Rêber Apo
Di çanda Rojhilata Navîn de heqîqet û di
rêya wê de mirin û jiyîn têgînên girîng in.
Di çanda Ewrûpayê de ev têgîn weke dualîteya
teo-rîk-pratîk tê nîşandan naverok û cewherê
wê hatiye pûçkirin, parçe-kirin û
yekparebûna xwe ji dest daye. Di modernîteya
dereng de ev xusûs hê bêtir diyar e. Heqîqet
mehkûmê ekonomîzmê hatiye kirin.
Gera li heqîqetê herî zêde wexta pirsgirêkên
civakî serî rakirine, ketiye rojevê. Di van
deman de vegotinek û çalakiyekê ji sedî sed
hewl daye xwe weke heqîqetê pêşkêş bike.
Analîza sosyolojîk a heqîqetê, têkiliya wê
ya bi neheqiyan re eşkere datîne holê.
Deste-serkirina ked û nirxa civakî weke
neheqiyê hatiye terîfkirin, ji lêkolînkirin
û bi cihanîna pêdiviyên wê re jî xebatên
heqîqetê hatiye gotin û tim hatine
mezinkirin, bilindkirin. Mirov neheqiyê bi
heq re, heq jî bi xwedê re wekhev bike, ev
yek têkiliya civakî ya van herdu têgînan
nîşan dide. Têgîna xwedê ji bilî
muceredkirina metafizîkê bi vî awayî
têkiliya wî bi wijdanê civakî re careke din
tê piştrastkirin.
Ketina ser rêya heqîqetê, bi xwe re
hesabpirsîna ji neheqiyê jî tîne. Nasnameya
civakî ya xwe weke hebûna xwedayê herî mezin
pêşkêş kiriye, bi vî awayî bersiv daye
neheqiyên li hemberî xwe û weke cezayê xwedê
ew mehkûm kirine. Ji hundirê civakê û ji
xwezaya derveyî wê gef û neheqî çiqasî li
ser nasnameya civakî zêde dibin,
destnîşankirina nasnameyê jî ewçend zêde
dibe, ji bo wê nezerî (nêrîna xwedayî =
teorî) û çalakiyên mezin (karên xwedayî)
hatine pêşxistin. Ji ber van sedeman gelekî
girîng e ku mirov serwext bibe, di çavkaniya
dîn û felsefeyê de nasnameya civakî heye. Ji
lewra li devereke din gera li çavkaniya dîn
û felsefeyê hewldaneke tewş û badilhewa ye.
Di hegemonya îdeolojîk a modernîteya
kapîtalîst de yek ji armancên sereke ew e,
rastiyên civakî dîrokî yên der barê têgîna
he-qîqetê û çalakiya wê de tarî bike û
bitepisîne. Dîn û felsefe vegu-herandine
milliyetgiriyê û xwedakirina dewleta netewe.
Di têgîn û kirinên dewleta netewe yên tên
mezinkirin û nemirkirin de dor li teorî û
pratîkê tê girtin. Zanist di bin ferman û
rêveberiya felsefeya pozîtîvîst de xistine
rewşekê ku pirsgirêkên ji sêlingên
modernîteyê çêdibin analîz û çareser dike.
Şervaniya heqîqetê ya bi qasî dîroka
mirovatiyê kevn, berê wê dane peydakirina
berjewendiyên besît û sivik. Pirsgirêka
bingehîn ew e, gefên li nasnameya civakî
têne xwa-rin mijara heqîqetê ne, lê ev yek
ji mijara wê derxistine û hewl dane li şûna
wê ferdparêziyê bi cih bikin. Di vê
çarçoveyê de mafê mirovan hatiye
îstîsmarkirin. Fikrên dijberê sîstemê yên
xwe weke îdeolojiyên rastparêz pêşkêş dikin
jî newêrin ji paradîgmaya moder-nîteyê
bibihurin û xwe nêzî vê yekê nakin.
Lîberalîzm weke îdeolo-jiya fermî ya sîstemê
li ser rastgir û çepgiran yekdestdariya xwe
he-ta roja me ya îro karîbû dewam bike.
Lîberalîzm weke yekdestdariya îdeolojîk a
modernîteyê ji aliyekî ve enflasyona fikrê
diafirîne, ji aliyê din ve jî tevî ku
şêlandina herî mezin di enflasyonê de dike,
di enflasyona fikrê de ya herî bi kêra wê bê
bi kar tîne û bi rêya medya xwe, zêhnan
bombebaran dike û hewl dide encama herî zêde
bi dest bixe. Têkûzkirina yekdestdariya
fikrê, armanca dawî ya şerê wê yê îdeolojîk
e. Sîlehên wê yên bingehîn dîndartî,
milliyetgirî, cinsiyetparêzî û weke dînê
pozîtîvîst zanistîperestî ye. Bêyî hegemonya
îdeolojîk, bi tenê bi zordestiya siyasî û
eskerî meşandina modernîteyê mumkîn nîne.
