Ger Tê Xwestin Ez Rola Xwe Bilîzim, Divê
Şertên ‘Tenduristî, Ewlekarî û Tevgerîna
Azad’ Werin Bicihanîn!Tenduristiya
min tê pirsîn. Min bi qirika wê
girtiye(boğuşuyorum), ger bizanin min çawa
bi qirika wê girtiye. Ya girîng ew e ku em ê
ji vê qirika hev girtinê bi encameke çawa
derkevin. Tê gotin ku operasyona hêzên Îranê
ya li ser Qendîlê ji 16’ê Tîrmehê û pê ve
didome. Êrîşeke zêde li hemberî Dola Kokê,
Xinêre û Xakûrkê tê kirine. Bi hêzeke 30
hezar kesî û bikaranîna teknolojiyek pêşketî
êrîş tê pêkanîn. Tê gotin ku di şer û
pevçûnan de sê general jî di nav de 150
leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest daye. 13
gerîla jî şehîd ketine. Li gorî nûçeyên ku
di çapemeniyê de derdikevin, di mehên
zivistanê de Tirkiye û Îranê, Îraq jî
agahdar kirine û civînek pêk anîne.
Biryara êrîşkirina Qendîlê hatiye standin.
Bang li hêzên Başûr jî kirine, lê belê hêzên
Başûr gotine ku wê rasterast di nav vê êrîşê
de cih negirin. Ez texmîn dikim, Tirkiye jî
di nav vî karî de ye. Gelo, wekî din kî ne?
Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de cih
digirin, di hemû pêvajoya şer û pevçûnan de
DYE’yê bi balafirên bêmirov di ser Tirkiyê
re piştgiriya îstixbaratî dide Îranê. Diyare
ku, Enqere di nav vî karî de ye. Ev,
êrîşeke nemerdane ye. Ev, êrîşeke kirêt e (iğrenç).
Ev êrîşa kirêt jî, Îranê niha girtiye ser
milên xwe. Ev êrîş, ne tenê êrîşeke li
hemberî Qendîlê ye, bi vê êrîşê dixwaze reha
azadiyê ya kurdên li çar parçeyan bibire û
biqedîne. Gerîla dizane xwe biparêze, wê şer
bike.
Ez ji vir Qendîlê hişyar dikim. Bila
gerîlatî nelîzin û êdî dev ji parastina
aktif, parastina pasîf berdin. Rewşa niha ya
Îranê, dişibe rewşa Sedam. Îran dixwaze reha
azadiya kurd ji binî ve biqedîne, pir xeter
e. Belê, ev êrîşeke di asta herêmî de ye.
Tirkiye, Îranê diajo meydanê, lê Îran ne di
ferqa xeteriyê jî de ye. Îran pir xeter
dilîze, li Tirkiyê kesê ku vê fêm bike tune
ye. Hikumet, jixwe derdê wê cuda ye, rojeva
wê cuda ye, li pey xelaskirina roja xwe ye.
Îran wê li vir nesekine, piştî kurdan wê
hewl bide ku Tirkiyeyê jî bixe bin zexta xwe.
Ji ber ku Îran li herêmê heta Îsraîlê li pey
avakirina hegemonyaya xwe ye. Tirkiye vê fêm
nake, xeter dilîze. Polîtîkayên DYE’yê jî
kirêt in. DYE bi awayê objektîf alîkariya
Îranê dike, bi Îranê re dikeve heman alî.
Divê sivîlên li Qendîlê jî werin parastin û
ewlekariya malbatan were girtin. Bila hewl
bidin ku li wir sivîl zerarê nebînin û ger
pêwîst bike sivîlan ji wir derxin. Divê bala
sazî û dezgehên navneteweyî bikişîne ser
Îranê û xebatên ji bo vê mijarê jî bikin.
Hêzên Başûr jî bêdeng dimînin, divê hişyar
bikin. Tirkiye hewl dide di ser Îranê re
kurdan safî bike. Ev, pilaneke herêmî ye.
Dixwazin, destkeftiyên kurdan ji holê rakin.
Îran bi vê êrîşê peyama hevkarî û nêzbûnê
dide DYE û Îsraîlê jî. Her wiha Ehmedînejat
û molla, li hemberî DYE û Îsraîlê, pêyamê
didin Tirkiyeyê jî û hewl didin bikişînin
cem xwe.
