* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

Têbîniyên Hevdîtinê

 23.04.2008

 
 


EZÊ JI NIHA  Û PÊ VE NEBIM BERPIRSYARÊ  TIŞTÊN BIQEWIMIN
 

 

:::::::::::::::::::::::

Di tendurîstiya min de tiştek cûda nîne, weke berê ye. Radyona min hîn jî bi yek pêl e (dalga). Ma konferans, ango konferansek ku hemû derdorên Kurd tê de cih bigrin, wê di Adarê de çêbibe? Belê, kongre jî dibe. Ev konferansa Kurd girîng e. Biryarên konferans yan jî kongreya ku hemû Kurd tevlî bibin pir girîng in. Ez heyret dikim, dibêjin em siyasetmedar in, lê çawa girîngiya vê kongreye tênagihîjin.

Talabanî dibêje “ eger em nikaribin vê pirsgirêkê çareser bikin, emê hemû di binî de bimînin û emê hemû bi hev re têk biçin.” ne wisa ye? Talabanî bi rengekî xirab nêzîk dibe. Berê jî li hemberî PKKê tevlî gelek operasyonan bû. Barzanî li hemberî me, kêmtir tevlî operasyonan bû. Gotinên Talabanî tên vê wateyê: lîstok dewam  dike û ew jî tê de ye. Vê lîstokê hîn jî  didomînin, lê ev lîstok jî bi sernakeve. Em wenda nakin, ez wenda nakim û Kurd wenda nakin, lê ewê wenda bike. Kurd pir zana ne û xwedî wê vînê ku karibin xwe biparêzin. Ev çend car in Talabanî operasyonan li ser PKKê çêdike û li ser PKKê lîstokan dilîze.  Wisa xwe li wê derê pir fênek (qurnaz) dihesibîne, lê vana ne wisa tiştên biçûk in. 

Ma operasyon dewam dikin? Gelo bi tevahî wendahiyên wan heşt in? Ew pevçûna li Çelê, ne wisa ye? Gelo tê îdîakirin ku çekên kîmyayî hatine bikaranîn? Çawa tespît kirine? Pevçûn çawa çêbûye, ma vana bi rengekî xafil hatine nêçîrkirin, peşî kê êrîş kiriye, vana êrîş kirine an wana êrîş kirine? Van hevalan ji ku derê ne? Ji alî Îranê, ango ji çar parçeyan jî hene. Gelo li Îranê tiştek heye, pevçûn hene?  Ma PJAK hinek êrîşên Îranê weke ku li hemberî xwe hatibin kirin dinirxîne? Ez ji bo qaçaxçiyan  dibêjim,  ma vê yekê li hemberî xwe dinirxîne?

Siyaseta her du welatan ne yek e.  Siyaseta Îranê pir cewaz e. Wê Îran bi rengekî cidî êrîş neke.  Li gorî xwe siyasetek  wê heye. Gelo hatina Beşar Esad a Tirkiyê û daxûyaniyên ku daye çawa têne nirxandin? Tê gotin ku wê Sûrî û Îran jî têkevin rêya çareseriyê, ne wisa ye? Gelo  Surî amade dikin ji bo tiştekî bide Kurdan?

Gelo li her deveran hene û li her alî xwe bicih kirine? Ma li Cûdî, li Oramar û li her der hene? Herî zêde li Başûr in an li Bakûr in? Belavbûn li her dû aliyan jî heye. Ma li heremê hinek tiştên balkêş hene? Ma nexşeya rê hîn jî nehat dayîn? Ma ji dozgeriyê û ji miduriyetê bersivek nehat?

Gelo çalakbaziyên (eylemlilik) gel li herêmên diyar kom bûne, yan li her alî belav bûne? Ez jî texmîn dikim ku li her alî belav bûne. Ango li her alî zanebûneke siyasî heye. Li Mûşê gelek pêşketin hene, ne wisa ye? Rewşa Bêdlîsê cûda ye. Lîstokên ku li wê derê tên lîstin, bi rêya tekelan tên lîstin. Ma gelê Bêdlîsê fêm kiriye ku ti suda van tekelan jê re nîne? Wer xuya ye ku Bêdlîs hîn nû wan lîstokên ku li hemberî wê tên lîstin fêm dike.

