 |
|
 |
|
|
Edduba
şoreşa wêje, çand û hûner ê!
Berhevkirin û wergera Kurdî: Polat CAN
Edduba-1
Abdullah Öcalan
Şoreşa wêje, çand û huner ê
Berhevkirin û wergerandina Kurdî:
Polat CAN
Weşanên Kongra Gel
Çap:
Çapxaneya Azadî
Mijdar-2004
Naverok
- Şûna
pêşgotinê
- Wêje çi
ye?
- Rola
huner û wêjeyê di pêşveçûna ramana felsefî û
şaristanî de!
- Di
berbanga mirovatiyê de zayîna wêje û hunerê
-
Şaristaniya Sumeriyan çavkaniya huner û wêjeyê ya
yekem e
- Rola huner û wêjeya rojhilata navîn di şaristaniya
Greekan de
- Derguşa şaristaniyê “Rojhilata navîn”e
- Çima huner û wêjeya rojhilata navîn pir xemgîne ?
- Huner û wêje, pêwîstiyên giyanî yên mirov in!
- Mêtîngerî dijminê hunerê ye jî!
- Bersîva pirsa“ Çawa Bijîn?” Roman e...
- Divê romana Kurdistanî serbixwe be
- Zimanê şoreşê: Wêje
- Tenê bi zimanê Kurdî nivîsîn, ne bes e
- Roman bi xwe şoreş e
- Şoreşa wêjeyî
- Li romanivîsekî rast digerim…
- Destana vejînê û roman...
- Ku
serokatî neyê naskirin, berhemekî baş dernakeve
-
Erkê nivîskar û wêjevanan di pêşxistina romana Kurdî
de...
- Muzîk giyan e
- Erkê hunermend
- Hunermend û Kesayetî
- Huner û Bazirganî
- Pêşeroj
Şûna Pêşgotinê
Di pêşveçûyîna her civakekê de rola hêmanên giyanî
pir xurt û diyarker e. Çawa ku civak û şaristanî
tenê bi aliyên aborî, leşkerî û ramyarî bi pêşve
naçin, ewqas jî bêy aliyên giyanî heyîna xwe nikarin
ragihînin û nadomînin. Ji destpêka şaristaniya
mirovahiyê de heta roja, îro mirov û civakên zana û
jîr, hêza wêje, çand, huner û aliyên giyanî yên din
têgihîştine û ev yeka baş bi kar anîne. Lê civak an
jî takekes ên paşmayî çi nirx nedane vê hêza giyanî
ya mezin û giraniya xwe dane ser rêbazên hişk yên
têkoşînê. Helbet şaristanî tenê li ser rêbaz û
hêmanên leşkerî, siyasî û aborî nayên damezrandin û
domdirêj najîn. Ku bijî bana; wê Cengîzxan û neviyên
wî yên wek Holaku bikaribana şaristaniyek ava
bikiribana, lê ji ber paşverûtiya wan û lewaztiya
wan ya giyanî, çandî,
hunerî û wêje yî, hîşt ku rola wan di avabûn û
bilindbûna şaristaniya mirovahiyê de neyê dîtin.
Di heman dem de jî mirov dibîne ku şaristaniyek wek
ya Sumeriyan, Greekan û Misriyan di avabûn û
bilindbûyina şaristaniya mirovaiyê de rolek çawa
leystin û bandorên wan heta roja îro li ser hemû
aliyên jiyana mirov û civakan diyar dibe. Sedema vê
ya sereke ew bu ku wan hêza aliyên giyanî baş bi kar
anînin û şaristaniya xwe bi qasî aliyên leşkerî û
aborî, li ser hêmanên wêje, çand û hunerê avakirin.
Ev têgihîştin di demên niha de herî bêhtir ji bo
gelên rojhilata navîn bi awakî jiyanî xwe dide pêş.
“ Ku nebe nabe” bi vê rastiyê dive ku
em heta kûrahiya mejiyê xwe bizanibin û pê bihisin.
Hele ku ev yek bi rastiya netewa Kurd ve girêdayî
be, êdî pêdevî bi axavtinê namî ne!! Em ji bîr nekin
ku gelê Kurd bi seda sala ne heyîna xwe- weku civak-
bi rêya wêje û çanda devokî (zargotin) parastiye û
xwe gîhandiye roja me ya îro. Klamên mêranî, stranên
evîn û dîlanan, dîlok û qulwelkên xemgîn, awaz û
amûrên muzîkê yên civakî, çîrok û zarbêjî.
Ev hemû hêman rolek mezin di parastin û xweykirina
rastî û resentiyên me yên civakî û
netewî de leystine. Lê çi mexabin, pir caran Kurdan
rûyên xwe zivirandin û xwedî li rastiyên xwe
derneketin. Ev jî bu sedem ku wêje û çandek Kurdî ya
nûjen û bi bandor dernekevê holê. Di bin navên nûjen
bûyînê de jî; xwe avîtina himbêza çanda biyanî û ji
rastiya xwe rev pir hat û tê jiyîn!
Wêje û hunera me-kurdan- ya civakî û devokî em di
demên pir zor û zehmet de ji helandinê parastin û
heta niha anînin, niha jî wêje û çanda me ya resen
di metersên giran de ye û divê em vê carê xwedî lê
derbikevin û biparêzin. Wê demê eme bibin lawên şîr
pak.
Helbet wê ev erk û peywer ne asan be û ne jî dem
kurt be! Bi taybetî jî ku heta roja me ya îro
yeketiyek çandî, wêjeyî û hunerî di nava me Kurdan
de çênebûye. Hîn Elfebeyeke me ya standar û hevgirtî
jî derneketiye holê. Di aliyên wêjeyê de jî, ji
medreseyên Ehmedê Xanî bêhtir, medreseyên biyanî û
herêmî li ser berhemên Kurdan desthilatin. Hîn
medreseyek romana Kurdî derneketiye, şêwazê
çivanokên pîr û kalan di çîrokên me yên(qaşo)nûjen
de diyarin û hîn muzîkek Kurdî ya nûjen û xweser
derneketiye holê û nebûye awêneya me ya ji cîhana
derve re.
Bi kurtasî hîn manîfesto û medreseyek wêjeyî, çandî
û hunerî ya standart û resen çênebûye. Helbet ku ked
û hewildanên hin rêzdar û şervanên wêje û çanda
Kurdî hene ta ku vê pirsgirêkê çareser bikin.
Armanca berhevkirina EDDUBA jî ev bu. Yanî
pêşkêş kirina manîfestoyekî bi rêk û pêk ku ji nêrîn
û ramanên mirovekî pir zana û xwedan hizirên nûjen û
tezên resen pêk tê.
Serok Abdullah Ocalan ne tenê serokê rêkxistineke
siyasî, leşkerîye, ne jî tenê sazûzimankarê tezên
îdeolojî ye, ew ne tenê mirovek dîplomat û rêberekî
jîr e; ew di hemen dem de jî rewşenbîrek zana,
zanayekî dilnizim û xwendevanek zîrek e. Li rex
hizir û tezên wî yên civakî, siyasî, îdeolojî,
dîplomasî, rêkxistinî... HWD. nêrîn û tezên wî yên
wêjeyî, çandî, hunerî û aliyên giyanî û bedewtî di
asta manîfestoyeke nûjen û resen ya esîl û bi rêk û
pêk de ne! Ev nêrîn jî dibe medreseyek sereke û
berfereh ji hemû wêjevan, hozan, hestdar û
hunermendan re.
Çi mexabin ku heta niha ev nêrîn û nirxandinên serok
yên di der barê aliyên giyanî de nehatine
berhevkirin û weku berhemek xweser nehatine weşandin
û negihîştine berdestê xwendevanan. Ev xal kêmasiyek
mezin e û dive ku werê derbaskirin. Bi vê niyazê,
berî demekê min xwest ku bi vî karî rabim, çendî ku
derfetên vê yekê baş peyda nebûn. Bi taybetî jî ku
xebatek wisa divê bi karê kom û ekîban werê kirin.
Bi rastî komên bi vî rengî ji aliyê şoreşa azadî û
demokrasiyê ve hebûn û gelek nêrîn û nirxandinên
serok yên di derbara babetên cuda cuda de
berhevkirin û weku pirtûkên cewaz dan weşandin. Wek
babetên serhildana gel, rastiya şer, jiyan û zagona
demokrasiyê, hevpeyvînên bi rewşenbîran re, nameyên
serok, şîroveyên li ser têkoşîna jinê û ... Hwd.
Belam di aliyên wêje , çand û hunerê de ev yek nehat
kirin, bi taybetî jî bi Kurdî nehatin wergerandin.
Ev jî dibû sedem ku nêrîn û tezên serokatiyê
negihêjin hemû Kurdan û her kes nikaribe ji wan
nêrîn û tezên giranbuha sûd werbigre.
Destpêkê me di nava pirtûk û berhemên serokatiyê de
li nirxandin û şîroveyên li ser çand û wêjeyê
geriyan, berhev kirin û ji zimanê Tirkî û Erebî
wergerandin zimanê Kurdî. Pişt re jî sererast kirin,
bi cîh kirina wan li gorî babet û mijarê di vê
berhemê de. Weku pêşgotin jî me gotarek xwe ya bi
navê “Wêje Çi ye?” ya li ser rastiya
wêjeyê bi nêrînek zansitî nivîsand û di destpêka
pirtûkê de bi cîh kir.
Piştî xebatek bi coş û şad, “EDDUBA” derket
holê. Belkî ku derfeta min ya berhevkirina hemû
nirxandinên serokatiyê yên di der barê vê babetê de
çênebûn. Lê weku destpêk, weku amadekirina
manîfestoyeke serok ya wêje û hunerê de ev berhem wê
rolek xwe ya baş bilîze û ji gelek pirsan re bibe
bersîv. Ji rastiya hunerê bigire heta kesayeta
hunermendan, ji dîroka wêjeyê bigre heta bandora li
ser zanistiyê, ji rastî û resentiya romana Kurdî
bigre heta awaz û muzîka rojhilatî… yanî heman hemû
aliyên çand, wêje û hunerê di nava rûpelên EDDUBA
de peyda dibin. Em hêvîdarin ku EDDUBA jî
bibe dibistanek hêzdar ya çand û wêjeya resen…
Wêje çi ye? *
Wekî tê zanîn, gelek dînamîk û hêz di pêşketina
civaka mirovahiyê de - li gorî hêz, karîn û şêwaza
xebata xwe- rol dilîzin. Çawa ku şer û nakokîyên di
navbera hêzên cuda- cuda de roleke diyar, di
pêşxistina amêr û alavên cengî de leyîstiye û çawa
ku pîvanên olî, rolek xwe ya mezin di afirandin û
belavkirina hîmên baweriya giyanî lîstiye, her wiha
jî wêjeyê, roleke herî mezin di pêşxistina hest û
zanyariya giyanî û civakî û kesayetî di pêşiya
dîrokê û heya niha lîstiye û dilîze. Di despêkê de
wêje bi baweriyên giyanî pêş dikeve, pêşketina hîmên
olî, bûye sedema pêşketina wêjeya olî. Gelek caran
ji alî gelek hêz û birên olî ve wêje hatiye
bikaranîn. Ger mirov li hemû pirtûkên olî yên pîroz
mêze bike û di nava rûpelên wê de avjeniyeke hêdî-
hêdî bike, wê têderxe ku zimanê wan hemû pirtûkan
wêjeyî ye. Ji ber ku ev şêwaza ziman, bandoreke xwe
ya mezin li ser derûniya mirovan dike. Mirov zû û bi
asanî fêrî jiberkirina wan tiştên olî yên di pirtûkê
de hatine nivîsandin dibe. Ji ber zimanekî helbestî,
pexşanî û awazeke xwe ya nêzî giyanê mirovên- ku
pêdiviya xwe bi wan gotina hene - dikin. Ev rola bi
taybetî jî di demên destpêkê yên dîrokê de pêşketî
bûn, lewra A. Ocalan dibêje “Ew
pêvajoya seretayî ya mirovahiyê, pêvajoya helbestî
ye”.
Rahîb û oldaran waz û qewlên xwe bi wî awayî (wêje)
dikirin. Dema ku gelek dîrokzan, hesterê Zerduşt
weke helbestvan û wêjevanî bi nav dikin ne şaş in.
Dema mirov li şêwaza Mihemed a axaftinê mêze dike,
yekser, şêwaza wî ya wêjeyî derdixê holê, lewra ta
roja îro, Qur’an tê jiberkirin û bi gelek awaz û
awayan (Tecwîd) tê xwendin. Yanî ku mirovekî zimanê
Erebî fêm nekê jî, dîsa jî bi muzîk û awaza Qur’an’ê
hîs dike. Mirov ku bixwazê Avesta’ya kevin, bi
şêwazeke asayî (normal) bixwîne, wê nikaribe bixwîne!
Ji ber ku ew pirtûk bi meqameke helbestî-pexşanî
hatiyê rêsandin. Niha meqsedê me ji van gotinan ew e
ku, wan kesan rastî û hêza wêjeyê bi kûrahî
derxistine zanabûnê ye û zanibûne çawa vê hêza mezin
û bibandor bi kar bînin. Lê tiştê em dixwazin di jêr
de vebêjin, wêjeya ku civaka mirovahiyê pêş dixistin;
ev nayê wateya ku wêjeya olî, rola xwe di pêşketina
civakî de nelîstiye, lê ev xal ne mijara nivîsa me
ye. Emê li ser wêjeya ji nava civakan derketiye û
pêşengî jê re kiriye rawestin.
