* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

Têbîniyên Hevdîtinê

 30.06.2010

 
 


PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ
 

 
 

Rêber Apo
 

1-  Pirsgirêka Desthilatdarî û Dewletê

Ez neçar im ku misêwa destnîşan bikim, dîrok bi qasî ‘niha’ ye, her çi hêmanekî niha jî dîrok e. Her şaristaniya nû hiltê, karê pêşî dike ew e, dîrokê û niha pirr zêde ji hev qut dike. Ev encama pro-pagandayê ye; xwe pê rewa dike û dixwaze ‘ezel-ebed’ nîşan bide. Di jiyana rastî ya civakî de jihevqutbûnên bi vî rengî tinene. Xusûseke din a tê destnîşankirin ew e, dîrok heta gerdûnî neyê kirin, avakirina dîrokeke xwecihî yan jî taybet zêde ti maneyê îfade nake. Ji lewra pirsgirêka desthilatdarî û dewletê bi rewşa xwe ya avakirina pêşî, bi rengekî pirr kêmguherî pirsgirêka roja me ya îro ye jî. Cudatiya di navberê de jî parên şertên zeman û mekan lê zêde dikin in. Wexta em vê maneyê li têgînên cudatî û veguherînê bar bikin, wê para heqîqetê ya şîroveyên me zêde bibe. Divê di nava heman fikarên me de piçûkdîtin an jî girîng nedîtina cudatî, veguherîn û pêşketinê hebin. Mehrûmmayîna ji dîroka gerdûnî çiqasî mirov çavkorî û serkorî dike, mirov pêşketina dîrokî jî weke timî ji dubarebûnê pêk tê bigire dest, ji cudatî û veguherînê bêpar bihesibîne jî ewqas tê maneya sergirtina rastiyê, nixumandina wê. Gelekî girîng e ku mirov bi van herdu şêweyên reduksiyonîst nexape.REBER APO

Tespîta pêşî ya mirov di mijara desthilatdarî û dewleta roja me ya îro de bike ew e, di ser civakê û nava civakê de herdu jî bi awa-yekî awarte bûne xwedî hecm. Heta bi sedsala 16. hukimranî zêdetir li derveyî civakê, hem jî bi şêweyekî çav li ber venebin û xeternak dihat avakirin. Tevahiya serdeman şaristanî şahidê gelek şêweyên balkêş ên bi vî rengî ye. Weke şêweyê fermî yê desthilatdariyê, dewletê xetên xwe yên sînor bi nazenînî xêz dikirin. Cudahiya dew-let û civakê çiqasî behata zelalkirin, ewqasî zêdetir jê li benda kêrhatîbûnê bûn. Weke diyardeyeke nava civakê xetên desthilat-dariyê jî zelal bûn û xweş ji hev dihatin kirin. Li hemberî mêr sekna jinê, li hemberî kal û pîran sekna ciwanan, li hemberî serekeşîr sekna endamên ji rêzê yên eşîrê, li hemberî nûnerê dîn û mezheban sekna cemaeta mumînan bi adab û rêzikên gelekî zelal hatibûn diyarkirin. Ji rabûn û rûniştinê heta bi tona dengê wan otorîteya desthilatdar û yên mijara rêveberiyê ne, kitebikite xwedî rêzik û pîvanan bûn. Bêguman ji ber ku desthilatdarî û dewlet hê kêmtir in di vî warî de hewl didin otorîteya xwe ava bikin û ev jî tê fêhmkirin. Wan amûrên rewakirinê, perwerde û li gorî vê xizmet pêşkêş dikirin.

