* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


 

PÊŞGOTİN:

 Ez van nirxandinan, demeke ku li Tirkiyê niqaşên demokratîkbûnê berfireh dibin û çareseriya pirsgirêka Kurd ku di bingeha van nîqaşan de cîhê xwe digre, sala 2009 an weke ku Serokomar Birêz Abdula Gul bi xwe jî dibêje " yan wê çareser bibe, yan wê çareser bibe" di wê astê de girîngiya xwe heye û ji ber berpirsiyariya ku ez li ser milê xwe digrim, divê pêşkêş bikim. Weke din hemû saziyên bingehîn ên ku bi ewlekariya dewletê re pêwendîdar in, di mijara lezgîniya çareseriya pirsgirêkan de helwestên diyarker ku nîşan didin, nirxandinên di rayagiştî de di derbarê kesayeta min de tên kirin û ji ber sedema bangawaziyan ev pêşkêşkirin hîn girîngtir bû.

Di heman mijarê de salên 1990 an de daxwaziyên nivîskî û bi devkî yên Serokomarê demê Birêz Tûrgût Ozal û di sala 1997 an de yên Serokwezîr Birêz Necmedîn Erbakan, di heman demê de notên agahdariyê ku ji Beşa Pêwendiyên Civakî yên Artêşê dihatin, di sala 1999 an de di serdema girtinê de dema lêpirsînê ya deh rojan a dema girtinê û hevdîtinên piştî pêvajoya lêpirsînê ya bi hinek berpirsiyaran re, dîsa nameyên ku min bi nivîskî ji hinek saziyan re pêşkêş kiriye û li ser nivîsandinên min ên nirxandinê nêzîkbûna Komara Tirkiyê hinekî din zelal bû, di vê pêşkêşa min de bi bandor bûn.

 

Beşa yekem: DESTPÊK

 

Di dîrokê de pirsgirêkên demokratîkbûnê herdem hebûne; weke ku gelekî tê nîşandan rastiyeke bi modernîteya Ewropa re derneketiye holê. Di xwezaya civakan de nêzîkbûnên demokratîk herdem derbasdarin. Di cewherê xwe de demokrasî bi rastiyên însiyatîf û rûberûbûn, rêveberiyê yên di derbarê xwe ya her hebûnekê ve girêdayî ye. Ez di vê baweriyê de me ku ev dîtineke gerdûnî ye.

Di dîroka şaristaniyê de bi taybetî di serdemên destpêkê yên Sumeriyan de, saziyên meclîsê ku ji berdevkên civaka çandiniyê û gelê bajar pêk dihatin, roleke girîng leyîstine. Saziyên demokratîk ên destpêkê tên dîtin ne li Grek-Atîna, li bajarên Sumeriyan avabûye, ev jî rastiyeke nayê înkarkirin e. Di nav pêvajoyê de piştî ku giraniya rahîb, rêveberê  polîtîk û berpirsê leşkerî di rêveberiyê de zêde bû, saziyên demokratîk ketine pîlana duyem û girîngiya xwe ya di rêveberiyê de wenda kirin. Di serdema Nemrûd û Fîrawûnan de ku serdema Xweda-Qral e, ji ber ku hemû gel weke " evdên hatine afirandin" hatiye biwatekirin, êdî ne mumkûn e ku mirov behsa saziyên demokratîk bike. Heman pêvajo hema di hemû şaristaniyan de hatiye jiyankirin. Di serdema seretayî de mînaka vê ya herî dawiyê em di ezmûnên demokrasî û komarê yên Atîna û Romayê de dibînin.

Di serdema navîn de di serdema seretayî ya Xrîstiyanyê de, ango di serdema ku împaratoriya Bîzans hîn weke ola fermî ya xwe qebûl nedikir û di salên destpêkê ya Îslamiyetê de, herçiqasî hêmanên demokratîk girîngiyekê bidest bixin jî, ew kevneşopa împaratoriyê ku bi hêz e, bi lezgînî bandora van hêmanan tasfiye kiriye û bi rêveberiyên xwe yên navendî û tund hebûna xwe berdewamkirine. Di parzemîna Ewropa de ew damezirandinên bajaran ên nû ku di serê salên 1000 î de pêşketine, demeke dirêj bi kevneşopên demokratîk hatine birêvebirin. Van bajaran demeke dirêj li beramberî desthilatiyên feodal, neçar mane saziyên xwe yên serbixwe û demokratîk biparêzin. Li beramberî rejîmên Qraltiyê yên ku pêş diketin, di berxwedanên prensan û civakên serbixwe yên gundan ( çiyayî) de hêmanên demokratîk roleke girîng leyîstine.

Ji sedsala 15 an şûn ve Qraltiyên ku veguherîne monarşiyên mutlaq, weke şaristaniyên kevneşop saziyên demokratîk jî di asteke mezin de derveyî dewreyê hîştine. Bi tenê li Grava Brîtanya Magna Carta ku li beramberî Qraltiyê di sala 1216 an de bi fermî dane qebûlkirin, weke kevneşopeke demokratîk hebûna xwe parast. Şoreşa Fransa ya mezin di sala 1789 an de, li beramberî monarşiya mutlaq tevî ku weke şoreşeke gel hate destpêkirin jî, di nav demê de veguherî dîktatoriya bûrjûwazî. Ev dîktatorî weke netew-dewlet xwe rêxistin kir, xwe bi desthilatiyeke ji monarşiya mutlaq hîn jortir rêkûpêk kir. Bi netew-dewletên biçûk ku bi polîtîkaya cûda bike-birêve bibe zêde bûn, li Ewropayê statûyeke tewazinê hate avakirin. Rejîmên di nav netew-dewlet de dihatin birêvebirin, bi tevî hemû xeyalên xwe yên lîberal, xwedî taybetmendiyên rejîmên olîgarşîk ên ji aliyê beşeke serdest dihatin birêvebirin bûn. Saziyên parlementer ên heyî tu carî nekarîn serdestiya beşeke serdest a olîgarşîk tune bikin. Bêguman saziyên demokratîk ên ku demeke dirêj xwe dispartin têkoşîna demdirêj a gelên bajar û gundan jî, tu carî bi temamî nehatine tunekirin. Ji ber wê jî ew demokrasiya ku li Ewropa heta îro derbasdar e, demokrasiyeke çînî ya di bin kontrola bûrjûwaziya olîgarşîk ku naveroka xwe ya gelerî sînordar e. Piştî salên 1950 an bi tevî hewldanên YE ( Yekîtiya Ewropa ), ji bo avakirina konfederasyoneke yekîtiya demokratîk ku netew-dewletê derbas dike jî, nekariye yekdestiya olîgarşîk a netew-dewletan bişkêne. Ezmûneke girîng e, lê belê şansê serkeftina wê misoger nîne.

Weke ku di hemû cîhanê de hate jiyankirin, împaratoriya Osmanî jî li ser bingeha şoreşa endûstriyê ji sedsala 19 an şûn ve, di serî de împaratoriya Brîtanya ku serdestiya xwe misoger kiribû, kete bin bandora hêzên mezin ên Ewropa. Împaratoriya ku xwe spartiye kevneşopa dewletê ya Rojhilatanavîn a kevn hatiye avakirin, li beramberî pêşketina lezgîn a têgîhîştinên netew-dewlet ji bo ku ji holê ranebe, xwest ku xwe li ser bingeha bûrokratîk jinûve avabike û xwe veguherîne netew-dewleteke navendî ya Osmanî hîn tundtir. Ew serhildanên ku nav xwe de çêdibûn xwest ku bi tundî biçewisîne. Di encam de ew binesaziya ku hebûneke weke Komara Tirkiyê ya li Anatoliya û Mezopotamyaya îro hate avakirin ku bi giranî ji netewên Tirk û Kurd û gelek komên etnîkî pêk tê, ji împaratoriyê mîras maye. Di vir de rola diyarker, împaratoriya Brîtanya leyîst. Di nav pêvajoyê de ji serê sedsala 20 an şûn de bûrjûvaziya Tirk a ku xwe di nav dewletê de weke Partiya Îtîhat û Teraqî rêxistin kiriye û ji netewên tevlîhev pêk tê, bi miliyetperestiyeke gelekî tund destpêkê di serdema Meşrûtiyeta Duyemîn, piştre di rejîma Komarê de ber bi dîktatoriyê çû. Di serî de Mistefa Kemal tevî hinek serokên karîzmatîk jî, dîktatoriya olîgarşîk bûrokratîk a di nav dewletê de heta roja me hebûna xwe parast. Bêyî ku cûdabûna çepgir-rastgir, laîk-olperest were kirin, gelek partî û cemiyetên legal û îlegal ên ku navenda xwe dewlete hatin damezirandin, bandora binesazî û îdeolojîk a olîgarşîk dîktatoriyê jiyankirin. Ew darizandinên Ergenekonê ku di roja me de dixwazin birêve bibin, pêwendiya xwe bi kevneşopiya olîgarşiya dîktator a sedsala dawiyê ya di nav dewletê de hatiye avakirin re heye, ji aliyê encamên xwe ve em dikarin weke darizandineke girîng a dikare çarenûsa demokrasiyê diyar bike binirxînin.

Bi tevî ku demokrasî hîn ji dema Meşrûtiyetê heta ji dema Tanzîmatê mijareke tê nîqaşkirin jî, weke têgeh û sazî pêşneket. Bi taybetî demokrasî danexist asta "demos" ango gel. Hîn zêdetir veguherî leyîstokeke ku di navbera du komên hilbijartî ku xwe disparte derûdora beşên hilbijarte yên gundan û bûrokrasiya dewletê hate leyîstandin. Bi rastî jî hertiştekî bi berjewendiyên gel re pêwendîdar e, ji aliyê van herdu komên hilbijarte yên olîgarşîk hate çewisandin û perçiqandin. Sîstemê xwe ji aliyê aborî, îdeolojîk, polîtîk, leşkerî û çandî gelekî tund û bi rengekî girtî avakir û bi hêz kir, heta roja me xwe berdewamkir. Lê belê binesaziya civakî ya ku pêş diket û têkoşînên gel,  ji damezirandina vê binesaziyê  heta vê gavê, herî zêde jî di şertên roja me de bingeha wê hejand. Pirsgirêkên demokratîkbûnê bi van pêşketinan re girêdayî pêşket. Ji ber karakterê rejîmê yê di nav xwe de girtî û nijadperestiya tund, olperestî, cinsiyetparêzî û zanista pozîtîvîst li gel îdeolojiyên din, pirsgirêk di qada nîqaşê de jî negîhîşte pênaseyeke rast. Huqûq ji bûyîna qanûnên dewletê zêdetir pêş ve neçû. Tu carî derfet ji bo huqûqa takekes û gel nehate dayîn. Destûrên ku hatine dayîn jî xwe nekariye ji ketina bin kontrolê û herdem bi derbeyan qutbûnê rizgar bike. Ne azadiyeke raman a watedar, ne jî azadiya rêxistinbûnê hate naskirin. Azadiya raman a ku xwe naspêre konsensûseke civakî ya diyar, ji ber vê sedemê nekarî xwe ji herdem rûberûmayîna tasfiyeyan rizgar bike. Dema ku azadiya raman û rêxistinbûnê ya bingehîn nehate naskirin, ji bo vê konsensûsa civakî ya pêwîst nehate avakirin, di serî de ew qadên demokratîkbûnê çînên tên çewisandin, ji bo cemaatên olî û gelan di asteke têrker de azadiya îfadeyê û rêxistinbûnê derbasî jiyanê nebû. Di vê mijarê de her mafeke ku tê îdîakirin heye, her gaveke tê avêtin yan tu carî pêknehat, yan jî bi derbeyan an jî bi yasayên ji hesin ên nivîskî an nenivîskî, ji jiyanîbûnê hatin derxistin.

Di derbarê Kurdan û Kurdistanê de, ev yasayên hesinî ên nivîskî an jî nenivîskî, bi rengekî herî tund derbasdar bû. Yasayên herî tund di derbarê rastiya Kurd û Kurdistanê de bi rengekî herî bêmerhemet hate pêkanîn. Li gel cezadayînên fîzîkî, bi bernameyên asîmîlasyonîst ên gelekî kûr û berfireh, di derbarê Kurd û Kurdistanê de çi hebe yan hate tasfiyekirin, qedexekirin, yan jî hate xwestin di nav îdeolojiya fermî de were helandin û were tunekirin. Weke gelek komên ku li beramberî vê polîtîkayê û yasayan derket, di nav kevneşopa çepgiriyê de komeke mirov ku xwe bi navê PKK pênase dikirin, ew berxwedana di salên 1970 an de destpêkiriye, bi rengê qonaxên cihêreng, bi bedela êş û wendahiyên mezin, heta roja me sala 2009 an gîhîşt. Ev berxwedan bi pêşketinên ku jê re rê vekiriye, di derxistina holê ya pirsgirêkên demokrasiyê de û di gîhandina çareseriyê de roleke mezin leyîst.

Di bin van şertan de li derve DYE û YE êdî weke berê serî li ferzkirinên olîgarşîk nadin, xwe jê dûr dixin û ji ber sedemên pêşketinên ku berjewendiyên wan jî dixe zehmetiyê, ji bo çareseriyên demokratîk vekirîne, di nêvenga polîtîk a Tirkiyê de cara yeke şansê çareseriya demokratîk zêde dike.  Di vê çarçoveyê de pêdiviya destûreke sivîl a ku xwe dispêre konsensûseke civakî ya nû, ji bo çareseriyê dibe şerteke sereke. Li ser vê bingehê mafên takekesî û civakî yên bingehîn ku bi konsensûsa hemû beşên civakî were garantîkirin, azadiya îfadeyê û mafê rêxistinbûna demokratîk girîngiyeke diyarker bidest dixe. Destûreke li ser azadî û mafên takekesî û civakî were bilindkirin, naveroka demokratîk, civakî, laîk û huqûqî ya komarê di wateya rasteqîn de bigîhîne birêveçûnekê û ewlekariyê.

Di vê çarçoveya destûrî de weke pirsgirêkên civakî yên din, pirsgirêka Kurd jî wê bikeve rêya çareseriyê. Komareke ku cilê netew-dewlet a tund sist dike, di encama bidestxistina mafên takekesî û civakî yên Kurdan, em bihêlin ku cûdabûn çêbibe, dîregeke ku di dîrokê de herdem roleke hêmanê damezirînêr leyîstiye wê hîn zêdetir saxlem bibe, bi vî rengî wê bigîhê hevgirtineke demokratîk a rasteqîn û mayînde. Li ser vê bingehê wê ji travmayên giran ku jiyan dike, ji wendahiyên mal û can ku dawiya wan nayê, ji êş û hêsrên çavan rizgar bibe. Bi vî rengî wê ewlekariya welat û milet, geşepêdan û kêfxweşiyê wê mayînde bibe.

 

Beşa 2: ÇARÇOVEYA TÊGEHÎ, HİZRÎ Û PÎVANÎ

 

Dema ku em di rastiya Tirkiyê de ji bo demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd de ber bi pênasekirina vekirî ya hinek têgehan û çareseriyên ku dikarin pêk werin ve diçin, pêdivî bi nerînên bingehîn û çarçoveyeke hizrî û pîvanên ku pê ve girêdayî bimînin heye. Pirsgirêk ji rojane û demî heta binesazîbûnê, pêwîst dike ku têgehên demên guhertî werin xûyakirin. Ger çareseriyên rojane û demî binesazîbûnê nexe nav xwe, dibe rê li ber pirsgirêk dubare werin jiyankirin vebike. Mînak hinek pirsgirêk dikarin bi rêzikname û yasayan werin çareserkirin, lê belê pirsgirêkên binesazî-destûrî bi rêzikname û yasayan nayên çareserkirin. Pirsgirêkên binesaziyê bi sîstema destûrî re pêwendîdar in û divê di wê çarçoveyê de werin çareserkirin.

 

A- ÇARÇOVEYA TÊGEHÎ

 

Li Tirkiyê di rabirdûya nêzîk de ji ber navê wan danîn jî carna dihat qedexekirin, pirsgirêk di asta têgehî de jî dikaribû bixitime. Têgeha " Kurd ", dîsa berî vê gelek têgehên di lîteratûra çepgir de hate qedexekirin. Hîn jî ji têgeha  " Kurdistan" metirsî heye û ji aliyê derûdorên fermî ve bikaranîna wê revek heye. Şûna ku li ser pêşketina zanistî ya têgeha Kurdistanê were sekinandin, ev ji çawaniya gelê vê herêmê çavkaniya xwe werdigre, ango di derbarê ji aliyê rêveberiya Selçûqî û Osmaniyan ve di wateya " welatê Kurdan" gelek caran tê bikaranîn, gelek dane danîna holê mumkûn e. Di damezirandina Komarê de têgehên weke " Mebûsa Kurdistanê" " Meclîsa Kurdistanê" " Wîlayeta Kurdistanê" ji aliyê Mistefa Kemal Paşa bi xwe ve gelekî tê bikaranîn. Di serdema înkarkirin û asîmîlasyonîst de, qedexekirina têgehên weke Kurd û Kurdistan, nayê wê wateyê  derbasdariya wan were  tunekirin. Dema ber bi çareseriyê ve çûyîn çêdibe, qedexekirina bikaranîna navên Kurd û Kurdistan hê ji serî de ber bi neçariyê ve wê bibe. Weke din  weke nav bikaranînê de rewşên xelet û nayê qebûlkirin derkete holê, li gel darezîna pêwendîdar ji hin aliyan ve tê redkirin.

Bi rengekî vekirî di serê têgehên ku were pênasekirin, demokratîkbûn bi xwe tê. Demokratîkbûn li Tirkiyê herî zêde ji cewherê xwe hatiye dûrxistin. Di nirxandina min de bi wateya ez bikar tînim de demokratîkbûn bingeha xwe ya çînî nîne. Hemû pêkhateyên civakî dixe nav xwe. Mora tu çînek an jî beşekê bi xwe re hilnagre. Hem kêmanî hem piranî, ziman, ol, etnîsîte û neteweyên cihêreng çi dibe bile bibe, heman mafê îfade û rêxistinbûnê, mafên takekesî û civakî li beramberî dewletê xistina bin garantiyê îfade dike. Helandin û bêbandorkirina ne dewlet di nav demokrasiyê de, ne jî demokrasî di nav dewletê de rast nîne. Rol û erkê herduyan jî cûda ye. Tewazinkirina hev a dewlet û demokrasiyê, yek ji pirsgirêka herî jiyanî ya demokratîkbûnê ye.

Du têgehên ku girîngiya xwe heye û dema ber bi çareseriyê ve diçin divê were ronahîkirin jî, " Komar" û " Netew-dewlet" e. Her komarek netew-dewlet nîne. Mînak komara Roma wiha ye. Her netew-dewletek ku ji xwe re dibêje ez komar im jî, nikare bibe komar. Têgeha komar bi demokrasiyê re pêwendîdar e, tê wateya ew beşên civakê ku di nav gel de cîhê xwe digrin, bêyî ku bi serdestên olîgarşîk ên yekdest bialiqin, rêveberiya wan a temsîlî ye. Netew-dewlet jî mînaka wê ya herî vekirî Îtalyaya faşîst, Elmanyaya Nazî û Japonyayê hate dîtin, xwe dispêre yeksaniya dewlet-milet. Milet di nav xwe de komên berjewendiyê yên cihêreng bi maf û azadiyên xwe ve qebûl nake. Derfetê nade ku ew komên di nav dewlet û milet de ne ,bibin xwedî berjewendiyên nakok û cihêreng. Di cewherê xwe de dîktatorî ye. Rûpoşên demokratîk ên şeklî vê naveroka wê naguhere. Ji ber wê jî dema ku li Tirkiyê ber bi çareseriyê ve diçin, rast pênasekirin û têgîhîştina têgehên komar û netew-dewlet girîng e. Mînak pirsgirêka Kurd di nav komarê de dikare were çareserkirin, lê belê di nav netew-dewlet a ku tê wateya înkarkirina komarê, nikare were çareserkirin.

Ronahîkirina têgehên " welatê hevpar" û " milet" ji bo çareseriyê jiyanî ye. Gelên ji çandên cihêreng heman cografya ji xwe re weke welatê hevpar destnîşankirina wan gelekî mumkûn e û di dîrokê de tişta ku gelekî derketiye beramberî me ev e. Mînak cografyayên ku berê jê re Anatolî û Mezopotamya dihate gotin û îro bi giştî weke Tirkiye û Kurdistan tê binavkirin, welatê hevpar a gelek gelan – Tirk, Kurd, Ermenî, Asûrî, Ereb, Yahûdî, Xrîstiyan, Rûm û gelek komên ku bingehên xwe Qafqas in- e. Bi tenê ji bo Tirkan û Kurdan kirina welat ne adil û rasteqîn e. Sînorên dewletê ya komara Tirkiyê van deran dema dixe nav xwe, ev nayê wê wateyê ku bi tena serê xwe aîdê etnîsîteya Tirkan e.

Mirov dikare ji bo têgeha "welatê hevpar" jî heman pênaseyê bike. Milet bi tenê ji yekûyek hemwelatiyan ava nabe; weke din û ya herî girîg jî, ew gelên ku ev hemwelatî endamê wan in, heta miletê miletan divê were fêmkirin. Ger di "welatê hevpar" de lihevkirinek çêbibe, wê demê hemû gel û miletên ku di nav vê têgehê de ne û di nav sînorê heman dewletê de dijîn, dibine miletê wê dewletê. Çawa ku em dibêjin Komara Tirkiyê, Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyê, gotina Miletê Tirkiyê jî ji bo demokratîkbûnê wê bibe têgeheke çareseriyê.

Zêlalkirina têgeha "nasnameyê" wê ji bo çareseriyê piştgirî bide. Nasname aîdiyeta herkîjan naverokek be ya olî, milî, etnîkî, çandî, cinsî hwd. a civakan îfade dike. Lê belê di vê mijarê de ya girîng ewe ku gelo em ji nasnameyan re aliyê wê vekirî û nerm an aliyê wê girtî û tund nêzik dibin. Vekirîbûn û nermbûn ji bo çareseriyên demokratîk piştgiriyeke gelekî mezin pêktîne. Girtîbûn û tund bûn jî çareseriyan gelekî zehmet dike. Mirov dikare pêwendiya melez a nasnameyan ku bi hev re pêktînin, weke dewlemendiyekî nêzîk bibe. Ya girîng ewe ku mirov fêm bike, bi sentezê nasnameyek di nav yê din de bihele, ew nêzîkbûnên gelekî cûda û nakok in.

Di derbarê pirsgirêkên têgehî de hêmanê herî girîng, fetîşnekirina têgehan e; herkîjan rastiyeke civakî bi rewşeke ku bibe nirxa têgeheke teng a ku nepixandî, şoven a ku rastiya xwe gelekî derbas kiriye, pêşkêş nekin. Mînak hinek astên weke welat, netew, ol, ziman hwd. ku astên diguherin û razber ( soyut) in, weke nirxên dogmatîk ên bingehîn ferzkirin, dijberî ruhê çareseriyên demokratîk e.

 

B- ÇARÇOVEYA HİZRÎ

 

Di derbarê demokratîkbûnê de zelalkirina hinek çarçoveyên hizrî wê piştgiriyê bide çareseriyê. Di navbera hizrê netew-dewlet û netewa demokratîk de cûdahiyeke zelal kirin, hêmaneke herî bingehîn a sereke ye. Netew-dewlet homojeniyeke hemwelatîbûnê ya yek ziman, yek etnîsîte esas digre. Weke din heman hemwelatî bi heman baweriya fermî girêdide û neçar dihêle ku heman îbadetan pêk bîne. Baweriya ku tê behskirin welatparêzî nîne, nijadperestiya şoven û olperestiye. Netew-dewlet di nav têkîlî û nakokiyên xwe de cîhêrengiyên civakî qebûl nake. Yekrengiya heman komî bi yên din re esas digre. Ev vekiriye ku hizreke netew a li gorî îdeolojiya faşîst e. Hizrê netewa demokratîk gelekî cûda ye. Xwedî pênaseyeke netew a ji pirziman, pirol, pirnetew, pirçand, komên cihêreng ên berjewendiyan û ji takekesan pêk tê. Yekrengiya hemwelatî û koman esas nagre. Pênaseya "dewlet=netew" qebûl nake. Bawer dike ku herdu jî binesaziyên cûda ne. Dewlet û demokrasî du qadên cûda ku pêwîste li ser bi hesasiyet were sekinandin e. Ya girîng, ev herdu qad rewabûna hev nasbikin, di nav tewazinekî de bidestxistina hebûnê bike hukmê herî bingehîn a destûrabingehîn. Hizra netewa demokratîk biqasî hemwelatî, kom, cemaat û civaka sivîl jî girîng dihesibîne û hebûna wan digîhîne garantiyeke destûrî. Wisa difikire ku têgeha hemwelatîbûna razber(soyut) zêdeaxaftina lîberal e, hemwelatî bi tenê endamiyetiya kom, cemaat an jî civaka sivîl bikare wateyeke şênber ( somut)  bidestbixe.

Pirsgirêkeke girîng a hizrî din jî, di derbarê destûrabingehîn e. Ew pirsa " dewlet an takekes divê esas be?" ku di bingeha hizra destûrabingehîn cîhê xwe digre, hêmaneke gelekî hatiye nîqaşkirin. Di navbera hizra destûrabingehîn ku weke hevgirtina qanûnên ku dewletê sererast dike û  hizra destûrabingehîn a ku maf û azadiyên takekes ên li beramberî dewletê sererast dike, ferqeke gelekî mezin heye. Heman tişt ji bo maf û azadiyên kolektîf jî derbasdar e. Di hizra demokratîkbûnê de hizra destûrabingehîn a ku divê were esas girtin, xwe dispêre têgîhîştina maf û azadiyên takekesî û kolektîf parastina li beramberî dewletê ye. Pêwîstiya dewletê ku weke desthilatiyeke di asta herî jor de xwe rêxistinkiriye, parastinê nîne. Ji xwe hebûna wê xweparastinê îfade dike. Rêveçûyîna xwe bi qanûnên bingehîn girêdan, berovajî hizra destûrabingehîn a demokratîk nîne.

Hêmaneke din a ku ji aliyê hizra demokratîkbûnê divê baş were têgîhîştin jî, ew cûdabûna di navbera hizrên çareseriyê yên dewletparêz û demokratîk ên di derbarê pirsgirêkên civakî de ne. Hizra dewletparêz çareseriya pirsgirêkên civakî, di dewletkirina hertiştekî de dibîne. Mînak mijareke weke ol ku felsefeya metafîzîk û baweriyê pêwendîdar dike jî tê dewletkirin, ji çareseriyê zêdetir dibe pirsgirêk. Hema di gelek pirsgirêkên din weke aborî, civakî, çandî, netewî têne dewletkirin an jî wisa tê bawerkirin ku dixine bin kontrola dewletê û çareser dikin. Vekiriye ku ev hizr çareser nake, pirsgirêkan hîn girantir û zêdetir dike. Ew yekîneya civakê ya pêwendîdar çiqasî xwe bigîhîne îfadeya azad û rêxistinbûnê, wisa îdîa dike ku wê evê ewqas rê li ber çareseriya xwe jî vebike. Hizra dewletger herdem qanûnan li ser wê yekîneya civakî ya pêwendîdar ferz dike, hizra demokratîk dibêje civaka pêwendîdar însiyatîfa xwe girîng e û xwedî mafê xwe diyarkirin û avakirinê ye. Têkîliya bi dewletê re yan bi temamî redkirin an jî berovajî wê destnîşan nake. Herçiqasî di nav têkîlî û nakokiyan de aloziyan jiyan bikin jî, di nav lihevkirin û aştiyê de bihevre jiyanê pêş dibîne. Di vê çarçoveyê de çareseriya demokratîk bi aştiyê re jî girêdayî ye. Her aştiyek ku çêdibe dibe ku di çarçoveya çareseriya demokratîk de nebe, lê her çareseriyeke demokratîk heqîqeta pêşketinê ya her hebûnekê ku em dibêjin " aştiya birûmet" garantî dike. Aştiyên birûmet bi naskirina hebûn û huqûqa pêşketina ew hêzên ku aştiyê dikin re pêş dikeve.

Xeteriyeke din a hizrên dewletger jî, hêzên li beramberî xwe yê ku ji pirsgirêkê bandor bûne jî ber bi dewletgeriyê araste dike, ango weke yekane rêya çareseriyê dixe nav xeteriyeke ku netew-dewleta xwe ferz bike. Di wateyeke din de, ber bi zîhniyeta li beramberî dewletê dewlet ve dibe. Şansê çareseriyê ya bilind a hizra demokratîk ne ji sînorên dewletê veqetandinê, ne jî ber bi netew-dewletekê ve çûyînê pêwîst û neçar dibîne. Ya ku ne dewlete, dewletê ji xwe re nake armanc, red û înkar jî nake, çareseriyeke wiha nerm pêş dibîne, şansê mezin a hizrê demokratîk e.

Pirsgirêkeke din a bingehîn a hizrî jî, di derbarê hizra takekesî û kolektîf e. Di vê mijarê de spekûlasyoneke mezin heye an jî hatiye pêşxistin. Ev mijareke ku têgîhîştina ezeziyeta lîberal ji rê derxistiye ye. Têgîhîştineke herî di asta jêr de ya zanistiya civakî nîşan dide ku tişta takekesî civakî ye, ya civakî jî takekesî ye, yek yê dinê di nav xwe de hildigre an jî watedayîna me pêk tîne. Bêyî ku civakîbûn nebe takekesîbûn jî tu car nayê jiyankirin, wê were fêmkirin ku em mirovekî yek hefte bi tena serê xwe li cîhekî bihêlin nikare jiyan bike. Weke din civak bi hewldan û têkîliyên takekesî re ava dibe. Ev jî bi têgîhîştineke hestiyar ku pêwîst nake bibin fîlozof, bi rehetî dikare were fêmkirin. Girankirina pirsgirêkê çavkaniya xwe ji, ji bo afirandina netew û hemwelatiyekî yekreng, redkirina huqûqa kom, cemaat û civaka sivîl a lîberalîzmê digre. Azadî û mafên van kolektîvîteyan çiqasî were qutkirin, şansê dagirkerî û desthilatdariyê ya sermayeyê û yekdestiyên netew-dewlet di asta herî jor de zêde dibe. Heta ku maf û azadî ji kolektîvîteya ku takekes endamê wê ye re neyê naskirin, naskirina maf û azadiyên takekesî, tu qîmeteke xwe nîne. Weke din ev weke sazî jî ne mumkûn e. Li vir tam leyîstokeke " Elî Cengîz" tê leyîstandin. Gotina " tu dikarî weke takekes Îslamî jiyan bikî, lê belê tu nikarî weke civak jiyan bikî" hem demagojiyeke faşîst e, hem jî fêlbaziye, bi destekî bide bi destekî din jê werbigre ye. Maf û azadiyên takekesî û kolektîf, maf û azadiyên ku weke goşt û neynok hevûdu tamam dikin in. Bêguman di vê mijarê de hercûre cemaatperestî û kolektîfperestiya ku takekes înkar dike û hercûre ezeziyeta civakê înkar dike redkirin, pîvanê herî bingehîn a hizra maf û azadiyên takekesî û kolektîf in.

Dema di çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê de çarçoveya hizrî tê pêşxistin, divê baş were fêmkirin ku pirsgirêka herî girîng jî, ji zanista civakî ya pozîtîvist a ku navenda xwe Ewropa bi taybetî Fransa ye werdigre. Bi tevî ku ezmûna Komara Pêncemîn jiyan kir jî, hem ji ber sedema laîktiyê, hemwelatiyê û cemaatperestiyê Fransa ku pirsgirêkan jiyan dike, hem jî li beramberî Împaratorya Brîtanya li derve û li hemû Ewropa û li dunyayê ku îdîaya xwe ya serdestiyê wenda kir, para diyarker a zanista civakî ya pozîtîvîst heye. Ji ber ku Komara Tirkiyê û berî wê jî ezmûnên Tanzîmat û herdu Meşrûtiyetan, di rastiyê de ji xwe re ezmûna Komara Sêyem a Fransa bingeh wergirtin, weke din weke îdeolojiya modernîteyê pozîtîvîzma Fransa pejirandin, para vê ya di pirsgirêkên demokratîk ku di roja me de tên jiyankirin lêkolîn û encamên wê zelalkirin, gelekî girîng e. Zelal e ku ger Komarê 90 salin ji aliyê demokratîkbûnê de meşeke bi leza kûsiyekê jî pêkneanîbe, heta bandorên pratîkî yên ezmûnên teorîk ên pozîtîvîzma Fransa û komarparêziya wê dernexine holê, çareseriyên serkeftî pêşxistin dîsa jî wê zehmet be, pirsgirêkên kevn wê berdewam bikin. Ez behsa redkirina hemû bandorên ezmûnên pozîtîvîzma Fransa û komarparêziyê nakim. Lê em ji şoreşên zanistî yên piştî salên 1950 an û pêşketinên mezin ên di hizra demokrasiyê de sûdê wernegrin û bandorên wê yên neyînî derbas nekin, emê nekarin şansê demokratîkbûna mezin û azadiya raman baş bikarbînin.

Bandora Fransa a ji aliyê teorîk û pratîk, ji bo roja me jî girîngiyeke xwe ya mezin heye û pêwîst dike were dahûrandin. Bi giştî tê zanîn zanista civakî ya navenda xwe Ewropa ye jî, di roja me de rexneyên mezin dibîne. Ew rûpoşa oryantalîzmê, ya di derbarê Rojhilatanavîn de herdiçe tê xistin. Bi kurtayî ez dixwazim vê bibêjim; ew nirxên çandî yên Rojhilanavîn ku ji 15000 salan heta niha hatine îspatkirin, bi taybetî nirxên çandî ku 5000 salên dawiyê ku ji bo şaristaniyên navendî re sereke ne, ew derfetên çareseriyê ya di nav wê de em înkar bikin, gelek ji wan jî ji çanda Rojhilatanavîn hatine dizîn, em bawer nakin ku  bi çanda Ewropa ya bi nêzîkbûna pozîtîvîst a madegeriya çors ( kaba) a 500 salên dawiyê, em nikarin ji bo pirsgirêkên xwe, pirsgirêkên civakî yên bingehîn wateyê barbikin û pirsgirêkên xwe çareserbikin. Çareseriyên ku ev çand were esas girtin û werin pêkanîn, wê rê li ber binesaziyên hîn bi nexweşî vebike. Ya rast rizgarbûna ji serdestiya îdeolojîk a navenda xwe Ewropa ye, ew nirxên mirovî yên mezin ên di kenveşopa Rojhilatanavîn û yên din ên li Rojhilat û nêzîkbûnên wan ên çareseriyê ji bo pirsgirêkên civakî rojevkirin e. Ger wê behsa Tirkiyeyekê an jî modeleka Rojhilatanavîn were kirin, gelekî vekiriye ku ev model bi tenê divê çavkaniya xwe ji vê rastiya dîrokî û civakî ya mezin werbigre.

Yek ji encamên herî girîng a felsefeya pozîtîvîst, weke ku îdîa dike berovajî wê, taybetmendiya xwe ye ku rê li ber dogmatîzma herî tund vedike. Di bin navê zanistî de dogmatîzma modernîteyê rewa kiriye, rê li ber fanatîzmeke baweriyê ku ji ol hîn tundtir vekiriye. Mînak ew wateya ku li têgehên weke netew, welat, dewlet, çîn, civak hwd. tê barkirin, ji ya ku li têgeha Xweda tê barkirin hîn misogertir e. Ev tê vê wateyê ku ev têgeh, ji xweda hîn bihêztir têne xwedêkirin. Nesnelbûn ji oznelbûnê hîn xetertir ber bi dogmatîzmekê ve dibe. Rastiya şer a di 500 salên dawiyê ya li Dunyayê û dunyaya roja me ku di gelek qadan de gîhîştiye sînorên êdî nayê berdewamkirin, bi materyalîzma pozîtîvîst re ji nêzîk ve girêdayî ye.

Em dema dibêjin ji dogmatîzma nesnel rizgar bibin, em dogmatîzma oznel tercîh nakin. Divê ji bo me tişta sereke rizgarbûna ji serdestiya îdeolojîk a Rojava be. Bi tenê wê demê em dikarin pirsgirêkên civakî û ji van a herî girîng demokratîkbûnê dikarin li gorî xwezaya civakî ya xwe bikine rojevê. Demokratîkbûna mayînde, di nav azadiyeke raman a bi tememî dema li gorî xwezaya civakî ya bixwe hate nîqaşkirin, dikare çareseriyê peyda bike. Bi têgeh û hizrên sosyolojîk ên navenda xwe Ewropa ne re, di serî de çanda Îslam, ew mirasa çandî ku eniyeke astan avadikin, nayê rojanekirin û dahûrandin. Pêkanînên oryantalîst ên 200 salên dawiyê, ev rastî di asteke têr dike de îspat kiriye. Bi tena serê xwe lihevnekirina " Îsraîl-Ereb" jî neçariyeke çawa tê jiyankirin weke ku nîşan dide, têgehên Îsraîl û Ereb ( têgehên netew a pozîtîvîst) weke mînakên ku heryek ji wan bi tena serê xwe pirsgirêkan diafirînin îspat dike, mirov dikare pêşkêş bike. Tu çiqasî li ser Îsraîlî û Erebiyê rastiyê bar bikî, ewqasî tuyê pirsgirêkê bînî wê rewşê ku nikaribin ji nav derbikevin. Ji ber ku hem têgeha Ereb hem jî ya Îsraîl, rastiya ku tê îdîakirin bi xwe re nade jiyankirin, heqîqetê îfade nake.

Heman pêkanînekê em dikarin ji bo têgehên Tirk û Kurd jî pêşniyar bikin. Çiqasî li ser Tirk û Kurd rastî were barkirin, ev rewş wê rê li ber ewqasî giranbûna pirsgirêkan ku li derûdora van têgehan ava dibin vebike. Têgehên Kurd û Tirk herî zêde jî rastiyên ku di dused salên dawiyê de rastîbûneke lewaz bidestxistiye, dema ku pêwîste lewaz be lê berovajî wê dema heta asta heqîqetên ku gelekî tên nepixandin hate bilindkirin, rê li ber pirsgirêkên ku mirov nikare ji nav derbikeve vekirine. Nijadperestî ku weke ola pozîtîvîst e, pirsgirêkên civakî ji olên kevneşop hîn zêdetir giran dike. Bi kurtayî hizrên demokratîkbûnê biqasî ku ji dogmatîzma nesnel û oznel rizgarbû, ji bo çareseriyên rasteqîn dikare piştgiriyê bike.

