* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

Têbîniyên Hevdîtinê

 23.04.2008

 
   

 

   

Ya ku CHP temsîl dike netewperestiya kor û ya ku AKP temsîl dike jî oldariyeke kor e!

23.04.2008  

 

Ji ya berê rewşeke cuda nîn e, ne pêwîst e ku em bikevin detayan, encax duh doçent û profesorek hatin, ne şaşbim pisporên toksîkolojiyê bûn, ji min bi qasî hefteyek-deh roj berê sê ûnîte xwîn girtin, berê jî şeş ûnîte xwîn girtibûn. Ez di wê baweriyê de me, di xwînê de pirsgirêk heye, ji ber vê careke din xwîn girtin. Dikarin ji Tipa Adlî bişopînin. Di 15’ê gulanê de li AHÎM’ê hevdîtinek hebû, lê biryarek derneket. Ji hikûmeta tirk re hetanî 6’ê gulanê dem hatiye dayîn. Hikûmet dem xwestiye. Parêznameya ku min şandibû AHÎM’ê hatiye girtin?

Min rapora CPT’ê bi berfirehî lêkolîn nekir, ji hikûmeta tirk re hinek pêşniyar hene. Di vê çarçoveyê de dikarin serîlêdanan çêbikin. Ku heval werin wê baş bibe. Dikarin di çarçoveya mafên ku di raporê de hatine diyarkirin de serîlêdan çêbibin.

Di wê baweriyê de me, kurd Konferansa Neteweyî nîqaş dikin. Dibe ku DTP bê girtin. Ev ne girîng e. Wê li derdora avasaziyên xwe û li derdora saziyên xwe xebatên xwe bidomînin. Tê fêmkirin ku li Ewropayê li ser kurdan û saziyên wan pêkutiyên zêde hene, kî, yên ku dikin hikûmet in?

Ji serokê PÇDK’ê Dr. Faîk Gulpî re silavên xwe radigihînim. Rêxistinbûnên xwe dikin? Projeya Civaka Demokratîk a ku min li vir diyar kiriye, ji bona PÇDK’ê û yên din jî derbasdar e, dikarin li gorî zirûfên xwe vê projeyê pêk bînin. Dîsa akademiya ku ji bona DTP’ê min gotiye, ji bona wan jî dibêjim. Dikarin xebatên xwe bi hêz û kûr bikin, serkeftin dixwazim. Heman tişt ji bona Sûriyê jî derbas dibe, li Îranê jî PJAK heye. Zirûfên pêşketinê yê PJAK’ê hene û li gorî parçeyên din ev pêşketin zêdetir e. Emerîka, dikare Îranê bike mîna Iraqê.

Ne şaşbim li Amedê jin, Konferansa Rêveberiyên Jin û Herêmî ya Netewî lidar bixin. Vanan tiştên girîng in, li hev civandin û axaftin têrî nake, ku pratîk nîn be, jin neyên perwerdekirinê, zanebûna xwe bi pêş ve nebin, ev zêde watedar nîn e. Ez nabêjim ku bila vanan nebin, lê ya girîng li ser azadiyê lêhûrbûn û xwe azadkirine. Min berê jî pêşniyara akademiyê kiribû. Divê li akademiyan bi dehan jin bêne perwerdekirinê û jin dikarin zêdetir xwe zane bikin. Hevalên ku ji girtîgehan dertên, dikarin bi perwerdekirina jinan re mijûl bibin. Dikarin di ser parqa li Peyasê ev bi pêş bixin. Li vê parqê dikarin bi karên xwarên çêkirinê, bexşê û bi piştgirîdayîna hevdu pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin. Nameyên ku ji girtîgehan tên hene. Tê fêmkirin ku zîrek in, lê tenê gotinên ez hez dikim nabe, ev wê basît bimîne. Ez hêrs dibim, ne şaşbim niha ji girtîgehê derketine, çima bi perwerdehiya jinan re mijûl nabim. Divê jin girîngî bidin xebatên çand û hunerê, bila xwe bi pêş ve bibin, di her warî de spor bikin, taximên sporê saz bikin û xwe di warê fizîkî de bi hêz bikin. Girîng e ku di warê fizîkî û rihî de xwe bi pêş ve bibin.

