* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


 

NİHA LÎ KURDİSTANÊ JİYAN ŞERE

 

Her tişt ji bo ya mîrov bi însaniyetê gihine. wexta em wiha tên hember we, em baş dizanin kû heta niha di wede tiştek nemabû. Hûn ketibûn, hineka we xistibûn, we nikarîbû.

A min bi rastî yanî di destpêkê de berde alîkariyê, millet tev li dijî me bû. yek ji vê xebatê ne razîbû, ji dê û bav bigir, heta hevalên te yên zarokî, ne bi tere bûn.Dozên mezin tev wiha ne; di destpêkêde dünya lê dijmine û wexta bi ser dikeve jî dunya dibe dost. Dozên erzan, di destpêkêde yên pêre pirin, lê di dawiya wanade tev direvin. Armancên biçûkre herkes di destpêkêde dibêje ez pêreme, lê di zor û zahmetiyekê de jî hemû jê direvin. Armancên mezin di destpêkê de bi sebir, yek-du însan xwe pir dide ser. Sebra mezin, cesareta mezin dixwaze. Tabîî vaya bi pere mereyan nameşe, daîmî bi baweriyê, bi îmaneke mezine, yê wî armancî dimeşîne. Wexta xwe digre, li nava gel xwe direşîne, dunya li hember rabe jî nikare bi sekinandin bide. Dibe malê însaniyetê. A PKK'ê jî wiha bû. Bîst salan berya vê di vê buharêde wexta me destpêkiriye, min bi xwe dîsa bawer nedikir ku wê ev kar bi serkeve. Belê, îmana min pê hebû, lê ez tenê bûm. Dijmin jî dijminê hezar salîye û nahêle tu nefesê bikişîne. Tabîî meseleya dost û dijmin çiye, hûn vê baş nizanin. Yekî li hember dijminê xwe xwe winda kiriye, çi xêr jivî însanî derdikeve? Yekî sebeba kuştuna xwe nizanibe, yekî sebeba windabûna welat nizanibe, yekî sebeba ji destçûna azadiya însan nizanibe, ti xêr divî însanîde nemaye. Malesef însanê Kurd jî xwe wiha kiribû. Yek nabêje ev xerabî, ev reşahî, ev mirine biçi awahî hat iye serê min? Ma mejiyê Kurd maye? Na. Wexta em rabûn mejî tunebû. Fikrekê Kurdî hebû? Na. Min çiqwasî çend pirs digotin, tevan ruyê diguhertin, direviyan, digotin tu bi karê vala meşgûl dibe, te xwe xapandiye, te xwe şewitandiye, tu dixwazê me jî wiha bikê. Însanên me tev wiha bûn. A mîrov bêje, xiyaneta mezin me di xwede çêkiribû. Di dîrokêde mîrov nikare mîsal bide ku tu gelan, tu milletan wiha xiyaneta xwe kiribe. Tuneye. Tabîî bi destê xerabê xwe, bi destê serokên sexte û paşyê jî sebep em hemû bi xve me xwe kiribû vî halî.

Ji bo vê ez dibêjim, ev PKK çiye? Ev serkevtin çiye? Ev kar çiye? Niha hûn dibînin ku yê mirî emin, ê tenê mayê emin, ê li paş alemê mayê emin, welat kî dere? Siyaset çiye? Em biçirene? Em bi çi awahî pêrene? Van pirsan hûn nuh ji xwe dipirsin. Heta wexta dipirsin jî hûnê bêjin weyy me xwe kiriye çi halî! Gunehin tabîî. Çima jiyana we tev wiha çû? Çima tiştên bi xêr nikarîbûn di vê jiyannêkeve? Ez tim dibêjim çima ev bar tev hatê serê me? Ne valaye yanî gunehe. Ez radikim, ez ji bar natirsim, lê hûn jî hinek tiştan ji xwe bipirsin. Em însanên Kurd're, ji bo hemû gelê Kurdê wiha mejî di serîde neye dibêjim û hûn hemû jî dibêjin em jiyanê dixwezin. We bi çi awahî bi jiyanê lîst, ez dibêjim. Ev mejî we ji bo kê şixuland, ji bo ke pê kar bû? Ev mejî tew we pê kar nekir, kete erdê. Çima? Ne niha, yanî niha ez ji civakiya Kurd a berê pir acizim. Çima? Yekî ku dêhn be, dîsa nikare rehet xwe tede bihêle. Yanî mîrov dêhn bikin, dîsa mîrov nikare teda bimîne. Yanî îzah nabe, we çima xwe kire vî halî. Bîst, sîh milyon însan zêde niha berkes jiyanê dixwaze, herkes rêyeke rast dixwaze û pêşya tevan jî qute. Însanên dikin zindanê ez dikarim bêjin ji vê ne xerabtire. Yanî zîndana em li ser ruyê erdê têdene, ji wê zindana din xerabtire. Yekî bi xwe xwe di zîndananke, jiyanê tav ji xwere bi zîndanke, ji me bêhtir kes tuneye .