Hevalek ji girtîgehê nameyek şandiye. Navê wî Latîf Sonmez, ji girtîgeha Semsûrê (Adıyaman), nameyek xweşik e. Dibêje “hûn Andrew Mango dizanin. Ew di mijara Tirkiyê de, bi taybetî di mijara M. Kemal de ji alî Tirkan ve jî û ji alî Serfermandarî ve jî weke otorîteyek tê pejirandin. Di van rojên bihurî de ev pirs ji Andrew Mango hatiye kirin. ‘gelo hûn derbarê vebûna demokratîk de çi difikirin?’ û Andrew dibêje ‘vebûna Kurd pêdivî û berdewama regeza (ilke) şoreşgeriyê ya Atatirk e” …Di nameyê de nirxandin dirêj in û dewama wan heye.

Ez Andrew Mango dizanim. Lê min qet wî nexwend. Lê belê min heman nirxandin berî niha kiribû. Min gotibû ku  ramana rasteqîn  a M. Kemal cûda ye. Yên niha dibêjin em Atatirkparêz in (Atatürkçü), lê çi têkiliya vê yekê bi Atatirk re heye? Vana  Atatirk jî nas nakin.

Xeta rasteqîn a M. Kemal ne weke xeta yên ku niha ji xwe re dibêjin em Atatirkparêz in. M.  Kemal di dîroka 10 Sibat 1922de xweserî aniye ziman û ramanên wî hene. M.Kemal, weke hinek kes dibêjin, ne dijminê Kurdan e. M. Kemal ne mirovê Îngilîzan e. Bêhtir wî û Lenîn name ji hev dû re dişandin, bi rêya xwe spartina Lenîn, dixwest bimîne. Bêhtir bi rêya xwe spartina Sovyetan, dixwest vê tekoşînê bide meşandin. M. Kemal di tekoşîna xwe de  xwe nespart Îngilîzan. Dizanîbû ku eger xwe spartiba Îngilîzan, wê nekaribûya ewqas serkeftî bûya. Fewzî Çakmak, Îsmet Înonu û vana bi navê Îngilîzan tevdigeriyan û vana mirovên Îngilîzan in. Vana M. Kemal bi siyasetên Îngilîz girtin çemberê. M. Kemal hincirandin (yıpratmak) û ew pasîf kirin. Li derdora M. Kemal çend hevalên wî yên ji dil hebûn weke Alî Fuat Cebesoy û Fethî Okyar ku karîbû ji wan bawer bike. Fevzî Çakmak û Îsmet Îonu li gel Îttîhatgiran M. Kemal pasîf kirin. Reşkujiya (suikast) Îzmîrê dane kirin. Provakasyona Şêx Seîd bikar anîn û piştî vê provakasyonê Musilê girtin. Van polîtîkayan bi tevahî polîtîkayên Îngilîzan in. Îngilîzan bi vî rengî polîtîkayên xwe pêk anîn. Îngilîzan bi rêya Fevzî Çakmak, Îsmet Înonu û Îttîhatgiran Tirkiyê xistin bin kontrola  xwe. Û rewş heya roja me ya îro hat. Di nava artêşê  de hinek serbazên (subay) weke Cemal Madanoglu hebûn ku bi rastî jî demokrat bûn, demokrasîyê dizanîn û hezm dikirin; hinêk meylên çepgir yên vana hebûn. Lê li holê ye ka çi ji vana hat.  Ev xet hîn ji salên 1920an û vir ve dora M. Kemal dorpêç kiriye, çembera wî teng kiriye û ew bêbandor kiriye. Ji xwe ew reşkujiya li hemberî M. Kemal hate kirin, ji ber vê yekê ye.

Heman polîtîkayên Îngilîzan paşê jî dewam kirin. Tansû Çîller heya 1992 qet li naverastê tunebû, nedihat zanîn. Ji nişka ve ew anîn ser Partiya Rêya Rast(DYP). Demirel mirovê Emerîkayê ye. Bi rêya Demirel Tansû Çîller, ku sixureke CIA ye, kirin Serokwezîr. Û ji xwe ew buyera pêxistina çirûska kesk (yeşil ışık) jî wê demê çê bû. Ango sixureke CIA kirin Serokwezîra Tirkiyê û Tirkiyê jî bi rêya pêxistina çirûska kesk, radestî wê  kirin. Û bi wê ve dane girêdan. Tê  zanîn ku Çîller ji salên 1960 û vir ve sixura CIA ye. Îngilîzan ji Çîller û Dogan Gureş re gotin “ me ji we re çirûska kesk pêxist, hûn dikarin biçin ser Kurdan.” Çiller û Dogan Gureş di salên 1990 de zilma neditî ya dîrokê li hemberî Kurdan kirin. Bi hezaran bûyerên kiryarên wan nediyar (faili meçhul) kirin û bi hezaran mirovên bedew kuştin. Ergenekon mînaka herî bixof a vê yekê ye. Di navbera Kurdan û Tirkan de dijminahî afirandin. Di serî de karsazên (işadamı) Kurd, destûr dan gelek bûyerên kiryarên wan nediyar. Ji Çiller re gotin “em desteka bêsînor didin we, û hûn çi bixwazin bi Kurdan bikin.” Çiller jî hêza Emerîka, Îngilîstan û dewletê girt pişt xwe û bi vî rengî li hemberî Kurdan her cûre pêkanînan kir. Ma êdî wê çibe? Ma bi qasî ku Serokwezîrek sixur be, ji vê xirabtir çi heye? Rojnameyên wê demê jî nivîsîn ku ew sixur e. Hinek generalên artêşê di ferqa vê yekê de bûn. Karadayi û Kivrikoglu ne Emerîkanparêz in. Yên wveke Karadayi û Kivrikoglu di ferqa vê yekê de bûn. Di civînek de ku Karadayi tê de ye, qala Çiller tê kirin û yekser wisa tê gotin “em vê qehpikê bêbandor bikin, em wê ji hêzê bixin û her çî zûtir em wê bişînin.” Heta plan dikin ku Tansu Çiller bikujin û xwestin vê planê jî bi me bidin kirin û ev bûyer bi vî rengî heya cem me hat. Ez pir heyirîm. Me nepejirand. Dîsa girêdayî Dogan Gureş bûyera jehrdayînê jî heye, dixwestin jehrdayînê bikin û ew bikin malê me.