Otorîteyên desthilatdarî û dewleta şaristaniya Ewrûpayê bi awa-yekî bi kok veguherî. Di vê de cudahî ew bû ku xwe hewce his kirin, bi lez bikevin tevahiya çaviyên civakê. Mirov weke sedem dikare behsa du hêmanên bingehîn bike. Ya pêşî, girseya dihat mêtin mezin dibû. Eger rêveberî nehata mezinkirin mêtinkarî wê nemeşiya. Çawa ku keriyên zêde dibin hewcedariya xwe bi gelek şivanan hene, desthilatdarî û dewlet jî hewcedariya xwe bi zêde rêveberiyê çêdibin. Burokrasiya dewletê ya zêde nepixî û werimî vê diyardeyê piştrast dike. Divê mirov hêza paraztinê ya birêveberiyê ya li dijî êrîşên ji derve jî li vê zêde bike. Ev hêza nehîtî di tepisandina civakê de jî xwedî par e. Şeran timî burokrasî derxistine holê. Artêş bi xwe rêxistina burokratîk a herî mezin e. Hêmana duyemîn, serwextbûn û berxwedana civakê ye ku her diçe zêde dibe. Ji ber ku civaka Ewrûpayê hem bi awayekî hûrûkûr mêtinkarî nedîtiye, hem jî timî li ber xwe daye, kiriye ku avakirinên desthilatdarî-dewletê mezin bin, bi gewde bin. Têkoşîna bûrjûwaziyê li dijî arîstokrasiyê, têkoşîna çîna karker li dijî herduyan, neçar kiriye ku li Ewrûpayê avakirina desthilatdarî û dewletê hûrûkûr be. Di dîrokê de bûrjûwa (çîna navîn) belkî jî cara pêşî weke çîna navîn dibe dewlet, ev jî di statuya desthilatdarî û dewletê de guhertineke mezin dike. Kutleyeke ji nava civakê derketî dibe dewlet, ji lewra bûyera desthilatdariyê ya zêde dibe neçar hatiye hiştin ku xwe di nava civakê de bi rêxistin bike.

Bûrjûwazî çînîbûneke mezin e. Ji lewra ji derve nikara xwe li ser desthilatdarî û dewletê hukimran bike. Xwe çiqasî bike dewlet, eşkere ye ku wê di nava civakê de rê li şer veke. Diyardeya jêre şerê çînî tê gotin vê rastiyê eşkere dike. Lîberalîzm weke îdeolojiya bûrjûwayê, ji bo ji vê pirsgirêkê re çareseriyê bibîne, bi roj stêrkan dibîne. Lê di dema bihurî de ya qewimî bêhtir mezinbûna desthi-latdarî û dewletê û kansêrbûna burokratîk bû. Di civakê de desthi-latdarî û dewlet çiqasî mezin bibin, ev tê wê maneyê di wê civakê de şerê navxweyî heye. Di civaka Ewrûpayê de pirsgirêka bingehîn a ji detpêkê ve qewimî bi vî rengî pêk hatiye. Têkoşîna mezin a ji bo destûra bingehîn, demokrasî, komar, sosyalîzm û anarşîzmê bi şêwazê pêkhatina desthilatdarî û dewletê ve ji nêz ve têkildar e. Ber bi roja me ya îro ve çareya herî hêja hatiye dîtin ew e, mafên bingehîn ên mirovan bi rêzikên destûra bingehîn misogerkirin, serdestiya huqûqê û demokrasiyê ye. Ji çareseriyeke mayînde zêdetir, dewlet û civak neçar têne hiştin li ser desthilatdariyê li hev bikin, û bi vî awayî hewl daye pevçûnên mezin ên berê li dawiyê bêne hiştin. Di vê rewşê de pirsgirêka desthilatdarî û dewletê neha-tiye çareserkirin, bi tenê kirine rewşekê ku karibe dewam bike.

Em dema ji nêz ve li mijarê binêrin em ê bibînin, bi milliyetgirî, cinsiyetparêzî, dîndartî û zanistperestiyên cûrbicûr civak bi deshil-tadarî û dewletê re xistine zikhev, ango bi paradîgmaya “Herkes hem desthilatdarî û hem civak e, hem dewlet û hem civak e” xwes-tine dewleta netewe dewam bikin. Bi vî awayî di hundir de şerê çînî hatiye tepisandin, li dijî derve jî pozîsyona parastinê timî hişyar hatiye hiştin û bi vî awayî ji bûrjûwayê we ye ku ji dewleta netewe re çareserî dîtiye. Li nava dinyayê ev hatiye ceribandin û yek ji wan rêbazên sereke ye ku ji çareseriyê zêdetir rêbazeke tepisandinê ye. Dewleta netewe bi xwe wexta herî zêde dibe desthilatdarî û dewlet cewherê wê yê faşîzmê derdikeve holê û ev jî bi awayekî eşkere di faşîzma Elman de hat dîtin.

