* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

Têbîniyên Hevdîtinê

 23.04.2008

 
 


Parêznameya Min A Dawî, Manîfestoya Rizgariya Rojhilata Navîn E
 

 

      :::::::::::::::::::::: 
Wekî hûn dizanin; tengasiyên kevin, ev tengasiyên der barê bêhnsitandina jorîn hê jî heye, pir jî ne girîng e. Parêznameya min gihîştiye we, bê kêmanî û bi temamî gihîştiye we, baş bûye. Ez dixwazim di mijara nivîsîn û kirina pirtûk a parêznameya min de van diyar bikim. Der barê parêznameya dawî û beşa wê ya redaksiyonê de tişteke ku bipirsin an jî mijareke ku kêm dibînin hebe, hûn ê di hefteyên li pêşiya me de agahî bidin min. Ger rewşeke der barê şiklê pirtûkê an jî tiştekî ku ji min bixwazin û pêwîst bike ku ez ji wan re bi awayê pêvek (ek) binivîsîm hebe, hûn ê agahiya vê bidin min. Ger pêwîst bike, ez ê hin tiştan binivîsîm, wan jî lê zêde bikin. Di mijara çêkirina pirtûk a vê parêznameya min de, divê bi misogerî bi min re di nava danûstandinê de bin û were şêwirîn, wisa were çêkirin. Der barê vê de, di hefteyên li pêşiya me de ez werim agahdarkirin, wê baş be.

Ez dixwazim di jimara protokolan de van diyar bikim. Der barê protokolan de di raya giştî de şaş têgihîştin û fêmkirinek çêbibû. Karayılan jî behs kiriye. Tiştên ku ez ê di vê mijarê de bêjim, parvekirina wan bi raya giştî re wê baş be. Çawa ku protokol di raya giştî de şaş hatiye fêmkirin, ne tişteke ku ji aliyê me û dewletê ve bi awayê beramber hatiye mohr kirine. Di protokolan de mohrkirin çênebûye. Di van mijaran de şaş fêmkirinek çêbûye. Protokol ne bi awayê mohrkirina beramber, bi awayê metneke der barê çareseriyê de ku li ser lihevhatin hatiye çêkirine. Protokol; metnên çareseriyê û protokolên çareseriyê yên pêşîlêveker, pêşxistînerê çareseriyê û der barê çareseriyê de me bi dewletê re li hev kiriye û em ê girêdayî bimînin in. Protokol; der barê gavên pratîk û berbiçav ên ku pêwîste di pêvajoya li pêşiya me de werin avêtin in. Mohrkirina protokolan çênebûye, hê em nehatine wê qonaxê. Hê jî, bi heyetê re hevdîtin û xebatên li ser protokolan dewam dikin û li ser tê xebitîn.

Bila dîroka 15’ê Tîrmehê ya ku me berê behs kiriye, şaş neyê fêmkirin. Sedema gotina me ya 15’ê Tîrmehê, ji ber ku dîroka hevdîtina dawî ya ku em ê bi heyetê re bikin, dîrokek nêzî 15’ê Tîrmehê bû. Jixwe, hevdîtina ku em ê îro bi heyetê re çêbikin, me zûtir pêk anî. Ji bo min ya esasî ev hevdîtin bû, ne dîroka 15’ê Tîrmehê. Ji bo ku ev hevdîtin jî me îro pêk anî, êdî ji bo min wate û hikmeke 15’ê Tîrmehê nemaye. Ez ê der barê hevdîtina ku me îro bi heyetê re çêkiriye de, we jî agahdar bikim. Di hevdîtina herî dawî ya ku me îro bi heyetê re çêkir de, gava pratîkî ya herî girîng û ya ku pêwîste were avêtin û me li ser lihevkiriye, der barê çêbûn-avakirina Konseya Aştiyê de ye. Em der barê avakirina Konseya Aştiyê de bi heyetê re gihîştine lihevkirinekê. Jixwe ev rewş di protokolan de jî cih digire. Avakirina Konseya Aştiyê, gava herî girîng a berbiçav a ku pêwîste were avêtin û wê bê avêtin e. Divê bi misogerî Konseya Aştiyê were avakirin. Konseya Aştiyê, wê ne bibe saziyeke fermî ya dewletê ne jî bi tenê saziyek sivîl be. Konseya Aştiyê, wê ji bo xebatên aştiyê, pêkhatina aştiyê û çareseriyê bixebite. Divê di demeke bi qasî mehekê, yan jî ji mehekê kintir de Konseya Aştiyê were avakirin.