Niha ez werim ser rojeva xwe. Ez bi awayek
eşkere ji KCK’ê re jî, ji dewletê re jî
dibêjim. Hûn nikarin min weke taşeron bi kar
bînin. KCK, min weke taşeron bi kar tîne.
AKP jî, heyeta tê weke taşeron bi kar tîne.
Her du alî jî hewl didin min weke taşeron bi
kar bînin. Min gotibû; ez nikarim li vir
rêbertiya pratîkî bikim û di van şert û
mercan de vê bidomînim. Lê, ez ê civîna me
ye îro jî, ji bo vê mijarê veqetînim. Her du
alî jî, ji min re hin tiştan dibêjin û
peyaman dişînin. Jixwe dewlet-AKP çi dike,
li holê ye. Qendîl jî, ji min re dibêje; “em
ji nivîsên te gelekî sûdê werdigirin, tu
pêşiya me ronî dike”. Her du alî jî, min
îdare dikin. A rastî, ev şantajek e. Qendîl,
min weke taşeron bi kar tîne. Dewlet jî,
heyetê weke taşeron bi kar tîne. Her du alî
jî, min weke taşeron bi kar tînin. Ez, weke
taşeron min bikaranîna her du aliyan, bi
dawî dikim. Ez vê ji îro û pê ve bi dawî
dikim.
Tiştên ku ez bikim qediyan. Ji niha û pê ve
ji bo ku ez bikaribim rola xwe bidomînim
pêwîst dike ku tenduristî, ewlekarî û qada
tevgerîna azad werin pêkanîn. Êdî bêyî van
ez tu tiştekî nakim, ev hevdîtineke dîrokî
ye. Rewşa min a bi vî awayî zerarê dide
“berjewendiyên mezin” ên dewletê jî, Kurdan
jî. İsmail Beşikçi digot; “Öcalan li wir di
van şert û mercan de nikare bi rê ve bibe,
nikare bike, ji hundir ve rêbertiya pratîkî
nikare were kirin”. Rast digot. Di van şert
û mercan de hevdîtina aştiyê nikare bê
kirin.
Rewşa min dişibe Mandelayê li Efrîqaya Başûr.
Rewşa min wekî ya wî ye. Desmont Tutu ji
Mandela re digot; “bêyî ku tu azad bibî,
dest bi vî karî neke, xeter e”. Rast digot.
Lê paşê pêşiya Mandela vekirin. Ez jî bêyî
ku azad bibim, azad tevbigerim, dest bi vî
karê aştiyê nakim. Ji niha û pê ve ne rast
e. Hûn dizanin, li Efrîkaya Başûr ji bo
Mandela şert û mercên pêwîst pêk anîn û wî
jî rola xwe lîst. Ji bo ku Mandela rola xwe
bilîze De Clerk jî tiştên girîng kiribûn. Li
Tirkiyê kesê ku rola De Clerk bilîze tune
ye. De Clerk li aliyekî bihêlin, Erdogan
niha xwe ji rola Çillerê re amade kiriye.
Operasyon li ser operasyonê li dar dixe.
Heyetê jî, ya dikeve ser milên wê pêk neanî.
KCK’ê jî, ya dikeve ser milên wê pêk neanî.
Em bi vî awayî nikarin bi pêş de jî biçin.
Wekî din zerarê jî dide. Dibêjin ya
“berjewendiyên mezin ên dewletê”, zerarê
dide dewletê jî. Zerarê dide kurdan jî. Bi
vî awayî di van şert û mercan de zêdetir
berdewamkirina min, ne di berjewendiyên
kurdan de ye.
Min karê her du aliyan jî hêsan kir, ji bo
wan pêşniyarî pêşkêş kirin, riya çareseriyê
nîşanî wan da, protokol pêşkêş kirin, gavên
ku karên wan hêsan bike avêtin. Êêê! Ma ez
hê çi bikim? Ma ji vê zêdetir, ez ê salê
mehê li vir bi axaftina saetekê bikim! Ma ez
hê çi bikim? Lê helwestên her du aliyan jî
cuda ne. Min jî li vir weke taşaron bi kar
tînin. Her du alî jî min îdare dikin. Ez ne
yekî ku bêm îdarekirin e. Bila vê wisa
bizanin. Ez destûrê nadim ku bi rûmeta
kurdan were lîstin, ez ê bi ti awayî destûrê
nedim vê.
