* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

Têbîniyên Hevdîtinê

 30.06.2010

 
 


 DERKETINA PIRSGIRÊKA CIVAKÎ
 

 
                

REBER APO

Kêliyên pirsgirêkan di diyalektîka xwezayan de weke pêvajoyên di wan de danehevên çendayetiyê ji aliyê çawayetiyê ve çip dikin têne terîfkirin. Nîzam, di teoriyên pêşketinê de weke navberên gelekî kin ên kêliyên veguherînê têne terîfkirin, di teoriyên kaosê de jî ya bingeh rewşa kaotîk e, û ji lewra nîzam û pêşketin weke kêliyên bi sînormayî têne destnîşankirin. Bi qasî fikrên kaotîka domdar, fikrên pêşveber ên domdar jî aqlê mirovî gelekî mijûl kirine. Bê-guman ên aqlê mirov weke neynika nîşanker şîrove dikin hene, fik-rên bingehê her aqlî di mirov de dibînin jî kêm nînin.

Zehmet nîne ku mirov di van fikran de şîroveyên gerdûngir û îzafîgiriyê bixwîne. Ji bo ez hinekî din bi awayekî berbiçav nêzî mijarên bi vî rengî bibim min hewce dît ku ez naveroka aqlê civakî bigirim dest û bidim naskirin. Ji lewra armanca gotara min a heta niha ew e, bi amadekariyeke asta wê ya sewextbûnê pêşketî, gav biavêjim nav çavkaniya pirsgirêka civakî.

Di tevahiya dîrokê de gavavêtinên girîng ên fikrî weke berhemên du deman diyar dibin: Demên nîzam li rêya xwe dimeşe, xweşhaliya civakî tatmînkar e, û pirsgirêkên mezin pêk nayên, ji aliyê fikrî ve jî pêşketina xwe bi heman awayî nîşan didin. Fikrên pirsgirêkên xwe kêm û pêşveber in, xweşhaliyê diyarî dikin. Mirovan ewle dikin. Gelekî behsa mayîndebûnê dikin. Pirsgirêkan weke arizî û tênûdiçin dihesibînin. Bêtir li ser Xwezaya Yekemîn radiwestin. Naxwazin xwezaya civakî bikin mijara guftûgoyê.

Demên nîzam asê dibe, dixetime û weke berê nameşe, fikir bi pirsgirêkan barkirî ne. Bêtir li ser Xwezaya Duyemîn radiwestin. Di van deman de gera li dîn û felsefeyên nû bi lez dibe. Li derketina ji nava pirsgirêkan di têgihiştina fikir, dîn û felsefeyên nû de tê gerîn.

Di dîrokê de pêngavên mezin ên fikrê di van demên bi pirsgirêk û xweşhal de pêk hatine. Mirov herikîna fikrî ya van deman dikare di tevahiya şaristaniyan de bişopîne. Em di dema xweşhaliya mezin a civaka Sumer de şahidiya derketina fikreke muhteşem a mîtolojîk dikin ku bandorê li tevahiya dînên mezin, felsefe, zanist û ekolên hunerê dike. Ti dînê mezin, têgihiştina felsefeyê, têgihiştina huner û zanistê nîne ku vê fikra Sumerê bandor lê nekiribe. Derketina fikra Yewnanistana Serdema Antîk jî bi civaka xweşhal a destpêkê re têkildar e. Li cem Sumeran cografya bi bereket a Mezopotamyayê di bingehê vê xweşhaliyê de cih digire, li Yewnanistanê jî bereketa li herdu peravên Egeyê ev yek pêkaniye. Li beramberî mîtolojiya Sumeran, li Îonyayê fikra felsefî derketiye pêş. Pêşketinên zanistî û hunerî di asta şoreşê de ne. Ewrûpaya Rojava jî wê bi xweşhaliyeke bi heman rengî gavavêtina xwe ya mezin a fikrî ji sedsala 16. ve li nava dinyayê bi tesîr bikira.

Di vir de xusûsa balê dikişîne ew e, di hersê ceribandinên xweşhaliyê de şoreşên fikrê der barê Xwezaya Yekemîn de gav avê-tine. Lê kengî xweşhalî kêm dibe û pêxîrtengî benê xwe dişidîne, guftûgoyên li ser Xwezaya Duyemîn zêde dibin û fikrên nû bi lêgerî-nên nû barkirî dibin. Hinek fikrên bi hesreta nîzam û xweşhaliya berê barkirî timî li rabihuriyê digerin, lê yên nûtiyê dixwazin gazinan ji xirabûna nîzamê û giraniya pêxîrtengiyê dikin û fikrên utopîk pêşkêş dikin. Gelekî behsa şêweyên nû yên civakî tê kirin. Gelek civak di encama van lêgerînan de pêk tên. Ji komên mezheb û dînan bigirin heta bi derketina ezbetên nû yên qebîleyan û heta di mînaka Ewrûpayê de hat dîtin çawa netewe pêk tên. Bi vî awayî gelek şêweyên civakî pêk tên.

Dema ku em di çarçoveya dîroka fikrê de çav li dîrokê digerînin, em pirsgirêkên civakî nas dikin, lê herweha em dibînin ku pirsgi-rêkên civaka roja me ya îro jî weke çiyan mezinbûne û mumkîn nîne ku mirov vê mezinbûna zêde ya pirsgirêkan heta bi mejiyê hestiyê xwe his neke.

Ez hewl didim bêyî ku bi zanista civakî ya navend Ewrûpa ve girêdayî bimînim, bifikirim. Haya min jê heye ku ev şêwaz gelekî hewce ye. Hin kes dikarin vî şêwazê fikrê sivik bibînin û weke derketina ji rêya zanista civakî jî mehkûm bikin. Lê ev hukim wê xema min nebe. Bi rastî zanista civakî ya navend Ewrûpa bêhna serweriyê jê tê. Yan serwer dike yan jî dixe bin serweriyê. Lê ya pê-diviya me pê heye, em bibin kirdarê demokratîk û bi awayekî da-diyane parve bikin. Zanista civakî ya Ewrûpayê bi xwe lîberalîzm e, ango îdeolojiyek e. Lê belê wê ev rastiya xwe ewqasî veşartiye, fik-rên rexneker ên dijberên mezin jî karîbûye qebûl bike. Wexta ku ev kiriye, jê hatiye ku hêza xwe ya serdest a biserhevvekirinê, nîşan bide. Ji bo ez nebim qurban û bi ser wê ve nebim, ez dizanim ji bilî pêşdebirina cudatiya hêza analîzên xwe rê û çareyeke min a din nîne. Lê ev helwesta min antî-Ewrûpayîtî nîne. Antî-Ewrûpayîtî jî parçeyeke fikra navend Ewrûpayê ye. Ez wexta ku bi tespîta Ewrûpa li Rojhilat e, Rojhilat jî li Ewrûpayê ye, dikevim ser rê, ez dizanim kîjan nirxên me gerdûnî ne, û welê dibim xwedî helwest. Gelek nirxên Ewrûpayê îroya nirxê me bi xwe ne, rewşa pêşdebirî ya nirxên me yên cewherî ne. Divê em baş zanibin ku yên xwe herî zêde antî-Ewrûpayî hesibandine, pirraniya wan bûne aliyên paşverû yên lîberalîzma Ewrûpayê. Pratîkên sosyalîzma pêkhatî û rizgariyên neteweyî bi van mînakan tijî ne.

Ceribandinên sosyalîzma zanistî yên Marks û Engels ji bo pirs-girêkên dema xwe weke çareserî pêşde birin. Ji dil ji vê yekê bawer kirin. Pirsgirêk terîf kiribûn, kapîtalîzm weke sîstem kiribûn têgîn û wexta dor hatibû çareseriyê, sîstema sosyalîst destnîşan kiribûn, baweriya wan bi van temam bû. Jixwe ‘sosyalîzma zanistî’ ya di bin destê wan de hat pêşdebirin, ev baweriya wan misoger dikir. Lê dîrok bi awayekî din meşiya û bi pêş ket. Utopyagerên beriya wan jî bendewariyên xwe yên bi heman rengî hebûn. Bendewariyên Lenîn ji Şoreşa Rûsyayê bi awayekî din bûn. Hêvî û xeyalên gelek şoreşge-rên Fransî şikiyan. Şoreşê gelek zarokên xwe daqurtandibûn. Kûrahiya dîrokê bi mînakên bi heman rengî tijî ye. Tevî ku çare-serkerên pirsgirêkan hem gelekî bi îman bûn, hem jî gelekî bi ser-wextî tevdigeriyan. Naxwe di terîfkirina wan a pirsgirêkên civakî û ezmûnên wan ên çareseriyê de hinek tişt kêm û şaş hebûn ku ewqasî zêde jirêderketin û heta bûyerên berevajî diqewimîn. Çawa ku em gelek caran dibêjin, mesele kêm hewldan, serhildan û şer nîne. Ev hene, belkî jî zêde hene. Rastiyên bi vî rengî min gelekî tengav dikin ku ez di warê terîfkirina pirsgirêka civakî û mijara çareseriyê de gelekî bi îhtiyat bim. Eger em dizanin ji tecrubeyên mezin dersan bigirin û ji bîranîna qehremaniyên mezin re bi hurmet bin, her gava em biavêjin divê dersbarkirî û gelekî bi hurmet be.

 

A-        TERÎFKIRINA PIRSGIRÊKA CIVAKA DÎROKÎ

Ez di du beşên pêşî yên parêznameya xwe de bi giştî dest-hilatdarî, bi taybetî jî li ser yekdestdariya desthilatdariya kapîtalîst hûrûkûr fikirîbûm. Herçiqasî di nava wan de gelek kêmasî hebin jî ez yeqîn dikim ku xetên sîstema şaristaniya navendî baş nîşan dane. Ya girîng ew bû, pêşkêşkirina xelekên sereke yên pêşketinê bû. Hem mijar hatibûn terîfkirin, hem jî pêşketina zincîrwarî ya danehevên desthilatdariyê yên sermayeyê jî digirin nava xwe weke kumulatîf hatibûn pêşkêşkirin. Wexta ku min ev herdu beş nivîsîn, min ber-hema berhevkirî ya Andre Gunder Frank bi navê Sîstema Dinyayê nexwendibû. Ya min pêşkêş kir hem şêweyekî din ê veguhestina vê berhevkirinê bû, hem jî ji wê zêdetir sîstematîkeke xwe ya ça-reseriyê hebû ango meyla bi şaristaniya demokratîk ve girêdan he-bû. Belkî ez niha binivîsim ez ê hê bi hostayî binivîsim, lê weke rêz û hurmeta ji dîrokê re weke xwe bimîne bi nirx û qîmetir e.

Mijara pirsgirêka civakî sernavekî cuda ye. Armanca xwe ne pêşkêşkirina dîroka yekdestdariya desthilatdariyê ye, ne jî guftû-gokirina çareseriya demokratîk e. Ya ez dixwazim biceribînim ew e, pirsgirêka civakî di nava pêkhatina teorîk û pratîk de pêşkêş bikim. Ez yeqîn dikim ku ev yek ê alîkariya çareseriya pirsgirêkê bike. Ez nabêjim, ez heta niha li ser mijarê hîç ranewestiyam. Ji ber ku parçeparçe gelekî li ser sekinîm. Lê eger mirov bi awayekî yekpare pêşkêş bike, dibe ku mirov jê gelekî baştir hîn bibe.

Pirsa divê mirov pirsgirêka civakî çawa terîf bike, mirov difiki-rîne. Hin fikir hene ku feqîriya civakî, hinek jî bêdewletiyê, hineke din qelsiya eskerî, hinek jî şaşiyên polîtîk ên sîstemê, wekî din jî hinên din aboriyê û rizîna exlaqî pirsgirêk dihesibînin. Belkî jî qadek bi tenê namîne ku pirsgirêk neyê hesibandin. Di nava van nêrînan hemûyan de dibe ku aliyên rast hebin. Lê ji nîşandana pirsgirêkê bi xwe gelekî dûr in. Bi ya min manedartir e ku mirov pirsgirêka civakî weke binpêkirina dînamîka bingehîn a civakê bide nasîn.

Civak ji civakbûnê tê derxistin, ez difikirim ku divê mirov vê bike pirsgirêka bingehîn. Di vir de xusûsa yekemîn hebûna wan nirxan e ku civakekê diyar dikin, hebûna wê ya civakî ava dikin û dihûnin. Ez behsa wê xusûsê dikim ku em jêre bi xwe, hebûn dibêjin. Duyemîn, ez behsa wan bûyeran dikim ku vê xwebûnê, hebûnê ji xwebûnbûnê derdixin, bingehê hebûnê ji naverastê radikin. Eger ev herdu xusûs di zikhev de biqewimin, wê wextê pirsgirêkeke mezin a civakî heye. Mînak, eger di dema klanan de demeke qeşabûnê tevahiya klanan ji holê rake, em ji vê re nikarin pirsgirêk bibêjin. Ji ber afet û belayên xwezayî li derveyî îrade û vîna me pêk tên. Ji bo bibin pirsgirêk divê bi destê mirov bêne afirandin. Pirsgirêka ekolojîk bi xwe jî kengî bi destê mirov pêkhatiye weke pirsgirêk hatiye terîfkirin. Naxwe em pirsgirêka bingehîn a civakî, bi hêzên civakê ji bingeh ve xira dikin, ji hev dixin girê bidin hingî em ê ber bi terîfeke rast ve biçin.

Ez di serê van hêzan de yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê dibînim. Ji ber ku ev herdu hêz bi xwe weke desteserkerên berhema zêde binê hîmê civakê dikolin. Ji niha û pêve ez ê ji yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê bi hev re yekdestdarî bibêjim. Ji bo mirov mijarê bêtir zelal bike û bi kêr bê, hewce ye ku rewşa civakê ya bêpirsgirêk, normal û xwezayî jî terîf bike. Di kîjan asta komê û şêweyê wê de dijî bila bijî, eger ew civak bi awayekî azad avahiya xwe ya exlaq û polîtîkayê pêk tîne, ji rewşa vê civakê re em dikarin bibêjin normal e, yan jî civaka xwezayî ye. Mirov dikare ji vê civakê re bibêje, civaka vekirî yan jî civaka demokratîk. Ji ber ku di beşên pêş de em ê li ser gelekî rawest in, bi kurtî ez ê çareseriyê weke tam lîberal, sosyalîst, dewleta netewe, civaka xweşhal, civaka zêde dixwe, civaka pîşesaziyê û civaka xizmetê pêşkêş nekim. Ji ber ku gotinên bi vî rengî bi giranî spekulatîf in. Di civaka rastî de ev terîf berdêla xwe nînin. Belkî mirov wan weke hinek sifetan bi nav bike, rastir e.

Naxwe em mehrûmkirina civaka azad a bi exlaq û polîtîk ji van xisletên wê yên bingehîn dikarin weke destpêka pirsgirêkê bihesi-bînin. Hêza pirsgirêkê dide destpêkirin jî yekdestdarî ye. Divê em çarçoveya yekdestdariyê jî terîf bikin. Çi taybetî çi jî bi destê dewletê, eger berhemên zêde yên cotkarî, bazirganî û sinaî hatibin berhevkirin, ev yekdestdarî ye. Di nava koma yekdestdariyê de rahib + zilamê bi hêz + şêx weke sêberên destpêkê bêguman hiye-rarşîk in. Li gorî hêza xwe ji yekdestdariyê sûdê werdigirin. Di tevahiya dîrokê de ev yekdestdariya sêber wê dabeşî gelek saziyan bibe. Her sazî jî wê di nava xwe de dabeş bibe, lê ji aliyê cewherî ve wê bandorên xwe zincîrwarî heta roja me ya îro bînin.

Divê mirov karekterê dîrokî yê yekdestdariyê yê herikîna wê ya kumulatîf û zincîrwarî her tim li ber çavan bigire. Şaristaniya navendî hem sedema pêşketina zincîrwarî ya yekdestdariyê ye, hem jî encama wê ye. Ez ê bi rik û israr vê xusûsê destnîşan bikim. Fikra modernîteyê di roja me ya îro de tengavkirineke xeternak a zeman ferz dike. Her tişt tê tengavkirin, di ‘aniha’ de tê fetisandin. Lê ya rastî ‘aniha’ dîrok e, paşeroj e. Modernîte bi vê ferzkirina fikrê, bêsedem dîrokê qetil nake. Ji ber ku civakeke ji rêûresmê qutbûyî tu çawa bixwazî dikarî bi rê ve bibî. Ti dîrok bi qasî dîroka yekdest-dariyê nebûye xwediyê wî şensî ku zincîrwarî, zêde û mezinbûyî bê. Yekdestdarî bi vî awayî xwe dike dîrok û bi girîngiyeke mezin jî hewl dide civakan, bi tevahî koman bêdîrok bike, ya rastî wan di nava xwe de bihelîne û bike mêtingeh. Ji bo vê jî avahiyên mîtolojî, dîn, felsefe û zanistê pêk tîne. Kengî koman bêexlaq dike û wan dixe rewşekê ku nikaribin polîtîkayê bikin jî heman hewldanên xwe nîşan dide.