Mijareke din a ku di çarçoveya hizrî de divê were destgirtin jî, têkîliya di navbera dîrokîbûn û "nihabûn", rojanebûnê de ye. Dogmatîzma nesnel a ku ji pozîtîvîzmê çavkaniya xwe digre, bandora xwe herî zêde li ser wateya di navbera dîrok û niha de nîşan dide. Yan "niha" weke hêzeke hêjmarî ya determînîst tund qebûl dike, yan jî dîrokê weke hêzeke hêjmarî ya ku ber bi demê derbasbûyî ve diçe dihesibîne. Di rastiyê de tê wateya ku di navbera dîrok û niha de tu ferqekî nedîtine. Ji ber wê jî dîrok tê înkarkirin. Gotina " niha çibe dîrok jî ew e" bi xwe re gilokeke xeletî û şaşîtiyan a gelekî xirab avadike. Wisa ye ku avakirina pozîtîvîst a niha, sedî nod li ser înkarkirina heqîqetê ye. Xwenîşandana dîrokê jî, yan di asta herî jor de ber bi înkarekê yan jî berovajî ber bi nepixandinekê ve dibe.

Ya rast dîrok çawa şertên niha ava dike, bi lêkolîneke zirav diyarkirine. Tu pirsgirêkên civakî ji dîroka xwe qut an jî berovajî nayê bidestgirtin û nayê dahûrandin. Mirov nikare behsa nihayeke ku dîroka xwe nîşan nade bike. Çiqasî niha di dîrokê de gerîn rêbazeke rast be, dîrok jî hinekî di îro de gerîn rêbazeke lêgerînê ya rast e. Lê ji vî tiştî encama " dîrok = niha " nayê derxistin. Di navbera wan de şertê hev avakirin misoger e. Ya xeter ew şert rast neyê pîvandin û wekhevkirin e. Wê demê li beramber çarenûsê stûyê xwe xwarkirin çêdibe ku ne pêwîstiya fêmkirina pirsgirêkekê dimîne ,ne jî şansê çareseriyê ava dibe. " Niha " weke derfeteke azadiyê, çareseriyê dîtin, lê belê bi şertê derfetên wê di heqîqetên dîrokî de gerîn. Ew şertên hev avakirinê ya di navbera wan de dîtin çiqasî girîng be û pêwîst be, cûdabuna di navbera wan de dîtin jî, ewqasî rast û xwedî taybetmendiyeke ku piştgiriyê dide çareseriyê ye.

Di derbarê çarçoveya hizrî de piştgiriya herî dawiyê ji, divê mirov di nêrîn û pratîkên di çarçoveya ol û exlaq de bigere. Demokratîkbûn bi tenê di çarçoveya hizrên siyasî de çareserkirin ne adil e ne jî wicdanî ye. Civak bi tenê rastiyeke siyasî nîne, rastiyeke axlaqî û olî ye jî. Ol û exlaq li gel hev weke saziyên ku bi hezaran sal li ser pirsgirêkên civaka ku mensûbê wan in, herî zêde sekinîne û çareserî hilberandine.  Van saziyên dîrokî û jêneger jinedîtî ve hatin, bi tenê li ser rastiyên aborî û siyasî analîz pêkanîn û çareserî hilberandin, bêguman wê kêm bimîne, ji ber wê jî, wê ji bo xeletiyan vekirî be. Ji aliyekî ve wê were xwestin pirsgirêk çareser bibin, ji aliyekî din ve jî wê rê li ber zêdetir girankirina pirsgirêkan were vekirin.

Yek ji bandorên rûxîner a pozîtîvîzmê li ser civakê jî, rolê heqîqetên ol û exlaq a di çareserkirinê ya pirsgirekan de daxistiye asta herî jêr. Darazînên ol û exlaq, encamên dahûrîn û çareseriyê yên di pîvanên wicdan û edaletê ku bi taybetî di çandên Rojhilat û Rojhilatanavîn de, bi hezaran sal ji ezmûnan derbasbûne ne. Divê serî li wan were dayîn. Bêbandorhîştina oryantalîzmê ya van rêyên çareseriyê yên kevneşop, zextên despotîk ên li ser civakê zêde kiriye, pirsgirêkên demokratîk hîn girantir kiriye. Ger edalet û wicdan nebe, jiyana civakî nayê berdewamkirin. Bi nêzîkbûnên determînîzma tund a daketiye asta hesabên sermayeyê ku weke qerîsekê cemidiye, yên aborîperest û desthilatparêz, hebe nebe wê rê li ber rewşeke kaotîk ku ji sînorê xwe derbaskiriye vebike, rastiya ku tê jiyankirin jî bi piranî ev rewşe.

Di çareseriya demokratîk a pirsgirêkên civakî ku gîhîştiye asta herî mezin de, vegera edalet û wicdanê xwedî nirxeke jêneger e. Mînak ji bo ku trajediyên gelê Ermenî, Asûrî û gelên weke wan ku jiyankirine were derbaskirin, ne hêzên wan ên aborî ne jî yên polîtîk-leşkerî têr dike. Bi tenê weke encamê ketina xefika modernîteya kapîtalîst ku di dîroka çanda Rojhilatanavîn de nehatiye jiyankirin, ji bo derbaskirina ew trajediyên ku van gelan jiyankiriye alîkar bibin, dîsa bi serîlêdana darazînên wîcdanî û adil ên ol û exlaqa ku herdem di çanda vê herêmê de hebûye re mumkûn e.

 

ÇARÇOVEYA PÎVANÎ ( ÎLKEYÎ)

 

Çarçoveya pîvanî divê bi çarçoveya hizrî ve girêdayî were pêşxistin. Çareseriyên demokratîk ku were pêşxistin, ji rojane û konjonktûrelbûnê wêdetir, binesazîbûna wan wê bi xwe re mayîndebûnê jî bîne. Çareseriya pirsgirêkan divê ne ji bo rizgarkirina rojê be, divê yan xizmetê rizgarkirina ji sîstemê re bike yan jî ji bo jinûveavakirinê be. Îstîkrara dewleta ku kar dike û civakê, çareseriyên wiha pêwîst dibîne. Li gorî ku demokrasî sîstemeke dewletê û civakê ye, divê gavên demokratîk jî bi sîstem be. Pîvanên ku hîn zêdetir dikare were pêşxistin û emê rêz bikin, ez bawer dikim ku ji bo sîstema demokratîk şertên herî kêm a avakirina çarçoveyeke mayînde wê pêk bîne.

 

1- Pîvana Netewa Demokratîk:

 

Netewbûna ku hevgirtinekê pêktîne, divê ne weke netew-dewlet, weke netewa demokratîk were avakirin an jî netewbûnên hene weke netewa demokratîk  jiyankirina veguherînekê  armanc bikin. Têgîhîştina nasnameya vekirî û netewa nerm dikare ji bo vê armancê destpêkeke têr dike avabike. Li vir ya girîng, neteweke ku di nav de wê hevgirtinek were pêkanîn, ne bi zora desthilatê, li ser bingeha jidiliya demokratîk were avakirin an jî bi veguhertinê were pêkanîn. Di netewa demokratîk de maf û azadiyên hem yê takekesî hem jî yê kolektîf, weke du aliyên heman madalyonî hev û du temam bikin. Bi tenê hemwelatîbûnê naxe nav xwe; civaka sivîl ên cihêreng, cemaat û komên din ên gel jî, weke yekîneyên kolektîf weke çavkaniyeke dewlemendiyê dihesibîne. Hemwelatî çiqasî bibin hêmanên kolektîvîteyeke karîger, ewqasî asteke bihêz avadikin.

 

2- Pîvanê Welatê Hevpar ( Welatê Demokratîk ) :

 

Divê têgîhîştina Welatê Hevpar ( Welatê Demokratîk ) were esas girtin. Ango têgîhîştineke welat a ku aîdê etnîsîteyeke yek zimanî nîne, ji hemwelatiyên pirziman, pirnetew û pirol ava dibin, ya herî rasteqîn e. Ji ber wê jî hevgirtin û biratiyê hîn zêdetir pêşiwazî dike û jiyan dike. Têgîhîştina welat a ku bi tenê aîdiyeta yek etnîsîteyê dide hîskirin, beşeke mezin a hemwelatiyan dike yê din. Yêdinbûna ku enîbûnê zêde dike, têgîhîştineke ku rolê perçekirinê yê esasî dileyîze. Têgîhîştina hemwelatîbûnên ku ji heman kargehê derketine, vekiriye ku çavkaniya xwe ji faşîzmê werdigre. Cihêrengî dewlemendiya jiyanê hem ya xwezayê hem jî ya civakê îfade dike. Hesta welatparêziyê ne weke şovenî û nijadperestî, weke girêdaniya bi axê, ekolojiyê û pêşketinê tê hîskirin jiyankirin a herî raste.

 

3- Pîvana Komara Demokratîk:

 

Weke rengê dewletê komar weke netew-dewlet şirovekirin, bandoreke din a bi taybetî yêdinkirina şêwazê netew-dewletgeriyeke tund e. Ji bo komarê rejîma dewletê ya herî baş netew-dewlet nîne, dewleta demokratîk e. Dewletek nikare bibe hem netew-dewlet hem jî dewleta demokratîk. Ev herdu hêman bi hev re nakok dibin. Dewleta demokratîk ji sîstema demokratîk re vekiriye, dewleta ku bi wê re lihevdike ye. Armanceke netew-dewlet a wiha nîne, berovajî civaka demokratîk di nav xwe de asîmîle dike. Pîvana çareseriya demokratîk bi komarê re lihev dike, lê belê heman li hevkirin bi rengê netew-dewletê nikare pêk were. Ya girîng, mirov komarê weke rêxistina sîwan a demokratîkbûnê bihizire û ava bike. Îdeolojîknekirina şêwazê dewletê an jî komarê, bi etnîsîtekê û olekê ve girênedan, ji bo çareseriya demokratîk girîng e. Ji bo komarê pênaseyeke huqûqî ya weke rêxistineke sîwan a ji bo hemû hemwelatiyan pêşxistin a herî rast e. Ango komar weke rêxistinbûna huqûqî ya hemû hewmelatiyên demokratîk pênasekirin, gelekî girîng e. Bi vî rengî pîvana civakî û  pîvana laîktiyê, bi rengekî herî cewherî digîhê pênaseyekî. Em bi tenê bi vî rengî weke ku vekirî tê pênasekirin, dikarin bi etnîsîteyekê û olekê ve girênedin. Mînak bêyî ku têgehên " Tirk" û " Kurd" ku etnîsîteyekê û nijadekê îfade dike, îfadeyên olî û yên îdeolojîk ên din weke Îslamiyet, Xrîstiyanî û Sunebûn li ser zêdebikin, îfadekirina wê hîn berfirehtir û hevgirtîtir be.

 

4- Pîvana Destûrabingehîn a Demokratîk:

 

Bi tevî ku demokratîkbûn tevgereke siyasiye jî, heta ku xwe nespêre destûrekebingehîn a bi konsensûsa civakî hatiye avakirin, nikare bibe rejîmeke rêveberiyê ya sîstematîk û mayînde. Destûrên demokratîk, lihevkirina civaka demokratîk a bi dewletê re îfade dike. Maf û azadiyên takekesî, bi tenê civaka demokratîk re watedar dibe. Berovajî wê li beramberî dewletê ya ku hêzeke xwe ya gelekî mezin heye, parastina van mafan ne mumkûn e. Ji bo ku dewletê jî ne weke saziyeke ku herdem pirsgirêkan ava dike û giran dike, ji bo ku bikaribin di rewşeke weke bandoreke ku qada pisporî û ezmûnan e, çareseriyan pêktîne de bigrin, destûra demokratîk amûreke jêneger e. Destûrabingehîn a demokratîk, dewletê kariger dike, bi taybetmendiya xwe ya ku weke hêzeke tecrûbe û pisporiyê radigre, weke tûtqaleke ku civak û dewletê di nav hev de digre ye.

 

5- Pîvana Çareseriya Demokratîk:

 

Pîvana çareseriya demokratîk, hîn zêdetir modeleke çareseriyê ku dewletbûnê armanc nake, lê dirêjahiya dewletê jî nîne, demokratîkbûna civaka sivîl ango civaka demokratîk esas digre ye. Di bunyeya dewletê de rêvebirina şêwazên bingehîn zêdetir, ber bi çareseriyên ku di bunyeya civakê de rejîmeke demokratîk digere. Di derbarê dewletê de, herî zêde destûrekebingehîn a demokratîk dixwaze. Bêguman ji bo avakirina destûrabingehîn a demokratîk hewldanên teorîk û pratîk têr bikin, ev destûrabingehîn ji dewletê zêdetir, divê kêfxweşiya civakê esas bigre. Dijberê pîvana çareseriya demokratîk, ferzkirinên çareseriyê yên desthilatparêz û dewletparêz e. Weke pîvan çareseriya demokratîk, bi parvekirina deshilatdariyê re mijûl nabe, heta ji wê dûr disekine. Ji ber ku desthilatdarî çiqasî kûr bibe, ewqasî ji demokrasiyê dûrbûn tê jiyankirin. Bi tenê bi navê hukûmet û dewletan civak were sererastkirin, sîsstema ku derbikeve holê wê dij-demokratîk be. Ji ber ku hêzên civakî tevlî vî karî nehatiye kirin. Sererastkirinên desthilatdarî û hukûmetê ger aliyê erênî de be, dibe ku pêşiya demokratîkbûnê vebike, lê belê demokratîkbûnê bi xwe ava nake. Armanca çareseriyên demokratîk jî, derfetên desthilatdariyê an jî dewletê parvekirin nîne. Bi dewletê ve xwe girtin, eniyeke dewletê pêkanîn, weke armanceke çareseriya demokratîk nayê dîtin.

Hêmana bingehîn a pîvana çareseriya demokratîk, saziyên demokratîk û saziyên dewletê ji bo ku di nav aştiyê de bihevre bijîn, ji aliyê destûrabingehîn ve xistina bin garantiyê ye. Di navbera herdu hebûnên sazîbûnê de rewabûneke yasayî heye. Hebûna xwe naspêrin înkarkirina hev. Ne bi navê demokrasiyê tasfiyekirina dewletê pêwîst e, ne jî bi navê dewletê demokrasî were helandin. Ew dinavhevdebûna di sîstema rojava de, rê li ber wê vedike ku di nav netew-dewlet de demokrasî veguhere saziyeke tenê di dîtinê de. Pirsgirêka herî rojane ya demokratîkbûne, jinûve sererastkirina bihevrejiyankirina herdu hebûnên sazîbûnê ku vê dinavhevdebûnê derbas dike. Sînordarkirina dewletê ya demokrasiyê çiqasî pîvaneke jêneger be, dewlet jî weke hêzeke ezmûn û pisporiyê, ji bo demokrasiyê roleke siwan bileyîze ewqasî pîvanî ye. Ya ku di nav pêvajoya dîrokî de biserkeftî derbikeve, wê civaka demokratîk be. Bi kurtayî ew sekinandinên saziyên dewletê û yên demokratîk a di nav aştiyê de, lê sekinandinên aloz, rewşeke rê li ber pêşbirkê vedike îfade dike ku ya ji vê pêşketî û serkeftî derbikeve wê civaka demokratîk bi xwe be.

 

6- Pîvana Bihevrebûna Maf û Azadiyên Takekesî û Kolektîf:

 

Di pêkanîna pîvana maf û azadiyan ku di çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê de roleke jiyanî dileyîze, ketina nav cûdakirina takekesî û kolektîf, bi tena serê xwe çareserkirina pirsgirêkan zêdetir, pirsgirêkan hîn zêdetir girantir dike û dihêle ku êdî ji nav neyê derketin. Mirov dikare vê ji ezmûnên bêhêjmar ên li cîhanê fêr bibe. Weke din ev cûdakirin, dijberî xwezaya civakan e jî. Di civaka mirovan de takekes tu demekî û mekanekî, mafdar an jî ne mafdar, bi azadî yan jî bêazadî, bê civak jiyan nekiriye. Ji xwe taybetmendiya mirov, ajalekî civakî yê herî pêşketî ye. Ji ber wê jî tu maf û azadiyekî ku takekes bidestxistiye an jî jiyan dike, heta ku bi civatên ku aîdiyeta wê jiyan dike re parveneke, tu wateyekî îfade nake. Takekeseki ku ji civakê hatiye qutkirin çiqasî bêwate be, maf û azadiyên ku bidestxistiye jî ewqasî bêwate ye û xwedî jîrbûneke pêkanînê nîne. Berovajî vê jî rast e: Maf û azadiyên ku ji civakekê re hatiye naskirin, heta ji takekesên ku endamên wê ne re neyê nîşandan, tu nirxekî îfade nake. Maf û azadî bêtakekes nayên jiyankirin. Takekes ji maf û azadiyên wan mehrûm hîştin, weke ku ew civaka ku endamê wê ye mumkûne ku bixe heman rewşê, civak û kolektîvîteyê ji maf û azadiyên wê mehrûm hîştin jî, tê wateya ku takekesên ku endamên wê ne jî wê bixe heman rewşê. Bi kurtayî maf û azadî ne bêtakekes ne jî bêcivak heta ku bihevre nebe, neyê parvekirin, nirxên ku werin jiyankirin nînin.

7- Pîvana Serbixwebûna Îdeolojîk û Azadiyê:

 

Di bingeha vê pîvanê de heta ku ji serdestiya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst di giştî dunyayê de serdest kiriye, xwedî taybetmendiya materyalîzma çors ( kaba) e, di cewherê xwe de jî îdealîst e xwe weke " zanista pozîtîvîst" dide diyarkirin rizgar nebin, divê mirov fêm bike ku demokratîkbûn û ew azadiya ku di cewherê wê de heye nayê pêkanîn. Zanista pozîtîvîst pîvana sereka ya şaristaniya hegemonîk a Ewropa ye. Heta ku vê pîvanê serdest neke, nikare ew hêmanên din ên bingehîn weke kapîtalîzm, endûstriyalîzm û netew-dewletê di giştî dunyayê de, bi xwe ve girêdayî ava bike û birêve bibe. Serdestiya îdeolojîk di Rojhilatanavîn de, bi zanista oryantalîst zîhniyetan feth dike. Piştî vê an jî li gel vê, fethkirina bi hêmanên bingehîn, desteserkirin û dagirkerî bi rengên cihêreng tê pêkanîn. Dagirkeriya nû ku ji ber xwezaya xwe bi hêmanên herêmî yên destpotîk ên kevn re di nav hevkariyê de ye, pirsgirêkên demokratîkbûnê hîn zêdetir giran dike. Hercûre berxwedanên ku li beramber vê pêş dikeve, aliyekî demokratîk bi xwe re dide jiyankirin. Ji bo ku ev aliyê demokratîk pêşbikeve û bihêz bibe, xwe bikaribe li ser piyan bigre û ber bi şêwazên ku xwe sîstematîze bike ve biçe, divê xwe ji îdeololjiya hegemonîk qut bike. Ji bo hilbijartinên îdeolojîk ên alternatîf watedar bibin, divê gelek astên herêmî, bajarî, netewa zêdehiya herêmî û welatê hevpar bixe nav xwe. Ger wisa nebe, dibe ku serdestiya îdeolojiyeke din pêş bikeve.

Nêrînên olperest ên kevneşop û yên nijadperest jî, herî kêm biqasî serdestiya pozîtîvîst ku îdeolojiya modernîteya kapîtalîst e, serdest in. Derketinên îdeolojîk ên di astên bingehîn de tê behskirin û xwe dispêrin azadîxwaziyê, mirov dikare weke îdeolojiyên azadiyê binirxîne. Bi tenê bi van îdeolojiyên azadiyê dikare pirsgirêkên demokratîkbûnê û rêyên çareseriyê were fêmkirin û pêkanîn. Heta ku azadiya îdeolojîk nebe, herdemek dikare gavên demokratîkbûnê asteng bibe, bikeve bin kontrola îdeolojiyên serdest. Azadiya îdeolojîk bi heqîqeta xwezaya civakî re girêdayî ye, bi pêkanîn û jiyankirina civaka demokratîk a xwe herdem îfade dike. Heqîqeta civakî, bi azadî îfadekirina rastiyên civaka demokratîk e.

 

8- Pîvana Dîrokîbûn û Nihabûn:

 

Pirsgirêkên demokratîkbûnê û derfetên çareseriyê, bi rast avakirina tekîliyên di navbera dîrokîbûn û nihabûnê re, ji nêzîk ve girêdayî ye. Zîhniyeteke ku pirsgirêkên  bi dîrokê re pêwendîdarin û derfetên çareseriyê jinedîtîve tên, sansûr dikin, ne tenê pirsgirêkên demokratîkbûnê, em bihêlin fêmkirina hemû pirsgirêkên civakî, rewşeke veguhertinê ya ber bi hîn girankirin û xistina rewşekê ku jinav nayê derketin, qeyran, pevçûn û şeran jêneger e. Tiştên ku di dîrokê de çêbûne û hatine jiyankirin, şertên herî bingehîn ên ku niha diyar dikin in. Tişta niha an jî rojane, ji rewşa ku dîrok xwe bi pirsgirêk û derfetên çareseriyê re pêşkêş dike pêk tê. Tenê ferqek ev e: Em nikarin dest li paşerojê werbidin, lê em dikarin dest li niha, ya rojane werbidin. Bi bingeha fikrî û hêza madî ya destlêwerdanê, em dikarin rojane biguherînin. Dikarin guhertinê lezgîntir bikin, ber bi aliyekê cûda ve vegerînin, azad bikin an jî hîn zêdetir kole bikin. Ev bi temamî hêmaneke ku bi asta hêzên destlêwerdanê ve girêdayî ye. Ya girîng bersiva ji bo pirsa " Paşeroj, dîrok bi xeleka xwe ya bingehîn re, wê çawa di niha de were nîşandan? " e. Niha weke îfadeyeke ku ew qadên pêwendîdar ên dîrokê ku em pê re alaqadar dibin dahûrandin, mifteya çareseriyê ya pirsgirêkên civakî ye. Di vê wateyê de ger dîrok were fêmkirin, wê bibe çavkaniya me ya hêzê ya herî mezin. Yê ku dîrokê nikarin fêm bikin û nikarin binivîsînin, îhtîmaleke lewaze ku bikaribin niha rast fêm bikin, azad bikin û demokratîk bikin. Azadî û demokratîkbûnên ku lihevhatî werin jiyankirin, mayînde nabin û çawa hatibin destxistin dibe ku wisa jî ji dest derbikevin.

Divê baş were zanîn ku civak bi xwe dîroka herî pêşketî ye. Civaka ku bi xwe dîroke ,bi vê rûyê wê û wê heqîqeta wê ve heta neyê naskirin, ew ji pirsgirêkan rizgarkirin, gîhandina çareserî û şêwazên jiyanê yên demokratîk, zêde derfetên xwe nînin. Ji bo vê ye çalakiya destpêkê ku despot pêk tînin, tunekirina hafizaya civakî ye. Tişta ku pêwîste demokrat destpêkê bikin jî, li hafizaya civakî ango li dîrokê heta bi tiştên wê yê rast xwedî derketin e. Texrîbata herî mezin a modernîteya kapîtalîst, hafizaya mirovahiyê rûberûyê derbeyên tunekirinê re dihêle û niha weke bêdawî, ya rastir weke dawiya dîrokê pêşkêş dike. Li gorî wê hertişt ji niha ya ku tengav bûye pêk tê. Nexweşiya ku jê re tê gotîn "ezeziyet" bi vê têgîhîştinê re girêdayî ye. Ezeziyeta " xwe jiyan bike, tiştên din vala ye  ", bi înkarkirina civaka dîrokî re girêdayî ye. Ji zîhniyeteke wisa heqîqeteke civakî û civakgeriyeke demokratîk ku ew heqîqet bigîhê îfadeyekê nayê hêvîkirin. Ji vî aliyî ve ezeziyeta lîberal, înkarkirina demokrasiyê ye. Di dîrokê de kêliyê, di kêliyê de dîrok dîtin pîvana rast a zanista civakî ye.

 

9- Pîvana Exlaq û Wicdan:

 

Sosyolojiya Rojava pîvana wicdan nasnake. Weke zekaya Analîtîk birêve diçe. Wicdan pêwîstiya xwe bi zekaya hestiyar heye. Sosyolojiya modern ku weke felsefeya Analîtîk destpêkir, di roja me de veguheriye teknîkeke rêveberiyê. Di rastiyê de jî wicdan, di serê pîvanên ku damezirandina civakê ava dike de tê. Wicdan weke darazîna adil a civakê rolekî dileyîze. Dema tune hate hesibandin, civak weke makînayeke canawar a herî xeter birêve diçe. Wicdan dikare weke cewherê ol û exlaq jî were hesibandin. Ger em weke kenveşopeke zuha ol û exlaq li kêlekekê bihêlin, wê were dîtin tişta ku ji van herdu saziyan şûn de dimîne, wicdana civakî ye. Wicdana civakî yekane qada ewên ku hêza xwe ya siyasî, leşkerî, aborî nînin, xwe bispêrin e. Dema ku ev qad hate texrîbkirin, di civakê de wê bi tenê pîvana hêzê were birêvebirin ku wê demê jî wê herkes bibe gurê hev.

Demokrasî rejîmeke ku beyî wicdan were birêvebirin nîne. Heza yekdestiyê ( Tekelci) û sîstemên sermayeyê, li ser înkarkirina wicdan hatine avakirin. Di cewherê xwe de demokratîkbûn weke tevgereke bêbandorkirina vê înkara wicdanê û bidestxistina wicdana civakî jî dikare were pênasekirin. Civaka mezin a li derveyî hêz û yekdestiya sermayeyê dimîne, bi tenê dikare bi tevgera wicdan were parastin. Di roja me de têkoşîna civakî, di wateyekê de bidestxistina wicdana hatiye wendakirin e. Heta ku demokratîkbûn nebe tevgereke bidestxistina nirxên wicdanî ên ku hatine wendakirin, nikare bigîhê wateya xwe ya tam, takekes û kêmanî nikarin maf û azadiyên xwe bidest bixin. Ev hincet hemû pêwîst dikin ku pîvana wicdan ku nirxê civakî ji ol exlaq re derbas bûye, di çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê de, divê teqez di dewrê de bin.

Rastiyên qirkirinê, heta ku wicdan nekeve dewreyê nayên çareserkirin. Hemû kuştin û qirkirinên modernîteya kapîtalîst, bi tenê dema ku pîvana wicdan tevgeriya dikare were îtîrafkirin û rê li ber edaletê vebike. Modernîte di hemû pirsgirêkên civakî de pîvana hêzê esas digre. Yê ku hêza xwe heye qazanc dike an jî çareser dike, yê ku nîne jî wenda dike û ji rastîbûnê derdikeve. Nexweşiya herî mezin a di bingeha modernîteyê de ev e. Civak bi vê pîvanê, bi tenê wê veguhere hovîtiyeke ku ji serdema kevir xiraptir. Ger em dixwazin ji pirsgirêkên civakî re û ya ku di serê van pirsgirêkan de tê, ji demokratîkbûnê re bersivên bingehîn, mayînde, adil bibînin, divê em şûna pîvana hêzê, teqez cîh bidine pîvana wicdan. Çanda Rojhilat ji vê pîvanê re ne xerîb e. Berovajî di hemû pirsgirêkên xwe de, cîheke sereke daye vê pîvanê. Emê ji bo kapîtalîzmê û ji bo hesabên wê yên weke qerîsekê, dest ji vê pîvanê bernedin. Dema ku em ji bo pirsgirêkên demokratîkbûnê yên Tirkiyê çareseriyan pêşdixin, divê em li serê goşeya hemû pîvanan de cîh bidin pîvana wicdan û serî li vê pîvanê bidin.

 

10- Pîvana Parastina Cewherî ya Demokrasiyan:

 

Ji zindiyekî yek şane hata yên ku nezindî tên bawerkirin- ku wisa nîne û ji wê hîn zêdetir jiyana perçeyên jêratom ku bingeha pîvana hemû zindîbûyînê ye – tu hebûnek bê parastina cewherî nîne, ev jî heqîqeteke tê zanîne û ji aliyê zanistî ve hatiye îspatkirin. Hebûnên weke civakên mirovan ku heta dawiyê bi zeka ne û asta nermbûyînê gelekî bilindin, di her kêliya jiyanê de û di her mekanekê de, bê parastina cewherî nabin, ev tê dîtin. Şer jî  ku ji aliyê sîstemên şaristaniyê ve ji cewher hatine dûrxistin, bi têgîhîştina parastina cewherî, ji nêzîk ve girêdayî ye. Civakên demokratîk û takekesên wê yên azad, di serdema şaristaniyên çînî de ji bo xwe biparêzin, bi pirsgirêkên parastinê yên mezin re rûberû mane. Heta civakên komûnal ên sereta jî, di jiyanên xwe yên demdirêj de, li gel nakokiyên ku di nav xwe de jiyan dikirin, bi xeteriyên mirinî yên ku ji ber binesaziyên zindî û nezindî yên xwezayê re jî rûberû mane û parastina cewherî ji bo xwe erkeke her kêliyekê û her mekanekê hesibandine.

Li beramber zext û dagirkeriyên yekdest ên ku hêmanên modernîteya kapîtalîst ( netew-dewlet, kapîtalîzm û endûstriyalîzm ) li ser civakên aborî, ekolojîk û demokratîk, li ser takekesên wan ên azad û wekhev birêvebirine, pirsgirêkên parastina cewherî di serê mijarên jiyanî de dihat. Jiyaneke bê parastina cewherî, tenê bi koletiyeke bimûçe ku biencam dibe bidawî nabe, rê li ber hercûre bêkarî, nexweşî û gendeliyan vedike. Ya hîn xirabtir, li gel xwe di hêjmareke mezin de qirkirinên fîzîkî û çandî jî tîne. Modernîte weke sîstem bi giştî civakê û takekesan, bitaybetî jî bi rengekî hîn dijwartir civakên demokratîk û takekesên azad, rûberûyê neçariya parastina hebûna xwe dihêle. Ger parastina xwe ya cewherî bi sernexin, bi tenê azadiyên wan na, hebûnên wan jî rûberûyê xeteriya qirkirinê dimîne. Hêmanên yekdestiyê yên modernîteyê, ji bo ku xwe bikaribin berdewam bikin, bi tenê li azadî û hebûna civak û takekesan gefxwarinê xwe têr nabîne, di serdemên xwe yên herî dereng de jî, şertên ekolojîk ku ji bo jiyanê jêneger e, xilas dike. Xilaskirina şertên ekolojîk, dibe qirkirineke di wateya li ser hemû jiyanê, di demeke dirêj berbelav dibe ye.

 

Beşa lll:  Lİ TİRKİYÊ PİRSGİRÊKA DEMOKRASİYÊ Û ÇARESERİYA DESTÛRABİNGEHÎN A DEMOKRATÎK

 

A- Lİ TİRKİYÊ DERKETİNA HOLÊ YA PİRSGİRÊKA DEMOKRASİYÊ, PÊŞKETİN Û ENCAMÊN WÊ

 

Weke rastiyeke gerdûnî pirsgirêka demokrasiyê, di civatên qebîleyan de dema ku rêbeveriyên hiyerarşîk ên jor, ji hev cûda bûn derketine holê. Cûdabûna îdarî ya di civaka qebîleyan de ku di nav xwe de demokrasiya xwezayî heye, dawiya demokrasiya xwezayî tîne. Ji hiyerarşiyê derbasbûna dewleta despot, vê pêvajoyê kûrtir dike. Sîstemên şaristaniyê di cewherê xwe de, ji aliyê vê pêvajoyê ve tê diyarkirin. Şaristanî heta qonaxa kapîtalîzmê ya li Ewropa, li ser civakê di asteke sînordar de serdest dibe. Civak jî hêza xwe ya exlaqî û polîtîk diparêze. Şaristaniya Ewropa ew cihêkariya ji rastiyên netew û netew-dewlet re – ji ber pêwîstiya kapîtalîzm û endûstriyalîzmê- nas dike, civaka exlaqî û polîtîk ji kûranî perçe dike, bi kûranî dikeve nav civakê. Ev ketina nav a weke desthilatdariya îdeolojîk û yekdestiya sermayeyê, rê li ber tehakûmeke bêhempa vedike. Modernîte takekes dixe rewşeke herî lewaz. Ew têkoşînên tên dayîn, bi reformên sînordar tê xwestin werin sekinandin. Demokrasiya Ewropa dixwaze bi reforman takekes û civakê li ser piya bigre. Maf û azadiyên takekes, dewleta huqûq, cewher û çarçoveya vê huqûqê ava dike. Yekîtiya Ewropa rewşa sîstematîk a vê bingehê îfade dike. Lê belê ji ber ku sîstema yekdest serdestiya xwe ji jor ve berdewam dike, sîstema demokratîk ku derketiye holê, bûyîna sîstemeke desthilatdariyê ku heta dawiyê hatiye tengkirin û ketiye bin kotrolê wêdetir nikare biçe. Demokrasî hebûna xwe diparêze.

Qlanên Sîbîrya ku taybetmendiyên aîdê xwe hene, di nav pêvajoya piştî helandina qerîsekên li quntarên Sîbîryaya Başûr a ji serdema BM. 7000 an pê ve, bi bandora Şoreşa Neolîtîk a ku bingeha xwe Rojhilatanavîn e, di serdema BM. 4000 an de ber bi jiyankirina şoreşên xwe yên neolîtîk diçin. BM. 2000 an de, ji hiyerarşiyê derbasî şaristaniyê, dewletê dibin. Şaristaniya destpêkê ku navenda xwe Çîn a îro ye, di BM. 1500 de derdikeve holê. Li derûdora xwe bi prototîpên îro yên gelê Japonya, Kore, Vîetnam, Moxolîstan û Tirkîstan re, herdem di nav têkoşînekê de ne. Van têkoşînên li beramberî şaristaniya Çînê, mirov dikare weke demokrasiya xwezayî binirxîne. Di tomarên dîroka Çînê de, cara yekem bi navê Hûn behsa bavûkalên Tirkan ên îro tê kirin. Ji ber ku şaxên Hûnan demokrasiyeke sereta jiyan dikin, bi şaristaniya Çînê re herdem di nav têkoşînekê de ne. Bi hêsanî nikarin bikine şaristanî. Ev şax dema ku zehmetiyê dikişînin, berê xwe didin Rojava. Hûnên Rojava di PM. 400 de hebûna xwe ji Ewropaya Navîn heta Romayê, di qadeke berfireh de berdewam dikin. Lê nikarin xwe ji helandina di nav şaristaniyê de rizgar bikin. Ji aliyê li Rojhilat Çîn, li Rojava jî ji aliyê şaristaniyên ku bingehê wan Slav in, herdem tên asîmîlekirin. Ev pêvajo destpêkê herçiqasî hate xwestin bi olên Hîndû û Manîheîzmê were şikandin jî, şikandina esas bi Îslamiyetê tê jiyankirin. Ezmûnên dewletên Gokturk û Ûygûr ên ku dihate xwestin berî wê di 550 an 740 an de were avakirin, ji konfederasyonekê wêdetir neçû.

Şaristanîbûna Proto-Turkan a esasî, piştî ku bi Îslamiyetê re bi rengekî cidî ketine nav dayînûstandinan û di sedsala 9 an de ku Îslamiyet qebûlkirin, dest bi pêşketinê dike. Tirkbûyîn û pirsgirêkên demokratîkbûnê ku ji Karahanan destpêkiriye û heta roja me tê, bi vê pêvajoya şaristaniyê re ji nêzîk ve girêdayî ye. Şaristaniya Tirk-Îslam a Rojhilatanavîn, di giştî de ji Selçûq Beg û Begayetiya wî re tê destpêkirin. Proto-Tirkan xwestine berê jî li Rojhilatanavîn xwe nîşan bidin. Lê belê weke girse û bi rengê şaxan, baş tê zanîn ku cara yekem bi Selçûq Beg û kurên wî re li Rojhilatanavîn bi cîh bûne. Dema ku Selçûq Beg dixwest li Rojhilatanavîn ji xwe re warekî ava bike, rûberûyê du pêlên olî hatiye. Mûsevîtî û Muhamedîtî. Ew navên Mûsevî ku daye çar kurên xwe, nîşan dide ku bi rengekî cidî ji dewleta Tirk a Yahûdî ya Hazara bandor bûye. Çiqasî Misilman bûye, ji ber vê sedemê tam nayê texmînkirin. Tirkbûyîn bi Misilmantiyê girêdan mumkûn e. Ji ber ku berî wê derveyî navê Gokturk ku gelekî kurt berdewam kiriye, em rastî tu şaristaniyeke bi navê Tirk nabin. Dikare were texmînkirin ku ev nav ji aliyê Ereban hatiye dayîn. Lê belê divê baş were zanîn ku berî serdema netewperestiyê destpêbike, civakan nasnameyên xwe ne bi paşnavên xwe, bi navê ola xwe diyardikirin. Di wê serdemê de, yan dibûne Îslam an jî oleke din. Rastiya civakî wiha hatibû avakirin.

Begayetiya Selçûqî ji sedsala 11 an pê ve, li ser şaxên ku di bin kontrola xwe de ne, serdestiyeke tund ava dike. Ev şax li beramberî wê bi rengekî dijwar berxwe didin. Li gorî ku dîrokê de hatiye tomarkirin, ew şaxên Oxûz-Tirk ên destpêkê ku di 1017 an de derbasî Îranê bûne, ewên ku ji tundbûna serdestiya beg gilî kirine ne. Ev girseya nêzîkî pênchezar kesî bûn, rizgarbûna xwe di reva Îranê de dîtibûn. Vekiriye ku di nav şaxên ku derbasî Rojhilatanavîn bûne de, hîn di serî de li beramberî şaristaniya ku weke bajarîbûn-çînîbûn-dewletbûnê ku pêş dikeve, berxwedaniyeke dijwar heye. Ev şaxên qebîleyan ku navê Tirkmen wergirtine û tê xwestin werin perçiqandin û bikine serf, daneyên destpêkê yên niha ne. Ew arîstokrasiyên şaxan weke ku Tirkmen biçûk didîtin, xwe jî naxwazin weke Tirk jî binav bikin. Navên Ereb û Fars, Şah û Sultantiyê tercîh dikin. Zimanê Tirkî jibîr dikin. Bi Erebî, Farisî û zimanê Osmanî ku ji hemûyan pêktê bikartînin. Tirkbûna esas a nijadî, di şaxên Tirkmenan de tê jiyankirin.

