|
Ez
di temenê zaroktiyê debûm. Min Heskîfê di dema
çûn û hatinê de dîtibû. Hêjan ew dîmen li ber
çavê minin. Ew dîmen ji mejiyê min neçûne. Dema
ez wan deran tînim bîra xwe xweşiktiya Heskifê
tê bîra min. Yên Heskîf dîtin dizanin. Gelek
balkêş û bi bandore. Min bi meraqiya zarokiyê
temaşeyî tiştin berê dikir. Her dem min dixwest
fêm bikim ku ev berhem çawa çêkirine. Ev
xweşikiya ku di mejiyê min de mayi, tiştên ku
min wê demê dîtin, ez diçim wan rojan tînim bi
vê rojê re dikim yek yan jî ez diçim wan rojan û
têm, ez çûn û hatinek çêdikim bi wî awayî
dixwazim bidim fêmkirin.
Qasî ku tê bîra
min, dema ku cara yek rêya min ketî wê derê, li
milê çepê bi girên bilind û bi qûntaran ve gelek
şikeftên hatin vala hene. Li rexê wan jî, cihê
niştecihbûnê ye, yani Heskîf nû cih digire.
Dema ku wesayîta me li rexê rawestiyayî li wir
qeysî di firotin. Me hinek kirîn û me xwar.
Ev cihê dîrokî
li rex cemê Dîjle cih digire. Xweşiktiyek cuda
dida Heskîfê. Wisan li hevdû dihatin ku Dîjle û
Heskîf hevdû temam dikir. Ji bo mirov derbasî
aliyê din bibe pirek hatibû çêkirin. Em bi vê
pirê derbasî aliyê din dibûn. Ava ku dibin pirê
de derbaz dibû zelal û bi heybet bû. Pir dinava
çemek gelek mezin de ku hêjan xwe li ser linga
digire, berhemek yê demê kevin hatî çêkirin, lê
belê min nezanî sedemê xirapbûna pirê. Stûnên
pirê hêjan li ser linganin. Ev stûnan jibo xirap
nebin înat dikirin û berxwedidan. Di demê kevin
de hostayan çiqas karê xwe bi awayek saxlem
dikir, ku behremê wan bi sedsalane xwe lê
serpiyan digrên.
Erê, tê dîtin ku
di demê kevin de civakan jibo jiyana xwe
berdewam bikin li derdorên avan yan jî deverên
nêzîkî wan niştecih dibûn. Erdnîgariya Heskîfê
jibo bi cihbûnê gelek destdayî ye. Eger li rex
wê ev çem ne herîkî ba ihtimalek mezin li vir bi
cih nedibûn. Guncawbûna erdnîgariyê û dema ku av
jî hebe jibo niştecihbûnê dibe cihek gelek xweş.
Yên ku destpêkê ev cih avakirîn dema xweşikiya
vê dîtin biryar dane ku li vir bicih bibin. Di
roja me de jî yên ku di kovaran de, TV yan de
Heskîfê dibînin dibin heyranê wê. Erê, yên ku ev
cih keşif kirîn û lê bi cih bûyîn civakên
kevinbûn. Civakên çandiyar bûn. Yên ku destpêkê
teba kedî kirîbûn. Yên çiyayîbûn. Ji jorî
Heskîfê dema mirov xwe berdide jêr li rexên çem
gelek gund hene. Dîroka van gundan xwe digehîne
hezaran sala. Ev bermahiyên dîrokî, watedana van
şopandin dikeve ser milê yên îro jiyan dikin.
Bermahiyên ku kêrî bîranîna demên kevin tê,
didemê kevin de çandên ku hatine vehûnandin û
jibo me diyarî kirine. Tişta ku dikeve sermilê
me rast fêmkirina van, xwendin û heskirina wane.
Bêgoman hinek
sedem hene ku ez van peyvan diyar dikim. Yên ku
dixwazin Heskîfê, bermayên dîrokî, şikeftên wê,
pira wê û hemû erdnîgariya wê tunebikin hene.
Hem jî dixwazin
gundên derdorê wê jî dibin avê de bi hêlin, bêy
ku dilê wan bi mîrasê çandek hezar salî ve bi
mîne. Tê dîtin ku sîstema Kapîtalîzmê
dijminatiyek bi kîjan cure dixwaze nirxên çandî
û xwezayî tunebike, ev projeyek diyar ya wê ye.
Vê, wê bi hezaran mirovan ji gundê wan bike û
wan ji axa wan qut bike. Dixwazin gelê herêmê bi
polîtîkaya koçbertiyê neçarî terk kirina vê
herêmê dikin. Dibêjin em elektirîkê di
hilberînîn. Dixwazin jibo polîtîka û armancên
xwe yên leşkerî pêkbînin ûdibin navê Bendavan de
civakê bi xapînin.
Gelek bi
paşeroja xwe, dîroka xwe û nirxên xwe yên çandî
bi wate dibe. Ev nirxên wê yên moralêne. Hêzên
desthilat û serdest dixwazin gelê me ji van
nirxan qut bikin. Van polîtîkayên wan yên qirêj
aşkera kirin û li hemberî wê tekoşîn dayîn deynê
mirovahiyê ye.
Pêwîste em xwedî
li Heskîf, xwezaya wê û gundên wê derbikevîn. Ev
pêwîstiyek ya rûmetdayîna çandane. Armanca yên
ku ji xwezayê hesdikine. Xebata yên ku Ekolojî
pejirandî erkê yên wan yê bingehîne. Em Heskîfê
û gundên derdorê wê bi parêzin. Heta em projeyên
dewlet û hukumetê ji holê radikîn ne sekinin.
Di destpêkê de
Heskîfî, Batmanî, hemû bajarên derdor, li
Kurdistanê, li Anadolê, li Rojhilata Navîn û li
hemû cîhanê çi tişta bê xwestin bê kirin, ev
xwepêşandan bin, çalakî bin, ev hemû jibo bûyîna
civakek azad û takekesek azad berpirsyartiyek
dîrokî û rojaneye. Ev erke. Ev xwedî lê derketin
jibo pêşerojek bi wate, xweş û azade.
Mahsum BAGOK
|