Mînaka pêşî ya dewleta netewe, di pêvajoya berxwedana Hollanda û Ingilîstanê li dijî Împaratoriya Spanî de xwe nîşan da. Dewleta netewe tevahiya civakê li dijî hêza derve seferber dike û bi vî awayî bahaneya xwerewakirinê diafirîne. Pêşdeçûna ber bi civaka neteweyî ve pêşî hinekî xwedî hêmanên erênî bû. Lê hê di dema derketina wê de wezîfeya wê ya veşartina zordestî û mêtinkariya çînî eşkere bû. Ji sedî sed etîketa çîna bûrjûwayê li ser dewleta netewe heye. Modela dewletê ya wê çînê ye. Paşê seferên Napolyon ev model li Franseyê bi hêztir kir û bû sedem li nava Ewrûpayê belav bibe. Paşvemayîna bûrjûwaziya Elman û Îtaliyan û zehmetiyên wan ên di warê yekîtiyê de polîtîkayên hê milliyetgir bi xwe re anîn. Dagirkeriyên ji derve, berxwedanên arîstokrasiyê û çîna karker ji hundir ve bûrjûwazî neçarî ber bi modeleke dewletê ya zêde şoven û milliyetgir ve bir. Têkçûn û pêxîrtengiyê, di serî de Elmanya û Îtalyayê, gelek welat ber bi dualîteya, yan şoreşa civakî yan jî faşîzmê ve birin. Ya bi serket modela dewletê ya faşîst bû. Belkî yên weke Hîtler û Mûsollînî têkçûn; lê sîstema wan bi ser ket.

Dewleta netewe bi xwe ew e, civakê bi dewletê re, dewletê bi civakê re wekhev dikin û wisa terîf dikin, jixwe ev jî terîfa faşîzmê ye. Bi awayekî xwezayî ne dewlet dibe civak, ne jî civak dikare bibe dewlet. Bibe bibe, îddîayên îdeolojiyên totalîter dikarin wisa bibin. Rengê faşîst ê van propagandayan tê zanîn. Faşîzm weke şêweyekî dewletê, her tim ji bo lîberalîzma bûrjûwayê kevirê çarqozî ye, li serê goşeyê cihê xwe heye. Şêweyê rêveberiyê yê demên pêxîrtengiyê ye. Wexta ku pêxîrtengî binyewî be, şêweyê rêveberiyê jî binyewî ye. Navê rêveberiyê dewleta netewe ye. Pêxîrgtengiya serdema fînans-kapîtalê derketiye asta herî jor. Di roja me ya îro de dewleta yekdestdariya kapîtalîst a di warê global de derketiye asta herî jor jî di dema xwe ya zordar û paşverû de bi giştî faşîst e. Herçiqasî behsa hilweşîna dewleta netewe tê kirin jî heke mirov îdîa bike ku ya li şûna wê tê avakirin demokrasî ye, ev ê safiktî be. Belkî jî hem globaliya makro, hem pêkhatinên siyasî yên faşîst ên mîkro yên xwecihî di rojevê de ne. Bûyerên li Rojhilata Navîn, Asya Navîn û Qafqasyayê diqewimin balkêş in. Başûrê Emerîkayê û Efrîka li ber ceribandinên nû ne. Ewrûpa dixwaze bi beridînê ji faşîzma dewleta netewe derkeve. Li Rûsya û Çînê wê çi biqewime ne diyar e. He-gemonê super Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê DYE bi her şêweyê dewletê re di nava danûstendinê de ye. Eşkere ye ku pirsgirêka desthilatdarî û dewletê di yek ji demên xwe yên herî giran de ye. Dualîteya, yan şoreşa demokratîk an jî faşîzm bi awayekî girîng di rojevê de ye. Bi tevahî rêxistiniyên herêmî û navendî (yên NYyê) yên sîstemê kêrhatî nabin. Kapîtala fînansê di dîrokê de bi awayekî nedîtî di warê global de derketiye asta herî jor û bi rola beşê ser-mayê yê herî zêde pêxîrtengiyê har dike, radibe. Yekdestdariya ser-mayeya fînansê di warê eskerî û siyasî de tê maneya şerekî zêde li dijî civakê. Li gelek bereyên dinyayê rastiya pêk tê bi vî rengî ye. Ji pêxîrtengiya avahiya sîstema dinyayê wê kîjan pêkhatinên siyasî û ekonomî derkevin, mirov vê bi ne kehanetê, belê bi asta xebatên entelektuel, siyasî û exlaqî dikare diyar bike.