Em vê dîroka kurt ger ji aliyê pirsgirêka demokrasiyê şirove bikin, dikarin van tiştan bibêjin:

Di şaxên Tirkan de li gel derbasbûna Rojhilatanavîn ji sedsala 11 an pê ve, cûdahiyeke çînî ya cidî hatiye jiyankirin, mirov dikare vê pêvajoyê weke destpêka pirsgirêkên demokrasiyê bidest bigre. Ew şaxên Tirkmenan ku Sultanê dawiyê yê Selçûqî Sultan Sancar xistine qefesekê û heta miriye li gel xwe gerandine, di rastiyê de gelekî baş nîşan dide ku çiqasî hezkiriyê azadî û jiyana xwe ya demokratîk in.

Li gel Îslamiyetê cûdabûna du komên bingehîn a şaxên Tirkan, cewherê pirsgirêka demokrasiyê ava dike. Arîstokrasî, ya rastir arîstokrasiya leşkerî û olî û xwediyên axê, di nav dewletê de bihêz bûn û yekdestiya desthilatdariyê avakirin, beşên feqîr ên ji sîstemê hatine dûrxistin an weke şaxên koçber ên kevn ji zozanan ber bi deştan, ji deştan ber bi zozanan digerin, an jî weke feqîrên bajar û gundan jiyana xwe bi zanaatkarî û cotkariyê berdewam dikin. Ev cûdabûna di nav gelên hemû Rojhilatanavîn de hate jiyankirin, bi gelek hêjmaran de serhildan û revan ve biencam bû. Cûdabûnên mezheban jî bi vê rastiyê re girêdayî ye. Sunîtî weke mezheba tebaqaya serdest fermî bû, mezhebên muxalîf jî weke Elewîtî, Şîatî, Îşrakiyûnî, Mewlewîtî û Bektaşîtî jî, di nav nivveşartîbûnê de jiyana xwe berdewam dikin. Di serdema navîn de têkoşîna demokrasiyê, bi rengê van nêzîkbûnên mezhebî tê dayîn. Demokratîkbûna wê serdemê, tê xwestin ku bi van mezheban were pêkanîn. Weke din jiyana qebîleyên koçber bi xwe, têkoşîna demokrasiyê ye. Ew cewhere berxwedêr ên di hemû sîstemên qebîleyan a serdema navîn de, weke têkoşîna demokratîk şirovekirin, şêwazê îfadeyê ya herî rast e.

Ger em Îslama fermî weke yekdestiyeke îdeolojîk şirove bikin, îdeolojiyên mezheban a nîv veşartî jî mirov dikare weke gotinên demokratîk binirxîne. Ev tevgerên gel ku heta serê sedsala 19 an hate jiyankirin, piştî ku modernîteya kapîtalîst li Rojhilatanavîn bi bandor bû, wê bikeve pêvajoyeke nû. Ji aliyekî ve ew împaratoriyên ku hêza serdest a kevn in, bi nêzîkbûnên netew-dewlet belav dibin, ji aliyekî din ve jî netew-dewletên biçûk ên ku ketine dewsa wan, pirsgirêka demokrasiyê hîn girantir dikin. Netew-dewlet biyanîbûneke du qatî temsîl dikin. Ji aliyekê ve weke desthilatdariya ku ji şaristaniya kevn maye biyanîbûn, ji aliyekî din jî bîyanîbûna netew-dewlet ku modernîteya kapîtalîst ferz dike. Ew yekdestiya desthilatdariyê ku gelekî zêde bûye, li ser çanda gel rejîmên ku digîhê asta qirkirinê birêve dibin. Bi destê dewletê kapîtalîstbûn, bûrjûvabûn û faşîstbûn, di nav hev de tê meşandin. Tirkiye  vê pêvajoyê li gel sedsala 20 an gelekî berfireh jiyan dike. Ew tevgera ku xwe weke Cemiyeta Îtîhat û Teraqî binav dike, vê rastiyê îfade dike.

Diyardeyên îro destnîşan dike ku Cemiyeta Îtîhat û Teraqî, prototîpa Partiya Sosyalîst Nasyonal a Elman û Partiya Faşîst a Îtalya ye. Li  gelek welatên ku dereng bûne kapîtalîst de, jiyankirina heman pêşketinan tesaduf nîne, bi hebûna modernîteya kapîtalîst re pêwendîdar e. Di vir de berpirsiyariya bûrjûwaziya bûrokratîk ku dihesibîne ji qeyrana modernîteyê ku herdiçe kûrtir dibe, bi tenê dikare bi şerên çînî yên tund û bi qirkirinan bi hêz derbikeve, diyarker e.

Di heman serdemê de para tevgera sosyalîst a pêkhatî ku dixwest bibe sîstem û hêmanên netew-dewlet û endûstriyalîzmê ya modernîteyê, ji xwe re weke armanceke bingehîn hilbijartibû jî, divê biçûk neyê dîtin. Bi tenê demokrasî na demos bi xwe ango gel bi xwe weke hebûneke çandî, rûberûyê hebûn û tunebûnê mabû. Di dema herdu şerên cîhanî û serdemên di navberê de, mirov dikare weke dînîtiya misogerkirina serdestiyê ya di giştî cîhanê de ya  modernîteya kapîtalîst a bi sê hêmanên xwe şirove bike. Gelek netew, gel û çand heta hestiyên xwe gefên vê dînîtiyê jiyan dikirin, yên ku derfetê rizgarbûnê dîtine jî, nekarîne xwe ji nepixandinê û radestbûna sîstema serdest rizgarbikin. Enternasyonala II. ku nekarî modernîteyê derbas bike, ew ezmûnên eniya ked û gel û eniya dij-faşîzmê ku dixwest di salên 1930 an de pêş bixe, zêde tişt bi demokrasiyê neda bidestxistin. Demokrasiya lîberal a ku piştî şerê cîhanê ya duyemîn di serdema şerê sar de hate jiyankirin jî, demokrasiya gel a sosyalîzma pêkhatî jî, di cewherê xwe de înkarkirina demokrasiyê bû. Şerên serdestiyê bi boyaxa demokrasiyê meşandin, bi tenê mijareke textîkî bû. Rûxandina sosyalîzma pêkhatî, di rastiyê de rûxandina lîberalîzmê jî bû. Dunyaya piştî salên 1990 an ku bi qeyrana binesaziyê ya sîstemê herdiçû kûrtir dibû re tevlîhev dibû, pirsgirêka demokrasiyê xwe bi hemû giraniya xwe xiste rojevê. Demokrasiyê xwest ku xwe di giştî dunyayê de hem weke naverok hem jî weke reng hewl da jinûve pênase bike, weke modernîteya demokratîk bisîstem bike.

Tirkiye di vê pêvajoya tevlîhev a dunyayê de, ji aliyekê ve hem rûberûyê pirsgirêka hebûn û tunebûnê ma, ji aliyekî din ve jî gîhîşte şansekî ku bikaribe weke Komar destpêkeke nû bike. Weke şexsiyetekî dîrokî ku ev destpêk pêkanî Mistefa Kemal û Komar hebûnên weke hev dîtin û şirovekirin mumkûn e. Dahûrandina van herdu hebûnan di roja me de jî hîn girîngiya xwe diparêze. Mistefa Kemal dema ku destnîşan dike, wî bi xwe nêrîna komarê weke razekî ( sır ) veşart û roja guncav de îlan kir, di rastiyê de vê girîngiyê datîne holê. Biqasî pirsa " Komar li beramberî çi û çawa pêkhat? " pirsa " çavkaniya xwe ji kîjan gerdûnîbûnan werdigirt? " jî hîn di valatiyê de û bêbersiv disekine. Weke peyv demokrasî bû yan nebû? Ger nebe ji bo çi hatine vê rewşê? Ev pirsên bingehîn ku pêwîste rast werin bersivandin in. Di roja me de tam fêmkirina pirsgirêka demokrasiyê ku hemû jiyana Tirkiyê kilît dike, bi tenê ew rastiyên di bin van pirsan de ne bi dahûrandina wan re mumkûn e.

Ji bo ev mijar were zelalkirin, bi tenê dîroka dema nêzîk a Tirkiyê lêkolînkirin têr nake. Weke ku li her welatekî dunyayê hatiye jiyankirin, rewşa Tirkiyê û yên din jî, bi tenê di nav girêdaniya bi şaristaniya serdestiyê ya Ewropa ku bilind dibe re, dikare were fêmkirin. Di vê serdemê de sîstema serdest pêla herî bihêz a cîhanîbûnê jiyan dikir. Pêşketinên ku li cîhên herî ucra çêdibin, ji sîstema serdest serbixwe lêkolînkirin, vekiriye ku wê kêm bimîne. Hêmanê duyem a girîng jî, veguherîna ku Tirkiyê jiyan dikir, girêdana xwe ya bi derketinên orjînal ên li Ewropayê bû. Li vir têgeha herî girîng Jakobenîzm e. Heta ku bi rengê herî vekirî Jakobenîzma ku di şoreşa Fransiz de derkete holê, lê belê hebûna xwe di hemû şoreşên modernîteyê de daye hîskîrin neyê fêmkirin, encamên Jakobenîzma li goşeyên din ên dunyayê û di vê navberê de Jakobenîzma li Tirkiyê em nikarin fêm bikin.

Divê di serî de em wisa bihesibînin ku Jakobenîzm weke gerdûnîbûna modernîteyê dîtinek bidestxist. Di derbaskirina kevneşopa teokratîk a ku 5000 sal mora xwe li şaristaniya navendî dabû, Jakobenîzmê roleke navendî leyîstiye. Weke çîn beşa navîn a ku dixwaze bibe desthilatdar û bûrjûwaziyê temsîl dike. Beşa radîkal a îhtîlalgeriya bûrjûwa ye. Hem weke îdeolojîk hem weke çalakî radîkalîzmê îfade dike. Ji bo xwe şertên desthilatdariyê ya herî guncav, ew nêvenga dagirkeriyê ya ku weke hêzeke biyanî tê destnîşankirin e. Heta ku nêvengeke dagirkeriyê ya vekirî nebe, şansê desthilatdarbûyînê ya bûrjûvayên Jakoben biqasî ku mirov bibêje qet nîne, ewqasî kêm e. Lê belê dema ku ji bo hemû civakê dagirkeriya vekirî weke felaketekî hate pêşiwazîkirin, ji bo Jakobenîzmê roj hiltê. Ji bo weke desthilatdar derbikeve ser dika dîrokê, nêveng êdî heta dawiyê guncav e. Civak li benda yekî ku rizgar bike ye. Monarşiyên teokratîk ên ku xwediyê desthilatdariya kevneşop in, pêşîlêgirtina dagirkeriyê li aliyekî bimîne, êdî di rewşeke ku ji  zû ve rolê nokeriyê pejirandine de ne. Berjewendiyên xwe bi tenê di nav hevkariya bihêz a li gel hêzên biyanî dikarin biparêzin. Ji ber vê sedemê di nav civakê de wendakirineke cidî ya rewabûnê tê jiyankirin. Di vê rewşê de beşa ku herî zede asta xwe ya îdeolojîk û rêxistinî guncav e, tebaqayên navîn ên li derveyî tebaqaya jor a noker e. Di nav van tebaqayan de hêza herî zêde xwe perwerde kiriye û rêxistin kiriye jî bûrjûwaya Jakoben e. Prototîpê Jakobenan mirov dikare di şoreşên Holanda û Brîtanya de bibîne. Mînak di salên 1640 an de Crommwel, ango ji şoreşa Fransiz hîn zûtir, serokê şoreşa Jakoben a herî mezin ku li Brîtanya serê qralên xwe jêkirine ye. Di rastiyê de şoreşa Jakoben a herî mezin a 1792 an de li Fransa pêk hat nîne, ev şoreşa ku li Brîtanyayê ye. Fransa daneya duyem an jî ya sêyem a vê modelê ye.

Mirov dikare Holanda her çiqasî bi rengekî guhertî be jî, weke welatê esas ê şoreşê ku tê de Jakobenîzm çêbû şirove bike. Jakobenîzm bi tenê dema ku tebaqaya kevneşop a jor kete rewşeke nikare birêve bibe na, di rewşên ku tebaqaya feqîr a jêr jî dema ku ji bo rêveberiyê xwedî rêkûpêkiyeke îdeolojîk û rêxxistinî nebe, tevgera desthilatdariyê ye. Li her sê welatan jî dema heman şert avabûn, Jakobenîzm bi dirûşmên herî serxwebûnparêz, azadîxwaz û wekhevîparêz ên tûj, di bin pêşengiya xwe de beşeke mezin a civakê radike ser piyan. Dema metirsîdar, ev dema ku beşeke mezin a civakê ji bo desthilatdariyê rabibe serxwe ye. Ev kêlî kêliyên ku guhertinên herî mezin dikeve malzaroka dayîkê. Hertişt heta şaneyên xwe diheje. Ji bo yê nû çêbibe ev hejandin pêwîst in. Ji bo Fransa ev kêliya metirsîdar di Nîsana 1792 an de destpê dike. Qralê noker bi tenê li gel hemû arîstokrasiyên Ewropa nokeriyê nake û li beramber şoreşa ku di 1789 an de destpêkir di nav hewldaneke dijberî şoreşê nîne, di heman demê de di nav revekê de ye. Ew beşên nerm ên tebaqaya navîn Jîronden, ji avêtina gavên radîkal ditirsin. Ew komûnîstên Babeûfî yên herî binî jî, di rewşeke gelekî lewaz de ne. Nêveng ji bo Jakobenan gelekî guncav e. Êdî ew yek ji serdemên terorê ya herî mezin di dîrokê de ku tê zanîn, di bin van şertan de derbasî jiyanê bûye. Di Tîrmeha 1794 an de rêberê Jakoben Robespîer piştî şandin giyotînê, ev serdem bidawî dibe. Serdema 1792-1794 di heman demê de serdema Komarê ya şoreşger a Yekemîn e. Piştî 1794 an bi rengê serdemên cûda derbas bibe jî, di cewherê xwe de tişta lê dihat gerîn sîstemeke nû ye. Ev lêgerîn di serdema komara Pêncemîn a heta roja me jî berdewam dike.

Di dahûrandina Jakobenîzmê de, divê hinek hêman bi xêzên stûr were destnîşankirin. Ya yekemîn, tevgereke kêmaniyê nîne, tevgereke girseyî ye. Ya duyemîn, herçiqasî dirûşmên wekhevî û azadiyê gelek hatibin bikaranîn jî, di rastiyê de tevgereke desthilatdariyê ya radîkal a çîna navîn e. Mirov dikare bibêje serdema Dîktatoryal jî. Ya sêyemîn, piştî ku gefên hundir û derve yên li beramber hemû welat û civakê ji holê rabûn, tevgera Jakoben ku nêvenga xwe ya madî wendakir, ber bi ketinê ve diçe. Cihê xwe bi giştî ji hêzên hîn rastê xwe ye re, gelek kêm caran jî ji hêzên çepê xwe re dihêle. Weke di Komûna Parîs a 1870 an û ya berî wê û di hinek tevgerên ku di 1848 an de di şoreşên hinek welatan de demeke kurt hatine jiyankirin de tê dîtin.

Hêmaneke din a girîng ku divê bi Jakobenîzmê re girêdayî were destnîşankirin, dema ku rabû ser piyan xwe weke hemû netew û ( dema derbasî desthilatdariyê bû) netew-dewlet a nû îlankirina wê ye. Ev netew û netew-dewletgerî, di rastiyê de nav û şêwazê nû ya pîroziya nû ku ketiye şûna pîvanên civakî yên kevneşop ên weke gerdûnîbûn, ekûmenîzm, umetgerayî ye. Ew netew û netew-dewletgeriya nû hatiye îlankirin, ola nû ye. Têgîhîştina wê weke şûna ola kevn ola nû digrê, pêk tê. Ji bo bibin desthilatdar îlankirina bi rengê pîroziyeke nû a civakê şert e. Ger wisa nebe, wê ji aliyê umeta kevn ji holê were rakirin. Gelek tund çêbûna netew-dewletgeriya Fransa, bi bêsînor terorîzebûna şertên îhtîlalê re ji nêzîk ve girêdayî ye. Terorîzebûna îhtîlalê, taybetmendiyeke radîkalîzma çîna navîn e. Carna ji bo bikaribe bibe desthilatdar, pêwistiya gelekî tund û bêmerhemetbûnê dibîne. Dema ku şansê desthilatdarbûnê ji holê rabû, bi rengekî lezgîn ber bi pasîfîzmê ve çûyîna wê jî ji ber heman sedemî ye. Dema ku hêvî û şertên desthilatdarbûnê lewaz bû, beşa ku bi rengekî lezgîn vedimire û zêdetir radestî hêza rastê xwe dibe jî, dîsa ji nav Jakobenan derdikeve. Beşeke wan a kêm jî hîn radîkaltir dibin, yan tevlî komûnîstan dibin an jî bi xwe vediguherin tevgereke komûnist. Di hemû pêvajoyê şoreşgerî yên li Ewropa û piştre jî yê hemû dunyayê, mirov dikare rastî ve rastiyê were. Hêmaneke din a gelekî girîng ku di rastiya Ewropa de divê were zelalkirin, girêdaniya faşîzm û Bolşevîzmê ya bi Jakobenîzmê ye.

Bêguman Jakobenîzm di 1794 an de xilas nebû, hebûna xwe berdewam kir. Li hemû pêvajoyên şoreşê yên piştî xwe, bi rengên guhertî mora xwe lêda. Xwedî roleke bingehîn a desthilatparêzî û netewpareziya du çînên bêsînor e. Netewparêziya Elman û weke rengê wê yê herî bêsînor Nazîzm çiqasî xwedî bingehê Jakoben be, netewparêziya Rûs û Bolşevîzm jî ewqasî xwedî bingehê Jakoben e. Bingehê faşîzma Îtalya jî bi rengekî gelekî vekirî xwe dispêre Jakobenîzmê. Nazîzm û faşîzm ( mirov dikare hemû faşîzman li ser vê zêde bike) şêwazê herî terorîst a desthilatdariya bûrjûwa ya Jakobenan ku yekdest bûye, Bolşevîzm jî ( ji bo heman rengê wê dikare were gotin) terorîzma beşên ku bi navê tebaqaya jêr bûne desthilatdar îfade dike. Di herduyan de jî netew û netew-dewletgerî, bi rengekî bêsînor hatiye îfadekirin û avakirin. Lê belê bi navê çînên cihêreng. Lê nikare were înkarkirin ku bingeheke wan a  hevpar a Jakoben heye. Di vir de hêmanê herî girîng ku pêwîste were ronahîkirin, pirsgirêka di rastiyê de Bolşevîk çiqasî bûne komûnîst e. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku bi tevî hemû îdîayên xwe jî, bingeha Bolşevîkan Jakoben e û bi temamî nekarîne bibin komûnîst, nekarîne veguherîneke komûnîstî derbas bikin. Ji ber desthilatxwaz û netewperestên çînî ne, rê li ber wê vedike ku xwe weke netew-dewlet xeyal bikin. Netew-dewlet jî rejîma dewletê ya bingehîn a kapîtalîzma ku li beramber derdikevin e. Pêşengiya wan a ji endûstriyalîzmê re dema hîşt ku weke modernîstên radîkal derbikevin holê, şûn de ji şoreşê tiştek namîne. Ew ezmûnên sosyalîzma pêkhatî ku di serî de li Yekîtiya Sovyetan û Çînê hatine jiyankirin, vê rastiyê piştrast dike.

Tekîliya Jakobenîzmê bi lîberalîzmê re hîn vekirîtir e. Jakobenîzm weke nêzîkbûneke terorîst a şoreşgerî ya lîberalîzmê rol dileyîze. Ango baskê radîkal a lîberalîzmê ye. Divê mirov lîberalîzmê weke axtapotekî bifikire. Bi tenê milekî na, bi pir milan tevdigere. Du tevgerên ku lîberalîzmê nekiriye nav xwe, nêrîna cihanî ya Katolîk e û tevgera komûnalîst a demokratîk e.

Nêrîna lîberal a ku îdealîzm û materyalîzma oznel û nesnel a guhertî ya îdeolojiya Pozîtîvîst bikar tîne, serdestiyeke îdeolojîk a dahûrandina wê herî zehmet e. Ji Anarşîstan ku nêrînên herî radîkal in, heta tevgerên herî rojane yên femînîst û ekolojîk, nêrînên herî dijber diyar dikin û şêwazên jiyana wan ku di nav xwe de dihelîne, vê rastiyê îspat dike ku serdestiya îdeolojîk a lîberalîzmê ku çavkaniyeke hêzê ya kapîtalîzmê ye.

Bi vî rengî pêwîstiya çêbûna Tirkiyeya modern di nav girêdaniya rastiyên cîhanî û Jakobenî yên kapîtalîzmê de dahûrandin, careke din zelal dibe. Împaratoriya Osmanî li beramberî kapîtalîzmê ku di salên 1870 an de derbasî qonaxa emperyalîst yekdestiyê bû, bi Konferansa Berlînê ya di sala 1878 an de hîn zêdetir kete pêvajoya belavbûnê. Ew nêzîkbûnên netew-dewletgeriyê, ji hundir û derve saziyên împaratoriyê yên kevneşop ên kevn dihejand. Ew tedbîrên reformê ku hatibûn girtin bibandor nedibûn. Rizgarkirina împaratoriyê armanca sereke bû. Ew nêzîkbûna ku weke Tevgera JonTirkan dihate binavkirin, baskeke nêrîna li Ewropa ku di bin rêbertiya Mazzînî ku xwe li împaratoriyê nîşan dida bû. Weke baskê netewperestiya Jakobenîzmê rengê xwe girtibû.

 Yek ji van nêzîkbûnan nêzîkbûnên Îtîhat û Teraqî ku weke miliyetperestiya Osmanî jî dikare were nirxandin, aliyê wê yê taybet balkêş e. Taybetmendiya xwe ya yekem, nêzîkbûneke an jî tevgereke ku ne di nav civakê de, di nav dewletê de xwe rêxistin kiriye. Taybetmendiya duyem a girîng, ji destpêkê de bi rengê netewperestiya dewletê xwe rêxistin dike. Taybetmendiya sêyem, bi destê dewletê weke kapîtalîzm û bûrjûwazî veguherîna sîstemê jiyan dike. Ev hersê taybetmendî, karakterê rastgir ê faşîst a Îtîhat û Teraqî diyar dike. Li beramberî ku Nazîzma Elman û faşîzma Îtalya jî weke tevgereke girseyî destpêkir û piştre weke dewlet xwe rêxistin kirin, bi hemû tiştên xwe ve Îtîhat û Teraqî di nav dewletê de avabûna wê, karekterê faşîst a nijadperestiya herî paşverû ya Jakobenîzmê, heta di rastiyê de ji Jakobeniyê derketiye nîşan dide. Wê nîşan dide ku rêxistineke bêhempa ya di nav dewletê de, li gel dewletê weke rêxistineke dewletê xwe rêxistin dike. Li gorî dewleta kevneşop, weke dewleteke pêşverû na, çêbûna weke dewleteke faşîst nîşan dide. Bi vê rewşa xwe destpêk û rastiyeke mînak e. Piştî wê Hîtler ew ji xwe re weke modelekî girt, ev jî vala nîne. Modela destpêkê ya di nav dewletê de dewletbûne.

Ya hîn balkêştir, di nav dewletê de bi destê dewletê, netewperestiyekê ava dike. Bi tevî ku herçar damezirînerê destpêkê ya vê rêxistinê bingehê xwe Tirk jî nînin, ber bi avakirina netewa Proto-Tirk, agahdariya destpêkê ya pirsgirêka demokrasiyê ya ku giran bibe ye. Ew dewlet û netewa bi hev re avakirine, ji serî ve berovajî hem dewleta kevneşop e, hem jî yê rastiyên sosyolojîk e. Bi temamî di serî de hatiye çêkirin. Taybetmendiyeke din a diyar a karakterê faşîst, bi vî rengî xwe datîne holê. Di serê sedsala 20 an de, çûyîna ber bi komîtageriyê ya cemiyetê, di wateyekê de şerê hundirîn e. Di nav dewletê de dayîna şerê hundirîn, mirov dikare bi komîtageriya çekdarî ya di sala 1906 an de destpê bike. Di nav dewletê de jiyankirina şerê hundirîn jî, mînakeke balkêş û bêhempa ye. Ev gava ku piştre ji bo derbekariyê weke model were girtin, wê bihêle ku demokrasiyên bi şêwazê Rojava jî bê derfet bibin.

Weke dendikê nefermî bikaranîna dewleta fermî, tê wateya binpêkirina herî giran a demokrasiyê. Ya hîn xirabtir dewlet ji dewletbûnê tê derxistin. Wesfê herî pêşçav a dewletê fermiyeta wê û bi qanûnên diyar îdarekirina civakê ye. Bi tevî hemû kêmasiyên wê ve, kevneşopa birêvebirina dewletê ya sultanên Osmanî gelekî pêşçavan e. Exlaqên wan ên diyar û xwedî karakterekî olî be jî, qanûnên xwe hebûn. Serî li textîkên komplo dayîn, di gelek kêm rewşan de, ew jî di encama hinek nêzîkbûnên kesayetan de mumkûn bû. Şêwazê birêvebirina hem dewletê hem civakê ya Îtîhat û Teraqî, ji serî heta dawiyê xwedî taybetmendiyeke komplo û derbeyan bû. Ji dewletbûnê derketin vê rastiyê îfade dike. Di ketina şerê cîhanî yê I. de jî, ev rastî hemû zelaliya xwe ve di dewrê de ye. Dema ku mirov bi kûranî lê temaşe bike, bi rêbazên herî jirêderketî û bûye faşîst, di rastiyê de dewlet nayê rizgarkirin, tê tasfiyekirin. Çetebûna dewletê, tê wateya jiholê radibe. Meşrûtiyeta Yekem û Duyem bi tevî hemû niyetên xwe yên baş jî, berovajî armancê xwe piştgirî daye têgîhîştina dij-meşrûtiyetgeriyê, dewleteke çeteger an jî bêdewletiyê. Çetegeriya bûrokratîk dewleta nû xistiye nav şêwazeke ku li ya kevn bigerin.

Ew têkçûna faşîzma Elman ku di sala 1945 an de jiyankir, bi navê Tirkbûnê faşîzma Îtîhat û Teraqî di sala 1918 an de jiyankiriye. Weke din jî nedibû. Dewlet bi çetebûna di nav xwe re gelek berî wê di nav têkçûnê bû. Di sala 1918 an de li  Anatoliya û Mezopotamya bi tenê dewlet na, civak jî rûberûyê dagirkeriyeke vekirî mabû. Qeyrana dewlet û demokrasiyê bi rewşeke herî kûr dihate jiyankirin. Li beramberî vê, ew amûrên dewletê yê ku şûn de mane û hêzên civakî ji derbasbûna rewşa mudafaaya nefsî ango parastina cewherî zêdetir tu çareyek nedîtibûn. Li beramberî vê wêneyê rêbertiya Mistafa Kemal vekiriye ku taybetmendiyeke Jakoben tîne bîra mirov. Dagirkeriya vekirî gav bi gav pêş diket. Ew beşa serdest a rêberiyê ya kevneşop, zû de bi hêzên biyanî re ketibûn nav hevkariyê. Asta rêbertiyê ya tevgera komûnîst a ku gelekî lewaze, nîne. Tişta dimîne bi navê tebaqaya navîn ya herî radîkal û rêxistinkirî, şansê ketina tevgerê ya bi navê hemû civakê dimîne. Mistefa Kemal hem weke kesayet ji ber pêwîstiya şêwazê mezinbûnê, hem jî weke zanebûna taybet û îrade weke cilek anjî ajokerek guncav a van şertan e. Weke din baş zanîna wî ya Fransî, di baş fêmkirina Fransaya Komara Sêyemîn ku rêgezên Jakobenîzmê pejirandiye de ,hêsaniyek avakiriye. Komarparêziya Jakoben baş fêmkiriye. Ji aliyê rêxistinbûnê de asta wî girîng e. Hem li beramber rêveberiya Îtîhat û Teraqî muxalifmayîna wî, hem jî piştî ku ev rêveberî belav bû, bi koma xwe re hevgirtinek avakir, vê jî ji bo şansê rêbertiya Jakobenîk piştgiriyeke mezin daye. Ya ku dimîne derbasbûna asta rêbertiya fîîlî ye.

Mistefa Kemal di sala 1919 an de, çawa dest bi rêbertiya fîilî kiriye tê zanîn. Di vir de pirsa bingehîn ku were pirskirin, fermandariya dagirkeriyê ya Îngîlîz û Sultan Wahdetîn çawa derbas kiriye, di vir de dibe girêk. Bersiva vê pirsa ku dibe mijara gelek spekûlasyonan, li gel derbasbûna rêbertiya fîilî êdî girîngiya xwe wenda dike. Pêvajoya ku di sala 1920 an de bi îlana MMMT ( TBMM) destpêkiriye, di rastiyê de dijberbûna dagirkeriyê zêdetir, şoreşeke civakî îfade dike. Naveroka meclîsê û armancên wê vê rastiyê îspat dike. Hêmanê herî girîng ku pêwîste were destnîşankirin, di vê şoreşê de rolê bingehîn hêzên dewletê yê belavbûyî na, hêzên civakî leyîstine. Ger hêzên civakî piştgirî nedaya, amûrên dewletê yên binexweşî û belavbûneke kûr jiyan dikirin, nedikarîn tevgera şoreşgerî birêvebibin. Mistefa Kemalê ku ev rewş gelekî baş fêm kiribû, bi israr meclîs weke yekane çavkaniya rewabûnê nîşan dida, ev jî  tê fêmkirin. Herçiqasî meclîs di wê asta kûrbûnê de nebe jî, di ferqa şertê îhtîlalê de ye. Piranî hêzên civakê temsîl dike. Wasfê demokratîk a meclîsa destpêkê vekirî ye. Bi binesaziya xwe ya olî, milî û çînî, ew sînorên Mîsak-ı Milî ku ji xwe re esas digre, asta wê destnîşan dike. Heta dawiyê li beramber dagirkeriyê derdikeve. Naveroka olî ya civakî, ji naveroka milî pêşdetir e. Tirk û Kurdên misilman, hêzên civakî yên esasî ne. Li beramberî komûnîzmê dijmin nînin. Di şexsê Lenîn de bi Enternasyonala Komûnîst re, di nav dostaniyê de ne. Mora çîna navîn li ser heye. Beşeke girîng a bûrokrasiyê û eşraf ji vê çînê ne, vê tevgerê ji bo pirsgirêka mirin û mayînê weke çareserî dibînin. Ger hîn zelal bikin, hêzên ku di Meclîsa Tirkiyê de îtîfaqa wan hatiye pêkanîn, weke îdeolojîk miliyetperestên Tirk ên laîk ku bingehên wan çîna navîn e, weke umetperestên Îslamî yên ji derûdor û eşîretan rêberên Tirk û Kurd, ji tebaqaya jêr sosyalîstên ku hezkirina wan ji Bolşevîzmê re hene. Herçiqasî diyar nebe jî, ev nêzîkbûn û nûnerên wan di şertên dagirkeriya vekirî de, weke hêzên civakî ketine tevgerê.

Rêbertiya Mistefa Kemal herçiqasî mijûlbûnekî pêwîst bike jî, hatiye qebûlkirin. Sengergirtina hêzên civakî pêşî li dagirkeriya vekirî girtiye. Salên di navbera 1920-1924 an pêvajoyeke şoreşê ku aliyê xwe yê dijwariyê û leşkerî girantire. Weke pêvajoyeke Jakobenîk serkeftî derbas bûye. Vê serdemê ji aliyê demokratîkbûnê de derfeteke girîng pêşkêş kiriye. Bi îlankirina komarê ya di sala 1923 an, vê derfetê berdewam kiriye. Lê belê bi destûrabingehîn a 1924 an, gelekî ketina şûn destûrabingehîn a 1921 an, bi hilbijartina 1923 an çewisandina pirdengiya li Meclîsa Tirkiyê, bi hinceta serhildana Kurd a 1925 an li dervehîştina Kurdan, vê derfeta dîrokî berovajî kiriye, tercîha sîstemeke yekpartî ya serdest çêbûye.

Ji bo çi û çawa derbasî vê pêvajoyê bûne, mijareke rojevê ya girîng ku hîn jî nîqaşa wê berdewam dike ye. Lê belê di encam de di Rêbendana 1921 an de, bi komployê qetilkirina pêşengê PKT Mistefa Sûbhî û kadroyên pêşeng, ew surgûna Saîd-î Nûrsî û Mehmed Akif ku du şexsiyetê girîng ên Tevgera Îslamî ne ku di sala 1923 an de jiyankirine, komplo û provakasyonên ku di serhildana Kurdan a di sala 1925 an de hatine jiyankirin, sedem û hêzên li pişt kê û çi dibin bila bibin, vekirî îspat dike ku îtîfaqa demokratîk xirabûye û pêvajoya serdestiyê hatiye esas girtin. Di nirxandina pêvajoya serdestiyê de Mistefa Kemal berpirsiyar girtin, wê rê li ber nedîtina sedemên esasî vebike. Mistefa Kemal rolê xwe yê dîrokî di pêşî lêgirtina dagirkeriyê û di îlankirina komarê de, di asteke têr dike de leyîstiye. Lê nekariyê îtîfaqa demokratîk a komarê biparêze, pêşî li xirabûna wê bigre. Di vir de sedemên hundir û derve, ji gelekî jor rolê kesayetan bi bandor bûye. Di hundir de yên ku serhildana Kurd tehrîkirin û nokerên saltanatê, di lidervehîştina Kurdan de roleke girîng leyîstine. Di rastiyê de jî, di dengdana veşartî ya di sala 1922 an de li Meclîsa Tirkiyê hatiye kirin, li beramberî 63 dengan bi 373 dengan biryara damezirandina meclîseke ku xwe dispêre xweseriya ji bo Kurdan hatibû qebûlkirin. Di serê sala 1924 an de Mistefa Kemal, di daxûyaniyên ku bi xwe dane de, behsa projeyên çareseriyê ku di wateyekê de tê wateya xweseriya demokratîk, ji bo Kurdan dikir.

Lidervehîştina Kurdan ji biryara paqijkirineke etnîkî ya Mistefa Kemal zêdetir, bi provakasyonên Brîtanya ku li gel alîgirên saltanatê bi tevî Misak-ı Mîlî ji bo ku Mûsil û Kerkûk li derveyî sînoran were hîştin hatibû pêşxistin re girêdayî bû. Bi rengekî vekirî ev hatiye kirin: Li beramberî Mûsil û Kerkûk – weke li beramberî Rûm û Ermeniyan hatiye kirin- ber bi lihevkirineke tasfiyeyê çûne. Komarê ji bo çi li beramber tawîzên dayê împaratoriya Brîtanya ku li hember wê şerê serxwebûnê meşandibû, Kurdan avête derveyî sîstemê? Ev ji xeletiyeke dîrokî zêdetir, bi tercîhekê re pêwendîdar e. Wisa tê fikirandin ku êdî pêwîstî bi îtîfaqa  Kurdan re nemaye. Weke din ji piştgiriya Îngîlîzan a ji Kurdan tirsek heye. Lihevkirina ku hatiye pêkanîn, dişibe hevpeymanên bi Yunaniyan, Rûsan û Fransizan re hatiye kirin. Di vê rewşê de hîn di salên destpêkê ya damezirandina Komarê de, gava herî girîng a dij-demokratîk hatiye avêtin, yek ji wan di mijara Kurdan de ye. Encamê wê jî êş, wendahiyên madî û herdem Komar di aliyê dij-demokrasiyê de biçilmise ku ev heta roja me berdewam dike, derketiye holê.

Xirabkirina îtîfaqa bi umeta Îslamî re jî gava duyem a girîng a dij-demokratîk e. Herçiqasî di bin navê laîkbûnê de, li beramberî umeta Îslamî herdem kampanyayeke îdeolojîk û pratîkî were berdewamkirin û pirsgirêk weke paşverûbûn- pêşverûbûn were pêşkêşkirin jî, tiştên ku pêkhatin tercîhkirina serdestiyê ya sîstemê bû. Kirina bin serdestiyê ya têgîhîştin û girseya umeta Îslamî ku giraniyeke civakî ya serdest bû, pêngava dij-demokratîk a bizanebûn a modernîteya kapîtalîst ku ketine nav de bû. Di vê de jî di serî de împaratoriya Brîtanya, rolê hêzên serdest en li Ewropa li pêş in girîng e. Ev tercîh bi pejirandina wan re çêbûye. Komara Tirkiyê ya nû, ji hundir û derve ji umeta Îslamî qutkirin, weke armanceke stratejîk hatiye pêş dîtin û ji vî aliyî ve helwest hatiye nîşandan û tercîh hatiye kirin.

Nûnerê beşa karker jî, hê di destpêkê de hate xwestin ku li derveyî sîstemê werin girtin. Bi tenê qetilkirina Mistefa Subhiyan na, herdem qedexekirin û girtina wan, ji ber tercîha li dervehîştina sîstemê derdiket holê.

