REBERTÎ
Di demeke dirêj de şerê di bin serokatiya
partiye de dimeşe niha di sala ’93’yan de
xwe hazir dike bi gaveke mezin careke din
xwe li hember dijmin rake û hûn heta niha
dîsa di demeke direj de, “Ev çi şere, dijmin
kiye, partî çiye, heta niha çi bi serket, çi
bi bin ket” hûn baş dizanin. Karê dijmin her
roj li ber çavên we çi dike jî karê partiyê
her roj çi dike; hûn vana jî baş dizanin.
Em di ve salê de tiştên dixwazin çê bikin,
bedelî heta niha tiştê me çekiriye, ji hema
bêhtir be. Gelek dostên me ji me re mektûban
dişînin û pir pirsan dipirsin, li ser
hevalan, li ser şaşitiyên wana pir tiştan
dibêjin. Bi rastî zirara me bi destê xwe
daye xwe, ji ya dijmin bêhtire. Tiştê hûn
şikayet dikin em sed carî bêhtir şîkayet
dikin. Lêbelê mirov ji bîr neke ku hûn û
zarokên we bi rastî ji mesele yê dûrin. Heta
em van însana çêdikin, wekê tu zarokekî nûh
rake ser lingan û bi meşandin bide. Hûn bi
xwe jî wihane. Mirov heta çend pirsa dide
we, bi salan zeman dixwaze. Ku xwîn nehatiba
rijandin, we wiqas îşkence nedî tibaya hûnê
tev di xewde bimanan. A giring, di virde
mirov di kêmasiyê xwe de hevdû teng neke, li
pêşya hev nebe bend, mirov çareye ji hevre
deyne. Yên bi navê partiyê kar dikin, yên
weke we dostaniyê dikin çi ji dest tê we bê
hûne di cihde bikin. Ne ku em partiyê bi we
naskirin bidin, partiya me bêhtir li cem we
çêbû. Gavên me di destpêkê de avêtiye me li
Hilwanê, li Surûcê, li Qiziltepeyê avêt, li
Amadê avêt. Yê bêhtir partiye nas dikin
hûnin. Û yên bêhtir xizmet kirine dîsa hûnin.
Lê ji ’80’yî û şûnde hûn hinekî dûrman.
Wexta me giranî da ser aliyê Botanê, hûn
heta ’90’î pir pêş de neçûn. Me nedixwest em
we pir biêşînin jî. Lêbelê hûn niha dizanin
ku li hemû aliye welat, serkevtin heye,
serhildan heye, gerilla heye. Roj bi roj
mezin dibe. Em li cem we dinêrin, ew cihê
berê ku xebat ji hemû aliyan peşdetir bû, yê
partî çêkirîbû, maye li paşiya tevan. Pir
sebebên wê hene. Sebebek jê jî dijmin bêhtir
zora xwe da ser vir, lîskên xwe li vir
meşandin û rev çêkir. Yeke din jî, yên bi
navê partiyê hatine nikarîbûn partî xurt
bimeşandana. Bi jiyana erzan, bi jiyana
rehet girtin, darbe li ser dar beyê xwarin û
ji bo ve moralê we jî hate şikandin bi
xebatê jî eyalete xwe ne gihande hev. Lakîn
mirov careke din li ser xwe bisekine, dîsa
Mîrov dikare bibîne ku yê behtir li pêşkeve
dîsa hûnin, cem we ye. Xayinên vir ne pirin,
ayinên li cem wene weke yên li hêla
Botanê’ne, ti quweta wana pir tuneye. Li
dora wana her yek an çend şexs hene, yan
tunene. Yanî bêhtirî hemû cihan mirov dikare
vana hilîne. Gelê vir bêhtirî aliyêndin
doste. Li ser vana mirov dikare xwe zû
bicivîne. Wiha mirov çend mehan durust karê
xwe bike, vira ji mirovre dibe dîsa weke
bere, li pêşiya herderê.
