* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

Têbîniyên Hevdîtinê

 30.06.2010

 
 


    KOMPLOYA 9 Ê COTMEHÊ NE TENÊ ÎNFAZEK E, HER WİHA KİŞANDİNA ÇARMİXÊ YE

 

 
    

Bi rastî jî divê em li ser girîngiya dîrokî ya 9’ê Cotmehê bisekinin. Ev yek hem ji bo trajediya ku me jiyan kiriye, hem jî ji bo pêşeroja me bê qezenckirin neçariyek e. Komploya 9’ê Cotmehê bûyerek ji rêzê nîne, divê baş bê fêmkirin. Ji bo komployê vala derbixim, min ne şerê ku komplovan li ser me ferz dikirin, lê min tercîha aştiyê kir. Bi tevê hemû astengiyan û zextan jî, ji ber rêzgirtin û kesera min a mezin, min dev ji vê armancê bernadaye.

Di dawiya sedsala 20’an de, li hemberî vîna azad a gelê Kurd li çar hawirdorê cîhanê komplo û plan, piştî pêvajoyeke dirêj gav bi gav derbasî pratîkê bûn. Dema mirov fîlmê pişt ve bizivirîne û temaşe bike, wê bê fêmkirin ku ev plan çavkaniya xwe ji Londrayê girtiye, guncav hatiye dîtin û di qada navneteweyî de xwestine derbasî kiryarê bikin. Plansaziya navendî Londra ye. Pir dişibe 1925’an. Îngilistan û DYA, Yewnanistan weke taşeron bi kar anîn. Rolên wan ên di komployê de aşkere ye. Lîstikek dîrokî hate lîstin. Gelek aliyên wê nehatine ronîkirin. Îngilistan her tim li gorî berjewendiyên xwe plan û polîtîkayan li ser Rojhilata Navîn çêdike. Di girtina min de rola Îngilistanê aktîf e, yên ez dame revandin Îngilîz in. Tiliya Îngilîzan ji Şamê hatina min a Atînayê dest pê dike. Lê Yewnanan alîkarî nekiriba Îngilîz bi ser nediketin. DYA, ne aştiya PKK’ê, şerê wê dixwaze. DYA, naxwaze karta PKK’ê ji destê xwe derxe. Bi PKK’ê Tirkiye, Sûriye, Îranê tehdît dike. Dibêje ez ê piştgiriya PKK’ê bikim. Lê piştgiriya DYA’yê ji bo PKK’ê jî tune ye.

Her çiqas ji hêla Tirkiyê ve naveroka vê planê pir kêm bê zanîn jî, lê ji hêla Ewropa û Emerîqayê ve bi zelalî hatiye fêmkirin. Ji bo tunekirin û lawazkirina têkoşîna Kurd a li Bakurê Kurdistanê, bi Başûr re hevkariyek hate kirin. Esasê komployê ev e. Bi vê komployê dihat armanckirin ku PKK ango di rastiya xwe de Tevgera Azadiyê bê tasfiyekirin û gelek dewletan di vê komployê de cih girt.

Dema derketina sala 1998’an bê nirxandin, divê mirov ji dil dahûrîne ka zemînê Rojhilata Navîn derbirîna çi wateyê dike. Min di vê zemînê de bi qasî 20 salan pratîkek bihûrand. Pêşketinên dîrokî derketin holê. Pêkanîna van pirsgirêkên ku bi min re têkildarin, bi çi sinêr û ruhî çêbûne û ji her aliyê ve çawa min li ber xwe daye, divê teqez bê fêmkirin.

Di sala 1998 an de CIA’yê paketek pêşkêşî Sûriyê kir. Sûriyê jî li hemberî min polîtîkaya nesekine û biçe meşand. Plan berê hatibû amadekirin. Em dikarin destpêka vê planê bigehînin komploya 1996’an. Di 6’ê Gulana 1996’an de armanceke tasfiyekirinê hebû. Di rastiya xwe de ev ‘digihêje salên 90’î, serkêşiya vê jî Îngilistan dikişîne, di nav de hevkarên Kurd jî cîh digrin. Lê ev yek bi awayekî rêkûpêk di sala 1996’an de dest pê kiriye. Dîsa piştre xeleka wê ya Yewnan hate çêkirin. Îstixbaratvanekî Yewnanî ji min re got “Clinton û Simitis di 96’an de derbarê te de biryara tasfiyekirinê girtine”. Wê demê min zêde îhtimal nedida vê yekê, lê piştî komployê min ev yek baştir fêm kir. Pêvajoya min a tasfiyê bi plansaziya 97’an temam bû. Heke wê demê min fêm bikira min dê tedbîrên cuda bigirtana. Niha ez baştir dibînim ku hemû Ewropa ketiye bin kontrolê û Îtalya hatiye bêbandorkirin.