Di destpêka mîn de min nexwest ez bi xwe bikenim, min got ez hebekî durustbim. Herkes li ser menfeatek biçûk ji ser meseleyê direve. Hevalên bi destê me çêdibin, dîsa ji şer direyin. Ji bo meaşeke biçûk, ji bo rehetiyeke wiha sivik, yek li dora me namîne. Însaniyeta min qebûl nekir ku ez jî birevim. Wexta îmkan derketin ku ez şexsê xwe bifilitînim, xelas bikim min qebûl nekir. Min got tu qiymeta jiysneke şexsî tuneye. Min got jiyana şexsî, bila girêdayîbe bi jiyana vî milletive. Em ji vî milletîre çi bikin, çi nekin. Yanî me qirara xwe da ku em xwe bi ser vî karî din. Ev tam bîst sal tijê bûn. Ez nefes bi nefesim. Min wiha dest pê kir, niha jî wihame. We jiyanek meşand. Ez naxwazim we biêşînim, lê wihaye. Ez her roj li ser hevalan disekinim, dibêjim ev çi hale? Tu di şerdeyê, tu di siyasetêdeyê, tu çi dikê? Ma wiha bi vî halî dibe? Bi kêmasiya, bi şaşitiyayê wiha bizdiyayê nikarê rabê. Dijmin li pêşyêye, buhustekê gihiştiyêye nikare rabe. Tê bivî şexsîre herê ku derê? Naçe. Her roj li serim. Halê we hîn girantire. Ez dizanim ku dijmin li we wiha kiriye, milletê Kurd avêtiye erdê. Dijminê hezar saliye. Hûn gî ajotine, hatine van hêlan. Çawa bi ser wede meşiya, we got qebûla me. We got ji jorde hatiye, xwedê jî, pêximber jî vî tiştî qebûl nake, lê we qebûl kir û bi navê dîn û pêximber we li yaqê xwe dît. Ez divirde jî tim dibêjim, dibêjin em wiha muslumanin. Li tarîxa muslumantiyê binêrin, vî tiştî qebul nake. Tu dîn xebûl nake, beş însanê Kurd qebûl kiriye. Hûnê bêjin em bêçarene. Ê bê çare, bê çare heta ku bêçare! Nezan, nezan, heta ku nezanî?

Welhasil ê zorê min xwe qebûlkirinda, di destpêkê de min got wî welatî qebûl bikin, bila vî gelê jî qebûl bikin, bi serde herin. Me pê nelîst. Yanî çend soza me daye, me pê nelîst, em pêre bûn. Bi rastî pir bi hassasiyet, pir bi hişyarî ez van salande bi serde meşiyam. Ez ecêb meşiyam. Deqqe bi deqqe bi hesap, bi tedbîr, bi tirs, bi cesaret; tev tev li hev. Berê mirinê deqqe bi deqqe li pêşya çavên teye. Wiha bi serde dimeşe. Ma mejiyê însên vî tiştî radike? Na. Yanî Şex Seîd di panzdehê Şibatêde dest pê kir, nikarîbû heftiyekê li ber xwe bidaya. Got ez çi bikim, wexta şer dest pê bû di heftiyekêde got, "Ez herim vana bibînim, teslîmê wana bibim, nebim. Û deh hezar însan-leşker jî li dora wî bûn. Nikarîbû rakiraya. Zahmete, serokiya serhildanan bike, ya şerê Kurda bike. Nikarin. Heta niha pir rabûne, li jiyana wana binêrin, nikarin nefesê bikişînîn, Ê Barzani, wexta Şaxê Îranê alîkarî jê qutkir, di bîst û car saetande sed hezar pêşmerge hebûn got "Dest ji sîlahan berdin û birevin." Sebep çibû? Îranê alîkarî qutkir. Lakîn wiqas sîlah jî di destade bû, nikarîbû 24 saetan li ber xwe bidaya. Zahmete. Yanî mejî ji mîrov dixwaze, baweriyê, dil dixwaze. Niha bi navê me herkes radibe. zarok jî, pîrek jî bûne arteş, lakîn tu were ji min bipirse bê ev kar biçi awahî, çawa dimeşe. Hevalên me erzan tev sîlahê li xwe dixin. Mirin heye, belê, bes bi çi awahî dimeşe. Mesûliyeta giran çiye? Di tarîxa Kurda de heta niha kê çend salan -berde çend salan- çend mehan îdare kirine. Vê nafikirin, wekê kuliyan xwe diavêjine. Ê bi vî awahî nabe. A muhîm wexta min ev gav avêt, mesûliyeteke giran bû. Mîrovên mezinbin, li ser jiyana Serokiyê bisekinin. Ev jiyan ne ya mine, ya şehîdan tevane, yanî ya milletekiye. Di virde nuh hebûn, nuh xwe çêkirin di van salande me halkir, hûnê vê bibînîn. Jiyana ez dimeşînim, ne jiyana ku hûn dimeşînine. Pir ferqiya mezin heye. Niha millet li ser vê jiyanê redibe. Mîrov rast bike.

Niha maşellah millet tev têkilîdar dibe. Di Kurdistanê'de ji vê meseleyê behtir ti mesele nînin. Niha herkes roj û şev li ser vêye. Dipirsin, ev PKK çiye? Salên çûye çibûn û behtirî vê van salên li pêşiya me wê çi bibin? Emê bi çi awahî bikin? Roj û şev li ser vêne, di şerdene.