Em ê yekdestdariyê weke têgîn timûtim bi kar bînin, ji lewra divê neyê jibîrkirin ku wexta em wê bi kar tînin, em wê di çarçoveyeke aborî, eskerî, polîtîk, îdeolojîk û bazirganî de bi kar tînin. Ji ber ku ev kom ê berhemê zêde di nava xwe de bi awayekî parve bikin. Parve-kirin rêjeya xwe çi dibe bila bibe û çawa dibe bila bibe, wê cehwerê ti carî neguhere. Hinek caran ên bereketa ekonomîk pêk tînin, carnan jî esker û yên din –çîna polîtîk, taximê îdeolojîk, zumreya ba-zirgan –li gorî girîngiya xwe wê di rêjeya para xwe de bibin xwedî gotin. Têgînên mîna çîn û dewletê dikarin bi yek carê mijarê şîlo bikin. Yekdestdarî weke şîrketeke zordestî û mêtinkariyê hê bêtir bi roleke zelal radibe. Li pişt wê pêkhatinên weke çîn û dewletê jê zêdebûyî ne. Jêpeydabûnên destê duyemîn in.

Di rêza sêyemîn de avabûna bajêr ji yekdestdariyê peyda dibe. Bajar weke biryargeha zordestî û mêtinkariyê ya yekdestdariyê serê xwe radike. Bi perestgehê re ketiye zikhev, ji ber ku girîngiyê bi gera li rewakirina îdeolojîk dide. Naxwe bajêr bi rewşa xwe ya di dîrokê de pêk hatiye, berê pêşî weke perestgeh, biryargeha eskerî, binkeya avahiyên (qesr) rûniştina bûrjûwayê (bi maneya ‘bajarî’ em ji hemû beşên mêtinkar re dikarin bûrjûwa bibêjin) derdikeve ser dikê. Girse û qelebalixiya di kelheyan de weke xeleka duyemîn a li dora wan bi rola evdên xizmetkar radibin. Mirov ji wan re çîna kole jî dikare bibêje.

Di dîrokê de rastiya birc û kelheyan ku her tim derdikevin pêşiya me, avahiya yekdestdariyê li bajaran eşkere piştrast dike. Hingê me hêmanên ku pirsgirêka civakî derdixin holê, zelal kirine: Avahiya çîn, bajar û dewletê ya li dora yekdestdariyê bi xwe pêk hatiye. Dîroka şaristaniyan bi awayekî belavbûna van sê pêkhatinan li nava zeman û mekan e. Mentiq hêsan e: Derfet û îmkanên berhemê zêde çiqasî zêde bibin, yekdestdarî jî wê pirr bibin, piştre li gorî rêzê wê avahiyên bajar, çîn û dewletê bilind bibin. Ev avahiyên bingehîn di heman demê de rêûresmên gelekî hişk jî pêk tînin. Çîrokên bajaran, rêûresmên dewletan, dîrokên xanedanan mijarên vegotinê ne, yên ku serî û binê wan nînin. Bi tevahî kesên hişê wan dixebitin û bi devê xwe dikarin bipeyivin, weke artêşa ulameyan rojane wê karê îdeolojîk ê rewakirinê pêk bînin. Hema bêjin çîrok û meseleya li hev neanîne nîne. Ji avakirina xwedayan (xwedayên bajaran, xwedayên şeran), afirandina şeytan û cinan, tabloyên cennet û cehennemê heta bi wêjeya destanan qad namîne li nev neanîne. Li ser mayeya keda mirov avahiyên xeternak ên weke qebr, qesr, perestgeh, şano û stadyûm hatin avakirin, weke ku mirov dibêje qey yekdestdarî bi wan hêza xwe nîşan dide. Bi şerên bi heman xeternakiyê bi tevahî gelek, qebîleyek, bajarek û gundek ji bilî êsîrên kêrhatî, tevî şêniyên xwe hemû hatin tinekirin. Ev şêweyê qirkirinê jî ji rêûresma yekdestdariyê ye. Jixwe her tiştê nirxekî xwe yê aborî hebe, ji mêj ve weke xenîmetê şerê pîroz di pirtûka pîroz a yekdestdariyê de cih girtiye.

Di derketina pirsgirêka civakî de guftûgoyeke girîng, piştî şoreşa cotkariyê der barê şêwazê yekdestdariyê yê şaristaniyê de ye, ango der barê şêwazê sêberên ji desthilatdariyê bûyî yê bajar, çîn û dewletê ye. Bi gotineke din, piştî qonaxa neolîtîkê gelo qonaxa şaris-taniyê (qonaxên pêşketinê yên weke civakên koledar, feodal û kapîtalîst jî têne binavkirin) bi şêwazê xwe yê heyî mecbûrî bû? Bêyî ku bajarbûna çînî û dewledar pêk were, gelo derfet û îmkanên civaka neolîtîk hebûn ku derbasî qonaxeke jor a cuda bibe? Eger derfet û îmkanên wê hebûn, çima pêk nehat? Herçiqasî ev pirs weke pirsên spekulatîf bêne nirxandin jî balê dikişînin ser mijarên girîng. Ji ber ku em ê mijarê di sîstema şaristaniya demokratîk de bi awayekî berfireh guftûgo bikin, bersiva ez ê bi kurtî bidim, girêdayî şêwazê me yê lêkolîna xwezaya civakî dikare bê dayîn. Li gorî paradîgmayên şaristaniyên serdest, bûyer li gorî xeta çarenûsê, çawa divê bibin, welê dibin. Her tişt li gorî mûcîbtiya qederê dibe. Çi li enî û çareya kê hatibe nivîsandin, ew pêk hatiye. Tevahiya hûnan-dinên metafizîk bi vê îdeayê radibin.

Di analîza şaristaniya demokratîk de jî hem şîrovekirina şaristaniyê û şêweyên civakî yên di nava wê de, hem jî nêzîkatiyên wê yên der barê dewama civaka neolîtîk û veguherîna wê de cuda ne. Bi kurtî, rastiya civakî mîna ravekirina zanista civakî ya navend Ewrûpa nîne. Mirov dikare şîroveyên hê bêtir nêzî heqîqetê bike. Ci-vak ji ya dixwazin behsa wê bikin, cuda pêk tê. Divê mirov cudahiya di navbera gotin û rastiyê de bibîne, herweha girîng e ku haya mirov ji têkiliya di navbera gotin û şaristaniya navendî ya serdest de hebe. Li ser navê zanista civakî gelek nirxandinên kategorîk ên têne pêşkêşkirin û weke rastiyên nayên guftûgokirin têne qebûlkirin bi giranî propaganda ne. Ev bi armanca piştperdekirin û veşartina rastiyê têne kirin. Yên li ser navê sosyalîzma zanistî jî hatine pêşkêşkirin di navê de, gelek ekolên zanîn-agahiyên civakî di bin bandora giran a lîberalîzmê de ne. Bi kêmanî be jî ev mijar neyên rohnîkirin di bersivên bêne dayîn de wê para şaşiyê gelekî zêde be.

Eger mirov pirsgirêkên civakî bi derketina wan a orjînal terîf bike, ev yek derfet û îmkanê dide mirov pêvajoyên pêşketinê bêtir bi awayekî rast şîrove bike. Bi şêweyê qonaxên sereke pêşkêşkirina pirsgirêkan û bêyî ku wan dabeş bike bi kategoriyên bingehîn girti-na dest, pirsgirêkê di nava yekparebûna wê de nîşan dide û ji vê jî mirov bêtir hîn dibe.

a-         Qonaxa pêşî ya pirsgirêka mezin a yekdestdariya şarista-niyê, mirov dikare (nêzî salên) di navbera salên 3000 B.Z.-500 P.Z. de bi cih bike. Yekdestdarî ew rêxistin e ku di şertên zeman û mekan ên cuda de bi rêbazên cûrbicûr ji civakê berhemê zêde yê mezin vediziye. Ji civakên Sumer, Misr û Harappayê ji salên 3000’î B.Z. ve bi rêbazên (rêxistiniyên) em dikarin ji wan re sosyalîzma firewn jî bibêjin ji cotkariyê berhemekî gelekî zêde bi dest xistiye. Modela pêşî ya mezin a daneheva sermayeyê ye. Li gorî civaka neolîtîk bere-ket têra xwe zêde bûye. Vê bereketê bi xwe re bajar, çîn û dewlet derxistiye holê. Li ser derfet û îmkanên berhemê zêde yên bi civaka neolîtîkê ji zû ve destpêkirî yan bi rêbazên zorê yan jî bi yekdest-dariya bazirganiyê serdema mêtinkariya mezin a pêşî destpê dike. Bêguman di sosyalîzma firewnan de mirov bi nanozikê têne xebitandin û evdên têne xebitandin mîna cinsekî cihê yê heywanan têne dîtin. Di vî şêweyî de mêtinkarî bingeh e. Bi kurtî, xeleka orjînal a pêşî ya mêtinkariya navend-hawîrdor a roja me ya îro bi vî awayî hatiye damezrandin. Em bûyerên bi vî rengî bi awayekî eşkere di civaka Sumeran de li ber rohniya belgeyên di destên me de dikarin bibînin.

Bêguman bi vî şêwazî hilberîn û desteserkirina berhemê zêde mîna xencera li nava dilê civakê hatibe xistin, rê li ber pirsigrêkên mezin vedike. Dîroka mîtolojî û dînan bi çîrokên van pirsgirêkan tijî ye. Eger em mînakan bidin, dema ku Destana Gilgamêş, Tofana Nûh, efsaneyên Adem-Hawa û Habîl-Qabîl, hûnandina cennet-cehenne-mê, pevçûna Xweda Enkî-Xwedawend Înannayê, nakokiya şivan-cotkar ên pêşî tên vegotin, di meseleyê bi xwe de ya efsane dixwazin îşaret pê bikin bi awayekî pirr zelal ew e ku xencerkirina bi destê YEKDESTDARIYÊ ango çawa bi zor girtiye û mîna heywanan bi zor xebitandiye û bi vî awayî berhemê zêde desteser kiriye.

Bêhejmar çîrokên bi vî rengî yên talan û xebitandinê dikin mijar û mirov matmayî dihêlin, bêguman wê zimanekî sergirtî bi kar bînin. Divê mirov baş zanibe ku di wê demê de bi qasî serdestiya îdeolojîk herî kêm serdestiya fizîkî jî bi bandor e. Eger dîrok bi rastî carekê jî bi zimanê bindestan û yên hatine talankirin bihata nivîsandin, wer xuya ye ku em ê ji ya ji me re hatiye pêşkêşkirin bi rabihuriyeke gelekî cuda re rûbirû bibûna.

Bi tenê hejmara koleyên di piramîdên (De ev qebrên wan in. Gelo qesrên wan çawa bûn?) firewnên Misrê de hatin xebitandin ji mîlyo-nan dibihure. Ev kole li devereke mîna xirbeyên heywanan komkirî dihatin girtin û bi qasî heywanan jî zikê wan nedihat têrkirin û di bin wan qamirçiyên kujer de di wan avahiyên xeternak de dihatin xebitandin. Wan koleyên heywan, ên milkê xwe didîtin, bi vî awayî dixebitandin. Milekî din ê yekdestdariyê eskerên wê jî êrîş dibirin ser komên li derve û ji van koman bi tenê erd û alavên kêrhatî desteser nedikirin, ji bilî yên dikuştin bi tevahî koma kêrhatî jî êsîr dikirin. Avahiyên weke kelhe, birc, qebr, arena, qesr û perestgeh ku îro jî mirovan matmayî dihêlin bi van êsîran dihatin avakirin. Eger bi mîlyonan ji wan di van cihok û erxên pêşî yên avdaniyê de nehatana xebitandin, bi herhalî wê ewqas berhemê zêde nehata bi destxistin û wê avakirina van avahiyên mîna dêwan mumkîn nebûyana. Ya din jî wê jiyana cennetwarî ya yekdestdariyê misoger nebûya.

Vegotinên (mîtolojî, dîn, felsefe û ekolên cûbicûr ên hunerî-zanistî) bi koka xwe yên şaristaniya navendî (pêvajoya ji şaristaniya hegemonîk a Sumer Mezopotamyayê heta bi şaristaniya hegemonîk a DYE ya roja me ya îro), ji bo ku vê pêvajoya xeternak cuda nîşan bidin bi heman awayê mirovan matmayî bihêle, di serî de îdeolojî gelek saziyên joravahiyan pêşde birine. Nexasim aqlê analîtîk qonaxa xwe ya herî berdar pêk aniye. Di pêşengiya yekdestdariya rahib de ji utopyayên mîtolojîk heta bi tabloyên cennet-cehennemê; têrê neke ji ravekirinên felsefî heta bi zanistê, heta bi agahî û zanyarên bersivên herî baş bidin fenomenên xwezayê, bersiv hatine pêşdebirin. Ji bo bi hêsanî bi rê ve bibin gavên pêşî avêtine nivîs, matematîk, astronomî û biyolojiyê. Ji bo xweşhaliya tebeqeya yek-destdariyê di encama gera li dermanên nebûyî de bingehê zanista bijîşkî hatiye danîn. Gera Gilgamêş ‘li gihayê bêmiriniyê’ beşa herî bi heyecan ê destanê ye. Mîmariya avahiyên kevirî, ji bo nemiran, teknîka avahiyên nemir pêşde biriye. Wexta ku mîtolojî kêm maye, pêvajoya dînên bêtir hişk dogmatîk destpê kiriye. Ji bo ber dilê mirovên ketine rewşên xeternak xweş bikin, xwedayên bi pêjna xweda-qralan ava kirine. Aqlê analîtîk belkî jî berhema xwe ya herî mezin di gavavêtina dînên yekxwedayî de pêşkêş kiriye.

Ne bi tenê rê li ber pirsgirêka civakî hatiye vekirin; bi şêweyekî herî xeternak pirsgirêk hatiye çêkirin. Mîna kabûsê ketiye ser çanda maddî û manewî ya tevahiya civakê. Di Sumerî de maneya ‘vegera li xwezaya dayik a pîroz’ hê wê demê li gotina ‘Amargî’ hatiye barkirin. Mirovatiya piçûk hatiye xistin bi çirayê li rabihuriya xwe digere, xweziya xwe pê tîne. Ev kirine îdeolojiya demek berî demekê bimire û bigihîje cennetê. Jiyana cennetwarî ya li rûyê erdê carnan mîna xeyaleke dema neolîtîk a bê jiyîn êdî ji dinyayên din re têne hiştin û dibe mijara utopyayan. Têgihiştina dinyewî, sekuler, cihê xwe ji wan têgihiştinan re hiştiye ku ji bilî axîretê nikarin li tiştekî din bifikirin. Li hemberî vê pirsgirêka xeternak dinyayê cûrbicûriya xwe ya di nava dewlemendiya xwe hemûyî de ji dest daye, hiştine ku weke cihekî ezab were tesewirkirin.

Exlaqê civakî û polîtîkayê derba kuştinê ya pêşî bi vê pirsgirêka yekdestdariyê xwar. Qadên exlaq û polîtîkayê ku kevirên avakirinê yên civaka kominî ne, têne tarûmarkirin, polîtîka serwer (dewleta xwedayî) û exlaqê serwer (ya rastî bêexlaqî) ên xweserî endamên komên teng ên yekdestdariya jor serwer kirin. Polîtîka û exlaqê civakî beriya were pêşdebirin ji sedî sed ji hev hatiye belavkirin. Li şûna wan jî weke nîzama xwedayî, dînîtiyên jiyanê û îdeayên îlahtiyê yên serweran hatin danîn. Bi tenê ew heq dane civakê ku van vegotinan weke baeriyên pîroz qebûl bike.

Çawa ku tê dîtin, bi tenê pirsgirêka civakî nehatiye çêkirin, ji wê jî wêdetir, civak ji civakbûnê derxistine, veguherandine xirbeyê heywanan ê yekdestdariyê. Kirine ku evdîtî-koletî weke rejîmeke asayî were qebûlkirin. Koletiya jinê ya şaxên wê xwe heta bi dema pêşî ya hiyerarşîk berdidin jî veguheriye mijara herî berfireh a jiyanê. Mîna ku ji civaka dayikê ya neolîtîk, ji civaka dayika pîroz tolê hilînin, nîzamên xwedayî yên bi serweriya mêr hatin avakirin. Xwedawendiya jinê şopên wê hêdî hêdî wenda dibin, xwedayên di formê mêr de serdema serweriya wan a bi heybet destpê dike. Hê di wê demê de jin hem di tevahiya perestgehê de, hem jî di kerxaneyên rezîl de neçarî fahîşetiyê kirin, ew di wir de girtin.