Serdestiyeke bûrjûwa ku dixwestin xwe di bin baskê parastina komarê de ava bikin, mijara gotinê bû. Bi bikaranîna mutefîkên xwe yên stratêjîk, ji modernîteya kapîtalîst destûra desthilatdariyeke di bin serdestiya xwe de wergirtiye. Dewleta nû ku bi Kongreya Îktîsadê ya İzmîrê, hîn di dema îlankirina komarê de tercîha xwe ya kapîtalîzmê bi rengekî vekirî nîşan daye, bi şoreşên medenî tercîha xwe ya modernîteyê daniye holê, mutefîkên xwe li derveyî sîstemê hiştiye, bi rengekî vekirî hilbijartina xwe ji aliyê şaristaniya Rojava pêkaniye, mijara gotinê ye. Li vir ji kesayeta Mistefa Kemal zêdetir, têgehên dema konjonktûrel û binesazî derbasdar e. Komara hatiye îlankirin dana jiyankirin, ji dostaniya bi împaratoriya Brîtanya derbas dibû. Herçiqasî bi rêveberiya li Moskovayê re hevpeymaneke dostaniyê hebe jî, dostaniya esasî divê bi eniya Brîtanyayê re bûya.

Rastiya ku mora xwe li polîtîkaya derve ya Mistefa Kemal daye ev e. Dema ku em rastiya Mistefa Kemal tînin pêşçavên xwe, fêmkirina tiştên çêdibin jiyan dibin zêde zehmet nîne. Bi rengekî vekirî komar bi tenê lihevkirina bi împaratoriya Brîtanya re dikaribû were jiyankirin û wisa jî hatiye kirin. Binesaziyeke siyasî ya temamî bi polîtîkaya Brîtanya re ya di vê serdemê de lihevdike, mijara gotinê ye. Destûr hatiye dayîn ku komar bibe netew-dewletek, li beramberî vê Kurd, Îslamî û Sosyalîst li derve hatine hîştin. Ger ev lihevkirina bi polîtîkaya Brîtanya re nebûya, komarê mutefîkên xwe yên bingehîn ji nedîtî ve nedihat. Di tercîha netew-dewlet de çûyîna serdemê ya ber bi rejîmên konjonktûrel, otorîter û faşîst bibandor bûye. Bi taybetî piştî salên 1930 an de ev tercîh hîn diyarker e. Demeke dirêj tercîha komarê bi rengekî vekirî aliyê şaristaniya Rojava çêbûye. Tercîha Sovyet û jinûve vegera şaristaniya Îslamî tu carî neanîne rojeva xwe.

Di komara Tirkiyê de, meşandina netew-dewlet a bi miliyetperestiyeke bêsînor, ji hercûre gaveke demokratîk hîn girîngtir hatiye dîtin. Weke ku tê bawerkirin, Mistefa Kemal di vê ezmûnê de li herî pêş nîne. Ezmûna Firkaya Serbest a di sala 1930 an de, bi kûranî pêwendiya wî bi lêkolînên di derbarê Sumerî û Hîtîtan, nîşan dide ku di nav lêgerîna welatpareziyeke demokratîk û nijadperest nîne û xwe dispêre dewlemendiya çandî ya Anatoliyê. Berdewamkirina bernameya netew-dewlet a bi hemû bêsînorî û lezgîniya xwe, bi hêza kenveşopiya Îtîhatparêz ve girêdayî ye. Derveyî Mistefa Kemal kesekî ku bi vê kevneşopê re têkoşînê bike nebû. Berovajî di serî de Îsmet Înonû, Fewzî Çeqmaq û Kazim Karabekîr, beşeke zêde bûrokrasiya leşkerî û sivîl ku li pêş in, bingeha wan Îtîhat û Teraqî ne, hîn jî şopgerê tund a vê kevneşopê bûn. Tişta guhertî bi tenê ji alîgiriya Elman ber bi alîgiriya Îngîlîz çûyîn çêbibû. Tiştên ku piştî sûîkasta Îzmîrê çêbûne, nîşan didin ku Mistefa Kemal di bin tecrîdeke tam de maye. Mistefa Kemalê di salên 1926-1927 an, di rewşeke wisaye de ye ku di nav çerxên bûrokrasiyê de li Çankayayê hatiye kilîtkirin. Dema ku tê gotin ne hukmê kesayetan hukmê konjontûrê di meriyetê de ye, hatiye xwestin ku girîngiya vê rastiyê were destnîşankirin. Ew tevgera Siyonîst a ku bi împaratoriya Brîtanyayê ve girêdayî ye, pêşniyara wan a heta damezirandina Îsraîlê ya di sala 1947 an de, Tirkiyeya nû weke welatê esas a di vê pêvajoyê de, divê mirov di pêşçavan re derbas bike.

Bi kurtayî serdema komarê ya heta mirina Mistefa Kemal, di nav binesaziyeke bi îdeolojî û pêkanînên kevneşopa Îtîhatparêz a netew-dewletê ya tund û bêsînor ên dij-demokratîk û serdest çêbûye. Bi tevî ku di pêş de hatiye dîtin jî, pêşketina kapîtalîzma dewletê û endûstriyalîzm sînordar maye. Modernîteya kapîtalîst ku jê re tê gotin şaristaniya Rojava ya Hemdem, serdestiya xwe bi tenê di bin rejîmeke yek partî ya otorîter de meşandiye. Pirsgirêka demokrasiyê heta dawiyê giran bûye, piştî şerê cîhanê yê duyemîn bi bilindbûna DYE ku hêza serdest a nû ya sîstemê re girêdayî, bi derketina Partiya Demokrat ( DP) a di sala 1945-1950 an de teqandinek çêkiriye. Ya ku bi Partiya Demokrat li ser sîstemê zêdebûye, beşeke derûdora Îslamî ye. Bûyera ku jê re tê gotin di laîkbûnê de paşketin çêbûye, di cewherê xwe de kêmbûna para bûrjûwaziya bûrokratîk a di ranta dewletê de ye. Têkoşîna rantê ji ser laîkbûne tê birêvebirin.

Çepgiriya ku hatiye çewisandin jî dixwaze di vê qonaxê de bikeve tevgerê. Tevgera Kurd hîn di nav gavavêtineke lewaz de ye. Ev sê tevgerên demokratîk ku faşîzma Îtîhatparêz çewisandiye bi dorê dixwazin zindî bibin, komara Tirkiyê ku di bin serdestiya DYE de ketiye NATO yê jî, ji parastina Îngîltere derbasî parastina DYE dibe. DYE vê parastinê bi teşkîlata Gladio pêktîne. Di navbera salên 1950-2007 an de hemû binesaziya leşkerî-siyasî di bin venêrîna Gladio de kar dike. Fêmkirina derveyî qonaxa Jakobenîk a di sala 1920-1922 an de, hemû pêvajo di bin kontrola modernîteya kapîtalîst de pêşketiye, ji bo pirsgirêka demokratîk girîng e. Serbixwebûn xeyaleke bûrjûwaziya biçûk e û rastiyê îfade nake. Sîstemeke ku modernîteya kapîtalîst serdestiya xwe ya cîhanî çêkiriye de, tu welat û dewlet serbixwe nabin. Komara Tirkiyê ji ber taybetiya Anatoliya, dewleta ku herî zêde di nav tora girêdaniyê ya sîstemê ye.

Teşkîlata Gladio ku piştî şerê sar êdî girîngiya xwe nemaye, ji ber sedema PKK heta sala 2007 an li Tirkiyê bibandor bûye. Gladioya NATO ya li Tirkiye di bin navên cihêreng de karûbarê xwe birêve dibe, di wateya bûrjûwa de jî şans nade demokrasiyê. Komara Tirkiyê di navbera salên 1925-1990 an de, heta belavbûna Sovyetan xwedî rolekî dij-Sovyetîk bû, piştî salên 1990 an hate xwestin ku di modernbûna kevneşopa Îslamî de weke welatekî model were bikaranîn. Di evqas bikaranîna Komara Tirkiyê de roleke mezin a binesaziya komîtager-derbekar a di nav dewletê de heye. Bikaranîna eniyên cihêreng a li beramberî hev, vê derfetê diafirîne. Şerê çeteyan a di nav dewletê de, pirsgirêkên civakî biqasî ku tê bawerkirin hîn wêdetir girantir dike. Tevgereke demokratîk ku derbikeve, weke dawiya xwe dinirxîne, livandinên herî biçûk ên demokratîk jî diperçiqînin.

Ji bo şaristaniya Rojava wateya Tirkiyê, bi tenê piştgiriya ku ji bo ewlekariya xwe dike û hêza bazar û ya erzan ku pêşkêşî aboriya wê dike re sînordar e. Têkoşîna Komara Tirkiyê ya bi PKK re, bi tenê polîtîkaya sîstemê zelal nekir, ew jî îspat kir ku nakokiya PKK bi sîstemê re ye. Hate fêmkirin ku cihêbûna Kurd û Tirk nabe armancek. Danî holê ku têkoşîna demokrasiyê ya rasteqîn a li Tirkiyê, cara yekem ku rastiya sîstema serdest ji vî aliyî ve derkete holê, rengeke radîkal wergirt. Fêmkirina rastiya şerê PKK bi komarê re nîne, pêwendiya xwe bi dij-demokratîzmê re heye, girîngiyeke xwe ya mezin heye. Li beramberî tengasiya ji ber netew-dewletekî, netew-dewletokekî derketin, tê wateya demokratîkbûneke bibiryar. Ev jî tê wê wateyê ku pirsgirêka demokrasiyê ku gelekî giran bûye, ketiye pêvajoya çareseriyê.

Di encam de, pirsgirêkên ku serê sedsala 11 an de, di baskên Oguzan de zêde dibûn xwesteka ber bi Îslamiyetê çûyînê ve çareserkirina wan, destpêka pirsgirêkên demokratîkbûnê yên îro li Tirkiyê ava dike. Hiyerarşiyên jor ên van şaxan, dixwestin bibin dewlet û pirsgirêkên xwe çareser bikin, beşên xizan ên li jêr di bin navê Tirkmen de li Rojhilatanavîn belavbûn, jiyana xwe ya di rewşa demokrasiya sereta û xwezayî xwestin berdewam bikin. Taybetmendiyên tebaqaya jor a etnîkî, di nav çanda Ereb û Fars de heliya, şaxên Tirkmen taybetmendiyên xwe yên etnîkî heta roja me jî veguhestin. Arîstokrasiya şaxan weke rêveberiyên dewletê û fermandarê leşkerî di şaristaniya navendî de  cîhê xwe girtin, Tirkmen bi tevî ku jiyanên wan ên koçberiyê ya kevn giraniyê de be jî, tevlî jiyana nîvniştecîhî bûn. Zêdetir bi gelên niştecîh re têkel bûn. Rejîma hem di dema Selçûqî û Atabegan, hem jî ya di serdema Osmaniyan de, bi rengê şaristaniya hevpar a arîstokrasiya feodal pêşket, ew rewşa dinavhevdebûnê ya di asta gelan de, weke rewşa xwezayî ya jiyanê berdewam kir.

Bavûkalê Tirk û Kurdan ên îro, herçiqasî di navbera wan de hinek nakokî werin jiyankirin jî, di wê ferqê de bûn ku di nav têkîliyeke stratejîk de bûn, roleke jiyanî dileyîze. Em dibînin ku hîn di sedsala 11 an de, di vekirina deriyên Anatoliyê ji şaxên Oxuzan re û şerên li beramber artêşên Haçliyan de, herdu gel di nav stratejiyeke hevpar de tevdigerin. Ev girêdanên stratejîk ku begayetiyên Tirk û Kurd derbas dikirin, bi tenê li beramberî împaratoriya Bîzans çênebû, li beramberî Haçliyan jî sînordar nema, li beramberî sultanî, şahî û emîriyên Ereb û Farsan jî derbasdar bû. Avakîrina eyaleta Kurdistanê cara yekem di dema Selçûqiyan de, vê rastiyê îspat dike. Ev têkîliya di xanedaniya Eyûbî ya Kurd de hîn balkêştir bû, di serdema Artûkoğulları, Karakoyunlar û Akkoyunlar de, hebûna xwe berdewam dike. Pirsgirêkên ku împaratoriya Osmani di dema berbelavbûna ber bi Îran, Erebîstan û Kafkasyayê de rûberû dibûn, di encama mijûlbûnên demdirêj dîplomatîk ên Îdrîsî Bîtlîsî, bi yekîtiya ku bi begayetiyên Kurdan re tên derbaskirin. Împaratorî du qat mezin dibe. Di navbera du civakan de, bi asîmîlasyona xwezayî şibandin çêbûne û taybetmendiyên çandî yên hevpar gelekî berfireh hatine jiyankirin. Tirkmenên ku koka xwe Kurd in, Kurdên ku koka xwe Tirkmen in zêdebûne.

Dema ku modernîteya Ewropa bi Napolyon di serê sedsala 19 an de veguherî pêngaveke stratejîk û kete nav çanda Rojhilatanavîn, pêkanînên dagirkeriyê û desteserkirinê yên her ku diçû zêde dibûn, tewazinên heyî ji kûranî hejand û ber bi guhertinan ve bir. Ew jiyan û çanda modernîteya kapîtalîst ku di gelê Xrîstiyan de zû pêşket, nêzîkbûnên netew-dewlet hîn gurtirkir. Modernîteya sedsala 19 û 20 an, çanda Rojhilatanavîn a hevgirtineke bi hezaran salî bû, bi hêmanê netew-dewlet perçekir, rê li ber alozî, qeyran û pevçûnên mezin vekir. Împaratoriya Osmanî bi vê projeya netew-dewlet a modernîteya Rojava, hate perçekirin û rûxandin. Cemiyeta Îtîhat û Teraqî ku ji bo di nav dewletê de dewletekî avabike, dest bi komîtageriyê kir, di sala 1906 an de derbasî qonaxa komîtaya çekdarî bû û qeyrana dewletê hîn kûrtir kir. Bi navê sekinandina pêlên netew-dewlet ên modernîteyê, ber bi avakirina netewperestiyeke herî paşverû, şoven û faşîst çû. Ew pêla Tirkperestiyê ku giraniya wan ne Tirk bûn, hem di rûxandina împaratoriyê de, hem jî biêş derbasbûna pêvajoya Komarê de, di dij-demokratîkbûn û xitimandina wê de, bûye sedema diyarker. Biqasî netew-dewletên dijber, piştgirî daye perçebûn û xitimandinê.

Mistefa Kemal dema ku têgeh, hizir û saziyên Komara Fransa ya Sêyemîn weke model ji xwe re hilbijartibû, di sala 1919-1922 an de ( ji aliyekê ve li beramber dagirkeriyên biyanî ku zêde dibûn, ji aliyekî din ve jî li beramberî nokeriya saltanatê) bi şoreşa Jakobenîk derbasî jiyanê kir, ji bo qeyrana dewletê ku dihate jiyankirin sînordar be jî, çareseriyek peyda kir. Komara Tirkiyê li ser xirbeyên împaratoriyê ku ew qeyrana heyî komîtageriya Îtîhat û Teraqî kûrtir kir û ber bi perçebûn û rûxandinê bir, hate avakirin. Beşeke pirsgirêka dewletê hate çareserkirin, lê pirsgirêkên civakî hîn girantir bûn. Projeya Komarê projeyeke modernîteyê bû. Bi pejirandina hêzên serdest ên Rojava ya li Lozanê, derbasî jiyanê kirin. Şoreşa Jakoben a di salên 1920-1922 an de, dikaribû bi tenê xwe bi qeyrana dewletê derbaskirinê re sînordar nehêle. Ger ew hêzên îtîfaq miliyetperestên Tirk ên laîk, sosyalîst, umetgerên Îslam û nûnerên civaka Kurdan, bi komplo û provakasyonên ku hê jî naveroka wan nehatiye zelalkirin  li derveyî Komarê nehatibûna hîştin, bi rehetî Komar dikaribû ber bi demokrasiye vebiguheriya. Çawabe jî serkeftin bi îtîfaqa van hêzan pêkhatibû. Ew li dervehîştina ku bi komplo û provakasyonan hate meşandin,girênedana bi Mistefa Kemal, ji bo dahûrandineke rast girîng e. Ji ber ku li beramberî Mistefa Kemal jî komplo, sûîkast û provakasyon hatibûne pêşxistin. Di vir de para diyarker a kadroyên Îtîhatperest ku Mistefa Kemal dorpêç kiribûn heye. CHP bi nav guhertiye, lê di cewher de şêwazê nû ya Partiya Îtîhat û Teraqî wergirtiye ye. Mistefa Kemal bi ezmûna Firqaya Serbest (1930) şikandina yekdestiya CHP ceribandiye, lê belê nekariye serkeftî be. Piştî sala 1935 an rêzikname û bernameya CHP bi rengekî vekirî Partiya Faşîst a Îtalya ji xwe re weke model pejirandiye, rûberûyî berteka vekirî ya Atatûrk maye.

Divê mirov vê bi girîngî destnîşan bike: Tişta piştî sala 1926 an giraniya kesayetî ya Atatûk nîne, gav bi gav bidestxistina komarê ya kadroyên Îtîhatperest û ezmûna ew zîhniyeta xwe ya faşîst li ser bingeha netew-dewletgeriyeke bêsînor, gîhandina saziyan e. Ew nêzîkbûna Atatûrk a gelekî zelal ku siyaseteke, artêş derveyî siyasetê girtin û avakirina dewleta qanûn, redkirina hêmanên çînî û beşên serdest, li beramberî derve serbixwebûn û azadî, ji aliyê kadroyên ku ew dorpêçkiribûn bi komplo û polîtîkayên îmtiyazê, vala hate derxistin û ev siyaset heta roja me bi derbeyan tê birêvebirin. Ya mijara gotinê, ezmûnên berdewamkirina kevneşopa bi derbeyên hundirê qesrê, derbe û komployên Îtîhatperestan, dewlet ji dewletbûnê derxistin, xistina dest xwe û li ser civakê rêveberiyeke despotîk avakirin e. Li beramberî vê bi rastî jî ji bo ku dewlet weke dewlet were berdewamkirin, gelek têkoşînên girîng ku hatine dayîn hene. Avakirina komarê ya Mistefa Kemal, di serê van hewldanan de tê.

Di pêvajoya modernîteya Rojava de, ev herdu têgîhîştinên ku beramber di nav pevçûnê de bûn, weke ku herdem dewletê di nav qeyranekê de hîştiye, civak jî rûberûyê pirsgirêkên giran hîştiye, nehîştiye ku demokratîzmeke biryardar derbasî jiyanê bibe. Komarê nekariye xwe ji bûyîna deriyê ranta yekdestiyên derbeyan, îmtiyaz û olîgarşiyê rizgar bike, bi rastî jî nekariye were asta dewleteke huqûqê ya laîk, civakî û demokratîk. Sedema vê ya bingehîn jî bêguman tasfiyekirina ew konsensûsa demokratîk a civakî ku di serê salên 1920 an de hatibû avakirin û hewldana serdestiyê ya yekdestiyên derbekar, îmtiyazkar û olîgarşîk bû. Têkoşîna di nav dewletê de tê dayîn, têkîliya xwe bi huqûq, dewleteke civakî, laîk û demokratîk nîne, ya herî mezin bidestxistina ranta desthilatdariyê ye.

Em vê pêvajoyê ji dîroka Komarê heta niha dikarin weke sê dewreyan ji hev cûda bikin. Serdema yekem di navbera salên 1926-1950 an, mirov dikare weke olîgarşiya bûrokratîk otorîter a yekpartî binav bike. Serdema duyem, serdema 1950-1980 an pêvajoya pevçûna hişk û derbeyan ku ji bo jinûve parvekirina ranta dewletê ya di navbera xwediyên axê ku dixwazin bi olîgarşiya bûrokratîk re bibin hevpar, bûrjûwaziya ticaretê û xwediyê pîşe yên ku ji niştecîhên ji derve hatine de tên birêvebirin. Serdema sêyemîn, serdema 1980-2010 pêvajoya ku bi destlêwerdana yekser a kapîtala fînans a cîhanî ku tevlîbûna wê ya diyar a ranta dewletê ye. Taybetmendiya hevpar a hersê qonaxan, dewleta ku pêşketiye û yekdestiyên kapîtal ên taybet ku pêşketin, bi rêveberiyên olîgarşîk ên gelekî tund ku li ser civakê û li ser beşên gel avakirine, ji bo vê bi şerê partî û sendîkayan ku bi armanca bidestxistina dewletê dagirtî derbasbûye. Hêza serdest a ku vê pêvajoyê ji derve kontrol dike, di serdema 1925-1945 an de di rastiyê de împaratoriya Brîtanya û di serdema 1945-2010 an de DYE ye. Piştî salên 1950 an beşekê YE, İMF û banqeya cîhanê jî ji bo vê pêvajoyê bûne hevpar. Rêveberê esas gladioya NATO ye.

Hêzên îtîfaq ên damezirandina komarê jî, li beramberî ew serdestiya li hember wan heye, bi rengekî xwezayî di asta berxwedaniyê de bûne. Herçiqasî di nav van hersê serdeman de ji hev qut û belav bin jî, em dibine şahidê berxwedan an jî hewldanên hevgirtina wan bi sîstemê. Hêzên ku destpêkê ji aliyê hêzên serdest ve hatine derbekirin, çewisandin û qurbankirin hêzên sosyalîst û komûnîst ku bi Rûsyaya Sovyet re girêdayîbûn a di damezirandinê de bibandor bûn. Pêvajoya jiholêrakirinê ya ku bi qetlkirina Mustefa Subhî wan destpêkir, bi girtina Partiya Komûnîst a di sala 1927 an de, bi girtina Hîkmet Kivilcimli û Nazim Hîkmet hatiye kûrkirin. Pişti sala 1950 an zext û girtin ji bo ketina NATO yê weke amûrekê hîn zêdetir hatiye pêkanîn. Sosyalîstên ku bi derbeya bûrokratîk a di 27 Gulana 1960 an de çêbû, herçiqasî xwestin xwe bibînin û gavên demokratîk bînin ziman jî, bi derbeya 12 Adarê ya 1971 an dubare hatine çewisandin. Herçiqasî berxwedana wan heta 1980 an hatibe xwestin were berdewamkirin jî, bi derbeya 1980 an pişta wan hîn zêdetir hatiye şikandin û heta roja me jî bi tu awayî nekarîne werin ser xwe. Hîn jî bêyî ku xwe weke demokrasiya radîkal bigîhînin rêxistineke hevgirtî û piranî bi rengekî belav, bêberpirsiyar û gelekî lewaz hewl didin ku hebûna xwe berdewam bikin. Erkên wan ên ku li gorî hêza xwe gavên aktîfbûnê û demokratîkbûnê biavêjin heye.

Umetperestên Îslamî li beramberî heman derbe, girtin û surgûnên ku rûberû mane, bi berxwedaniyeke hîn kêmtir, lê belê di nav xwe de bertekek komkirine wisa pêşiwazî kirine. Di navbera salên 1923-50 an de, ew berxwedana rewşenbîrî ku di şexsê Mehmet Akîf, Saîd-î Nûrsî û Necîb Fazil de hatiye jiyankirin, hewldana Îslamiyetê ya modernbûnê ye. Di wateyekê de ji biratiya Misilmaniyê ya Tirkiyê û ji bo berxwedana Îslamî ya ji nûve hatiye şirovekirin re rêbertî kirine. Di navbera salên 1950-1980 an de hem li hundir hem li derve, bi hinek hêzên serdest re têkîliyên xwe pêşxistine û bûne hevparê desthilatdariyê ango ranta dewletê, bi rêya kapîtalîzma taybet ketine pêvajoya bûyîna yekdestiya sermayeyê. Tevgera Erbakan, tevgera Îslamî ya wê demê ye. Gelek pêlên hene hêvî û berjewendiyên ji bo temsîla desthilatdariyê îfade dikin. Tevgera Seîd-î Nûrsî ku weke Nûrcîtî berdewam dike, hîn ji binî ve û weke çend milan berdewam dike. Di pîlana piştê ya dîrokî de Nexşîbendiya sedsala 19 an heye. Li gel ku sîstemeke demokratîk a bi wan re sînordar pêş bixin jî, nekarîne bibin xwedî helwesteke demokratîk a bibiryar û sîstematîk. Herçiqasi di navbera salên 1980-2010 an de ji bo xwe di şexsê Tûrgût Ozal de siwaneke parastinê peydakiribin jî, di pêvajoya desthilatdarbûn û sermayebûnê de, herdem ji aliyê olîgarşiya bûrokratîk ve di bin gefan de hatine hîştin. Bi taybetî têkîliyên ku bi DYE, YE, İMF, banqeya Cîhanî û hînek derûdorên sermayeya Ereb re pêşxistine, ew bûne hevparê sîstemê, piştî serokweziriya Necmedîn Erbakan a kêm, di serdema pêşengî û serokweziriya R.T. Erdogan de, ev hevparî hîn mayîndetir bûye.

Ev hêz rûberûyê pirsgirêka demokratîkbûnê ya giran de ne. Li beramberî olîgarşiya bûrokratîk xwe herdem di bin gefan de dibînin. Wê vê gefê an bi pêngava demokratîkbûnê derbas bikin, an jî ger ev pêngav pêş nekeve, bi operasyoneke derbekirin û perçekirinê ya ku weke çepgiran jiyan kir – darizandina Ergenekonê jî vê rastiyê îfade dike- wê asta xwe ya heyî wenda bikin.

Li beramberî olîgarşiya bûrokratî beşa ku asta xwe herî metirsîdar û trajîk e, Kurdên ku di damezirandina Komarê de di asta hêzeke mutefîk de bûn. Bi tevî ku hêmaneke esasî ya komarê û şerê rizgariyê ku nebûya nedibû bûn jî, rewşa ku Kurd xistine tê de gelekî tarî ye û bi gelek komplo, provakasyon û tevgera koçberkirinê re girêdayî ye. Heman polîtîkayeke ku berî wê ji bo Anatoliya ji Rûm û Ermeniyan were paqijkirin, di serdema 1925-1950 an de li ser Kurdan hate ferzkirin û polîtîkayeke Bêkurdkirinê dane jiyankirin, pêvajoya serhildanên 1925-1938 an jî bi vê polîtîkayê ve girêdayî ye. Ev jî tê fêmkirin. Rolê împaratoriya Brîtanya ya di vir de, heman rola di tasfiyekirina Ermenî, Rûm û Asûriyan de ye. Ji zû ve kişandina rejîmeke otorîter a komarê û di girêdana wê ya modernîteya kapîtalîst de, têkîliya bi împaratoriya Brîtanya re diyarker bûye. Mirov dikare bibêje di navbera kadroyên di bin venêrîna Mistefa Kemal û Îsmet Înonû de, milmilaneyeke geleki dijwar heye,  kişandina asta rastgir, dij-demokratîk a komarê di vir de rol leyîstiye, li beramberî ku Mistefa Kemal dostê Sovyetane û helwesta wî ya serbixwebûnê, aliyê din jî bi împaratoriya Brîtanya re di nav têkîliyên piralî de bûye.

Piştî serhildanê li pirsgirêka Kurd weke hatiye xilaskirin hatiye temaşekirin. Livandineke herî biçûk jî weke zindîbûna yê mirî hatiye şirovekirin û yekser hatiye perçiqandin. Serdema 1950-1980 an ji bo Kurdan, bi îspatkirina hebûna xwe ku pirsgirêka herî mezine re derbasbûye. Hemû nîqaş li derûdora pirsa " Kurd hene yan nînin?" pêşketiye. PKK bi derketina xwe ya li ser bingeha derbaskirina vê pirsê û ketina pêvajoya rizgariyê, bi rengekî objektîf bi navê hemû muxalefetê bûye hêza esasî ya serdema 1980-2010 an. Bi derbeya 12 Îlonê 1980 an ev serdema ku pirsgirêka demokratîkbûnê heta dawiyê giran bûye, di giştî cîhanê de binpêkirina mafên mirovan tê jiyankirin, di nav dewletê de çetebûn serdest bûye, piştî ku DYE piştgiriya xwe ji tevgera Ergenekon kişand ku ew jî xwe jinûve weke Gladioya Tirk rêkûpêk dike, biencam bû. Di Sermaweza 2007 an de, ew lihevkirina di navbera DYE û komara Tirkiyê de çêbû, li ser bingeha li beramberî tasfiyekirina PKK, tasfiyekirina Gladioya Tirk, ew hêmanen ku li berxwedidin dayîna dadgehê, hêmanên din jî kişandina nav saziyên bisîstem ên dewletê bû. Tam di vê  xalê de, em bûne şahidê nîqaşên herî mezin ên demokratîkbûnê û hewldanên jinûve veguherîna komareke destûrî û demokratîk.

 Wê çawa ji vê qeyrana ku ya herî mezin a dîroka komarê ye û bi hemû lezginiya xwe berdewam dike û hem di nav dewletê de hem jî dina nav civakê de tê jiyankirin derbikevin, wê helwestên hêzên heyî destnîşan bike. Nîqaş û lêgerîna destûrabingehîn a demokratîk, hem sedem hem jî encama vê qeyranê ye. Ya rast herdu di nav hêzeke aktîf ku hevûdu ava dikin de ne. Di vê rewşê de pirsgirêka Kurd dîsa sereke ye. Di rastiyê de ev rastî bi pîvaneke kûr a dîrokê re girêdayî ye; ew jî pirsgirêkên civakî tu caran bi zorê nayê çewisandin, dema ku derfet dît ji herdemê hîn dijwartir wê xwe bide hîskirin. Serdema 1920-1925 an ji vî aliyî ve weke serdemeke herî balkêş jinûve weke xwedubarekirin tê jiyankirin. Lê belê vê carê hemû mutefîqên damezrînêr ji bo çewisandinê na, ji bo jinûveavakirina komara demokratîk ku di dema xwe de nehatibû avakirin, weke ku bangî ser kar tên kirin. Şiroveya ew xeta zirav a di navbera dîrok û niha de û ev jî weke xwedubarekirin ku tê jiyankirin, derfet û şans dide ku ev rastî hîn rastir were fêmkirin û rolên dîrokî were leyîstandin.

 

B- DERKETİNA Jİ QEYRANÊ Û ÇARESERİYA DESTÛRABİNGEHÎN A DEMOKRATÎK

 

 

Di navbera hemû aliyên civakî de, di derbarê demokratîkirina Tirkiyê de konsensûseke zimnî hatiye avakirin. Tişta nîne, ev xwesteka zimnî û dîrokî veguherandina îradeyeke ku jiyan dike. Destûrabingehîn a demokratîk, heqîqeta vê rastiyê û îfadeya vê ya cewherî ye. Beşa duyem a vê nirxandinê, bi taybetî jî beşa pîvanan, wê ev xwesteka demokratîk a dîrokî bi kîjan destûrabingehîn a demokratîk re were pêşiwazîkirin, çarçoveya di vê derbarê de pêşkêş dike. Ev pîvanên ku xwe dispêre têgeh û hizirandinên zanistî, li ser bingeha derketina ji qeyranê û destûrabingehîn a demokratîk, ji bo jinûveavakirina komarê, mirov dikare jinûve bi rengekî gelekî kurt û cewherî îfade bike.

 

1- Netewa Demokratîk: Pênaseya netewa demokratîk ku xwe dispêre esasa biqasî ji her çandî, ji her kêmnetew û olî ( têgîhîştina nasnameya vekirî û nerm), ji kesayetên ku maf û azadiyên bingehîn bi hevre parvedikin, bi vî rengî mafên kolektîf û takekesî jihev nayên cûdakirin, di nav ahengiya bi pênaseya welatê hevpar, xwedî taybetmendiyeke ku hevgirtina herî berfireh pêktine.

2- Welatê Hevpar ( Welatê Demokratîk): Divê bêyî ku bikine malê etnîsîteyekê an  komeke olî, bêyî ku biçin nêzîkbûneke yêdinkirinê, civaka ekolojîk, aborî û demokratîk û takekesên azad, mekanekî ku weke hemwelatiyên demokratîk tê de jiyan dikin, were pênasekirin. Ev pênase bi tena serê xwe xwedî wateyekê ye ku xwedî dewlemendiyeke bikare hevgirtina herî berfireh pêk bîne ye.

3- Komara Demokratîk: Pêwîstiya ku divê dewlet weke ku yê bi esasî taybetmendiyên laîk, huqûqî û civakî diyar dike û pêktîne, civaka demokratîk ji xwe re esas bigre. Civaka ku tê de demokrasî birêve diçe, weke rengê dewletê ya herî baş komar e. Di komareke wiha de taybetmendiyên laîkbûnê, civakî û huqûqî weke encam derdikevin holê.

4- Çareseriya Demokratîk: Saziyên komarê û saziyên civaka demokratîk bi hev re di nav aştiyê de hebûna wan, esasê çareseriya demokratîk e. Di nav vê pênaseyê de, netew-dewlet, kapîtalîzm û yekdestiyên endûstriyalîzmê, bi saziyên civaka demokratîk ên konfederalîzma demokratîk, aborî û ekolojîk komûnalîzm, jiyaneke di nav aştiyeke ku xwe dispêre lihevkirinê de qebûl bikin. Vekiriye ku dewleteke bêdemokrasî çiqasî tê redkirin, demokrasiyeke bêdewlet jî nayê ferzkirin.

5- Jihevnebûna Mafên Takekesî û Kolektîf: Civak hebûnên ku bi qasî kolektîf in, ewqasî jî takekes in, çiqasî takekes in ewqasî jî kolektîf in. Herdu ji hev cûdakirin dereweke lîberal e, bi armanca dagirkerî û zextê ye. Pêşîlêgirtina vê leyîstokê, bi tenê mafên takekesî û kolektîf weke goşt û neynok bihevre were jiyankirin mumkûn e.

6- Serbixwebûna Îdeolojîk û Azadî: Heta ku di giştî de serdestiya îdeolojîk a şaristaniya çînî, bi taybetî jî ya modernîteya kapîtalîst neyê derbaskirin, çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûnê wê seqet û kêm bimîne. Bi taybetî bi pozîtîvîzma Ewropayê, çanda Rojhilat û Rojhilatanavîn bi azadî dahûrandin û ber bi çareseriyên demokratîk veguhestin zehmet e. Ewên ku bi tenê di nav xwezaya civakî ya xwe de û dîroka xwe bi azadî gîhandine têgeh, hizirandin û saziyan, dikarin bigîhêne van dahûrandin û çareseriyan, jiyana azad pêkbînin.

7- Dîrokîbûn û Nihabûn: Biqasî ku dîrokê şertê kêliya niha avakir, niha jî ewqasî dîrokê pêşçav dike. Ferqa di navberê de, derfeta deslêwerdana niha ango şansê azadkirinê pêşkêş dike. Weke ku dîrokeke bê niha nabe, nihayeke bê dîrok jî nabe. Hewldana modernîteyê ya bêdîrokirinê, civak û takekes bêhafizakirin e, bi rêya bêexlaqkirin û bêpolîtîkakirinê, bi hêsanî kişandina zextê û dagirkeriyê û şerê fêrkirina vê ye ku divê ev bi temamî were redkirin.

8- Exlaq û Wicdan: Di dahûrandina pirsgirêkên civakî û di pêkanîna demokratîkbûnê de, nêzîkbûnên aborî û polîtîk bi tena serê xwe têr nakin. Civak ji aliyê hebûna xwe ve, ji serê dîrokê heta niha bi exlaq û wicdan, herdem di nav hev de jiyan kiriye. Ew şerê ku modernîteyê li beramberî exlaq û wicdana civakî destpêkiriye, bi armanca rewakirina zext û dagirkeriyê ye, çareseriyên aborî û polîtîk ku çavkaniya xwe ji vê digrin jî, di cewher de weke ku ne mumkûn in, pirsgirêkên civakî hîn zêdetir giran dikin û hewldanên demokratîkbûnê vala derdixin. Di çareseriya demokratîk a pirsgirêkan de, divê teqez mirov serî li pîvana exlaq û wicdan ku cîh nade pîvana hêzê bide.

9- Parastina Cewherî ya Demokrasiyan: Bi tenê hebûnên zindî na, hebûnên ku weke nezindî tên binavkirin jî, herdem û li her cîhî, bi sîstema xwe ya parastina cewherî jiyan dikin, ev jî tespîteke zanistî ye. Ji ber wê jî civak, sazî û takekesên civaka demokratîk, li beramber hêmanên modernîteya demokratîk ( netew-dewlet, kapîtalîzm û endûstriyalîzmê) divê xwedî sîstema parastina cewherî ya ku têr dike bin. Ev jî pêwîstiyeke jêneger a jiyana azad û wekhev e.

Li Tirkiyê dema em ber bi çareserkirina pirsgirêka demokratîkbûnê û ya Kurd ve diçin, ev nirxandinên dîrokî yên bi kurtayî hatine kirin û ew pîvanên ku ji bo komara destûrî ya demokratîk bi cewherî hatiye destnîşankirin, ez bawer dikim ku ev tişt ronahîkirine û dahûrînêr bûne. Li ser vê bingehê pirsgirêka Kurd bi hêsanî di yekparebûna demokratîk a Tirkiyê de rûniştandin û dahûrandin, modeleke çareseriyê ya guncav an jî alternatîfên dikarin çêbibin, pêşkêşkirina wê yê mumkûn be.

 

BEŞA IV. PİRSGİRÊKA KURD Û ÇARESERİYÊN DİKARİN ÇÊBİBİN

 

Dibe ku pirsgirêka civakî ya destpêkê bi şaristaniya çînî re destpêkiriye, di derbarê orjînên Kurdan re pêwendîdar be. Di bilindbûna şaristaniya Sumeriyan de, têgehên herî zêde derdikeve beramberî me Kûrtî, Hûrrî, Gûtî, Arî heman bingehan tîne bîra mirov. Ev têgeh tê wateya " Çiyayî"," Gelê Çiyayî" ku tê zanîn, ji bo Kurdên îro jî weke navekî tê gotin. Şaristaniya Sumer weke antîteza civaka neolîtîk pêşket. Bi gotineke din, geliyên deştî yên Mezopotamyaya jêrîn, Dîcle-Firat, li beramberî geliyên Çiyayî- Tepeyan, li beramberî Mezopotamyaya Jorîn weke alternatîf pêşketina wê îfade dike. Pirsgirêkên civaka Neolîtîk bi vê pêşketinê ve girêdayî ye. Bêguman bahskirina civaka Neolîtîk û Kurdbûna bi roja me re yekser weke hev e, tespîteke zanistî nîne. Lê belê di navbera ew mîrasa civaka neolîtîk ku hîn jî jiyan dike û civaka berî 10000 salî de, şibandinên ku hene tesadûfî nîne. Dîroka civakî dibêje ku divê ew xelekên girêdanê yên di navberê de bihêz bin. Arkeolojî û etîmolojî behsa wê şibandina di navberê de gelekî bihêztir e. Ew civaka di quntara silsileya çiyayên Zagros-Toros de, taybetmendiya xwe ya Kurdên destpêkê îhtimala xwe bihêz e.