Yanî ev karê bîst salan tabîî ez yek bi yek bêjim, bi sedan kîtap (pirtûk) jêre lazimin û me nivîsandiye jî. Di demekê direjde jî wê pir li ser bisekinin, Ji vê bêhtir em li ber çavên wene. Li halê mîrov binêrin, li jîyana mîrov binerin hûn dikarin dersên imrekî jê derxin. Bi hezar salan pir kes rabûn, nikarîbûn tiştek bikrana. Ne ez bûma, dîsa hezar salî kesî nikarîbû ev tişt bikraya. Li dora xwe binêrin bê pergal bi çi awahî belav dibe bibînin. Li dor xwe binêrin bê însanên Kurd, serokên Kurd çi dikin? Û ne mesûliyet biçi awahî girt? Mîrov hinek tiştan di cih de bibine û li ser vê mumkune hinek tiştan çêbikin. Yanî gelek dost tên dor me dibêjin "em nuh meseleyê fêhm dikin. Me nizanîbu heta niha wihaye."

Min berê jî ev tişt digotin, lê niha bêhtir dibêjim. Niha dijmin deqqe bi deqqe destê xwe li sermeye û roj-şev karê xwe dikin, şer dikin, şerê taybetî. Û doh jî Demirel digot, li Erzûrûmê, li ser şerê taybetî dibêje, "Me îroj jî çengek herî avêt ser çavên wana, we wiha meş çêkir, ev meşa we çengek herî bû ji bo ser çavên wana." Yanî karê wana roj û şev heriyê bavêjin ser çavên me, çavên me kor bikin. Ew meşên çedikin, alê ra dikin, leşker, gel meşandine li dijî me. Berê jî ev tişt dikirin lê me hay jê tunebû, niha heşkere dikin. Û pê dikenin, dibêjin emê di pêş de we baş îdare bikin we zengîn bikin. Vî tiştî jî dibêjin. Lîska wana kevine.

Yanî silav(selam) li ser van rastiyane nizanim yanî, her yekî jiyaneke wana heve, tedaxul nekin, lê selama min li ser jiyana însanê Kurd li gorî van rastiyaye. Wekî din ti rastiyê ez wiha çiymetê didimê tuneye. Derket ku ya rast jî eve. Di welatde şer dimeşe, eyba tewra mezin dijmin wiqas di welêt de her tiştî bike, tu tiştekî nekê bû. Me ev eyb rakir. Û tu zimanê xwe lal bike, devê xwe bi zencir bike, li hemher dijminê xwe tiştekî neke, me ev jî rakir. Niha hemû di serhildanêdene. Me însanê Kurd peqand. Niha herkes rastiyên xwe bang dike, dibêje. Yanî me eyba mezin hilanî.

Ew xiyanet mezin bû. Sala çûnê em bi ser xiyanetêde çûn, derb li wana ket. Niha zeyif ketiye, wekê berê xiyanet jî nikare lîska xwe bike. Bi tiştên nuh wê were.

Niha di Kurrdistanê' de jîyan şere. Giredayiye bi şerve. Yekî dibêje ji bo vî welatî, ji bo vî milleti ez heme, di şerdeye. Jiyana bi namûs eve.

Tabîî şerê me bi çi awahî dimeşe, taktîkên şer çine, serokiya şer çiye? Roj û şev ez li ser disekinim. Ne cîhê mîrov wiha bi kûranî li ser bisekine. Roj bi roj em bi çi awahî li serin, îdare dikin? Jiyana me li ser vanaye. Ez dikarim vê bêjim; ev şer nakeve. Dijmin pir xwînxware, dijmin bi hemû hêzên xwe tê. Alem hemû ajote ser me, xisûsiyeten sala çûyî, xwest me hilîne ûi qirara wî niha jî wihaye. Kûçuk bu, di dawî de şewitî parçe bû, mir; bi plan tê Diyarbekrê, têde nivîsandiye, "di buharêde emê biqedînin." Di plana Eşref Bitlis de çi hebû? Qedandina PKK ê qedandina gel. Demirel jî jê dixwaze, dibêje "Paşe, tê vê buharê me jî wana xelas bike." Dibêje "Belê, ezê we ji wana xelas bikim." Niyeta dijmin eve, hesaba dijmin eve. Ji mirine behtir li ser te tiştekî nabêje. Ne dijminekî biçûe, yanî yekî Tirka nas neke xwe nas nake. Faşistê Tirk çiqwas millet ji ortê rakir, çigwas welat xerakirin, çiqwas kokê milletan kolan. Kurd jî di destde wekê çiwîkekîne, wekê berxekêne, jêre loqumeke, dibe ez çawa bixwim. Ji vê behtir li ser te tiştekî nafikire. Di dunyêde mustemleke (metingeh-kolonî) hene, bes kes ne wekê meye. Pezekî te hebe ku tu lê binêre tê je fêdeyê bike, ew li te nanere, bi însaniyeta te dileyize, heta dawiyê te didoşe, te dibire, her tiştî te dixwe û tişteki jî nade te. Dijminekî ecêbe yanî. Min got ku yekî dijminê xwe nas neke, xwe nas nake. Sûcê we yê tevra mezin, we dijminê xwe ji bîrkir. Meseleya vê ketina xwe naynin bîra xwe. Yekî bi aqil derneket, negot ev çi hale, em çima wihane? Tabîî, hûnê vî hesabî çawa bidin? Em her roj bi PKK'êre şer dikin, bi hevalanre şer dikin, li şaşitiyan mahkemaya wana jî dikin, tabîî em ji bo gel jî hinek tiştan dibêjin. Çima gelê Kurd heta niha xwe kir vî halî? Dibêjin,axeyê me wiha kir, begê me wiha kir, dewletê wiha kir. Tu jî însan bû, te çima hebekî xwe aciz nekir, ne fikirî, te her tişt qebûlkir. Çima? Ma dîn wiha digot? Na. Ma feylezofîyê wiha digot? Na. Tu ilim wiha digot? Na. Dibêjin, ez tirsiyam min xwe wiha kir. Heta ku tirs, heta kn qebûl kirin? Dibêje ez neçarbûm. Tu însanê, çima, însan dikare xwe bi çare ke. Ewe, vaye li serê xwe bûne bele. Dibêjin nexweşbûn, birîndarbûm, wriha bûm, weha bûm... Bi xwe dikenin. Ev çiye, çi şexsiyete, çi jiyane? Her tişt li yaqî meye. Em bê dozin, berastîna em dikavin rêka herkesî. Kî bixwaze me bixapîne, em di lîska wanadene, kî bixwaze weke himmalan, çi tişta bidin pêşya me, em bi serde diherin. Dibêjin, em wiha elimandine, em, wiha îdare kirine. Ev çiye? Bi dehan partiyên dijmin hene, bi van partiyarene. Em dibêjin tu çima pêreye, dibêje hebekî menfeata min heye. Ma menfeat wiha dibe? Dibêje, wekîdin çareya min tuneye. Tabîî ne wihaye. Tabîî hêrsa min a mezin çibû? Min çima millet tev li hember xwe hişt û min qebûl nekir? Ma fîşengeke min hebû? Na. Ma qirûşek pereyê min hebû? Na. Ji bo we ez jî were dibêjim. Niha belkî hûn dibêjin em yextiyarin, lê zarokên we hene, merivên we hene, dor we haye, gûndiyên we hene. Herkes bila hay ji xwe hebe. Min got ku ma kes bê welat maye? Welatê kesî wiha xerabe maye? Na. Yeke din heye; bê karin, betalin. Tev nexweşin. Di destpêka însên de dîsa însan wiha neketibû. Yanî wexta nuh însan li ser vê heriyê radibû, dîsa ji we bi aqiltir bû. Yanî niha ji mere dibêjin, yaw te çima xwe kire vî halî, tû çima wiha ecêb kar dikî? Ez jî ji were dibêjim, ma di tarîxêde kes weke me heye? Kesî wekê me xwe kirê vî halî? Çima ji me însanekî xûrt, serokekî xûrt derneket? Bi rastî însanên me, mirov nikare bi yekîre karekî xûrt bimeşîne. Na, ez ne ji we tenêre dibêjim, hevalên min, ên ev deh-panzdeh şalin ez pêre kar dikim, nikarin. Yaw heval ev bîst salin ez alîkariya te dikim, tû çima nikarê hakîmê vî karî bibe? Qûweta xwe viqase. Tê de çê nabe. Jiyaneke pir erzan daye ber xwe, nikare xwe jê derxe.