Di 9’ê Cotmehê de piştî polîtîkayên çewsandinê yên li hemberî pêvajoyê, sedema neçûyîna çiya û tercîhkirina Ewropayê, pêşvebirina riyên diyalogê bû. Meşa 9’ê Cotmehê, meşa lêgerîna çareseriya aştî û demokrasiyê bû. Daxwaza serkeftinê dianî ziman. Ez bi mafdariya vê yekê bawer bûm. Çima arastebûna min ne ber bi çiya, lê ber bi Ewropayê û qada siyasî de bû? Ez hê jî vê yekê tercîh dikim. Ji bo ku zêdetir nebim sedema êş kişandinê, min çiyayên ku çil sal in di xewnên xwe didît, tercîh nekir.

Min rûmeta gelê xwe û ya Rojhilata Navîn neda binpêkirin.

Her çiqas derfetên aştî û demokrasiyê kêm bûn jî, min ji ya ku didît û bawer dikir, tercîh kir. Divê dostên min baş bizanibin. Gel û Tirkiye, pêwîst e baş fêm bikin. Çima Ewropa û Rûsyayê ez neyînî pêşwazî kirim? Çima Emerîka kete nava komployê? Rûsya li dîroka xwe ya nêzîk berevajî ket; ji bo qrediyên ÎMF’ê ji Emerîkayê bigire, helwesteke aborî stend. Ewropa li hemberî min rast tevnegeriya. Çavkaniyeke girîng a komployê Ewropa ye. Di wê pêvajoyê de Îngilistan di serî de li hemû Ewropayê “persona non grata” (kesê nayê xwestin) hatim îlankirin. Ji Almanya û Fransayê li ser hev biryarên dadgehan dihatin. Ji ber sedemên siyasî her kesî qebûl dikirin, lê min qebûl nedikirin. Di şûna ku li gorî siyaseta xwe ya hiquqî û demokratîk tevbigere, li gorî berjewendiyên aborî tevgeriya. Îtalya jî baş tevnegeriya. Lê ez helwesta Îtalyayê ji ber bi rûmetî tevgeriyan, girîng dibînim. Ji ber Ewropa li gorî rûmeta min tevnegeriya ez veqetiyam. Min rûmeta gelê xwe û ya Rojhilata Navîn neda binpêkirin. Xwestin min di destê xwe de bêrûmet û bêkesayet bihêlin. Yê min dikir şerê rûmetê bû. Ji ber rûmet ji her tiştî girîngtir e.

Di Komploya Navneteweyî de rola Yewnanistanê cihê sereke digire. Divê li ser kesayeta Baduvas bê sekinandin. Di komployê de berpirsyariya wî heye. Şexsiyeteke divê bê ronîkirin. Ji Şamê çûna min a Atînayê de rola wî pir e. Mirovê esas Simitis e. Hemû nîşaneyên vê komploya Yewnanê nîşan dide ku plan gelekî kûr e. Têkiliyên wî yên bi derve re jî hene. Simitis kesekî tarî ye. Mîsyona wî ya navneteweyî jî weke serokê kontrayê dinirxînim. Pangalos jî bi kar aniye. Stavrakis kûkla ye. Kostulas, hevkarê Simitis e. Yewnanistan û DYA lîstikek wiha dikin: “Bi bikaranîna APO re em ê pirsgirêka Ege û Kibrisê ya bi Tirkiyeyê re çareser bikin.” Dixwestin min weke amûreke polîtîk bi kar bînin. DYA’yê jî gotiye “Bimire jî, sax be jî baş e.” Xeta Pangalos ya dişopand ji destpêkê ve ji aliyê dewleta kûr a Yewnan bi awayekî zanebûn hatibû plankirin.