Bi teknolojiya avdaniyê ya heyî ev dema bi bereket, mirov dibîne di dawiya salên 2000’î B.Z. de dikeve pêxîrtengiyeke dijwar. Hem hişkesalî hem jî xwêgirtina erdan di vê pêvajoyê de bi tesîr bûne. Lê bi awayekî bingehîn, piştî navbereke bi qasî du hezar salan hîmên damezrînê bi bandora pratîka civakî, bi awayekî xwezayî diderizin. Harrapa ji zû ve belav bûye, bêdeng bûye; Misr bi nakokiyên kûr ketiye rewşekê, nikare dewam bike; li cem Sumeran jî koma etnîk a serdest ji zû ve cihê xwe ji etnîsîteyên din ên şaristaniyan re hiştiye.

Sîstema şaristaniya navendî ya vê demê, ji bo pirsgirêkên giran ên rê li wan vekiriye çareser bike, du rêyên girîng ceribandine: Ya pêşî, xwe ber bi derve ve belav kiriye. Piştre pêvajoya emperyalîzm û mêtingehkirinê ku wê gelek caran derkeve pêşiya me, bi tenê ji bo demekê çareseriyan bi pêş dixe. Lê dîsa li ber pirsgirêkên nû rê vedike. Pirsgirêk çareser nebûne. Berevajî bêtir belav û zêde bûne. Pirsgirêkên li navendê, metrepolê zêde bûne, ji bo demekê der-xistine derve, vê yekê kiriye ku qismî bêhna wan bê ber wan, lê paşê ev pisgirêk qatbiqat zêdebûyî li wan vedigerin. Di dîrokê de ev xelek bi cihguhertina timî ya navend û hawîrdorê, gelek caran derdikeve pêşiya me.

Ez yeqîn dikim ku metrepola (navend) Sumer ji sê aliyan ve heta mirov deryayê jî lê zêde bike ji çar aliyan ve xwe derxistiye derve. Ber bi Rojava ve berhema belavbûna wê ya pêşî Misra Nîlê ye. Heye ku Misr pêşî weke kolonî, paşê jî serbixwebûyî bi pêş ketibe. Bêyî desteka derve, pêşketina şaristaniyeke mîna Misrê ya li cografyaye-ke çar aliyên wê girtî, îhtîmaleke kêm e. Ber bi Rojhilat ve belavbûna Sumeran li peravên Sindê jî rê li çêbûna Harappayê vekiriye. Heman helwesta me ji bo Harappayê jî di cih de ye. Bêyî desteka derve, Ha-rappa li çolê bi tenê dikarîbû bibûya mûcîziyek. Li Çînê jî bi salên 1500 B.Z. re hilatina qraltiya pêşî, mirov bi heman nêzîkatiyê rave bike, di cih de ye. Hînê di destpêka hilatina xwe de têkiliya navend-hawîrdorê di pêkanîna şaristaniya wê de xisleteke bingehîn e. Yek ji qadên girîng ên belavbûnê ber bi Rojhilat ve li Îrana îro, cîranê Sumeran şaristaniya Elam-Sûsê ya li Sûsîanayê bû. Belavbûna ber bi Bakur ve jî ji aliyê komên otantîk ên Mezopotamyayê û hêza binge-hîn a avakirina şoreşa neolîtîkê, Aryen-Hûrriyan ve di ser Babîl û Asûrên zêde ji navendê nedûr re, pêk hatiye.

Hûrriyên ku Sumer, Aqad (dema komên etnîk ên bi koka xwe Semîtîk), Babîl û Asûran timî hewl dida wan bikin kolonî mêtingeh, belkî jî berxwedana herî mezin a dîroka xwe li dijî vê şaristaniya navendî ya pêşî ya orjînal pêk anîye. Mirov dikare vê pêvajoyê di kevalên Sumeran de bibîne. Destana Gilgamêş bi xwe jî eşkere tîne ziman ku sefera pêşî ber bi daristanên bakur ve hatiye kirin. Jixwe Iraq-Ûrûq a hemdem ku hê dikele, dewama vê rêûresm û rastiyê, bi awayekî balkêş nîşan dide. Nakokiyên Kurdên bi koka xwe Hûrrî û Erebên bi koka xwe Semîtîk belkî jî xisletên xwe yên ji ‘Nebî Nûh’ mayî hê tînin ziman. Bi tenê tiştê guherî navend-hawîrdor, hegemon û teknîk e.

Hûrrî qebîleyên orjînal ên Kevana Bi Bereket in. Şoreşa cotkariyê hûrûkûr pêkanîne. Ji lewra xwediyê wê hêzê ne ku hem li ber xwe bidin hem jî şaristaniya xwe pêşde bibin. Bêyî ku hewcedarî navenda Sumer bibin, di salên 3000’î B.Z. de yekemîn navendên xwe yên bajaran ava kirine. Gelek daneyên arkeolojîk ên vê yekê piştrast dikin derketine ser rûyê erdê. Nexasim li nêzî Ûrfayê kevirên mezin ên abîdeyî yên beriya şoreşa neolîtîkê hatine danîn (Girê Navikê, 10000-8000 B.Z.), ji aliyê nîşandana koka şaristaniya vê deverê di cîhana zanistê de bi awayekî xurt holan da, hê dewam dike. Li gorî texmîna min a şexsî, koloniyên bi koka xwe Hûrrî cara pêşî li Mezopotamya Jêr a Sumeran bi cih bûn. Ji lewra mirov dikare ku împaratorî avakirina Hîtîtî û Mîtaniyên bi koka xwe Hûrî ji salên 1600’î B.Z. ve li Anatolya Navîn û li Başûr-Rojhilat, fêhm bike. Li van qadan îhtîmala pêşketina şaristaniyên din jî heye. Analîza abîdeyên li Girê Navikê dikare der barê şaristaniyên cuda de rê li ber fikrên nû veke. Belavbûna Sumeran bi rêya deryayê (Kendava Basrayê), li Ummana û Yemena îro û heta li Hebeşîstanê rê li avabûna koloniyên şaristaniyan vekiriye. Li Ummanê hebûna bajarekî herî kêm bi qasî mezin Harappayê tê zanîn.

Rêya duyemîn a derbaskirina pêxîrtengiyê ji aliyê Babîl û Asûran ve hat ceribandin. Babîliyan îndustrî û zanist pêşde birin, Asûriyan jî yekdestdariya bazirganiyê ava kir, bi vî awayî bê navber hewl dan şaristaniya Sumer ji pirsgirêkên giran rizgar û belav bikin. Babîl di zanist û îndustriyê de London, Parîs, Amsterdam û Venedîka rastî ya demê ye. Heta di dema xwe ya mezinbûn û bilindbûnê de ji New Yorka roja me ya îro hezar qatî bêtir xwedî navûdeng bû. Skender bêsedem nefesa xwe ya dawî li Babîla temirî neda. Saddam jî belkî qurbanê dawî yê trajîk ê eşqa Babîlê ye. Hê bi hezaran ên wisa hene ku di nivîsê de bi cih nabin. Ez dema hewl didim yekdestdariya bazirganiyê ya Asûrê analîz bikim, yekser yekdestdariyên bazirga-niyê yên Venedîk, Hollanda û Ingilîz têne bîra min. Yekdestdariyên bazirganiyê yên Asûr ên bi Fenîkiyan re belkî jî di dîrokê de bi rastî şîrketên herî afirîner û jêhatî bûn. Bêguman ji Asya Navîn (tê gotin li Çînê jî xuya kirine) heta bi Rojavayê Anatolyayê, ji Erebistanê heta bi peravên Deryareş tevna bazirganiyê (qarûmên navdar, ango cihên karê, karxane) danîn û xurt kirin. Ji sedî sed e ku Împaratoriya bazirganiyê ya herî mezin û pêşî damezrandine. Salên 2000-1600, 1600-1300 û 1300-600 B.Z. ev extepotê bazirganiyê ku xwe di sê deman de nîşan dide, di dîrokê de yekemîn e. Lê di bazirganiya xwe de ji bi sînor belavkirin û kûrkirina şaristaniya navendî ya Sumerê wêdetir ti nirxekî xwe yê çareserker nîne. Jixwe yekdestdarên bazirganiyê divê her tim rahib + esker + rêveber hevparê yekdest-dariya sereke bin. Lihevnekirina di nava wan de ji pevçûna li ser pargirtinê wêdetir naçe. Lê Asûr bi qasî hezar û pêncsed salî şaristaniya navendî ya Sumerê li ser pişta xwe hilgirt û ev divê ti carî piçûk neyê dîtin. Yek ji xelekên bi hêz ên zincîra şaristaniyê ye.

 

Ji ber ku Harappa, Umman, Hîtîtî, Mîtannî û Misr nebûn xwedî heman serketinê di nava xwe de bi hêsanî ji hev de ketin. Asûriyan bi riya Fenîke, Med-Persan û Hîtîtên Dereng bi rêya bazirganiyê bandor li şaristaniya Grek kirin û nabe were înkarkirin ku di de-wamkirina bênavber a şaristaniya navendî de bi rola diyarker ra-bûne. Yekdestdariya bazirganiyê pirsgirêkan çareser nake. Lê gelek berhemên şaristaniyê yên pêşveber (Fikir û bawerî jî di nava vê de ne) li her alî belav dike û ji bo bigihîje û demeke dirêj li ser piyan bimîne, derfet û îmkanê dide. Naxwe wê biketa rewşa Harappayê. Belkî jî dubareyên çend hezar salî di dîrokê de biqewimiya Lê dîsa jî yekdestdariya bazirganiyê yekdestdariya herî bêrehm a daneheva sermayeyê ye; divê mirov ji bîr neke ku nûnerên wê yên siyasî çawa ku di mînakê bircan de hat dîtin (ji keloxên mirovan kelhe û birc avakirin) ji kirinên herî zalim û xedar xwe paşve nadin. Ji vê jî zêdetir, cudahiya di navbera buhayên alavan de û cudahiya di nav-bera mal û mesrefa lêçûyî de bi kar tîne û bi keda herî kêm karê di-ke. Ev kara yekdestdariyên bazirganî dikin, xusûsek e ku baş tê za-nîn.

Em li vir behsa kirrîn û firotina metayên piçûk û bazirganiya wan a bi armanca serfkariyê û ne bi armanca karê ye, nakin. Divê timî di bîra me de be ku em behsa bazirganiya yekdestdariyê ya bi armanca karê dikin. Bi îhtîmaleke mezin bi sedema ku nikarîbû derkeve derveyî Harappayê û nikarîbû bazirganiyê pêşde bibe, Harappa hilweşiyaye. Tê zanîn, Xanedaniya Nû ya Misrê jî (1600-1000 B.Z.) ji ber ku nikarîbû ber bi derve fireh bibe û jênehat yekdestdariyê ava bike, bi pevçûnên navxweyî û êrîşên ji derve temiriye. Eger bi qasî Sumeran belav bibûyana belkî jî dinya me gelekî cuda bibûyana. Çînê hewce nedît ku ber bi derve fireh bibe. Belkî jî ew bi xwe têra xwe fireh bû. Eşkere ye ku şaristaniya navendî ya pêşî, bi teqandina bendên li pêşiya xwe pirsgirêkên giran ên rê li ber wan vekir û bi belavkirina wan a li dinyayê, karîbûye bigihîje qonaxeke cuda.

Fikirdar hene ku dibêjin, dibe ku di dîrokê de, di demên 1600-1200 B.Z. de şaristaniya Anatolya, Mezopotamya û Misrê cara pêşî gelekî ketin zikhev û bi vî awayî karektera hegemonîk a navendî gir-tin. Jêre serdema zêrîn a bajarbûn, bazirganî û arîstokrasiyê neyê gotin jî eşkere ye ku ew ji nişkê ve ji qonaxekê gihandine qonaxeke gelekî jor. Eşkere ye ku alîkariya belavbûna pirsgirêkê kiriye, di ti-mûtim cihguhertina hegemoniya navendî de rol girtiye û kiriye ku temenê wê dirêj bibe. Peymana Qadeşê ya navdar (1280 B.Z.) vê rastiya demê nîşan dide.

Pêxîrtengiya şaristaniya navendî salên 1200-800 B.Z. ket navê, kengî teknîka hesin ket pêşiya teknîka tûnc (3000-1000 B.Z.) sivik bû. Pêşketinên di teknîkên hilberîn û şer de timî cudahiyên demên xwe diafirînin. Bêguman a diyarker pêşketina civakî ye. Lê ev pêşke-tin ji nêz ve têkiliya xwe bi teknîkê re heye. Navenda hegemonîk cara pêşî ye ku derdikeve derveyî Mezopotamyayê. Gavên pêşî yên ber bi Rojava, Ewrûpayê ve têne avêtin. Di erdê re împaratoriya Med-Pers (600-330 B.Z.), di deryayê re jî Fenîkiyan (1200-330 B.Z.) ev gavên qonaxa derbasbûnê pêk tînin, avêtin. Ûrartû jî (850-600 B.Z.) bi roleke bi heman rengî rabûn. Pêxîrtengiya civakî bi tekno-lojiya hesin û rêyên bazirganiyê yên belavbûn û kirin bin ewlehiyê bi temamî derbas nebe jî, sivik bû û dewam kir. Rêyên bejî yên bazirganiyê yên împaratoriya Med-Pers (ya hegemoniya wê), pênga-va Fenîkiyan a li ser bazirganiya Deryaspî girîng e. Grekî demeke dirêj neçar weke kolonî û mêtingehên van herdu şaristaniyan man. Dîrok (dîroka navend Rojava), herçend şaristaniya Îonyayê orjînal bihesibîne jî lêkolînên rastî nîşan didin ku her tiştê xwe ji belavbûna van herdu şaristaniyan girtiye. Wexta em li bandora Med-Pers û Fenîkeyê bandora Misr, Babîl û Girîtê jî zêde bikin, em ê bibînin ku şaristaniya navdar a Grek bi giranî ji derve hatiye û ev rastiyeke înkara wê nabe.

Bêguman mirov nikare senteza Grek-Îonyayê piçûk bibîne. Lê eş-kere ye ku orjînal nîne. Jixwe ti şaristanî orjînal nîne. Tevahiya wan nirxên civaka neolîtîk yan bi desteserkirinê yan jî bi yekdestdariya bazirganiyê û bi pirranî jî bi xebitandina herdu rêbazan di zikhev de bi devşîrmekirina nirxên civaka neolîtîkê xwe ava kirine. Dibe ku veguherandibin û sentezên nû afirandibin. Lê çawa ku Gordon Chil-de jî diyar dike, vedîtinên teknîkî yên civaka neolîtîk di dema 6000-4000 B.Z. de li kevana Toros-Zagrosê, xwedî wê giraniyê ne ku bi ve-dîtinên piştî sedsala 16. yên Ewrûpayê re dikarin bêne muqayese-kirin. Şaristaniya navendî pêşî ji salên 4000’î B.Z. ve bi pêşdeçûna bajarê Ûrûkê re li dora vê teknîkê tê avakirin. Mijara bingehîn a şerê navbera Xweda Enkî û Xwedawend Înannayê Me’yên ji wê dizîne (Tê maneya vedîtinên teknîkî). Li vir têkiliya di navbera serdestiya mêr a bi şaristaniyê re bi pêş dikeve û serdestiya teknolojiyê de tê destnîşankirin. Ev mînak bi xwe jî nîşan dide ka qîmeteke çendîn mezin a hînkirinê ya mîtolojiya Sumer heye. Jixwe zimanê demê bi mîtolojiyê barkirî ye. Hemin wê weke zimanê roja me ya îro neyê bi karanîn.

 

Şaristaniya Grek-Îonya ya li herdu peravên Egeyê pêşde diçe, bêguman di nava xelekên zincîra dîrokî de xelekeke girîng e. Di pêşketina civakî de pêngaveke mezin e. Hem di qada zêhnî hem jî di qada pratîkî de alîkariyên xwe gelek hene. Mîrateya di çûnûhatina deryayê de ya ji Fenîkeyiyan girtî, gelekî pêşde biriye. Li peravên Ewrûpayê xwe li avakirina koloniyên berfireh rakişandiye. Dîsa teknîka nivîsê bi saya mîrateya Fenîkeyiyan pêşde biriye, di alfabeya roja me ya îro de xwediyê pareke girîng e. Di tevahiya zanistên de-mê yên têne zanîn de rê li pêşketinên şoreşgerane vekiriye. Di fesle-feyê de tam şoreşek pêk hatiye. Bi xwedayên Olymposê nuqteya da-wî li dema xwedayên Sumeran daniye. Bi Homeros rêûresma Des-tana Gilgamêş derxistiye asta herî bilind. Di warê şano, mîmarî, mu-zîk û wekî din de rê li pêşketinên şoreşane vekiriye. Bajarên bi hey-bet hatine avakirin. Di teknîka avahiyên perestgeh, qesr, şano, stad-yûm û meclîsan de guhertinên pêkanîn qîmeta xwe ya klasîk hê jî diparêzin. Mirov nikare pêngava wê ya hilberîn û bazirganiyê piçûk bibîne. Pêşketinên îndustriyel jî girîng in. Di qada polîtîk de mînakên demokrasiyê yên bibin malê dîrokê, pêşkêş kirine. Di çarçoveya şaristaniyê de be jî piştrast kiriye ku demokrasî ji şêweyên din ên rêveberiyê serdestir e.

