* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


EVÎNA   KURD

Çawa Bijîn – Cilt III

 

ABDULLAH   OCALAN

 

Evîna Kurd

Çawa Bijîn – Cilt III

 Rêzepirtûkên Saziya Zimanê Kurdî/14

 Werger: Nîzamettîn AKKURT

 NAVEROK

 Pêşgotin

 Bilindbûyîn

 Bezvaneke ji agir: Zîlan

 Dayik

 Dilêreke jandar

 Ê serkeftina xwe tune be, evîna wî jî nabe

 Jîn bi jinê re nirxdar e

 Ez evîna azadiyê me

 Hesab pirsîn

 Li ser rêça şervanê pêşîn

 Roniyên zanebûnê

 Xencer

     Suwarî

 Hestên Mezopotamya

 

PÊŞGOTIN

 

“Îdîa min a jiyanê pir mezin e. Ez, dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ji mirovan û jiyanê pir hez dikim, dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.’’

Beriya ku tu vana bibêjî, mitlaqa bi aramiyeke dirêj bêdeng mabûyî. Weke ku dixwazî wateya bêdengiyeke ku bi sedsalan ajotiye çareser bikî, bêdeng mabûyî. Di bin van axaftinan de, dîsa di der barê wan de bêdengiyeke dî hebû, ew ji me dûr e. Ev cara yekem e, bi vî awayî, ji dengê te em dikarin bibihîsin wan dengên ku ev bi sedsalan e em hewl didin xwe bigihînin wê kûrahiyê ku dişibe axa me. Dîsa jî me di têgihîştinê de zorî dikişand; me hewl da ku em tê bigihîjin ka ew bêdengiya di bin axaftinên te yên ku weke kêlîçekî rengegul vedibin, tên çi wateyê.

Bêdengî, zimanê veqetîn û dûrbûnên mezin bû. Di bin wê bêdengiya ku beriya tu bibêjî de, kîjan hişmendî û kûrîtiya nehatibû têgihîştin veşartî bû? Erê, heke ku di bêdengiya te de aliyê mîna mirinê hebe, mitleqa aliyê ku dişibe kuştinê jî heye. Di bin wê qalkirina te ya jiyanê de, di bin xweşiktiya te de ku me di têgihîştinê de zorî dikişand, tiştekî dî jî hebû.

Me ji te re, ji teya ku xweşiktiyek e û bêdengiya mezin maf kiriye; ji teya ku tevlî axê bûye û her wiha tevlî canê me bûye re çîrokek vegot.

“Sybill’’, çîroka kê bû? Baş nedihate bîra me. Efsaneyeke Girek bû an? Çi dibe bila bibe, di çîroka Sybîl de aliyekî di der barê te de hebû.

Va:

Sybîll, keçikeke pir xweşik bû. Ne tenê mirovên ku tenê ji bo xweşiktiyan xwediyê çavên behremendiyê ne, di heman demê de xweda jî li hember xweşiktiya hêwilnak a Sybill heyran mabûn. Û him mirovên xwedî wan çavên qefildarê dîtina xweşiktiyê ne, him jî xweda bi armanca ku xweşiktiyeke wiha xelatdar bikin, ji Sybillê re nemirinê bexşandin. Û wê di hundirê fanûseke cam de, da ku heya bêdawiyê bêyî ku pîr bibe bije, bi keys kirin û danîn ciyekî ku ew kesên xwedî çavên behremendiya xweşiktiyê ne karibin bibînin. Bi sedan salan hemû kes hatin, bi sêrlêbûn û heyraniyeke mezin vê xweşiktiyê temaşe kirin. Lê rojekê, yekî ku xwediyê dilekî hestiyarê xweşiktiyê bû, bi daxwaza tê bigihîje ka Sybill çi hîs dike, devikê fanûsê vekir. Û jê pirsî, gotê: “Sybill, ma daxwazeke te heye?’’

Sybill, gotê: “Tenê daxwazeke min heye!.. Dixwazim bimirim!’’

Ma ji xweşiktiyekê re nemirinî dikare were bexşandin? Ma nexwe sêhra xweşiktiyê di miriniya wê de ye? Ango; çî ye ku xweşiktiyek xwe bike bêmirin? Daxwaza xweşiktiyekê, di bin kîjan mercan de dikare bibe tenê mirin?

Wateya wê bêdengiya mezin a ku di rasteqînê de û di bin axaftinên me de heyî ye, çî ye? Em, weke teşeyên derbirîna azadiya xwe dikarin kîjan remzan bi dest bigirin? Şerê heyînê ku hewqas di teşeyên herbilî de û di cîhana me ya ku jiyan û mirin di nav hev re derbas dibin de, ma em bi libatên xwe yên puxteyî ve dikarin tam tê bigihîjin?

“Îdîa min a jiyanê pir mezin e. Îdîa min a jiyanê pir mezin e. Ez, dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ji mirovan û jiyanê pir hez dikim, dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.’’

Û dîsa diviyabû ku em ji çîrokeke Kurd bibihîsin. Ew libata wê keçika çîrokê ku ji dildarê lêxistê çavên xwe re, çavên xwe derdixistin û li ser fîncana fîqspî pêşwazî dikir, dihate hişê me. Va, te jî mîna awirekî, xwe da berpêşkirin; xwe da vekirin ji evînekê re. Hingê hate bîra me ku, te binê bêdengiya wan axaftinên Rûben Galûcî ku beriya bê gulebarankirin gotibû, vekir.

“Dema ku te seh kir ez mirime, navê min nebêje

Nebêje yanzdeh tîpên navê min

...

Ji çavên min xew diherike

Min hez

Û maf kir bêdengiyê...’’

Gotin rûpacek bû û di nediyarbûna di binê de, çalakiya te disekiniya. Ew singên me yên bûne gora stranên pevgihînê, va bi bersiva te ya ji agir hate vekirin. Tu weke singeke ji agir vebûyî û te di singa xwe de ji ‘Muhayel Kurdistan’ê re, yanî ji xewna me hemûkan re deriyekî vekir. Emê tev, rû û rêveçûna xwe bizivirînin ber bi wî deriyê ji agirê welat û di nava pêlên alavên singa te de bikevinê. Êdî em dikarin qal bikin ji rojên pevgihînê; êdî bêyî axaftin jî, bêyî bikaranîna wan gotinên bi bandora ku wê bêdengiya dirêj rûpac dikin û weke xûmama seharê difirin, em dikarin pêk bînin ku ew dilên bi sedsalan ker bûne, da ku me seh bikin û tê bigihîjin. Em dikarin pêk bînin ku ew zimanên bûne kevir, hinek axaftinên dişibin ax û asîman, nû û weke elmasa spî di der barê me de gotinan bibêjin.

Va, te em ji nav bêdengiya mezin ji nû ve vejinandin.

Ji ber ku li Dêrsimê ew di lêgerînên şewat de tevî bayê bû, bêyî ku em navê te bibêjin jî, em dikarin te bi bîr bînin. Erê, ew dilên me yên kerbûyî vêga seh kirin; erê, ew bayê li çiya û geliyên welatê me ji bo hilweşînê ku li porên ji şewatê digere, dengê te ye, ku tu tevî wê bûyî û belav bûyî; ev axinan çavên te ne, ku tu tevî wan libên genim bûyî, ku bideramet in û yeke hezar didin. Ma ne wisa ye ku te em ji nû ve vejinandin, êdî em tev dikarin vêga qal bikin ji pevgihîna mezin. Erê dengê te gihîşt me; em dikarin bi bangawaziya te tê bigihîjin. Roniya te gihîşt me; va me agirê te nas kir. Erê, ev tu yî; bêyî em navê te bibêjin, em dikarin rabigihînin hev wan stranên rêveçûnê.

Te em ji nû ve vejinandin. Û te bi wê bêdengiya kûr a di bin gotinên xwe de, vê strana xwe ya dawî lîland:

“Îdîa min a jiyanê pir mezin e. Îdîa min a jiyanê pir mezin e. Ez, dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber


 

ku ji mirovan û jiyanê pir hez dikim, dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.’’

Va, bi êşa vê stranê, Mareşal dest bi girînê dike. Di kabûsa wî de ew milyon canên me yên ku qetil kiribûn careka dî vedijîn. Mareşal, bi vê strana te, bi tevahî stranên ku emê pêş bixin re, yeko yeko li ser hemû komgornên li Kurdistanê ku berhemê wî ne wê rûne û bigirî. Ev strana te ya ku dilşahiyê dide me û hemû birayên me, dê bibe şîna wî. Va, di nava stêrkên çavan de dixeniqe Mareşal. Êdî em dizanin ku, gava ku ew strana te seh dike, ne tenê li ser wan celadên xwe yên ku me bi çalakiyên tolhildanê kuştibûn; li ser jin û zarokên me yên ku ev sedsalan in dide qetilkirin jî digirî.

Nav û xweşiktiya te ya ku tevî axên me û ew bayê ku henasa me tevan e dibe, me hemûkan dikişîne. Êdî em tev dikarin qal bikin ji pevgihîna mezin. Ew bêdengiya ku ev sedsalan in di bin hemû gotinên me de dimîne û dişibe jibîrkirinê, nexwe ev strana te ya dawî ye. Me wê seh kir û êdî em dikarin tê bigihîjin. Dibe ku wateya hinek gotinan, di roniya te de karibin derkevin naverojê.

Diviyabû ku çîrokeke Hindî bûya, vêga tê bîra me. Em qala xweşiktiya pirpiroka çaremîn dikin; ku hevtayê xweşiktiya te ye. Va; çar heb pirpirok biryar didin ku tê bigihîjin de ka di rastiyê de agir çî ye. Pirpiroka yekem, ji dûr ve di ber agir re derbas dibe, tê û dibêje: “Agir, tiştekî ronakdar e!’’ Ev, ne tam zanyariya rastînê ye û pirpiroka diduyan hinekî din nêzîkê agir dibe, dizivire û dibêje: “Agir, tiştekî germdar e!’’ Ev jî kêm e ji bo vegotina rastînê û pirpiroka sisêyan baş nêzikê agir dibe, pêtên agir perikên wê dialêsin û diçin. Dema ku tê, dibêje: “Va, zanyariya rastînî ya agir: Agir, tiştekî sotîner e!’’ Pirpiroka çaran qîma xwe bi vê nayine. Li derdora agir difire, dizivire û diqemite; û ji nişkave xwe diavêje nava agir, carek çirûsk dide û di nava pêtên agir de tune dibe û diçe. Tenê ew pirpirok e ku zanyariya agir a rastîn zanibûye, lê êdî ne di wê rewşê de ye ku karibe ji yên din re bibêje.

Di nava me de ya ku gihîşt zanyariya agir a rastînî bûyî tu. Emê jî, da ku bi zanyariya agir tê bigihîjin, te bişopînin. Emê bibêjin: “Agir, agirê bedew, me bişewitîne. Ji me re jiyanê vebêje...’’

Weşanên Serxwebûn

 

 

“xweşiktî, xwe vedişêre ji yên ku li pey rastînê baz nadin.’’

Andrey Tarkovskî

 

BILINDBÛYÎN

 

Jiyîn...

Rasteqîna civakî, mirovên ku hindek xwedî hiş in qet nade jiyandin. Çi rasteqînên civakî qasî ya me takekesê naperçiqînin, di nava êşan de nahêlin û di nava nabosên mezin de nadine girtin. Va, em izdirab û tenêtiya vê ya mezin dijîn.

A ku ez dikim, ji rizîbûnê wêdetir, di bingeh de qêrîna wê civak û wî takekesî ye ku îdîaya xwe wenda kirine; viyana xwe him fermî û him jî bi kiryarî veder kirine û di nava êş û tenêtiya mezin de ne.

Di bingeh de li hember civakê ev rasteqîna serhildanê ye.

Di rasteqîniya me de ji bo takekes her tişt ewqas neyinî ye ku, mirov nikare qala çi mafê takekesî bike. Ev tam jî karê wêje û rewşenbîran e. Zanist civakan vedikole, dîroka wê dîroknas vedikolin, siyaseta wê siyasetmedar û zanistiyên siyasî vedikolin. Lê takekes bi xwe jî ji hêla wêjeyê ve tê vekolandin. Lê mixabin, di nava me de nehatiye lêkolînkirin; êş û dilşadî nehatine nirxandin û takekes di hundirê tenêtiyeke nayê bawerkirin, her wiha bêşiyarbûnî, bêbawerî, bêewleyî, tirs, endîşe û bêhêviyê de ye, ji her aliyê ve hêza jiyînê wenda kiriye û dişibe çivîkeke ku per û baskên wê hatine şikênandin û ne diyar e ka dê bi kû derê ve biterike.

A ku ez dikim, hindek perpitandina vê, ger hindek gengaz be bibaskbûn û gengaz be derbasbûna firînê ye.

Rewşenbîrên me yên ku sipartiyên rastîna civakê ne nîn in.

Her ku ji rasteqîna civakî dûr dibin, ber bi zemînê netewa serdest ve dişemitin û wisa rewşengerî pêk tê. Ji bo bûyîna rewşenbîrî, behremendiya şoreşgerî ya rastîn pêwîst dike.

Ger ji hemû aliyan ve bi rasteqîna civak, gel û pergala civaka xwe tê bigihîje, ev yek bi xwe re pêwîst dike ku pergala zilma pir giran bibîne, vebikole û hilbikole. Ev jî têr nake, ji ber ku bi hemû aliyan ve dan û standina henase girtina civakê asteng dike, divê bertekê li hemberê raber bike. Ev jî ji aliyê zagonan de, li ba me tê wateya tawanbariyeke mezin. Heta ger rewşenbîr dixwaze pêş ve here û bije, neçar e ku vî zemînî terk bike. Zagon, hemû saziyên wê, ya herî girîng jî hêzên ewlekariya wê fersend nadin ku rewşenbîr gotineke piçûcik jî bike û wî tînin ber xala “vê nêvengê terk bike!” Ya yek-du gotinan dibêje, yan jî nabêje. Ger bibêje jî, pir çelexwarî, diqewêre û hindek bi gora pergalê dibêje. Encam, rasteqîna me dîsa di ciyê xwe de dimîne.

Her wiha ger em ji bo xwe qala ronahîbûn û rewşenbiriyê bikin, pêwîst e ku çonayetiyeke wî ya şoreşvaniyê hebe.

Ger hatina halê takekesê serhildêr pêk neyê, mirov nikare bibe rewşenbîr.

Mînak em dikarin Îsmaîl Beşikçî, tevî ku ne Kurd e, weke rewşenbîrekî Kurdistanê binirxînin. Xwest ku bi gor rasteqîna me ya civakî hindek azad birame. Bi rastî jî xwest ku di vî zemînê de birame.

Va, li rastê ye.

Rewşenbîr, di nav me de kom û tuwêja civakî ya herî metirsîdar diderbirîne.

Tê wateya takekesê ku wijdana xwe pir erzan firotiye. Ez ji vê re di wateya rastîn de nabêjim rewşenbîr, dibêjim ê sexte ango “rewşenbîrê” ku li ser navê pergala mêtîngeriyê şikestiye. Lewma ev tîp rewşenbîr êşê ranabihîse, îro ji hêzên hevkarmend jî wêdetir, mirovê vala ye.

Vala...

Di bilêvkirina rastînê de vala ye. Lê civakê bêzanebûn hiştinê de pir metirsîdar e. Di hundirê hevkarmendiya jîrêkatiyî de ye. Warê jîrekatiyî û giyanî jahrî dike, bêyî ku pê bihese, destekeke mezin berpêşî temsîlkarên pergala zilmê dike. Pêwîstî heye ku rewşenbîr, bi vî rengî tûşî rexneyê bê kirin.

Sedemeke vê jî, di bingeh de rewşenbîr berjewendiyên xwe di saziyên mêtîngeriyê de dibîne. Naxwaze ku vî zemînî bişikîne. Tiştekî ku Kurd bidê nîn e. Jixwe rasteqîna gelekî ku hatiye bêdengkirin, her wiha sazî, viyan û berjewendiyekî ku karibe pêşkeş bike jî nîn e.

Ji ber ku rewşenbîr hindek burjûvayê piçûk e, li benda berjewendiyê dimîne. Ew jî di Kurdan de nîn e. Saziyeke ku karibe bi Kurdistanê ve têkildar berjewendiyê pêşkeş bike nîn e. Ji ber vê yekê rewşenbîr ji virê direve û ji wan ezbeniyên xwe yên ku dilsozê wan e, hetanî dawiyê xizmetê dike. Ji ber vê yekê, li ser bingehê rastîna welatê me, qalkirina ronahîbûnekê pir zor e. Ger bibe, dê bi şêwaza şoreşgerî be û her tiştî bigire berçav. Jixwe yên ku vê dikin, em in ku hindek di zemînê şoreşgerî de bi rê ve diçin.

Ên ku weke rewşenbîr xwe dihesibînin, ji gihandina rastîna gel wêdetir, di hundirê nêvengeke bêtalox de ne ku, di radeyeke dawî de hatine çelexwarîkirin û ji çavên dil û ramanê hatine pêmenkirin. Demagojîk in û ji ber ku pêwendiya zimanê wan bi rastînan re tune ye vê metirsiyê zêdetir dike. Lê zimanê wî rewşenbîrê ku pêwendiya xwe bi rastînê re tune ye; barkêşê nexweşiyên jîrekatî û giyanî ye û weke ku tê hizirkirin jê zêditir pêwîstî bi hilkolînê heye.

Di me de ku hestên pîroz pêş nakevin, takekes û her ku diçe rastîna civakê dernakeve rastê, têkiliya xwe bi vê rewişta rewşenbîr ve heye û ev şûngeha rewşenbîr ku li ser navê dijmin barkêş, xapînok û çelexwarî ye, pirsgirêkeke mezin çêdike.

Şêwaza birêxistina şoreşa me; dê di destpêkê de hindek xizan, gundî, şivan, kedkar û tuwêjên civakê yên dîtir bi hilberînê re dahûrîne û dora dawî were rewşenbîr. Lê di virê de pêşketineke berevajî mijara gotinê ye. Rewşenbîr, ji ber ku yê herî di pêş de tayê berjewendiyên xwe pêş dixîne, hindek rewşengeriya xwe di destê yekem de bi saziyên mêtîngeriyê ve girê dide, vê bi dexesiyê dike û ji ber ku virê weke yekane çavkaniya jiyanê dibîne, dê di dawiyê de were dahûrandin. Dema ku bê halê êdî pergalên mêtîngeriyê nikarin wî têr bikin, ew xurekê ku ji wirê digire di aşika wî de rûnê û weke daringî şûngeha wî ya di nav wan saziyan de halekî metirsîdar bigire, dê dahûrandin di rewşenbîr de dest pê bike.

Beriya ku romana Kurd were nivîsandin, dê were jiyandin.

Ger jiyîneke tirsnak pêk neyê, di me de nivîsandina romanê ne gengaz e. Bi vî aliyê xwe ve, bi gor pêvajoyên şoreşgerî yên weke şoreşa Fransî û şoreşa Rûsî şûngeheke xwe ya berevajî heye. Ew şoreş girêdayî ne bi ronahîbûneke çend sed salan û dahûrandineke (tehlîl) teorîk. Di şoreşa Fransî de çerxa ronahîbûn a bijare û di pêş de jî ronesans heye. Dîsa nifşa wêjevanên mezintirîn mijara gotinê ye. Ew teyisîna şoreşê ya di demeke kurt de, weke pratîkî hatiye dahûrandin. Lê xwe disipêre zemînekî pir xurt. Zemînê dîrokî, civakî û rewşenbîrî pir xurt e. Bi çend serhildanan encamê pratîk tê wergirtin. Şoreşa Rûs jî manendê vê xwedî taybetmendiyan e. Hema bibêje beriya sedsalê xwedî amadekarî û nifşê wêjevan ên mezintirîn e. Dema ku Çernîşevskî dahûrandina yekem a feodalî û koletiyê da çêkirin, Lenîn jî tê de, hemû wêjevanên Rûs wî weke palpiştiya herî mezin dîtin. Di şoreşa Çinê de jî, dîrokeke xurt û hêza wêjeyî-ramyarî ya Çînê heye.

Va, dema ku em tên rastîna Kurdistanê, kar vedigere berevajiyê. Her tişt hatiye wêrankirin. Çi tevgerên ronahîbûnê ku tu karibî xwe bisipêriyê tune ye. Berevajî bi destê Kemalîzmê têgîn û saziyên Rojavayî ku tê veguhastin Enedolê, hemû jêrsazî û jorsaziya komarê, ji bo rastîna Kurd û hebûniyên çandî yên li Enedolê, ew tevgera wêrankirin û tunekirinê ye. Raman û saziyên Rojavayî ber bi wan ve veguhastin û nasdarîkirin na, wê hêza ku jê re hatiye dayîn bi kar tîne û ji holê radike. Bi vî awayî çespandineke berevajî ya metirsîdar heye. Her wiha ji sedsalên berê xirabtir li ba ketineke sedsala 20. mijara gotinê ye.

Sedsala 20. ji bo me tam karesatek e.

Bi destê Kemalîzmê em neçar man ku karesata herî mezin a dîroka xwe bijîn. Ger bi rastî jî wêjeyek were pêşxistin, pêwîstî heye ku di sedsala 20. de Kurd, di bingehê raçînka zanistiyeke saxlem de were destgirtin. Belkî pir hindik pêwendîdarî bê avakirin, lê dê nîşan bide ku tirsnak rastîn hene. Ev nehatiye çêkirin. Ez eşkere destnîşan bikim ku, çi hilkeftinek jî ne mijara gotinê ye. Her tişt bi çavên Kemalîzmê tê nirxandin. Di berê de jî, bi çavên îslamê dihate nirxandin.

Îslamiyet jî ji bo Kurdan biyanibûneke mezintirîn diderbirîne. Heta dema ku îslamiyet xwe diteyisîne Kurdistanê, ji vê tevgera ku dagirker û talanker e, bi îslama rastîn re eleqeya xwe nîn e û ji dagirî û talanên siltantiya Emewiyan pêk tê. Her wiha bi wan re têkilî, hevkarmendîtî ye. Pir paşverû...bi rastî jî rastîna ku jê re tê gotin Ehlê-Beyt, îslam û paşekên Hz. Mihemed jî bi teşeyekî stemkar li Kerbelayê hatine tunekirin. Ev kevneşopî bi sedsalan di Osmaniyan de û heta di rastîna komarê de berdewam kiriye. Her wiha Osmanî jî, komar jî û îslamiyeta fermî jî rastîna me wêran kirine.

Ma êdî giyana me ma, xwe nizilande kû derê? Giyana rastîn a Kurd, zanebûn, taybetmendî û hesta rastîn a Kurd heye an na? Ma çi tiştek hatiye veguhastin ji sedsala 20. re? Gelo di quncik de, di kenarê de, di berqefê de giyan û zanebûna me ya ku xwe nefirotiye maye?

Her kes ewqas bêhêvî ye ku, direve. Di vê xalê de taybetmendiyê min ev e: Rev bi min weke balkêş nehat, ez bi têgînî pê hesiyam ku hindek tişt dikarin bibin. Min got, di van deran de balkêşî û berevajiyî hene. Çespandinên komarê û mercên ku xwe û zarokiya xwe nas kirime tiştên berevajî ji hev re dibêjin. Min got, ez xwe hema berba nekim, giyana xwe nefiroşim. Giyana xwe nefirotina min pir girîng e. Gelo min giyana xwe firotiye an nefirotiye? Ger min firotibe, ev giyan çawa çêbû, min çawa parast?

Balkêş...

Hewl didim ku tê bigihîjim, dibe ku bêbehremendî jî hebe. Ji ber ku dizanim, ên ku xwedî behremendî bûn, bi lezgînî xwe lêkê pergalê dikirin. Çêtirdîtin bi lezgînî li ser bingehê sazî, raman û pêwendîdariyên pergalê ye. A min rewşeke cewaz wergirt.

Tê bîra min, dema ku ez ji Qizilayê ber bi Çanqayayê derdiketim, pirseke mînanî di wan çayxaneyan de, pastexaneyan de ka jiyan çawa ye bi min re borî. Lê ez neketim nava wê jiyanê. Ez dikarîbûm di hundirê sînorên pergalê de bûrokrasiyeke tekûz bijîm. Lê giyana min ev nepejirand. Gelo kesê ku vê derfeta vebijartekê peyda kiriye û jê bandor nebûye heye an na?

Çawa ku me têgîneke “Çawa Bijîn” avêtibe rastê, ev yek ji bo rewşenbîr jî derbasdar e.

Pêwîst e bersiv bêne pêşxistin ji bo rewşenbîr çawa bije.

Ger em dixwazin rewşenbîr derxînin rastê, ev pirs pir girîng e. Di bingehê bêgaviyan de bûna rewşenbîr nabe. Da ku bûna rewşenbîrî pêk bê, bijartineke azad a di lehê saziyên mêtîngerî de, ger hebe hindek bawerî û zanebûna te, xwe ji bo zemînê civakî pêk bîne. Dê bi zextê nebe. Ji ber ku ciyê ku rewşenbîr lê peyda dibe, zext nabe. Ger hebe jî, dê bi misogerî li dijî derkeve.

Min ev çêtirdîtinê anî pê. Ez dikarim wan tiştên ku weke hêvî arzû dikim pêk bînim. Bi misogerî ev hatine halê derfeta çêtirdîtina azad. Tam di vê xalê de min vegereke berevajî saz kir. Helbet ev vegereke pir girîng bû.

Ez wisa hizir dikim ku di wê demê de çavdêriya dewletê wiha bû: Kurdekî ku vê astê wergirtiye ango tîpekî ku ji wê resena etnîk tê çerq nake. Ev di wateya reha de wisa ye. Ji ber ku wisa ye, dewletê nekarîbû çalakiya min a polîtîk dahûrîne. Ew tevgera min a damezrandinê li Enqereyê nehate dahûrandin. Va, xetaya dewletê ya herî mezin. Tebî ev ne xeta, pêwîstiya rêpîvanekî reha ye. Tîpekî Kurd ku xwe gihandiye vê xalê, ku rabûye û ketiye hundirê manevrayeke pir biwêrekî, berevajiyê hiş e. Lê min ev çêkir.

Va, di virê de rewşenbîr pêwîst e xwe bi her alî ve biçek bike. Bi wateya bêteşe çek girtina sermil bûna rewşenbîrî pêk nayê.

Asta ronahîbûnê nehatiye wergirtin.

Ronahîbûna rastînî dikare di zemînê gerîla de pêş bikeve. Ev jî karekî pir xweser û karê hewldanên ponijîn e.

Em dikarin ji vê re bibêjin ronahîbûna çekê. Her wekî ku çek dide ronahîkirin, pêwîst e çek jî were ronahîkirin. Vêga di nava me de çek hindek tarî ye, bi rengekî ku pêşiyê hatiye ronahîkirin naxebite. Her wiha tam li hedefê nade. Teşeyên din ên biçekbûnê jî pêwîst in.

Beriya her tiştî biçekbûna giyanî nîn e.

Giyanên ziwa bûne...

Ez biponijîn bi hestan ve mijûl dibim. Jixwe asta hestê bi asta çandê re di hundirê pêwendiyekê de ye ku ji hev nayên qutkirin. Ez bi endîşeyên xwe, bi tirsên xwe, bi hêrsên xwe, bi şabûnên xwe, bi berketinên xwe, bi êşên xwe û bi zewqên xwe ve di halê gilokeke wisa de me.

Di virê de karekî dîtir ê girîng ku pêwîst e bê kirin; safîkirina pênaseya di navbera ajo û hestê de ye. Hest, bi pîrozbûna ajoyê derdikeve rastê. Ger tu dîlbûna ajoyan derbas bikî, hingê tuyê bigihîjî asta rast a hestbûnê. Qanoxa* yekem ev e. Ger tu hestên xwe bi esasên ramyarî û heta felsefî û birdozî ve girê bidî, hingê jî dê tu bigihîjî qonaxa duyem a saxlem. Niha ev di nava me de nîn e. A ku ez dibînim, di tevgera şoreşgerî bi xwe de ku em weke zemînê rewşenbîriyê dibînin, kêmbûneke erjeng a hestan û heta arezûyên ku asta ajoyan derbas nakin pir xurt e.

* Li ser vê peyvê hin gotûbêj hene. Hin alî bi wateya merhale bi kar tînin. Le bi ya min wateya wê ya rastîn mesafe ye. Di gelek kilaman de ev bi wateya mesafeyê derdikeve pêşberî me. Min jî di wateya mesafe de bi kar anî.

Ev ji bo rewşenbîr krîtereke pir girîng e. Ev ajoyê ditêperîne. Di bingeh de ev şoreşeke mezin e. Ger karibe bike, dê di takekes de rê vebike ji bo pêşveçûneke mezin. A duyemîn, ez dikarim bibêjim bingehîn ramyariya gel û dikarim bibêjim ramyariya azadiya civakê. Ma xwe bi temamî pê ve girê daye? Hest ber bi bilindbûnê ve rabûne, ber bi pîrozbûnê ve rabûne û xwe bi armanca ramyarî ya bingehîn û viyanê ve girê dane. Va, ev tekûz dîalektîka ronahîbûnê ye. Ez vê di rastîna Kurd de, di tîpê Kurd de zêde nabînim. Weke ku hest ji asta ajoyan rizgar nebûne, ger hebe hindek û rizgar bibe ji ajoyan, xeyalên erzan, bi ti esasên ramyarî ve ne girêdayî ne, lingên wan li hewa ye...

Ez ji van re dibêjim xeyalên derew.

Xeyal û arezûyên ku astê nawergirin pir in. Ev pîrozbûneke sexte ye, tê wateya pîrozbûneke metirsîdar. Pîrozbûna rast, divê bi pêwîstekên ramyariya azadiyê ve were girêdan. Va, rewşenbîr vê nake. Her wekî li vê derê tune dibe.

Di vê xalê de rewşên balkêş ên ku min saz kirine hene. Ez dixwazim xwe çareser bikim. Ez hewl didim ku herî zêde ji xwe re li xwe mukir werim. Çavkaniya min a hêzê ya rastîn, van ajoyan mezintirîn derbaskirina tevgerê ye.

Hestên pîrozbûyî bi misogerî mejî bandor dikin. Mejî jî hestê bandor dike. Lê rabihîsîn û pêhesînên ku hatine tengkirin û hatine daxistin asta ajoyê ber bi lawirbûnê ve dibin.

Ez ajoyan mandel nakim.

Lê divê ajo ji aliyê pêşveçûna hest û ramanî ve bibin xwedî sazbariyê. Nexwe ramana ku radestê ajoyan bûye, qediyaye. Mirovên ku bêhest in mejiyên wan naxebitin, ajoyên wan dixebitin.

Mesela ez dixwazim li kesayetiyê ango li we rexneyekî bikim: Nimûne ajoya birçîtiyê ji bo min vegeriyaye ajoya tevgerbûna ramyarî ya erjeng. Lê heke hun vê di wateya daringî de têr bikin, hingê diqede. Her wiha hunê li hember ajoya birçîtiyê bin bikevin. Di nava me de ji ajoya birçîtiyê re bi bilindbûneke rast bersiv dayîn û rastîna birçîtiya hemû civakê dîtin nîn e. Tebî mirov dikare here heya rastîna ku sepandinên mêtîngeriyê ew xirab kirine, hêzên hilberînê ew tune kirine, hêza mirov anîne halê nikare bixebite jî here. Ji vê yekê heya çavkaniya birçîtiyê çûyîn; niha ez vê bi samîmî dikim. Ne ku zikê xwe têr bikim. Di virê de bi temamî bi civakê re biyekbûn û bicîanîna temsîla wijdanî ya tekûz, Yanîwijdana civakî bi xwe pêk tê.

Va, cewaziya me di virê de ye.

Ji bo min birçîtî, tê wateya dîtina hemû zemînê daringî yê rasteqîna civakî. Vê ajoya xwe têrkirina min jî, di têkoşîna şoreşgerî de li ser navê gel bi asta pêkanîna min ve girêdayî ye. Ger ez niha baş dixwim ango xwarina min ku weke helal li min tê, ev yek ji ber ku ez ji hêzên hilberîna gel re bi wateya felsefî û ramyarî vekirinekî didim çêkirin pêş dikeve. Kengê ku min bawerî bi têrkirina birçîtiya gel anî, hingê nanê ku ez dixwim ango ajoya min a ku didime têrkirin dikare bibe xwedî wate. Ma niha ev çareserî jî bi we re peyda nabin? We di wateya takekesî de çareser kiriye, lê di wateya civakî de we qet çareser nekiriye: Va ev pir teng dihêle.

Ajoya zayendî:

Ji ber ku ajoyeke bingehîn e, pirsgirêka ku bi xwe re afirandiye, di nava me de bi rastî jî ber bi berevajîkirineke ramyarî ya herî giran ve dibe.

Çareserkirina ajoya zayendî, pêkanîna şoreşa herî mezin e.

Niha di nava me de kesî pêk neaniye. Hemû bin dikevin. Civaka Kurd belkî jî di cîhanê de ew rastîna civakî ango tîpê takekesî diderbirîne ku li hember ajoya birçîtî û ajoya zayendiyê di rêza yekem de bin dikeve. Va di vê xalê de tiştên ku min pêk anîne hene: Beriya her tiştî di nava civaka me de sinceke(ehlaq) vê... li derdora ajoyê çemkeke namûs û sincê saz bûye û çi bavegîd ne di karîna têperandina vê de ye. Bi reha neçar e ku pêwîstekên wê, ya bisincî ya jî bêsincî bîne cî. Ger bêsincî be, takekes qediyaye. Ger bisincî, Yanîdi bin navê têgîna binamûs de jî be qediyaye. Di vê tengneqebê de takekesê me careka din hê temenê xwe negihandiye bîstan bin ketiye.

Mekanîzma min cewaz e: Bi ajoyê ve mijûlbûn...

Ez demeke dirêj bi ajoyê ve mijûl bûm. Encam, di dahûrandinên ramyarî de derfetê vekirineke mezin bidestxistin. Min bi temamî raçînka civakî, sinca civakî û bisazîbûna takekesî rûxand, çirand. Û niha jî hêdî hêdî hewl didim ku vebiguhêzim. Ev jî dibe aliyekî ronahîbûnê ku herî zêde pîj dike û teqînbar e.

Divê rewşenbîr di van her dû mijaran de qonaxê werbigire. Ev ew gelş in ku nebin nabe. Dema ku em dibêjin çareseriya takekesî, ya pêwîst e were fêmkirin ev e.

Çek, hêz ango ramyarî; weke ku ev bi dahûrandinê ve pêwendîdar in, hêz bi xwe jî bûyereke ramyarî ya girîng e. Di vê gavê de hêz li ser serê me bela ye. Mînak di zemînê PKK’ê de hêz, ger bi dahûrandina rast ve neyê pêşxistin, dê nebe çavkaniya ronahîbûnê, dê bibe ya despotîzmê. Metirsîbûna hêzê hê ji niha de derdikeve pêşberî me. Her wiha em di asteke pêşketî de dahûrandina hêzê didine çêkirin. Ajoya hêzmendiyê, ma êdî mirov dikare ji vê re bibêje ajoya tirsê, va em dixwazin vê bi hêza rastîn ve dagirin.

Hêz wêrekî dide.

Lê heke ev jî pêgirê ramyariya rastîn neyê kirin, dibe çavkaniya metirsiya mezin. Va di vê mijarê de jî asta pêşxistin û dahûrandinê, bi ya min asta min a ronahîbûnê hindek darîçav kiriye. Giyaneke xwe ya tune heye, zanebûneke xwe ya firotî heye. Yanîku tu bibêjî bi gor rastîna Kurd pênaseya wê bide çêkirin, tenê ezê karibim vê bibêjim; gelo tu çiqas hatî firotin, di nav çend destan re derbas bûyî, te çend ezbenî guhertine, ma tiştekî bi navê tu heye an na? Li ba veceniqandinekê, ezê lê binêrim ku belkî jî tiştekî bi navê tu nîn e.

Ji dijmin rêçek ango siyek...

Balkêş e, her ku vedikolim peyda dikim. Ev têgîn bi rengê wehiyên pêxemberan bi ser min de tên û li min zorê dikin. Wekî din jî çareya me tune ye. Her ku em rastînê wernegirin, wergirtina hêzê, wergirtina nasname û kesayetiyê ne gengaz e.

Va, di vê xalê de mirovê herî azad ew mirov e ku dizane ka bi kû derê ve girêdayî ye û ew kes e ku dikeve hundirê çalakiya wê ya herî bişidet.

Yanîrastiyê...

Çendî ku tirsnak be jî, ev zewqê dide min. Kengê ku te zimanê rastînê wergirt, hingê tu dikarî nexweşiyê derbas bikî. Bi awayekî din tu nikarî li vê cîhanê bijî: Ev taybetmendiyeke min e. Rewşa mirovê di nava me de jî berevajiyê vê ye. Bi rastî jî çiqas birevî, dê tu ewqas vehesî. Tiştekî nayê bawerkirin e! Ji tîpên herî rewşenbîr re, herî ber bi rastiyê ve, çek di dest de; va, wêrekî bi şerkirinê nîşan didin. Ên ku pêwîst e bi rastiyê ve girêdayî bin, mijara ku herî zêde tê de zorahiyê dikişînin ev e. Bi hezar caran diçine mirinê, lê nayên wê rastîna ramyarî ku serê xwe di yoma wê de didin, nasnameya azad û zemînê wê yê ramanî û rêxistinî. Ev nakokiyeke erjeng e. Niha ez hewl didim ku vê çareser bikim.

Di berê de çek girtina dest jî gihînekeke mezin bû. Di berê de peyvekê xistina devê mirovên me jî gihînekeke mezin bû. Tebî xebat pêş ve çûye, lê hê jî em ji wergirtina nasnameyê dûr in. Ji ber ku em dûr in Demirel jî dibêje; “Ez nasnameya Kurd qebûl dikim!” Ger me nasnameyê hindek bi saxlemî wergirtiba, dê ji devê wî tenê ne ew peyv, bi cidiyeteke mezin dê wê nasnameya li hember xwe nas kiriba. Pir aliyên me yên jandar* hene.

Ez ber dikevim.

Belkî rewşenbîrên me ango yên ku hindek diramin û heta şoreşger jî dikarin bibêjin em xwedî îdîa ne. Lê ji ber ku biwêrekî nahizirin, nizanin de ka çawa bijîn, Zîlanê nas nakin û ji ber ku eleqeyeke mezin nîşanê rastînê nadin, ez pir bihêrs dibim. Ev hemû xebatên rewşenbîrî û wêjeyî ne. Lê ditirsin, ên herî şoreşger jî ditirsin.

Takekes birçî ye...

Niha hemû ajo belaya ser in. Bisazîbûna ramyarî nîn e, bisazîbûna çandî nîn e, bisazîbûna leşkerî nîn e; di destên wî de tiştek nîn e. Tenêtiyeke tirsnak diderbirîne. Ez dibêjim tenêtiya xwe bibîne, bibîne û ger gengaz be, bi ser xwe ve were. Ez hewl didim ku mekanîzmayan pêş bixînim.

Bihêrs im.

Ez xwe bi zorê digirim. Lê ji ber ku naxwazim bin bikevim, ez dibêjim ezê bi azîneyeke cewaz rastînê lê pêwîst bikim. Va, ev mekanîzmaya bi navê PKK’ê hindek wisa pêk hatiye. Dîalektîka ku civakê serûbin kiriye hindek wisa ye. Her ku ji rastînê rev çêdibe, ya min jî înada min digire û ez dibêjim bi van hindek rastînê bidime hîskirin.

Ez rastînê bi lêv dikim, rastînê birêxistin dikim û rastînê biçek dikim. Rastînê datînim pêşiya wan û bi vî awayî tola xwe distînim. Bi rastî jî pêwîstekên paşnavê xwe tînim cî. Zewq dide min, ez hêrsa xwe hindek bi vê sivik dikim.

Ez li ser mirovê xwerû û bijartê pir disekinim. Heta dikare bê gotin ku kurtaseya jiyana min wilf nîşandayîna mirovê ji xwerû ber bi bijarte û ji bijarte ber bi mirovê xwerû ye.

Bi ya min mirovê xwerû mirovê herî bijarte ye. Lêgerîna min a bijarteyiyê, ji bo peydakirina mirovê xwerû ye.

Tebî ne ew mirovê di destpêkê de ku xwezayî û xwerû bû. Dê evê pir bibe ûtopîk û dozîneyî.

Mirovê xwerû dê çawa şekil bigire?

*Jandar: Trajîk, dijraberê kenokî

Bîrdoziyên mirovanî hene. Ê ku mirovanî û mirovî ye çî* ye? Bi vê wateyê rizgarîxwaziya netewî ya Kurd ji bo min tenê amrazek e. Di bingeh de li paş vê amrazê mirovaniyeke kûr û lêgerîneke mirovî heye. Nexwe ne gengaz e ku ez vê çalakiyê pêş ve bibim. Eleqeya min a mirovî di asteke awarte de ye.

Şerê bertekan...

Şiyarbûnî hatiye wê astê ku, hemû xuyangên diteyisin vedigerin bertekê. Min xwe vegerandiye mekanîzmayeke parastinê ya wisa. Ez dibêjim; berteka çewt raber kir, ezê bi berteka rast bersiv bidim. Ev rê bi ler şerekî mezin vedike. Bi ya min çi eleqeya wî mirovê li hember min bi xwerûbûn û bijarteyiyê nîn e.

Ez timî vê pirsê ji xwe dikim; ez nikarim wek van bijîm û hun dizanin ku ez najîm.

Ma ez dikarim di çerxa seretayî de, yan di çerxa navîn de, yan jî di çerxa niha de baştirîn bijîm?

Di her çerxî de, ne di ti çerxî de û di çerxên bên de dijîm.

Bi çerxan re navbera min ne baş e. Rewşeke cewaz e...

Mirovê bi tenê...

Helbet ev ji bo min pêwîst e. Ji ber ku pîrozbûn bi xwe ev e. Ger bi derdorê re biyek bibim, dê pîrozbûn bisekine. Ji ber ku disekine, dê çalakî bisekine, partî û tevger pêş nakeve. Ne tenê ji ber pêdiviya tevgerê, di felsefeya min a mirovanî de tetmîn nebûyîn heye.

Ez nahedirînim; ecibandin bila li virê bimîne, ez tirsnak û mezin bibertek im. Min rêxistina PKK’ê, vî şerî bi armancên ramyarî yên bingehîn ên civakê re girêdayî aniye rewşa bihevseng.

Teqîna bertekê...

Hêrsên min hene, yên ku naecibînim hene, redên min hene. Ez dixwazim van derbasî jiyanê bikim. Mesela li gund digotin, weke ku tê zanîn nakokiyên gund... Bi ser de here û çareser bike, -va tu ciwan î, bi gor rêpîvanên malbata me paşnavê te jî Ocalan e, here û çi pêwîst dike bike... Min got ez hêrsa xwe wisa nadim teqandin. Min xwe veşart, min manevrayeke balkêş li dar xist. Manevrayên min ên wisa, vegerandina wilfên min di asteke nayê bawerkirin de ne. Helbet ev dikarin ji bo hezê jî bêne gotin. Bi wan re jî mijûlahiyên pir alî hene. A herî guncav, ez di felsefeyê de lê geriyam. Me, ji vê re got polîtîkaya rizgariya netewî ya herî rast.

*Di wergerê de peyva çi bi rengê xwerû (çi) û tewandî (çî) hatiye bikaranîn. N.A

Lêgerînên min ên tirsnak hene.

Ez dixwazim hêrs û arezûyên xwe mezin bikim û ber bi dumahîka mezin ve bibim. Bûna zanyarekî baş, her wekî ev jî encamê hêrsê ye, dahîtî jî bi vê ve girêdayî ye. Di saziyên mêtînger de bûna bûroqrat, heta leşker, sivîl, bûroqratê ramyarî jî; min bi rengê gelo dibe pirsan ji xwe kirin. Ev jî jirêzê ne û min vê jirêzêbûnê peyitandibû. Min eleqeyê nîşan neda. Ez dikaribûm bibim zanyarek û dikaribûm bibim oldar jî. Lê min got zêde tetmin nake. Rastîna ramyariya sosyalîst ji bo min wateyeke mezin derbirand.

Sosyalîzm bûyereke rojaneyî ye, polîtîkayeke mezintirîn e. Vê yekê daxistina rastîna Kurdistanê, dê dijmînê wê bi gor rêzikên geometrî di asteke pêş de zêde bibin. Ev tê çi wateyê? Tam tê wê wateyê ku sehaya ku ez karibim bertekên xwe tê de biteqînim hatiye peydakirin.

Sedemê ku ez di ramyariya rizgariya netewi de ewqas balrakêş im; ji ber ku min zemînê mezinahiya hêrsê, lêgerînê û îdîayê wergirtiye. Zemînên din piçûk in, min tetmîn nakin. Bûna general ango ramyarek min tetmîn nake. Piraniya we bi bûna yekî jirêzê qîma xwe tînin. Di van sînoran de mayîna min ne gengaz e. Ev bi xwe jî ji min re teng tê.

Zemînê Kurd lewaz e, lê ji ber ku di rewşa daringiyekî xam de ye, ez xwedi heteriyê me. Ger ez vê zemînê bi kar bînim, ezê karibim xwe hîlavêjim zemînên din. Ezê karibim bi DYA’yê re mijûl bibim, karibim bi binkeyên kevnare yên Rojhilata Navîn re mijûl bibim. Hêviya vê bi xwe peroşî dide. Ez dibêjim dawiya vê xebatê jî dê baş be. Lê zemînê niha jî pir baş e û va berhemê jî dide. Di virê de ger baldêrî bê nîşandan, ez ji rewşa hestyarî û hêrsî derdikevim û bi dumahîkeke ramyarî ya mezin ve diçim.

Ez rasteqînî me, ne serborîperest û xeyalperest...

Min bi gor pîvanên zanistiyê kirûya netewî pir vekola. Ez di wê astê de me ku dikarim qasî zanyarekî herî baş civakbûnê bi gor asta zanistiyê ya heyî fêm bikim.

Jê jî wêdetir ez çalakmendek im.

Erê çalakmend. Ev jî baş e... Ez propagandevanekî erjeng im. Rêxistinkar im. Timî di rewşa tevgerê de me. Ger ev hemû bi hev re nebin, hingê ez nexweşek im ango jiyîna min zor e. Pejirandina jiyanê li ba min, ewqas vekirin û hilgavtina mezin daye çêkirin. Evqas rêxistin, dê hemû jî di astên çekdarî ên herî metirsîdar de bibin şervan. Dê taybetmendiyên milîtan ên erjeng jî pêş bikevin. Baş bala xwe bidinê, rojane ez ewqas xwe digijgijînim nebû, tu dikî û tuyê bi vê bimirî. Li virê îdîaya jiyanê hêz qezenc dike. Divê bi reha tu bijî, her tişt bi jiyînê ve girêdayî ye.

Encam:

Va, Partiya Karkerên Kurdistan.

Bilindbûyîn...

Rastîna dramatîk a gelekî... Rizgariya netewî û lezginiyeke mezin ku ne diyar e dê li kû bisekine. Ez takekesan ji nîvengên herî xizan -ne ji bo xêra bavê min tên- derdixînim û ji xala herî qels ber bi derçûnê ve dibim, ne gengaz e ku dev jê berdin. Împaratoriya Amerîkayê were, hemû dolarên xwe xerç bike, nikare vê civatê rojekî jî li ba xwe bigire. Tenê şêwaz û çalakiya min dikare bide sekinandin. Va, ew bûyera ku em dibêjin mirovê bijarte, civata ku em dibêjin bijarte ev e- û ev pir pêwîst e.

Ev ji bo wergirtina nasnameyê ye û ew nasnameya mirov e ku bi xwezayî tê pejirandin. Helbet ji bo vê ramyarî û şer pêwîst dike.

Çima ez li pey mirovê pir xwerû û xwezayî me?

Ji ber ku biyanîbûna heyî û asta şaristanîbûnê ez tune kirime. Ev tespîteke pir jirêzê ye, lê di heman demê de tespîtekî pir biwergir e. Lêgerîna min a li pey mirovê xwezayî di heman demê de bi wan sîstemên di dirêjahiya diroka şaristaniyê de ku min diperçiqînin ve pêwendîdar e.

Min vekola; dema ku min dest pê kir, min got mêtîngeriya serdema* koledariyê, mêtîngeriya serdema feodaliyê, mêtîngeriya serdema qapîtalîst-împeryalîst bêsînor tê sepandin û ez daqûrtandime. Ev tê çi wateyê? Ez ji bilî mirovê xwerû nikarim bibim tu mirovê din. Ji ber ku hemû sîstemên kedxur min ji holê radikin. Her derbeya ku yek ji wan li min xistiye, di asteke nayê bawerkirin de ye. Bi vê xalê ve girêdayî ez xwe digihînim mirovê alternatîf û mirovê ku mezintirîn li hember dertê. Ger ev nebin em jî nabin. Ger tu dixwazî xwe rizgar bikî ji wî ye ku tu daqurtandî, tuyê bibî alternatîf. Ger tu bibî wek wan, tu nikarî bibî yê xwe. Sîstema ku ew dane eyarkirin û kesayeta ku dane eyarkirin ê wan e.

*Di hin ferhengokên Kurdî de peyva serdem di wateya çerxê de bi kar hatiye. Bi ya min ev peyv bi wateya merhale-donem bi kar bê rastir e. Ji ber ku pêşgira ser demê bi xwe diyar dike, mawe û wergiriyeke di asta çerxê de na, ya kêmtir dide.

Dibe ku tu bi şiklî bişibî Kurdan, lê tu yê wan î. Ger tu bûyî yê wan, çendî ku tu xwedî behremendiyê jî bî, çiqas

ji wan jî bî, dê tu ji hêla netewa serdest û xwediyên çînê ve piçûk werî dîtin. Sînorê vê di rewşa xala kerax a biyekbûnê de ye.

Helbet ev min dibe hetanî bûna alternatîf, hêzdar û bijarteyiyê. Li hember van hemû sîsteman vî mirovî afirandina min bijarteyiyeke erjeng e. Û neçar e ku wisa bibe.

Niha di virê de çalakiya min çi eleqeya xwe bi nijada rajor re nîn e. Min nîşan daye ku ez nikarim bibim sosyalîstekî nasyonal ango sosyalîstekî pêkhatî. Her wiha bi wan têgînên ku di pirtûkên fîlozofan de peyda dibin re jî zêde eleqeya min nîn e, pirtûkên îslamî jî tê de. Ez nikarim bibêjim ku ez alimek im. Ez nikarim bibêjim ku min xwe bi gora pirtûkan çêkiriye. Ez ne pirtûkî me, xwezayî me. Bi rastî şêwaza min a avabûnê pir cewaz e.

Fîlozofên çerxa seretayî xwezayê baş çavdêrî kirine û wisa pêşveçûnê pêk anîne. Helbet mirov nikare bihizire ku rewşê xwe qet nesipartiye pirtûkê. Û xwe nesipêre asta şaristaniya heyî jî nabe. Lê wateya van hemûkan cewaz e. Mesela piraniya we xwe bi gor pirtûkan dihelînin. Bi ya min herduk jî wendayiyên mezin in. A ku ez dikim têperandina herdukan e. Di vê gavê de ev di nava PKK’ê de çawa pêk tê?

Nakokiya di navbera şervanê Botanî û yê ku ji Stenbolê tê çareserkirin pirsgirêkeke rişt e.

Herduk jî qut bûne. Yek ji çerxê qut bûye, yê dî jî ji welêt qut bûye. Pirsgirêkên ku derketine holê ji pirsgirêkên ku deh dijmin diafirînin girantir in. Bersivdayîna ku min peyda kiriye pir pratîk e. Bi vê wateyê rewşa min pir cewaz e. Xwe hînkirina min pir balkêş e. Ji fîlozofê herî bijarê zêdetir wî aliyê fîlozofî û wê xwezahiya çiyê û şivanê Cûlemêrgiyê dikim yek. Ji ber ku min bi kurtebiriyê di kesaniya xwe de pevbestîn kiriye, ber bi tîpekî tekûz ve diçim. Ji bo min tiştekî mînanî çaresernekirina fîlezofiyê nabe. Di vê gavê de ez di wê rewşê de me ku, pêwîstekên herî dawî yê fîlezofiyê dibersivînim. Ez nêzîkê wî zilamê li çolê û yê ku di quncikê çiyê de hatiye jibîrkirin im. Bi misogerî van her du xalên kevî di xwe de kirime yek.

Ev ez im...

Tê zanîn sewdaseriya civaka me û encamên wê yên xirab tên zanîn. Zilamê ku di sînorên sewdaseriyê de xwe wenda nake nîn e. Ez jî tê de...

Di bûyera Kurd de asta jin-zilam û zayendîtiyê û pê ve girêdayî civakbûnî, jinantî û zilamtî ji bo min tam çavkaniya janê ye. Belkî jî ji bo ku ez ji vê janê rizgar bibim, ketime nava ve bilindbûna şoreşgerî ya mezin.

Hestên min ên balkêş hene...

Hê di gund de, her kes ji kurê xwe re li keçikan ango ji keça xwe re li kurikan digeriyan. Rewşa min çî bû ma hun dizanin? Ev zilam hemû çewt dizewicin. Zilamtiya van ne saxlem e û divê ev keç jî wisa nezewicin. Ez hê di wî temenê xwe de rewayiya civakî ya mezin mandel dikim.

Ez rewayiya we mandel dikim û vê yekê qet weke sihêl hilnedin dest.

Va, li gundê me keçika porzer û ewê pîs, ji ber ku hindek jî pere û zeviyên wî hene dizewicin û ew rewşa ku zilam diafirîne, li ser zarok tam weke rewrewkekî ye. Yek li rasta mala me, yê dî jî li çepê. Sîtavka zilam û keçê xuya dike û min vê rewşê guncav nedît. Helbet wê demê hêza min a çêkirina dahûrandina zayendê tune bû. Lê hestên min ji min re gotin ku ev karekî xirab e. Her roj va bûyerek li vê derê derketiye, va ji bo cînarê ber deriyê me gotinên wiha pêş ketine. Di gund de gotûgot pir in. Ev jî rewrewkeke mezin e. Derketina we hemûkan a wê demê ev e: Her tiştê bi gor rêpîvanên malbata we bi gora we guncav e. Carek-didu naz bikin, dê paşê jî keç pêwîstekên keçaniya xwe, xort jî pêwîstekên xortaniya xwe pêk bîne. Pir balkêş e, car carna di wan qisekirinên min ên bi dayika min re serî lê didim. Li ba ku ez jinê weke nezan dinirxînim, di hinek xalan de jî derdikeve holê ku hişmend e. Digot, “Êdî ev kur nikare ji xwe re keçekê peyda bike ango bi xwe ne weke van xortên heyî ye.” Lê dît, dixwest bibêje ku ev ne asayî ye. Ev ji bo min pir girîng e û ger ez ketibama vê xefikê dê niha li rastê ne Serok û zilam, dê piştqilûsekî gundî ku xwaromaro bûye û av lê çikiyaye derketiba. Ger tenê bi gor rêpîvanên rewayiyê asteke têkiliyê were jiyandin, va diqede. Neketina min xefikê, puxteya hilveçirîna mezin a civaka Kurd diderbirîne û niha pêşveçûneke hejandiner mijara gotinê ye.

Wisa bi gor kevneşopiyên civakê, bi gor esasên sinca asayî nikarim çêtirdîtinê saz bikim. Hezkirineke ku di nava bûyera mezin ramyarî û rêxistinî de nehele, belaya ser e, -belaya serê min e jî. Bû bela, lê asta min a bertekî ku tê zanîn, hindek xwe nefirot û ez ji bin kar derketim. Tişta ku min çêkiriye, xwe gihandina hêza vegotina baş e.

Hezkirina rast...

Nirxandineke Çetîn Emeç ku ji bo min kiribû, min di rojnameya Huriyetê de xwend. Binê hevokeke min xêz kiribû. “Di bingehên rast de hezkirin.” Dibêje ev çi gotin e û binê wê jî bi pênûsa sor xêz dike. Bi rastî jî di bingehên rast de hezkirin pir girîng e. Lê pir zor e. Ez di van mijaran de pir birêgez im. Di bingehên rast de hezkirin, karê dadweriyeke mezin, xweşiktî û kedê ye û karê serkeftina mezin e. Ên ku vê pêk nayinin, nikarin hez bikin. Ên ku rêxistina wê, her cure çalakiya wê nagihînin xalên herî pêş ango yên ku nikarin xwe bigihînin kesayetiya wê ya yeman, hezkirina wan rajêrî ye. Va ev e wilfa min a felsefî.

Ez lê dinêrim qet eleqeya zilam bi serkeftinê nîn e. Ji ber vê yekê nikare hez bike, heram e, metirsîdar e. Ez dibêjim mirovê ku xwe bi serkeftinê ve kilît kiriye hezkirina wî hêja ye.

Bi durûtiyê na, divê evîn bi temamî xwe birêveçûna ramyarî û serkeftinê ve kilît bike. Ferhad e, niha di nava me de nav ev e. Şîrîn serkeftin e, Ferhad jî ew zilam e ku xwe kilîtê wê kiriye. Ger em di vê de li hev bikin, bila hemû evîn ên we bin. Ma ez çi bikim? Ma hun dixwazin a sexte bi min bidin erêkirin? Ma ezê çi bibêjim ji wan ên ku bi şêwaza serkeftinê ve ne girêdayî ne? Helbet ezê bibêjim nexêr!

Nîşanên min ên balkêş hene:

Dê xwe li gava yekem a serkeftinê kilît bike, lê dê jidil be. Niha di wê dumendiyê de ku min jiyabû, tê de jî hebû. A ku jinê li ser min pêwîst dikir ev bû: Ger tu min bixwazî dê tu ramyariyê bixî bin piyê xwe. Nirxê ramyarî, puxteya ramyarî û esasên rêxistiniyê bikişîne pîlana duyemîn ango fedayê min bike. Min heşrê rakir. Min tengezariyên mezin borandin. Dilê min bi vê qayil nebû. Ger evîna takekesî bibe hêza herî mezin jî, di wê demê de min xwe nefirote vê ‘evînê’, min gav bi gav xwe jê dûr kir.

Min got evîn ne ev e.

Min di rêxistin û ramyariyê de heterî kir. Belkî ziwa bûm, lê min ramyariyê jî rizgar kir. Di wê pêvajoya navûdeng de ku min têkiliyê qut kiribû, tam di rewşa berxwedanê de bû.

Va gotinên min ên dawî.

Min gotê weke Gandî, Yanîez dikarim perhîza zayendiyê hetanî dawî li dar bixim, tu nikarî min bixapînî, ev hêza min heye.

Divê her kes li hember vê rêzdar be; pêwîst e em pêşikiyê bidin ramyariyê, lê bi teşeyekî rişt. Kirûyekî herî bingehîn ku ez ber bi welatparêziyê ve birime, ew rûdanên li derdora rastîna jinê ye. Min gotibû jin weke welat e ku divê bê rizgarkirin.

Min çîroka xwe ji we re vegot. Ev hesteke bingehîn e û jixwe min aniye halê dirûşmeyê. Jina ku azad dibe, ew Kurdistan e ku azad dibe û heta ew zilam e ku azad dibe. Asta bi jinê re têkilî danînê, bi min weke dagirkeriyê tê. Di van bingehan de jinê girtina bin serdestiyê, hesteke mînanî welat ji dest çû, azadî ji dest çû bi min re dide çêkirin. Ev yek pişt re peyitand ka bi azadiyê re dê çiqas di nav hev de bin. Asta azadiya jinê asta azadiya civakê ye, ew jî ya welêt e.

Ez bijarteperest im...

Ez pir li pêş artîstê herî bijare me. Aliyê ku ez dibime heyranê artîstan, ew aliyê wan ê ku miriyê bijarteperestiyê ne. Va ez deh qet û heta sed qet ji wan zêditir bijarteperest im. Di vê kûrahiyê de xwedî perspektîfeke hunerî me. Meqseda hunerê pêşxistina hesta estetîk û xweşiktiyê ye.

Peydakirina xweşiktiyê, civakbûnîkirina wê ye.

Du bingehîn objeyên xweşiktiyê: Zilamê xweşik û jina xweşik e.

Weke yekî ku ewqas xwedî hêz e, bi min ve eleqedar nakokiyên min jî hene. Evîn ji bo min çi demê girîng e? Ma ez dikarim evînî bibim? Bandora ramyariyê ji min çiqas tişt birine? Ez xwe lêpirsîn dikim. Dema ku ez zarokekî gundî yê ku navûdengê wî ne diyar bûm, zêde ji min nedihate hezkirin, lê niha eleqe pir mezin e. Hingê ez dibêjim di virê de çewtiyeke mezin heye. Ger ez bi paldêriya ramyariyê, xwe bidime hezkirin, ev durûtiyek e.

Ma bi rastî ji ber ku ez weke takekes mezin bûme hêzdar im ango hêza ramyarî di min de civiyaye -ji lewma weke takekes hêzdar im? Gelo ecibandin û eleqeya jin û civakê bingehê xwe ji kû derê digirin?

Lêgerîna min ev e: Ezê weke tîpekî ku xwe disipêre hêza ramyarî, bi misogerî ne kesî nêzîkê xwe bikim, ne jî xwe li ser kesî pêwîst bikim. Ev rêgezeke arişenî û sincî ye. Ezê weke ‘ez’ li ser piya bimînim. Qet tu hêza min a ramyarî tune be jî, divê ez karibim ‘ezê’ li piya bihêlim.

Evîndarê min bûyîn zor e...

Me Zîlanê dahûrand. Zîlan evînek e... Asteke herî girîng a evînê û pêkhatina evînekê ye. Ez nikarim bibêjim ku ez bêevîn im. Lêgerînên we yên jin û zilam cuda, yên min cûda ne. Jiyanîbûna şêwaza Zîlan ji bo min pêşveçûna evînê ye. Wêrekiya hezkirinê dide.

Mezin jiyandin, mezin hezkirin.” Mezin şerkirin. Ev bi hev ve pir girêdayî ne. Ger pratîze bibin, dê evîn pêş bikeve û rêzdarî jê re bê nîşandan.

Çalakiya me ramyariya me ya mezin e, ramyariya me ya mezin evîna me ya mezin e. Emê bi reha vê bidine pejirandin, wekî din riya wê nîn e. Ez pêşiya keçikên xweşik ango keçikên divê werin xweşikirin erjeng vedikim. Belkî hun karibin bi jinekê re eleqedar bibin, lê ez ku ji destê min were ezê bi hemû jinên cîhanê re eleqedar bibim. Di pêş sîstema ku Amerîkayiyan dane afirandin lêgerîneke min a jinê -enstitûya xweşikirinê û di her cureyî de afirandinê di hempaya xwe de pêş dixim. Qet eyba wê nîn e. Şûna ku ez bibim zilamekî pîs ê serdest, ezê bibim rêvekerekî ku jinan ber bi xweşikiyê ve radike. Di ciyê têkiliyeke ku ez bi xwe re bidime dadan, ezê bibim ew kesê ku her kesî ber bi pêşbirka mezin ve radike, -va dîsa fomûl binavûdeng e, yê ku herî zêde şer dike, dibe ew kesê herî xweşikbûyî, yê ku herî zêde xweşik dibe, dibe ew kesê herî jê tê hezkirin. Jixwe ev viyanê dide afirandin, viyan jî hêza hezkirinê diyar dike. Ev, hê di mirovê Kurd de nehatine dahûrandin. Ew di sewdaseriyê de şêwaza herî paşdemayî ye, ez jê dikerixim û ji bo vê yekê jî parastinên min hene.

Emê kesayetiya sewdaseriyê tune bikim.

Ez dixwazim astekê bidime afirandin. Hezkirin bûyereke mehşerî ye. Emê di hizûra civakê de wekê bûyerekê binirxînin. Dibêjin ya pir taybet, têkiliya taybet, nexêr! Di bingeh de divê em evînê weke têkiliyeke herî civakî, herî rewa û mehşerî binirxînin. Di nava me de berevajî weke ya herî bieyib tê dîtin. Divê em hezkirinê biçepikînin û bikin taç li ser serê xwe. Helbet ji bo vê yekê jî afirandina hemû zemînê hezkirinê yê zilam û jin û pêşxistina rewayiyê pêwîst e.

 

 

Ez alîgirê jinê me.

Zayendîtiyê jî, di hundirê sînorên ku min diyar kirine de xweşik dibînim. Eleqeye zayendî tiştekî xweşik e. Jineke xweşik re eleqeyê rabihîstin, bi jineke xweşik re bûyîn, bi şertê ku sînorên min danîne bêne esasgirtin bûyereke hêja ye. Ez dibêjim em a rast saz bikin.

Têgînên mînanî evîn, têkiliya xweşik, hezkirin-berdilkî tenê dikarin di wan ciyên bilind ku destê dijmin dirêjî nabe pêk werin. Lê ciyên me yên ku destê dijmin dirêjî nebûye mane an na?

Mezin rêzdariya min heye li hember bûna şervanê evînê.

Lêgerê/a evînê çewtî nake, naterpile. Ev te mezin dike. Ger tu evînê li ciyên ku destê dijmin dirêjî nabe digerî û ji vê re nirxekî mezin didî, çalakiya te ya welêt, çalakiya te ya azadiyê, çalakiya te ya mirovî ku bin nakeve dê bi misogerî pêşveçûnê saz bike û serkeftina wê serkeftina evîna te ye. Weke remzekî her keç û xortekî me dikare bibe mijara evîneke wisa. Divê weke teorîk hebe û di pratîkê de pêk were, rêzdarî jê re bê nîşandan. Li virê wisa rewşeke bieybî jî nîn e.

Emê ji mirovên me yên xweşik erjeng hez bikin...

A eyb nehezkirin e, ya eyb hezkirina kirêt e, ya eyib hezkirineke ku sînorên ajoyên takekesî derbas nakin, Yanîtê de mar tijî ne û qaşo hizir dike ku dikare hez bike.

Em afirandinerên evîna Kurd a hatî kuştin in...

Ger hun hestên xwe yên kevnare hilweşînin û hilkişîna xwe ber bi hestên pîroz ve bibin, hun tenê namînin û mezin bibin. Eyb jî nîn e, em di heftê saliya xwe de jî bin, emê lêgerîna vê bidomînin. A pêwîst û pîroz e ji bo Kurdan ev e. Ne bi jinekê re, bi puxteya jinê re mijûlahiya min heye. Ji bo jinê di hundirê sînorên pergalê de û di der barê wê de biryar hatiye dayîn. Çi ye ew biryar? Va, dê çawa bibe nîşanî, çawa bizewice, hemû mafê mêr, mafê pergalê û mafê civakê hetanî kitekitên herî zirav û hûr bi rêpîvanan ve hatine girêdan. Ev ji bo jinê dîlîtiyeke mezin e.

Dîlîtiya jinê di rasteqîna civaka me de di çi astê de ye?

Bi ya min di asteke pir pêş de ye. Ma hun dizanin çima ewqas nêzbûna jinê ji min re heye? Ji ber ku ez, ew sinc, zagon, irf û adet, kevneşopî û nêrît, serdestiya zilam û ew mehkûmiyeta ji sedsalan vir ve hemû paşeroja wê dorpêç dike û jinê di nava civakê de ji ramyarî û aboriyê dûr dihêle û terkeserê ciyên teng dike, red dikim. Karê di pêş de min pêk aniye, navdêriya mêrîtiyê ku ev di zilam de tê temsîlkirin, di xwe de tune dikim. Ez ji vê re dibêjim kuştina zilam.

Zilam mir.

Keç û xort hetanî dixwazin bila ber bikevin ango şa bibin çêtirdîtina wan e, lê min zilam da kuştin. Ev karekî min ê herî biwêrekî ye. Lê li ba vê kuştinê hindek pêşveçûnên ku derketine holê jî hene: Beriya her tiştî min jinê qezenc kir. Zilamê ku tê kuştin jina tê qezenckirin e.

Weke encamekî çalakiya me, ez zilam pêgirê rexneyê dikim. Zilamê hatîdayîn hate dahûrandin û hate dîtin ku zilamê herî zêde belaya ser e. Ez zêde jinê berpirsiyar nabînim. Ez dibêjim ezê vî zilamî çareser bikim. Niha li ba min pirsgirêka zilam di pêş pirsgirêka jinê de ye.