Min axaftina Başbug di radyonê de guhdarî kir. Başbug qala axayên siyasî û axayên terorê dike. Ji xwe min berî niha vê rexneyê kiribû. Vaye derbarê Şemdîn, Çuruxaya û van de rexneyên min ên giran çêbibûn. Başbug dibêje li herêmê axayên siyasetê hene. Kî di pêşketina heya roja îro ya axatiyê de rol leyîst û destek da axayan? Kî xwest ku ev sîstem (pergal) li ser piya bimîne?  Di vê axatiyê de herî kêm bi qasî wan para te jî heye. Rola artêşê di vê de heye. Rola burokrasiyê heye. Artêş û burokrasî rola sereke leyîstin ji bo ku axkatî heya roja me ya îro pêşbikeve. Divê artêş pêşî  li xwe binêre û xwe jêpirsîn bike. Ev heştê salên tu yê li hemberî Kurdan zextan bikî, tu yê her cûre pêşketinên demokratîk ên Kurdan asteng bikî, tu yê destûr nedî ku hestên mirovane yên herî asayî yên Kurdan jî pêşbikevin û tu yê daxwaziya mafên mirovî biçewisînî. Ev dikare bi navê min yekser wisa were nivîsandin ku Ocalan bersiv dide Başbug.

Di 1920 de Îngilîstan Fevzî Çakmak dişîne û Fevzî Çakmak tê û dibe Serfermandar. Îsmet Înonu jî bi navê Îngilîstanê tevdigeriya. Ev her dû bi Îttihatgirên din re M.Kemal bêbandor dikin. Xeta Fevzî Çakmak-Îsmet Înonu bû xeta giştî ya Serfermandariyê. Loma artêşa niha berdewama wê xeta van herdûyan e. Pêwîst e mirov vê yekê baş têbigihîje. Wê destûr nedin ku Serfermandarî derkeve derveyî vê xetê. Di nava artêşê de hinek serbazên demokrat  hene, hebûne û hîn jî hene. Serbazên nêzikî çepgiriyê, serbazên ku van pirsgirêkan pir baş dizanin hene, lê vana bêbandor in û hêza vana nîn e. Artêş hîn jî di xeta van herdûyan de ye. Başbug jî vê yekê pir baş dizane. Eger tu axayên siyasetê naxwazî, divê tu pêşiya siyaseta demokratîk vekî. Lê tu yê ji siyaseta demokratîk bitirsî û pêşiya siyaseta demokratîk venekî, pişt re jî tu yê bêjî axayên siyasetê hene. Para te jî di vê yekê de heye. Li gel van hemû tiştan, bi serde jî te kapîtalîzmê xistiye herêmê û tu  her cûre polîtîkayên xwe bi aboriyê destek dikî. Ji bo dorpêçkirina gel, tu her cûre desteka aborî didî van axayan. Ma wê ev gel çi bike? Yan wê pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin, yan jî wê bi vî rengî dewam bike. Tu yê wan li kuncikekî çiya tengav bikî, paşê jî tu yê bêjî çekan bikar neyine. Eger tu her tiştî ji destên wan bigrî, ewê jî çekan hembêz bikin, ku yekane rêya ku dizanin e. Eger tu di destên wan de tu derfeteke demokratîk nehêlî, ewê jî yekane tiştên ku dizanin wê bikin. Eger tu pêşiya siyaseta demokratîk venekî, mirovê li Cûdî neçar e xwe biparêze. Ji xwe çanda ku tê de ye guncav nîne ku bi cûreyeke din tevbigere. Ev ji bo mirovê li Qendîlê û Zagrosê jî wisa ye. Yan wê  qada siyaseta demokratîk were vekirin, yan jî wê dewam bikin ku çiya weke qada xwe parastinê bibînin.