Li Amedê der barê fikrên min de rexne hene? Ciyên ku nayên fêmkirinê hene? Dikarin vanan bêjin. Ez dikarin rexneyên herî hişk jî guhdar bikim.

Di wê baweriyê de me ku, ji ber nirxandinên we yên der barê yahûdiyan de, îdeaya ku hûn dij-semînîst in tê kirin. Min texmîn dikir. Ez çima vê dibêjim; ez li gelek welatan destavêtina yahûdiyan a îktîdarn qebûl nakim. Pêwîst e, têkiliya yahûdiyan bi îktîdarê re baş bê tehlîlkirin. Ez vanan dibînim, di dest min de hinek dane(veri) hene, ez vanan tînim ziman. Ku li dîrokê jî bê nihêrtin, wê bandora yahûdiyan a li ser îktîdaran bê dîtin. Hûrem Siltan, bi Kanûnî kurê xwe yê mezin, Şehzade Mistefa bi darve dike. Xeniqandina Mistefa bi Hûremê, bûyereke mezin e. Ew qas di rêveberiyê de bi bandor e. Ji bona îktîdarê, kur bi bav dide kuştinê. Hûn Siltan Ester[1] dizanin, ew jî bi koka xwe yahûdî ye. Mirina Sokullu Mehmeh Paşa ya bi guman heye. Ku baş bê lêkolînkirin wê erka Ester bê dîtin. Divê di vê hêlê de bûyera Cem Siltan bê bi dest girtin. Di vê demê de bi îktîdarê re têkiliyên nêzîk hene. Di salên 1826’an de, di dema Mahmudê II’yemîn de vanan di îktîdarê de bi bandor in. Dîsa di dema osmaniyan de yahûdiyên li derdora Mistefa Kemal, di mijara girtina Selanîkê de gelek bi israr in. Sedema wê jî, ji salên 1500’î heta roja me ya îroyîn, bi hejmarek zêde yahûdî li wir in. Heta di şûna dewleta Îsraîl ku li axa filîstîniyan ava bûye, dihat plankirinê ku Selanîka ku zêdetir yahûdî ne, li wir dewletê ava bikin. Ji vanan re sebatayvan jî tê gotin. Li ser Mistefa Kemal pêkutî tê kirin, da ku Selanîkê jî li axa xwe zêde bike. Divê vanan baş bên dîtin û bên fêmkirin. Dr. Nazim û yên din, derdora Mistefa Kemal dorpêç kiribûn. Hevalê wî yê herî nêz Ahîce Arîf bi sûîkastê kuştin û peyam danê. Mebûs Galantî, yê ku fikra xwedabûna Mistefa Kemal û pêxemberbûna Îsmet Înonî afirandiye û belavkiriye ye. Baykalê niha jî, di heman ferasetê de ye. Vê ferasetê didomîne. Ev feraset, feraseta rojnameya Hûriyetê ya ku dibêje “Tirkiye ya tirkan e” ye. Hinek ji wan koka xwe dispêrin tirkên Hazarê, lê baweriya tirkên Hazarê yahûdîtî ye. Di hêleke din ve MHP heye. Netewperestiya MHP’ê, xwe dispêre têgeha netewperestiya sosyolojîk a Ziya Gokalp û Nîhal Atsız. Ev feraset bi Tûrkeş domiya. Encax piştî mirina Tûrkeş, bi Bahçelî re veguheziya netewperestiya dewletê.