Çêbûna min çibû? Çêbûna min li ser van tıştan bû. Ez mezin jî bûm nikarim qebûl bikim. Tiştên hûn têde, ezê jê derkevim. Tiştên we tevan dike hêsîr, ezê xwe jê derxim. Yanî zid û zid û zid. Yanî dij û dij û dij... Netîce ev jiyana min me derxist. Hêrsa di me de -heta niha jî heye- ku ne siyaset bûya, wekê usûla berê bûya, meyê rojê lazime li çend xistaya. Çima ranabe, çima xwe tedrîb nake, çima xwe nake nîzamê? Mirov wiha dike. Tabîî niha îmkan û zirûf vî tiştî ranake û cihê me jî tenge. Dem ne demekê tu wiha hişk bi serde herê. Lakîn şaşitiyên, xerabiyên têdene ne mumkune însan sebir bike. Ji bo vê ez di bejim kû ev kar li ser çi rabû, li ser çi me ev mesûliyet girt û ez ne dêhnbûm, kesî wekê min bi aqil gav nediavêtin, lakîn mecbûrbûm karê ku dehn qebûl nekin, me qebûl kir, yekî xwe nezîke neke me xwe nezîkê kir.

Meseleya dijmin mezine. Dijminekî kû bi te her tiştî bike, tu tiştekî pê nekê. Tê li ku bêje ez peyame. Yanî însanê Kurd bila ji xwe bipirse. Yanî ez naxwazim eybên we tevan bidim ruyê wê. Lê ez xwe wiha peya nahesibînim. Ez xwe ji tevan biçûktir jî dibînim. Ez xwe wiha mezin jî qet nabînim. Di destpêkê de û heta niha wiha me. Lê peyatîya wiha ez nikarim qebûl bikim. Ma ez ji însên hez nakim? Na min ji we hez nekiribaya, ji bo we wiqasî ev kar dikir? ku hurmet qiymet tûnebûya me wiqas însan dikir yek. Na. lakîn dîsa jî ez dibêjim ne lazime, ev peyatî, ev şexsiyet. Bêhtir tişta ji mirov dixwaze. Min gotiye hinek tîşt ji min dûrbe. tu dibêje her tişt ji bo te. Meseleyeke mezine. Ma însanek li ku bi tenê serê xwe van tiştan tev hal dike? Ku ne wihabe jiyan fetisiye. Niha yek di mala wekeve, neheqiyekê li we bike, xebera ji tere bide, çend çoyan li texe, te çi bikê? Zaroken te, pîreka te ji destê te bigrin birevin tê çi bikê? Heta ji deste te tê der, tê li ber xwe bidê. Welat jî wihaye. Welat ji mala we ya şexsî bêhtir male. Ew jî mala milletekîye. Mala milletekî jî ji mala şexsekî behtir mezine. Berya her malêye. Ê dijmin, heta dawiye ketiyêye. Çi tê ber talan dike. Niha hûn dibêjin belkî dêhne, ma mîrov wiha kar dike? Lê her tişt talan bûye, her tişt ji dest çûye, dihere, tu neke çend pere qiymetê xwe heye. Di vir de du tişt çêdibin. Yek, tê pir li ber xwe bide, yekê jî tê pir bîaqilbe. Ku tu li berxwe bide, tu bi aqil nebe tê bişewite. Tu li ber xwe nede, tu bi aqil nebe tê bi xayin be. Ne di vê kevim, ne divê kevim. Ez berê jî di jiyana xwe de wiha bûm, xisûsiyetên vaye ev bîst salin ez li ser vême. Ecêb li ber xwe bide, pir bi aqil be. Îroj nekev, sibe nekev. Ha mumkune ji vir tiştekî bigre, ha mnmkune ji wir tişteki bigre, xortên we çêkirine tev hûn dizanin bi çi awahîne. Yanî başiya min çi bû? Dê û bevê min nikarîbûn ez bikrama xort, dev ji min berdan. Nerîn ku ez li ser rêka wana pirr çênabim û quweta wana jî tunebû, ji xwe maleke zeyifbûn, nikarîbûn pir tişt bi min bielimandina. Di destpêkê de min bi xwe xwe elimand. Te bîra min her dem ez li ser xwe sekinîm. Heta niha jî ez bi xwe xwe çedikim.

