* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 


MAHABAD
 

 


Dema em dibejin mehabad di carek de berxwedaniya gelê kurd ya rojhelatê kurdistanê ya li hembêrî rêjîma îranê ku pir hîşk li dijî kurdan û hemu kêm netewên din tê bîra mirovan
.

Di dema sirhildana simko şikakî de bajarê mahabadê mîna bajarên din malovanî ji şêrvanên kurd dike’di wê demê di berxwedaniyêk mezin li hemberî komara îranê tê nîşan dayîn.piştrê di sala 1946’an di van deme de hemu gelên cîhanê bûne xwedî dewlet û her yek gihiştiyê azadiyê.di vê demê kurdan jî daxwaza serxwêbunê kirin ’ji sist bûna îranê kurdan keys girtin û komara mahabadê di sala 1946ê ava kirin.

Piştrê dîsa lîstika navnetêwî yên her tim li ser gelê kurd hatinê birevebirin’rê nedan ku têmenê vê destkeftiya kurdan dirêj bibe.di heman salê dı komar hat hilweşandin û pêşengê kurd serokê komarê|``QAZÎ MUHEMED``li meydana çarçira hat darda kirin.

Erdnîgarî

Mahabad an jî sablax bajarêkî binav û deng ya rojhêlatê kurdistaneyê’li başûrê golê urmiyê ye cîh digre û 113.476 kes le dijîn (2005)mahabad navendekî mezin a pîşesaziya çandiniyeyê.

Ew li ser rêdûran bi du bajarên din en mezin en bakurê xwe  ,Tebrîz300km,urmiye 150 km giredayiyê.

Li mahabadê zanîngehêk heye ku nave wî îslamîk azad universiti yê ’navê sablax ji aliyê dewletê ve hat guhartin û buyê mahabad.

Paytexta di dilan de

Mahabad navenda ramana dewleteka kurd a serbixweyê ’di sala 1946 an de mahabad bû paytexta komara kurdistan a mahabadê,,piştî şerê cîhanê a duyemîn artêşa rus mabu û nidihişt îran bikevê kurdistan û azerbaycanê û di wî demê de kurd serxwebuniya xwe dan zanîn,ıê piştê 11 mehan bil îstika birîtaniyaya mezin artêşa rus ji îranê derket ûrê ji lekerên îrane re vebû’kurdên mahabadê gotin fars xwişk û birayên mene,em bi van şer nakin ``fermandarên îranê jî soz dabûn ku şer çenebe ,leşkerên kurdan rê danê farsan’lê dema ku ew hatin ,serê sêrokên kurdan lexistin û komara kurdistanê ji holê rakirin.

Dîrok

Di salhezara yekan(B.Z) mahabad di dema hesin de hêzrk mezin li vî heremê bûn ’tekeliyên van bi asuriyan û bi gelên din li heremê hebûyê.Berî serokê kurdên mukrî sultan budaq mahabad an jîbi navê din sablax paytexta herêmên xwe bûyê ew gundekî biçûk li deşta diryazê bû.

Di dema sefewiyan de herêma mukriyan navenda berxwedana li dijî şah ebabasê”1.di salên 1609 û 1610 dema şer êdimdim de pişta emîrxan lepzerîn girtin emîrxan lepzerîn fermandarê biradostan bû  dema ew li dijî ebbas binketin şah komkujiyêk mezin li ser gelê bajar li dar xistin.

Pir kurd hatin kuştin heta dawiya sedsala 19 an kurd li bajarê desthilatî dimişandin’di şerê cîhanê yekem de mahabad cihê cenga osmanî û rûs bû’di sala 1935 de milekî bajarê ruxandin û bajarê modern û nû ıi ser pelişên bajara kevn hat ava kirin.

Komara kurdistan a mahabadê

Di nav sedsala 20 an de piştî hukumeta başûrê kurdistan ku şex mehmûd berzencî li silemaniyê îlan kir’komara kurdistan a mahabadê ,di warê dewlet bûyinê de ji mbo kurdan bû tecrûbeyek duyem,lê belê hin welat ji bo berjewendiyên xwe ,komara mahabadê feda kirin.

Di 22 çilya 1946 an de bi alî kariya yeketiya soviyetê li meydana çarçirayê  mahabaddê ,komara mahabadê ji aliye Qazî muhamed ve hat îlan kirin ’13 wezîrên ku di komara mahabadê de cih digirtin ,piştî demekî destura bingehîn a komarê zelal kirin.

Komara mahabadê ,her çiqas heta demek kin berdewam kir jî di wê demedê bû navenda siyaset û ronahiyê û ala netewî ya kurdistanê hilda û gel jî artêşa welat saz kirin ,her weha rêxistinên aburî civakî edebî hunerî û rexistinên leşkerî jî saz kirin rojname û kovar derketin sîstema birevebêr ya komarê jî hatê saz kirin hewl hate dayîn ku sîstema perwerde û ziman were pêşxistin û di 14 adarê de yeketiya jinên kurdistanê hatê saz kirin.

Arkeolojî

Derdora mahabadê bi dewsên dîrokî ,yên di dîrokê de dur digihijin tiji yê’hinek ji van ta dema îslamê û xiristiyaniyê diçin’li nêzîkê gundê enderqaşê di nav zinaran de gorşanêka ji dema sasaniyan heye.ew b’ navê Feqrigahê tên as kirin.

Av û hewa

Derdora mahabadê ji kaniyan tijene’ av û rubar di nav bajarê re diherikê û dibe sedema şînatî û av û hewayekî nerm’dibejin kaniyên mahabadê dermanên pir nexweşiyanin.

Çand û wêje

Mahabad navendeka kurdan a çandî û wêjeyî ye’ gelek helbestvan û nivîskar ji wir derketinê: Hejar (seyîd mihemed emînî şexo al Îslam mukrî)(920-1986)û Ebdurihman zabihî (1920-1980)ferhenga yekemîn a kurdî-farsî nivîskara kurd hejar nivîsandiyê û navê helbestvanê neteweyî kurd li hemin hat kirin.

 

  

 BRUSK MAHABAD