Yê ku li Elmanyayê Hîtler afirand jî, yahûdî ne. Vanan bûyerên di dîrokê de ne. Dîsa ev feraset li Enatolyayê, erka paqijkirina hêmanên ji bilî îslamê yên mîna ermenî, rûs û sûryaniyan lîst. Hûn rewşa Celal Bayar û Ednan Menderes dizanin. Der barê Celal Bayar de biryara darvekirinê hatibû dayîn, encax Menderes darvekirin, Celal Bayar nehate darvekirinê. Sedema wê çend kes dizane? Min lêkolîn kir, di pirtûka Yalçin Kûçûk de jî derbas dibe. Celal Bayar xwendina seretayî li dibistana ku tê gotin Allîance xwendiye. Ev dibistan li Edîrneyê ye û tenê yahûdî dikarin herin vê dibistanê. Yanî hînbûn ku Celal Bayar bi koka xwe yahûdî ye, loma jî nikaribûn darve bikin. Encax Ednan Menderes darvekirin, ew bixwe ji zanîna dîrokê bêpar, tirkekî lîberal û basît û teng difikirî. Ku em şibandinekê bikin, mîna Karamanoglu Mehmet Beg tirkek saf bû. Wê demê têkiliyên Ednan Menderes bi Rûsyayê re hebûn, plan dikir ku bireve Rûsyayê, vê ji Emerîkayê re got. Emerîka vê nedixweste, ji ber vê sedemê jî nereviya. Piştî ku Ednan Menderes nereviya Rûsyayê, piştî sê meh şûn ve ew darve kirin. Hûn dizanin Silêman Demîral jî mason e, di heman demê de jî oportûnîst e, bi derbeyan çû û hat, lê hêjî hebûna xwe didomîne. Keyê Frensayê Loûîsê 16’emîn bi giyotînê hate kuştin. Dîsa Sedamê belengaz jî, fena Loûîsê 16’emîn bi hovîtî hate kuştin. Vanan bûyerên dîrokî ne. Girîngiya zanîna dîrokî bi vî awayî dertê. Di roja me ya îroyîn de jî, bi heman rengî bandora wan a ser îktîdaran didome. Hêla wê ya bi fînansê re girêdayî jî girîng e. Hûn dizanin, Vehbî Koç di salên 1900’î de bi dikandariyê dest pê kir, piştre ew kirin fena dêwekî. Tu kes nikare bi du dikanan, bi tena serê xwe ew qas mezin bibe. Min dîsa lêkolîn kir, li pişt van hemû holdîngên mezin ên li Tirkiyê desteka yahûdiyan heye, ku hûn vê destekê negirin, nikarin mezin bibin. Min pênc holdîngên kurd lêkolîn kir, vanan jî ji yahûdiyan, yanî ji vê ferasetê îcazeta xwe girtine. Vanan wê li bajarên kurdan ên wekî Dîlok, Meletî û Amedê saz bikin û bi vî awayî venêrana(denetim) xwe pêk bînin. Wê vê di ser kurdên noker(işbirlikçi)  ên ku li van herêmane pêk bînin. Ez kesayeta kurdên noker baş dinasim, tu tiştê ku ji bona pere neke û nirxeke ku nefiroşe nîn e. Heta ji bona pere, dayîka xwe jî difiroşin. Çima ava GAP’ê tenê didin Heranê? Ev encama vê polîtîkayê ye. Wê bi vî awayî bi avê venerêna xwe bi hêztir bikin. Vaye di ser şîrketên yahûdî re bendavan çêdikin. Vaye Zeugma û Xelfetî çû, dora Heskîfê ye. Ji bona vê bendavê tirîlyonan xerc dikin. Encax, wê sê bajarok û 99 gund di bin ava Bendava Ilisû de bimîne. Tê gotin ku, ev bendav qezenceke pênc milyarî bîne. Ma 99 caran 99 milyar qezenca wê hebe, wê çi bibe? Van bajarok û gundan, ji bona min ji pere gelek girîngtir in. Çanda dîrokî tune dibe.

Vaye ez vanan dibînim û tînim ziman, nikarim qebûl bikim, qebûl jî nakim, rast jî nabînim. Min berê jî gotibû, gelê yahûdî jî gelekî Rojhilata Navîn e û xwedî mafê ku li vê erdnîgariyê bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Ku ez vanan dibêjim ne ji hemû yahûdiyan re ye, qesta min ne hemû yahûdî ne. Di nava yahûdiyan de klîkek heye, qesta min ew in. Gotinên min ne ji gelê yahûdî re ye, li hember vê klîka serdest û ev koma teng ku vê ferasetê bi rêve dibin û li hember polîtîka û pêkanînên wan e. Ji gotina dij-semînîstbûna Apo, bersiva min ev e. Derbirînên ku dibêjin ez dij-semînîst im, ji gotinên vala wêdetir ne tiştek in.