Niha ev Baykal û Bahçeli kî ne, bi  navê kî siyasetê dikin? Ti pêwendiya vana bi Tirkan re û bi Tirkîtiyê re nîn e. Tişta ku MHP dike ne Tirkîtî ye. MHP Tirkîtiyeke wisa esas digre  ku ev sed sal e hatiye çêkirin. Ji wê jî rasttir berdewama Îttîhatgiriyê ye. Îttîhatgirî jî û Tirkîtiya Îttîhatgiran jî ji aliyê hezên biyanî ve hatine çêkirin. Yên ku vana çêkirine ne Tirk in jî. MHP ya roja îro berdewama Îttîhatgiran e. Her roj mirov  dimirin. Vana mirov in. Ma vê yekê nabînin û qet wijdana van nîn e? Ne gengaz e ku mirov têbigihîje ka vana çawa dibin temaşevanên vê yekê.

Ez bi salan e, heta ev deh sal in dibêjim ku pêwîst e Akademî werin vekirin. Lê wê jî rasterast nakin. DTP nikare siyasetek weke siyaseta burjuwayê biçûk derbas bike. Pêwîst e DTP bi hezaran û bi deh hezaran kadroyan bigihîne. Ma çima nakin?  Çima DTP wisa bêpersyarî tevdigere? Çima wisa dikin? Divê hîn bikûranîtir bixebitin. Ji ber ku asta wan a têgihîştina teorîk guncav nîn e li gel vê yeke. Di rastî de hemû partiyên li Tirkiyê wisa ne. Heta hîn paşvetir in. Haydê em bêjin  DTP di nava wan de ya herî baş e, lê dîsa jî têrê nake. Eger dixwazin biserkevin, divê  bi deh hezaran mirovan û kadroyan bigihînin. Başbug jî vêya ferq kiriye, nagre ser xwe , lê tiştên dibêje girîng in. Di rastî de ev dikare were niqaşkirin ka pergala axatiyê çi ye û kî axatiya mezin kir, lê dîsa jî para rastiyê di gotinên wî de heye. Min di rojnamê de xwend, Ehmed Însel nivîsiye, dibêje ku hemû berpirsyarî li ser milên Ocalan hatiye barkirin. Pir rast e.

Hinek rewşenbîrên li Tirkiyê jî vê yekê ferq kirine. Min ji bo çareseriyê fikr û ramanên xwe ji dewletê re ragihand. Êdî, ê min, tiştekî ku ez karibim bikin nîn e. Di nivîsên xwe de jî min diyar kir, min got ku ez ji bo çareseriya demokratîk tiştên ji destên min were, dîsa jî ez amade me bikim, lê min destnîşan kir ku di bin van mercan de gengaz nîn e ku ez tiştekî zêdetir bikim. Ji xwe ev di alî fizîkî de jî gengaz nîn e. Dewlet jî hemû berpirsyariyê davêje ser min; her wisa DTP û PKK jî tevahiya berpirsyariyê li min bar dikin. Ev zilmek e. Zilmeke pir mezin e. Li vê derê ez nikarim bi serbestî tevbigerim. Tu yê di şert û mercên li vê derê de sererastkirineke herî biçûk jî çênekî û berpirsyariyê jî li min bar bikî. Tu yê hem pêşiya min venekî hem jî berpirsyariyê bavêjî ser min. Ev ne rast e. Ez di 2005 de ji PKK û DTP re pir hêrs bûm. Min got ku eger hûnê tekoşînê bikin, bi rengekî rast û dirust bikin û cidî bin; yan vî karî baş bikin yan jî dev jê berdin. Min vana tewş (boşuna) negot. Min wê demê hem ji PKK re hem jî ji DTP re got “ eger hûnê nûneriya min bikin, hûn neçar in cidî bin”. Divê PKK jî DTP jî zêdetir berpirsyarî li min bar nekin. Û dev ji vê yekê berdin. Ew bi xwe çi dikin bila bikin. Ez tûşî (karışmak- wan nabim û nizanim ka wê şer bikin, şer mezin bikin an wê radest bibin (teslim olmak). Ev karekî wisa ye ku ew dizanin, ji min re çi! Eger DTP û PKK berdewam bikin ku zêdetir berpirsyarî li min bar bikin, ezê dijûnan bidim. DTP carna bi rengekî tûj diaxive, lê carna jî nizane biaxive. Pêwîst e vê yekê baş têbigihîjin. PKK bi vê rêbazê nikare gerîlayan zêdetir li çiya bigre. Eger PKK feraseta (anlayış) nû pêş nexe û li ser bingeha feraseta nû hemleyên nû neke, wê nikaribe vê tekoşînê bide berdewamkirin, her wisa wê nikaribe gerîlayan jî li wê derê bigre. DTP jî bi van rêbazên siyasî nikare gelê Kurd bigre. Wê ji niha û pê ve nikaribe bi vî rengî xîtabî Kurdan bike.