Lîberalîzm bi rêya dîndartiyê hewl dide
wijdanê civaka beriya kapîtalîzmê kontrol
bike, bi rêya milliyetgiriyê welatîbûna
dewleta netewe û çînparêziya li dora
kapîtalîzmê pêş dikeve, kontrol dike û di
bin destê xwe de digire. Hedefa
cinsiyetparêziyê ew e, nehêle jin bêhna xwe
bide. Fonksiyona bi bandor a îdeolojiya
cinsiyetparêziyê ew e, hem mêr bike nexweşê
desthilatdariyê, hem jî jinê di bin hisa
destavêtinê de bihêle. Bi zanistîperestiya
pozîtîvîst cîhana akademîk û ciwanan bê
tesîr dike û nîşanî wan dide ku ji bilî
yekbûna wan bi sîstemê re, ti alternatîfa
wan nîne û di berdêla tawîzan de yekbûna wan
bi sîstemê re misoger dike.
Li hemberî êrîşên îdeolojîk ên lîberalîzmê
divê bi lez bersiv bê dayîn pirsên; divê
mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê
bike. Bersivên dijberên sîstemê dane van
pirsan herî kêm heta roja me ya îro bê tesîr
hatine kirin. Bersivên modernîteyê dane van
hersê pirsên girîng, bi tesîr bûne. Şêwazê
jiyanê yê modernîte pêncsed salên dawiyê pêk
tîne, bi giranî mohra xwe li pirsa ‘divê
mirov çawa bijî’ daye. Di serdema
modernîteyê de bi qasî ku di ti serdema
dîrokê de nehatibe dîtin şêwazên jiyanê welê
dane qebûlkirin û dawerivandine hinavên
mirovan, ew homojen kirine. Qalibên jiyanê
yên herkesî di bin navê rêzik û pîvanên
gerdûnî de tektîp kirine. Cudahî û cihêrengî
li hemberî tektîpkirinê zelûl in.
Serîrakirina li ber şêwazê jiyanê yê jêre
jiyana modern tê gotin, yekser mohra
dînîtiyê lê tê xistin û bi surgûnkirina
derveyî sîstemê tê mehkûmkirin. Kêm kes
diwêrin serîrakirina li hemberî vê surgûnê û
gefxwarina wê dewam bikin.
Pirsa ‘divê mirov çi bike’ jî ji mêj ve,
pêncsed sal e ku kitebikite bersivên wê
hatine dayîn: Tu yê ferdî bijî, timî li xwe
bifikirî, ‘rêya bi tenê rêya modernîteyê ye’
tu yê bibêjî û ya dikeve ser milê xwe bi cih
bînî. Rê diyar e, usûl diyar e: herkes çi
dike tu yê jî weke wan bikî. Eger tu patron
î, divê tu karê bikî. Eger tu kedkarî divê
tu li pey heqdestekê baz bidî, bibezî. Wekî
din li pey tiştên din ên divê bêne kirin
bazdan û bezîn ehmeqî ye. Eger israr û
serhişkî bê kirin encam avêtina derveyî
sîstemê ye, bêkar hiştine, bêçare hiştin e,
rizandin e. Jiyan kirine bezeke bi tehlûke
ya hesp û bergîran. Bihêlin bersivdayîna
pirsa divê mirov çi bike, ji bo bersiva
pirsa divê mirov ji ku dest pê bike, sîstem
weha dibêje “Ji cihê ku tu yê xwe baş
perwerde bikî, dest pê bike.” Ji bo
serketina di nava sîstemê de dibistan û
zanîngeh mekanên destpêkirinê ne ku dest ji
wan nabe.
Li hemberî sîstemê, gera li heqîqetê ya
modernîteya demokratîk, helwesta wê ya
îdeolojîk û bersivên wê yên dide sê pirsên
bingehîn bi qasî sîstemeke alternatîf bi
qîmet in. Ji hemû aliyan ve gera li
nasnameya civakî, ji hev derxistina wê û
pêşkêşkirina çareseriyên wê, şerê heqîqetê
bi xwe ye, cewherê wê ye. Parêznameya min bi
xetên stûr be jî encamên vê lêgerînê û vî
şerî pêşkêş kirine. Hewce bi dubarekirinê
nîne. Sekna îdeolojîk bi rexnekirineke
berfireh, ji hegemonya îdeolojîk a
modernîteya serdest bihurînê, îfade dike.