Mijara din a dûyemîn û ya herî girîng jî, der barê avakirina Konseya Destûra Bingehîn de ye. Konseya Destûra Bingehîn, wê xebatên çêkirina destûra bingehîn bimeşîne. Konseya Destûra Bingehîn, wê nebe meclîseke cuda ya bi awayê “Meclîsa Destûra Bingehîn”, divê bi awayê meclîsa klasîk neyê fêmkirin. Konseya Destûra Bingehîn, konseyeke ku wê xebatên çêkirina destûra bingehîn a nû bimeşîne ye. BDP jî, wê di nava vê konseyê de cih bigire û van xebatan bimeşîne. BDP jî, wê di xebatên çêkirina Destûra Bingehîn de cih bigire û van xebatan bimeşîne. Dikare nêzî 130 endamên vê konseyê çêbibin. Dikare 25-30 endamên BDP’ê jî di nav vê konseyê de cih bigire. Der barê destûra bingehîn de xebatên din jî hene, lê ya ku min eleqedar dike Blok e.

krîza sondê çawa were derbaskirin? Ez nizanim, wê ev krîz çareser bibe an nebe. Lê belê divê BDP wekî berê neyê lîstokan. Wekî me berê got; dikare bi lihevkirineke bi hikumetê re sond bixwin. Divê ev lihevkirin bi misogerî nivîskî be, ez metneke nivîskî dixwazim. Metna lihevkirinê ya ku wê çêbikin, dikare bi protokolên me re heman be, yan jî ev protokol werin berfirehtirkirin. Dikare hin tişt jî lê werin zêdekirin û metin were çêkirin. Bo mînak; dikare li van protokolan mijarên weke; rewşa Hatip Dicle, berdana pênc wekîlên din ên girtî, berdana KCK’yîyan, heta berdana hemû girtiyan, daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî deh û guhertina TMK’ê (Qanûna Tekoşîna Li Dijî Terorê) werin zêdekirin. BDP, ji bo vê metna lihevkirinê ya nivîskî, dikare zêde zêde nîqaş bike, lêhûrbûn bike û xebatan bimeşîne. Dibe ku wisa tavilê meseleya Hatip Dicle û meseleyên din neyên çareserkirin û berdan çênebin. Lê belê ji bo bicihanîna van şert û mercan, di nava demê de tiştên ku wê dewlet-hikumet bikin, bi metneke nivîskî ve were girêdan û bi demê re werin bicihanîn. Bi vê metnê re, ji bo ku ev pirsgirêk di siberojê de werin çareserkirin, wê lihevkirinek çêbibe. Ev lihevkirin, ji bo çareseriya pirsgirêkan wê bibe pêşîlêveker û pêşxistînerê çareseriyê. Ne çêkirin, an ne çêkirina protokoleke bi hikumetê re ya der barê krîza sondê ya CHP’ê de jî, ya ku di esas de min eleqedar dike Blok e.