  Herkes pirsgirêkê davêje ser milên min, lê di van mercan de ez çawa dikarim hinek tiştan bikim? Eger ezê vê pirsgirêkê çareser bikim û alîkariya min were girtin, divê teqez (mutlaka) pêşiya min were vekirin. Di 2005 de ez bi rengekî tund axivîbûm, ez naxwazim niha ji vê derê bi tundî biaxivim. Min gotibû zimandirêjan! Divê ev kar bi rastî û dirustî were kirin. Eger şer jî bikin û aşitiyê jî çêbikin, divê ev yek bi rengekî rast û dirust were kirin. Kirina şer jî çêkirina aşitiyê jî tiştekî wisa ye ku ew dizanin; bila her tiştî wisa neavêjin ser milên min, ez ji vê derê nikarim mucîzeyek ji wan re pêşkêş bikim. Her tiştê ku ji destê min tê, min kir. Min her tiştî nivîsî û da. Ez ji niha û pê ve berpirsyariyê napejirînim. Divê PKK û DTP pêwîstiya wî pêkbînin. Eger nekin ezê bitundî biaxivim; ezê dijûnê PKKê û DTPê bidim. Eger dewlet jî hîn zêdetir berpirsyariyê bavêje ser milê min, ezê ji vê derê serî hildim. Lê ezê nebim berpirsyarê tiştên ku ji niha vir ve  biqewimin. PKK jî DTP jî nikarin serokatî bikin û nikarin vê rola xwe bilîzin. Nikarin serokatiyên xwe çêbikin. Bi vê armancê hewldaneke cidî jî nîn e. Eger wisa biçe, wê dewlet bi destê AKPê Kurdan bikişîne cem xwe û wê pêdivî bi operasyonan jî nemîne. Pêwîst e PKK jî DTP jî serokatiyên xwe çêbikin.

DTP di Kongreya xwe de dikare navên nû wekî Mithat Sancar tevlî bike. Dikare ji Kivilciman û SDP (Partiya Demokrasiya Sosyalîst) tevlîbûn werin çêkirin. DTP bi tevlîbûnên nû yên weke vana dikare xwe bigîhine pêkhateyek (yapı) ku tevahiya Tirkiyê û herkesî bigre nava xwe.

Divê teqez di meha Cotmehê de hinek pêşketin çêbibin. Divê pêngavên berhember (karşılıklı) werin avêtin. Her wisa muzakere û diyalog çêbibin. Divê teqez di Cotmehê de muzakereya demokratîk were kirin. Egere muzakereya demokratîk çêbibe, wê çareserî pêşbikeve. Ma çima ji muzakereyê ditirsin? Bila werin cem hev, pirsgirêkê muzakere bikin û çareseriyê pêkbînin. Ma çima mirov xwe ji vê yekê vekişîne û jê bitirse? Bila meclîs jî wisa ji bo gevezetiyê kom nebe, bila pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe pêşwazî bike, bi vî awayî nîqaş bike û hevdu bi xayîntiyê tewanbar (sucbar) neke. Bila feraseta siyaseta weke ‘nizanim te vî got, te vê kir; nizanim te jî vî got û vê kir’ biterikînin. Muzakere wê di heman demê de zelal bike ka kî alîgirê neçareseriyê û kî alîgirê çareseriyê ye. Eger muzakere çêbibe wê diyar bibe ka kî aşitiyê dixwaze û kî şer dixwaze; ka kî edaletê dixwaze û kî bêdaletiyê dixwaze; ka kî alîgirê bûyerên kiryarên wan nediyar e û kî alîgirê huqûqê ye; ka kî alîgirê Tirkiya tari ye û kî alîgirê welatekî ronî ye. Eger muzakere çêbibe wê maskeya yên aşitî û çareserî naxwazin bikeve. Eger muzakere çêbibe wê ronî bibe ka kî alîgirê serxwebûna tam e. Her wisa wê derkeve holê ka kî Emerîkanparêz e. Belê, eger muzakere û aşitî çêbibe wê stêrka Tirkiyê li Rojhilata Navîn bibiriqe. Û wê Tirkiye bibe model. Pêşiya min vekin, ez jî maskeya yên aşitî û çareseriyê li Tirkiyê naxwazin, bixim. Bila diyar bibe ka kî alîgirê çareserî û biratiyê ye. Wê demê bihêle bila gelê Tirk derbarê min de biryara xwe bide.