Ma zilam bûna hêzê diderbirîne?

Ez dibêjim, ger hêza te hebe, çima di pirsgirêkên herî bingehîn ên şer de xwe nîşan nadî? Bûyera ku tu zilamtiya xwe tê de dipeyitînî, li ser jinê qaşo serdestiya zayendî ango serdestiya zayendê ye. Ev serdestiyeke hêzê ya bêteşe ye, pir kirêt dihesibînim û min ew hilweşand. Helbet jin jî li hember vê yekê hêrs dibin, dibêjin “pêwîst e zilam li ser min wisa serdest be.” Ez vê jî kerax dihesibînim. Hun bimirin jî, hunê nikaribin zilamekî wisa di min de peyda bikin.

Nepeniya vî karî çî ye? Nepeniya wî kuştina vî zilamî ye. Tu jin û keç li ba min nabêje, “ez şerm dikim, ji te nerihet bûm!” Heta pêwîstî bi xwe re dibîne ku xwe ber bi bayê cazîbe û xweşiktiyê ve berde. Jineke ku vegeriyaye qirdikê piştî ku demekê li sehaya min ma, dikare hindek taybetmendiyên ku artîstê herî bijare jî eleqeyê pê rabihîse qezenc bike.

Ez bi xwe bawer im, ez dikarim xweşiktiyê bi jinê bidime qezenckirin. Xweşiktiyê dana qezenckirin karekî awarte yê hunerî ye. Di nava me de kirêtbûn li çokê ye û heta jina ku dikeve destê zilam ber bi kirêtbûnê ve diçe. Li ba min berevajî, jina ku bi min nêzîk dibe neçar e ku xwe hilkişîne ber bi xweşiktiyê ve. Şertê min ev e. Jina kevnare, jina kole dayika min be jî, ez bi çavên xwe, bi dilê xwe diqerçiqînim û diqewitînim. Here pêşî xwe rast bike, devê xwe vira xwe rast bike, paşê were.

Dê zilam jî were afirandin. Bi ya min niha zilam hindek nêzîkê pejirandinê dibin.

Dilsoziya min bi gel û mirovên me re, bi xweşiktiya wan ve ji nêzîk ve pêwendîdar e. Ger ez nexwazim mirovên xwe xweşik bibînim, ti wateya welatparêziya min nîn e. Ger ez mirovên me xweşik nekim, ê min weke gel ti wateya şervantiya min nîn e. Ezê hevgirtî bim. Ger yek ji rêhevalên xwe hez nake, ji xweşiktî û ewlehiya wan kar nake û tim bi rengê neyiniyê hildide dest ew derewker e, îstîsmarker e, dixwaze bibe dîktator û dixwaze wan bigire destê xwe, keda wan bixwo. Lê yek timî bi xweşiktiya rêhevalên xwe re eleqedar dibe, hewl dide ku aliyên wan ên xweşik derxîne holê ew mirovekî hêja ye.

Ez dibêjim ji keybanûyên Îngilîzan taybetmendiyan hîn bibin. Ew jinên xwe yên azad jî diafirînin. Çima Îngilîz di hempaya cîhanê de ewqas estetîk û ciwanmerd in? Ji ber ku hindek bi van tiştên ku min gotine ve pêwendîdar in. Ne ku emê bibin wek wan, em gelek ji wan cuda û raserî wan in jî. Jineke ku bi tevdeyî bi taybetmendiyên fîzîkî, giyanî, ramanî, ramyarî, çandî, estetîk û şervanî pêş dikeve genciya herî mezin e. Jinên wisa bi awarteyî hêzeke jiyanî diderbirînin. Xala ku ez lê ecêb dimînin, zilamên me weke ku vê nabînin, ji pêşveçûna wê nerihet dibin. Ev bûyereke pir xirab e û bi misogerî çewt e. Her ku hun van jinên ku wisa pêş dikevin bibînin divê hun bipejirînin ku hun mezintirîn qezenc dikin û cîhana we tê afirandin. Ev kêşeyên wêjeyê ne. Ez nikarim rabim û ji vê civaka me ya şervan re bibêjim îla hunê vê bikin. Lê wêje, huner, estetîk ji bo me pêwîst in. Her wekî şoreşa me buldozera wê ye. Çawa ku buldozer rê sawî dike, pişt re jî huner, estetîk û xweşiktî tê.

Zilam û jinên dilêr weke aşûtan dertên, xweşiktî pêş dikeve. Ronesans bûyera ku jê re tê gotin ronahîbûna mezin, berhema xwe ya herî pratîk va ev e.

 

BEZOKEKE JI AGIR: ZÎLAN

 ser name û axaftinên rêhevala Zîlan ku di çonayetiya manîfestoyekê de ye, hinek tiştan lê zêdekirin ne hedê me ye. Lê ji nameyên ku hiştine re bersiv dayîn, ji aliyê min ve berpisiyariyeke arişenî hildigire. Ji aliyê warê bîrdozî, ramyarî û leşkerî ve jî ku berpirsiyariyê ji bo gel, partî û min çêdikin daxistina holê girîng e.

Weke ku tê hizirkirin çalakiya Zîlan, ne çalakiyeke xwekuştinî ye. Bi temamî çalakiyeke serdemî, dîrokî, bipîlan, wêrek, fedekarî û xwînsarî ye. Êrîşeke ku yekîneyek ango tabûreke gerîla dikare pêk bîne, bi serê xwe pêk tîne. Xwedî wateyeke wisa ye. Belkî jî ew yekîneyên me yên gerîla ku jimara wan ji sedan zêdetir e, di hundirê mercên dest didin de wendayiyên mezin dane. Weke ku hêzên me nekarîbûne xwe rêxistin bikin, bi ser dijmin ve biçin û çalakiyeke gerîlayî ya saxlem û bipîlan pêk bînin, mirov dikare bibêje ku berevajî zêdetir wendayî dane. Belkî jî çalakiyên me hemû bi vî şêwazî ne. Dixwaze ji hêla kesayetiyê ve û dixwaze ji hêla yekîneyeke pêşketî ve be, ger em bînin pêş çavên xwe di vê astê de wisa bipîlan nehatiye pêkanîn, di xeta şerê çekdarî ya PKK’ê de ciyê vê çalakiyê di radeyeke dawî de darîçav e û dîrokî ye. Çalakiyeke rastîn a herî pêşketî ye û PKK’ê maf kiriye...

Ger bûyereke mînanî xwekuştinî hebe, ne ev çalakî ye, ew çalakiyên me yên din in. Ger ji kesayetiyên xwekuştinî were qalkirin û were pirskirin ka ev kesayet kî ne, emê bibêjin hun in. Dixwaze yê ku ji çalakiyan direve, dixwaze bi teşeyekî xwekuştinî qet xisarê nade dijmin, bi xwe re jî rê vedike li ber îmhabûna bi sedan rêhevalên xwe, ev çemka çalakiyê tenê û tenê dikare weke xwekuştinî were nirxandin. Nêzîkatiyeke herî dûr ji vê çemka çalakiya xwekuştinî hebe, ev çalakiya vê rêhevala milîtan e. Bi viyaneke azad, bipîlan û di hundirê mercên xwedî rîsk de pêkanîna çalakiyeke wisa tenê mirov dikare di xeta leşkerî ya PKK’ê de bi dana çêkirina derçûnekê rave bike.

Ev çalakiya ku rêhevala Zîlan pêk aniye di heman demê de li hember çemka çalakiya xwekuştinî derbeyeke mezin û panzehîr e.

Heke hunê bimirin, rast bimirin!

Heke hunê êriş bikin, rast êrîş bikin!

Çalakiya Zîlan bi mesajên ronak ve dagirtî ye. Di tevahiya Dêrsimê de, di Kurdistanê de ya ku gerîla nekarîbûye bike, dibêje “wisa bikin.” Di mesajên wê de aliyên balkêş hene: Xeta bîrdozî û polîtîk a PKK’ê bi tekûzî û pir bi puxteyî têgihîştin mijara gotinê ye. (Hema ez destnîşan bikim ku ev ji bo min pir têrkar in.)

Va nabêje “haya min ji puxteya bîrdozî û polîtîk a PKK’ê nîn e, tenê çemka çalakiya min heye, çemka xwekuştina min heye.” Em ji bîr nekin ku di çalakmendiya binkeya me de ji esasên bîrdozî û polîtîk dûrbûn di asteke pir pêş de ye. Her wiha çemka çalakiya PKK’ê re xwezayiyeke mezin dide qezenckirin. Dibêje “ez dikarim bibêjim ku di mijarên mînanî îdîa, biryarmendî, safîbûn û dilsoziyê de tam xurt bûme” û piştî ku digihîje hêza biryareke rast rasteqîna PKK’ê dinirxîne.

Viyana wê heye -tenê bi viyanê qîm nake. Ka çiqas bi xurtî bi PKK’ê têgihîştiye dadixe holê. Bêyî têgihîştina PKK’ê li ser navê PKK’ê çêkirina çalakiyekê weke maf ji xwe re nabîne û vê yekê mînanî xapandineke mezin û nemafiyekê dinirxîne. Di wê ferqê de ye ku çalakiya li ser navê PKK’ê bê çêkirin, ji têgihîştina rast a puxteya PKK’ê dibore. Ev di heman demê de li ser wan kesên ku xwedî çalakiyên çewt in di nava partiyê de, rexneyeke rişt e.

Azîmê we, biryarmendiya we, îdîaya we, moralê we çiqas e? Hun çiqas bi PKK’ê têgihîştine? Di Zîlanê de ev tev eşkere ne -û xwe digihîne pênaseyeke partiyê ya erjeng.

Manîfestoyek e, sondek e.

Başe hun PKK’ê bi vî teşeyî dinasin? Heke hun nas nakin, çima çeka PKK’ê hildigirin? Ger haya we ji dîroka vî gelî tune ye, çi karê we heye li nav refên şer û partiyê?

Zîlan kurtaseyeke dîrokê ya tekûz çêdike. Mirovê dozê ku xwe nesipêre bingehên dîrokî bêreh e. Ev rêhevala mezin hetanî dawiyê xwe digihîne pêwîstiya reh belavkirina nav dîrokê. Di vê ferqê de ye, di vê zanebûnê de ye û di vê berpisiyariyê de ye.

Şêwaza çalakiyeke tekûz.

Şoreşên cîhanê yên din û şoreşa Kurdistanê berhev dike. Taktîkên şênberiya şoreşa Kurdistanê dibîne. Bi teşeyekî ku ez bi xwe jî ewqas nikarim biderbirînim û zelaliyê pê bigihînim puxteya şoreşa Kurdistanê tîne zimên. Nabêje “wisa li ser navê rêgezên gelemperî di cîhanê de şoreş wiha çêdibin, dê li kurdistanê jî wisa çêbibin.” Tîne zimên ku pir şênber e û şoreşeke bi xweseriya xwe ye. Çalakiya xwe jî disipêre vê.

Ne şoreşgereke gelemperî, şoreşgereke mezin a Kurdistanî ye. Bêrehbûnê dibîne û dizane, lê tevî van hemûkan xwe şûn ve nakişîne ji dana dilê xwe yê mezin û fedabûnê.

Rastîna Serokayetiyê hema hema di hemû bendên nameya xwe de destnîşan kiriye. Ev rêheval min nas nake û ji wan rêhevalên herî nû yek e. Derdikeve holê ku bitekûzî Serokayetiyê vekolaye. Ên ku ev bîst-sî sal in bi me re hene û dîsa em bi we re her roj li ser rastîna Serokayetiyê gotûbêjan pêş dixînin, lê em bi vê rêhevalê re ji dûr ve jî neaxivîne. Lê tevî van hemûkan ew rastîna ku dihêle karibe şirove bike, herz bike û xwe bigihîne kesayetiya milîtan, divê ev yek weke milîtana PKK’ê were nirxandin.

Ev dibe PKK’yiyeke rastîn.

Dide diyarkirin ku her roj li ser navê rexnedayînê gotinên mînanî “gundîtiya min, piçûk burjûvazîtiya min û bandorbûna min ji şerê taybet” ne rast e. Ev dahênan û tespîteke balkêş e. Ji ber ku di hundirê PKK’ê de xeflet herî zêde xwe bi vî teşeyî nîşan dide. Ji bo ji vê derketinê taybetmendiyeke kesayetiya PKK’ê ya rastîn dadixîne holê.

Çalakî bi xwe li hember dijmin çendî ku derketineke mezin e, di heman demê de di gelşa ka pêwîst e taktîkên leşkerî û gerîlatî dê çi bin de helwesta herî ronak diderbirîne. Dîsa di nava partiyê de jiyana rêxistinkirî, di mijara ka divê çawa were temsîlkirin de, derketineke mezin e. Aliyê duyemîn ji derketina li hember dijmin girîngtir e. Milîtanên ku rêxistinê mijûl nakin, wan taybetmendiyên kesayetiya xwe ku ji pergalê girtine nateyisînin hundirê rêxistinê, bi misogerî dikarin bibin xwedî derçûnên girîng. Ji ber vê yekê di nava partiyê de dide diyarkirin ku divê safîbûn hebe.

Bi çalakiya xwe tîne zimên ku divê bi devleqî û demagojiyê mirov xwe neyinîn halê nexweşiyê, her cure helwest û libatên ku bi esasên bîrdozî, ramyarî û rêxistinî re nabine yek fersend neyê dayîn. Xwe gihandina kesayetiya erjeng, li dijî wî dijminî ku bi tevayî bi ser me de tê, di hundirê berxwedaniyeke topyekûn de mayîn û berxwedaniyeke ku zorê li sînorên hiş dike, weke rewişta bingehîn a PKK’ê dinirxîne. Di virê de Zîlan bi teşeyekî ku kes nikare nîşan bide, xwedî li taybetmendiyên milîtantiya partiyê derdikeve.

Destnîşan dike ku operasyonên biharê yên 1996’an ku dijmin pêş xistibû, xwe gihandiye zanebûna wê û li hember vê yekê jî da ku milîtanên PKK’ê de ka şêwaza çalakiyên çawa divê pêş bixînin dahênan û îspat bike, çalakiyeke wisa li dar dixîne. Bi temamî derçûneke taktîkî di kesayetiya xwe de pêk tîne. Taktîkên îmhakirinê yên ku dijmin diçespîne hene: Sabotaj, sûîqast û operasyonên ku pir pêşketî ne dihizire, li hember van jî dide diyarkirin ka emê bikevin nav çemkeke çalakiya taktîkê çawa. Jixwe em gihîştibûn pênasekirineke bi rengê di biharê de em dikarin çalakiyên xwekuştinî pêş bixînin. Me digot emê Kurdan, her mirovekî Kurd bînin halê bombeyeke mezin. Di bingeh de tê fêmkirin ku rêhevala Zîlan di virê de li ser pêwîstiya bicîanîna vê talîmatê bi ponijîn rawestiyaye.

Ev ne xwekuştinek e, çalakiyeke êrîşî ya rişt e. Çalakiyeke nimûne ye. Rewşeke mînanî ku her kes dikare vê çalakiyê li dar bixîne nîn e. Pir bikalîte û bipîlan e.

Ev fermanek e, ev remzek e, ev şêwaza çalakiyeke seretayî û dawî ye.

Di heman demê de ji bo me bangawaziyek e. De ka pêwîst e ev çawa bê fêmkirin, Zîlan bi zelalî dadixîne holê. Tenê ku em xwe karibin bînin halê bombeyên mezin, mangayekê, tabûrekê bînin halê bombeyan hingê ev dikare bê fêmkirin. Tenê ne bi aliyê leşkerî û teknîk ve, bi pîvanên rêxistinê û xwe gihandina pêwîstekên xetê...

Çî ye ev?

Tu nikarî bi devleqiyê û bi kêmasiyên xwe xweseriya rêxistinê xira bikî. Rasteqîna bîrdozî û ramyarî ya partiyê heye. Dê tuyê bi van neleyizî. Dê tu bi rastîna bîrdozî û ramyarî ya partiyê bijî. Rastîneke berxwedêriya partiyê heye: Moral, viyan, azîm, fedekarî û çalakî. Va, tuyê bi van re bijî. Jiyaneke li derveyê vê ne rastîn e. Çalakiyên wisa ne çalakiyên erzan in. Tenê ne ji wan pakêtên bombeyê kamil in ku mirov li navtenga xwe dipêçe. Çalakiyê wisa nirxandin, wate nedayîna bangawaziyê ye. Piçûk nirxandin e.

Emê çawa mafê wê bidin? Bi bûna bombeyên rêxistinî, bîrdozî, ramyarî û moralê.

Me axaftina Zîlanê di televîzyonê de guhdarî kir. Hema derdikeve holê ku xwedî hîtabeke bibandor e.

Hetanî dawiyê li ber xwe dayîn dê çawa be? Ma tu pir tengas bûyî û dixwazî baş lê bixî? Wê demê tuyê bigirî mangayekê, pîlan bikî, bixemilînî û bibî xwediyê çalakiyeke hêzdar. Binêrin Zîlan bi rojan li Dêrsimê dimîne, xwe diparêze, dijminê xwe gav bi gav çavdêrî dike. Di wan dêlindêzên qadê de nahêlin çivîk bifirin. Lê hetanî navê xwe dinizîlîne û çalakiyê pêk tîne. Ma çalakiyeke gerîla ku ji vê bipîlantir e heye? Lê hun çalakiyên pir xirab saz dikin. Ne keşfeke xwe, ne pîlaneke xwe û ne jî amadekariyeke xwe heye. Hê hun gav navêjin, hun dibêjin ku “bi me hesiyan û vegeriya pevçûne.” Ewqas ezmûneyên we û hêza we peyda ye di wan çiyayan de, lê Zîlan hê şervaneke yek salî ye. Ma hun nikarin çalakiyeke wisa ku bipîlan e û dikare encamên mezin bi xwe re bîne, bi wan yekîneyan pêk bînin? Di vê çalakiyê de asteke pêkanîna erjeng heye.

Asta pêkanîna yek kesî, ma dikare bibe wisa?

Niha emê vê esas bigirin an na ew çalakî û çemka xwekuştiniyê, ku dide wendakirin û ji bo xwe dana jiyandinê hemû nirxan xerç dike? Me çend şerên Başûr, Botan, Zagros û Xerzanê dan? Hemûkan jî moralê partiyê daxistin û nirxên me berpêşî destê dijmin kirin. Niha emê van bi vê çalakiyê re berhev bikin? Ev çalakî tenê ne çalakiya yek kesî ye. Pêwîst e weke çalakiyeke ku serkeftinê misoger dike were nirxandin. Milîtanên PKK’ê bi taybet jî ewqas fermandar û şervanên xwedî ezmûne ka pêwîst e bibin xwedî çemkeke çalakiyeke çawa, çemka vê çalakiyê ferman dike.

Wê pirsa li hember êrîşkariya bi tevayî şêwaza ku dijmin vala derxîne û serkeftinê misoger bike pêş dixîne. Li hember sabotajeke ku hemû partiyê, tevahî gel û heta min hedef digire, ka pêwîst e bersiveke çawa bê dayîn baş têgihîştiye, pîlan kiriye û sepandiye.

Ev çalakî ne tenê ya sala 1996’an, çalakiya herî mezin, herî pîroz û encamgir a dîroka PKK’ê û heta ya şerê me yê rizgariya netewî ye.

Jixwe wisa nebibûya, serkaniya giştî ya Tirkiyeyê nediket hundirê xebata nûhandinê. Min bi xwe jî di destpêkê de, di fêmkirinê de zorahî kişand. Bi teşeyekî “va keçeke binexweşî bû, pirsgirêkên xwe yên derûnî hebûn. Jin çawa ji jinaniyê hatiye derxistin, dengê wê cuda ye, bi xwe cuda ye” şerekî nûhandinê bi palpiştiya Ewropayê dane pêşxistin. Serkaniya giştî ya Tirkiyeyê ku ketiye nav xebateke wisa ya nûhandinê, ev yek bi xwe mezinahî, pîrozî û girîngiya çalakiyê nîşan dide. Dîsa serkantiya giştî dilsoziya çalakiyê bi min re dibîne û ka min jinê aniye çi halî -di vê navberê de weke amrazekî reşkirinê- wan nirxandinên kesayetiyên xayîn û halantêder careka din tîne rojevê û çalakiyê berevajî dike û hewl dide ku ew girseya xwe ya ku şoke bûye bîne halê asayiyê.

Nexwe ev çalakî ne tenê di radeya dîrokî û pîrozî de ye, ji aliyê serdemî de jî tam çalakiyeke serkeftinî ye. Pêkhatineke pratîkî ya tekûz e. Sepandineke taktîkî a rastîn e...

Heke hemû yekîne û milîtanên me bi vî teşeyî heman wêrekî, fedekarî, bipîlanî û xwînsariyê birêxistin û bisenger bikin; bi azîm, viyan û moralê nêzîkê çalakiyê bibin, dê encam bi serkeftin be. Çalakiya ku ev rêhevala me bi serê xwe li dar xistiye, hun bi tabûrekê ku li ser hêza dijmin a bi deh hezaran saz bikin, qezenckirina serkeftinên mezin ne karekî zor e. Zîlan herî hindek li hember tabûreke dijmin xwe weke çalakiyekê saz kiribû. Pîlankirineke serkeftinê ya reha çêkiriye. Nehatiye girtin û guman jî nedaye çêkirin.

Heman bergiriyê, amadekariyê û veşartîbûnê hemû yekîneyên me nîşan bidin, ev bi temamî serkeftina taktîk a serdemê ye.

Çalakî çalakiya yek kesê ye, lê bê gotin tenê wê girê dide heqaretek e.” Ev bi rastînî taktîkê PKK’ê ye, şêwaza PKK’ê ye û ew şêwaza çalakiyê ye ku divê PKK weke bersivekê bide serdemê. Ev ew çemka çalakiya rast û tiqûtenê ye ku divê artêşa PKK’ê li ser serdemê pêwîst bike. Ên din tev çewt in, tenê ev rast e. Çapemeniya Tirkiyeyê bi xwe dibêje ku “hemû Tirkiye û heta Amerîka şoke bûye.” Ev mezinahiya çalakiyê û wê mezinahiya kesê ku vê çalakiyê pêk aniye nîşan dide. Lê me hê jî bi temamî çalakiyê neteyisandiye nav refên xwe. Ger em bi kar bînin, rêxistin bikin, hezkirin bidin, eşkere ye ka ev çalakî weke dîrokî dê arasteyeke çawa xet bike. Dîsa dibêje “vejîna gelekî û vejîna jinê.

Wekî din jî pêkanîna vê çalakiyê li Dêrsimê girîng e. Ev di heman demê de vejîna Dêrsimê ye jî. Belkî jî weke yekane çavkaniya jiyanê ev kesayet û çalakî neyê jibîrkirin. Ên ku dilêr in tenê wisa bandor dihêlin di dîrokê de. Pir eşkere ye ku divê weke çavkaniyeke bêserûber qedir û qîmet bê dayîn, ji ber ku hêz dide jinê û heta cihanê. Ji ber ku çalakiyeke wisa ye ku li ser navê hemû mirovatiyê hatiye çêkirin. Li hember mirovayetiya ku hatiye xistin, li dijî rejîm û artêşa faşîst, li dijî împeryalîzmê, li hember xistina zayenda jinê çalakiyek û berxwedaneke mezin e...

Wiha dibêje; “Bi vê çalakiyê xwe dayîna min ne bes e. Min dixwest bi teşeyekî din jî xwe bidim, heta dayîna canê me bi xwe jî têr nake. Xwezika ji canê me pê ve tiştên me yên ku em bidin hebana.

Me timî got; dayîna canê xwe têr nake. Divê hin tiştên din werin dayîn. Çi ne ev? Behremendiyên we ne. Em naxwazin ku hun canê xwe bi erzanî bidin. Her wekî di vê çalakiyê de dayîna canê xwe bi erzanî nîn e. Erjeng komîheviya behremendiyan heye, hemûkan dide. Lê tevî van dikare bibêje, “xwezika hin tiştên me yên din hebana.” Tiştên mînanî “ezê wisa kêfî bijîm, wisa cixare dipêçim, wisa xwedibînî me, wiha ezezî me” di nava refên me de pir hatine gotûbêjkirin. Niha ev çalakî di heman demê de ji van re jî bersiveke mezin e. Û dîsa dibêje jiyana me bi rengekî erjeng asta hezkirin, wêrekî, bawerî û rûmetê dide. Ew jiyana ku em temsîl dikin pênaseya wê çêdike. Destnîşan dike ku em temînata şoreşê ne.

Dertê holê ku bi vê baş têgihîştiye; dibêje jiyaneke birûmet, hezkirin, wêrekî, bawerî û azîm. Li ba nirxên ku dixînin, parçe û qet dikin, dibêje nirxên ku girê didin. Hezkirina we ya ji me re dihizire û hêza arişenî digire. Dibêje “yê ku herî zêde dilsozê pakrewanan e hun in.” Ger zanibe ku, yê herî zêde dilsozê pakrewanan ne Serok be, vê çalakiyê nake. Ji ber ku dikare çalakiyeke bêbinyad teqdîr neke.

Çalakmendên mezin, ji bo nirxên ku pê ewle ne çalakiyan saz dikin.

Ango ew kesayetiyên ku nirxan di xwe de remz dikin û dicivînin esas digirin. Berpirsiyar in û wisa canê xwe navêjin nava agir. Ger nirxek, remzek û serokayetiyek ê ku ew erjeng girê dide, bandor dike û ewlehiya bêdawî dide tune be, tu kes ji tiştekî wisa re wêrekî nîşan nade.

Dibêje, “bi jiyanê ve pir girêdayî me û da ku jiyan pêk were ez vê çalakiyê saz dikim.” Niha dê kî vê pêk bîne? Kî û kîjan partî? Riya azadkirin û xwe pêkanînê di şer re dibore. Nabêje, “ez wisa dimirim û diçim.” Azadkirin û xwe pêkanîn di Zîlanê de esas e.

Dema ku şer vedide pê bawer e ku dê bijî.

Ber bi wan sînorên jiyana ku divê bê pejirandin ve pîroz dibe. Weke wateyê, weke gel, weke partî û weke kesayetiyê pîroz dibe. Heke tiştekî dibe xwelî hebe, ji wê jiyana ku di berê de di bin serdestiya dijmin de hatiye xêzkirin pê ve tiştek nîn e.

Li ser navê pîrozbûna jiyanê çi hebe di virê de veşartî ye.

Li ser navê yên dimirin û pêwîst e bibin xwelî hebin, hatine mehkûmkirin. Pakrewaniyên ku divê bêne pîrozkirin hene, ew jî hatine pîrozkirin. Tam jî di vê bingehê de dibêje “ez dixwazim dilsoziya ji kevneşopiya berxwedaniya rêhevalên Mezlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Berîtan, Bêrîvan û Ronahî bidomînim.” Ev rêheval ku ji bo jiyaneke çawa pîroz bûne û çi bi erdê ve kirine yek ku were pêşçavkirin, ka ev xelek bi jiyaneke çawa ve erjeng girêdayî ye, dê emê hetanî nava mixê xwe hîs bikin.

Ez dixwazim bibin raderbirîna xwesteka azadiya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên împeryalîzmê ku jinê dikin kole, bombeyê di xwe de diteqînim û dixwazim bi vê yekê mezinahiya rik û hêrsa xwe nîşan bidim.” Va di virê de li hember împeryalîzm û kapîtalîzma herî xirab li Tirkiyeyê ku petot e kîn û hêrs heye. Pişt re dibêje “ez dixwazim bibim remza vejîna jina Kurdistanê.” Di bingeh de wê texrîbata ku pergalê di kesayetan de dayê çêkirin dibîne û li hemberê kîn û hêrseke mezin dide çêkirin. Di heman demê de ka jina xweşik çawa pêk were, bi teşeyekî pir eşkere datîne holê û dixwaze bibe raderbirîna remza wê. Nirxandineke wisa ji bo xebata jinê nêzîkatiyeke pir biîsabet berpêş dike.

Ez eşkere bibêjim, pakrewanên din jî xeleka vê ne, lê di çalakiya rêhevala Zîlan de ev xelek derketiye sertarê.

Çalakiyeke wisa dibû ku zilamekî jî bikira, lê ya ku pêk aniye jin e. Ji ber ku jinek vê çalakiyê pêk tîne, him pêdiviyeke xwezayî û him jî bi rastîna jinê ve pêwendîdar ev aliyê wê weke pêwîstekekî bê hizirandin. Belkî jî zilam nekarîbû wisa bike. Bi teşeyekî din, mînak di girtîgehan de dikaribû bike. Lê divê were destnîşankirin ku ev teşeyê hanê xweserê jinê ye. Ji ber ku bêtir rik, hêrs û xwesteka jiyana azad bi xwe re pêwîst dike. Yek jî pir balrakêş e. Bi xwe re pêwîst dike ku xweseriya jiyana nêzîkê serkeftinê bê wergirtin. Di bingeh de, di vê xalê de dixwaze bibe remz.

Îdîaya we ya jiyanê mezin e. Dev ji jiyanê berdan nîn e.

Ên ku bi hêsanî dev ji canê xwe berdidin bêmoral, bêperoş û kirêt in. Hindek çemkên we yên xwekuştinî hene. Di nava refên me de rastîn û pejirandineke wisa heye. Bi misogerî nêzîkatiyeke wisa bi van kesayetiyên xwediyê çalakiyan ve dikeve nava nakokiyê û ti caran nikare bibe weke wan.

Îdîa min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyanê pir hez dikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.

Ez hizir dikim ku min vê yekê di rastîna xwe de baştirîn fêm kiriye. Ên ku ji jiyanê hez dikin tenê ew dikarin çalakiyên mezin pêk bînin. Ên ku dev ji jiyanê berdane ti caran nikarin bibin çalakmend û rêxistinkarekî baş. Ev rêhevala me ji jiyanê mezin hez kiriye, çalakiyeke wisa pêk tîne. Bi bingehê azadiya jiyanê, pêwendiya jiyanê de, bi vejîn û berxwedêriyê, pêwendiya jiyanê bi xweşiktiyê û heke hezkirina jiyanê nebe biryardayîna vê çalakiyê nabe.

Lê hun dema jiyana we diqede, hêviyên we dirûxin, rêxistinê bi erdê re dikin yek, bi esasên bîrdozî û polîtîk dileyizin, hingê hun diçin çalakiyeke xwekuştinî. Va çalakiya rêhevala Zîlan li hember vê destwerdanek e. Pir birêxistinkirî, pir berxwedêr, pir saxlem bi bingeh esasên bîrdozî, pir şabûyî, bimoral, biviyan, biazîm û biçoşî dide diyarkirin ku jiyan bi xwe ew ber bi wirê ve biriye.

Têkoşîna me ya bi rêbertiya Serokatiya Partiyê dê di nêzîk de bigihîje serkeftinê û ew gelê min ê hejar di hundirê malbata mirovayetiya cîhanê de ciyê ku maf kiriye peyda bike.

Baweriya serkeftinê, helbet ev yek jî weke encamekî xwazayî yê vê çemka çalakiyê ye. Ewê ku xwedî vê çemka çalakiyê ye divê baweriya xwe hebe ku serkeftin nêzîk e.

Bawerî ye ev, baweriya serkeftinê mezin e.

Lê piraniya we baweriya xwe ya serkeftinê wenda kirine û ti caran jî di hişê xwe de derbas nekirine ka gelê me di nava mirovayetiyê de ciyekî çawa birûmet peyda bike. Gotineke mînanî “ez dev ji canê xwe berdidim û diçim mirinê” şêwaza çûna mirinê ya koleyan e. Ev weke encamekî ye ku gelê ji hêla dijmin ve di bin çîzmeyan de tê girtin, jê re dibe leşker û bi her cureyî jê re xizmetê dike.

A ku serincrakêş e “îdîaya min a jiyanê pir mezin e” vê du caran dubare dike. “Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin” jiyaneke watedar pêwendiya xwe bi çalakmendîtiya mezin ve heye. Ez timî vê yekê ji we re dibêjim, erê hun jiyaneke watedar dixwazin, lê ji bo ku jiyan bibe watedar û rişt, pêwîstî bi mezinahiya hewldanê heye.

Çî ye çalakiya mezin?

Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, dê tu bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînanî çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û ne diyar e ka li dijmin dixe an na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda kiriye.

Bersiva jiyana mezin çalakiya mezin e.

Ji ber ku ez ji jiyanê û ji mirovan pir hez dikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.” “Hezkirina min ziwa bûye, êdî ez dilteng bûme.” Em hemû mirovan deynin aliyekî, li hember hevalên ku bi hev re dixebite hezkirin û rêzdariya wî nîn e. Heta xebateke rast jî nîn e. Ne diyar e ka dixwaze xwe, yan dijminê xwe, yan jî wan pûtên di hundirê xwe de bije. Kêfî, xwedibînî, çemkên nebes, ev kesayetiyên ku xwediyê çalakiyên wisa ne nayine bexşandin.

Ez eşkere dibêjim:

Ger ez ji vê rêhevalê re girêdayî bimînim, ên ku bi jiyanê ewqas dileyizin, rêzdarî û hezkirina wan li hember jiyanê nîn e, di navbera jiyan û çalakiyê de, di navbera bîrdozî, rêxistinî, xebata ramyarî û şêwaza partiyê de pêwendîdariyê çênakin, peydabûna wan di nava PKK’ê de heqaretek e. Ger girêdayîna me bi nirxên pîroz ve hebe, pêwîst e ku hindek encam bêne derxistin. Yek ji tayên pora xwe hetanî kaboka piyê xwe bi rengekî ku tiştek lê nemîne, dê xwe di hundirê agirê azadiyê de bihelîne, tu jî bi bêşermî û bêdiltengî gelek nirxên partiyê re çawa ku dixwazî bileyizî; çemka te ya çalakiyê seqet e, çemka te ya rêxistinê seqet e, çemka te ya taktîkê seqet e, li hember şêwaza xebat û jiyanê bêrêzdar bî, anirî bî, bêmoral bî, bêviyan bî û pişt re jî tuyê rabî û di hundirê partiyê de peyda bibî! Di bingeh de ev ji bo mirovayetiyê xwekuştiniya herî xirab temsîl dikin. Xwekuştiniyê çêtir dibînin û xwekuştiniyê li ser me diçespînin. Ev çemka xwekuştinî ya dijmin e. Bîrdoziya dijmin, kesayetiya dijmin û şêwaza dijmin e. Kesayetiyên we yên heyî li ser navê dijmin di nava partiyê de di hundirê êrîşkariyeke xwekuştinî de ne. Mezinahiya Zîlan di virê de ye. Li hember vê hostatiya mezin û egîdiya mezin, bi rengê lêxistina derbeya kuştinî diçespîne. Ev rêhevala me kêm-zêde di nava rasteqîna partiyê de ka çi çî ye karibûye şirove bike. Ewqas daneheviya nirxên mezin di nava partiyê de dana şerkirin, tiştekî awarte ye.

Nameya ji bo min hatiye nivîsandin, dema ku bersiva xwe pêwîst dikir, dikare bersiveke bi rengê hezar rûpelan peyda bike, lê dîsa jî ne bes e. Ev rêheval ji hemû PKK’yiyan re soz dibe. Ji hemû pakrewanan, hêzên şer û eniyê, hevalên girtîgehê û mirovayetiyê re dilsoziya xwe diderbirîne. Soz dide ku dê ji hemûkan re bibe layiq. Li hember vê divê hindek gotinên we jî hebin. Ezê di radeya hêza xwe de hewl bidim ku bibim layiq û pêwîstekan bînim cî. Lê hun jî, gelo li ser navên xwe, bêyî ku hun bikevin durûtiyê karibin hinek tiştan bikin?

Wekî din jî bi hîtabkirina gel, partî û jinê re jî nirxandinên xwe hene. Baş e hunê çawa bersivê bidin? Çawa ku min got, herî zêde du salan şer kiriye û hatiye rewşa şervana herî milîtan a partiya me. Ev rêhevala me rastîna xwe wisa dahênan û îspat kiriye. Baş e hunê çawa rastîna xwe dahênan bikin? Ezê dîsa tiştên ku pêwîst dikin bînim cî. Jixwe zêdetir jî tiştan ji min naxwaze.

Ji ber ku te her tiştî daye çêkirin û em ku canê xwe jî bidin, ji bo bersivê nebes e. Me dixwest ku em karibin zêdetir bidin.

Ezê zêdetir jî bikim. Dikim jî. Ezê bêaman bikim. Zêde pêwîstî nîn e ku ez vê bînim ser zimên jî. Di hemû gelşên ku destnîşan dike de careka din kûranî, careka din hêza çemkê, hêza rêxistinê, hêza çalakiyê û careka din hêza pêşxistina jinê, hêza azadkirinê, hêza hezkirinê, hêza dana hezkirinê bi min bêsînor e. Min vê yekê bi taktîkên pir di cî de daye çêkirin ango min bi behremendiyeke erjeng pêk aniye. Lê ez li ser navê we ber we dikevim. Bi rastî jî endîşeyên min hene. Niha li vê derê Zîlan tenê ne dijmin qehr dike, di heman demê de hun jî hindek şoke bûn. Ger di nava we de yên ku şoke nebûne hebin, wê demê ev nîşan dide ku zêde eleqeya wê bi mirovayetiyê re nîn e. Ên ku li hember mezinahiyeke wisa nehejiyabin, hetanî nava mixên xwe nelerizîbin û wate pê nedabin, dive ji PKK’yiya wî, welatparêziya wî, milîtantiya wî û heta mirovayetiya wî şiphe were kirin. Ezê bi rabihîstina şipheyê tenê nemînim, ji niha şûn de weke pîvaneke bingehîn bigirim û bi gora wê bidarezînim. Em nahêlin ku kes bi nirxên pîroz ên gelê me û mirovayetiyê bileyize. Kesayetiya ku şer dike û çalakî li kû derê be em jî li wê derê ne.

Fermandar Zîlan rêheval e. Neferên fermana wê jî em in. Bi gotineke mînanî “bi nêzîkatiyên me yên netepitî, kêm, xafiltî, tirsonek, bêrêxistinî, bêpîlan û bêmoral” me vala derxist, kêmasiyeke mezin e. Ev nikarin bibin weke bersivên çalakiya Zîlan. Ger rêzdariyek, hêza dilsoziyekê hebe, ger hêza we ya ji gotinekê re bi gotinekê bersiv dayîn hebe, ger hebe biryarmendiya we ya dawîanîna şerperzeyiya ku hun dijîn, tenê wisa dikare were îspatkirin.

Ez çima ewqas li piyan dimînim? Ji ber ku gotinên min ên mezin ji ewqas pakrewanan re hene. Ma çi tiştê dî dikare ewqas min li ser piyan bihêle?

Ên ku ez li piyan hiştime pakrewan in.

Pişt re daxwazî û xwestekên gel in. Ji dijmin tolhildan e. Tenê ev dikarin mirovekî li peyan bihêlin. Ger hun ji van pêmen bin, ji ber ku hun dikevin ev rewşên ku ez qal dikim. Tenê ji vê pakrewanê re dilsozî jî, dikare mirov bike berxwedêrek mezin. Ma ev ne zelal e? Hunê her roj soz bidin û bibêjin “dîsa me hedar nekir, em li piya neman, em xira bûn, parçe bûn, qetqetî bûn û me wenda kir.” Li hember kesayetiyeke wisa mezin ev, bêşermî ye.

Ma hêza we ya sozdayînê heye?

Ez ji bo zilaman dibêjim, zilamtî di wateya arişenî de, ji bûna hebûniyeke zayendî wêdetir, weke nirxekî moral, bêtir tê wateya girêdana bi gotinê ve. Di vê bingehê de zilamtiya xwe bi jinantiya Zîlanê re bînin ber hev; dê derkeve holê ku yên ku rewşa herî jinaniyê dijîn hun bi xwe ne. Di bingeh de ev pêşbîniya min her ku diçe tê rastandin. Ger ji libateke herî egîdî û zilamtiyê were qalkirin, ev wisa tê îspatkirin.

Rexne bêtir li ser we ne. Hunê tengav bibin. Jixwe hun tengaviyê dikişînin jî. Pêwîstî heye ku sererastkirineke mînanî ji vê rêhevalê re soz bide, sazbarî û hêza jiyanê bide qezenckirin pêk were. Ev rêheval dibêje, “ez dixwazim bibim remza berxwedaniyê.” Hun li ser piya ne û derfetên we zêdetir in. Çalakmendiya rastîn ev e. Bûna xwedî jiyaneke mezin ev e. Ev zêdetir jî ji we re pêwîst e. Ger hun nebin xwedî pêwîstekên vê, em rojekî jî we nadin jiyandin.

Bangawazî û name her yek manîfestoyek e û emê pêwîstekên wê bînin cî. Weke milîtanên ku bi nirxên mezin ve girêdayî ne bijîn û weke xwediyên çalakiyê mezinahiya xwe îspat bikin ku, em zanibin ka em bi kî re bi rê ve diçin. Jixwe yên ku wisa bi nirxan şer dikin nîn in. Ji ber vê yekê divê em beriya dijmin we çareser bikin. Bi vê wateyê Zîlan ew rêheval e ku bi min re herî baş bi rê ve diçe û vê pêk tîne. Bi vê re ketina nava nakokiyê û pê leyîstin nabe.

Destnîşan dike ku, divê gel di vê pêvajoya nêzîk de bigihîje serkeftinê. Dibêje ku PKK êdî ber bi serkeftinê ve diherike û xebata Serokayetiyê serkeftinê nêzîktirîn dike. Ev ne ew axaftin in ku vala hatine gotin. Ev, ji min bigirin hetanî we hemûkan, weke rojane ew peywir û ferman in ku pêwîst e bêne cî.

Dilsoziya nirxan divê bibe soza me ya yekane ya namûs û rûmetê.

Ger em tenê di vê bingehê de bi soza xwe ve girêdayî bin, gelê me ew yeka ku tevahî cîhan were ba hev, alîkarî pê bide, lê nekarîbe bide qezenckirin, em dikarin wê bi dilsoziya xwe bi dest bixin û evê bide qezenckirin. Ev alîkariya herî mezin, bi vê sozê ve girêdayî jiyîn e. Ger tê xwestin serkeftina gel were pêkanîn, alîkariya ku herî zêde pêdiviya me pê heye, bicîanîna pêwîstekên vê sozê ye. Hun partiyî her ku pêwîstekên artêşa gel pêk bînin, dê wêrekiya gelê me zêdetir bibe. Ev di heman demê de dê bihêle ku hemû dostên mirovayetiyê şerê me fêm bikin û pê ve werin girêdan.

PKK, wisa xwedî bi sedan pakrewanan e. Dîsa pakrewanên xwe yên jin ên azad hene. Her wekî mirovayetî bi van mînanî nan û avê pêdiviya xwe heye. Lê hindik maye ku werin jibîrkirin. Da ku neyên jibîrkirin, împeryalîzm ew anîne halê nenasînê, di jiyana mirovayetiyê de bibine hêviyek, bibine roniyek, bibine vejînek û soza ku me daye pêk were, di nava partiyê de û di şerê rizgarî ya netewa gelê me de divê ev pêk were. Bi palpiştiya împeryalîzmê ku tê xwestin nirxê vê rêhevala me daxistî were nîşandan, wateya xwe jî di virê de ye. Me tenê ne faşîzma Tirkan, texrîbata mezin a împeryalîzmê ku li ser jiyanê daye çêkirin bi berxwedêriya mirovayetiyê pêşwazî kir. Belkî jî ji bo vê yekê me tam têkoşîna xwe nedabe, weke ku me dixwest nenivîsîbe û xêz nekiribe, lê eşkere ye ku ev wisa ye.

Divê em Zîlanê ber bi mirovayetiyê ve veguhêzin. Divê em bi pêkanîna serkeftina partiyê, ciyê ku gelê me di nava malbata mirovayetiyê de maf kiriye, bi girtina wî ciyê û vê bi tîpên zêrîn nivîsandinê îspat bikin. Dîrokeke mezin, pakrewanên pîroz û di nava partiya me de nirxên mezintirîn mînanî vê hene.

Her ku di nava partiya me de nirxên wisa rewneq peyda dibin, di aliyê din de kêmbûnî û kêmasiyên ku têne jiyandin têne çi wateyê? Çalakî, kesayet û helwestên weke ku li ser navê dijmin xwe diçespînin hene. Dîsa şêwaz, tempo, uslûb û paşverûtiyên mezintirîn tenê û tenê hêz didine dijmin. Hun tiqûtenê di nava berxwedaniyeke mezin de dikarin xwe îspat bikin. Qet li çep û rast nexin. Egerên wê bi virê û wirê ve girê nedin û di hundirê şêwaza ku dide qezenckirin de peyda bibin. Ji ber ku Zîlan di çalakiya xwe de vê yekê bi zelalî tîne ziman. Ger sozeke ku hun bi min bidin hebe, dîsa sozeke we ya ku hun bi jina azad bidin hebe, ku hinek dibêjin em hez dikin, em jin dixwazin, wê demê bila bi gor vê sozê bin. Niha hun baştirîn fêm dikin ka ez dixwazim çi bibêjim.

Jina azad dixwaze xwe wisa bide afirandin. Ji daxwaziya jina azad re bi partîbûniyeke çawa, bi rêxistiniyeke çawa, bi şervantiyeke çawa, bi hezkirineke çawa, bi çemka serkeftina çawa bersiv bê dayîn? Va di çalakiya Zîlan de ev gihîştiye pênaseyê. Niha ezê xwe bi vê ve bidime girêdan an na, bi wan hindek daxwaziyên we yên ku çi ne nediyar in ve? Ji min çi dixwaze ezê bibim layiqê wê. Hun wekî din nikarin tiştekî dî li ser min biçespînin.

Derketiye holê, ka jin jî zilam jî pêwîst e bibine xwedî jiyaneke mezin a çawa. Jiyan û hezkirineke çawa tê xwestin; ev derketiye holê. Hun bibêjin “na ev bûyerên jirêzê ne, yên me jî bi gor me çemka me ya jiyanê heye” dê şipheya min ji vê hebe. Ji ber ku çalakî û çemka PKK’ê ya ku dijmin dihejîne û bi erdê ve dike yek ev e. Lê çemka we ya çalakiyê hêz dide dijmin. Wê demê herin li ciyekî dî rêxistina xwe ava bikin, lê di nava PKK’ê de nejîn. Me biryar daye ku emê wisa bijîn û em dixwazin vê biryarê bi çalakiyên erjeng îspat bikin. Em ji civata milîtanan in. Ji bo vê me serî daniye. Ên ku hemû dilên xwe, coşa xwe, azîma xwe û zanebûna xwe danîne rastê hene. Wê demê ezê çima we bipejirînim? Ger hun bi heterî xwe biçespînin, wê demê dê ji we re bê gotin ku hun ji eniya dijber, ji eniya xwekuştiniyê tên.

Emê derbasî parastinê bibin. Emê nirxên xwe li dijî hemû çemk û helwestan biparêzin. Çi kesên ku hene bi rengê kirêt, bêrêxistin, bêmoral, bêçalakî, biqeyran, bêpîlan, xwedibinî, kêfî, devjixweberdayî, çavên wî dijmin nabinin, dîrokê rast fêm nake, baweriya wî bi serkeftinê tune, bi coşa serkeftinê nepijiyaye; di nava refên me de kê ji me re rast nêzîk nabe, emê jê re bibêjin “bisekine!” Emê bibêjin, tu sîxurê neyekser ê dijmin î.

Dibêje “ez jî wisa me!” biteqize here! Ji ber ku egîd hene, em riya wan vedikin. Nexwe dê heyf û mixabin be ji vî egîdî re. Dê kî maf pê bide? Emê bi van nêzîkatiyên we karibin maf bidinê? Ger em maf pê nedin, emê bibin hevparê tawanê. Çi hêz nikare ji bo vê tengaviyê li min bike. Ez nahêlim toz bikeve ser navê egîdan. Min vê yekê gelek caran got û careka dî dibêjim. Ezê her cure xizmetê ji we re bikim, lê wan pêwîstekên bi nirxên pîroz ve girêdanbûnê neherifînin. Nekevin nava wan helwest û libatên ku bîranînên van rêhevalan diherifînin. Wekî din em ji we tiştekî dî naxwazin.

Di dîrokê de qîblegeh, perestgehên pîroz û di hundirê wan de xweda ango xwedawend hene. Peyhatî û endamên wan jî di rojên guncav de diçin û xwe dihewînin wan perestgehan, secde dikin, lavelav dikin û dibêjin “me bibexşîne!” Ev rêheval jî rêhevalên wisa ne. Weke ku hun bikevin perestgehekê hunê di hizûra wan de xwe bitewînin, secde bikin, bexşînê daxwaz bikin, hêz bigirin û xwe paqij bikin.

5 Temûz 1996

 

 

DAYIK

 

 

Ez li hember dayê û dayikan pir têkoşiyam û min hewl da ku ez wateyê bidimê. Piraniya we ji dayika xwe re rêzdarî û hezkirin nîşan dane û nameyan hinartine. Min zêde ev nekirin. Min xelat qet rê nekirin. Lê niha em li ser mijara dayik û dayikniştimanê gotûbêj dikin. Wekî din jî di rastîna PKK’ê de dilê dayikan disoje. Ji ber vê yekê em li ser sekinandinê hendazetî nîşan didin.

Dayik pir digirîn. Him dayikên wan leşkerên alî dijmin ku têne kuştin û him jî dayikên egîd û dilêrên ku di jiyên xwe yên ciwanî de pakrewan dibin... Ji ber vê çendê dayik li ser me zexteke arişerî didine çêkirin.

Jiyan bi rasteqiniya dayikê ve pir pêwendîdar e. Beriya her tiştî bi wateya fîzîkî hatina jiyanê rastîna dayikê ye. Di bingeh de ev ewqas girîng jî nîn in. Rêgeza min hindek cewaztir e. Ji ber vê yekê bala raya giştî dikişîne û ji lêkolînan re dibe mijar. Heta dijmin jî dayika min pirsîn kiribû, bi rengekî “ev tê wateya çi” Me pozberiya xwe ya puxteyî di seqaya dayikê de da destpêkirin. Di bîranînan de ku zindî ne, me bi teşeyekî ku baldêriya we bikişîne hewl da ku vebêjin.

Mirov dikare çi nav li vê pozberîtiyê bike? Bingehîn şayişa dayika min ango ya ku dixwest bi temamî li ser me serdest bike, ew gelşa namûsê ya bi gora wê bû. Ti demê dev ji vê berneda. Ji ber vê yekê jî çemka wê ya pozberiyê mijara gotinê bû. Pozberiyê hetanî dawî domand. Di vê rewşê de min çi kir? Ez çiqas li pey namûsê bûm û min çiqasî pozberiyê zanî? Min çiqas bandor kir ango min çendî pêwîstekên wê bi cî anî, çawa bi rê ve bir? Em dikarin çi navê lê bikin? Ma ez binakokî bûm, nexwe li pey namûsê bûm?

Jiyan hê jî dide hizirandin.

Ji roja ku ez xwe dinasim hetanî îro heman endîşe dimomin. Bi teşeyekî ponijîn û êşandina mirov. Bêguman her dê û bav û zarok pozberî û qirênên xwe hene. Bi gora xwe vaca xwe, bi gor kevneşopiyan perwerdehiyeke hişk û hewldan hene. Mirov nikare bihizire ku ti malbatek van peyda nake. Lê hindek aliyên xweser ên malabata me hebûne ku, me karîbûye vê pozberiyê hetanî îro bînin. Cureyeke balkêş ê pozberiyê pêş ket. Di têgihîştinê de feydeyeke mezin heye. Eşkere ye ku ji wê nêvengên malbatî yên ku hun tê de jiyane cewaz e.

Tê bîra min:

Di nêvenga gund de hindek dijminên dayika min hebûn. Pir yeman bû û hinek çespandinên wê yên mînanî ku divê bi reha ez biserkeftin bim mijara gotinê bûn. Pişt re hindek kelûmel, cilûberk, xwarinên çend qirûşî; di bingeh de ev ewqas zêde girîng nîn in. Gelşa namûsê girîngtir bû. Min ev gelşa namûsê bi ti cureyî fêm nekir û hê jî hewl didim ku çareser bikim.

Namûs ango bênamûsî...

Pir balkêş e, ger nehatibûya jiyandin, min nedigot. Ji keça pîrika min re di der barê min de gotina wê ya “bênamûs derket” bi min re şayişeke mezin çêkir. Û ji wê rojê hetanî îro, me hewl da ku bi nirxekî arişenî yê cewaz em bijîm.

Em bibêjin bû û çû.

Va, divê ji niha şûn de dawiya wê bê înandin. Xebat tenê bi vê pevçûnê dest pê nekir. Nakokiyên civakî hatine çareserkirin, pirsgirêka netewî hate dîtin. Hate xwestin ku cîhana bîrdozî û cîhana ramyarî were fêmkirin. Gelek qonax jî hatine girtin, lê destpêka xebatê pir girîng e. Da ku pêşveçûnên paşê baş bêne dîtin, dahûrandina destpêkê pir girîng e. Tebî ev ji bo we girîngtir e. Ji ber ku ez kêm zêde diçime çareseriyê. Em bibêjin wisa jirêzê ango tiştikên beredayî yan jî em bibêjin girîng; jiyaneke pevçûnî bû di nêvenga malbateke bêhevseng de.

Ne dişibe pevçûna eşîrî, ne pevçûna çînî û ne jî pevçûna netewî.

Belkî jî mirovê ku herî ketiye û hatiye ber sînorê dawiyê dibe şerê ji bo çemka namûsê. Bêguman gengaz e ku di bin vê de li para bimafbûnê bê gerîn. Çendî ku naverok û armanceke xwe yê xurt tune be jî, encama wê girîng e. Ji ber ku di bin pozberiya we hemûkan de ev heye. Ji ber vê yekê divê em çareser bikin. Ez da ku pozberîtiya xwe çareser bikim, min tam çil salên xwe dan. Lê hun di ser de xwe hildiavêjin. Lewma pêş nakevin.

Ên ku nakokiyên xwe rast çareser nakin, nabine kesayetiyên xurt.

Di rêjeyeke mezin de bêtêkoşînî niziliye nav jiyana we. Jiyana ku bêtêkoşînî niziliye navê, ew jiyan e ku dijmin niziliyê. Jiyana ku xwedî qirêneke bişîdet e, dijmin bi hêsanî nikare binizilê.

Rewşeke ku herî zêde min bihêrs dike jî, dê û bavên we bi wî halî hun anîne cîhanê û mezin kirine. Bi ti cureyî bi xwe nikarim bidime pejirandin. Ji ber ku tawanekî mezin û jiyaneke ku qet nexwedî rêzdarî û serkeftin e heye. Jixwe min nakokiya xwe ya dayikê di vî bingehî de hildabû dest.

Ji gel re jî dibêjim:

Ger hun ne amade bin, cîhaneke ku hun bidin tune be; ji bo çi hun bi navê zarok-marok, mal û milk, dost û hevrê xwe dixapînin? Ger hun ji tiştekî re ne amade bin, çima hun xwe têxine şûne zilaman? Ji ti tiştî re hêza we têr nake û serkeftina we nîn e.

Dayik çima pir digirîn?

Me dahûrîna vê ya civakî û derûnî da çêkirin. Çi zanebûna wan, weke neyekser û hisî cîhaneke wan a ku bidine zarokên xwe tune ye. Zarok mezin bibe, dê birçî, şeperze û bêxweyî bimîne; ji ber vê çendê dayik pir digirîn. Ev di heman demê de bêçaretiya mezin e. Ji ber ku hêza wan a ku li ser xwe serweriyê ava bikin jî tune ye. Dayik miriyê zaroka xwe ye, jin ê mêrê xwe, mêr ê jina xwe û ev jî ber bi radestbûna bêsînor ve dibe.

Bertek û pêjnên min ên seretayî li hemberî van pêş ketin. Li hember dayika min pêş ketin. Bav zêde bi ser min de nedihat, ger hatibûya, minê helwest li hember wî jî raber kiriba. Lê dayikê zêdetir digot ez xwedî maf û hiqûqê me û bi ser min de dihat.

Tebî me jî parastina zarok da çêkirin.

Ev parastineke girîng bû. Niha bi milyonan zarokên Kurd herî perîşan, bêxwedî û bêyî ku bizanibin dê çi tifaq bi serê wan de were terkeserê jiyanê bûne. Kî ye berpirsiyarê vê? Vê nedîtin, dîtin û hinek tiştan neçêkirin dê bi kîjan mirovayetiyê re bibe yek?

Ez ji hemû dê û bavan dipirsim: Ji bo çi van bêamadekarî û bêperwerdehî bi ser min de rê dikin? Min ji we jî pirsî. Kî hun bi ser min de rê kirin? Min bangawaziya bidil nekir û vexwendin dernexist. Hun weke xwe biavêjin erdê, diavêjin ser min de. Lê hun pir bêamadekarî ne. Tebî hindek jî dê û bavên we ji vê berpirsiyar in. We xweyîkirin û terbiye nedîtiye. Ê min jî halê min ê terbiye dîtinê tune bû. Tiştekî bi min bidine hînkirin jî nebû. Min xwe bi xwe terbiye kir. Ji we ferqa min a mezin û bingehîn ev e. Ez vê mezinahiya xwe deyndarê terbiyekirina xwe me. Hun weke pitikên pîrbûyî ne, yê ku xwedî tolwergirtineke rişt e tune ye. Mirov tenê dikare li ser cendekê we bi rengekî “bê cî û war çû” bigirî. Kîjan ji we nav û navdêriya xwe bi bêamanî dide axaftin? Kîjan ji we xwe ji bûna rebenî û pirsgirêkiyê rizgar dike? Me di destpêkê de van hemûkan ji dayikan re got.

Min ji dayika xwe re jî gotibû:

Min gotê “bi ser min de neyê” û min ew da sekinandin, him jî di jiyê piçûk de.

Ez hê di jiyê xwe yê piçûk de pê hesiyam ku, diviyaye ew nirx darazî û teşeyên qirênê ku li ser min pêwîst dikir bêne rawestandin. Min bi pêjn û azweriyên xwe yên jiyanê pê derxist ku, divê ev ne wisa be û min helwesta xwe pêş xist.

Dijmin diya min jî dabû axaftin, nirxandineke wê ya bi teşeyê “ez li ber çoka wê nerûniştime” hebû. Li ber çokê rûniştin, stû tewandin e, radestî ye. Dîsa dijmin qala “mezinbûna di nêvengên qirênê de û nêvengên ku zêde nexwedî hezkirin û rêzdariyê ne” dike. Tebî ew nêvenga ku qala wê dike, bi xwe tune kiriye.

Ez di zû de pê hesiyam ku bi hezkirin û rêzdariya sexte mezinbûn, watedar nîn e. Eşkere bû ku hezkirineke zêde ku bi me were nîşandan tune bû. Hê min di wê demê de ji diya xwe çi hezkirin payîn nekir. Ecêb, weke ku min payîn nedikir, min nîşan jî neda. Ev jî helwesteke pir rasteqînî ye. Ji tiştekî ku nabe re çima ezê bibêjim “dibe” xwe bixapînim, bersiveke wisa bidim û bipejirînim?

Hezkirinên sexte di hembêza dayikê de dest pê dikin û ev yek hetanî hezkirinên sewdaseriyê dirêj dibin û diçin.

Hemû sexte ne; hezkirin û rêzdariya wan a ku bidine we nîn e. Ên we jî hezkirin û rêzdariyeke ku hun bidine hinekan nîn e. Lê di kesayetiyan de xwe xapandin û şêwaza xwe wisa nîşandayînê di wê radeyê de ye ku, di çi netewî de nayê dîtin. Helbet di vê mijarê de jî em, neketina durûtiyê weke pêşveçûneke mezin dinirxînin. Nexwe ezê çima bibêjim “ez heme?” Ger ez ne wisa bim, ezê çima xwe wisa bihesibînim? Ev jî rastîneke herî hevgirtî ye û sedemê herî girîng ê pêşveçûna me diderbirîne. Tiştê nebûyî ji xwe re kirina mal û ya herî xirab jî layiqê xwe dîtin, payîn, daxwazî, xwestin ango dana westin dibe binyada rastîna we.

Hun tim di çemka “divê hinek ji me hez bikin, tim me bipejirînin!”de ne. Lê bi ya min ne ez, ne hinek; ne divê min bihesibînin, ne hez bikin, ne jî hinek min bipejirînin. Baş e dê çawa be? Hezkirin tenê bi fêmkirinê, bi gihîştina rastînê, bi têkoşînê, ji xwe re rêzdariyê peydakirinê dikare were girtin. Me hewl da ku belkî wisa bibe û derket holê ku ev rast e.

Niha jî ez hewl didim ku bibim hezkar.

Ev jî xwe disipêre zemînekî daringî û rastîna şer. Tê dîtin ku mirov di bingehên rast de hatine rewşa rêzdar, hezkar û biedeb.

Di bingeh de gelek babetên ku ji dayika min mane hene. Min bavê xwe nedieciband; dibe ku mafdar bû, lê bêçare bû. Jinê ti demê nizanibûye ka bi gora wê zilam çi ye. Zilamê ku nasiye xeşîm, çawa hatiye, çawa dîtiye nizane. Jê re hatî dayîn, wisa bi hêzeke bêteşe, hêzekî ku lê gef dixwe dîtiye. Rasteqîna civakî jî wisa ye. Di wan mercên civakî de jineke wisa, keçekî ku karibe fêm bike, bi gor dilê wê, hezkirina wê fêm bike rewşeke wisa nîn e, nîvengeke wisa nîn e. Heta viyana wê, ka çiqas xwedî kesayetiyekê ye jî dikare were gotûbêjkirin. Bi gor berjewendiyên malbatê yan jî li ser xwestekê hatiye gotin “ha ji te re!” Heke ew nebe dê were dayîn ji yekî dî re. Jixwe encamê ku jê derîne dê zêde nebe watedar. Yek jî di aliyê kesayetiyê de moral nehatiye hiştin, bi gotineke rastir zilamê ku ji xwe re weke mêr yan jî zilamê gund dane zanîn, li hemberê di nava helwestên dijminî ango bêwate de peyda bûye. Wê jî gotiye “madem li min ewqas kirin ezê jî qirênvaniya bêrêpîvan û heta ku zêde nayê şermînê û ji hevsarê xwe filitî ye biçespînim!

Heke jineke pir milayîm be, zêde ne qirênokî be, weke heyî xwe bisipêre mêr ango bêçaretiyê nîşan bide, radest bibe, belkî em jî radest bibûyana ango dê me jî bigotana “dayika min çawa kiribe bila hemû jin jî wisa bikin ango bavê min çi kiribe, zilam çi kiribe bila wisa bê pejirandin!” Lê ev nîvenga qirênvaniyê bi reha rêçekî hiştiye. Di her halî de ev dikare weke rêçeke bikêr were nirxandin. Têkoşîneke jinê ku min dayê pêşxistin heye. Ev têkoşîn îro di radeyeke pêş de bi rê ve diçe. Ger ne xwedî binyad bibûya dê nebibûya gengaz ewqas pêşveçûna vê têkoşînê.

Ez dizanim ku dayika min têkoşêreke mezin bû.

Lê ya wê ne wisa birêgez û rêxistinkirî; tam berevajî têkoşînek bû ku ne rêgez û ne jî taktîk hebû. Lê xwe biavêje navîna holê, hetanî dawî bipeke, bimeşe, qîr bike, gazî bike, êrîş bike;-teşeyê têkoşîna wê wisa bû. Hevsenga hêzê nîn, hedefê qet nayine ber çavan, lê ka çiqas dikare serî rake, ewqas serî rake ango di serîrakirinê de sînoran nas nake. Tebî em hê di serî de dibînin ku dê ev wisa nebe. Ger qirên bibe, divê vaceke vê ya xuyayî hebe.

Li ciyekî ku vac zêde hatibe têperandin li vacê gerîn, babetek bû ku min di pêş de anîbû ber çavan.

Ev jî li dijî zêderiyê dibe bergiriyek. Helbet bi pratîkê ve ji nêz ve pêwendîdar e. Ger qirên bê çêkirin, -vê di temenê min ê piçûk de bi min da hînkirin. Bandora wê hê jî heye. A herî girîng, heke yeka bi serê xwe be jî, pir bêrêpîvan be jî, him di nava malbatê de, him jî li hember hinek zilamên li derveyî malbatê dê şerên mezin bide, me di wê mînakê de dît.

Ger zarok vê weke kevneşopiyekî nebîne, bi dayika xwe re tim lihevhatî û ji her tiştî re bibêje “erê”, ez bawer im ku li ser zarokên xwe jî dê bidomîne. Dê hetanî dawî bi zilam, bav, gundî û her kesê ku derkeve pêşberî wê girêdayî be. Ger ev wisa bibûya, dê nebibûya gengaz ewqas birêvebirina me ya têkoşîna jinê (a herî hindik pêşveçûna me ya bi vî rengî) dê ewqas bibandor nebibûyana. Ango dibe ku ev bandor jî di vê têkoşîna kevin de pêşrêçek be. Ji ber ku jinek ewqas têkoşiyabe, ew jî dayik be, di her halî de zarok dema mezin bibe, dê ji xwe re vê bipirse: “Jineke weke dayika min ku dikare vê bike, ma çima hin jinên din nekin!” Bi vaca Arîsto jî gihîştina vê encamê zor nîn e.

Va, mirov dikare bibêje dilsozê dayikê?

Dema ku dayika min sax bû min ew evqas vekolin nekiribû. Min wisa name jî rê nekir. Min negot, “tu çawa yî?” Lê me di van salên dawî de bûyera ku jê re tê gotin bibîranîn gelek pêş ve bir. Dema ku em li têkoşîna jinê ya di van salên dawî de dinêrin, em dibînin ku pêşveçûneke xuyayî heye. Di her halî de weke bersivdayîna ji hemû pakrewaniyên girîng re, manendê wê di çarçoveya vê pêşveçûnê de me daye çêkirin.

Me ji bo bîraweriya rêhevalê Heqî Karer partiyê ragihand. Bersivdayîna ku me ji bo bîraweriya Mezlûm’an da, arastebûna zêdetir li ser şer û welêt bû. Dilsoziya bîraweriya Egîd’an jî arastebûna zêdetir li ser gerîla û artêşê bû. Me hewl da ku manendê van wateya pakrewaniyan bi têkoşîneke rasteqînî pêş bixînin. Di her halî de bûyera Dayê de ev tê dîtin. Pêveberdaneke wisa dibe ku di mijara jinê de em ber bi zêdetir çêkirineke wisa ve biribin. Ez wisa dihizirim ku ev jî bandorek e.

Şerê jinê ji ber vê egerê çawa ku dayika min dixwest û dikir nebe jî; niha bêtir bizanistî, rêxistinkirî, bipîlan û bi taktîkên hosta tê birêvebirin. Bêmafiyên zilam hene, ev eşkere ye. Me vê pejirand. Lê wê dahûrandin pir zor bû. A herî girîng jî, ne weke ku dayika min kir, têkoşertir, bi çemk û azînê têkoşîneke rastir. Tebî ev encamek e, di navîna wê de pêşveçûn jî heye. Dema ku em li kesayeta dayika min dinêrin, min di serî de anî pêş çavan ku, divê ji jinan dûr bisekinim. Dayika min ku wisa be, ewqas zorê li ser min dike, divê bi hêsanî nekevime mijara jinê.

Pirsgirêkên giran ên dihatine jiyîn û rastîna malbatê ku bi bavê min re pir di nava qirênê de bû û zor tê jiyîn her ku min dît, min vê waneya girîng girtibû. Da ku ez vê tirsnakiyê jiyan nekim, min pêwîstî dîtibû ku pir hayjixwe û bizanebûn tev bigerim. Tiştên ku hatibûn serê dê û bavê min, dê çima neyên serê min. Diviyabû ez baldar bim. Ev jî bandorê çêkir li ser rastîna di têkiliyên jin û zilam de.

Têkilî ango nakokiya navbera dê û bav taybetmendiya herî bandordar a hemû jiyana min e.

Lê we di jiyana xwe de qet baldarî ji vê re nîşan nedaye. Ger we rasteqîniya di têkiliya dê û bavên xwe de bi teşeyekî baldar di ber çavan re derbas kiriba, dê hunê wisa rihet nejiyabana. Lê ku ev jiyan ne jiyaneke hêsan e, niha bi şerê min ê binakokî û kesayetiya min ve didin. Şensê min ango bêşensiya min vê rastîna malbatê ya binakokî di asta herî jor de jiyîna min e.