Berê ji min re agahî hat şandin. Agirbest
hat kirin, di ser re pênç sal derbas bû.
Bila her kes bizane “Öcalan êdî weke taşeron
hatina bikaranînê bi dawî dike, êdî wê
destûrê nede vê”. Divê Qendîl jî, BDP jî, vê
bizane. Her tim dibêjin; “em nikarin gel
ragirin û girseyê bi zorê disekînin, girse
hatiye asta teqînê”. Wê demê berde, ger
diteqe, bila biteqe. Dibêjin; “ger pirsgirêk
çareser nebe, em ê şerê gel ê şoreşgerî
bidin destpêkirin, em ji şer re jî, ji
aştiyê re jî amade ne”. Ma yê bi destê te
girtî heye. Bike, tu dikî an nakî, tu dizanî.
Lê bi vî awayî zêdetir neavêje ser milên
min. Tirkiye jî, her tim dibêje; “em ê
biqedînin, em ê wisa biqedînin”. Ger tu
neqedînî, ji te rezîltir tune ye.
Di çapemeniya nêzî hikumetê de; di van demên
dawî de her tim nivîs û nûçeyên bi awayê
“hikumet dixwaze pirsgirêka kurdan çareser
bike, di vê mijarê de wê gavan biavêje, lê
belê rêxistin li pêşiya vê asteng e. Divê ev
astengî ji holê were rakirin” derdikevin. Vê
mijarê bi kar tînin. Fehmi Koru, di nivîsa
xwe ya beriya çend rojan de mînaka Srî
Lankayê daye. Belê rast e. Hikumet ji bo
qedandinê çi dike bila bike, tîmên taybet û
polîsan dixe dewrê, nizanim çar quwetan bi
quwetekê ve girê dide, quweta sêyemîn
diafirîne, hûn çi dikin bikin. Vaye duh di
serokwezîrtî de dîsa zîrve çêkirine. Ez
nizanim çi biryar standine. Lê bi vî awayî
ez tune me. Vaye dibêjin; “wê weke Srî Lanka
bibe”. Ger tu 300 balafiran ranekî Qendîlê
bombabaran nekî û neqedînî, tu jî bêşerefî.
Wê demê ger tu jî amadebî îspat bike ku ne
Srî Lankayî. Ez ê taşerontî nekim. Min ji
heyetê re jî got, min bang li Erdogan jî kir.
Min gotibû, ez ê gerîla veguhêzim qadeke bi
ewle. Lê ji bo vê jî derfet nedan. Divê raya
giştî vê baş bizane. Ez dibêjim; “ez ê hêzên
çekdar veguhêzim cihek bi ewle”. Bersivê
nadin vê jî. Ma ez hê çi bikim. AKP, şer
dixwaze, çareseriyê naxwaze. Bi vî awayî,
rondikên çavên dayikan ên ku serokwezîr
gelekî nirx dide, wisa nasekinin. Ez dibêjim,
ji bo sekinandina rondikan çavên dayikan, ez
hêzên çekdar veguhêzim cihek bi ewle,
bersiva vê jî nadin. Berevajî vê her roj
operasyon hene, şer û pevçûn tên jiyîn,
gerîla û leşker jiyana xwe ji dest didin. Ma
li cihê ku xwîn diherike, wê aştî çawa bi
pêş bikeve? Ji bo kurmayên serokwezîr jî
nameya min a vekirî ye. Ger hûn dixwazin
rondikên çavan bisekinin, riya ku ez gerîla
veguhêzim cihekî bi ewle vekin. Ger hûn wisa
bikin, em ê di hefteyekê de çareser bikin.
Ahmet Altan jî, di nivîsa xwe de dinivîse ku
şer gurmegurm tê û yek kesê ku vê rawestîne
ez im. Baş e, ma ez ê li vir bi hevdîtina
yek du saetan a ku salê mehê carekê çêdikim,
vê bi serxînim. Ger dikare di van şert û
mercan de bike, bila bê ew bike. Divê jê re
were gotin. Ji bo ku Öcalan rola xwe bilîze,
divê hikumet gav bavêje û îrade nîşan bide.
Divê ew jî ya dikeve ser milên wan bikin.
Hem di van şert û mercan de, hem jî bi awayê
yek alî, wê çawa çêbibe? Ev rewşenbîrên
lîberal in, ez ji wan re dibêjim. Tiştên
wisa nabe. Her tiştî dixin ser milên min.