Lê tevî van tespîtan hemûyan, rastiyek heye naguhere, ew jî ew e, qonaxa şaristaniya Grek-Îonyayê xelekeke sîstema şaristaniya navendî ya bi Sumeran destpêkirî ye; berevajî ev tespît vê yekê pişt-rast dikin.

Wexta ku em di çarçoveya mijara xwe de li şaristaniya Grekê bi-nêrin, em dibînin rola wê ya di çareserkirina pirsgirêkan de, ya rastî para wê ya di pêşdebirina pirsgirêkan de, bi hêsanî em dikarin bibê-jin ti cudahiya wê ya bi kok ji şaristaniyên din nîne. Di serî de de-mokrasiya Atînayê, bi tevahî pêşketinên wê rê li wan vekir, nîşan didin ku wê pirsgirêkên şaristaniya navendî çareser nekirine bere-vajî ew girantir kirine. Eger em van rêz bikin:

Êsîrtiya jinê têra xwe hatiye kûrkirin. Jin ne bi tenê li malê zaro-kan tîne û weke koleya bi barên herî giran radibe xizmetê ji mêr re dike; tevlîbûna wê ya polîtîka, spor, zanist û rêveberiyê qedexe ye. Jinê dibezînin tevahiya karên giran ên hilberînê. Eflatûn di wê fikrê de ye ku jiyana bi jinê re wê zirarê bide esilzadetiya mêr. Ji ber vê sedemê homoseks zêde bûye. Li derveyî jinê jî koletî gelekî pirr û belav bûye. Cara pêşî hejmareke zêde ya koleyan derdikeve holê. Saziya eskeriya bi mûçeyan tê vedîtin. Ne bi tenê alavan, koleyan jî difiroşin derve. Li beramberî vê, çîneke efendiyan a herî kurtêlxur çêbû. Têgîna arîstokrasiyê pêk tê. Qada civakî bi hêmanên civakî yên kurtêlxur tijî bûne. Beşên herî nêzî çîna bûrjûwayê berhemên şaristaniya Grek in. Bi kurtî, li pirsgirêkên qada civakî, yên nû zêde bûne û yên kevin jî bi awayekî hê zêdetir giranbûyî dewam kirine.

Di pêşketina avakirina bajar de bûne xwedî heybetekê, bajar şê-weyekî avahiyê yê organîk bi dest xistiye. Lê ev pêşketin di berdêla girankirina pirsgirêkên civakî de pêk anîne. Avahiyên zîggûrat û piramîdan mîna ku veqetiyane parçeyan û di bejna çiyan de dubare bûne. Çawa ku qonaxa yekemîn a bajaran ji avahiyên perestgehan û qetên bi ser ve pêk hatibe, qonaxa duyemîn jî bi kelheyên hundir û bircên yekemîn û duyemîn ên qûntara wan hatibe temsîlkirin, di qonaxa sêyemîn de ev dabeş têne rakirin û qetên nû bi ser ve têne kirin û bi vî awayî dewlemendî û heybeta mekanî tê bidestxistin. Bi mezinbûna yekdestdariyê re parelel, pêşketinek heye. Bi vê pirs-girêk çareser nabin, bêtir têne mezinkirin. Artêşa koleyan ji berê qatbiqat bihurî ye. Wekî din jî koleyên bêkar pêk hatine. Cara pêşî ye ku mirov xwe evçend di rewşeke bêqîmet de dibînin. Ji vê girantir pirsgirêka civakî nabe. Sîstema bêkaran biafirîne ya herî xedar û zalim e.

Mirov mezinbûneke bi heman rengî li cem amûrên desthilatdarî û dewletê jî dikare bibîne. Desthilatdariyê ji qatên jor ber bi qatên jêr ve dagirkeriya xwe mezin kiriye. Zêdegaviya dewletê ya di fetisandina polîtîkayê û hukimkirina civakê de pêşde çûye. Bruk-rasiya dewletê pêk hatiye. Çîna eskerî cihêwaziya xwe daye qebûl-kirin. Bi awayekî giştî, otorîteya desthilatdariyê ya li ser jin, zarok, ciwan, kole, gundî û zenaetkaran ên di nava civakê de zêde bûye. Aliyê herî xemgîn ê demokrasiya Atînayê ew e, bi awayekî pirr eşke-re xilasbûna polîtîkayê li hemberî dewletê raxistiye pêş çavan. Rêûresma demokratîk civakî di mînaka Atînayê de mîna ku bi destê arîstokratan nefesa xwe ya dawî daye. Bi herhalî dersa herî girîng a divê em ji demokrasiya Atînayê bigirin, ev e.

Yekdestdariya şaristaniya Romayê (750 B.Z.-500 P.Z.) di çarço-veya dewama rêûresma Îonya û yekparebûna wê ya hundir de ye. Fena mînakên ji nîvgiravekê veguhestine yeka din. Xusûsa herî gi-rîng a mirov dikare bibêje, eger Grekî dema zarokatî û ciwantiya vê şaristaniyê bin, Roma jî dema stewîn û kaltiyê wê ye. Cara pêşî zanîbûn ku yên ji Rojhilat girtine li dijî Rojhilat bi serdestbûnê bi şêwazekî dawerivînin hinavê xwe û sentez bikin. Serketina Romayê ew e, di berdêla beşekî Ewrûpayê bi awayekî bêrehm dagir bibe û were kolonînkirin, karîbû tevlî şaristaniyê bike. Ji bilî vê, Roma ji her alî ve pîvanên zêde mezinbûyî yên Grekê îfade dike. Ji aliyê bajar, çîn û desthilatdariyê ve gelekî mezin bûye. Ji qraliyeta arîstokratîk ber bi komarê ve, ji wir ve jî xwe gihandiye împaratoriya di dîrokê de herî bi hêz û berfireh. Şêwazê jiyanê yê Romayê li her deverê bûye mode. Arîstokrasiya wê, mîna modernîteya me ya îro (bûrjûwayê), hêza diyarker a hemdemiyê ye. Arîstokratiya kurtêlxur û proleteriya lumpen (sûte-tolaz) sembola pirsgirêkên harbûyî û bitirbûyî yê Romayê ye.

Mirov ji dema Romayê re dikare bibêje ew dem e ku pirsgirêka civakî derketiye asta herî jor. Di vê de tiştekî mirov matmayî bihêle nîne. Di navbera yekdestdariya şaristaniya navendî ya kumulatîf mezin dibe û pirsgirêkên binyewî yên wê rê lê vekirî û mezinbûyî de, têkiliyeke yekser heye. Partiya Xiristiyantiyê ya xizanan û qebîle-yên barbar bû, tevî cezakirinên xeternak ên Romayê (li çarmîxê xistin, avêtina ber şêran a mirovan, mîna Qartacayê bi erdê re kirina yek a bajaran, û hwd.) weke lehiyê bi ser Romayê de diçûn. Ev dihat wê maneyê ku pirsgirêk mîna hêzeke fizîkî (ya rastî ruhê azadiyê) benda li pêşiya xwe diteqand, radikir. Eşkere ye ku barbarê rastî Roma ye, û hilweşîna wê ji ber pirsgirêkên civakî bû ku wê hem ji derve û hem jî ji hundir ve weke dêwan mezinkiribûn. Di şexsê Romayê de bi tenê bajar, desthilatdarî û arîstokrasiya Romayê xira nebûye. Xirabûna Romayê di heman demê de xirabûna Sîstema Dinyayê ye ku bi çîroka bajarê Ûrûkê, serhatiya şaristaniyê destpê dike û xwedî karektera navend-hawîrdor, reqabet-hegemoniya, bilindbûn-daketinê ye. Pirsgirêkên ku dijbertiya civakê ya sîstemê di rû û şexsê Romayê de bû sedema wan û berxwedanên hundir û yên derve yên li dijî sîstemê, dawî li demeke herî barbar a sîstemê anîn.

b-        Di pirsgirêka civakî de duyemîn qonaxa mezin, mirov dikare di navbera dema ji hilweşîna Romayê heta bi bilindbûna Amster-damê de bi cih bike: ango dema ji salên 500 P.Z. heta bi 1500’î de-wam dike. Xisleta wê ya diyar ew e, dînên Brahîmî yên weke peya-mên çareseriyê derketine holê mohra xwe li demê xistine. Dînên Brahîmî li şûna ku bibin çareserî hê bêtir rê li ber pirsgirêkên civakî vekirin û ev yek dike ku mirov bi girîngî li ser wan rawest e.

Dema ez ji bo peyama civakî ya dînên Brahîmî ji hev derxim po-nijîm, min dît avahiya maddî ya bi pirsgirêk a sîstema şaristaniya navendî vediguhere avahiya manewî ya bi pirsgirêk. Bi gotineke din, pirsgirêkên çanda maddî weke pirsgirêkên çanda manewî holanan dide. Pirtûkên Pîroz eşkere dinivîsînin ku Hz. Brahîm ji ber zilma nûnerê Babîlê yê li Ûrfayê Nemrût (rêveberê bajêr), ango pirsgirê-kên giran ên rê li wan vekiriye direve yan jî hîcret dike. Heta xelasi-ya wî ya ji şewitandinê bi mûcîzeyên îlahî tê vegotin. Weke sedema vê yekê, gera wî ya li xwedayekî nû weke nîşaneke sereke tê pêşkêş-kirin. Mirov dikare gera li xwedayekî nû weke gera li rêveberiyeke nû jî tercume bike. Vegotin û serhatî, ji me re gelek xisletên din yên avahiya wê demê ya bi pirsgirêkên giran barkirî, pêşkêş dike. Dem nêzî salên 1700’î B.Z. tê texmînkirin. Brahîm ji şaristaniya bi koka xwe Mezopotamyayî hîcretî şaristaniya bi koka xwe Misrî dike. Ev tê wê maneyê ku di navbera herdu şaristaniyan de rê vekiriye. Belkî jî ji xwe re li stargeh û hevgirtiyan digere. Jiyana li welatê Kenanê (Îsraîl, Filistîna îro) vê tezê piştrast dike. Weke malbatekê ji qebîleyeke piçûk vediqete. Li Kenanê dibe qebîleyeke nû. Neviyê wî Yûsiv weke koleyekî tê firotinî Misrê. Yûsiv bi jêhatbûn û qabîliyetên xwe di qesra firewn de heta bi mertebeya wezîrtiyê bilind dibe. Di vê de rola jinên qesrê girîng e. Di dîroka Ibraniyan de jin timî bi rola girîng radibe.

Li Misrê qebîleyeke Ibrî pêk tê. Lê di rewşa nîv-koleyan de ye. Ji vê gelekî ne biste û bêzar in. Mîna ku firewn şûna nemrûd girtibe. Dixwazin ji wî jî xilas bibin. Pêşengiya hîcretê vê carê wê Mûsa bike. Dîrok nêzî 1300’î B.Z. ye. Di Pirtûka Pîroz de ev gavavêtin û derketin bi mûcîzeyan barkirî ye. Dişibe gavavêtin û derketina Brahîm. Veger dîsa ber bi welatê Kenan e. Li gorî Misrê welatê Kenan mîna ‘cenneta soza wê hatiye dayîn’ e. Xwedayê lê digerin li Çiyayê Sînayê (Torê Sîna), bi Deh Fermanên zelal û vebirrî bang li qebîleyê dike. Deh Ferman bernameya siyasî û rêzikên rêxistinbûnê ne, û ya rastî qebîle di encama ezmûn û tecrûbeyên xwe yên demeke dirêj de gihiştibû wan. Qebîle ji sedî sed dînên Nemrûd û Firewnan diteri-kîne û dînê xwe yê etnîk (bername û fikra xwe ya dinyayê) dadimez-rîne. Pirtûka Pîroz bi dengekî xwedayî dûrûdirêj qala pêvajoyên piştre dike. Li pêşberî me êdî ne çîrokên mîtolojîk ên mîna li Sumer û Misrê, belê rêzikên dînî yên vebirrî rast (Ortodoks) hene.

Di dîroka dînan de ev rewş tê maneya şoreşa mezin. Li gorî dema xwe tê maneya şoreşa fikra mezin. Lêkolîn nîşan didin ku rêûresma Ibrî yek ji çavkaniyên bîr û hafizeyê yên herî pêşketî yên Rojhilata Navîn e. Qinyeta min a şexsî ew e, Ibraniyan bi xwe, mîtolojiya Sumer û Misrê bi şêweyê ‘dîn’ veguherandine vegotinê (retorîk). Tevahiya pêvajoyên dîrokê ji çavkaniyên Zerdeşt, Babîl (nexasim di dema mişextiya 596 B.Z. de), Fenîke, Hûrrî û Grekan li vê vegotinê zêde kir û Pirtûka Pîroz (Tewrat) pêşde birin. Divê neyê jibîrkirin ku Pirtûka Pîroz cara pêşî di dema 700-600 B.Z. de hatiye berhevkirin, tomarkirin. Beriya wê ti çavkaniyeke nivîskî nîne. Ez vê xusûsê divê bi girîngî diyar bikim: Cihû tevahiya dîrokê bi tenê SERMAYE û PERE nadin hev, berhev nakin; bi awayekî herî jêhatî ÎDEOLOJÎ û ZANIST-ZANÎNÊ jî berhev dikin, kom dikin. Bêhêzbûna xwe ya ji aliyê hejmarê ve bi van du danehevên stratejîk li nava dinyayê vedi-guherînin hêzê. Etnîsîteya Cihû (berê qebîle, roja me ya îro netewe) ne bi tenê di roja me ya îro de, tevahiya dîrokê bi saya van herdu danehevan timî li peravên desthilatdariyê û mertebeyên stratejîk karîbû bibe xwediyê jiyaneke payeberz. Lê pirsgirêkên xeternak û felaketên bi serê wan de jî hatin ji nêz ve bi van rastiyan re têkildar in. Bêguman, em sermaye û zanînê hêz-desthilatdarî û desthilatda-riyê jî weke yekdestdariya sermaye û zanînê di xwendina dîrok û aktualîteyê de timî bikin rêbaz, wê pirsgirêka civakî hê zêdetir bi awayekî zelal û rastî were fêhmkirin. Ez ê zêdetir di beşê Şaristaniya Demokratîk de bînim ziman ka dînên Brahîmî di pirsgirêkên mezin ên civaka dîrokî de çareserker bûne, ji lewra ez ê li vir bi kurtî hûrbikolim bê ka zêdetir çiqasî rê li pirsgirêkên civakî dîrokî yên tevlîhev vekirine.

Ahdî Atîk (navê din ê Pirtûka Pîroz e) piştî Mûsa bi şêweyê rêber, rahib (Levîliyan), pêxember-hukimdaran, pêxemberan û nivîskaran rêz dike, diçe. Hê piştre jî mirov dikare beşê ronakbîr û zanyaran (bi navên bi vî rengî) lê zêde bike. Wer tê fêhmkirin ku ji tevahiya zanyartiyên çavkaniya xwe mîtolojiyên Sumer û Misrê re (vedîtinên rahiban) pêxembertî tê gotin. Ahdî Atîk bi vî awayî tê şîrovekirin. Wezîfeya bingehîn a pêxemberan ew e, ji pirsgirêkên civakî yên mis-lê wan nedîtî yên yekdestdariya şaristaniyê pêkanîne, çareser bikin. Daneheva sermaye-berhemê zêde bi darê zorê yê eskerî û bi xebata bi darê zorê tê bi destxistin, eger em vê timî li ber çavan bigirin, ketina serhev a pirsgirêkên bûne mîna çiyan, wê baş bê fêhmkirin. Ji ber vê rastiyê, di nava beşên civakê de ku bi pirsgirêkên giran dixe-niqin, pêxemberî weke bersivekê holan dide û derdikeve holê. Eger em li wesfê sazîbûnê bi vî rengî serwext bibin, ev yek wê xwendina me ya dîrokê zelaltir bike.

Bernameya siyasî û îdeolojîk a Mûsa, piştî mirina wî bi sêsed salan nêzî salên 1000’î B.Z. di bin hukimdariya pêxember SAUL-DAWID-SILÊMAN de rê li dewleteke hûrik vekir. Piştî ku ewqasî ji bo ewçend pirsgirêkên giran ên civakî têkoşiyan, di dawiyê de amû-rê çareseriyê yê dîtin ji amûrê desthilatdarî û dewletê wêdetir ti amûr nebû. Gelekî eşkere ye ku ev dewlet ji dewleta Atînayê demok-ratîktir nîne. Dîsa eşkere ye ku ev dewlet li gorî rêûresma dewletê ya Misr û Babîl-Asûrê ya ku ew demeke dirêj di nava wê de man, gelekî qels û bêçareserî ye. Baş e, di rêûresma Brahîmî de çima ewqasî li ser dewletê tê sekinîn? Ji ber ku vedîtineke pêxemberan e, ji ber wê. Ji endamên xwe re ‘erdên weke cennetê soza wan hatiye dayîn’ diyarî dike.