Dema ku ez zarok bûm, min xwe bêşens didît. Hê jî tê bîra min, min digot; “xwezika yê min jî mînanî filan hevalan dê û bavekî min ê fêmbar hebûya.” Da ku neyêm zoriyê, da ku stemkariya nakokiyan nejîm, ez wisa diramiyam. Lê pişt re ji ber egerê ku ev nakokî têkoşînê pîj kir, derket holê ku ev şens e.

Min bêşensiyê vegerande şensê.

Weke ku ev jî çalakiyeke mezin a birêvebirinê ye, niha baştirîn tê fêmkirin. Va yê we di serî de bêşensiyeke wisa nîn e, we şens heye. lê di encamê de bêşensiya we ya mezin, çavkaniya xwe digire ji vê jiyana we ya bişens. Di wî halî ku em raderbirîna dîalektîk a vê peyda bikin de, hunê zêde edilîn nebin ango şensê bi bêşensê, bêşensiyê jî bi şensê vegerandinê, di bingehekî rastînî de nekarîbin çêbikin. Nakokiyên min ên dê û bav ku rê vedikir li ber henekpêkirina hemû gundiyan û êş û eyibandinên ku li ser min dane çêkirin, bêşensiyeke mezin bû. Lê ji ber ku ev timî ez diperçiqandim, zorê li min dikirin, min ber bi afirandineriyê ve dahf dan. Ev jî sereke dînamîka pêşketinê ye.

A herî girîng jî di mijara malbatgeriyê de min xwe berneda ber bayê xeyalan ve. Ji ber ku min mînanî we xeyalên malbatgeriya hêsan ji xwe re esas negirt, ev pir girîng e. Tirsa min, hayjixwebûna min û bertek rabihîstina min, di pêvajoyên pişt re de pir bikêr bûye. Hê jî li ser têkiliyên jin û zilam heke ku ez ewqas bi girîngî disekinim, ji ber egera vê nakokiyê ye. Niha pir zelal tê xuyakirin ku, heke ev nakokî neyê dahûrandin, ne nakokiya çinî, ne jî ya netewî tê fêmkirin. Berdin dahûrandinê, niha hun weke koleyên vê nakokiyê ne. Hêza we ya fêmkirina vê nakokiyê an jî ji bin bandora wê derketinê nîn e. Di peyitandinên me yên pişt re de me got, “korgirêkiya malbatê viyan û ramana mirovên me kor kiriye.” Ji ber vê yekê behre pêş nakevin. Qirênvanî di şêwaza herî hoveber de, çemk pir teng, kesayet pir kurtebalayî ne. Çima? Ji ber ku korgirêka malbatê hun di serî de girêdane. Lê min çirand, her wiha li gund ji min re dihate gotin, “zilamê benê xwe qutkirî, zilamê dê û bavê xwe guhdarî nake, zilamê ji rê derketî, ax û wax divê zarê kesî wisa nebin!” Lê çawa ku min got, me vê bêşensiyê paşê vegerande şensê. Lê hun pê ve hatine girêdan. Malbat her roj binketinê didin tamandin, “kurê min bibe zilam, her roj bi mezinên xwe ve girêdayî be, a ji te re, ji te pir hez dikim, a kurê min ji te re ya herî baş, li hember mezinên xwe rêzdar be!” Ev hemû derew in. Tiştên ku nîn in weke ku hene pêşkeşkirin e. Ji ber vê yekê ne hezkirin, ne rêzdarî, ne hêza çareseriya mezin û şervantiya we heye.

Heke nakokî neyên dahûrandin û di yoma wan de şerên mezin neyên dayîn, kesayet dereweke qirase ye.

Va vegerandina bêşensiya min bi şensê jî, di bingehê fêrbûna neketina vê derewê de bûye.

Nakokî di rewşa pîjdanê de ne.

Di rewşa heyî de azîna nakokî bi min re di hempaya cîhanê de di bingehekî hostatî de ye. Ma hêza kê ji vê re têr dike! Bi gotina gel, “bûna kurê zilam” bi ya min ji vê re dikare bê gotin. Min vê weke çarenûsê nedît. Lê we jiyan û têkiliyê wisa dîtiye û wisa pejirandiye ku, di rûyê vê çarenûsperestiyê de halê we di navsera rastê de disekine. Destên min jî ji zincîran vala bûne, dilê min jî wisa. Ez serbest tev digerim. Lê hun nikarin tev bigerin. Çiqas biêş e, -tevî ku me hemû derfetên şer bi we dane jî...

Kesî bi min tiştek neda, ez ew kes im ku xwe bi xwe xweyî kirime. Dayik şûna ku ji bo we pir bigirîn, ên wekî we neanîbûna vê cîhanê û mezin nekiribûna baştir bû. Ez çi bikim ji zarokên wisa bêbehre, bêçare û ku tim digirîn?

Min ji zû de girînê jî qut kir, -ev jî balkêş e.

Tê bîra min, dema ku ez zarok bûm, kesî ku qasî min bigiriya tune bû, di gund de yê ku giriyê min nebihîstî nîn e. Pişt re min fêm kir ku, bêwate ye. Bi girînê mirov nagihîje ti derî. Di serîrakirina seretayî de qasî ku min xwest giriyam û pişt re sekinîm. Ew roj îroj e ez zêde nayêm girînê. Ev jî bi rasteqîniya dê û malbatê ve pêwendîdar e.

Di şer de taybetmendiya herî bingehîn a fermandar negirîn e. Lê hema bibêje yê ku ji we nagirî nîn e. Weke ku min got, wijdan, rihetî û hezkirina ku tune ji ber ku hun weke heye dibînin, pêwendiya wê bi bêwijdaniyê pir şênber e. Hestên we yên hesas ku ne xwedî rêzdarî, hezkar û şiyarbûnê ne, we bi bêwijdaniyeke mezin re rû bi rû dihêle. Şêwaza çewt xwiyîkirin, bi gor kevneşopiyan xirab şikilkirina we, çavkaniya bingehîn a bêwijdaniya we ye.

Ez çawa gihîştim vê wijdanê?

Bi şerê mezin.

Destpêkê dema ku min dît hezkirin û rêzdariya ku dê û bav bi min bidin nîn e, ez ketim nav hilkeftina ezmûneyê. Min hawirdora xwe saz kir. Ji bo ku ez hawirdorê saz bikim jî, diviyabû ez pir qenciyan bikim. Çivîkekî ku min dikire deh parçe û parve dikir, ji ber pêdiviya ku min radibihîst bi hezkirina seretayî û têkiliyên dilsoziyê bû.

Ez hê di wî temenî de gihîştim ramana, “heke ez dixwazim tenêtiya xwe derbas bikim, divê çivîkên li asîmanan difirin nêçîr bikim û belav bikim.

Ev şêwazeke rêxistinkirinê bû.

Niha dinêrim, hun derfetên hazir jî weke ku qet mafê we nîn e, bi bêwijdaniyeke mezin (hun vê jî ji dê û bavên xwe hîn bûne) xerc dikin. Ji ber ku qismekî we yê mezin, ya hinekan keda we dizine; ya jî weke hun ji mezinên xwe hîn bûne dizine. Bi we vê hîn kirine û hun tim bi van çavan li nirxan dinêrin. Hun belav û xirabî dikin, di bingeh de hun xwe belav dikin. Hun xwe jî tune dikin. Her wekî bi belaşî difiroşin, lê hun ne di wê ferqê de ne.

Ên ku qezenckirinê nizanin, parvekirinê jî nizanin. Ên ku bi keda xwe qezenckirinê nizanin, beredayî xerc dikin. Ji bo vê heke zanîna hêjahiya nirxan pêwîst bike, divê mirov qezenckirina bêaman zanibe. Min bi caran ev got.

Ez çima neçar mam û min di temenê piçûk de nêçira çivîkan kir? Dîsa ez çûm nirxên bavê xwe û min ji kesên dîtir û heta malbatên dîtir wergirt? Min hêzê li derdora xwe çêkir û hêzeke rêxistinî ya xuyayî ava kir û heta girtina rişwetê jî min bi vê girêda. Di pêvajoyên zor de ji bo avakirina rêxistinê bi awayekî dîtir nedibû. Lê niha yên li serê rêxistina me ne, nirxan wisa didizin ku... Heta hinek didizin û direvin. Wijdan di kû dera vê de ye? Bi ya we şerê nirxan nîn e. Hun li ser şerê nirxan xwîn belav dikin, lê wijdana we jî naêşe. Ez dizanim ka di wî temenê piçûk de çivîk çawa têne nêçîrkirin. Wekî din jî pêdiviya min bi avakirina rêxistinê heye, ezê bi çi ava bikim? Ger behremendiya te tune be, ji te berjewendiyên wan tune be, ma tên?

Karê xwendinê jî wisa bû. Dema ku me çend peyv ji ber kirin, me hewl da ku di pêşî de bidin komê. Ma bi awayekî dîtir emê çawa karibin zarokan li dora xwe bicivînin. Hemû pêvajoyên jiyanê wisa bûne. Hun bi vê jî tê nagihîjin. Ji ber vê çendê feydeya we ne ji we re ne jî, li derdorê re dibe. Ê ji hayê tê berbayê diçe, yê çar tê nêçar diçe. Di encamê de tiştekî mînanî wijdanê namîne. Lê em wisa nîn in, me wijdaneke mezin daye sazkirin û ev jî ji ber pêwîstiya jiyana azad e.

Dayika min vê bi min da hînkirin:

Bêyî xebatê ji te re nanekî ziwa jî nîn e!

Nanekî li ser sêlê wergirtin ji bo min gelşeke mezin bû. Hedefa me gihîştina wî nanê bû. Dayika min datanî ciyekî wisa bilind ku, gihîştina wî pir zor bû û heta vedişart. Da ku em nanê wergirin em gelek têkoşiyan. Şerê nanê hê ji wî temenê dest pê kiriye û hê jî didome.

Li bîranên zaroktiya xwe xiyanet nekirin bo me rêgezeke girîng e.

Digotin, “bixebite û qezenc bike!” Vê jî weke ku di nav mixên me de bikolin diçespandin. Va şerê nanê wisa dest pê kir. Ez hizir dikim ji ber şêwaza xweyîkirinê, bêyî ku hun bikevin nav şerekî nanê yê girîng, ji we re tim hazir hatiye dayîn. Weke ji xwedê her tiştî hazir dipayî hun li bendê mane. Ji bo nanê hun şer nizanin. Bi ya we xwarinê xwarin pir hêsan e. Dema ku zarok digirîn, xwarinê datînin ber. Xetaya mezin a dayikan, hun weke şervanê nanê xweyînekirin e. Pir nerm nêzî we bûne. Heyî û tunehiyên xwe civandine û dane we. Hun bi nêzîkatiyeke derî-rastinî hatine mezinkirin.

Nifşekî ku zêde rêzdariya xwe ji kedê re nîn e.

Pişt re jî perên dê û bavan qediyane û serdema serserîbûnê dest pê kiriye. Her wekî rastîna we ya di şer de. Qebeheta dê û bavan ev e. Ger nake şerkarê nanê, ma çima vî zarokî mezin dike? Ger tu nekarî bidî şerkirin, tu çima van derdixînî hemberî min? Li vî welatî, di rastîna daringî ya vî gelî de bûna şerkarê nên, di serê hemû şeran de cî digire. Lê ez niha dinêrim, nîvê xwarina xwe diavêjin. Ev tawanekî nayê bawerkirin e, bêberpirsiyariyek e. Her wekî ez dixwazim wan hemû nanan kom bikim û bixwim. Di demekî de Rojnamegerekî Fransî ku hatibû serdana min, di nava meteliyê de gotibû, “hun çawa bi nan û pîvazê debar dikin?” Helbet ev rêgeza jiyana min e, dibe ku hun bieybînin, lê ez neçar im ku şerkariya xwe rast nîşan bidim.

Li rastînê xiyanet nekirin girîng e.

Di temenê pişt re de ji ber ku ez ji venêranê derketim, weke her dayikekê ew jî weke “dê dawiya vî here kû derê?” hiziriye. Her dayik dixwaze zarokên xwe serûçav bike. Ez hizir dikim ku di wê pêvajoyê de hêviya wê tune bû. Ez weke biaqil nedidîtim. Bi gor kevneşopiyan keçên xwe dida, nizanim ji kurên xwe re keç peyda dikir. Lê rewşa min pir cuda bû. Fêm nekiribû de ka ezê çi bikim. Di gelşa keç dayîn û sitandinê de her hal nêzîkatiya wê şikênandina bandora kevneşopiyê bû. Eşkere bû ku neşikandibû û di bin bandora wê de bû. Lê li ser min bandora wê çi bû? Divê weke objektîfî mijar neyê piçûkirin û bi riştî were destgirtin. Dema ku weke malbatê meriv neyê çêkirin, her tişt hindek serûbin dibe. Heke ez tam di bin çengê wê de, li ber çoka wê mabama, dê bi reha ezê kiribama yekî wek xwe. Dixwestin weke mêr û jineke herî erzan zarokên xwe pêk bînin. Tebî ev, dema ku hemû ketinên paşê, hemû pêwîstekên civakî, dîsa rasteqîniya civakî bûye mijara gotinê, rasteqîniya me ya civakî qedanê, neserkeftinê, ketinê çendî bipejirîne, dê biriba encama bûna ewqasî. Neketina vê xefikê hindek bi rastîna vê malbatê ve pêwendîdar bû.

Lê hun di bin venêranê de ne. Weke objektîfî bandora kevneşopî û civaka kevneşopî li ser we mezin e. Ev jî dibe egerê herî mezin ê nepêşketin û kurtebalayî mayînê û hê jî di vî bingehî de em bi we re mijûl dibin. Hun pir nêzîkê bûna mêr û jinên kevneşopî ne. Jixwe di malbata me de ev jî pêş neketibû. Ne bavê min mêrekî baş bû, ne jî dayika min. Heta bi ya min di vê mijarê de ew jin û mêr bûn ku, pirsgirêka herî mezin dijiyan. Ne gengaz bû ku bavê min xwe mêrekî serkeftî bihesibîne ango pir zor bû ku bibêje, “ez mêrekî wisa me!” Dayika min jî pir zor bû ku bibêje, “ez çi jineke xweşik im!” Qet nikare bê gotin ku serkeftî, bextewer, rêzdar û xwedî çemk bûn.

Bandora vê ya li ser me pir balkêş e.

Şens e an bêşensî ye?

Ji bo we baş e an xirab e? Şirove ya we ye. Lê dema ku em malbata seranserî Kurdistanê tînin pêş çavan, dertê holê ku ev şensekî balrakêş e. Malbata Kurdistanî çendî ku di bin giran bandora kevneşopiyan de hatibe hêvotin jî, zilam jinê di radeyeke tirsnak de dike gelşa namûsê. Jin jî, tevî ku qet naverok û puxteya wê nîn e, da ku bibe jina zilam xwe bi gora kevneşopiyan bi awarteyî zorê li xwe dike: Û hêzdariya kevneşopiyan egerê bingehîn ê wendakirinê ye.

Çavkanî û damezraka herî bingehîn ê koletiyê ku ev e, tê wê wateyê ku têkiliya jin û mêr a ku di malbata me de bi gora kevneşopiyan bi ti awayî şiyanî bi xwe re nedidît were sazkirin, zemînekî mezin ê çareseriyê ye. Dayika min ku nekarîbû li dijî bavê min hember derketineke baş pêk bîne ango weke ku qet gengaz nedidît, mêrekî wisa ku nedipejirand, li ser min gelekî bandordar bûye. Zilam ji ber hin egeran çendî ku wisa tev digere jî, egerên xweser ên diya min hebin jî, pêşveçûna vê wisa bêtir ji encamên rast re rê vedike. Û malbata Kurdistanî di vê pêvajoya dîrokê de damezrakek girîng e ku herî bipirsgirêk e, ji aliyê dîtir ve nakokiyê vedişêre û neçareseriyê dide jiyandin. Ev di rasteqîniya malbata me de ji ber ku tam rûxandin û bêwateyiyê dije, ku min jî vê nîvengê nirxandiye, ev bûye sedemekî girîng ê derketina pêşveçûna me.

Bêşensiya destpêkê ku min got, pişt re vedigere şensekî mezin.

Ez bawer im ku ev jin û mêrekî baş bûbana, dê ezê jî di temenê piçûk de bibûma wek wan. Tebî ji ber ku dayê bi gor xwe mêrî tim qels didît, digirt hember xwe û li dijî di nava şerekî de bû, ev yek di min de raman û hesta dualî pêş xist. Divê mirov nebe mêrekî wisa. Lê bûye. Dê tu çawa bitêperînî? Şûna ku tu bibî mêrekî wisa qet nebe. Ango zor lêkirin an na zehmetî kişandina jinekê? A herî nesaxlem û fikarmend paşê fêm bû.

Ev nakokiyeke Kurdistanî ye.

Êdî li Kurdistanê weke daringî û arişenî li jêrsazî û jorsaziyê malbat hildiveçire. Têkiliyên klasîk xira dibin. Derfetên ên nûyê jî nîn in. Ê kevin qet nayê hilgirtin. Ev hetanî nav mixan di her kesî de û di her ciyî de tê dîtin. Lê di mijara sazkirina yê nû de ti hêz û mecala kesî jî nîn e. Tam jî di vê xalê de weke hêzeke çareseriya awarte ez şensekî digirim an jî bêşensiyê vedigerînim şensê. Bêçaretiya mezin vedigerînim çareyê. Ez bawer im ku ger wisa zêde hilveçirandin an jî nakokî nebûyana, dê emê bêaman neketibana nûbûneke ewqas mezin.

Tê bîra min, di her çûna min malê de, her ku ez dibûme nasdarê vê têkiliyê, hetanî qirika xwe bi hêrsê tijî dibûm. Û dipekiyam metropolan, dibistanan û li wan deran da ku nakokiyê çareser bikim danehevî didame çêkirin. Hatinên min ên gund di şeş heyvan carekê de, ji bo min dihatine wateya hilperînên şoreşî yên mezin.

Di bin navê çemka namûsê de ku kêm bû, hatibû gihîneka rûxînê, lê ji ber egera bandora pir giran a kevneşopiyan ku xwe li derve nedixist, kevneşopiya jintî û mêrtî hebû. Di civaka me de weke raderbirîna bêhêziyê, belkî jî di rêjeyeke ku di ti civakê de nayê dîtin, wê hembêzkirin hêzdar e. Hêza mêr têrî tiştekî nake; xwe disipêre ser hiqûq û kevneşopiya jina xwe û hemû hêza xwe dide axaftin. Dîsa jin pir bêçare ye. Bi her tiştên xwe ve pêwîstî dibîne ku xwe bihewîne mêrê xwe. Ev jî dibe bingehîn egerê koletiyê. Ev dibe nakokiya herî bingehîn di hempaya Kurdistanê de. Her ku hilveçirandin lezgînî digire, ev zêdetir paşverû û kevneperest dibe.

Ev sereke nakokiya Kurdistanî, di mercên me de rewşa xwe ya karesatê werdigire.

Va, talox an jî bêtaloxî.

Tam jî di vê xalê de, divê êdî em vê bitêperînin. Dev ji namûsa malbatê berde, kirina malbatgeriyê berde, pêkanîna jintî û mêrtiyê; van zêde negire riştiyê, ji bo xwe û di xwe de li nûyê bigere. Weke hun dizanin, xwe ber bi çarebûnê ve birin, di mijarên herî tabû de jî azadiyê esas girtin, afirandineriyê esas girtin; bi vê wateyê arastebûna me ya wergirtina çareseriyê didome. Şûna bûna jin û mêrên baş, bûna şervanên baş tê esasgirtin. Şervanên dahûrîner, şervanên serkeftî; encamê herî bingehîn e ku me ji ocaxa dayê derxistiye. Bi ya min ên ku nikaribin bibin şervanên baş, ti şensê wan ê jiyanê nabe. Bûna jin û mêr berdin, nikarin bibin mirov jî.

Ez, divê bi mûnasebeta îro eşkere bibêjim ku, rasteqîniya herî bingehîn a ku dayika min bi min daye hînkirin ev e. Pêşî bibe zilamê baş, bibe şervanê baş. Em hatine vî temenî xwe hê jî em li pey bûna şervanekî baş in. Tebî malbat jî, da ku bûna şervanekî baş asteng bikin hê di jiyên 12-13 salî de bangawaziya “bibe jineke baş, bibe mêrekî baş” pêş xistine û dane sepandin. Ji ber ku ev di malbata me de zêde nederbasdar bû, girîng e ku, zêde bandora wê li ser min pêş neketiye.

Bihizirin di vî temenî de ketina bin bandora kevneşopiyeke wisa qedana her tiştî ye. Heke hun bi kiryarî nekevinê jî, bi hest û namûsê ketin; bingehîn egera nepêşketina şervantiyê ye. Qirênvaniya min ku teqandinê nîşan daye, ji ber egerê di temenê piçûk de vê kevneşopiyê rûxandiye. Bi gor rastîna malbatê di temenê piçûk de jinbûn û mêrbûn tê wateya qedanê. Binêrin min vê nakokiyê hindek rast hilda dest. Ji ber ku me hun wergirtin ji bûna jin û mêrên baş hêza we, wirza we, zanebûna we û her wiha şervantiya we hindek didome. Dibe ku bi gor kevneşopiyan jiyanek hindek hun rihet kiribana. Lê bi ya min bingehê vê yê daringî nîn e. Tiştekî ku bingehê xwe yê daringî tune be û hun rabin xwe lê razînin ti wateyeke xwe nîn e.

Pêşî bibin şervanekî baş, rêgez ev e.

Ger hun bixwazin li vî welatî bijîn, ev di bûna hevrêyekî baş, dost, ehbab-çawîş û hembajariyekî de derbas nabe; tam berevajî di bûna şervanekî civakî yê baş û pişt re jî şervanekî netewî de derbas dibe. Dahûrînan daniye holê ku, hembajarvaniyekî baş, ehbab-çawişî, dostî, îcar hevrê û dostinî, têkiliya jin û mêr şervantiyê diqedînin. Di şûna vî de me kîjan girêdan esas girtin? Di şûna girêdana hembajarvaniyê de, girêdana netewî; di şûna girêdanên ehbab-çawişî de, girêdanên çînî û ramyarî; di şûna girêdanên hevrê-dost, sewdaseriya sexte û erzan de, têkiliyên rêxistinî yên yeman û têkiliyên hevalbendiyê esas girtin. Bihizirin, ez di vê mijarê de bi rengekî awarte him temelan bibaldarî diavêjim, him jî pratîka wê bi rê ve dibim. Hun dibînin ku ev, şaşwazî bi cîhanê çêdike. Ewqas di mercên paş ên civakî de çawa girêdanên wisa ji pola çêdibin? Ev bi rastîna têkoşînê ve pêwendîdar e.

Tam di vê xalê de artêşbûna jinê jî, artêşbûna zilam jî ka tê çi wateyê niha baştirîn tê fêmkirin.

Di çi pirtûkê de rêgezekî artêşbûneke wisa nîn e. Lê bi ya min di dahûrandina rastîna me ya civakî de ji rêgezên wisa re pêdivî heye. Hê jî we tam fêm nekiriye, lê yekî/a ku rasteqîna civakî baş dadihûrîne dikare vê wergire. Da ku rewşa zilamê Kurd were dahûrandin, pêdivî bi bergiriyên awarte heye. Ji van yek jî artêşbûna jinê ye. Tebî vê jî çewt fêm kirin. Dê tu çekê bidî dest, zilam çawa dike ewê jî wisa bike. Bi vê wateyê artêşbûneke wisa ku ne gengaz e, zanîna wê ne zor e. Artêşbûneke cewaztir e. Va qirênvaniya diya min, nizanim ku qet nayê rêpîvan û rêgezan, em bibêjin ku tê vegerandin artêşbûna jinê. Ev pir pêwîst e. Çima pêwîst e? Madem diya min mêrik napejirîne, divê mêr derxîne holê. Dê çawa derxîne holê? Bi têkoşînê; divê têkoşînê zanibe.

Niha hemû keç, weke mafdar dixwazin li hember xwe zilamên fêmbar bibînin. Ji bo vê çi pêwîst e?

Qirên.

Tu bibêjî fêmbarî, zêde derfet nîn in. Tiştekî mêr an jî zilam bi te bide nîn e. Bi xwe bêçare ye. Zilamê Kurd bi vê wateyê pir reben e. Him kenokî û him jî rewşeke jandarî dije. Keç rebentir in, bêzanebûntir û bêçaretir in. Baş e biyekbûna van herdukan rê li ber çi vedike? Ji rewşeke jandar-kenokî re rê vedike. Va ji vê re jî rê nedayîn, aliyê herî girîng ê şoreşvaniya me ye. Heta rojaneyî di pratîkê de ez gelek dahûrînên zilam û jinan û xort û keçan çêdikim. Qismekî mezin ên ku tên, di bingeh de bi gor kevneşopiyan li malê zêde cî peyda nekirine, ketine nava pratîkeke reva kolektîf û dixwazin vê yekê biborînin. Di nava refên me de her keçek, di bingeh de reviyaye zilamekî. Lê çewt e, divê ev were rastkirin. Ji ber bêçaretiyê pêş dikeve. Çewt e. Divê bi rengekî qirenvanî û zanebûnî were rêxistinê.

Divê serokatî bê nasîn. Di bingehê qirênê de dest pê kir û niha bipîlan û birêxistî ye. Zilam zilamê berê, keç jî keça berê ye. Ji aliyê min de yek ji van jî nayê pejirandin. Lê hunê bibêjin ku çemka “em wisa xweyî bûne, tu wisa xweyî bûyî” dibe serdestiya dijmin, bêçareseriya civakî kûrtir dike. Rastîn wisa dibêjin. Ez çi bibêjim ji xweyîkirina te ya nazik û çemka te re? Tu dixwazî bijî; ma ji bo vê kesê ku qasî min şer kiriye heye? Bêyî ku tu qirêna wê bidî, dê tu çi bijî? Min bi hemû sedeqet û vekirîbûna xwe ve vê ji we re got; ê ku dixwaze bila bije. Bêyî ku parçe bike, birijîne û bide revandin.

Ez di nava meteliyê de me, hevalên me ewqas kal bûne. Heta ewqas jin û zilam di nav refên me de kom bûne. Hemû têkiliyên ku têne pêşxistin, bi ya min pir tirsnak in. Ez her roj raporan digirim. Jin fersendê dibîne hema dixîne. Gava ku zilam peyda dike tirsnaktir dibe. Qelsiyên xwe didine axaftin. Ez bibêjim pir rajêrî, ez dibêjim em van biqewitînin. Emê çawa van perwerde bikin? ez her roj bi hezar awayan di serê xwe de dibim û tînim. Va artêşbûna jinê, şervantiya wê, zilam anîna hîzayê, pêşxistin, dana şerkirin bi van endîşeyên kûr ve pêwendîdar e. Weke rojê xuyayî ye. Di bingehê astengkirina şervantiyê de tên an jî ji bo reva ji şer nêzîkatî pêş dixînin. Lê pir kêfa wan jê re tê.

Bi rojane li raporên navendan dinêrim; em ji biryargeha navendî bigirin hetanî herêmekê, ev xwestekên sihêl ên milîtanên me yên herî bijare, di têkiliyên zilam û jinê de pêk neyên dibêjin “emê xwe bikujin!” Dema ku fersendê dibînin hema koalîsyonê ava dikin. Li hember kî, ji bo çi? Sihêl, belkî jî hebe jiyaneke wan; ger hezkirinê bizanin minê jî ew biçepikandana. Nikarin wê jî pêk bînin. Tenê bila axaftin be, tenê bila xeyal û ajoyên wan têr bibin. Wergirtina evîna mezin an jî egîdî û şervaniya mezin esas girtin, tu bikujî nayê hişê wan. Bi bertekê û bi kotekê mînanî mamûrekî di nava jîrekatiyeke “ezê hindek ji PKK’yê re bixebitim, paşê jî rêgez û ajoyên xwe bijîm” de ne.

Ev li evînê xiyanet e.

Lê mixabin ên ku tê jiyîn ev in. Di rojên berê de di raporekî de min xwend, hevaleke me ya keç dibêje, “çewtiya bingehîn a ku me kirî, di bingehê civakî de em rojê deh caran dizewicin, Serokatiya Partiyê jî bekaretiya xwe diparêze.” Nirxandineke balkêş. Erê hun her roj dizewicin. Di wateya klasîk û civakî de asta girêdan û hînbûyînên xwe bînin berçav: Hun her roj dizewicin.

Evîn û têkiliyê rast fêmkirin, dibe rewşeke ku kes di ber re derbas nabe. “Ya radest dibe, ya emê radest bibin!” berdin civakê, tam rewşeke belayê ye. Eşkere ye ku emê nepejirînin. Jin û zilamê ku taybetmendiya şervantiyeke mezin nîşan nede, ez naxînim şûna merivan. Hunê bibêjin “ma bêjin û bêzilam dibe?” Nabe, lê beriya her tiştî bêqirên jî nabe. Ma hun qirênê dizanin? Heke hun qirênê nizanibin, nikarin bi jiyanê tê bigihîjin. Qiymeta jiyanê û her wiha bi têkiliya jin û zilam ku pir xwezayî û bêgavî ye jî tê nagihîjin. A ku hun tê nagihîjin taybetmendiya şer a herî bingehîn a serokatiyê ye.

Hun nikarin bi şêwaza kevin têkilî pêş bixînin. Bi bikaranîna derfetên rêxistinê, çewt bikaranîna nîvenga azadî ya rêxistinê, “ka binêre çiqas keç û xort hene ezê bixim bin bandorê. Karbidestiya min, weke zagonan rêpivanên min jî hene. Kengê fersend peyda bikim ezê bi kar bînim.” Nexêr! Belkî di civakê de tu rihet bûyî, lê di nava PKK’ê de ev zor in. Hunê bibêjin “hinek bi kar tînin.” Ger bi kar tînin, derdikeve zelaliyê. Ez beriya her tiştî li ser xwe disepînim, ez hatime vî temenî, baldar bin.

Têkilî û evîna ku ne bi gor şer e çend pere dike? Ez bi xwe jî hê tam nikarim wêrekî nîşan bidim. Dibe ku her kes min tirsonek binirxîne. Lê tu kî yî? Tu di ber şervantiyê de naborî. Şervantiyê jî weke bêteşe fêm nekin. Nebêjin, “em wisa çek bi kar tînin, wey me çend çalakî jî pêk anîn, êdî çi ji me tê xwestin!” ez şervantiya bi vê wateyê ji sedî yek şervantî nahesibînim. Şervantî biwergir e. Em ji giyanê bigirin hetanî fîzîkê, ji şerê germ hetanî şerê derûnî, ev tev dikevin wergiriya şer.

Rêgeza zarokatiyê beriya her tiştî rêgeza şer e. Pişt re jiyan tê, nan tê, wijdan tê, hezkirin tê, evîn tê. Berdin evînê, hun nikarin wateyê bidin ajoyên hoveber. Lê di şervantiya PKK’ê de dîalektîka mezintirîn a veguherandina van derbasdar e. Hun bi vî halê xwe, ne ji we re tê gotin zilam, di berê de bana weke koleyan li piyaseyê nedifirotin ango kirînerên we jî dernediketin. Ev ji bo keçan jî wisa ye. Ji ber ku keçên ku zêde ne bibejnûbal in kesî weke kole û cariye nedikiriyan. Rasteqîn ev e. Da ku hun bihejin divê hun van bizanin. Bi reha divê hun fêm bikin ku jiyan ne hêsan e û şervantî jî ne karekî vala ye.

Min çima ewqas zorê lê kir? Ma qê min bi kêfa xwe vê rewşê bijart? Nexêr! Ez perçiqîm; perçiqîm, xeniqîm; xeniqîm, qermiçîm; qermiçîm, hatim lêxistin; hatim lêxistin û paşê jî min got “derçûn!

Baldar bin, nîvengên ku min ji bo xwe saz nekirine û nejiyane, ji bo we saz dikim û didime jiyandin. Ji min zêdetir kesê ku candarê hevalbendiyê ye nîn e. Gotineke diya min mînanî “çawa ku tu dixebitî ew naxebitin” hebû. Çi eleqeya xwe bi vaca civakê nîn e. Lê min di vê mijarê de jî serîhildanê esas girt. Tebî wê ev ferq dikir. Bi gor xwesteka dayikê komekî avakirin tirsnak bû. Lê me ev ezmûne kir û hun jî berhemên vê ne. Tevî dayika min, wêrekî nîşandana min bi avakirina komê, bingehîn taybetmendî ye ku hun pêk anîne. Ger hun vê nizanibin, hun nikarin xwe ji merivan bihesibînin.

Puxteya PKK’ê û Apocitiyê ev e.

Belkî bi gor xwe pir nayê gihîştin ango metirsîdar û bêwate bizanibin. Lê ez jî dibêjim; me vî şerî hetanî niha wisa afirand û niha jî em serekê vî şerî ne. Heta qasî xwedê em serekê vî şerî ne. Ma min xwe bi zorê da çespandin? Nexêr! Civak dixwaze, hun her roj dixwazin. Min dixwest ku hun bibin navendî û milîtanek hêzdar. Lê her tişt li ser min tê barkirin. Wê gavê ya ku dikeve ser milê we fêrbûna vê ye. Tevlînebûn û vala derxistina vê na, qet nebe hêzeke rast a hînbûyînê nîşandayîn, pişt re biryarê bidin. Ger hun hebin bibêjin “erê”, tunebin bibêjin “nexêr, ev karê dîna ye!” Ya bi destûrê ya jî bi serîhildanê birevin. Em ji herdukan re jî hene. Hun çima her roj sonda serokatiyê dixwin? Ma ne ji bo hînbûyîna rastiya xwe? Her kes dibêje, “em hemû hêza xwe ji we digirin!” lê ka ev hêz hêzeke çawa ye, ka çawa pêk hatiye kes naxwaze hîn bibe. Berevajî xerç dikin. Şerekî nanê yê jirêzê û heta şervantî jî, di rastîna serokatiyê de wisa ye. Dê hunê çima birevin? Ma min ji dayika xwe re got “min bîne dinê?” Nexêr! Bûm bi gor civakê, bi gor xwe. Pişt re ku min xwe girtibû parastinê, ew gava yekem a azadiyê bû û min saz kir. Ma guneh e? Ma ji bo we pir xirab bû? Wekî din çawa ewladê baş çêdibe? Niha qet nebe, pergala we heye. Hun bi hev re ne, hindek hêza we heye. Heta li vî welatî hun dibine yên herî hêzdar. Ma ev ne bi şervantiyê bû gengaz? Ma hinekî dîtir saz kirin? Ger ji we re bê hiştîn, gelo hunê çend demjimêr li ser piya bimînin?

Çîrok wisa ye.

Hunê bibêjin belaya namûsê an jî pirsgirêka namûsê, çi dibêjin bibêjin, em ketine navê û me hetanî virê anî.

Gelşa namûsê ya zarokê fêmbar, niha gelşa welatekî ye, gelşa şer e, gelşa partiyê ye, gelşa kesayetiyê ye û bû gelşeke jinê, gelşeke zilam.

Li hember xwe rêzdar bû. Azadiyê esas girt û ji bo van şer kir, di encamê de hate hetanî virê. Şûna ku hun bigirîn, qarewar bikin hewl bidin ji bo fêmkirinê. Ger hun hewl bidin ji bo fêmkirinê, dê hunê baştirîn bikin.

Piştî çil salan hezkirina li hember dayikê ya rast niha tê fêmkirin.

Layiqbûna dayikê ku bi şervantiyeke mezin gengaz e îro dertê rastê. Heke diya min niha hebana, dibe ku wateyê bidanayê. Di bingeh de weke ku min dihizirî ne yeka wisa xirab bû.

Dema ku çû kongreya DEP’ê bi Musa Enter re destên wê li hewayê bûn.

Musa Enter welatparêzekî kevin e, ya dî jî dayikek bû.

Lê destên wan gihîştibûn hev. Yanîhişê wê bi hinek tiştan gihîştibû.

Rêzdariya rast nîşandayina min ji dayikê re, ji bingehîn pêşveçûnan yek e. Jixwe ku dayik ewqas ewladên xwe bêyî ku stêrkan birijînin didine bin fermaniya serokatiyê, vê yekê zelal nîşan dide. Ev pêşveçûneke mezin e.

Me, qasî ku dayik bişanaz bibin xebatên mezin çêkirine.

Ev him layiqê dayikên Kurdistanê ye û him jî ev dikare rizgar bike.

Em ne ew kes in ku li ser ked û hewldana jinê rûniştine. Ger ev dayik be jî, em tenezûl nakin ku jinê bi erzanî bi kar bînin ango wê ji xwe re bidine xebitandin. Bi vê çemkê, em dihizirin ku divê em bi kesayetiya xwe zêdetir bidin. Gelek girîng e ku dayika min ku ewqas ji min daxwaz kiriye, di vê de biheter bûye û min jî bersivên mezin dane. Me nîşan da ku dê evê bi xelatên sihêl nebin, mafê dayê bi xebitîneke wisa, bi mamûrtiyeke piçûk, bi çend qirûş pere, xwarin, cilûberk dê neyên pêşwazîkirin.

Ev xelateke jirêzê ye, lê ez dihizirim ku xelata herî mezin xebateke jinê bi vî rengî ye. Ev jî hatiye pêkanîn. Lê ev bibîranîn bi vê wateyê bi pêkhatinekê, bi dana bersiveke rastîn hesabê xwe peyda kiriye. Ger yek bersiva mafê dayikê an jî dayik bersiva mafê xwe bixwaze, divê şerekî wisa bipejirîne û heta bixwaze. Va me ev çêkir. Niha hemû dayik jî vê fêm dikin û mezinahiya dayikê di vî bingehî de wateyê peyda dike. Ev şer di nava jinan de wateyê peyda dike. Bi ya min, bi ya jinê û bi ya dayikê, lawên egîd wisa dibin. Lê çawa ku min got, ev tenê şerek e. A dîtir rast birêvebirina şer ve girêdayî ye. Ez hizir dikim ku diya min ji vê re tiştek nedigot. Ewê jî hetanî dawî şer dikir. Wê demê ezê jî ji bo we hetanî dawiyê, di bingehê rast de şer bikim. Hun çi bixwazin bi vî şerî re pêwendîdar dikarin peyda bikin. Wekî din pêwîst e ti kes lawê xwe çewt fêm neke û jê daxwazên çewt nexwaze.

Dikare bê gotin ku min hindik zêde dilê dayikan fêm kiriye.

Ên ku fêm nekirine, di nava partiya me de ew kes in ku, bûne sedemê pakrewaniyên ne di cî de. Ez dibêjim ku, ji dayika van re û ji hevalên van re jî ne rêzdar in. Ji bo jiyanê şer çendî zor dibe bila bibe, ez heme ku vê hetanî dawiyê bibim. Lê herî hindik qasî wê, ez zelalî nîşan didim ku, divê ji azîn û rêbazên vî şerî re bi dilekî erjeng bersiv bê dayîn.

Divê hun jî li hember dayikan rêzdar bin. Ji rasteqîniya wan re tenê hesab dayîna min ne rast e. Hesabên ku hun jî bidin hene. Hun xirab şer dikin û dikevin. Ji ber vê yekê xwesteka dayikan tim dikeve ser milên min. Ez rast û dirûst hesab nadim dayika xwe, dê ezê çawa karibim bidin hemû dayikên we? Heke hun ne di cî de bikevin, şerkirinê rast û dirûst nizanibin, divê ji we re bê gotin “ma qê qet wijdana we tune?

Dê ewqas dilên dayikan çawa bihedirin?

Hindek xwedî wijdan bin. Êdî bes e ewqas bêwijdanî û mandelkarî! Em wisa dihizirin ku, bi sekinandina girînê em qenciyeke mezin li dayikan dikin.

Dayik niha hindiktir digirîn.

Ên ku çend law dane jî hin caran qet nagirîn. Ev pêşveçûneke girîng e. Lê li ber girîna wan rê nevekirin jî, bûna keç û lawên layiqê wan dikeve ser milê me. Ev bingehîn peywira me ye.

 

4 Nîsana 1996

 

DILÊREKE JANDAR

 

Bi jiyanê henek nayê kirin, nayê kenokîkirin, nayê êxistin rewşa kenînê, jandariyê û rewşeke biîşkenceyeke tirsnak. Ez dixwazin vê çalakiya dawî ya keça dilêr bînim zimên.

Leyla Qapîlan.

Çima bi çalakiya xwe bi min weke jandar hat? Weke ku tê fêmkirin nû bûye. Jixwe 17 salî ye û di bin bandora giran de li qevdek jiyanê digere.

Li têkiliyekê digere, li PKK’ê digere.

Hetanî Dêrsimê diçe û bi gora dilê xwe li azadiyê digere, lê dixape. Belkî jî zehmetiyê dikişîne, paş ve vedigere. Belkî jî dudiliyê diborîne. Lê bi bandora giştî ya PKK’ê be jî, çalakiyê bi înîsiyatîfa xwe pêk tîne. Hêza dijmin, wezîrê karê hundir, ew karbidest bi reha dibêjin ku “hebên wêrekiyê xwariye. Bi vê şêwazê çalakiyek nikare bê sazkirin.” Bi gor vaca wan bi reha divê wisa be. Bi vî rengî pêkanîna çalakiyekê weke nayê bawerkirin dibînin.

Aliyê PKK’ê ku erjeng biwêrekî dike heye. Leyla vê esas digire û bi misogerî dilsoziya bi armancê heye. Lê dema ku dor tê di bin her mercî de van vegerandin milîtantiyekê zoriyê dikişîne. Niha qismekî ku zoriyê dikişînin, va wek we ne. Qaşo di nava PKK’ê de ne, lê hebûniya wan weke tunehiyê ye, feydeya wan bi gor xisarê pir hindik e.

Çiqas di bin bandora pergalê de bimîne bila bimîne ew keça dilêr, cara dawî hêza xwe dicivîne, li baweriya xwe xiyanet nake (ji ber ku hinek dudiliyan diborîne, van jî bin dixîne) û vê çalakiya dilêriyê pêk tîne.

Bêçare be jî, ev çalakiya dilêrî di riya xwedawendbûnê de çalakiyek e.

Esasên piralî dixîne nav çav û dilên me. Çendî lewaz bî jî, dê tu ji armancê netirsî. Çendî dudilî hebe jî, gava ku pêwîst bike, dê tu gava herî dilêrane biavêjî. Ev çalakî, ev kesayet pir rewneq in û heke ku di kesayetiyên herî lewaz de pêk tên, ev pir girîng e.

Dilsozî bi şêwaza serokatî.

Her wekî di bûyera Zîlanê de hatibû zimên, vegotina tekûz dabû. Di virê de jî pir balkêş, qet qasî we jî perwerde nedîtiye. Di ezmûne û tecrûbeyan de jî derbas nebûye, lê ji ber ku hesasiyeta wê heye, ji ber ku dijmin weke dijmin dizane, dilê xwe jî weke dil dizane, vê durûtiyê nîşan nade. Dudilî diborîne. Heta carna pirsa “ez vegerim an na?” di dilê xwe de digerîne. Di nameyekê de van axaftinan dibêje, “ez nikarim!” lê dilsoziya wê bi nirxan, dema ku zorê lê dike ji bo dirûstbûnê, wê demê ew ber bi pêkanîna çalakiya dilêrî ve dibe. Ev pir baş rastîneke PKK’yê ye. Yeka jirêzê jî bi vê rastînê re pêwendîdar nîşan dide ka dikare çi bike.

Divê em rêzdar bin û pêwîst e hun rêzdariyê di dilên xwe de nîşan bidin. Helbet ev bi gotinê nabe. Ger hun dema ku pêwîst bike wê dirûstbûna ku dikare bibe xwediyê wê gava dilêrî li ser xwe pêk bînin, -jixwe ev rêzdarî ye, nexwe hun bibêjin “qelsiyên min, zoriyên min hene” û hewla jiyînê bidin, ev xiyanetek e û rewşeke herî rajêr e. Ji ber ku ev rêhevala me ji we hemûkan lewaztir bû, ji we hemûkan zêdetir xwedî zoriyan bû. Lê fersenda jiyandinê bi wê durûtiyê neda. Nexwest di xwe de jî bide jiyandin.

Nirxên pîroz in, divê dilsozbûn were zanîn. Weke Leyla bi sedan nirxên me yên dilêriyê hene. Ez bi xwe jî xwe ji wan re weke şopandinerê fêmkirinê û xizmetkarê wan dinirxînim. Peywira ku min layiqê xwe dîtiye ev e. Li pêşberî mezinahiya çalakiya wan ez bi xwe jî zoriyê dikişînim.

Ên ku di riya xwedayî de ne, bi gor rêgezên mezin, ên ku bi bûyerekê bersivan didin, tenê dikarin bibin wisa. Tebî rewşa min cewaztir e. Ez di rewşa mayîndekirin, timîkirin, mezinkirin û bi serkeftinê birina wan de me. Xizmetkarî tenê dikare wisa wateyê peyda bike, li derveyê vê gengaz nîn e.

Dilên we hesas nîn in.

Hun îdîa dikin ku zilam in, pesnên zilamtiyê didin.

17 salî ye. Yeka ku di mercên metropolê de bi zorê mezin bûye, hetanî qirikê çepeliyên metropolê hatiye xwestin ku bê nizilandin nav giyan û zanebûna wê ku bixwaze wisa bike, baş e hun dikarin çi nekin? Ma rev gengaz e? Hun birevin, ma hunê kî bi xwe bidine xapandin? Karê herî girîng ku ez karibim bikim, vê şiyarbûnê temsîlkirin e. Ezê çima li hember we stû bitewînim? Hun dikarin bipirsin ka tu çi dikî? Va ye kirinên min. Encamên ku ez jî wateyê pê bidim, bidomînim û jê derxînim hene.

Wisa nayê jiyandin. Bi vê devleqiyê, bi vê neşiyarbûnê jiyîn ne gengaz e. Van hemû bûyerên dilêriyê hindek di dilên xwe de bi cî û bi yek bikin. Hun nikarin qala tiştekî mînanî veneguherîn û pêşveneçûnê bikin.

Ên ku dilêriyên wiha diafirînin, di nav PKK’ê de mînanî bîrdariyekê ku li holê ne, hê jî peywireke jirêzê biserkeftî sermilnekirin tê çi wateyê? Çewtî hetanî çokê ne. Ma kîjan dilsozî bi devkî dikare were derbirandin?

Jirêzê nayê jiyandin. Serokatî wekhevê jirêzê nejiyandinê ye.

Va çalakiya dilêrî ya mezin, şanîdera şêwaza serokatiyê. Di PKK’yê de wisa dibe. Hunê bigihîjin hînbûyîna jiyîna mezin.

Rast bihizirin, mezin bihizirin.

Mezin dest pê bikin, mezin biaxivin, mezin bifermin û mezin biencam bikin. Ma hun wisa ne? Çewtî mînanî sîxan dikevin çav. Tê gotin “me li hev kir.” Her tişt derveyî rêpîvanê ye. Me zêde nexwest em bi ser de herin. Metirsî li ber derî ye, “me qet bala xwe nedayê.” Peywirên ku pêwîst e rojane bên cî hene, hun dibêjin “me paxavî pê nekir.” Va hunê van hemûkan berdin û bi azîmekî mezin û bi moralê divê were destpêkirin.

Ma tevlîbûneke wisa ji rastîna serokatiyê re dikare bibe? Wijdana we vê dipejirîne an na?

Dê gelac bêne eybandin. Bi gotineke dîtir dê helperest, bêrêgez û xwediyên pratîka kirêt bêne veqetandin. Heke ku dihizirin dê wisa bijîn, xwe dixapînin. Di vê çarçoveyê de bêyî veqetandinê, qet serî li ciyawaziyên mînanî “ji kû derê tê, ji kîjan malbatê, kîjan zayendê, kîjan netewê” nayê kirin û em pîvanên xwe yên gelemperî didin. Hetanî dawî em têxine warê têgihîştinê, bi gotinê dest pê dikin û gotinê misoger dikin.

Careka dî bibêjim: PKK ne ya wan kesên ku ocaxa bav pêş dixînin, ocaxa yên ku mafê xwe yên jiyînê hene û kedkaran e. Em mafê vî gelî ku herî mirovanî ye temsîl dikin. Hunê çima di tevlîbûnê de dudiliyê biborînin? Êdî wan şêwazên nîvî-nîvçe, kor-kulek û têkçûyî derbas bikin. Di bingeh de çewtiya we ya bingehîn; qasî kêmbûna îdîayê, ji ber nehevgirtîbûna şêwazê pêş dikeve. Bi piranî jî şêwazên pergalê, paşvekişandinên ku pergal di kesayetiyên we de daye çêkirin vê encamê diafirînin. Şoreşgerîtî, vê di qasê de qutkirin e. Nexwe hunê tim wisa bi paş ve bêne kişandin. Ê ku bi paş ve ewqas tê kişandin jî, nikare pêş bikeve. Êdî fêmkirin ne zor e.

Hun zarokên gel in, bi misogerî hun vekirî ne li ser navê gel ji bo xwedîderketina li hin nirxan. Ji aliyê mebestê ve hun wisa ne. Lê ew sedemên şîlokirinê ku pergalê bi mejî û dilên we daye ku pir rûxîner, bêîdîa, paşvekişîner, xwedî dudilî, dixîne şîlobûnê, nizanim ez bibêjim jahrî, bibêjim afyon hun xistine vê rewşê û ev jî rabûna hemû derfetên we yên serkeftinê ye.

Ez di nava heyirînê de me; ger we rojeke min jî vebikola, dê piraniya we destanan binivîsandana. Pirî ku we çîrok û kevneşopiyên ji ocaxa bav mayî guhdarî kirine, we em jî, xwe jî xistine rewşeke zor.

Tevî van hemûkan, bi rengê “werin û bi min re bimeşin”tika nakim. Ê ku nahedirîne bi hêsanî dikare vekişe. A ku ez lê serîhildanê dikim, ji aliyekî ve ku hun dibêjin “em sewdaserî ne, dilsoz in” ji aliyê dîtir ve jî carek jî na, xiyanetê weke şêwazeke timî li me çespandina we ye.

Ez we vexwendê pîroziyê dikim. Erê, em dixwazin we pîroz bikin. Şêwaz bi min sotîner e. Em dixwazin ku we bikin şervan, milîtan û fermandarê vî karî ku tim mezin dibin. Bi awayekî dîtir hun nikarin bibin weke Leyla’ya ku 17 salî bû.

Ew dilêreke jandar e.

Hunê jî bibin kenokî û derkevin. Ji ber ku kar cidî û rişt in. Leyla şûna kenokiyê bûna jandariyê vebijart. Helbet dilêrane ye.

Hun zilamên çawa ne?

Ger hun xwe nû nekin, ez nirxekî pênc pere jî bi we nadim. Hevalekî me weke pênaseya bi ti cureyî nehatina PKK’ê û serokatiyê, xwestiye ku zilamtiya xwe bidomîne, zuriyet û dundeya xwe pêş bixîne. Lê ji ber ku di nava PKK’ê de nîvenga vê nîn e, hêrseke mezin radibihîse. Ew roj ev roj e, rave dike ka çima qasî misqalekî rast nêzîkê pratîkê nebûye. Dibe ku em di demên peş de vê vegerînin berhemekê mezin a wêjeyê.

Çi mixabin ezê wê zilamtiyê bi we nedime kirin.

Divê êdî em li hember hinek rastînan rêzdarbûnê bizanibin. Hunê li ser rêgez û esasên sepandinê kûr bibin. Vê jî bi teşeyê zorê na, bidil û can, bi teşeyê hesreta sedsalan û bi mejî û dilê xwe dana xwarinê hunê çêbikin. Hunê herzkirinê hetanî dawiyê, dijmin bi erdê ve bikine yek, jiyana ku bêriya wê tê kirin pêk bînin û her cure şerên wê qasî serkeftinê, hunê vî karê ponijîn û kûrbûnê bi xwe bidine pejirandin.

Serokatî di karê ponijandinê de sînor nenaskirin e. Ma her cara ku dest diavêjê serkeftin ne reha ye? Ev bi asta ponijîna qasê ve pêwendîdar e. Serokatiya ku bi me tê temsîlkirin diçe kû derê bila here, tenê bila nefes bide û bistîne, bi reha bi ser dixîne. Di mercên herî nayê bawerkirin de jî, me bi ser xist. Niha jî em mirov in, dibe ku ji jor kevir jî bikeve, weke fîzîkî tune bibin, lê heke em dijîn, emê fîzîkî jî bi ser bixînin.

Em di sedsalan de dijîn.

Ji PKK’yê lîstokeke kirêt tê leyiztandin. Lîstokeke ku êdî dijmin jî girtiye devê xwe û hêvî pê girê daye. Em weke gelek serokên ku bi azîneyên zorê dikin na, bi rêhevaltî, bi îknakirinê li ser we disekinin. Êdî em dixwazin ku ev ji partiyê were tesfiyekirin, ji bo vê asta ponijînê ya ku pêwîst dike hun bigirin û beriya her tiştî weke esasê hemû jiyanê, weke bahaneya jiyanê ya yekane, bi teşeyê misoger û li nav demê neyê belavkirin, ger hun ji talîmatê fêm dikin bi talîmatê, jitikayê fêm dikin bitikayê pêwîstekên wê bînin cî. Ji ber ku jiyan di bin gef û hereşeyê de ye. Her tişt bi zorê hatiye qezenckirin û dijmin dixwaze qas bi qas tune bike û ji destê me derxîne. A ku dijmin bide sekinandin tenê asta ponijînê ye, yanî rastîna serokatiyê ye.

Can diçin, hun diçin.

Ma bi we re qet dilê dayikê jî nîn e? Dema ku hebûniyên herî hêja diçin, ma mirov hestiyar nabe? Rêheval û nirxên di nava partiya me de yekane çavkaniyên hêviya gel in. Heke hun vê astê wernegirin, li ser navê gel çi tiştên dawî ku mirov hêvî bike, bi tevahî weke ku careka dî nevejinin ji dest diçin.

Di berê de xwe dixistin çîlexaneyan û zikir dikirin. Tenê ji bo ku bi gor rêgezan bijîn. Em nabêjin ewqas zikir bikin, xwe bikişînin çîlexane û dergehan. Şêwaza şerê me pir vekirî ye û bêaman e. Di van dergehan de şidet tune ye, tenê û tenê ponijîna giyanî heye. Bîrdozî, siyasî, leşkerî, rêxistinî û yek jî qas bi qas ponijîn.

Ev cara yekem e ku em bilindbûnê bêqutbûn û bi teşeyekî serkeftinî didomînin. Ma ji vê xweşiktir çi heye? Ji bo ew kesên ku bi gel û hinek nirxên mirovanî ve girêdayî ne, heta weke takekes li hember xwe rêzdar in, ma ji vê pîroztir çi heye? Şêwaz jî, tempo jî ji bo vê ye, ji bo we ye, ji bo gel e. Nexwe di dîrokê de nehatiye dîtin ê ku qasî me hêjayî dide mirovên xwe.

Zorî tenê ji bo pêkanîna wê jiyana layiqbûnê ye. Hatiye peyitandin: Alîgirekî me yê herî jirêzê jî, xwedî çalakiyeke dilêriyê ye.

Va mînak:

Leyla Kapîlan. Li hember vê ti dijmin nikare bihedirîne, dê di heman qasê de hilweşe. Ji vê pê de ne vebijarteka me, ne jî xwedayekî ku me bibexşîne û em xwe bihewîninê heye. Di roja me ya îroyîn de sotîneriya rastîna serokatiya PKK’ê, wê di her navendê de biwate û sepandinê temsîlkirin, bêtir bûye bêaman. Him derfetê hatina fêmkirin û herzkirinê zêde bûye, him jî di rewşa di navê de lîstok leyiztinê de pêşketîbûn heye. Emê di bingehê erênî de bi ser de herin û ev lîstokên di bingehê neyinî de jî, bêyî ku li nav pêvajoyê were belavkirin, jê bikin û biavêjin; biryar di vî bingehî de ye. Di rasteqiniya serokatiyê de sepandin, bi teşeyekî ponijîn bi rê ve diçin. Yanî erênîbûnê, asteke ku bi salan nehatiye pêkanîn, divê di navbera çend heyvan de bide. Neyiniyên ku pir biwergir in jî, têperandina wan wergirî bi xwe re pêk tîne.

Di nava we de yên ku bi xwe bawer in, egîd in, divê wateyê bidinê. Ji bo vê yekê divê bi çewtiyan re li hev neyên. Derfetên bêaman birêveçûna li ser bingehê rastiyan hene. Dilêrbûna egîdiyê tenê bi vê şêwazê pêk tê û ev bi reha dide qezenckirin. Şêwaza tevlîbûna xwe êdî ji şîlobûnê rizgar bikin. Kêmasiya şêwaz û tempoyê ya di îdîa û sepandinê de bitêperînin. Ji her demê zêdetir tûjbûnî serkeftinê nêzîktir dike. Belkî jî di dîrokê de cara yekem e pêkanîna armancê ewqas hatiye halê derfetê. Weke berê ku hun xwe têxin bin siya bahaneyan, qet û qet hun nikarin vê rojê wisa bibin. Ev jî aliyên herî balkêş ên rastînên serokatiya taktîk in.

Serokatiya stratejîk tim xwest ku wisa pîroz bimîne û taktîkê jî wisa bêaman bi rê ve bir. Di vê gihînekê de hun tev qasî esasên stratejîk, dikarin bi hêsanî xwe bigihînin esasên taktîk ên sepandina wê, pê re bibine yek û şêwaza serkeftinê ya misoger werbigirin.

Di nava PKK’ê de yekane şêwaza ku bibe jiyanê; şêwaza serkeftinê ya hatî peyitandin e.

Ti kes bi çi bahaneyê ne di behremendiya astengkirina vê de ye, ne jî çi milîtanê PKK’ê û heta alîgirê wê di rewşa jê re fersend dayînê de ye. Divê hun bi van mezinbûnên ku hatine peyitandin lê xwedî derkevin û ji kî û ji kû derê (ger ev ez bim jî) kêmasî û neyiniyek were di heman qasê de bidine sekinandin. Ji ber ku ti partî qasî PKK’ê, ji bo sitandina malê gel ne layiq e û ne pêwîst e jî. Yanîhim pir layiq e, him pir pêwîst e ku, ji bo gel di raseriya kesan de, ji min jî wêdetir tevlîbûn pêwîst dike ku, rolê dîrokî karibe were leyiztin. Ez bi xwe jî ku ewqas tevlîbûnê nîşan didim, pêwendiya xwe bi vê rasteqînê ve heye.

Zoriyên we çendî hebin bila hebin, asteng çendî rehdar bin bila bibin, hetanî dawî xwe bigihînin tûjbûna viyanê, di xwe de her cure astengê, qasî karibe dijmin jê bike tûj bikin. Ji bo vê zanebûna ku pêwîst dike bigirin û hêza sepandinê di xwe de kom bikin. Bi vî awayî çi tiştê li hundir û derve ku li ser rastîna serokatiyê bûye raselitîn û muselet paqij bikin, bi azweriyeke mezin him bi gotinê û him jî bi çalakiyê hesab bipirsin. Bi vî awayî tevlîbûna xwe ya serokatiyê ku him mafê we ye, him peywira we ye û tenê hun dikarin bi wê bi ser bixînin bi reha pêk bînin.

 

28 Cotmeh 1996

 

 

Ê KU SERKEFTINA XWE TUNE YE EVÎNA WÎ JÎ TUNE YE

 

Xwe pêşnexistin hêrseke mezin dide çêkirin.

Xwe perwerdenekirin xirabiya herî mezin li me kirin e. Me hewl da ku pênaseya serokatiyê çêbikin. Hemû puxteya di rasteqîniya me de; ji bo asta jiyanekê xwe îknakirin e. Lê ez dibînim ku, di mijara jiyana azad de xwe îknakirin bila li virê bimîne, çiqas helwestên ku bi jiyanê eleqeya xwe nîn in, nexweş in û her cure koletiyê xweyî dikin têne pejirandin.

Êdî hun naxwazin rûyê koletiya ku pir erjeng e, êxistkar e û derfetê nade û her cure çespandina wê bibînin. Hun li virê hewldanên jiyandina helwestên xapînok ên mezin û xwe xapandinê nîşan didin. Helbet bi van helwestên xapînok xwe li ser jiyan û li ser me sipartin pir zor e, weke îşkenceyê ye.

Çiqas şêwaza nêzîkatiyê hebin ên ku gotin û pratîka wan nîn e û hema derdikevin her deriyê, hun hetanî dawiyê ji van re vekirî ne. Bingehîn sedemê ewqas êxistina kesayetiya jinê; ji ber ku xwe vekirî dihêle ji her cure bandora ku dikine kole. Rebentiya jinê, milîtaniya bêrêgez a jinê, bêsiyasetgeriya wê, bêhêziya wê, ji ber ku di vî bingehî de xwe tîne halê vekirî û jê re zemîn pêşkeş dike, bingeh digire.

Va; ji Amedê hetanî Mêrsînê, ji wirê hetanî Îzmîrê ji bo nanekî -ji masiyê ku li şewkê dieliqe metirsîdartir- xwe diavêjinê. Tê gotin “hemû jî Kurdistanî ne.” Wateya vê ev e; kolekirina gelekî ew tîne halê guncav, weke nêçîrkirina masiyê ku li şewkê dieliqe. Hun jî parçeyên herî li jêr ên vê rasteqînê ne. Ji ber vê yekê divê neyê gotin îdîaya jiyana azad û neyê borandin.

Bi girînê siyaset nayê çêkirin.

Qelsî û giliyan bi danîna holê jî, siyaset nayê çêkirin. Berevajî, ciyê ku ev helwest lê hene siyaset diqede. Jinê li derveyî polîtîkayê hiştinê de roleke diyarker a vê helwestê heye, ku nehatiye halê hêza desthilatdariyê, ev yek ji ber sepandina zêde ya polîtîkaya zilamê serdest pêş dikeve. Bersiva ku hun didine vê, nehatina kesayetiya polîtîk e. Baş e ev çi ye? Koletiyê weke jin pejirandin. Lê em dixwazin jinê weke hêzeke polîtîk a rastîn pêş bixînin. Esas hedefê hewldana hemû çemk, pratîk û rêxistinê ev e. Hemû nêzîkatiyên dîtir, berevajiyê daxwaza azadiyê dikevin.

Xwe polîtîk nekirin, bi raderbirîna azad, raderbirînê û zanebûnê negihandin weke ku ne girîng e, di şûna vê de rêxistinê weke malbatê, rêveber jî weke serekê malbatê ango xwîşk, mêr û bav dîtin û wê hembêzkirin; tê hizirkirin ku polîtîkagerî ye. Lê ev, ji polîtîkaya azadbûnê ti tiştek fêmnekirin e. Hun ewqas ji hêza xwe ya puxteyî pêmen in û heta ewqas jê ditirsin ku, hun tim pêdiviyê bi xwe sipartina hinekan radibihîsin. Tebî di bingehê stû tewandinê de.

Di nav binkeya partiya me de herî zêde pêdiviya jinê bi kesayetiyên polîtîk heye. Polîtîka, rêxistin û bîrdozî ji her kesî zêdetir ji bo jinê derbasdar e.

Bi wê nîvenga ku hun dibêjin sînorê herî paşketî yê hovebertiyê re, hun tenê ji ber ku zayend in, hun nikarin ji zilam re lazim bin. Hun nikarin xwe di vî bingehî de binirxînin. Va heqareta esas, hovebertiya esas û ketîbûna esas di virê de ye. Jina ku xwe tenê bi cudabûna zayendê, bi zayendîtiyê bi zilam weke pêdiviyekê dide hîskirin; tê wê wateyê ku dev ji bîrdoziyê, polîtîkayê û rêxistinbûnê berdaye. Bêyî ku hun pê bihesin, tişta ku hun ji xwe re layiq dibînin ev e. A ku zilamtî rojane bi we dide pejirandin jî ev e. Bi wateya azadiyê, di vê mijarê de nebûna bersivê sûc e. Ev nêzîkatî puxteya koletiyê ye. Lê hun ne di ferqa vê de ne.

Hun, dixwazin tenêtiyê bi xwe sipartina çemka zilamê serdest ve bitêperînin.

Va, ya ku em li dijê ne ev e. Lê em xwedî rêgez in. Heke ku em tawîzê bidin, emê bi temamî şensê azadiyê wenda bikin. Lê ne xema we ye. Kekên we, mêrên we, birayên we, evîndarên we ma gelo wisa ne? Piştî ku her tişt ji destên we diçin hun digirîn. Hun hîç lêkolîn nakin, ezmûneyekê jî najîn û xwe radest dikin. Ev radestbûn e. A herî girîng jî weke ku çarenûseke xwezayî ye, hun xwe wisa bêeleqe, bêçare dihêlin û li bendê dimînin ku hinek werin û li we xwedî derkevin. Di virê de êdî viyan û ramana kaşker disekine. Bi reha hinek tên û malê digirin, lê ev malekî xirab e. Divê çavkaniya pirsgirêka we di virê de bê gerandin. Ger em vê çareser nekin, em berdin qezenckirina welêt û azadiya gel, weke mirov jî nikarin rêzdariyê qezenc bikin. Dê jiyan ji derewekî peyda be. Dê bibe xewneke ku tim tê xeyalkirin, lê ti demê nehatî jiyandin û here.

Ji ber ku rastina serokatiyê ewqas mezin şerê jiyanê dide, weke ku piraniya we dihizire ne wisa ye. Ev meşa gelekî ku ji mirovatiyê hatiye derxistin, hêvî ji dest hatine girtin, hemû şeref û rûmeta wê hatiye perçiqandin û ev di rêjeyeke girîng de hatiye pêkanîn, hatiye serdestkirin û ji radestbûnê wêdetir rasteqîna wê hatiye êxistin bin lingan û ji wê nîvenga her cure nexweşiyê derxistiye, şensê jiyanê bilind kiriye, ji rûmeta jiyanê, şerefa jiyanê û rastîna jiyanê re ku dikare wateyê bide û ji bo vê hemû hêza xwe datîne holê. Ji derveyî vê ti tiştekî dîtir nîn e. Çi namûs, şeref û çi têrbûyîna daringî jî nabe.

A ku ez di kadroyên PKK’ê de bi belavî dibînim; weke ku rewşeke wisa najîn, weke ku mirovên asayî ne û heta weke hinekên ku ji zû de şeref û jiyana azad maf kirine xwe dixapînin. Divê mirov hindek rêzdar be. Serekê vî karê jî, heke hê jî di van karan de ewqas bihendaze ye, ewqas nefes bi nefesê ye, çawa dibe ku hun xwe layiqê jiyandina wisa dibînin? Hun wisa dihesibînin ku we ev maf kiriye. Çemk li holê ne, rewşa ew kesên ku hun xwe disipêrinê li holê ye. Baş e, çima hun xwe didine xapandin? Ji bîr nekin ku hun bi vê asta xwe nikarin gotûbêj jî bikin. Hemû libatên we hun bi koletî didine dest. Hestiyar û bi zarokî.

Bûna şoreşger, di destpêkê de bi biryardayîna rêzdariya mafê jiyanê û bûna mirovê azad dest pê dike. Tam usûla eşirî, bi çanda malbatê ku bandora wê mezin e, hun tên nîvenga partiyê. Ka biryara çi daye, dixwaze bibe çi û dixwaze bibe çawa ne diyar e. Dibe ku hun di destpêkê de şaşmend bin û hîn jî nebibin, lê vê yekê demeke dirêj domandin bi ti awayî jî mirov nikare bibexşîne.

Zilaman hun bi çewtî hîn kirine.

Di çemka azadiyê de ji nêzîkatiyên wisa re cî nîn e. Ne jinekê nêzî xwe dikim, ne jinekê nêzî zilamekî, ne jî zilamekî nêzî jinekê.

Rêgeza min ev e.

