|
|
AKP tam mîna hikûmeta şer dixebite!
30 Nîsan 2008
Li vir hevdîtin tê qeydkirinê. Qanûnên li vir
gelek cuda ne. Li vir gelek zagonên cuda têne
pêkanîn. Di rapora CPT’ê de jehrkirin heye an
na, xisûsên herî girîng kîjan in? Mafên ku di
rapora CPT’ê de derbas dibin, em çawa dikarin
bixin temînatê. Ji Tipa Adlî yek ji wan profesor
yek ji wan doçent ji hêla du pisporên
Toksolojîyê du car, carekê deh roj berê carekê
jî nêzî bîst roj berê, du ûnîte xwîn ji min
girtin. Cîguhertina min a vir dibe ku mimkûn be.
Ku ev ne mimkûn be, girîng e ku ya wê zirûfên
vir bêne guhartin yan jî hinek hevalên din bînin
cem min. Ji ber pêkanînên ku dewlet li ser navê
“hinceta ewlekariyê” dike, ku em ne di heman
odeyê de bin jî, em dikarin li ciyê hewagirtinê
jî bên cem hev. Ev girîng e.
Bi qasî ku min guhdar kireye biryara ku Dîwana
Dadê ya Ewropa daye, Konseya Ewropa daye zanîn
ku ev biryar wan girê nade, rastiya vê çi ye? Ev
biryar girîng e. Lê ji ber ku ez avakar û
berpirsê rêxistinê me, divê serî li îfadeyên min
bidana. Dema ku kesek an rêxistinek wekî
terorîst bê îlan kirinê, divê teqez nêrîn û
parastina kesên têkildar bê girtin. Bi vî awayî
dikarin mûdaxeleyê van lîsteyên ku şeş mehê
carekê têne nûkirinê bê kirin. Ev mijar girîng
e. Di vê mijarê de teqez divê xebat bêne kirin.
Divê parêzerên min ên Ewropa li ser vê mijarê
bisekinin. Ev mijar girîng e û divê li ser xebat
bê kirin. Ev mijar hem rewşa min hem jî ya
rêxistinê bandor dike.
Der barê çar dosyayên ku li AHÎM’ê gihandine
hev, dihat hêvîkirin ku di 15’ê nîsanê de biyar
bê dayîn. Çima biryar nehate dayîn? Di van
dosyayan de yên girîng, ku biryar erênî be, wê
ev bandor li ser ji nû ve darizandinê bike. Ji
bona min dosyaya ji nû ve darizandinê girîng e.
Parastinên ku min heta roja îroyîn kiriye hemû
siyasî ne. Ji roja ku ez hatime girtin, pêwîst
dikir ku ji bona pevçûnên civakî çênebin, gavên
siyasî bavêjim. Ji ber vê yekê, yekane rê ev bû
ku ez parastineke siyasî bikim. Min jî vê kir.
Parêznameya min a 810 rûpelî ku min ji bona çar
dosyayan nivîsîbû, siyasî û teorîk e. Min hê
parastina xwe ya pratîk û hiquqî nekiriye. Encax
ez vê pêşnûma
dikim. Gelek fireh e, ku derfet hebin ezê ji nû
ve raberî dosyaya ji nû ve darizandinê bikim. Wê
di mijara ji nû ve darizandinê de, AHÎM bikeve
nava helwesteke biryardayînê? An jî wê biyarek
bide? Ji nû ve darizandina min girîng e. Di vê
mijarê de ji bona parastinekê xwe amade dikim.
Parastinê di her hêlî de pêşnûma dikim. Ku
derfet hebin ezê binivîsim. Ji ber vê yekê
girîng e ku parêzerên min li ser vê mijarê
bisekinin. Her dem hewl didin ku min bêdeng
bikin. Gelek car in ku cezayê hûcreyê didin.