Di vê xalê de Marx (Marks) wiha dibêje; “Hilberîna
giyanî ji despêkê ve bi awayekî rasterast têkiliya
karê madî û têkiliya mirovan a bi hev re ye.
” wekî ku Marx dibêjê jî, ji ber pêdivî û lêgerînên
kesan û civakan, wêje derdikevê holê. Di rêwîtiya
civakan a dîrokî de, di gelek pêvajo û demên tengavî
û aloziyan de derbas bûne. Di rewşên wisa de civak/
kes li çarenûsa vê rewşê digerin, yan jî-herî kêm-
li xwevalakirina ji tengavî û nakokiyên di hundirê
xwe de digerin. Her kesek vê yekê bi awayekî
derdixînê holê. Hinek bi serhildana leşkerî û
xwîndar derdixin (wekî Spartakus, Hanbî-beel,
Cengiz-Xan û gelek kesên dîtir ên li dijî zilm û
zorê, yan jî ji bo armancên xwe bi şor û hêza
leşkerî rabûne) gelek jî bi serhildan û meşên
aştiyane kirine (wekî Mahatma Gahandî) hinekan jî,
bi reva ji civakê xwestine xwe ji wan alozî û
nakokiyan rizgar bikin. Lê hinek kesan jî, ev nakokî,
êş, lêgerîn, tirs, awat, hêvî, çand û asta jiyanê
civakên xwe bi şêwazeke şerê spî (bêxwîn) kirine.
Şorê wan pênûs, qada cenga wan jî rûpel bûye. Bi
hemû rê û şêweyên wêje û raderbirînê (îfade)
xwestine ku bibine zimanê rewşa ku tê jiyîn. Felsefa
xwe bi vî awayî di nava refên civakê de belav
kirine. Mirov dikare gelek mînakên şer û raperîna
wêjeyî bibîne. Çendî ku rola Lenîn di şoreşa Rusya
de heye, her wiha jî rola Çernîşevskî di lebitandina
hest û lêgerînên gel de, ne kêmî rola Lenîn e. Belkî
ku kesên wekî Robespîr û hevalên wî -ku gelek ji wan
jî, nivîskar, helbestvan û wêjevan bûn- di şoreşa
Fransa’yê de rol û kedekî wan ên berbiçav heye, lê
tu carî rol û keda Vîctor Hugo jî kêmî wan nîn e,
belkî jî hîn bêtir mirovî û nûnertiya giyana rastiya
pirsgirêk û daxwazên gelê Fransizan kiriye.
Dema em li dîroka Ereban a dema di bin destê
Osmaniyan de mêze bikin, emê bibînin ku tenê wêjevan,
nivîskar û rewşenbîran çand û zimanê Ereban, di wan
rojên tarî de parastine. Piştî hinek derfet dîtin,
dest bi avakirina komele û yekîtiyên ronakbîrî û
wêjeyî kirin. Jixwe Erebên dîtir di wê demê de çi
rol û beşdariya wan di pêşxistina çand û doza gelê
Ereb de nayê dîtin. Nasîf Yazîcî, Mihemed Ebde,
Cemaledîn el-Afaganî, El-Bustanî û hwd. di pêşengiya
şoreşa Ereban de û di rakirina civaka Ereban de
roleke mezin lîstine. Ev kesên ku me navên wan da û
bi dehan kesên wekî wan hemî jî, nivîskar,
helbestvan û wêjevan bûn, wan ne bi şer û xwînê li
dijî taritiya Osmaniyan têdikoşiyan, lê belê bi
şerekî ku çekê herî bibandor û dijwar dikirin, yanî
bi wêjeyê, ev yek bi rê ve dibirin. Mînak ne yek e,
ne didu ne û ne jî sed in, li her derê ev yek çêbûye.
Jixwe hemû şoreş û rabûnên ku li ser binyadên giyanî
nehatine avakirin, zû bi bin ketine û negihîştine
armancên xwe yên dûr û nêzik; ji ber ku wan aliyên
giyanî di civakê de îhmal kirin, lewra jî çi cihê
wan di dilê civakê de çênebû, zû bi zû ji ser
rûpelên dîrokê wenda bûn. Lê dema tu li encam û
berhemên mezin ên şoreşên ku yek ji binyadên wan
hêza wêjeyî bûn, mêze dikî, diyar e ka çawa bi hezar
salan ji alî gel ve hatine parastin.
Wêje ji bo xemilandin û xweşikirina jiyanê jî roleke
herî bedew û diyar dilîze.
Wêjeya ji pêdiviya rastiya dîrokî û civakî derdikeve,
wêjeya herî binirx û pîroz e. Her wêje dibe awêneya
civak û kesên ku ji bo wan û li ser wan çêdibe.
Wêjeya ku rastiya civakê nade diyarkirin, daxwaz û
arezûyên gel naderbirîne, pirsgirêk û nakokîyên di
hundirê civakê de dikelin diyar neke û çarenûsa wê
jî daneyine, wê demê çi nirx û wateya wê wêjeyê nîn
e. Wêjeya rast ew e ku, bi rastiya zemînê jê derketî
re bibe yek. Hest û ramanên endamên wê civakê pê hîs
dikin, ji ber gelek sedeman, nikarin bînin zimên, wê
demê wêje -bi hemû rê û rêbazên xwe yên rengereng,
wan tiştan dibêje û eşkere dike û çareseriya wê jî
datînê holê. Yanî dibe zimanê dil û mejiyê wî gelî.
Jixwe hinek berhemên wêjeyî hene ku, ji bo hemû
mirovên di hinek pirsgirêkan de hevbeş in, hembêz
dike, bêyî ku li nîjad, ol, welat û zimanê wan mêze
bike, ev dikeve beşa wêjeya gerdûnî, di vê xalê de
M. Gorkî dibêje;
“Wêje çavê gerdûnê ye, ê ku her tiştî dibîne û diçe
heta kûrahiya derûniya mirovan.”
Lê pêwîst e ku bi bahane gerdûniyê, ji rastiya
civaka xwe jî dûr nekeve, ji ber ku pêwîst e wêjevan,
bi wêjeya xwe bibe namedarê (qasid) çand, huner,
ziman, ehlaq, rewş, daxwaz û lêgerên gelê xwe ji
bona tevahî cîhanê. Dema ku mirov li şoreşa Ewropa (Europe)
ya ronesans mêze bike, wê bibînê ku roleke bingehîn
a wêjeyê di rakirin û hişyarkirina gel de heye.
Kesên wekî Fultêr, Gute, Nîtçe, Balzak, Roso û hwd.
xwedî ked û roleke mezin in. Van kesan ew dîwarê
kevneşop li pêşiya şoreşa civakî hilweşandin û ew
perdeyên taritiya di mejî û ramanê Ewropa’yê de
qetandin.
Her tim wêje bi hemû awa û şêwazên xwe yên cur be
cur, ji bo amadekirina zemînê şoreş û helsana mejiyî(zihnî)
û civakî çêdike. Şoreşa ku wekî reflekseke
bêamedakarî û pêşesazî rabe, hêzên giyanî jê re
pêştevaniyê nekin, wê demê ew şoreşa li ser binyadên
(esas) sist û lewaz disekine û tu carî nikare xwe
têxe nava hundirê mejî û giyana civak û kesan. Mirov
dikare komîna Parîs’ê mînaka vê yekê bide. Ev jî tê
wateya ku şoreşeke bêwêje û huner, bêgiyan û mirî
ye. Di vê xalê de Çernîşevskî wiha dinirxîne:
“Miletek bêwêje, kor û nezan e. Bi qasî miletek
xwedî wêje be, zana û rewşenbîr e, mirovan hîn û şa
dike.”
Lewra pêwîst e şoreşên raperîn ku pêşvebirina
civakan ji xwe re armanc dikin, nirx û giraniyekê
bidine wêjeyê, bi taybet jî wêjeya rasteqîn a civakî,
ku xizmeta pêşvebirina civakê dike. Mejî, hest,
pîvan û ramana ku dixwaze di hundirê gel de biçîne û
geş bike, serî li hêza wêjeyê bide. Hêzên
împeryalîst enerjiya mezin a wêjeyê dîtin, lewra
xwestin ku wêjeyê ji naveroka wê derbixînin, ji
rastiya wê dûr bikin, di bin navê “Huner ji bo
hunerê ye” de, ev kiryarên bênirx pêş xistin. Ev
mejiyê hêzên desthilatdar e, naxwazin wêje rola
hişyarkirina civakê bilîze. Di vê xalê de
Dostoyevskî dibêje: “Wêje,
yek ji erka wê şîretkirina mirovahiyê ye. Ji ber ku
weke pirtûkek dibistanê ye, ji jiyanê ye. Armanca
xwe naskirina jiyanê û nirxên mirovahî dide çandin.”
Yanî wêje ji kûrahiya dil û naveroka gel dernekeve,
çi nirx û wateya xwe nîn e.
Wêje ji bo xemilandin û xweşikirina jiyanê jî roleke
herî bedew û diyar dilîze. Li rex wê jî, ji bo zanîn
û hişyariya dîrokî û civakî belavkirinê ye. Di
şoreşa mejiyî de, wêje roleke herî mezin û bibandor
dilîzê, di vê xalê de, A. Ocalan di pirtûka “Çawa
Bijîn” de dibêje; “Huner
û wêje amrazên ku bêyî wan civak nabe, ji ber ku
rawestina civakî li hember sirûştê, mirov nikare bi
riya zanistê û siyasetê tenê rave bike. Ne têrkirina
giyanê li ba mirovan bi riyên madî, dihêle mirov li
şêweyên têrkirina jiyana giyanî bigere, wêje pişika
dihêle ku mirov li hember zoriyên jiyanê hinase
(nefes) bistîne.”
Wêjeya ku şoreşê di mejî û giyana civakê de
diafirîne, jê re dibêjin, wêjeya şoreşî. Çawa ku
şoreş ji bona hilweşandina zagona kevin û avakirina
zagonên nû ye. Her wiha jî wêjeya şoreşî jî, ji bona
hilweşandina mejî û ramana kevin û avakirina raman û
giyana nû û pêşverû ye.
Dema mirov li dîroka Kurdan mêze bike, wê bibîne
çawa Kurd tenê bi wêje û hunera xwe ji ser rûyê
erdê ranebûne. Kesên wekî Ehmedê Xanê, Feqiyê
Teyran, Herîrî, M.Cizîrî, B.Tahir û bi dehan
wekî van kesayetên pîroz, ên naveroka çand û
wêjeya Kurdan pêş xistine û parastine. Di demên
herî teng û zor de wan bi wêje û hunera xwe
qenalên henasa civaka xwe afirandine, kêşe û
çarenûsa wan kêşeyan jî diyar kirine. Ta roja
îro felsefeya wan ji bo rakirin û pêşvebirina
gelê Kurd, ji bo hemû wêjevan, hunermend,
torevan û rewşenbîran dibe pêşeng û rêber. Ji
ber ku pêdiviya me Kurdan, piştî ku şoreşa
netewî, kiryarên komkûjiyê li ser çand û mirovên
Kurd dihat çêkirin, bi têkoşîneke dirêj rakir,
êdî dem dema geşkirina wêjeya Kurdî ye. Êdî dem
dema rizgarkirina wêje û toreya me ye, ji bin
destên kesayetên marjînal, ji ber ku pêdiviya me
bi wêjeyeke resen û pîroz heye, da ku karibe di
hundirê Kurdan de tiştên bedew, narîn, buha û
biwate biçîne û belav bike. Nirxên ku şoreşa
netewî afirandine bi cil û şemala wêjeyî
bixemilîne. Jixwe di jêr de nirxandinên Serokê
gelê Kurd ên zanistî li ser wêje û hunerê di vê
riyê de ji hemû wêjevan, hunermend, romanivîs,
sazbend û rêdarên riya avakirina wêjeya nû re
dibe manîfestoyek bêhempa.
* Ev Gotar ya berhevkar(P.Can)di gelek wêşanan de
çap bû ye.
Ⅰ
EDDUBA
Abdullah Ocalan
Rola huner û wêjeyê di Pêşveçûna Ramana Felsefî û
Şaristanî de!
"Edî ez dîlokan nabêjim û helbestan nanivîsim, li
sazê naxim û destanan nanivîsim."
Di Berbanga Mirovatiyê de zayîna Wêje û Huner ê!
Çiqas ku raman û organên deng pêşve biçin jî, heta
ku neyên rewşa heyîna civakî, yê bêkêr bimînin û ji
prîmateke pêşveçûyî zêdetir, derbasî wî alî nabin.