Tê zanîn ku dewleta Cihû ya pêşî piştî demeke kin di encama dagirkerî û pevçûnên li ser desthilatdariyê de hilweşiya (Pevçûnên kur û neviyên Dawid û Silêman, gefxwarinên Asûrê û dagirkeriya wê). Gelekî dişibe Îsraîla piştî sê hezar salan li heman şûna wê hatiye damezrandin. Lê dîsa jî divê mirov girîngiyê bi vê avakirina pêxemberan bide. Bandora wê tevahiya dîrokê ji ser desthilat-dariyên şaristaniya navendî ti demê kêm nebû. Nexasim bi rêya îdeolojîk û sermayeya pereyî gelekî bi bandor bûye.

Rêûresma Hz. Îsa dibe duyemîn dînê girîng ê Brahîmî. Ji guloka pirsgirêkan re ku dagirkeriya Romayê bûye sedema wan, pêşkêş-kirina peyamekê ye. Navekî din ê Îsa Mesîh e, ango Xelaskar e. Ev ekola salên miladî bi xwe dide destpêkirin, weke partiya pêşî ya ekumenîk (gerdûnî) a beşên xizan û proleterên lumpen ên Romayê were binavkirin, di cih de ye. Ji karektera milîtan a Tevgera Mûsa dûr e. Mirov dikare bibêje ji beşê jêr ê qebîleya Ibrî derketiye. Di rewşekê de ku qebîleyê jêhatîbûna xwe ya di warê çareseriyê de ji dest daye, çînîbûn, bajarbûn û desthilatdarbûnê nirxên kominî têra xwe kurmî kirine, weke berhemê şert û mercên berbiçav derketiye holê. Rengê xwe yê çînî û gerdûnî ji van şert û mercan digire. Di wê demê de jihevdeketinên bi heman rengî yên qebîle û qewman li Rojhilatê Derya Spî bi lez dibin. Grek, Asûr-Babîl û herî dawî tevgera kolonî ya Romayê gelek qebîle, bêkar û girseyên xizanan li naverastê birçî û bêcihwar hiştin. Pirr zêde gera li xelaskar û xwe-diyekî heye. Eşkere ye ku Tevgera Îsa îfadeyeke kolektîf a van lêgerînan e. Jixwe ji xwe re ‘Peyam’ dibêje. Ahdî-Atîk weke Ahdî-Ce-dîd (Încîl) tê nûkirin. Ziman û çanda şaristaniya demê Asûr-Aramî, Babîl-Keldanî, Grek-Helenî û Cihû-Ibranî ye. Latîniya Romayê hê nû çêdibe. Tê gotin, zimanê Îsa Aramî ye. Helenî, di dema Helenîstîk de li herêmê gelekî belav bûye. Aramî hezar sal e ku li herêmê zimanê çand û bazirganiyê ye. Helenî jî van xisletên xwe paşê bi dest dixe. Ibrî jî wer tê fêhmkirin ku zimanê metnên pîroz e. Latînî hê nû weke zimanê rêveberiya nû cih dibîne.

Em hê li şopên erebî rast nayên. Em dibînin di nava qebîleyên çolê de pêşketî ye, li Nîvgirava Erebistanê bi bajarbûnê re vedigu-here zimanê şaristaniyê. Dagirkirina wî ya herêmê wê bi Şoreşa Islamê pêk bê. Tevî ku em li şopên zaravayên Farisî rast tên jî ew rewşa xwe ya pêşketî li sîstema çiyayên Toros-Zagrosê û navenda şaristaniya Pers-Sasanî dijîn. Herweha di serî de Sumerî û Qibtiya Misrê, gelek çand û ziman hene bi bandora şaristaniya navendî ji hev de dikevin û ji holê radibin. Zimanê Ermenî jî her diçe bandorê li herêmê dike.

Li herêmê du desthilatdariyên hegemonîk hene, yek çavkaniya xwe Rojhilat a din jî Rojava ye; împaratoriya navend Îtalya-Roma, împaratoriya Sasanî ya navend Îran-Qafqas e. Xwelihevrakişandina wan bi tevahiya leza xwe dewam dike. Şaristaniya sê hezar salî ya navend Mezopotamya cara pêşî ye ku derketiye derveyî herêmê û di navbera herdu şaristaniyên mezin ên hegemonîk de parvekirî mîrateya xwe dewam dike. Şerên di navbera wan de bi xwe li ser mîrateya şaristaniya Mezopotamyayê ye, û gelekî dijwar e. Belkî jî di dîrokê de têkoşîna hegemoniyayê ya herî domdar û zêde di vê demê de pêk hatiye. Mirov dikare Skender û piştî wî, weke raûnda pêşî ya vî şerî şîrove bike. Ji bo navenda şaristaniyê bikeve destê Rojavayê hê gelek zeman heye. Lê dîsa jî eşkere ye ku ji bo vê gavên destpêkê têne avêtin.

Di Împaratoriya Romayê de felsefeya Grek, di Împaratoriya Pers-Sasanî de jî doktrîna Zerdeşt (zêdetir sekuler û exlaqî ye) em dibînin ku ji pirsgirêkên çavkaniya xwe yekdestdariyên herdu şaristaniyan in, nikarin bibin çareserî. Jixwe rastiya şer çaresernebûnê destnîşan dike. Derfet û îmkanên nirxê zêde yê bi sînor mayî, dihêle ku yekdestdariyên ji aliyê hejmar û naverokê ve mezin û pirr dibin şer weke rêbaza herî baş a danehevê bibînin. Di dîroka şaristaniyan de şer bi awayekî amûrên daneheva sermaye û desthilatdariyê ne. Ango ti têkiliya wan bi çîrokên qehremaniyê re yên bûne efsane, nîne. Ev, di vê xebatê de dikeve aliyê propagandayê. Bi terîfa xwe ya herî manedar, şerên roja me ya îro jî di navê de, di tehlîla dawî de eşkere ye ku şer amûrê destguhertina sermaye û desthilatdariyê ye. Ji lewra wexta ku em ê dîrokê bixwînin, a divê ti carî neyê ji bîrkirin ew e, di navenda hêza herî bingehîn a hilberînê û têkiliyên wê de rol digire. Bêguman şerên bergirî û parastinê hene, armanca wan erdên di dest de, têkilî û hêzên din ên hilberînê, azadiyê, bi kurtî nasname-ya civakê, ji bo vê jî avahiya polîtîk û exlaqî û eger hebe demokrasi-ya wê diparêze. Ji vê rastiyê rewabûna xwe digire.

Gelek caran tê gotin, şerên yekdestdariyê di dîroka şaristaniyê de bi erka motorekê rabûne. Ev, ji aliyê ku rê li ber teknolojiyeke jêha-tîtir û nûbûnên rêxistinî-çalakî vekirine, rast e. Lê divê mirov zanibe ku ew bi xwe fenomenên herî li derveyî civakê, heta li derveyî xwezayê ne, û ji hovîtiyê jî wêdetir in. Dîsa jî ji ber ku amûrê yek-destdariyê ne, çavkaniya xwe civak in. Lê ji bo ku civakê ji civakbûnê derxin, van çavkaniyan diqedînin.

“Eger li aliyekî rûyê te dan, aliyê din jî bizîvirîne bila lê bidin” ev gotin li ser navê Hz. Îsa tê gotin. Bêguman ji bo wê demê gera mezin a li aştiyê îfade dike. Hay jê heye, şer çiqasî hilberînê diqedîne, aştî jî ewqasî tê maneya hilberînê. Di wê demê de tê zanîn feqîrî û bêka-riya zêde ji ber şeran e ku ne serê wan ne jî dawiya wan heye. Lew-ma aştiyê mohr û daxa xwe kûr li Tevgera Îsewî xistiye. Tevger ê bi qasî sêsed salan van xisletên xwe biparêze. Her devera pêgeha Ro-mayê û heta Sasaniyan pêketiye diçin û mîna avê diçizirin wan de-veran. Bandora xwe heta bi Çîn û Hindê dike. Di wê demê de tev-gerên bi heman karekterê yên derketî hene. Yek ji wan tevgera Manîheîst e ku zêdetir navenda xwe Sasanî ye. Mirov divê bi girîngî behsa vê tevgerê bike. Hz. Manî bi xwe dibêje “Ez ê heta bi Romayê biçim , aştiyê bi Sasaniyan re pêk bînim.” Manîtî ji Îsewîtî û Zerdeş-tiyê têkel pêkhatiye, lê xwedî rengên hê hûrûkûr e. Eger ev doktrîn ji aliyê hukimdarên zalim ên Sasaniyan ve nehatibûya pelixandin belkî jî rê li ber Ronesanseke nû ya Rojhilata Navîn vekiribûya.

Di avakirina Konstantînopolîsê (Stenbol) de payeya dînê fermî dan Xiristiyantiyê (mirov jêre bibêje mezhebekî vî navê bû giştî, duristir e), ji vê demê û pêve (325 P.Z.) bi lez bû îdeolojiya fermî ya Rojhilat û Rojavayê Romayê. Dîroka Xiristiyantiyê mijara me nîne. Aliyê wê yê bi mijara me re têkildar, pêwendiya wê bi pirsgirêka civakî û yekdestdariyên desthilatdariyê ye. Eşkere ye ku çawa orjînala Tevgera Mûsewî bi dewletê bi encam bû, versiyona wê ya duyemîn Tevgera Îsewî jî, qet nebe ekola wê ya pirraniyê, bi desthilatdarî-dewletê bi encam bû. Bi tenê îdeolojiya fermî ya Bîzan-sê nîne; bi xwe li Romayê salên 1000’î P.Z. dewleteke bi hêz e. Ji vê jî zêdetir, tevahiya çavkaniya bi hezaran amûrên civakê û zêdetir çavkaniya amûrên desthilatdariyê yên bi hêz û berfireh e. Belkî jî dewlet îfadeya wê ya herî fermî û sembolîk e.

Xwelihevrakişandinên navxweyî yên Xiristiyaniyê, pevçûnên Qatolîk û Ortodoksan, mezhebbûnên din ên navdar ji aliyê mijara me ve bi tenê gelek pirsgirêkbûna wan nîşan bide, xwedî mane ye. Armanca xwe ew bû, bibe dînê aştiyê, lê bi qasî ku mirovan biavêje êgir û bişewitîne bû şerûd, ev yek jî mohra şaristaniya navendî ya li ser piştrast dike. Ji îdeolojiyên şer ên bi koka xwe mîtolojîk zêdetir rê li şer vekir, gelo ev yek ê çawa were ravekirin? Li Rojhilat bi Îslamê re Şerê Xaçperestiyê, li Ewrûpayê berê şerê li dijî dînên qebîleyan û cadûyan, piştre şerên dijwar ên mezheban ên navxweyî û bi rola xwe ya di şerên mêtingehan ên li Emerîka, Efrîka, Awûstûralya û Rojhilatê Asyayê de Xiristiyantî bi temamî derketiye derveyî armanca xwe. Qewmên pêşî bûn Xiristiyan Asûrî, Ermenî, Keldanî û Helenên Anatolyayê ji bo ku ji pirsgirêkên wan ên giran re bibe çare, xwe bi dînê Xiristiyantiyê girtin, lê bûn qurbanê têkiliya Xiristiyantiyê bi şaristaniya navendî re. Xiristiyantiya bi awayekî milliyetgirî şîrove dikirin, ew bi awayekî bi lez bi yekdestdariyên desthilatdariyên qewmên din re anî beramberî hev. Xiristiyantiya Rojava (di berdêla ji destdayîna peyama xwe ya cewherî) dibû desthilatdar û serketin bi dest dixist. Xiristiyantiya Rojhilat û Ana-tolyayê ji aliyê hêzên maskeya versiyona rêûresma pêşî ya dînê Brahîmî Musewîtiyê û versiyona sêyemîn Îslamê xistibûn rûyê xwe, hatin pelixandin, dîsa bi awayekî ji aliyê milliyetgiriyan ve (Ereb, Tirk, Kurd) hatin tesfiyekirin. Mînakên balkêş ên em li vir rûbirûyî wan dibin, nîşan didin ku pirsgirêka civakî çawa tê mezinkirin.

Ez divê teza xwe careke din dubare bikim: Rêûresma Brahîmî, her weha Xiristiyantî jî temsîlkirina çanda manewî îfade dikin ku çanda maddî ya şaristaniya navendî nîşan didin. Ya rastî, bi awayê xuya dike, armanca wê çareserkirina pirsgirêkên civakî yên giran e ku vê çanda maddî ango yekdestdariyê rê li wan vekiriye: Çawa ku sosyalîzma pêkhatî (sosyalîzma zanistî) ji bo çareserkirina pirsgi-rêkên çavkaniya xwe kapîtalîzm, bû namzet. Lê ji ber qalibên jiyan û zanista wan, nikarîbûn ji qalibên modernîteya serdema pêwendîdar bibihurin, di encamê de dibin versiyoneke nû ya şaristaniya navendî ango yan dibe hegemoneke wê yan jî dibe hêzeke qels a bi ser wê ve. Yên di doza xwe de heta dawiyê radîkal û durist man jî herçiqas mîrateyeke girîng li dawiya xwe hiştin jî nikarîbûn xwe ji tesfiyekirinê rizgar bikin. Ji ber vê sedemê, ez rêrûresma Brahîmî timî dişibînim tevgera sosyal demokrasiyê. Çawa ku sosyal demok-rasî ji pirsgirêkên giran ên şaristaniya kapîtalîst rê li wan vekiriye, ji bûna rêçeteyeke pansûmanê wêdetir neçûye, dînên Brahîmî jî bi rola xwe ya di pêvajoya dirêj a dîrokî û hê gerdûnî de ji pirsgirêkên şaristaniya navendî yên gelek êş dan, birçî û bêkar hiştin, weke çareserî ji hin hewldanên reformê wêdetir nikarîbûn biçin. Di encamê de ew bi xwe jî neçar bûn pirsgirêk û nikarîbûn ji vê aqû-betê xilas bibin. Xeta rêûresma Brahîmî weke bernameyeke siyasî û îdeolojîk, divê mirov wê baş analîz bike, ji hev derxîne. Ji ber ku ji bo fêhmkirina tevahiya sîstema dinya kapîtalîst ev hewldan gelekî girîng e. Hem ji bo ku mirov Sîstema Dinyayê ya I. Wallterstein bi sîstema şaristaniya navendî ya pênc hezar salî ve girê bide, hem jî ji bo fêmkirina jihevdeketina ji hundir a sosyalîzma pêkhatî, ev hewldanên çareseriyê gelekî girîng in.

Weke dîn sêyemîn versiyona girîng a rêûresma Brahîmî Îslam e. Wexta em vê versiyonê analîz bikin, cewherê di binya wê de wê baştir bê fêhmkirin. Ji aliyê xebat siyasî û îdeolojîk ve Îslam jêhatîtir e. Ez wexta li ser Hz. Muhammed diponijim, ez timî hewl didim wî weke nûnerê herî mezin û dawî yê wan rahibên pêşî yên Sumeran ên têgînên xwedayî ava kirin, şîrove bikim. Rahibên Sumeran wexta têgînên herî pêşketî yên demê ava dikirin, li pişt wan rêûresmên herî pêşketî yên mîtolojîk-dînî yên wê demê hebûn. Divê mirov baş zanibe ku Hz. Muhammed jî agahiyên mîtolojî û dînî yên di zeman û mekanê xwe de, heta agahiyên zanist û felsefeyê bi sînor be jî dawerivandiye hinavê xwe. Bi qasî sîstemên qebîleyan, ji du hegemonên global ên li ber serê xwe ango Împaratoriyên Bîzans û Sasanî jî pirr hindik şaristanî jî nas dikir. Karîbû teşxîs bike ku pirsgirêkên giran ên civakê çavkaniya xwe herdu sîstem in. Haya wî ji bandora qebîlegiriya ereb a civakê dirizîne hebû û ji vê jî wêdetir, ji nêz ve dîtibû ka avahiya mêtinkar û zordest a yekdestdariyên desthilatdariyên Bîzans û Sasanî çawa civakê belav dikin û nikarin pêşde bibin. Ji lewra mirov dikare fêhm bike ka çima hewl daye bi awayekî radîkal ji herdu sîsteman qut bibe. Ew jî weke Îsa, bêtir nêzî tebeqeyên jêr e. Kole û jinan nêzî xwe dibîne û ji vê fikaran nake. Tevî ku ji komên Mûsewî û Suyanî yên li ber serê wî bi tesîr dibe jî şahid e ku ew jî nikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin. Dînên Pagan (pûtên li Mekkeyê) weke rêûresmên paşverû yên ji zû ve dema wan bihurî û temambûyî îlan dike. Peyama ‘pêxemberê dawî’ ya di rêûresma Brahîmî de gelekî bala wî kişandiye. Di vê rewşê de ji ya bike ya herî zêde dike û diwêre xwe li sêyemîn reforma mezin (mirov dikare jêre şoreş jî bibêje) rakişîne.