Yeke din, hûn dizanin ku mirov ji kar, ji
şer bireve, îflah nabe. Di vê demê de
biryareke me heye, yan her cih wê di şerkeve,
di şerde bi serkeve, yan dijmin nahêle, yan
em nahêlin. Weke berê jiyan ne mumkune. Bila
kes xwe nexapîne. "Ez dibêjim tev li şoreşe
nabim, bila dijmin nêzîkî min nebe, partî
nêzîkî min nebe" ev ne raste. Divê demê de
yek nikare bêje ez li ortême, ez ne xizmeta
dijimin dikim, ne xizmetê ji partiyêre dikim.
Na. Yên wiha dibêjin xizmeta dijmin dikin û
behtir jî. Di vir de herkes li menfeata xwe
binêrin bê bi dijminreye, yan bi partiyêreye.
Xisûsiyeten li hêla Ruhayê (Urfayê) hebekî
ji şer dûrin, herkes li menfeata xwe ya
malbatê dinêre, li yê şexsî dinêre. Ev ne
nêrîneke raste. Êv wiha bidomînin dibin
hedef û hinek axe hene, em baş dizanin ku
serokên wana xwe baş bi dijminre giredidin.
Gundekî ji şoreşê, ji me dûr dixin, du gunda
dûr dixin, muqabilî vê menfeatê digrin. Niha
vana hedefin, wê îsal yen wiha tasfiye bibin.
Ji bo vê em dibejin ku bila vana rojek berya
rojeke xwe ji dijmin dûrxin. Ên bi dijminre
girêdayî ku dewam bikin, wê îsal ew tev
werin kuştin. Qirara me wiha heye. Ên durust
xwe di wextê de efûkirin bidin, bibêjin em
ji dijmin dûrketine, em nêzîkî wana nabin.
Vê baş bizanibin, ew kesên heta niha di rêka
xerabde ku dixwazin bimînin lazime bivî
awahî hereket bikin. Û yên heta niha feqîr,
ên ji dewletê dûr, lê razayî; bila ewna jî
di demeke kin de xwe rakin. Ku nekin wê
dibin lingan de herin.
Di hemû aliyên welat de şer germe, yanî ne
mumkune malbatek, şexsek ji vî şerî dûr di
welat de bimîne. Di şerê ’93’yan de ji bo ve
ez dibêjim ku bi aqilbin, di cih de yekitiya
xwe, tevlêbûna xwe li gora quweta xwe
çêbikin. A bi xûrtî bi navê serokê em ji we
dixwazin eve. Çiqwas kemasiyên hevalan hebin
ji, kêmasiyên gerilla hebeji dîsa li ser
kêmasiyen wana bisekinin, lakîn alîkariye
heta dawiye bikin. Her malbatek (ailek)
lazime şer vanekî bide. Ji her malbatekê
gerillayek derkeve. Û her yek ji we bi
mîlîsekbe, di gund de, di mehellê de her
malbatek yekî ji xwe bike mîlîs, yanî
parastina mehellê, parastina gund de yekî
xwe têkêyê. Ev karê we yê welatpareziyêye. Û
xwe di nava serhildanakin. Karê serhildanan
liku bû xwe tevlêbikin. Mirov di serhildane
de pêşde dihere. Netirsin, dema tirsê çû.
Niha em dixwazin ji aliye xwe re jî çend
xeberan bişînin û bêhtir li ser xwe. Niha
belkî hûn dipirsin Serok kê, çi dike, ji bo
me çi karî dike, qu weta xwe çiye?
Quweta meya mezin şexsê meye, meji yê meye,
karê meye. Di destpêkê de hûn baş dizanin ku
tiştekî me tunabû. Bi salan hûn yek nezîkî
me jî nedibûn. Ne qurûşek pere, ne yek sîlah
hebû. Me xwe bi şuxulandin da, berya tevan
em li ser mejiye xwe sekinîn, em tenêbûn, û
niha hûn dizanin ku ne ji dunyayê be,
dewleta Tirkî niha miriye. Ev dewlet niha li
hember me şeitiye, lakîn hinek ve dewletê
digirin. Em bawer dikin îsal evên digrin jî
wê dest jê berabidin, kes nikare wekê berê
vê dewletê bijîne. Ez dixwazim vê bêjim. Ku
yanî yek şexs li jiyana xwe hişyar bûniyê
bike, li ser xwe bisekine, li hember wî
dewletek jî hebe, dikare vê devletê
bişeitîne. Eger bi tevayî neşeite, hinek
sebep hene, weke sebebên derve. Me bingeha
dijmin avêt.