Di serdema kapîtala fînansê de ku sermayeya herî feraziye ya modernîteya kapîtalîst e, civak bi qasî ku di ti dema dîrokê de ne-bûye bi jihevdeketinê re rûbirû ye. Çaviyên polîtîk û exlaqî yên ci-vakê hatine parçeparçekirin. Ya pêk tê, diyardeyeke civakî ye ku mi-rov dikare wê weke ‘qirkirina civakê’ bi nav bike û ji tevahiya qir-kirinan girantir e. Serweriya medya sermayeya feraziye di rewşa sîleheke welê de ye, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn girantir qirkirina civakê daye ber xwe. Topên xwe yên milliyetgirî, dîndarîtî, cinsi-yetparêzî, zanistperestî û hunermendî (spor, rêzefilm û hwd.) teva-hiya bîstûçar saetên rojê wer bi serê civakê de diteqîne di bêvlê re tîne, ma li hemberî van sîlehên medyayê wê bergirî û parastina civakê çawa were kirin?

Medya jî bi awayekî mîna duyemîn aqilê analîtîk li ser civakê fonksiyonel e. Çawa ku aqilê analîtîk bi serê xwe baş an jî xirab nîne, medya jî bi serê xwe amûrekî notr e. Weke her sîlehê, yê wê bi kar bîne rola wê diyar dike. Hêzên hegemonîk çawa ku her tim xwediyê sîlehên bi bandor bûn, li ser sîleha medyayê jî hêza serdest in. Ji ber ku medyayê mîna duyemîn aqilê analîtîk bi kar tînin, di warê bêtesîrkirina hêza berxwedanê ya civakê de jî gelekî bi bandor in. Bi vê sîlehê civaka ferazî tê avakirin. Civaka ferazî, şêweyekî din ê qirkirina civakê ye. Mirov dikare dewleta netewe jî weke yek ji şêweyên qirkirina civakê bihesibîne. Bi herdu şêweyan jî civakê ji civakbûnê derdixin, dikin amûrekî yekdestdariyê ku çawa ber bidin pêşiyê welê dimeşe. Bi qasî ku mirov xwezaya civakî piçûk bibîne bi tehlûke ye, derxistina civakê ji civakbûnê jî tê maneya tehlûkeyeke wilo ku sînorê wê diyar nîne û derî li her cure tehlûkeyê vekirî tê hiştin. Serdema yekdestdariya feraziye jî mîna sermayeya fînansê bi civaka ji civakbûnê derketiye dikare hebûna xwe pêk bîne. Herdu jî di heman demê de derketine holê û ev jî xweber nîne, yek bi ya din re têkiliya xwe heye. Civaka ji civakbûnê hatiye derxistin a dewleta netewe (civaka xwe dewleta netewe dihesibîne) û civaka medyayê ji rê derxistiye, bi temamî civakên têkçûyî ne, û hewl didin li ser xirbeyên wan tiştên din ava bikin. Hîç şik û guman têde nîne ku em di serdema civakeke bi vî rengî de ne.

Civaka em têde ne bi tenê civaka herî bi pirsgirêk e, di heman de-mê de em di nava civakeke welê de ne ku ti tiştî nikare bide ferdê xwe. Civakên em di nava wan de bi tenê çaviyên xwe yên exlaqî û polîtîk ji dest nedane, hebûna wan jî di tehlûkeyê de ye. Ne bi pirsgirêkan, bi tehlûkeya qirkirinê re rûbirû ne. Eger di roja me ya îro de pirsgirêk tevî hemû hêza zanistî misêwa mezin û kansêrwarî dibin, wê demê qirkirina civakê ne îddîayek e, tehlûkeyeke rastî ye. Tê îddîakirin ku desthilatdariya dewleta netewe bergirî û parastina civakê dike, herî zêde civak bi vê dixape û ev jî dihêle ku tehlûke gav bi gav pêk bê. Civak bi tenê ne bi pirsgirêkan re, bi qirkirinê re rû-birû ye.