Em werin meseleya ku PDK û PKK’ê wekhev in an newekhev in û meseleya neteweperestiya kurd. Çawa hatiye fêmkirinê? Hûn rewşa yên revî dizanin. Çûn cem PDK û YNK’ê. Ketin bin venêrana wan. Min berê jî diyar kiribû ku, di ketina xeta neteweperestiyê ya hêzên başûriyan de, bandora yahûdiyan heye. Ketina bin venêrana PDK û YNK’ê, tê wateya ketina bin venêrana Emerîkayê, tu cudahî nîn e. Piştre jî gelek kesan li pey xwe birin, ji vanan hinek di nava PDK û YNK’ê de di asta bilind de cî girtine. Vaye PDK û YNK bi keçan, bi pere, bi derfetan ew bi xwe ve girêdan. Bi vî awayî peyam dan Enqereyê da ku PKK’ê bigirin nav xwe û PKK’ê biqedînin. Tam ne bawer im, lê di vê fikrê de me ku, yên revî bi Emerîka re têkildar in. Ji Çewlikiyan ên ku qut bûbûn hebûn. Têkiliya wan bi Emerîka re nîn bû, lê niha li Ewropayê ne, di bin venêrana wan de ne. Bi vî awayî, hewl dan ku PKK’ê têxin bin venêranê û biqedînin. Lê min vanan dît û min pêşî li wan girt. Ma hûn nafikirin ka çima vanan wisa hatin ser min de? Min, van lîstîkan dît û vala derxist. Li hember Çewlikiyan mahçûbiyetiyeke min jî heye, hûn Tayhan dizanin, Çewlikî bû. Ku ji Sûriyê çûm Rûsyayê, MOSSAD li pey min bû, di ferqa vê de bûm, armanc ev bû ku min têbixin bin venêrana xwe, ji wan reviyam. Piştre jî li Îtalyayê derdora min hate dorpêçkirinê. Gotinên ku vanan sîxurên tirkan e, ji rastiyê dûr in. Wê demê hikûmeta Yûnan, jixwe hikûmeteke pêlîstik bû. Piştî ku ji Yûnanistanê derbasî Naîrobiyê bûm, piştre li Naîrobiyê wêneyên min dikişandin, vanan jî dîsa endamên MOSSAD’ê bûn. Ku di balafirê de li serê min dan û li erdê ketim, ez pir matmayî nemam, ne ez ketim şoqê ne jî min bertek nîşan da, jixwe tiştek ku ez bikim jî nîn bû. Piştre jî min rakirin, dawiya wê ew dîmenên ku we di TV’yê de dîtine.

Bi şerê yekemîn ê cîhanê re bûn serdestê nîvî dinyayê, bi şerê duyemîn ê dinyayê re bi tevahî bûn serdestê dinyayê. Kurd, li Rojhilata Navîn girîng in. Armanca Emerîka ev e ku, li Rojhilata Navîn kurdan têxe bin venêrana xwe û bi vî awayî farisan, ereban û tirkan hefsar bike. Wateya venêrana kurdan, tê wateya hefsarkirina Rojhilata Navîn û venêrana Rojhilata Navîn. Min ev lîstik dît, neketim bin venêrana Emerîka, min nehişt ku, ne min ne jî PKK’ê bikarbînin. Lê PKK’yî niha van lîstikan baş nabînin. Siyaseta hundir û derve baş tehlîl nakin. Diristî bi tena serê xwe têrî nake. Divê siyaseta hundir û derve baş bê zanîn. Ji ber ku wir Rojhilata Navîn e, pêwîst e bi baldarî tevbigerin. Ez dizanim ku siyasetmedarên ereb çi mal in. Dema ku li Sûriyê bûm, min têrî xwe ew naskirin. Ku ez nînbim, nikarin tu tişt bikin, qe nebe hûn nikaribin siyaseta derve û hundir bikin jî, qene parastina xwe bizanibin. Ji min rêbertiyeke pratîk a PKK’ê neyê hêvîkirin. Yê min tarzeke min a ku tê zanîn û diyar e heye, encax nizanim ku PKK’a niha wê tarz û pratîkeke çawa raber bike. Bila bi spartina min tiştek nekin, ez nikarin rêbertiyeke pratîk bikim. Heman tişt ji bona DTP’ê jî derbasdar e. Divê biryarên xwe bixwe bidin, dikarin stratejî û siyaseta xwe bixwe diyar bikin. PKK çi dixwaze bila wê bike. Lê ji bona wê jî divê siyaseta hundir û derve baş bizanibe û baş tehlîl bike. Bi min ve girêdan, tenê têrî nake, ya girîng fêmkirina min e. Ev ji bona gerîlayê çiyê jî wisa ye. Dozgerî ji bo cezayê hûcreyê ji min re kaxiz şandiye, tê îdeakirin ku min talîmat daye PKK’ê. Wê PKK, di riya ku ew dizanin de, biryarên xwe bixwe bidin. Bila min bikar neynin, jixwe nikarin bikarbînin jî, ez destûra vê nadim. Birayê min jî xwest bikarbîne, li ser neket, di dawiyê de îxanet kir.