Helwesta Marks û Engels li dijî utopyageran û helwesta Muham-med li dijî Musewî û Îsewiyan, heta Sabiiyan (komeke girêdayî baweriya yek xwedayî) wekhev in. Wan sosyalîzma rastî ji soysa-lîzma utopîk veqetand, Muhammed jî rêûresmên Brahîmî yên zêde zeman di ser wan re bihurî bi rojanekirinê dike heqîqet. Bi gotineke din, wî şîroveya xwe ya rastir a dînî kiriye. Quran û hedîs di destên me de ne. Bi qasî bernameyeke siyasî û îdeolojîk, gelekî waza exlaqekî nû dikin. Rêzik û pîvanên ekonomîk jî hene. Heta qanûnên şer jî ji nû ve hatine sererastkirin. Ez ê di beşa zanistê de vê rêbaza em jêre dikarin bibêjin şêwazê pêxember, hê bi awayekî berfirehtir analîz bikim. Ez ê niha tenê bi gotina rêûresmeke baş e, qîma xwe bînim.

Bi hêsanî mirov dikare bibêje, Îslam ji fikrên orjînal yên Musewîtî û Xiristiyantiyê bêhtir şaristanîparêz e. Hê di deh salên destpêkê yên derketina xwe de karîbû mîrasa tevahiya şaristaniyên kevin ên Rojhilata Navîn bigire. Di salên 650 P.Z. de Îslam ê karîbû sîstema desthilatdariya hegemonîk a herî bi hêz li herêmê damezrîne. Ji ber ku pêdiviya mijara me bi qalkirina çîroka wê nîne, zêdetir em ê di çarçoveya pirsgirêkên civakî yên herêmê û heta yên dinyayê (ji ber ku xwe ji tevahiya rûyê erdê re mizgîn dike) de lêkolîna xwe li ser wê dewam bikin.

Em ji têgîna Ellah a Hz. Muhammed piştrast in ku di asta herî jor de muceredkirina civakê û îfadeyeke wê ya nasnameyî ye. Li gorî min di vê mijarê de teolojiya Îslamê gelekî tiral e, û nikarîbûye hêjayî Hz. Muhammed bibe. Beridîn û dewlemendiya teolojiya der barê Xiristiyantiyê de mîna ku di Îslamê de hatiye rawestandin. Di pêş de ez ê li ser vê mijarê rawestim, ji lewra ez bi tenê vê dibêjim û derbas dibim. Hz. Muhammed pirr zêde li ser têgîna Ellah disekine û bi pîroztiyê barkirî li ser radiweste. Fêhmkirina vê nêzîkatiya wî girîngiya xwe hê diparêze. Li gorî min, Hz. Muhammed der barê hebûna Ellah de ji guftûgoyeke teorîk zêdetir, bi cewherê Wî yê civakê re mijûl bûye. Di vir de gelekî hewl daye. Wexta ayet hatine di nava xwêdanê de şil bûye, ji xwe çûye. Divê mirov vê rewşa wî weke nîşaneyên vê hewldana wî bihesibîne. Divê em karibin ciddî bigirin. Nodûneh sifetên ji bo Ellah destnîşankirî utopya û bernameyeke civakî ye ku ji utopya herî pêşketî ya civakî berfirehtir e. Hem jî têra xwe bi rastî nêzîk dibe û bi berpirsiyarî pêve girêdayî ye. Bêşensî bi qasî cahîliya piştî Hz. Muhammed, ew bû ku yên piştî wî pirr bi lez ber bi bayê şehweta desthilatdariyê ketin.

Îslam weke şoreş belkî jî ji vî alî ve di serê wan şoreşan de tê ku xiyanet pê hatiye kirin. Xelîfeyên wî jî di navê de peyrewên Hz. Muhammed bihêlin serwextbûn, bername û şêwazê jiyana wî bi cih bînin, nikarîbûne wî fêhm bikin û di pratîkê de xiyanetên mezin lê kirine. Ji ber ku hewldanên Hz. Elî bi ser neketin, em nikarin pêşbîniyê bikin ka wê çiqasî Muhammed bi cih bianiya. Di serî de sunnîtî, bi tevahî hewldanên şîrove û emelên mezheban Muham-medî nînin, jê dûr in. Rêûresma seltenetê (desthilatdarî) ya bi Eme-wiyan destpê kir jî eger bi awayekî çor bînin ziman, ji yekdestdarên desthilatdariyê yên herî xirabtir, ti maneya xwe nînin. Ez ji xwe piştrast im ku Îslamgiriya radîkal nexweşiyeke desthilatdariyê ye. Bihêlin ku Îslamê zindî bike, bi awayekî hîç heq nekiriye têk dibe û diçe. Gotina Îslama provakatîf li van Îslamgirên cehîl tê. Eger wê peyamek ji Îslamê were girtin, di bin nav û şêweyekî din de dibe ku manedar bibe. Ez vê xusûsê jî ji paşê re dihêlim.

Ez yekdestdariya desthilatdariya rastî ya di bin navê Îslamê de girîng dibînim, lê ne weke Îslam; ji ber ku di vê yekdestdariya desthilatdariyê de tiştekî bi navê Îslamê nîne. Li naverastê ji bilî desthilatdarî û sembolên dewletan ên li ser xeta Asûr, Pers, Roma û Bîzansê dimeşin zêdetir tiştekî din nîne. Weke desthilatdarî der barê Îslamê de vê diyar dikim. Bêguman weke hêmana çanda manewî xusûsên têde bi bandor bûyî hene. Di vê nuqteyê de xusûsekê divê ez bi girîngî diyar bikim; ez di çarçoveya îdeolojiyan de binavkirina civakan rast nabînim. Mînak binavkirinên weke Civaka Xiristiyaniyê, Civaka Îslamê û Civaka Hindû. Binavkirinên bi vî rengî civakê dikin dînî û ji lewra jî rê li gelek kêmasî û şaşiyan vedikin. Ev têgîn fêhmkirina xwezaya civakê asteng dikin. Heman xusûs ji bo têgînên civaka kapîtalîst û sosyalîst jî di cih de ne. Di pêş de ez rawestandina li ser van mijaran bi kêr dibînim. Mirov dikare binavkirina rast weke Civaka Şaristaniya Demokratîk û Civaka Şaristaniya Yekdestdar diyar bike. Ev ji ber ku dikare tevahiya civakê bide xuyakirin, dibe ku manedartir bibe.

Li Rojhilata Navîn di navbera sedsalên 5-15. P.Z. de bi giranî hukmê desthilatdariyên Îslamî meşiya, xwediyê serdestiya hege-monîk a sîstemên şaristaniya navendî ye. Desthilatdariyên Îslamê li ser mîrateya desthilatdariyê ya ku Bîzans û Sasaniyan dewr kir, hê bêtir berfireh û kûr bûn. Civak neçar ma desthilatdariyan hê zêdetir bijî û bibîne. Bi vî awayî, hejmara dewlet, xanedan û qewmên desthilatdariyê ew kirine çarçoveya xwe, zêde bûne. Bi vê ve girêdayî şerên desthilatdariyê ji leza xwe neketine, berevajî bi leztir bûne. Giranî ketiye aliyê yekdestdariya eskerî. Di yekdestdariya eskerî de jî pêşketin çêbûne. Îslam bi giranî îdeolojiyeke yekdest-dariya eskerî û bazirganiyê ye. Bajar mezin bûne. Di cotkarî û îndustriyê de pêşketin hê bi sînor in. Pêşketinên di hunerê de jî bi sînor in. Mirov nikare bibêje ku ji Grekan jî bihurî ne.

Dema desthilatdarî û dewletên Îslamî, dema dawî ya desthilatda-riya hegemonîk a Rojhilata Navîn e. Bi dawîbûna sedsala 15. P.Z. re navenda şaristaniya navendî ya hegemonîk bi rêya Venedîkê dikeve destê Rojavayê Ewrûpayê, di wir re jî derbasî Amsterdam û Lon-donê dibe. Rojhilata Navîn ji tevahiya dema neolîtîkê (10000-3000 B.Z.) û dema şaristaniya navendî ya çar hezar û pêncsed salî re bûye navend. Ji vê demê û pêve ji ber pirsgirêkên mîna çiyan mezinbûyî yên şaristaniyê rê li wan vekirî, hilhiliye, serkorî û kotrimî bûye, westiyaye, nikare xwe nû bike û şibiyaye kavilekî civakan.

Dema ku em di çarçoveya pirsgirêkan de li rola rêûresma Brahî-mî ya di sîstema şaristaniya navendî de binêrin, beriya her tiştî em ê bibînin ku nikarîbûye desthilatdariyê bi sînor bike, berevajî hê zêdetir kiriye. Di vê çarçoveyê de hejmara dewletan zêde û hecmê wan berfireh dibe. Ji lewra pirsgirêkên çavkaniya xwe yekdestdariya desthilatdarî û dewletê ne, qatbiqat zêde dibin. Bi vê ve girêdayî, şeran weke amûrekî damezrandina yekdestdariyan bi zêdeyî hebûna xwe dewam kiriye. Têgînên demokrasî û cumhûriyetê hê nehatine naskirin. Bi giranî hukimraniyên weke xanedaniyên ji rêû-resmê pirr dibin û dewam dikin.

Duyemîn, giraniya civakê li beramberî desthilatdarî û dewletê kêm bûye. Qada polîtîk û exlaqê civakî têra xwe teng bûne. Ji nerazîbûna vê tengbûnê mezheb derketine, çêbûne. Serweriya zilam li ser jin û ciwanan zêdetir dibe û dewam dike. Tevî ku koletiya herî kevin a weke dema firewn li dawiyê hatibe hiştin jî şêweyên nû yên koletiyê (nexasim koletiya ji Efrîkî û Slavan) ji leza xwe hîç nakevin.

Di bazirganî û bajarbûnê de tevî ku pêşketin hene jî lê ji heybetên xwe yên berê gelekî paşde mane. Bi ti awayî xwe nikarîbûn bigihînin asta bazirganî û bajarbûna Greko-Romen. Li cotkarî û îndustriyê tiştekî bi qîmet zêde nekirin.

Sêyemîn, belkî jî bandora wê ya herî neyênî ew pirsgirêk bûn ku bi serdestbûna milliyetgiriya qebîle û qewman a di rêûresma Brahîmî de derketin holê û gihîştin asta jenosîdê.

Gotina ‘Qewm û evdên Xwedê yên hilbijartî’ koka vê milliyetgi-riyê ne. Berê Ibranî ‘Qewmê Xwedê yê hilbijartî’ hatine hesibandin, paşê Ereb hêjayî navê ‘qewmê necîb’ hatine dîtin. Ezbetên Tirkan di cengaweriya Îslamê de gaveke din pêşde çûne û Îslamtî kirine nasnameyeke bi kok. Asûrî weke qewmê pêşî yê Îsewîtî qebûl kiriye xwe pîroz kiriye, piştre Grek û Ermenî jî ji vê paşve nemane û xwe weke qewmên pîroz ên pêşî îlan kirine. Belavbûna Xiristiyantiyê li Ewrûpayê rola xwe di pêşketina milliyetgiriyê de girîng e. Tê gotin ji ekumeniyê (gerdûnîtiyê) zêdetir milliyetgirî bi lez kiriye. Milliyet-giriya Rûs jî bi awayekî berhemê Xiristiyantiya Ortodoks e.

Rêûresma Brahîmî bi vê bandora xwe ya li ser qewmiyetgiriyê, nexasim li ser qewmên qedîm ên Rojhilata Navîn ne tenê pirsgirêk, felaketên trajîk barandine. Ji qewmên herî kevin ên Xiristiyanbûyî Asûrî, Ermenî, Pontûsî û Îoniyayî, ji aliyê desthilatdarên Ereb, Tirk û Kurd ên Îslambûyî hatine ber tesfiyeya civakî. Mirov di vê de rola Cihûyan jî nikare piçûk bibîne. Tesfiyeya Ermenî, Asûr, Îon, Pontûs, Êzîdî, çand û gelên din ên misilman nebûyî, bi giştî Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Anatolya ji aliyê çandî ve kiriye mîna çolê. Herêma ji van gelan mehrûm bûyî bi paşverûtiyeke mezin re rûbirû bûye, ji ber ku van gelan di nava xwe de çanda herî kevin dihewand. Ji bo tevahiya gelên herêmê jî ev zirar û ziyaneke trajîk e. Tesfiyekirina gelan û çandên wan, bi tenê pirsgirêkên civakî giran nekirine, hêza wan a çareseriyê jî gelekê qels kiriye. Ji van gel û çandên ji gelek zanist û huneran re pêşengî kirî mehrûmmayîn, tê wê maneyê ku civaka herêmê hafiza û jêhatîbûna xwe ya zanist û hunerê, ji dest dide.

Di bin bandora Xiristiyantiyê de trajediyên bi heman rengî li Emerîkayê bi serê Çermsoran, Aztek û Înkayan, li Awûstûralyayê jî bi serê xwecihan û Eskîmoyan de anîn. Herçiqasî dîn bin jî, rejîmên bi desthilatdariyê şehwetbûyî û şerbetbûyî ti xirabiya nekin, pirsgirêk û trajediya rê lê venekin, nîne. Ez divê neçar dubare bikim ku rêûresma dînî ya Brahîmî ku di bin bandora giran a çanda maddî ya şaristaniya navendî de ye, serwextbûna wê, bername û jiyana wê, ji bihurîna vê şaristaniyê zêdetir, ew hinekî din nerm û adil kiriye. Ango reforma pargirtinê ya ji berhemê zêde ye; heqê tevlîbûna yekdestdariyê ye. Wan bi xwe ji bo vê, bi îdeolojiyê ji desthilatdariyê re qada rewabûnê pêk dianîn û di berdêla wê de jî ji desthilatdaran para xwe dixwestin. Wexta ku para xwe nedigirtin têdikoşiyan, serî radikirin, li ber xwe didan, lê wexta para xwe digirtin bêdeng dibûn. Em ê heman çîrokê di sosyalîzma Ewrûpayê de jî bixwînin. Jixwe em ê bibînin ku herdu jî dewama hevdu ne. Bêguman rola wan a mezin di gerdûnîkirin û dewamkirina şaristaniyên qedîm de ango di zeman û mekanê wan de çêbûye. Lê vê rola wan pirsgirêka zordestî û mêtinkariya qedîm a civakê kêm nekiriye, berevajî zêdetir û domdar kiriye.

c-         Di giranbûna pirsgirêka civakî de qonaxa dawî qonaxa dest-hilatdariya hegemonîk a şaristaniya navendî ya Ewrûpayê ye ku mezin û bilind dibe. Ji şaristaniya Ewrûpayê ya ji salên 1500’î P.Z. ve li nava dinyayê dest bi mezinbûnê kirî re gotina ‘kapîtalîst’ bûye mî-na rêbazê. Herweha hatiye îddîa kirin ku yekane ye, mîna wê peyda nabin. Bi taybetî jî tê destnîşankirin ku gelek tiştên pêkanîne jî mîna wan (dewleta netewe, îndustrî, înformatîk, sîbernîtîk) nînin. Bi se-dema hegemoniya entelektuel îddîayên zanista civakî ya Ewrûpayê navend digirin weke rastiyên pozîtîv têne pêşkêşkirin. Ev rastiyên pozîtîv ên ji dogmayên dînî zêdetir weke rastiyên vebirrî dixwazin bêne qebûlkirin, ya rastî dogmayên nû yên modernîteyê ne.

Bêguman mirov nikare înkar bike ku avahiya şaristaniya Ewrû-payê cudahiya xwe heye û veguheriye. Lê şaristaniya navendî teva-hiya dîrokê pêşketiye, veguheriye, gelek zeman û mekan nas kirine. Dewamî heman şêwe dubare nekirine, timî cudabûna wê pêk hatiye. Jixwe li gorî herikîna gerdûnî divê bi vî awayî pêş bikeve. Îddîaya dibêje yên mîna wê nînin jî, îddîayeke ji xwe zêde ye. Ji destpêkê heta dawiyê xisletên bingehîn ên mohra xwe li şaristaniya navendî xistine û karektera wê diyar kirine jî tevahiya pênc hezar salan ji aliyê cewherî ve bi xwe neguherîne. Dibe ku ji aliyê teknîk û rêjeyê ve cudahî hebin. Dibe ku di rêxistinî, kêrhatî, îdeolojî û rêveberiyên wê de cihêrengî hebin. Tevî van şêwe û cudahiyên cihêreng, xisleta xwe ya her tim dewamkirî, hegemoniya wê ya yekdestdariya li ser NIRXÊ ZÊDE ye. Dibe ku naveroka yekdestdariyê biguhere, lê ew bi xwe naguhere. Sêberiya rahib + esker + rêveber her tim heye. Giraniya wan dikare li gorî zeman û mekan biguhere. Lê yekdestdarî divê van beşan timî li ber çavan digire. Dibe ku rêbazên bi destxis-tina berhemê zêde yan jî nirxê zêde biguherin, lê ew bi xwe naguhe-re. Nirxê zêde, yan bi zêdekirina hatina ji cotkarî û îndustriyê, yan bi bazirganiyê, yan jî bi saya fethên eskerî dikare bê komkirin. Ji van rêyan yek dikare li gorî zeman û mekan bibe xwedî giranî. Lê dîsa jî danehev û komkirin encama giştî ya vê rêbazê ye.