Ê we çekirine, em dinerin ku mîrov dîsa eybê di wana de bibîne, na, mesele îmkanên we jî tunene. Hûn li ser çi însanan çedikin? Karê leşkerî, siyasî, îdeolojî, tanzîmî nizanin. Karê tiştekî nizanin. Ê min ez roj û şev li ser disekinim, nikarim hebekî bi kêfa xwe, pe şer bikim, kar bikim. Feqîrin yanî, bi mirina xwe pêrene, pir fedekarin, bi cesaretin,lakîn nizanin. Yanî zû jî dest diherin. Dijminê xwe, fenên dijminê xwe nasnakin. Nikarin bi siyasîbin. Karê leşkerî tew nizanin. Yek bi bîsta, bi sedî dileyize, nikarin sekinandin bidin. Hemû bi hev dileyizin, nikarin lîskê sekinandin bidin. Hemû tiliya Kurda di çavên hevdene, nabêjin em sedî sed ji hevre lazimin. Yek li yekî baş gohdar nake. Wiha hîn bûne. Çima? Heta niha îdeolojî tuneye, siyaset tuneye. Kê çi avêtye ber wana, wiha gotine. Kê çi hatiye ber dev wiha xeber daye. Kê tiliya xwe daye ber çavê ke wiha derxistiye. Yanî hevdû xerabe kirine. Li ser vê nerînê welatei me mahf bûye. Netice niha welat wiha bûye herkes pîsiya xwe diavêjyê. Ku yeki xwediye vî welatî hebûya ma wiha dibû?

A mûhîm yanî, egîdî, mêranî ne ji bo malbatekê, ne ji bo çend zarokane. Ji bo meseleyê mezine. Yekê din heye; herkes dibêje ji bo rnalbatê, rnalbatê, malbat jî ji dest mîrov dihere. Çima? Ku welat tunebe, insaniyet bi temamî di nava te de nemeşe wê malbat li kû bimîne, te li ku bimîne? Yanî pir sebep hene, ku me çima dest bi vî karî kir û em heta vir hatin. Heta niha ev karê min tenê dihesibandin. Dijmin jî heta niha vî karî ê min tenê dihesibîne. Dibêje ew tenê vî karî dike, ew tenê ev doz derxistiye. Mesele ne mesela Kurdaye, ne meseleya Kurdistanê ye, ev meseleya Apo'ye, dibêje. Dibêje em tevan efû dikin, Apo tenê efû nakin, çima? Ji ber ku ew van tişta derdixîne.

Di virde çi îspat dibe? Dijmin me xwedî doz dihesibîne, xwedî welat dihesibîne. Navei welate me li yaqê me nabîne. Ev yek. Û yeke din heye. Dibêje werin ez we tevan efû bikim, pê bileyizin, ev nêrîna dijmine, heta niha. Tenê ji bo min dibêje ez efû nakim. Yekî dijminê xwe nas bike wê xwejî nas bike. Dibêje doza me ne bi gelê Kurdreye. Her roj vî tiştî dibêje. Dibêje doza me bi yek şexsîreye. Dibêje em tedê li gel nadin, li yek şexsî didin. Ev tiştekî îspat dike ku dijmin em ji xwere kirine pez, wiha me îdare dike. Tabîî ev hêrsa me, ecelebûniya me, lez û beza me çiye? Li ser van tiştane. Niha belkî hûn bê çare mane, belkî hûn ditirsin jî, dibêjin ji me tiştek naqede, lê doza me mezine. Bawerim hûn her roj limêj dikin, hûn her roj destê xwe radikin û niyaz dikin. Ev tev ji bo meseleyên wihane. Bingeha li mêjê, rojiye, niyaza ev tiştên esasîne. Yanî mîrov bi muslumanbe, lê rast bi muslumanbe. Tabîî ez nabêjim di carekêde bi muslumanên mezinbin, ne mumkune. Dua bikin, roj bi roj tobe, estexfar bikin ku Xwedê û pêximber ji xwe razî bikin. Ku hûn nekin kes jiwe razî nabe. Ma ez dêhnim vî karî dikim? Ji bo ez xwedê ji xwe razî bikim, pêximber razı bikim.