Li Tirkiyê îktîdara derbeyan didome. Hûn dizanin derbeya 9’ê adara 71’an û derbeya 12’ê adara 71’an heye. Tirkiye di bin venêrana van herdu derbeyan de ye. Baykal-CHP, temsîla derbeya 9’ê adarê dike, AKP-Erdogan jî temsîla derbeya 12’ê adarê dike. Hûn dizanin denîzan tesfiye û darve kirin. Ji hêleke din ve derbeya 12’ê îlonê heye, hê jî didome, ezê piştre li ser vê bisekinim. Ya ku CHP temsîl dike netewperestiya kor e û ya ku AKP temsîl dike jî oldariyeke kor e. Herdu feraset jî aşkereye ku wê nikaribin pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin, herdu jî riyên xitimîne. Rêzenivîseke Hasan Cemal a bi navê Rojnivîska Derbeyan çêbûbû, min hebek jê xwend. Li ser van mijaran disekine, encax qet têrî nake. Dibêje ku, Baykal û AKP hewl didin dewletên xwe yên kûr biafrînin. Belê, rast e, encax di hêleke din de jî dewleta kûr a Bayal bixwe jî heye, hewl dide ku vê biparêze. Van îktîdaran, di sala 2002’yan de veşartî û bi awayekî pir kêm li hev kirin, di ser de jî dibe ku ev vekirî jî bûbe. Serdestiya vanan li hember hev nîn e, nikarin hev û din têk bibin, carnan ev carnan ew dikarin serdestî hev bibin. Ev tiştek mîna zirnezîqê ne, carnan ev carnan ew tên îktîdarê û serdestiya xwe ya li ser gel berdewam dikin. Yek ji wan mîna AKP’ê bi sermayeya cîhanê re têkiliyên wan hene, yê din jî mîna CHP’ê têkiliya wan bi kevneşopiya statûkoparêz û dewletparêz re heye. Di rastiyê de ew laîsîzma ku ew diparêzin, têgeheke bi koka xwe yahûdî ye. Ji bona aştiyê ji 93’yan heta roja me ya îroyîn hewldanên min tên zanîn. Min di destpêka salên 90’î de Turgut Ozal zêde cidî negirtibû, ez fikirîm ku ev xapandinek be. Encax piştre min fêm kir ku Turgut Ozal cidî nêzîk dibe û mirovekî dewletê yê girîng e. Piştre bi Erbakan re name şandinên me çêbûn. Ji bona şaşiya ku min li hember Ozal kir li hember Erbakan nekim, min Erbakan cidî girt. Min di nameyan de, da diyarkirin ku ji bona çareseriyê çi bikeve ser milê min, ezê bikim. Ew şensê ku min neda Turgut Ozal, ji bona ku nekevin heman şaşiyê, vê carê min ji Erbakan re zêdetir şens da. Encax di vê pêvajoyê de, bi derbeya 28’ê sibatê re rê li hember hate birîn. Dîsa di salên 99-2000’î de ji baskê leşkerî hevdîtinên Kivrıkoglu-Aytaç Yalman bi min re çêbûn. Heta min diyar kir ku, ezê hesasiyetên leşkeran jî li ber çavan bigirim. Encax li ser neketin. Pêşiya vê pêvajoyê jî hate birîn. Yalçin Kûçûk di nivîsareke xwe de dide zanîn ku, ekîba