Ez ji bo çi vî tiştî dibejim? Hûn tev ji min
bêhtir dikarin karê xwe bikin. Hûn xortin,
ne vestiyane, di hundurê welatdene. Lê
tiştek heye, we jiyana xwe durust çênekiriye.
Niha ez di vê nuqteye de tiştekî din bejim:
Hûn dibêjin “Em muslumanin.” Musluman tî
çiyê? Li destpêka îslamiyetê binêrin, roj û
şev şere, li dijî kafiran, li dijî zulme
şere. Niha li xwe bi nêrin. Di welatê me de,
li ser mafên mirovan dijmin çi dike? Ji
dijminê zemanê islamiyetê hezar caran bêhtir
dijminatiyê nake? Dike. Welat li paşya dunye
nehiştiye? Hiştiye. Em li paşya dunyê
nehiştine? Hiştine. Zimanê me ranekiriye?
Reakiriye. Hûn niha ni karin nave xwe
bibêjin. Ma di dunyayê de tu kes weke me
wiha maye? Nemaye. Yekî wiha be, di vî halî
de be, ma disekine? Dizek têkeve mala we
dest bi ser aileya wê de, dest bi ser jin û
keçên we de, hunê çi bikin û roj û şev!
Welat jî maleke, mala milleteki ye; ku
dijminek bê hudût têkeviyê, her roj destê
xwe biavêje aliyekî, her roj bipelixîne,
xera bike ku mirov li hember ranebe, namûs
dimîne, îslamiyet vî tiştî qebûl dike? Ne
hûn dibejin “Em bi namûsin, em muslumanin.”
Li tarîxa muslumantiyê binerin, qey yekî
welate xwe wiha, mala xwe wiha heye? Û wiha
qebûl bike razê heye? Yekî wiha ne mumkune
bi musluman be û însane kî bi namûsbe? Niha
hûn dipirsin, “Filankes çima wiqas kar dike,
rabûye.” Meseleya namûsêye, ez herdem vê
dibêjim. Yanî ne mumkune yekî bêje hebekî
nefsa min heye, ez însanim û biseki ne. Niha
hûnê jî sibe, pêşde van tişta bizanibin. Di
vî welatî de tu bêje ez xwdî malim, canim,
namûsim, tu nikare bisekine. Lazime sedî sed
di şer de cihekî te jî hebe. Tu neke tu
nikare bêje ez muslumanim, ez însanim û
namûsa min heye, ez xwedî mal û mulkim. Na!
Ez vana ji bo çi dibêjim? Ji bo kû em hinek
însanên wiha cihê xwe germ, îlla tim
dixwazin şer bikin. Mesele ne eve. Ku mirov
dixwaze qendi serê derziyê namûsê di xwe de
bihêle û mirov dixwe de însaniyetiyê bihêle,
lazime mirov vê xebatê bike. Ez nedêhnbûm.
Me got em hebekî bi însanbin, bi namûs
bimînin, ji bo vê me evgas ev xebat, ev şer
bi tenê serê xwe heta vira anî. Ev ne ji bo
min tenê, ji bo we tevan tê xwestin û hûn
nikarin bejin tu dike ez nikarim bikim. Na.
meseleya namûsê, meseleya welatê teye, ne ya
mine, meseleya azadiyêya te ye, ne ya mine.
Yekî wiha bêje, emê jê re bêjin tu li ku yê,
tu li vî welatî çi dikê, tu li nava vî gelî
çi dike? Dijminê te kiye, dostê te kiye?
Mirov van pirsan jê bike. Ku bersivê nede,
ew nikare bêje ezê bimînim.
Ji bo vê ez ji bo we tevan dibêjim ku yekî
dixwaze sibe li welat bimîne û li vir jî
dibêje ez bi namûs heme, lazime van pirsan
rast bersivê bide. Niha em ne dêhnîn, em bi
aqilê bi aqilane, me li ser vê evqas tişt
çêkirin. Ez naxwazim kesî ji we ne erzan
cesaretê bidimê, ne jî erzan bitirsînim.