Cezayê herî dawîn ku hatiye dayîn, wê di nêz de
bê pêk anîn. Wekî hincet jî gotina “ez avakar û
rêveberê rêxistinê me” tê nîşandan û tê
îdeakirin ku min ferman daye rêxistinê. Encax
zirûfên ku ez tê de me, ne mimkûn e ku ez
fermanan bidim. Zirûfên ku ez rêbertiyeke
pratîkî û taqtîkî bikim nîn e. Wekî din ji ber
ku avakar û rêveberê rêxistinê me, hatim
darizandin û ceza hate dayîn. Ji ber vê yekê jî
li Îmraliyê tême girtin. Hê jî di vê bingehê de
nêzîkatî tê nîşandayîn. Lê ji ber vê rewşê jî
tînim ziman, dayîna cezayê hûcreyî nakokî ye û
îfadeya paradoksê ye.
Parêzerên min dikarin bi doza Atîna re mijûl
bibin. Ez ji Yûnanistanê bi awayekî dij-qanûnî
hatim derxistin. Ji serbalyozxaneya Yûnan a li
Naîrobiyê jî bi awayekî dij-qanûnî hatim
derxistin. Li vir peymanên navnetewî jî hatin
binpêkirin. Bi vê mijarê re têkildar, divê xebat
bêne birêvebirin.
Pevçûn bi awayekî gûr didome ne wisa? Bîlançoya
hefteyeke dawîn çi ye? Çavkanên serfermandariyê
bîlançoyê daxuyandine. Hêla kurd çi dibêje?
Her hal, di şeveke ku DTP’ê li Seqeryayê lidar
xistiye de, hewl dane ku DTP’iyan lînc bikin.
Yên ku vanan dikin kî ne, ma bi rêxistinî ne yên
ku vanan dikin?
Texmîn dikim ku tiştek bi rêxistinî ye, wisa
dixuye. Li hember kurdan kampanyayên lîncê tên
lidar xistin. Vanan ji hêla derdorên kûr ve têne
rêxistinkirin. Li pişt wan hêzên girîng hene. Di
hêlekê de jî pevçûn didomin. Cezayê hûcreyê jî
dan min. Vanan rewşên bi zanebûn û bi rêxistinî
ne. Dozger dibêje ku, tu ji vir fermanan didî
rêxistinê. Ji ber ku min gotiye ez avakar û
berpirsê PKK’ê me, cezayê hûcreyê hatiye
xwestin. Sedema ku ji hêla dadgehê ve cezadayîna
min, ji ber ez hem avakar hem jî berpirsê PKK’ê
me bû, ji ber vê yekê min li vir digirin, ji ber
ku min gotiye ez avakar û berpirsê PKK’ê me jî
cezayê hûcreyê didin. Li ortê nakokiyek heye. Bi
vî cezayê hûcreyê dixwazin ez dev ji her tiştî,
dev ji kurdîtiyê berdim. Dixwazin dev ji PKK’ê,
ji azadiyê, ji têkoşîna azadiyê, ji kurdbûnê û
ji her tiştî berdim. Ma tiştek wisa dibe, ezê
çawa dev ji azadiyê berdim. Ezê çawa dev ji
PKK’ê berdim, ezê çawa dev ji kurdbûnê berdim.
Bi vî awayî dixwazin ku ez rêxistinê belav
bikim. Jixwe her roj bûyerên bombekirinê tên
kirin, her derî bombebaran dikin. Hem wan bombe
dikin, hem li bendê ne ku ez wan belav bikim, ma
tiştek wisa dibe? Ma ezê ji vir çawa gotina xwe
bi Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Cemal Karayilan
bidime qebûlkirinê, ezê çawa ji vir ferman
bidim? Jixwe hûn her roj wan û ciyên ku lêne
bombe dikin, ev rêbaza we encax şer sor bike û
sor dike jî. Bi vê rêbazê dibe ku hinek
berjewendiyên wan hebin an jî nizanim armanca
wan çi ye. Ez dibêjim, siyaseta demokratîk û
çareseriya demokratîk. Ger ku ev çareserî bi pêş
nekeve, ez dibêjim wê şer bi pêş bikeve û kûr
bibe, ev tespîteke, ku dera vê ferman e! Ez
tiştên ku bibin dibêjim. Ez ji vir nikarim
ferman bidim, li vir nikarim rêbertiye pratîk û
taqtîqî bikim. Ku destûr bidim min jî, ez di van
zirûfan de rêxistinê birêve nabim, ferman jî
nadim rêxistinê. Wê rêxistin biryarên xwe bixwe
bide, parastina xwe bixwe bike.