Her tişt ji min tê hêvîkirin. Ma ez dikarim
di van şert û mercan de çi bikim? Di destê
min de ji bo çareseriyê darek tune ye ku. Ji
bo dehfandina lawirekî jî, divê di destên we
de darek hebe. Rewşa min a niha, dişibe
melevaniya di hewzeke bê av de. Di nava hewz
de av tune ye, lê ji min re dibêjin
melevaniyê bike, her tim melevaniyê bike. Ma
ez bi vî awayî çawa melevaniyê bikim, ma
tiştek wisa dibe? Ma wisa dibe? Ma ez
dikarim di van şert û mercan de zêdetir çi
bikim! Tiştên ku ez ê di van şert û mercan
de bikim, wê sînordar bin. Çima ev nayê
dîtin? Lê wekî din ê ku berpirsyariyê digire
ser milên xwe jî tune ye. Kes jî, ji raya
giştî re rewşê baş venabêje û ronî nake. Ji
min dixwazin, ez di hewza bê av de
melevaniyê bikim. Heta ji min dixwazin, ez
li hewayê melevaniyê bikim.
Ev 30 sal in Qendîl hêmû bar avêtiyê ser
milên min. Ez Qendîlê jî hişyar dikim. Ez,
30 salan li derve, 13 salan jî li vir li ser
pişta xwe hildigirim. Fêrî vê şêwaza
rêbertiya min bûne. Fêrbûne ji min, ji vê
şêwaza rêbertiya min her tim alîkariyê
bigirin. Her tim min dixebitînin. Lê êdî ez
nikarim ji wan re zêdetir bibim alîkar. Ez
ferasetek wisa napejirînim. Ez gerîlatiya bi
vî awayî jî napejirînim. Ez nizanim; wê şer
bikin an nekin, hêza wan heye an tune ye, wê
çi bikin. Lê ez vê, nikarim bi vî awayî
zêdetir jî bidomînim. Min berê jî ji wan re
got. Ev jî peyama min a dawiye ku ez ji wan
re dişînim. Ez bang li gerîla jî dikim, bila
pêvajoyê baş fêm bikin, dilsozê nirxên me
bin û li gorî wê xwedî li pêvajoyê derkevin.
Osman-Botan ew revok û elçaxna gelek gerîla
û nirxên me heba kirin, paşê jî revîn û çûn.
Yên li vir jî, BDP ew li şûna ku ev qas
biaxifin, bila rast û durist biryarê bidin û
biryarên xwe jî pêk bînin.
Min ji heyetê re jî vegotibû. Min vegotibû
ku ez nikarim di van şert û mercan de
zêdetir bidomînim. Ez bawerim, ez ê bi
heyetê re hevdîtinek din çêbikim. Ez ê vê
biryara xwe ji wan re jî vebêjim. Ji niha û
pê ve ger ew bi xwe her du alî, dewlet û
Qendîl bikaribin li hev bikin, bila li hev
bikin. Ji niha û pê ve ez di van şert û
mercan de tune me. Ger di navbera xwe de li
hev dikin wê li hev bikin, ger şer dikin wê
şer bikin, ez têkel nabim. Ger bixwazin
ez rol bigirim, sê şertên min hene;
tenduristî, ewlekarî û tevgerîna azad.
Ger karibin van sê şertan pêk bînin, ez ê
dewam bikim. Ger her du alî jî, di mijara
rola min de li hev bikin, tenduristî,
ewlekarî û qada tevgerîna azad biafirînin,
ez ê rola xwe bilîzim. Ger nikarin van
şertan pêk bînin, ez zêdetir dewam nakim.
Ez naxwazim rondikên çavên tenê dayikekê jî
birijin. Rijîna rondikê çavên dayikekê êşê
dide min. Ez dixwazim raya giştî ya
Tirkiyeyê vê bizane. Min ji serokwezîr re
gotibû; “ji bo çareseriyê em gerîlayan li
cihekî kom bikin û pirsgirêkê hema di
hefteyekê de çareser bikin”. Lê deng ji
serokwezîr dernakeve. Ez serokwezîr tawanbar
dikim. Aştiyê naxwaze, tevî ku me her curê
hêsaniyê çêkir jî, nêzî aştiyê nabe. Divê
rewşenbîr û nivîskar vê baş bizanin. Ma ez
hê çi bikim? Divê ev gotinên min baş werin
fêmkirin. Gotinên min ên vê hefteyê dîrokî
ne. Ger hûn bixwazin, hefteya li pêşiya me
dikarin neyên.
