Beşa-I-
Ji
Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd
Divê Jin
weke ku xulaseyeke ya hemû pergalê bê dîtin
û wiha bê dahûrandin. Civaka sermayedar çawa
ku berdewam û lûtkeya hemû civakên kedxwarî
yên kevin be, jin jî lûtkeya bandoriya
kolekirina van pergalan hemûyan dijî.
Di civakê de
serê pêşîn pirsgirêkên ku jin dijî, di nava
aliyên wê yên dîrokî û civakî de nirxandin,
girîngiyê dihilgire. Pirsgirêkeke ku di
çavkaniya hemû pirsgirêkan de ye. Xwezaya
civakê weke xetekê teorîkirin, girîngiyeke
mezin dihilgire. Her çiqas civaknasên
despêkê pêşaniya yekemîn dabin vê xalê jî,
ber bi roja me ve dahûrînên parçe û avanî
hîn li pêş e. Heman weke ku di dahûrînên
xwezayê yên din de tê çavdêrîkirin. Li
derveyî vê, xwezaya civakê li qat û qonaxên
wekî; avaniyên jêr-jor, beşkirina
aborî-polîtîk-desthilatî, komînal a seretayî,
koletî, derebegî, sermayedarî û
sosyalîzim-komînîzim dabeşkirin, tenê li ser
bingeha nêzîkatiya “cûdatiyeke” pir bi
baldarî, dikare encamên watedar der bixe.
Gava ku
Dîroka Jinê Tê Vekolînkirin, Divê Ev Dîrok
Li Sê Heyaman Bê Cûda kirin:
Heyama
yekemîn, serdema komînal a seretayî ye; em
dikarin jê re bibêjin serdema jinê jî. Weke
mîtolojiyê serdema xwedawendan e. Ji vê
heyama ku beramberî salên 10.000-4.000 B.Z.
tê re, serdema neolîtîk jî tê gotin.
Serdemeke ku jin tê de serwer e. Li dora
tewera jinê pêş dikeve; qonaxeke ku tê de
çandinî hatiye pêşxistin, lawir hatine
kedîkirin û nêzî cewherê mirov e, rave dike.
Qonaxeke ku hima bêje beşa ji sedî nodûneh ê
pêvajoya jiyana giştî ya civaka mirov e,
divê biçûk neyê dîtin. Di pergala dayik a
komînal seretayî de, bingeha çanda aboriyê
tê avêtin. Adanên ku ji berhevkirin û
nêçîrvaniyê tê bi dest xistin, hima di demê
de tê mezaxtin ji eyar û lîfên wan sûdê
digrin. Bi giranî dayik-jin, rayeya sazker a
qilanê ye. Têgeha jin-mêr pêş neketiye.
Dayika zayînê dike tê naskirin, lê hevalkar
û zilamê ku pê re dibe cot qasî ku neyê
naskirin negirîng e Gava ku qilan tê nîşankî
kirin; bi her çi tiştekî, bi totemekî tê
temsîl kirin.
Jina ku
hertim çavdêrî li xwezayê dike, zayîna ku di
xwezayê de jiyan pêk tê nas dike, ferzana
şêwaza vê civakê ye. Efsûnkar ku zêdetir
jinin, raveya vê rastiyê ye. Ji ber pêdiviya
kardariya wê ya jiyanê, tiştên ku di civaka
xwezayî de diqewimin herî baş dizane, jin e.
Di hemû verotinên ku ji vê qonaxê mane de
şopa jinê tê dîtin. Qilan yekîtiyeke ku li
dora jin-dayikê pêk hatiye. Zarok anîna wê û
xwedîkirina zarokan wê zor dike ku di wûçana
berhevkar û biadana herî baş de be. Ev
zordana xwezayî, hêza civakîbûneke girêdayî
jinê jî derdixe holê. Delîleke din a vê
rastiyê ew e ku peyvên di vê heyamê de
hatine têgehkirin bi piranî di rewişta mê de
ne. Şervanî û serweriya zilam a ku wê paşê
li pêş bikeve jî, çavkaniya xwe ji
taybetmendiya nêçirkirina lawirên bi hêz yên
di vê heyamê de digre. Taybetmendiyên fîzîkî
zêdetir zor dike ku zilam li dûr nêçirê
bigere û qilanê ji xetereyan biparêz e. Ev
ristên ku ne diyarberin, rave dikin ka zilam
çima windabûyî maye. Di nava qilanê de
têkiliyên taybet pêş neketine. Tiştên ku ji
berhevkirin û nêçîrvaniyê têne bidestxistin,
ên hemûyan e. Zarok, ên hemû qilanê ne. Hîna
ne zilam ne jî jin taybet nebûne. Ji vê
şêwaza civakê re ku tê gotin komînal a
seretayî jî, ji ber van taybetmendiyên
bingehîn e.
Piştî bi
dawîbûna çaremîn heyama qeşayê texmînî
beriya 17.000 sal, yekem car piştî heyameke
mezolîtîk a dem kurt, bi awayê çengê
bingehîn li berpalên pergala çiyayên
Toros-Zagrosê de, kevirên ku baş hatine
sîqalkirin û ji ber karanîna obsidyenê,
derbasî qonaxeke ku girîngiya wê ya dîrokî
mezin e û weke neolîtîk tê bi navkirin dibin,
lê cewherê wê şoreşa gund û çandinî ye. Ev
civaka ku hebûna wê ji aliyê kolyarnasî ve
beriya nêzî 10.000 sal hatiye peyitandin, ji
ber avhewaya pergala çiya ya pêwendîdar û
hawîrdora ku bi şînatî û lawirên sûdewerî
tije ye hilperînek mezin pêk tîne. Derfetên
xwedîbûnê zêde dibe. Tevn tê çêkirin. Ji
şikeftan derbasî jiyana gund dibin. Navenda
bingehîn Mezobotamya jorîn e. Civak, di
vedîtin û amûrên hilberînê yên nû de
teqînekê, çêdike. Cûreke heyama pîşesazî ya
neolîtîkê tê jiyîn. Di vê çandê de dayik-jin
bilindî qata dayik-xwedawend dibe. Bi
îhtîmaleke mezin rista wê di pêkhatina
civaka nû de diyarber e. Pergala daykanî
mora xwe baş li civaka qilan dide. Nakokiya
bi zilam re nû destpê dike.
Wê bidome…