Heqîqeta mîrov, bingeha cesaretêye, bingeha
tirsêye. Mîrov çi biparêze, çi bi ya xwe ke,
çi ji xwe dûrke? Bi kêre be, bi çi awahî
pêre be? Ev pirsên esasîne. Ku mirov bersivê
nede nikare jiyana xwe bidomîne. Dîsa ez
dibejim ku ez tenêbûm, alem tev li pêşiya
min sekinîbû. Ma ez rojekê reviyam, rojeke
min got ez pê nikarim, min xwe bada, min got
dijmin wiqas meznine, ez tenême? Na. İnsanek
ku bêje ez durustim, bi namusim wê wiha
bike. Ê we wiqas îmkan di dest we de heye.
Berê tunebû niha heye. Hûn ne westiya ne jî.
De haydê bifikirin. Mala we jî heye, zaroken
we jî hene, merivên we hene, gundiyên we
hene. De haydê bi wanare biaxivin. Çi hatiye
serê we? Biçi awahî hatiye serê we û em çi
bikin? Ku hûn wiha nekin, hûn nikarin bêjin
em di insaniyetê dene, hebek namûsa me jî
heye. Na. Hûn baş dizanin ku namûs ne
meseleya pîrekêye. Bibêjin di welatê me de
çi maye? Hemû direvin derve. Niha yên welate
xwe wiha bi razîbûniya xwe vala kiriye, di
dunyayêde jime bêhtir tuneye. Bele, lîskên
dijmin hene, lê ji bo jiyaneke wiha pir
sivik ku mirov wiha welatê xwe, însanen xwe
wiha terk bike, bi rastî pir ketiye. Niha ji
we ye ku hûn herin Tirkî, herin Ewrûpa,
Sûûdî, her tişt têde heye. Halbûkî welatê we
hezar caran ji wan deran baştire û ji wana
firehtire. Ev karê ku hûn ji bo wana dikin
eger hûn ji bo xwe bikin, hûn dikarin heyşt
buhuştan li cem xwe çêbikin. Lê adete dijmin
jî hûn xapandine, birevin, bireve. Yek jî di
vê rêkê de nabe insan. Di rêka revê de mirov
nikare bi namûsbe. Çiqwas millet bê kare?
Viqas herî hebe, viqas av hebe, dibin erdê
de, di ser ruyê erdê de wiqas zegînî hebe û
tu feqîr û bê çarebe, çima? Tu li ser qedera
xwe ne hakîme, tim destê xelkê li ser teye,
ji bo vêye. Hûn hemû kar dixwazin, jiyaneke
baş dixwazin, le biçı avahi bı dest mirov
keve? Dema vaya ji we tê xwestin hûn dibin
weke ker û kor û lalan. Tim dibêjin bila yek
bide mê. We liku bide we? Çaven mirovan
derdixin. Te dikin xizmetkarê karê tewra
xerab.
Ji bo vê hebekî li ser xwe bisekinin. Ê min
ez viqas salin birastî liser xwe disekinim.
Dibêjim xwe biçi awahî ji xizmete dijmin
derxim, xwe biçi awahî li hember dijmin bı
bombekim, xwe bipeqînim. Roj bi roj karê min
eve. Ne eybe. Yanî dijmin dema her tişt anî
serê te, têjî bifikire, li hember dijminê
xwe tiştekî bike. Ya rast eve.
Niha di vê hefteyede min dîsa bi serê xwe
hareket kir, ma ez mirim? Ez dîsa bı
serketim. Me bi milyonan însanên Kurd kirin
yek. Dijminê me yê hezar salî kesî pê
nikarîbû, li hember me nikare nefese
bikişine. Ku, alem ne li paşê be nikare li
hember me rojekê bisekine. Yanî yek însan
xwe durust di cih de çêbike, bı ser dijminê
xwe de bere, dunya were pê nikare. Ez ji bo
ve dibêjim hûn tev dikarin cesaret bikin û
hûn dikarin gavên baş biavêjin
Em dixwazin çend peyvan jî li ser ewên di
welat de xwedî lê deng bikin.