Wê bi muzakereyê lihevhatineke civakî çêbibe. Û bi lihevhatina civakî wesfên demokratîk ên civakê zêde bibin. Lihevhatina civakî bi sûda herkesî ye, wê herkes jê qezenc bike, wê civak qezenc bike. Ji xwe regezên mislimantiyê jî vê yekê pêwîst dike, biratiyê pêwîst dike. Her wisa hemû felsefe û regezên ku armanca wan misogerkirina lihevhatina civakî ye jî vê yekê pêwîst dikin, lihevhatinê pêwîst dikin.

Em muzakere û diyalogê çêbikin, em her tiştî bi rengekî eşkere nîqaş bikin ka kî cûdaxwaz e û kî nîn e, ka kî terorîst e û kî nîn e. Wê demê wê diyar bibe ka vana çiqas fanatîk in, çiqas nijadperest (ırkçı)ın, û çiqas faşîst in. Ma ji vê rêyê hêsantir çi heye? Em her tiştî gotubêj bikin. Bila gel biryar bide ka kî cûdaxwaz e. Ramanên min eşkere ne, li holê ne. Çawa dibe ku ez dibim cûdaxwaz? Bila werin em li pêş herkesî, li pêş tevahiya Tirkiyê nîqaş bikin, bila diyar bibe ka kî cûdaxwaz e. Divê li ser vê mijarê baş were sekinandin. Wê demê gel ji bo min çi bêje, ez razî me. Niha vana çima direvin? Çi pêwendiya vana bi Tirkitiyê re heye? Ez Tirkan nas dikim, siyaseta wan jî ne wisa ye, exlaqê wan jî ne wisa ye. Tirk siyasetê bi vî rengî nakin. Tirk siyaseta cûdaxwaz nakin, ev ta ji 1071 û vir ve wisa ye.

Îro roja dawî ya agirbestê ye. Gelo ti daxuyanî heye? Gotibûn heya ku cejin biqede. Îro dema wan qediya. Ji Cotmehê re hefteyek maye. Divê ev yek hefte baş were nirxandin. Divê di nava hefteyekî de panel werin çêkirin yan jî ji çapemeniyê re daxuyanî werin dayîn. Divê were gotin ku pir berpirsyarî li milên Ocalan hatiye barkirin. Bi daxuyaniyên ku wê bêne kirin, ew barê li ser min  bi vî rengi wê bê sivikkirin.

Em ketin rojek wisa ku ji her cure pêşketinan re ducanî ye (gebe). Emê hemû bi hev re bibînin ka wê çawa pêşbikeve û wê çawa were çareserkirin. DYE(Dewleten Yekbûyî yên Emerîka) ji AKPê re dibêje çareser bike. Lê AKP pirsgirêkê hîn nizane. Serokwezîr hinek fêm kiriye lê AKP nizane ka wê çawa bimeşe. DYE çareseriyê dixwaze, lê pêkhateyek wisa faşîzan heye ku nizane ka wê çawa çareser bike. DYE nizane tiştekî çep bide kirin, ji ber ku pêkhateya civakî ya AKPê guncav nîn e li gel vê yekê. Ji xwe eger bibe jî bi darbeyê nabe. Rewşa hikumetê li holê ye. Di vê rewşê de dikare çi bibe? Dibe ku her tişt bibe.

Wer xuya ye ku vê pêvajoyê bi tevlîbûnan derbas dikin. Di van deman de tevlîbûn zêde bûne. Tevlîbûn zêde ne, ne wisa ye? Êdî ew dizanin ka wê çawa şer bikin, ka wê çawa aşitiyê çêbikin. Wê wisa weke di dema min de despê kir jî nebe. Niha hezar qat zêdetir derfetên wan hene. Û li her deveran hene. Ez nizanim ka wê serhildanên bajaran çêbibin yan şerê gelêrî çêbibe. Lê ezê nebim berpirsyarê tiştên biqewimin.