Der barê vê lihevkirina nivîskî de, bi heyetê re hevdîtinên me çêbûn. Ez bawer nakim ku dewlet wê di vê mijarê de zêde jî tengasiyan derxîne. BDP, dikare ev metna lihevkirinê ya nivîskî ya ku wê amade bike, ji birêz Cemil Çiçek re bibe. Selahattin ew jî; ne bi zimanekî şerker, dikarin bêyî ku yê li beramberî xwe biçûk bixe û bi awayek mutewazî têkîliyan çêbikin. Cemil Çiçek jî, dikare vê qebûl bike û ev metna lihevkirinê bi hikumetê jî bide qebûlkirin. Jixwe, wekî ku di çapemeniyê de derket, birêz Cemil Çiçek jî dibêje; pirsgirêka yekemîn a herî girîng a ku divê were çareserkirin, pirsgirêka Kurdan e. Dikare di vê mijarê de ya dikeve ser milên wî pêk bîne. Ger bi vî awayî, lihevkirineke nivîskî were çêkirin, BDP jî wê sond bixwe û tevlî Meclîsê bibe, bixebite. Ez di xebatên wan de serkeftinê dixwazim.

Di mijara Partiya Sîwan de wekî ku min berê got; dikare Tirkiye li 20-25 herêman were beşkirin. Bo mînak; herêma Derya Reş dikare bi awayê; Rojhilat, Navîn û Rojava li sê herêman beş bikin. Stenbol, dikare bibe herêmek. Ege, dikare bibe sê herêm. Û cihên din jî, dikare wisa li gorî rewşa wan ên civakî, aborî û çandî li herêmên wiha werin beşkirin. Bo mînak; Kurdistan, dikare li heft herêman were beşkirin. Bi vî awayî, dikare Tirkiye li 20-25 herêman were beşkirin. Armanca min ji vê, HERÊMTÎ ye. Wê herêmtî esas were girtin. Bo mînak; wê du-sê bajar bibin yek û konferansên xwe yên herêmî çêbikin. Di van konferansên herêmî yên ku werin çêkirin de, dikare ji bo her herêmê 20-25 delegeyên ku ji wê herêmê ne û li wir rûdinin, were hilbijartin. Hejmara yên ku ji herêmê werin hilbijartin wê nêzî 400’î be. Lê belê wekî min got; di konferansên herêmî yên werin çêkirin de yên ku werin hilbijartin, divê bi misogerî yên ji wir û yên li wir rûdinin bin. Divê ev bi misogerî wisa be. Bo mînak; wê li Stenbolê konferansa herêmî çêbibe, wê demê yên Stenbolî, wê kesên ku li wir rûdinin hilbijêrin. Wê li Deryaya Reş konferansa herêmî çêbibe, yan jî li Botanê  çêbibe, bi heman awayî wê yên ku ji wir in û li wir rûdinin, werin hilbijartin. Bi vî awayî, wê bi hilbijartina herêmî nêzî 400 kes, werin hilbijartin û diyarkirin. 100 kesên din jî, dikare ji kesên pispor, akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl, sendîka û beşên din, werin diyarkirin. Bi vî awayî, wê Kongreyeke 500 kesî were avakirin. Ev Partiya Sîwan a ku were çêkirin, tenê nabe Kongre yan jî tenê bi awayê Partî jî çênabe. Bi awayê hem Kongre hem Partî, wê bi awayê nîv-Kongre be. Min berê ji bo vê Partiya Sîwan,  navê Partiya Civatên Demokratîk pêşniyar kiribû. Lê belê ez îro cara yekem navekî ku guncavtir dibînim, pêşniyar dikim: PARTIYA-KONGREYA NETEWA DEMOKRATÎK. Sedema ku ez xêzîkê (tîreyê) dixim navberê, ji ber ku ne tam Kongre ne jî tam Partî ye. Wê bi awayê nîv Kongre be. Di heman demê de ji bo ku li gorî mijara qanûnî ji hêla hiqûqî ve çêbibe û hebûna wê ya hiqûqî were qebûlkirin, dikare weke partî bi awayê Partiya-Kongreya Netewa Demokratîk were avakirin. Bi vî awayî, wê ji hêla hiqûqî ve hebûna wê jî, bibe. Ya rastî, wê destûra bingehîn û qanûnên din jî werin guhertin. Lê belê niha bi vî awayî, wê ji hêla hiqûqî ve jî çêbibe.