Birastî şerê me di destpêkêde li Hilwan'ê,
li Sêverek'ê gav avêt. Em bi ser Celal Bûcak
de çûn, bi şer Sulêymanan de çûn, me şerê
çekdarî îlan kir, em naxwazin bi vanare weke
berê şer bikin. Em dostaniyê dixwazin. Hinek
aşîretên wiha, malbatên wiha dixwazin ji
mere xeberan bişînin, bêjin werin em
dostaniyê çêbikin. Ji bo vê ez di vê
axaftine de dibêjim ku ji vê şûnde dest ji
dijmin berdın û bıxwazin bimere dostaniye
çebikin, em dostin, qet zirarê nadin we.
Lakîn di virde ku hûn xizmeta dijmin bikin,
darbeyê limexin, birastî emên wihaa nahêlin.
Ez vê ji were dibêjim. Dîsa, pir eşîret
hene, hinek çetene (korucu), hinek bi navê
hizbûllah sexte, bi Hizbûllah rene, belê ev
tev di destê dijmin dene. Ku vana xwe jê
dûrxin, emê dostaniye bi wana re çêbikin.
Evê bi navê dîn dibêjin “Em Hizbûllahin” ji
wana bawer nekin, Hizbullaha bi xwedê re, bi
İslamiyetêre emin. Evên din tav sextene.
Belki bi pereyan, bi tiştên din we
dixapînin, jê durkevin. Li aliyê Qerecedaxê
malbat û gundên wiha hene, bila jê dûrkevın.
Muslumantiya baş, em temsîl dikin. Benê vana
di destê Turkeş de ye, tev faşîstin,
Kemalîstin.
Dîsa gelek aşîret wekî din hene. Li
Wêranşehirê, li hêla Qiziltepe hene, vana
bêhtir alîkarên mene. Ne hêlekê bi dijmin
re, hêlekê bi me re, xwe ji dijmin dûrxin,
heta dawiyê bi merebin.
Û hinek eşîretên wekî din hene, bi rastî
belki hinek ji wana pir xayinbin, heta
dawiyê bi dijmînrebin, lê piraniya wana jî
dixwazin bi dostbin. Em ji bo wana jî bang
dikin; ên dixwazin ji vê şûnde xizmeta
dijmin nekin, hedî bi hêdî bi hevalanrebin.
Xwe îspat bikin ku zirarê nadin, em wana
naêşinın. Eger dewam bikin, bi dijmin re bi
ser mede werin, wê îmha bibin, kesî wiha
nikare bimîne. Jivê şûnde vê şaşitiyê, vê
xiyanetê dewam nekin.
Wekî din jî pir şexs hene, heta niha zirar
dane me, bila vê zirarê de wam nekin. Ên
dixwazin xwe durust bi hêlin, ji partiyên
burjûwaziyê dûrke vin, ji partıya Demirel,
ji ya Înönü ji ya Özal, ji ya Erbakan bila
dûrkevin. Eger hûn partiyê dixwazin, partiya
em dostaniyê je re dikin heye. Em di bêjin
bi dostbin, alîkariyê bikin û ji van
partiyên li ser me dijminatîyê dikin
dûrkevin. Kî pêre, jê dûrkeve em zirarê
nedinê, ku jê durnekevin, cezayê wana jî
mirine. Vê jî ji bîr nekin. Herkes li gorî
quweta xwe alîkariyê bidin. Ên zengîn pir
bidin, ên feqîr zarokên xwe hebin bila yekî
bişînin nava gerîlla. Yek bibe mîlîs. Ev tev
karin.
Hemû gelê me yê welatparêz; Niha divê salêde
bi rastî wê tiştên mezin çêbibin. Haziriya
me tame. Netirsin, parti li hember dijmin
nakeve. Me cihê xwe mezin girtiye. Li Başûr
em ji be rê bêhtir xurtin. Li Rojhilat em
xurtin. Li Ewrûpa em xurtin. Yanî dijmin yek
caran dibêje “Me teng kiriye”, ne raste. Me
alem ji berê bêhtir vakiriye û me hemû
çiyayên welat girtine. Cihekî em negihiştinê
nemaye. Ne weke berêye. Ne weke zemanê Şex
Seîd û Seyid Riza û Berzaniye. Na. Serokîya
em dikin deqqe bi deqqe li hember dijmine û
tim bi ser dikeve. Dijmin dixwaze bi şerê
wiha bi ruhê mîrov bileyize, wihe nêrîna
mîrov bi guherîne, pê baweriyê nekin. Belê,
dîsa şehîd dibin, belkî bi hezaran dibin,
lakîn a bi serkeve dîsa partiye. Hazirî û
planen me çêkirine ji serkevtinê behtir
tiştekî qebûl nake.