Doh min yek dost dît, metropolît bû, ez ziyaret kirim. Hûn dizanin ew jî xwedî dînin, Xirîstiyanin jî, dînekî muslumantî qebul dike. Digot "Îsa jî wekê te kar dikir." Raste yanî. Min got jiyana me wekê jiyana hemû pêximberane, em li ser rêka wana dimeşin. Bi rastî jî wihaye. Mesele kare û jiyan bi xweye. Şeklû şemalî dawiyê tê. Ez jî yek caran li jiyana pêximberan dinerim, li rêka wana dinerim, di Rojhilata Navîn'de karê wana kiriye, ez dibêjim ku niha ez dikim. Karê însaniyetêye, ne?

- Maşellah.

---.: Tabîî, em dîndarin. Musluman jî, Xirîstiyan jî wiha dibêjin. Ew bi xwe dibêjin. Vaye yê Xirîstiyan bi xwe got, ne kû min jêre got wiha bêje. Kete bin tesîrekê mezin. Îsa bi çi awahî xizmet kiriye? Tiştekî din digot. Digot ku, "Lingên şagirtên xwe dişûştin, berya were kuştin bi sê-çar rojan. Şaş bûye. Çima te wiha kir? Dibêje, "Ez lingê te dişom ku tu jî lingê hineka bişo. Ku ez wiha nekim, tu xizmeta kesî nakî." Ev tiştekî başe, niha ez roj û şev li ser xizmetême. Li ber çavên hevalan tevan ez xizmeteke ecêb dikim ku ew jî xizmeta gel dikin. Niha em wiha dikin, roj û şev ez dibihîsim, dibêjin li fîlan cîhî hevalên te nêvî bûne axe. Ev tehlîkeye. Dibêjim, li min binêrin, bê ez roj û şev bi çi awahî di xizmeta wedeme, te roja duda axetî çima kir? Yanî Îsa ling duşuşt, ji bo ku ew jî xizmetekê bike, wiha bimeşe. Ê min niha ez dinêrim yekî bi karê me, li ser xizmeta me axetiya xwe bimeşîne, bi wana çi hate şerê me, em bi destê wana ketin çi halî. Berê em ketine çi halî, niha jî emê têkevin çi halî.

Ji bo vê tebîî mîrov xizmeta mezin bike. Yanî ez nabêjim xwe di rojekêde bişon, bila di rojekê de xwede û pêximber ji we razîbin. Zahmete. Wiqas sal ez dişom, belkî ji min an razîne, yan ne razîne. Tabîî meseleyekê ne biçûke. We pirtûk xwendiye, hûn her roj pirtûka dixwînin. Mana vê hîn bibin çi dibêje. Ez texmîn dikim tiştê dibêje, hûn fêhm nakîn. Her ayetek sebebeke xwe heye, ji bo ku tiştekî çebike. Ji xerabiyekê rake, başiyekê wîne şûnêye. Niha kî ji we mana van ayetan dizenin?

- Ez dizanim.

---.: Tu li ku dizenê! Te bizanîba nihe tê bi tiştek bikraya. Tiştek ji destê te bihata. Ez wiqas kar dikim, nikarim bêjim ayetan tev dizenim. Yanî ku pêximber û Xwedei ji min razîbe, ji minre cejne. Gel jî ji mirov razîbe, ji minre re cejne. Tu li ku dizanê? Niha kî ji te çiqwasî raziye? Kî te nas dike? Tu nikarî bêjê ez zaneme. Zanebûnî bi pere nabe. Tê xizmeteke mezin bike, bila wiha te bizanibin. Niha dibêjin Apo, millet di dunyêde min nas dike. Ên navê min nebihîstine nemane. Lakîn ez hîn jî dibêjim, ez di xetariyêdeme. Yanî saxlem bimînim, neminim. Li ser xêrê dawiye bînim, nînim. Ditirsim, tirsa we heye? Ez wiqas kar dikim, hîn ditirsim, dunya mahf bike, însaniyet nahf bike, neke. Dîn jî vî tiştî dibêje. Çima tirsa we tuneye?

- Her kes li gor zanebuna xwe ditirse.

---.: Wiqas tişt li welatê te dibe, wiqas xerabî di welate te de heye, çima tu natirse? Vaye te rîh sipî kirin, tê sibe bi çi awahî hesap bidê? Mahşer vaye viraye. Mahşer çiye? Mahşer, ew şerê di welatê tede dibe, ew lîska di welatê tede dibe û tiştê di beşeriyetêde dibin. Mîrov dikare bêje muslumanên niha li dijî îslamiyetê, bi navê îslamiyetê dimeşînin. Mîrov careke din li ser bisekine, hinek dibêjin PKK muslumane, ne muslumane. Hinek dibêjin wiha qomunîste, wiha qomunîste. Min çi got? Min got PKK ji we tevan muslumantire. Îslama roja ewil derketiye. Dereceya PKK'ê eve. Esasê sahabiya çibe, zemanê PKk'ê jî ewe. Yekî bi aqil bi îslamiyetêrebe, vî tiştî dibîne. Tu ji îslamiyetê fehm neke, tu ji PKK'ê jî fehm nake. A muhîm yanî muşkuleyên me (pirsgirêkên me) mezinin. Hûn dizanin ku li zarokan tevan binerin tev digirîn, tev birçine, tîne. Hûn li kî derê dinêrin binêrin. Yekê jî em ji bo xwe tenê şer nakin. Dor me Rojhilata Navîn tev xerabe bûye. Berê însaniyet li vir çêbû, derguşa însaniyetebû, niha qebra însaniyetêye, tirbe. Tu nikare bêje tîştek nebûyê, tu nikarê bêjê ez nikarim tiştekî bikim. We çaxê mana jiyana te namîne.