Ew pêvajoya ji BM.5000 salî heta berbelavbûna Îslamiyetê ku derbas bûye, mirov dikare weke serdema seretayî binirxîne. Tê zanîn ku di civaka vê serdemê de, di serî de hiyerarşî, xanedanî, dewlet, bajar, çîn, ticaret, çandinî, zanaat, malbat, jin, koletî, ol, nivîs, zanistî, wêje, pêyker, mîmarî û sanayî, saziyên bi şaristaniyê re pêwendîdar, weke lehiyekê pêş dikevin. Pêşketina ji vî aliyî ve, tê wateya ku pirsgirêkên civakî jî weke lehiyekê mezin bibin. Kurdên destpêkê di navenda van pirsgirêkan de ne. Rêyên bingehîn ku ji bo çareseriyê peyda kirine jî, ber bi xwedîkirina ajalan û çandiniyê çûyîn û ji bo ku ji dijminên xwe rizgar bibin, xwe spartina lûtkeyen pîroz ên çiyayan e. Ev herdu taybetmendî îro jî ji bo Kurdan bandora hebûnê ye. Hiyerarşiya serdest a Kurdên destpêkê, herdem di nav şaristaniyê û dewletan de heliyane û bi wî rengî pirsgirêkên xwe yên çînî û civakî çareserkirine, civatên kedkar ên mane jî, bi rengê şaxên eşîret û qebîleyan di navbera çiya û deştê de, hewldane bi koçberiyê, çandinî û xwedîkirina ajalan di şerê hebûnê de tune nebin. Ya şûn de maye çiya, çandinî û xwedîkirina ajalan zêdetir Kurdî bû ( îstîsna qanûnê xirab nake). Zanaat û ticareta bajaran jî pîşeya Ermenî û Suryaniyên îro bû. Weke ku parvekirina kar a xwezayî hatibû kirin. Gelên bingehîn a Dîcle-Firat, bi diyalektîkeke jiyanê ya wiha bi hev hatibûn girêdan.

 Ev gel cihêbûna herî mezin a destpêkê, bi Xrîstiyaniyê jiyankirin. Berî wê xwedayê têgehî ya Îbrahîm Yehova, cihêbûneke hîn bingehîn temsîl dikir. Divê qet neyê jibîrkirin ku pirsgirêkên civakî ku ji cewherê şaristaniyê avabûne, herdem xwe bi rengê xweda û olên nû îfade dikin. Çiqasî ol û têgehên xweda yên binakok avabibin, pirsgirêkên civakî jî ewqasî mezinbûne û cihêreng bûne. Ola Zerdeştî ya li Zagrosan pîroziya çandinî û xwedîkirina ajalan ango xwedabûna wê îfade dike, xwedayên Sumer, Babîl, Akad û Asuriyan jî bajar, ticaret, dewlet û xanedanan nîşan didin. Vê vekirî dibêjin. Xrîstiyanî ku cara yekem weke ola yên hatine çewisandin û xizanan pêşketiye, di rastiyê de ji bo pirsgirêkên civakî dîsa bi ol û zimanê xweda yê nû, lêgerîna çareseriyê îfade dike. Mûsevîtî weke ola qebîle derketiye holê, Xrîstiyanî jî ji wê weke ola gel çavkaniya xwe werdigre. Gava destpêkê ya mezin a ber bi Umet û ekûmenîkiyê ye. Herçiqasî Muhamedîbûn di derketina destpêkê de gel û umet esas bigre jî, di pêvajoya saltanatê de weke ola çîna serdest, ya şaristaniya dewletê wê serdestiya xwe avabike.

Kurdîtiya serdema navîn ( di salên 600 an ji çêbûna Îslamiyetê heta salên 1800 an ku modernîteya kapîtalîst kete Rojhilatanavîn) mîrasa xwe ya serdema seretayî berdewam dike. Tebaqaya jor ku çêbûye, mîr, beg, reîs, şêx bi şaristaniya serdest re( Ereb, Ecem û Tirkbûna wê ferq nake) bi yek bûye, li beramberî wê dest ji xeftanê Kurdîtiyê berdidin. Weke dewlet jiyankirina wan a Kurdbûnê li gorî berjewendiyên wan ne guncav e. Berjewendiyên wan neçar dike ku ew bibin Ereb, Ecem û Tirkekî baş. Ji bo Kurdan pirsgirêka civakî wiha girantir bûye. Hem weke nasnameya hatiye çewisandin, hem jî weke nasnameya çandî ku xiyanet lê hatiye kirin, pirsgirêkên xwe hîn kûrtir bûne.

Gelo pirsgirêkên Kurdan ên di serdemanavîn de, bi dewletbûnê çareser dibû? Di serdema sosyalîzma pêkhatî de, ev hizirandin çêbibû. Hizirandineke weke ku gel û nasname ger dewlet bibin, wê pirsgirêkên wan bigîhê çareseriyeke mayînde, dihate hilberandin. Ji ber ku sosyalîzm jî bi dewletbûna proleter wekhev dihate dîtin, mirov divê li beramber vê hizirandinê matmayî nemîne. Me heyfa xwe bi xwe dianî ku ji bo çi dewleteke me nebûye. Lê belê hizirandina şaristaniya demokratîk, îspat dike ku dewletbûn çavkaniya derdan a herî mezin e. Tişteke ku weke dewleta Ereb, Ecem û Tirk jî nebû. Ev xapandinên ku netew-dewletê afirandiye bû; hem jî di nav sedsala dawiyê de! Dewleteke hevpar a Îslamiyetê hebû. Carna ji ber berjewendiyan pevbiçin jî, hukmên wan ên serdest di nav hevgirtinê de bûn. Yek jî gel û umeta Îslamê hebû. Dunyaya wan ji hev cûda bibû. Dunyaya pirsgirêkên herdiçû mezin dibû. Du eniyên wiha ya bingehîn hebû. Biqasî çareseriyan pirsgirêk jî hevpar bûn. Bi navê ol û xweda dihate îfadekirin û dihate xwestin were çareserkirin. Kurdbûn, Erebûn, Tirkbûn, Farsbûn weke çandek hebe jî, pirsgirêkên wan bi referansên ol û mezhebên hevpar dihate ziman. Ne Emewî û Ebasî bûne bi tenê dewleta Ereban, ne jî Selçûqî û Osmanî bi tenê bûne dewleta Tirkan. Kevneşopa dewleta Eceman jî dewleta nijad nebû. Kurd, Ermenî, Asurî, Rûm, Tirkmen, Bedewî û Ecemên ku nebûne dewlet jî, rastiyên çandî ku avêtine nav gîrdaba pirsgirêkên wiha bûn.

Modernîteya kapîtalîst dema ku bi hêmanên xwe yên netew-dewlet, kapîtalîzm û endûstriyalîzmê kete Rojhilatanavîn, ji bo nasnameyên çandî û gelan ku çandên wan herdiçû dihate çewisandin, perçiqandin û dagirkirin, di serdema navîn de gelekî bêhêz hatine hîştin û hatine şelandin, weke ku zengên mirinê lê bide bû. Ev gelên ku ji zû de rûberûyê xiyaneta hakim û serdestên çînên xwe yên jor bûne, weke qadên nêçîrê ya nû ya modernîteya kapîtalîst bûn. Ji serê sedsala 19 an pê ve, bi navê netew-dewletokan bi hev hatine xeniqandin. Li gel vê di kargehên kapîtalîzm û endûstriyalîzmê de ku ji bo sûda bêsînor tu astengiyan nas nakin, ji ajalan xirabtir hatine xebitandin. Veguherîne sûd û sermayeyê. Biyanîbûn bi sê qatan çêbû. Biyanîbûna serdemadestpêkê, serdemanavîn û serdemanû.

Ji ber pêwîstiya netewperestiya ku li ser her çandekê dihate ferzkirin, Kurdan jî ji van afatan para xwe wergirt, hem jî ya herî giran! Netew-dewletoka wan bi serkeftinê biencam nebû. Tebaqaya jor dîsa layiqî mîrasa xwe bûye, di nav netew-dewletokên cîran de cîhê xwe girtiye, li beramberî vê xiyaneta li çanda gel a kenveşop rewa didîtin. Ev bi helwestên ji qral hîn qraltir îdîa dikin ku Erebek, Ecemek û Tirkekî herî başin, ji bo vê jî ketibûne pêşbirkekî. Çiqasî li beramberî nirxên çandî û nasnameyan xiyanet, dihat wateya ewqas berjewendî, pere û mûçe. Kurdan wisa bawer dikir ku bi xwespartina çandinî, keriyên ajalên xwe û çiyayên xwe ku bi hezaran salin ji dema Kurdên destpêkê heta niha du sedemê hebûnê yê pîroz in, wê bikaribin li beramberî tunebûnê hebûna xwe biparêzin.

 

A- DİYALEKTÎKA DÎROKÎ YA Dİ TÊKÎLİYÊN TİRK Û KURDAN DE

 

Di nav vê vegotina giştî de, têkîlî û nakokiyên di dûalîbûna Tirk û Kurdan de, ji nêzîk ve û bi rengekî pêşçav nirxandin, wê pirsgirêkên hene û derfetên çareseriyê ronahî bike. Di neçariya dijwariyê ya bemerhemet de, ne pirsgirêk ne jî rêyên çareseriyê di asteke têr dike de digîhine zanebûnê. Ronahîbûn û zanebûn bi xwe ger nêzîkî heqîqetê be, tê wê wateyê ku gîhîştine nîvê rêya çareseriyê. Nîvê din jî, di rêya hatiye vekirin de bi gavên guncav meşandin e.

Selçûqî weke şax û begayetî dema gîhîştin sînorê Kurdistanê, ( îhtîmaleke mezin gotina Kurdistan ji aliyê Sultanên Selçûqî ku gîhîştine sînorên çandî yê Kurdan, avakirine anîne ziman.)  bi çeka biratiya Îslamê li beramberî Bîzans şerê hevpar pêşniyarkirin. Ji ber ku beşeke mezin a Kurdan ji xwe re Îslamiyet pejirandibûn û li beramberî Bîzansan gelek caran rewşa şûnketinê jiyan dikirin, piştgirî dan stratejiya şerê hevpar. Sultan Alparslan di Gulana 1071 an de, wê demê li Meyafarqînê ku weke paytextê Kurdan dihate hesibandin ( Silwana îro), bi beg û eşîretên Kurdan re di nav lêgerîna îtîfaqê de bû. Ew hêza ku ji hem beg û hem jî ji şaxên Kurdan pêkhatiye, tê texmînkirin ku nîv bi nîv ji Kurdan pêk tê, wê bigîhê serkeftina Tebaxa 1071 an ku weke vegerokek tê hesibandin. Heta ku rola hêzên şax û begên Kurdan ên di vî şerî de ger rast neyê dahûrandin, têkîliyên di navbera şax û begên Kurd û Tirkan de, di asteke têr dike de nayê dahûrandin. Serkeftin stratejîk bû. Deriyê Anatoliyê ji bo beg û şaxên Tirkan heta dawiyê hate vekirin. Ji bo Kurdan jî gef û encamên Bîzansiyan ji holê radikir. Danarûniştandina têkîliyan a li ser vê bingehê, gelekî girîng e û di diyarkirina pêşerojê de wê roleke esasî bileyîze.

Piştre di esasê xwe de şax û begên Tirkan li Anatoliya navîn, rojavayê behraspî û behra reş ku ber bi Anatoliya berfireh dibe berbelav dibin, şax û begên Kurdan jî cîhê niştecîhbûnên xwe û hêzên xwe pêş dixin. Şax û begên Tirkan tu demî mekanên ku Kurd lê serdestin û lê niştecîh bûne û ew kevneşopên wan ku lê niştecîh in nexwestine bidestbixin û bibin xwediyê wê. Ew îtîfaqa stratejîk a di navbera wan de, hemahengî û çanda jiyanê ya hevpar, ev tişt pêwîst dikir. Di vê navberê de gelên Ermenî û Suryanî jî, hîn zêdetir li bajaran hebûna xwe bi dostanî berdewamkirin. Di navbera wan û Bîzansiyan de pirsgirêkên mezhebî hebûn. Dûrbûna Bîzansiyan ji herêmê, ji bo wan zêde xirab nebû.

Di vê serdemê de li Kurdistanê herçiqasî bi navê Artûkoğulları, Karakoyûnlar û Akkoyunlar hinek begayetiyên Tirkan hatibin avakirin jî, temenên van kurt bûye, şaxên ku xwe dispartin jî zêdetir bi asîmîlasyona xwezayî, di nav çanda Kurdan de diheliyan. Şopên vê rastiyê hîn di roja me de jî tê dîtin. Kurdan jî di serdema Îslamiyetê de li gel gelek begayetiyan, ew jiyana xwe ya civakî ya bi rengê eşîret û qebîleyan, bi pirsgirêkên xwe yên girantir dibin, berdewam dikirin. Taybetmendiyên wan ên qewmî pêş diket. Lê belê weke ku di şaxên Tirkan de çêdibû, tebaqaya jor di bin xizmeta şaristaniyên cihêreng de begayetiyên xwe pêşdixistin, beşên binî jî weke Kurmanc ( Kurdmanc) di asteke cûda de vediqetiyan. Di Kurdan de, di vê serdemê de cihêbûneke dişibe dualîbûna Ereb- Bedewî, Tirk-Tirkmen lezgîntir dibe. Heta serdema sultantiya Osmaniyan ( heta nêzîkî salên 1500 an), di têkîliyên şax û begayetiyên Tirk û Kurdan de, zimnî be jî di navbera wan de li beramberî huqûqa hev rêzdarî, li beramberî gefên ku li ser herdu beşê bingehîn, stratejiyeke hevpar û bi vê re girêdayî tevgerîn hîn girantir bû. Aliyê têkîliyên erênî ji aliyê nakokiyan a neyînî hîn girantir bû. Di navbera wan de serdemeke nakokî û pevçûneke sîstematîk nayê dîtin.

Di têkîliyên Kurd û Tirkan de qonaxa stratejîk a duyemîn a girîng jî, bi vebûna împaratoriya Osmanî ber bi Rojhilatanavîn destpêdike. Di serê sedsala 16 an de di navbera xanedaniya Safewî ku li Îranê li ser bingeha Şîa pêşdiket û begayetiyên Kurdan de ew aloziyên ku zêde dibûn, bi nakokiyên mezhebî hîn zêdetir dibûn û li ser Anatoliya jî dibû xwedî bandoreke ku herdiçû zêdetir dibû. Heman nakokî bi sultanên Memlûkiyan ku navenda xwe Misir bû re jî dihate jiyankirin. Bandora Memlûkiyan jî li ser behraspî û başûrêrojhilat zêde dibû. Asta begayetiyên Kurdan roleke stratejîk dileyîst. Bi kîjan aliyî re îtîfaqê çêbikin, wê ew alî bibûya hêza serdest a Rojhilatanavîn. Nêzîkbûna îtîfaqa stratêjîk a sultanê Osmanî Yavûz Selîm weke du hêzên wekhev de pêkaniye, di derxistina holê ya encamên dîrokî de dereng nema. Îtîfaqa nû ku hatiye kirin de, ji bo begayetiyên Kurdan xweseriyeke berfireh û erka hukûmetbûnê nasdikir. Ji îtîfaqekê wêdetir, rê li ber împaratoriyeke Tirk û Kurd ku dişibe împaratoriya Avûstûrya-Macarîstan vedikir. Çavdêrekî ku li dîrokî bi şiyarî temaşe bike, wê hîn di serê salên BM. 2000 an de di ezmûnên şaristaniyê yê destpêkê yên Hîtît-Hûrrî-Mîtanî de taybetmendiya hevpariya stratejîk a Anatoliya û Mezopotamyayê bibîne. Yek bê yê din nikare bike. Têkîliyên aborî-polîtîk bi lez hevgirtinê avadikin. Di sedsala balkêş a Osmaniyan de ev rastiya dîrokî xwe jinûve îspat dike.

Statûya nû giraniya begayetiyên Kurd ên Sune, di nav împaratoriyê de zêdetir dike, rewşa Kurdên Elewî û Êzîdî û beşên Kurmanc pirsgirêkên wan girantir dibe, nakokiyên çînî û mezhebî zêdetir dibe. Ev statûya hevpariyê ya ku 300 salî berdewamkir, di serê sedsala 19 an ku bi ketina modernîteya kapîtalîst a Rojhilatanavîn, ber bi xirabûnê çû. Împaratoriya Brîtanya ku ji ser İraq û Misrê bandora xwe ya li ser herêmê zêde kir, hewlda ku miliyetperestiyeke navenda xwe Silêmanî pêşbixe. Serhildana destpêkê li herêma Silêmanî ji aliyê pêşengên eşîreta Baban ve hate pêkanîn. Ev pêvajoya nêzîkî 200 salin bi cihêrengî berdewam dike, bi pratîka nîv netew-dewleta îro li Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Serhildanên Kurdan ên di sedsala 19 an de, ji ber taybetmendiyên xwe yên çînî, miliyetperestiyên kapîtalîst ên sereta ne. Bi tevî ku hemû miliyetên di bunyeya împaratoriyê de li ser bingeha netew-dewlet cûda bibin jî, cûdanebûna Kurdan û Tirkan weke tê destnîşankirin sedemên xwe yên dîrokî hene. Zîhniyeteke dewletê ya ku çavkaniya xwe ji hevpariya tebaqaya jor a du miliyetan avadibe û dendika dewletê ya împaratoriyê ye, mijara gotinê ye. Sedemên stratejîk, ji çêbûna dewletê heta wê demê, her şaristaniyeke ku di nav herdu qadan de pêşbikevin, pêwîst dike ku bi hev re tevbigerin. Ger wisa nebe wê hebûn û berjewendiyên di herdu qadan de bikeve bin metirsiyê. Her binesaziyeke siyasî û aborî ku derbikeve holê, nirxê bêhempa ya di rewşa hevparbûnê de îfade dike.

Ezmûnên sultaniyên Tirk ên Selçûqî û Osmanî, vê diyalektîka dîrokî careke din piştrast dike. Ew hevpariya li jor di navbera beg û sultanan de, bi demê re veguherî têkîliya di navbera şêx, axa û tucar. Bi sultan Mehmûdê II. re ( 1808-1839) ev têkîlî hîn zêdetir xirabûn. Bandora xirabker a modernîteyê, nakokiyên di navbera herdu aliyan zêdekir, ew sedsal ji serî heta dawiyê veguherand sedsalake serhildanan. Bêencambûna serhildanan û hewldanên jinûve avakirina împaratoriya Osmanî ya ber bi netew-dewletgeriyê, hîşt ku taybetmendiya kevneşop a têkîliyên di navbera van herdu miliyetan de xirab bibe.  Osmaniyên Genc, JonTirk û beşê herî miliyetperest Cemiyeta Îtîhat û Teraqî (1889) dema ku destpêkê veşartî piştre jî, vekirî netew-dewletgeriya Tirk parastin, ew qutbûn hîn zêdetir bû. Li beramberî vê jî miliyetperestiya Kurd jî xwe nîşan da. Di wateya modern de pirsgirêka Kurd di vê demê de destpê dike. Destpêkirina komîtageriyê ya Cemiyeta Îtîhat û Teraqiyê û şûna miliyetperestiya Îslamî, vekirî ber bi Tirkperestiyê çûyîn, ev pirsgirêk hîn girantir kir. Du beş çêbûn: miliyetperestiya Tirk û miliyetperestiya Îslamî. Kurdan xwest ku bihevrebûna xwe ya kevneşop bi miliyetperestên Îslamî re berdewam bikin. Weke pêla bingehîn şêxên Nexşî, Mewlana Xalid û Seîd-î Nûrsî vê nêzîkbûnê temsîl dikirin. Di taybetmendiya hevpar a împaratoriyê û damezirandina dewletê ya piştî wê de bi israr bûn. Îdeolojiya Îslam, umet dihate modernkirin û ji bo vê armancê dihate bikaranîn. Piştî began ( 1878) şêx û pêlên terîqetan ku bandorên wan û rolên wan ên rêberiya civakî zêde dibûn, vê xetê heta roja me jî berdewam dikin.

Cemiyeta Îtîhat û Teraqî jî, bi taybetî piştî binketina di şerên Balqanan de ( 1912-193), bêyî ku li hevpariya dîrokî ya di navbera Anatoliya û Mezopotamya temaşe bikin, di nav dewletê de ber bi miliyetperestiyeke nijadperest ve çûn. Di vê miliyetperestiyê de, cîh ji bo Kurdan nebû. Yan wê weke Ermeniyan dest ji axên ku li ser hene berdin, yan jî wê bi rengekî werin tunekirin. Ya ku ev polîtîka xwedî dikir, pozîtîvîzma Fransiz bû. Tenê mafê yê bihêz a jiyanê hebû. Determînîzma Darwîn a " yê bihêz dikare jiyan bike" weke xwe, weke ku rastiyeke zanistî ye, dihat xwestin ku li ser civakê were pêkanîn. Wehşeta modernîteya kapîtalîst, xwe di vir de bi hemû wehşiyeta xwe nîşan dide. Bi tenê ji bo Ermeniyan, Rûman, Suryaniyan û Kurdan na, ev îdeolojiya pozîtîvîst a tund ku asta Tirk û Ereban jî aniye rewşekê ku tê de nayê jiyankirin, di dest Cemiyeta Îtîhat û Teraqî de bi dawîbûna împaratoriyê biencam bû. Lê belê bandorên wê di Tirkiyeya Komarê de jî, serdestiya xwe berdewam kir. Taybetmendiya Jakobenîk a şoreşa Komarê û îtîfaqên ku xwe dispartinê, rêbertiya Mistefa Kemal ji ber ku di beşa berî vê hatiye nirxandin pêwist nake were dubarekirin. Weke mutefîqên din, Kurd jî hêmanê damezrînêr a Komarê bûn. Weke di dîrokê de çêbûye, dîsa weke hevpariyeke stratejîk, hem di rizgariya umetî de hem jî di avakirina Komarê de cîhê xwe girtine.

 Di sînorên Mîsak-ı Mîlî ku li beramberî Mûsil û Kerkûkê ji împaratoriya Brîtanya mabû, dema ku cihêbûna netew-dewlet hate wergirtin, hem Kurd hatine çarperçekirin, hem jî ew perçeya ku di hundir de maye, li ser wê polîtîkaya ji bo bidawîkrina hebûna wan bi lezginiyeke balkêş hate destpêkirin û ev polîtîka herdemî bi heman lezgîniyê hate berdewamkirin. Di vê navberê de em destnîşan bikin ku ew hevpeymana Qesr-î Şîrîn a di sala 1639 an de bi xanedaniya Safewî ya Îranê re hate kirin, dijberî îtîfaqa stratejîk a di navbera du miliyetan de bû. Hema hemû Kurd di nav sînorên împaratoriya Osmaniyan de bûn. Misogere ku sînorên Mîsak-ı Milî li ser bihevrebûna Kurd û Tirkan hatibû avakirin. Hevpeymanên bi Îngîlîz u Fransizan re hatine kirin, misoger dijberî Mîsak-ı Milî bûn. Ev hevpeymanên ku Kurd bi pirsgirêka hebûn û nebûnê ya giran a di dîroka wan de kilîtkiriye, misoger dijberî hevparî û biratiya hezaran salî ya di navbera Kurd û Tirkan de ku gelekî behsa wê tê kirine jî. Lê belê pirsa ku nayê pirskirin, ji van hevpeymanên dijber kê berpirsiyar e. Hem tu yê Kurdan di encama têkîliyên bi hinek hêzên serdest re ketine tê de, li beramberî tewîzên hatine dayîn weke hebûn bikî çar perçe, hem jî tu yê bibêjî " hinek Kurd biratiya hezar salî xirab dikin!" Ev nêzîkbûna ku biqasî îronîke û rastiyan jinêdîtîve tê, ji dîroka komarê heta niha pirsgirêka Kurd anî ber deriyê qirkirina çandî.

Pirsgirêka Kurd bi rastî jî ji ber sedemên têgîhîştin û pêkanînên ruhê dostaniyê ya stratejîk hezar salî bi tememî li aliyekî dihêle, înkar dike, bi tenê ji pirsgirêkeke aborî, civakî, siyasî û leşkerî derxist, veguherî meseleyeke hebûn û nebûna çandî ya gelekî. Weke ku serhildan ( 1925-1940) ji vê pirsgirêka hebûn û nebûnê çavkaniya xwe wergirt, bi vê armancê hate bikaranîn jî. Vekiriye ku zîhniyeta Îtîhatperest dixwest ,Kurdan hem ji dewletê hem jî ji civakê dûr bixe, ji civakbûnê derdixist û ew ferzdikir. Ji bo vê jî ev polîtîka bi salên dirêj veguherî pirsgirêka " Kurd hene yan nînin?" berdewamkir. Ji hêmanê damezirînêrê komarê derxistina wan, xistina wan vê pêvajoya tunebûnê çiqasî rêveberiyeke wehşî ye, divê mirov bi empatiyeke kêm jî fêm bike. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke cûdabûnê nîne, pirsgirêka ji pêvajoya tunebûnê derketin û dubare gîhîştina asta dostbûn, hevparbûn û birabûna stratejîk a li gorî layîqê dîrokê ye. Têgîhîştina vê rastiyê tenê bi têgîhîştineke empatiyê ya bi wicdan re mumkûn e.

 

B- XİTİMANDİNA PROJEYA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST A KOMARÊ U DERKETİNA HOLÊ YA PKK

 

Hêzên di avakirina komarê de roleke bingehîn leyîstine, lihevkirineke demokratîk temsîl dikirin. Rêbertiya Mistefa Kemal, hem sedem hem jî encama vê lihevkirinê bû. Destûrabingehîn a 1921 û binesaziya Meclîsa Tirkiyê ya I. vê lihevkirinê gelekî baş destnîşan dike. Hebûn û parastina umeta Îslam gelekî tê destnîşankirin, tê diyarkirin ku Tirk û Kurd du hêmanên esasî yê umetê ne ( wateya umet a Erebî milet e) , dij-emperyalîzm û dostaniya Sovyet tê ziman. Di tomarên Meclîsê de mirov rastî gelek daneyên vê dibe. Sosyalîstbûn, Kurd û Kurdîstanîbûn xwezayî tê pêşiwazîkirin. Vekiriye ku serdema şoreşa Jakobenîk a komarê, konsensûsa giştî ya civakê îfade dike. Di vê serdemê de împaratoriya Brîtanya armanca bingehîn bû. Lê belê bi şoreşê dema ku pêşî li dagirkeriyê hate girtin, ber bi tercîha sîstemeke nû çûyîn çêbû, komeke alîgirê împaratoriya Brîtanya ya kadroyên Îtîhatperest, hem provakasyona Şêx Seîd, hem bi gelek komplo û provakasyonan hewldana wan a Mistefa Kemal – hewldana yekser a sûîqastê jî di nav de-, ji sala 1925 an vir ve qonaxeke girîng derbaskiriye. Ev kom di serdema serokweziriya Îsmet Înonî de hîn bihêztir bûye.  Encex di dema nêzîkî mirina xwe tasfiyekirina Mistefa Kemal a Înonî, wê encamê neguherîne.

Piştî şerê Cîhanê ya Duyemîn, serdestiya dunyayê kete dest DYE, karê vê komê hîn hêsantir bû. Bi tevî hemû dîtinên Îsmet Înonî ya bêalî jî, nêzîkî vê komê ye. Ji xwe têkîliya stratejîk a bi DYE re rêberiya Partiya Demokrat na, rêbertiya Îsmet Înonî pêkaniye. Hîn berî bikevine NATO yê, komeke sûbay destpêkê ji Tirkiyê şandine DYE û hatine perwerdekirin. Têkîlî di serdema PD de hîn lezgîntir bûye. Di sala 1952 an de, di bunyeya artêşê de yekser di bin pêşengiya DYE de girêdayî NATO yê, rêxistina Gladio hatiye avakirin. Li Tirkiyê Gladio destpêkê xwe weke Desteya Tetkîkê ya Seferberiyê rêxistinkiriye. Maliye û rêveberiya wê ji aliyê DYE ve hatiye pêşiwazîkirin. Ji van salan pê ve rêxistinê şaxên xwe berbelavkiriye, qadên aborî, civakî, polîtîk, leşkerî û çandî jî di nav de, di hemû qadan de xwe rêxistinkiriye. Weke ku hemû partiyên siyasî kontrol kiriye, çîna karker jî di sala 1952 an de bi Tirk-Îş a ku li gel Gladio hatiye damezirandin, di  bin kontrolê de girtiye. Li ser Partiya Komûnîst ku dirêjahiya Sovyetan e û sendîkayan zexteke bêhempa hatiye birêvebirin. Ji xwe armanca xwe ya bingehîn, dema ku liveke komûnîst û sosyalîst a herî biçûk jî çêbû, yekser perçiqandin e. Kurdîtî jî biqasî ku bi komûnîstiyê re girêdayî hate hesibandin, rûberûyê heman aqûbetê bûye. Di vê navberê de, li gel Îsraîla ku nû hatiye avakirin, têkîliyên stratejîk û veşartî dihatin birêvebirin. Di nav Kurdan de bi malbat û şexsiyetên kevneşop ên olperest û miliyetperestên seretayî jî, bi şêwazê Gladio têkîlî dihatin pêşxistin. Bi monarşiyên İraq û Îranê re jî heman têkîlî dihatin avakirin. CENTO weke rêxistina sîwan a van têkîliyan e. Hate xwestin ku li Rojhilatanavîn bi vê modelê pêşî li komûnîzmê were girtin.

Vekiriye ku ev modela di bin rêbertiya DYE de tê pêşxistin, rengê nû ya modernîteya kapîtalîst ku piştî salên 1950 an bi şerê sar wergirtî ye. Komara Tirkiyê, di avakirina modernîteya ku bi DYE re xwe nû kiriye de, di serî de li welatê xwe û di Rojhilatanavîn de xwedî roleke sereke ye. Modernîteya ku Mistefa Kemal dixwest bimeşîne cûda bû. Nêzîkî şêwazê Sovyet bû û xwe dispart dostaniya stratejîk a bi Yekîtiya Sovyetan. Heta em ferqa di navbera wan de nebînin, em nikarin salên 1950 an heta hêmanên modernîteyê ya piştî 1925 bi tevî Mistefa Kemal hatiye pêşxistin, rast dahûrînin. Hêmanên netew-dewletgerî, kapîtalîzm û endûstriyalîzmê, di navbera pêkanîna herdu modernîteyan de, cihêrengiyên tercîhê yên çînî, siyasî, dîplomatîk û aborî cidî hene. Di encam de têkoşîna serdestiyê ya ku qazanckiriye, destpêkê împaratoriya Brîtaniya piştre jî DYE bûye. Wisa ye ku di navbera herduyan de herdem girêdaniyên stratejîk derbasdar in. Ev modernîteya ku tê pêkanîn, bi tasfiyekirina lihevkirina demokratîk a komarê nemaye, ew şerê ku li beramberî hemûyan destpêkiriye, hêzên mûtefîk ên bingehîn, kiriye dijminê hev. Xala ku di dana fêmkirinê de Mistefa Kemal zehmetî kişandiye ev bûye. Di vir de rolê di bin bandora kûr a îdeolojiya pozîtîvîst de ye heye. Azweriya wî ya serbixwebûn û azadiyê, rêza wî ya mezin a li beramberî çanda herêmê û çanda Anatoliyê, herçiqasî ji bo pozîtîvîzm roleke hîn tehrîbkar neleyîze bi bandor bibe jî, nekariye bandora wê ya esasî asteng bike.

Dogmatîzma pozîtîvist ku şûna dogmatîzma olî dane rûniştandin, hîn jî li ser beşê miliyetperest a laîk xwedî bandoreke kûr e. Berovajî tê bawerkirin, laîsîzm komargeriyeke demokratîk, heta komarger nîne, despotîk û dîktatoryal e. Pêkanîna wê ya pêşçav Îtîhatgerî û biqasî ku bandorkiriye jî, CHP gerî ye. Ew tezên ku fîlozofê huqûq û siyasetê Carl Schmît ku li Elmanyaya salên 1920 an, 1930 an li ser teolojiya olî û siyasî pêşxistiye, ji bo Tirkiyê hîn derbasdar in. Bersiva hemû têgehên siyasî yên modernîteyê, di teolojiya serdemanavîn, heta li gorî min di serdemaseretayî de heye. Navenda wê Sumer e. Tişta ku pozîtîvîzmê kiriye, van têgehan bi boyaxa modernîteyê boyaxkiriye, bi navê "zanistîbûnê" kiriye piyasayê û bi navê kapîtalîzmê pêşkêş dike. Gumanên Mistefa Kemal, rewşa ruhî ya aloz ku jiyan dike, heta sibehê xwendina wî ya pirtûkên li ser şaristaniyê ku heta hesir ji çavî wî tên, mirov ger di nakokî û şibandinên di mijara dogmatîzma pozîtîvîst û olî de bigere, wê hîn rasteqîn û ronahîtir be.

Mirov hemû kadroyên elîtîst ên di komara Tirkiyê de bibîne û fêm bike ku di mijara modernîteyê de li gel cehaleteke kûr û bêbaweriyê dogmatîzmê jiyan dikin, gelekî girîng e. Ji bo hemû dualîbûnên weke rastgir-çepgir, laîk-olperest, Elewî-Sunî, Tirk-Kurd hwd. ev hêman derbasdar e. Di serdemên komarê de pevçûnên di navbera umetperestên Îslamî, sosyalîst, miliyetperestên Kurd heta beşeke miliyetperestên Tirk û hêmanên modernîteya kapîtalîst de çawa tê pêşxistin û arastekirin hîn jî nehatiye dahûrandin. Taybetî bi arastekirina DYE ya Gladio, encamên gelekî xirab hatine jiyankirin. Têgîhîştin û rêxistinbûnên komîtager û derbekar a sedsalin di nav dewletê de ne, heta ku têkîliyên wan bi hêmanên modernîteya kapîtalîst re neyê ronahîkirin, ne qeyranên dewletê ne jî yê civakê, alozî û pevçûnên wan nayê fêmkirin. Zelalkirina rolê têkîliyên bi hêzên serdest ên sîstemê re, bi taybetî bi Brîtanya û DYE re ya di van alozî û pevçûnan de, hem di demokratîkbûnê de hem jî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de xwedî roleke jiyanî ye. Fêmkirina di hemû hewldanên serbixwebûn û azadiyê ya Mistefa Kemal û ewên ku di dilsoziya wî de xwe samîmî nîşan didin, ji bo çi atil mane û encamên berovajî dane, tenê bi fêmkirina di projeya modernîteyê ya komarê de kîjan hêzên hundir û derve bibandorbûn,serdestiyên îdeolojîk ku pê ve girêdayî ne, pêkanînên wan ên aborî, civakî, siyasî û leşkerî mumkûn e. Derbeyên leşkerî û dirêjahiyên wê yên siyasî, bi aloziyên wê yên girêdayîna sedem-encam wêdetir xwedî tu rolekî nebûn. Hemû hewldanên van ên rizgarkirinê rewş hîn girantir kiriye, ev jî tespîteke hevpar a zanistên civakî ne. Projeya modernîteyê ya komarê, hê di serî de seqet çêbibû. Ev seqetiya ku bi israr divê were destnîşankirin, ew hêmanên hêzên bingehîn ku rizgarî pêkanîn û komar avakirin, bi komarê re xistine nav nakokiyan û bi hemuyan re xistin nav pevçûnê. Ger em bi rêzê destnîşan bikin, rêzkirina salên 1925-26, 1930, 1937-38, 1945-50, 1960, 1970, 1980, 1997, 2001-2002 an jî seqetiya di cewher de bi rengekî vekirî nîşan dide.

Di serdema 1965-1980 an de hêmanên esas ên damezrînêrê komarê, xwestin ku hebûna xwe jinûve rabigihînin. Beyî ku eniya hêza serdest a kevneşop ku li beramberî wan e, olîgarşiyê di asteke têr dike de nasbikin, dahûrînin, bi helwestên bertekî ketin nav lêgerîna hebûnê. Weke ku gelekî tê îdîakirin, di rewşa ku bikaribin şoreş an jî dijşoreş pêkbînin nebûn, lê wisa dane naskirin. Dema ku serê xwe rakirin, beşeke wan hatine perçiqandin, yên ku man jî ketin nav wan û hatin kedîkirin. Çi xemgîniye ku ew hêzên li beramberî hev hatin bikaranîn, ji fêmkirina rolê Gladio dûr bûn. Bêguman di vir de ferqa di navbera ewên bi baweriyeke samîmî ji bo serbixwebûnê, azadiyê û wekheviyê têkoşîn dikirin û yên dijberî wan bênîqaş e. Lê belê girêdaniya wan bi derbeyan re jî rastiyek e. Di vê serdemê de, girêdaniyên wan rêxistinên miliyetperest û olperestan bi textîkên Gladio ya dij-komûnîst, hîn pêşçavtir e. Bandora van hêzan li ser jiyana aborî û civakî jî girîng e. Ya ku li ser hemû qadên jiyana civakî diyarker e, rêveberiya jor a Gladio ya modernîteya kapîtalîst e. Di vir de kontrola li ser artêş û binesaziyên siyasî di serî de tê. Bi vê şêwazê bikaranîna rêveberiya komarê, vekiriye ku weke berdewama komîtageriya Îtîhat û Teraqî ye. Ji bo xirabkirina vê, hewldanên M. Kemal Atatûrk têr nekiriye. Heta ku kevneşopa komîtager û derbekar, kontrola Gladio neyê derbaskirin, taybetmendiya demokratîk û huqûqî, sîstem û îstîkrara komarê nikare were pêkanîn.