 

2-        Pirsgirêka Civakê ya Exlaq û Polîtîkayê

Haya min jê heye ku dabeşkirina pirsgirêkan dikare rê li ber tehlûkeyan veke, ji lewra divê mirov xwe jê dûr bigire. Zanista na-vend Ewrûpayê aqlê analîtîk bê sînor bi kar anî û ev rêbaz pêşde bir. Herçiqasî hin destketiyên vê rêbazê hebin jî di warê wendakirina yekparetiya heqîqetê de bi tehlûke ye û nabe mirov vê ji nedîtî ve bê. Bi şertê ku tehlûkeyên vê rêbazê yên em jê fikaran dikin timî li ber çavan bên girtin, tevî ku ez dizanim tehlûke heye ku wê pirs-girêka civakî weke ‘pirsgirêkan’ dabeş bike jî, ez ê bikaranîna vê rê-bazê dewam bikim. Di beşa epîstemolojiyê de jî ez ê hewl bidim nêzîkatiyên cuda guftûgo bikim.

Me bêsedem di beşa pêşî ya pirsgirêkên civakî de cih neda dest-hilatdarî û dewletê. Ji ber ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan e. Amûr û têkiliyên desthilatdarî û dewletê berê pêşî xwe li ser civakê û ji sedsala 16. ve gelekî xwe di nava civakê de bi cih kirin. Di vê de fonksiyona wan a bingehîn ew e, civakê bê hêz bikin, bêparastin bihêlin û bi vî awayî wê ji mêtinkariya yekdestdariyê re amade bikin. Gelekî girîng e ku mirov rola desthilatdarî û dewletê bi vî awa-yî terîf bike. Mirov desthilatdarî û dewletê bi tenê weke tevahiya têkilî û amûrên zorê destnîşan bike têrê nake. Di terîfeke welê de kêmasiyên ciddî hene. Ez yeqîn dikim ku rola herî girîng a dest-hilatdarî û dewletê bêhêz û bêparastin hiştina civakê ye. Ji bo van rolên xwe bi cih bîne jî, berê xwe dide amûrên ‘hebûn’a civakê ango exlaq û polîtîkayê. Timî van çaviyên civakê qels dike û dihêle ku nikaribin bixebitin û wer dike ku nikaribin bi rola xwe rabin. Ji ber ku civak du qadên xwe exlaq û polîtîkayê pêk neyîne, nikare hebûna xwe dewam bike.

Rola bingehîn a exlaq ew e, civakê bike xwedî rêzik û pîvanên pê karibe li ser piyan bimîne, wan bi cih bîne û pê hebûna xwe dewam bike. Civakeke rêzikên xwe yên hebûnê û hêza bi cihanîna wan ji dest dabe, ew tê wê maneyê ku ew civak veguheriye civaka heywa-nan û çawa bixwazin dikarin bi kar bînin û bikin mêtingeh. Rola polîtîkayê jî ew e, rêzik û pîvanên ji civakê bi xwe re hewce dikin te-darik bike û tevî vê, timî rê û rêbazên peydakirina hewcedariyên bingehîn ên maddî û zêhnî guftûgo bike û civakê bi biryar bike. Polî-tîka civakî bi van sedemên bingehîn misêwa hêza guftûgo û biryarê pêşde dibe, pêşiyê li mejiyê civakê vedike û wê zindî dihêle; dike ku civak xwe bi xwe rêve bibe, karên xwe bi xwe bike, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û bi vî awayî qada herî bingehîn a hebûna xwe pêk tîne. Civaka bê polîtîka weke mirîşka serê wê hatibe jêkirin e, hê can nedaye, virde wirde diperpite. Rêya herî bi tesîr a bêkêrkirin û bêhêzkirina civakekê ew e, mirov wê ji POLÎTÎKA’yê mehrûm bike (Ji siyasetê bêpar bihêle, bi gotina Îslamî bêşerîet bihêle). Lewma polîtîka ji bo hebûna civakê bi xwe, ji bo pêdiviyên wê yên bingehîn ên maddî û manewî, organê mecbûrî yê guftûgokirin û biryarê ye. Ti rê bi qasî mehrûmhiştina civakê ji polîtîkayê bi tehlûke nîne û divê mirov xwe jê dûr bigire.