Jin û zilamê ku dixwaze bi min re rê wergire hetanî ku xwe negihîne vê, divê bizanibin ku dê nikaribin ti caran li rûyê hev binêrin. “Bîrdoziyên we hene, hun bi jiyanê hatine hînkirin” wê demê herin li wirê bijîn. Di rastîna serkatiyê de felsefeya jiyanê pir zelal e. Ji bo jiyanê raderbirîna bîrdozî, siyasî û rêxistinî net bûne. Hatine asteke ku bi hêsanî dikarin werin herzkirin. Hun dizanin ku em hêjahiyeke mezin bi azadiya jinê didin. Kesayeta jina azad; ne partiyek, ne komeke xebatê, ew jiyan e ku dikare hemû netewekê bandor bike.

Divê em bi vê bawer bin; Hetanî ku em nekevin riya jiyana azad û vê di rêgezê de, di asta sepandina pratîk de temsîl nekin, em ne dikarin rihetiyê peyda bikin, ne jî fersend bidin mijûlahiyên dîtir e. Babeta herî zêde min hêrsdar dike; di nava we de piraniyek û zilam, ev derfeta azadiyê ku me xwestiye bi hezar kedê pêş bixînin, dixwazin ji kenar û quncan de bikevinê û weke kurmikan biqewêrin. Tevî ku rewşa xwe ya dirûst, jiyana puxteyî û hezkirinê nîn e, xwe disipêre hêz û karbidestiya partiyê û vê diçespîne.

Ez ne dogmatîk im, ez hewl didim ku gelek pêkhateyan di nava jiyanê de çavdêrî bikim. Lê ev bûna bêrêgez û helwest nîn e. “Canê wan jiyanê dixwaze, jin dixwaze, zilam dixwaze.” Gelo bi destê hev girtinê dizanin? Heke bizanîbûyana dê minê ew biçepikandana. Di virê de ketineke sûper heye. Yanîşûna ku şensê me yê jiyanê bi şer hinekî dîtir bê pêşxistin, mebest çi dibe bila bibe, ev helwesteke komploger û ji paş ve xencerkirin e. Jiyana leşkerî derbe ye li kesayetiya me. Çima yekî ji we ev nedît? Ma li derveyî xwedibîniyeke erjeng çi raveya vê heye? Bila kes çewt fêm neke.

Divê em xwe ji bo bûna hev û din û parvekirina hev amade bikin. Dereweke tirsnak e ku em bêevîn û coş in.

Kê evîn û coşê jiyan nake?

Ka kê ajoyên herî hoveber li hev diçespîne û hizir dike ku dê evîn, coş û peroşmendiyê bije? Heke ev evîn be, hingê ew gundiyên me yên koleyên zayendîtiya bêteşe, tê wê wateyê ku evîna herî mezin dijîn. Tê wê wateyê ku jin û zilamên li kerxane û xaneyên taybet evîna herî mezin dijîn. Ji kû derê hîn bûne ku peroşmendî û evîn ev e. Hun ji kîjan pirtûkê hîn bûne? Kîjan rasteqîna jiyanê bi we daye hînkirin? Hun bi kîjan bahane û wêrekiyê xwe ewqas hestiyariya erzan re didin razandin?

Bi rastî jî heke ku karibûyana hez bikin, destê hev girtinê zanibûyana, bi rastî jî hembêzkirinê zanibûyana, dê minê bigota “bravo!” Lê çawa ku min got, ev hemû weke bertekekî li hember şerê jiyana mezin pêş dikevin. Hemû di bingehê berevajîbûna peywir û kesayetiyên bilind, derveyîkirin û vala derxistinê de pêş dikevin.

A ku min seyr dihêle; hun çawa bi vê hema tê negihîştine û helwesta ku pêwîst kiriye pêş nexistine. Bi vê wateyê nêzîkatiya zayendê di rasteqîniya me ya civakî de, ma pirsgirêka herî mezin nîn e? Qada ku herî zêde koletiya me tê de tê jiyandin, ma ne ev e? Ma hunê vê bi dirûstî fêm nekin? Hunê li benda eleqeyê bin û bibine amrazê van nêzîkatiyan!

Me ti demê jiyandina bêevîn, bêcoşiyê şert nedît. Berevajî weke ku me gotî, em bi vê ve girêdayî ne, hê jî ev şerê mezin ku em bi rê ve dibin, hun bi asta evîna vê tê nagihîjin. Weke hevalekî we, min pêvajoya hatina vî temenî xwe bi peroşeke nayê bawerkirin bi lêv kiriye, lê hun encamê dernaxînin. Lê di virê de destana jiyaneke rastîn veşartî ye. Şerker e, zimanê wê erjeng e û şerê hestan ê mezin heye. Kê vekola? Ez ji we dipirsim. Hun bi vê tê nagihîjin, heke bi vê neyê têgihîştin û yekser bê gotin “di têkiliyan de germahî, nizanim di têkiliyan de sarîtî, di têkiliyan de bêeleqe an jî di têkiliyan de lihevkirin” û van derxistina pêş bêrêzdariyeke mezin e.

Hê jî hun tê negihîştine ka ew helwesta ku hun kaşkirine welêt çî ye.

Ew bayê ku hun kişandine çî ye.

Hun hê nikarin pênase bikin. Berevajî, çiqas vajiyên nirxên ku pîroz dikin hene, hun bêberpirsariya temsîlkirina wê dijîn. Giyan zû de mirine. Hindek ji min re parastina giyanê dikin! Dibêje “giyana min heye.” Haya wî ji giyana pîroz, ji giyana azadiya mezin nîn e. Tê gotin “giyanên me hene, hestên me hene!

Bela.

Tevî ku di giyana netewî de, di viyana netewî de ewqas ez tême çepikandin, ez bi xwe jî xwe têr nabînim. Libat ewqas sihêl û xwe bi ajoyan ve eliqandine ku, bi teşeyekî çavreş wan tiştan li me diçespînin. Ma mirov ewqas rêhevalê xwe fêm nake û dike boraqê xwedibîniya xwe?

Çend hevalên me yên jin ên ku pîlanekî xwe yê jiyana hêzdar hene?

Di nava we de yên ku rêgezên xwe hene û dixwazin wateyê bi rêgezê bidin û wê rêgezê bi rê ve bibin, çend kes hene? Em wisa temsîleke çareçar jî naxwazin. Lê qet nebe, divê lêgerîn hebe, qet nebe divê pêdivî were rabihîstin. Divê em li wê giyana ku me wenda kiriye bigerin.

Em berdin têkiliya rihet, halekî ku bi dirûstî silav li hev kirinê jî nehatiye hiştin. Ez her tiştî weke şerekî dibînim. Ez herim ba kîjan dostî, ji bo min ne rihetiyek e, li wê derê derketina şerekî heye. Gel e, li bendê ye, naxwaze ku di rêzdariyê de çi qisûrê bike. Lê ez ji bo şer diçime wê derê.

Ez li we dinêrim; li ciyê ku pêwîst dike şer bê dayîn, hun ber bi radestbûn û hêsanîbûnê ve baz didin. Dema ku we nîvenga xwe radestkirinê peyda kir, hun hetanî mixên xwe vala dibin, digirîn û radest dibin. Hun wisa hizir dikin ku hun hez dikin û arezûyên we têne cî. Heta hindek wisa hizir dikin ku evîndar bûne. Tevî van hemû pêşveçûnan rewşa min jî zêde hêvîdar nîn e. Tevî hezkirina mezin a jin û gelê me, ez weke hêvîdar nabînim.

Ez dibêjim şer, dikare me baştirîn xurt bike. Weke hun hizir dikin ew çend heb qeşmerên di wê xala ku dibêjin “em dikarin bijîn” de ez nikarim bihedirînim. Ger ji min pirs kiribûya; rêheval ma tu çima nahedirînî? Bihizirin ez ku yekî wisa me zagonên xwe bi xwe diafirînim. Çima ez nikarim bijîm? Çima mîrza û stiyên me vê yekê lêkolîn nakin? Çima rêzdariya we tune? Ka em rêhevalekî we bûn ku we pir hêjayî bi me dida? Di her halî de yên ku li navînê ne, aliyekî me yê ku ji wan kêmtir nîn e. Tam berevajî ez di rewşa wî kesî de me ku weke yê herî hêzdar ê vî gelî xuya dike. Tevî van ez ti caran xwe qasî zilaman an jî jinan weke eleqeya jiyanê nabînim. Ev nayê wê wateyê ku ajoyên min nîn in. Belkî ji her kesî zêdetir in. Lê dema ku ez wê xala birinê dihizirim, xwe weke bîrdozî, polîtîk hevseng dikim, di nava gijgijandinekî de dimînim. Min vê hê ji zaroktiyê wisa hildaye dest.

Her tişt li min zor hat. Her tişt bi min şermê dida, tengasiyê dida û da ku ez vê bin bixînim, min tim hewl da ku ez hîn bibim. Di karê hînbûnê de ez tim di şûngeha yekemîn de me.

Bi şêwazên kevnedar ên ocaxa malbatê qîmkirin an jî di nav qalibên êxistiner ên pergalê de mayîn, min dikaribû di rojekî de vê çareser bikira. Min dikaribû gotiba pirsgirêka jiyanê ev e û çareser bikira. Ez di vê mijarê de behremend im. Lê gava ku min li rastîna mirovayetiyê dixist, li rasteqîniya gelan û xwe dixist, min di qasa dawî de pêwîstiya devjêberdanê rabihîst. Min xwest ku bikim, min got ez nikarim.

Ez bûm lêgerînvanê mezin ê rastiyan.

Kê dikare van kevalan bipejirîne? Dayikan bibînin, wan keçan, zarokan ji bo nanekî xwe diavêjin heriyê. Mirovê ku dikeve rewşeke wisa her tiştê xwe wenda kiriye. Em nikarin xwe ji wê cuda bibînin.

Ew ku gelê me ne û di encamê têkoşîna me de ketine vê rewşê. Li benda rizgarkirinê ne. Kîjan kadroyên me vê dihizirin û bi gor wê jiyan dikin? Ez pakrewanan lêkî vê nakim. Her yek ji wan bahaneya şer e. Ez girtîgehê lêkî vê nakim.

Her tişt bangawaziya şer li me dike.

Kîjan fermandarê me yê hêja vê wisa dibîne û arasteyê dide jiyana xwe? Hunê aqilmend bin. Hunê hemû fermandar û kadroyên xwe di ber çavan re derbas bikin. Ka bi gor bahaneyên bingehîn dijîn an na?

Hinek qelsiyên bingehîn ên zilamên Kurd ên ku tên zanîn hene: Zilamê ku çandî, netewî, civakî, siyasî hêza pêşveçûnê bi xwe re nabîne, di têgihîştin û lêgerînê de xwe xwedî îdîa nabîne; xwedibîniya ku mijara gotinê ye, dema ku dibe jiyana rojaneyî û jê jî wêdetir ku ji yekî were pirsîn ka ji jiyanê çi fêm dikî, çavê xwe berdide zayendîtiyê, zayenda jinê ku çavên xwe teng kiriye û hatiye daxistin radeya herî jêr. Xwezika derfetên me hebûyana û me romana vê nivîsandibana.

Ji ber ku hun li hember zayendîtiyê stû ditewînin, hun jê re dibine amraz, bi misogerî ez we weke kerax dibînim. Li hember vê ji ber ku hun têkoşîna mezin nadin, berevajî xwe weke dîl dibînin û mîna zemînê pêşkeş dikin, ez we tawanbar dihesibînim. Şûna ku zayendîtiyeke wisa be, bila qet nebe. Ji ber ku zilamê ku xwe ji netewî, civakî û hemû raderbirînên siyasî û rêxistinî qut kiriye, bi navê jiyanê çargavî tê ba we. Ber bi zayendîtiya bêteşe ku sihêl, bêçare û hêz bi ti pêşveçûnê re nabîne baz dide.

We çawa vî zilamî nepeyitandiye?

Baş e, yê wan hindek serdestiya zilam heye; heke jin jî dîktatorî, kirêtî, qaşo serdestiyê û jinîniya ku hatiye berevajîkirin bixwaze serdest bike, hunê ji vê çi feydeyê bibînin? We çima hetanî niha vê lêpirsîn nekiriye?

Ma ev zilam bi we re mayînê dizane?

Hun çima jiyanê lêkolîn nakin? Ka behremendiya we ya lêkolînê hebû? Ka we jiyaneke xweşik dixwest? Baldar bin, ez li vê derê qala ziraviyekê dikim. Hun dikarin bibêjin “zilamê me yê evîndar, ger ji min hezkirinê bizanibî, tu canê min î, giyanê min î!” Lê zilamekî wisa nîn e.

Bergiriya ku min girtibû çî bû? Dev ji zilamtiyê berdan, îstîfakirin. Li hember zilamtiyeke wisa xwîna min sar dibe. Ji ber ku min vê bi xwe nedaye vexwarin, min qenciya herî mezin li xwe kiriye, hindek jî li jinê kiriye.

Pirseke ku ez timî ji xwe dipirsim: Keçeke ciwan çawa bi zilamekî wisa re dihedirîne? Çawa dikare vê bipejirîne? Binêrin ez weke we ne keçeke ciwan im. Lê ji we zêdetir bi sotînerî vê pirsê ji xwe dikim. Bi vê wateyê jinîtî ne ew rasteqîn e ku bi asta zayendîtî ve eleqedar e. Koletiyeke kirêt e.

Da ku hun baş bînin ber hev ez dibêjim: Ciwanekî bîst salî têxin şûna xwe, zilamekî wisa serdest dixwaze wê weke heval û berdilk bibijêre. Jinînîbûneke çendî metirsîdar e. Zilam hindek xwedî hêz e. Jixwe zalim timî wisa dikin. Me ji dîrokê hinek mînakan jî dan. Taybetmendiyekî dîtir ê padîşahên Osmaniyan ev e. Dema ku Fatîh Siltan Mihemed serdestiya xwe pêş dixîne, ji wan gelên ku girtiye bin desthilatdariya xwe hinek zilamên sereke tîne, va jê re tê gotin “lawikvaniya Osmaniyan” di bin navê hêvotinê de hemûkan tîne halê jinîniyê. Bi belavî tê gotin ku, Mistefa Kemal bi xwe jî wisa ye. Di virê de serdestiyek mijara gotinê ye. Yanî ew gelên ku digirin bin serdestiya xwe, ji bo ku bibe sembolek prensê wirê digire û dikişîne harema xwe. Em dev ji keçan berdin, li xortan wisa dikin. Nebêjin asta zayendîtiyê û derbas nebin.

Di nava wê de gelek gumrahî û di nava wê de gelek serdestiya ku hatiye veşartin heye. Her wiha kirêtî heye. Qada zayendîtî di vê mijarê de, ew qad e ku pêwîst e herî bi baldarî were çareserkirin. Weke ku tê hizirkirin di bingehê pêwîstiya bêgavî de naye destgirtin. Li wê derê serdestiyek tê çespandin. Em li dijî vê ne. Parvekirina azad, ya daxistine herî kêm, ya jî nîn e. Berevajiyê wê heye. Dema ku te têkiliya yekalî çespand ango têkiliyê ji pîvanên siyasî, giyanî, bîrdozî qut hilda dest, hingê tuyê bibî dîle bîrdoziya serdest. Di encamê de weke zayendê wenda bikî. Pişt re jî hestyarbûna jinê, çiqas dixwazî bigirî û nîvengê rake helepapanê. Tu bi xwe nêzîkê vê bûyî.

Em dahûrîna zilam vala vala nakin. Îcar dema ku zilamê Kurd bû mijara gotinê, dema zilamê di nava refên PKK’ê de bû mijara gotinê, divê ev dahûrîn bi saxlemî were çêkirin.

Hetanî ku hun zilam nedahûrînin bi misogerî jiyana we di bin metirsiyê de ye.

Hunê karê dahûrînê biwergirî û zanistî çêbikin. Ez pêşniyar dikim ku hun pirsan bikin û dahûrîn û kûrkirinê saz bikin. Di nava refên me de êdî dostî, ehbab-çawişî, her cure dest bi dest, mil bi mil, nizanim hetanî razanê ji têkiliyên wisa re heke bê gotin azadî, divê em bi wan re pev biçin.

Hunê lêpirsînê bikin.

Tu dikarî di kîjan bingehî de ji min hez bikî, ji min re rêgezên hezkirinê vebêje, tu dikarî çiqas bi min re bî, tu dikarî min bibî heta kû derê?” Hun sibêya vî karî jî nahizirin. Yek hat çespandineke wisa li ser we da peydakirin, ew bi xwe zilam e, kêm-zêde serdest e ango berpirsiyar e, ya ku sibê li serê we biqewime çî ye? Dema ku tê gotin têkiliya çilvirîn, bi piranî zilam xwe mafdar dibîne û ya ku tim tê tawanbarkirin jin e. Jixwe di aliyê sincî de jî “a ku bêsinc e jin e, yê ku yeman e zilam e, ya ku diqede jin e, yê ku kar diqedîne zilam e.” Heta ku hun vê sincê, vê metirsiya yekalî nebînin, hunê çawa karibin di nava nêzîkatiyeke rihet de peyda bibin.

Xwezika em gihîştibana hezkirineke rêhevalî ya ku tim tê bêrîkirin, armanckirin û qas bi qas xwe diteyisîne pratîkê.

Xwezî rêhevalên ku wisa destên me digirin her hebin. Ezê bibêjim ên ku destên min digirin, hunê weke tiştekî xerîb bibînin. Tebî ez ji hemû eleqe û hezkirina we re eleqeyê radibihîsim. Lê bi rastî jî divê em gelek qonaxan derbas bikin.

A min jî bêriya min a bi destgirtinê, armanc û rasteqîna min hebû. Ji bo bi jinê re parvekirinê yên min jî xeyal, tesawur û hewldanên min hene. Lê hê jî ka çiqas dikare bibe wekhev, çiqas xurtî dixwaze, çiqas viyan dixwaze ez li serê dihizirim.

Ê ku serkeftina xwe tune ye, evîna wî nabe. Ê ku serketina xwe tune ye, evîna wî jî nabe.

Evîn bi serkeftinê re pêwendîdar e.

Serkeftin û evîn cêwîk in; yek nebe yê dîtir jî nabe. Di nava me de jî berevajiyê vê mijara gotinê ye. Qaşo evîn, qaşo hest li ciyê ku binketin dest pê dike, dest pê dikin. Pênaseya hesta xiyanetê jî wisa ye. Divê hun vê di her zilamî de, di her têkiliyê de, di her nêzîkatiyê de tûşî lêkolîneke erjeng bikin. Di her netewê de ev, bi salan di şaxên curbecur ên hunerê de hatine nîşandan. Em jî neçar in ku vê yekê di şoreşê de bidine afirandin. Ji ber ku hunera beriya şoreşê tune ye. Emê wan hemûkan di nava şoreşê de çareser bikin.

Ez eşkere bibêjim; heke ev mîrza û stî dixwazin wateyê bidine lêgerînên têkiliyê, felsefeya azadiyê ya şoreşa me heye, serokatî di vê mijarê de xwedî şerekî mezin e. Ên ku şerê jinê, şerê hestê, şerê zilam û şerê xweşiktiyê nabînin, dê qala kîjan têkiliyê bikin? Ê ku wateyê nade vê serserî ye, diz e. Dizbûna herî metirsîdar jî, di dizîna jinê de dertê holê.

Ez ji bo jinan nabêjim “dibe ku diz bin.” Ji ber ku ew tim hatine dizîn.

Xwezika jinekê zilamekî dizîba.

Kesayeta pêvek di çûyîna serejêr de, di xwe wendakirinê de dixwaze tim hevaltiya wê jina ku ya herî zêde koletiyê dije bike. Hevaltî û mêrbûyîna zilamê Kurd ev e. Jixwe dema ku me puxteya têkiliyê wergirt, vê nedîtin ne gengaz e. Nûbûyîna ku ez di virê de tînim, berevajiyê vê ye. Di der barê kesayetiya pêvek de jin nabe, ji bo zilam jî, ji bo jinê jî wisa ye. Serê xwe ji bo serkeftinê rake, serkeftinê esas bigire, xwe tam li kesayeta serkeftinê kilît bike, va wê demê tuyê her tiştî qezenc bikî.

Keç, divê bibin sembolên kilîtbûna kesayetiya serkeftinê.

Sembolîzeya Zîlanê kesayetiya serkeftinê ye.

Mezin pevrebûna şer û jiyanê ango bi gotineke dîtir navê biyekirina serkeftin û evînê ye. Ji bo me sembol jî girîng in. Ji sembolên azadiyê re çiqas hêjayî bê dayîn, heta çiqas bên hebandin, ewqas bilind dibin. Wisa bi hezaran nirxên me hene. Şûna ku hêjahiyeke wisa bilind bidinê û xwe jî şikil bikin, vê nedîtin, weke ku PKK tevgereke pir guhnedêr e û dîsa çespandina mandelkariyeke ku nirxên xwe jî teqdîr nake û yên ku jirêzêbûnê tînin halê helwestê nayêne bexşandin.

Em di nava partiyê de xebata jinê weke ku hun hizir dikin wisa sihêl hilnadin dest. Bi temamî di dumendiya serkeftin û evînê de tê destgirtin. Ev pêvajoyeke pir zor û dîalektîk e û bi felsefeyê ve girêdan e. Lê yekane çareya me ye. Riya yekane ya bilindbûyînê ye. Kengê me dev ji vê berda, emê her tiştê xwe wenda bikin. Heke tiştekî me qezenc kiribe hebe, li ser navê azadiyê ev dumendî ye; evînê bi serkeftinê ve, serkeftinê bi evînê ve girê bide.

Ev vejîna Kurd, dîalektîka rizgarbûna Kurd e.

Heke me dev ji vê berda, weke termekî bêhn dide, jê wêdetir wateya me namîne. Derçûna ku min di jiyana xwe de, ez hizir dikim ku min hindek hêz nîşan daye ji bo pêkanînê, ev e. Çendî ku kêmasî û lewaziyên min hebin jî, ji ber ku min vê hêzê nîşan daye, divê ev weke pêşveçûneke nayê bawerkirin were nirxandin. Xeyala mezin bi bilindbûyîneke wisa temsîlkirin çendî girîng e. Ji bo gelê Kurd hewldana herî bikêr ev e. Heke ku vê fêm bikin û di vê de kûr bibin, dê her milîtanekî me di şer de serkeftinê, di jiyanê de hezkirinê û di sertarê de jî xwe bi riya serkeftin û evînê ve girê bide.

Ma hinek dixwazin têkiliyan gotûbêj bikin an jî hun dixwazin bi hinekan re gotûbêj bikin; çarçoveya erjeng û herî jiyanî ev e. Ji vê kêmtir li derveyê vê ti kes nikare têxe rojevê. Ma ji we re destûr hatiye dayîn? Ez eşkere bibêjim; hunê bibêjin em nikarin xwe ji bûna piyonên sihêl a xwestekên koletiyê rizgar bikin, lê ji bîr nekin ku em jî hatine êxistin rewşeke pir xirab. Ji vê şûndetir jî, hun weke zayendê li biniya vê û li paş vê ne. Kê dibêje jiyan dikare bi hêsanî were qezenckirin? Kê îdîa dike? Ê ku vê îdîayê dike derewkerekî mezin e.

Dibe ku we di raboriyê de gelek xetayan kiribe. Di bin mercên koletiya giran de derçûneke bêxeta nabe. Dibe ku gelek çewtiyên we yên girîng jî hebin. Lê niha bi derfetên azadiyê wate nedayîn, bi gor pêwîstekan xwe neanîna halê berendamekî, dê bibe ew nêzîkatî ku nayê bexşandin. Ji ber ku hun dest bi jiyandinê dikin. Heke ku hun zorê bidinê, dikarin pêk bînin. Hun dikarin bi ser bixînin. Ez dixwazim ji bo meşa we ya di nava binkeyê de bi çarçoveyeke ku dikare di her astî de bike watedar, weke xetên sor xêz bikim. Heke di van hemû mijaran de bê gihandin çemkeke xuyayî, mirov nikare bihizire ku meşa ne balkêş e, peroşmend e û her ku diçe digihîje şêwaza serkeftinê.

Ji zilaman zêdetir pêdiviya we bi vê heye. Divê wêrekî û fedekariya we bêtir di vî bingehî de be. Vê çelexwarîkirin, di tênegihîştina vê de israr û helwestên sihêlkirinê, dê ji gavên azadiyê dûr bixîne. Belkî hunê dereng ferq bikin, lê wê demê hunê wenda bikin. Lixwexistin, di jiyanê de bi ti cureyî rihet nekirin jî pêwendiya xwe bi vê nêzîkatiyê re heye. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku; di encamê de şûna ku hun heyfê li xwe bînin, li xwe bixin û xwe bînin halê perîşan, gavên birêgez biavêjin. Heke gengaz be di pêvajeyeke wisa girîng de (şerê me yê ku divê em qezenc bikin heye) bi gor wê xwe pîlan bikin.

Careka dî dibêjim; puxteya we jî bi gora vê guncav e. A ku tê xwestin teşeyê pêwîst dike dayîn e. Xwe ji vê paş ve nekişînin. Divê hun di nava partiyê de bibine xwedî hewldaneke ku herî xwedî îdîa ye û zilam jî ji gelek aliyan ve rast dike. Bi vê wateyê, bi teşeyê YAJK’ê heke hun xwe şênber bikin, rêxistin bikin evê were wê wateyê ku dikare zilam jî bîne hîzayê. Hetanî niha weke ku nêzîkatiyeke guncav a wekhevî û azadiyê ji vê gihînekê pê ve dê wê jî bitêperîne.

YAJK dikare zilamê Kurd bîne hîzayê.

Va, tam di vê xalê de em dikarin qala hêza vejîner a evînê bikin. Heke wateyeke evînê hebe, di vê xalê de navê wê yekê ye ku ya diqede û xilas dibe bi xwe ve tîne. Jin bila vê wisa fêm bike û bi gora vê li têkiliyê bigire.

Ev serkeftina wê ye. Ev rizgariya pêkanîna him wekhevî, him azadî, him jî di gelek xalan de rizgariya zilamê ku çelexwarî ye û qediyaye. Bi vî teşeyî nêzîkê zilam bûyîn rast e. Tebî di nava we de yên xwedî îdîa hebin. Belkî gelek ji wan zorê li azadiyê dikin, dixwazin bigihîjinê, lê divê hinek ji we jî zore li zilam bikin. Bi îdîaya xwe, bi viyana xwe, bi partigeriya mînak, bi xwedî derketina nirxan û bi gelek aliyên dîtir ew zilamê ku kêm e, xwedî fikar û metirsîdar e dikare bi xwe ve bîne. Bi vê wateyê karanîna xwe hun nizanin.

Hun weke çekekî jinê xwe dana şerkirinê nizanin.

Hun, ne di ferqa behremendiyên xwe de ne. Hun, ne di ferqa zayend, heta hêza rastîn a zayendîtiya xwe de ne. We, xwe weke malekî pêşkeşkirinê, xwedî lê derketinê mîna felsefeyekê pejirandiye. Ev tê wê wateyê ku di şûngeheke pir bêviyan, pir bêrêgez û li bendê ye ku were sitandin; ev sedemê hestiyarbûna we ya erzan e.

Dema ku ez dibêjim, “divê bawerî bi jinê hebe” di vê xalê de ew jin e ku bi van nêzîkatiyên nirxdar li nasnameya xwe xwedî derketiye, pêşî bûye ya xwe, ne ew e ku xwe bazar kiriye, xwe zindî kiriye, xwe jiyanî kiriye, bi hêza ramanê û her cure şêwaza raderbirîn a çalak, bi hêza rêxistin û rêveberiya rastîn jiyandinê hîn kiriye; jina azad a ku ez pênase dikim ev e. Divê mirov qet ji vê jinê netirse. Hinek jinê wisa pir metirsîdar dibînin. Berevajî ez heyranê jineke wisa me.

Hemû zilam niha ji bo xwe pêşveçûna jinê wisa weke metirsîdar dibînin. Baş e azadî û wekhevî li kû derê ma?

Evîn li kû derê ma?

Ê ku qels e evîna wî nabe. Ê ku bêzanebûn e, yê ku radest bûye, bi misogerî hezkirina wî nabe. Ger hebe radestbûna wî ye.

Ê ku qels e, raman û viyana wî pêş neketiye ku were û radestê te bibe, ev yek ji têkiliya bi armanca ajoyî wêdetir ji çi tiştekî re fersendê nade. Di Kurdan de wêjeya jinîniyê ev e. A ku ji mêr tê payîn jî ev e. Bila xwe îspat bikin; bila bibin xwedî nêzîkatiyeke ku di armancê de wekhevî û azadiyê derbirînin û di vê mijarê de hetanî dawiyê jidil bin. Wê demê em ji wan re bibêjin “merheba”, em bibêjin “bravo!

Li wilfên dîktatoriyê binêrin: Mistefa Kemal bi xwe jî nekarîbûye bi jineke rûmetdar re bije. Ya bi jinên fahîşe re ya jî bi keçên neh-deh salî re jiyaye. Çima? Ji ber ku dîktator bi mirovên wekhev, azad û rûmetdar re jiyandinê li şanaz û kesayetiya xwe nikarin bidine pejirandin. Bi reha wan mirovên bêviyan û hêz dixwazin.

Zilamên ku di nava refên me de ne jî, dixwazin li ba xwe jineke gundî bibînin. Va, wê demê ji yekî wisa bitirsin, ji ber ku ew di nava wilfa dîktatoriyê de ye. Yekî ku ji jineke nêzîkê wekhevî û azadiyê tim direve ango dixwaze tim serdestiyê li serê bide çespandin û heta hewl dide ku wê bixapîne, ji wî bitirsin. Jê hevaltî û hestiyarbûneke bixêr dernakeve.

Heke hun azadiyê dixwazin, hingê nêzîkatiya we ya wekhevî misoger e. Lê aliyê dîtir jî ka çiqas nêzîkê vê ye, ne nêzîkê vê ye hun napîvînin. Weke çavreşekî hetanî dawiyê ji xapandinê re guncîn nêzîkatiyên we yên ku nêzîkatiyên bertekvanî yên erzan wêdetir naçin hene. Va, ya ku we dibe bêserkeftinê ev e.

Her wekî di bûyera PKK’ê de zayenda jinê dikare jiyanî bibe, dikare bibe ya xwe, bigihîje viyana xwe, nêrîna wê hêzdar be, her têkiliya ku derdikeve pêşberî wê di parzûna rexneyê de derbas bike û biryarê jî bide. Ma hezkirinê dixwaze, parvekirinê dixwaze?

Pîvan ev e: Çiqas kilîtê serkeftinê bûye?

Ê ku kilîtê serkeftinê dibe, di heman demê de xweşik e, dilnizm e, giran e û rêzdar e. Helbet mirov dixwaze bi vî mirovî re jiyanê bi rêzdarî û hezkirinê parve bike. Hezkirin dikare bêsînor pêş bikeve. Emê zorê li vê bikin, li derveyê vê jî yên ku hêjahiyê bi we didin û dibêjin “tu firîşteya xewnên min î ango tu xubara ber lingê min î” ev tev derewên qirase ne. Dema ku li felsefeya zilam a heyî were nihêrtin, ji wan her du nêzîkatiyan ê ku dikevine yekê an jî dikevin a dîtir pir in. Lê divê hun helwest û heta pîlanên jiyana xwe, li hember kesayetiyên ku rê nadin bêriyên we yên azadî û nasnameya ku hun dixwazin pêş bixînin, karibin biçespînin. Heke tên rayê, dê ev weke serkeftina me bê nirxandin. Qesda min ji bikaranîna çeka jinê bi hêzdarî ev e. Di vî bingehî de ew zilamê ku were rêkûpêkirin ew zilam e ku behremendiya wî ya şerkirinê bilind e. Ê karibe ji hemû astên şer re wateyê bide, di şerê xwe de ji erzantiyên mînanî “ka were em bi hev re bijîn” re cî nîn e. Ew ji wê şêwaza ku tê çespandin nefret dike û jê re girtiye. Weke ku hun jî li dijê ne.

Va, çarçoveya têkiliyê:

Dema ku hinek bixwazin gotûbêj bikin, dê tu bibêjî “ha ji te re çarçove.” Dema ku parvekirinê çespand, tuyê bibêjî “ha ji te re çarçove!” Dema ku bibêjin “ev jî ji kû derê derket?” tuyê bibêjî “êdî lîstok bes in.”, “bes e êdî em ewqas xwe dixapînin, ez te vexwendê çemkê dikim.” Heke di ketîbûnê de israr dike, tuyê bi çeka YAJK’ê derbeya mirinê lê bixî. Birêxistinbûn ji bo we ewqas girîng e. Metirsî mezin bû, bi ser me ve hat; hunê hemû jinan rabikin, ez jî tê de ti zilam nikare pêrgî kolana we bibe. Her tişt bi gor rêzdariyê, bi gor pîvanên serkeftina têkoşîna rastîn, bi gor astên rastîn ên wekhevî û azadiyê saz dibe. Li derveyî vê ji zorbetiyê, ji serdestiya xwe, hêza rêveberiyê ve girêdayî bandorbûnê re fersend nîn e. Çi zilam, jixwe ji ber ku li derveyî rêgezê ne, nikare hêz ji vê re peyda bike. Bi gor biryaran, hêza me ya ku hatiye amadekirin bi gor sinca şoreşgerî, felsefa me ya şoreşgerî û heta hêza me ya rêxistinî.

Ev jî xweşik e.

Çarçove her ku diçe net dibe û di nava partiyê de ji bo sekneke saxlem serbenên ku ji we re pêwîst dikin dide. Em payîn nakin ku hunê bikevin hingofiyeke rişt. Divê hindek rexneyên we jî hebin: Eleqeya kê qels e, eleqeya kê çelexwarî ye, divê hun îspat bikin. Min xwe daniye navînê, ez ne di wê rewşê de me ku çi rewş û çi jin ji min bitirse ango min xwe ji zû de ji zilamtiyê derxistiye û ji zû de ji zilamtiyê îstîfa kiriye.

Ma gelo bû metirsîdar? Kê dikare çi bibêje ji vî karî min ê îstîfayê re? Ma zilaman vê bihîstine? Îstîfaya min dipejirînin? Ez hizir dikim ku tenê hevalê Cuma pejirandiye. Înşelah dev jê bernade. Kê dixwaze bersiv bide? Erê, Denîz kerem bike.

-Serokê min jixwe çarçoveya ku hate xêzkirin heye. Jiyan û teşeyê ramana ku serokatiyê rêkûpêk kiriye heye. Ji wan re wate nayê dayîn. Heke ji wan hemûkan re wateyek bê dayîn, ez bawer dikim ku derketineke hêzdar pêk were. Ji ber ku zilam di vê xalê de (serokatiya partiyê got îstîfa) çemka xwe heye. Heta hinek heval dibêjin “xwezika em weke jin hatibana cîhanê.

-Lê xirab e!

-Dibe ku xirab be, lê çêbûna derûniya vê jî weke pîvangeke pêşveçûnê ye. Di vê xalê de jin, ne di ferqa hêza xwe de ye. Hetanî niha civak ji me re...

-Asta zayendiyê jî tê de, hun ne di ferqa hêza xwe de ne. Hun di xeşîmiya mezin de ne û di rewşa amrazê kirêtkirineke mezin de ne. Tawana mezin di virê de ye. Lê li mînakên dîrokî binêrin; li ba hemû xwedayan xwedawend hene. Pişt re di bilindahiyê de ji jinan re cî tune. Çima? Civaka çînî pêş ketiye, êdî jin di binî de ye. A ku di binî de ye, xwedawendiya wê nabe. Tim zilam serdest e; xwedê qral e, nabêjin xwedawendên keybanû, lê di berê de hebûne.

We jinantiya xwe wenda kiriya ango bi we dane wendakirin. Ev yek di nava me de jî zêde pêş dikeve. Hemû puxteya şerê min, hemû bingehê lêgerîna min ji bo derxistina nasnameya jinê ye. Ev lêgerîneke xweşik û zadegan e. Ê ku dibêje “têkilî”, yê ku dibêje “jin” (zilamên we tim dibêjin) di vî bingehî de çima lê nagere? Jina ku lê digerin ew jin e ku, bi hêsanî dikarin bixapînin û bi zayendîtiyeke bêteşe xwe têr bikin û biavêjin. Ev nêzîkatiyeke metirsîdar e. Ez dibêjim felsefe û çemk wisa ye. Hunê li virê xwe bihejînin. Hunê xwe bikin têkoşîneke mezin. Heke hun nekin, hunê ji zilam re bikevine rewşeke ku kolekirina koletî û kirêtiyê xweyî dikin. Jixwe ez hizir nakim ku di jiyana sihêl de israra we çêbibe. Di bingeh de bêriyên we jî di vê çarçoveyê de ne. Lê ji ber ku hun apolîtîk in û yên dîtir jî tim we ji vê yekê digirin, hun nagihîjinê. Hun li ser esasê bêriyên xwe nadine razandin. Ê ku siyasî nabe, pratîk nabe, birêxistin nabe, hezkirina wî ezezî ye, parveker e û êxistinkar e.

Heke we hinekan dît, ne bi gotinê bi rastî jî siyasî, rêxistinî, çalakî, pir hevgirtî û xwe îspatkirî; hingê ew hezkirina ku jê pêş bikeve dikare wateya xwe hebe. Ê ku xwe ji vê dide revandin di bin navê hezkirinê de, di hemû nêzîkatiyên wan de sextetî heye. Bi armanca êxistinê ye. Ez di wê baweriyê de me ku çi kes ji we xwe nade xapandin.

Soz.: Em ji jirêzbûnê dernakevin. Serokatî dibêje “hun qunc bi qunc direvin, li pêşberî min cuda ne!” Bi vê wateyê nêzîkatiyên me gelekan ne jidil in. Em jirêzê nêzîk dibin. Em dikevin nav libatên sihêl. Helbet ciyê ku lê jirêzêbûn peyda dibe, evîn nabe. Mirov divê pêşî were halê çavkaniya moral û hêzê. Bi vê wateyê ez bawer dikim ku em dirûst nêzîkê xwe nabin. Di virê de durûtî xuya dibe. Dema ku bi durûtî nêzîkbûn çêdibe, tu nikarî hêza xwe ya xwezayî wergirî. Helbet dê nêzîkatiya mirovan ji te re di wî bingehî de be. Weke zir nêzîkê te dibe, jidil nêzîk nabe.

Bi ya min hezkirin modelek e, hedefek e. Ji hezkirinê re pênase çêkirin, pesendkirin weke nêzîkatiyeke rişt xuya nake. Bi ya min beriya her tiştî divê pêşî jirêzbûnê derbikeve û were halê hêzê.

-Ma tu vê nû ferq dikî?

-Serokatî ev bi salan e vê dibêje. A ku herî zêde dibînim nêzîkatiya durûtiyê ye.

-Ez ji were qala zagonên şoreşê dikim. Wê demê divê hun perçiqandinê, firotinê û heqaret lê kirinê jî bipejirînin.

Şerê azadiyê ji bo vê pêwîst e. We hizir kir ku, ev der malbatek e û ez jî reîsê malbatê me. Min vê hê di heft saliya xwe de red kir. Divê siyasîbûyîna me ya mezin di bingehê şer de derkeve holê. Heke hun zilaman wisa hizir dikin, ma ezê çi bikim? Heke we xwe weke jineke wisa tevlê kiribe, ma ezê çi bikim. Lê ji bîr nekin ku, rastîna serokatiyê navê şerê vê ye. Tu nû û nû vê ferq dikî. Wê demê te xwe bi xwe xapandiye.

De.: Ji bo jiyanê bergeha zilam a giştî heye. Ji her aliyê ve bi taybet leşkertî, ji aliyê jinê ve jî rewşa pêşveçûneke cudatir heye. Cîhana me tarî bûye... Viyan, mînak, pêşengî jî nîn e. Serokatî di vê xalê de pêşengî dike. Ez wî weke pêşengê zayenda zilam nabînim.

-Helbet rast e. Ez, şûna zayenda zilam li hember wê zayendê, şerê ku pêwîst e jin bide didim. Çawa ku di mînaka gelê Kurd de tê dîtin, ew gelê ku şerê xwe napejirîne, ez şerê wî didim. Jina ku pêwîstekên şerê zayenda xwe nayine cî, niha jî li ser min hatiye barkirin.

-Di van xalan de xitimîn heye. Di cîhana jinê de estetîk, leşkertî, siyaset dê çawa be? Ji niha şûn de divê li ser van xalan kûrbûn pêk were.

-Ev der dibistaneke tekûz e. Bila devê we hemûkan vebe. Haş nebin, viyana xwe bi tûjî pêş bixînin, me serbenan da.

Serokatî ne hêzek wisa ye ku piçûk bê dîtin. Ji bo we şensekî mezin e. Rênîşandêrê viyana jinê ye, ku ew zilamê ewqas çewt, har û pîvan nas nake dide sekinandin û derî vekerê cîhana azadiyê ye.

Hun teqdîrkirinê jî nizanin. Ev jî hêrsê dide çêkirin. Heke hun gava xwe biavêjin deriyê azadiyê û bibine xwediyê gavên ku disewin, ev qezenckirina mezin bi xwe ye. Ma hun serokatiyê weke çi hizir dikin. Ji bîr nekin ku ez şervanê tolhildaneke mezin im. Ez dizanim ez çi dikim. Ez ew kes im ku dizanim çi dikim. Divê hun libatên xwe hetanî dawiyê lêkolîn bikin.

Ma hunê bi zorê min bikine zilam? Ez nikarim bibim.

Ma hunê çi bikin ji min? Lê ezê li ser te biçespînim: Wê demê hemû zilamên ku hun li bendê bûn û di xeyalên we de ne mirin. Zilam jî reben, bêcan e û ewqas ne hêzdar e. A rast di zorê de ye. Pir binakok e û di nava şerekî erjeng de ye. Divê hun bi vî xizanî tê bigihîjin. Dikare bibe ewqas. Ma ezê çi bikim?

Heke ku zilamên me hêzdar bana, jinên me hêzdar bana, di her halî de ezê ewqas lewaz nebama.

Di her halî de ez ji zilambûnê dernediketim. Tebî hunê bibêjin “baş e ku tu derketî!” Tebî ev encamê şerekî çil salî ye. Hezkirinên we encamê vî şerî ne. Ev, ji bo bibe wate ji bêriyên hemû jinan e. Ji bo bûna xweşiktiyê ye.

Erê, niha em hemû bi hev re xweşik dibin.

Xweşikî an zayendîtiya bêteşe nirxdar e? Helbet tebî; heke ku bixwaze bi jinê re jiyan bike, divê pêşî xweşik bibe. Şûna ku xwe bisipêre wê zilamtiya bêteşe, divê hêz nîşan bide ji bo jiyandina di bingehê xweşiktiya mezin de. Ez xwe wisa ranagihînim, lê hewldanên min bi vî awayî ne. Jixwe ji ber ku mirov wisa ji min hez dikin, ev ji ber wê azadiyê ye. Li pêşiya hezkirinê tirs asteng e, lê çi jin ji min natirse. Ev ji bo hezkirinê destpêkek e. Helbet ev têr nake. Girêdana xweşiktiyê bi serkeftinê re jî heye.

Jixwe xweşiktî bi xwe azadî ye.

Ev jî bi şer tê destgirtin. Şer jî bîrdoziyeke erjeng, polîtîk û rêxistinî dixwaze. Şerkirin dema ku rastîna Kurd dibe mijara gotinê, di bêhevsengiya hêza mezin de şervantiyeke nayê bawerkirin dixwaze. Şervantiyeke nayê bawerkirin û bin nakeve dixwaze. Dîalektîka xweşikbûnê ya me ev e. Her wiha riya ku diçe hezkirinê ji bûyîneke wisa derbas dibe. Ez dibêjim min vê hindek ezmûne kir. Pêşveçûn xirab nîn e. Lê eleqeya her kesî divê di vî bingehî de bilind be.

Dema ku ez dibêjim em dev ji zilamiyê berdin, zilamê ku ji egîdiyê wenda dike, ji aliyê dîtir ve bi teşeyê ku jina qezenc dike dê bilind bibe. Dema ku em dibêjin “êdî bes e ev zilamtî” tê wê wateyê ku “bilindbûna jinê divê karibe bibe ewqas!” Êdî dema ku ev hev temam bikin, dê hêza artêşê ya erjeng derkeve holê, hêza şer derkeve holê.

Van hevsengên min lêkolîn bikin. Hewl bidin da ku hun bi hemû aliyan ve hewldanên min fêm bikin. Hunê bibînin ku, cîhana jiyanê azadtir e û mirov jî wêrektir e û dikare bi ser bixîne. Mînaka min bi vê wateyê ji bo gelê Kurd û heta ji bo gelan dikare gelek tiştan bide. Şêwaza min a serokatiyê heke ku eleqeyê peyda dike, çavkaniya xwe ji vê taybetmendiya serkeftinê digire.

Madem me pir wenda kiriye, wê demê divê em pir lêkolîn bikin. Va ez navê vê me. Madem pir pirs hene, divê em bersivên wan pêş bixînin. Va ez navê vê me jî. “Canê min pir hezkirinê dixwaze.” Va ez navê vê me. Ez ew rastîna bûna puxte û gotin, şer û jiyanê me.

Hewldanên me yên jinê, şerê me yê mezin e. Divê ber bi çûyînê ve di vî bingehî de nêzîkatiyên çalak bêne hêzdarkirin. Ji niha de ev, rê vekiriye li ber hêviyên ku bilind dibin. Hêvî, her ku roj derbas dibin ber bi pêkhatinê ve rû digirin. Va, ya ku min peroşmend dike jî ev e.

Bilindbûna jinê qasî bilindbûna gelê Kurd hêja ye.

Bi misogerî ji vê tirsîn na, berevajî mirov dikare şanazê rabihîse. Divê hemû zilam jî heyrana vî tiştî bin. Lê eşkere ye ku ev ne hêsan e û gava ku tevkariya wan nebe, dê mafê wan ê heyranbûneke wisa jî nebe, jiyanê parvekirin na, dê nikaribin destê xwe jî lê bixin, dê vê bizanibin, bibine xwediyê tevkariyekê û pêdivî heye ku hewldanên xwe puxtedar bikin.

Weke ku jin dibêjin, weke ku dane pejirandin, ez ne di wê baweriyêde me ku, layiqê rajêrkirinê ne. Min tim ji vê şiphe kir. “Jinê wisa hildana dest êdî bes e!” Min li hember vê bertek raber kir û çi demê jî min nexwest ku, jinê wisa hildime dest. Niha em vê qasî zanistiyê weke bûyereke viyanî û puxtedar û heta estetîk, Yanîbi hunermendî tînin nêzîkê kirûyeke ku tê teşekirin.

Ev jî xweşik e.

Evîn pêş dikeve.

Ev, dibe ew evîn ku gelê Kurd bi şoreşa ku nû û nû dest pê dike, pê re hêviyê diafirîne. Ti kes bi xwedibîniya xwe, bi ezeziya xwe nikare vê xira bike. Jinên di nava refên me de hetanî dawiyê divê birêgez bin, bi qewîtiya Zîlanê ve girêdayî bin û meşeke saxlem esas bigirin. Bi ya min helwesta rast a ku mirov dikare bipejirîne ev e û dikare bi şer jî, jiyana xweşik a ku em dixwazin pêk bînin jî pêk bîne. Em hêjahiyeke mezin bi vê didin.

Kîjan ji me hetanî kû derê di vî bingehî de meşiyabe, bi ser xistibe, ewî ya herî rast daye çêkirin. Peroş û coşa vê ji nêzîkatiya herî bêteşe jî pîroztir e. Di vî bingehî de coş û peroşa ku ez radibihîsim, heke bibe bila di vî bingehî de nasdarbûna zayendan û parvekirina jiyana bi hev re hêja dibînim, pîrozkar dibînim.

Dê evîna me di vî bingehî de be.

 

5 Sibat 1997

 

 

Jin ji koletiya xwe, zilam ji hêza xwe azad e,

-divê her tişt stû bitewîne li hember van bazên agirî

Helbestvanê Latînamerîkayî

 

  

JÎN BI JINÊ RE NIRXDAR E

  

Di salvegera yekem a pakrewaniya Zîlanê de gelek tişt dikarin bêne gotin. Bi giştî li ser gerîla û artêşbûna jinê bandoriyên çalakiya wê ji aliyê bîrdozî, siyasî û leşkerî ve bi hêsanî dikare were eşkere kirin. Dîsa di xweseriya Dêrsimê de tiştên çêbûne dikarin werin ser zimên.

Ez di van mijaran de çêkirina nirxandineke kevneşopî zêde watedar nabînim, jixwe dema pêwîst dibe tê çêkirin, -û divê bê çêkirin jî. Li Dêrsimê; mînak ev kesayeta ku tê rexnekirin, bi xwe di nameya xwe de, “burjûvaziyê piçûk, nizanim bandoriyên kemalîzmê hun dibêjin û disekinin, ev li we nayê. Çima hun van tiştan bi israrî dijîn û didin jiyankirin” dema wiha dibêje, di bingeh de bêyî ku salek derbas bibe, bi ew wendayên ku dane rewşa xwe eşkere dikin. Ez bawer im, heke ji van rexneyan hindek encam hatiba derxistin, gerîlayiyeke ku bersiva ve mezinahiyê ye hatiba pêşankirin, Dêrsim ciyê ku dijmin herî jê ditirsiya û ti car nedikarî jê encam bigire û belkî jî ji Başûr zêdetir, dê li Bakûr biba kela berxwedanê. Lê ew kesayet, wisa ye ku di jiyana ji xwe re layiq dibîne de afirander nîn e, kûrahiyê nagire û tedbîr pêş naxîne. Di bingeh de çawa şer dike û çawa dixwaze jiyan bike zêde ne diyar e. Ji kû ve lê bê mêzandin bila bê mêzandin, teyisîn û rengdayîna qelsiya vê kesayetê ji şer re, bi qasî ku ji pêş ve nedîtina operasyonên giran ên dijmin, nederxistina hêza bersivdayîna şerekî bandordar, sedemeke herî bingehîn a wendakirinê ye û esas di kesayeta Zîlan de ji vê re bersiv hatiye dayîn.

Bi serê xwe rêxistinkirin, pîlankirin û bi serkeftî çalakiya xwe derxistina holê, diviya ku ji bo hemûkan şiyarker bibûya. Ev pêşveçûna ku kesayeteke di asta xwe de derxistiye holê, heke wan di kesayetên xwe de ava kiribana, têketina dijmin bi hêsanî ji vê qadê re û encam girtin jî gengaz nedibû. Ev tê wê wateyê ku layiqe bîranîna pakrewanan nebûne.

Ewqas keç-xort hebûn; dema hemûkan xwe bi xwe diqedandin, Yanîew e ku şaşiyên mezin kirine. Bi kêmasî xwe rêxistin nekirine. Wateyên ku dane şer û jiyanê teng bûye. Neketine şêwaza jiyanek bingehgirtina dijmin. Ji bo parastina wê jiyana xwe rêxistin nekirine û negihîştine rewşeke ku weke depoya dînamîtan di şer de xwe biteqînin.

Esas li Dêrsimê kesayeta ku divê bê nîşandan kesayeta Zîlan e.

A ku ji piyan bima û ya ku bijiya ev bû. Me ev anîbû ser zimên, me gotibû ev danîşanek rişt e. Gerîla ketiye pêvajoyeke giran, dijmin pir bikeys tê. Me got ev sembolek e, heke hun dixwazin xwe li ser lingan bigirin, divê hun xwe dijwartir bikin, heta her gerîla xwe bi kesayeta Zîlanê re bike yek, -bi yek carê na- karibe wek bombeyekî teqînê tîmî bimeşe. Ev belaya mezin a li ser Kurdistanê, rakirina vê afeta mezin, bi gihîştina vê asta kesayeta gerîla ve gengaz e.

Lê dema em li pêşveçûnên ji Bakûr ber bi Başûr dinêrin; tenik hate derbaskirin, Yanîkûr nehat hilkolan û heta li ser hindek nirxên şer ên partiyê jiyanek erzan hate girtin; afiranderî, weke kesayeta berxwedêr dernekete holê. Encam jî wendayên bêwate. Bi taybet bûyîna van di vê salê de em gelekî hêrs kirin.

Şiyarbûnî û fêmkirina we ya bûyeran qels e. Hun ne ji rastiya pakrewanan, ne jî ji êrîşên dijmin zêde fêm dikin. Berevajiyê vê hun xwe tengav dikin, bêwate dikin û di encam de jî derbe tê xwarin. Bi rastî vê çalakiyê dijmin gelekî tirsandibû û her gerîla bi hêsanî ketibû vê pêvajoyê. Biryar hebû, diviyabû ku sepandin û pêkanîn jî çêbibûya. Tiştê wergirî tê dîtin, di nav refên me de heke yekî baş kiribe yên din jî bi wê ve girêdayî, jiyankirina erzan careka dîtir bibandor dibe û wisa jî wendayên xafîlî derdikevin holê.

Kê çi dibêje bila bibêje, gengaz bû ku ev sal di gerîla de mezin bihata biserxistin. Heke wate ji kesayeta Zîlanê re bihata dayîn, li ser pêwîstiyên wê heke bi wijdan xwe dabana razandin, dê ev bihata wateya pêşveçûnên mezin. Di aliyê dîtir de jî ev wisa bû; di bûyerên bîrdozî, moral û wêrekiyê de, bi misoger xwedî wê wateyê bû ku, dikaribû her kesî mezin bike. Weke ku di banga wê de tê zanîn azweriya jiyana mezin û wêrekî pir eşkere ye. Tê destnîşankirin ku divê ev weke şensekî mezin bê dîtin. Lê mixabin gelek kesan di kesayeta xwe de ev ast negirtin. Di şer de diyarkeriya asta morala bîrdozî nehate fêm kirin, pêwîstî bi cî nehatin û wendayên bêviyanî hatin jiyankirin. Heke me bergirî û tedbîr negirtibana diviya ku ev rewş hetanî têkçûyîneke xiraptir jî çûbana.

Di Zîlanê de asoyeke ku mejî û dilê mirovên me vedike, ezeziyê dişehitîne, balkêşiyeke bandoriya bîrdozî û di asta netewî de heye. Di aliyê siyasî de jî hêzdarî çawa ye pir eşkere derxistiye holê. Ji bo armancên piçûk na, ji bo armancên mezin çawa tê jiyankirin dahênan û îspat kiriye.

Di wateya rêxistinî de jî, ji diduyan yek carê bêwatebûna xerabkariya rêxistinê aniye ser zimên û mînakek hevalbendiya nirxdar pêşan kiriye. Hetanî dawî çawaniya kesayeta birêxistinî û avaker pir balkêş derxistiye holê. Ev hemû ji partiyiyan re bi teşeyê name û bang hate pêşkeşkirin. Ez nabêjim ku qet bandora wê çênebû, lê bi giştî bisînor hatiye hiştin, ji nêzîkatiya xeta pakrewaniyê re şiyarbûnî tune bûye, di encam de weke ku dikare bibe sedema pêşveçûnên mezin, tê de seranserî hate jiyankirin. Bêguman me her dem li hember pakrewaniyan bergiriyan sitandiye û wateya wan nedaye wendakirin. Li ser bingehê vê pakrewaniyê me nirxekî mezin da hemû pakrewaniyan. Me ponijandineke dijwar bingeh girt. Şerê me yê nav rêxistinê jî gelek bû û pir tûj bû. Bi qasî ku fersendê nede ti têkçûnan me wate dabû xwe. Her kes çûba jî, mê bi mayîna xwe rê nedaba ti têkçûnan -û îro jî ev hatiye pêkanîn.

Pir vekirî ye ku bi operasyonên mezin ên dîrokî ku dijmin ji Bakûr ve dest pê kiriye dixwaze li Başûr temam bike. Ev êrîşeke pir mezin bû. Belkî jî ji operasyonên herî mezin a şerê rizgariya Tirkan û heta ya dused salên dawî ya Osmaniyan bû. Bi taybetî di Kurdistanê de sefera herî wergir a dused salên dawiyê bû.

Di dîrokê de seferên wiha Îskender’an, Roma’yiyan, Pers’an, artêşên Îslamê yan jî Cengiz Xan û artêşên Tîmûr pêk anîn. Em van li aliyê dî bihêlin, di van dused salên dawiyê de, di nav seferên Kurdistanê de operasyonên îsal ên herî mezin bûn. Li Dêrsimê destpêkirin jî, li gor min watedar e. Ji ber ku di pakrewaniya Zîlanê de serkaniya giştî hatibû hejandin û ji bo tola xwe werbigirin pir erjeng bi ser wir ve çûn. Di nav lîteratûra leşkeriya Tirkan de wateyên wisa hene; seferên tolhildanê yan jî yên tunekirinê pêk tînin. Ji bo vê tolê ji hemû partiyê bistînin hetanî Başûr seferek wisa wêrankirinê pêk anîn.

Ez vekirî bibêjim, dema ez li pratîka we hemûkan dinêrim, bergiriyên we bi qasî têperandina vê bes nîn in. Gerîlayên me yên Dêrsimê nekarî bersiv bide. Hetanî Başûr hemû qadên me ji bo salê li hember derketineke bandordar pîlan nekirin û pêk neanîn. Di Başûr de jî, esas heke sekna me ya şer li vir nebûya, belkî hetanî dawiyê rêveberiyeke ji têkçûnê re vekiri dihate jiyankirin.

Lê bi asta me ya biryarî û amadekarî, di hemû qadan de paşveçûnek hebe jî, di encam de li me disekine. Her wiha operasyon hatin sekinandin. Ji sekinandinê wêdetir xiste rewşeke giran a sefera dawiyê. Di heman demê de ji bo hevkaran jî vegeriya seferek dawî ya xiyanetê. Ev jî raderbirîneke şêwaza me ya şer e. Dixwazin bijîn, dixwazin bimirin, dixwazin wenda bikin, dixwazin bi ser bixin. Hun çi dibin bibin, di rastîna serokatiyê de gotin girîng e û girêdana bi gotinê ve heye. Ev jî wek hun dibêjin na, bi amadekariyên pratîkî yên rojane û demî xwe îspatkirinê dibe. Pir vekirî derketiye holê ku, ev operasyon di wateyekê de “têkçûna me ye.” Di aliyê jîrekatî û zihniyetê de, di aliyê bihêzbûna asta bîrdozî, siyasî û rêxistinî de jî, serhildan û serkeftinek nehatiye bidestxistin.

Ger hun hindek dîtir nirxandinan zêde bikin hunê bibînin ku, heke ji we re bimîne, çiqas hun şer bikin jî, dê ciyekî têkçûyî misoger bibe. Niha pêwendiya vê bi girêdayîna kesayeta Zîlanê re çi ye? Heke ji kesayeta ev çalakî pêk anî wate bê derxistin, salek li gor wê bi dijwarî bê nirxandin, dê têkçûn çênebe. Çî bû ew? Dema bi dijwarî wek bombe teqand, dê ew di ramanê de dijwartir kiriba. Di polîtîkayê de, di rêxistinê de, di ponijîna leşkerî de dijwariyê nîşan bidî ku tu têk neçî.

Zîlan; îşaret, sembol, bang û rastîna vê bû.

Ya hunê xwe bigihînin kesayeteke wisa şervan, yan jî hunê têk biçin.

Çalakiya pêkhatî bi qasî Dêrsimê, ji bo tevahiya welêt û gel e. “Ya hunê xwe wisa di her wateyê de wek bombeyan biteqînin, yan jî têkçûn misoger e.” Ev gelekî girîng û xwedî wateyeke mezin e. Min got, min ji para xwe hindek encam derxistin û pir zehmet be jî, emê hewlê bidin ji bo bersivên pêwîst dikin. Wisa bi girî, bi nalîn û bi leyiztina derfetan ve na, bêkêm kirina kûrahiya şêwaza me, piraliyê û afiranderiyê; bi qasî destkeftên berhemdar, emê serkeftinên nû jî li serê zêde bikin û bersivê bidin. Ji bo me êdî ev fermaneke misoger e. Meşa serkeftinê dê hetanî serkeftinê bê domandin.

Dema em salekê dinirxînin, ji para xwe re me nebesiyek rişt nîşan neda û em nebûn sedema binkeftinên tirsnak. Ji bo serkeftinê hema her tişt heye. Va ye ev dibe bersivdayîna rast. Ma hun jî dikarin bigihîjin hêza bersivdayîneke wisa? Ev, êdî egîdiya we ya xwelêpirsîn kirin, li gor vê xwe afirandin û nişandana hêzê ye. Hun kî ne û ne kî ne, hun dikarin çiqas bikin û nekin, dê wê demê derbikeve holê. Ez wisa difikirim ku Serokayetî, tiştê li para wî diket kir. Bêguman divê hemû partiyiyan ev kiribana. Ji ber ku bang ji wan re bû, ji gel re jî heta ji mirovahiyê re jî bang hebûn. Hindek bersiv dikaribû bên dayîn, ji vê bi şûn ve jî dikarin bibin bersiv. Heke we sala yekê nekiribe, hun dikarin di sala duyem de bikin. Heke hêza we ya girêdanê heye, ji bo tevahî temenê xwe dikarin bergiriyên vê bigirin. Weke ku min got, heke hun dikarin ji hemû pakrewaniyan encam derbixînin, rêka vê ji bo we hemûkan hetanî dawiyê vekirî ye. Ez bawer im hun sersarî nakin, wisa bi xafîlî, bi jibîrkirinê û bi sarîtiyê hun nikarin seranser nêzîk bibin. Misoger divê hun xwe zêde biwestînin û bibin bersiv. Heke hun bersiv nedin, dê rûyê we spî nebe û hunê jiyanê jî bi ser nexin, ev yek jî vekirî ye.

Kesên ku pakrewanên xwe ji bîr bikin, wateya pêwîst nedin wan û bi gotinan di ser re derbas bibin, zêde naedilin. Mezinahî, bi watedayîna ji pakrewanan re girêdayî ye. Watedayîn, ne nîşandayîna pêwendiya ji miriyan re ye; watedayîn, bi jiyanîkirina wan gengaz e.

Li ser vê pakrewaniyê bi xweser hindek aliyên ku ez dixwazim bidim hizirandin û bidim pêhesîn hene. Di hevokên dawiya nameyê de xwesteka jiyana mezin, girêdana jiyana mezin, bi çalakiya mezin re gelekî balkêş e. Dîsa nêzîkatiya ji teşegirtina jina azad re jî pir balkêş e.

Misoger lêgerîna jiyana nû ye.

Erjeng xwesteka azadiyê ye.

Berteka jiyana pergala heyî ye. Jixwe heke bi qasî serê derziyê jî nirx bide wê jiyanê, wêrekî nedikir vê çalakiyê pêk bîne. Ev çalakiya wê di heman demê de derbeyeke erjeng e li ser jiyana derbasdar. Ji têkiliya klasîk a di navbera jin-zilam de derbe ye. Di nav pergalê de ji hemû jin-zilam, zewac, zayendî, hezkirin û hemû hestan re derbe ye. Ew jiyana piçûk –bi xwe jî ezmûneyeke zewacê derbas kiriye- her hal ji wê re weke tunebûnekê dihat. Heta ji wê re teng tê. Her wiha li ser çalakiyê jî bibandor dibe. Li ba vê lêgerîna jiyana mezin jî eşkere ye. Ji ber vê jiyana xweş, jiyana bi şer re girêdayî, jiyana bi çalakiyê ve girêdayî gelekî balkêş e. Li ser vê tenê bi nirxandinên siyasî karê ronahîkirinê em nikarin bi ser bixin. Ev hindek jî dibe mijara wêjeyê. Bi sazkirina roman ez bawer im dê baştir bê ser zimên.

Bi şertê ku ev sembolek be û wateya hemû pakrewaniyan di nava xwe de hilbigire. Bi taybet ev di pakrewaniyên sala dawiyê ya jinan de pir eşkere ye. Divê pakrewaniyên bi sedema qelsiyan pêk hatibin, divê pakrewaniyên bi wêrekiya berteka dijwar a ji jiyana kevin re neradestbûyînê û pakrewaniyên bi teşeyê bombeyan xwe teqandinê di bingeh de lêgerîna jiyanê ye. Ji hindek tiştan re nirx nayê dayîn, an jî wisa ji jiyanên erzan, armancên piçûk re, di van pakrewaniyan de qet cî nîn e. Lê li aliyê dîtir, di heman demê de, bi asta evînê lêgerîna jiyanê heye. Em ji vê re jiyana mezin, jiyana pîroz dibêjin. Dema jiyana piçûk bi erdê re dikin yek, pir erjeng jiyana mezin tê pîrozandin.

Tuyê mezin jiyan bikî.

Jiyana mezin çi ye? Hestên mezin, ramanên mezin, çalakiyên mezin...

Di xweseriya jinê de, bi taybet jî tiştê ku ez dixwazim kûr bikim, di vê xalê de girîng e. Bersiva herî baş a ku ez ji kesayeta Zîlanê re bidim; carekê jiyanên bi naveroka piçûkiyan bi erdê re kirina yek e.

Ma min ev kir? Ez bawer dikim ku min kir. Weke ku min di sala dawiyê de bala we kişand, ez li pêwîstiya tunekirina jiyana bi armancên piçûk sekiniyam û bi rêjeyek mezin jî, min ev têperand. Bi vê wateyê, bersivdayîna bîranînan bi vî teşeyî çêbûye.

Me hemû hesten piçûk kuştin.

Bi kesayetan ve girêdanên erzan, hemû hezkirinên bi çalakiyan ve pal nadin û girêdanan, me bi erdê re kirine yek. Me ev bi zanebûn kir. Min piçûkand, qedal lê anî û weke dînitî min kir.

Me tiştek dîtir jî kir, me karê mezinbûnê pêş xist, çalakî mezinkirin, jiyan mezinkirin.

Ji vê bangê re di kesayeta xwe de, min hindek wisa da; mezinahiyên di nêzîkatiya jinê de, di mezinkirina hestan de û mezinkirina hezkirinan de jî, min gelek pêşketin çêkirin. Bêtir bi wêrekî bûn, -bêguman dema me ev çêdikir her dem li gor nakokiyê kê bû; yanî bênaverok, ê ku dibe rizandinê û wendakirinê; ji çalakiya mezin re na, dibe bêçalakiyê; hemû tiştên xirab dikin çi bin, ew hemû me bi aliyêkî ve dahf da, tiştê li paş wan man an jî yê beramberî wan me pîrozand, nakokiyek wisa me bi çespandina vaca diyalektîkê bi kar anî.

Encam jî, bû pêkanîna pêşveçûnên girîng. Ev, di bingeh de ya herî zehmet bû û kirina pêwîst bû. Ki kesayeta Zîlanê de bi taybet heke wisa bê nirxandin, xwestekek wisa heye, -lê bi xwe nikare vê bi ser bixe. Ji ber hêza wê nîn e. Hêza wê encax bi qasî bûna sembolekê heye. Ez vê piçûk nabînim. Li gor min ev taybetmendiyeke xwedayî ye, lê dîsa jî lewaziyan di nava xwe de hildigire. Heke di jiyanê de pêk bîne, dê bibe bombeyeke ku çalakî û rêxistina wî timî bike. Vê fêm dike, vê dixwaze jî, nirxandin û daxwaza dawiyê jî ev e. Dixwaze wisa be û ji bo ku vî şensî girtiye weke ku bireve diçe.

Ber bi mirinê ve na, ber bi jiyanê ve.

Di vê derê de bêzanebûnî nîn e, ewlehiyek heye. Di destpêkê de rastiya serokatî, ji PKK re him rexneya wê heye, him jî ewleyî heye. Ji bo ên li paş dimînin dê pêdîviyan bi cî bînin, vê wêrekiyê nîşan dide. Bêguman her roj xwe bi hêzeke mezin tevlîkirina jiyanê wisa karekî hêsan nîn e.

Bihizirin, ez evqas tengav dibim, baş e hun dê çawa bikin? Wisa çalakger, wisa rêxistinî, wisa bûna sembolek giranbiha û her dem jiyanîkirina wê dê kî û çawa pêk bîne? Giraniya pirsgirêkê di vê derê de ye. Bi xwe jî jixwe vê tîne ser zimên. Dibêje min ev şens girt, ji bo ve biwêrekî ber bi çalakiyê ve dimeşe. Di wê zanebûnê de ye ku, dizane tiştê zehmet dawîanîn e. Niha me xwest em dawiya vê bînin û timî bikin. Tiştê herî zehmet dîsa me ji bo xwe wek peywir nîşan da.