Hûn der barê Bedirxaniyan de dinivîsin. Lê
hûn bi kûrahî li ser vê rojê nasekinin.
Celadet Alî Bedirxan, meseleyê baş dizanî,
baş fêm kiribû, baş lêkolîn kiribû. Ji
Mistefa Kemal re name jî nivîsîbû. Lê tiştek
ji destê wî nedihat. Wê demê lewaz ma.
Nikarî zêde tiştekî bike. Lê min di van şert
û mercan de tevî her tiştî bi qasî dinyayê
tişt kir. Ma ev nayê dîtin? Cengîz jî
tiştinan nivîsiye, tiştinan vedibêje, lê wî
jî kûrahiya wê fêm nekiriye, pir kêm dimîne.
Hûn hemû dişibin hev. Mar û mişk bûne xwişk
(Tencere
yuvarlanmış kapağını bulmuş).
Ez axaftina xwe ya îro ji bo bîranîna Evrîm
Demîr dikim. Ez vê axaftinê diyarî wê dikim.
Yê ku ev pêvajo herî baş fêm kiriye Evrîm
Demîr e. Vaye ji were keçek ciwan, 18 salî
ye, lê her tiştî, vê pêvajoyê û tiştên
diqewimin herî baş wê fêm kiriye. Û wekî fêm
kiriye, biryara xwe daye û pêdiviya wê bi
cih aniye. Pêwîstî zêdetir bi gotinê jî tune
ye. Evrîm pêvajo fêm kiribû, lê KCK, PKK,
BDP, DTK van fêm nekirine. Nikarin bibin
weke Evrîm jî. Fêmker û pêşengê rastîn ê vê
pêvajoyê Evrîm Demîr e. Mistefa Malçok jî bi
heman awayî. Her du jî pir ciwan in, lê
pêşeng in. Pêşengên me yên ku divê mirov li
hemberî wan rêzdar bin. Kesên herî baş ên ku
di vê pêvajoyê de ji me re pêşengî bikin in.
Ez her duyan jî bi rêzdarî bîr tînim.
Ev elçaxên weke Burkay û Kaya jî, hîna jî li
ser pişta min debara xwe dikin û bi
bikaranîna min hene. Dema ev Kaya ew li vir
bûn, me her tiştên wan pêşwazî dikir. Me her
cure derfet dida wan. Li wir jî li ser pişta
me debara xwe kir. Niha jî 13 sal in xwe li
ser pişta min didin jiyîn. Ti tiştekî nakin,
lê dîsa jî êrîşî min dikin. Niha jî, li ser
pişta min debara xwe dikin. Bi saya vê,
vedigerin Tirkiyeyê û hê jî êrîşî min
dikin!
Di parêznameyên min de ji hêla epîstemolojîk
ve nûbûn hene. Min şiroveyeke nû tevlî
diyalektîkê kir. A rastî, ji hêla çînî ve
Marks di ser şert û mercên xwe re nêzî
bûyerê bû. Ji ber vê sedemê, şiroveyeke
diyalektîkê ya çors û tund bi pêş xist.
Nîqaşên dijraberî (antagonîzma) girîng in.
Lê dijraberiya bi wateya ku Marks fêm kiriye,
ne rast e. Li gorî nêrîna me, di xwezayê de
ti tiştek bi temamî tune nabe. Hevûdu
xwedîkirin, girîngtir e. Wêrankerî/hilweşînerî
ne rast e. Hevûdu bi temamî tune kirin, ne
rast e. Jixwe hûn dizanin, di xwezayê de
tunebûna mutlaq tune ye, misogeriya mutlaq
jî tune ye. Têkoşîna bi hevûdu re ya li ser
bingeha hevûdu tunekirina her du aliyan, ne
rast e. Hin feylesof dibêjin ku ev têkoşîn
bi xwe azadker e.
Rast
e. Ev têkoşîn afîrêner û azadker e. Lê di
xwezayê de ya esasî, ji % 99 bi awayê
beramber hev xwedî kirine. Pevçûn ji % 1 e.