Derbasbûyina zimên ya ji raman û dengan, bi mîsogerî
bi jiyana civakî pêşvediçe û qevastinên wesifdar
pêktîne. Di vî warî de, tişta ku bûye nesîbê bavikên
(klan) ku şêweya civakê yên herî teng in, Çend nîgaş
(îmge) yên bisînor û anîna van ya zimên bi şêweya
jest, mîmîk û işaretan e. Şêweya zimên ya pêşî bi
işaretan e. Hê gelekî dûr e ku jest û mîmîk derbasî
sazûmana deng ya di rewşa peyvan de bibe. Ev tê
zanîn, çiqas ku hêz û jênegeriya jiyana civakî xwe
dide çespandin û çiqas ku pratîkbûn di mêjî de
vedide, Ji ramanê ber bi zimên ve pêşveçûnek bilez
dibe. Ev pêşveçûn di dîroka mirovatiyê de, şoreşa
herî mezin û ya yekemîn e. "Heyîna çandî" ya berhema
pêşveçûnên civakî ku em dikarin bibêjin hemû tişt e,
piştî çêbûnên fîzîk, rîwek û cîhana ajalan, weke
çêbûneke çaremîn çiqas ku mîsogerî bi dest xist,
jibo raman û zimên mîna zemîneke daringî, dibe
bingeh.
Dema berxwedana eşîran û şaristanîbûnê, dikare were
nirxandin ku hişmendiya eşîrtî gelekî pêşvediçe,
şertek ji yê jiyanê ewe ku her kes xwe ji eşîrê
dihesibîne û "serdema destanî helbestkî" ye.
Ravekirina "destan û çîrok" yên bi zimanê helbestî
ku hê jî di nava hinek civakan de bihêz in, esasê wê
vê demê tîne zimên. Lihevdanên eşîran yên bê dawî,
qehremantiya li hember hêrîşên ji derve tên,
berxwedan û hêrîşên li hember, di dîroka her gelî
de, cîhekî girîng digirin. Ji nirxên bingeha
şaristaniyê, mûzîk û helbest jî, dîsa bingeha vê
sepandina di dema me de ne. Çespandina (îspatkirin)
van mijaran ne zor e. Weke ku awaz, stran û dîlok
gihane miqam û amûrên xwe, ev hezaran sal in ku
bandorê li pêvajoyên vê dawiyê dike.
Dema helbesta di BZ salên 1000an de, temsîl dike. Di
vê dema dîrokê de, li Hindistanê "Vedayan", li ëran
û Medya "Aveste", li Mezopotamya destana afirandinê
ya Babîl "Enûma Elîş" li Kenan "Yahova, Elohîm" bi
gotineke din "Tewrat" bi vegotinên nivîskî û devkî,
dexmeya xwe li van salan dixin. Zimanê hemûyan
zimanê helbestê ye. Ev destanên damezrandina
konfederasyonên qebîle, eşîran û yên xanedanan tînin
holê. Em dikarin bibêjin ev destanên qehremaniyê ne.
Ev vîn û daxwazên çînên bilind û kesan ku xwe nîv
xweda dibînin diyar dikin.
Şaristaniya Sumeriya çavkaniya huner û wêjeyê ya
yekem e
Sumeriyan li heyina raman û rewişta mirov, asayeke
(norm) sazûmanê ya gelekî bihêz bi cîhkirine. Ev
qalibekî sazûmanêye ku di hêza wan sazûmanê berê yên
şaristanî pêkanîbûn de ye. Jiberku bi nivîsê, bi
wêjevanan û bi hêz sazîbûna vê daye meşandin,
serdestiyeke bêhempa pêkaniye. Bi huner re, bi
taybetî bi muzîkê re yekîtiyeke bi aheng
damezrandiye, bûye xwedî şêweyekê ku heta weke îro
ahenga di navbera jiyan û muzîkê de, herî bi hêz
îfade kiriye. Çavkaniya sereke ya muzîka olî ye jî.
Perestgehên Sumer û akademiyên çandê yên bi navê
Edduba, saziyên ramanê ne ku otorîteya qeranên rahîb
pêşve bibin û bidin meşandin. Di çêkirina mîtolojiyê
de, ji aliyekî ve ola di rewşa teolojiyê de, ji
aliyê din ve jî, pêşnûmayên di rewşa destanên wêjeyê
de, peywirên bingeh yên rahîban, wêjevanan û
ramangêra ne. Nîppur a pîroz, Babîla vê dawiyê, bi
hezar salan bûne navendên çand, ol û wêjeya van
karan.
Xwedayê we çiqas bihêz be, hûn jî ewqasî bihêz in.
Xwedayê xwe tine bikin, hûn xwe jî tine dikin.
Xwedayê xwe şaş bikin, hûn jî şaş dibin. Xwedayê mêr
Enkî, yê civaka Sumer ya biçîn, xasûk û biaqil, ji
destê xwedawenda Sumer ënanna, hemû nirxên wê yên ku
di civaka neolîtîk de afirandine, werdigire û
herwiha her tiştê xwe, ji zayenda jin ya di civakê
de, distîne. Ev yek ne belaş û rasthatiniyeke,
destana mîtolojîk ku çûyina Enkî ya ji órûk heta bi
Erîdû, ji wira standina wî ya 104 "Me" yan û vegera
wî ya biserketin heta bi órûkê, tîne zimên û di nav
destanan de nemir bûye. Ev destan vegotineke
mîtolojîk, olî û wêjeyî ye, bê têkilî û nakokiyan
çawa danûstandin û levdanek di navbera xweda û
xwedawendan û weke vedanekê di nava civakê de jî tê
jiyandin. Ev karê wêjevanên Sumer, tiştekî şahwer û
tekûze ku mirov matmayî dihêle. Eslê wê derûna
wêjeyê jî ev e.
Rola
huner û wêjeya Rojhilata Navîn di şaristaniya Greek
de!
Phytagoras, di vê nêrînê de ye ku zimanê gerdûnê yê
ahengdar, bi muzîkê dikare were ragihandin (hisandin),
bipergaliya armonîa diparêze. Heyînên giyanî di
bingeha her tiştî de dibîne.
Tevkariya Grek ya liser şaristaniyê, bandoreke mezin
liser huner û mirûz (moral) jî kiriye. Di warê
muzîkê de, digel bandora Sumer, reseniyek jî hatiye
jiyandin. Di perwerdeya dilînan de, pêşveçûn çêbûne.
Him strana perestgehê û him jî cureyê takekesî jî
pêşvediçin. Phytagores mûzîkê weke zimanê gerdûnê
şîrove dike, Sumer jî xwedî nêzîkayiyeke wiha bûn.
Jiyan tenê bi mîtolojî, wêje û zimanê feylesofî nayê
ravekirin, ravekirina bi muzîkê qenc û qenc rûdine.
Di warê peyker de, weke berdewama Grek e. Behskirina
orîjînalîteke cuda zor e. Di muzîkê de, bi taybetî
di warê leşkerî de, sirûd û stranên serfiraziyê
hatine resenekirin. Em dikarin behsa nimûneyekî cil
û girêdanên (kinc) ku taybetmendiyên Roma, bikin.
Esîltiya Roma xwe di cil û bergên wê re jî nîşan
dide, lêbelê ev yek li ber çavaye ku ji Rojhilat
berhevkirine. Di hunera wêjeyê de, bandora Helenîzmê
xûya ye. Vergîlîus xweziya xwe bi ëlyada Homeros
aniye û destana damezrandina Roma, "Aîneas" liser
bîranîna Augustus ê mezin nivîsî ye.Lêbelê dîsa jî
klasîkeke wêjeyê ya mezin e. Hunera şano pêşveçûye.
Gotinbêjî bi awayekî derasayî girîng e û hatiye
sazîbûnkirin. Şêweya zimanê ëtalyan ku di warê
îfadekirinê de ewqasî hîkarîker e, bawer dikim ku ji
hêza gotinbêjiya vê demê tê. Di bin vê gotarê de jî,
viyana hêzeke ku serdestî cîhanê heye.
Desthilatdarên herî bihêz, digihîjin zimanê herî
bihêz û bi rewanbêjî (belaxat), para koleyan jî,
dibe zimanê Ezop yê ku qet nayê fêhmkirin. Dema ez
dihizirim ku di navbera hêz û azadiyê, serdestiya
zimên û axaftina xweşik de tekiliyeke hişk heye,
timî peyvên desthilatdarên Roma yên gotardêrî(gotarbêjî)
tên aqlê min. ereb, spanyolî û îranî di pîleya
duyemîn de ne ku ev hunera gotardêriyê pêşvebirine.
Ketina Troya dibe sedema berevajîbûna dîrokeke mezin
û domdirêj. "ëlyada" Homeros ku piştî Gilgamêş bi
nav û deng, deh salên ji vê dîrokê, şerekî dawiya
sala BZ 1200an, kiriye destan. Jiberku şer dişibe
berxwedan û hêrîşên gelek gelan û wiha hatiye
destankirin, ëlyada bûye xwedî nirxê vegotineke
gerdûnî. Ev vegotinên destanî ku hê jî di
bîrûbaweriya gelan de tên jiyandin, girîngî û
zorbûna gihîştina hêzeke şareza didin diyarkirin,
veguherîna serdemên dîrokê îfade dikin.
Derguşa
Şaristaniyê “Roilata Navîn”e
Jibo mirovatiyê çi pêdivî be, vê axê hilberandiye û
bi awayekî serkeftî, li hemû aliyên cîhanê
belavkiriye. Weke Habîl û Qabîlê Adem û Hawa, bûne
şivan û cotarî. Bûne çar lawên Nûh, li çar aliyan û
çar nijadan belavbûne, rûyê erdê ji şaristaniyê re
vekirine, rîwekên çandiniyê, ajalên kedî, gund,
bajar, dewlet, xweda, hemû pîşe, pirtûkên pîroz,
pêxember, wêje, huner, mûzîk, qesirbendî, çek, rê û
herwiha jibo mirovatiyê çi pêwîst be, afirandine,
xweyî kirine û diyarî çarmedorê kirine. Ev hemû yê
biwestînin. Rojhilata Navîn, dayika zayok, dergûşa
çandê û mirovatiyê, êdî yê bikeve pişt perdeya xwe,
belkî jî tirba xwe, jibo ku careke din şaristaniyeke
bi şeml û rengîn bize, yê bikeve xew û yê ji nû ve
şiyar bibe, Ronesansa xwe Ligor demboriya xwe
pêkbîne.
Hemû xwedawendên ku dîrok wan nas dike, yên ku
destanên pêşî afirandin, yên helbest nivîsandin, yên
ku ahenga herî kûr dane mûzîkê, yên ku heta bi
dawiyê xedarî kirine, yên herî biwijdan, tev li vê
axê di nav vê çandê dederketine holê, jiyîn, mirin,
ji nû ve û ji nû ve hatine cîhanê.
Ew weke derdorên navendê, yê timî li hêvya derketina
dîrokî ya nû bin. Dîrokê qedera wan wiha hûnandiye.
Lêbelê qedera te, meşa şaristaniya mezin a ku bi
derketinên nû hatiye hûnandin e. Herka weke Nîl û
Feradê ya bihêz e. Ey lawê bêesil û bi nalet, heger
tu nebe weke wan, ez te nabexşînim." Heman Rojhilata
Navîn, weke welatê xwedawendan wiha dibêje, "Ey mêrê
mêr ê xurifî û ketandî! Ez bi te re nabim. Ezê
bişewitim bibim xwelî lê vê xiyaneta jiyanê, bi te
re parve nakim." Weke welatê xwedayan wiha dibêje,
"Ey qambostno, ez we bi benîtî jî napejirînim. Hûn
bi naleta xwe, encex layîqê şewata dojehê bin."
Hozanên mezin dibêjin, "Edî ez dîlokan nabêjim û
helbestan nanivîsim, li sazê naxim û destanan
nanivîsim. Lewra we, giyana fireh û xweşikaya wêje û
huner winda kir, we xiyanet kir." Hemû hozanên mezin,
li hember dîrokê rawstiyane û dibêjin, " Em we
nabexşînin."
Şaristaniya Rojhilata Navîn, vê yekê bi bêdengî
dibêje :
"Ey beşa dîrokê ya binalet û rojaneyîtiya
qambostbûyî! Ji van rawestîn û pirsan re, bersiva te
yê çibe? Heger tu egîd bî, bi namûs bî, rabe û
bersivekê bide."
Çima huner û wêjeya Roilata Navîn pir xemgîn e?
Were
15 000 salan dayîktiyê bike, hemû tiştan jibo
mirovatiyê bafirîne û di dawî de, bikeve rewşa
benîyeke bêçare. Bibe mûmeke ku herkesî ronahî bike
û tu di tarîtiyê de bimîne! Ji herkesî re bibe deng,
muzîk û helbestê bafirîne û bibe kerr û lal!
BZ di salên 2050 û 1950an de, Sumerî bi Xanedaniya
ór ya dawî, piştî restorasyoneke demeke kin hêdî
hêdî ji qada dîrokê bi dûr dikevin. Di derbarê van
rastiyan de, nivîskarên Sumer ku vê yekê bi kûrahî
his dikin, gelek giryanok (zêmer), awaz û destan
nivîsîne. Ravekirina vê şaristaniya ku dîrok
derandiye holê, bi vî şêweyî gelekî hîkarîker e.
Hatiye çespandin ku çavkaniya hemû dram, tragedya û
komedya ev nivîsên sumeriyan e.
sumeriyan, giryanok û destanên herî dilsoj, di
hilweşîna şaristaniya bajarên xwe de pêşvebirine.