Tirkiye, hewl dide ku di ser başûrê Kurdistanê
de PKK’ê birêve bibe. Ev pêk nayê. Talabanî li
Tirkiyê vê aşkere anî ziman; got ku, “Em nikarin
bi PKK’ê re şer bikin” Tirkiye, bi başûrê
Kurdistanê, Talabanî û Barzanî re têkiliyên xwe
rast bike jî, di navbera kurdan de şer dernayê.
Di navbera kurdan de bi giştî hişmendiye netewî
bi pêş ketiye û gel destûr nade ku di navbera
kurdan de pevçûn derê. Bê xwestin jî nikarin
bikin. PKK, hêzeke girîng e. Li derdora PKK’ê,
li Îranê, Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê hêzeke mezin
çêbûye. Tirkiye ji başûr dixwaze ku bi PKK’ê re
şer bikin, ev tu carî pêk nayê. Di rastiyê de
Tirkiye dizane ku ev pêk nayê, lê digel ku
dizane jî bi zanebûn vê dixwaze.
Wê DTP’ê jî bigirin. Avakarê DTP’ê ez im, wisa
dibêjin. Ji bona Dadgeha Makezagoniyê,
parastineke ku parastina min jî digire nav xwe
bidin. Ku DTP bê girtin jî, dikarin
rêxistinbûnên xwe yên demokratîk ji nû ve û bi
awayekî berfireh bikin. Ku bê girtin jî, dikarin
di bingeha xweseriyê de mîna Îngîltere-Îskoç,
Îngîltere-Îrlanda rêxistinbûna xwe bikin.
Çareseriyeke çawa dixwazin, dikarin li gorî wê
xwe birêxistin bikin. Wê riyeke wê ya hiqûqî jî
bê dîtin.
Her hal Nuredîn Demîrtaş jî girtine leşkeriyê.
Tişt nabe. Bila li gorî xwe tedbîrên xwe bigire.
Di kongreyê de ji nû ve dikarin Ahmet Tirk
hilbijêrin, li hember bijartina wî nîn im.
Pêşbiniya girtina AKP’e çi ye? Wê bê girtin?
Îhtîmala lihevhatina wan zeîf e. Piştî vê saetê
lihevhatina wan hinek zehmet dixuye. Dewlet û
AKP, bi taybet piştî bûyera Şemzînanê, li hember
kurdan li hev kirin, di navbera wan de
lihevhatinek tam çêbûye. Wê AKP, bi riya dîn, di
rastiyê de bi riya terîqatan kurdan di bin
kontrolê de bihêle, wê ew jî herin ser kurdan.
Bi heman şiklî, Emerîka bi ew tarza xwe
holdîngên ku tê zanîn, bi riya terîqetan
kontrolkirina kurdan erê kiriye. Di hêleke din
ve wê bi polîtîkayên têkildar ên Îran û
Rojhilata Navîn, polîtîkayên ku dixwaze hewl
bide pêk bîne. Niha di van herdu mijaran de
gumana Emerîka heye; Yek, êdî AKP’ê nikare
kurdan di bin kontrolê de bihêle; duyemîn, ji
Tirkiyê di mijara Îran û polîtîkayên din de jî
ya dixwaze nikare bigire. Gumanên dewletê jî
hene. Wê bi îhtîmaleke mezin AKP bê girtin, wê
nikaribe pistgiriya ku Emerîka dixwaze jî
bigire. AKP, gelek berjewendîperest tevgeriya.