Em dikarin bibêjin ku di sala ’93’an da
tiştên heta niha bûye emê bedelî van salan
tevan di vê salê de bikin. Hûn yek bi yek
dixwazin ji mere mektûban bişînin. Li hember
vana tevan ez bersiveke wiha tenê didim. Di
demeke dirêj de em ji hev dûr man, lakîn dûr
bunun bi şeklî bû. Hûn dizanin ku nêzîk bûna
mezin me ji were çêkir. We teva di welat de
xwe ji bir kir, me hûn rakirin, navê we me
bilind kir. Navê welat û gel me bi alemê
îspat kirin da. Ji we bêhtir niha em nêzîkî
wene. Însanekî welatparêz wiha dike. Ji vê
şunde hûn jî wiha bikin. Xwe bêhtir nêzîkî
partiyê bikin, nezîkî Serokiyatê bikin. Dîn
jî vêna dixwaze. Ewên dibêjin “Em muslumanin”
bila bi rastî li ser xwe bisekinin. Sedî sed
muslumantiya rast karê PKK’êye. Gelek melle
hene û dixwazin xizmetê bikin. Bila heta
dawiyê bikin. Rêka dîni e îslamê eve. Rêka
însani yekê jî eve. Gelek însanen me hene,
nizanin kar bikin. Rê tunebû, îmkan tunebûn,
niha me tev vekirine. Li yaqê bibin. Ji we
ku dijmin bi ser me de hat em reviyan. Na.
We nêrî ku me berxwedana tewra mezin divê
demê de kir. Em li derve bûn, tenê bûn, teng
bûn, lakîn me dîsa ev karê mezin kir. Ku em
gavêkê nêzîkî welat bûna, weke we di nava
welat de bin, di nava gund û bajaran de bin,
hûn baş dizanin kû şeş meh naqedin
serkeftine. Di dunyayê de yê cihê xwe tewra
teng, yê dijmin dunya lê tewra teng kiriye
ez bi xwe bûm, lakîn di çiyayekî biçûk de
tenê, bi salan me li hember dijminê xwe
çikir? Niha hûn tev li welatin, her roj di
nava hevdene. Eger hûn durust bin, peyayê
soza xwe bin, hûn dikarin jimin bêhtir karê
xwe bikin. Û em vê ji we dixwazin. Bila
selametiya însan, li ser karê însan be.
Silav û saxîbûn ji hev re, bila li ser karê
serkeftinê be, karê ku xizmeta hemû
milletekî bike be. Bila selametî li ser karê
kû milletekî tev bi şeref û bi namûs dike
hebe. Silav û kelam bila dîsa li ser vê bin.
Niha min pirsên rast gotine, ji were tiştên
baş min kirine û ez ji we ji pirs û karê
rast dixwazim. Di demekê nêzîk de emê bi
hemû partiyê ve xwe bigihînin we. Ê karê xwe,
xizmeta xwe kiriye li ser çavan ji wana re
cih heye. Ên nekiriye lazime yan bireve, yan
xwe di bin erdêxe. Veya jî bila ji bîr nekin.
Ez vê ji wana re dibêjim. “Way me firsend
nedît, way me îmkan nedît” nebêjin. Ez
dibejim gotina wiha ji vê şûnde ne raste.
Hûn herkes dikarin pir tiştan bikin. Em li
ser vê dibêjin ku hûn jî di ’93’yan de gavên
dîrokî (tarîxî) biavêjin, ji we çi te bikin,
di dile xwe de duakê bikin, bi kevirekî, bi
çoyekî karê xwe bikin. Û yê dibêje “Ez
egîdîm” bi sîlahe xwe bila şerê xwe bike. Ku
neke bila nesekine. Aîle bi aîle, gund bi
gund, cîran bi cîran bi yekbin, bi ser vê
salê de herin, vê salê bi ya xwe kin.
Em li ser vê rastiya partiyê, li ser xwîna
şehîdan ji were serkevtinê dixwazin, û silav
û hezkirinê dişînin.
7 Adar 1993
Serokatiya Partiyê