Kivrikoglu-Aytaç Yalman li hember Ozkok in. Dîsa hewldanên Ecewîd di hêla çareserî û diyalogê de hebûn, lê ew jî li ser neket. Ji sala 2002’yan vir ve, AKP desthilatdar e. Encax desthilatdariya AKP’ê bi tu awayî xwe nêzî çareseriyê nake. Di qonaxa heyî de, AKP li ber veqetîna riyan e; ya wê AKP meyla xwe bide demokratîkbûyînê, yan jî wê di demeke kin de biqede. Jixwe doza girtinê der barê AKP’ê de didome. Meyla xwe ber bi radîkalîzmeke demokratîk de birin hinek zehmet dixuye. Ji AKP’ê rica dikim, em vê pirsgirêkê çareser bikin. Ez li vir im, dixwazin min bikûjin, lê hûn mecbûr in ku gotinên min li ber çav bigirin. Wê sibehî jî civîna MGK’ê çêbibe, hêvîdar im ku biryara diyalog-lihevhatinê derê. Ev ji bona AKP’ê banga min a dawîn e; niha hê jî hêza bandora min li ser PKK’ê heye, dikarim gotinên xwe bidim qebûlkirinê, lê ku wisa bidome, ku pirsgirêk çareser nebe, dibe ku PKK min guhdar neke. Werin hê ku ez li ser xwe me, hêza min di cî de ye, em vê pirsgirêkê çareser bikin. Sedema ku ez ew qas ji bona çareseriyê bi heyecan im, windakirina jiyana ciwana ye, ji bona min leşker gerîla ferq nake, nemirina mirovan girîng e. Îro 23’yê nîsanê ye. Bi vê wesîlê meclîsa destpêkê bibîrtînim. Wê demê Mistefa Kemal di xeteke serbixwe û azadîxwaz de bû. Li hember çi serxwebûn? Li hember îngilîzan. Werin em axaftina Mistefa Kemal a di meclîsa yekem de ku di sala 1920’an de kiribû bingeh bigirin. Piştre jî der barê çareseriyê de gelek axaftinên wî bingeh bigirin. Di vê bingehê de pirsgirêkê çareser bikin. Werin bêyî ku dereng bikeve, vê pirsgirêkê çareser bikin, beravajî vê, wê dewletên dîtir vê pirsgirêkê bikarbînin; wê dewletên mîna Yûnanistan, Ermenistan, Emerîka, Çîn, Rûsya û yên dîtir di vê mijarê de bibin xwedî gotin. Der barê pirsgirêkê de, çareseriya Emerîka hê jî ne zelal e, nayê zanîn, emê bisekinin û bibînin. Di heman demê de, AKP hewl dide ku bi welatên îslamî re têkiliyên nêzîk bi pêş bixe û hêza xwe ya bazariya li hember Emerîka zêde bike. Wekî nimûne, dibêje ezê Sûriyê bidim te, encax li hember vê dixwaze bêje ez vanan bigirim. Min di rojnameya Yenî Şafak de xwend; îdea hene ku ji ber AKP kete Iraqê doza girtinê lê hate vekirin, dibe ku ev rast be. Ewropa jî dibêje çareseriya siyasî. Vê ne bi tena serê xwe, ji ber ku Emerîka dixwaze dike. Wê di du hêlan de Tirkiyê tengav bikin. Lê ez dibêjim ku, vanan ne pêwîst in. Werin em vê pirsgirêkê bi hev re, di nav xwe de çareser bikin.