Bi dewletê re di mijara kurdan de li hev kir,
tam mîna hikûmeteke şer dixebite. Ez ji kurdan
re vê bangê dikim: yek rayeke xwe jî nedin
AKP’ê. Her raya ku hûn didin AKP’ê diçe şer.
Hikûmet ji bona 1’ê Gulanê biryarên xeter
digire, çima vê dikim, ez jî tam wate nadimê.
Encax dîsa jî ku hikûmet gavên demokratîk
baveje, di meyla çareseriya demokrmatîk de gav
bavêje, ez jî li vir amade me ku çi dikeve dest
min bikim.
Min der barê jinan de gotibû; divê jin ji
bona siyaseta demokratîk bixebitin. Di akademiya
ku min berê ji bona jinan pêşniyar kiribû de jin
dikarin bêne perwerdekirin, bila xwe bi pêş ve
bibin. Bi heman rengî di akademiyên din de jî
divê bi hezaran kes bêne perwerdekirin. Çima hê
jî akademiyan ava nekirine?
Ku DTP bê girtin, dikarin bi SDP, ODP û bi
çepgirên demokratîk ên dîtir re tevbigerin,
dikarin herin rêxistinbûnekê û bi hev re bikevin
hilbijartinê. Pêkhatina vê girîng e, ji ber ku
wê ev rê li ber pevçûna navbera gelan bigire.
DTP, dikare rêxistinbûneke ku çarçoveya wê
firehtir pêk bîne. Di nava vê rêxistinbûne de,
derdorên cuda, nûner û sazî hebin.
Min berê pêşniyara meclîsên bajaran kiribû.
Nûnerên DYP’ê heta nûnerên MHP’ê jî dikarin
beşdarî van meclîsan bibin. Ev vê ji bona vê
dibêjim; wekî mînak li bajarên rojava wekî
Saqaryaye ku şevek li dar bikeve, ew Meclîsa
Bajêr ku tê de nûnerên kurdan jî hene, ji bona
aştiya civakî biryar bide û wê pirsgirêrek
civakî jî derneyê. Pêkhatina vê wê
nîjadperestiyê bibire, wê nîjadperestiyê
bişkîne. Vegotinên min bi kurtasî ev in.
Ji Mark Mûller
e silavên min bêjin. Ji dostên me yên Ewropa re
silavên xwe radigihînim. Hûn dikarin der barê
biryara Dîwana Dadê ya Ewropa de xebat bikin.
Fatma Uruk nameyek şandiye. Yekem car e ji bilî
girtîgehan ji derve name digirim. Nameyek ji
girtîgheha Semsûrê hatiye. Nameyek ji girtîgeha
Uşakê heye. Dîlek Kurt nameyek şandiye. Ji
hemûyan re silav û hezkirinên xwe radigihînim.
Min pirtûka Sîstema Cîhanê girt, ev pirtûkeke
girîng e. Ev pirtûk, pirtûkeke nêzî nêrînên min
e, dikarim bêjim ku pirtûkeke ku nêrînên min
diteyisîne. Pirtûka bi navê Jinên Mêtîngeh
hê jî min negirtiye.
Ji we hemûyan re rojbaş!
Ji her kesî silav.
30 Nîsan 2008
Malbat;
Her hal, di meha nîsanê de ji Çewlikê û
Kurdistana Rojavayê hinek hatine. Gûrbettelî,
hevalek me ya bi nirx û xwedî cewher bû. Malbata
wê gelek bi nirx e û malbateke baş e. Gelê me yê
ku ji bona 4’ê Nîsanê hatine re, gelek gelek
silavên xwe raber dikim. Girêdana partiyê ya
gelê Sûriyê çawa ye?
Fraksiyênên din filan, ma li Sûriyê komên din jî
hene? Ma hê jî li ser gelê Sûriyê pêkûtiyên çors
didomin? Tiştên mîna komkujiyan hene? Ma
parlementerên mîna Osman û yên din bi îşkenceyê
hatibûn kuştin? Ji malbata wan re û ji gelê me
re dîsa sersaxiyê dixwazim.