Ji bo fêhmkirina yekdestdariyê divê em îhtîmameke mezin nîşan bidin. Ew çawa ku bi tenê sermaye nîne, desthilatdarî jî nîne. Bi tenê li qada bazirganî, eskerî û rêveberî pêk nayê. Îfadeya yekbûyî ya tevahiya van qad û nirxan e. Ya rastî, yekdestdarî ekonomî jî nîne. Bi zor, teknîk û rêxistiniyên di destê xwe de li ser qada ekonomîk hêza desteserkariyê ye; şîrketa wê ye. Lê şîrketa ekonomîk a em nas dikin nîne, di tehlîla dawî de hevpariya komkirina sermayeyê ye. Carnan xwe weke amûrê desthilatdariyê yê nebûye dewlet, carnan jî weke dewletê derdixe pêşiya me. Di roja me ya îro de sifetê ‘şîrketa ekonomîk’ gelekî bi kar tîne. Çawa ku min qala wê kir, ji ekono-mîbûna wê zêdetir, mirov jêre ‘şîrketa desteserkirina ekonomiyê’ bibêje rastir e. Carnan dikare xwe weke artêş, li gelek deveran yekî-tiya bazirganan û weke yekdestdariya îndustriyel jî nîşan bide. Yek-destdarî dikare weke extepotê gelek mil û şaxên xwe hebin. Carnan dikare weke bandora yekbûyî ya gelek hêzên cuda û potansiyelan derkeve holê. Ji van hemûyan jî girîngtir, nirxê zêde yê civakî weke sermayeyê di destên wan de kom dibe. Rastiya bingehîn a ku pênc hezar sal e naguhere, bênavber dewam dike û bi awayekî kumulatîf mezin dibe, ev e. Ji bo ku ev rastiya naguhere dewam bike û weke xelekên zincîrwarî qut nebe were meşandin, di mekan û zemanên cuda de reqabet-hegemoniya, bilindbûn-daketin û navend-hawîrdo-rê pêk tîne.

Gotinên ‘kapîtalîzm’ û ‘sîstema kapîtalîzmê’ têgînên bi armanca propagandayê ne. Divê haya mirov ji vê hebe. Berdêleke diyar a naveroka van têgînan dikare were diyarkirin. Lê eger bi temamî weke sîstematîka têkilî, bûyer û diyardeyên heqîqetê îfade dikin bêne şîrovekirin, tehlûkeya wan heye xwezaya civakî û pirsgirêkên wê berevajî bikin. Herikîn û meşa jiyana civakî cuda ye. Ji asta pirsgirêkên civakê gihiştinê eşkere diyar dibe ku ji vê herikîn û meşê re zanist û zimanekî nû divê.

Eger kapîtalîzm sîstemeke daneheva sermayeyê be, piştrast bûye ku cara pêşî bi awayekî berfireh ev danehev di dema dewletên bajêr ên Sumeran de pêk hatiye. Bi awayekî hê destpêk be jî şîrketên sermayeyê, pereyên wan, kewarên wan, rêxistinî û rêveberiya wan bingehê van dewletokên bajaran e. Belkî bajar bi xwe jî yekdestdarî û şîrketa sermayeyê ya pêşî bi xwe ye. Tevî bazirganî, eskerî, artêşa xwe ya zanist û hunerê, birêveberên rahib û koleyên karker hê di wê demê de çînên bingehîn ên civakî ne. Perestgeh (Zîggûrat) di heman demê de cihê fabrîke, devera hewandina karker-kole, navenda rêveberiya fermandar û rahib, rêveber û esker bû. Jixwe qatê herî jor ê perestgehê cihê kontrol û çavdêriya xwedayan bû. Hemû di navhev de û bêqusûr hatibû sererastkirin. Ez vê mînakê harîqa dibînim. Ez wê weke ‘malzaroka dolê’ ya şaristaniya me (bi tevahî avahiyên dewlet, çîn û bajêr şikilgirtî) dinirxînim. Çîroka şaristaniya navendî ya pênc hezar salî ji vê rastiya vê perestgeha li zeman û mekan vedibe û belav dibe zêdetir, tiştekî din nîne.

Ez yeqîn nakim ku ji rêxistiniya vê perestgehê orjînaltir û mu-kemmeltir şîrket, karxane û yekdestdariyeke kapîtalîst karibe were afirandin. Çawa şaneyên sereke çavkaniya tevahiya şaneyan e, şaneya sereke ya tevahiya avahiyên yekdestdariyê jî (rêveber, esker, ekonomî, bazirganî, zanistî û hunerî) rastiya vê perestgehê ye. Tevahiya erdkolanên arkeolojîk ên hatine kirin vê rastiyê piştrast dikin. Mînakên kevirên tîk hatine danîn ên li Girê Navikê yê Ûrfayê hatin keşifkirin, weke ‘supernovaya’ dîrokê têne binavkirin. Heye ku ev perestgeh (perestgeha komên nêçîrvan û yên berhevkar ên beriya neolîtîkê 10000-8000 B.Z.) di dîrokê de ya herî kevin be. Fikrên arkeologên navdar bi vî awayî ne. Berî dîrokê danehevên sermayeyê yên pêşî bi vî awayî destpê kirin û di her erdkolanê de bi mînakekê ev xwe eşkere piştrast dike.

‘Kapîtala’ navenda wê Ewrûpa ye, nabe were înkarkirin ku şêweyê herî dawî yê yekdestdariyê û asta wê ya herî jor temsîl dike. Ji şêwazê danehev û hilberînê heta bi avahiya rêxistinî û rêveberiyê, ji teşkîlata wê ya eskerî heta bi yekdestdariya huner, teknîk û zanistê, eşkere ye ku cudahiyan pêk tîne. Lê îddîaya dibêje, ya mîna wê nîne, îddîayeke zêde mezin e. Ya rastî ev, propagandayek e ku navenda wê Ewrûpa ye; bi gotineke din, îddîayên rahibên perest-geha Ewrûpayê (zanîngeh, artêşa zanista akademîk û hunerê) yên çîna nû yên bi dilqê modern in. Mirov bi hêsanî dikare diyar bike ku ev, ji dêra Xiristiyantiyê gelekî zêdetir, ji rewakirina ‘sîstema kapîta-lîst’ re xizmetê dikin.

Mijara me nîne ku em dîroka bilindbûna şaristaniya Ewrûpayê li ser bingehê ‘sîstema kapîtalîst’ binivîsînin. Lê ev şaristanî ji sedsalên 5. û 6. P.Z. ve li ser şopên şêwazê teolojî, bazirganî, zanistî, teknîk û rêveberiyê, di sedsalên 9. û 10. de jî li ser a Îslamê (nexasim jî bi rêya Îber, Îtalya û Nîvgirava Balkanan) mezin û bilind bûye. Ev xu-sûs di dîroka nêz de baş tê zanîn. Bi tevahî dîroknas hemfikir in ku ji sala 1250 P.Z. û pêve navenda şaristaniya hegemonîk ji cihê xwe liviyaye, şemitiye, bi vî awayî navendên şaristaniyê li Rojhilat nizm bûne û pêre li Ewrûpayê jî destpê dikin bilind dibin. Herweha ji vê sedsalê re ango ji sedsala 13. re Sedsala Şoreşa Bazirganiyê jî tê gotin. Nexasim bi pêşengiya Venedîk, Cenova û Floransiyan ji sedsa-la 11. heta bi dawiya sedsala 15. bi giraniya xwe hemûyî bi tenê ji Rojhilat mal û alav veneguhestin, bi tevahî rêûresmên şaristaniya hezar salî, fikir û teknîkên wê, rêbaz û usûlên wê, bi kurtî çi nirxê civakê yê ‘kêrhatî û hêja’ hebe vediguhezin. Ev rastiyeke dîrokî ye ku baş tê zanîn. Eşkere ye ku navenda şaristaniyê li ser vî bingehî hatiye veguhestin. Dîsa rastiyên dîrokî ne ku nayên înkarkirin, Xiristiyantî, heta şaristaniya Greko-Romen, ji wê jî wêdetir Şoreşa Neolîtîk (5000-4000 B.Z.) ji Rojhilat hatine veguhestinî Ewrûpayê. Li gorî bîrûbaweriya min a şexsî, bi veguhestina çanda civakî ya panzdeh hezar salên dawî ji parzemîna Asyayê, nexasim ji Rojhilata Nêz a Asyayê, Nîvgirava Ewrûpayê karîbû senteza muhteşem a pêncsed salên dawî bike. Bi yek hevokê şîroveya min a dîrokê ev e!

Pirsgirêka min ne Rojhilatgirî, ne jî Rojavagirî ye. Fikar, armanc û hewldana min a bingehîn e ku ez yekparebûna civaka dîrokî, bênav-berbûna wê û dewamkirina cudatiyên wê, di nava yekîtiyê de bi awayekî rast şîrove bikim.

Bêguman ên hatine veguhestin bi tenê avahî û rêbazên bingehîn ên şaristaniya navendî nînin. Pirsgirêkên civakê jî bi qasî wan hatine veguhestin. Xiristiyantiyê çi veguhestine, me bi vegotineke gelekî kurt qala wan kiribû. Nirxên maddî (bazirganî, hilberîn, pere, dewlet) yên şaristaniya Rojhilat herî kêm bi qasî nirxên wê yên manewî (Xiristiyantî, zanist) bi pirsgirêk bûn. Bi awayekî pirsgi-rêkan jî bêhn li Ewrûpayê çikandibûn. Xwezaya civakî ya Rojhilat a bi nakok û fêhmkirina wê gelekî zehmet wexta bê veguhestin, Ewrûpaya hê zêde xira nebûye, ciwan maye û hê di qonaxa civaka neolîtîk-cotkariyê de ye, erdheja wê rê li berê veke, mirov dikare texmîn bike. Pêşbaziya kî wê yekdestdariyê bigire li Rojhilat rê li bi hezaran şerî vekirî ye. Ewrûpa ji vê pêşbaziyê re amade nebû (xebatên amadekariyê yên pêş ên Xiristiyantiyê têrê nedikirin). Li Ewrûpaya ji vê re amade nîne, bêguman wê rê li zirarên gelekî mezintir vekiribûna. Li ser şerên nava sîstemê yên ji sedsala 16. pêve gurr bûn, şopên mîrateya hezar salan a Rojhilat heye. Li ser şerên ji Romayê vir ve diqewimin jî şopên heman çandê hene. Bêyî ku ez zêde mezin bikim, ez dikarim bibêjim, bi tenê nirxên pozîtîv ên maddî û manewî yên şaristaniya navendî veneguhestin Ewrûpayê; nakokiyên giran, pirsgirêk, şer û pevçûn jî hatin veguhestin. Heta di qirkirinên xeternak ên Ewrûpayê de şopên rêûresma şaristaniya Rojhilat bi zêdeyî hene. Qralên Asûran ji serê mirovan kelhe û birc ava dikirin û bi vê jî pesnê xwe didan. Bi tevahî despotên Rojhilat pirr bi xweşî behs dikirin ku çend qebîle, gund û civakên bajaran tine kirine, mirovên wan êsîr birine. Hem jî weke çîrokên qeh-remaniyê behsa wan dikirin!

Zanyarên civakî yên Ewrûpayê bê sedem şopgeriya Rojhilat nakin. Ez van hewldanên wan hêja dibînim. Lê oryantalîzma heyî ji vegotina rastiyê gelekî dûr e. Dîsa jî dema mirov li ber mejiyên serhişk ên Rojhilatî digire, divê ez bibêjim, em divê malavahiya wan bikin. Di bin van hewldanên wan de niyetên pêş mêtinkariyê hebin jî armanca bingehîn ev nîne, fêhmkirina çîroka şaristaniya Ewrûpayê ye. Bi vî awayî diyarkirin, wê îfadeyeke rast be. Ji ber ku rêya fêhm-kirina nakokî, pirsgirêk û şerên Ewrûpayê nexasim bi analîzkirina Rojhilata Nêz dibe. Armanceke din a vê hewldana min ew e, ez di vê mijarê de bi dilnizmî di warê rê û rêbazê de alîkariyekê pêşkêş bikim.

Pirraniya mirovên Rojhilatî, yeqîn dikin ku Ewrûpî mirovên bi xwe bawer û gelekî zîrek in. Ez jî her Ewrûpiyê lê rast têm pirr xe-şîm û bi qasî ku nikaribe di nav çanda Rojhilat de bijî narîn, saf û ne gurçûpêç dibînim! Ez yeqîn dikim ku rêûresma civaka neolîtîk a Ewrûpayê bandoreke mezin li ser şaristanîbûna wê ya piştî sedsala 16. kiriye. Mirovê Ewrûpayê yê ji rêûresmê, heta bi sedsala 16. Xiris-tiyantî bi temamî qebûl kir, dawerivand hinavê xwe. Lê piştî sedsala 10. dema şoreşên bajaran jî di navê de, di tevahiya van pêvajoyan hemûyan de yekser şîroveya teolojiya xwe pêşde birin. Ev ê wan bibe Ronesans, Reform û Rohnîbûnê, bibe şoreşa zanistî-felsefî. Rêû-resma dawî ya şaristaniya Rojhilata Nêz, Îslam e. Herçend Îslam be-lav bû, Rojhilat nikarîbû bibe xwediyê pêşketineke mîna civaka neo-lîtîkê. Bêguman gelek hunermend, zanyar û şîrovegerên serketî yên bi koka xwe Tirk, Fars û Kurd gihandin. Bi sînor be jî Ronesansek di sedsala 8.-12. P.Z. de pêk hat. Lê despotîzma Rojhilat a ji rêûresmê, bi avahiya xwe ya mîna kevir hişkbûyî wê dereng nemana û xwe li ser tevahiya çaviyên civakê serdest bikirana. Bandoreke gelekî girîng a pevçûnên navxweyî yên Îslamê ev bû. Lê sedema bingehîn pêşbaziya bidestxistina yekdestdariyê bû. Herweha rêûresma civaka neolîtîk a Rojhilat nêzî pênc hezar salan di bin xweferzkirina yek-destdariya despotîk de gelekî westiyayî, ji hal de ketî, cahil û neçar hatibû hiştin. Li muqabilî vê rêûresma neolîtîkê ya Ewrûpayê zindî, azad û gelekî afirîner bû. Ji ber ku mîna Rojhilatiyan despotîzmeke pênc hezar salî li ser wan pêk nehatibû. Herweha çawa ku me behs kir, aliyên erênî yên tecrubeya mezin a Rojhilat karîbûn bigirin. Ev herdu xusûsên bingehîn, ji bo têgihiştina li mezinbûn û bilindbûna dîrokî ya Ewrûpayê bi girîngbûna kilîtê radibin.

I. Wallerstein û komên zanista civakî yên nêzî wî, analîzên xwe yên li ser ‘sîstema dinya kapîtalîst’ ji sedsala 16. didin destpêkirin. Ev xebatên wan ji bingehê dîrokî û ji rastiya ku kapîtal vedîtineke pirr kevin e, qut in. Qet nebe, mirov dikare bibêje ku di vî warî kê-masiyên wan ên mezin mezin hene. Daxuyaniyên me yên kurt yên beriya vê, van xusûsan têra xwe rohnî dikin. Jixwe şêwazê raveki-rina daneheva sermayeya kapîtalîst a li sêgoşeya Venedîk, Amster-dam û Londonê zêde dibe jî dîsa xwedî heman kêmasiyan e. Eger zordestiya Carlosê V. û kurê wî Felîpeyê II. tevahiya sedsala 16. li ser Îtalya, Hollanda û girava Ingilîstanê nebûya, gelo pere-sermaye mumkîn bû ku bi wê zêdebûnê li hilberîna manîfakturel û cotkariyê bihata razandin? Serhildan û pêşveçûna neteweyî ya di şexsê Venedîkê de Îtalyayê bi ser nexist, Hollanda-Amsterdamê destpê kir û Ingilîstan-Londonê ew bi ser xistin. Ma Hollanda-Amsterdam û Ingilîstan-Londonê li dijî zexta derve ya eskerî-siyasî bi berxwedana hundir a eskerî-siyasî serketina xwe pêk neanîbûn? Bersiva ji bo herdu pirsan bê dayîn wê gotina Fernand Braudel piştrast bike: “Desthilatdarî-dewleta zêde dibe, kapîtalîzm ê jê çêdibe.” Bîrûba-weriya min a di vî warî de hê li pêştir e; desthilatdarî-dewlet bi xwe yekdestdarî û sermaye ne. Jixwe ev yekdestdariya sermayeyê nebû-na, nikarîbûn sermayeyê pêk bînin. Eger em bi teşbîhê îfade bikin, em ê bibêjin, çawa ku ji nêriyan şîr nayê dotin, ji amûrên desthilat-darî-dewletê yên ne yekdestdarî jî sermaye nayê dotin.