Windabûna welat, derûna hemû destanan digire û heta
weke îro jî weke berhemên wêjeyê yên resene, cîhê
xwe diparêzin.
Gelên Rojhilata Navîn, pir digrîn. Piştî afirandina
hevqas nirx, winda bike, ji xwe yê gelekî bête
giryandin. Rojhilata Navîn bi taybetî van hezar
salên dawî, li ser bêdengiya mirinê digrî. Bangdan,
dîlok, stran û saz, bixemgînî bang dikine mirinê.
Yek ji van jî ne rasthatine, tişta ku diqewime
tînine zimên. Heger berevajî vê bête kirin, yê
bêwate be.
Huner û wêje, pêwîstiyên giyanî yên mirov in!
Şoreşa ku di sergehê ((polîtîka, ehlaq, kultur) de
dest pê dike, dibe bingeha guherandinan, geş dibe,
bi pêş ve diçe û li ser her hêlan dibe xwedî bandor.
Li vir pirsa girîng a ku pêwîst e em bersivekê jê re
bibînin, ev e: fonksiyona wêjeyê çi ye? An jî bi
tomerî fonksiyona huner û wêjeyê, bi taybetî jî ya
romanê wek beşa wêjeyê ya herî girîng di warê şoreşê
de çi ye? Pêwîst e ku em bersiva vê pirsê bidin.
Bêyî hebûna huner, mirov nikare behsa hebûna civakê
bike. Carna mirov bi taybetî bi nêzîkbûnên zanistî û
polîtîk li hember xweristê nikaribûye tam bigihîje
çareserkirinekê. Her wisa bi riya xwe têrkirina madî
jî, dema ku wî nikaribûye giyana xwe têr bike, ji bo
xwe bi awayekî din realîze bike an jî têr bike berê
xwe daye aliyê hunerê. Jixwe huner di vê maneyê de,
pêkanîna pêwîstiyên giyanê bingeh digire. Pêwendiya
vê yekê bêguman bi hesîn û bîra mirov re heye. Lê
mirov bi hêsanî dikare bibêje ku, huner aliyekî
taybetî tîne zimên.
Daxwazên giyanî ku bi rengên cure cure xwe didin
xuyandin, wek berhemên hunerî derdikevin holê û
razîbûneke manewî pêk tînin. Berhemên sîstema heyî
jî carna bandora xwe li ser berheman dihêlin. Her
wisa jî pêwendiyên nêzik di navbera pêşveçûna siyasî
û hunerê de hene. Lê ji van hemû berheman re jî
huner nayê gotin. Ji aliyekî din ve mirov dikare
behsa rola hunerê li ser aboriyê û siyasetê jî bike.
Ji xwe di derbarê hunerê de, nêzîkbuna her
îdeolojiyê heye. Huner bi xwe pêwîstiyek e, çalak e,
ku dest jê nayê berdan û bi vî awayî jî tê hezkirin
û vejandin.
Mirov dikare bibêje ku jiyan, li gorî pêwîstiyên
mirovan formê distîne, dengekî xweş, dîmeneke ku
rind tê ber çavan, çîrokek, an jî helbestek, ku li
hisên mirov xweş tên, wek huner têne nirxandin. Dibe
ku jiyan bêyî wan jî bimeşe, lê ewê jiyaneke
bêrengîn be. Di her nêrînan de eseh ji hev
cudakirina bedewî û kirêtiyê heye. Di hêla giyanî de
jî hinek tişt bi mirov xweş tên, hinek jî ne xweş.
Tewrên rast û nerast hene. Civakek û bi wê ve
girêdayî, kesek, çiqas bilind bibe û bi pêş ve here
(bi taybetî dema behsa çalakiyên hunerî tê kirin),
ewê ewqasî jî di wê hêle de bibe berjewendiya
pêşveçûnê. Heger yekî xwediyê giyaneke nedewlemend,
di bin bandora muzîkekê, dîmenekê, an jî çalakiyên
hunerî yên cur be cur de nemîne û jê fêm neke, wê
demê “damarên jiyana wî mirovî hişk bûne” ji ber wê
li ser fonksiyona hunerê ya civakî gotûbêj nayê
kirin.
Di qonaxa pêşveçûnên civakî de, an jî di dema ku
civak ji hêla naverok û ciwaniyê de, ji qonaxekê
derbasî yeke din dibe, ev riya pêşveçûnê ku hatiye
rûniştandin, ji bo pêşveçûnên civakî yên girîng jî
di çalakiyên hunerî de têne dîtin. Qonaxên wisa berî
her tiştî di hêla hunerî de bi pêş ve diçin. Û çawa
ku pêşveçûnên civakî bandora xwe li ser hunerê
dihêlin, huner jî rola xwe di pêşveçûnên civakî de
dilîze. Bi taybetî qonaxên şoreşî ku bi hunerê têne
amadekirin, ji bo ku bigihîjin naverokeke xurt û
formên bihêz, bandoreke girîng li ser wê dihêlin. Di
vê wateyê de, huner li dijî zehmetiyên jiyanê
bêhnkişandinekê pêk tîne. Ango huner rayê hestkirinê
dide wî mirovî yê ku giyan lê teng bûye, wî ber bi
pêşveçûnê ve dibe û ew bi tiştên heyî û kevn qayil
nabe. Qayîlnebûn jî mirov xurtur dike. Mirov bi vî
awayî dikare şoreşa hunerî –hunera şoreşî- nas bike.
Dema mirov behsa civak û welatê Kurdistan’ê dike, di
derbarê hunerê de dikare bibêje ku ew jî mîna civakê
bi tevayî di bin mercên mêtingerî û feodal de
gihîştiye rewşeke ku nikare bêhna xwe bikişîne û xwe
pêş ve bibe. Vê rewşê ji xwe bandorek pir nedîtbar
(negatîf) li ser hunerê jî hiştiye. Beşa tiştê
girîngtirîn li vir ew e: Her çiqas demekê gel di
avakirina saziyên sergehî de, di têkiliyan û di xwe
hêzkirinê de zor û cefa didît û hatibû ber
tunekirinê, tenê bi hunerê –bisînor be jî- karibû
xwe bidana jiyandin. Nasnameya xwe jî tenê bi hunerê
berdewam kiriye. Ev yek jî, hêza hunerê radike ber
çavan. Dibe ku huner taybetiyeke civakî ya wisa ye
ku, heya dawiyê li ber xwe bide û di dawiyê de jî
wenda dibe.
Mêtîngerî Dijminê Hunerê ye jî!
Mêtîngerî di dema serdariya –hakimiyeta- xwe de, ji
bo pêkanîna tunekirina hunerê jî, hewlek mezin dide
xwe. Bi hemû qirkirinên pêkhatî li Kurdistan’ê heya
radeyeke girîng di qirkirina hunerî de jî pêk aniye.
Lê ji ber ku têkiliyên hunerê bi giyanê re hene, ew
di nav kategoriya ku di jiyanê de cih digire û her
wisa, ji ber ku aliyên wê yên giran û manewî hene,
bi qasî mercên dîtbarî nayên qirkirin-tunekirin. Ev
jî taybetiyeke hunerê ye.
Loma mirov dikare fêm bike ku çawa civaka Kurdî û
rastiya gelê Kurd bi hunerê hebûna xwe parastine û
domandine. Formên folklor û muzîka Kurdî bingeha li
serpiya hiştina nasmameya gelê Kurd a netewî ye. Lê
gelek çalakiyên hunerê hatine guherandin,
asîmîlekirin û bi vî awayî bûye amrazek bikarbirî ji
bo hunera netewa serdest.
Desthilatdariya mêtîngerî wisa jî li ser hunerê
serdariya xwe pêk tîne. Ev yek jî wisa xwe diyar
dike ku berî her tiştî pêşiya vejiyandina hunera gel
digirin, diguherînin, ji xwe re dikin mal, dixin
rewşeke wisa ku neyê naskirin. Û di pey vê re,
hunera netewa xwe ya dagirker, bi hunera gelê
bindest didin naskirin, qebûlkirin. Her wisa
mêtînger, di hemû saziyên fermî de û bi taybetî bi
alîkariya hêza dewletê hewl dide ku, desthilatdariya
xwe ya hunerî bixe nav hest û giyana gelê bindest,
da pê bide pejirandin ku “ew bi xwe ji netewa
serdest e, wek wê ye û nasnameyek wê ya cuda tune!”
Ji bo ku dagirkerî vê ramanê di serê wî de hişyar
bike û zindî bihêle, serdestî û hakimiyeteke bêsînor
daye meşandin. Di vê hêlê de netewa serdest çiqas
pêşveçûnan çêbike û hunera xwe bi netewa bindest
bide qebûlkirin, ewqas di tunekirina wê de bi ser
dikeve. Bi vî awayî nasnameya netewî tê rakirin û
nasnameya netewa serdest cihê wê netewê digire.
Jixwe ev babet di realîteya gelê Kurd de ya herî
pêşveçûna mêtîngeriyê di nav civakê de dide
xuyakirin.
Di rewşeke wiha de û di xebata li dijî mêtîngeriyê
de huner biçûk nayê dîtin. Her wisa çiqas bisînor be
jî, ji bo ku ji hêla hunerî ve nasnameya netewî di
hinek aliyan de hebûna xwe bidomîne, ew dikare di
tevgerên rizgarî -netewî de jî bibe bingehek ji bo
hinek raperîn û serhildanên girîng. Di destpêkê de
bi taybetî di warê xebata çand û hunerî de,
alîkariyek berbiçav dide proses û têkoşîna netewî û
polîtîkî-leşkerî jî, xebata çand û hunerê bi serê
xwe zêde nikare maneyekê bide tevgerê.
Li vir mirov dikare behsa nêzîkbûnên rewşenbîran an
jî neteweperestên Kurd ên prîmîtîv bike ku, huner bi
vî awayî rast nenirxandine. Xebateke lawaz a çandê,
huner û wêjeyê li gel tevgera rizgariye netewî, bi
taybetî jî li gel erkên polîtîkî-leşkerî tevlîhev
kirine, heya nexwestine erkên xwe di vê hêlê de
bibînin û bi xwe ji bo pêşveçûna hunerê jî hewleke
wisa nedane xwe, tenê bûne sebebê tevlîheviyekê ku
em wê jî dibînin.
Bi pêşveçûna têkoşîna me ya şoreşgerî him fonksîyona
hunerê di nav şoreşê de hatiye vekirin û him jî
çewtî û nedîtbariya nerînên şaş li ser şoreşê ji gel
re hatiye pêşkêşkirin (deşîfrekirin). Çawa ku me
giranî û pêdiviyek daye rola hunerê, rexneyên di cih
de û bikaranîna hunerê bi awayek oportunîstî jî
hatine kirin. Em çiqas rast nêzîkî hunerê bûne, îro
di nav şoreşê de tête dîtin û bi wê re jî derketiye
holê. Û hunerê çiqasî bandora xwe li ser xebata
polîtîkî-leşkerî hiştibe, ewqas jî huner bi xwe li
ser ketiye bin bandora têkoşîna polîtîkî-leşkerî. Di
vê wateyê de bandora hunerê û fonksiyona şoreşgeriya
wê, li ser bingeheke rast hatiye danîn. Ji destpêka
vê sedsalê û vir ve heya berî wê jî, pêşveçûna
nasnameya netewî ku ji hêla hunerî ve dihate xwestin,
tenê bi têkoşîneke polîtîkî-leşkerî hatiye pêkanîn.
Lê di kêleka têkoşîna polîtîkî-leşkerî de fonksiyona
hunerê ne tenê kêm bûye, beravîjiyê vê îro ev yek
hîn zêdetir bûye. Şoreşa Kurdîstan’ê îro di qonaxeke
herî girîng a firehbûnê re derbas dibe û hemû gel di
nava vî şerî de cih digirin û ew jî bi vê şoreşê kûr
dibe, hemû çîn û qadên civakê hildigire nava xwe û
pêş ve diçe. Komên gel bi muzîk, govend û wêneyan
xwe bêtir divejînin û hewl didin ku formek baştir ji
bo jiyanê pêk bînin. Ango di vê wateyê de, şoreşeke
hunerî jî di pratîkê de tête vejandin. Lê ev yek jî
pir diyar e ku, bi wan pêşveçûnan jî em nahêlin
huner bi serê xwe bimîne-pêş ve here û bi xeteke
rêbaz û hunerî ya kûr pêwîstî heye. Loma ji bo ku ev
kêmasiyên heyî ji holê rabikin divê eniyeke hunerê
bê pêkanîn, ev yek him pêwîstiyek e, him jî dê
bikaribe alîkariyek xurt bide pêşveçûna têkoşîna
şoreşgerî.
Bersîva pirsa“ Çawa Bijîn?” Roman e...