Bêguman ev ne ya yekemîn bû. Berê wê jî hebûn. Pakrewaniyên jinê yên mezin jî hebûn, lê ev sertar bû.

Dema ku em li rastiya Kurdistanê dinêrin, pêwendiya di navbera jiyana jinê û çalakiyê de zexim nehatiye avakirin. Heta rastînek civakî ye; jin zêde nehatiye jiyanîkirin.

Va ye, di Kurdistanê de gava herî bi wêrekî bi vê çalakiyê tê avêtin. Xweseriya hilketina me ya vî karî di virê de ye. Weke ku ji bo Kurdistanê ye, di bingeh de xwedî wateyeke gerdûnî ye. Jixwe çalakiyê bala cîhanê kişand. Bi qasî ku bal kişand, arteşbûna jinê ya di salên dawiyê de jî bal kişand. Kesek nema ku ev pirs nekir, ev karekî çawa ye. Jixwe di şênberiya welate me bi xwe de, bi serê xwe bûyerek nû ye. Rewşeke wisa ye ku giyan û mejiyê me hemûkan ranake.

Di têkiliyên jin-zilaman de ketin di astekî erjeng de ye. Di hemû taybetmendiyên jiyanê yên pergalê de qedan heye. Têkiliyên jin- zilam fetisandineke tirsnak e. Dixwazî malbat, zilam-jin yan jî jin-mêr an jî bav-dê yan jî destgirtî-nîşanî nizanim hezkirin, evîn; ev hemû têgîn weke tegînên ketina erjeng û weke saziyan hatine pêşxistin. Yanî çalakgeriya wê bi tevahî çalakgeriya rûxandina vê ketinê ye. Baş e li şûna vê tiştên ku pêwîst e bêne pîrozandin, têgîn û sazî dê çawa daxînin holê? Va ye, ev ne karê her egîdî ye.

Bi israr min xwest, ez bînim ser zimên:

Hezkirin mezin, dişibe şerê mezin.

Kesê ku nikaribe şerekî mezin rêkûpêk bike, ne gengaz e ku hezkirina wî pêş bikeve. Her wiha, me şer çiqas pêş xist, dema me xwest em aliyê hezkirinê jî li ser zêde bikin, ev pir balkêş derkete holê.

Sedema herî girîng a nepêşveçûna şer jî; tunebûna kesayeta hezkirinê ye.

Kesayetên nebes û bêçare, pir erjeng rengê xwe didin şer. Bêteşe ne û çiqas şer bikin jî dibin têkbirinê. Me têkiliya şerkariya Kurd û bêhezkirina Kurd saz kir. Û me dît ku, hest nîn in, hestên pîroz qet nîn in. Her tişt nebes, her tişt paşverû, her tişt dibe dijmin.

Di xala gotina “ji te hez dikim” de bi çargavî ber bi dijmin tê revandin. Bi rêva ji rêxistinê û bi reva ji çalakiyê ji dijmin re dibin zemîn. Her têkilî weke sedema wendakirinekê tê fêmkirin. Serberjêrkirina vê -jixwe serberjêr bûye- û ji vê ve silimdanîna ber pîroziyê pirsgirêka herî zehmet e. Çareserkirina şer jî bi vê ve girêdayî bû. Kesayetên wê şer pêş naxin. Derfetên şer ên heyîne jî, nakin artêşbûn. Heta her kesê ku dibêjin “ez im”, mebestên wan çî dibe bila bibe, şer û partiyê bi erdê re dikin yek. Em dinêrin ji heman kesayetê re, heman nasnameyê re, yê ku herî xwe şerker dihesibîne, jiyana wî, şêwaza wî û di pêwendiya bi jinê re de jî ev raderbirîna xwe dibîne. Ezez e, teng e û zêde hestên wî nîn in. Zayenda bêteşe zêde derbas nekiriye, hezkirin beralî nekiriye û vê di şênberiya jinê de pir vekirî derdixe holê. Me bi carekê ve dît ku, ev zêde ti alîkariyê nade şer.

Pîrozandina hezkirinê, herî kêm bi qasî pêşxistina şer karekî zehmete, me ev yek baş fêm kir û derxiste holê. Lê, hê di vê wateyê de hun nexweş in.

Nexweşê hezkirinê” yan jî “nexweşê pêmeniya ji hezkirinê.”

Di bin navê hezkirin û hestan de hun hindek tiştan tevlîhev dikin, ji wan beşekî mezin jî, ji piçûkbûnê wêdetir xwedî ti wateyê nîn e. Ji zû ve naveroka wê hatiye valakirin, hestên jin-mêr, têkiliyên zilam-jin. Rêz nîn e, zîndîbûn nîn e, ziwaker, qedandiner û şêwaz yan jî felsefeya jiyaneke jahrkirî. Va ye, me li hember van hemûkan li ber xwe da. Her wiha karekî herî girîng ku min ji xwe de dest pê kir û saz kir jî; ravekirina vê, ronîkirina vê û dana pejirandin ku ev ne çarenûs e bû.

Ji nîjada xwe re, ji zayenda xwe re çima hun wisa nexweş û ziwaker nêzîk dibin? Tu li hestyariya jinê dinêrî, ketiye rewşekê ku nikare nefes bigire. Heke ev wisa ye qet nayê jiyandin. Em li zilam dinêrin, bi têkiliyek serdestiya erzan her tiştî bi erdê re dike yek. Ti egîdî nîn e. Ji ber dexesiyek erzan û nepejirandinekê hun kesayeta xwe dixwin û diqedînin.

Evîneke wisa nabe, hest nabe, ev di lêgerîna têkiliyê de jî biwate nabe. Şûna ku wisa be, jiyanê sekinandin baştir e. Weke bombeyeke hun xwe biteqînin nirxdartir e. Jixwe wateya bangawaziyê jî ev e. Heke hun nikarin bikin, hunê xwe bombe bikin. Ez nabêjim kesayeta Zîlan bi tevahî ev e, lê taybetiyeke bangawaziya wê jî di virê de, ji we re ye. Çima hun wisa dijîn, çima hun wisa bêgiyan in, çima hun wisa bêrêxistin in, çima hun wisa xerabkar in? Bêguman a rast, a bêtir mirov qîma xwe pê bîne, pêkanîna jiyana mezin e. Ev karekî hunerî ye. Min xwe danî holê; di asta hezkirinê de, bi kesayeta min a şer ve girêdayî encax ez evqas bûm. Netewî, heta di wergiriya gerdûnî de çareserkirina xwe...

Bi rêgeza divê mirov li hember jinekê çawa be, bi şêwaza nêzîkbûn û di her wergiriyê de, -afiranderî dê çawa bibe?

Me bihiş lê pirsiya û hindek kesayet ku bêne pejirandin afirand. Gelek nêzîkatiyên kevneşopî hatin tunekirin. Hemû tiştên eyb, nêzîkatiyên xerabkar, dûrbûnên ji raman û nirxên bingehîn, ji welatparêziyê, ji ramyariyê û dûrbûnên ji rêxistinê hatin tunekirin. Berevajiyê wê derkete holê ku, mirov dikare vê têkiliyê veguherîne têkiliyeke ku hêz dide. Dîsa bûna mijara milk na, derketê holê ku bi parvekirina nirxên erjeng, mirov dikare jiyaneke giranbiha pêş bixe. Di aliyê min de bi jinekê re, di vê wateyê de, meş qet pirsgirêk nîn e. Niha, ev rewşeke cewaz û bingehîn e ku hê gelek kes ji we negihîştine hêza fêmkirinê.

Peyman, evîn, zewac hemû di nav vê têgînê de veşartî ne.

Ji bo min bi her jinekê re, di her cî û demê de bi vê teşeyê mirov dikare li hev were, bimeşe û şer bike. Çareseriyek heye, çareseriyek netewî, heta çareseriyek gerdunî. Di bingeh de ev rewşek e ku, di asteke pêş de hatiye girtin. Belkî ez dikim takekesbûnî, ji bo min zêde kirina takekesbûnî jixwe tirsnak e, zêde guncav nabe, giştîkirin, kûrkirin bêtir girîng e. Ez bawer im ku min ev bi serkeftî da meşandin. Wisa mezaxkirin na, zanîna berhemdariyê girîngtir e.

Ger bal bê dayîn, di ev sala dawiyê de berhemdariyeke erjeng heye. Di têkiliyê de, mezinkirina bi kûranî û bi berfirehî berhem e. Di şêwaza min de kûrahî çêbû. Her kesê ku bi min re têkildar dibe yan jî dikeve qada min, bi şertê min, ê ku bi min re dimeşe, dostekî jirêzê ye bi min re eleqedar dibe jî misoger berhemdar dibe. Lê heke bal bê dayîn, di şêwaza têkiliyên we gelekan de mezaxî heye. Jixwe têkiliyeke herî piçûk jî bi gotineke “min qedand” bi dawî dibe. Ev, bi qasî ku ji min re watedar nayê, kirêt û metirsîdar e.

Çima têkilî evqas mezaxî ne? Mezêxerî tenê di aliyê zayendî de na, di têgîn de mezêxerî, di hest de mezêxerî, di çalakiyê de, di rêxistinê de mezêxerî. Têkiliyeke piçûk nava rêxistinê vala dike. Rêxistin çû, siyaset qediya. Li ser kîjan yomê; evîneke wî ya piçûk hebû ye. Va ye, ev bêrêziyeke mezin e, -dê berevajiyê wê çêbûba. Dixwazî takekesî, dixwazî di wateya giştî de dema tu pîroziyekê bijî, tuyê ber bi berhemdariyê ve birevî. Di aliyê têkiliya jin-zilam de pêşveçûn hene. Di siyasetê de bandoriya wê balkêş e, bandora artêşbûnê balkêş e û rêxistinbûnê erjeng bibandor dike.

Ez niha hindek qadan hildidim dest: Em ji Dêrsimê bigrin hetanî Moskovayê, em ji zîndanan bigrin hetanî sertarên çiyayan, di têkiliyan de mezêxerî nehatiye têperandin. Destûr dixwazin, ka dê partî çi bibêje? Niha, destûra vê jî ewqas girîng nîn e, di têkiliyê de heke tu di qedanê de yî dixwaze bila deh mele werin mara we çêbikin û we rewa bikin, ev ti tiştekî raderbirîn nake. Ji ber ku têkiliya te mezêxer e û tu hêjahiya wê jî nîn e. Di vê derê de mandel û înkara pîroziyê û evînê heye, emê çiyê vî tiştî bipejirînin?

Evîn heke wateya xwe bibîne di kesayet û çalakiya we gelekan de; wisa destûra zagonî naxwaze, wisa ji nêzîkatiyên şermî û rizî re jî destûr nade.

Di wateya rast de evîn wêrek e, evîn bizanabûn e, evîn balkêş e, evîn lêxistinkar e, evîn encamgir e.

Her wiha di nasname û kesayeta me ya jinê de ev derkete holê. Bi aliyên wê yên girîng eşkere bû ku, lêxistinkar e, tûj e, xweşik e, balkêş e û ne eybar e. Di serokatiyê de ev hindek pêk hat.

Divê mirov pîroziyekê ava bike. Nepeniya veguherîna kesayeta Kurd, di veguherîna zayendîtiya wî de ye. Jixwe jin hatiye fetisandin, di zayendîtiyê de zêde îdîaya wê nîn e, encax xwe bazar dike, lê xwe qedandina zilam naye bexşandin.

Min da diyarkirin ku, di rastiya serokatiye de pêşveçûneke herî girîng pêk hatiye jî ev e. Nêzîkatiya klasîk bi qasî ku hefsar li ajoya zayend û zayendîtiyê da, hêza pîrozandinê û gihîştandina siyasetê jî raber kir. Ev pêşveçûneke girîng e. Ka dibêjin ya, “têkbirina çarenûsa makus”, di me de jî ev hindek wisa ye. Bêtaloxiyê têperandin bi veguherîna kesayeteke wisa ve gengaz e. Lê ev karekî gelek zehmet e. Çawa ku, têkilî we di her qadê de diqedîne, şêwaza me jî pir erjeng me dibe berhemdariyê.

Xwedî wateya banga rêxistineke erjeng, siyaseteke erjeng, balkêşiyeke erjeng, mezinahiyeke erjeng û çalakiyeke erjeng e. Ma gengaz e, jineke ku têkiliyek xwe yê herî piçûk bi min re hebe, min bibe qedandinê? A herî ketûber çalakiya Zîlan, wekî din jî hema hemû kesayetên fedaî bûn. Ew derket holê û ev bû rastiyek. Bihizirin, hun hemû dikarin bi dirûstî nêz bibin. Bi kesayetên wisa cîhan tê fetihkirin. Lê mirov gumanbar dibe, yanî weke dixwazin heke hun serbest bên berdan -jixwe asta têgihîştina we lewaz e, serdestiya we ji we re lewaz e, kesayetên we kesayetên têkçûnê ne, her wiha hunê hev bînin çi rewşê ne diyar e.

Zilam bi tevahî di bin bandoriya kevneşopiyên giran de ye, “divê jina min hebe, divê milkê min hebe.” Va ye, têgihîştina wî ji namûsê ev e. Çand, nasname û kesayeta wî ji vê zêdetir dest nade. Di min de ev yek nîn e. Em ji dayika min bigirin hetanî hemû jinan, dema nêzîkatiyeke wisa hebe, ezê bi erdê re bikim yek. Dema xwe wek mal pêşkeş bike, ew xelas dibe. Di wê derê de red, di wê derê de bi erdê re kirina yek heye.

Ger bal bê dayîn, ev di her jinê de ber bi siyasîbûnê, xwe xweşikkirinê û ber bi çalakgerî û rêxistinkirinê ve dibe. Têkiliyeke hindik bi kesayeta serokatiyê re; di raman û giyanê de bi destxistina nasnameyeke wisa ve gengaz e, weke dîtirê ev serokatî ji ti tiştî re destûr nade. Kesayeta ava bûye û bisazî bûye ev e û vê yekê jî tenê ji bo têrkirina xwe nake. Weke derwîşekî, şerê nefsê jî dide. Vê mîna çalakiyeke mezin dide meşandin. Dînamîk e! Tenê xwe bi terbiye kirinê na, şer e, şerekî xweş e, şerekî xwedî encam e. Bihizirin, we wisa xwe mezin nekir, li ser bingehekî rast we hezkirin û dildariya kesî birêxistin nekir. Ez vala nabêjim ku, ez ji we hemûkan ditirsim. Çiqas mînak hene hemû jî rêxistinê hereşe dikin, dev ji şer berdidin. Yek jî hun xwe bi hêsan diqedînin. Ev ne evîn, felaket e, nexweşî ye. Ev ji ber bêhêzî wisa ye. Ez nabêjim hun wisa bizanebûn dikin, kesayeta we wisa hatiye sazkirin, nikare afirandêriyê nişan bide. Em vê yekê weke çarenûsê nikarin hildin dest, emê çareseriyekê bibînin.

Va ye, me got çareserî Zîlan e.

Xwesteka çalakiya mezin, jiyana mezin, evîna mezin...

Heke ev destpêkek be, heke em karibin bi ser bixin, di rasteqîna civaka me de hemû jinên me û hemû zilamên me, emê li ser vê bingehê ji nû ve ava bikin, biteşe bikin. Jixwe encax azadbûna netewan jî wisa dibe. Di dîroka her gelî de wisa nirxên veguherîner hene. Va ye, me xwest em vê hindek bi pîvana hêza xwe pêk bînin. Ev hewldanek e, serkeftinek e û çûna bisazikirina civakê nîn e. Tevahî tiştên ez dikim, bi qasî rûxandina hindek tiştan, pêşîvekirina hindek pêşveçûnên nirxên jiyanî û hindek tiştên erênî ye. Ez bawer im me di van mijaran de zêde kêmanî nekirin û ya herî girîng jî, ji bo hemû kesî me hetanî dawiyê pêşiya hindek pêşveçûnan vekir. Lê nefêmkirina we me hêrsdar dike. Hindek li ser vê tenê avahiyan ava dikin. Ezeziyên xwe bêtir zirav dikin, bêguman hesabên şaş dikin. Misoger divê hun ji van dûr sekinandinê bizanibin, berevajiyê vê hunê bikevin rewşên xirab. Va ye di vê xalê de bi qasî şer di kesayetê de egîdiye dixwaz e; pêşiya vê vekirî ye, em negirin; ev ne pêşveçûnek e ku mirov bi leziyê û bi serdestiyê karibe bi dest bixîne. Hindek kes di van salan de xwe li ser esasê karbidestiyê, gotin, ‘ê bihêz kî be jin li wi re yan jî azweriyên wî bi cî tê’; misoger ev çewt e û têperandina vê yekê pir girîng e.

Mijareke dîtir a ku min gotî jî ew bû; “di serdemên ez ne bihêz bûm de, ez di wê baweriyê de bûm ku, evîn bêtir watedar dibe.” Di serdemên bihêziya min de evîn û jin ji bo min zêde nebûn pêşxistîner.

Çima?

Ji ber ku her kes direve hêzê. Ji bo hêzbûnê tê, ji bo dayîna hêzê na. Lewaz tê, ji bo têperandina xerabiyên xwe dixwaze ji min hindek tiştan bigire. Zilam-jin hema hemû kes wisa ne. Ev jî ji bo min tê wateya zehmetiyeke erjeng. Min xwe wêran kir. Erê, her kes ji bo dayînê na, ji bo girtinê tê. Dibêjin; “ji min re jî kemêk hezkirin, kêmek hêz, kêmek xweşikî û kêmek serkeftin.” Heke bal bê dayîn, pêşveçûneke girîng a salên dawiyê yek jê jî ev e. Pir kêmek ji we dikarin bibêjin: “Ez jî hatim hindek tiştan bidim, hêza min jî heye, ez jî ciwaniya xwe, hewldanên xwe li ser vê bingehê dikarim pêşkeşî serkeftinê bikim.” Pir kêm derketin holê, bi gotinan gotibin jî, pratîk vê nayine. Êdî ez jî xwe ji bêçariyê didim pêş. Serokatî xwe bi tevahî dide gelê xwe, -xwe dihelîne û dide. Ramana xwe dide, hesten xwe dide, xwe diqedîne dide û di encam de dibe rêberê gel û rêberê jinan.

Ez hêza xwe ji kû digirim?

Di van mijaran de ez gelekî hosta me. Hema ez dikarim derfet bidim her kesî. Heke hun jî dixwazin giştîbûn bibin, hun dixwazin bibin kesayeteke dev jê nayê berdan, hunê xwe bidin. Ji azweriya takekesî, serdestiya takekesî, di wateya fêmkirina we de jiyan û ji tiştên manend ti şop namîne, tenê hesten pîroz bûne dimînin. Hema di her nêzîkatiya têkiliyê de bûyereke mezinbûnê dimîne, ev jî gelekî nirxdar e. Di civakê de kesayeta ketî bi erdê re dibe yek. Kesayeta giştiyane, di kesayeta rûxandina van ketîbûnan de, dibe kesayeteke mezinahiya awarte.

Hemû jinên werin dê bibin mîna firîşteyan, zilam hemû dê bibin weke dilêran û ev dê mezinahiya PKK’ê raderbirîn bike.

Ger bal bê dayîn, hindek bi ser vê xalê de hatin çêdibe. Her jina tê di vê astê de kesayeta Zîlan bîne ber çavan; weke xwedawendekê, weke firîşteyekê, weke dilêreke şer e. Zilam jî ne gengaz e ku wisa bi pîvanên klasîk li hember min bisekine. Zilamên wisa ji fedîkirinê dê bikevin bin erdê. Ne zilamtî, -dê hema fêm bikin ku tiştekî wan ê pê zilamtiyê bikin nîn e. Ev jî dê were wateya eşkerebûna zilamê nû. Va ye, serokayetî vê hindek pêk tîne û kûr dike.

Ev jî tiştekî xweşik e.

Li gor min kesayeta serokatiyê xweşik pêş dikeve. Erjeng karekî rûxandinê, heke bê rûxandin pêşîvekirina pîroziyê ye, -ger bal bê dayîn pêşiya vê jî vekirî ye. Egîdiyên erjeng pêş dikevin. Em ne di wê xemê de ne ku, xwe bi kesî bidin qebûlkirin, ên xwedî dewlet in jî pêdiviya wan bi me hene. Dê di me de xweşikiyekê bibînin. Amerîkayiyên xwedî împaratoriya herî mezin jî, li beramberî me xwedî kompleks in, -bi kêmanî wisa ji hêzên xwe yên bêteşe zêdetir tiştekî wan nîn e. Ti nirxên wan ên moralî û ti nirxên wan ên siyasî jî nîn in. Ew bi hêzên xwe yên bêteşe hatine hiştin ku di vê wateyê de jî têk çûne. Dixwazin bila tune bikin, dixwazin bila atomê biteqînin, -ev dê deremirovahiya wan nîşan bide.

Tê wê wateyê ku mirov dikarin xwe biafirînin. Belkî we hê fêm nekiribe, ji we re mîna xeyalan tê, lê heke hun li beramberî xwe jin dixwazin, -kesayeteke wisa ava bikin, hemû jin dikarin bi nirxên hezkirinê yên herî pîroz werin ba we. Jinek, heke xwe wisa biteşe bike, dikare hemû zilaman li dûv xwe bide kişandin, dikare wan bide şerkirin jî. Ez nabêjim dê tenê ji aliyê zayendî ve bide kişandin, ew aliyekî kar ê erzan e, dikare wan bike zilam, dikare ji wan re fermandariyê bike. Bûyera serokatiyê hindekî lêgerîn bikin, ev tişt hemû kêm-zêde eşkere bûne. Ji ber wê, ‘ez di vê de jiyanê nabînim...’ temam, di wateya tu fêm dikî de tuyê jiyanê nebînî. Di şêwaza dî de jiyan heye, va hun hindek asta min werbigirin. Hun jin dixwazin an jî zilam -li gor layiq be? Va ye pîvanên wê hene.

Qet şerm nîn e, ji bo min her jin nirxdar e û ez weke dixwazim dijîm. Min wisa xwest, min çav berda, tu xapandî, min li ser te xwe çespand, li ser te serdestî kir, li gor zagonan min tu girtî, li gor pakrewanamê min tu wisa kirî... Ji van peyvên wisa re qet cî nîn e, jixwe hindekî evîn ev e. Pergal jî her van tomarkirinan tîne. Pergala serdest, pergala çewisander, mêtînger, pergal, tomar dike. ‘Tu ji wî re ewqas bê girêdan, peywira te wisabûyîn e, tu wisa serî bitewînî’ -hetanî sincê pîvanan datîne. Ma ev rast e? Na! Ev di me de hetanî wendakirina her tiştî jî dibe. Tiştê ku hemû keç dikin, bi zilamekî qels re ku nikare qetek nan bîne malê, pir lewaz xwe pê ve girêdan e. Min ev di zarokatiya xwe de dît û min got şerm e girêdaneke wisa. Û min got ti carî ne ez dibim zilamek wisa, ne jî ez jineke wisa bi xwe ve girê didim û dixwazim.

Encam jî çîroka hatina heta roja îro ye. Û we tenezûl kir. Ji ber ku we tenezûl kir, îro kesayeta we nikare dilêriya mezin pêş bixe, hun nikarin bibin fermandarekî mezin ê şer. Kesayeta we zêde nayê hezkirin, ez eşkere bibêjim. Yanî ma ez dibêjim bila hun neyên hezkirin, na ji bo hun bên hezkirin ez her tiştî dikim. Lê ji ber hun di kesayeta xwe de şênber nakin, hun bi carekê ve dikevin, mirov ji we nebawer e. Em kîjan emanetê pîroz bidin ser milên we, hun lê xiyanetê dikin. Hun soz didin, pêwîstiyên wê bi cî nayinin. Em we dikin rayedar, hun bi erdê re dikin yek. Em jin didin we, hun diqedînin. Em ciwanên herî dilêrane didin we, hun wan jî diqedînin.

Bêguman tu jî ji hezkirinê re na, rewşeke te yê layiqê bi erdê kirina yek heye. Bi wê wateyê ku kesayeta evîndar wisa kesayeteke ketûber nîn e. Dê wate bide welatê xwe, mirovahiyê, serkeftinê û dê xweşik, balkêş û encamgir be. Niha bi kêmanî em nikarin wisa baweriyê bi zilam û jineke ku nikare du peyvan bîne ba hev, dê çi felaketê bi serê çi de bîne ne diyar e, bêpîvan, bêhevseng, dema serbest bimîne dê çi li kê bike ne diyar e. Emê bi dijwarî li ser wan bisekinin, -hetanî ku ew dibin zilam.

Di bûyera PKK’ê de pêkhatina kesayet wisa ye. Ev li gor min him pir girîng e, him jî yekane çare ye. Ez ji we re nabêjim ku nebin zilam an jî jin. Wisa, ez nabêjim bila têkiliyeke wisa çênebe, nebin zilam û jin, ez dibêjim bila têkiliyek wisa be. Hunê vê ji min re îspat bikin, lê vê bi jiyan û şerê xwe ve nîşan bikin, -ku ez jî bibim berdevkê gotina xwe, nirxên emanetê min hatine kirin û ez lê xiyanetê nekim. Heke hun xwe negihînin vê yekê, ez weke mafdar bi qasî serê derziyê jî nirx nadim zilamtî û jinantiyên we, ezê di bin lingê xwe de biperçiqînim. Ez bawer im ku, heke hun di vê nêzîkatiyê de rast bin, biheter bin, bi qasî ku erjeng hêza çalakiya we bilind bibe, dê hêza jiyana we jî zêde bibe. Her yek ji we dê bibe hevalê herî jê tê hezkirin. Niha ez hê jî li ser vî karî disekinim, -divê ez bisekinim. Heke ez wisa li ser vî karî nesekinim, dibe ku gelek tişt ji dest biçin. Ev hewleke netewî ye, aliyê wê yê gerdûnî jî heye, divê ev neyê paşçavkirin.

Çima?

Emê bişehitînin, bikujin. Bêguman emê kesayeta jiyanê ya tê pejirandin jî biafirînin. Jixwe ev karê şehitandinê, karê kujtinê, ji bo afirandina ya jiyanî û tê pejirandinê ye.

Zîlanê ti carî negot ‘ez ber bi mirînê ve baz didim.

Gotiye, “ez ber bi jiyana xweşik a bandorker ve diçim”.

Jiyana bandorker çi ye?

Çawa ye? Bi şer ve pêwendiya wê çi ye? Kîjan serkeftinê ji me dixwaze? Heke hun van pirsan nebersivînin, ez weke jin-zilaman di nav vê partiyê de we qebûl nakim. Ji ber ku ez bi bîraninan ve girêdayî me. Ji min re qewîtî hatine dayîn. Bi misogerî bila kes van tiştan çewt fêm neke, ji bo kesên ku gihîştine vê astê jiyana herî mezin heye. Di têkiliyan de qedexe, nizanim çima ji min hez nake, ez dixwazim hez bikim, rêxistin li pêşiya min dibe asteng. Bi misogerî ev gotinên durûtî ne. Te bi xwe xwe aniyê rewşa astengiyê. Her cure şer de bin bikeve, di bîrdoziyê de, polîtîkayê de, rêxistinê de bixusire, qet peywirên xwe bi cî neyine, piştre jî bibêje ‘dilê min hezkirinê dixwaze!’ Ev, him bêsincî ye, him jî li gor peywiran nîn e. Ez vê yekê tenê ji bo îdarekirina PKK’ê yan jî ji bo pîrozandina PKK’ê nabêjim. Ev, bi nêzîkatiya ji nû ve teşegirtina netewekî ve pêwendîdar e. Pir eşkere, ez ji bo sûlaleya xwe jinan xweyî nakim, xanedanan xweyî nakim. Weke ku her serdest û xwedî gotinan dike, ne di vê wateyê de-ne di wê wateyê de, li ser jinê min asteke çewisandinê pêş nexistiye. Ez xweseriya xwe di vê derê de bi dest dixim. Ez hê xwe bi çewsandina li ser keda hindekan ava nakim û xwe naçespînim. Ne jinê, ne zilam, berevajiyê vê, bi keda xwe didim we hemûkan. Mezinahî di vê derê de ye û dema ez vê dikim, weke ku ez xwe bi kirêtî li ser tiştekî naçespînim, her kes, ez bi kû ve çûm rabûn ji piya. Ji heftan hetanî heftêyan her kes di min de peroşmendiyê dibîne, di min de mezinahiyê dibîne, di min de coş dibîne, xweşikiyê dibîne.

Dijminê me jî ji min teng nabe.

Xwe disipêre min û dijminatiya xwe dije. Stratejiyên xwe li gor vê ava dike. Bi milyonan dijmin nanê xwe di dijminahiya li dijî min de dibînin. Niha ma ez tenê ji bo ezeziya xwe van dikim, na! Yekî ku bixwaze bibe ezez, wisa bi vê pêdiviya xwe nîn e. Ew jî dikare bi hindek kesan re jiyana xwe ya erzan bide meşandin. Jixwe ez ji vê re bertek nîşan didim. Ez ji jiyana takekesbûnê nefret dikim. Girêdana hemû jinan, zêdehî xweşikiya jinan, balkêşiya wan, zêde şerkeriya wan ji bo min peroşmendê dide. Di kesayeta Zîlanê de raderbirîna vê pir balkêş e.

Zilam jî di vê wateyê de êdî qediyaye. Heke hindekî mejiyê we hebûya we jî dîtiba ku êdî zilam jî weke zilamtiya kevin nikare bijî û ev bi vê çalakiyê biencam bûye. Li gor min zilamekî ku veguherînekê nejiyabe, ma ez êdî dikarim bibêjim zilam? Ma ti jin dikare di nav refên PKK’ê de zilamekî bipejirîne? Piştî ku nasnameya Zîlan safî bû hemû zilamtiyên kevin mirine. Dê zilamtiya nû çawa be, ew jî karê we ye, heke hun bal bidinê hindek zilaman jî xwestin çalakiyên wisa bikin, lê wêrekî nekirin. Bi wateyê ku di vê mijarê de zilam qelstir e. Eşkere bû ku di çalakiyê de wêrekî û fedakariya wan li gor jinê lewaztir e.

Tê wê wateyê ku, pêdiviya ji nû ve xwe di ber çavan re derbaskirina we heye. Wek vê gelek tiştên dîtir jî derketin holê. Bi jinêkê re hun çiqas dikarin rast bijîn ev jî ne diyar e. Hun qet PKK’ê nas nakin. Hun nizanin lê jî binêrin. Di bingeh de jin jî di rewşeke nayê naskirinê de ye. Ji ber vê yekê karê rewş eşkerekirinê, karê safîkirinê pir girîng e.

Ma bi mêzandinekê evîn dibe?

Ez nizanim bi gotina we, wisa bi nêzîkatiyên erzan ma hezkirin dibe, evîn dibe, girêdan dibe, -nabe. Her wekî divê em di vê wateyê de van têgînan êdî bi aliyekî ve berdin. Di artêşa şer de, di artêşa YAJK’ê de êdî wateya van derbas bûye. Heke bal bê dayîn jiyana serkeftinê jî ev e. Ez jî tê de, tişta ku pêwîst e li ser me bê pêkanîn, şervaniya meşa serkeftinê ye. Jin jî şervaniya meşa serkeftinê ye. Derveyî ve çespandina têgîn û nêzîkatiyên cuda ne rast e.

Dê her tişt bi vê serkeftinê pêk were.

Çalakiya mezin, dê jiyana mezin biafirîne.

Ez wisa dihizirim ku, bi qasî hêza wê gihîştiye di vê wateyê de wek pakrewaneke xweser û serdemî Zeynep Kinacî’yan di dîrokê de rol leyiztine. Ez dihizirim ku, tiştên me kirine jî di cî de û di wesfa bersivê de ne. Bêguman tiştên hatine kirin di asta destpêkê de ne. Bi misogerî divê ti kes şaş fêm neke û bi ezeziya xwe ve nefetisîne.

Jîn bi jinê nirxdar e.

Bi her mirovê girêdayî serkeftinê ve jiyan nirxdar e. Ew ne derfetekê kêm e, ev pêşveçûyînek e ku divê hemû di asta cejnê de bicoş pêşwazî bikin. Derveyî vê di nav me de zêde nirxekî ku peroşmendî bide nîn e. Jixwe di holê de bi navê nirx tiştek nîn e. Bi vê yekê neperoşmendiya we, ji bo me dibe sedema hêrsdariyê. Li ser vî bingehî negirtina jiyanê û rast nemeşîna we ya pakrewaniyê me hêrsdar dike.

Li ber ketina we sekinandin çêbû. Zemînê bilindbûnê hate eşkerekirin. Bi qasî hun dixwazin hun dikarin ji welat hez bikin, bi qasî hun dixwazin hun dikarin dewlemendiya daringî bi dest bixin. Ji bo vê rê, azîn û amraz xistine pêşiya we.

Va partî, va her cure amrazên şerkirinê û di destpêkê de jî hemû rêxistin daye bin fermana we. Ti tiştekî ku hun nikaribin bi şer ser bixînin nîn e. Ez her dem destnîşan dikim, heke rebenek weke min jî bi vî karî ewqas xwe bi ser dixîne, çima hunê nikaribin bi ser kevin? Weke din ma karê we heye? Na! Weke din ti kesek karê zik têrkirinê jî nade we. Hun li deriyên dijmin bi zik têrkirinê dergevaniyê bixwazin jî, kar ji hezaran didin yekê. Lê ev jî karek e, karê şer, karê çalakiyê, karê rêxistinê; tenê zik têr nake, cîhaneke herî binirx jî dide bidestxistin. Jixwe nirxê berhemdariya şoreşê jî di vê derê de ye. Yanî dema di welatekî de her kes li ser bêkariyê bê razandin, ji birçîbûnê re bê mehkumkirin; şoreş dibe karê herî dide qezenckirin, bi berhemdarî dide qezenckirin û dibe karê bidestxistina daringî û arişenî. Pênaseyeke wê ya dîtir jî ev e. Jiyana dîtir hatiye ziwakirin. Karê malbatê bûye dojeh, evîn miriye, lê di pêvajoya şoreşê de ev zindî bûye. Pêşiya jiyaneke ziwaker na, hetanî dawiyê zindîker û jiyaneke bilaşkirinê hatiye vekirin. Dîsa derfeta têkiliyeke xirapker na, derfeta rakirina ji piyan derketiye holê.

Zemînê evînê hatiye avakirin.

Ev karekî kedê ye. Ev karek e ku bi keda mezin, bi keda şoreşgerî, tê qezenckirin. Hun dixwazin ku bi pratîka hemalan encam bigirin. Ma heke keda sosyalîst û azad nebe gengaz e? Keda we keda koleyan e. Ev çawa rengdan û teyisîn dide? Va ye, nikare siyasetê bike, nikare rêxistinê ava bike. Çima nikare ava bike? Ji ber ku keda we ne keda sosyalîst e. Di wê wateyê de hê negihîştiye, -wateya şêwaza xebata we ya hemaliyane ev e. Lê ma ya min wisa ye? Min berê çinîn dikir, her teşeyê xebata axê, min keda qebe jî kar dikir, lê piştî ku min kar bi keda şoreşgerî sosyalîst hilda dest, min dît ku berhema vê hezar carî zêde bû. Min dît ku, dibe berhemdariya bêsînor û me her tişt da şoreşa keda sosyalist. Me dît ku, hema her tiştê me wenda kiriye em dikarin hemûkan li virê bi dest bixin. Berê bi qasî temenekî kar bike, belkî mirov nedikarî pereyê qalendekî jî bida, yan heke bihata dîtin jî, dê çi bibûya, piştî wî jî bêtir jiyaneke mehkumê mirinê dihat.

Bi hewldana keda sosyalîst hemû keçên me dibine yên me.

Di heman demê de ez ne mehkumekî jiyanê me, min ji azadiyê re derçûneke erjeng çêkir. Ev, bi keda sosyalîst tê çêkirin. Serkeftineke gelek balkêş jî ev e. Ji bo vê em bibêjin pergal û kesayeta ku tê de hevkarî û di binî de jî kevneşopî hatiye qedandin, ji nû ve hêviya jiyanê digire. Serokayetî hindekî jî raderbirîna vê ye. Hêza pêkanînê hemû hêza xwe ji vê çavkaniyê digire.

Tê wê wateyê ku, şêwaza keda sosyalîst ne hewldana vala, hewldana afiranderiyê ye. Kedek wisa ye ku, wate dide her tiştî û dizane berhemdar bibe. Ez nikarim wateyê bidim vê; hemû ev nêzîkatiyên weke ez teng bûm, xetimîm, jiyan bi min watedar nayê, ez peroşmend nabim, nikarim biafirînim nêzîkatiyên ne rast in. Tevahiya van nêzîkatiyan, nefêmkirina bûyerên di nav PKK’ de, netêgihîştina pakrewaniyan, nefêmkirina çalakiyan, yanî bêgiyan bûyîn e, keda xwe xistina keda koleyan e. Ev jî tê wateya kesayeta lewaz.

Bêguman nakokî hene. Hema di her astê de nakokî nefesê nadin girtin, lê bi tekoşîna dijwar rewşa çareserkirina wan jî heye. Ji vê re eleqeyeke bilind nîşan bidin. Min bi hedaneke mezin hetanî vê derê anî, divê hun hezar carî ji vê re spasdar bin. Bi azadî pêşiya jiyanê vekirin tê çi wateyê, hetanî dawiyê bi şer pêşiya vê vekirin tê çi wateyê? Ma li gor we hêsan e? A herî girîng jî herhal ev tevahî karê şehitandin-şewitandinê nîn e. Ne ji bo wendakirina jiyanê, dîsa ez di kesayeta Zîlanê de dibêjim ku, ji bo gihîştina jiyana mezin e; wateya mezinahiyê di vê derê de ye. Ti kes nereviya mirina erzan. Bila wisa ti kes nebêje ku, tiştên ez bijîm bila ez bijîm, pişt re ezê baz bidim mirinê.

Min di çalakiya xwe de ti caran mirinê nehizirî.

Ez nabêjim li derûdora jiyana erjeng, yanî li kû dera wî dibe bila bibe zêde girîng nîn e, ez li her aliyê wê me. Heke na yê heyî be, ez erjeng milîtanê jiyana pêwîst e bê afirandinê bûm.

Û va ye dibe, pêk tê. Hun hê jî vê fêm nakin, wê demê rewşa we ya nayê bexşandin heye. Kesayeta we hê jî pêş nakeve. Navê te di vê yan jî wê astê de hevkarmendiya dijmin e. Va ye tu, îro çawa li hember me şer dikî? Lewra kesayeta me kesayeta serkeftinê ye. Bi şêwaz û bi tempoyê ev vekirî ye.

Bi ser dixe.

Her kes dibêje ku, êdî tişta pêwîst e bê pejirandin kesayet e. Heke ev kêm zêde xwedî wate ye û ji we re jî rast tê, wekî din zanebûna vê yekê ji xwe re kirina mal e. Heke heye sozekê we, heye girêdana we, heke heye rêzdariyeke we ya jiyanê, hestên we, evîna we; van hemûkan hun dê çawa ber bi çalakiya mezin, bi wê re ji jiyanîbûnkirinê re hêz nîşan bidin, -meseleya we ev e. Ti kes nabêje erzan bimirin. Kesayeta ku hêsan namire erjeng bikin û bimeşin. -hindek jî serokatî ev e. Wateya erjeng a ku dide jiyanê, qas bi qas wî dike hêza serkeftinê. Ez hêvî dikim ku, hunê jî hindek wisa bibin. Ji bo min gihîştina ciyekî ji bo serkeftinê bes e. Ez ti tiştekî ji kesî naxwezim.

Biafirînin...

Di destên we de derfet hene, hun nikarine bidin bikaranîn. Hun partiyê nas nakin, hun karbidestiyê nas nakin. Ji bo min dahênankirina derfetek bi qasî serê derziyê jî pirsgirêk nîn e. Tê wê wateyê ye ku, di vê mijarê de paşdemayên we hene. Hun jiyanê, jinê û evînê nas nakin. Ji bo min afirandin gotina mijarê ye, qet pirsgirêk nîn e. Ez bi xemgînî dibêjim, we çima wisa xwe ziwa kir? Çima hun nikarin zêde biafirînin? Hun pir bi ezezî xwe diqedînin, -tişta şerm ev e.

Weke ku hun dibînin, em li hember her pakrewanê xwe mezin û watedar nêzîk dibin; bi qasî ku hişpaka we fêm nake, em mezin nêzîk dibin û çi dikin... Her yek ji we bi kêmanî hindek tiştan bike û ya herî girîng jî, we ev mirina erzan bi erdê re kiribana yek, heke we ku mirin ne çarenûs e, jiyan çarenûs e bida dahênandin... Ez bawer im ku minê di vê jiyanê de bi peroşmendiyeke mezin, misoger mezintir kar kiribana. Ez bawer im ku wek hêza mezin ezê her gav karibim xwe nû bikim. Lê we jiyan ziwa kiriye. Rûye we jî, dilê we jî vê yekê diderbirîne. Bi gora min êdî ev ne çarenûsek e. Mînak ez bi rêzdariya xwe dikarim erjeng biafirînim. Ez dikarim bi ramana xwe biafirînim. Bi gîrêdanên rêxistinî ez hema dikarim mekanîzmeya xwe ava bikim. Em ji rakirina zarokan ber bi çalakiyan bigirin, hetanî yên heftê salî, ku bi xwe her dem dibêjin; ‘em bûn weke ciwanekî panzdeh salî’ tê wê wateyê ku ev girîng e û pêk tê. Çima hunê nekin? Derdê we çî ye? Bi wisa kirinê ma ez mirim? Ma şerm bû? Na. Ez, di wê astê de me ku him gelê me, him bi çemkane, mirovahiya mafdar bi şanazî nêzîkê min dibe. Ez, ti caran weke we negiriyam, li ber kesî negeriyam.

Dilêr nagirîn...

Ên ku bi bîranîna ewqas pakrewanan ve girêdayî ne nagirîn û di nav we de yê herî di zehmetiyan de ye jî ez im. Tenê xemgîniya min ji bo van hemû pakrewanan pêwîst bû ku ez mezintir bikim (yanî ez dîsa ji derdorê gumanan nakim, ji jiyanê jî şikan nakim), ji bo ku ez hê jî zêdetir çawa dikarim bikim bêhedan im. Guman û qilqala min ji ber vê yekê ye. Ez ji we zêdetir, di hawirdoreke teng de me. A herî girîng jî, dîsa zêde nebûna we ya fêmbariyê ye. Nexwe ne gengaze ku ez bikaribim zêde xwe bigirim, xwe sînordarkirina min ne gengaz e. Ne gengaz e ku, ez li hember jiyanê wisa binakokî, kêrnehatî û nebes bim, “bi hêsan mirina min” ne gengaz e.

Divê ku bersiveke hun bidin hebe. Bi misogerî nêzîkatiyeke erzan ku pakrewanan bi aliyekî ve berdide, em qebûl nakin. Emê wateya wê di xwe de qet bi qet şênber bikin û bi hemû aliyan ve mafê wê bidin. Em, ji neradestbûn û xwe “xwelî” kirina bi sedan jin û keçên me, weke bûyereke ketûber nikarin seranser derbas bikin. Ji bo jiyanek azad xwe fedakirina ewqas ciwanên me, em nikarin erzan hildin dest. Diyar e ku, bi misogerî gelê me di rewşeke zehmet de ye û serkeftinê daxwaz dike. Em nikarin vê yekê jî bi aliyekî ve berdin. Em wisa derketine holê. Ez bawer im ku, emê karibin temsîliya fermandariyê bikin. Wê demê bi tevahî aliyên ve dayîna mafê wê peywirek e. Di vê derê de temen, zayend, nasnameya netew ewqas girîng nîn e.

Bi navê mirovahiyê, bi navê neteweyetiyê, bi navê çînayetiyê, bi navê maf ev peywirek e.

Xweşikî, bi navê evînê peywir e.

Bi ya min, em hindekî ji bin vî barî derketin. Me hindekî bersiva van peywiran da. Soza me her dem soz e. Zêdetir jiyankirin, ji bo me tê wateya serkeftina zêde.

Hetanî niha çawa ku em gihîştine pêwîstiyên vê, ji bo ji vê şûn de jî tê wateya yek şertî “heke ez dijîm nirxê vê sozê misoger serkeftin e.” Ji bo we jî ger wateyeke rastîn a sozê hebe, ji vê bi şûn de bi kêmanî, dixwaze bila yek kes bimîne, di çalakiyê de “girtina serkeftinê” ye. Li pêşberî me ti kes nikare ti sozên dîtir bide. Çawa ku wan pakrewanan qewîtî li me kirin, ku me di jiyanê de bersiva wan da; di nava we de jî êdî hindek an jî yên li jiyanê mane divê bizanibin ku, ev soz tê wateya serkeftinê. Êdî bi qasî ku bi yên berê re neyê pîvandin derfetên wê derketine. Hun bi qasî ku pêwîst bike dil, bi qasî ku pêwîst bike mejî dikarin bidin axaftin.

Ji bo serkeftinê hun dikarin çeka partiyê, çeka ARGK’ê, çeka eniya gel bi kar bînin. Heke hun nikaribin bi kar bînin, ti kes we naxe dewsa zilaman, -ne dijmin, ne jî gel. Em jî ti caran bi kesên wisa re nabin rihet. Li wê derê her tişt, girêdana bi pakrewanên me re jî, serkeftinê dide şertkirin. Bila ti kes nebêje, çavkaniya hêz li kû derê ye? Va, tenê pakrewaniyek jî çavkaniya hêzê ye.

Me ji Heqî dest pê kir, bi Zîlan re salek tijî kir.

Hun dibînin ku, tiştê hema tê arezû û daxwazkirin bes dike. Bes hun jî li ser vî bingehî di nava helwdana xwe di ber çavan re derbas kirin, xwedî gotin û biryarê de bin. Jixwe weke din ti karê we nîn e. Nirxê hostatiya pêkanîna hewla we, hetanî ku tê xwestin xwe perwerdekirin, bi hêçan û pratîkê ponijandin e. Jixwe jiyan bi xwe her gav çawa ber bi serkeftinê ve tê meşandin dide nîşandan. Di xeta PKK’ê de di der barê pêwîstiya çawaniya bikaranîna hewldanê de ti pirsgirêk nîn e. Kesayetên ku ewqas bi armanca xwe ve hatiye girêdan û kilît bûye; di çalakî û meşa wan de jî xeta zêde nabin. Heke hebin jî di heman demê de tê rakirin.

Raderbirîna van hemûkan ev e ku; bîranîna pakrewanan nirxê herî pîroz e, girêdan û nîşandana hewla pêwîst jî, misoger serkeftin e.

 

6 Pûşper 1997

 

 

 

EZ EVÎNA AZADIYÊ ME

 

Navê wê partiyek e, lê ji serî hetanî binî jiyaneke nû ye.

Şerekî hêviyê, ji jiyanê jî wêdetir ku zû de hatiye wendakirin, bahaneya wê nemaye, armanca wê nemaye, hêz û taqata wê nemaye, bîranîna wê jî ji hişpakê bi temamî çûye û ewên ku dibêjin em bijarte ne, ji bo pêkanînê nikarin bi ti cureyî gav biavêjin, didome û diçe.

Straneke her kesî heye, strana me jî heye. Stran û newayeke her kesî heye. Ber bayê wê dikeve, dije û diçe. Strana me jî wisa ye. Straneke jiyanê ye ku her diçe timî dibe, kûr dibe, guhdarî dike, dide guhdarîkirin, didome û diçe. Qasî ku jandar e kenokî ye, qasî ku biêş e bizewq e, qasî ku diqedîne dide jiyandin jî...

Ji yên herî kevin hetanî yên herî nû eleqeyên we, nêzîkatiyên we û gavên ku hun diavêjin, di pîvanekî de, ji bo min jî derbasdar in. Çendî ku di der barê çonayetî û çawaniya van gavan de gelek tişt têne zanîn jî, pêwîstekên wê anîna cî pir dûr in û ev dûrbûn jî dibe mirin, dibe êş. Weke nehatî jiyandina nehatî jiyîn di kesayetiyên we de pêk tê. Ez li virê nabêjim “tawanbar tu yî, ew e!”

Tawanbar, di kûrahiya dîrokî de veder e, ji zû de miriye û çûye.

Tawanbar di dahatûyê de, di kemîna veşartî de xwe veşartiye û li bendê ye. Tawanbar di nava te de ye, belkî li wê derê li te dixe. Belkî jî yê ku herî li navînê ye, tawanbarê herî hêsan e û jê rizgarbûn gengaz e. Lê bi dijminê ku xwe êxistiye hezar qilifan, di her gotin û libatê de xwe dide hîskirin û dide qedandin re serederbûn a herî zor e.

Erê, bi dijminê di we de re serederbûn a herî zor e. Ev qelsî ne, ev bêviyanî ne, ev ji tûjbûna çemkê dûr in, ev ji wan gavên ku pêwîst in bên avêtin dûr in, ev li ciyekî ku nayê payîn xwe qedandin e, ev belkî jî di her gavavêtina we ya ku hun tê nagihîjin de parçeyek ji we ye ku bibe bela serê we.

Çima wisa ye? Civakek, gelek û mirovek e ku tenê bêsînor dagirkirin, layen û mêtîngehkirina dijmin na, ne tenê rasteqîna welêt û civaka wî, kolekirineke jirêzê jî na, sepandineke ji vê jî wêdetir, tenê bi zorê jî na, yek jî ku tu ji dil xwe ber wî bayê bixî, te pênasekirin pir zor e, te çareserkirin pir zor e û te kirina mirov pir zor e. Te dana jiyandin, bi wateyî û xweşik pir zor e. Va, hun di kû dera vê rasteqînê de ne? Ti kes nikare îdîa bike û bibêje “min hindik zêde xwe ji vê rizgar kir.” Ji ber ku bûyera qedalbûnê ewqas ne hêsan e. Di dîrokê de ya ku hatiye serê gelek komên mirovan, belkî jî di çerxa me de bi teşeyekî herî tewqdar li ser serê me, di dilê me de me diperpitîne, tune dike, diçe û dibe.

Ev şer bi wateyekê, di bin bandora vê ya sorbûyî de, hinek hîsan rakirin e û heke gengaz be zindîkirin e. Heke ku di halê nexweşiyeke mirinî de be jî, kuştin e. Ji ber ku divê fêmkirin ku jiyandineke wisa bi qareqar û bawî, ji hêla tibê ve jî guncav nayê dîtin. Bi vê wateyê bûyera ku tê gotin PKK’ê weke hêzeke bîrdozî, siyasî û leşkerî ya jirêzê dîtin, nêzîkatiyeke pir seranser e. Belkî jî ev qismên teşe û qaşilên parastinê ne. Puxte zêdetir dibe diyarker ango gihîştina puxteyê ya pêşekî û pêwîst e. Em berdin gihîştina puxteyê, di bûyera xeta bêteşe de jî, di rastînên leşkerî de israr, wate dayîn û nakokiyên we eşkere ne. Hunê di vê xetê de bimirin an jî bijîn ne misoger e. Biryara we biryara mirinê ye an ya jiyînê ye? Ev jî ne misoger e.

Ger jiyanek bibe, ya dê rûmetdar û azadane be, ya jî dê qet nebe...

Ez vê îdîaya xwe, vê pêşramana xwe hê jî didomînim. Ez baş dizanim ku, ev qasî ji bo min, ji bo hemû civak û heta ji bo her kesê ku dixwaze bi gor îdealên bingehîn ên mirovayetiyê tev bigere derbasdar e. Ger nebe bi rûmetê, nebe bi şertê herî kêmtirîn ê pêwîst e; bila qet nebe. Di bûyera PKK’ê de, biryar wisa ye. Di bûyera PKK’ê de gihîştina biryarê ew rewş e ku piraniya we nekarîn pêk bînin.

Bi gor puxteyê mirovek çawa, di der barê jiyana mirov de biryareke çawa hatiye dayîn? Biryarên ku hatine dayîn bi çewtiyan ve dagirtî ne ango pir sist in. Bi misogerî dûr in û ev di şerê PKK’ê de, em baş nasdar in ku, her cure jandarî, hemû wendayiyên ku nedihatine payîn û heke ji ber berpirsiyartiya me ya li hember dîrokê nebûya û me tiştên pêwîst dikirin saz nekiribana, dê hemû kêmasî di demeke kurt de ango di pêngaveke dijmin de bi erdê ve kiriba yek, heta di bin bandoreke sînordar a paşverûtiyên we bi xwe de, her qas hun qedandine.

Baş e biryarmendiya PKK’ê dê bibe çi? Ji rasteqîniya PKK’ê re çawa bersiv bê dayîn.

Sala 20. jî sala PKK’yîbûn û biryarê ye.

Ji bo vê rêzdariya we, riştiya we, hêza we û ya herî girîng jî hêza we ya biryarê heye an na? Ji ber ku ev biryareke siyasî yê lihevbadayî ye. Biryara şer a herî bêaman e. Biryara jiyana azad a herî bisemyan e. Hun hene ji bo ku xwe rizgar bikin ji durûtiyê, ji xwe xapandinê, hun hevgirtî ne an na? Bi gor şêwaza serkeftinê, bi gor şêwaza pergalê hun ji biryarê re hene an na? Bêyî ku hun xwe bixapînin, hun bibawer in ku karibin bibêjin, heke hebe biryarek divê bi gor vê biryairê be. Di biryarê de zorlêkirin nabe. Îcar xwe avêtina berdestûpî jî nabe. Em li ser navê hemû pakrewanan sond dixwin ku, çi pêwendiya vê bi wê rasteqîniya ku hun bi ezeziya xwe pir dijîn, bi armanca piçûk û di her gavavêtinê de parçeyek jê wenda dikin re nabe.

Di biryarê de xwe xapandin, dana xapandin esasên hemû pêvajoyên wendakirinê ne. Çewt tevlîbûn, çewt jiyîn tenê na, ya herî metirsîdar hate êxistin nava van salan. Divê hema ez vê diyar bikim ku; ger em hemû mebesta pak a mirovên dirûst û zarokan û heta hêza dijber a şeran bînin ba hev û dîrokê di vî bingehî de lêkolîn bikin, emê nikaribin çareser bikin û wateyê bi ecêbî, berevajî, çewtî, xiyanet û komployê bidin, di asteke nayê bawerkirin de xwe di nava vê dîrokê de careka dî datîne holê. Yek na, li ciyekî na, bi hezaran û li her ciyî û hema di her kesî de, bi teşeyekî ku dijmin jî bi azînên pir taybet nikare pêş bixîne, nikare lê bixe, biryara xwe ya puxteyî vala derxistin, hetanî dawiyê rê li ber bêserkeftinê vekirin, helwestên wisa erjeng têne raxistin. Ev dîrok hinek jî dibe dîroka vê.

Ez ji xwe dipirsim: Ev çima, ji ber çî û çawa dibe? Ev kî ne? Tevî ku ez naxwazim xwe ji nirxandinên zanistî werbigirim, tevî ku hemû uslûba min bi zanistî bi rê ve diçe, êdî ez dibêjim “rasteqîna ku ev afirandine.” Ez di vê derê de nikarim xwe bigirim ji pêşxistina gotineke sincî û hisî. Ji ber ku tu nikarî bi siyaset û leşkertiyê rave bikî. Ma ev mirov ewqas in? Di demên dawî de me pir got, çewt za û çewt mezin bû. Ez tim wiha dipirsim, “Mirov dikare bi mirovekî bide wendakirin, ma ewqas dide wendakirin? Mirov şaşiyan dike, ma ewqas dike? Dibe ku mirov li hember rastiyan bêîdîa be, ewqas dibe? Dibe ku bêdeng be, ma ewqas dibe? Di çewtiyên ku ji maran metirsîdartir in de razan dibe, ma ewqas jî razan dibe? Van hemû bûn-çûnên ku bi temamî li jiyanê gefê dixwin, çawa dipejirîne?

Xwezika hun, qasî bêne tawanbarkirin hêzdar bana, ew jî tune. Kesayetiyên ku ji aliyên siyasî û leşkerî ve lê bêne girîn, ji bûna zaroktiyê wêdetir, kesayetiyên ku xwe dixapandin çiqas derketin? Egîdî li kû derê ma, li kû derê ma xwediyên çemka tûj, ka li kû derê ne yên ku digotin, “xwezika meydanê peyda bikim, dixwazim şer bikim!” Ez digerim, lê mirovekî peyda nakim. Qê ezê ji hêviyê bikevim? Nexêr! Dema ku ez ji destpêkê ve derketina xwe bi bîr tînim, ne ku ez bi hinekan bawer dikim, ji ber ku min bawer nedikir, min bi xwe dest pê kir. Ne ku min pejirand, ji ber ku ez red dikim, min bexşand. Ne ku min palpiştekê peyda kiriye, ji ber ku ez bi tena serê xwe mame min dest pê kir, ez di vê de xwedî israr im û berdewam dikim. Rasteqîna vê hêviyê çiqas berevajiyê wê be jî, xweşiktî-kirêtî çendî ku belave be û şensê nade hêviyê jî, çima rastîn ji zû de hatine wendakirin? Ger çewtî qasî çokan bin jî, ji wan re înat, min got dê bibe.

Pirsgirêkek e, weke wê roja ku min gava yekem avêt, niha jî çavkaniya xwe ji min nagire. Di bingeh de ji we jî nagire. Dîrokeke wisa ye ku, jiyana derbasdar a rojê wisa ye ku... Dema ku ez dibêjim gelo hun kî ne, ez ji xwe dipirsim ka taybetmendiyeke we heye an na û dibêjim, “biriya xwe nede ser van keç û xortan.” “Taybetmendiyeke rişt ên van nîn e, bi van rastiyên ku min daye tenê bi mebesta pak dikarin bi rê ve biçin, ewqas. Afirandinerî ye, hostatiya şer e, di van zarokan de lê negere!” Hêza gel a li piştê xirabtir e, bênasnameyî bêtir pêş ketiye.

Di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî...

Ev, ji her demî bêtir nêzîktir e. Ji ber ku pênaseya azadiyê û girêdana azadiyê ger rast hatibe çêkirin, di her halî de mirovayetiya paşverû li aliyekî, ew kesayetiya azad a yekane li aliyekî. A ku qezenc bike ew e ku, li ser navê azadiya mezin e. Ez bi vê bawer dikim.

Ji bo vê yekê dibêjim: Bêriyên wisa û xwestekên azadiyê yên we jî hene. Ev, weke ku hun xwe bi ezeziyê didine şaşwazkirin, ne azadî ye. Şerê ku di van pêvajoyên dawî de pêş dikeve û heta bergîdayîna ku hun bi derfetên jiyana azad didine çêkirin, li ser canê azadî û şer xwendin e. Pêwendîdariya şer û azadiyê, berevajîkirin e. Di şer de ketin, ji azadiyê qutbûn, ji şer rev, di azadiyê de vegera ezeziya koledar ango ew hinek derfetên azadiyê ku pir zor be jî, bi ezezitiyeke pir xirab qedandin, vê çewtiya dîrokî çêkirin, bi gora we belkî jî gaveke pêş e. Lê dema ku şerê azadiyê dibe mijara gotinê, hun netirsiyan ku vê xefleta herî mezin bijîn. Ma dil bi we re hebû? Kê vê ji we re got? Hun ji wan dijminên ku kevî, sînor û jimara wan ne diyar bûn westiyan. Ma ji destên we wekî din çi tê? “Tenê ji bo rastiyekê jî heme” gotineke wisa bi rastî jî rasteqîneke wisa ye ku, tu bi findê jî lê bigerî, nikarî peyda bikî. Ez ji vê nakerixim. Van hemû çespandinan ji bo xwe weke bêtir pîjdana şer dinirxînim.

Di virê de ya ku ez ber dikevim û dilê min pê diêşi, ne zehmetiyên min ên şer in, bêtaloxiyên we û halên we yên reben in. Li ciyên ku nayên payîn mirinên we; di bîst-sî saliyê de ku tiştek nekirine de, ez li ber vê dikevim. Di xala ku hun dibêjin “ez xwe dijîm” ez li ber nejiyandina we dikevim. Va, ez dixwazim vê bitêperînim. Asteng kî ye ma hun dizanin? Hun bi xwe ne, ku herî zêde pêdiviya we bi têperandinê heye. Tevî vê çima derfetên di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî ji pêşveçûnê şûn de namînin? Weke ku em dibine xwedî şêwaza didine şerkirinê, çiqas xeflet û xiyanet hebe jî û çiqas çespandinên vala derxistinê yên her cureyî hundirîn û derveyîn ne kêm bin jî, di sîstema me de şerê me wenda nake. Dijmin çiqas bibêje min lê xist jî û hun çendî seranser bibêjin “ez teng bûm, ez xitimîm” her tişt bi gor şêwaza me dixebite. Di şerê me de hun nikarin ti tiştekî bikin.

Ji ber ku xwedayan wisa ferman dan.

Xwedayê şer wisa dibêje:

Ên ku bimirin hun in, ê ku qezenc bike şer e. A ku dimire jiyana we ye, ya ku qezenc dike jiyana azad e.

A ku tê xapandin ne şêwaza şerê me ye, helwest û libatên we yên beredayî ne. Dijminê me weke takekes jî ti demê bi me tê negihîşt û hê jî ka çiqas têgihîştiye ne diyar e. Her wekî mînanî we, lê çewt. Bi min neda wendakirin, lê yê ku wenda kir ji min zêdetir dijmin e û hindek jî partiyî û şervanên xwedî nêzîkatiyên çewt in.

Ev, tê vê wateyê: Bi kar nayê leyiztin. Bi wan qaşo hestîbûn û leqleqiyê ku hun ketine navê, ne ev şer tê dayîn, ne jî hun dikarin xisar bidine şerê ku em jê re serokatî dikin. Hun ne dikarin bibine fermandar, ne jî şervan. Tenê hun dikarin bibin ên ku têne xapandin. Her wekî hunê di bingehê pêwendiyeke dîalektîk a çewt de tenê şer bikin û di dawiyê de jî hilweşin. Ezê we çareser bikim, dijmin çareser bikim, a ku dibe jî ev e. Ji ber vê yekê ger gengaz be, werin rastiyê, heke hebe hinek rêzdariya di gihîştina rastiyan de hinek wêrek bin.

Ger hêzeke we ku hun karibin xwe pêrgî darezînê bikin hebe, baş e, lê ya herî xirab jî we li ser canê rastiyan xwendiye. Xwezika hêza we heba û we kariba hesabê wê bidana. A herî xirab jî, hun bêhêz û reben in, ku nikarin hesab jî bidin. Baldar bin, em zêde tiştek naxwazin. Heke hun qasî li çewtiyên xwe xwedî derkevin hêzdar û heta li ser canên me bixwînin hêzdar bibin, ev bi xwe jî dibû gaveke pêş. Ev jî tune. Va, ya ku biêş e ev e. Çima wisa dibe? Weke hun pir bi lêv dikin, di çewtiyan de israr. Ez qet di virê de li mebesta xirab nagerim û nabêjim hun ji qesdî dikin. Ev, ew rasteqîna civakî ya qedal ku ev bi salan e dijmin daye çêkirin, hemû pêwîstekên jêneger ên jiyanê, êdî ku karibin bi hemû azînan qezanc bikin.

Me got derfetên di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî zêde dibin.

Hewl bidin da ku hun vê fêm bikin û xwe bi vê mezin bikin. Riya derketinê ya yekane ev e. Belkî jî çawa ku hun fêm dikin, di hemû dirêjahiya wê dîrokê de, em li ser we wê şêwaza artêşên kole, artêşên padîşah û artêşa burjûvayan nasepînin, emê nesepînin jî. Lê ev nayê wê wateyê ku di şêwazê de şidet nîn e, di şêwazê de teşe nîn e. Hene, him jî bi zêdeyî. Di bingehê azadiyê de, di bingehê bidilbûnê de ye. Ji cureyekî dîtir re ji ber pêwîstiya bîrdoziya me û ji ber pêwîstiya cîhana ku em dixwazin biafirînin, em tenezûl nakin. Çendî ku hun vê bi xwe bidine hînkirin jî û bibêjin “heke li me neyê xistin em rast nabin, em neyên lêdan em rast nabin” em vê ji mirovan re layiq nabînin. Şêwaza me ya mirov hildana dest bi gora payînan nabe. Lê hunê bibêjin wê demê “emê jî hetanî ji destê me bê şaqizî bibin.” Va, wê demê hunê wenda bikin.

Ev derfet hemû tenê ji bo ku hun bigihîjin hêza disîplîna mezin û bisewin. Nexwe ne ji bo şaqizîbûna we ye. Nexwe ne ji bo zarokîbûyîna we ye, ji bo tûjbûna we ye. Ne ji bo sistbûnê, ji bo serweriya rastiyan e. Di çewtiyan de ne ji bo hevrazbûnê ye. Hun dane hînkirin. “Tenê di nîvengên zexta hişk de em rêkûpêkiyê didine xwe. Di vê nîvenga azadiyê de emê kêfiyetê bigihînin teşeyên sînornenas.” Va, hun mînakên wê dibînin, ê herî kevin ku digotin “ê herî ez im” rewşa wan çî ye. Ma min got “bila wisa bikin” Nexêr! Ewan azadiyê çewt nirxandin. Keda partiyê ya pîroz û bilind pir bi xirabî ezezî kirin û niha jî qet yek ji wan hesabê nade. Hatine çil saliyê, lê bi xwe ne di wê rewşê de ne ku karibin bi du peyvan parastina xwe bikin. Her ku diçe ev ji bo gelekan tê halê çarenûsê. Ê herî mebest pak e, di ciyê nebûyî de henasa dawî dide, yên ku dimînin jî qasî ku nikaribin hesabê bidin reben û weke kesên gunehê mirov bi wan tê, derdikevin pêşberî me. Ma ev rast e? Ma ev tê xwestin? Heke na, wê demê çima?

Binêrin, hema her tiştên we, ez weke berpirsiyarê di pêş de tê dibêjim; divê hun hindek tiştan fêm bikin, hun nikaribin pirtûkan fêm bikin, nikaribin şerê gelan fêm bikin, ji cîhanê nikarin tiştek fêm bikin, çîroka me ya zelal heye, wê fêm bikin û derfetên jiyanê bibînin. Ji ber ku li vî welatî bi awayekî dîtir nabe. Bi awayekî dîtir dijmin fersend nade ku pertik jî bihejin. Ji bilî xiyanetê, ji bilî xefletê, ji bilî ketinê ti tiştek nîn e. Wê demê vê çîrokê baş fêm bikin. Heke hun nikarin ji zimanê teoriyê, ji zimanê siyasetê fêm bikin, weke raderbirîna ezmûneyên şerê gelan ji zanistiya leşkertiyê jî fêm nakin, min ji we re çîrokeke jirêzê pêşkeş kir. Min ji rasteqîna jiyan, şer û têkoşîna xwe hinek tiştan vegot. Wê fêm bikin.

Ji bo fêmkirinê şiyarbûna dil pêwîst dike.

Heke dil pir hatibe şaqizîkirin û tiştekî mînanî çemk nemabe, dev ji her tiştî berdin û ji her tiştî re bi navê nezanînê nêzîk dibin, hun çîrokê çil caran jî bixwînin, nikarin fêm bikin. Ev tê jiyîn, lê pir çewt e. Hunê kengê bigihîjin hêza fêmkirinê? Ger hun çîrokeke jirêzê fêm nekin, êdî weke kevin eleqeya me ya we tevlîkirina partiyê û şerê wê namîne. Em dixwazin dawî li vê çûyînê bînin. Em dixwazin bibêjin, êdî bes e ji vê şêwaza we re, ji vê meşa we re.

Hun dibêjin şer; we ji zû de çekê sermil kiriye, baş e li kû derê ma pêwîstekên vê? Ka li kû derê ma hîtabeke vê ya jirêzê, civîneke jirêzê, hindek rastiyan li hev çespandin?