Xwedîderketina li heqîqetên civakî yên di
dest de sekna îdeolojîk e. Nîşandana
mehrûmbûna modernîteya kapîtalîst ji
heqîqetê (ferdpa-rêziyê tercîhî civakê dike,
nasnameya civakî dike hedefa êrîşan),
nîşandana heqîqeta civaka ekonomîk, ekolojîk
û demokratîk, nîşan-dana heqîqeta netewe û
nîşandana hêza heqîqetê bi vê seknê re
têkildar in.
Bersiva pêşî ya hevpar a ku mirov bide
pirsên; divê mirov çawa bijî, çi bike û ji
ku dest pê bike, divê ji nava sîstemê û li
ser bingehê dijberiya wê, dest pê bike. Lê
belê, ji bo dijberbûna sîstemê ji nava wê,
di asta zaneyên berê de pêdivî bi
şervaniyeke heqîqetê heye, ya ku her kêlî
dibe ku mirov têde bimire. Pirsên divê mirov
çawa bijî û ji ku dest pê bike, divê tu di
zikhev de bersiva wan bidî. Ji bo vê jî
di-vê tu vê jiyana modernîteyê weke kirasekî
dînan ê fena zirxekî li te kirî biçirînî, jê
nefret bikî û jê bigerî. Wexta hewce kir, tu
yê her kêlî verîşî, dil (mîde), mejî û
bedena xwe ji vê jiyanê bimalî, paqij bikî.
Eger ew xwe weke bedewa cîhanê pêşkêşî te
bike jî divê tu bi verî-şandina ya hundir û
hinavên xwe bersivê bidiyê. Eger mirov
bersiva pirsa ‘divê mirov çi bike’ bi du
pirsên din re di zikhev de bide, divê mirov
bibêje; ez ê li dijî sîstemê timî di nava
çalakiyê de bim. Bersiva pirsa divê mirov çi
bike, pratîka bi serwextî û rêxistinî ye.
Ji aliyê sîstema modernîteya demokratîk ve
bersiva hersê pirsan xwegihandina hêmanên
îdeolojîk û çalakî yên sîstemê îfade dike.
Berê, têgîna jêre partiya pêşeng tê gotin,
weke mîsyona pêşengiya teorîk û çalakiyê ya
modernîteya demokratîk bêhtir bi tesîr
hatiye kirin. Mîsyona bingehîn a pêşengiya
nû ye ku pêdiviya îradî û zêhnî ya sêlingên
bingehîn ên sîstemê ango civaka ekonomîk,
ekolojîk û demokratîk (rêveberiya bajar,
xwecihî, herêmî, neteweyî û ji netewe
wêdetir demokratîk konfederalîst) tedarik
bike. Ji bo vê jî divê hejmareke têr û
naveroktijî avahiyên akademîk bêne lêkirin.
Divê komikên akademîk ên nû bi tenê qîma xwe
bi rexnekirina cîhana akademîk a modernîteyê
neyînin, tevî vê alternatîfa wê jî pêşde
bi-bin û li gorî naverokên wan bi navên
cûrbicûr akademiyan ava bikin. Di serî de
ekonomîk-teknîk, ekolojîk-cotkarî,
demokratîk siyaset, ewlekarî-parastin,
jin-azadî, çand-nasname, ziman-dîrok,
zanist-fel-sefe, dîn-huner, li gorî girîngî
û pêdiviya civakê li her qadê avakirina
akademiyan erk û wezîfe ye. Kadroyên
akademîk ên bi hêz nebin, hêmanên
modernîteya demokratîk ava nabin. Çawa ku
bêyî hêma-nên modernîteya demokratîk ti
maneya kadroyê akademîk nebe, hê-manên
modernîteya demokratîk jî bêyî kadroyên
akademîk wê ti maneyê îfade nekin û wê bi
ser nekevin. Yekparebûna di zikhev de ji bo
mane û serketinê şert e.
Fikir, zikir, çalakî û têgihiştina cuda ya
modernîteya kapîtalîst ku weke kincekî bi
lanet li ser pişta mirovî disekine, divê ji
sedî sed bêne terikandin û li dawiyê bêne
hiştin. Fikir-zikir-çalakî nîşaneyên
mezinahiyê ne, ti carî yek ji ya din cihê
nabe, divê mirov wan yek-pare li xwe bike û
bijî, heqîqetê timî li ser pişta xwe bigire.
