|
Li herêma Licê weke bajêr cihê herî kevn û
dîrokî yek jê jî Entax e. Di dîrokê de navê wê
Atax, Ataq û Hetax derbas dibe. Entax îro
gundekî Licê ye. Ew dikeve başûrê rojhilatê Licê
û bi qasî 15-20 km’yî ji Licê dûr e.
Ne awayekî
dîrokî û zanyarî lê li gorî gotinên bav û kalên
Liceyî’yan, liceyî ji Entaxê koçkirine û hatine
li cihê Licê ya îroyîn bi cih bûne. Ji ber vê
yekê jî tu kes nizane kîjan sal û dem ji Entaxê
hatine û Licê ya îroyîn avakirine. Lê bi awayekî
dîrokî û zanyarî nayê zanîn ku dema Entax
sancaxa (qezaya) Farqînê bûye, gelo wê demê
rewşa Licê çi bûye. Dibe ku Licê wê demê gund be
û bi Entaxê ve girêdayî be. Li ser Licê
dokumenta herî kevn a nivîskî ya ku li ser
camiya Mezin a Licê ye di sala 1540’î hatiye
nivîsin.
DU ÇAVKANIYÊN
DÎROKÎ
Der barê Entaxê
de du çavkaniyên dîrokî hene: Dîroka Kurdên
Merwanî û Şerefname. Li gor dîroka kurdên
Merwanî di navbera salên 985-1086 an de paytextê
Dewleta Merwanî Farqîn bûye û Entax jî sancaxa
wê bûye. Entax cihê havîngeh û seyrangeha serokê
dewleta Merwaniyan bûye. Padîşahên Merwaniyan li
Entaxê qesr û qonaxên bedew lêkirine. Di mehên
bihar û havînan de çûne li wir kêyf û seyranê,
xwarine û vexwarine, guhdariya saz û stranan
kirine. Li govend, reqs û dîlanan temaşe kirine
û carnan jî çûne nêçîrê. Mirov dikare bêje ku
Entax havîngeh û evîngeha padîşahên Merwaniyan
bûye. Nivîskarê pirtûka Dîroka Kurdên Merwanî
Îbnul-Erzak, 990 sal berê, li Entaxê behsa
serpêhatiyeke padîşah û wezîrên Merwanî dike.
SERPÊHATIYA
ENTAXÊ
“Hikûmdariya
Mumehidîdewle dewam dikir. Şêro jî wezîrê wî bû.
Hikûmdar ji Şêro gelek bawer dikir. Şêro
birêvebiriya hemû karûbarî girtibû destê xwe. Bi
navê Îbnî Felyus kurekî Şêro hebû. Şêro gelek ji
kurê xwe hez dikir û ew kiribû serokê parastinê
ya giştî. Lê hikûmdarê Merwaniyan Mumehidîdewle
ji kurê wî Îbnî Fulyas hez nedikir. Ji aliyê din
ve hikûmdar keleha Hetaxê dabû Şêro. Kela Hetaxê
gelek saxlem bû. Axa wê fireh, bi xêr û ber bû.
Xwediyê çêrgeheke mezin bû. Edeteke Şêro hebû,
di rojên biharê de padîşah dibir wir û herduyan
rojên xwe yên biharê li wir derbas dikir. Şêro
di wê demê de ziyafet û şahiyên mezin çêdikir.
Di bihara 1010’an de, dîsa çûn Hetaxê. Bi roj
xwarin, vexwarin, kêfkirin û çûn nêçîrê. Îbnî
Felyus ji wan re xwarin û vexwarinên xweş û
tehmdar amade kir. Rojên xweş û geş derbas
kirin.
Şêro ji lawê xwe
re emir dike û dibêje ku divê çend pêwan
(nobedar) bikevin deriyê kelehê bila nehêlin tu
mirovên padîşah bikevin hundir. Ew jî dest bi
xwarin, vexwarin û şahiyê dikin. Padîşah dixwe,
vedixwe û emîr dike û Şêro jî rûne. Lê belê li
pêş padîşah xwar dibe erdê radimûse û dîsa
rûnane û her çar şûşe tijî dike û pêşkêşî
padîşah dike. Padîşah baş mest û serxweş dibe.
Pismamên padîşah yek bi yek radibin û Şêro jî
wek ku wan bi rê bike, yek bi yek dibe der û her
yekê di malekê de hefs dike. Û ew dibêje ku vî
karî bi emirê padîşah kiriye. Heta ku ew kesên
meclisê diqedin vê plana xwe weha didomîne. Di
dawiyê de ji bilî sê stranbêjan tu kes li gel
padîşah namîne. Yek jê jî bi navê Muşrîk
xizmetkarekî padîşah yê taybet e. Şêro dema
dibîne ku di rûyê padîşah de şopên serxweşiyê
xuya dikin weha dibêje:
”Ger padîşahê
min bixwaze razê nivîn amade ne!”
Padîşah wiha
bersiv dide:
”Belê, ez ê
razêm lê divê ez vê qedexa di destê xwe de jî
vala bikim. De were ji bo jiyana min, em bi hev
re qedeheke mey vexwin.”
Şêro, “ bi ser
ser û çavên min” dibêje û bi hev re dest bi
vexwarinê dikin. Piştre padîşah radibe û diçe di
nava cihê xwe de dirêj dibe. Xizmetkarê wî yê
taybet jî, lingên wî digre hembêza xwe û miz
dide.
Wê demê Îbnî
Felyus ji Şêro re wiha dibêje:
“De haydê tam
dema wê ye! Fersend ket destê te.”
Şêro jê re wiha
dibêje:
“Welahî, ji bo
vê yekê wijdana min bi min re îtaet nake.”
Îbnî Felyus bi
heyecan û tirs:
“Divê em vî karî
bibin serî yan em hemû tên kuştin.”
Şêro wiha bersiv
dide:
“Wele ez nikarim
vî karî bikim, dixwazî tu bi xwe bike!”
Li ser vê yekê
Îbnî Felyus şûrê tazî di dest de û dikeve odeya
Padîşah. Dema padîşah ew dibîne bi awayekî sert
jê dipirse:
“Di vê saetê de
tu ji bo çi hate vê derê?”
Îbnî Felyus
dibêje ku ji bo xizmetê hatiye. Padîşa bi
awirekî sert:
“Derkeve, here û
carekê din jî neyê!”
Lê Îbnî Felyus
dernakeve. Padîşah bi hêz û heybet ji nav
nivînên xwe derdikeve û di hemleyekê de wî
davêje erdê û li ser rûdine. Gaziyê Şêro dike ku
şûrê wî bîne. Şûrê padîşa tim pê re bûye lê wê
demê dibin nivînên wî de maye. Şêro şûrê wî ji
bin nivînên wî digire û di nav milên wî de lê
dixe. Wê demê padîşah ji Şêro re dibêje: “Ax
Şêro tu bi gotina Îbnî Felyus xapiyaye. Lê bi
Xwedê dê tu ji vir û şûn ve îflah nebe.”
Piştre Şêro bi
leşkerên ku bawer dike, ji xewê radike û rewşê
ji wan re dibêje. Pismam û mirovên padîşah jî
davêje zîndanê. Şêro bi kurê xwe Îbnî Felyus ve
diçin Farqînê û ew li wir hikûmdariya xwe îlan
dikin.”
Mehmet Alî ERTAŞ - AMED
|