Di derketina PKK de ev binesaziya komarê ku xitimiye û pirsgirêkan hildiberîne, roleke diyarker leyîstiye, ev jî di bin ronahiya van dahûrandinan de hîn baştir dikare were fêmkirin. Salên 1970 an bi rastî jî serdemeke ku derketina demokratîk hêz bidestxistibû. Derbeya 12 Adarê xwedî hêza ku bikaribe vê pêvajoyê bisekinîne nebû. Hêzên civakî ku di damezirandina komarê de bibandor bûn, jinûve derdiketin ser dika dîrokê; bi sosyalîzm, Îslamgerî û miliyetperestiya Kurd re di komarê de ji xwe re rewabûnekê digeriyan. Bi xwestekên demokratîk barkirîbûn. Ger ev xwestek bi derbe û pêkanînên faşîst nehatibûya çewisandin, bi demokratîkbûnê dikarîbû bigîhîşta çareseriyê. Lê belê ew qeyrana di nav hêmanên şerê sar û modernîteyê de dihat jiyankirin, bi rêbazên hîn çewisînêr û herdiçe faşîsttir dibe, berdewamkirina wê hate tercîhkirin. Komara Tirkiyê bû welatekî ku kontrola Gladio bi rengekî herî kûr dihate pêkanîn. Rejîma 12 Îlonê weke mînakeke vê kontrolê ya herî xeternak pêşket.

Bi temamî neçewisandina PKK, bi binesaziya hundirîn a Kurdan û tevlîheviyên Rojhilatanavîn re girêdayî ye. Di rastiyê de derbeya 12 Îlonê herçû di 24 saetan de her cîhek paqijkiribû. Di bin xelitandina wê ya di mijara Kurdan de, sedemên civakî ya kûr hebû. Wisa dihat bawerkirin ku Kurd weke civak û gel hatibû xilaskirin. Piştî çewisandina serhildanan û serdemeke asîmîlasyonê ya gelekî tund, wisa dihat dîtin ku careke din nikarin werin ser hişê xwe. Bi taybetî jî di serî de bûrokrasiya ku li ser bingeha hêmanên modernîteya kapîtalîst pêş dikevin û çîna navîn, ew mantalîteya ( zîhniyet ) civakî ya nû, Kurd weke ji dîrokê hatiye paqijkirin dihesibandin. Rolên wan ên di dîrokê de hatibû jibîrkirin. Ew hebûnên wan ên tek tûk mane, weke zindiyên hov dihatine dîtin. Tebaqaya jor jî bi helwesteke ji qral hîn qraltir, leyîstina rolê xwe yê xulamê desthilatdariyê berdewam dikir. Ew hêmanên miliyetperest û tariqetan ku bi DYE re di nav têkîliyan de ne jî, girêdaniya xwe bi berxwedan û azadiyê zêdetir, li ser zemîneke dijber de dihatin girtin. PKK di van şertan de, her çiqasî hatibe texrîbkirin jî, li gel beşên Kurmanc ên gundî û bajarî yên feqîr re ku weke hêza civaka Kurd bûn, dikarîbû têkîliyan pêşbixe. Ji hestên welatparêziyê û Kurdîtiye, ji binesaziyên çandî sûd werdigirt, heta jinûve diafirand. Bi tevî hemû perçiqandin û perçebûna xwe, xwezaya civakî ya Kurdan bi xwe re binesazî dida jiyankirin. Ya pêwîst hestên welatparêzî ya asta herî kêm û hinek zanebûnên têgehî bû. Di PKK ya wê serdemê de, ev hest û têgehên bi bandor, di asteke têr dike de hatibûn avakirin. Ya ji bo xwe pêwîst, kadroyên dîplomatîk û siyasî yên jor na, ev hest û têgeh bi tempoyeke bilind xistina tevgerê bû. Hinek çalakiyên sînordar ev lezgînî birehetî pêk dianî.

Ji derketina di salên 1970 an heta serê salên 1980 an bi vê şêwazê hatibûn. Bikaranîna hêzê ya bêsînor a rejîma 12 Îlonê, zû çewisandina hezên çepgir û muxalif ên din û rastiya Zîndana Amedê dema bi sengergirtina li Rojhilatanavîn gîhîşt hev, serdema ku jê re tê gotin pêvajoya 15 Tebax 1984 jî destpêkirina wê zehmet nedibû. Di rastiyê de dikaribû ev serdem di 1982 an de were destpêkirin. Ji ber ku hînek hêmanên li çiya erka xwe bi layîqî birêve nebirin, hîşt ku pêvgav heta Tebaxa 1984 an were derengxistin. Şerê Îran-İraqê jî piştgirî da vê çarçoveya ku dest dide. Lê belê tu carî tevger ji Kurdistana Tirkiyê kêm nebû, hebûna xwe parast. Mirov nikare ji gêrîlatiyeke pispor behs bike. Karîkatûra gerîlatiyê hate kirin. Avantajên 15 Tebaxê ku ji bo dewletê pêngaveke ku ne li bendê bûn jî, gelekî xirab hate bikaranîn. Bi tevî muxalefet û destlêwerdana dewletan û hêzên Kurdistana İraqê jî, sengergirtina di Rojhilatanavîn de, ji bo berdewamkirina tevgerê û ji bo piştgirîgirtina ji hemû beşên Kurdistanê, ji Kurdên Ewropa têr dikir.

Dema ku şêwazê destlêwerdanê ya rejîma 12 Îlonê di aliyê wan de encam da, bi piştgiriya NATO yê derbasî serdema rewşa awerte û JİTEM ê bûn. Gladio ya NATO ya di bin pêşengiya Elmanya de, ji sala 1985 an pê ve bi rengekî bibandor ketibû dewreyê. Komployên Papa û Palme, biqasî di nav hesabên giştî de be jî, bi derketina gêrîla li Kurdistanê girêdaniyên xwe yên yekser û neyekser mijara gotinê bû. Serdema di navbera 1973-1983 derketina PKK, asteke ku aliyê xwe yê bandorbûna îdeolojîk siyasî sereke bû, aliyê çekdarî roleke talî dileyîst. Gavavêtina 1984 an aliyê xwe yê çekdarî xwedî roleke sereke bû, lê belê pêşketina xwe ya îdeolojîk û siyasî jî berdewam dikir. Divê mirov li ser rolê Rewşa awarte û JİTEM ê gelekî bisekine. Tê zanîn ku di nav tevgerê û derveyî wê, gelek çalakiyên ku ji cewher hatine dûrxistin pêkhatine. Çalakiyên ku jin, zarok ji hev cûda nadikirin, beşên ku pêwîst nedîkir bên armanckirina wan,  nêzîkbûnên kêfiyetê ya bêsînor û xwedî derneketina erkên herî biçûk jî, mirov dikare di vê çarçoveyê de bihesibîne.

Lê belê tişta seyr jî ewe ku çiqasî PKK weke şeytan bihata nîşandan jî, ewqasî hêz bidest dixist. Ev tîbûna kûr a di gelê Kurd de destnîşan dike. Bi tevî tevgerên koçberkirinê ya mezin ku li ser Kurdan tê pêkanîn, qat bi qat ji giştî pêkanînên li ser Ermenî, Rûm û Suryaniyan zêdêtir be jî, hertişt di xaneya PKK de bi rengekî erênî xwe da nîşandan. Bêguman di vir de şertên dîrokî û erdnîgarî bibandor bûn. Bersivdayîna xwestekeke dîrokî ango parastina hebûna dîrokî û xwedî li rûmeta mirovahiyê derketin, bandora diyarker a vê pêşketinê bû. Divê mirov meşa xwe bi xwe ya xwestekên dîrokî biçûk nebîne.

Ew polîtîkaya Serokomar birêz Tûrgût Ozal a ji sala 1992 an pê ve, di derbarê Kurdan de nedihat hêvîkirin. Me girîngiya wê hinekî dereng ferq kir. Bi mirina wî ew şansê çareseriyê ku bi rengekî cidî derketibû holê hate valaderxistin, ez ji aliyê xwe de herdem weke wendahiyeke dîrokî bibîrtînim. Dikarîbû şansê çareseriya demokratîk a komarê çêbibûya, lê belê li gorî min hinek hêzên Gladio bi zanebûn ev şans nasnekirin. Dema ku serokê artêşê yê wê demê Dogan Gûreş ji Îngîltere vedigeriya ( di serê salên 1990 an ), gotina wî ya " ji bo min gilopa kesk hate vêxistin" beşeke vê rastiyê nîşan dide. Piştî mirina Tûrgût Ozal derbeya Tansû Çîler û li pey hev di nav artêşê û derveyî wê komployên bêhêjmar pêşxistin, girêkên herî bingehîn ku divê were dahûrandin e. Sîxuriya Tansû Çîler a CİA yê ku hatiye bibelgekirin, beşeke vê girêkê destnîşan dike. Gelek rastî, qetlkirina rewşenbîr û pêşengên Atatûrkperest û Kurd, bi hezaran kuştinên kiryarên wan nediyar, valakirina gundan, zindîkirina Hîzbûlah, li gorî min komploya herî mezin a li ser komarê ye. Serdema Mistefa Kemal a di salên 1924-1927 a komploger û serhildanan a komarê tîne bîra mirov.

Di van salan de jî ew hêmanên demokratîk ên di bingeha komarê de hatin tasfiyekirin. Ev rewş hîn jî nehatiye ronahîkirin. Lê vekiriye ku yê qezenckiriye împaratoriya Brîtanya û modernîteya kapîtalîst e. Rolê hegemonyaya derve û nokerên wê bi heman komployan, îsyan û kuştinan, bi tasfiyeya Kurdan, şansê çareseriya demokratîk a di serê salên 1990 an de bê encam hate hîştin, divê mirov biçûk nebîne. Kêm mînak hene ku biqasî tevlîhevî, komkujî, provakasyon û tevgerên demokratîk ku di salên 1993-2997 an hatine jiyankirin, kontrola hegemonîk a li ser komarê tê çi wateyê, destnîşan bike.

Em behsa serdemeke gelekî seyr û mînaka wê kêm tê dîtin ku taybetmendiya dewletê ya huqûqî, laîk, civakî û demokratîk bi temamî hatiye tasfiyekirin, ketiye bin kontrola JİTEM ê, xistine bin xizmeta binesaziyên yekdestiyê yên hemû hêmanên modernîteya kapîtalîst dikin. Di dawiya vê serdemê de ji bo lêgerînên têkîliyê ya Serokwezîr birêz Necmedîn Erbakan ku bi rêya serokomarê Sûriyê û ji ser Brûkselê beşeke ji artêşê bi navê Beşa Pêwendiyên Civakî, bersiveke erênî hate dayîn. Dayînûstandinên name û agahiyan hate kirin. Lê belê bi xistina Necmedîn Erbakan û derxistina min a ji Rojhilatanavîn, ev pêvajo rûberûyê binkeftinê hate hîştin. Ez di vê baweriyê de me ku di vê neserkeftinê de rolê derûdorên Gladio ya hundir û derve, divê biçûk neyê dîtin. Dikarîbû ew qeyran, pevçûn û şerê asta jêr a mezin ku komar hê jî tê re derbas dibe dihate jiyankirin, pêşî lê bihata girtin. Hem agirbesta yekalî hem jî rewşa têkîliyan ji bo vê derfet dida. Ev hewldan hatin çewisandin û pêvajo bi rengekî bizanebûn hate valaderxistin. Ew şansê çareseriyê ku heye, ji holê hate rakirin.

Piştî wê derketina min a Ewropa û lêgerîna min a çareseriya polîtîk, bi rengekî gelekî vekirî ji ser Îngîltere hate vala derxistin. Îngîltere ku bi Gladioya rêveberiya Atîna re hevkarî dikir, bi balafireke taybet ku ji Swîsra rakiriye re revandina min a Kenyayê, vê rastiyê gelekî baş destnîşan dike. Bêguman di operasyonê de hemû dewletên Ewropa yên endamên NATO hebûn. Lê belê mêjiyê rêveberiyê Îngîltere bû. DYE pêkanîna wê ya fermî dikir. Îsraîl jî di asta rênîşander de bû. Hêza ku pêşî li mayîna min a Moskova girtibû. Di rastiyê de hîn gelekî berî wê hem li Kenya hem jî hîn ez li Rojhialatanavîn bûm, vekirî gotibûn ku ez xwe bispêrim wan. Lê min ji wan bawer nekiribû, tu car nehizirîbûm ku ji wan bawer jî bikim. Dihate xwestin di şexsê min de azadiya Kurdan were radestgirtin. Ez jî di nav de di mijara divê tu kes cesaret bi vî tiştî neke, vî tiştî nefikire de gelekî zelalbûm. Gelekî balkêş e; leyîstokên ku li ser rêveberiya komarê dihat leyîstandin, li ser min û bi rêya PKK jî li ser Kurdan dihate xwestin were leyîstandin. Dîsa ya di dewrêdebû, ew hêmanên modernîteya kapîtalîst a ku bi hezarûyek girêdanan bi hev ve girêdayî bûn.

Di pêvajoya Îmralî de weke ku ji tiştên hatine jiyankirin min ders derxistiye û aram û bi sebr im. Di pêvajoya jêpirsîn, darizandin û girtinê de min ev helwesta xwe parast. Ez bawerim ewên jêpirsîn dikirin, bi taxtîkên rojane nêzîkbûn. Sekinandina min a aram û bisebr şaş şirovekirin. Heman şiroveyên xelet ji hundir û derveyî rêxistinê jî dihatin kirin. Lê bi tevî hemû şiroveyên xelet, min sekinandina xwe qet xirabnekir. Hîn jî ez di 11. salvegera vê sekinandina bi tena serê xwe me. Di vê serdemê de pêvajoyeke parastinê ya ji çar qatan pêk dihat jiyankir.

 

Beşa parastinê ya yekem: Di pêvajoya darizandinê de min xwest " Manîfestoya Çareseriya Demokratîk" a ku bi rengê pirtûkeke biçûk, bideng bikim. Herçiqasî bihêz nehatibe bidengkirin jî, xwedî naverokeke ku ji bo çareseriya demokratîk nirxandineke hêmanên esasî pêşkêş dikir. Nenirxandina vê ji aliyê hukûmet û derûdorên siyasî, wendahiyek e. Pêvajo bi temamî ji xwebixwebûnê re hate hîştin, wisa hate bawerkirin ku wê bi vî rengî were çareserkirin. Hinek gavên alîgirê çareseriyê yên serokwezîrê wê demê birêz Bulend Ecewît, ji aliyê MHP ku hevparê koalîsyonê bû ve vala hate derxistin. AKP yê qet nexwest pirsgirêkê fêm jî bike. Dibe ku " nexşeyeke rê" ya ku ji berêve hatiye xêzkirin û bi rêveberiya bakûrê İraqê ( başûrê Kurdistanê) ve girêdayî, têr hate dîtin. Ji bo rêveberiya jor, weke serokwezîr nameyên ku min ji birêz Abdula Gul û Receb Tayîb Erdogan re nivîsandiye û li beramber cezayên hucreyê ku 11 caran hatiye dayîn parastinên ku min kirine, bersivên xwe nedîtin. Heta 2005 an dem vala hate serifandin. Êdî pêvajoyeke çalakiyan jêneger bû.

Beşa duyem a parastinê: Parastina min a li vir bi rengê du pirtûkan bi navê " Ji dewleta Rahîb a Sumeriyan Ber Bi Şaristaniya Demokratîk ( Ber Bi Komarê) " ji bo rûniştina destpêkê ya MMME hate pêşkêşkirin. Ezmûneke çareseriya demokratîk a hîn hatibû kûrkirin bû.

Beşa sêyem a parastinê:  Bi pirtûka bi navê " Parastina Gelekî" hatibû weşandin re em çûn rûniştina daîreya mezin a MMME yê. Vê  beşa sêyem pêk dianî. Çêbûna pirsgirêka Kurd û derfetên çareseriyê di wir de gîhîştibû rengeke hîn diyarkertir.

Beşa çarem a paratinê: Pêvajoya ku ez hîn jî di nav re derbas dibim, weke beşa parastinê ya çaremîn û dawiyê dinirxînim. Di bin navê " Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" pênc cild bi navê " (I. Şaristanî Î. Şaristaniya Kapîtalîst, ÎI. Sosyolojiya Azadiyê, IV. Di Rojhilatanavîn de Şaristaniya Demokratîk V. Li Tirkiye û Kurdistanê Çareseriya Şaristaniya Demokratîk), parastina min a bi vî rengî ku pênc cildin, çar cildê wê hatine tamamkirin. Wê bê xwestin ku di demên pêş de cilda dawiyê ( Cilda V.) were tamamkirin. Vê gavê ev nirxandinên ku ez bi navê " Nexşeya Rê" pêş dixim, weke rengê destpêkê ya cilda dawiyê ye.

Serdema 25 salan ( 1984-2009) ku tê de têkoşîna çekdarî roleke sereke leyîstiye, mirov dikare weke şerê heqîqetan binirxîne. Ji rizgarbûna civakekê zêdetir, derxistina holê ya rastiyan îfade dike. Heqîqetbûn di giştî dunyayê de çêbûye. Pirsgirêkên dîrokî û civakî, biqasî ku di derbarê xwe de heqîqet derxistine holê dikarin bikevine rêya çareseriyê. Wisaye ku serkeftinên leşkerî heta ku nebin şerên parastina rewa, bi temamî dibine çavkaniya pirsgirêkan. Di şerê 25 salan de ji serkeftin an jî binkeftinê zêdetir, çiqasî rolekî çareseriyê leyîstiye ew girîng e. Divê mirov bipirse ka şerên 100 salî yên di navbera Îngîltere û Fransa de, ji îspatkirina Behra Manş dikare bibe sînor wêdetir kêrî çi hatiye? Di îspatkirina hebûna Kurdan de, ew çaryek sedsala derbasbûyî diyarker bûye. Hebûna wê bi netew-dewletekê tacîdarkirin, armancê serdema destpêkê ya PKK bû. Lê di dawiya serdemê de bi qasî hate fêmkirin ku ev tac zêde pêwîst nîne, berovajî wê dibe ku bibe çavkaniya pirsgirêkên nû û ev jî bi sedan ezmûnî hatiye dîtin, binesaziya siyasî demokratîk a civakê, hîn watedartir û çareseriyê avadike.

Têgîhîştina pêvajoyên pêşketin û veguherînê ya ku PKK jiyankir, rêya herî saxlem a rast fêmkirina xwe ye jî. Hesibandina ji eniya sosyalîzma pêkhatî a di atmostera şerê sar a dunyaya salên 1970 an, ji bo PKK jî dihate fikirandin. Herî kêm niyet wiha bû. Sengerên ku tê de cîh digirt, ev tişt îfade dikir. Lê belê asta wê ya entelektûel, asta hest û têgehên şoreşgerî zêde derbas nedikir. Xwezaya civakî ya Kurd jî di asta bibe materyaleke ku bi têgeh û hizirandinên modern were îfadekirin de nebû. Îradeya şoreşgerî hîn zêdetir diyarker bû. Ji îdeolojiyê zêdetir, jiyana azad dibû çavkanî. Ji ber vê sedemê dema ku sosyalîzma pêkhatî ji çavan ket zêde bandor nebû. Ji partiyeke çepgir a modernîst zêdetir, dişibiya tevgereke li ser bingeha exlaq û baweriyê. Ne ku teorî nebû, lê belê nirxa girêdanê ya esasî exlaq û bawerî bû. Dibe ku di civaka Kurd a di pêvajoya şer de bû sermayeya herî girîng, hêza exlaq ku hîn jî hebûna xwe diparêze, şertên jiyana dijwar ku cesaret û berxwedêriyê destnîşan dike bû. Zêde nepejirandina PKK ya modela partiyeke çepgir a modernîst weke mînakên din, dibe ku sedema herî bingehîn bû ku hîn hilberînêr û pêşketî be. Ger her cûdabûneke ku jiyan dikir, her wendahiyeke ku dihate dayîn nekarî pêşî li pêşketina wê bigre, di vir de sedema herî girîng xwe di şêwaza partî û jiyana çepgir a modernîst de zêde wenda nekir. Bi rengê PKK bi tenê civakê ji xwe re hebûnek peyda nekir, li gel rastiya civakî ya nakok ku jiyan dike, di nav xwe de jî bi hêza ku azadbûnê daye, şerekî hundirîn jî jiyankir. PKK şerê civakî yê herî giran di nav xwe de jiyankir. Ev rewşa şerê hundirîn ku partiyeke modernîst nikare xwe li ber bigre, di pêşketin û hîn saxlembûna wê de bibandor bû.

Veguherîna esas a di PKK de, piştî ku ji rêya navend û armanca xwe dewlet derket, kete rêyeke bi binesaziya demokratîk û siyasî bû. Rê guhertin ji ber zehmetiyên avakirina netew-dewleteke sosyalîzma pêkhatî nebû. Şêwazeke jiyanê ku ji jiyana kapîtalîst a ku giştî dunyayê dihate jiyankirin ferqa xwe nebû, sedema esasî ya qutbûnê bû. Yan yê li cîhaneke din derfetê jiyanê peyda bikira, yan jî wê weke rûxandina sosyalîzma pêkhatî belav bibûya. Piştgiriya herî girîng a pêvajoya Îmralî, ew rêya çareseriya demokratîk ku li derve bisînor li ser tê sekinandin, bi kûranî avakirina wê bû. Parazname û axaftin, vê kûraniya rêyê bi rengekî balkêş nîşan dide. Dewletê jî, PKK jî demeke dirêj pêşketinên di vî aliyî de nekarîn fêm bikin; weke guhertinên textîkî hesibandin. Ji aliyê hinekan ve, weke destpêka pêvajoya tasfiyeyê hate fêmkirin. Di rastiyê de jî di teoriya siyasetê de, di zaniyariya sosyolojîk de kûrbûneke mezin dihate jiyankirin. PKK rûberûyî veguherîneke gelekî berfireh bû. Kesên bêberpirsiyar û ji ber wê jî kesên ketiyên exlaqî vê dema veguherînê ji xwe re kirin hinceta revê. Hêmanê di van revên di salên piştî 2000 an de diyarker, ew lewaziya exlaqî ya li beramber cidiyeta veguherînê hebû.

Dewlet û derûdorên çepgir ên pêwendîdar, ketibûn nav hêviyeke ku PKK xwe bi xwe tasfiye bike. Ev nêzîkbûneke gelekî xelet û bêberpirsiyar bû. Ger dewlet piştre bi berpirsiyarî nêzîk bibûya, dibe ku piştî sala 1999 an veguherînên demokratîk ên dîrokî bihata jiyankirin. Ji ber ku ji bo hewldanên yekalî bi layiqî bersiv nehate dayîn, bi rastî jî derfeteke dîrokî hate hebakirin. Çepgiriya ku bi weşandin û berbelavbûnê ketiye nav ezeziyeta lîberal, ji dewletê hîn bêberpirsiyartir nêzîk bû. Revên çêbûn tu hinceteke exlaqî nas nedikirin. Rastiya ku civak demeke dirêj nayên xapandin, carekê jî bi rengekî ku nedihat hêvîkirin, di nav civaka Kurd de pêkhat. Êşên ku hatin kişandin gelek tişt didane fêrkirin. Sadiqbûneke ji rêzê jî civakê ji bo azadî û hevgirtinê li ser piya bihêle têr dikir. Civakek hate avakirin ku PKK weke rêxistin were tunekirin jî, herdem ji bo azadî û rûmeta xwe rabe serpiyan, gel û takekesên azad hatibûn avakirin.

Di encam de, pirsgirêka Kurd nehatibû çareserkirin, lê belê derfetên çareseriyê heta dawiyê zêde bibûn. Weke ku civak li ser piya ketibû nav hêviyên çareseriyê. Herçiqasî PKK weke ku dixwaze çareseriyên xwe yên yekalî pêşnexe jî, şansê xwe yê çareserkirinê hîn bihêztir berdewam dikir. Êdî çareseriya netew-dewlet ji şertbûyînê derketiye, lê pêşiya çareseriyên demokratîk siyasî yên gelekî dewlemend vebibû. Dewlet jî nedikarî çareseriyên xwe yên yekalî ferz bike. Ketibû ferqa wê ku êdî nikare weke berê hebûna wan bi înkareke tund berdewam bike. Çareseriya leşkerî êdî bibû şêwazê çareseriyê ya weke astarê wê ji rûyê wê girantir e. Hêza bêsînor carna li xwediyê xwe dide. Hatibûne wê rewşê. Ew cûdabûn û veqetîna di nav PKK de, heman rengê wê di nav dewletê de jî dihate jiyankirin. Dewlet cara yekem wê cesaret bike ku di bin navê Ergenekonê de xwe darizîne. Komara Tirkiyê cara yekem kete pêvajoya xwejêpirsînê ya cidî ya di dîroka xwe de. Gelek rastiyên ku dihatin înkarkirin, êdî dihatin ziman.

Di vê pêvajoya nû de pêşketina herî girîng, bêguman hevdîtina di sala 2007 an de ya di navbera serokê DYE û serokwezîrê Komara Tirkiyê de pêkhat û naveroka wê hîn jî tam nayê destnîşankirin e. Di vê hevdîtinê de li beramberî tasfiyeya têkoşîna çekdarî ya PKK, gîhîştina biryara bidawîanîna şêwazê kevn a Gladio bû. Darizandina Ergenekon îfadeya vê ya pêşçav bû. Di wateyekê de vegeriyabûn salên 1923 an. Cesaret dihat kirin ku ji xeletiyên 85 salan vegerin. Jinûve bi damezirînerên eslî yên komarê re digîhîştin hev. Dîsa ji dîrokeke metirsîdar derbas dibûn. Kurdên hatine cûdakirin, hevgirtin û yekîtî dixwestin; hem jî li ser bingeha Mîsak-ı Mîlî ya hatiye nûjenkirin. Dîrok neheqiyên gelekî mezin jiyan dike, lê belê tu carî jibîrnake. Rojek tê alî ji bo derbaskirina neheqiyan jinûve digîhîjin hev. Bêguman çareserî pêk nehatiye, lê belê ketine rêya çareseriyê. Heviyên çareseriyê ku li aso tê dîtin, her rojeke ku derbas dibe hîn bihêztir dibe. Hêza avakirina modela demokratîk a komarê bi xwe heye. Ger xwedî li mîrasa dewlemend a şaristaniyên hatine jiyankirin were derketin û layiqî ruhê yekîtiyê ku ji umetbûnê hatiye wergirtin bibin, wê ev hêz bi tenê modela xwe pêşkêşkirinê nemîne, ji bo hemû gelên bêşans ên herêmê jî mînakekê avabike. Lêgerîna çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, derfeta modeleke demokratîk jêneger dike.

 

C- Dİ PİRSGİRÊKA KURD DE ÎHTÎMALÊN ÇARESERİYÊ

 

Piştî ku ji serê sedsala 19 an pê ve hegemonyaya modernîteya kapîtalîst li Rojhilatanavîn bicîh bû, pirsgirêkên civakî û îhtîmalên wê yên çareseriyê jî gîhande qonaxeke nû. Ji aliyê şaristaniya hegemon a Rojava ve ji bo rojeva dîrokê hate veguhestin. Pirsgirêka giştî ya Rojhilatanavîn ku jê re tê gotin pirsgirêka Şerqê, di cewherê xwe de em dikarin weke pêvajoya perçebûna împaratoriya Osmanî jî pênase bikin, di her civak, gel û netew de li gel taybetmendiyên wekhev, bi taybetmendiyên cihêreng jî kete rojevê. Di serî de Ereb, Ecem, Tirk, Kurd, Ermenî, Rûm, Suryanî û Yahûdî li ser bingeha miliyetan, di serî de Misilmanî, Xrîstiyanî, Mûsevitî û laîktî li ser bingeha ol û mezheban, weke din li ser bingeha qadên bingehîn ên çînî, civakî, aborî, polîtîk, îdeolojîk û leşkerî de herçû pirsgirêk bi rengekî berfireh hatin jiyankirin. Li ser pirsgirêkên kevn, naverok û rengên nû hatin zêdekirin û herêm hate rewşekê ku herdem qeyran, pevçûn û şeran jiyan bike an jî ew anîn vê rewşê. Pêşdebûna bingehîn a şaristaniya Rojava mijara gotinê bû. Ev pêşdebûn biqasî pêt bû, di nav hemû welat, netew û civakan de pirsgirêk û lêgerînên çareseriyê jî berfireh dibe, ev jî jêneger e.

Dîrok herdem bi serê xwe pirsgirêkan ava nake, serdem û mekanên ku pirsgirêk hatine jiyankirin, li gel xwe îhtîmalên çareseriyê jî didin jiyankirin. Ya girîng çavkaniyên bingehîn û rêyên çareseriyê yên ku çêbibin ên pirsgirêk û çareseriyan, bi şertên dem û mekan re girêdayî, bi rengekî rasteqîn pênasekirin û pêkanîne. Ji bo vê nîqaşkirina bihêz û ronahîbûn girîngiyeke xwe ya jiyanî heye. Berovajî vê hewldanên ji bo nîqaş û çareseriyan tên serifandin, wê veguhere şerê koran. Di rastiya Rojhilatanavîn de, di dused salên dawiyê ya hegemonyaya modernîteya kapîtalîst de hatiye jiyankirin, hinekî bi şêwazê şerê koran bû û dane jiyankirin. Di giştî de em ji polîtîkayên perçebike-birêvebibe bigrin, heta textîkên rojane yên ji bo di her qadêde hegemonya were pêşxistin, di encama pêkanînên rêbazên cihêreng, beşek an jî takekesek ku neketiye torê nemaye.

Welatê Kurdistanê û civaka Kurd jî di serê welat û civakên ku ji hegemonyaya modernîteya kapîtalîst herî zêde neyînî bandor bûye, hatiye perçekirin û di nav pirsgirêk, jiholêrakirin û îsyanan de hatiye fetisandin de ye. Kurd û bavûkalên wan ku di serdema destpêkê û ya nevîn de jî weke welat û civak heman pirsgirêk jiyan kirin, li ser zext û dagirkeriya di serdema modernîteya kapîtalîst, serdemeke ku cara yekem hebûna wan bi rengekî cidî û sîstematîk ketiye xeteriyê, jiyankirine. Pêvajoya ku ketine tê de, pêvajoyeke xeternak ku qirkirinên çandî û fîzîkî gelek caran bikeve dewreyê bû. Di nav vê çarçoveya giştî de, li gel pêşketina pirsgirêka Kurdistan û Kurd, îhtîmalên çareseriyê ku herdem bi xwe re dida jiyankirin jî, pêşketin û veguherînek jiyankir.

Mirov dikare pêşketin û veguherînan di bin sê rengên bingehîn de binirxîne.

 

1- Çareseriya Îmhakar a Netewî ya Hegemonyaya Modernîteya Kapîtalîst

 

Ev şêwazê çareseriyê, şêwazeke çareseriyê ya herî dijwar a metropol û dagirkeriyên sîstema kapîtalîst ku xwe dispêre şidetê ye. Ew hersê hêmanên bingehîn a modernîteya kapîtalîst netew-dewlet, kapîtalîzm û yekdestiya endûstriyalîzmê, ji ber ku di bunyeya her civakeke netewî ku dikeve nav de, modeleke civakî ya yekreng ava dike, gelek caran pêwîstiya serlêdana polîtîkayên înkar û jiholêrakirinê dibîne. Ev polîtîka an jî şêwazê îdarekirinê, li gorî berxwedana rastiya civakî ya li beramberî xwe ,rengên cûda dikare werbigre. Ger dixwaze hebûna civakî ya li beramberî xwe ji holê rabike û di nav hêmanên modernîteya kapîtalîst a xwe de bihelîne, asta şidetê dikare bigîhê qirkirinan jî. Carna ew civaka ku hatiye armanckirin, ji welatên xwe bir bi erdnîgariyên hatine dorpêçkirin, qadên ku asîmîlasyon hîn bi hêsanî were pêkanîn tên surgûnkirin. Ji gundan, qadên çiyayî ber bi bajaran surgûnkirin, rengeke şidetê ye. Wargehên komkirinê, zîndan, komkujiyên girseyî, pêkanînên şidetê yên hîn berfirehtir bûne ne. Perçekirina welatê wan ê dayîk jî, ji bo bi hîn hêsanî werin birêvebirin, rengekî şidetê ya din ku tê pêkanîn e. Pêkanînên asîmîlasyonîst ên bi darê zorê û şertên wê hatine guncavkirin, dikeve nav asta şidetê. Operasyon, bêkar û bêtenduristî hîştin, hercûre qedexekirin, xebatên di şertê gelekî giran de, rengên şidetê yên sîstematîk ku herdem di dewrê de ne. Bi tevî vê ew civat an jî civaka ku hatiye armanckirin, ger hîn li ser piyan maye û pêwîste bi teqezî were tasfiyekirin, bi qirkirina fîzîkî qirkirina çandî tê tamamkirin.

Di Rojhilatanavîn de, Kurdistanê û Kurdan hemû rengên şidetê ku ji aliyê hêmanên modernîteya kapîtalîst ên guhertî, ji aliyê rêveberiyên wan ên yekdestiyê û bi taybetî ji aliyê netew-dewletan ve hatiye destnîşankirin, di şertên dem û mekanên cihêreng de jiyankirin e. Van pêkanînan tenê bi rêveberî û netew-dewletên despotîk ên Tirk, Ecem û Ereb ve girêdan nêzîkbûneke kêm e. Heta ku hegemonyaya navendî ya kapîtalîst di dewrê de nebe, tu rêveberiyên despotîk an jî netew-dewlet xwedî wê hêzê nîne ku bi tena serê xwe şideta îmhaker a netewî pêkbîne. Heta ku sîstem destûrê nede, bixwaze jî nikare vê hêzê nîşan bide, ger nîşan jî bide nikare mayînde bike. Ji serê sedala 19 an heta 1945 an împaratoriya Brîtanya di hemû seferên îmhaker a netewî yên di derbarê Kurdistan û Kurdan de, di komkujî û perçebûnan de, di pêkanînên taybetî xwe ên dagirkeriyê yên netew-dewletên herêmî de ( Tirk, Îran, Ereb) aliyek e. Heta ku Brîtanya û hêzên hegemonîk ên din nebin, statûya dused salên dawiyê ya Kurdistan û Kurdan nedikarî were xêzkirin û pêkanîn. Lê belê ev nayê wê wateyê ku hemû berpirsiyarî ya metropolên emperyalîst e; ew hêmanên modernîteya kapîtalîst ên herêmî ku di sîstematîka wan de hatine avakirin, hîn bêmerhemetir û îmhaker bûne. Ya ku ew anîne vê rewşê, kapîtalîzma dewletê ya bi şêwazê paşverû, faşîst de ye, netew-dewletgerî û endûstriyalîzm e. Ji ber bi modernîteya kapîtalîst re hev dereng naskirine û hêza wan a çandî lewaze, dihêle ku ev hêman zêdetir neçarî rêveberiyên înkarker û îmhaker ên netewî bin. Ji ber ku kapîtalîzma ku tê pêkanîn bi rengê yekdestiya dewletê pêş dikeve, ji ber ku talankare, dest datîne ser, karkeriyeke mûçeyî jî pêşnaxe û dagirkeriyê sûdxwariya bêsînor esas digre, divê wiha were birêvebirin.

Heman şêwazî bi sektora taybet a ku xwedî dike jî dide pêkanîn. Vekiriye ku rengê dewlet û sektora taybet a kapîtalîzmê heta ku îmhakarî û asîmîlasyona bi darê zorê di dewrê de negre, nikare bi rehetî were pêkanîn. Ji xwe netew-dewlet bi xwe di asta patronekî kapîtalîst a herî mezin de ye. Netew-dewlet weke rengê kapîtalîzmê ya herî rêxistinkirî û bihêz pênasekirin, ji bo fêmkirina pêvajoyê xwedî girîngiyeke diyarker e. " Muhendisiya civakê" ya netew-dewlet, bi navê etnîsîteya netewî ya serdest weke çerxeke yekrengkirinê, heta ku ew beşên hatine yêdinkirin were tasfiyekirin, bi rengekî bêdilrihmî tê birêvebirin. Hemû netew-dewletên Ereb, Tirk û Ecem ku li ser Kurdistan û Kurdan hatine avakirin, ev kar dane ser milê xwe.

Divê mirov endûstriyalîzmê jî, weke pêkanîneke yekdestiyê ya îmhakariya netewî fêm bike. Rûxandina wê ya civaka çandiniyê û gund, bi tena serê xwe di serê pêkanînên qirkirina civakî ya herî mezin a modernîteyê de ye. Endûstriyalîzma ku xwe dispêre enerjiya av, komir û nûklêrê ya ku rê bi tevî hemû dewlemendiyên xwe yên çandî ve rê li ber valakirina bi hezaran herêmên niştecîhbûnê vekiriye, hawirdor qirêj kiriye, jehr kiriye, rûberûyê radyasyonê kiriye û tewazina keş û hewayê xirab kiriye, çavkaniyeke tehdîdê ye ku ji qirkirinê hîn wêdetir e. Texrîbkirin û talankirina kenveşopên dîrokî yên li Kurdistanê, biazadî îfadekirina Kurdan a çanda xwe, qedexeyên li ser nirxên çandî, nebûna azadiya perwerdeyê, aliyê qirkirina çandî ya ku herî kêm biqasî qirkirina fîzîkî xeternaktir e destnîşan dike.

Ev şêwazê wehşiyetê ku jê re tê gotin çareseriya leşkerî an jî ya hêzê, bi Darwînîzma pozîtîvîst re girêdayî ye. Darwînîzma pozîtîvîst mafê jiyanê ya yên xwedî hêz esas digre. Kurd di serê civakên ku ew çareseriya zextê û jiholêrakirinê ya rêveberiyên hêza leşkerî ku xwe dispêrin hêmanên modernîteya kapîtalîst, heta hestiyên xwe jiyankiriye tê. Ermenî, Rûm, Suryanî, Bedewî û Tirkmen jî bune qurbanê heman çareseriyan ne. Afirandina neteweke serdest a yekreng, tam felaketek e. Her neteweke yekreng tê wateya jiholêrakirina bi hezaran nirxên çandî. Ew berxwedan û serhildanên li beramberi modernîteya kapîtalîst, bi taybetî jî ji bo parastina hebûn û rûmeta xwe ya li beramberî netew-dewletgeriyê hatine nîşandan, ji ber bêtewaziniya hêzê di giştî de bi komkujiyan biencam bûye. Her komkujiyek weke gaveke çareseriya leşkerî hatiye hesibandin. Piştî ku Kurdistan bi hevpeymana Qesr-î Şîrîn ( 1939) hate perçekirin, perçebûna ku bi tevî Misak-ı Mîlî ku jiyankiriye karesat hîn mezintir kiriye, rê li ber hîn bihêztir pêkanîna çareseriyên leşkerî vekiriye. Nêzîkî 90 sal her perçeyeke Kurdistanê di asteke ku bibe texteyeke ceribandinê ya çareseriyên leşkerî de hatiye hîştin. Ew nêrîna " Kurdê hov û paşverû" bi zanebûn hatiye afirandin, ji bo perçiqandin û seferên jiholêrakirinê kirine hincet.