Hem zexta derve ya desthilatdarî-dewletê, hem berxwedana hundir a dewletê, hêmanên rastî ne ku rastiya Hollanda û Ingilîstanê afirandine. Împaratoriya navenda wê Spanya, ji ber ku tehlûkeya bi serê wê de bê baş dîtibû, pêşî gavavêtinên bajarên Îtalyayê tepi-sandin paşê (dijberiya Prensê Machiavellî wê bi ser nekeve) bi tevahî hêza xwe bi ser eyaleta Hollandayê û li girava Ingilîstanê bi ser pêkhatina yekdestdar-neteweparêz a nû de çû. Eger bi ser nekeve wê bi xwe ji hev de bikeve, biçe. Berxwedana Hollanda û Ingilîstanê berfireh û demdirêj e. Ji aliyê dîplomatîk, ekonomîk, es-kerî, bazirganî, zanistî-felsefî, heta dînî (Tevgera Protestaniyê), ji gelek aliyan ve di gelek bereyan de berxwedaneke mezin hatiye kirin. Em ji teknolojiya eskerî, rêxistiniyên stratejî û taktîk bigirin heta bi şîroveya herî radîkal a Xiristiyantiyê (Calvînîzm, Anglîka-nîzm), ekonomiyê bi rêxistinî û gurçûpêç dike ji bo di asta herî jor de berdar bibe, bi qasî ku li hevgirtina bi Osmaniyan re bifikire xebatên dîplomatîk dimeşîne. Bi vê berxwedana stratejîk a bi awayekî berfireh hat meşandin pê Dewleta Elmanya-Prûsyayê ki-şand cem xwe û di encamê de bi tenê serketin bi dest nexist, baş tê zanîn, kir ku navenda nû ya hegemonîk a şaristaniyê bibe Amsterdam û London.

Dîsa baş tê zanîn ku di vê navberê de xebatên sermayeyê gelekî zêde bûne, di dîrokê de cara pêşî ye ku pere-sermaye bi rola sereke radibe (li nava dinyayê zêr-zîv dibe çirrik û ev hêza fermanê ya pere zêde dike), gelek malbatên xwediyê pereyan (malbatên bi koka xwe Cihû hêjayî destnîşankirinê ne) bi rêya deyndarkirina dewletan gelek sermayeyên mezin komkirine û bûyerên di vî warî de di weke çîn rêxistinkirina bûrjûwaziyê de bi roleke diyarker rabûne. Dîsa tebeqeyeke civakî ya bi cureyê çîna karker di vê pêvajoya ber-xwedana mezin a neteweyî de pêk hat, divê ev ji nedîtî ve neyê. Ez nabêjim bi tevahî vê pêvajoyê ew pêkanî, lê alîkariya vê pêvajoyê jî nabe bê înkarkirin. Dîsa nabe were înkarkirin ku bi ekonomiya ku bendên li pêşiya xwe teqandin rê li Kûmpanyayên navdar (yek-destdariyên dewletê, dewlet bi xwe) ên Rojhilat û Rojavayê Hindê hat vekirin û ev di nava agirê van pêşketinan de hilat. Ez naxwazim vê guftûgoyê bikim: ji bingeh ekonomîk (avahiya jêr) û avahiya eskerî-siyasî (avahiya jor) kîjan li pêş tê? Ez bawer nakim ku ev guftûgoyeke kêrhatî ye. Polîtîka ekonomiya bûrjûwa (Kapîtala Marks jî di navê de) ya bêhna fikrên propagandayê jê tê, ji ravekiri-na rastiyan zêdetir, wan vedişêre, dinixumîne. Ji mêj ve dem hatiye ku mirov êdî nebe destikê vê!

Eşkere ye ku gavavêtina sedsala 16. di dîroka şaristaniyê de hegemonîk û sîstemî ye. Dîsa eşkere ye ku navend bi rêya Venedîkê (Bajarên Îtalyayê hemû, Lîzbon û Anvers jî di nava vê de ne) ketiye destê Amserdam û Londonê, modelên pêşî yên dewleta netewe bi pêşengiya Ingilîstan û Hollandayê hatine pêşdebirin. Bêguman şaristaniya nû hiltê ji yên beriya xwe hemûyan cuda ye, û vegu-herîneke mezin pêk aniye. Lê belê heke mirov van bûyer û pêş-ketinan hemûyan ji meşa şaristaniya navendî ya pênc hezar salî, mînak Aqadan ji Sumeran, Asûr û Babîlan ji Aqadan, Med-Persan ji Asûran, Misr, Hûrrî û Hîtîtiyan ji şaristaniya Mezopotamyayê, şaristaniya Greko-Romen ji tevahiya van bûyer û pêşketinan, dînên Brahîmî ji hemûyan qut bike, ma hingê em dikarin behsa şaristaniya Ewrûpayê bikin? Bi tenê veguhestina bi pêşengiya bajarên Îtalyayê (1000-1300 P.Z.) nebûya û ev veguhestinê ji Îtalyayê heta bi pera-vên Rojavayê Ewrûpayê ve (1300-1600 P.Z.) dewam nekirana, ma wê mûcîzeyên Amsterdam û Londonê pêk bihatana?

Li yekparetî û domdartiya sîstema şaristaniya dinyayê serwextî nebe, di daxuyaniyên li ser dîroka civakî, analîzên zanista civakî û teoriyên wê de wê her kêmasiyê mezin û para pêxapîne hebin. Li cihê ku Xwezaya Yekemîn hewcedariyê bi daxuyaniyên dîrokî yên yekpare bibîne, Xwezaya Civakî ya bi xelekên sereke yên zincîrwarî ketiye zikhev, bêguman wê zêdetir hewcedariya xwe bi analîzeke dîrokî-felsefî-zanistî ya yekpare hebe ku ev yek xwedî girîngiyeke rêbazî ye ya ku dest jê nabe. Hegemoniya zanista civakî ya Ewrû-payê, demeke dirêj bi metafizîka hişk a pozîtîvîst ev rastî ji nedîtî ve hat, belkî jî bi vî awayî ji hegemoniya şaristaniyê re xizmet kir. Lê di zanista civakî de rê li ber tevlîheviyên mezin vekir. Di vê mijarê de analîzên kapîtalê xwedî berpirsiyariyeke mezin in. Ji ber lod û gidîşa pirsgirêkên heyî, kes nikare înkar bike ku beşekî mezin ên têne gotin ji ravekirina kapîtal û sîstemê dûr in, berevajî ji veşartin û nixumandina wan re xizmetê dikin.

Yekdestdariyên şaristaniyê yên tevahiya dîrokê jixwe bi awayekî hegemonîk, pêxîrtengî û navendî meşiyan, di pêvajoya Ewrûpayê de sedsala 15. li Venedîkê, sedsala 16. û 17. li Amserterdam-Hollan-dayê, tevahiya sedsalên 18. û 19. bi giranî meşeke navend Ingilîstan-London şopandine. Di vê xusûsê de hemfikriyek heye. Yekdestdariya şaristaniya Franseyê tevahiya sedsalên 15.-18. şerên ji bo bi-destxistina hegemoniya (xeyala Romaya nû) li dijî Spanya, Hollanda û Ingilîstanê meşandî bi ser neketin. Elmanyayê di dawiya sedsala 19. de gav avêt şaristaniyê, ev hewldana wê bi têkçûna sala 1945’an bi temamî veguherî kabûsekê. Sedsala 20. ji hilatina şaristaniya DYE re şahidî kir. Piştî 1945’an wê serdestiya xwe temam kir û di roja me ya îro de jî (piştî 2000’î) em dibînin destpê dike derz lê dikevin. Ceribandina hegemonîk a Rûsya Sovyetê di navbera salên 1945-1990’î de pirr zêde serketî nebû. Ji bo demên pêş tê îdeakirin ku Çîn navenda nû ya hêza hegemonîk be. Ev îdea vê gavê spekulatîf e. Çawa ku di dîrokê de gelek caran hatiye dîtin, pêvajoyeke xwedî gelek navendên hegemonîk dikare dema pêşiya me diyar bike. DYE, YE, Federasyona Rûsyayê, Çîn û Japonya dikarin bibin navendên bi îddîa rabin. Lê belê vê gavê mirov bi hêsanî dikare diyar bike ku DYE hêza super a hegemon e.

Nexasim ez bi taybetî li ser şîroveyên civaknasê Ingilîz Antony Giddens ên der barê modernîteya Ewrûpayê de (mirov dikare şa-ristanî jî bibêje) rawestiya bûm. Giddens îdea dike ku mînaka weke modernîteya Ewrûpayê nîne. Tevî ku ez bi sernavên sereke li ser pirsgirêkê rawestiyabûm jî bi awayekî giştî divê ez bibêjim, ev îdea zêdetir navenda wê Ewrûpa ye, û ji dîrokê qut e. Şîroveyên Giddens ên der barê modernîteya kapîtalîst de divê em weke nirxandinên modernîteyê diyar bikin, kapîtalîzmê bi tevahî weke sîstemeke Ewrûpayî û îndustriyê jî zêdetir weke şoreşek Ewrûpayê dihesibîne, dewleta netewe jî weke lingê sêyemîn ê sîstemê bi şêweyekî nû yê ceribandin-nîzamê pêşkêş dike. Dubare be jî divê ez bînim ziman ku kapîtalîzm di tevahiya şaristaniyan de hatiye dîtin. Di her şaris-taniyê de kêm zêde pêşketinên îndustriyel û şoreş hene. Mirov dika-re dewletên netewe jî di nava rewşa civaka netewe de weke dewle-tên qewm û xanedaniyan diyar û terîf bike. Bi şertê ku mirov vê kategoriyê zêde mezin neke, ji bo serwextbûna li Xwezaya Civakî di-be ku bikaranînên wê yên hê manedartir hebin.

Şaristaniya Ewrûpayê, ya rastî pirsgirêkên wê yên civakî yên qonaxa wê ya şaristaniyê xwe bi nakokî, pevçûn û şerên mezin, heta bi şêweyê qirkirinan nîşan dane, tevahiya qadên bûyeran derxistiye asta herî jor. Pirsgirêkên zêhnî, îdeolojîk, siyasî, ekonomî, eskerî, demografîk, cinsiyetparêzî, milliyetgirî, dîndarîtî û ekolojîk gelekî mezin bûne. Ji vî alî ve jî, hemû mijarên bingehîn ên zanista civakî ne. Çarsed salên dawî yên Ewrûpayê ji tevahiya dîrokê zêdetir şer dîtine. Her şêweyê şeran dîtiye. Şêweyên şeran ên dînî, etnîk, eko-nomîk, bazirganî, eskerî, sivîl, neteweyî, çînî, îdeolojîk, cinsiyet-parêz, siyasî, dewletî, civakî, sîstemî, blokî, dinyewî û hwd. dîtine. Hema hema cureyê şeran ê nehatiye ceribandin nemaye. Di hemû-yan de rekor hatin şikandin. Bi mirin, êş, zirar û ziyanên xwe yên maddî!

Rastiyên em behsa wan dikin, bêguman nabe ku di meşa dirêj a dîrokê de berhemê demeke kin ango çarsed salên dawî be. Jixwe lêkolîna me ya kin nîşan daye ku nabe ev berhemên demeke kin bin. Eger mirov şîroveyeke rast û qedirşînas bike, mirov ê bibêje; ev şer encama tevahiya pirsgirêkên civakên dema Şaristanî û Neolîtîka panzdeh hezar salan kombûne bi serê civaka li Nîvgirava Ewrûpayê de belkî jî teqiyan e. Civaka Ewrûpayê bi guloka pirsgirêkên ji civaka kevin mayî bi awayekî serketî nebe jî bi maharet û hostatiyeke mezin şer kiriye. Jê hatiye ku bi têgihiştineke mezin lêbikole û şerê xwe jî manedartir bimeşîne. Ji bo vê jî pêvajoyên Ronesans, Reform û Rohnîbûnê afirandine, keşfên mezin ên zanistî kirine, ekolên fesle-fî pêşde birine, pêvajoyên destûrên bingehîn ên demokratîk pêk anî-ne. Qraltî damezrandine, ji text xistine, komar ava kirine. Sîstemên ekonomîk ên xwedî bereketeke nedîtî bi rêxistin kirine, şoreşa herî mezin a îndustriyê kiriye. Di huner û modeyê de hevrik û reqîbên wê nebûn. Bajarên bi heybet ava kirine. Malên balkêş ên zanist û tenduristiyê damezrandine. Sîstema şaristaniyê li tevahiya dinyayê belav kiriye. Sîstema dinyayê ya herî berfireh a dîrokê dîtî, ava kiriye.

Lê van pêşketinên gelekî mezin pirsgirêkên civakê çareser nekirin, ew bêtir tevlîhev kirin. Di serî de pirsgirêkên bingehîn ên roja me ya îro li nava dinyayê yên weke bêkarî, şer û hilweşîna eko-lojiyê, ev rastî xwe di pirsgirêkên herî seresere û besît de jî dide der û diyar dike. Sedema bingehîn ew e, pirsgirêk koka xwe şaristaniya pênc hezar salî ne; şaristanî bi xwe gulokeke mezin a pirsgirêkan e. Bi ya min alîkariya herî mezin a Ewrûpayê ew e, karîbû berê ney-nika zanistê bide van pirsgirêkên gelekî mezin ên şaristaniyê. Herçi-qasî qelsî têde hebe, ji gelek aliyan ve bixape jî derfet û îmkan pêk hatine ji bo ku karibe van pirsgirêkan di vê neynikê de baştir bibîne. Para alîkariya mezin a şervanên mêrxas (herçiqasî îdeolojî bixapînin jî) di vê de lazim e ku ti carî ji nedîtî ve neyê. Nemaze qehremanên li ser navê wekhevî, azadî, xuşk û biratiyê şer meşandin, xwediyê alî-kariya rastî ne. Divê em tespîtkirina pirsgirêka bingehîn a civakî pi-çûk nebînin. Tevahiya dîrokê civakan bi hezaran salan şer kirin, ew dan şerkirin. Cihê xemê ye, van civakan nizanîbû ji bo kê şer dikin. Ji aliyê zordar û mêtinkarên xwe ve bi tenê nedihatin xebitandin, di şerên bêhejmar de jî dihatin tinekirin.

Hozanî û zanyariya Rojhilat, bêguman haya xwe ji pirsgirêka civakî hebû. Ji lewra gelek doktrîn, sîstemên exlaqî, dîn û mezhebên mezin çêkirine. Li şûna ku bibin dewlet û şaristanî, jiyana demeke dirêj a eşîr û qebîleyan tercîh dikirin, xweziya xwe pê dianîn. Gew-deyên bingehîn ê civaka Rojhilat ji dewlet û şaristaniyê re xerîb in. Di navbera wan de kelhe û bircên mîna çiyan mezin hatine danîn. Destan û kilamên Rojhilat ev rastî hemû, bi nazikî û nazenîniya hunermendekî vegotine. Mirovê Rojhilat bi qasî ku di dinyayên din de li rizgariyê bigere ji cîhana şaristaniyê re xerîb ketibû, bê hêvî bû. Mezinahiya civaka Ewrûpayê ew e, xwe ewqas piçûk nexist, ji aliyekî ve hêmanên erênî dawerivandin hinavên xwe, ji aliyê din ve jî li dijî hêmanên xerîbker li ber xwe da. Pirsgirêka civakî çareser nekir; lê keys û firsend neda ku bi tevahî têkçûyî û bêçare bibe.

Mirov pirsgirêkên civakên roja me ya îro û pirsgirêkên civakên ji rêûresmê yên Çîn, Hind, Emerîka Latîn û heta Efrîkayê li pirsgirêkên vê şaristaniya bi rola çemê mezin û sereke radibe zêde bike, cew-herê wan wê neguherîne. Hin pirsgirêkên ji aliyê şêwe ve balkêş bi tenê dikarin vegotinê bi hêz bikin. Jixwe Sîstema Dinyayê (sîstema bi gelek navend û hegemoniya super a DYE) ya roja me ya îro pirsgi-rêkên civaka tevahiya dinyayê weke xwe sîstematîze û yekpare kirine.

Min hewl da pirsgirêkên dîrokî-civakî pêşkêş bikim. Eger mirov şêweyên van pirsgirêkan ên rojanebûyî bi sernavên sereke bi awayekî xulase bide, ev yek wê mijarê temam û bêtir berbiçav bike.

 

                                                                                                                                  BEŞA-I-