Bi bermayên sedsalan ango bi wan hindek şikilbûnên ku dijmin heşifandiye û bi we daye; bi ya min pir xirab, weke firçeya boyaxê taybetmendiyên kesayetiyê hun hizir dikin ku karibin bijîn. Ev tiştên ku hun dibêjin nabin, ji texlîdên leqleqiyê ne. Cilên ku hun li xwe dikin, ji wan cilûberkên şanoya pir xirab ne cuda ne. Bi gor vî şerî erjeng puxte û teşe qezenckirin na, weke şanoya teşeyekî cewaz a pir kenokî tê leyiztin. Ezê bibêjim, ma hunê karibin bitêperînin, dev jê berdin, lê mînak hindek zorê li min dikin. Ez dibêjim qasî tu dikarî biaxive, nikare. Qasî tu dikarî biaxivî bike... Nikare vê jî pêk bîne. Nêzîk nebe, biqewte û here! A ku dixwî, ya ku dikî êdî bes e, xwe bikişîne quncekî, wê jî nake. Bi gor rastiyeke herî jirêzê şikil bigire, gotinê qezenc bike, wê jî nake. Ev, tê wateya “ez tam belayek im, tam serseriyek im ango yekî bêçare me!” Ma wisa mayîn rast e ango gengaz e?

Min rastînê destnîşan kir:

Min pêwendiya xwe ji van kesayet û çespandinan hê di heft saliya xwe de qut kir. Ji hemû mirovan di vî bingehî de qut bûme. Ê tu werî piştî gavên xetê yên mezin, gavên rêxistinê biavêjî, van lîstokan bi min bileyizî. Ez tim dibêjim, ji ev cure lope, serseriyan reviyam û min rêxistinê ava kir. Di puxteya min a avakirina rêxistinê de ev heye. Yanînîvengeke ku karibim bijîm. Her kes xwedî malekê ye, ya min jî nîvenga rêxistinê mala min e.

Niha hevalên me yen jor hetanî jêr dibêjin, weke dizê malê em te rihet bernadin. Bi kedê ev çil sal in me malê ava kir. Haydê hun jî di navê de bijîn, lê bihêlin em jî bijîn. Na, emê vegerînin xirbeyê. Va mînaka dizê malê dibêjim, “ê ku te girtiye bila yê te be” yê maye em bi kar bînin. Na, dibêje, “ezê hemûkan bigirim!” Erê, di nava we de yên ku herî pêşketî ne, ya ku dikin ji vê wêdetir tiştek nîn e. Ê dî jî koleyê malê. Ka ev mala azadiyê bû? Qismekî mezin jî xayîn, parçeyekî dîtir ê lîstoka di nav civakê de ne, yanî kole. Her tişt tê dizîn, li ser canê her tiştî tê xwendin, eleqeyê jî pê nîşan nade.

Hun dixwazin me ji vê malê bidine revandin. Va, ji bo vê yekê me xwest ku em artêşê pêş bixînin. Haydê min got, mala partiyê têr nake, me got em maleke sor û dijwartir ava bikin. Jiyana artêşê; li wê derê jî ne dizekî jirêzê ye, dizîn jî na, li ser canê wê xwendin pêş dikeve. Ji ber ku yê ku li wê derê tê dizîn can e, can diçe. Di nava partiyê de belkî rêxistin diçe, belkî karbidestî diçe, belkî berpirsiyartî diçe, lê di nava artêşê de ew tiştê ku dest diavêjiyê li can dibe mal.

Ev, ew lîstok e ku bi sedsalan e dijmin dide leyiztandin. Ma me li hemberê stû tewand? Nexêr! Ma çawa hun dibêjin pêk tê? Nexêr! Kê peritî? Hun! Kî zêdetir wenda kir û li ser canê wî hate xwendin? Hun û li ser canê we! Ji bo vê yekê, ewên ku di vê astê de dijîn dê karibin dawî li vê lîstokê bînin, canê we kutabûna vê dixwaze an na? Heke hun berdewam bikin divê hun pir eşkere bizanibin ku; di her halî de sereke lîstikvanê vê lîstokê qasî nekeve lîstokên we yên piçûk xwedî ezmûne ye. Gelo hunê bi vê tê bigihîjin? Ger hun tê negihîjin dê çi bibe? Hunê wenda bikin. Ev ne tirsandin e, ev qumar e û li aleyhiyê we ye. Her ku hun zar diavêjin, hun wenda dikin. Da ku hun li vê bi temamî wendakirina xwe dawî bînin, di nava PKK’ê de, di şer de, di artêşê de ji tevlîbûna xwe re, ji vê leyiztina xwe re di bingehê şêwazeke kûr de dawî lê bînin.

Hêvîdar bin, rastîn hene, serkeftina rastiyan heye.

Li we zor bê jî, di rastiyan de israr bikin.

Taybetmendiyekê civakê heye; ji ber kû wenda dike, ji ber ku pir hatiye xizankirin, pir hatiye piçûkirin şêwaza ‘nepixandin’ê li dar dixîne. Çi rastiyeke xwe nîn e, dibêje yê herî mezin xwedê ye, di bingeh de yê ku xwedê fêm nake ew bi xwe ye. Herî zêde bawerdêriya xwedê bi lêv dike, lê baweriya wî qet nîn e. Tu dibêjî, tu çawa yî, dibêje baş im. Di bingeh de yê ku qet nebaş e, bi xwe ye. Di virê de dereweke mezin heye. Xwe ji hemû kesî zêdetir xweşik dihesibîne, lê di kirêtiya cîhanê de yekemîn e. Her wisa ye, di ya pêwîst nake de di serî de ye.

Ev kesayetiyeke nepixandinê, kesayetiya xwe xapandinê ye. Tenê di civakê de bana, me digot çare partî ye. Niha ya herî metirsîdar di nava partiyê de ye. A metirsîdartir di nava artêşê de ye. Hemû mînakên rojane vê nîşan didin: Keda min a çil salî têr nake. Gel, bi rastî gelê herî xizan çi tiştên xwe hene dide têr nake. Ê di şer de çavên xwe naşikîne û dide jî têr nake. Ez qala fermandariya sexte dikim. A ku di şer de dike, jixwe ji aliyê partiyê ve ji halê pêşengiyê derketiye, çi demê nebûye partiyî, qaşo di fermandariyê de xwe daye girtin, di wê de jî çewtî li ser çewtiyê li dar dixe. Di bingehê van hemû nirxên ku dijimêrim de, di serî de giyana fedekarî û wêrekiya ku me afirandiye û rêxistina partiyê ku me bi hezarûyek ziraviyê pêş xistiye û ew rêxistin, va ew şervanên ku dane gihandin rê vedikin li ber pêşveçûnan. Lê hemû fermandarên me li ser canê şervanan xwendine. Li ser canê hemû derfetên qezenckirinê xwendine, lê weke yekem fermandarê leşkerî xwe dihesibînin. Hindek însaf! Ez keda xwe datînim aliyekî. Li wê derê şervanên ku xwîna wan hê li erdê ne hene. Ma çi nirxên wan di serkeftina te de tune ye? Gelek hewldan hene ku wê çekê bi destê te dane û te kirine tu. Ma qet para wan nîn e? Nexêr! Yanîxwedibînî ewqas hêzdar e ku, em mînaka wê di dîrokê de nabînin. Jixwe ez naxwazim ji gelek fermandaran qal bikim.

Li hember me kemalîzm û serokê wê Mistefa Kemal heye. Ji bo kirinên xwe wiha dibêje: “Di saya netewê Tirk ê ezîz de...” Di hemû axaftinên wî de ev hevok hene. Lê li fermandarê me binêre dibêje; “ev xebata mezin a ku min kiriye di saya min de.” Gel tune, partî tune, serokatî tune. Hebe jî di şêwaza herî derewker de ye. Helbet ev, nexweşiyeke nû diderbirîne. Ji nepixandinê jî wêdetir tam psîkopatiyek didome û diçe. Mînanî nexweşiya girêbayê. Bi vê mirov nagihîje derekî, artêşek nabe, şer jî nabe. Em pir hewldan li dar dixînin, em dibêjin neke, çewtiyên te li çokê ne, dipejirîne jî, dibêje “rast e, hemû çewt in, tiştên ku dibêjim jî derew in.” Lê piştî du çirkan dîsa di wê helwestê de israr. Niha hunê çi bikin ji van?

Weke şênbertir, bi wesileya sala 20. heke zarokek bizê û dema ku were bîst saliya xwe, dikare partiyekê ava bike. Jiyekî wisa ye ku dikare şer bibe serkeftinenê. Weke ku ev ji bo mirovan wisa ye, ji bo rêxistin û artêşan jî wisa ye. Yanîvî şerî, îcar şerê gel ê nûjen birina serkeftinê bîst sal zêde ne.

Mînak şerê gel ê Çînê di demeke kêmtirê bîst salan de pêk hatiye. Amadekirin û dawîkirina şerê mezin ê Vîetnamê, di nava deh salan de pêk hatiye. Şerê milî yê Tirk salek û nîv e. Hemû şerên li Efrîqayê ji pênc-deh salan kêmtir in. Dîsa şerê Kûbayê du sal in. Hinek bi serhildanekî hatine qezenckirin. Şoreşa Cotmehê bi yek-du serhildanan hatiye qezenckirin. Şerê cîhanê yê yekem çar sal berdewam kirine. Şerê cîhanê yê duyem pênc salan berdewam kirine. Ê ku wenda kiriye wenda kiriye, yê qezenc kiriye qezenc kiriye. Yek jî yên qezenc nekirine, şerên ku nehatine qezenckirin hene. Ev di biderengîxistinê de mane. Va, şerê Filistîn û Îsraîlê, va şerê li Başûrê Kurdistanê, ew şer in ku di biderengîxistinê de û bêçareser mane. Weke van gelek şerên din ku di biderengîxistinê de mane, di rewşa hevsengê ango yên ku ji hêla dijmin ve tûşî binketinê hatine kirin hene. Niha dixwaze li ser navê serkeftiner, dixwaze li ser navê binketiner be, pêvajo wisa ye. Ew şerên ku di biderengîxistinê de mane wiha xwedî taybetmendiyekê ne: Nikarin hev safî bikin, paş ve vedikişin ango dixitimin, dirizin û diçin. Êdî navên wan nayê bibîranîn.

Niha di bingehê van rastînan de, em hewl bidin ku wateyê bi şerê xwe bidin: Beriya şerê me, bi fermî ragihandina PKK’ê jî heye. Heke hun şerê min bipirsin, çawa ku min xwe nasiye hetanî niha min weke siyasî şer kiriye. Raboriyeke ku diçe çil salî heye. Tenê ku em li wê nasîna we ya fermî ango di bin navê PKK’ê de kirinên pêk hatine binêrin, va ketina 25 saliyê heye. Lê heke hun bibêjin weke ragihandina fermî, haydê em bibêjin ketina 20. salê, di bingeh de diviya ku ev şer ya hatiba wendakirin, ya jî hatiba qezenckirin.

Me ne tam wenda kir, ne jî tam qezenc kir.

Wendakirin jî li ber derî ye, qezenckirin jî. Kîjan sedaman ev anîn vî halî? Ev rewşeke metirsîdar e. Bûyerek e ku divê di nava bîst salan de, ya hatibûya wendakirin, ya jî hatibûya qezenckirin. Niha di gihînekeke tirsdêr de ye. Pirsa herî balkêş niha ev e. Qet nebe divê hun ji vê pirsê re, bi palpiştiya ezmûneya bîst salan, bersiveke rast bidin. Ger li ser navê binketinê be jî, li ser navê qezenckirinê be jî divê hun bersivên rast bidin. Dirêjkirin nabe, berevajiyê zanistiya şer e.

Bêguman emê gavên qezenckirinê biavêjin. Wê demê emê çawa karibin rewşa biderengîxistina vê qezenckirinê bigirin? Pirseke girîng e û heke hun bersivê nedin, hunê weke tawanbarê şer ji hêla partiyê ve bêne darezîn. Jixwe dijmin bi rojaneyî dadirezîne, lê dixe. Him li hember partiyê û him li dijî dijmin ku hun karibin xwe biparêzin zor û bêgengaz dibe. Divê em ji vê re çareyekî peyda bikin. Çi kes bi vî halî we bi navê ti şerî, bi navê ti artêşî nas nake û şerê wê jî wisa nayê dayîn. Ev xapandinek e, derengîxistin e, lîstokeke xapandinê ye. Ez qala dawîlêanîna vê dikim. Ez kevnên we, nûyên we, yên xwedî ezmûne, yên nexwedî ezmûne, yên çewt û yên rast jî tevlî vê dikim.

Hun dikarin bibêjin “baş e hetanî niha te çawa hedar kir û hetanî sînorên dawî hatî û lê çespandî?” Erê, lê sedemên wê hene. Di serî de ji bo ku hinek ezmûneyê qezenc bikin. Va, yên ku pir nû ne bila hînê yek-du gavan bibin, a girîngtir jî ji bo qezenckirinê em kozikan pêş bixînin. Em hinek derfetan bixin dewreyê, derfetên derveyîn û hundirîn. Hindek pêdiviyên lojîstikê, hindek pêdiviyên kelûmelan ji bo şerekî, herî hindik têra şerê gel, em bidine amadekirin. Haydê me got kêmahiya perwerdeyê heye, em wan pêş bixînin û me hemû saz kirin.

Ez berhev dikim, qasî netewa Çîn ku dibêje di dîrokê de yê herî ez im, netewek e ku digihîje milyaran. A ku Mao kiriye, komeke pêncî kesîn bêyî ku perwerde bike êxistina şer e. Li Ho Chi Min dinêrî, ya ku kiriye bi komeke sî kesîn, bi talîmateke ku rûpelek e û bi çend mavzeran derketina rê ye. Li Lenîn dinêrî, jixwe rastûdirûst pênc-deh kesan bi semînerê amadekirin û hinartina Rûsyayê ye.

Ez li we dinêrim, tenê di xebata qadekî de, ku ez pê re eleqedar bûme, ji sî hezarî zêdetir mirov bi perwerdehiya bîrdozî û pratîk, bi saxî û silametî digihînî çiya, kozik û wargehbûna ku dikare şerê gel ê herî bisemyan bide, lê em dinêrin zilamê me çûye û li wê derê kar lewitandiye. Sî hezar kesî bi gor şêwaza gerîla parastin jî, ji bo serkeftinê bes e. Pêwîst nîn e zilamek jî were lêkirin. Hemû ji serî hetanî binî xemilandî bûn, saxlem jî gihîştibûn çiyê. Têkiliyên gel bi zêdeyî bes bûn. Pêwendiyên derveyîn tev saxlem bûn. Lê îro heke bi azînên pir taybet nebe, qasî yekî saxlem nehêle paşve dixîne. Em nikarin tawanê vê di dijmin de bigerin. Dijmin e, karê wî lêxistin e. Lê binêrin ên ku sedî notûpenc bi şer dileyizin û her ku diçe vî tînin halê hînbûyîneke metirsîdar, ji fermandar hetanî şervan hun bi xwe ne.

Şer, tim weke pîşeyeke zadegan tê pênasekirin.

Di dîrokê de jî wisa ye. Li Romayê, hemû çerxa navîn binêrin: Hunera wan kesan e ku herî şanazmend, herî zadegan, herî pîroz û dixwazin xwe bikine azad. Hunera koleyan nikare bibe şer. Hunera koleyan koletî ye. Di her cure karê xizmetê de xebitîn e. Tê wê wateyê ku hun çewt tevlî hunera zadeganiyê bûne. Hun qet ji vê hunerê fêm nakin. Ji ber vê yekê hatina vê rewşê çêbû. Hun di vî şerî de kole ne, ne şervanên azadiyê ne.

Dîrok vê tim dibêje: Gelo dibêje ewqas şervanên mezin ji bo pere vî şerî dikin? Çendî ku teşwîqeke daringî hebe jî, di jiyana hemû fermandarên navdar de zadeganiyek, Yanîhesta “ezê mezin bi ser bixînim” rol dileyize. Nexwe yên ku dibêjin ezê perê mehaneyê ji te re girê bidim, di bingeh de ew leşkerên ezeb ên artêşê ne, ew in ku xwe diavêjin mirinê, ne viyana bingehîn a şer in.

Bingehîn viyana şer bi teşeyê ‘ezê bi ser bixînim’ bûna xwedî viyaneke tûj bi xwe ye!..

Ez hizir dikim, ev di we de zêde pêş neketiye. Di van bîst salan de herî hindik weke xebata navendekê ku sî hezar tevlî bûne -qasî vê jî ji qadên curbecur hatin- we çima ew neda berhevkirin? Çima we venegerand artêşa gel a saxlem û çend serkeftinên girîng pêk neanîn? Baldar bin, şervantiya me ji çalakiyên tacîzê yên ku çilvirîne wêdetir naçe.

Dijmin tê bîra min; gava ku me yekem car gav avêt van çiyayan, digot “gerîlayekî van bedelê hezar leşkerên me ne.

Di rojên pêşî de wisa dihate fêmkirin û dijmin di nava qurifîna mezin de bû. Niha dijmin bi gerîlayê me têgihîştiye, weke ku pisîk li mişkê digere li vî çiyayî, li bin vî kevirî digere û dibêje “ezê lê bigerim û peyda bikim.” Kî ji vê berpirsiyar e? Xwe anîna halê şêrekî na, anîna rewşa mişkekî kî berpirsiyar e?

Va, tevlîbûnên we yên çewt, biryara çewt a jiyanê, biryara çewt a partiyê hun tînin vê rewşê. Ez ji mebesta we ya pak re tiştek nabêjim. Ew ti tiştek nîn e. Ev hunerek e û hunê di destpêkê de bibêjin, ezê vî şerî qezenc bikim. Daketina qada dilêriyê ji bo vê yekê ye. Lê pratîka me ya pirsgirêk ku her diçe pêş dikeve heye. Niha em gerîlayê destnîşan dikin. Ez lê dinêrim ku, çemka çetegeriyê derketiye, ji bo nesepandina biryarên gerîla û şêwaza wî lê xistiye û biriye. Çend kes in, ji kê û çawa pêk tên, li kû derê çi kirine, nikarî lênûsên tawanbaran bigirî, ji ber ku nakeve lênûsan.

Yek jî her tiştên pratîka tawanê bi vekolandinê jî naqedin. Û hun gerilayên bêçareser hatine hiştin ên vê ne. Ma ev ji min zêdetir we eleqedar nake? Ma vê çareserkirin, çendî ku jirêzê be jî, pêwîsteka rêzdariya we ya li hember xwe nîn e? Hun ji min çi dixwazin? Ma hunê wateyê bi zagonên şêr ên kêmtirîn û xetê nedin? Êdî ez navê taqima belayê li vê dikim. Ev, ya weke bêçareyan, ya jî weke kontrayan tên ku li min bixin.

Ez, xwe bi rojane şirove dikim. Ger ji me hindek hîn bibin, çiyayek bidin min jî, heke ez weke we bikim, çi cezayê hun dixwazin dikarin bidine min. Ger ji min re pir hindik derfet bê dayîn, heke ez mînanî we van derfetan bixeritînim, wan bînim halê nenasînê, qafê min jê bikin.

Min ji nînê dest pê kir. Ne têkiliyeke min, ne dostekî min û ne jî qirûşek perê min hebû. Ez di teşeyê mêvanê xwedê de hatim û barên we hemûkan, kor girêkên we hemûkan min li virê çareser kirin. Min her tiştî bi her kesî da. Min ji bav û sûlala we negirt. Min ji çi dostî jî negirtibû. Min peyda kir, berhev kir û min da. Ev pir eşkere ye. Baş e çi dibe ji we?

Dema ku min dest pê kir li virê qasî gorekî ciyê min ê razanê tune bû.

Lê niha em dikarin we hemûkan razînin, perwerde bikin, xwarin û vexwarinê pê bidin û her kesê ku tê, ji xwesteka wî zêdetir pê didin. Baş e di qadên herî saxlem de, ji yê ku dixwaze re qada siyasî, ji yê ku dixwaze re qada girseyî, ji yê ku dixwaze re parçeyê erdnîgariyê. Bi mangayeke gerîla ku nayê zebtûreptkirin, ku dikare alayekî vala derxîne, di qadê de bêsînor in. Baş e we çima nekir? Hun girseyê xira dikin, zorê li rêxistinê dikin û çiyayan tînin halê lê nayê mayîn. Di virê de çewtiyek heye, xwe nenaskirin heye, di virê de bi pêwîstekên kar ve ji dûr û nêzîk ve eleqedar nebûn heye.

Di wî halî de ya ku pêwîst e bê çêkirin çî ye? Heke hebe di nava we de û bibêje “ez rêzdar im, ez bi zadeganiya şer ve girêdayî me, ez weke hunereke zadegan xwe didime vê hunerê”, ji artêşa serdestan, mêtîngeran nirxdartir e. Heke yek hebe ku dibêje bi zanebûna vê ya kûr, bi hestên vê yên mezin di nava kar de me, wê demê herin çepeliya xwe paqij bikin. Herin wan nabin’an û hemû sedemên di bin de rakin, nexwe nêzîk nebin.

Ji hînbûna we re hetanî dawî dibêjim “erê!” Ji ber vê yekê hetanî ku di perwerdeyê de neyên borandin ji kesî re nayê gotin “gavek biavêje!” Em qadên tirsdêr jî didine têperandin. Ev hemû têne çareserkirin. Hun ê mayî vala derdixînin. Çawa? Va, rojek be jî, weke paşe bijîm çi bextewar im, îro jî rizgar bikim çi bextewar im. Şer wisa nabe, bi vê derûniyê qaşo bi rizgarkirina rojekê ti şerê gel nikare bê dayîn. We, ji asoya şerê gel xwe pêmen hiştine. Va, di virê de lopetiyeke kûr, devjêberdeyî heye. Ev pir xirab e, ne rojeke wisa jiyandin, bi vê henase wergirtin jî tawan e.

Dema ku tê gotin şerê gel, divê mirov hinek bisekine û bihizire. Ev şerê gel e ku, şerê dawî yê hêviyê û şerê rizgarbûna mirovatiyê ji bûna qedaliyê ye. Ma bi we qet îman û rêzdariya gel nîn e? Ma qet rêzdariya jiyana rûmetdar nîn e? Heke hun dibêjin heye, wê demê hinek bingehîn zagonên vî şerî hene, herî hindik divê wisa erzan neyê wendakirin. Baş e ev, bi kuştina xwe û yên li ba xwe tê qezenckirin? Ma bi xirakirina rêpîvanan û xwe kirina firîşte dibe? Ev, qas bi qas bi xwe pêşxistinê û bi binxistina dijmin gengaz e -di her astî de bi binxistinê ve gengaz e ma ne wisa? Ma hun qasî van aqil nekin dîn in? Wê demê ciyên van di giştiyê de, di şerê me yê gel ê zadegan û şerê me yê hêviyê yê yekane de tune.

Ez serserî bûm, lope bûm, hatim bileyizim. Va, di civakê min cî nedît, rû nedît. Di PKK’ê de rêzdariya mirov heye, va ez hatim bênamûsiya xwe veşêrim.” Nexêr, ev nabe!.. “Ez ketî bûm, reben bûm, hatim bibin dilêr. Nizanim ketî bûm, hatim bibim xweşik.” Wisa jî nabe... Bi van azînan hun nikarin bigihîjin xwestekên xwe. Hunê vê xapandinê berdin.

Hun dibêjin, em bi çewtiyan re li hev hatin, me gelek tiştan çespand. Ev kar bi çewtiyan re lihevkirinê û refan nizanim bi çespandinê nayê çareserkirin. Tu kê diçespînî? Ma ji bilî pêşvexistina mirovan peywireke te yê dîtir heye? Ma ji bilî çareserkirina vî karî wekî din karê te heye? Çespandin karê cîhanê ye. Hun dibêjin lihevkirin, lihevkirina çî, -bi çewtiyan re?

Rastî serdestî dixwazin, li ser navê rastiyan hewldana mirinê dixwaze.

Rastiyên me, şerê gel, rastiyên jiyanê ne.

Rastiyên mayîn û mirinê ne.

Ew pêwîstek in ku mirov hetanî dawî dilê xwe, zimanê xwe bidê û beriya navê xwe hîn bibe. Tu kî dixapînî? Tu hetanî kengê werî xapandin, bidî xapandin? Tê wê wateyê ku ji gava yekem hetanî dawî bi rastiyan ve girêdana vebir û sepandin, zimanê wê û çalakiya wê, hetanî dawî li dijî çewtiyan derketin, qasek jî nikare were taloxkirin.

Hun di wendakirina dîrokê de rojan dijimêrin. Dibêjin, “ev bergirî û çareyên vî zilamî biqedin û em jî rizgar bibin ji vî şerî.” Xewna jiyana piraniyê ev e. Ez bi vê dihesim, ez vî di çavên we de dixwînim. Hemû tevgerên we vê bi bîr tînin. Bi teoriyên dijmin ên maljînalbûyînê ya ku hêvî dikin jî ev e. Ew li we dinêre, hun lê dinêrin, va me şer kir, namûsê jî rizgar kir, ji vê zêdetir ne bi gora me ye. Hemû îtîrafkaran jî vê gotibûn, lê di qirika wan de dê bimîne.

A min jî bi gora min soza min heye. Soza min a gel heye, soza min a dilsoziya rastiyan heye, dilsoziya min a jiyanê heye.

Wan kesên ku wisa guhên xwe ji binketinê re bel kirine vala derxistin, ew seha ye ku herî zêde ez bêaman im. Ewê bicehimin, ên ku dibêjin ka bila biqede û em rizgar bibin, em fersendê peyda bikin û weke paşayan rojekî bijîn ango ezê dehan bidime wendakirin, lê tenê rojekî bijîm, va ezê ji bo van tîpan bijîm, ji bo li ser canê wan bixwînim. Jixwe li hember wan şer dikim. Ên weke margîse (bûqalemûn) û çilpiyan, tu di ciyekî de li wan dixî, roja dîtir ji nû ve dertên, lê emê derbeya mirinê ji wan re amade bikin. Ên ku jiyanê di binketinê de dibînin û şerê me yê hêviya pîroz ê dawî, şerê me yê mirovbûna dawî bi ajoyên jiyana xwe ya sihêl û kerax ve girê didin, ezê ji bo wan bibime bêaman.

Tenê ez nabêjim ez sond dixwim, ez nabêjim ez soza xwe ya salê didim, hetanî nav mixê xwe, hetanî şanên xwe ez ad didim ku ezê wan vala derxînim. Min gelek lope û ketiyên ajoyan nas kirin. Herî împeryalîstên axa û bav dibêjim “me bergirî girtin.” Zagonan derxistine. Emê wan biparêzin. Axaftin e, derketiye holê ku nikarin biparêzin.

Payîna sala 20. nikare bibe binketineke erzan.

Di nav refên me de rojane tê gotûbêjkirin, ma ewqas şer ne bes e, emê kengê bijîn? Zilamê bêşeref, ma soz wisa dibe? Ne bîst sal, dused sal jî şer bikî, ka qezenckirin? Ma te şer kir? Ma te li ser canê şer nexwend? Ma tu ji şer tiştekî fêm dikî? Ma te ji bo şer tiştekî kir? Bila biqede dê bije! Şer kiriye, îcar dor hatiye jiyandinê! Ez eşkere bibêjim, belkî hun xwerû ne, xafîl in, lê peyvek ji wan tenê jî di nava şerê gel de ji bo gulebarankirinê bes e. Lê li virê perîşanî, li virê ketî li navînê digerin, li virê tawanbarên şer li navînê digerin, li virê bêhêvîtî, li virê yên ku her tiştên xwe tevlî binketinê kirine li navînê digerin.

Hun van hemûkan bi erjengî li ser min diçespînin. Her kes diçespîne, hinek li hember me bêaman şer dikin, hinek jî mînanî we bi ziravî. Lê heke weke jana êşa zirav be jî, ezê nexapim. Ez naxwazim daxwazên we yên xortaniyê bişikînim, lê ev nikarin min bixapînin. Ez yekî wisa me ku min hê di deh saliya xwe de benê navikê bi jiyaneke wisa re, bi civakeke wisa re, bi dayika xwe re qut kiriye. Ez ji şîr bûm, ji benê navikê bûm û min hingê xwe bi tenê mezin kir. Ewqas serbixwe me, bi hêza puxteya xwe ewle me. Ezê bi çiyê we ewle bim? Hunê min bixapînin. Hunê bi van hestên xwe çavê min bitirsînin!

Heke em we nakujin, yekane bahaneya vê belkî jî ji bo sitandina cezayê tawanê ye. Nexwe ji bo tawîzdana we nadime jiyandin. Heke em bikujin, dê deyn bimînin. Heke hun nayên kuştin, ji bo ku hun bixebitin û deynê bidin e. Divê hun bizanibin ku ez wekî din bi ti bahaneyê nadime jiyandin. Ev, ne deynê bavê min e, ev deynê we yê dîrokê ye, deynê şerefê, deynê gel û deynê we yê pakrewanan e. Ya hunê wisa bi fesal weke mirov negerin, ya jî heke hun mafê gerînê di xwe de dibînin, pêşî deynê xwe bidin. Ma te deynê mirovayetiyê daye, deynê welat daye, deynê azadiyê daye? Mirovekî ji gel ê jirêzê ku hetanî qirika xwe niqoyê deynê bûye, ma dikare wisa bigere? Întîxar bike! Karsazên ku îflas kirine jî xwe dikujin, rêpîvan ev e. Na heke leyiztandina hirçan hun weke jiyanê dizanin, ew cuda ye, lê emê wisa nejîn.

Em dibêjin; emê di soza xwe de wisa nedin jiyandin. Şêwaza dîtir a serkeftina şerê me jî ev e. Ji ber vê yekê di dîalektîka şerê PKK’ê de du tişt tên gotin: Te şer kir, bi ser xist dikarî bijî, te şer kir, bi ser nexist bişeref bimirî. Riya vê ya navîn tune.

Baş e, yên ku li ber bîst saliyê guhên xwe ji binketinê re bel dikin kî ne?

Bi taybetî weke hêza bingehîn a şer, di nava artêşê de, di xebata me ya artêşbûnê de çetegeriyeke eşkere bi şêwazeke pir têkilhev, pir zirav, pir bêteşe hetanî îro bi zanebûn ango ji ber xwe ve, em ji cureyên komplo, derbe bi mebesta pak û nepak, hetanî her cure şêwazên jiyana derveyî şoreşgerî, bi azînên wisa vî karî û herî dawî jî bi belavî, va weke ku di nava refan de tê gotûbêjkirin bi teşeyê “şer hetanî vê derê ye, em dixwazin bijîn” bi rengê xwe dana dest li ser tawanê hatine girtin.

Bi vê wateyê dibêjim ku, 20. sal ji her demê bêtir di şer de serkeftin û di jiyanê de azadiyê re nêzîktir e.

Ez naxwazim kitekitan bi teşeyê ka di 20. salê de em li kû derê ne bînim ziman. Me di van salan de li ser zemînê navnetewî zêdetir rûniştandinê pêk anî. Me, dîplomasiya dijmin, hemû şerên wî yên hov ku dixwest me teng bike û bîne hale nayê jiyînê vala derxist. Me hemû qirkirin, kuştinên kiryarên wan nediyar ku dixwest bi van me ji girseyan qut bike û hemû valakirinên gund û bajaran, penaberkirina bi milyonan û her wiha radestgirtina wan di van salan de vala derxist. Gelê me Çendî ku birêxistin ne be jî, eniya desthilatdariya siyasî saxlem e. Ji bo şerekî germ çi pêwîst dike qasî ku karibe bide, hêzdar e.

Dijmin çendî ku di nava hewldanên marjînalkirinê de peyda dibe jî, me gerîla di nava hemû welêt de, ji Başûrê Kurdistanê heyanî Bahrareş, heyanî Torosan anî halê vekirî. Kakilên gerîla yên saxlem da ku şerê gel ê herî xwedî îdîa li Rojhilata Navîn pêk were çi pêwîst dikin, li wirê saxlemkirin, di virê de ya ku çewt e û ji serkeftinê digire me daniye holê. Heke hun bi rastînan re kozik bigirin, zemînên objektîf biyek bikin, hunê bibînin ku di wê xala ku azînên leşkerî, ku dijmin giraniya xwe didê ji bo encam girtinê, dê binketina herî mezin jî bije. Ji dîplomasiyê heya siyasetê di asta girseyî de îflas kiriye, polîtîkayên aboriyê di qada leşkerî de jî, ji ber ku teşeyekî metirsîdartir dije, di vê salê de û di salên paştir de jî, bi lezginî ber bi binketinê ve biçe.

Di çûyîna ber bi salên du hezarî de weke ku teng kiriye, di qada leşkerî ku pê ewle ye de, ew qad dikare were halê pir biha. Ji bo vê yekê gerîlayên ku pêwîst dikin amadekirin û li bendê mayîn lazim e. Bi kesayetiya partiyî yê çawa, bi kesayetiya milîtan gerîla yê çawa, bi hostatiya taktîk a çawa, çalakiya afirandina ji nû ve rakirina şoreşê û kesayetiya afirandinê pêk were, bi encamên herî balkêş ên gerîla, tenê ne li Kurdistanê her ku biçe ji gelên Rojhilata Navîn jî weke hêviyeke azadiyê zêdetir bike û bibe rizgariyê.

Va, bi rastî çendî ku bazdaneke maratonî ya bêaman e jî, ev salên şer ku pir girîng bûn, me wisa anîn heya virê û em xwe amade dikin ku bikevine saleke dîtir. Weke hun dibînin westandin bila li virê bimîne, zêdetir vê maratonê bazdan û him jî bi peroşmendiya sala fînalê, em amade ne ji bo qedandina vî şerî. Em saxlem mane û qasî ku ber bi gavên fînalê ve biçin serwer in.

Di vî bingehî de ji we hemûkan re careka dî, çendî ku raboriya we bêhêvîtiyê wad dike û we xwestekên xwe pêk neanîbe jî, vê sala me ya şer divê hun biwate binirxînin, xwe bigihînin şêwaza biryara rast, li hember kêmî û kêmasiyên xwe weke heyfhilanînê soza şerê bidin û di rastînên serkeftinê de tevlîbûn û tevkariya xwe pêşan bikin, tenê bexşandin na, edilîn na, hunê bibine xwediyê serkeftinên pir girîng û kesayetiyên zadegan û her wiha bibine raderbirîna serkeftin û jiyana azad.

Di serî de bangawazî dikim li hemû partiyiyan, şervanên ARGK’ê û xebatkarên eniya gelê me, di her qad û peywirê de, em ji peywira herî jirêzê bigirin hetanî peywirdarkirineke herî stratejîk, ku bi vê helwestê bi xwe bawer bin, azîm û viyana bilind û tûj berjor bikin, qasî bergeha rast a ku pêwîst dike hewldanên pratîk kêm nekin, bi gavên bipîvan, ger pêwîst bike hetanî biserdeçûyînên çavreşî xwe ji her cure helwestê re amade bikin û bi gora vê weke xwedî amadekarî tevlî bibin!

Ez careka dî dibêjim ku, şêwaza 20. salê bi vê wateyê ji her demê bêtir serkeftin û di jiyanê de azadî ye. Ez bangawazî dikim ku hun vê şêwaza tekûz û şensê bi israrî hembêz bikin, ji bo serkeftinê jî bi reha giraniya xwe bidine ser rastînan, vê yekê weke şêwaza xebitîna rast a qasê bizanibin û tevlî bibin, vî şensî ji bûna şens derxînin û bînin halê çarenûsa jiyanê!

Ez bangawazî dikim ku, êdî xwe ji vê re layiq bibînin, bibine parastvanê nebez, qasî jidil bi temsîleke tûj xwe bigihînin behremendiya temsîlkariya vê! Ez dibêjim, heke ev tevek rast bin, hê ji niha de sala şer a 20. qezenc bûye, yên ku hatine wendakirin dê bêne qezenckirin. Kesayetiya PKK’ê ya rastîn û pîroz bi taybetî di bingehê bîraweriya pakrewan û Zîlan’an de dê raderbirînê di me de peyda bike û ev jî bibe serkeftina misoger.

Divê hun bibêjin, “heke hebe serkeftin ez heme, na nîn e ez tune me” û bi reha qezenc bikin.

 

27 Mijdar 1997

 

 

Û di qasa me ya mirinê de amîn.

...

Û cîhana di xwîna min de ditepişe ji nişka ve

Dema ku ez vê dibêjim.

 

Êşa wê

A Gilgamêş,

di vegera xwe ya ji welatê bêqemik de

Êşa min.

Di cîhana me ya sîber de

her zilam Ademek

pê re dest pê dike cîhan

pê re diqede

di navbera paşê û pêşê de

-kevanokên ji kevir-

ji bo qaseke bêveger

ezê bibim mirovê yekem û dawî

-bêgewde, bêbirî-

vedibe di bin piyên min de

û tê girtin û dibe heyama arî.

 

Octavio Paz

 

 

Hesab Pirsîn

 

Gelo kengê navê we danine ‘jin’?

Lê divê niha navê we were danîn ‘mirin’. Şûna ‘jin’ ‘mirin’... ‘Jin’ peyveke gerdûnî ye. Hema hema di hemû zimanan de ‘jinekolojî’, yanî zanistiya jinê heye.

Di nav me de jin tê wateya jinê. Di zimanên netewên din de ne wisa ye. Hinek bi Fransî dizanim, cuda ye. Ez hizir dikim ku, tenê di Kurdî de wisa ye.

Jin û mirin...

Ma jiyan nemir? Çima hun li navê xwe xwedî dernakevin? Piştî ku her tişt mir, eşkere ye ku divê navê we were danîn mirin. Da ku jin bibe jiyan, min hemû hêza xwe danî holê.

Ez dixwazim xwedayan bigihînim hawariyê, lê bi gor ramana min a felsefî min hê tiştek peyda nekiriye.

Ez her roj lêpirsîn dikim, xwedê li kû derê ye?

Hema gerdûn tê hişê min. Bi gor daneyên dawî yên zanistiyê dihizirim, ji cîhana atoman heya cîhana galaksiyan, lê nikarim ji navê derbikevim.

Ramana ku ez dikarim xwe bigihînimê ya herî mîstik, herî felsefî û olî tiştekî wiha bi min dide hîskirin: Di pir kûrahî û nepeniya ku di mirov de pêk tê tiştên diqewimin, hatina wan a ser zimên heye. Tebî ev hê hizrek e, nehatiye peyitandin. Yanî hîsek e. Di wê xala ku hun dimirin de hizirandina gerdûnê dibe jênerevîn. Ji ber ku ya di jiyanê de pêk tê, bûyera herî balkêş a gerdûnê ye.

Û jiyan jî bi we re, bi navê we re bi bîr tê.

Di van hemû xalan de, kesek ji we heye ku karibe min hindek ronî bike, ji hîs û ramana min re tevkariyekê peyda bike? Keça ecêb, tu keçeke sosret î, ji bo nasîna te ez hinek hewl didim. Tu kê yî, çî yî, ez tiştek nabêjim. Ê tu bibî çî, ez wê jî nabêjim. Bravo, tu wêrek î.

Nûdem: Ezê nebêjim ronahîkirin, lê yên min jî di aliyê de hindek vekolînên min pêk hatibûn.

Abdullah Ocalan: Wa, bi rastî?

Nûdem: Manendê wê hinek hîs çêbûn û ji ber vê yekê ez naxwazim hun vê weke ronahîkirinekê bipejirînin. Tenê dixwazim ramanên xwe destnîşan û eşkere bikim.

We qala Îştarê kir, li Mezopotamyayê xwedawendek e. Weke xwedawenda derametê hatibû zimên. Wekî din jî li ciyê ku cara yekem tevlî refên partiyê bûbûm, ez çûbûme pirtûkxaneyeke antîk, li wê derê bi gerdûn, zanist û xwedawendan re eleqedar pirtûkeke berîkê ya piçûk, bi fiyeteke guncav bi destê min ketibû û min lêkolîn kiribû. Bi rengekî jixweber him li ser astronamiyê, him jî di der barê xwedawendan de gelek agahiyên kitekitî tê de hebûn.

Ji Îştara ku xwedawenda Mezopotamya ye wiha qal dikir: Hun dizanin di pirtûkên olî yên raboriyê de tim qala zanistiya stêrkan, zanistiya çav û bandora pîlanatolojîk a stêrkan li ser mirovan tê kirin. Tebî dema ku mirov vedigere wê serdemê ku atom hê pir nêzîkê hev in û her wiha di bingeh de hêza rakêşê jî pir nêzîkê hev in, mirov dikare bihizire ku bandora stêrkan li ser mirovan gengaz e. Di serdemên raboriyê de hinek lêkolînên astrolojîk hatine pêkanîn. Di encamê de xala ku gihîştinê, di bingeh de ewqas ne bandordar in. Yanî di roja îroyîn de ku kutle êdî ewqas ji hev dûr dikevin, bandora vê tenê ji sedî nîn xal daketiye yekê, lê di raboriyê de -li ser tê sekinîn ku- gengaz e pir bandordar be.

Îştar ku ji pîlaneta Gelawêj (venûs-zuhre) bandor girtiye, Gelawêj pîlaneta tîmsala xweşikî û hezkirinê ye. Her wiha him derametê diweşîne, di heman demê de xweşik dike û bi vê rewişta (karakter) xwe dişibe axê. Niha dema ku em têne Mezopotamya, ax ku tîmsala derametê ye, ew axa di navbera çemê Firat û Dîcleyê de ye. Hindek qesda wî milî dihate kirin. Cara yekem ku ez li wirê bûm, min qala Îştar kiribû. Bi taybetî di waneya jin û zilam de cara yekem li serê hate sekinan...

Abdullah Ocalan: Biyekbûna jin û axê berhemî pêş dikeve. Di pêkhatina civaka komalgerî ya seretayî de, ya ku di dîroka mirovayetiyê de tê zanîn û hatiye peyitîn Mezopotamya ye. Yanî di navbera çemên Dîcle û Firatê de, bi teşeyekî ku bi çav tê dîtin şikil girtiye. Him sewalên kedî têne xweyîkirin, him jî riwekên bitov têne çandin û vê jî bi giranî jin çêdikin. Îştar xwedawenda vê çandê ye. Em çavkaniyê wisa hildidin dest.

Ji bo min Îştar Star e. Di bingeh de di Kurdî de Star tê wateya stêrk. Star di zimanên Ewropî de tê wateya stêrkê. Rehê wê Kurdî ye, ji Mezopotamya ye. Îştar jî ew teşe ye ku hinek bi Erebî ve şemitiye. Dibe ku bi taybet di vê mijarê de eleqeyên te hebin, lê gelo di mijarên din de tu çawa yî? Çiqas dikarî li hember rastînan bihedirînî?

Nûdem: Ez naxwazim vê pêşînen biaxivim. Ji ber ku di nava şer de mirov dikare li hember hinek tiştan çiqas bihedirîne, çiqas nikare bihedirîne, ez nizanim. Dê xwestek û hewldan hebin.

Abdullah Ocalan: Her wekî tu ewqas bi xwedawendan re eleqedar î û bi karên pîroz re eleqeya te heye, divê tu sihêl neaxivî. Heke rêzdariya te ji bo xwedê û xwedawendan û van têgînên bingehîn heye, divê tu xwe bi peyvên sihêl nexapînî. Peyvên mînanî “bi xwestekê ve girêdayî” ew peyvên herî sihêl ên kemalîzmê ne. A rast yeka ku bi xwedê û xwedawendan re mijûl dibe, nikare bi peyvên wisa re mijûl bibe. Ma tu bi xwe bawer î?

Nûdem: Nikare bê qalkirin ji tiştekî mînanî bi xwe nebawer. Di bingeh de baweriyek heye, lê ku mirov rabe bi baweriyeke wisa petot bi rê bikeve rast nîn e.

Abdullah Ocalan: Xwezaya mirov di dema destpêkirinê de çi be, niha jî ew e. Bi gor bawerdêriya min a dîtir nejidilî ye. Divê tu hema biryarê bidî.

Nûdem: Erê, biryarmendî pir girîng e, piştî biryarmendiyê vegera paş çênebû. Dema ku ez li sicîla xwe ya giştî dinêrim, ez dibînim ku gavên ku min avêtine, min wisa bi hêsanî wernegirtine.

Abdullah Ocalan: Heke wisa be baş e; divê tu sekna herî biryarmend li virê pêk bînî. Ji ber ku bi nîvengê re xebitîn pir girîng e. Di vê civakê de, di vê civatê de ya ku ne cidî û rişt be, bi her tiştên xwe ve derewek e. Çareseriya jinê di virê de ye. Ez dibêjim dev ji zilam berdin, heta min jî “bikujin”, lê xwe dabihûrînin. Her wekî tu li hember Îştar rêzdar î, wê demê divê rastîn biaxivin.

Nûdem: Min di axaftina pêşî ya ku min bi we re dabû çêkirin de gotibû. Bi rastî jî ez tim rêzdar bûme li hember mirov ku xwe pêk tîne û dike heyîn. Îştar ew kes e ku, karîbûye xwe bike heyîn û di encamê de heyanî îro hatiye û hê jî derbasdar e.

Abdullah Ocalan: Temam ew wisa ye... Tu niha li hember çî rêzdar î? A ku di nava te de diqewime çî ye? Qasî zarokekê xwerû biaxive.

Nûdem: Di bingeh de, di vê demê de bi rastî jî tiştekî ku ez jê hez bikim nîn e. Ez eşkere û net diaxivim. Yanî ez nikarim bibêjim “ez ji vê pir hez dikim.

Abdullah Ocalan: Tu nikarî hez bikî, dibe. Ne tenê li ser hezkirinê, xwestinê, di der barê nefretê de rastîna te çî ye?

Nûdem: Di bingeh de min ferq kir ku nefreta min pir mezin e.

Abdullah Ocalan: Li hember çî?

Nûdem: Ji ber ku ez pir bi hêsan nikarim bipejirînim, ji gelek tiştan nefretê dikim. Bi giranî jî li hember jiyaneke wisa rêzdariya min heye, lê bi rastî jî her ku ez kirêtiyên wê yên heyî dibînim, li hember wan nefreteke erjeng, nefreta herî mezin jî li hember xwe dijîm. Di bingeh de lêpirsîna herî mezin li hember xwe çêdikim. Yanî weke awêneyeke hebûniyên li derdora min dihizirim. Tişta herî zêde arasteyê dibim, yanî kirêtiya herî zêde dibînim...

Abdullah Ocalan: Ma tu ji xwe nefretê dikî?

Nûdem: Ji kirêtiyên xwe.

Abdullah Ocalan: Baş e, kirêtiya herî girîng ku tu di xwe de dibînî çî ye?

Nûdem: Ev ewqas ne girîng e, gelek kirêtiyên min hene. Ev pir birû ne. Her roj yekî peyda dikim. Hê min ew rûyên xwe nekuştine.

Abdullah Ocalan: Rewşa vê keçê dişibe çî?

Dîcle: Kesayeta ku kapîtalîzm ew afirandiye û heya mixên wê daye jiyandin.

Abdullah Ocalan: Tu dibêjî kesayeta ku kapîtalîzm ew daye jiyandin heya mixên xwe.

Dîcle: Mirov dikare wisa bibêje.

Abdullah Ocalan: Pênaseyeke tirsnak. Baş e dikare bibe firîşte?

Dîcle: Dikare.

Abdullah Ocalan: Lê niha aliyê wê yê ku giraniyê didê ne firîştebûn e. Ma tu marjin î?

Nûdem: Carekî pênaseya Medûsa (jina ku di mîtolojiya Yewnan de dibore, porên wê mar in û zilaman dadiqurtîne) dabûne çêkirin.

Abdullah Ocalan: Têgîn li ba te pir dewlemend in. Tu dikarî li ser ên me serdestiyê jî ava bikî, bidomîne. Heta bibe stemkar. Medûsa çî ye?

Nûdem: Jina marînî. Di bingeh de ji ber ku porên min gustîlok in, hindek dişibin mar. Di nava avê de mînanî Medûsayê vedibin.

Abdullah Ocalan: Tu xwe dişibînî wê?

Nûdem: Ez xwe naşibînimê, tême şibandin. Ji ber ku zilam bi giranî jinê dişibînin mar û tim di mar de xirabî tê gerîn...

Abdullah Ocalan: Mar xirab e.

Nûdem: Ez tim dixwazim bihizirim ku aliyekî baş ê mar jî heye.

Abdullah Ocalan: Ez qet nabînim. Ez dixwazim taybetmendiyeke mînanî ka dikare bibe heywanekî şîrîn, lê qet peyda nakim. Heke tu min bînî rayê, ezê bibêjim “bravo!

Nûdem: Bi giştî di cîhana têgînan de, ji bo gelek heywanan rewiştên xirab guncav hatine dîtin. Mînak mar xirab e, dûpişk xirab e. Gelo aliyek wî yê erênî heye an na, ji ber ku di encamê de ew hene. Em rabin û wan heywanan tenê xirab bibînin, dê emê çiqas karibin naveroka dîalektîk bidinê?

Abdullah Ocalan: Baz jî tim zindiyan nêçîr dike, dixwo, mar jî dixwo. Tu dikarî di baz de xweşiktiyekê peyda bikî, lê ez di mar de peyda nakim. Hetanî niha min hemû mar kuştin. Lê ez pir hestiyar im. Ewqas kevok hene, çi demê dilê min qayil nabe ku ez yekê serjê bikim. Ez dikarim bibime vejeterjan jî. Ger biryarek bê dayîn ê ku di serî de destê xwe rake ez im. Lê di der barê mar de hê ramaneke min a nû pêk nehatiye. Gelo em dikarin mar bikine weke zerîle? Gelo dikare bibe leyîstoka me ya baş?

Keçê şibandina vê gelo nabe nepixandin? Bi rastî te lêk kir û got dikare bibe firîşte. Di der barê keça bênav de wekî din kê dixwaze şirove pêş bixe. Êdî ji niha şûn de tuyê xwe bidî nasandin. Belkî jî miroveke ku kapîtalîzmê kiriye mar na, ji ber ku qurmên netewî û civakî bi temamî hatine ziwakirin, hindek jî dixwazî bi înat hinek tiştan bikî, te şikilbûneke wisa jiyaye.

Heke keçeke ciwan wisa metirsîdar be, ev dererêpîvanî ye. Bi rastî jina ku min jî hildabû dest weke bîreke bêbinî bû, lê ez hizir nakim ku ev keç wisa be. Dibe keçeke xizan be. Tu tim dixwazî xeyalên xwe biparêzî, êdî ew jî zor e. Gelo derfetê jiyana hêsan pêşkeşî te kiribûn? Em nikarin te bibin hin ciyan. Rewşa te jandar e, ma malbata te bi xweşikî tu dane jiyandin?

Nûdem: Erê, di dirêjahiya çarde salan de rihet jiyam. Pişt re jî bi vebijarteka xwe min jiyaneke ku rihet bikim û bi xwe bidime afirandin vebijart. Bi kurtasî di nava malbatê de rihetî hebû, lê hewldana min a bi xwe jiyan avakirinê jî hebû.

Abdullah Ocalan: Tu çendî bervedî jî, tu dişibî wê keçê ku bi zorê dikare li ser piyan bimîne. Ma desteka zilam nebe, tu dikarî li piya bimînî?

Nûdem: Hewldanên min ên sekinandinê çêbûn û ji niha şûn de jî dê çêbin.

Abdullah Ocalan: Nîvengê piçûk nebîne. Ev nîveng ciyê mezin hesab pirsîna dîrokî ye, hesab pirsînên har. Tu çendî serveşarî jî bî, dê ev nîveng te bineqîne. Heke hinek ewlehiya te bi te hebe, dê rastîna te derkeve holê, lewma bextewer be. Ne li hember xwe pir hêrsdar be, ne jî xwe binepixîne. Taybetmendiyeke girîng a nîvenga PKK’ê heye; behremendiya veguherandina dijmin jî hatiye peyitandin. Ji xwe zêdetir dijminê xwe vediguherîne. Her wiha çiqas hişk û req jî bî, dê te jî bineqîne. Ger aliyên tu xwe pê bigirî an jî aliyên pir balkêş hebin, wateyeke hêzdar bi wan bide. Ez hizir dikim ku ev tev dikarin te bînin rayê ji bo hêvîdarbûnê. Di her halî de naxwazî di nav milên zilam de biqedî, ne wisa?

Nûdem: Na.

Abdullah Ocalan: Ma tu weke bisêhr dibînî?

Nûdem: Nexêr, rewşeke ku zilam pir bisêhr bibînim jixwe nebû. Hinek ezmûneyên min jî hebûn. Şûna ku zilam weke bisêhr bibînim, di bingehê bi hev re hin tiştan afirandin de lêgerînek hebû. Lê pişt re min dît ku ev bi xwe jî pêk nayê.

Abdullah Ocalan: Ma te rastînan dît? Ez hizir nakim ku zilam wisa bibe destek û bi jinê re kar bike. Ez jî tê de zilamê herî bijare karên dîtir dikin. Ji ber vê yekê di milên bisêhr ên zilam de li destekê negerin. Li ser lingên xwe bisekinin û hewl bidin ku bi milên xwe jiyanê bigirin. Heke rêzdariya te ji Îştarê re hebe û wisa dest pê bikî, belkî karibî bimeşî.

Nûdem: Ji ber ku baweriya min heye, li virê me. Wisa bi hêsanî derketina rê hez nakim.

Abdullah Ocalan: Ev hemû ew tişt in ku, bawermendên mîna te lê digerin. Divê tu hewaya bandordar a rêwiyeke xwedê ya di riya Starê de pêl bi pêl biteyisînî. Ma ne ew civaka herî bikêr e ku, karibî xwe bi hêsanî bixî riya xwedê?

Nûdem: Ew hêza ku bixe riya xwedê ne ez im, li virê civat, hêz heye.

Abdullah Ocalan: PKK niha hêza herî rasteqînî ye ku dikare bixe riya pêxemberan. Jin hatine anîn asta êxistina riya xwedawendan. Madem eleqeyên te bilind in; bi teşeyekî xwestek, peroşmend û pir bicoş divê tu karibî him xwe û him jî derdora xwe bi rê ve bibî. Di rewşa berevajî de dê derkeve holê ku tu Yahûdaya cıvata Hz. Îsa yî. Hendazetî nîşan bide ji bo bûna yek ji cıvata Îsa. Ma tu dixwazî bibî yek ji wan ê di riya pêxemberan de?

Nûdem: Tebî weke derwêşan jiyîn.

Abdullah Ocalan: Ne weke derwêşan, riya pêxemberan riyeke jirêzê nîn e. Hindik zêde nas dikî, bervedana te li hember riya pêxemberan tune ne?

Nûdem: Beriya her tiştî divê çîlekêşiya wê baş bê dîtin.

Abdullah Ocalan: Tenê çîlekêşiya wê na, meşa serkeftinê jî mijara gotinê ye.

Nûdem: Gihîştina hemû serkeftinan di bingehê êşên mezin girtina berçav de pêk tên.

Abdullah Ocalan: Helbet wisa ye, ger çîleya vî karî nebe, serkeftina wê jî nabe. Qet mebesta me nîn e ku, em te weke jirêzê hildin dest, lê divê tu jî me rişt bigirî. Dev ji me berdan li hemû xwedayan, xwedawendan û pêxemberan xiyanetkirin e. Ji ber ku tu rişt û bawermend î, tuyê vê xiyanetê nekî ne wisa? Tuyê nekevî riya îblîs ku kapîtalîzmê pêş xistiye ne wisa?

Nûdem: Nexêr!

Abdullah Ocalan: Ev peyman danînên girîng in. Wekî din pirsa kê heye? Em dikevin bîstemîn sala PKK’ê. Tu nasdarê civîna min a beriya bîst salan bûyî ne wisa?

Sakîne: Erê Serokê min, me bi komeke nîvê van hevalan dest pê kir.

Abdullah Ocalan: Ma ne qasî çaryeka van hevalan bû?

Sakîne: Bi komeke wisa kongreya damezrîn ku dest pê kiribû hebû. Di kongreyê de du hevalên jin hebûn. Ewqas jinan kişandina şoreşê pir girîng e. Ev di bîst salan de pêşveçûneke mezin e. Ev ew alî ye ku, serokatiyê hêzdar û rasteqîna wî watedar dike. Xwedê di hemû bûyerên mîtolojîk de xwedawend red kirine. Yanî di bûyerên mîtolojîk de jî redkarî heye. Lê ji ber ku Serokatî bi xwe xwedawendan dide afirandin, bi wan jiyanê dide peydakirin pir girîng e.

Abdullah Ocalan: Tu ji pîrozbûnê fêm dikî, bi peroşiyê hîs dikî ne wisa?

Sakîne: Bi rastî jî peroşmendiyeke mezin dide. Di jinê de jiyanê peydakirin, di jinê de jiyanê şînkirin pir girîng e. Ev him jinê, him zilam û him jî jiyanê dike watedar. Dema ku Serokatî li eniya jinê dinêre, vê hildide dest xweşiyeke mezin radibihîse; him weke zilam, him weke mirov û him weke şoreşgerekî mezin vê xweşiyê radibihîse. Jin her ku ji eniya xwe ve vê bibîne, divê xweşiyeke mezin rabihîse. Ez bi xwe xweşiyê radibihîsim Serokê min. Şanazeke mezin dide mirov. Ji ber ku bi hêmanên dîtir ên jiyanê re dibe heyîn, ji nû ve tê afirandin û ji nû ve xwe peyda dike.

Abdullah Ocalan: Qala rabihîsînên mezin, ramanên mezin bike. A ku rewşa wê divê bê rizgarkirin na, ya jandar, a balkêş bîne zimên. Ez diçim kû derê? Divê ez çawa bikim? Divê ez çi bikim?

Sakîne: Serokê min a ku jandar e tê têperandin. Di civakê de ya ku jandar e, rewşa jinê ya heyî ango rewşa kevneşopî ye. Hewldana rizgarbûna ji vê rewşê heye. Ji aliyê jandar ê jinê zêdetir, aliyê ku serkeftinê pêk bîne heye. Eniya Serokatiyê bi vê wateyê saxlem e, ku em ji rewşa xwe ya jandar felat bibin girîng e.

Abdullah Ocalan: Tu pir bi mebesta pak diaxivî.

Sakîne: Serokê min rasteqînek heye li holê. Bêguman aliyên me yên lewaz û jandar hene. Ji rewşa heyî felatnebûyîn rasteqîneke jandar e. Lê riyên çareseriya vê jî; him di asta ramanê de û him jî di asta çareseriya pratîk de pêşveçûn hene. Ev pêşveçûn hêvî didin. Ez weke xeyalperest lê nanêrim, di heman demê de zoriyên wê jî hene.

Abdullah Ocalan: Ma hunê hindek zilam lêpirsîn bikin?

Sakîne: Bi misogerî eşkere ye ku zilamê heyî were redkirin. Ger jin dixwaze azad bibe, dixwaze xwe peyda bike, divê berteka herî jirêzê jî nîşan bide.

Abdullah Ocalan: Bi awayekî dîtir hun nikarin bikevine riya xwedawendan. Çi aliyê we yê bisêhr namîne. Hemû kirinên min, di jinê de aliyê bisêhr derxistina holê ye.

Sakîne: Sêhr di zilam de nayê gerîn, desteka hêzdar jî di zilam de nayê gerîn.

Abdullah Ocalan: Ji bo ku hun bigihîjin raman û hestên kûr, divê aliyên bisêhr û bandorker derkevin holê û him jî rewşa zilam derkeve holê. Dema ku hun vê bikin belkî hun bi tenê bimînin, lê qet ne girîng e. Zeûs da ku kurê xwe bi dest bixe hewldaneke erjeng li dar dixe, lê jin jî bi rengekî erjeng da ku xwe nexe dest hewl dide. Di dawiyê de hate quntareke çik a sûlavê ku avên wê tirsnak difuriyan; zilam dê tam wê girtiba, kete nava kefa avê wendabû û çû. Ji bo ku nebe jina zilamê serdest ku dike kole, vê kiribû. Pir bandorê li ser min çêkiribû.

Va, xwedawendî ev e. Xwedawend, tê wateya wê jina ku radestê xwedayê zilam nabe. Zilamê serdest li hember xwedawenda jin Afrodîtê raserî qezenc dike. Zilamekî wisa qirase ye ku dikare wê bike dîl. Xwe ji hendefê diavêje nav sûlava tirsnak.

Li we dinêrim: Ji ber ku hun pir jinanî ne, ev mijara nefretkirinê ye. Her wekî zilamên mînanî Zeûs û Herkul jî tun in li hember we. Zilamê Kurd pir bintûte û pir bêpertav e. Zilamê Kurd ji jina Kurd zêdetir hatiye halê jinaniyê. Êdî dema ketina riya xwedê û xwedawendan hatiye. Divê em vê weke pêwîstiya wan êşên ku we kişandine fêm bikin. Xwedayê azadiyê, xwedawenda azadiyê hêja ne. Ez xwe naxime şûna hêza ev cure xweda qral û zilamê xweda. Rewşa min pir cuda ye, ez dikarim bibim tîpekî nû yê xwedê, yek ji wan xwedayên azadî an jî berdewamkarê wan. Ez qet naşibim wan qral xwedayan ne wisa?

Sakîne: Nexêr Serokê min.

Abdullah Ocalan: Min fîlmekî bi navê “Yekemîn Împarator” temaşe kir. Di fîlm de zilamekî împarator ê tirsnak dixine şûna xwedê. Sîstema cezakirinê jî wiha ye: Da ku pir êşê bikişîne zilam di nîvî de diqelişînin. Gelek îşkenceyên sosret kirine û bûye zilamekî tirsnak. Ma em qet dikarin bibin wisa? Fîrawn û Nemrûdên me jî bisemyan in, lê xwedayên tirsnak in. Em nikarin bibin wek wan. Xwedayê wekhevî û azadiyê heye an na? Heke tune be ez namzet im. Pişt re jî bi rengê ku “xwe dixe şûna xwedê” çembilan bi min ve nekin.

Ez dizanim xweda çi ne.

Min qala gerdûnê kir. Xwedê, di xala ku hişpaka mirov têrê nekiriye de derketiye holê. Xwedayê wekhevî û azadiyê jî; di xala ku xwestekên azadiyê, raman û hest têrê nakin de kesayeta mezin e. Ez hinek ber bi wirê ve hildikişim, hê tam negihîştime, -hildikişim. Meş peroşmendiyê dide min. Her kesek bazdaneke xwe heye, -ya min jî heye. Ez ji vê zewq distînim û ezê bigihîjimê. Ezê herim lê binêrim, heke li şûnê kesek tune be, ezê li ciyê wî rûnim.

Ma keçikên Alman ji me fêm dikin an na?

Şervîn: Hindek fêm dikim, min ji dîalogan hinek fêm kir.

Abdullah Ocalan: Ma te axaftinên îro hinek fêm kirin?

Şervîn: Min her gotinê fêm nekir, lê çarçoveya giştî fêm kir.

Abdullah Ocalan: Tu çanda Alman, kesayetiyên wan nas dikî an na?

Şervîn: Min li virê kesayetî û çanda Alman baştirîn nas kir.

Abdullah Ocalan: Ma nexwe tu herî rebena Almanan î?

Şervîn: Reben tê çi wateyê, min fêm nekir.

Abdullah Ocalan: Ma tu herî lewaz, herî mirî ya Almanan î? Tu kîjan Almanî temsîl dikî?

Şervîn: Ez ji çepê Alman têm.

Abdullah Ocalan: Almana lewaz an na Almana pir bêçare?

Şervîn: Ez li çareseriyekê digerim. Ji bo vê yekê jî dixwazim şer bikim û ew çareseriya ku lê digerim, di nava çareseriya Alman de nîn e.

Abdullah Ocalan: Ma tu bawer dikî ku karibî di nava me de bijî?

Şervîn: Ez bawer dikim. Ji bo afirandina sosyalîzma rastîn û cîhaneke nû wekî din çareserî nabînim. Li Ewropa tevgereke weke PKK nîn e, -tenê PKK heye.

Abdullah Ocalan: Ma tu dikarî di nav PKK’ya haran de bibêjî “ez heme?” Di nava me de bûyîn li xweşa te diçe?

Şervîn: Li virê jiyan heye û min hewl da ku ez mercên vê jiyanê fêm bikim. Dema ku ez li Ewropayê bûm, min tenê li ewropa yên heyî dîtin. Lê min fêm kir ku cîhan tenê Ewropa nîn e.

Abdullah Ocalan: Helbet, cîhan tenê ne Ewropa ye, vê nîşandan peywira min a girîng e. Ê Ewropî dibêje “cîhan tenê ya Ewropa ye.” Hemû oldarên me yên pîroz, hemû çanda me û hemû xwedê û xwedawendên me mandel dike. Lê dema ku hê Ewropa tune bû, em beriya sê hezar salan cîhana herî mezin bûn. Cîhana ku li Mezopotamya hatiye afirandin, cîhana yekem û herî mezin e. Ewropa vê tune dihesibîne.

Şervîn: Wê demê li Ewropa tenê qeşa hebû.

Abdullah Ocalan: Em bûbûn mirovên herî mezin. Emê nîşanê bidin ku, emê mirovên cuda biafirînin.

Şervîn: Jiyana li Ewropa bi şêwazeke pir zirav mejî û dilên mirovan jahrî dike. Mirov di nava pêşbirkê de ne. Bi hev re gotûbêj nakin, jiyaneke rastîn tune. Ji bo ku bibine xwediyê ya herî baş, a herî nû dikevine pêşbirkê û min ji vê jiyanê ango ji vê jiyana kenew nefret kir.

Abdullah Ocalan: Ez hest û ramanên te fêm dikim. Mayîna te di nava me de ya herî rast e. Ma tu naxwazî li Ewropa bimînî, ne wisa?

Şervîn: Naxwazim.

Abdullah Ocalan: Him niha û him jî di pêş de jî naxwazî ne wisa?

Şervîn: Ez nikarim tiştekî misoger bibêjim, lê hemû mirovên li Ewropa ne xirab in.

Abdullah Ocalan: Nexêr, ez nabêjim “hemû mirovên li Ewropa xirab in.” A ku dixwazim bibêjim ev e: Tu naxwazî bikevî nava wê Ewropa ku te qala wê kir ne wisa?

Şervîn: Nexêr. Jiyana li virê, ji bo mirovên li Ewropayê alternatîfeke nû ye.

Abdullah Ocalan: Ji bo Ewropa alternatîf, divê tu hinek li virê bijî. Îblîsên kapîtalîzmê pir in. Bi Almanî şeytan tê çi wateyê?

Şervîn:Teufel.

Abdullah Ocalan: Tuyê nebî “Teufel.” Baş e ji bo firîşte dibêjin çi?

Şervîn: Dibêjin “Angel.

Abdullah Ocalan: Tu dikarî bibî “Angel.” Lê xwe mesîhî dihesibînin, -lê hevalê herî nêzîk ê Hz. Îsa ez im. Ewropî mesîhiyên qeşayî ne.

Şervîn: Kenew hemû mirovanî ne. Di binê vê de durûtî heye.

Abdullah Ocalan: Ew Ewropî li min weke tirsnak tên. Ditirsim; ji te jî ditirsim, ji qelsiyên wan ditirsim. Heke pirsgirêkeke wijdanî neba, me tu nedigirt nava xwe. Ez nabêjim “were ji bo me şer bike, xizmeta me bike.” Ji ber ku pêdiviya te heye, em te ji wê sarîtiya cîhana qeşayî digirin û ji bo hindek germ bikin dipejirînin. Lê dibe ku tu ji yek ji wan zarokên xas ê Ewropî yî, nikaribî bihedirînî.

Şervîn: Ez bawer dikim ku min biryareke rast daye.

Abdullah Ocalan: Erê, dibe ku bi gor kapîtalîzmê pir hesabên te hebin, lê tê zanîn ku em ewqas ne zilamên hesabê ne. Cîhaneke me ya êrî heye. Kê çi dibêje bila bibêje, ez naxwazim ji vê cîhanê qut bibim. Tu hatî virê, em mirovên mêvanperwer in, emê hetanî dawî li te binêrin. Lê ez salox nakim ku hetanî me fêm nekî ji nav me herî.

Ji keçên me yên ku li Ewropa mezin bûne kê heye? Nîlufer, keça hişmend tuyê karibî bihedirînî? Ma tu poşman î?

Nîlufer: Serokê min poşmanî ne mijara gotinê ye.

Abdullah Ocalan: Hestên te çawa ne?

Nîlufer: Li Ewropa min hindek derfetên nasîna ewropa peyda kirin, Serokê min rewşa min a hînbûna ka ji şoreşê re çi fedekarî pêwîst dikin çêbû. Eşkere bû ku wekî din alternatîf tune bû. Ez di vê mijarê de xwedî îdîa me. Di encamê çûnûhatina di navbera çanda feodal û çanda împeryalîst de, min dît ku çareseriya yekane vegera puxteyî ye.