Di komployê de rola Israîlê jî girîng e. Min 20 salan li Sûriyeyê qehra Ereban kişand. Israîlê got “ma tu çawa li qada Ereban dimînî”, ji lewra tola xwe ji min girtin. Di vê komployê de îxaneta Yewnanan heye, lîstika Îngilîzan heye, lê yên esas dînamo dixebitand Israîl bû. Bi awayekî komplowarî di radestkirina min a Tirkiyê de rolê Israîl û DYA’yê pir e, şopandineke bê eman kirin.

Eşkere bû ku ew serboriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez bi helwesta ji nû ve afirandinekî ve rû bi rû bimînim. Li vir parastina xwe, mebesta xwe ya pak û hewldanên xwe yên mezin kirinê, weke takekesî zêde wateyekê naderbirîne. Encama derketiye holê ew e ku komploya 9 ê Cotmehê tenê ne înfazek e, di heman demê de kişandina çarmixê ye. Weke ku min di serî de jî diyar kir, hema di cî de tewan avêtina ser rêveberiya Tirkiyê û bi vî awayî ew rola ku ji hêla sîstema cîhanê ve ji Tirkiyê re hatibû dayîn bi kûrahî û di nav hemû wergiriya dîrokî de nenirxandin, mîna ku hêzên komploger ên yekser û neyekser dihizirin, wê wateya xwe veşartina wan jî hilgire.

Ji ber vê yekê min hewl da ku di parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de zelal bikim ka roja me ya îroyîn sîstemeke cîhanî ya çawa ye. Parêznameya min bi xwe armanc raber dikir ku, wê hebûna Kurd ku hema hema di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de, di rewşeke helandinê de ye, di nav dîrokê de û bi hemû aliyên xwe ve derbixe holê. Bi wê zanebûna ku daxistina pirsgirêkê nîvê çareseriyê ye, min ev hewldan li dar xist. Ev hewldan, weke ku di nimûneya dagiriya dawî ya İraqê de hate dîtin, tenê bi teşeyekî şahane erêkirina pêşbîniyên min ve nema, her wiha him derfetên dibetî yên çareseriyê zêde kir û him jî anî rewşa eşkeretiyê. Azîneya sîstemê ya kişandina çarmixê û bi rengê Prometheûs li latê mîxkirin, nedişibiya wê encama klasîk ango ya di serdemên mîtolojîk de. Li dijî “êrîşkariya global” a sîstema cîhanê ya kapîtalîst, derfet dihatin rewşa peydabûnê, da ku lêgerîna “demokrasiya global” a gelan bê xurtkirin û riyên çareseriya pirsgirêka Kurd jî vebin.

 Bi taybetî pêvojaya min a li girtîgeha yek kesî ya Îmraliyê, li dijî wê rizandina hînbûyî ya di dirêjahiya dîrokê de, dida peyitandin ku çareseriyeke zanistî him felsefîk, him pratîk tenê ne ji bo kesayetiya min û gelê Kurd, dikare ji bo tevahî mirovatiyê derçûnê peyda bike. Lewra hemû raboriya xwe tewanbarkirin weke ku ne rast e, di xwe de parastina puxteyekê zindî û mafdar aliyê dîtir ê rastînê bû. Her wiha hindek babetên girîng ku di wesfa temamkirina parêzname û daxiyaniyên min de ne, vekirina wan xwedî girîngiyeke mezin e.

Xwestin min jî wekî kozekî bikar bînin. Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê. Wê tu tiştî nede Kurdan. Ji ber nijadperestên hov mîna emîrberê wî dixebitin, dikarin dewletokekê sazbikin. Kurdên nijadperest dikarin heta demekê bi YDA’yê re bimeşin, lê belê di Rojhilata Navîn de bi YDA’yê re bûyin, wê rê ji çi re veke? Ermenî 50 salî bi Îngîlîz û Fransiyan re, Îyonî jî 100 salî bi Îngîlîziyan re meşiyan, lê belê ji vê xakê hatin tunekirin. Li Nînovayê Asûrî û Suryanî hebûn, ew jî li dû hev ji holê hatin rakirin. Wê Kurd bibin xwediyê dewletokê, lê belê mirov çiqas dikare bi vê bawer bike? Gelo ma wê bibe weke Îsraîleke duyemîn? Gelo ma wê Kurdan bajo nav şerekî, ev jî ne diyar e. Bi destê Tirkan kuştina Kurdan di zemanê Îngîlîzan de destpêkir, lê niha Kurd jî hinekî hêzdar bûne. Min ev tişt fêmkirin. Gelo dewlet çiqas ji van peyamên min fêm dike? Fêmbike jî êdî dereng maye.