Ji bo vê ez 1i ser van tişta dibêjim me ev rabûn çêkir. Me hişk da ser xwe. Tiştên ji dest me te viqase. Niha minê tarîxa van bîst salan ji were bigota. Tarîxa xwe mezine. Tiştên çêbûne çine? Bi çi awahî çêbûne? Hevalên me hîn fêhm nekirine, hûnê li ku fêhm bikin? Feqîrin, nezanin, mejîyê wana ranake, îmana wana zeyife. Ku îmana wana qasî îmana sahabiyan buya, wê ez baş fêhm bikrama.

Min got ku di wî zemanîde hinek qomutan hebûn, wekê Hz. Alî, Xalit Bîn Welid. Niha kesî me wihaa heye? Tew nikarin şer bikin. Ê mir ez li hêlekê karê leşkerî, li helekê karê siyasî, li helekê karê îmanê, li hêlekê karê xwarinê, li hêlekê karê emniyetê dikim. Ew nikarin. Yanî mirov nebêje çare tuneye, dîsa ez xwe biavêjim erdê. Ku tu wiha bike, mêranî ji destê te dihere. Tê îlla çareyê bibîne. Niha ez daîmen li huzûra weme, ez mecbûrim çareyekê bibînim. Ku ez nebim çare, ez nikarim xwe merî bihesibînim.

- Ev raste.

---.: Ku her roj cesareta min tunebûya ez li himber gundiyekî nikarim pirsekê bikîm. Niha wexta ez li hember alemê wiqas pirs dikim, tişt ji min tên xwestin. Tiştên ez dikim, ez dibêjim di cîhdene. Ez cesaretê jivir digrim. ku nekim nabe. Wê çaxê dibe nemêrî.

Şîkayeta min, dîsa ne ji bo mine. Ezê karê xwe bikim. Heta ku ez heme jî wê ev kar herdem bi serkeve. Ev karê di van bîst salan de îroj ji doh xurttirbu. Sala duduya ji ya yekê xurttirbû, sala bîstan, ji hemû salan xurttirbû. Me ev tişt îspat jî kir. Ji vê şûnde jî em sozê didin ku sala tê wê ji hemû salên çûyî xurttirbe. Lakîn dîsa bi însanekî her tişt naqede. Tirsa me ne ji bo meye, tirsa me li ser hevalane. Niha ku ez tunebim, hûnê biçi awahî xwe bicivînîn? Vaye ez tunebim, wê ev heval tev biçi awahî werin ser hev? Ez heme, her roj hevdû parçe parçe dikin. Yanî temam ez di usûlêde xurtim, ez însên îdare dikim. Dikarim tî bibim û tî bînim. Lê vaye ku ez şemitîm, ketim, wê çaxe hûne çibikin? Ku bêjin, emê wekê berê bibin, ew dibe eyba mezin. Ku mîrov wiqas kar bike û dîsa xwe wekê berê bihêle, ne çareye.

Wê bi çi awahî hal bibe, ew qirara weye, karê weye. Hûnê xwe hildine. Hûnê xwe di halekîkin. Ku hûn nekin, hinek tişt hene, di tarîxêde tên gotin, gunehên mezin dikin. Wexta yên gunehên mezin dikin, lanet li ser dibare, ê me jî wihaaye. Niha gunehên mezin me kiriye. Lanet li vana, em dixwazin xwe ji bin derxin. Yanî xarin ûi vexwarin jî ji bo vêye. Min got kû dîn û îman ji bo vê ye. İlim ji bo vêye, me ev tişt tev kirin yek, me heta vir anî.

Hûn jî dikarin li ser bisekinin, yanî ne ku ez van tiştan dibêjim. Li Ser cewherê her tiştî bisekinin. Hûnê binêrin ku ji bo însaniyete me ev kar te xwestin. Tev bizanibin, baş bizanibin, baş bikin. Ev tê xwestin.

Sebeba şer eve. Dijminekî wiha bi ser tede hat, ku tu tiştekî nekê ez nikarim bêjim ew însane. Mirin jî hal nake. Tu baş dizane, vî neke, wî nexe, ez vî karî jî, vî mêrî jî, vî peyayî jî egîd nahesibînim. Wê bi aqilbe, di cih de bibîne, di cinde lêxe, di cih de gêrke, parçe bike. Wiha neke, ez je razî nabim. Ji bo ve xwe çêbikin. Ji bo vê mîrov xwe çêbike. Ku çê nekin, ez nikarim ji were hurmeta mezin deynim. Xort-ixtîyar, feqîr-devlemend, jin-mêr ku tev wiha, xwe durust nekin, ez nikarim tu qiymetê bidim.

Di destpêkê de min çi got? Ez xwe naxapînim, kesî jî naxapînim. Yeke din heye. Namûsa namûsê ev kare. Ez pirr giraniyê nadim namûsa biçûk. Namûsa mezin ji dest çûye, ezê li kû tiştên wekî din qiymetê bidimê? Yanî bingehê her tiştî ji dest çûye, tiştên pûç di dest te de mane, ezê li ku qiymetê bidimê.