Abdullah Ocalan: Ma ew hêza te heye?

Nîlufer: Her ku ez fêm dikim hêzê digirim.

Abdullah Ocalan: Ji ber tu bi vê şêwazê bizanebûn bûyî, dema ku tu jiyana me re nasdar bibî, dibe ku tu zoriyê bikişînî, lê weke ku min got wekî din alternatîf tune. Heke hindek hewesa te ya azadiyê hebe, yekane çare ev e. Gelo tu rewşa me watedar dibînî?

Nîlufer: Wateya azadiyê ya rastîn li virê derdikeve holê. Azadî bi têperandina zoriyan gengaz e. Bi çemka ku me ji Ewropayê girtiye û çemka azadiyê ya virê hev nagirin. Di destpêkê de xwe îknakirina takekes pir zor e. Min di pratîka sê salên dawî de dît ku bêzor nabe. Lê xwedî îdîa me, ez bawer dikim ku ezê zoriyan bitêperînim û bigihîjim azadiyê.

Abdullah Ocalan: Hun bi gora pîvanên meta yên kapîtalîzmê nikarin tiştekî li virê peyda bikin. Lê Ewropa vê bi tirsnakî dide hînkirin û herzkirin. Keça Alman Şervîn got ku, Ewropî ji bo xwe naxwazin cîhaneke dîtir binasin.

Îdîaya min jî:

Cîhaneke dîtir heye, vê peyitandin û nîşandan e. Di cîhaneke ku her tişt bi tirsnakî bûye meta de, ez hinek tiştên cuda datînim holê. Dibe ku hun zoriyê bikişînin, lê ev îdîayek e, alternatîfek e. Meşeke ku bi gor xwe pir cuda ye, xweserî û şerê xwe heye. Ji bo vî karî hedan pêwîst dike; înat, çemk û dîtineke cîhaneke cuda pêwîst e. Ez kapîtalîzmê nagirim riştiyê, li hemberê jî stû natewînim. Dibe ku aliyekî min ê bi dest were girtin nebe, lê di rewşa şer de me.

Em hewl didin ku mirovê serhildêr temsîl bikin û ez biheter im. Ev, pêwîsteka rêzdarbûna li hember hemû nirxên zadegan ên dîrokê ne. Ewropa van şaristaniyan piçûk dibîne, Ewropa me piçûk dibîne. Xwe disipêre teknîkê; sîstemekî ava kiriye, pê ewle ye. Lê gelek tiştan mandel dike, bi teşeyekî bêmaf hindek taybetmendiyên pir girîng ên mirovatiyê di bin piyan de diperçiqîne. Taybetmendiyên xwezayî yên mirovan tune dike, ber bi mezaxiyeke tirsnak ve dide bezandin, hewaya wê jî, nava wê jî diqedîne. Ev hemû tawanên mirovayetiya mezin in. Çekên wan ên kujoker hene, lê radestnebûn jî nirxek e bi serê xwe. Niha di cîhanê de yê ku herî radest nabe yek jî ez im. Ez hêza hedarê nîşan didim. Qet pêwîstî nîn e ku hun bi min biêşin.

Ez hînbûyê tenêtî û çîleyan im.

Ez naxwazim we bandor bikim, pir êrî me, lê di nava mijûlahiyeke girîng de me. Heke hun weke girîng dibînin, nebin wek rêveber û fermandarên me yên sexte. Ez we vexwendê pir şiyarbûn û heta ji min jî zêdetir riştbûnê dikim. Ew cîhana Ewropa, Amerîka ku pir hatiye sîqalkirin û tirsnak e, ez ji bo xwe weke goristaneke îdeal jî nabînim. Lê di nava wan xirbeyên me de baweriya min bi min heye ku bibêjim “ezê jiyanê peyda bikim.” Dibe ku ev li we gelek berevajî were, lê çêtirdîtinek e.

Heke em ji van derên ku mirovatî lê zaye birevin, tê wê wateyê ku em ji mirovatiyê bi xwe direvin. Ez riya pêxemberan diparêzim û di mijara temsîlkarê herî dawî de xwedî îdîa me. Şer dikim.

Ez rêwiyekî balkêş ê hêviyê me.

Hestên keçan qasî zilaman hişk û req nebûne. Her ku hêza we mezin bû, gengaz e ku çavên dilê we rasteqînîtir be. Hewl bidin ji bo fêmkirina vê meşa hêviyê. Di nava van hemûkan de pakrewanên wê meşa mezin hene, kuştiyên gel ên di hemû dîrokê de hene, li hember tevahî çespandina zaliman hinek tişt hene, berxwedêr hene. Azadiya ku dilê mirov xweş bike heye. Lê jiyaneke pir cuda û dijraber e. Hewl bidin ji bo fêmkirina vê.

Pir bi tenê bi rê ve dibim. Gilî jî nakim, lê ber we dikevim. Ji bo wê jî tim dibêjim “çemka kûr”, “gelşa viyanên pir saxlem, gavên pir saxlem e.” Leke neynin ser kesayetiya azad. Kî, çiqas vê cîhanê mandel bike bila bike, em di vê cîhana xwe de heter dikin.

Derameta mezin a çavê dil, çavê hiş temsîl bikin. Berhema kirêt a ku li ser we pêwîst kirine bisekinînin. Ger hun dixwazin qala xwedawendekê, dilpakiyên pîroz û astên pîroz bikin, berhemê wisa bikin, bi ya min hun dikarin dest bi derketina pir îdîa û rewneq bikin. Li virê evîn û peroşên mezin hene. Bûna mijara evînê bûyereke pir cuda ye, hesta vê bi xwe bi ya min ji wê jiyana herî luks û herî berçav a mezaxî ku zilam bi we bidin hêjatir e. Jina fermî ku bi gor pergalan, sîsteman xwe pêşkeş dike û di van pîvanan de dibêje “a herî ez im” ji bo min tenê mijara keraxiyê ye. Lê di riya azadiyê de ku bibe rêwiyê evînê, ew jin hêza mezin a tevgerkirinê ye, hêja ye û kaşkara mezin e.

Ez ban dikim ku li her ciyê, her demê, kê dibe bila bibe ji bo ku li hemberê pêwîstekan bîne cî, bi dijmin re şer bike û rêhavalan jî bi serkeftinê ve girê bide. Divê em li hember jiyanê rêzdar bin, şêwaza rast a hezkirinê peyda bikin û bipeyitînin ku, hezkirin serkeftinek e. Divê em hewl bidin ji bo peydakirina hemû zagonên hezkirinê, rêk û azînên wê û jê tawîz nedin û bêyî nebin. Ji ber ku Zîlan jî wisa gotibû.

 

25 Mijdar 1997

  

Li ser rêça şervanê pêşîn

  

Berxwedêriya pîroz, şerê me yê vejînê Newroza xwe ya bîstûpêncemîn bi serkeftineke mezin hêza pêşwazîkirinê nîşan daye. Heke em ketina mezin a dîrokî bi hilweşandina Med’an re bidin destpêkirin, -ev şaristaniyeke Mezopotamya bû- piştî ketina 2500 salan, ev bîstûpênc salên belkî jî tam bersiva wê ye û her saleke wê sedsalekê peyda dike, bi rastî jî vejînek e û pir nêzîkê rizgariyê bûye.

Ger em fêm bikin, em ji kû hatine û hatine êxistin rewşeke çawa, em karibin bihizirin, divê em bibin çawa û bibiryar bikin, ka dikarin çi bikin, emê bibînin ku ya jê re tê gotin jiyan ji mirinê xirabtir e. Ger em bigihîjin mirovayetiya xwe û nasnameya xwe ya azad ku bi axê re têkil bûye; nefes danûsitandineke vê ya sînordar jî ka çiqas hêja ye, em neçar in ku teqdîr bikin. Ji vê jî wêdetir bi minetariyeke mezin di serî de pakrewan, her kesê ku di van salan de berxwedêriyeke watedar nîşan daye; pakrewaniyên me yên mezin ên Newrozê Mezlûm Doxan, Zekiye, Rahşan, Ronahî-Berîvan û raderbirîna dawî ya serhildanên me yên pîroz ên hema her sala di salên 90’î de li Nisêbîn, Cizîrê, Şirnax, Lîce, Wan û li hemû Kurdistanê tevahî pakrewanên li bajêr û gundan ger em têxin puxteya vê Newrozê, emê bibînin ku divê jiyan bi awayekî dîtir were fêmkirin û şer jî bi awayekî dîtir were dayîn.

Divê li ser vê sala bîstûpêncemîn tim bê sekinandin û wane jê bêne derxistin. Ger hebe îdîaya me ya mirovayetiyê ji bo ku em hêzê nîşanî jiyanê bidin li ser axên dayik, divê em van salan weke salên xwe ji nû ve pêkanîn û afirandinê binirxînin. Dîsa em ji ramaneke pir puxtedar bigirin heya henase danûsitandineke azad, ev sal ew salên peydakirina her tiştên wenda bûne û hatine wendakirin in. Divê hun fêm bikin ku şer jî di bingeh de hewldana vê ya herî dawî ye.

PKK bûyereke vejînê, bûyera roja nû û bûyera Newrozê ye.

Me vala bi vê rojê re dest bi PKK’ê nekir. Di heman demê de navlêkirineke dirûst a dawî ya mirovên me yên lewaz e ku li ber sêlûna qedîn û tariya tirsnak in.

Sozdayîna “Ezê dirûst bim” e.

Di wê serdema ku ti nîşanên hêviyê tune bûn de jî -çendî ku bawerî û şensê wê tunebe jî- karîna gotina “ezê bi vê nasnameyê, ji bo vî sozî bijîm û heke pêwîst bike ezê şer bikim” e.

Ew roj weke îro tê bîra min: Li paytexta dijmin di qonaxa ciwanitiyê de ku bi heşifandin, bêîdîabûn û daqurtandinê re rû bi rû bû, tevî hemû derfetên rakêş ên mêtîngeriyê ku li ber sêlûna paşverû û tunebûnê bûn, min vê çêtirdîtinê da çêkirin. Me ji jiyana mêtîngeriya îmhakar re got “nexêr!” Me got, ma em dest bi vê hêviya azadî ku bêhêvî, bêderfet û bêîmkan xuya dike bikin dê çi bibe? Gaveke wisa bû ku ti tuwêjî pê bawer nedikir, çendî ku bi her tiştî wateyê didan jî, nekarîbûn bi vê wateyê bidin. Belkî jî di cîhan û dîrokê de hempayê wê nîn e. Me vê biryarê da. Bi du peyvan be jî, bi axa dayik ger jiyaneke bi nasname pêk were, me got bila ev jiyan bi azadiyê be û em ketin nava wî şerê mezin ê hêviyê.

Bêguman vê bi hîtabeke dîrokî anîna zimên ne gengaz e. Ger gengaz be vê bîstûpêncemîn salê tim hildana lêkolîn û nirxandinê, teoriya wê ya ku her diçe kûr dibe derxistina holê, viyana wê, raderbirîna siyaseta wê, jiyana ku dixwaze pêş bixe, -ka viyana wê ya leşkerî çî ye, çî pêk tîne? Bi van hemû aliyan ve ne yek bi xêzkirina hezar çemberan, bi teşeyekî ku kûrtir û bilindtir dibe bi van têgihîştin, xwe dana mezinkirin û bi van salan re ji nû ve hatina afirandin pêwîst dike. A ku em jê re dibêjin rastîna Serokatiyê, bûyera rastîna PKK’ê va ev e.

Ma di navê de çi tune ne, em ji mirovên heşifandî bigirin ê herî xayîn, ji dilêrên bêhampa bigirin ê herî ketî, ji yê xweşik bigirin ê herî kirêt, ê herî tirsek bigirin ê herî dilêr, ê herî mirî bigirin ê herî zindî her tişt tê de heye. Ev sal, ev salên Kurdistana nûjen derveyî PKK’ê ku her tişt diqediya, nav jî nemabû, ew tevger bû ku me digot, weke çareyeke dawî ger mirovayetiya me hebe, nasnameya me bije û rizgarî gengaz be, werin em vê gotûbêj bikin. Pişt re jî ew tevger bû ku me digot, ger gengaz be xwe bigihînin biryarê û jê jî wêdetir gelo em dikarin rê vebikin li ber şer.

Îro hindik be jî me hêrsa xwe ya mezin daxistiye. Lê ji bo bingehîn şerê mezin û rizgariyê afirandina van rojan em dizanin ku weke destpêkekê ye.

Ji bo partiyên nûjen bîstûpênc sal, salên serkeftinê ne.

Hema hema hemû partiyên sedsala bîstemîn ku şoreşên mezin çêkirine, vî karî deh-panzdeh sal an jî nebe di nava bîst salan de pêk anîne. Hinek bi serkeftî bûne, hinek jî bin ketine. Heta yên ku dewlet ava kirine jî dewletên xwe wenda kirine. Me ne dikarîbû dewletê ava bikin, ne jî em tam bin ketine. Em di navîna herdukan de ne. A girîng ne ev e. A girîng ew e ku gotûbêj, ronahîbûn û viyanîbûna mezin, jê jî girîngtir ka rastîn çî ne, wisa dîtinê derxistina holê ye. Ev me zêdetir eleqedar dike. Ev ji aliyekî ve ew şer e ku, li Kurdistanê li hember hêza qirêj, dagirker û îmhakar dihate dayîn bû. Di rastîna Kurd de ew rewşa kirêt, qedandî, çi armanc û wateya wî ya civakî ku nîn e û qasî nirxa şerê eşqiyayan jî ku şerkariya wî nemaye, li ser bingehê careka dîtir hesab pirsînê kişandina nava partiya me, ew kar bûn ku em pê dixeriqîn.

Me sînor kişande şerên bêwate.

Ger şer bibe di bingehê xetê de, divê ew şer bibana ku wate û alîgirên wê hene. Vê çêkirin karekî bixêr bû.

Nasname û rasteqîneke ku ewqas li dîroka xwe xiyanet kiriye, di nava mirovayetiya nûjen de hatiye nînkirin, çiqas şermîn e. Ji vê hesab pirsîn û partî pêwîst dikirin. Ev bîstûpênc sal vê yekê xweşik çarçove û çember kirin. Rastîna her tiştî ji nû ve -çiqas zêde bawerî tune be, bêîdîa be û heta dinixumîne jî- li virê hate gotûbêjkirin.

Tenê yek mirovekî Kurd û Kurdistaniyek nema ku nehate êxistin nava bîstûpênc saliyê, yek mêtîngerek jî nema, heta împeryalîst jî hatine êxistin navê. Hemû cîhan hate kişandin; “werin şerê xwe yê Kurdistanî eşkere bikin.” Hun hemû hatin kişandin; “werin pîvana bejn û bala xwe bigirin.” Min serkeftinê di virê de dît.

Kî çî ye, bila derkeve zelaliyê. Beriya şer divê ev bigihîje zelaliyê. Heke li vî welatî ev tune be, her kes ji xwesteka dijmin zêdetir sîxûr be, xayinê jiyanê be û şermkar be, raderbirîna rastîneke qedal be, ya pêşîn ku divê bê çêkirin, vê gihandina zelaliyê ye. Ev, bi partiyê re gengaz e. Hinek di navê de ne, hinek li derveyê ne, hema hemû eleqedar in. Ev, pêşveçûn û qezenceke girîng e. Berxwedanî bêyî vê nabe. Çendî ku hê dem heye ji rizgariyê re, pêşî ev pêwîst e. Peyitîneke xweşik û gaveke di cî de ye.

Şerê wî ewqas bi hilkehelk e, ewqas henase bi henase ye, ewqas binakokî ye, ewqas bihirs e, ewqas bikîn e û em ewqas bi van salan re hatine girêdan... Ji bo hinekan jî ewqas heşifî û çûna wan jî ewqas bêwateye ku... Ev hemû hêrsê erjeng rep dikin. Lê tiştek nabe ango repbûna hêrsê heke venegere çewtiyekê, destpêkirineke şer a baş e. Ez vê yekê tenê ji bo endamên rastîn ên partiyê nabêjim, ji bo dijraberên wê jî dibêjim.

Di şer de asteke watedar derxistina holê jî pêşveçûnek e.

Ger hun bi koletiya xwe serkeftinê jî qezenc bikin, bi ya min ev bi kêrî tiştekî nayê.

We dijmin di hembêza xwe de xweyî kiriye û xwe weke PKK’yî dihesibînin. Ez nikarim we bi çi tiştekî bihesibînim. Lê belê we gule teqandine û serî rakirine. Ji bo min çi tiştekî naderbirînin, heta hindek serkeftinên we jî pêk hatine. Hêjahiya vê jî nîn e. Ji ber ku ka bi çi jiyanê ve eleqedar e, ber bi kîjan armanca bingehîn ve dibe, takekes xwe çawa diafirîne, çawa dije: Ev girîngtir e.

Hun derxistina zelaliyê jî pir girîng e. Hun kesayetiya çi û kî ne? Hun li pey jiyaneke çi û çawa ne? Van derxistina zelaliyê ji rizgariyê hêjatir e ango ji bo rizgariyê pêwistiyeke pêşikî ye. Vejîn bi sancoyên vê yên êşdar pêk hatiye. Ez tam ne bawer im ku we zayînê pêk aniye ango rast hatine mezinkirin.

Gumanên min hene, lê gumanên baş...

Her roj mînak dertên, di dilqên curbecûr de. Di jinê de, di zilam de, di nûyê de, di kevin de. Van gihandina zelaliyê baştir e. Êdî li virê mirov veşartî nemîne. Dijmin jî, dost jî, rêheval jî, xayîn jî çendî ku derkevin zelaliyê ewqas baş e.

Nexroz çî ye? Kulîlka ku dertê tava rojê ye. Sekna jiyanê ye, vebûna rengale ya xwezayê ye û dayîna xwînê ye ji hemû rayên jiyanê re. Va, PKK jî wisa ye.

Bi rastî jî PKK partiyeke Newrozê ye.

Partiya xwînê ku dimeşe jiyanê ye. Ger di xwezaya vejînê de tiştek hebe hilkeftina wê, şînbûyîn û vebûna kulîlkbûnê ye. Lê yek jî di van rojên Newrozê de bagerên sext hene. Carna kulîlkan jî dierçiqînin, tovên terîkeyan ku li ber tamgirtinê ne dişewitînin. Ev jî di nava me de hene. Ma em hindik dibine zemînê erçiqandina tovên vejînê?

PKK ku PKK’ya Newrozê ye çendî di cî de ye, çendî jiyanî ye û çendî ravekar e. Lê dîrok û rojanehiya wê jî erçiqandin ewqas rasteqînî ye. Rastînê weke ku heye pejirandin rastir e.

Me tenê bi vê bawerî anî: “Çi zagon nikarin raserî zagonên jiyana azad bibine xwedî hêzekê. Hêza herî mezin, zagona jiyana azad e.” Di wî halî de “bendên destûra bingehîniya KT’yê, zagonên destûra bingehîniyê û herî zêde jî yekîtî û tevdehiya komarê nikare bê gotûbêjkirin.” Van hemûkan ji bo me dibêjin. Dibêjin “hunê nekarîbin bijîn”, yanî “ji zagona jiyana azad re ku zagona herî mezin e cî tune.

Di derketina me ya yekem de, me berevajiyê vê got: Zagona herî mezin viyana jiyana azad e.

Bi hemû aliyan ve nebe jî, ya ku serkeftî ye ev e. Ên ku dibêjin zagonên mirinê yên herî hêzdar in û van zagonan bi xwîn rijandinê her roj disepînin, qasî zagonên dijmin ên mirinê yên li ber çav, yek jî zagonên xayinan û nenasên azadiyê ne. Yek jî zagonên rizî, nebûne yên xwe, xwe pênase nekirine, heşifiyên ku nebûne xwedî raderbirîna rêgez û azadiyê û meymûnan in. Zagonên margîseyan (bûkalemûn). Li hember wê şîlobûna ku herî zêde tê gotin û armanca herî pîroz jî zagonên wan ên ku bi ti cureyî nayên rastiyê... Wan jî pir ewlehiya xwe bi wan zagonan anîbûn. Sê zagonên bingehîn derketin holê. Zagona qirkirinê ya li berçav, zagona xayîn, zagona ketî, heşifî û margîseyî li hember me bûn û me jî got, dê zagona jiyana azad jî hebe.

Me li van salan vê zagonê çespand. Me dît ku ev zagon zagona herî hêzdar e. Bi taybetî KT ku digot, ev qet nikare bê gotin û yên ku bibêjin qafê wan diçe, em tenê bi qulkirina vê zagona weke zirx ve neman, em parçe parçe dikin, -a xayînan jî. Me zagona ya ku mirov nekarîbûn nêzîk bibin li serê wan kire bela, di rewşa êşînê de ne. Min danî holê ku ew bêkesayetiyên şîlo qasî spiyekî jî nirxê wan nîn e. Êdî em bi van zagonan, wan kurmikên di hundirê dara azadiyê de ne perîşan dikin.

Erê, ev karên xweşik in. Ji zagona jiyana azad re zelalî dana qezenckirin e. Ez her ku heme min bi hevokên neqişkirî bend bi bend zagonan rêz nekirine. Li Mezopotamya zagonên Hamûrabî jî hene. Tê zanîn ku Asûr di pêş de zagondanêr in. Zagonên tirsnak in. Her wekî li ser navê serdestan, li ser navê şaristaniyê di dîrokê de zagonên pêşîn li ser van axan zan û binyada pêşîn li virê hate avêtin. Yek jî şervanên azadiyê hene. Dema ku li ser van axan koledar û împaratoriya Asûr a herî hişk hilweşiyan, tenê ne Kurd, gelê Asûr jî tê de azadiya hemû gelan dest pê kir.

Bi vê wateyê Mezopotamya welat û dîroka azadiyan e.

Ji Kawa’yê Hesinkar heya Mezlûm’an gelek şervanên azadiyê yên zadegan hene. Em ji Xelacê Mensûr bigirin heya Pîr Siltan’an, heya Nesîmî’yê ku li Sîwasê hate şewitandin, hemû şervanên azadiyê yên vê axê ne. Lê bi rastî jî di kesaniya KT’yê de serdestên ku herî dawî xwe tînin zimên xwedî zagonên stemkar in. Ew di nava şerekî mezin de ne. Me di vî şerî de ciyê xwe baş girt.

Ev, careka dîtir bi mirovayetiyê ve li vê derê jiyana azad û dîroka azad dest pê kiriye, ji vê dergûşê re şahidî kirin û dilsoz mayîn e. Ji bo me pir balrakêş bû û îro em anîne virê. Ez bextewer im, em di nava pîrozkirineke rastîn de ne.

Dema ku me dest pê kir, me axaftineke wiha kiribû: Me got, ji niha şûn de hemû roj Newroz in. Me got, divê di van bîstûpênc salan de bi rastî hemû sal rojên Newrozê ne. Soza me ev bû, me neperçiqand. Lê ya ku zaliman diçespandin êş, îşkence û erçiqandin jî hebûn. Gelek mirovan bi her cure teknîk, çek û îşkenceyê şewitandin. Va, emê çawa li bîraweriya yên ku hatine şewitandin xwedî derkevin? Hêza tolwergirtina PKK’ê Zekiye, Zîlan, Ronahî weke ku dibûn pakrewanên mezin ên van rojan, di bingeh de, di vê qasê de, ji bo gihîştina pirsa jiyana azad çawa ye, em kiryara wan ji gotin û qewîtiyên wan dizanin.

Li Mezopotamya û li quntara Zagrosan berbiçavbûna jiyanê, welatê bihûştê ku hemû pirtûkên pîroz xwestine vê vebêjin, piştî tufana Nuh qada jiyana nû ye. Li ser van axan mirov bi azweriya azadiyê jiyane.

Belkî jî naşibe ti welatekî, belkî jî naşibe ti pirtûkên ku hatine nivîsîn, belkî jî di ti pirtûkê de nehatiye nivîsandin. Lê şerekî azadiyê heye. Pirtûka wê ku nehatibe nivîsandin, negihîştiye azadiyê ji lewma. Heke pirtûkên hatibine nivîsandin nîvco ne, ji ber ku tam rîzgarî çênebûye.

PKK romanek e ku hê dawiya wê nehatiye, helbest û stranek e...

Beriya were nivîsîn axaftin, dibe bersiveke ku bi gor rastîna çalakî û puxteya wê ya dîrokî ye. Ne hêsan e ku derejiyaniya di dergûşa mirovayetiyê de -ezê ji vê re nebêjim dîlîtiya jiyana mirovayetiyê ku ji goristanê xirabtir e- bipejirîne. Ev jî pir zor e. Ka li virê mirovayetî hatibû ser zimên, ka li virê zagonên yekem hatibûn nivîsandin, ka li virê hêviyên yekem hatibûn ser zimên, ka li virê di her destlêdana axê de berhemek derdikete meydanê, ajalên yekem li virê hatine kedîkirin, riwekên yekem li virê bûne qût û di embaran de hatine tijîkirin? Gundê yekem, bajarên yekem li virê hatine avakirin. Dewlet cara yekem li virê za. Helbest û muzîk cara yekem li virê hatine sazkirin. Hestên yekem li virê zindî bûn. Li hinek ciyan bû rastîna çînê, li hinek ciyan bû împaratoriyên koledar ên yekem. Bû zagona eşîrekî û hê jî bi hemû hêza xwe ve didome. Lê tiştekî dîtir jî pêk hat, weke ku ev hemû pêk nehatine, bû qada heşifandinê.

Niha nasnameya mirovayetiyê tune, hêviya wê nemaye.

Ev nakokiya mezin çawa wisa dibe? Him niştimana hemû ‘yekem’an e û him jî li serê ti berhem nemane. Divê ev nakokî were çareserkirin. Ciyê ku destana Gilgamêş û hevaltiya yekem hatiye avakirin, niha hatiye halê qada ku yên herî xayîn tê de dimeşin. Divê ev di nava me de jî were çareserkirin. PKK ji bo vê bûyereke mezin e, ciyê çareserî û xweşikiyê ye.

Ev dîroka mezin çawa wisa ket?

Ger ji nû ve dîroka vejînê çêbibe, dê çawa be? Va, jêderka peroşmendiyê ev der e. Gencî li kû derê hatibe wendakirin, li wirê lê tê gerîn. Mirovayetî li ciyê ku lê zaye, li ser qurmê wê tê vekolîn û heke bê peydakirin, mirov dikare li wirê peyda bike. Li Amerîkayê, Rûsyayê, Sibîryayê peyda nabe, -navend ev der e.

Ev bîstûpênc sal in PKK li mirovî digere. Li mirovê xwe, ev mirovê yekem bû, belkî jî dê bibe yê dawî.

Ger silav jiyanê re bê dayîn, weke Newrozê her tişt bi jiyanê re bigirnîje, divê zimanê wê bê wergirtin. Ji bo wê jî jiyan ne hêsan e.

Me her tiştî da sekinandin. Bêyî ku em bikevine pêşdaraziyekê, qalibekî û xwe bigihînin darezîneke misoger, tim fêmkirin û kûrtir fêmkirin. Çi çî ye, çi divê bibe çî, çi ne çî ye, çi divê çawa be? Va, ew bûyera ku tê gotin ponijandin ev e. Xwe bi hêsanî pênasenekirin, îcar ev mirovê azad ku digihîje hezar salan, pênaseya ku ew aniye halê nenasînê di xwe de pênasenekirin, nasnekirin, nedana jiyandin. Hemû navên ku hatine danîn weke navê xwe negirtin. Ji hemû viyanên ku hatine çespandin guman kirin û hê jî biryara jiyanê tam nedayîn û nehêle bê dayîn. A herî rast, herî xweşik divê guncavê dîroka qurmê vir û dergûşa wê be. Weke ku ew lêgerînvanên jiyanê ku di Gilgamêş de dest pê kirin, li pey bêmiriniyê baz didan, weke pênaseya jiyana ku sadiqê vê jiyanê ye.

Va di bîstûpênc salan de, di PKK’ê de, hemû Newroz dibine salên lêgerîn û hinek jî peydakirinê. Em qesda van dikin. Min ev pir balrakêş dîtin û hê jî di kesaniya we tevekan de dixwînim. Wisa hizir dikin ku dijîn, hê jî tê negihîştine ka ajeke teze li jiyanê çawa disekine û hizir dikin ku dijîn. Ezê çawa li hemberê vê nebime hêrsdar? Her tişt bi kirêtî ye. Ezê çawa vê çespandina jiyanê bipejirînim?

Di destpêkê de min xwe kilît kir. Weke xweda ango xwedawenda di perestgeha herî pîroz de ye û dest lê nayê dayîn. Ger li hember hemû çemkên xirabiyê bûyîn bibe şênber, min got bila giyana min a arî û paqij di quncekî min de bimîne. Va, PKK û pakrewanên wê hemû wisa ne, -ya ku xweşik e ev e.

Çendî ku li ser vê axê pakrewan bikevin û bêne çandin, dê ewqas ên nû bizên.

PKK ev e, ya ku peroşmendiyê dide ev e. Va, ez dixwazim vê bikime serwer. Ev min zêdetir eleqedar dike. Ev peywireke mirovayetiyê ye, li ser van axan, ji bo pakrewanên mirovayetiyê ku bêjimar in rêzdarî ye, li hember dîroka mirovayetiyê rêzdarî ye. Bila hebe û ez vê keraxiyê nejîm. Pakrewanên me Mezlûm, Zekiye, Ronahî bila hebe qet nejîn.

Zîlan’an çi kiribûne xwelî?

Li ser navê çîna kerax, netew, zayend û her cure rastî, xweşikî û ked û yên ku dijmin di wan de dabû afirandin çi hebe, çî di xwe de pêk anîbûn, di destpêkê de hemûkan di bedena xwe de şewitandin, kirine xwelî. Pîr Siltan jî, Xelacê Mensûr jî wisa bûn. Çi bextewerî ye ku me vê kevneşopiyê temsîl kir.

PKK’ê anîna van rojan, hemû tawanên ku li ser mirovê azad tê çespandin, di bedena PKK’ê de şewitandin, tunekirin û ger gengaz be paqijkirin û ji nû ve êxistina jiyanê... PKK weke ku di ti rêxistinê de peyda nabe ewqas zindî mezin dibe. Pênaseyeke dîtir a bîstûpênc salan jî ev e. Bi misogerî dema ku ev can dişewitin, hemû pakrewanên PKK’ê ku bi teknîka dawî ya di destê wan serdestan de dihatin şewitandin, di bingeh de ti demê bawer nekirin ku dimirin. Di henaseya xwe ya dawî de jî, hemûkan weke navên xwe dizanibûn ku dê jiyanê hembêz bikin.

Jandar, lê rastîn e. Bi awayekî dîtir hembêzkirina jiyanê nabe.

Pirsgirêk niha çî ye? Vê jandariya pakrewan, li ser navê jiyanê axê hembêzkirin hê di gihînekeke duyemîn de, emê çawa karibin bi rizgariyê ve bizêrîn bikin? Dora vê ye, lê pir zor e. Ez bawer nakim ku zor e jî, lê dixwazim girîngiya fêmkirina wê bînim ser zimên. Ez dixeriqim ji bo şerkirina vî karî. Lê êdî şêwaza şerkirinê min zêdetir eleqedar dike. Di gelşa gihînekan de ez bawer nakim ku bikevim çewtiyan û ji çewtiyan jî qet natirsim. Lê şêwaza serkeftinê ji bo min bêamantir e.

Ez vê jî dihizirim: Pêşxistina viyana ku qet nayê xapandin. Ger bê veguhastin asteke wisa ya ku weke sembolekî pakrewanan dianî zimên, her tiştê ku diviya bê şewitandin, lê bi teşeyekî ku careka dî nekarîbe tevlî bibe, wê şewitandin û viyana jiyana azad qasî ku careka dî neyê tewandin tûjkirin.

Ev Newroz, qasî ponijandina herî bişidet ku dikare li hember her cure şerî tebat bike û bi ser bixîne tûjbûn e. Dinêre fêm dike, dimeşe çêdike, di pey re serkeftin tê. Di PKK’ê de şervan dana afirandin xebateke pir xweşik e. Van hemûkan bi ew hinek peyvên ku hun tim dubare dikin na, ji gotinê jî wêdetir, ez dadikevim puxteya wan. Rojekî rizgarkirin na, qasî ku destpêk û dawiya mirov biyek dike, ji karê viyan û mirov dana afirandinê re dixeriqim. Felsefeya vê çawa ava bûye? Ê ku dixwaze dikare ji vê felsefa wê binivîsîne û derxîne. Ê ku dixwaze siyaseta wê, yê ku dixwaze zanistiya leşkertiyê, yê ku dixwaze hunera wê, yê ku dixwaze estetîka wê dikare derxîne, -her tişt heye. Em hemûkan biyek dikin.

Ên ku xwe li ser navê PKK’yî dihesibînin û heta yên ku xwe weke artêşekê jî dihesibînin -ez li hember vê rêzdar im û hewl didim ku destekeke erjeng bidim- ber rewşa wan dikevim. Ji ber ku we di asta peyvê de jî xwe bi kar ve tam nedaye girêdan.

Giyan li kû derê ye?

Va, keçên we yên ciwan, ez ji dilsoziya we ya ku hun ji mezinahiya PKK’ê re radibihîsin guman nakim. Dîsa guman nakim ku we xwe di bingehê azadiyê de feda kirine. Lê zayenda we ya ku ji zû de hatiye wendakirin û ji ber ku hun ji zagonên şerê azadiyê bêhay û xeber in, ji şerê çîn, ji şerê netew, ji şerê mirovê xweşik dûr in, gelo ev yek we ji wan jinên kolanan ango cariyeyekê bêtir naxîne rewşa radestkariyê?

Ez ban li wan zilamên ku dibêjin ê hêrî ez im dikim: Va, hinek fermandarên sexte ku derketine zelaliyê hene. Ê herî navdar jî fermandar Zekî. Hun çiqas bi hêsanî pê re li hev hatibûn! Ger em fermandara jin a mezin Zîlan û kenew fermandarê zilam ê pir navdar Zekî bînin li hember hev û berhev bikin, yek derketiye qeta xwedê, yek jî ber bi hembêza dijmin ve reviyaye. Ma ev tesadûf e? Divê ev were fêmkirin, -bi rengekî balkêş û erjeng were fêmkirin. Fêmkirin jî têr nake, divê yê yekî, weke ku careka dîtir nezê koka wî bê ziwakirin. Ji ya dîtir re jî di qeta xwedê de, divê di perestgeheke pîroz de were bicîkirin, li hemberê rêzdarî bê nîşandan, bi vî teşeyî were pîrozkirin û pê dilsozî hebe.

Gelo hun wisa ne? Ev çawa we eleqedar nakin? Çawa hê jî hun xwe didine bawerkirin ku, hunê karibin bi demagojiyê bibine hetanî dawiyê? Bi taloxkirina gotinê, bi meşên lingên çelexwarî, gelo hunê karibin fêm bikin? Ji yekî re hetanî dawî bersiva red, ji yekê re hetanî dawî pejirandin pêk hatiye an na? Nexêr! Va, ev ji bo we pir biêş e. Gelek bangawaziyên me pêk tên. Hun hizir dikin ku em jî, canbazê gotinê ne. Weke ku hun dibînin na, bi rastî jî wisa nayên ser zimên. Di rastîna me detika, bi armancên piçûk, bi bertîlê mirov qezenckirin tune. Di rastîna min de tune. Rastîna min Newroz e. Va, li hember wê dayika ku zayînê amade dike seknek heye. Çî ye ev? Tu bi vî halî xwe ji jiyanê re dibî asteng, bisekine! Tu anîne halê astengê, ji pêşiya min rabe! Ez ew mirov im ku, min di nasîna jiyana mezin de vê pêk aniye. Ê ku vê ji xwe re esas digire xwe ji civakê qut kiriye.

Navê me derketibû yê benê xwe qutkirî, lê min hemû werîsên xwe da ku li stûna mirovayetiyê, bi benê saxlem ve bidime girêdan, hemû hêza xwe xerc kiriye.

Qasek jî, di asta peyvê de jî, ez ji ya mirovanî dûr neketim. Min eleqeyeke erjeng rabihîst, lê min çî dît? Tim derew, tim çewtî, tim kirêtî, tim xapandin... Ji bo vê navên ku min li xwe danîne hene. Naxapîne, nayê xapandin. Derewê gundarî nake, derew nake. Kirêtê napejirîne, xwe kirêt nade jiyandin û nade çespandin. Nêzîkê binketinê nabe, binketinê napejirîne. Min ewqas van li ser xwe vekolaye ku, hun dibînin gelek tişt bûne, dibin û dê bibin. Em dixwazim vê parve bikin. Hun weke dizekî jî nikarin parvekirinê pêk bînin. Hun nikarin xayîn û dizê xiyanetê peyda bikin.

Divê em hemû dizên di nava PKK’ê de biqewitînin. Ev, bi rastî jî ne layiqê tevgera azadî û keda mezin e. Gotina, zanebûna min kêm bû, ez hatim xapandin çiqas kirêt e. Hun dikarin bibêjin ku, em di pergalê de wisa hatine hînkirin, ev li xweşê me diçe û dibe ku hinekên wisa em bandor kirine. Min xwe ji vê re bi pîvandin û kişandinê amade kiriye. Ez eşkere dikim, ê ku dixwaze bila here. Ji ber ku ji bo min a ku pêwîst e puxte û raderbirîna xwerû ya rastînê ye û dê bi min re bimîne.

Dê xiyanet bê derxistin zelaliyê. Ev jî xweşik e. Ezê we neçespînim, tika jî nekim. Pêwîstiya merdbûnê çi be, ezê wê bikim. Çêtirdîtinê ji were bihêlim. Ez bi vê yekê bawer im; di vî şerî pîroz de ji tikayê re cî nîn e. Ji lavekirinê re cî nîn e, ji rêpîvanan re cî heye ku ev viyan bi xwe ye. Ronîya zanebûnê ye, -rêpîvan ev e. Di asta peyvê de jî pêwîst nîn e ku mirov bibêje. Wisa birêpîvanî, bişemayî ne alîgirê partiyê me. Her kesî xwe û rêpîvana xwe girtiye û diçe.

Va, rêpîvanên Zîlanê jî hene. Rêpîvanên Zekî jî hene. Hinek ji we wiha û hinek ji we jî wisa. Ev jî veqetandineke xweşik e. Ew hêzdar in, jixwe di dîrokê de tim wisa bûye. Zalim in, pir lê dixine. Jixwe di rastîna kar de ev hemû hene. Zorî û zaliman tim digirine pişt xwe. Ji pêvajoyên herî krîtîk feydeyê digirin û wisa lê dixin. Bila hemûkan jî bikin, lê emê di merdbûnê de xwedî israr bin. Ev hunera me ye. Hunera wan jî wisa ye. Tê wê wateyê ku ya girîng hun çawa tevlî avabûna wan salên mezin û PKK’ê bûn, hunê bibine çi?

Pêwîst nîn e ku deng li gel bikim. Gel baş e. Bi vî gelî ango bi gelan ez tim amade me ku, kar bikim û ti tengasiya min jî nîn e. Lê bi vê wateyê dema ku dor tê em we bigirin çembera têkoşînê û çarçoveya wê, ez heman rihetiyê hîs nakim. Mirov dibêje qê dînên timarxaneyî ne, dibê qê nexweşên qomayî ne û girtiyên di girtigehê de ne. Ger rabin dê bikevin, derkevin dê xwe biavêjin girtîgehê. Hunê çiqas karibin xwe ji vê dûr bixînin?

Hunê kengê fêm bikin ku, PKK ne nîvengek wisa ye? Di nava PKK’ê de wateyên mezin hatine xêzkirin. Gelo hunê karibin bi van wateyan ve dilsoz bimînin? Tika, lavekirin nîn e, lê rasteqînek heye. Ez dibêjim hunê karibin vê fêm bikin? Ji ber ku em dibêjin dîroka virê ‘ev’ e.

Ji Gilgamêş pê ve dîrok wisa hatiye. Bîstûpênc sal raderbirîna kurtaseya vê ye. Hunê kîjanê çêtir bibînin? Hunê bibêjin ku em pir bêhêz in. Erê, ev rewşeke serdest e. Hun pir bêhêz in, ti amadehiya we nîn e, heta hun ji amadekirina xwe aciz dibin. Qasî ku hun nikaribin eleqeyê ji jiyanê re rabihîsin rizî bûne. Hun nayên yek rêpîvaneke şer a jirêzê.

Min bi tena serê xwe da destpêkirin û bi serê xwe birinê de ez şahane me.

Ti tengasiya min jî nîn e. Lê hunê çi bikin? Gilgamêş hevalê herî zindî yê dîrokê ye. Min vê dîrokê nizanibû, lê karê yekem ku min da çêkirin ev bû. Ji xwe zêdetir hevalê xwe hizirandin. Niha ez li we dinêrim, tevî hevalbendiya mezin a van hemû salan, hun nikarin bimeşin. Yekî fêmbar derkeve û bibêje dijmin ji virê derket, min dît û bergiriyên xwe girtin, wisa ji paş ve xencer dikir, min destê wî girt, mebestxirab bû, di nava me de bû, cilên wî wek yên me bûn, li ser serê me bû, hetanî niha yekî wisa derneket. Va ev mirov diêşîne.

Ez hemû dijminên xwe baş nas dikim, hevalên xwe jî.

Artêşa pakrewanan, artêşa girtîgehan û artêşa gelê me heye. Jixwe ji min zêdetir xwediyên vî karî ne. Lê hun, ên ku di eniya şerê germ de ne, di destên wan de çeka şûrê tazî hene. Em ji her çekî, ji her çeka ziman bigirin heya çeka teknîka herî dawî ya tazî, hun nikarin bi kar bînin. Dema ku hun bi kar tînin jî, bi piranî li xwe dixin. Va, ev koletiyê diderbirîne û dijraberê azadiyê ye.

Gelo hun fêm dikin?

Ez dîrokê ji we re vedibêjim. Min PKK’ê ji we re vegot. Hun werin kîjanî, kîjan li xweşê we diçe hunê pê re bijîn. Mirin na, dibêjim hatina jiyanê. Ti kes nikare bibêje ku PKK ciyê mirina hêsan e. Mirin di her ciyê de hêsan e, lê di PKK’ê de pir zor e û divê nebe jî. Ez ji mirina xwezayî re tiştekî nabêjim. Lê PKK ne ciyê mirina di encamê çewtiyekê de pêk tê, an jî di encamê kêmasiyekê de. Lê piraniya we hetanî qirika xwe vê mirinê diçespînin. Min gelek caran dubare kiriye ku PKK ne ev e.

Nehatina we ya fêmkirinê belkî jî li ber vê hêviya mezin, di meşa rizgariya mezin de astengeke rişt e. Baldar bin, kes nabêje xwe piçûk bibînin. Şêwaza mezinî biafirînin. Hemû kirinên me bila bibine yên we. Min xwe daye we hemûkan. Zîlan û heta Bermal çi xweşik dibêjin; “xwezika ji canê me zêditir tiştên me heba û me dabana!” Nexêr, ez ji wan can filan naxwazim. A ku ez dixwazim; ger hebe hêza we ya têgihîştinê û viyana we, hun dikarin hetanî dawî ji min bigirin? Ji ber ku bi awayekî dîtir ber bi xurtbûnê ve çûyîn çênabe. Ez ji wî pakrewanê ku bi hêsanî dimire û yê ku xwe bipuxteyî dide şerkirin re jî dibêjim.

Ez jî weke we bi serê xwe û tenê bûm. Lê weke ku hun dibînin ez di nava şerekî jiyana erjeng de me. Wisa fêm bikin û bimeşin bi ser hemû peywir û şeran de. Ji vê dûr sekinîn, weke ku PKK ne ev e tev gerîn, çek hildana dest bi şêwaza ku ezê sedî notûneh û bêhnok neh nepejirînim, şerkirina xwe hizirkirin û îdîakirina, ez dikarim şer bikim re hun min dixine nava erjengiyê. Di nava jiyanê dê xwe negihandina sekneke ku dikare xwe bide derbaskirin, rêpîvaneke şer a jirêzê jî bikarneanîn, tim mirinê tînin bîra min. Lê ev ne PKK ye. Hun ku xwedî îdîayê ne, weke ku dijîn û îdîaya we ya jiyanê heye, heke hebe dilsoziya we ji bo bîraweriya Mezlûm’an û nerxekî wî ev pakrewanê me yê mezin ê Newrozê, hebe dilsoziya we li hember nirxên dîrokê qasî nemirineke hêsan, xwe li ser mijara ka jiyan bi şerekî çawa tê qezenckirin kûr bikin. We zanebûna bingehîn girtiye, vê bi kar bînin. Hindek çek dane destên we, bi kar bînin.

Ez van ji bo vê dibêjim: Ji bûna xwe re nebêjin “ji bo jiyanê em zan.” Ji mezinbûna xwe ya fêrbûn û hewisandina dijmin re nebêjin “em mezin bûn.” Heta bi halê xwe yê niha jî ji mezinbûna xwe ya di nava PKK’ê de nebêjin “em bûne PKK’yî”, xwe xapandin hene.

Çima hun nikarin bikin? Çima dest û lingên we ewqas li hev tên badan? Çima her karê ku hun dest diavêjinê tevlihev dibe? Çima hun hemû karên xwe nîvco dihêlin? Axaftinekê jî piçopiço dikin, biryarekî nasepînin, xirabekî teşhîs nakin, bi vê metirsiyê nahesin û bi qirika xayînekî nagirin? Çima hun nikarin xwe bidine girêdan bi xweşiktiyekê ve? Çima gihandina kirêtê çarenûs e û dibe tiştekî ku hun pê xweş dibin? Çima ber bi binketinê ve bazdan? Çima bêrêxistiniyê weke şêwaza jiyanê pejirandin? Li ser van axan mirovê yekem ê rêxistinkirî derkete holê. Her kes ji hev direve, çima? Pirsgirêka rêxistinê, çima?

Min ev çareser kir û hun nikarin xwe biparêzin. Ez hêzdar im, heta li ser xayînan jî dema ku ez dileyizim, dijmin her roj ji we re hin tiştan bi navê “jiyanê” pêşkeş dike û dibêje li çiyê birçî mane. Ez we rexne nakim. Ji ber ku we birçî, tî, sar û germê de ewqas tebat kiriye, ez we pîroz dikim. Lê piştî van hemûkan hun rabin û ji bo şorbeyekî gotina min jê re, îcar ew pepûkên di nava me de, li ber bayê reçeteyên vê “jiyan”a ku datînin ber we bikevin û ewqas wêrekî bidine dijmin, ji vê re bibêjin “riya hêviyê” ev min pir dihêrsîne. Min bi êş dît ku, we vê aniye halê felsefeyê. Xwarin û vexwarinên piçûk, bûna jin û mêrên sihêl, felsefeya vê pêş ketiye. Tirsnak... Ez nikarim ji bo vegotina vê peyvan peyda bikim. Felsefeya PKK û şêwaza jiyana wê ne ev e.

Kesayetiya kerax, -ku ezê nebêjim ew felsefeya ku gelê me dije- bêçaretiya ku lê hatiye çespandin. Lê, PKK ne ciyê bêçaretiyê ye, PKK ciyê çareyê bû. Di PKK’ê de pirsgirêka jiyanê tune bû. Di PKK’ê de pirsgirêka birçîbûnê tew tune bû. Pereyên PKK’ê ti demê kêm nebûn. Xwarina PKK’ê ti demê kêm nebû. Di jiyana civakî ya PKK’ê de ti caran ti tiştek kêm nebû. Hemû jî xweserê xwedayan bû. Hun van hemûkan dadixînin ber lingan.

Di PKK’ê de azwerî û evîn kêm nebû.

Li ser can û puxteya wê derbe têne lêxistin. Vê anîne halê çemkê û ji serkeftina wê re jî qonaxeke hindik maye. Min ev dît û ez nikarim vê bibexşînim. Helbet ez ne bêçare me, çareyên min hene. Di nava jiyanê de pêwîstiya rêzdariya herî mezin li dijî xayînên derveyîn û hundirîn, ez timî di halê tetîkê de me.

Diviya ku hun bibana xwediyên şer û jiyanê û diviya ku ji wî texlîdê bana ku mirov ji dil biçepikandana. Li ser eyaletên me em gotûbêjan pêş dixînin, em civîneke partiyê ya watedar li dar dixînin. Navenda xwe gotûbêj dikin, çendî dilsoj e. Li hevokên ku bi kar tînin binêrin û libatên ku dikevine navê binêrin. Li fermandariya ku pêşan dikin binêrin û binêrin ka şervanên me ji çî re dibine zemîn, binêrin li keç û xortên me yên ku paşikên Zîlan in û ka çawa pêwîstekan hembêz dikin. Ma ev hêrsê nade afirandin? Ma ev li hember nirxan nabe xiyanet? Emê çawa vê weke ku jirêzê ye bihesibînin? Hunê çawa vê ketinê bînin halê felsefeyê? Hunê çawa vê seknê bi xwe bidine pejirandin? Hunê çawa li hember van pakrewanan wisa bisekinin? Yek jî yê ku dije azad dibe, pîroz dibe. Hunê çawa li hember wê bisekinin? Gelo hunê bibêjin hê jî nehatiye fêmkirin? Gelo hîs û hest ava nabin? Hun kê ne? Bi we têgihîştin pir zor e. Gotina me rêpîvaneke leşkerî ya jirêzê bi kar neanî, tê çi wateyê? Baş e li kû derê ma viyana leşkerî? Min bi serê xwe ji paytexta dijmin beriya bîstûpênc salan ew viyana natewe û têkneçûyî ku girtibû û anîbû virê, hunê wisa temsîl bikin?

Bi nihêrtina nava çavên me û ka me ji kû derê girtiye û aniye di bin siya wê de ji dijmin re leyiztin, obtektîf sîxûrtiya dijmin kirin... Ma ev ne eyb e! Axaftineke ku bike jî nîn e. Çavkaniya bêçaretiyê, sekneke eyibdar. Serekeyên we diçin bila biçin. Nivê we jî biçe, ez ber nakevim. Ezê bibêjim ev ji bo min serkeftin e.

Careka dî dibêjim: Ez qasî Gilgamêş zindiyê hevalbendiyê me. Ez naxwim didime xwarin, venaxwim didime vexwarin, najîm didime jiyandin. Di heman demê de tiştên ku nabexşînim hene. Ez naxwazim vê otorîteya mezin li we biçespînim. Ev li xweşê min naçe. Ne ku ez bêçare me, ti wateya xwe nîn e ku, mirov otorîteyê li piçûkan biçespîne. Ezê kîjan otorîteyê biçespînim li wan kesên ku hêza wan a fêmkirinê tune ye! Her wekî otorîta mezin pîroziya hestê pîroziya raman û viyanê ye. Van ez kirime otorîte. Baş e hun? Hunê kengê bibine xwediyê otorîteyeke rûmetbilind?

Li ba min rastîn dijîn, li ba min xweşiktî dijîn, li ba min di şer de serkeftin, di jiyanê de evîn dije.

Fermana herî mezin, rêpîvana çirûska hestê ye ku di mezinahiya ramana rast de ye. Qasî leza roniyê lezdar e û takekesê ku xwe bi tev de kiriye enerjî. Em bihewl in ku vê biafirînin. Ji bo vê ez dibêjim: Hinek ji we dixwazin ku bi me re bin. Ez dibînim ku bi me re ji partîbûnê re û bi me re ji artêşbûnê re bixwestek in. Lê ez jî neçar im ku pênaseya vê bikim. Tenê pêwîstekên wê eşkere dikim. Çêtirdîtin a we ye. Di partîbûnê de zorlêkirin nîn e, di artêşbûnê de zorlêkirin nabe. Lê hizirandina di nava me de, çêkirina wê di polîtîkayê de di eyara leza roniyê de ye. Gotina “ez nehizirîm, ez neaxivîm û min nekarî çêbikim” berevajiyê rêgeza xebata Serokatiyê ketin e. Ji ber ku li virê polîtîka û leşkertî di leza roniyê de kar dike û sînorê herî dawî yê çêkirina nû ye. Taybetmendiyekê roniyê jî sotîner û ronîker e.

Hunê bibêjin ku “ev şêwaz hetanî niha nehatiye sepandin.” Lê şêwaza koletiyê ku em dijîn jî, li ti derî nehatiye sepandin. Ji vê koletiyê re tenê ev şêwaz dikare bibe bersiva bandordar. Wekî din çare tune. Min hemû pirtûkên mirovatiyê vekola û encama “derman ev e” derxist. Divê hun fêmbar bin. Bi ya min bûna azwerîmendê vê nayê astengkirin. Nexwe azadiya bûna vemirî û ji hêzê ketinê nabe. Çêtirdîtina wê nabe. Tebî divê em di leza roniyê de baz bidin. Divê em di ronahiya wê ya sotîner de bijîn. Ma me çêtir dît, em ketin tawanê? Me ya herî pêwîst dikir pêk anî û dibe jî. Berevajî bêyî wê ne jiyan, ne jî şer dibe. Dijminê li eniya dijber hizir dike ku, teknîka herî dawî girtiye destên xwe dibêje “ferman û destûra min a bişikil û şemal heye” û bi ser me de tê.

Bi fermî û kiryarî bîstûpênc sal derbas bûn. Ezê nebêjim min ev dijmin negirt riştiyê. Min girt riştiyê, lê min di vî bingehî de negirt. Lê min di wateya têk naçe û li dijî tiştek nayê kirin de negirte riştiyê. Da ku negihîje min, ez tam di halê bezê de me.

Dê ti demê negihîje min, bi şêwaza lêxistinê pêşiya min qut neke. Ezê vî şensî qet pê nedim.

Ew dijminê ku bi ti cureyî hun negirtine riştiyê, ez pir digirim riştiyê. Ez timî henaseya wî li patika xwe hîs dikim, lê nasekinim. Baş e hun? Dijmin dibe girş û dikeve çavê we, hun nabînin. Lê ez wî li her derî dibînim û tim li ciyê ku lê ye rawestiyame. Ev ji bo şerkirinê pêwîst e. Tiştekî dîtir jî dikim; xebatên qezenckirinê... Hun ne bi vê wateyê dibînin û digirine riştiyê, ne jî di mijara xebatên qezenckirinê de li xwe ewle dibin.

Hun li çiyayên azadiyê ne, di nava yekîneya fedaiyên herî biewle de ne, çeka ku hun lê bixin jî ne xirab e, çî ma? A ku maye kesayetiya qezenckirinê... Ez ji bo jiyînê têk dibim, ji bo têkbirinê dijîm, ez bi vê felsefeyê ve erjeng hatime girêdan.

Di ramanê de qezenckirin, di her karê jiyanê de qezenckirin. Di rêxistinê de, li dijî dijmin di pîlana çalakiyê de qezenckirin. Hemû tiştên pêwîst dikin têne çêkirin, tê ketin nava şer û tê jiyîn. Bi qezenckirinê jiyan û şer biyekirin. Vê çêkirin yekane rê ye. Dijmin tenê di eniyê de û li hember nîn e. Weke hun dibînin mirov wî digire riştiyê jî. Lê divê bergiriyeke jirêzê jî bê girtin. Hun hemû dikarin bikevine ciyekî çiyê, ku bi hêsanî nikare bikevê. Ew ji bo şerê eniyê kozikeke baş e. Ev ne zor e. Heke hun xwedî mejiyekî qasî çivîkekî bin jî dikarin bikin. Lê li wirê karkirin, kesayetiya ku dijmin bin xistiye têkbirin, rêpîvan û rêxistina ku dikare dijmin têk bibe amadekirin. Va, hun nikarin vê çêbikin. Ev, mafekî jiyanê ye, di şer de nikare bibe şêwaza milîtanekî.

Dema ku em diketine Newroz’an min tim vê hizir dikir: Min got ev zarok, ev ciwan, ev milîtan dê bikevin çiyayekî, pişt re jî karê dijmin biqedînin. Li sehaya Rojhilata Navîn derbasî wî aliyê avê bibin, êdî qediya. Min nexwest ku ti teorî, rêzname û rêvebernameyekî jî amade bikim. Ji ber ku min got zimanê çiyê bi her kesî axaftin û şerkirinê dide.

Va, di Newroza 85’an de bi rastî rêhevalê ku ez jê hez dikim û kesayetiyeke ku hevalbendiya wî tim li xweşê min diçe Egîd (Mahsûm Korkmaz) tiştek digot: Em bi hev re bûn, me wê Newrozê gotûbêj dikir. Me hewl dida ku em Newroza 85’an qezenc bikin. Pişt re li welêt, wî dizekê ketî, xasûkê gundî, dilreş û neyarê hevaltiyê ku îro jî berstûka me bernade û dîsa kadroyê ku xwe perwerde nake dipeyitîne. Hun dizanin, Egîd pakrewanê heyva Adarê ye. Egîd dibêje: “Beriya her tiştî emê vî xasûkê gundî di nava partiyê de nedin jiyandin; a diduyan, divê ev kadro bi erjengî bêne perwerdekirin. Di halê berevajî de ev dê pêngava 15’ê Tebaxê bibin têkçûnê.

Gotinên wî peyv bi peyv rast in û belkî jî xiyanet ew qetil kir. Zilamên di yekîneya wî de qet jê fêm nekirin û pişt re jî şer xira bû. Ew ên ku em dibêjin “dikarin her tiştî bikin” pir xirab çûn. Ên ku derketin holê jî dizek. Ên ku hê jî di nasnameyên we yên êşdar de dijîn, ne hindik in. Fermandariyê, yekîneyê ber bi serkeftinê ve na, şandina mirina xirab, derfetên jiyanê bi rêhevalên xwe dayîn na, bi sitandina canê wî xwe dana jiyandin. Ma yên ku wisa fêm dikin hindik in? Vê gotûbêjkirin jî li min çendî zor tê.

Ên ku gerîla û artêşê anîne vî halî, şêwaza jiyana yên ku xwe li ser şêwaza şerê fermandarê navdar Zekî dane razandin, çiqas nelicî ye. Qasî çiyayan wan derfetan di dest de girtin, lê nebûna viyana Egîd ango viyana hemû pakrewanên me wisa perçiqandin... Ezê nebêjim ev tawana we ya giran e, rastîna we ya biêş e. Berdin, neçin şer...

Egîd û Zîlan...

Gerîlayê rastîn Egîd e û hestên wî yên xweşik, peyvên wî yên xweşik ji bo me ferman in. Zîlan jî wisa ye. Peyvên wan ên zêr ji bo me ferman in û jixwe baş meşiyan. A girîng ne pir biserkeftinbûna wan e, yek be jî biserkeftinbûna wan e. Emê vê bikine serdest. Dê keç jî, xort jî û ciwan jî vê bikin serdest. Bi awayekî dîtir nayê ketin nava vê artêşê, sonda vê artêşê ev her du nav in. Ger hêza we hebe, hunê pêwîstekên sondê pêk bînin. Hun dixwazin karên artêşê bikin, êdî hunê vê fêm bikin. Min ji we re karên partiyê vegot.

Mezlûm tê wateya partiyê. Kemal, Xeyrî, Xeqî û bi hezaran pakrewanên din hene. Milîtan ew in. Ez berdevkê wan im.

Sibê çi bi serê min de were ne diyar e, lê hetanî niha min berdevkiyê kir. Artêşa wê jî ev e, jin jî Zîlan, zilam jî Egîd. Gavên yekem in, emê gavên dawî ango gavên bi hev re biavêjin.

Ez hizir nakim ku pêdiviya pir perwerde û teoriyê heye. Vebûniya jîrekatî û dil, gavên bipîvan pêwîst in. Zîlan şervaneka nipînû bû, çalakiyeke çiqas bêqisûr rêxistin kir. Egîd çewtiya peyvê jî nekir. Ji avakirina yekîneya yekem gerîla hetanî henaseya dawî xweşik bû, watedar bû. Teoriya gerîla û pratîka wê jî baş bi rê ve dibir. Hun dikarin bibêjin hate lêxistin. Dibe ku lewaziyên wî jî hebin.

Divê fermandarekî gerîla hêsan nemire, lê bû, yên ku mane hene, leşker hene, berdevk hene. Ma ew ji bo çi hene? Hunê ya ku maye temam bikin. Ev qewîtî nîn e, ferman e.

Soza PKK a Newroza bîstûpêncemîn, soza artêşê divê bi misogerî rast were fêmkirin. Divê fersend neyê dayîn ku kes sozê biperçiqîne. Bi van pakrewanên mezin ve xwe girêdan û gelê me bi rastî girtina riştiyê mezintir, ma mirov dikare peywirekî dîtir bihizire?

Hêrsa me heye li hember dijmin, xayîn, hevkarmend û kesên ku nava me têkilhev dikin. Va, ev girêdana rastîn, partîbûna rastîn bersiva tekûz e ku ji artêşbûnê re bê dayîn. Ezê şikilkariyeke ziwa neçespînim. Lê bûna partiyî û leşkerê herî şahane yê wî zanîn, divê bibe şerefa we. Bi awayekî dîtir ne we felat dike, ne jî dide jiyandin. Ma hunê wî bipejirînin? Hunê bibêjin qet. Wê demê wekî din a rast dimîne. Êdî ev jî xirab in: Weke gundiyekî qasî rizgarkirina vê rojê em xebitîn. Ev jî qasî yê dîtir metirsîdar e. Ên wisa zaf in di nava me de. Hindik maye ku navenda me, rêveberiya navîn û binkeya me dagir bikin.

Gundiyê ku dibêje “me îro jî rizgar kir” îro gundiyê herî rezîl ê cîhanê ye. Kedkarê herî zikbirçî ye. Ev berevajiyê PKK’ê ye, berevajiyê artêşa wê ye jî. Bi temamî berevajiyê min e. Ez napejirînim. Çewt dihesibînim û metirsîdar e. Weke çemka rizgarkirina namûsê ya gundî, qaşo namûs û rûmeta xwe rizgar dike. Lê niha gundî rastîna wê civakê ye ku her cure bênamûsî li serî wî diteqe. Bi çemka azadiya wisa bigerin, binêrin mirovên me yên herî reben in. Ti wateya wê ya di nava partiyê de temsîlkirinê nîn e. Bi rêpîvaneke artêşê ve bi afirandinerî xwe nade girêdan, tim qala yekanebûnê dike. Di bingeh de xwe dike yekane. Gotina min jê re azadî û xweseriyê, afirandineriyê tevlîhev dike. Ev hemû afirandineriyê, hemû destanên ku divê em binivîsînin dikine kenoke. Bi misogerî vî hişê jî, qaşo pratîka jiyanê jî terk bikin.

Ên ku dibêjin ev bîstûpênc sal in ku em neponijîne hene. Lê Zîlan yek salî bû, çawa ponijî? Egîd, qet ne xwedî ezmûneyên şer ê panzdeh salan bû. Du salî bû, çawa ponijî? Nivîsandinên ku kirine tam rojena gerîlayî ye. Kirinên wî jî di mercên herî zor de pratîka gerîla ye. Tê wê wateyê ku zêde eleqeya vê bi ponijîn û perwerdeyê tune. Bi dirûstiyê, biryarmendiyê, jidilbûnê, karê ku dike bi hestên bilind û azwerî girêdanê re têkiliya xwe heye. Bi vê asta perwerdehiyê, bi van ezmûneyan hun dikarin hezar qetê Zîlan û Egîd rol bileyizin.

Jixwe êdî ew bangawaziyek in. Hunê ber bi bangawaziyê ve baz bidin û divê bi misogerî dilsoziya bîraweriya pakrewanên PKK’ê wisa bê fêmkirin. Ew a ku nehatiye mafkirin û bingehê xwe qaşo ji şêwaza fermanî ya piraniya wan digire, ew henaseya dawî ya hemû şervanên ciwan ferman in. Ê ku vê hetanî nava mixê nade kêrsimandin, nikare bibe fermandar.

Hun tenê ji bo yek tiştî bûne PKK’yî.

Va, min pênaseya wê çêkir. Ewqas esasên bîrdozî, ewqas xeta siyasî û ewqas hevalbendiyeke jidil. Hun ji bo vê bûne PKK’yî. Nexwe ne ji bo ku hun ajoyên xwe yên sihêl bijîn. Me bi we re peymaneke wisa çênekir. Hun çima dibine derewker? Kê got di PKK’ê de wisa tê jiyandin? Hun vê ji kû derê derdixînin? Derket holê ku jiyaneke wisa dijmin dixwaze. Ev, bi dîtin û bînahî ji dijmin re leyiztin e. Ev ne PKK’yî ye.

Ez bi hêsanî nakujim, bi hêsanî kuştin dibe ku bi henaseyekî mirov têr bike. Ez naxwazim bi dijminê xwe re wisa bigijgijim. Stalîn jî wisa kir. Bi hezaran derketin holê û niha gorên wan jî ne diyar in. Ez naxwazim wisa bikim. Ger ew min bikujin jî wateyeke xwe heye. Lê ku ez wan bi hêsanî bikujim zêde wateya xwe nîn e. Ez ên wisa û yên ku dixwazin wisa di nava partiyê de bimînin hişyar dikim.

Ez zorê li we nakim, nabêjim nejîn jî. Bi hemû berhemên min ve da ku hun bijîn ez van dibêjim. Xwedibîniya ku li ti derî tune ye, hun bibêjin ka li kû derê ye, ew jî li ba min e. Ez van hemû kedan pêşkeşî we dikim, lê ev nirxên jiyana rast in. Şêwaza we mînanî dizekî, mînanî mitirbekî, rêzdariya min ji kedkarên wan re heye. Ti wateya vî karî wisa pêşkeşkirinê nîn e. Her wekî rast riya jiyanê heye. Mirov dikare bi hevaltî jiyanê parve bike, rêpîvanên rêxistinê jî parve bike, gotûbêja taktîk jî parve bike. Hunê bibêjin jin û mêr. Em evînê diafirînin, ma ji vê mezintir dibe? Ma şêwaza ketî dibe jiyan, mirov tenezûl dike?

Şer, di heman demê de ji bo evîna mezin e. Hunê çima vê fêm nekin? Zayendên we pir ketine. Zayendên we ku bi şêwaza bi we dane pejirandin û zanîn biaxivin, ma ev ne ketineke tirsnak e? Ma bi wê welat neçû? Ma hun bi wê ji civakbûnê derneketin? Ma hun bi wê nehatin halê takekesê herî bêçare? Erê, wê demê kirêt, ê dixe û xurt nake nêzîkê xwe nekin. We, hev nas nekiriye, hun bi axên dayik ve nehatine girêdan, we hê xwe îspat nekiriye. Kê, kî, ji kî çawa bidize?

Hunê ji kîjan evîn û hezkirinan qal bikin?

Bi axên dayik ve hê nehatine girêdan, du derbe li dijminê xwe nexistine, rika xwe ji dijmin û hezkirina xwe ji hevalên xwe re hê pêşkeş nekirine, ma pevrebûna sibeya ku dê çi bibe ne diyar e dibe? Ma hev û din hembêzkirin dibe? Ma hezkirin dibe? Ma zayend û zayendîtî dibe? Êdî vê lîstokê di kesayeta xwe de xira bikin.

Ciyê ku egîdî lê heye, têkiliyên pîroz, hezkirin û evîn pêk tên.

Ciyê ku ev lê nîn in, di asta jin û zilam de, ezê nebêjim her tişt heram e, tam rola sîxûrtiyê dileyize. Him di nava partiyê de, di rastîna hevalbendiya partiyê de, herî zêde jî di artêşbûnê de hesas bin û ji kerema xwe re fêm bikin, ku şerê herî mezin şerê di şêwaza vê jiyanê de ye.

Ji bîr nekin ku, di Îslamê de şerê herî mezin şerê nefsê ye. Ên ku vê mezin didin, ên ku herî zêde şer dikin in. Pey re jî weke lehiyê riya jiyana azad vedikin. Nexwe ev şer ne navê bi hêsanî çûna mirînê ye, pira saxlem a jiyana azad e. Ger em bi serkeftî jê derbas bibin, emê bigihîjin jiyana azad. Ji bo vê yekê me her tiştên xwe daniye holê. Me got ya, di asta çi peyvê de jî qasid tune bûn, me afirand û pêşkeşî we kir.

Partîbûn, ji bo artêşbûna mezin e.