Divê ji vê hêlê ve Marks were rexnekirin. Di
wî de her tişt reş û spî ye. Lê bo mînak; em
rêngên li xwezayê bifikirin. Em rengên reş û
spî mînak bidin. Reş ne rengeke, spî jî ne
rengeke, ev bi hilmijîna (solumayla) hev
çêdibin. Ji derveyî van gelek reng hene. Ji
ber vê yekê, dijberiya mutlaq ne rast e. Di
warê siyasî de ji hêla çînî ve jî, dijberiya
mutlaq ne rast e. Min di parêznameyên xwe de
cihek berfireh daye. Ev wê bigihîne
dîktatoriya proleteryayê. Ya rastî, em
mordernîteya demokratîk diparêzin. Min di
parêznameyên xwe de qada îktîsadî jî bi kar
anî. Min di wateya îktîsadî de têgehên ku ji
Braudel standine jî bi kar anî. Braudel jî
kapîtalîzmê rexne dike. Ew jî li ser
dijberiya yekdestiyê disekine. Ev qada
îktîsadî dikare li Braudel were mêzekirin û
dewlementirkirin.
Min têgeha Piyaseya Sosyal ji Braudel stand.
Min li gorî xwe bi pêş xist û dewlemend kir.
Ev, li hemberî mêtîngerî û aboriya piyaseya
kapîtalîzmê têgeheke ku alîgirê kedkaran e.
Dibe ku Benqeya Cîhanê wan bi kar anî bin,
lê ya ku min gotiye têkiliya wê bi van re
tune ye. Lîberalên sexte wateyeke cuda didin
vê têgehê, ev sextekariya lîberal e. Vê
têgehê weke maske bi kar tînin. Ev têgeha
Piyaseya Sosyal yek ji aliyên xweser ê
parêznameyên min e. Piyase di sosyalîzmê de
jî heye, divê hebe. Her kes malên herî bi
qelîte yên hilberandiye dixe piyaseyê, lê
belê ev ne piyaseyeke bi armanca feydeyê ye.
Ev piyaseyeke di berjewendiya civakê de ye.
Nirxên çandî yên bi qelîte pêşkêşî civakê
kirine. Ya rastî, kapîtalîzm înkara piyaseyê
ye. Min di vê wateyê de kapîtalîzm jî ji nû
ve pênase kir. Min ji bo ji nû ve avakirinê
bala taybet kişand li ser saziya polîtîkayê.
Yek ji teoriyên herî xweser ê parêznameya
min jî ev e. Li gorî vê polîtîka wê azad
bike. Ez di wê nêrînê de me ku polîtîka azad
dike. Ev, yek ji tezên herî xweser ê
parêznameya min e. Ya rastî, min ev ji
Hannah Arendt stand. Min nikarî Arendt zêde
bixwînim, lê Arendt vê pir baş bi kar tîne.
Divê baş were xwendin, aliyên xweser hene.
Ez bawer dikim ku polîtîka azadker e.
Marks dibêje; zanebûn-çîn azad dike. Hegel
jî dibêje; aqil-dewlet azad dike. Ez jî
dibêjim, polîtîka azad dike. Belê, vaye
polîtîka bi temamî dij-dewlet e. Ya rastî,
dewlet înkara polîtîkayê ye. Ji ber vê yekê,
polîtîka azad dike. Wekî Marks gotiye; çîn
azad nake, ji ceribandinên sosyalîzmê yên ji
bo vê hat fêmkirin. Hegel digot; dewlet azad
dike, lê wekî ku ji faşîzma Hîtler jî hat
fêmkirin ku ew jî azad nake, berevajî vê
hilweşîner e. Di rewşên bi vî awayî de
dewlet her tişt e, hemwelatî ne ti tişt e,
xalek (nokteyek) e. Divê mirov li hemberî
xalbûnê bisekine. Ji ber ku xal ne ti tişt
e. Dewlet çi qasî bi hêz çêbibe, hemwelatî
ew qas kêm dibe. Dewlet çi qasî biçûk bibe,
hemwelatî jî ew qas mezin dibe. Dewlet jixwe
dij-azadî ye, hem jî dij-polîtîka ye.Di
pergalên bi dewlet de hemwelatî bi qasî xalê
ye, yanî di sifrê de ye, ne ti tişt e. Ji
ber vê sedemê, ji bo azadbûnê li hemberî
dewletê parastina polîtîkayê girîng e.