Rewşa yên revî çawa ye? Vanan hewl didin ku xwe
bixin rojevê, lê gel vanan nas nake, dewlet jî
nas nake, tu kes nirx nade wan. Kes ew berçav
nagire. Ne civak, ne dewletên din û ne jî
Tirkiye vanan ber çav nagire. Qediyan, li bin
ketine, însan ew qas nakeve bin, dikaribûn wekî
însan xwe biparastina. Vanan xwe kamûfle kirin,
hewl dan ku ji ser pişta me xwe bidin jiyandin.
Derketina çapemeniyê çawa ye, Cemal û hevalên
din ên konseyê her hal kêm dertên çapemeniyê,
sedem ewlekarî ye, her hal ji bona tedbîrê ye.
Min ji radyoyê guhdar kir, dibêjin ku bi qasî
çil gerîla hatine kuştin, ez ne di wê baweriyê
de me ku zêde windahiyên wan hebin, her hal li
gorî berê bihêztir in. PJAK her hal li Îranê bi
hêz dibe, bi hêz e, bi hêz dibe ne wisa? Di
Newrozê de Riha çawa bû?
Bi îhtîmaleke mezin wê DTP bê girtin, wê AKP jî
bê girtin. Dewlet, hem ji bona kurdên başûr hem
jî ji bona kurdên bakur peywir daye AKP’ê;
peywira ku hatiye dayîn, avabûnên li başûr
kontrolkirin û çewsandin, li Tirkiyê jî bi
marjînalkirina DTP’ê re zêdetir nêzkirina xwe û
tevgera kurd jî bi destê AKP’e tesfiyekirine.
Tevgera Kurd nehate çewsandin, nikaribû DTP’ê
têbixe bin kontrola xwe, nikaribû radest bike.
AKP bi ser neket. Avabûna li başûr ber bi
dewletbûnê ve diçe. AKP, di herdu peywiran de jî
li ser neket, ji awayekî din li tembûrê da, bi
şemitîna şalpeyê û lezbûna avakirina kadroyên
xwe re, dewleta kûr ji vê re gote bisekine û
gotin ku tu di peywirên xwe de bi ser neketiyî.
Ji niha û şûn ve lihevhatin zehmet e, ger ku
lihevhatin pêk neyê, îhtîmala girtina AKP’ê
zêdetir e. Di rastiyê de der barê DTP’ê de min
parêzeran re gotibû. Ger ku Partiya Sîwan bi
partiyên çepgir re nîn be, dikarin herin
avabûneke xwedî çarçoveyeke fireh. Tirk, çerkez,
ereb jî di nav de ji her miletî, dikarin
sazbûneke fireh ava bikin. Divê vê carê qadroyên
paqij bin, armanca wan gel be, ne malbat bin,
divê dostanî, ehbap-çawişî nîn be, divê pêşiya
mirovên nû, xwedî behre û yên dirist bêne
vekirin, mirovên bi qelîte bên perwerdekirinê,
divê akademî qadroyên bi kalîte perwerde bike.
Divê bikevin serdemeke ku asta wê bilind û bi
kalîte. Divê girîngiyê bidin behre û kalîteyê.
Belê min ji radyoyê guhdar kir, birine
leşkeriyê, dikarin ew xerc bikin. Dibe ku ew
bişînin Rojhilatê başûr, Colemêrg an Sêrtê, divê
ewlekariya xwe bixwe bigire, xwe biparêze,
tedbîrên xwe bixwe bigire. Hevserok Emîne,
rewşên wan çawa ye?
Belê, wan dizanim. Li Ewropayê çi heye çi tune,
li gorî berê her hal niha çêtir e. Dikare beşdar
bibe, her hal rewş baş e.
Hevalên li Ewropayê li gorî berê baştir in ne
wisa? Ji gel û hevalen me yê Ewropa re silavên
min ragihînîn. Silavên min bêjin, ji yên ku
pirsa min dikin, ji hemû heval, dost û mervan re
silavên xwe dişînim.
Çil û pênc roj şûnde dikarî werî.
::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::
|