 Ev rewşenbîrên Tirk çima komployê nanivîsinin? Ne ji bo min, bila ji bo gelê xwe binivîsînin. Min di serî de jî got, ne ji ber ku ez ji dardakirin û mirinê ditirsim, divê em vê komployê çareser bikin. Li vê derê dardakirina min, kuştina min û rizandina min rizandina Tirkiyê ye jî. Rewşenbîrên wê jî, çepgirên wê jî, îslamparêzên wê jî tênagehêjin. Ew ne ji îslamdariyê, ne ji welatparêziyê ne jî ji biratiyê fêmdikin. Pêvajo ji bo tevahî hêzan teşe û zayineke nû ferz dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji rêwişt heta hunerê tevahî qadên jiyanê tên hejandin, qeyran û aloziyan dijîn û pê re li çareseriyan digerin. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya lezkirina vê rastiyê.

Di sedema radestkirina min a Tirkiyê de, armanca bingehîn derxistina şerê Tirk û Kurdan bû.

Hê jî pêjavoya 9’ê Cotmehê baş nehatiye fêmkirin. Ez vê yekê bi xetên stûr diyar dikim. Ya herî girîng pirsgirêka aştiyê ye ku hatiye pêşiya wî xitimandin. Demokratîkbûyîn li Tirkiyê bi sînor pêş ve diçe. Têkoşîneke demokratîk wê pêş bikeve. Teqez ên ku alîgiriya têkçûyîna PKK’ê dikin hene. Dibêjin bi PKK’ê re aştî nabe û Kurdan li derve dihêlin. Di sedema radestkirina min a Tirkiyê de, armanca bingehîn derxistina şerê Tirk û Kurdan bû. Di wê pêvajoyê de min jî dikaribû bi xerabî tevbigeriyama. Lê min nekir. Di van rojan de, min di şert û mercên herî zor de jiyan kir, li piya mam û bi pêkanîna projeyên aştiyê, plana şerê Tirk û Kurdan vala derxist û hê jî vala derdixim.

 Li aliyekî komployê ez, li aliyê din Tirkiye heye. Min û Tirkiye bi hev re girtin nava komployê. Di serî de komplo dixwest ez bimirim. Pevçûna Kurd-Tirk dixwestin kûr bikin. Helwesta xwa ya balafirê min berê jî gotibû. Du rê li pêşiya min bû. An ez ê hîç nepeyivima, biba weke grevê. An jî komplo û pêvajo bihata ronîkirin. Min tercîha duyemîn kir. Ligel hîç min nedixwest ez bijîm, ji bo berjewendiyên gel û welatê me ez jiyam. Berpirsyariya min li hemberî dîrokê hebû. Divê min komplo vegotiba. Komplo derveyî îradeya Tirkiyeyê bû û ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê jî bû. Min komplo bi tenê serê xwe ronî kir. Weke peywira mirovahiyê, min ev yek ji bo mirovahiyê kir.

Wê dîrok vê lîstikê di rojên pêş de zelal bike. Qaşo Yewnanî li hemberî Emerîka jest kirin û ez dame Tirkiyê û pê re jî ji bo pirsgirêka Qibrisê û Ermeniyan tavîz xwestin. Kes nikare min wekî jest bikarbîne. Kes nikare li ser min jestan bike.

Komploya 9’ê Cotmehê ku bi pêvajoya 15’ê Sibatê encambû; li ser gelê me ji Sûmeran heta roja îroyîn parçayek ji hewldanên kolînîkirina gelan e ku di bingeha xwe de komploya herî berfireh a bi piştgiriya dostên dirûv û hêzên noker hatiye lidarxistin. Ev plan û daxwaz, ji gehîştina encamê dûr e. Ev komplo di sedsala 20’an de, hemû xayîn û nokerên emperyalîst di asta herî bilind de gihandiye hev. Veguheztina aştiyê ya Anatolya û Mezopotamyayê, wekî peywir li pêşiya gelê me û hemû hêzên berpirsiyar e.

                           RÊBER APO