Pêşketina ku îro em li vê herêmê pêk tînin, bi rastî
hîmê romanê ye. Em dikarin vê yekê prosesa romana ku
gelê Kurd ber bi rizgarbûnê ve dibe bibînin. Bersiva
pirsa: “Çawa Bijîn?” dikare bibe roman. Em
polîtîkayê, îdeolojiyê û leşkeriya şoreşê şirove
dikin, stratejî û taktîka wê pêş dixin. Heger em
nikaribin bersiva pirsa “jiyan wê çawa be?” bidin,
wê gavê em dibin sebeba ku şoreşa me ji pêşketina
giyanî dûr bikeve. Ev yek jî ne rast e. Ji ber vê
yekê jî pirsa “Çawa Bijîn?” ji bo milîtanek şoreşger
pir girîng e. Ne tenê ji bo milîtanan, pêwîstiya
pêşxistina jiyana şoreşgerî, ji bo hemû kesan wek
nan û avê ye. Jixwe têkoşîna rizgariya netewî ya ku
partiya me serokatiyê jê re dike, ev yeka hane
deraniye holê. Di civaka me de paşverûtiya giyanî û
xirabûna tewrî pir in. Ev paşverûtî û xirabûn jî
bermayên dagirkerî û kemalîzmê ne. Heger mirov baş
analîz bike, vêga wê bibîne ku têkiliyên pêwîst ku
werin qutkirin hene, lê pêwîstî heye ku, li şûna van
têkiliyan ên nû, jiyaneke nû werin çêkirin. Roman tê
wateya xebata vê dijberiyê. Yanî raman, analîz û
lêkolîna jiyan û têkiliyên paşverû dike û li şûna
wan ên nû ava dike. Heger di çêkirina wê de, teknîka
hunerê baş were bikaranîn, ewê bikaribe alîkariyeke
pir mezin bide şoreşê. Heger mirov li rastiya dîroka
şoreşan û civakên ku şoreş li dar xistine binêre, bi
taybetî jî rewşa wan a îro bête nirxandin, wê bête
dîtin ku, pêwîstiya romanê ji rastiya şoreşgerî tê.
Pêwîst e, roman li ser vê bingehê were afirandin. Ev
yeka wisa jî dikare bibe bersiv û rexnekirina wan
kes û nêrînan ku, dixwazin ber bi kevneperestiyê,
reformîzm û modernîzmê ve bibin. Bi vê yekê re roman
dibe xwediyê xetek pêşverû, hesret û daxwazan. Û
rêberiya şoreşê ji xwe re dike bingeh. Ev roman jî
rastiya jiyanê bi vî rengî analîz dike û bi awakî
radîkal, jiyana kesanî ku îro ber bi hilweşandinê ve
diçe, rexne dike. Bi zanyarî li hilweşandina wê mêze
dike. Ew wisa jî bersiva “li şûna wê jiyana kevn,
jiyaneke çawa wê were avakirin?” dide. Ev jî dibe
sedema di kesaniyeta mirovek an jî çend mirovan de,
civak bi giştî ji nû ve were avakirin-nirxandin. Ev
kesaniyet, di bingehê de dikare bibe sedema analîzên
rastiya dîrokî û civakî. Ev kesaniyetên hane,
nûneriya kîjan têkiliyên paşverû yên dîrokî û civakî
dikin? Vê yekê baş analîz dike. Ev analîz çiqasî bi
kûrî, bi bedewî û hunerî were kirin, ewqasî
berhemeke hunerî ya baş dertê holê. Ev jî bi qeweta
hunermend ve girêdayî ye. Hinek xeyalên xwe didine
xebatê, daxwaz û hesretên xwe tînin zimên. Ez li
dijî çi me, çi dixwazim, çi xera dikim, çi ava bikim,
çi ne bedew e, çi bedew e, çi dikare were jiyandin,
çi nayê jiyandin, çi dikare were pejirandin û çi
nayê pejirandin? Van pirsan bi awakî vekirî dike û
bersivên van pirsan jî dîsa bi awakî vekirî dide.
Bersivên van pirsan, civakê bi giştî eleqeder dike.
Ev bingeha romanê ku em dixwazin pêş bixin, di
çarçova van pirsan de pir-hindik dertê holê. Rastiya
îro ku tê jiyandin jî, ev e. Ev rastî çiqas bi
paşverûtiyê, dagirkeriyê û feodaliyê ve girêdayî ye,
ewqasî jî modernîzmek e ku, şexsan cîla dike,
dixwazê bibiriqîne û binvala ye. Ev yek jî derketiye
holê. Dîsa welatparêziya sexte, şoreşgeriya sexte û
gelo di bin van de şexsiyet çi ne, çi nîn in? Hatine
kifşkirin. Û bi vê yekê re jî, rizgarbûna civakê bi
nasnameya netewî re çawa girêdayî ye, nûnertiya vê
di kesaniyetekê de çawa dibe û ev kesên ku wê
nûnertiyê dikin, çawa dertên, çawa têdikoşin? Me ev
hemû deranîne holê.
Qala kesên ku riya navîn digrin jî, hatiye kirin. Ev
kesên hane, lingekî wan di bermayiyên qirnên navîn
de, lingekî wan jî, di civaka îro de ye. Siya her
du aliyan jî li ser van kesan xuya dibe. Ev
kesaniyetên hane, di demên girîng de dertên û
dixwazin weke xwe bikin. Ev yek jî hatine rexnekirin.
Bi taybetî analîzên serokatiyê di van xalan de
pêşketinên girîng deranine û ev analîzên bingehîn
in. Ji ber vê yekê jî ev analîz, ji bo romaneke
şoreşgerî dikare bibe wesîle û dikare alîkariya
romaneke wiha bike. Ev xetên hane di analîzê de
hatine xuyakirin. Analîza kesaniyetên bingehîn di
nav jiyanê de, di nav şer de, bi tecrûbekirin hatiye
çêkirin û derketiye holê. Yanî ev analîzên hane ne
xeyal in, rastiyên ku têkoşînê deranîne, li holê ne.
Ji ber vê yekê jî wesîleyên ku di edebiyata gelek
welatan de tune ne, me bi dest xistine. têkoşîna
rizgariya netewî ku partiya me serokatiyê jê re
dike, qehremanî, xiyanet û yên xwe li riya navîn
digirin, deraniye holê. Ev jî ji bo romanê alavên
pir mezin in. Heya tenê li ser demekê li ser
kesaniyetekê, li ser tîpekê jî dikare were
nivîsandin. Daxwaza me tenê ew e ku, nameyên wan ên
bingehîn, ên ku bi prosesa partiyê û têkoşîna netewî
ve girêdayî ne, derînin holê. Bingeha romanê ji
aliyekî ve rastiya dagirkeriya Tirk a faşîzma
kemalîst, ji aliyê din ve jî rastiya Kurdistan’ê ya
eşîrtî-feodalî ya sedsalên navîn wê bîne ziman. Ji
aliyê din ve jî wê rewşa kedkar, karker û gundîtiya
xizan, kesaniyetên ku ji benê eşîrtî-feodaliyê
hatine qetandin û têkiliyên van kesan bîne zimên! Bi
xwe di wateyekê de PKK ev e. Roman jî van pêşketinan
bi hunerî hîn pêşvetir dibe. Di romanê de him
berhemeke pêşketina şoreşê heye, him jî rengekî dide
pêşketina şoreşgerî. Erê, her çiqas şoreş bi roman,
helbest, wêne û muzîkê pêk nayê jî, lê ew dikarin di
nava pêşveçûna wê de, rola xwe bilîzin. Kesaniyet û
tîpên bingehîn hene, lê çiqas tîpên mîna hev
biaxivin, malzemeyên romanê ewqas dewlemend dibin.
Ji ber vê yekê jî bi bijartin û bi sentezê roman
dikare çêbibe. Di bingeha romana ku em dixwazin
bidin, li ser grubên cuda cuda lêkolîn çêdibin. Em
li dijî kîjan jiyanê reaksiyonê nîşan didin, hesta
me ji jiyaneke çawa re heye? Ev têne pirskirin û
xwestin e. Dîsa çi baş e, çi bedew e, çi rast e, çi
şaş e, çi bedew nîn e, çi xerab e? Ev pirsên hane jî
bi awayekî vekirî têne pirskirin. Ji ber ku roman li
ser van xalên bingehîn bi pêş dikeve. Ji kû ve tên,
jiyana berê çi ye, veqetandina wê, ji vê jiyanê çawa
ye? Û dîsa bi jiyana nû ve çawa girêdeyî ye, wê
jiyanê çawa çêbikin û hun dixwazin wê çawa xurtir
bikin? Ev pirsên hane jî tim têne dayîn.
Ji aliyekê ve pêşketin çima bilez çênabin, çima
nikarin bibine milîtanên şoreşger, ev yek di
kesaniyetê de dibe sedema çi? Bi stîleke rast, ji bo
pêşketina şoreşê, bi vî awahî bibe alîkar.
Divê romana Kurdistanî serbixwe be
Dema ku li Kurdistan’ê bingeha romana şoreşgerî tê
pêşxistin, pêwîst e, mirov ji tecrûbeyên netewên din
jî feydê bibîne. Bi taybetî jî, ji rastiya romana
gelên ku şoreşên bingehîn pêk anîne, mîna Frensiyan,
Rûsan û yên din, ev yek girîng e. Heya hin
taybetiyên şoreşa îslamê ya di dema destpêkê de,
şoreşa Frensa û têkiliyên di navbera şoreşê û Vîktor
Hûgo, Balzak û romanivîsên din de deyne û lêkolînan
çêbike. Dîsa, gelo têkiliyên şoreşa Rûsya’yê bi
Toltoy, Dostoyevskî, Çernîşevskî, Gorkî û bi yên din
re çi ne? Dûv re çawa bûne paşverû û kevneperest?
Bi vê yekê re jî kesaniyeteke çawa deranîne holê?
Malbateke çawa, ji ber ev xalan dikare were berçavan.
Romana Kurdistan’ê ji ber rastiya xwe ya li ber
çavan, ji yên din cuda ye û yên wek wê rastiya wan
tune ye. Ev xal divê were dîtin! Taybetiyên jiyana
civaka Kurdî, dîrokî ne û ji yên civakên din cude
ne. Ji ber vê yekê Kurdî, dîrokî ne û ji yên civakên
din cude ne. Ji ber vê yekê jî, divê mirov
orîjînaltiya wê baş bibîne. Yanî romana Kurdistan’ê
divê hinekî serbixwe be. Lêpî
(teqlîd) wê zêde romana Kurdî bi pêş nexe. Lêpî
romana Tirkî jî bi pey ve nebir.
Têkoşîna me ya şoreşgerî ev yeka hane, baş deraniye
holê. Livbaziyeke şoreşgerî ya baş dikare bibîne ku,
şoreşa me nûnere pêş ve dibe û je re dibe neres. Bi
nûnerî ji şoreşê re dikare gelekî pêş bikeve. Dikare
xebateke wiha were kirin û berhemên xurt jî derîne
holê. Di vê prosesê de, têkoşîna me gelekî dorfireh
bûye, eger bersiva pirsa “Divê mirov çawa bijî” bi
romanekê were dayîn, wê alîkariyeke mezin be. Heger
derfetên me dest bidana, bi dilêmên leşkerî û her
wisa bi yên siyasî re tevayî me yê alîkarî bida vê
dilêma edebî jî. Ji xwe em çiqas firsendê dibînin,
vê yekê jî pêk tînin. Xebata me jî, jixwe tê wateya
amadekirina derfeta vê yekê!
Milîtanên ku di vê yekê de xwedî îdîa ne, pêwîst e,
girîngiya hunerê, bi taybetî jî girîngiya wêje û
romanê bînin ber çavê xwe û bersiva pirsa: “Mirov
divê çawa bijî?” bidin. Û ji bîr nekin ku, bi vê
yekê dikarin alîkariyeke mezin bikin.
Çawa ez her tim dibêjim, mirov dikare gelek mînakan
bîne ber çavan. Di dîroka hemû gelan de, hilpişkînên
–gaven- wiha hene. Di dema began de, di wêjeya Kurdî
de hinek pêşketin çêbûne.
Mirov dikare di destanan de çavkaniyên prosesên ne
diyar û şirovekirina wan prosesan bibîne.
Li ser hin mirovên wek Kawa’yê Hesinkar ku, serî
hildane û li ser Mem’ê Alan hin şirovekirinên wêjeyî
hene. Ev jî, ji pêşketinên civakî hêz girtine û
hatine pêşxistin. Bi şirovekirineke bi zaravê
Rojhilatê heya roja îro jî bandora xwe nîşan dane.
“Mem û Zîn” a Ehmedê Xanê di vê wateyê de şirova vê
yekê ye ku, otorîta qralan ji bo gel çarçoveke
netewî û civakî ye. Ev çarçove jî li gora xwesteka
wê demê ye. Ehmedî Xanê parçekirina ku began pêk
anîne û şerên di navbera wan de tîne zimên û dide
kifşê, ka ew çawa bûne esasên pêknehatina yekîtiya
netewî. Li vir beg û feodaliya ku di warê yekîtiya
netewî de bûne asteng, têne zimên. Lê ji ber ku al
prosesek şoreşgerî re derbas nebûye, bi
şirovekirineke hîn xurtir nikare biqedîne û bi pêş
bixe. Jixwe ji ber ku li Kurdistan’ê şoreşek pêk
nehatiye, mînakên romanê yên xurt jî tune ne. Ne di
sedsala 18’an, ne ya 19’an û ne jî di sedsala 20’an
de tune ne. Tiştê ku hatine nivîsandin jî, romanên
Tirkî ne, yên ku li ser bingeha kemalîzmê derketine
holê ne. Yaşar Kemal bi xwe jî, ji rastiya Kurdên ku
asîmîle bûne û bûne Tirk, dertê ser rê û bi vê yekê
jî wêjeyê didomîne. Romanivîsên wek wî gelek in. Ev
romanivîsên hane di dîroka komarê de (Komara Tirk)
her tim serhildan parçe kirine û xwe bi Tirkiye’yê
re kirine yek, navê vê jî kirine pêşverûtî! Heya
xwestine ku ehlaqê kemalîstî, qirkirin û wêrankirinê
wek tiştekî meşrû nîşan bidin. Di perspektîfa van
romanan de, tiştên ku hene, nasnekirina rastiya
Kurdistan’ê ye. Înkarkirina her tiştî ye, kolandina
nexweşiyên berê ne. Kurd paşverû û hov têne
nîşandan.