Pirsa tendurîstiya min tê kirin. Bi rêya kirina pirsa rewşa tendurîstiya min nabe. Rewşa min a vê derê diyar e. Li derve şer tê meşandin, wê encama wî li vê derê biteyise (yansıma). Wê pêdiviya şerê li der ve tê kirin were pêkanîn û encamên wî li vê derê li min biteyise. Divê rewşa min bi vî awayî were girtin dest û wisa were nirxandin.

Ji niha û pê ve wê dewam bikin ku demekî bi ser PKK û Kurdan de biçin. Wê demekî vê yekê biceribînin. Lê belê wê nikaribin di vê yekê de  biserkevin. Û gengaz nîn e ku serkeftinê misoger bikin. Min dizanin û min nas dikin. Dizanin ku ezê Kurdan nefiroşim. Ma êdî tu li benda çi yî ku ez bikim? Rewşa Kurdan li holê ye. Ez Kurdan nafiroşim, ez mafên Kurdan nafiroşim. Ma wekî din ez çi bikim? Min rêya çareseriyê nivîsand. Diyar e dewlet niha lêdikole. Ez ji axaftinên Serokwezîr têdigîjim ku xwendiye û dinîrxîne. Nivîsên min û ramanên min digrin û weke dixwazin wan bikartînin.

Tiştên ku îro dibin  eynî weke yên salên 1920 in. Bi qasî dinyayê çek dane Kurdan. Wê çil milyon Kurdan bi Tirkan re bidin şerkirin. Ma nikarin vê yekê bibînin? Tirkiyeya ku bi çil mîlyon Kurdan re şer bike, wê çawa yekpare bimîne, wê çawa dabeş nebe? Dema ku ev yek ewqas eşkere ye, çawa nayê ditin? Ha ji te re heman rewşa salên 1920.

Di destên Talabanî û Barzanî de gelek derfet hene. Bi qasî ku nikaribe bi dema berê re were berawir (kıyaslama)kirin, derfetên wan hene. Lê belê van derfetên xwe bikarnaynin. Ji ber hinek endîşeyan bikarnaynin. Û nikarin hinek tiştên nû jî pêşbixin. Em li vê derê gelek tiştan pêşdixin; em ji bo yekîtiya Kurdan gelek çareserî û pêşniyar pêşkêş dikin. Xwe weke siyasetmedarên pir fênek û pir baş dinirxînin, lê di rastî de ne wisa ye. Di rewşa rebeniyê de ne. Nikarin vana jî bigrin û binirxînin. Li wê derê jî gelek jihevdeketin tên jiyîn, partiyên wan ji hev dikevin. Gelek partiyên muxalif derketin holê. Bila her du jî bi diqet tevbigerin.

Li vê derê yên dibêjin ku ji bo Kurdan têdikoşin, her ku tengav dibin baz didin cem Talabanî û Barzanî û xwe dispêrin wan. Ji wan pirs dikin û dibêjin ka em çi bikin û hûn çi pêşniyar dikin ku em bikin. Lê weke Tirkiyê, ew jî girêdayî Emerîka ne, bi vî rengî her tişt dubare dubare vedigere Emerîka. Emerîka weke ximbil (kukla) her du aliyan jî dide leyîstandin. Her du jî bi rêya xwe spartina DYE, hewl didin li ser piyan bimînin.

Divê herkes siyaseta bi şêwaza kevn li dû xwe bihêle. Emerîka jî Gladyoyê, ku bi salane destek didayê, berda. Emerîka jî înfazên bi şêwaza kevn û rêbazên wêke Gladyo terikand. Emerîka ji bo vê Gladyoyê berê digot ‘zarokên me’. Digot ‘zarokên me çi dikin?’ Niha jî dibêje  ‘zarokên me mezin bûn, bila li ser lingên xwe bimeşin, dikarin bimeşin.’ Lê belê Tirkiye nikare bi tena serê xwe bimeşe, nizane bimeşe. Hûn li Tirkiyê ketine nava bîrdoziyeke paşverû. Hûn ketine nava çar lîqan (batak) weke zanistperestî (bilimcilik), olperestî (dincilik), regezperestî (cinsiyetçilik) û netewperestî (milliyetçilik).  Paşê jî hûn nikarin li ser piyan bisekinin.