Ji ber vê sedemê, amûrên desthilatdarî û dewletê, û têkiliyên wan, di tevahiya dîrokê de, di dereceya pêşî de li şûna exlaqê civakê saziya bi navê ‘huqûqê’, li şûna polîtîkayê jî saziya bi navê îdareya ‘dewletê’ bi cih kirine. Di her demê de wezîfeya bingehîn a desthilatdarî û dewletan ew bû, civakê ji du hêzên wê mehrûm bikin ango wê ji hêzên wê yên exlaq û polîtîkayê dikin û li şûna van herdu hêzên bingehîn ên bi rola stratejiya hebûnê radibin îdareya hukim-ranî û huqûqê datînin. Ev herdu wezîfe nebin, daneheva sermayeyê û yekdestdariyên mêtinkariyê jî nabin. Tevahiya rûpelên dîroka şaristaniya pênc hezar salî bi şikandina hêza exlaqî û polîtîk a civakê û li şûna wan bi cihkirina îdare û huqûqa yekdestdariyan tijî ye. Dîroka şaristaniyê bi sedemên xwe yên rastî û li ber çavan wisa ye, û rast nivîsandina wê bi tenê bi van sedeman dikare maneyê îfade bike. Di cewherê tevahiya pevçûnên civakî yên dîrokê de ev rastî veşartî ye. Civak ê bi exlaq û polîtîka xwe bijî, yan jî wê li gorî îdare û huqûqa yekdestdariyên mêtinkar ên har weke keriyan bijî? Dema ez dibêjim çavkaniya sereke ya pirsgirêkan îdare û huqûqa desthi-latdarî û dewletê ya dûrî aqilan bi awayekî ‘kansêrolojîk mezin dibe’ ye, ez dixwazim vê rastiyê îfade bikim.

Xusûseke din heye ku em rave bikin feyda xwe heye. Wexta ku cara pêşî hiyerarşî hat damezrandin û kengî ji bo civakê di warê ‘tecrûbe’ û ‘pisportiyê’ de girîng bû, em çi navî lê bikin ferq nake, çi dewlet çi jî otorîte, jê li benda feydeyê ne. Eger civakê dewlet û otorîte (desthilatdarî) bi tevahî neyênî nekiribe, sedema vê ev herdu bendewariyên sûdgirtinê ne. Ango ji dewlet û otorîteyê li benda tecrûbe û pisportiyê ye, û bawer dike ku bi vî awayî wê karûbarên wî hêsantir bibin. Ji ber van herdu sedemên girîng civakê xwe li hebûna dewletê ragirtiye. Tecrûbe li cem her kesî peyda nabe. Pisportî jî karê her kesî nîne. Lê otorîte û dewletê, tevahiya dîrokê ev herdu bendewariyên mafdar îstîsmar kirin, û bûn cihê bêkêrên herî bê tecrûbe û kesên ji pisportiyê mehrûm. Bi vî awayî di qada otorîte û dewletê de li şûna huqûqê dekûdolabê, li şûna tecrûbeyê awaretiyê cih girt. Felaket û rizîna mezin ji nêz ve têkiliya xwe bi vê berepaşkirina mezin a rastiyan û jirêderxistinê re heye.

Bûrjûwaziya ku di dîrokê de nexasim bi awayekî kanserolojîk pêşketina çîna navîn îfade dike, li şûna navîna civakê li ser ‘navika wê’ rûnişt û berjewendiyên xwe yên herî egoîst weke ‘huqûqê’, rêveberiya xwe ya herî bêesil jî weke ‘îdareya destûra bingehîn’ pêşkêş kir. Ji bo vê jî desthilatdarî û dewlet weke ‘amûrên’ sînorne-nas pêşkêş kirin û ew weke qadên qaşo ‘pisportiyê’ dabeş kirin û bi vî awayî zêdekirina wan tam veguherî felaketekê. Lewma mirov di-kare bibêje, civaka xwest ji baranê bireve li zîpikê qelibiye. Lîbe-ralîzm şêweyekî fikirînê yê bûrjûwaziyê ye. Mîna ava bin kayê di-meşe. Ji lewra guftûgoyên wê yên bê sînor li ser ‘cumhûriyet’, ‘de-mokrasî’, ‘destûra bingehîn’, ‘piçûkkirina îdareyê’, ‘bi sînorkirina desthilatdarî û dewletê’ bi qasî ku ser rastiyan digirin, mirov dikare wan weke îfadeyên bi maneyên berevajî barkirî jî binirxîne. Çîna navîn a bûrjûwa bi qasî serdema antîk jî jêhatî nîne ku destûra bingehîn, cumhûriyet û demokrasiyê pêşde bibe, îdareyê piçûk bike, desthilatdarî û dewletê bisînor bike. Ji ber ku yê ev têgînên biesil bêkêrkirine avahiya maddî ya çîna navîn e, şêwazê wê yê hebûnê ye. Civakê xanedanek, qralekî serdemên pêşî bi zor û zehmetî radikir, îcar wê xanedantî û amûrên bûrjûwayê yên sînornenas çawa rake, hilgire? Ez bi zanîn têgînên ‘malbata bûrjûwa û xanedan’ bi kar tînim. Ji ber ku ji heman çavkaniyê tên. Bûrjûwaziyê tevahiya hune-rê rêzikan û rêveberiyê ji hêzên beriya xwe ji hêzên arîstokrasiyên esilzade yên mezin û qralan devşîrme kirine. Bi xwe jê nayê biafirîne. Ji vê xwezaya wê ya çînî, têkiliyên desthilatdarî û dewletê bandoreke kansêrolojîk di nava civakê de dikin. Xwezaya çîna navîn bi faşîzmê barkirî ye.