Dixwaze Tirk be, dixwaze Kurd be, heya îro romanên
romanivîsan ên li ser Kurdistan’ê, wêje û huner li
ser vê bingehê pêk hatine. Helbet, ev yek jî bi xwe
re wêrankirineke mezin aniye. Bi taybetî kesaniyetek
şaş çêkiriye. Li hember roman û fikrên azad bûye
asteng. Bi xwe re Tirkanî, koçberbûna metropolan,
hovdîtina welat û gelê xwe û veqatandina ji wan
aniye. Ev prosesa hane, prosesa reva ber bi
metropolan û Ewropa’yê ye, reva ji xwe ye. Di heman
wextê de ew prosesa reva giyanê ya ji mejî ye. Ev
prosesa hane heya gihîştiye naletkirinê jî. Her tişt
bi erzanî ji dest hatiye berdan. Welatparêzî, ji
azadiya civakê hatiye dûrxistin. Em dibînin ku ev
yek heya derketina tevgera şoreşgerî bûye wek
trajediyê û ev trajedî jî gelekî kûr e.
Têkçûna hemû serhildanan, di vê encamê de roleke
mezin lîstiye. Piştî serhildanan, yanî di prosesa
terora spî de, rastiya gelê Kurd ji dema têkçûna
serhildanan bêtir anîne ber tunekirinê. Tîpên ku
hene di vê çarçoveyê de derketine hun dikarin şirove
bikin, bê ku hun çi ne û çi dixwazin? Ev yek jî, tê
wateya ku mirov bigihîje prosesa nirxandina objektîf
û rast.
Ew kesên ku bi rastiya xwe tênegihîjin, nikarin
bibin xwedî livbaziyên cidî. Ew bi hîsên xwe dertên
holê û ev derketin jî, ji hemû bandoran re vekirî
ye. Ji bo çi? Ji ber ku ev derketin li gor rastiya
wî nîn e. Haya wî jê tune. Mirov dikare vê yekê wek
rengekî cehaletê bibîne. Heger hun baş bala xwe
bidinê, rastiya ku hun îro tê de ne ev e. Koka we
yek e, lê hun çiqas têgihîştine, ne diyar e!
Kemalîzm, çiqas karibûye bikeve nava we. Malbatî û
eşîrtî jî dîsa wisa. Hun ji welêt û ji gel dûr
ketine. Bandora rewşenbîriya Tirk bi rengekî
demogojîk, li ser we xuya dibe. Demogojiya feodal jî
li ser we dixuye. Îdeolojiya dê, bav û mezinan di we
de mişt bûye! Ev ên hane jî kesaniyetên xwe ji
rastiyên bingehîn, dîrokî û hemdemî dûr xistine û
veqedandine. Ji ber vê yekê jî, hun jar dimînin. Di
hemû herêman de tîp û kesên ku axînan dikin,
dikevine aloziyan, zelal nabin, tûj nabin, nikarin
werine analîzkirin, hene û gelek in. Ev taybetiyên
kesaniyetî, heya di nav rêberiya şoreşê de jî xwe
parastine û ketine nava me. Me xwest ku em vê yekê
bi şûrê şoreşê yê herî tûj, ji holê rakin. Jixwe
piraniya we jî, gotin ku: “Riya kurt ji bo pêşketinê
ev e” û hun ji ber vê tevlî şoreşê bûn. Reaksiyona
we li dijî sîstemê çêbû û hun hatin. Lê jiyana we ya
îro di nav partiyê de, xuya dike ku hun tiştên berê,
bi hezar cureyê hê jî didomînin. Reaksiyonên li
hember we jî, di nav organîzasyonê de, tê wateya
şerê navbera şoreşê û dijberî şoreşê!

Em dixwazin hîmê romanê, di prosesa pêvajoya kesên
ku tevlî şoreşê dibin ên partiyetiyê, hişyarbûn
netewî û ji demajoya azadiya civakê ve dest pê bikin.
Romana şoreşgerî bi vê yekê jî hatiye wezîfekirin.
Jarî, bêhêzî û nezelalbûnên di destpêkê de hebin jî,
divê ku em bi wan re jî dest bi vê xebatê bikin. Ev
yek divê werê dîtin. Lewra rastî ev e. Vê yekê bi
demogojiya “ez pir bihêz im, pir bibiryar im!” mirov
nikare pêk bîne. Jixwe em niha baş bibînin ku dereca
têkilî û nakokiyên ne cîdî, nagihîjin tu encamê. Wek
kesaniyetên ku xwe pir mezin nîşan didin,
kesaniyetên mirî jî, bi hêsanî dikarin bibêjin ku ev
kesaniyet ne li gorî dema derketina şoreşê ne. Tîpên
me ji hemû taybetiyên cihekî wiha re verikirî ne.
Mirov vê jî wek eybekê bibîne û xwe ji bin bikişîne
jî, an jî ser bigire û bixwaze ku wiha jê xelas bibe,
ne rast e. Tiştê ku di vê rewşê de divê ku were
kirin ev e: Rastî baş were tespîtkirin û bi vê re jî
were têgihîştin ku ev ne çarenûs –qeder-e. Bi
hilweşandina yên kevn re (paşverû), yên nû werin
avakirin. Ji bo avakirina yên nû pir tişt gerek in û
ev ji bo me pirsa mirin û jiyanê ye. Ji bo ku
bigihîje encama xwe, divê ev yek were dîtin û di
hemû herêman de bibiryar, biîrade û biberxwedanî
kedkariya vê were kirin.
Di hîmê romanê de, wexta ku me karakter danî, me
xwest ku em û hêlên wê yên îlmî, hêlên wê yên hunerî
jî bînin ber çavan. Nêzîkbûna me wiha bû. Niha jî em
li ser vê yekê munaqeşê dikin û roman pêş dikeve û
di jiyanê de têne nivîsandin! Ev pirên ku em timî
dipirsin, li gorî romanê ne. Dayîna van pirsan jî ne
tesadûf e. Her rojê li ser van tewran mudaxele çê
dibin ev jî nîşan dide ku, nûjenbûn ji nû ve çêdibe
û ji hêlekê ve jî nîşan dide ku, ev kar çawa bi
kûrayî dimeşe.
Divê mirov li hember hin têkilî û tewran reaksiyonê
nişan bide, xwesteken kevn û nû biguherîne û li şûna
wê jî, xwestekên terza nû derîne holê, bi îrade û
toreyên civakî re, bi malbatê re, hesabê xwe bibîne.
Îro di vê riyê de têkoşînek heye. Şerê me yê îro, ji
bo ku rastiya bandora malbat, eşîr û qebîleyan ji
hemû hêlan ve derîne holê ye? Û deranîna rastiya wan
li ser jiyanê çawa bandor hiştine ye?
Gihîştina terzên têkiliyên nû, ûslub û xîtabên
wê û dîsa her roj xerakirina yên kevn û
avakirina yên nû jiyakeke romanî ye. Em dibînin
ku zêdehiya temayên romanan derecê hisî ne.
Derecên hisî bi îfadekirinên zanistî têne
nirxandin. Roman, di hundirê xwe de dereca hisî
jî xwedî dike. Lê bi giranî dixwaze ku derecên
hisî û îfadekirina wan yên giyanî bigire.
(Ev nirxandin ji pirtûka “Nasıl Yaşamalı?-Cilda 2”
hatiye berhevkirin).(Ji bona wergerandinê jî pirtûka
Tirkî, Erebî û ya Kurdî hatiye bikaranîn.)
ROMANA ŞOREŞÎ
Zimanê Şoreşê: Wêje
Tiştê li vir dixwazim bibêjim, tiştê ez dikim karekî
wêjeyî ye, lê belê bê zimanekî wêjeyî ye. Ji bo
fêmkirina wêjeya Kurdî, pêwîst e mirov di destpêkê
de, avahiya civaka Kurdî fêm bike, lêkolîn bike û
têbigihîje. Berî em têkevin cîhana ziman, pêwîstiya
me bi fêmkirina rewşa derûnî û civakî ya vî gelî
heye. Ku em vê yekê nekin jî, em nikarin wêjeyeke
Kurdî biafirînin. Ev yek jî, yekser bi şoreşê ve
girêdayî ye, bi kiryara hilweşandin û avakirinê ve
girêdayî ye û ev jî xaleke pir girîng û bingehîn e.
Pişt re jî ziman di pîleya duyemîn de tê. Wê pir baş
bêt ku em bi zimanê Kurdî rewşa derûniya civaka
Kurdî binivîsînin, ku ev yek pêk neyê jî, tu dikarî
bi kîjan zimanî din bixwazî binivîsînî. Mînak; tu
dikarî bi zimanê Rûsî jî derbirîna wê bikî, dema tu
derbirîna realîte û civaka xwe bi vî zimanî dikî, ew
dibe bûyera wergerandina realîta rewşa Kurd û ev
zimanê Rusî jî, tenê dibe amêrê veguhastina zimanî.
Lê niha tiştê herî bo me pêwîst, ew şiyarkirina
giyana Kurd ji xewa kûr û tevizî ye...
Tenê bi zimanê Kurdî nivîsîn, ne bes e
Ez li vir dixwazim tiştekî dîtir jî lê zêde bikim,
tiştekî ku girîngtîr û nirxekî xwe yê mezin heye.
Rabûna te bi nivîsandina xebateke wêjeyî û bi zimanê
Kurdî jî li ser kesayet û civaka Kurd, mirov nikare
wî karî tenê wek karekî wêjeyî bigre dest; ji ber ku
kesayeta Kurd di zihniyeta kemalîzmê de heliyayiye,
ev yek (kesayet) jî nakeve nav çanda Kurdî. Divê
mirov li hemberî vê bûyera xeter hişyar û wirya be.
Ji ber wê demê, her karekî wêjeyî ji nivîsarî
(metîn) nivîskî û şiklî derbas nake û di hindir xwe
de çi naverok û wateyî rast ranake...
Roman bi xwe şoreş e
Berî her tiştî divê em ji xwe bipirsin: Gelo roman
çi ye? Ka romana Kurdî heye an na? Rewşa ku gelê
Kurd dijî, bibe materyalek wêjeyî ji bo romanê an na?
Wekî em dizanin di demên borî de efsane hebûn, em
dikarin bibêjin ku ew jî heyanî astekê wek romana
bûn. Em dikarin navê roman li ser (Mem û Zîn)
bikin. Ger em bixwazin di demên niha de, Mem û
Zîn bikin romaneke hemdem û ji her kesî ve bê
têgihîn, pêwîst e ku em ji nû ve wê bi nêrîneke
nûdem û hemden binivîsînin. Em ti carî nikarin bi
siviktî û durûtî nêzî bûyera romanê bibin. Li vir
divê em agahdar bin û şiyar bin ku, nekevin dafikên
pesindayînê, ne jî dafikên zemkirinê û ne bi rastiya
bûyeran re jî şer bikin. Armanca min ji vê axaftinê
ew e; divê mirov ne bi şêwaza pesnan, ne jî zema
binivîsîne, ev yek jî şaş e. Mînak; dema ku em li
ser şoreşê dinivîsînin divê yên piştgiriya şoreşê
kirine ji bîr nekin, ne jî yên ku dijminatiya wê
kirine… Romana hêmanê (hîm-stûn) xwe hene, vegotina
herikandina çend kesayetan di nava pêşgotin, nivîng
û paşgotinê de ye.
Mînak, ji rastiyê dûr di nivîsandina romanê de,
mirov dibe xeyalan û rabûna bi nivîsandina rastiyan
wekî xwe (belge, xweser) dikeve xana wêjeya bîranîna…
Hevalên me jî, di nivîsandina çîrokan de zîrek in,
lê ji bo romanê tiwaneya wan a nivîsandinê tune ye.
Ew jî, ji ber ku roman, li tev hemû tiştên borî jî,
hinek hêmanên nû dikevin ser. Yanî romanivîs radibe
wesf û vegotina tiştên ku pêwîst e bibe dike. Dema
ku romanivîs bi wê nikaribe rabe, em dikarin navê (çîrokvan)
lê bikin, ne romanivîs. Mînakên vê jî pir in,
romanivîsên Rûsan ên navdar wek (Çernîşevskî,
Tolstoy, Dostoyevskî) her wiha jî gelek mînakên
ji wêjeya Firensî û wêjeyên Îslamî hene, em dikarin
(Nehc ElBelaxe)نهج
البلاغة
mînakeke zindî li ser vê xalê bidin mirov dikare vê
li ser vî xalî bibêje…
Şoreşa wêjeyî
Li gor nêrîna min baştir e em bibêjin: “Wêje û
rastiya şoreşê.” Di hundirê vê gotinê de erênî û
nerênî derbas dibe. Wekî tu dizanî ev jî tiştekî
realîteyê ye. Wêje jî roleke xwe ya nazik û zirav di
jiyana şoreşê de heye. Dikarim bibêjim şoreşeke
bêwêje, wek mirovekî bêcil e. Wêje, wateya şoreşê
dide, aliyên xweşikiyê (çelengî, ciwanî û qeşengî)
dide, her wiha jî mirov dikare bibêje: “Şoreşa
bêwêje, weke mirovekî çi dermanên xweşikiyê tê de
nayên dîtin e.”
