nav artêşê nabe. Sonda vê artêşê ev her dû nav in. Ger hêza we heye, hûnê ji bo sonda xwe pêdiviyên wê pêk bînin. Ev gotin ferman in.

 

                                                                   Rêber Apo