Artêşbûn ji bo têkneçûnê, ji bo têkbirinê ye. Ev hemû ji bo axên ku hatine stirandin, evîna jiyana şervanên azadiyê yên herî mezin, ku careka dî bêne binavkirin û ji bo temsîla wan e. Ez jî temsîlkarekî vê yê dilnizm im. Ez naxwazim xwe qet binepixînim, lê mafê min ê jiyînê jî heye. Divê ez xweşikê fêm bikim. Ezê nebêjim pîvanên civaka me ya ku ji zû de qediyaye û her wekî dijmin ew ziwa kiriye, -ew jî tun in. Di yoma azadiyê de hewla min girîng û pêwîst e. Civakê nekarîbû tiştekî bide, divê ez bidim xwe. Hun dibînin ku min ne ji bo xwe kir û ne di nava ezeziyeke tirsnak de me.

Ti kesî rasteqîneke ku ewqas parçe bûye biyek nekir. Ji gelbûnê derketiye, navê xwe jî bi şermînê digire ser devê xwe, her ku girtiye hatiye halê rasteqîneke bizdonek; va, me vî gelî îro aniye asteke şanazmend. Me anî halê gelekî ku şoreşê çêdike û civata mirovên ku ji xwe re dibêjin em şoreşger in.

Salên min, salên min ên tirsnak, salên min ên bêaman. Qet pesnê xwe nadim, lê dixwazim bê fêmkirin. Ev sal ji bo gel in ku welat û azadiya xwe ya mezin biafirîne. Min jê girt, da we û dibêjim “hun jî pêwîstekên ji bo gel bidin.” Bangawaziyeke baş e, qet pêwîstî nîn e ji bo tengezarbûnê.

Ez bûm yekane, erjeng bi tenê mam, lê netirsiyam, min ji vê re got tenêtiya rewneq. Niha baştir fêm dikim, tenêtiya wî welatê wenda, tenêtiya wî gelî ku xwe ji zû de ji bîr kiriye. Ez sadiqê vê me. Çi xweşik e ku, qasî welatê xwe bi tenê û qasî gelê xwe bêkes im.

Ger hebe ev gel, divê ez pê re, ew bi min re û bi dostên xwe re hebe. Ger em tenêtiyê derbas bikin, bi dost û hevrêyên sexte na, ger bibe bi mirovatiyê re pevretiyek û hevalbendî jî wekhev û azad be; divê di bingehê parvekirina tam de be hestên wê jî, êşên wê jî û şabûnên wê jî. Di ramanê de jî wisa û di viyanê de jî wisa. Ger tenêtî were derbaskirin, dikare di vî bingehî de were derbaskirin.

Ezê çima ehbab-çawişî bikim? Heke ku nabine dost, ezê çima hetanî dawî pê ve girêdayî bim? Ezê çima bi wî gelî ku xwe rizgar nake bi girîn û qajevajê xwe girê bidim? Şûna ku wisa be, ger pêwîst bike qasî xwedayekî û li bingehê tew nejiyandinê, jixwe min tim wisa kir. Rast bû û xweşik bû. Nanepixînim, çawa ku pêwîst dikir wisa hate çêkirin. Dê mirovatî jî bibîne ku, jiyîn weke ku pêwîst dikir hewl hate nîşandan û ketina wê riya jiyanê pêk hat.

Di bingeh de bi vê wateyê serkeftin hatiye qezenckirin. Wekî din hilgirtina tuxlekî ye ku ji hêla her kesî ve bê birin ciyê bikaranînê. Weke ku pîlan hatiye çêkirin û binyad hatiye avêtin, hetanî banî jî hatiye bilindkirin. Wekî din rêkûpêkirina karên malê ye. Bi vê wateyê binyada welêt hatiye avêtin, avahî hatiye bilindkirin û heta baniyê wê jî hatiye avakirin.

Weke gelekî azad di nava vî welatî de, êdî hunê hesabên jiyanê çêbikin. Hunê bi misogerî nava malê bixemlînin. Yek jî hunê xwedîti bikin li nirxên xwe. Ev der ciyê vî pakrewanî, ev der ciyê vê xweşikê, li virê bi gor vê rêpîvanê tê jiyîn. Gava ku xayînek an jî dizek hat, mirov wisa li hember dertê. Ji giyanê heya ramana wê, ji zagonê heya siyaseta wê tevek hatine diyarkirin.

Ev, bi timî mejî westandina jiyanê dibe. Tevahî mirovatiya nûjen wisa ye. Ji bo xwarina xwarineke xweşik jî, divê hun erçena xwe baş bi kar bînin. Heke hun erçena xwe baş bi kar neynin, xwarineke xweşik jî zewq nade. Xirab rûdinê di aşikê de. Weke ku jiyana azad ewqas nêzîk bûye, sifra azadiyê ji bo xwarinê ewqas vekirî ye, gotina ez hê jî jiyînê nizanim eyb e. Hundirê malê jî, sifra malê jî û hemû xweşikiyên malê di cî de ne. A ku dikeve ser milên we lê xwedî derketin; hindek xemilandin pêwîst dike. Ev jî karek e ku şivanê li çiyê jî dikare bike. Hun milîtan in, çiqas ji bo partî, ji bo artêşê pêwîst dike ewqas, çiqas ji bo gel pêwîst dike ewqas, çiqas li dijî dijmin pêwîst dike ewqas, çiqas mafê we be ewqas.

Ev sosyalîzm e.

Ev qasî pêşeroja mirovayetiyê paşeroja wê ye jî.

 

21 Adar 1998

 

Roniyên zanebûnê

Sema Yûce; ev milîtana jin a hêja, weke çalakiyekê li hember kesayeta qedal, ku di bingehê hevkariyê de xwe stirandiye dijmin êvara Newroza 21’ê Adarê xwe şewitandiye û piştî têkoşîneke demdirêj roja 17’ê Pûşperê henaseya xwe ya dawî daye. Çalakiyeke dilêrî. Di vê mêjûyê de rêhevalê Fikrî Baygeldî jî, ji bo bîraweriya vê rêhevalê bi heman cureyî çalakiyek li dar xistiye û lê xwedî derketiye. Bêguman ew çalakî ne, ku divê li serê bê ponijandin û bi reha wane jê bêne derxistin. Em dikarin weke bi viyana xwe ya puxteyî hêz û bêhêziya xwe di agir de şewitandin, paqijî û qirêjiyê bi agir ji hev veqetandin, safîkirin binirxînin.

Me jî Sema nas kir.

Di sehaya me de perwerdeyeke xuyayî dîtibû. Ez hizir dikim wê demê navê wê Serhildan bû û tim giyana serhildanê dijiya. Misoger e ku kesayetek e ku stû natewîne, serî radike û her ku diçû dixwest xwe biwate bike. Xwediyê gelek name û nirxandinên berfireh e.

Kesayeteke ku bi kesayetiya Zîlan re di heman şêwazê de ye. Di çalakiya wê de aliyên hêzdar û xweşik bi zêdeyî hene. Berteka wê li hember kêmasiyên di nava rêxistinê de mezin e. Li dijî dijmin û xiyanetê timî bibertek e. Ji bertekê jî wêdetir, kesayetiyeke timî şer heye. Têkoşîna jiyana wê ya di girtîgehê de girîngiyeke mezintir hildigire, ez hizir dikim ku wê ji jiyana rasterast derxîne bi dagirtî jiya. Emê nebêjin ewqas tebat kir: Pê re ewqas şer kir, şerê xwe derxist xala sertarê. Bi vê wateyê di berxwedêriya girtîgehê de, bi misogerî mînakek e û ji pirsa “çawa bijîn” re bersiveke vebir e.

Mezin kar kirin, mezin hizirandin û xwesteka jiyînê bêgotûbêj e. Qasî egîdiya azweriya jiyana mezin, egîdiya şerekî mezin ku bedêlê wê ye hetanî dawî girtina ber çav nîşan dide. Bi ti awayî fersenda bûna xwediyê jiyaneke bêked, erzan û binexweşî nade xwe û derdora xwe. Bi bastûra xwe re tim di nava şer de ye... Lê zanebûn û ev ronahîbûna wê, çendî ku qelsiyên bi bingeh ji bastûra civakî hebin jî, ji bo têperandina hemûkan têr kiriye. Ger li derve bana dê bi misogerî şerê xwe biwergirtir, birêxistin û gerîlayî şêwaz jî tê de, misoger e ku hetanî dawiyê biribana. Kerixandin nîn e, berevajî berteka wê hebû li hember bikarneanîna derfetên azadiyê û bi xwe jî ku nikare vê tam bi kar bîne.

Bêriya wê ya herî mezin, derfetên azadiya mezin bidestxistin û şerkirin e... Weke di rastîna gelek pakrewaniyan de, di rastîna vê pakrewaniyê de, tevî ku arezûya wê mezin bûye jî, di navbera asta pêkanînê de, rastîna êş û jandar mijara gotinê ye. Vê nakokiyê çareser nekirin, sedemê herî girîng ê şêwaza vê çalakiyê ye. Bingehîn encama ku hun derbixînin; bi derfetên azadiyê re hêjahiya şerkirinê bi reha teqdîrkirin û bi teşeyekî jandar kuta nekirin. Jixwe çalakî bi xwe jî vê ferman dike. Xwesteka herî nirxdar, bûna xwedî nîvengeke ku em karibin şerê azadiyê bidin.

Ên ku bi derfetên azadiyê re rast bi hev nagihîjin, neçar in ku li pêşberî vê bîraweriyê biperçiqin. Biryara çewt, nêzîkatiya kêm, hêza şer dernexistina holê, bikarneanîn, li pêşberî bîraweriya van pakrewanan hatine mehkûmkirin. Şer girtina sihêliyê, nerişt nêzîkbûn li pêşberî vê bîraweriyê hatine mehkûmkirin. Ji jiyanê re jî, ji şer re jî sivik nêzîkatî, mafê wê bi viyan û bi zanebûnî nedayîn hatine mehkûmkirin. Ev mehkûmkirin partiya me girê dide, artêşê girê dide. Bi reha divê ku hun vê weke rêgezekî li ser kesayeta xwe neqş bikin, di halê berevajî de, emê qet we partiyî û artêşî nehesibînin.

Dibêje “vî agirî nevemirînin!” Ma ji vê mezintir wêrekî û fedekarî dibe? Vê, bi ronî û ronahiyên zanebûn ên herî hêja dike. Ji bo xwe herî piçûcik berjewendiyek nîn e. Heke hun karbidestiyên partiyê, derfetên şerkirinê ji bo berjewendiyên xwe yên xwedibîniyê bi kar bînin; ev agir çawa dijmin dişewitîne, dê we jî bişewitîne. Ev agirê milîtan yekî ji we jî saxlem nahêle, ne agirekî jirêzê ye. Çeka we ya herî mezin parastina ku agirekî wisa nîn e ye. Lê va ev agir heye û di nava me de bi qirçeqirç dişewite.

Hun çalakiyeke milîtanekê bi vî şêwazê weke çi hizir dikin? Hun hizir dikin ku bêyî ku şerm bikin li serê razên. Bêyî ku tengezar bibin, hun hizir dikin ku li ser bîraweriya wan a pîroz, di bin navê rûpoşa azadiyê de xwe bidine derbaskirin.

Hemû kirinên min, hindek ji bo bersivbûna bîraweriya wan e. Ez hemû kirinên xwe dikim xelat ji bo bîraweriya wan. Baş e hunê çi xelatî bidin? Ji sivikatiya xwe û derfetên azadiya mezin li hember dijmin vala derxistinê pê de? Ma bersiv dikare wisa be? Divê mirov bizanibe ka li hember pakrewanan rêzdarbûn çawa ye. Divê em derbasî sekna rêzdariya rast bibin. Va, bersiva herî tûj a ku bi bîraweriya vê pakrewanê bidim ev e, pir bibaldarî û hestiyarî tevgerîn e. Ji bo dilsoziya bîraweriya pîroz a milîtanekê çi pêwîst dikin, ew min eleqedar dikin.

Rêhevalê Fikrî Baygeldî careka dî bi bîr anînê weke peywirekî dizanim. Ev rêhevalê me, ji bîraweriya rêhevala Sema Yûce re, di heman qasê de, bersiv daye. Dibêje fermandara min e jî. Pir nemazeyeke bijarte ya dizsoziya bîraweriyê nîşan daye û di qasê de bûye bersiv. Ev, wêrekî û fedekariyeke mezin dixwaze. Em bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin. A duyemîn, ji bo bîraweriya milîtaneke jin, ka kesayetiyeke zilam çawa dikare bibe leşkerekî baş e. Ji vê jî encamekî dîtir ku mirov derxîne; ew rêzdariya li hember jinê ku piraniya we hetanî niha nîşan nedane. Rêhevalê Fikrî Baygeldî bi mezinahiyeke tekûz vê nîşan daye.

Bi reha divê ku hemû partiyî û şervan ji van herduk taybetmendiyan baş encam derxînin. Bîraweriya rêhevalê Fikrî Baygeldî ji bo min pir hêja ye û di heman demê de peywirek e. Gotinên wî da ku li partî û artêşê bisepînim ezê hetanî dawî bixebitim. Ji yekî ku xwe bi qirçeqirçê, bi fedekarî û wêrekiyeke raser tevlî çalakiyê kiriye, ku jê re dibêje “fermandara min” di her halî de nayê hizirandin ku bêbersiv bimîne. Dê ji partiyê re, ji artêşê re û ji jiyanê re weke kevneşopiyeke ku hêjahiya wê mezin e û weke xetekî rûniştandina wê bê zanîn. Heke hun dixwazin ji vê tiştekî fêm bikin, hun neçar in ku bizanibin ka ji para we re çi hiştiye. Nexwe kes zilamtiya we nagire riştiyê. “Wey pêdiviya me, wey têkiliya me.

Va têkilî wisa dibe. Va fermandar, va şervan.

Qasî rojê sotîner e. Hunê vê paşçav nekin û wisa nebêjin wiha têkilî, têkiliya jin û zilam, têkiliya fermandar û şervan û xwe nexapînin. Heke li hember van pakrewanan hinek rêzdariya we hebe, hunê xwe bi gor van nirxên pîroz ji nû ve şikilkirinê û anîna halê kesayeta têkilî, jiyan û şer bizanibin. Ger hun dixwazin ji pakrewaniya wan a dîrokî, bizanebûn û fermandêr encamekî derxînin, nirxandina wê bi misogerî wisa pêwendîdêr e, ferman e.

Ez para xwe, di pîvana hêza xwe de, di pêş de weke milîtanekî partî û şervanekî artêşê û heta weke kesayetiyeke fermandar a rast ji bo dana jiyandinê û pêwîstekên wê dana serwerkirin tenê na, ezê bi mezin ezmûneya rêxistinê bidime rûniştandin û ez bixwazim vê di her kesî de bibînim. Ezê di vî bingehî de van rêhevalan bi bîr bînim. Ezê ya ku bûye bersiv ji van bîraweriyan re weke hêja bibînim û silav bikim.

Te pakrewana me Sema Yûce nas dikir ne wisa Azman?

Azman: Min dinasî Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Te çawa dinasî?

Azman: Di sala 92’yan de em li Sehaya Serokatiyê bi hev re bûn. Ji vê sehayê jî bi hev re çûn pratîkê. Hindek taybetmendiyên wê yên xweser hebûn.

Serokatiya Partiyê: Hun ji heman eşîrê ne?

Azman: Diya wê ji me bû.

Serokatiya Partiyê: Diya wê ji we bû. Gotiye, “Min li ba bapîrê min an jî li ba gerîla veşêrin.” Ew kesê ku dibêje bapîr kî ye?

Azman: Bapîrê min e.

Serokatiya Partiyê: Bapîrê te ye jî.

Azman: Erê.

Serokatiya Partiyê: Navê wî çî bû?

Azman: Xalis Oztirk.

Serokatiya Partiyê: Kengê mir?

Azman: Di sala 1977’an de Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Çi taybetmendiyê wî hebû?

Azman: Serokê min, tevlî Serhildana Agirî bibû.

Serokatiya Partiyê: Ew ê ku min dîtibû bû?

Azman: Nexêr Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Na na, ew, bavê wê.

Azman: Ew dibû apê wê.

Serokatiya Partiyê: Tevlî serhildanê bûbû, çawa mir?

Azman: Serokê min tevlî serhildanê dibe, piştî têkçûna serhildanê heft salan li derve mabû. Paşê ku KT bexşînê derdixe, ew jî vedigere welêt. Di Partiya Demokrat de du serdem bû parlementer. Di cuntaya 60’î de hatibû girtin.

Serokatiya Partiyê: Çi qewîtiyên ku ji we re kiribûn hebûn?

Azman: Zanebûna Kurdayetiyê.

Serokatiya Partiyê: Tu dibêjî bi zanebûna Kurdayetiyê ve çû?

Azman: Erê Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Wekî din çawa nas dikî? Vebêje.

Azman: Serokê min dema ku tevlî partiyê bûbû, demeke kurt di gerîla de mabû. Hate Sehaya Serokatiyê. Coşa wê, peroşiya wê û dilsoziya wê ya Serokatiyê û yek jî taybetmendiyê wê yê lêkolînê hebû. Di asta gotinên xwe bi pratîkê re biyekirinê de xwe nîşan dida. Piştî ku hate hinartin ji bo xebatê, di demeke kurt de hate girtin. Di rewşa ku encamê bigire de hate girtin. Dema xwe bi rêkûpêkî bi kar dianî.

Serokatiya Partiyê: Çend sal di girtîgehê de bû?

Azman: Şeş sal, di Berfenbara 92’yan de hatibû girtin.

Serokatiya Partiyê: Bi rastî jî, ma hêza te ya dilsozbûna bîraweriya wê û hêza te ya sozdayînê heye?

Azman: Heye Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Emê çawa bawer bin? Çawa fêm bikin?

Azman: Di pratîkê de pêkanîn e. Lê bi wê re ez dikarim wê hêza sozdayîna ku ezê bi hemû pakrewanan re girêdayî bimînim bi xwe re peyda bikim.

Serokatiya Partiyê: Niha tebî em nabêjin keça eşîrê, milîtanek bû, lê weke ku gelşa bapîr dibêje -em bibêjin bapîr ji qehra zanebûna serhildanekê miriye- di kesaniya wê de hatiye dahûrandin ango bi teşeyê milîtantiya PKK’ê, bi teşeyê dilsoziya serokatiyê nîşan daye. Yanî ji berxwedêriya eşîrî ya kevin gihîştina rastîna serokatiyê de keseke mînak e.

Azman: Erê Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Di vî bingehî de divê eşîra wê bi bîraweriya wê ve girêdayî be. Gelo di vê mijarê de jî hêza te ya sozdayînê dikare hebe? Eşîrê bi gor bîraweriya pakrewanekê bandordarkirin.

Azman: Di mercên heyî de rewşa eşîrê girîng e û baş e Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Bi eşîrê re di der barê ka ev pakrewan dê çawa bê pêşwazîkirin de bikeve têkiliyê. Çendî ku di bin çespandina zorê ya dijmin de be jî, di eşîrê de hê jî kîneke xuyayî heye. Ez hizir dikim xalê wê bû, ew dibe çiyê te? Digot xalê wî me.

Azman: Dibe apê min Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Digot, ezê lê xwedî derkevim. Diyar dibe ku, kesayetek wek serhildêrê klasîk e. Hê jî ew hest hene, lê dijmin jî girtiye bin venêranê. Weke ku min got, Xalis Oztirk ji xwe re dike parlementer, dixwaze bi kar bîne. Lê ez jî bûme nasdar, taybetmendiyên berxwedaniyê hene. Sema raderbirîna vê ye. Jixwe pakrewanên wan ên din jî hene. Tu jî di wî bingehî de yî, lê ya te hindek xwarovîçko ye. Ez di bingehê milîtantiya partiyê de dibêjim. Hêvî dikim ku tu jî herî hindik di bingehê vê rasteqînê de, li ba kevneşopiya serhildêrekî mezin, piştî ku vê milîtantiya mezin a PKK’ê jî dît, bersivbûnê bizanibî.

Azman: Bi awayekî dîtir jiyîn ne gengaz e Serokê min. Ez vê jî dizanim. Di PKK û Serokatiyê de rewşa me ya dîtina mirovatiyê heye. Ji derveyî wê jî mercên me yên bi mirovanî jiyandinê nîn e. Tevî ku di pêvajoyên borî de asta siyasî ya ku xwe nîşan dane heye jî, di nava pêvajoyê de xwe bi dijmin re kirina yek xwe nîşan da. Riya yekane ku me di asta mirov de bibe rizgariyê PKK û Serokatiya wê ye.

Serokatiya Partiyê: Rast e. Jixwe rêhevala Sema jî bi teşeyekî herî balkêş peyitandiye. Ger jinek vê dipeyitîne, yekî weke we divê bi zêderî bipeyitîne. Yanî di pêşî de tuyê bibî rêzdar. Dê weke ku min di dahûrînê de nîşan da bibe. Êdî bi gotinê, bi raporê rewşan ravekirin nabe, tenê bi pratîka rojane hunê xwe rave bikin.

Azman: Erê Serokê min.

Serokatiya Partiyê: Ji vê gavê şûn de tuyê di vê çarçoveyê de cî bidî hemû libatên xwe. Bi gor puxteya axaftina îro di kesayetiyekî de biryarê bidî.

Azman: Ezê vê çarçoveyê esas bigirim.

Ji bo milîtantiya van keçan gelek tişt hatine gotin. A rast jî hatiye dayîn, puxte jî hatiye nîşandan. Ev nirxandina me bi xwe jî bersiv e ji hemû pirsên ku hun karibin bipirsin. Niha şerek e û hun ketine navê. Ji bilî vê qasî metelikekî hêjahiya karekî dîtir nîn e. Ev karekî wisa ye ku, dema ku bi tena serê xwe bûm jî, me biryara meşê ya bicoşa mezin da. Di bingehê çewtî û behremendiyên xwe de karê şoreşê û wateya wê ya mezin esas negirtin dirazîne. Ji vê re tê gotin doz, ji vê re teorî, teoriya şoreşger tê gotin. Ji vê re rêxistina şoreşê tê gotin, ji vê re şêwaza çalakiya şoreşger tê gotin.

Her şer, bi taybetî şerekî weke yê me ku dixwaze qirkirina pir giran bide rawestandin, milîtan û kesayetiyên mînanî Sema pêwîst dikin. Rastîna Sema tê wateya evîn, xweşiktî û bûna xwedî nasnameyê biîddîa. Tê wateya şervana azadiya mezin, jina ku radestê zilam û bêevînê nebûye. Ji bilî qezenckirina vê kesayetê ti tişt nikare we di nava vî şerî de bimeşîne. Puxteya şer vê pêwîst dike. Heta nêzîkatiyên min jî kêm in. Çima? Ev ewqas sal in bi serê xwe şer bi rê ve dibim, lê tevî vê tevdehiya armanc û amrazê ango tevdehiya jiyan û şer di asteke nayê bawerkirin de ye. Pir balkêş e û qasî neyê gotûbêjkirinê eşkere ye, wekî din ponijandin e. Derfetên vê hene. Guhdarî bike, gotûbêj bike, bixwîne, çiqas ji bo te pêwîst be ewqas bigire! A me di wateya rastîn de tenê şer na, dibistan e ku jiyan tê afirandin.

Çi bextewerî ji we re ku, hun ketine nava kar û xebata vê afirandinê. Di vê cîhanê de ji vê hêjatir şens û karek tune ye. Hemû pirtûkan vekolînin, kesekî weke min ku çil caran mejî diwestîne û gav diavêje tune ye. Çima? Heke ku rewşa wan kesên ku ev hezar sal in bi van dozên wiha re eleqedar bûne, ketine û wenda kirine li ber çav bê girtin, dê bê dîtin ku em xwedî şêwaza ku têk naçe, ji xalên nayên bawerkirin girtiye û aniye virê. Mirov dikare vî bi çi rave bike? Ev; yek, bi bûna kesê ku hêjahiya vî kifş dike; didu, bi bûna kesê ku bi rokirin û pîvanê tîne cî dikare bê ravekirin. Dibêjin nepenî, va nepenî ev e.

Li vî welatî mirovatî tê qetilkirin, qirkirin heye. Hem jî cureyê qirkirineke ku li cîhanê nehatiye ezmûnandin tê meşandin. Ger hun bi erjengiya vê tev bigerin, hunê bibin milîtanên tirsdêr. Ez neçar im ku vê bibêjim, hun jî neçar in ku nîşan bidin. Wekî din tiştek vê rewşê rizgar nake. Dibe ku zor be, lê hun li ber devê kêrikê ne, hun tên quraftin.

Min wisa dest bi vê partiyê kir. Hemû hevalên min ên partiyî tim wisa bûne û ev jî hatiye pêkanîn. Kes nikare vê şêwaza serkeftinê asteng bike. Dijmin ewqas lîstok ezmûne kirin, ma hêza wî têrî kir? Gelek helperest û sextekar çi kirin û çi nekirin. Ma yekî jî bi ser xist? Ez naxwazim we wisa binirxînim. Bi giranî hun dixwazin bibin ew kesên ku dirûst in û bibine bersiv. Kêmasiyên we hene, hun xwe bi xwe dixapînin, seranseriya we heye. Di vê serdemê de ku em gihîştine asta ya pir pêwîst e û nêzîkê serkeftinê, vî şensî binirxînin. Ez eleqeyê bi we nîşan didim, hêjahiyê bi we didim, lê hemanê ji we payîn dikim.

 

18 Pûşper 1998

 

 

Xencer 

Pêşî li jinê bixin, pêşî jinê bixînin, pêşî bi jinê bikevin.

Mêtîngerî bi vê çekê civakê bi rê ve dibe. Va, ji bo vê pêşî di jinê de rizgarî... Şoreşa jinê, rêxistina jinê, YAJK pêwîst in.

A herî dawî tê ramandin, digirim herî pêş.

Min ev baş dît; ger di têkiliyê de rizgarî nebe, ji hemû xirabiyan re derî tê vekirin. Bingehîn sedemê nepêşketîna pênaseya şoreşgerî ji ber nêzîkatiya “em pêşî jinê bixînin, pêşî jinê bigirin, bifiroşin, bi kar bînin, bizewicin, evîn çêbikin” e. Rastîna civaka biçîn, bizilam û têkçûyî beriya her tiştî vê esas girtiye, -çek ev e.

Li ciyê hatî lêxistin, lêxistinê zanîn; -YAJK hinek ev e.

Ji têkiliya ku hatî lêxistin ber bi têkiliya lê dixe... Ji têkiliya ku dide wendakirin ber bi têkiliya qezenc dike... Me ev baş peyitand û bi wêrekî, afirandiner gavên xweser avêtin. Rewş ber bi erîniyê ve diçe. Li hember fermana CIA’yê “pêşî li jinê bixin”, em jî dibêjin “pêşî jinê rizgar bikin, pêşî rizgariya jinê.” Di bingeh de jina ku xwe li rizgariyê ranazîne, dibe amrazê herî tirsnak û êxistok.

Gotina “pêşî li jinê bixin”, tê wateya “bi kar bînin, bikin sîxûr.

Va împeryalîzm, bi vê jinê şerê çînayetiyê vegerand lehê xwe, hemû civakên paşketî bi xwe ve girê da û heta bawî kir. Bi riya medyayê jîrekatî û giyanan weke ku dagir bike feth kir. Ê me jî, lêgerîna me ya bi rengê ka emê çawa karibin vê vegerînin berevajiyê heye.

Jina di nava PKK’ê de divê pêşî xwe rizgar bike. Jina di nava PKK’ê de ew jin e ku pêwîst e xwe razîne veguherîna herî radîkal. Jina di nava PKK’ê de ew jin e ku pêwîst e qasek jî îhmal neke. Bikin dê çi bibe? Ger bike, dê li me bixe, metirsîdar e. Her wiha pêwîst nake ku em bigirin artêşê.

Çima di hinek artêşan de jin qet nîn in. Ji ber ku metirsîdar e, ji ber ku hêza şer a artêşê bawî dike. Rasteqîna objektîf a jinê li ber vê rê vedike. Taybetmendiyên zayendê, taybetmendiyên koletiyê; ji ber ku kesayetek hatî gelemperîkirin û dagirkirin, her libatên wê disîplîna zilam xira dike. Zilam jî ji ber ku hinek serdest e, dibêje “ez jinê bi dest bixim.” Şer di destpêkê de li ser jinê meşandin û jin jî li wirê dixwaze xwe weke amrazê tolwergirtinê bifiroşe. Ji bo ku “xwe bifiroşim vî rêveberî, vî kesî” ber bi şerekî mezintirîn ve dibe ku, ev di civaka me de darîçav e.

Her wekî di civaka Kurdistanê de, di bingehê gelek dozên xwînê de jin heye. Civakê dişikîne û diçe. Malbûna jinê, rewşa wê ya tûşî tecawizê hatinê, rewşa wê ya kerxaneyî li ber vê rê vedike. Qet nebe li ber kerxaneyê nobedarek heye, bi pere dikevê û dertê, lê jina di civakê de vedigere amrazê dagiriya her kesî.

Va, li virê bêgavî ye ku jin xwe veguherîne kesayeta rizgariyê. Yekîtiya Jinên Azad a Kurdistan bergiriyeke giştî ye. Dê pêwîst bike ku nava wê bê dagirtin; bêyî ku were taloxkirin û heta beriya şer... Di halê berevajî de dê pêwîstiya derveyîkirinê derkeve. Çi bike bila bike, dê jin di xwe de çareyê peyda bike. Zemînê giştî yê objektîf dê xencera azadiyê li sîxûrtiyê bixe. Di bingeh de Sema û Zilan li hember vê jinê xencerek in. Jin bi vê erjeng dibe amrazê şer, amrazê rizgariyê, dibe amrazê evînê.

Belkî zor e, lê ku jin bikeve nava artêşê, ev dibe avêtina gava herî radîkal a wekhevî û azadiyê. Ger bi gor pêwîstekên vê mezinbûn nebe, emê xwe bi xwe biqedînin. Ji ber ku ti artêşê wisa nekiriye. Em bikin, dê çareseriya radîkal jî wisa be. Yanî tenê weke amrazê şer na, ji bo kesayeta rizgariyê jî na, ji bo peydakirina kesayetiya jiyanê.

Navê wê jin...

Weke yekî ku ewqas bi karên şoreşê re mijûl dibe, ez dibêjim bi vê jinê re bi zor tê jiyîn. Dema ku ez vê dibêjim, tenê ji bo xwe nabêjim. Hemû rewşên netewî, siyasî, rêxistinî û şerî tînim ber çavan û wisa dibêjim. Heman tişt ji bo zilam jî derbasdar e. Dema ku jina azad dibe mijara gotinê, “bi vî zilamî re nayê jiyîn.” Ev jî nirxandineke giştî ye û ji xwe ve nayê gotin. Jina kole di bingehê sîxûrtiyê de nêzîk dibe. Ev ew nêzîkatî ye ku divê bê tesfiyekirin. Dema ku jina azad dibe mijara gotinê, karê pêşîn ku asta zilam a heyî bike, qedandina jina azad e.

Nikare bê gotin “ez bi zilam re bijîm, dikarim bijîm.” Rêgeza zilam tune, azadiya wî tune, şerê wî tune, heke hebe jî tevek bêserkeftin in. Dilê wî tune, xweşiktiya wî jî tune, hêza wî ya hezkirinê tune, wê demê tuyê çi bikî ji vî zilamî?

Ezê xwe weke sîxûr bifiroşim û wî ji bikirim.” Di her halî de di partiyekî de, di artêşekî de tawana herî mezin ev e. Ma ez dîn im, ez hatime vî temenî hewl didim ku şervantiya mezin di vê jiyanê de bi cî bikim. Çima? Ji bo afirandina pîvana zilamtiyeke tê pejirandin û jineke tê pejirandin.

Cewaziya min ev e; min weke we astê danexist. Min weke we lavelav nekir. Min negot “bêjin û mêr nayê jiyîn” û stû netewand. Min li ber xwe da; li ser navê netewbûnê, li ser navê azadiyê, li ser navê artêşê... Di encamê de hinek pêşveçûn derketin holê. Dilêriya mezin a jinê û rastîna jina azad derkete holê.

Di şer de serkeftin, di têkiliyê de evîn e. Lê weke ku hun hizir dikin bi teşeyê “ka em çalakiyekê çêbikin û jinê bixapînin, zilam bixapînin” na. Serkeftin cewaz e. Serkeftin ew kesayet e ku, di hemû gelşên stratejîk û taktîk de hêza têkbirina dijmin nîşan dide.

Beriya evînê serkeftin divê.

Kesayeta serkeftinê, meşa serkeftinê, lêxistina serkeftinê. Evîn di pey re tê. Evîn rêhevalê serkeftinê ye. Evîn evîna serkeftinê ye. Ê ku serkeftina wî tune ye, her wiha rêhevala wî ya evînê jî nabe.

Pêşî evîn... kesayeta evînê, kesayeta serkeftinê. Piştî van hemûkan zilam û jin tê.

Hun ew kesayet in ku eleqeya we bi serkeftinê re tune ye, eleqeya we bi rastîna evînê re tune ye.

Jin-zilamê ku serkeftin û evîna wan heye li kû derê ne?

Lê divê, heta armanca dawî ya şer serkeftin e. Taybetmendiya şer ku herî pê bixeriqe, taybetmendiya evînê ye û ew jî bêguman dikare di jin û zilam de şênber bibe. Yanî di virê de zayend ewqas ne girîng e. Hebe hêza wê hun bi xwe îspat bikin. Dîsa jin û pirsgirêka desthilatdariyê pir girîng e. Ji wisa bûnê, divê jin û pirsgirêka desthilatdariyê bê çareserkirin.

Jin, serokatî û siyaset...

Da ku encam bê girtin, divê jin di xeta sekoratiyê û di siyaseta wê de bibe milîtan. Ji bo ku ev pêk bê, esasên qûtbûna rast ên jin ji zilam û zilam jî jinê divên.

Jin û leşkertî...

Leşkertî, artêş û şer e. Divê jin jî şûngeha xwe ya di nava artêş û şer de bîne halê birêgez û pratîk.

Ûtopyaya jinê...

Helbet tebî, ûtopya pêwîst e. Ûtopyayeke pir balkêş, dewlemend û bireng hêja ye. Cîhaneke azadiyê ku dixwazim biafirînim heye. Ev cîhaneke him giştî û him jî ya ku dixwazim bi taybet pêş bixim e. Him ji bo netewekê, him ji bo xwe û heta ji bo mirovatiyê. Ez xwe jî weke kesayeta vê ya mînak dibînim. Ê ku azad e, di pêwendîdariya evîn û serkeftinê de kesê ku digihîje xwesteka xwe ye. Azadî gihîştin e, lê ku ev di rastîna serkeftin û evînê de bê îspatkirin...

Li ber azadiyê, li ber pêşveçûna azad ezezî astengeke erjeng e. Di vê qasê de, di jinê de ezeziyên ku sîsikê hejîrê tijî nakin hene. Bi ya min hişê jinê li dora sîsikê hejîrê digere. Ji bo vê yekê jî divê şerê rizgariyê pir hêzdar bi rê ve bibe. Bi ya min çîna jinê zêde ne diyarker e. Di têkiliya zayend-çînî de bindestiya zayendê bêtir diyarker e. Bandora çînê jî heye, lê di esasê de ketina di taybetmendiyên zayendê de, pir bi metirsî diteyise ser bûyera şer û rêxistinê. Weke sîxûrtiyê ye. Pakrewaniyên hêja yên milîtanên me yên jin hene. Va, li zozanên Fereşînê çar milîtanên me yên hêja, ji bo ku radest nebin bombeyên xwe di canê xwe de diteqînin. Weke Zîlan, Sema û Fikrî Baygeldî.

Jin û zilamê ku nabine hêz, qet nebe bila xwe ji bûna zemînê sîxûrtiyê derxînin, “Ez nagihîjim kesayeta serkeftin û evînê, lê ez nikarim bibim amrazê kesayeta ziwa û têkçûyî.” Yanî ku nagihîje erêniyê, divê nebe zemînê neyiniyê. Divê xwe bigire parastinê.

Kesayetên evîndar û serkeftî çima pêş nakevin? Ez van jî lêpirsîn dikim. Ger hebe hêza we hun jî mijûl bibin. Lê bi rastî weke ku li gelek qadên me derketiye holê, di bingehê qedandiner de na. Yanî bi gora fermana “lê bixe” ya CIA’yê na, divê hun bi gor fermana “rizgar bibin” bidine meşandin.

Divê jin taca serkeftin û evînê li serê xwe bike.

Divê ji fîzîkê bigrin heya hîtabê, ji nêrînê bigrin heya meşa wê ya dilkêş, ji fermanê bigrin heya şervantiya wê ya pir hişmend, ji bûyera ku jê re tê gotin jiyana pir watedar û çalakmend re bibe bersiv. Ma gengaz e? Bi ya min divê tim xwezî pê were anîn û gihandin.

Zilam jî heke ku dixwaze şensekî bi xwe bide, derketinek divê. Bi hêza zilamtiya bêteşe, bi zilamtiyê û heta ku xwe bispêre karbidestiya rêveberî û fermandariya partiyê û jineke bêçare bigire ba xwe, dê bi navê azadiyê bê darezandin. Dê were gotin “ev bi zimanê serdestan bênamûsiyê dike, ev ketî ye.” Ev tawan jî bes e, ji bo qedandina takekes. Him moral, him rêgez, him xweşiktî; va ya ku bi gelek hewlan hatiye xwestin bê afirandin, te dagir kiriye. Yanî çawa ku tu herî mala keça malbatekî û bibêjî “min keçê girt, revand û tecawizê kir” û parastina puxte ya malbatê te bibe hetanî mirinê; ger tu bi karbidestî û derfetên partiyê keça ku tuyê bixînî ango keç jî bi jinaniya xwe ya sihêl zilamê me yê belengaz bixîne, ev tawanê herî mezin e. Ji ber ku rêgezên bingehîn û şervantiya herî bingehîn dikuje. Sîxûrek jî nikare ewqas bike. Bi hêza partiyê, ne li ser jinê dikare serdestî bê avakirin, ne jî jin dikare bi teşeyê “di zilaman de ajoya hêzê ya serdest nayê sekinandin, ger ez jî xwe bi gor vê eyar bikim, ezê xwestekên xwe bi dest bixim” nêzîk bibe. Ev, sîxûrtî ye ku çînên serdest bi sedsalan dane sepandin. Helbet eşkere ye ku evê jî neyê bexşandin.

Dibêjim ya, têkilî di nava me de pir zor e. Çima? Ji ber pêwendîdariya evîn û serkeftinê zor e. Ez çima neçar mam ku hetanî vî temenê xwe wisa tev bigerim? Ez naxwazim ji pêwendîdariya evîn û serkeftinê qût bibim. Min di yoma evîn û serkeftinê de ewqas çêkir. Têkiliyên min bi jinê re bêtir sînordar in, jixwe jin bi xwe sînordar e, wisa evîn û serkeftin zêde nayê pêkanîn. Yanî li holê jin pir in, bikevî berevajiyê têkiliya evîn û serkeftinê dikarî weke dixwazî bijî. Weke ku piraniya we dike, hun xwe bixapînin dikarin bijîn, lê her tişt diqede. Her wekî ma di nava me de ne wisa ye? Jin û zilamê ku diqedin hema direvin.

Va, Zîlan û Sema di şênberiyê de negihîştin pêwendîdariya evînê, lê di berxwedêriyê de xwestin ku bibine sembolek. Ev pir zor e, lê rasteqîn bi awayekî din fersendê bi libatê nade.

Serokatî çî ye li virê? Hêza berxwedan û hedarê ye. Him li hember neyiniyê hêza şer, him jî hêza zorlêkirina evîn û serkeftinê ye. Tê wateya veguherandina jinê bi jiyan û rasteqîna jiyana azad. Ger bal bê dayîn hinek dibêjin, “Serokatî wisa dije, wiha dije.” Nexêr, jiyan nakim, ji ber ku pîvan ne bi gora min in.

Niha ji hemû Kurdistanê û heta ji tevahî cîhanê keçik werin, ku ne bi gora pîvanên min bin, ez nikarim bi jinekê re heya sibehê bihedirînim. Pîvanên min hene û bi pîvanên xwe ve girêdayî me. Baş e yên we wisa hêza pîvanê, estetîk, hêza şer û serkeftinê heye? Nexwe, ji ber ku evîn û serkeftina te tune, ji bo te jinantî jî, zilamtî jî pênc pere nakin?

Jin û zilamên ku dixwazin bibin şervanên baş ên jiyanê û milîtanên baş dikarin ji hev hez bikin. Pêwîstî nîn e ku mirov bibêje “dikarin ji hev hez bikin” jî. Ew, hezkirinê dizane û wî pêwendîdariyên evîn û serkeftinê ava kirine. Dirûst e, birêgez e. Zêde xeta çênake, ji ber ku rêgez û felsefeya wî heye, ji ber ku bi xwe xwadayê şer e.

Evîn welat e.

Evîn li welêt azadî, di rêxistinê de tê wateya serkeftina vebir.

Evîn şer e. Evîn, di şer de tê wateya serkeftinê. Sewdaserî li evînê xiyanet e. Bûna jin û zilamên wisa pir hêja ye.

Yanî her ku diçe şênber dibe. Me gelek neyinî rûxandin. Me jinê kişand sehaya azadiye û em zilam jî ji zilamtiya klasîk derdixînin. Zemînê şer, evîn û azadiyê diafire. Jixwe ev hemû şer di ciyekî de ji bo vê ne. Lê serkeftin hê tam nîn e, jin hê nû û nû xwe peyda dike. YAJK xwe peydakirina jinê ye. Berdin van feqîran, bila li parçeyekî çiyê xwe gotûbêj bikin, li ser xwe biaxivin. Bila lingên xwe, viyana xwe û bergeha xwe hêzdar bikin. Ev hemû ji bo evînê pêwîst in. Ev mercên daringî yên evînê ne.

Bi jineke reben re bûyîn qet nabe. A yekem ku radestkar dikin, bidestxistin û bikaranîna jinên reben in. Milîtanekî rastîn ji vê re tenezûlkirin bila bimîne li vî aliyê, pê re şer dike. Azweriya wî azadiya wî ye. Niha ku di zilam û jinê de çûyîn ber bi azadiyê ve çêbû, dê tu ber bi wê ve bimeşî, jê re bibî pir.

Bi vî zilamî û bi vê jina reben dê kîjan evîn bê jiyandin?

Rewşên we bişerm in. Ê ku hezkirin û têkiliyê dixwaze, divê vê şermê ji holê rabike. “Ma ez kesayetiyeke hezkirinê me an na? Hezkirina min ji min re û ji derdorê re feydeyê an xisarê tîne?” Va, divê di pêşî de ji van re bersivên we hebin. “Ma jinantiya min hêja ye an na? Ma jinantiya min encamê digire?” Va ev, zanebûnî ye, yanî azadbûn e. Sinca herî baş, bi vê zanebûnê biryar dayîn e.

Ê ku ne xwedî zanebûna puxteyî ye, ne xwedî sincê ye jî. Ji yê tê û ji yê diçe re xwe dide bikaranîn. Ev jî bêsincî ye. Ez civakê di vî aliyê de weke bêsinc dinirxînim. A ku dibêjin sincî ye, bêsinciya herî kûr e. Ji ber ku li ser koletiyê hatiye avakirin. Sinca ku li ser koletiyê hatiye avakirin, welatê xwe tune, hêz û siyaseta xwe tune, çalakî û şerê xwe tune. Tenê bi gor hiqûqa koletî rebenekî girtiye nava destê xwe. Ev, ketîbûna herî mezin e. Di bingeh de namûs û sinca ku li ser zayendîtiyê hatiye avakirin, bêsincî û bênamûsiya herî mezin e. Divê xwe ji zayendê, zayendîtiyê herî hindik ji bêsinciya koletiyê rizgar bike û bigihîne zanebûna mirovê azad.

Tebî ev gava pêşîn e. Hunê gelek tiştan li ser vê ava bikin. Rêgeza xweşiktiyê jî pêwîstekeke vê ye. Estetîk bi temamî gelşa şoreşê ye. Tişta ku dij-şoreş kirêt dike, şoreş xweşik dike. Di nava me de estetîk û huner ev yekem car e ku bi şoreşê re jiyanê peyda dike. Estetîka şoreşê heye, - li ba me pir balkêş e. Şoreş bi xwe estetîk e, divê wisa be jî.

Şoreş, çalakiya afirandiner a xweşiktiyê ye.

Pênaseya şoreşger a ku min çêkir, di heman demê de pênaseya xweşiktiyê ye. Vê pênaseya şoreşger li ser xwe rikibînin, hunê erjeng xweşik bibin. Hingê dê ji we bê hezkirin û hunê jî hez bikin. Zagon wisa dibêje, şoreş wisa dibêje.

Ez vana naçespînim; jiyana şoreşger, jiyana azad dixwaze. Xwedayê azadiyê wisa dixwaze, ne ez. Va, sosyalîzm dixwaze, welatparêzî dixwaze.

Yek jî Partiya Jina Şoreşger, Partiya Jina Şoreşger a Kurdistan dikare bibe pêşveçûneke rişt. Nakokiyeke mezin, tenê dikare bi partiyeke mezin were têperandin. Her wiha ew nakokiya mezin a ku hun dijîn, ramana têperandina bi pratîka mezin ve jî, hêja ye ku mirov li serê bisekine. Pirsgirêkên we giran in. Bibin partî! Divê hun xwe birêxistin bikin. Tevî ku ez ewqas xwedî ramana alîgirê jinê me jî, ez hizir dikim ku aliyê min ê zilam ku diçewisîne, dikare giraniyê bidê. Ezê xwe venêran nekim, qirên derkeve, zext derkeve, pirsgirêk derkeve. Ji ber wê yekê divê hun bi xwe rizgarbûna xwe pêş bixin.

Pir balkêş e, ne wisa? Dema ku ev partî ava dibe, dê biryarên wê yên balkêş derkevin. Li hember tevahî nêzîkatiyên zilaman, li ser navê rêxistina jinê bersiv dayîn pir balkêş e. Hun dikarin di der barê hestan de jî biryarê bidin. Ger tiştekî wisa pêş bikeve, dibe ku zilam were şûngeha lavelavkirinê. Hun dikarin hemû pîlanên xwe derbasî jiyanê bikin.

Ez dihizirim ku; çiqas xeyalên jinê hebin, dê hemû bi rêxistine re derbasî jiyanê bibin, ne wisa? Mînak ji zilamê ku di berê de bi karbidestiya xwe, bi perê xwe, bi hêza xwe dihat û jinê digirt re, hunê bibêjin, “xwe îspat bike. Ma çima tu têyî û jinê dixwazî?” Di berê de ji malbatê dixwestin. Niha bila ji partiya jinê bixwazin. Hun dikarin pêncî heb mercan berpêş bikin. Ji axayê dixwestin, ji keya dixwestin. Tebî ew hemû nemerd in. Ger ji partiya jina azad keç bixwazin, mercên we yên awarte hene. Bi rastî jî ji bo we derfetê rizgarbûneke pir girîng e. Hunê hetanî ku zilam bikine zilam mercên xwe lê biçespînin.

 

21 Rezber 1998

Suwarî

 Şivan Perwer: Bi hatina we ya Romayê re, hun straneke wisa ji min dixwazin, sedem çî ye?

Abdullah Ocalan: Ji ber ku we destpêkirinê bi Derwêşê Evdî re da çêkirin, ez pir xweşhal bûm. Dema ku ez hatim Romayê di navbera rewşên ku rû bi rû mam û payînên min de cewazî çêbû. Min hizir kir ku ezê jî weke hemû Kurdan nasname û huviyetekê bistînim. Lê pişt re min lê nêrî ku pêşiya me girtine. Di vê navberê de hevalan çend qaset anîne.

Min qasetan guhdarî kirin... Min careka dî guhdarî kir, pişt re min pelgê qasetê xwend, min lê nêrî Derwêşê Evdî ye. Germahiyek kete hinavê min. Egîdbûneke mezin a Derwêşê Evdî heye, li dijî Ereb û Osmaniyan şerekî mezin daye. Di vî şerî de bi rengekî ku qet maf nekiriye pakrewan bûye. Di bingeh de ew di wê serdemê de serokekî Kurd e.

Şivan: Li raserî bajarê Laliş kom dibin û bi xençeran dikujin.

Abdullah Ocalan: Li virê Edûlê deng dike. Bi rastî jî gava ku min wî dengî guhdarî kir yek; ez şerê azadiya jin a Kurd didim, didu; bi dewleta Tirk re di nava şer de me û serokatiya vî şerî dikim. Dîsa di wan rojan de nûçeya ku rêhevalên Taylan û Cîhan laşên xwe dişewitînin digirim. Bi dirûşmeya “Bêyî Serokatî jiyan nabe” di agir de dans dikin. Pişt re dibêjin li Îranê keçikeke piçûk 13 salî xwe şewitandiye. Êdî her roj nûçeyên xwînê dihatin û gel ber bi Romayê ve diherikî. Mirovan nedikarîbûn avê vexwin û ne jî hin tiştan bixwin. Ev hemû hatin pêş çavên min. Ji aliyekî de bi hikûmeta Îtalyayê bibawer im û min got lîstok nabin. Lê ji aliyê dîtir ve jî faşîzma Tirk bi ser me de tê.

Dîroka Kurt careka dî bi teşeyekî jandar derdiket ser dikê. Ez hizirîm, ma gelo dîrok dubare dikir? Ez li ser gotinên Edûlê û ketina Derwêşê Evdî pir hizirîm. Divê ev çarenûs bê guhertin. Min got, ji ber ku ewqas xwîna pakrewanan heye. Li derdora min mirov yeko yeko xwe dişewitînin. 1500 suwarî û gerîlayên me yên ku bi dilêrî şer dikin... Min got, xwedayo ev bi serê min de jî tê. Qur-an dema ku tê xwendin çawa tê guhdarî kirin, va min jî wisa vî dengî guhdarî kir.

Min got, îman ev e. Di virê de kirûyên hunerî yên mezin hene. Bûyer ewqas bi hev ve girêdayî ne ku, tenê yên ku hene dikarin vê fêm bikin. Welatparêziyeke mezin heye. Ev, dilêriya gerîla ya îroyîn e.

Derwêşê Evdî gerîlayekî mezin e. Edûlê jî...

Jixwe gelek hevalên me yên stî xwe dişewitînin. Di bingeh de ya Edûlê evîneke mezin e. Dibêje, “filan paşe min dixwaze, lê ez tenê ji Derwêşê Evdî hez dikim. Ger ev jî nebe, ez a gorê me.” Ev rêgezên hezkirin ên Kurdan in. Egîdiya mezin e. Derwêşê Evdî ne radestê Tirkan û ne jî radestê Ereban dibe. Ev welatparêzî ye, serxwebûniya mezin e. Him evîna xwe dinase û him jî dijminê xwe.

Li ser vê yekê min ji hunermendê me Diyar re got, “heke hun bi şerê mezin re nebin, a ku hun dikin sextekarî ye!” Min jê re mînaka evîna mezin a Derwêşê Evdî nîşan da. Ti kes ne weke Edûlê, ne jî weke Derwêşê Evdî dikare bibe xwediyê evîneke mezin. Şerên wan jî mezin e. Va, destana Kurd, va evîna Kurd. Ma emê çima van ji bîr bikin?

Şivan: Di saya dirûstiya Derwêşê Evdî de misliman û êzêdî dibine yek.

Abdullah Ocalan: Ê ku vê mandel bike nikare bibe hozan û hunermend. Dixwazin Kurdan bêsewda û evîn bihêlin. Nexêr, Kurd bêevîn û sewda nabin. Ma niha li virê evîn, egîdî û zexta dijmin heye? Erê evîn û egîdî heye.

Evîna Edûlê evîneke mezin e. Ti hunermend nikare weke ku Edûlê derwêşê Evdî dike, pênase bike. Ez nikarim ji wan kesên ku nikarin vê pênaseyê bi îro re girê bidim re bibêjim hunermend. Ez ên heyî mandel nakim, lê ez nikarim Edûlê jî mandel bikim. Ger Edûlê bê mandelkirin, mezinahî, evîn pêk nayê. Ev gotinên mezin in. Giyana Kurdan e. Tu van ji bîr bikî û ji xwe re bibêjî ez hunermend im, hozan im, ezê ji te şerm bikim, nikarim te bipejirînim. Gotin, melodî û bûyer ewqas di nav hev de ne ku, ez hizir nakim ku di gelekî dî de hebin.

Mehmûd Baqsî: Niha ez dixwazim ji we pirseke felsefî bikim. Rewşa negihana Mem û Zîn, Siyabend û Xeçê, Ferhad û Şîrîn heye. Gelo dîrok di dema we de jî wisa biencam bibe?

Abdullah Ocalan: Bi milyonan mirov bi henase henase bi vê pirsê ve girêdayî ne. Ez jî niha bêhenase me. Zehmetiyên min bi vê pirsê re ne.

Mehmûd Baqsî: Lê hun ne bêhêvî ne?

Abdullah Ocalan: Ez dixwazim peyvekî jî şaş nekim û gavekî jî şaş navêjim. Evîna Kurd hetanî ku xwe neşewitîne nikare bi ser bixîne.

Va, di pêvajoyên dawî de sê keçên me xwe kirin bombe. Yek Bermal, yek Rojbîn û yek jî Binefş bû. Ev keç keçên evînê ne. Bi hezaran ciwanên Kurdan xwe wisa şewitandin.

Çima wisa dibe? Yek; evîna Kurd ji qurmê xwe ve ji nû ve şîn dibe. A duyemîn jî ev hemû bi navê min dibin.

Niha ezê çi bikim? Divê ez pêk bînim ku careka dî Edûlê û Derwêş, Mem û Zîn xwe wisa neşewitînin. Hemû destanên Kurd bi evînê dest pê dikin. Berxwedêriyeke mezin û pişt re jî bêçareyî... Va, destan wisa diafirin. Di van destanan de yekîtî tune ye, şerê Kurdan bi serkeftinî nayê birêvebirin. Xiyanet heye û bêşensiya herî mezin jî dijmin hêzdar e.

Divê Kurd vê fêm bikin. Şêwaza min, meşa min tiştên nû diafirînin. Niha rewşên heyî, ji jandariya kevin xirabtir in. 60 kesan xwe şewitandin, ger min negotiba bisekinin, dê hemû Kurdan xwe bişewitandina. Ez mam û derdora min jî çeper kirine. Va, min her roj ramanên nû, teşeyên jiyana nû afirandin û ez li dijî vê sekinîm.

Rêhevalên Xeyrî û Kemal bi rojiya mirinê ku pêk anîbûn, gihîştin pakrewaniyê. Lê dîsa jî giraniyeke mezin a van pakrewaniyan li ser min heye. Ez hizirîm bi rengê ma nexwe divê ez jî xwe amade bikim ji bo mirineke wisa? Pişt re min got, ji vê re mafê te tune ye, ne dema wê ye û dê tu çawa xwe bidî jiyandin? Pirsgirêk bi kesaniya min ve ne eleqedar e. Ger milyon di dilê te de bin, tebatkirin pir zor e. Tu nikarî jiyana milyonan girê bidî, di şûnewarekî teng de bigrî, dê ew cî ji bo te bibe mahşer.

Pirsgirêk ne ez im, pirsgirêk dîrokek e, pirsgirêk jandariya pêkhatî ye. Dîroka Kurd carake dî rabûye ser piyan û dijmin dixwazin bi hemû hêza xwe ve bi ser de herin. Lê ez bi hişmendî tev geriyam. Min bergirî girtine û di serî de metirsiyên mirinî tune kirine. Va, divê ji bo vê yekê evîn bigihîje serkeftinê. Min vê neqlê jiyanê maf kiriye. Ez destê xwe dirêjî her kesî dikim, lê nikarin. Gel jî xwe dişewitîne. Nexêr, wê demê ez bi tenê me.

Min keçikan bi evînê ve rast girê da û min şerê vê da. Heke tu li dijî dijmin bi ser ketî, wê demê evîn a te ye. Ez ji bo evînê xizmetên mezin dikim, ger hun bibine serkeftî evîndar bibin.

Min got ku ev pêdivî ye. Hinek tirsiyan û vê pirs kirin: “Apo ewqas jinan çima bi xwe ve girê dide?” Erê, ez neçar im ku keça Kurd û jina Kurd bi evînê ve girê bidim. Va gelşa Derwêşê Evdî ji vê pê ve ne tiştekî dî ye.

Min got, divê ez serkeftina evînê biafirînim, -û ez diafirînim. Serkeftina evînê, serkeftina gel e. Hemû hewla min ji bo pêkanîna evîna Kurd e. Ez ne li dijî zewacê me, ger tu tiştekî bikî, divê tu bi evîn û hezkirinê çêbikî. Evîn gelê me ye û emê ji nû ve bidine afirandin.

Mehmûd Baqsî: Dema ku em li hemû destanên Kurd dinêrin hemin Beko’yek heye.

Abdullah Ocalan: Hinek Kurd hê ji niha de li ser mirinê hin lîstokan saz dikin. Heke Beko tunebana, me ji zû de serkeftinê bi dest xistibû. Ji mirina min ê yekemîn dijmin, ê duyemîn jî ev Beko berpirsiyar in. Ez li ser sewdaya Mem û Zîn ji nû ve şîn bûm. Ez dijîm û xwedî tol im. Bila her kes hesabê xwe baş bike. Ez egîdiya xwe bernadim, hesabê dipirsim. Divê Kurd jî hinek tiştan fêm bikin. Beko’yên me pir in. Heke em fersendê bi wan nedin, emê bi ewqas ked û xwîna pakrewanan dikarin bibin xwediyê jiyana mezin. Niha van ji nû de har dikin û tê gotin ku ev Kurdên Enqere’yê ne.

Mehmûd Baqsî: Baş e hêza Beko’yan dikare bigihîje we?

Abdullah Ocalan: Ne diyar e.

Mehmûd Baqsî: Tu Mem û gelê Kurd jî Zîn. Niha dîrok jî li ber çavên me ye.

Abdullah Ocalan: Metirsî mezin e, em weke piçûk nebînin. Xebatên xwe bidomînin bi xwe bawer bin û emê pêk bînin, bi vê jî bawer bin. Divê lîstokên ku dijmin dileyize jî piçûk neyêne dîtin. Xwestek heye, divê em vê fêm bikin. Ez ji bo hedefên xwe, xwe saxlem digirim.

Mehmûd Baqsî: Hun çawa dikarin ji hev vebiqetînin ka kî Beko ye û kî ne Beko ye?

Abdullah Ocalan: Niha du cure Kurd hene: Ên ku egîdiya xwe wenda kirine, di riya pakrewanan de nameşin, ji evînê dûr in û bi gora bayê dijmin tev digerin... Ev Kurdên xesandî ne û pir in. Xwe ji wan Kurdên ku hatine xesandin dûr bigirin û baş binasin ka ev kî ne. Yek jî yên ku bi ax, welat û mirovên xwe ve girêdayî hene.

Mehmûd Baqsî: Ma Kurdên ku hatine xesandin ne pir in?

Abdullah Ocalan: Va, ji bo vê min dev ji zilamtiyê berda. Ma çima? Ji ber ku dixwestin min jî bixesînin. Min got ku ez ji zilamtiya xwe îstîfa dikim. Heke wisa nebibûna, ezê jî hatibama xesandin û bibûma Kurdekî debeng û ehmeq. Emîn Çolaşan ku bi Serkaniya Giştî ve girêdayî ye, dizane ka Kurdên hatine xesandin kî ne û ji loma arasteyê min dibe. Nizanim Apo, bila bi filan pirsgirêka xwe re eleqedar bibe. Min Kurdên ku hatine xesandin û Kurdên Beko ji xwe dûr xistin.

Gulistan: Weke ku di dîroka Kurd de tê dîtin jina Kurd di destanan de pêşengî dike. Lê paşê jina Kurd tê bênasnamekirin. Mejî û fizîka jinê dîl tê girtin. Bi şerê 20 saliya dawî jineke nû hate afirandin. Li virê bi hezaran gerîlayên jin jî pakrewan bûne. Niha ji virê pê ve divê em çi bikin?

Abdullah Ocalan: Gotinên te bi rastî jî rast in. Zilamê Kurd di bin navê namûsê de nasnameyê jinê girt. Min vê baş fêm kir. Dema ku keç dibe jin nasname, ziman û xweşiktî ji dest diçe. Weke ku di destana Derwêşê Evdî de tê dîtin; Edûlê xwedî nasname, evîn û hêzê ye. Ji serê tilikan hetanî mûyên porê xwe xweşikbûna xwe diparêze, -va evîn! Niha dema ku mirov van dibêje, dibêjin eyb e. Nexêr, ev Kurd e, binasname ye û em nikarin dev ji vê berdin. Ger em dev jê berdin, dê keçên me ji dest herin. Lê keç weke her kesî xwedî maf in. Min ji bo vê şer ewqas pêş xist.

Niha jî li ba me keçik pir in. Dibêjin “Apo haremê çêdike!” Li hember keçikan ti caran libateke min a çewt çênebûye.

Jina bênasname nabe, jiyana bênasname nabe, egîdî nabe. Ev felsefeya Ehmedê Xanê û Derwêşê Evdî ye. Va, ji bo vê bi hezaran keçên me xwe şewitandin û gihîştin evînê.

Niha ez bibêjim xwe bişewitînin, dê bi hezaran keç xwe bişewitînin. Ez ji hevalên zilam re jî dibêjim, divê hun bi van keçan baş tê bigihîjin. Ev keç di bingehê egîdiyeke mezin de hatine afirandin. Hun nikarin bi jiyanên sexte nêzîk bibin.

Ez belkî nikaribim her tiştî biparêzim, lê ez dikarim van keçan biparêzim.

Mirov dikare bi keçekê jî cîhanê feth bike.

Lê çawa û bi kî re?

Zilamê Kurd miriye, di destê dijmin de parçe parçe bûye. Ji ber vê yekê azadiya jinê azadiya Kurdistanê ye. Azadiya Kurdistanê jî azadiya zilamê Kurd e. Ez keçên xwe bi hêsanî nadim kesî. Bila zilamên Kurd vê wisa bizanin.

Mehmûd Baqsî: Hun qelend dixwazin an na?

Abdullah Ocalan: Na, ez qelend naxwazim. Şertên min hene: Bi qelendê û bi hêzê nabe. Bi gotina “ez kurê filan begî me” jî nabe. Weke Derwêşê Evdî, hunê beriya keçan bi ser dijmin de herin. Ger te van şertan anîn cî, tuyê keçê maf bikî.

Mehmûd Baqsî: Ev cara yekê ye ku hun li welatekî Ewropa dikevin sala nû. Em do evarê ve bi Şivan Perwer û Heyder Işiq ve li ba we ne. Hemû nivîskarên Kurd û hunermendên Kurd dixwazin werin serdana we. We vê yekê çawa pêk anî?

Abdullah Ocalan: Min bi stranekê dest bi vê xebatê kir. Niha hinek xebatên min nas nakin. Hunermendekî ku straneke baş diafirîne, li ba min ji sed fermandaran hêjatir e. Ez dizanim ka kîjan baştir e. Ev tiştekî weke sedî sed li hedefê xistin e. Dema ku min dest bi van xebatên xwe kir, min got beriya her tiştî divê ev dengê Kurd qut nebe. A duyemîn, min got divê keç wisa bi hêsanî ji dest dernekevin. Va, min piştî vê tevgera rizgariya netewî da destpêkirin.

Hun dixwazin em vegerin şeva sersalê. Ez we ev 18 sal in dinasim. Ez hizir dikim hingê em dijberî hev bûn.

Mehmûd Baqsî: Ez ne li hember te bûm.

Abdullah Ocalan: Di navbera me de Beko hebûn. Gotin nexweş e. Min jî got, wê demê divê ez xwe bigihînim Mehmûd. Dema ku min tu dîtî, weke ku çavên min bi generalekî ketibû. Tu bimirî jî vê ji bîr neke. Helbet Şivan Perwer jî li Enqere’yê, bi xebatên me ve weke goşt û neynûk girêdayî bû. Beko Şivan jî dûr xist. Kêmasiyên me jî hebûn. Heyder Işiq jî nivîskarekî Dêrsimî ye, -min got ew jî baş e.

Me giyanek afirand. Bêgiyan şer nayê dayîn. Hevalên me yên fermandar çima fermandariya xwe nayinin cî? Ji ber ku ji giyanê derbe xwarine. Niha yek weke Derwêşê Evdî derkeve çiyê, dê serkeftineke mezin pêk bîne.

Mehmûd Baqsî: Ma hun ji rexnekirinê natirsin? Mirov dikare çiqas we rexne bike? Yanîheval û dostên we dikarin rexne li we bikin?

Abdullah Ocalan: Heke hun min rexne bikin, hunê alîkariya herî mezin bi min bidin. Ger hun dixwazin alîkariyê bidin min, hune min rexne bikin.

Mehmûd Baqsî: Hinek dibêjin, em ji tirsê nikarin rexne bikin. Ev tirs ji çî çêbû?

Abdullah Ocalan: Ez li ser du rewişta û karaktera Kurd sekinîm. Hinek bi rastî jî di nava xiyanetê de ne, dev ji egîdiyê berdane. Niha tu van rexne nekî tuyê çi bikî? Bila ewleyê bi dijmin neynin. Ez fersendê bi Kurdên wisa nadim. Divê bikevin xeta Kurdayetiyê û riya rast. Ezê şerê herî mezin li hember Kurdê wisa bidim. Rexnekirin ne eyb e. Mirov sedî notûneh baş be û sedî yek xirab be, divê mirov dîsa jî rexneya xwe bike. Divê ev uslûb di hemû Kurdan de hebe. Heke em wisa bikin, dê biserketin jî û serkeftin jî bibe ya me.

 

Hunê ji xweliya agir bêne afirandin.

Ezê bi zilam nîşan bidim ka jin çî ye, jinê bi xwe û di vî bingehî de dilsoziya şer û axê nîşan bidim. Ez nikarim qutbûna ji axê bikim nava dilê xwe. Di van axan de gelek xweda û xwedawend jiyane.

Navê min navê bapîrê min bûye. Suwariyekî pir hosta bûye. Hun dizanin suwarî gerîla ye. Bapîrê min pir zana bûye. Bavê min jî birêgez bû. Min rojekê nedît ku dev ji rêgeza xwe berda. Bi xwedê, bihûşt û dojehê ve pir girêdayî bû. Şêwaza qirêna dê û bavê min qîrkirin bû. Bavê min zilamekî paqij bû. Di diya min de jî bi bingeh stû netewandinê şêtî hebû. Divê ez baş bêm nasîn. Hun nikarin bi pîvanên civakê nêzîk bibin.

 

Hestên Mezopotamya

Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in.

Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.

Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me hene. Ez vê hinek tînim bîra wan hêrs dibin. Ez li hember Ewropayê bin neketim, bi misogerî di nava bandordarkirina Ewropayê de me.

Xwedawenda evînê, navenda sivîlbûnê Mezopotamya ye. Ti kesî qasî li ser van axan bi azad nehizirî, bi azad neafirand, bi azad hez nekir û xweşiktî neafirand.

Ma Mezopotamya, geliyên Zagrosê ne qadên pêşxistina çandiniya yekem, şaristaniya yekem, hêlîna yekem, cîûwarbûna yekem û hevalbendiya yekem in? Ma peroşmendiyê nadin? Baş e çima ev dîrok nayê dîtin?

Çalakiya me ev e. Ji bo me dîrok ev e û em mezinahiyê jî wisa digirin.

Hê jî tê bîra min, keçên ku bala min dikişandin hebûn. Min tenê peyvek jî ji wan re negot; min bawer kir ku dê bi şer bê afirandin. Niha ez herim kû derê, hêza min a bandorkirinê heye. Ez bi ser koletiyê de biçim ezê biperçiqînim, azadiyê derxînim holê. Ên ku eleqeya wan ji vê re mezin e, dê bi min re bin, ên ku eleqeya wan nîn e jî dê biçin.

Ez li Mezopotamya xwedî dertêm. Keça Alman rêhevala Kanî jî, ma bi rastî ne bersiveke wisa ye? Hetanî dawiyê berxwedêr, hetanî dawiyê dilsoz, -dirûşme avêt. Va, ev serkeftina Mezopotamya’yê ye.