Li romanivîsekî rast digerim…
Em nikarin di romanê de, rewşên siyasî û civakî wekî
ku di axaftin an jî civîneke siyasî de bigrin dest
xwe. Mînak, dema tu dest bi nivîsandina romanekê
bikî – em bibêjin roman li ser min- tu dikarî ji
temenê zaroktiyê dest pê bikî, an jî bi pêwendiyên
ku min çêkiriye, an jî, ji bûyerên têkoşîna min bi
hinekan re û an jî pêwendiya min bi wê jinê re.
Belkî destpêkek asan û kurt be, lê misoger e ku, wê
te biajo deryakî ji bûyer û zûlan(detay). Tiştê herî
girîng bi vê mijarê ve girêdayî ye, ew rastiya
civaka Kurd e. Tu dikarî vê pirtûkê bi (Mirina Mêrê
Kurd) bi nav bikî, an jî (Mirina Jina Kurd), an jî (Mirina
Gelê Kurd) bi nav bikî. Di romana (Mem û Zîn) de
helbestvan Ehmedê Xanê diyar kiriye ku, çêbûna evîna
Kurdî di wê demê de ne gengaz e. Ev yek jî- bi
awayekî bêhempa- bi riya destaneke helbestî
vebijandiye. Her wiha jî gelek evîn- ên binav û deng
-di nava gelên cînar de hene, wekî di wêjeya Erebî
de çîroka (Leyla û Mecnun) û di nava şoreşa me de jî
Zîlan û çîroka evîna wê ya destanewî heye.
Zîlan
bi çalakiya xwe, kîn û nepejirandina xwe ji hemû
awayên kevnar ên jina Kurd tê de dijî daberîn. Zîlan
mînakek bû li ser riya jiyana jinê ya nû ku, tu
bikaribî têkevî hundir van zûlan-girêkan, wê tu şerê
me, evîna me ya mezin, çelengtiya me û serkeftinên
me bibînî... Li gel min bi xwe jî derfeta
nivîsandina 300 rûpel li ser rojên dawiyê-yên tijî
zûlanên nazik û germîn- ên jiyana Zîlan binivîsînim
peyda ne.
Destana vejînê û roman...
Tu dikarî li ser awayê derketina min jî binivîsînî,
li ser taybetmendiyên kesayeta min û taybetmendiyên
civaka Kurd, li ser pêwendiyên malbatê, li ser
sedemên reva Kurdan ber bi çiyan û xwe avêtina wan
ji çiyan re û li ser taybetmendiyên derûnî yên mêr û
jina Kurd binivîsînî. Ger tu van hemûyan pêk neyinî,
wê tu nikaribî romaneke rast- ku rastiyê di gelek
aliyên wê re diyar dike- binivîsînî. Her wiha jî,
xalên lewaz û neyênî yên ku di civaka me ya Kurd de
derdikevin û jiyan dikin, ka derfetên rast ên
jiyaneke azad hene an na? Û hun dikarin li ser van û
gelek pirsên derûnî û dîrokî binivîsînin. Tu dikarî
mînakan ji bûyerên dîrokî jî têxî vê romanê. Di
romana (Çi Bikin) ya Çernîşevskî de em vê yekê
eşkere dibînin. Tu dikarî sedem û wateya karên
Îskender û Îmam Elî diyar bikî û hwd. Ev hemû jî di
hundir çarçova girêdana dîrokî bi demên niha re ye.
Rastiya şoreşê jî pêwîst e bi vî awayî be, ev jî
daxwaz dike ku hemû girêkên heyî bên vekirin. Wek
girêkên kesayetê û yên taybet, girêkên jiyana rojane
ya- bi yekserî -di bûyera hilweşîn û avakirinê de
bandor dike. Bi vî rêbazî derfeta gav avêtina romana
Kurdî gaveke din li ser riya pêşketin û bilinbûnê
heye. Ku em bixwazin romanekê li ser şoreşa
Kurdistan’ê binivîsînin, em nikarin- bixwazin an
nexwazin- PKK’ê û kesayeta serokatiyê neynin ziman.
Bêguman ev jî di nava jîngariyê de ye ku, di destê
nivîskar de heye. Li rex wê jî gerek dike ku
nivîskar, di lihevxistin û lêkdana kesayetên romanê
û diyarkirina hemû aliyên neyênî yên realîteya li
ser tê nivîsandin xwedî azadiyeke tam be. Armanca
min a mezin jî ew e ku, ez di nava vê romana dîrokî
ya tomerî de, romanekê- rewşa derûnî ya mirovan- ya
ku bi projeya te ya romanê ve girêdayî binivîsînim.
Yek ji van xalan jî, kesayeta
serokatiyê ye.
Ku serokatî neyê naskirin, berhemekî baş dernakeve
holê...
We duh bi çavên xwe dît, ku çiqasî gel bi min ve
girêdayî ye. Ji bo têgihîştina vê kesayetiyê,
pêdiviya te bi çavkanî û materyalan heye. Heta tu
dikarî biçî cihê jidaykbûna min, ev jî naskirina te
ji vî kesayetî re dewlemend dike. Ji bo ku hîn bêtir
tu têbigihîjî, divê aliyên dîtir jî dest bigrî. Çi
derûnî û jêdera civakî û çînayetî be, çi jî zanabûn
û agahdariya civakî be, hetanî têkiliyên cinsî jî tu
dikarî lêkolîn bikî. Ji aliyekî din ve jî, divê vî
şerî-yê ev kesayet bi rê ve dibe- binasî û her wiha
jî, kî vê kesayetiyê muxalefet dike û kî jî
piştevanî dike.
Ji bo nivîsandina vê romanê pêwîstî bi têgihîştina
kûr ji avahiya ramana dewleta faşîst a Tirk û dîroka
berbertiya Tirkiyê re heye. Ev babetana jî gelekî
nazik û girîng in. Li ser kesayeta Kemal Atatirk
rawestandin û fêmkirina hemû aliyên dîrokî, kesayetî,
siyasî, fêmkirin û naskirina dîroka dewleta Tirk û
artêşa Tirk ji xalên gelekî girîng in. Fêmkirina kûr
ji serleşker û ramandarên faşîzma Tirkiyê... Pêwîst
e ku tu bi van tiştan hemûyan rabî, da tu romaneke
wekî ku dixwazî binivîsînî.
Li ser van tiştên derbas bûne hemûyan jî, pêwîst e
tiştên me li ser partî û rêxistinê gotine fêm û
têbigihîjî. Ji van hemûyan jî girîngtir, divê tu
Barzanî di hemû aliyan de- bi kûrahî û muqateyî- fêm
bikî, bi taybeti jî di aliyê siyasî û îdeolojî de,
ka di çi awayî de pêwîst e em rewşa Kurdistan’ê
bibînin?...
Erkê nivîskar û wêjevanan di pêşxistina romana Kurdî
de...
Ev yek ne bi şoreşê ve girêdayî ye, lê belê bi
wêjevan û ramandarên Kurdan ve girêdayî ye. Derfet
hene ku, mirov pir û pir li ser stran, helbest,
serhatiyan û hwd. binivîsîne... Li gorî nêrîna min,
ku romanivîsekî Kurd ê rast heba û romaneke Kurdî ya
rast binivîsanda, bêguman wê xelata Nobelê bi dest
bixista. Bêguman, ev xelata li benda derketina
romana Kurdî ye.
Mînak, Yaşar Kemal heya niha ev xelata wernegirtiye...
Hun dizanin sedem çi ye?... Ji ber ku Yeşar Kemal
hemû rastiya Kurdî venabêje û diyar nake; lê tenê
hinek aliyan vedibêje. Ger ew bi Kûrahî û bingehîn
li ser rastiya realîta Kurd bisekiniya, wê bi asanî
ew xelata wergirta... Gotina wî nivîskarê Rûs ê ku
te ji min re qalê kirî tam rast e. Axa me bakîre ye
û bi hewceyî gelek ked û dayînê ye, hunermendê Kurd
divê ku ji birçîbûna xwe ya ramanî û hizrî xelas
bibe. Va ye me pêngava yekê pêk anî û ew axa bakîr
me cot kir, li vir jî rola hunermend û rewşenbîrên
Kurd tê, ji bo ku bi karê xwe rabin û rola xwe ya
dîrokî bilîzin...
Ji bo pêşxistina wêjeya Kurdî, pêdivî bi pêşbirkên
wêjeyî heye...
Belê, divê tiştekî wisa bê kirin, di şoreşa me de,
pêvajo niha pêvajoya wêje û hunerê ye. Ew pêşbirkên
wêjeyî jî, wê xizmetên herî mezin di vê xalê de bike.
Ez bawer im ku nivîskar û rewşenbîrên me yên Kurd,
tiwana wan heye ku, bi vî karî rabin û vî erkî pêk
bînin.
Bi damezrandina komeke taybetî ku bi vî karî re
mijûl bibin, merc û pîvanên vê pêşbirkê û babetên
din (navkirina pêşbirkê, diyarkirina dem û jivanê û
hwd.) diyar bike. Ev jî pisportiya we ye, em jî, ji
bo dayîna piştevanî û alîkariyê amade ne.
Ev hevdîtina me, dibe hevdîtina şoreşê bi wêjeyê re.
Ev nêrîna min a taybet e; çendî ku wêjeya me ya
Kurdî neyêniyan jiyan dike jî û ji rastiya şoreşê
dûr be jî, ji bo ku hun vê yekê pêk bînin, ji we
lêkolînên kûr, gotûbêjên zanyarî yên birêkûpêk û
xeyalên afirandêr ji we tên xwestin. Bila ev jî bibe
pêngava destpêkê ya li ser vê riyê. Divê hun xwedî
wêrekî û evîniyeke mezin bin, bila di kesayeta
pêşêwir (fikirdar) û wêjevanên me de,
têgihînên evîna mezin çêbibe û bi pirs û mijarên
biçûk û vala re mijûl nebin. Divê li ser diyarkirina
aliyên erênî û neyênî yên jiyana şoreşa me û realîta
Kurdî bixebitin. Divê mirov van pirsên ewqasî nazik
û çarenûsî bixemsarî nêzik nebin. Ev jî naveroka
karê wêjevan û hunermendan e, ne karê min e.
Bangawaziya min ji we re... Bibin xwedî
wêrekiyeke mezin û min jî wekî piştevanekî mezin
ji xwe re bibînin û serkeftin wê ya we be.
(gotûbêja Serokatiyê ya di 30/11/1997’an de bi Bavê
Nazê re)
MUZÎK
Û HÛNER
Muzîk
Giyan e
Muzîk giyan e. Eger kesek hez ji muzîkê neke, ew kes
hez ji jiyanê jî nake. Kesê ku ji jiyanê jî hez neke,
ti car nikare xwe xwedî jiyanê bibîne. Muzîk giyana
mirov e. Her ku çawa mirov bêyî giyan najî, heman
demê de jî bêyî muzîk najî.
Phytagoras, di vê nêrînê de ye ku zimanê gerdûnê yê
ahengdar, bi muzîkê dikare were ragihandin (hisandin),
bipergaliya armonîa diparêze. Heyînên giyanî di
bingeha her tiştî de dibîne.
Ez pir guhdarî muzîka klasîk dikim. Li Mihemed Arif
Cizrawî, Kawis Axa û yên dîtir… Di muzîka van kesan
de jiyana gel û evîniya welat bi ronî diyar dibe.
Him qehremantiya gel, him jî şerê navberî êlan(eşîr)
û him jî rawestandinên li hemberî dewletên dagirker,
yanî bi giştî panoramaya civaka Kurdistan diyar
dike.
Muzîka Erebî jî gelekî xweş e, mirov hez dike lê
guhdarî bike.
Ji bo xweşiyê ez hinek car lê guhdarî dikim. Di
muzîka Erebî de giyan heye, welat heye, germahî heye...
Ereb bi riya muzîkê li ser piyan mane, lê belê
muzîka arabesk, muzîka Erebî xira kiriye.
Di muzîka arabesk de giyan dimre, hêvî namîne,
mirovatî namîne. Arabesk, mirov serxweş, bêagah û
bêhiş dike. Eger em mêze bikin dibînin ku, her
kesekî ketibe bin bandora muzîka arabesk wekî
serxweşan e. Li rex wê jî ew kes, bêhêvî dibe û
dimre. Li Kurdistan’ê jî ev cureya muzîkê, bi
taybetî jî piştî hatina cuntaya leşkerî ya 12’ê
Îlonê sala 1980’an, bi riya Îbrahîm Tatlîses belav
bûye. Dewleta Tirkiyê bi zanabûn piştgiriya (yarmetî)
vî cureyî muzîkê kiriye. Bêguman muzîkekî ku pê
bimrin û serxweş bibin, ji me re dest nade. Ji bo
gelê Kurd vejîn, azadî, hişyarî û welat pêwîst e. Ez
dibêjim muzîk giyan e, lê belê muzîka arabesk giyana
mirovan dikujê.