Ji lewra yek ji pirsgirêka sereke ew e, çaviyên siyasî (polîtîk) û exlaqî yên civakê kotrimî dikin û dihêlin ku nikaribin bixebitin. Bêguman qad, komik û çaviyên exlaqî û polîtîk ên civakê bi tevahî nikarin bêne tinekirin. Heta ku civak hebe, wê exlaq û polîtîka jî hebin. Lê ji ber ku desthilatdarî û dewlet ji qadeke pisportî û tec-rûbeyê derdikevin, têne derxistin, jêhatîbûna xwe ya afirîner û kêr-hatî nikare bi cih bîne. Di roja me ya îro de têkilî û amûrên desthi-latdarî û dewletê (medya, yekîtiyên operasyonel ên îstîxbarat û taybetîkirinê, doktirînên îdeolojîk û hwd.) mîna avê heta bi çaviyên herî hûr ên civakê çizirîne, gelekî eşkere ye; kirine ku civak bêhnçikandî bibe, xwe nas neke, nikaribe ti rêzik û pîvaneke xwe ya exlaqî bi cih bîne, nikare ji bo pêdiviyên xwe yên herî bingehîn guftûgo bike û nikare ji bo xwe biryarê bide (siyaseta demokratîk bike). Dîsa di roja me ya îro de ‘şîrketên global’ gelekî têne guftû-gokirin. Ev şîrketên ku hêzên rastî yên hukimraniyê ne, ango yekdestdariyên ‘ezel-ebed’ di vê demê de bi awayekî di dîrokê de nehatibe dîtin sermayeya herî mezin danehev û ev jî ji nêz ve têki-liya xwe bi vê rewşa civak ketiyê, heye. Heta ku civak bi vî awayî nehatiba xistin û jihevbelavkirin, bi ewqas rêyên feraziye ango bi rêyên destê xwe nede ti amûrekî hilberînê, bi pereyan bi destxistina pereyan wê pêk nehatiba. Yekdestdariyan di tevahiya dîrokê he-mûyî de yên bi destxistine û di roja me ya îro de bi ev çend hecmekî mezin ji hewayê bi destxistine, eger civak ji hebûna wê nekiribana, pişta wê neşikandibana û mejiyê wê pûç nekiribana, ev bi destxistin wê pêk nehatiba. Ji ber ku “Li hewayê pere tineye!” Ez divê neçar dubare bikim ku bi tenê têkilî û amûrên desthilatdarî û dewletê yên bê sînor hatine zêdekirin civakê naxin vê rewşê; herî kêm bi qasî van bi bandor çavkaniya din a hegemoniyayê medya heye. Bi rêya wê civak ji aliyê îdeolojîk ve tê fetihkirin. Heta ku civak bi milliyet-girî, dîndarîtî, cinsiyetparêzî, zanistperestî û hunerperestiyê (huner, nexasim îndustrîkirina sporê) ji rê neyê derxistin û sergêjkirin, bi tenê bi têkilî û amûrên desthilatdarî û dewletê evqasî nayê xistin; her weha şîrketên ferazî yên global (kapîtala fînansî, mebest jê pere-sermaye ye) û yekdestdariyên dîrokî bi awayekî qira civakê bînin, nikarin civakê ji civakbûnê derxin û li mêtinkariya sînornenas vekin.

                                                                                                                                                      BEŞA-II-