Polîtîka kirin azadî ye. Ev tez, yek ji
tezên herî xweser ê parêznameyên min e. Ez,
ji Marks û Hegel cuda, azadiyê di bingeha
avakirina civakê de bi cih dikim. Heta ji
ber vê sedemê, polîtîka yeksanî azadiyê ye.
Ev hemû di parêznameyên min de hene, lê ma
yê ku dixwîne, li ber çavan digire û pêk
tîne heye?
Lenîn jî teorî bi pêş xistiye, xistiye
pratîkê jî, ev derfetên wî çêbûne. Lê vaye
li holê ye, li vir derfetek min ê wisa tune
ye. Lê kes vê fêm nake. Gelek kesan behsa
kombûna sermayeyê kirin, lê kombûna
desthilatiyê cara yekem ez bi kar tînim.
Kombûna sermayeyê, ji bo parêznameya min
têgehek girîng e. Lê belê têgeheke din a ku
herî kêm bi qasî wê girîng e jî, kombûna
desthilatiyê ye. Ev ne tiştên ku ji hev
serbixwe ne. Heya ku kombûna sermayeyê hebe,
kombûna desthilatiyê jî jênerevîn e. Braudel
jî, Marks jî, behsa kombûna sermayeyê kirine,
lê belê her duyan jî pêngava piştî wê,
kombûna desthilatiyê nedîtine. Nikarîne
kombûna desthilatiyê ya girêdayî kombûna
sermayeyê bibînin. Vaye hûn Hîtler dibînin.
Hîtler, zîrveya kombûna desthilatiyê bû.
Niha ji Ehmedînejat ew hene. Divê mirov van
bi siyasetê re baş li hev bîne.
Ev
tiştên ku girêdana wan bi modernîteyê re
hene ne. Ez dixwazim, der barê ve de jî çend
tiştan bêjim. Teoriya me ya modernîteya
demokratîk heye. Hûn dizanin, em li hemberî
modernîteya kapîtalîst, modernîteya
demokratîk diparêzin. Ev model, li hemberî
hilweşîneriya kapîtalîzmê û pirsgirêkên
kedkaran girîng e. Em li hemberî
endustriyalîzma modernîteya kapîtalîst,
civaka hilberînê ya ekolojîk diparêzin. Hûn
dikarin ji vê re bêjin ekolojîzm jî, ekolojî
jî. Em li hemberî netewe-dewletê an jî
netewa dewletê, bloka neteweya demokratîk,
civaka demokratîk diparêzin. Neteweya
demokratîk, weke birîmên biçûk wê hebûna xwe
biparêze. Bo mînak; ji bo Tirkiyeyê em
dikarin têgeha birîmên Neteweya Demokratîk a
Tirkiyeyê bi kar bînin. Her kes wê bi ziman,
reng û xweseriya xwe tevlî vê bibe. Bo mînak;
xelekekê bifikirin, lê belê serê vê xelekê
ne girtiye, serên wê nagihîjin hev, xeleka
serê wê vekirî ye. Serên wê girtî hatina
rewşa xalê ye. Divê mirov neyê rewşa xalê.
Yanî seriyên her xelekê wê neyên girtin û ji
xelekên din re vekirî be. Wê xalên hev
birînê hebin. Wê bandorbûnên ji hevûdu, wê
danûstandinên ji hevûdu hebin, wê ji vê re
vekirî be. Xelekek kurd, xelekek tirk,
xelekek ereb, xelekek kurd, xelekek ecem tev
derbasî nav hev dibin, xalên hevbirînê
çêdibin, nirxên hevbeş û çandên hevbeş
çêdibin. Ev birîmên Neteweya Demokratîk in.
Bi vî awayî, wê xwe bi hêzên xwe yên
rêvebirina cewherî re deynin holê. Divê ev
gotin û parêznameyên min di Kovara Dîpnotê
de zêde zêde werin bikaranîn. Ev tiştên ku
ez dibêjim, bingeha parêznameya min ava
dike. Divê Ertuğrul ew jî fêm bikin ku li
Tirkiyê kapîtalîzm çawa ew qas kedê dagir
dike, xwezayê dagir dike, dest bi tunekirina
her tiştî kiriye û çawa hatiye vê rewşê. Li
hemberî vê, çima nikare hê jî têkoşîn were
dayîn û rêxistinbûn were çêkirin? Divê li
ser vê bingehê xebatên vê blokê werin
bilezkirin. Vaye hûn dibînin, ev 70 sal in
çep nikarîn bê cem hev. Ew jî avêtin ser
milên min. Ger ji parêznameyên min sûd bê
wergirtin, wê ji sedî bîstan deng were
standin û teqîn çêbibe. Ger ên ku li ser
polîtîkayê difikirin hebin, ji niha ve
dikarin li ser bingeha vê formulê dest bi
xebatan bikin.