Erkê Hunermend
Ez xwe wekî hunermendekî dibînim, polîtîka bi hemû
şêwazên xwe huner e. Polîtîka bêyî hunerê bi rê ve
naçê (nameşe). Me dît ku polîtîkayeke derveyî hunerê
kete çi rewşê? Hilweşiya û şikestin anî. Pir caran
li Kurdistan’ê polîtîka bêhuner bû. Em girîngiyekê
mezin didin hunerê û bi rastî jî weke hunermendekî
nêzikî xebatên polîtîkayê dibin. Pêwîst e ku
hunermendên me jî, pirsgirêka Kurd, hêvî û daxwazên
gelê Kurd li riya muzîk bînin ziman. Heya niha
hunermendên me bêhêz û lewaz mabûn. Teze dest pê
dikin.
Min berê jî gotibû: Şoreşa me bi stran û goranî dest
pê kir, ew jî bi stranên Aram Tîgran bû. Şoreş jî bi
xwe şêwazeke hunerê ye. Pêwîstiya şoreşê bi hunerê
heye ku, huner nebe şoreş jî çênabe. Şoreş huner e.
xebata min, xebatekî hunerî ye. Huner jî şoreşekî
weke senfoniyî ye. Eger hunera senfoniye ber pêş ve
biçê ji bona gelê Kurd pêngaveke pir mezin e. Eger
ez muzîsiyen bûma, wê min jiyana gelê Kurd bikira
senfonî.
Erkekî dîtir ê Hunermendan jî ew e ku, muzîka Kurdî
bigihînin asta muzîka cîhanî û bikin muzîkeke hemû
mirov têbigihîjin. Ev gaveke mezin e û pêwîst e ku,
hunermend bi vî erkî rabin. Eger hinek hunermend bi
vê gavê re mijûl bibin, em nikarin bibêjin ku ew ji
şoreş û gelê Kurd dûr in.
Ji ber ku ew hunermendana gelê Kurd mezin dikin û
bilind dikin. Ew kesên ku muzîka Kurdî dikin
muzîkekî navnetewî, xwedî erkekî sereke û li pêş in.
Tiştekî dîtir jî heye pêwîst e neyê jibîrkirin. Eger
kesek senfoniyeke bihêz binivîsîne, divê rabûna gel
jî bixe pêş çavên xwe. Di nivîsîna senfoniye de
hebûna gel zor girîng e. Di senfoniya Ewropiyan de
jî Ev xala diyar dibe.
Divê hemû cîhan bizanibe gelê Kurd xwedî çi giyanê
ye? Bi çi şêweyê dijî? Ev gela bo çi rabûye ser
piyan û bo çi xwîna xwe dide? Ev keç û xurtana bo çi
xwe dişewitînin. Senfoniya bi xwe ji van pirsan re
bersîv e. Senfoniya Ewropiyan jî, giyana gelên
Ewropî nîşan dide. Senfonî zor pêwîst e bi avabûn û
hişyarbûna netewekê ye.
Di rastiyê de her çawa kêşeya Kurd ketiye girêka kor,
muzîk jî bi heman awayî rastî girêkê hatiye; divê ew
girêka bê vekirin. Çawa ku şoreş girêkên siyasî,
civakî û çandî vedike, wisa jî muzîk ji bo vekirina
girêka hunera muzîkê jî dibe çareseriyek. Ev jî
rastiyek e ku, muzîk her tim bi doza netewî ve
girêdayî ye. Guhdarî marşa Firensa û Rûsya’yê bikin...
ji kûrahiya hundirê şoreşê derketine. Muzîk pir
girêdayî şoreşê ye û xebateke bi vî awayî ji
hunermendên me tê xwestin. Her çendî ku hinek marş
di nava gelê Kurd de hatibin afirandin jî, lê belê
bes nîn in.
Em dibînin ku, bi tomerî stranên me klasîk in. Li
gorî pêvajoya me - ne di şêwe de, ne jî di naverokê
de- bihêz nîn in. Hîn jî xwe negihandine muzîka
navnetewî. Hinek hunermend, -mînaka Ciwan Haco-
dixwazin tiştên nû biafirînin, ew kesane jêhatî
rêzgirtinê ne. Mirov nikare bo wan kesan bibêje ku
muzîka wan dûrî klasîkan e, an jî muzîka wan xerab
e... Ew cureyê muzîkê jî xwedî cihekî xwe yê taybet
e. Bi vî awayî jî muzîka Kurdî berfireh bibe û hîn
bêtir tê nasîn.
Senfonî jî wek lênûseke mezin ji bo berfirehkirin û
navnetewîbûna muzîka Kurdî ye. Min her got û dibêjim:
“Ew şoreşa ku em bi rê ve dibin, bi xwe hunerek e û
ji hemû cureyên hunerê zêdetir nêzikê hunera muzîkê
ye.” Ji xwe Kurd bi muzîka xwe zindî mane. Di
nivîsandina çîrok û romanê de û di wênekişandinê de
jî, em pir li paş mane. Lê belê Kurd, bi muzîka xwe
bihêz in. Di vê navberê de hunermendên Kurd dikarin
roleke xwe ya pir mezin bibînin. Ne tenê muzîka
nûjen (modern), muzîka klasîk û ya şoreşgerî jî
dikarin bihêz bikin... Dîsa jî pêwîst e em ji bîr
nekin ku, pêwîstiya bi wê heye ku em di riya muzîkê
de, dengê gelê Kurd bilind bikin û bi hemû mirovan
bidin nasandin.
Bêguman, em her tim vê yekê bînin bîra xwe: Ji
stranbêjên me, stranên bihêz û mezin têne xwestin.
Bi dehan keç û xortên me di riya azadiyê de xwe
şewitandin, narincok bi xwe de teqandin... û şehîd
bûn. Divê ku hunermend jî, li hember asta van
bûyeran, bêberhem û bêbersîv nemînin. Dema ku ez van
tiştan dibêjim, ne ku ez dibêjim bila hunermend li
ser PKK’ê stranan bibêjin û pesnên me bidin, ji ber
ku PKK’ê pêwîstiya xwe bi pesin dayînê nîn e, lê
belê hun dibînin çawa dilê gelê me bi van bûyeran
dişewite. Mirov dikeve bin barekî neçariyê û erkekî
mezin. Heger tu li ser van stranan nebêjî, tu nikarî
mezin bibî û nikarî bibî xwedî dil. Ji bo vê yekê jî
ez dibêjim: “ Şoreş bi xwe jî, destkeftekî mezin e
ji bona afirandina stranan, her wiha jî hunermendên
Kurd mezin dike”.
Di nava vê şoreşê de her hevalek me li hember bi
sedan leşkerê dijmin berxwedan kiriye, xwe nedaye
dest wan û bi qehremaniyê jî şehîd bûne. Hun
berxwedaniyeke weke vê li çi cihekî dîtir nabînin.
Ev berxwedanî ji bona dîrok, çîrok, roman, bo
wênekêşan û stranan îlhameke gelekî mezin û bihêz e.
Divê ku hunermend, nivîskar û rewşenbîrên Kurd, vê
yekê têxin ber çavên xwe: Heger sibê, yek ji nava
CIA’yê rabe û bibêje, “Nirxandinên serokê PKK’ê li
ser wêjeyê ev in” ev jî, ji bona nivîskar û
rewşenbîran nabe şermek.
Hunermend û Kesayetî
Hunermend bi xwe kesayetek e. Pêwendiyek zor bihêz
jî di navbera kesayet û hunerê de heye. Tew tu carî
herdu ji hev du nayên qutkirin. Kesayetek bihêz
hunerek bihêz diafirîne. Her çendî ku kesayet bihêz
be, ewqas jî hunerekî bihêz diafirîne. Hinek kes
dixwazin huner û kesayetê ji hev du dûr bixînin, ev
yek jî gelekî şaş e. Kesayeta Kurd, kesayetek lewaz
e, çima? Gelek sedem hene, heya niha tu kesî erkê
bihêzkirina kesayeta Kurd nexistiye stûyê xwe.
Dijmin jî bi hemû şêweyan bi kesayeta Kurd lîstiye û
kiriye kesayetek kole û kesek bêkesayet. Ev jî
tiştekî kêm nîn e. Ji ber vê yekê, dibînin ku
kesayeta Kurd, ji xwe bêtir guhdarî dijminê xwe dike
û ji xwe bêtir hez ji dijminê xwe dike... Bi temamî
jî, dibe koleyê dijminê xwe. Bi rastî jî, dema min
kesayeta mirovê Kurd şirove kir û nirxand, wê demê
min gelek baş zanî ku, mirovê Kurd ji hemû mirovên
dîtir ên cîhanê bêtir perîşan bûye. Vê jî ez gelekî
êşand im.
Divê di çarçoveya huner de jî ev yek bê nirxandin,
ji ber ku mirovê Kurd perîşan bûye, wê demê hunera
wî mirovî jî hatiye talankirin. Ji ber ku kesayeta
mirovê Kurd, kesayetek lewaz e, wê demê hunera wî
mirovî jî hunerek lewaz e. Ji bona vê jî divê mirov
bizanibe huner çawa tê bikaranîn. Heger em nizanibin
çawa huner bikarbînin, wê demê em nikarin kesayetek
hunerî jî biparêzin û ber pêş ve bibin.
Huner û Bazirganî
Girêdana huner bi pere û mehaneyê (meaş) bi armanca
dewlemendbûnê, nêzikatiyeke gelekî sivik û seranser
e û nêrinekî bênirx û erzan e. Hunermendek xwe bi
peran ve girê bide; ev hunermend bi destê xwe dawî
li kesayeta xwe tîne û bi vê jî xwe dikuje.
Divê hunermend li şûna ku xwe bi peran ve girê bidin,
xwe bi gel ve girê bidin. Bi vî awayî jî hunera wî
mezin dibe û bi xwe jî dibe hunermendek xwedî
kesayet. Em dikarin her hunermendek bi mehaneyê
bidin xebitandin, ev jî ne zor û zehmet e, lê em
naxwazin bi vî awayî dawî li kesayeta hunermend be û
lewaz bibe. Ez her tim dibêjim: “Hunermend ji me çi
dixwazin, bila bixwazin. Lê hunermendek ku tenê pere
ji me bixwaze ew ne hunermend e. Ji ber ku huner ne
tê kirîn, ne jî tê firotin.
Pêşeroj
Rojhilata Navîn, warê hêviyê ye. Di destê Rojhilata
Navîn de, tenê hêvî maye. Jiyan tenê weke hêviyeke
mezin maye. Lêbelê jiberku xwe ji nû ve nahilberîne,
rizîbûnê pêşvedibe… Ev ax û çanda ku demekê, xeyalên
xweda û xwedawendan çêdikirin, jiberku veguherîna
pêdiviya afirîneriyê nîşan nedaye, êdî rê li ber
çoleke zûwa, bêgiyaniya welatekî bêweç ku xeyalan na
afirîne, vekiriye. Best (îlham) nade, helbestê na
afirîne û evînê pêşvenabe. Lewra ji mêj de bûye
fosîl, di destê dogma û utopyan de zûwa bûye,
cemidîye û ketiye rewşa welatê bêweç. Şoreşa
Ronesansê, yê were wateya ku, ev ax careke din heşîn
bibe, bibe besta evînên mezin, rê li ber destanan
veke, dengê şadîbûne bi hawîr bikeve û bi xewnên
bihiştê yên nû û rast şiyar bibe. Yê were wateya ku,
bîrûbaweriya cemidî, giyana zûwa bûyî, wijdanê
hişkbîyî yê şewişî, hestên dadmend ên windabûyî, xwe
her roj ji nû ve bafirînin.
Pêwîst e em vegerine têgihîna mezin û dewlemend a
mirovatiyê ku di yekî de me teva û di me tevan de
yekî dibîne. Di humanîzmê de, pêdivî tine ku ji
derve bistîne. Dewlemendiya vê axê ya herî mezin,
mirovatîparêziya wê ye. Divê ku em vê rakin ji piyan.
Pêwîst e careke din, em rêya evînên mezin vekin.
Pêdivî ye em bibînin ku, Leylayan û Mecnûnan,
Kereman û Asliyan, Ferhadan û Şîrînan, serên xwe ji
tirbên xwe rakin û bê mirin, careke din evînên xwe
ji dera ku mayî berdewam bikin.
Em ji hemû hunermendan daxwaz dikin ku, dilnazik û
bêaram nebin û baweriyeke wan a mezin bi wan hebe.
Ez di vê baweriyê de me ku, di pêşerojê de li aliyê
hunera me de, dengê mezin wê zêdetir bilind bibin,
ne tenê li ser asta Kurdan, ew dengana ji bo hemû
cîhanê jî bibin berhem û giyanekî şaristaniya teze.
Şoreş jî giyanê wan dengana bi xwe re diafirîne û
ber bi pêş ve dibe.
------
RÊBER APO
|
|
|
  |
|
|
|
 |
|
 |
|