Ev Partî-Kongre, di heman demê de wê yek jî Meclîsa Partî-Kongreyê ya 100 kesî hebe. Ev 100 kes, wê ji nav endamên Kongreya 500 kesî were hilbijartin. Piştî ku Meclîsa Partî-Kongreya Netewa Demokratîk hat avakirin, wê sê mehan carekê bicive û xebatên xwe bi vî awayî bidomîne. Wekî din, yek jî wê  Rêveberiya 25 kesî ya vê Partî-Kongreyê hebe. Ev Rêveberiya 25 kesî, wê bi awayê Konsey bixebite. Serokatiya vê Partî-Kongreyê jî, jixwe wê bi awayê Serokê Giştî-Hevseroktî be. Dibe ku hevseroktî jî, ji parlementerên niha werin hilbijartin. Lê belê hevserokên BDP’ê nabin hevserokên Partî-Kongreyê, kesên ji wan cudatir wê bibin hevserok. BDP, wê hebûna xwe bidomîne, ez bawerim BDP wê bi hevserokên kevin bidomîne. Lê belê hevserokên ku ji bo Partiya Sîwanê bên hilbijartin, wê ne hevserokên BDP’ê bin, wê du parlementerên hatine hilbijartin bin. Bi vî awayî, wê Bloka Netewa Demokratîk were çêkirin. Di vê blokê de divê hemû derdorên çep û sosyalîst hebin. Jixwe sê endamên çep û sosyalîst jî hatin hilbijartin. Sê kesên ku hatine hilbijartin, dikare niha têrê dike were qebûlkirin. Ev, ji çepê Tirk in, yen din çepê Kurd... Ya rastî, ji bo min cudahiyek weke çepê Tirk û çepê kurd tune ye, cudahiya tirk û kurd jî tune ye. Ji bo min a esasî Bloka Netewa Demokratîk e. Ez ê vê esas bigirim. Ya ku min eleqedar dike, ev e. Ger bi awayê min got, Bloka Netewa Demokratîk were avakirin, wê çep serkeftinek mezin bi dest bixe. Di hilbijartinên piştî vê de dikarin herî kêm ji sedî bîst dengan bistînin. Wê demê ev blok, wê bibe yek ji sê blokên herî bihêz ên Tirkiyeyê. Di vê mijarê de, hûn ê silavên min ji Sırrı Süreya, Ertuğrul Kürkçü û serokê EMEP’ê Levend Tüzel re ragihînin. Hûn ê ji hemû derdorên sosyalîst re ragihînin, divê ti derdorek çep-sosyalîst li derveyî vê neyê hiştin. Heta azadîxwazên lîberal jî dibin. Bila bi vê bawer bikin û ji bo vê xebatên xwe bimeşînin. Dikare bi van hemû derdoran û sê parlemanan re hevdîtin werin çêkirin. Ger pêwîst bike, dikare nêrînên min nivîskî jî werin ragihandin. Dikarin tavilê dest bi van hemû xebatan bikin. Dikarin heya meha Cotmehê xebatên Partî-Kongreya Netewa Demokratîk temam bikin.

BDP min fêm nake. Ma BDP, Nexşeya Rê naxwîne? Hevalên din jî di nameyên şandine de di vê mijarê de BDP’ê pir tund rexne dikin. Dibêjin; çima Nexşeya Rê naxwînin. BDP, Nexşeya Rê ya min nexwendiye, yan jî fêm nakin. Dewlet jî, Nexşeya Rê sê salan girt û xwend, li ser wê lêhûrbûn kir û xebat meşandin. Lê BDP, Nexşeya Rê nexwend jî, naxwînin an jî fêm nakin û li ser naxebitin. Dewlet, Nexşeya Rê du-sê salan di dest xwe de girt. Ji vê sûd wergirt. BDP, hûn hiqûqnas û parêzerên weke Doğan û Aysel, çima Nexşeya Rê naxwînin? Binêrin, ez ê BDP’ê û we pir giran rexne bikim. Divê hûn Nexşeya Rê bixwînin û heya hestiyên xwe fêm bikin. Nexşeya Rê tişteke pir girîng e. Ger hûn nivîskarên li Tirkiyê jî bişopînin, gelekî ecibandine. Jixwe li ser disekinin, lê hûn naxwînin jî. Bo mînak, li gorî hatiye diyarkirin, TESEV di rapora xwe de jî ji vê sûd wergirtiye û li ser sekinîne. Û di raporê de cih dane Nexşeya Rê. Rejîmên weke Îran û Sûriyeyê dikarin ji we zêdetir sûd werbigirin. Ev parêznameya min a dawî jî, bi heman awayî ji Nexşeya Rê berfirehtir e.