Ez dixwazim li ser Dersîm û Çewlikê hin
tiştan bêjim. Ev cihên girîng in. Ez
nenirxandina ku em li van deveran çima
zoriyê dikişînin û neçûna ser bi xemxwarî (esefle)
pêşwazî dikim. Gladîoyeke ku Dersîmê îdare
dike û beralî dike heye. Bi heman awayî
Gladîoyeke ku li Çewlikê bi cih bûye û
Çewlikê îdare dike heye. Lê Gladîoya li her
du deveran jî, ji heman navendê tê meşandin.
Ew yên weke Kamer Genç dibêjin; “em tirkên
elewî ne, em ne kurd in”. Ev endamên
Gladîoyê ne, zarokên xwe jî li Emerîkayê
didin xwendin. Kamer Genç mirovê derbeya
1980’yî ye. Heta Kamer Genç ji pereyên
veşartî xwe xwedî dike. Tevî ku her cure
pîsîtiyê dike, dengê xwe ji vê re nakin,
çima? Ji ber ku bi vî awayî beşeke Dersîmê
digire û bi Gladîoyê ve girê dide. Yên li
Çewlikê jî dibêjin; “em ne kurd in, em
zazayên şafî ne”. Li Dersîmê paşverûtiya
elewî-zaza bi pêş dixin. Li Çewlikê
paşverûtiya şafî-zaza bi pêş dixin.
Çavkaniya van her duyan jî Gladîo ye. Divê
ev baş werin analîzkirin û bi girîngî li ser
were sekinîn. A rastî, her du jî heman e.
Her du jî pêkanînên şerê taybet ên ji bo
qedandina Kurdîtiyê ne. Divê tedbîrên van
werin standin. Yê ku her duyan jî bi rê ve
dibe, îdare dike, heman navend, heman Gladîo
û heman zîhniyet e. Divê ev rewş baş were
analîzkirin. Heya ku ev rewş baş neyê
analîzkirin, hûn nikarin li wir bi pêş de
biçin, divê ev were dîtin.
Di çapemeniya Tirkiyê de der barê gotarên (makale)
ku di Kovara Dîpnotê de der barê min de
derdikevin, nivîsên bi awayê “ji APO
feylesofê azadiyê diafirînin” derketine.
Pêwîstiya min bi vê tune ye. Pirtûkeke bi
navê
Kazım Karabekir Gözüyle İttihat ve Terraki
ya Mustafa Armağan derketiye, hûnê bînin.
Hûn ê pirtûkên din ên Mustafa Armağan jî
bînin. Hûn ê pirtûkên der barê Elewiyan,
Elewîtî, di dema Yavuz de Elewî, der barê wê
demê de bînin. Ger ev pirtûk û yên weke vê
hebîn, hûn ê bînin. Berga sêyemîn a pirtûka
Wallerstein derketiye, hûn ê bînin.
Hin girtîgeh hatine valakirin û veguheztine
cihên din. Di çapemeniyê de jî derket, tê
diyarkirin ku wê operasyoneke nû ya
berfirehtir a KCK’ê were kirin. Dibe. Dibe
ku operasyonên ji yên berê pir berfirehtir û
mezintir bikin. Dibe ku operasyonên leşkerî
yên berfirehtir jî bikin.
Rewşa tenduristiya xwişka min Eynê ne baş e.
Di nexweşxaneya Amedê de ye. Ez silavên xwe
jê re dişînim. Ez bawerim, Havva jî hinekî
nexweş e. Ez silavên xwe ji wê re jî dişînim.
Ez Kovara Dîpnotê serkeftî dibînim. Xebateke
baş û serkeftî ye, wê bi vî awayî were
dewamkirin. Ez serkeftinê dixwazim. Ez
silavên xwe ji her kesî re dişînim.
Roj baş.
27’ê Tîrmeha 2011
:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::