Hêza civakî ya bingehîn ku li pişt çareseriya hêza leşkerî ye, bûrjûwaziya çîna navîn û bûrokrasiya ku ji  aliyê hêmanên modernîteyê ve hatiye avakirin e. Vê çînê çavên xwe li ser bingeha înkarkirina Kurdan vekiriye. Mezinbûna wê, ji pêkanîna dagirkirina Kurdan û rijandina xwîna wan a bêberamber derbas dibe. Kurdistan û Kurd weke çavkaniya madeya xam a xwezayî ya vê çînê ye. Ji bo wan tu caran nirxeke xwebûnê nehatiye dayîn; herdem di asta amûrbûn û di statûyeke koletiyê ya ku ji ya li ser jinê tê pêkanîn hîn xirabtir de tê girtin. Li beramber derketina wan a hêzên hegemon a Rojava ku hinekî din polîtîkayeke dagirkeriyê ya sist birêve dibin, ne ji ber hezkirina wan a ji bo serbixwebûn û azadiyê ye, ji ber bikaribin madeya xam ji dest wan bigrin û bi şertên hîn guncav îdare bikin, ji ber wê jî ji ber sedema tirsa ku dibêjin wê li beramberî wan bidine derxistin e.

Li ser Kurdan û Kurdistanê ji salê 1920 an vir ve, di bin siya hegemonên Rojava de, li beramberî tewîzên ku dane van hêzan, bi rengekî zimnî û girtî îtîfaqeke çarqolî mijara gotinê ye. Hegemonên Rojava ji bo ku van herçar netew-dewletên herêmê ( Îran, Tirkiye,Sûriye,İraq) weke ku dixwazin araste bikin, ji jêr destan re leyîstina bi Kurd û Kurdistanê,  ji xwe re weke merîfetek hesibandine. Weke ku wan piştgirî dikin xwe didin nîşandan, piştî ku gîhîştin armanca xwe ew wisa hîştin, li gorî berjewendiyên xwe hîn guncavtir dîtine. Li ser tu gelekî dunyayê û li ser welatekî evqasî hêza leşkerî nehatiye bikaranîn û leyîstokên komployê nehatiye leyîstandin. Ermenî, Rûm û Suryanî jî bibûne qurbanê pêkanînên modernîteyê ya bi vî rengî. Rûxandina netew-dewleta İraqê ya di sala 2003 an de, rêveberiyên Sûriye, Îran û Tirkiyê xistiye nav tirsekê, ew hemû nakokî û pirsgirêkên di nav xwe de hene li aliyekî hiştine, ew biratiya ol ku gelekî bilêv dikirin dest ji wê jî berdane, li beramberî Kurdan îtîfaqên xwe yên pîroz ber bi nûbûnê birine. Ev hêz îtîfaqên ku nekarîne li beramberî tu dijminên xwe pêşbixin, li beramberî Kurdistan û Kurdan bê metirsî, bi lezgînî pêkanîne.

Kurdan li gel ku bêparêzer û bêmutefîq li beramberî vê hegemonyaya biast û îtîfaqan serîrakirine, weke hemdemên xwe ne karîne çareseriyên netew-dewletger ne jî çareseriya netewa demokratîk pêş bixin. Herçiqasî rûxandina netew-dewleta İraqê ji bo hinek hêzên Kurdî di çarçoveya çareseriya netew-dewlet de rê li ber binesaziya dewleteke federal vekiribe jî, zêde di asteke biewle de nîne. Ev binesazî ji bo Kurdan rizgariyek nîne, tê xwestin ku ev weke amûrê kontrolê ya hêzên hegemonîk û dagirker were bikaranîn. Li gel ku çareseriya leşkerî û polîtîkaya hêzê li ser her perçeyeke Kurdistanê û gelê wê, îdîaya xwe ya gîhîştina armancên xwe yên kevneşop bernedabin jî, êdî xwedî wê hêza berê jî nînin. Ji ber ku gelekî hatiye deşîfrekirin, bingehên xwe yên nokeriyê jî bilezgînî wenda dike. Li gel ku çareseriya hêza leşkerî ya netew-dewletger ku beşa civakî ya herî zêde pişta xwe didê ye jî, rûpoşên nokerên Kurd ên kevneşop ji ber berxwedana 30 salên derbasbûyî de baştir ketiye, ev jî hatine deşîfrekirin û teşhîrkirin. Di wendakirina hêza xwe ya çareseriya leşkerî de, roleke mezin a rûxandina ku di bingeha beşa noker de tê jiyankirin heye.

Li gel bicîhbûna hegemonyaya DYE ya li İraqê, zemînê berdewamkirina bi şêwazên kevn ên pêkanînên Gladio ya NATO li ser Kurdistan û Kurdan, ango rêbazên kontrgerîla gelekî hate herifandin. Ji ber helwesta li beramber PKK û dewleta Federe ya Kurd, ew aloziya di navbera Komara Tirkiyê û DYE bi lihevkirina Washington a di sala 2007 an de veguheste qonaxeke nû. Tê fêmkirin ku li beramberî destjêberdana têkoşîna çekdarî ya PKK, di bunyeya netew-dewlet de roleke sereke nade çareseriya leşkerî, li ser nêzîkbûnên di asta civakî, siyasî û çandî jî çareseriyan pêşniyar dike , gîhîştine lihevkirineke giştî. Darizandinên Ergenekonê bi vê lihevkirinê ve girêdayî ye. Bi dewleta Federe ya Kurd re derbasbûna têkîliyên asayî de jî divê mirov para vê lihevkirinê bigere. Bi vî rengî pêkanînên li ser Kurdistan û Kurdan a rêveberiya netew-dewletger a Tirk neçar ma ku veguherînan jiyan bike. Herdu şaxên din ên modernîteyê jî, rêjeya sûdxwariyê ya sermayeyê ku tengav bûye û berjewendiyên endûstriyel ên li ser aboriya İraqê jî, di vir de gelekî bibandor bûye. Polîtîkaya Kurdistan û Kurd a nû ya Komara Tirkiyê, ji giranbûna çareseriya leşkerî derketiye, ber bi polîtîkayên ji bo di qadên aborî, civakî, siyasî û çandî de ji lihevkirinan re vekirî ve çûye. Bêguman ev pêşketineke girîng e, pêşketineke ku bandora xwe li ser hemû Kurdistan û Kurdan, ji ber wê jî li ser Rojhilatanavîn heye, evê jî wê bi xwe re encamên girîng biafirîne.

 

2- Çareseriya Netew-Dewletger a Federalîst a Kurd

 

Ev çareseriya xwe dispêre başûrê Kurdistan û Kurdên wir, di rastiyê de şêwazê çareseriyê ya hêzên hegemonîk a Rojava nîşan dide. Ev hêz ji ber ku ji çareseriya netew-dewletgeriyên faşîst ên herêmî di demeke dirêj de bibawer nînin û ji ber ku ev şêwazên çareseriyê ji bo bicîhbûna wan a di herêmê de guncav nîne, çareseriya netew-dewletgeriya federalîst neçar dike. Bi vî rengî hem di bicîhbûna welatê pêwendîdar de hem jî netew-dewletên herêmî û hêmanên din ên modernîteyê bi xwe ve girêdan û pêşxistinê de, ev çareseriya ku xwe dispêre Kurdên başûr, wê bibe xwedî roleke manivelayê ku baweriyê dide. Netew-dewleteke tam serbixwe ji vî aliyî ve guncav nîne, heman rolê manîvelayê ji ber ku nikare bileyîze, nayê tercîhkirin. Hêmanên modernîteya kapîtalîst ên Kurd jî, ji ber ku hem êdî polîtîkayên wan ên noker ên kevneşop teşhîr bûye, hem jî êdî nikare berjewendiyên wan pêşiwazî bike, wan jî vegûherîneke ber bi çareseriyeke federalîst pêkanîne. Divê mirov dewleta Federe ya Kurd a li bakûrê İraqê ( başûrê Kurdistanê) tenê veguherîna bûrjuva ya wê herêmê nebîne, divê weke veguherîneke bûrjuva ya çîna noker a li hemû Kurdistanê were nirxandin. Bingehê wê kevn e. Di hemû serhildanan de û rêxistinên miliyetperestî de, çareseriyên di vî aliyî de, herdem weke armanc hatiye destnîşankirin. Bi tevî perçebûna zêde û belavbûna di navbera wan de jî, mirov dikare asta nû ya van hêzan weke modernîteya kapîtalîst a Kurd binirxîne.

Bi taybetî berxwedana 30 salên dawiyê ya PKK, neçar hîştiye ku ew jî di nav xwe de bikevine nav lêgerînên hemahengiyê û çareseriyên federalîst. Herçiqasî belav û pirserîbin jî, di asta îdeolojîk-polîtîk de lewaziyan jiyan bikin jî, wê di şêwazê çareseriya li derûdora netew-dewletoka Kurd a Federe de bi israr bin. Herçiqasî netew-dewletên herêmî ( Tirkiye, Îran, Sûriye, heta netew-dewleta navendî ya İraq jî) li beramberî vê bisekinin jî, îhtîmaleke mezin e ku bi piştgiriya hegemonyaya kapîtalîst hebûna xwe mayînde bikin. Hegemonyaya cîhanî wê vê modelê weke modeleke ku divê di hemû Rojhilatanavîn de were pêkanîn, li gorî berjewendiyên xwe hîn guncavtir bibîne. Çarenûsa çareseriya Federalîst, bi rast fêmkirina nasnameya Kurd û rêznîşandana vê nasnameyê ya ji aliyê bûrjûwa û bûrokrasiya netew-dewletên serdest ve girêdayî ye. Ezmûna li İraqê wê nîşan dide ku hê jî nehatine vê qonaxê. Nêzîkbûna netew-dewlet a Ereb a Sûriyê, Kurdan li derveyî civaka dewletê dihesibînin. Nêzîkî wê tiştê jî nabin ku Kurdan weke hemwelatî qebûl bikin. Miliyetperestiya Şîa ya tund a li Îranê, li beramber rastiya Kurd biyanî ye û ji bo asîmîlekirina Kurdan guncav nîne. Rêveberiyên eyaletan ên kevneşop li ser hêmanên modelê spartin, dem dixwaze. Rêveberiya heyî dûrî federalîzmê ye. Rizgarbûna ji zîhniyeta înkarker û asîmîlasyonîst a bûrjuwaziya çîna navîn û bûrokrasiya Tirk dibe ku hîn zûtir be. Ji ber ku girseya giranî ya Kurdan di komarê de û di binesaziyên berî wê de, bi tabeqaya Tirk a jor re hevkariya xwe bihêz e, dibe ku ev rastî rê li ber şoreşa zîhniyetê vebike.

Wisaye ku bibîranîna hevpariyên stratejîk a di pêvajoya damezirandina komarê de zehmet nîne. Heta ku dîroka hevpar rast hate fêmkirin, qebûlkirina Kurd a di binesaziya dewletê de jî wê pêşbikeve. Tirkan weke milet gelekî zêde tecrûbekirine ku bêkurdbûn di pêvajoyên xeternak de wê bibe felaketeke stratejîk. Di qonaxên asayî de federalîst nebe jî, ger werin qebûlkirin ezmûnên jiyana hevpar wê zehmet nebe. Ew navhevdebûna civakî ku pêşketiye, dikare di aliyê jiyana hevpar de were nirxandin. Ger teşhîrbûna îdeolojiyên netewperest û miliyetperest û bingehên dîrokî yên kûr a têgîhîştina umet-milet di aliyê demokrasiya muhafazakar de were bikaranîn, wê nokeriya Kurd a kevneşop jî van refan tercîh bikin. Rastiya ku tê jiyankirin jî di vî aliyî de ye. Her çiqasî çareseriya leşkerî herdem li ber derî were girtin jî, nîqaşkirina federalîzmê ya herî kêm di asta azadiya hizirandinê de nîqaşkirina wê mumkûn e.

Hêza civakî ya hem çareseriya hêza leşkerî hem jî ya federalîst noker teng e. Çareseriyeke li gorî berjewendiya hem ya hemû Kurdan hem jî civakên cîranên wan in nîne. Ev model çareseriyên lihevkirinê ya tebaqaya jor û hêmanên modernîteya kapîtalîst a di navbera hev de nîşan dide. Biqasî ku ji beşa jêr a civakê tirsiyan, hîn zêdetir nêzîkî pêwîstiya çareseriyê dibin. Çareseriya ku di hemû tevgerên rizgarîxwaz a netewî û sendîkageriya çîna karker de tê jiyankirin, çareseriyeke çîna navîn e. Çaresernekirina pirsgirêkên heyî, bi vê binesaziya çînî ve girêdayî ye. Hêzeke çareseriyê ya her çînekê heye. Di çareseriya bingehîn a pirsgirêkên civakî de, divê hêmanên civaka demokratîk a li derveyî hêmanên modernîteya kapîtalist bikevin dewreyê û rolên xwe yên dîrokî bileyîzin. Dîrok ji bo modernîteya kapîtalîst a Kurd hêza ku têr dike pêşkêş nake. Lêgerînên çareseriya netew-dewlet, xwedî hêza ku bikaribe federalîzmê derbas bike nîne. Federalîzm bi tena serê xwe ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî ya Kurd ku herdem di nav qeyranê de ye têr nake; bi tenê dikare di çareseriya netewa demokratîk de roleke erênî bileyîze û bi vî rengî dikare ew xeteriyên ku ji kêmbûna wê derdikeve derbas bike.

 

3- Çareseriya Netewa Demokratîk

 

Taybetmendiya diyarker a çareseriya netewî ya demokratîk, çareseriyê li derveyî dewletê digere. Derveyî dewletê gerîn nayê wateya ne dewletê birûxîne şûna wê yeke din avabike, ne jî weke dirêjiya dewleta heyî di nav wê de bihele. Civak çareseriyê di nav xwe de, di îradeya xwe ya demokratîk de digere. Dewletê weke pozîtîf an jî negatîf armanc nake. Wisaye ku hem di dîroka hemû şaristaniyê de, hem jî di qonaxa modernîteya kapîtalîst de, çareseriya pirsgirêkên civakî û çareseriya berjewendiyên çînî ya ji aliyê tebaqayên jor, bi dewletbûnê girêdayî ye. Îhtîmaleke çareseriyê ya wiha ya demos nabe. Çareseriya dewleta proleter û gel ku bi navê kedkar û gelan sosyalîzma pêkhatî pêşniyar dike jî, xapandineke û hatina xapandin e. Jiyanê ev rastî piştrast kir. Şerên di rêya desthilatdarbûn û dewletbûnê de hatine meşandin, herdem ji bo berjewendiya beşên serdest û sermayeyê de bûye. Ji dîrokê heta niha zêde pêşnexistina çareseriyên netewî yên demokratîk, ji ber pêwîstiya berjewendiyên beşên serdest ên desthilatdariyê û yekdestiyên sermayeyê ne. Di çareserkirina pirsgirêkên di roja me de jî, heman rastî mijara gotinê ye.

PKK ya ku di bin bandora sosyalîzma pêkhatî de bû û demeke dirêj nekarî paradîgmaya netew-dewletger derbas bike, sedema esasî ya xitimandina wê ye. Ev rewş dişibe xitimandina Komara Tirkiyê ya ji aliyê hêmanên modernîteya kapîtalîst. Tişta ku dihate armanckirin, Tirkiyê veguherînin dewleteke sosyalîst, li Kurdistanê dewleteke sosyalîst avabikin û piştre di navbera herduyan de yekîtiyeke enternasyonalîst biafirînin. Di vê paradîgmayê de zêde cîh ji bo demokrasiyê û civaka demokratîk nebû. Nakokiya çînî ya di xwezaya desthilatdarî û dewletê de nedihate dîtin. Weke ku K. Marks wisa bawer dikir ku civakeke saf a kapîtalîst dikare were avakirin, wisa dihate bawerkirin ku dikare dewleteke bi tenê çînî were avakirin. Di rastiyê de weke rastî ne dewlet bi tenê çînî ne jî bi tenê kapîtalîst mumkûn e. Di vî aliyî de hinek rexneyên wî yên mafdar û rast hebin jî, anarşîstan heman rastî di mijara armanca civaka netewî ya demokratîk de nedikarîn pêş bixin.

Têgîhîştina civaka netewî ya demokratîk a PKK pêvajoyeke bi êş e. Di heman demê de jinûve jidayîkbûn e. Redkirina bûyîna partiyeke sosyalîst a pêkhatî klasîk e. Destjêberdana armanca dewletê ye. Di nav partiyên ku di vî aliyî de di jiyankirina veguherînê de ya sereke ye.

Çareseriya netewî ya demokratîk, bi tenê îhtîmaleke çareseriyê ya taybet bi Kurdistanê û gelê Kurd re girêdayî nayê pêşniyarkirin. Di serî de civakên  Rojhilatanavîn, ji bo hemû civakan weke çareseriyeke gerdunî tê pêşniyarkirin. Siwana siyasî ya çareseriya netewî ya demokratîk, konfederalîzma demokratîk a civaka sivîl a ku ne dewlet e. Tu şibandineke konfederalîzma demokratîk bi federalîzm an jî konfederalîzma dewletê re nîne. Ev rastiyên cûda ne.

Modela aborî-civakî ya çareseriya netewî ya demokratîk, yekîneyên komûnal in. Yekîneyên civaka ekolojîk, civakî û aborî, armanca sûdxwariyê jiyan nakin. Rêzkirina pêdiviyên bingehîn esas e. Piyasa hebe jî, yekdestiya li ser wê tê sînordarkirin, di bin kontrola etîk a civakê de ye. Nirxên etîk û polîtîk ên di nav civakê de, ji huqûqê pêşdetir e. Ji civaka huqûq zêdetir, esasên civaka exlaqî û polîtîk pêşdetir e. Di pêkanîna karên civakî û pirsgirêkan de pîvanên demokrasiya yekser derbasdar e. Demokrasiya yekser bi zanebûna zanistî ya serdemê re girêdayî ye. Azadiya civak û takekes bi jiyankirina di nav hev de ya zanebûna zanistî, huner, exlaq û polîtîk re pêktê. Pîvana takekesên azad, bi asta azadiyê ya yekîneyên komûnal ku tê de cîh digre re girêdayî ye. Qutbûna ji civakê nayê wateya azadiyê.

Li gel van taybetmendiyên giştî, hinek pîvanên bingehîn ên çareseriya netewa demokratîk, em dikarin jinûve rêz bikin.

a- Netewa Demokratîk: Rewşa netew a civaka demokratîk ku xwe naspêre ziman, etnîsîte, çîn û dewletê, xwe dispêre pirziman, piretnîsîte, cîh nade cihêkariya çînî û dewletê, xwe dispêre takekesên azad û wekhev, îfade dike. Netewa demokratîk ji hemwelatiyên demokratîk û civatên demokratîk pêktê. Paradîgmaya netewa nerm ku ji nasnameyên çandî yên vekirî esas digre.

b- Welatê Hevpar ( Welatê Demokratîk): Kombûna welatê dayîk ku tu kes yê dinê, tu civat civateke din nake yê din, bi rengekî wekhev û azad tê parvekirin îfade dike.

c- Komara Demokratîk: Vekirîbûna dewletê jî civak û takekesê demokratîk îfade dike. Rêxistinbûna dewletê û rêxistinbûna demokratîk a takekes rastiyên cûda ne, rêzgirtina rewabûna hev esas digrin.

d- Destûrabingehîn a Demokratîk: Destûrabingehîn ku bi konsensûsa civakî hatiye avakirin, hemwelatî û civatên demokratîk li beramberî netew-dewlet diparêze.

e- Jihevnebûna Mafên Takekesî û Kolektîf: Çawa ku civaka ji takekesan avabûye dîsa jî ji kombûna tekekesan tiştekî cûdatir be, di navbera wan de cûdabûn hebe jî, mafên takekesî û kolektîf jî du rûyên cûda yê heman civakî îfade dike. Weke ku yek rûye madalyonekî nebe, civakek an jî takekesên ku xwedî mafên takekesî an jî kolektîf jî nabin.

f- Serbixwebûna Îdeolojîk û Azadî: Çareseriya netewa demokratîk, heta ku hegemonyaya îdeolojîk a pozîtîvîst a modernîteya kapîtalîst û koletiya lîberalîst a weke ezeziyet jinûve hatiye avakirin neyê derbaskirin, nayê pêkanîn. Zanebûna cewherî ya di derbarê xwezaya civakî ya xwe de, şertê zanebûnê ya çareseriya netewî ya demokratîk e.

g- Dîrokîbûn û Rojamebûn( Nihabûn): Rastiyên civakî, rastiyên dîrokî ne. Rastiyên ku di dîrokê de hatine jiyankirin bi ferqekî gelekî kêm, di niha de ya rojane de jiyan dike. Heta ku girêdaniyên di navbera dîrok û niha de rast neyê avakirin, zîhniteya civakî ya modernîteya kapîtalîst ku ezeziyeta hatiye bêdîrokirin û yekreng, ya bi kêliyê û ya bi tenê niha, nayê derbaskirin. Rast fêmkirina dîrok û niha, ji bo çareseriya netewa demokratîk şertekî pêwîst e.

h- Exlaq û Wicdan: Tu pirsgirêkên civakî heta ku serî li exlaq û wicdan neyê dayîn, nagîhê çareseriyeke bitenduristî. Çareseriyên modernîteyê yên bi tenê hêz û huqûqê, ji çewisandin û ji cewherdûrxistina pirsgirêkan wêdetir tu encamekî nade. Di çareseriya netewa demokratîk de, empatiya ku çavkaniya xwe ji exlaq û wicdan werdigre şerte.

i- Parastina Cewherî ya Demokrasiyan: Weke ku hebûneke bê parastina cewherî nebe, civakên demokratîk ên ku hebûna herî pêşketî yên xwezayê ne jî bê parastina cewherî nayê pêkanîn, nikare hebûna xwe berdewam bike. Di çareseriyên netewî ya demokratîk de divê pêwîstiyên pîvana parastina cewherî were pêşiwazîkirin.

Ev nêzîkbûnên pîvanî ku divê hîn werin pêşxistin, dihêle ku em çareseriya netewa demokratîk ji nêzîk ve nas bikin. Ev pîvanên ku YE( Yekîtiya Ewropa) jî weke veguherîn herdem vediguhezîne rojeva xwe, di giştî de ji bo pirsgirêken civakî yên Rojhilatanavîn, hîn zêdetir jî ji bo pirsgirêkên civaka Kurd, bi rastî jî weke derman e. Li ser bingeha van pîvanan û di çarçoveya pênasekirina jiyana netewî ya demokratîk, çareseriya demokratîk ku li Kurdistanê pêşbikeve, xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Ketina pêvajoya demokratîkbûnê ya Tirkiyê û çareseriye demokratîk a di pirsgirêka Kurd de, weke du rûyên madalyonekê ye. Rûyek bê rûyê din nabe. Ger em astên çareseriyê ya li ser Tirkiyê hinekî din pêşçav bikin, wê hîn zêdetir ronahî bibe. Berî hertiştî ew nêzîkbûna pîvanî ya ku li jor bi kurtayî li ser hatiye sekinandin û hatiye dubarekirin, nikare jinedîtîve were. Çareseriyên ku pîvan û sîstemên xwe nînin, hem nayên fêmkirin hem jî weke tedawiyeke pansûmanê ya rojane wêdetir tu encamekî nade. Çareseriya ku tê hizirandin, dixwaze bila sîstema hegemonîk a kapîtalîst belav bibe, dixwaze bila berdewam bike, îhtîmaleke çareseriyê ku di nav hemû qonaxên binesaziyê de pêkanîn û jiyankirina wê tê parastin.

Hêmanê yekem, tê wê wateyê ku di pêvajoya şaristaniya Rojava de heta ji bo derbaskirina wê çareseriyeke vekirî tê pêşniyarkirin.

Hêmanê duyem, binesazî, sazîbûn û yekdestiya îdeolojîk aliyên ku pişt wan ên  hêmanên modernîteya kapîtalist ku di nav komara Tirkiyê de ne çi dibin bila bibin, hebûna civaka netewî ya demokratîk, ji ber wê jî hebûna şansê çareseriyê û rewabûna wê qebûl dike. Tişta ku di vir de tê fikirandin, ne bi şoreşê tasfiyekirina hêmanên modernîteya kapîtalîst ( netew-dewletgerî, kapîtalîzm, endûstriyalîzm) pêşniyar dike, ne jî jiholêrakirin û asîmîlasyona ku ji aliyê polîtîkaya hêza leşkerî tê qebûlkirin. Du hebûnên bingehîn ku rewabûna hev nasdikin, "entîte" di nav aştiyê de bihevre jiyînê û pêşbirka ku di nav pevçûnê de nîne esaz digre û vê peşniyar dike.

Hêmanê sêyemîn, bi herdu hêmanên destpêkê ve girêdayî, jênegerbûna saziya siyaseta demokratîk pêşniyar dike. Zemînê çareseriya hemû pirsgirêkên ku derbikevin holê û pirsgirêkên hene, siyaseta demokratîk e. Muzakereyên demokratîk û dîplomasî jî di nav siyaseta demokratîk de ne. Ji bo siyaseta demokratîk were birêvebirin, divê hemû astengiyên ku hene werin rakirin. Azadiya raman a berfireh, partî, sendîka, kooperatîfên bi binesaziyên demokratîk û hebûna hercûre civaka sivîl, bi tenê derbaskirina astengiyên heyî re mumkûn e. Di hilbirajtinan de an gelekî daxistin an jî bi temamî rakirina sîstema bendan, pêwîstiyeke jêneger a siyaseta demokratîk e.

Hêmanê çarem, divê sîstemên ku pêwîstiya mafê parastina cewherî ya herdu entîte û hebûnên bingehîn ku pêşiwazî dike were pêşxistin. Di rastiyê de me  ev hemû hêman di beşa " Hinek Têgeh, Hizirandi û Pîvanan" a Rapor- Nexşeya me ya Rê de, me xwest bi rengekî hîn berfirehtir pênase bikin. Di vir de bi tenê bi rengê model wê çawa derbasî jiyanê werin kirin em pêşkêş dikin.

 

4- Pêşçavkirina di asta Nav de Çareseriya Demokratîk: KCK

 

Mirov dikare çareseriya demokratîk di asta nav de jî pêşçav bike. Sazî û sînorên heyî yên Komara Tirkiyê, rewa tên qebûlkirin. Pirsgirêkên şêwaz ên weke Unîterbûn, federalbûn an jî konfederalbûn nayê nîqaşkirin, nayê pêşniyarkirin ku bînine rojevê jî. Naveroka demokratîk,wekhev û azad a hemwelatîbûna Komara Tirkiyê, bi tenê di destûrabingehîn û yasayan de na, weke sazîbûn jî pratîkirina wê tê peşniyarkirin. Ji bo vê jihevnebûna maf û azadiyên takekesî û maf û azadiyên kolektîf, nasnameyên çandî yên vekirî tê destnîşankirin û pêşniyarkirin. Hêmanên di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de, weke perçeyeke jêneger a demokratîkbûnê, heta bi rewşa xwe ya heyî ve weke bingehê wê  nirxandina wê tê pêşniyarkirin. Çareserî navenda xwe dewlet nîne, sîstema demokratîk ku hemû civakê dixe nav xwe esas digre. Hêmanên ku ji sîstema demokratîk divê were fêmkirin, ji ber di beşa "Têgeh, Hizirandin û Pîvanan" de û beşên piştre bi berfirehî hatine dahûrandin, pêwîstiya dubarekirinê nîne. Lê belê weke li ser zêdekirin, di asta nav de pêşçavkirina wê weke KCK ( Koma Civakên Kurdistan) dikare were destnîşankirin. Herdem tê destnîşankirin ku divê KCK weke bi şêwazê KT ( Komara Tirkiye) an jî alternatîfa wê neyê hizirandin. Hem ji aliyê naverok hem jî ji aliyê şêwaz de, herdu binesaziyên cûda ne. Komara Tirkiyê bi pîvan û saziyên xwe ve, bi dîrok û rojanebûna xwe ve hatiye dahûrandin. Tu pêwîsti bi dubarekirinê nîne. KCK jî hem di asta pênasekirin hem jî di asta pêşketinê de pêwîst dike ku li ser were sekinandin. Mirov dikare pênaseya wê weke rêxistinbûna siwan a ji hêmanên modernîteya demokratîk a Kurdan ( netewa demokratîk ku ji civatên ekolojîk-aborî, hemwelatiyên demokratîk û nasnameyên çandî yên vekirî pêktên) pêktê  îfade bike.

Têgehên di vir de yên krîtîk tegehên " hemwelatiyên demokratîk" û " netew" e. Ez bawerim li ser hemwelatiyên demokratîk zêde nîqaş pêwîst nake. Bi rengê kesê ku xwedî maf û azadiyên takekesî û kolektîf e pênasekirin, bawerim zêde nerazîbûnê çênake. Netewa demokratîk dibe ku hinekî din tevlîhev were dîtin. Lê divê neyê jibîrkirin ku pênaseya netew a ku Yekîtiya Ewropa ji şerên netewan a pênsed salên dawiyê de derxistiye, nêzîkî vê ye. Netewperestiya dewletê ku di roja me de jî, ji ber xitimandin û pirsgirêkên ku jê re rê vekiriye, bi lezgînî ten nermkirin û tên derbaskirin. Di têgehên netew ên nû ku tên pêşxistin de, herdem li ser taybetmendiya demokratîk tê sekinandin. Di Komara Tirkiyê de ew pênaseya Mistefa Kemal ku dibêje " Ji gelê Tirkiyê re tê gotin miletê Tirk" divê mirov bi aliyekî na bi du aliyan lê temaşe bike. Wê ev hîn çaresertir be. Bi taybetî bikaranîna darezînên desthilatdariya serdest a zilam û ew darezînên şovenîzma bêsînor ku li ser têgeha netewa Tirk tê barkirin, zehmet dike. Veguheriye têgeheke ku beşdarbûna nasnameyên din herdiçe asteng dike. Ji ber wê jî " Gelê Tirkiyê" ku ez pêşniyar dikim, nêzîkî pênaseya netew ku ji nasnameyên vekirî û ji hemwelatiyên azad û wekhev demokratîk pêktê ye heta wê îfade dike. Ji ber ku di wê serdemê de jî ev têgeh piretnîsîtebûnê îfade dikir. Têgeheke ku bûye weke astengiyek, parastina wê ya bi korane piştgiriyê nade çareseriyê.

Wisaye ku mirov dikare KCK weke ji bo Kurdan demokratîkirina civaka sivîl jî  pênase bike. KCK weke rêxistina siwan a civaka sivîl, bi rastî jî dikare û li gorî cewherê xwe di nav hevgirtina "Gelê Tirkiyê" an jî " Netewa Tirkiyê" were rûniştandin. Ya rastir ger jidil bawerî bi pêwistiya bûyîna di nav Gelê Tirkiyê an jî Netewa Tirkiyê tê kirin an jî tê qebûlkirin, vekiriye ku pênaseya herî guncav û nerm divê di vî aliyî de be. Bi tenê bi vê pênaseya netew a nerm, dikare pêşiya hêza hilberînê ya pirsgirêkan a çareseriyên federalîst û nezîkbûnên  jiholêrakirinê û înkarkirinê were girtin. Tişta ku demeke dirêj pêşiya cihêkarî û deriyê şidetê bigre jî, dîsa ev netewa nerm û rêxistinbûna siwan e. Em ji dîrokê û tiştên rojanê tên jiyankirin  gelekî baş dizanin ku çareseriyên hêza leşkerî û federalîst, em bihêlin hêza wan a çareserkirina pirsgirêkan, bi tena serê xwe wê derî li herdem rewşên şer û cihêkariyê re vekirî bihêlin. Kurd di rewşên heyî de jî ji xwe kolektîvîteyên xwe pêş de birine, weke takekes jî di azadbûnê de asteke pêşketî pêkanîne. Tiştekî ji vê hîn şûndetir ferzkirin, wê rê li ber şideteke hîn berfirehtir û cihêkariyê vebike, ya rasttir ev rêya ku ji wan re vekiriye de wê bi rengekî lezgîn û bihêztir ber bi bezandinê biçin. Gotina vê tiştê kehanetek nîne. Rêveberiya Federe ya Kurdistanê ya li bakûrê İraqê hinekî jî vê rastiyê îfade dike. Encamên polîtîkayên înkar û jiholêrakirinê ya di dîroka komarê de jî li pêş çavan e. Ger qonaxa ku zanista civakî gîhîştiyê pêşçavan re were derbaskirin û li ser çareseriya KCK were sekinandin, wê were fêmkirin ku ev çareseriyeke hem li gorî rastiya Tirkiyeya Demokratîk, Komara Demokratîk û Netewa Demokratîk ya herî guncav e, hem jî pêkanîna wê îhtîmala herî bihêz e.

Dema ku çareseriya KCK were pratîkirin, pêşdîtina pêşketinên ku çêbibin wê fêrker be. Di vê rewşê de saziyên komarê wê hebûna xwe biparêzin û berdewam bikin. Lê edî rewşeke cûda çêbûye. Sazîbûna KCK jî pêşdikeve. Dewlet xwe weke yekîneyên îdarî dide pêkanîn, KCK xwe weke saziyên demokratîk dide birêvebirin. Mijar û astên wan cûdabûn û wekhevbûnê dikarin derbixin holê. Dema ku cûdabûn çêbû, aliyên wan ên hevtemamkirinê girantir be. Dema ku şibandin çêbû jî pêşbirkeke erênî wê destpêbike. Kîjan ji bo pirsgirêkên civakî bersivên herî baş peyda bike, piştgirîkirina wê sereke dibe.

Di vê modela çareseriyê de hêmanê herî girîng, redkirin û yêdinkirina hev pêwîst nake. Hemû çareseriyên kevneşop, li ser herdem redkirin an jî yêdinkirina mafdarên bidewlet an jî takekesî hatibû avakirin. Heta ku yek neyê rûxandin an jî neyê yêdinkirin, şûna wê yê din an jî ya hîn baştir tê dîtin, nedihat pêkanîn.

Di vir de para dogmatîzma olî û pozîtîvîst diyarker e, hem di dîrokê de hem jî di roja me de civak xistina weke gilokeke pirsgirêkan wêdetir encameke din nedaye. Daneyên nû ya zanista civakî, asta nermbûn û bilindbûna zîhniyeta xwezaya civakî destnîşan dike. Berbelaviya têkîliya sîmbiyotîk ( sûdwergirtina beramber) tê diyarkirin. Datîne holê ku nakokiya Antagonîst ( bipevçûn) neçariyek nîne. Saziyên siyaseta demokratîk ( KCK divê weke rêxistina siwan a van saziyên wiha were fêmkirin) têkîliyên xwe bi dewletê re rûxînerbûnê zêdetir, wê dewletê ber bi astên herî sûdmend û pêwîst ve bibe. Bi vî rengî behskirin hîn rastir e. Herçiqasî pêvajoyên aloziyan were jiyankirin jî, diyaloga bihêz a di navbera wan de wê bikare çareseriyên demokratîk hilberîne. Mirov dikare destnîşan bike ku ger pêvajo pêş de biçe, şêwazên sazîbûnê ku li ser piyan bimînin, yên ku pêwîstin û bi sûdmendin wê rewşa xwe biparêzin, pêşbixin û berdewam bikin, yên ku nepêwistin û tu feydeya xwe nînin jî, wê werin derbaskirin. Ji xwe encama ku ji mekanîzmayên demokratîk tê hevîkirin jî ev e.