Min berê jî pêwîstiyên Tirkiyê gotibû; li derdora rêgezên dij-tekel, demokrasî û aştiyê, bi Kongreya Komara Demokratîk bên cem hev. Tevgera çep a li Tirkiyê, dorpêçkirina Sermayeya Cîhanî nikare tehlîl bike, nikare pirsgirêkên kedkaran çareser bike. Min berê jî mînaka ji sed milyarî re pênc sed milyarî dabû û rojnameyê jî vê nivîsandibû ku qezenca wan 5.4 e. Ku xwediyên sermayeya cîhanî, şîrket, tekel li hember yekê pênc qezenc dikin, lê heqdestiya karmendan zêde nabe, heqdestiya karker û kedkaran zêde nabe û kêm dibe. Divê DTP, di van mijaran de gel perwerde bike û zanebûna gel bi pêş bixe. Ez ji çepgirên tirk re dibêjim, ger ku tu ev lîstikên sermayeya cîhanî nabînî û bi kurdan re nayê cem hev, wê demê tu bi kêrî çi tê yî?

Dixwazim der barê Partiya Banî[2] de vanan diyar bikim. Divê bi rêxistin û sendîkayên kedê yên li Tirkiyêne re bên cem hev, bi vî awayî dikarin ji pirsgirêkên karker û kedkaran re çareserî bibînin. Gotinên min dikarin ji EMEP, ODP, SDP û serokên wan re ragihînin. Ez bang li sendîkavanan jî dikim, divê di nava vê banê de cî bigirin. Yekbûneke wisa pêk bînin, dikarin bi tarza hikûmeteke demokratîk a alternatîf bixebitin. Ku vê pêk bînin, wê bikaribin ji sedî bîst ray bigirin û di encama vê de bi pirsgirêka kurd re, wê çareseriya gelek pirsgirêkên Tirkiyê jî xwe ferz bikin û wê pirsgirêk çareser bibin. Di vê rewşê de, ew heqdestê kedkar ku yek e, wê bibe sisê. Li derdora rêgezên dij-tekel, demokrasî û aştiyê xebateke hevbeş, wê ber bi serkeftinê ve bibe.

Her hal Hîlmî û yên din ceza girtine. Vanan ne girîng in, ji wî û Leyla re silavên xwe radigihînim. Dikarin li akademiyan perwerde bidin, bila bi karên qanûnî ve nealiqin, dikarin fiîlî, bi awayekî fakto(fiîlî) bixebitin.

Cemşîd Bender jiyana xwe ji dest daye, xweziyên xwe yên sersaxiyê radigihînim.

Ez nikarim rojnameyan bi rêk û pêk bigirim. Di navberê de hinek rojname nîn in. Îdare dibêje ku neanîne, lê hûn tînin, ez dizanim. Di wê baweriyê de me ku ev kêfî ye. Bi vê mijarê re parêzerên min dikarin mijûl bibin. Jixwe pirtûk tên anîn. Ji weşanên Îmge nizanim pirtûka dawîn a Yalçin Kûçûk derketiye, ku derketibe dikarin bînin. Der barê yahûdiyan de yên ku hûn girîng dibînin, dikarin bînin. Ji hevalên girtîgehan re silavên xwe radigihînim. Ji ciyên ku hûn jê hatine, ji gelê wir re silavên min bêjin.

Îdare teblîgatek da. Ku dema me hebûna, minê xalên têkildar diyar bikirina. Encax dema me nîn e. Dikarin ji îdareyê mînakek bigirin. Bi hevdîtina min a di 9’ê nîsanê re têkildar hatiye xwestinê. Parêznameya min dixwazin. Min got ku ez heta bi parêzerên xwe re neaxivim, parastina xwe nakim. Vê rewşê bila parêzerên min bişopînin û dikarin mînakek bigirin.

Rojbaş, ji her kesî re silav.

23.04.2008  


 

 

[1] Ester jineke yahûdî ye. Di dema împeratoya persan de, 2300 sal berê, bi Qral Ahaşveroş re dizewice û dibe siltan û bi cî girtina îktîdarê de,  şêwermendê qral Anam ku biryara qirqirina yahûdiyan daye, Ester ew dide kuştinê û di şûna wî de rêberê yahûdiyan ku xalê wê ye, bi cî dike.

[2] Çatı Parti

 

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::