Min dewletê hîn ji nêzîktir ve nas kir. Her wisa em bûn xwedî gelek ezmûn (tecrube). Ez biratiya Kurdan û Tirkan diparêzim. Ez bi rastî jî dixwazim vî şerê bêwate biqedînim, ez dixwazim van mirinan bidim sekinandin. Divê van tiştên ku ez dibêjim bi zimanekî guncav bi navê min ji raya giştî re bêne ragihandin. Min maqaleyeke Kojîn Karatanî xwend. Ji bo civakê têgehek (kavram) bi navê antî-kanserolojen bikaraniye. Pir rast e. Min berî niha Karatanî qet nexwend, lê min vê têgînê (ifade) weke xwe berê niha bikaranîbû. Kesekî girîng e. Min maqaleyeke wî di Kovara Ekspres de xwend. Fîlozofekî Japonî ye. Ramanên wî yên girîng hene. Lê kêm in. Dibêje ku ji bo başkirina civakê pêwîst e şanikên (hücre) antî- kanserolojen werin afirandin, pir rast e. Min jî vê civakê şibandibû kanserolojenê. Û ji bo rizgarbûna ji vê yekê jî min tiştên berfireh nivîsand. Karatanî xwe gîhandiye ramanên girîng û tespîtên girîng kiriye, lê ramanên min ji ramanên Karatanî pir zêdetir berfireh in. Min di Beşa Çaremîn a Parêznameya xwe de nirxandinên hîn berfirehtir kir. Min li wê derê hîn bikûranîtir nivîsiye.

Ji bo Marks jî herî dawî ez gihîştim vê nirxandina nû, ramana min a ku herî dawî min xwe gihandiye ev e: serhildana gundiyan a eşqiyatiyê çi be, serhildana karkeran a li hemberî kapîtalîzmê jî ew e. Rewşek ku vêya derbas bike nîn e. Eşqiyatiya gundiyan û eşqiyatiya bajêr heman tişt e. Eşqiyatiya gundiyan cihê xwe ji eşqiyatiya bajêr re hêştiye.

Eger AKP pirsgirêkê çareser neke, wê têkbiçe. Ferîd Zekeriya ku nivîskarekî Emerîkî ye destnîşan kiriye ku pêwîst e Emerîka di her mijarî de, di serî de jî di mijara Afganîstanê de, êdî ne şîddetê, lê rêbaza îknakirinê bikarbîne. Ji xwe Obama heye, êdî ez nizanim ka wê çi bikin.

Diyar e, RAND Corporation, ku saziyeke ramanî ya Emerîkanî ye, destnîşan kiriye ku li Emerîka komek heye ku dixwaze, piştî ku Emerîka xwe ji Îraqê vekişîne, Tirkiye mudaxeleyê Başûr bike û eger were xwestin ku mudaxeleya Tirkiyê li Başûr were asteng kirin pêwîst e li hemberî PKKê destek ji Tirkiyê re were dayîn. Yanê wê dagir bikin? Dibe ku bibe. Ew komek wisa ye ku li Emerîka vê yekê dixwaze. Berê jî hebû.

Nameyên ku ji girtîgehan ji min re hatine hene. Ji Încî Roj penc name hatin. Jineke balkêş e. Pêncî salî ye. Jineke Tirk e. Tê gotin ku bi hevalên li girtîgehan re binakok e. Ez ji Încî Roj re vî tiştî dibêjim: ew dikare di her çar mijarên bîrdozî (regezperestî, olperestî, netewperestî, zanistperestî) de, ku min qala wan kir, lêgerîn û lêkolîneke berfireh bike. Ez jê re pêşniyar dikim ku wan nameyên xwe yên berê jî sererast bike û bike pirtûk. Letîf Sonmez ji girtîgeha Semsûrê ye. Baş e, dikare lêhûrbûnên xwe berdewam bike. Nameyek ji girtîgeha Erziromê heye. Ez ji hemûyan re silavên xwe dibêjim. Name ji girtîgeha Kandira heye, ez silavên xwe dibêjim. Ji girtîgeha Bakirkoy nameyek a Gonul Erdogan heye. Vana komeke 21 kesî ne. Ez ji hemûyan re silavên xwe yên taybet dibêjim. Berî niha hevalek ji vê girtîgehê name şandibû. Her wisa,  Mesîl Demiralp ku neviya Xalid Begê Cibranî ye. Min nameyên Faik Taç ji girtîgeha Tekirdag, Mahmut Aba, Mahsum Qehreman girt; û her wisa min nameyek Adanmiş girt, min girîng dît. Ji malbata xwe sê kes wenda kiriye, malbateke welakparêz e. Ez ji van hemuyan re silavên xwe dibêjim. Min nameyên we girt, ez girîng dibînim.

Pirtûka ku herî dawî ji min re hat dayîn, pirtûka bi navê Dîroka Têgehan (Kavramlar Tarihi) e. Wekî din pirtûk nehat dayîn. Ez silavên xwe ji gelê me yê li Geverê re, ji gelê me yê li Colemergê û li Wanê re û ji gelê me yê li Bedlîsê re dibêjim.

Rojbaş

Ji herkesî re silav


 

23 Îlon 2009 

:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::