Belê, ev parêznameya min a dawî wekî manîfestoya rizgariya Rojhilata Navîn e. Pir bi nirx e. Di nav de her tişt heye, bila zanibin jê sûd werbigirin. Ger Muzaffer ew jî, li Ewrûpayê parêznameya min standibin, wê li Ewrûpayê perwerdeya wê û xebatên wê bikin. Jixwe, hûn rewşa herî dawî ya BDP’ê ya li Dersîm û Rihayê ya di hilbijartinên dawî de dibînin. Min ji bo vê berê gotibû; divê hûn akademiyên siyaseta demokratîk pir xurt bikin. Divê di van akademiyan de bi dehan mirovên pispor perwerde bikin, bişînin her alî û tevlî xebatan bikin. Divê tavilê ji bo vê dest bi xebatan were kirin û dikare ev xebat bi rihê seferberiyê werin pêkanîn.

Ez dixwazim der barê pêvajoya bêçalakîtiyê jî van bêjim. Niha gerîla li gelek qadan belav bûye. Li her deverê hene, ne wisa? Bi heman awayî, leşker jî li qadan belav bûye û operasyonan lidar dixe. Leşker jî, li sînor û herêmên din zêde dibin. Ev şer û pevçûnên tên jiyîn, zêdetir bersivdanên ku li hemberî hev çêdikin in. Ez naxwazim şer û pevçûn zêde bibin. Ez ji bo nûçeyên jiyana xwe ji dest dayînê xemgîn dibim û dibêjim, xweziya nebe. Niha ne rewşeke agirbestê heye, ne jî destpêkirina şerekî ku agirbestê bi dawî bike heye. Jixwe, me niha şerê gel ê şoreşgerî rawestandiye. Şer û pevçûnên ku niha tên jiyîn, rû bi rû man û bersivdanên beramber in. Ev şer û pevçûn an jî bersivdanên beramber, dibe ku zêde jî bibin, kêm jî bibin. Lê belê gerîla wê di her şert û mercî de parastina xwe ya cewherî bike. Gerîla wê xebatên xwe yên perwerde û lojîstîkê bidomîne. Dema ku gerîla xebatên xwe yên perwerdê û lojîstîkê didomîne, li cihê ku leşker gerîla bibîne, wê lêde. Gerîla jî, ji bo ku jiyana xwe ji dest nede, dema bi leşker re rû bi rû bimîne, wê neçar bimîne ku bikuje. Ji bo vê parastina aktîf an jî pasîf tune ye. Gerîla wê 24 saetan parastina xwe ya cewherî bike. Êrîşên ku li hemberî wan çêdibin jî, wê qat bi qat bersivê bidin. Bila gerîla di vê mijarê de min şaş fêm neke. Ez nikarim der barê bêçalakîtiyê de tiştek bêjim. Jixwe gotina min jî rast nabe. Ez li vir nikarim bi navê KCK’ê biryarê bigirim. Ji ber ku ez rewşa bi cihbûyîn û belavbûna niha ya gerîla nizanim, min di ser rewşa giştî re nirxandinek kir. Jixwe protokol jî hene. Wê van hemûyan li ber çavan bigirin û biryarên xwe bi xwe bidin. Ez ji vir nikarim fermana êrîşê bidim. Derfetên min ên li vir jî tune ne, rast jî nabe. Êdî bi nirxandina van hemûyan re di mijara bêçalakîtiyê de KCK wê biryara xwe bi xwe bide. Wekî ku min berê got; ger ji vir erkek ji bo min were dayîn, ez ji vê re amade me, ez ê ya dikeve li ser milên min bikim û rola xwe bilîzim. Ji bo vê wekî ku min berê jî got, ger hikumet parlemenê bicivîne –hûn dizanin îro hikumet jî hat avakirin û serokê xwe yê meclîsê jî hilbijarti bû– û bang li min bike, ez ê jî wê demê di mijara hêzên gerîla li cihekî komkirinê de ya dikeve li ser milên min bikim. Lê belê niha biryara der barê bêçalakîtiyê de wê KCK bi xwe bide. Der barê van mijaran de ji bo bi wan re were axaftin, dibe ku çûna Qendîlê pêwîst bike. Wekî din KCK li ser bingeha avakirina netewa demokratîk di mijara tiştên ku wê li Îran, Sûriyê û Îraqê bike de, biryara xwe bi xwe bide.