 

5- Astên Pêkanînê ya Çareseriya KCK ku çêbibe

 

Dema ku em astên pêkanînê ya çareseriya KCK ku çêbibe destnîşan bikin, mijar wê hîn zêdetir were ronahîkirin.

a- Asta Aborî: Wê xebateke berfireha a KCK li ser qada aborî çêbibe. Li beramberî bandorên sûdxwariyê ya hêmanên modernîteya kapîtalîst û bandorên wê ya rûxînêr a li ser hawirdorê, wê di rewşa parastina civakê û hawirdorê de be. Wê vê jî di serî de komûnên aborî û ekolojîk, bi yekîneyên sûdxwariyê esas nagre, bersivê dide pêdiviyên bingehîn ên civakê û hawirdorê diparêze bimeşîne. Wê pêşî li şelandina yekdestiyê ya li ser piyaseya civakî bigre. Wê hêmanên kapîtalîst neyên tunekirin, lê belê wê gelekî werin sînordarkirin. Wê xebat ji kolebûnê were derxistin, wê were rewşekî ku bibe îbadeta jiyanî. Ew diwarên biyanîbûnê ku di navbera jiyan û xebatê de hatine hunandin, wê were rûxandin. Şûna sîstema ku hertiştekî civakê dike meta û civakê di nav metayê de difetisîne, wê pêşî bide sîstema aborî ku xwe dispêre nirxên bikaranînê û guhertina neçarî. Zemînê ekolojî û civakî ku KCK xwe dispêrê, ji bo vê sîstemê weke xeftanekî ku hatiye dirûtin e. Biqasî jiholêrakirina bêkariya ku gelekî berbelavbûye, têgîhîştineke exlaqî ku xebatê weke azadî dinirxîne, wê hemû hêvî û pêdiviyên ku civak pê dihise pêşiwazî bike.

b- Asta Civakî: Sîstema KCK di bersivdayîna pêdiviyên civakê yên di qadên weke  perwerde, tenduristî, werziş, huner û huqûq de jî, şêwazê hilberînê ya guncav e. Di van qadên ku bi dewletê re pêşbirkek û têkiliyeke beramber ( têkîliya sîmbiyotîk) wê were jiyankirin, dema ku di pêşçavan re were derbaskirin, saziyên Komarê heta niha tiştên ji wan hatiye hêvikirin nedane, asta karîgeriyê ya KCK wê hîn baştir were fêmkirin. Weke tê bawerkirin berovajî wê, di van qadan de ziman û etnîsîte zêde pirsgirêkan ava nake. Pirzimaniya perwerdeyê ji aliyê pêwistiyeke civakî, rewşeke ku pêwiste were piştgirîkirin e. Biqasî Tirkî pêşxistina zimanê Kurdî an jî zimanên din û bikaranîna wan di perwerdeyê de, bi rastî jî wê dewlemendiya wateyê hilberîne. Di vê qadê de ji şovenîzmê û ferzkirinan re cîh nîne. Pêşxistina saziyên xwe yên perwerde, tenduristî, werziş û hunerê ya Kurdan xwedî naverokeke netewa demokratîk e, wê bihêle ku di cewher de hevgirtineke netewî pêk bîne û dewlemendiyekê tevlî vî tiştî bike. Heman hêman ji bo çandên din jî dikare were destnîşankirin. Ger em Gelê Tirkiyê an jî Netewa wê weke yekitiyeke dewlemendiya çandan şirove bikin, wê were dîtin ku gelek hêmanên ku xeter tên dîtin û "xeta sor" tê bawerkirin, ji pêşdarazînên dogmatîk, muhafazakar û xizmeta pêşketinê nakin wêdetir tiştek din nîne. Helwesteke din ku ji hevgirtineke netewî ya jidil bihêztir û hêzê dide nayê hizirandin.

c- Asta Ewlekariyê: Asta ku herî zêde li ser were nîqaşkirin, biryar û yasa li ser pêwîst dikin, wê di derbarê qada ewlekariyê de be. Ji azadiyê dûrbûna Kurdan wêdetir, ji ber ku weke hebûn herdem di perav û di nav xeteriyan de jiyandikin, wê ewlekariyeke saxlem bixwazin û wê di çareseriya sazîbûnê de bi israr bin. Artêşa komarê li beramberî xeteriyên derve tê parastin, lê belê  divê di helwesta mijara hebûn û azadiya Kurdan de veguherîneke radîkal jiyan bike. Ji bo saziyên ewlekariyê yên din de heman tişt derbasdar in. Heta ku ev veguherîn werin pêkanîn, KCK divê hêzên xwe yên parastina cewherî biparêzin. Bi taybetî heta ku cerdevanî, rewşa xwe ya heyî ve JİTEM û komên paramîlîter ên din hebûna xwe berdewam bikin, yekîneyên parastina cewherî ya KCK weke jênegerên jiyana demokratîk bin. Divê bicîhbûna artêşê li Kurdistanê bi armanca gefên derve be, Kurd weke hêmaneke esasî ya hevgirtina dewlet û netewî were qebûlkirin, dest ji nêzîkbûna weke çavkaniyeke tehdîdê dibîne were berdan. Ji bo derbaskirina bîranînên biêş ên di vî aliyî de ku di dîroka komarê de hatine jiyankiri, divê hewldaneke bi hev re were dayîn. KCK dikare ji bo yekîneyên parastina cewherî çareseriyên cihêreng hilberîne. Dikare astên demborî û herdem bihizire. Di çarçoveya artêş û yekîneyên ewlekariyê yên din de, weke Kurdên li İraqê nebe jî, bi rengekî bibe perçeyek ji ewlekariya herêmî, veguherîn dikare were pêkanîn.

d- Asta Dîplomatîk: Pirsgirêka herî girîng a di vê astê de, li ser bingeha dijberiya Misak-ı Milî di derbarê çawa li parçebûna Kurdistan û Kurdan tê temaşekirin û çareseriyeke çawa tê pêşniyarkirin e. Bêguman Tirkmen, heta Ermenî û Suryanî jî di nav vê tiştê de ne. Rewşên wan hem polîtîkaya hundirîn hem jî ya derve gelekî bandor dike. Pêşketînên li İraq û Ermenîstanê heta dawiyê vê rave dike. Girîngiya pêşketinên li Sûriyê jî divê biçûk neyên dîtin. Ji xwe Îran hemû dunyayê elaqadar dike. Divê mirov li wê temaşe neke ku weke gelekî dûrî hevpeymana Qesr-î Şîrîn a di navberê de dimîne. Em tengaviya demê jiyan dikin. Ev hemû mijar di giştî Rojhilatanavîn de hizirandin û çareserî hilberandinê neçar dike. KCK di giştî Rojhilatanavîn de mînakeke herî baş a hilberîna çareseriyan pêşkêş dike. Bêyî ku cihêkariya etnîsîte û netew were kirin, ya rastir di çarçoveya cihêrengiyên mezheb, etnîsîte û netew de sîstemeke ku pirsgirêkan çareser dike pêşniyar dike.

Di vir de modela tê hizirandin, sîstemeke ku sînorên siyasî radike, derî ji çareseriyên leşkerî re vedike, heta bi tena serê xwe faşizmê ferz dike nîne. Em behsa pêşxistina rêbazeke YE jî di nav de, gelek rêbazên çareseriyê ku dunyayê de hatine pêşkêşkirin di pêşçavan re derbas dike, lê belê taybetîbûna xwe jî heye dikin. KCK vê pêdiviyê li pêşçavan digre. Di çarçoveya yekîtiya netewî ya Tirkiyê de, dikare weke rêxistineke siwan ku hemû Kurdên Rojhilatanavîn, Ermenî, Suryanî û Tirkmenan dixe nav xwe, were berfirehkirin. Ne şert e ku dewletan bixe nav xwe. Dewlet dikarin di nav xwe de yekîtiyeke weke YE pêşbixin. Bi taybetî ji bo Tirkiye, Sûriye û İraqê dikare konfederasyoneke sist were pêşniyarkirin. Ev model herbiçe dikare di Rojhilatanavîn de berfireh bibe û kûrtir bibe. Modela çareseriyê ya KCK weke dijberî modela yekîtiya dewletan na, weke yekîtiyeke civaka sivîl, konfederalîzmeke demokratîk a ku ji pêdiviyên civakî çêbûye, bi wan re û wê temam dike, were fikirandin. Pratîka Rojhilatanavîn, di derbarê bi karûbarên dîplomatîk ên dewletan pirsgirêk nayên çareserkirin de, bi gelek dersan dagirtiye. Di asta wekhev a pêşxistina YE ku bi qasî konfederasyona dewletan, konfederasyonên civaka sivîl vala nîne. Pêdiviya civakê ya jor netewan a roja me, rêxistinbûna hemahengiyê ya di vî aliyî de jêneger dike. Di rastiya Rojhilatanavîn de konfederalîzma dewletan û konfederalîzma demokratîk a civaka sivîl di asteke wekhev de pêşxistin, girîng û pêwîst e, divê bi hev re û bi rengê hev temamdikin were pêşxistin, bi vî rengî pirsgirêkên di vî aliyî de çareser bike.

Ji bo KCK mirov dikare ji astên din jî behs bike. Lê belê ji aliyê pêşketin û pratîkên ku çêbibin, ev astên hatine destnîşankirin, di asteke têr de ronahî dikin û pêşniyaran pêş dixin. Bêguman ji bo her ast û qadên din, pirsgirêkên destûrabingehîn û yasayî û gelek pirsgirêkên rêziknameyan hene û divê werin çareserkirin. Di vî aliyî de li gel yekîneyên ewlekariyê ya dewletê, diyalogên berfireh pêwîst in, wê ev jî piştgiriyê bide çareseriyên hevpar. Xebatên di asta hukûmet û Meclîsa Tirkiyê de werin kirin, wê di çareseriyê de roleke kilît bileyîzin. Weke din bi tenê diyalog û karên hevpar a di asta saziyên dewletê de têrnakin. Dîsa hewldanên bi tenê hukûmet û Meclîsa Tirkiyê ya bi tena xwe jî têr nakin. Rolê girîng a civaka sivîl û partiyên muxalefetê ku perçeyeke wê ye jî, wê hebe. Bi taybetî xebatên rayagiştî pêwîst e. Saziyên çapemeniyê û ragihandinê, wê di vir de roleke jiyanî bileyîzin. Piştgiriya zanîngeh û dunyaya akademiyan jî divê biçûk neyê dîtin. Piştgiriya di serî de DYE û YE hêzên ku di gelek astên çareseriyê de hema di asta aliyekê ne û hêzên navnetewî yên din xwedî ezmûnin û dikarin piştgiriyê bidin jî dibe were hêvîkirin.

Ev nirxandinên ku di derbarê vebûna demokratîk a Tirkiyê û modela çareseriyê ya di pirsgirêka Kurd de hatine kirin, divê weke nêrînên pêşnûme û pêşniyar werin fêmkirin. Ji bo hemû aliyên pêwendîdar hizirandin û pêşniyarên xwe pêşbixin, weke pêwîstiya berpirsiyariya ku dikeve ser milên min, ev gelale ji aliyê min ve tê pêşkêşkirin. Biqasî ku nîqaş û pêşniyar pêşbikevin, bêguman wê piştgiriyên me yên cûda jî bibin mijara gotinê.

Ji bo piştî vê bi rengê divê ji ku derê û çawa were destpêkirin, pêdivî bi  bername û pîlaneke çalakiyê ku di pratîkê de were pêkanîn heye. Ezê beşa piştî vê de pêşniyara xwe ya pîlanê ya di vî aliyî de pêşkêş bikim.

 

Beşa V: PÎLANA ÇALAKİYÊ

 

Di pirsgirêkên civakî de her modeleke çareseriyê ku tê pêşniyarkirin, ger nirxeke pratîkî îfade neke, ji bûyîna jimnastîka zîhnî wêdetir naçe. Bêguman gavên pratîkî jî bi hizirandinê pêwendîdar e, ya ku bi rêve diçe hizirandin e.  Dîsa jî nirxa dahûrandinên serkeftî, bi tenê di pratîkê de dikare bersiva xwe peyda bike.

Bi navê xwe min di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de, gelek bi amatorî be jî, gavavêtinên pratîkî ji çalakiyên yekalî, hîn girîngtir dît. Ez herdem bi wê bawerim ku divê herdem pêşî li diyalogên watedar were vekirin. Lê belê ez wê jî dizanim ku bi navê diyalogan xwe xapandin jî wê felaketê bîne. Divê asta muzakereyan a aliyan mirov biçûk nebîne. Zemînê herî biçûk a muzakereyê, ji çalakiyên hêzê yên herî pêşketî û serkeftî derbasbûye, hîn binirxtir e.

Di mijara Kurdan de di salên 1970 an de di pêvajoya jidayîkbûna PKK, polîtîkayeke înkarê ya gelekî tund di meriyetê de bû. Bi devkî be jî li beramberî vê polîtîkayê derketin, bi cezayên herî giran bersiva xwe didît. Hîn di wê qonaxê de bi komên çepgir re pêşî li çareseriyên demokratîk hate dayîn. Ji bo serokatiya ADYÖD ( Komeleya Fêrbûna Bilind a Demokratîk a Enqere- 1975)hilbijartina min bi vê armancê bû. Dema ku birêve neçû, ber bi derketina PKK çûyîn jêneger bû. Ber bi Pêngava 15 Tebaxê çûyîn dîsa li beramberî polîtîkaya înkar û jiholêrakirinê yek alternatîf bû. Herçiqasî weke ku ez dixwazim nebe jî, bi hemû hêza xwe ez li ser sekinîm. Min xwe ji vê jî dûrnexist.

Ger ew nêvenga diyalogê ku serokomar birêz Tûrgût Ozal di serê salên 1990 an de pêşkêş kiribû bihata pêşxistin, dibe ku îro pirsgirêka Kurd di asteke gelekî cûda de bûya. Dewletê ji bo serokê xwe derfeta diyalog û muzakereyê neda. Pratîka înkarkirin û jiholêrakirinê ya kevneşop bi hemû hêza xwe di dewrê de bû. Ji qonaxeke herî tarî ya dîroka komarê derbas dibûn. Ew ezmûna diyalogê ku ji eniya leşkerî û siyasî ku di salên 1997-1998 an de nêzîkbûn, rûberûyê heman çarenûsê bû. Astengkarên hundir û derve, bi kurtayî Gladioya ku li ser hemû binesaziyên siyasî û leşkerî bibandore, ji bo asteke herî jirêzê ya diyalog û muzakereyan jî, derfet nedida. Bi tevî hemû hewldanên min a di mijara ez bikaribim pêvajoya jêpirsîna xwe ya Îmralî weke zemînê diyalog û muzakereyekê binirxînim, herdem hinekan xirabkir. Hemû pêşniyarên min bêbersiv man. Diyare ku heta dawiyê tasfiyekirina tevgerê dihate pîlankirin. Binesaziyên ku diyalog û muzakereyan weke dawiya xwe didîtin hebûn. Ev gelekî balkeş hatibûn xwedîkirin, di nav dewletê de bibûne dewlet. Ev di nav beşên ku nexweşiya desthilatdariyê ku berbelav dibe de, yên herî xeter û bêmerhemet bûn. Tevî hemû şiyariyên min, dîsa bi hezaran mirin û wendahiyên madî ya bêhesab pêkhat. Weke şexs ji salên 1990 an vir ve min sînordarkirina şer tercîh dikir. Lê belê dema ku vê encam negirt, tevî ku nedihat xwestin jî, ez neçar mam ku destnîşan bikim û xûya bikim ku weke şiyariya dawiyê, di asta Kurdistan û Kurdan de bi armanca " parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe" em nêzîkî pêvajoyeke bi hemû lezgîniya xwe ku tê de berxwedana topyekûn jênegere wê were jiyankirin bûn. Zemînê diyalog û muzakereyan ji ber sedema îhtîmalên di vî aliyî de pêk werin, hate destnîşankirin.

Di navbera aliyên şer de pîlan ne ku nînin. Pîlanên çalakiyan, xebatên ku herî zêde li ser tê sekinandin û tên kirin in. Ji ber ezmûnên xwe, ez hebûna van xebatan gelekî baş dizanim. Pîlanên çalakiyan ya yekalî bi xwestek tên kirin. Ya zehmet e, pîlanên çalakiyan ku aliyan bigîhîne hev pêşxistin e. Heta ku empatiyeke beramber nebe, pîlanên bi vî rengî nayên pêşxistin. Li gel nirxandineke kurt a di derbarê pîlanên çalakiyan ku yekalî pêş dikevin û hîn jî tên pêkanîn, ezê di derbarê pîlaneke çalakiyan a rê li ber lihevkirina her du aliyan vebike, nêrînên xwe pêşkêş bikim. Di serî de ez destnîşan bikim ku weke aliyekî ez xwe ji pêkanîna pîlanê berpirsiyar nabînim. Ji ber ku statûya girtîbûnê ku ez di nav de me û şertên pêkanînê ne mumkûne ku derfet bide. Nêrînên ku ez pêşkêş dikim hîn zêdetir alî hevûdu bi rengekî rasteqîn nas bikin û di derbarê pîlaneke çalakiyên a hevpar ku çêbibe, di derbarê yên çêdibin û çênabin de ronahîkirinê armanc dike.

Li gorî vê:

 

1- Pîlana Çareseriyê ya Înkar û Jiholêrakirinê ya Kevneşop: Weke berê nebe jî hîn pîlanên di çarçoveya vê çareseriyê de tên pêşxistin û pêkanîn mijara gotinê ne. Ev beşên bûrjûwaziya çîna navîn û bûrokrasiyê ku xwe dispêrin sûdxwariya dewletê ava dibin û bihgehên xwe çînî ne, tevî ku li hundir û derve gelekî hatine teşhîr û tecrîdkirin, ji pêkanîna pîlanên jiholêrakirinê yên  bi rêbazên herî kirêt û çors natirsin. Hemû Kurdên derveyî beşên noker ên Kurd ên kevneşop, li beramber pêkanîna vê pîlanê bi berxwedana xwe ya herî berfireh a di dîroka xwe de bersiv didin. PKK ku di asta pêşengiya berxwedanê de ye, biqasî ku ev pîlan berdewam bikin, xwedî wê hêzê ye ku piştî vê jî pîlanên xwe yên çalakiyê bi berfirehî pêk bînin. Di astekê de ye ku ji pîlana xwe ya parastina pasîf, ber bi parastina aktîf û pîlana berxwedana topyekûn biçin. Di dema pêşiya me de li beramberî xitimandinên cidî ku di çareseriya demokratîk de werin jiyankirin, dibe ku derbasî pîlana parastina topyekûn bibin.

2- Pîlana Çareseriyê ya Federalîst, Miliyetperest: Ev pîlan jî di ast û qadên cihêreng de tên pêkanîn. Li pişt van pîlanên ku ji aliyê rêveberiya Kurdistana Federe ya İraqê ve derbasî jiyanê dibe, li gel netew-dewletên kevneşop ên herême, hêzên hegemonyaya cîhanî hene. Armancên hemûyan cûda be jî, lihevkirineke giştî mijara gotinê ye. Bi armanca ew hêza şoreşger a demokratîk a di Kurdan de ji cewherê wê dûr bixin, piştgirî didin vê pîlanê. DYE hêza hegemonîk a ku bi rengekî vekirî rêveberiya Federe ya Kurd piştgirî dike. Di kontrolkirina İraq, Sûriye, Îran û Tirkiyê de, rêveberiya Federe roleke stratejîk dileyîze. Rêveberiyên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê, bi bedela şikandina berxwedana Kurdên xwe û tune hesibandina Kurdistana wan, bi rêbazên cihêreng piştgiriyê dide pîlana " Kurdistana Biçûk" ku ji şerê Cîhanê ya Duyem vir ve li Bakûrê İraqê hatiye tengavkirin. Dema ku Kurd ev rola ji wan re baş hatiye dîtin bixwazin derbas bikin, ev hêz bi hev re li beramber disekinin.

Polîtîkagerî û pîlangeriya Perçebike-Birêvebibe, herî zêde bi projeya " Kurdistana Biçûk" tê birêvebirin. Bi taybetî şoreşger, demokratên radîkal û sosyalîst, tê xwestin ku bi vê rêyê werin bêbandorkirin. Yek ji armanca pîlanê ya bingehîn, îzolasyona PKK ye. Li beramberî " Kurdistana Biçûk" di derbarê îzolasyon û tasfiyeya PKK de xebateke Gladio ya gelekî berfireh heye. Weke din ev pîlan di qada dîplomasiya navnetewî de jî piştgiriyeke berfireh dibîne. Rêveberiya DYE- Tirkiye-İraqê ku rêveberiya Federe ya Kurd tevlî xwe kirine, di çarçoveya vê pîlanê de vê gavê hewldidin ku PKK dest ji têkoşîna çekdarî berde. Lê belê ev pîlan ji ber sedema berjewendiyên cihêreng a aliyan di asteke têr dike de birêve naçe, pêkanîna wê sînordar dimîne. Ji ber ku ji aliyê beşeke berfireh a civaka Kurd ve nayê piştgirîkirin, zêde hêviyê nade. Ji ber ku xizmeta berjewendiyên beşeke biçûk a jor dike, her rojeke ku derbas dibe hîn zêdetir deşîfre dibe û rûberûye tecrîdê dibe.

Bersiva ku PKK daye vê pîlanê bi rengê " radestnebûyîn û berdewama berxwedanê" bû. Ew xwediyên vê pîlanê ku gelek kesayetên demeke dirêj di refên wê de cîhê xwe girtine, bêbiryar, di nav lewaziyeke exlaqî û îdeolojîk de ne revîne xwe spartinê, tevî ku xwestine ji van kesan tevgereke noker a nû pêş bixin jî, yekser xwe ji deşîfrebûnê nekarîne rizgar bikin. Ji ber sedema lewaziya kevneşop a miliyetperestiya Kurd nekariye pîlaneke netew-dewletgeriyê ya bibiryar jî pêş bixe, ji cewher dûrketin û tasfiyebûyîn weke bûye çarenûsa wan. Van beşan hemû hêviyên xwe bi şikandina berxwedana PKK ve girêdane. Hukûmetên Tirk jî hêviyên xwe demeke dirêj di heman aliyî de bikar anîne. Ji miliyetperestiya Kurd ku xwe dispêre " Kurdistana Biçûk" hêvî kirine. Weke pîlanên ku li ser Rûm û Ermeniyan hatiye pêkanîn, xwestine li ser bingeha " Kurdistana Biçûk" li ser Kurdan jî pêk bînin. Lê belê cûdabûna şertan û asta PKK rê li ber berovajî vegerandina vê pîlanê vedike, ya ku bihêz dibe xeta PKK ye.

3- Pîlana Çareseriya Demokratîk: Ji ber ku pîlanên di her du madeyên destpêkê de zêde hêvî nedane û ji hemû aliyan ve gelekî giran bûye, hîştiye ku Komara Tirkiyê ber bi projeyên demokratîkbûnê ve biçe. Ji ber ku pêşketinên hemdem jî di vî aliyî de ne, piştgirîkirina DYE û YE ya ji aliyê lihevkirinê de, beşeke mezin ji medya, civaka sivîl û rayagiştî û temamî Kurdan ku di vî aliyî de nêzîkbûn nîşan dane, cara yekem şansê pêkanîna pîlanên çareseriya demokratîk zêde dike. Bi tevî hemû berxwedana dijber a eniya netewperest-miliyetperest faşîst ku gelekî ketiye asta kêmaniyê, ji ber ku saziyên bingehîn ên dewletê li beramber projeyên çareseriyê dernakevin û heta di amadekirina binesaziya wan de rolên girîng dileyîzin, şansê pêkanîna pîlanên çareseriyê zêde dike. Li beramberî vê rewşa nû ya dîrokî de, pîlana çalakiyan ku di navbera aliyan de pêk were, divê ji çend qonaxan derbas bibe. Ger li ser xetên stûr a pîlana çareseriya demokratîk, lihevkirina saziyên dewletê yên bingehîn û hukûmetê çêbibe, û li gel aliyê Kurd piştgiriya hêzên demokratîk jî werbigre, pêkanîn û qonaxên ku çêbibin dibe ku di vî aliyî de pêşbikevin.

 

a- Qonaxa Yekem: PKK pêvajoya bêçalakiyê weke mayînde îlan bike. Di vê pêvajoyê de divê alî neyên provakasyonan, kontrola li ser hêzên xwe hîn bihêz bikin û berdewam bikin ku rayagiştî amade bikin.

b- Qonaxa Duyem: Bi însiyatîfa hukûmetê bi pêşniyarên ku ji pejirandina Meclîsa Tirkiyê derbas bûye û were amadekirin, ji bo astengiyên huqûqî were rakirin bikaribe alîkar be, avakirina Komîsyoneke Heqîqet û Lihevkirinê. Di avakirina komîsyonê de di navbera hemû aliyan de pejirandineke di asta jor de wê pêwîst bike. Bi îtîraf û parastinên ku di vê komîsyonê de hatine kirin ve girêdayî, wê saziyeke efûkirinê were pêşniyarkirin û pêşkêşî Meclîsa Tirkiyê were kirin. Ger astengiyên yasayî bi vî rengî were rakirin, PKK wê hebûna xwe ya di asta derveyîqanûnîbûnê, di bin venêrîna desteyeke ku di nav de berpirsiyarên DYE, YE, NY, rêveberiya Federe ya Kurd û Komara Tirkiyê hene, wê bikaribe derbixe derveyî sînorên Tirkiyê. Piştre ev hêz bi rengekî bi kontrol li qad û welatên cûda de werin bicîhkirin. Xala ku di vê qonaxê de xeternak, pîlankirina berdana girtiyên siyasî yên PKK û kişandina derveyî sînor a hêzên çekdar ên PKK bihevre were kirin. Pîvana " yek yê din nabe" derbasdar e.

c- Qonaxa Sêyem: Biqasî gavên destûrabingehîn û yasayî yên demokratîkbûnê were avêtin, zemînê dubare serlêdana çekan namîne. Di serî de ewên di PKK de erk wergirtine, yên salên dirêj surgûnê jiyan dikin, ji hemwelatîbûnê hatine derxistin û ketina asta penaberiyê, beş bi beş wê dest bi vegera welat bikin. Piştî ku karûbarên KCK qanûnî bû, êdî wê pêwist nemîne ku PKK di nav sînorên Tirkiyê de kar bike. Ji her aliyî ve wê karên siyasî, aborî û çandî yên demokratîk legal were esas girtin.

Di derbaskirina jiyanê ya vê pîlana weke qonaxan, rewşa Abdula Ocalan xwedî girîngiyeke stratejîk e. Şansê birêvebirina vê pîlanê bê Ocalan gelekî sînordar e. Ji ber wê jî divê di derbarê rewşa wî de çareseriyên maqûl werin pêşxistin.

Di derbarê rewşa xwe de pêşniyarên ku çêbibin ez dikarim wiha pêşkêş bikim.

a- Li ser bingeha parastina ku ez di Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê bikim, azadkirina min ji ber erk û kar e.

b- Di çarçoveya azadiyê de lê belê li gel berpirsiyarên ku li jorê navê wan derbas bûye, DYE, YE, NY, Rêveberiya Federe ya Kurd û Komara Tirkiyê, ger pêwîst bike bi nûnerên welat û hêzên din re di nav îtîfaqê de, di serî de PKK, hemû derûdorên demokratîk ên bi Kurdan re pêwendîdar in, ji bo çareseriyê werin amadekirin û di mijara li gorî pêwîstiyên pîlanê tevgerandinê de divê erkbirêvebirina min were pêkanîn.

c- Di serî de îkamet, ji bo pêşiwazîkirina pêdiviyên min ên cihêreng, divê piştgirî were kirin.

Di derbarê çareserî û pîlana demokratîk ku di nav rayagiştî ya Tirkiyê de û beşeke mezin a Kurdan de gelekî tê nîqaşkirin û tê hêvîkirin ku li gel min derbikeve holê, bi rengekî pêşnûme ez dikarim nêrîn û pêşniyarên xwe bi vî rengî pêşkêş bikim. Diyar e ku li ser bingeha nêrîn û pêşniyarên ku ji aliyan werin, ezê bikaribim nêrîn û pêşniyarên xwe di pêşçavan re derbas bikim, biguherînim û pêşbixim.

Piştî ku min vê rapor-nexşeya rê ku weke pêşnûme amade kir, bêguman berpirsiyariya herî giran di serî de hukûmeta AKP, dikeve ser milê Meclîsa Tirkiyê û berpirsiyarên saziyên dewletê yên bingehîn. Ger lihevkirineke giştî çêbibe, pêwîst dike ku yekser ji qonaxa destpêkê dest bi kar were kirin. Ger berovajî wê çêbibe, tevî ku ez tu caran naxwazim, di serî de PKK û KCK wê neçar bimînin ku derbasî qonaxa ku jê re tê gotîn "ji bo parastina hebûna Kurdan û pêkanîna azadiyê berxwedana topyekûn" bibin. Çi dibe bila bibe ji bo rê li ber vê neyê vekirin, divê em bi hev re pêşî li hesabên polîtîk ên rojane û berjewendiyên kariyerîst bigrin, model û pîlanên xwe yên vebûna demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd pêkbînin.

 

Beşa VI: ENCAM

 

Ger Komara Tirkiyê ya ciwan bi pirsgirêka Kurd re ber bi çareseriya demokratîk biçûya, wê rêveçûna dîrokê bêguman cûda bibûya. Projeyên kor dike yên hêmanên modernîteya kapîtalîst, li ser bingeha Kurdan rûberûyê çarenûsa Ermeniyan bihêlin hate xêzkirin. Konjonktûra dunyayê û lewaziya îdeolojîk û rêxistinî ya Kurdan, cesaret da xwediyên vê projeyê. Wisa bawer dikirin ku tişta li ser Ermeniyan hate serxistin, wê li ser Kurdan jî were dubarekirin. Ji aliyê bûrjûwaziya çîna navîn û  bûrokrasiya ku dîroka berî Komarê ji hafiza wan hatiye paqijkirin û mezin bûne Kurd, zû de di dîrokê de hatine binaxkirin, ji hebûnek bûyînê derketine, weke amûreke ku hinek hêmanên ku xirabkirinê zêdetir tu wateyekê îfade nakin e. Li ser wan dikare polîtîkayên asîmîlasyonîst ên bêsînor were pêkanîn. Ew tasfiyeya fîzîkî ku li ser Ermeniyan hatiye kirin, dikare li ser bingeha çandî bi Kurdan bidin jiyankirin. Cîleke ku bi tu awayî naşibe pêşengên Tirk ku di hemû pêvajoyên dîrokê yên xeternak de bi pêşengên Kurdan re hevpariyên stratejîk pêşxistine, mijara gotinê bû. Komarê ev cîl herdem xwedî kir. Înkarkirina Kurd weke qanûna ji hesin a bêdeng a mirovbûnê, karîger pêkanînê bû. Tu asteke ku li ser bingeha dest jê berdana Kurdîtiyê negîhîjinê nebû. Bi tenê li ser vê bingehê dikarî bûn di hemû yekdestiyên modernîteyê de cîhê xwe bigrin.

Heta derketina PKK li beramber vê inkar û qirkirina çandî ku bi dengên gelekî lewaz nerazîbûn dihate nîşandan, PKK herdem weke gefeke şoqê hate dîtin. pêwîstbû nebuya, lê belê dibû. Lê belê ev çaryek sedsala ku bi peyvên " awerte" û " xeternak" were binavkirin, di asteke têr de îspatkiriye ku ew rêya ku ketine tê de tenê li beramber mirovahiyê tawanek nîne, rêyeke ku weke madî û menewî di asteke bêsînor de daye wendakirin û pûçkirin. Serkeftina vê rêyê nabe. Di rastiyê de komar li ser bingeha lihevkirina hêmanên demokratîk ên saxlem hate damezirandin. Kurd jî hêmanên damezrîner a vê lihevkirinê bû. Projeya modernîteya yekdest ku bi destê dewletê dihat birêvebirin, bibiryar bû ku mutefîkên din ên weke sosyalîst û umetparêzên Îslamî jî ji nav sîstemê paqij bike. Lêgerîna netewa yekreng, di asta dînbûnê de hate lêkolînkirin û xwest were birêvebirin.

Berovajî ku tê îdîakirin, mîmarê vê projeyê Mistefa Kemal nîne, kadroyê Îtîhatperest bûn. Çawa ku Abdulhemîd bikaranîn, bi textîkên ku dişibine wê xwestin Mistefa Kemal jî bikarbînin. Pîlana qirkirina çandî ya Kurdan di van kadroyan de gerîn, ji bo tespîtkirina rastiyê girîng e. Îtîfaqa Sêvasor ku hîn jî eniya netewperest-miliyetperest birêve dibe, xwedî naverokeke faşîst e, weke antîteza îtîfaqa demokratîk a di dema damezirandina Komarê de hate pêşxistin. Komîtagerî û derbekarî rêbazên wan ên bingehîn di nav dewletê de bû. Di nav DYE û berî wê ji di nav împaratoriya Brîtanya de parêzvanên gelekî baş dîtibûn. Di 60 salên dawiyê de xwe spartin Gladio ya NATO civak di nav xwînê de hîştin. Bi rengekî sembolîk be jî, darizandina Ergenekon li derfetên van ku di nav dewletê de dikarin bibin dewlet, derbeyeke mezin lê da. Ev rewş dişibe tasfiyekirina axatiya Yeniçeriyan a di serdema Sultan Mehmûdê I. Yenîçeriyên ku derveyî herdem rûxandina padîşahan, darvekirina sadrazaman zêdetir bi kêrî tiştekî nedihatin, di sala 1826 an de bi tasfiyeyeke xwînî ji holê hatibûn rakirin. Bi vî awayî dikarî pêşiya Tanzîmat û Meşrûtiyetê were vekirin.

"Yênîçeriyên Îtîhatperest ên modern" ku herî kêm xwedî paşerojeke sed salî ne, tenê împaratoriya Osmanî ber bi rûxandinê ve nebirin, Komara Tirkiyê ku rewabûneke xwe ya demokratîk hebû, di demeke kurt de veguherandin rêveberiyeke despotîk. Şûna parêzvaniya emperyalîzma Elman, zîhniyet û binesaziyên ku xwe spartine parêzvaniya emperyalîzma Brîtanya û DYE, weke netewperest û miliyetperest, vê carê ji şerê di nav dewletê de bi navê Ergenekonê ku bi komplo û provakasyonên bêhempa birêve dibirin, nekarîn serkeftî derbikevin. Sedema wê jî vekiriye; parêzvanên wan ên sereke DYE piştgiriya xwe ya li pişt wan kişandibû. Li Çînê, Rûsya û li Îranê gerîna wan a piştgiriyê, leyîstokên wan ên Avrasyageriyê zêde pêwendî nedît. Lêyîstina wan a kemalîzmê jî pêkhatineke di asta karîkatûr de bû. Herçiqasî hêza van a zêde li berxwe bidin nebe jî, divê mirov weke zîhniyet û binesaziya bûrokratîk, kevneşop û nûnerên wan ên siyasî biçûk nebîne. Herçiqasî di nav dewletê de jinûve hegemonyaya xwe nekarin ava bikin jî, dikarin vebûnên demokratîk ên Tirkiyê provake bikin, naveroka wê vala bikin, ji çareserkirina pirsgirêkan derbixin û vala derbixin. Dibe ku ezmûn û hêza wan têra vî tiştî bike.

Pêşketinên ku li Rojhilatanavîn û Tirkiyê tên jiyankirin, qeyran û pirsgirêkên ku jê re rê vekiriye, tenê bi gavavêtinên demokratîk ên berfireh dikare were çareserkirin. Di vê mijarê de weke zîhniyet û binesazî Tirkiye, xwedî şansê modelîkirinê ye. Weke şertên ku rê li ber jidayîkbûna Komarê vekirine, vê carê ji bo veguherîna demokratîk a Komarê û vebûnên demokratîk mijara gotinê ye. Dîrok dûbarebûna xwe careke din lê bele bi rengekî xwe nû kiriye îspat dike. Mirov dikare ji bo Kurdan jî heman tiştan bibêje. Yek ji rolên xwe yên di hemû îtîfaqên dîrokî yên Anatoliya-Mezopotamya leyîstine rûberûyê yeke din leyîstinê ne. Ew jî êdî Kurdên berê nînin. Xwe nûkirine, rêxistinkirî û çalak in. Paşverûtiya hundirîn, muhafazakarî û komplogeriya di herdu qadan de wê bixwazin ku rolên xwe yên dîrokî berdewam bikin.

Hêza hegemon a cîhanî DYE, dizane ku bi Gladioya xwe ya NATO yê nikare serkeftî be. Piştî ku eniya Sovyet rûxiya wateya Gladio nemabû. Di encama hewldanên mezin ên rêveberiyên Tirk, ji bo hebûna Gladio ya li Tirkiye encax heta Sermaweza 2007 an hatin razîkirin. Di rastiyê de PKK 25 salên xwe yên dawiyê bi şerê Gladioya Tirk a ku di bin siwana NATO yê de ye derbaskir. Astên vî karî yên xeternak, hîn nû nû tê fêmkirin ku ji nav Karesateke Ermeniyan a duyemîn re derbas dibin. Berjewendiyên DYE, Îsraîl û YE ya di derbarê Rojhilatanavîn û Kurdistanê de, bi Gladiogeriya berê re di nav nakokiyê de bû. Lihevkirina wan bi saziyên komara Tirkiyê û hukûmeta wê re, herî kêm li ser bingeha dijberbûna Gladioya bi şêwazê kevn û derbaskirina wê de bû. Ji ber wê jî astengiya derve ya li pêşiya gavavêtinên demokratîk ên li Tirkiyê ku herî diyarker e, lewaz dibû. Êdî wê darbekar û komploger weke berê nehatana piştgirîkirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku dema ku pêwîst kir ji bo bikaranînê wê kevneşopên wê li gel xwe amade bihêlin. Çawa ku komar jî berê bi kevneşopên wiha hate astengkirin, piştî damezirandinê jî ji bo pêşketinê were dûrxistin sûd ji binesaziyên wisa hate wergirtin, li pêşiya demokratîkbûnê jî heman îhtîmal hene. Ger dîrok herî zêde weke derfeta azadiyê ya niha ya li pêş xwe xezîneyeke bêhempa ye, dikare ji wê heta dawiyê sûd were girtin.

Pêngava KCK ya Kurdên ku xwe nûkirine, ji bo gavavêtinên şaristaniya demokratîk xwe amade kirine û PKK ya ku veguherîna demokratîk pêkaniye, amûra herî guncav ne ya şer, ya aştiya birûmet û siyaseta demokratîk e. Ev taybetmendiya wê ya bingehîn, tê wateya ewlekariya saxlem a Tirkiyeya Demokratîk. Îtîfaqa dîrokî ya Anatoliya û Mezopotamyayê, di roja me de weke îtîfaqa Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad, êşên jinûve pêkanînê jiyan dike. Ji bo ku derfet ji xirabkerên hundir û derve re neyên dayîn, em guhê xwe hinekî bidin dîrokê têr dike. Dîrok ji bo yên ku dizanin bibîhîzin, pûsûlaya rastiyê ku tu carî xelet nabe ye. Xwe spartina civak û gelê welatê demokratîk û azad jî, ji bo yê ku dizanin bixebitin, herdem çavkaniya hêz û îlhamê ye.

Di rewşa pêkanîna " Gavavêtina Demokratîk û Modela Çareseriyê ya Pirsgirêka Kurd" ku ji bo rastiyên dîrokî û şertên rojane yên Tirkiyê re bibe bersiv, ev ji bo xwe bi tenê neyê wateya hîn azadtir herîkîna dîrokê û wê bi wê re sînordar nebe, wê bibe rêya pêşketinê ya demokratîk, wekhev û azad a gelên Rojhilatanavîn jî. Li beramberî desteserkirin û dagirkeriya hêmanên modernîteya kapîtalîst a li ser çanda herêmê, pêşketina hêmanên modernîteya demokratîk, li gorî rastiyên dîrokî yên xwe, wê bikaribe derfet û hêza bibe sîstemek bidest bixe. Dibe ku cara yekem wê dîrok ji nivîsandina weke dîroka desteserkirin, dagirkerî û hercûre fetihkirinê rizgar bibe, wê weke dîroka civaka demokratîk û ji jiyana takekesên azad pêk tê were nivîsandin.

 

15 Tebax 2009

Abdula Ocalan

Îmralî