Kesa/ê hersêyan bi hev re bi bersiva pirsên
divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest
pê bike nikaribe temsîl bike, divê şerê
heqîqetê neke. Şerê heqîqetê berevajîkirin û
belovajîkirina modernîteya kapîtalîst qebûl
nake. Bi wê re nikare bijî. Bi kurtî,
kadroyê akademîk mejî ye, rêxistin e, û a di
mûrehk û rayên zîro yên bedenê (civak) de
belav di-be. Rastî yekpare ye. Heqîqet
rastiya yekpare ye ku tê îfadekirin. Kadro
heqîqeta rêxistinkirî û çalakkirî ye.
Wexta ku çanda Rojhilata Navîn xwe nû bike,
divê zanibe ku rêya vê di şoreşa heqîqetê re
derbas dibe. Şoreşa heqîqetê, şoreşeke
şê-wazê zêhniyet û jiyanê ye. Şoreşa xwe
rizgarkirina ji şêwazê jiyanê û hegemonya
îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst e. Divê
mirov bi dîn-dar û şovenîstên ezbetperest ên
sexte yên xwe bi rêûresmê digirin, nexape.
Ew bi modernîteya kapîtalîst re şer nakin.
Mîna kûçikê nobedar hinekî para xwe dixwazin.
Ti carî mirov nikare li van kesan weke
şervanên heqîqetê bifikire. Jixwe li hemberî
modernîteyê ne bi tenê têkçûyî ne, di heman
demê de şelaq in jî. Eger çepgirên kevin,
femînîst, ekolojîst û tevgerên kulturalîst
dixwazin antî-modernîstên gotin û gavên wan
hevgirtî bin, divê zanibin şerê heqîqetê di
nava yekparebûna xwe de pêk tê û divê wê di
şêwazê jiyana xwe de jî bi cih bînin,
bimeşînin.
Eger şerê heqîqetê di her kêliya jiyanê de,
li tevahiya qadên ci-vakî, li komikên kominî
yên ekonomîk û ekolojîst, li bajarên
demok-ratîk, xwecihî, herêmî, neteweyî û
mekanên ji netewe wêdetir hat meşandin, wê
mane û serketinê bi dest bixe. Çawa ku di
derketina destpêkê ya dînan de jiyana qasid
û hewariyan hebû, yên li pey heqîqetê diçin
mîna wan nejîn, şerê heqîqetê nayê kirin,
were kirin jî bi ser nakeve. Rojhilata Navîn
hewcedariya xwe bi hozaniya xwedawendiya
jina xwe nûkirî, Mûsa, Îsa û Muhemmedan,
Saint Paulan, Maniyan, Weysel Qeraniyan,
Hellacê Mansûran, Suhrewer-diyan, Yûnis
Emreyan û Brûnoyan heye. Şoreşa heqîqetê bi
xwe-dîderketina li mîrateya kevnên kevin
nabin, lê xwe nû dikin pêk tê; naxwe bi ser
nakeve.
Şoreş û şoreşger namirin, ev yek piştrast
dike ku bi tenê heke mirov li mîrateya wan
xwedî derkeve dikare bijî. Çanda Rojhilata
Navîn çanda yekkirina fikir-zikir-çalakiyê
ye û ji vî alî ve têra xwe dewlemend e.
Modernîteya demokratîk bi zêdekirina rexneya
xwe ya li şaristanî û modernîteya kapîtalîst
li vê çandê, wê bi rola xwe ya dîrokî rabe.
Ferdê şaristaniya demokratîk bi qasî ku li
dijî sê suwarên meh-şerî yên modernîteya
kapîtalîst (kapîtalîzm, îndustriyalîzm û
dewle-ta netewe) timî têkoşîneke bi hev re
ya fikir-zikir-çalakiyê bimeşîne, divê timî
bi sê melekên rizgariyê yên modernîteya
demokratîk (ci-vaka ekonomîk, civaka
ekolojîk û civaka demokratîk) têkoşîneke
ji-yanê ya bi hev re ya fikir-zikir-çalakiyê
di kesayeta xwe de bike, na-xwe nikare xwe
pêk bîne, nikare xwe weke pêşengê heqîqetê
ava bi-ke. Bi qasî komika akademiyayê, di
yekîneyên komin ên civakî de ji-yan û
têkoşînê bi hev re nemeşîne, nikare bibe
pêşengê (murşîdê) bicihanîna cîhana dad,
azadî û demokrasiyê. (Wexta ku weke amû-rên
şaristaniya serwer û modernîteyê bêne bi kar
anîn) Rexnekirina Pirtûkên Pîroz û hozanên
xwedawend giranbuha ye. Jixwe yên ji ber
mayî, mîrateya me ya jiyanê ne, nasnameya me
ya civakî ne. Milîta-na/ê heqîqetê ya/ê
serdema demokratîk ew kes e, vê nasnameyê li
şexsiyeta xwe diniqirîne, dikole, mîrateya
jiyanê bi awayekî azad dijî û dide jiyîn.