Ji bo konferansa neteweyî; HAK-PAR û KADEP jî, dikarin pêşniyaran bikin. Rasterast nav dayîn û pêşniyarkirina min, ne rast e. Navên ku werin pêşniyarkirin, divê kêrhatî, afirîner û jêhatî bin. Navên ku di vê mijarê de wê berpirsyariyê hilgirin, dikarin werin pêşniyarkirin. Lê belê nav diyarkirina min, ne rast e. Jixwe erka komîteya amadekar ne esas, meşandina xebatên teknîkî yên der barê konferansê de ye. Bo mînak; wê konferans bi çi awayî were çêkirin, kî tevlî bibin, wê çawa tevlîbûnê çêbikin û meşandina xebatên teknîkî yên der barê konferansê de ye. Nav pir ne girîng e, nîtelîk girîng e. Berdevkî, dikare ji yek-du kesan çêbibe, pir jî pêwîstî bi zêde kesan tune ye. Jixwe wekî min got; erk û xebatên komîteya amadekar, xebatên teknîkî yên der barê çêkirina konferansê de ne. Jixwe hê dem heye. Wê paşê nirxandinên min ên der barê vê de çêbibin.

Wekî ku Ahmet Türk got; ne parlemenek girêdayî Tirkiyê, divê parlemenek di nav konferansa neteweyî de were çêkirin. Hûn ê silavên min ji Ahmet Türk û Şerefettin Elçi re ragihînin. Bila di ser prensîba şer û aştî, prensîbên bingehîn û pêşniyarên pratîk ên din re xebatên konferansê bikin. Yek ji mijarên herî girîng ê ku konferansa neteweyî bike, avakirina parlemenê ye. Jixwe KNK heye, lê belê ev parlemena ku wê were avakirin, dikare bi awayê ji nû ve avakirina KNK’ê be. Heta modela FKÖ’yê (Rêxistina Rizgariya Filîstînê) ya li Filîstînê dikare wek mînak were girtin û parlamenek were avakirin. Belê, bi awayê meclîsa daîmî dibe. Duyemîn tişta herî girîng a ku konferansa neteweyî bike jî, avakirina saziyeke rêvebir a vê parlamenê ye. Heta em dikarin ji vê re bêjin, kabîneya sîber (gölge kabine). Bi vî awayî, wê rêveberiyek parlemenê jî çêbibe. Yek ji tiştên herî girîng a sêyemîn a ku konferansa neteweyî bike jî, kordînekirina hêzên çekdar e. Divê kordîneya; hêzên çekdar ên Barzanî, yan jî yêkîneyên çekdar ên federasyona kurd a Îraqê û hêzên çekdar yên din, were pêkanîn. Ev pir girîng e. Divê bi misogerî nûnerê KCK’ê di konferansa neteweyî de cih bigire û KCK xwe bi du nûnerên xwe bide temsîlkirin.