Niha me li cem hineka meseleyên xwe girtine, ji bo vê hinek tişt çêdibin. Roj bi roj hûn dibînin ku millet dibe yek, dibe hêz, dibe şer, dibe serkeftin û dimeşe. Ne kû ez şîkayetan dikim. Na. Ez rastiyan dibêjim. Bila jiyana însên erzan ji dest nere. İmrie mîrov kine. Tê tiştên baş tike vî imrî. Niha ez her roj vî karî dikim, dîsa jî dibêjim gelo îroj jiyana min baş çebû, çênebû? Ez çî karî têkim vê jiyanê. Ku ez çend civînan, çend talîmatan nekimê, çend hevalan têde çenekim weke ew roj ji destê min here, wekê ez iflas bikim.

Ê we imrek ji destê we dihere, hûn nabêjin "ax!" Ez naxwazim we bitirsînim. Ez viqas kar dikim, dibêjim eceba jiyana min erzan ji dest min çû û de wer mirov li ber we nekeve, li bar van hevalan nekeve. Bîst salî diherin. Bîst selî şehîd dikevin. Ez dibêjim, ax xorto te xwe bişidanda, te xwe bi ar kira, te xwe bi ser dijminde piteqanda, me mîrov wiha dihere? Ez tenêbûm, ji tunebûnê derketim, min xwe hişt û zerara ez didim dijmin bêhesabe. Hîn jî ez dibêjim ne bese. Te çi kir, te çima xwe kuşt?

Ez Kurdekî dîsa ji we tevan zeyiftir bûm, bêçaretir bûm ji bo xwe. Lakî ev karê min kiriye jî belkî hûn mezin dihesibînim -wina ye, ji bo tarîxa Kurda jî mezine- lakîn ji bo xwe ez hîn temamî nehesibînim. Ez dibêjim ku cihê min ne tengbûya, wekê we hebekî serbest bûma di nava gel de, di welêtde, minê rojê çi bikraya, çi nekraya. Niha ez nikarim du gava bigerim, du malan ziyaret bikim. Nikarim herim gûndekî. Li Lubnanê di çiyakî wekê tepsiyekêde mam, ev çardeh. sal min divir de tije kirin, wekê vizikê bifitile, bifitile viqas kar derket. Ku wekê we serbestbûma, vekê we min xwe nêzîkî millet bikraya, minê rojê serhildanek çêbikraya. Minê rojê çiyayek bigirtaya. Dîsa jî ev bîst sal haziriye, ji bo derketina çiya, ji bo serhildana tev bikin, ji bo milyonên Kurd bi yek bin bimeşin. Dibê jî. Lakîn hûn dibêjin ji vê baştir dibe, tiştên nehatine xewna mîrov, niha dibe. Raste, lakîn ez jî ezim. Yanî tiştên ez dixwazim, min got ku wekê zemanê destpêka ew tarîxên mezin çêdibe. Wexta insan wekê lehiyê dimeşiyan. Ji bo vî gelî jî em vî tiştî dixwazin. Em pir razane, em pir tembel mane, em pir bi tiştên xerab ve razî kirine. Şûrê îslamiyê çibû? Sebep xerabî bû. Çima wigas hişk lê dixistin? Di cehaletê de bûn, tembel bûn. Ji xwe ku hûn Quranê baş bixwînin, hûnê van tiştan tev bibînin. Yanî şûr li hernber tembeliye, li hember cehaletê bû. Belê li hineka dixist, lê ewna tev çi temsil dikir? Êbû Cehîl, vaye navê cehaletê bû, tembeliye bû. Tabîî li wan dixistin. Li zaliman dixistin. Yanî kê jiyana berê temsîl dikir, li wan dixistin. Ê me jî wihaye. Êbû Cahilên me ne hindikin, tembelên me ne hindikin. Ji bo van divê daîmen şûrê hişk were lêxistin. Îslamiyet eve, şûrê îslaniyetê eve. Niha şûna vê tanzim heye, şerê gerîllaye. Berê wiha bû, niha bi vî awahî dibe. Berê şûr bû, niha kaleşînkofe. Wasite hatine guhertin, le ruh yeke. Ferqî tuneye.

Hûn niha dibînin kû ez bi nave PKK'ê jî bêjim wihaye, bi navê îslamiyetê, bi navê xirîstiyaniyê jî bêjim heqîqet yeke. Em li ser vêne, bi xebat, bi şer li serin. Bi rastî ji bo milletekî razîbûn li ser vî karî çedibe. Hûn jî her roj însanê kamîl, însanê kû Xwedê, pêximber jê razîbin. Ji bo vê hûn li mêj dikin, rojiye digrin, şertên îslamiyetê dimeşînin. Ez jî wiha dimeşînim. Bingeh yeke. Usul, şekil, di dawiyêde tê. Doz girane. Ez bi kinahî dibêjim kû yekî li ser te hemû hakaret kir, yekî heta dawiye bi ser te de hat, însaniyet, mêranî di tede nehişt. Ne di tede, ne di welatê tede, ne di malbatê tede tiştek nehinişt wê çaxê tê carekê bifikirê, tê careke hay ji xwe hebê, mumkunbe tê xwe biezimine (mezin bike) mumkune tê şûr bi destê xwexê, tê jî tiştna bike.

 

Serokatiya Partiyê

12 Adar 1993