Li Sûriyê 11 partiyên kurdan –PYD jî di nav de– di encama civîna ku meha Gulanê li Sûriyê çêkirinê de biryara bi hev re tevgerînê standine. Beriya demeke kin li Ewrûpayê jî, ev partî hatibûn gel hev û di mijara tevgerîna hevbeş de lihevkiribûn. Koalîsyona partiyên kurd ên Sûriyê ava kirin. Bi armanca maf û azadiyên bingehîn ên kurdên li Sûriyê bixin bin ewlehiya destûra bingehîn, dikarin bi hev re tevbigerîn. Ez silavên xwe ji wan û gelê me yê li Sûriyê re jî dişînim. Dikarin ji bo vê xebatên xwe bidomînin. Bila ew jî xweseriya demokratîk esas bigirin. Modela xweseriya demokratîk a ku me ji bo Tirkiyê guncav dît, bila hewl bidin ku çareseriyeke demokratîk a bi awayê ku li gorî şert û mercên Sûriyê bi pêş bixin. Ez bawerim, pêvajoya hevdîtînê ya rejîma Sûriyê bi kurdan re jî heye. Li Sûriyê, wê çi bibe û siberoja wê ne diyar e. Kurd, li ser bingeha çareseriya xweseriya demokratîk, dikarin hem bi desthilatiya rejîmê hem jî muxalîfan re hevdîtinan çêbikin. Her wiha li hemberî xetereyên ku li dijî hebûna wan pêş bikevin, dikarin ji niha ve hêzên xwe yên parastina cewherî ava bikin.

Nuri Yaman jiyana xwe ji dest daye, ez xemgîn bûm. Ez ji malbata wî re sersaxiyê dixwazim. Li Şirnexê di dest werdana ku li pîrozbahiyên hilbijartinê hatiye çêkirin de dayîka aştiyê Hatice İdin a ku ji bombeya gazê bandor bû jî, li Êlihê jiyana xwe ji dest daye. Ez ji malbata wê û gelê me yê Şirnexê re sersaxiyê dixwazim.

Ez dayika aştiyê Hatice İdin a ku jiyana xwe ji dest daye, gerîlayên Maoîst, gerîlayê TİKKO û Mazlum Erenci yên li Dersimê jiyana xwe ji dest dane, birêzdarî bi bîr tînim. Ez ji malbata wan û gelê me re sersaxiyê dixwazim. Gelo li Dersimê hejmara yên me, hevalan û hêzê çiqas e? Li Colemêrgê rewş çawa ye? Dibêjin gel ne rihet e, rewş ne rihet e. Li wir çiqas gerîla heye? Ma li her deverê zêde ne? Leşker jî pir zêde ye ne wisa, ez bawerim li wir 50 hezar-100 hezar heye, ne wisa? Wan çawa ye? Ma li Wanê kombûneke leşkerî heye? Ma li Bazîdê teqîna roketekê çêbûye? Min ji radyoyê guhdar kiribû. Nûçeyekî wiha derketibû, dibe ku ne rast be jî? Li Dersimê operasyon hene, ez dişopînim. Li Çelê di şer û pevçûnan de kuştina leşkaran heye, tê gotin ku deh leşkeran jiyana xwe ji dest daye, lê min du kes dizanî, nexwe deh leşker bûne, ez bawerim ev demeke şer û pevçûn didome. Operasyoneke ku 29’ê Hezîranê destpêkiriye û çar rojan dewam kiriye, hatiye jiyîn. Tê gotin ku li Saraya Wanê sê leşkaran jiyana xwe ji dest dane, min ev girtin. Bi awayekî giştî tê diyarkirin ku yek-du heftene şer û operasyon zêde bûne. Di sînoran de zêdebûna leşkerî heye. Di van şer û pevçûnan de windahiyên leşkeran zêdetir dibin. Li Geverê jî, li hemberî du çawişên pispor êrîşa çekdarî çêbûye. Li Mêrsîn, Silopiya û Geverê binçavkirin çêbûne, tê gotin ku operasyon didomin.

Daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên weke; ji bo çareseriyê aktorê herî girîng Ocalan e û divê ez muxatab werim girtin, çêbûne. Murat Karayılan jî, diyarkiriye ku van daxuyaniyan erênî dibîne. Ew jî erênî dike, erênî lê dinêre.

Nuray Mert, nivîskarek bi rûmet e. Dikare pê re hevdîtin were çêkirin. Hevpeyvîna 4 rojan a Hasan Cemal a ku bi Murat Karayılan re çêkiriye, hat weşandin. Bi taybetî Karayılan gotiye ku ger hûn dibêjin duyemîn pêşîlêvekirina demokratîk, protokolan bigirin û pêvajoyê bidin destpêkirin. Rewş eşkere ye.

Silavên Şerefettin Elçi gihîşte min. Diyar kiriye ku bihevrebûn û dostanî ne tenê ji bo hilbijartinan e, wê heya dawî bidome û ji bo vê ya ji destên wî tê bike. Jixwe wisa ye, ya tê kirin, ne tenê yekîtiyeke ji bo hilbijartinê ye. Wekî din silavên Murat Bozlak jî gihîşte min. Ez silavên xwe ji her duyan re jî dişinîm. Bûyîna parlemen a Murat Bozlak,  min xwestibû. Pratîk û tecrubeya wî ya borî heye. Divê di dema nû de xwe bi van tecrubeyan tevlî xebatan bike.

Raportorê destûra bingehîn, der barê Hatip Dicle de nêrîna neyînî diyar kiriye. Silavê Hatip Dicle jî gihîşte min. Ez jî silavên xwe jê re dişinîm. Rewşa wî, wekî min diyar kir, girêdayî pêvajoya li vir e.

Rexneyên Karasu der barê rapora TESEV’ê de çêbûne. Karasu dibêje; di rapora TESEV’ê de weke ku di nava PKK’ê de komeke ku di berdewamkirina şer de israr dike heye, wekî din Elewiyên ku di rêveberiya rêxistinê de ne, hedef hatine girtin û ev rapora ku hatiye amadekirin manîpîlasyonek der barê şerê psîkolojîk de ye. Wekî din, nerihetiyên xwe yên der barê îdeaya narkotîkê ya der barê PKK’ê de ya ku xwe dispêrin jêderên DYE’yê de diyar dike û raporê rexne dike. Nexwe, di raporê de tiştên wiha jî hebûne.

Weke dawî, ez dixwazim der barê girtîgehan de jî çend tiştan bêjim. Em ji bo hevalên nexweş ên girtî têdikoşîn. Ez bi rewşa wan re eleqedar dibim. Ji bo rewşa tenduristiya Hediye Aksoy, meclîsa jinê ya BDP’ê jî, biryara kampanyayekê standiye. Ez rewşa wê hevalê dizanim. Ez ji girtîgeha Bakırköyê gelek nameyan digirim. Di van demên dawiyê de têra xwe heval anîn wir. Li wir kombûyînek heye. Dilek Öz jî anîne wir. Ez silavên xwe yên taybet ji wê û hevalên nexweş re dişînim. Ez nikarim yek bi yek bersiva nameyên wan binivîsim, lê ast, lêhûrbûn û xebatên wan baş in. Ez silavên xwe ji hemûyan û hevalên li hemû girtîgehan re dişinîm. Silavên hevalên li girtîgeha tîpa F ya Wanê, tîpa E ya Muşê, tîpa E ya Bedlîsê gihîştin min. Ez jî, silavên xwe ji hemûyan re dişinîm. Wekî din, ez silavên xwe ji Bekir re jî dişinîm. Ez silavên xwe yên taybet ji gelê me yê Wan, Colemêrgê, Amed û Êlihê re dişinîm.

Berga sêyemîn a pirtûka Wallerstein derketiye bazarê, ger ji min re were şandin, wê baş be.

 

Roj baş.

 

6’ê Tîrmeha 2011

:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::