|
|
RASTİYA
XWEDAWEND BUYİNÊ
Jin
yan kû jiyan, di diroka mirovahiyê de hertim
jina ku xediyê keda herî mezin kû bedelên herî
mezin daye hemû êşên jiyanê kişandî û mirovahî
afiradî bê guman jinê weku ji wateya peyvê jî tê
jin yanî jiyan lê yakû ji hemû xweşikatiyên
jiyanê hatî bê par hiştin ji jine, jina kû
xwediyê afirandina jiyanê naha di asta herî
jêrde hatiye hiştin û di hindek rewşanda heta
weke mirov ji nayê dîtin. Jiyana mirovan ji bû
bigehe roja meya îro di gelek astanre derbas
buye heya gihaye roja meya îro û di her
merheleyek ya jiyana mirovanda jin di astên
cudade hatiye bi destgirtin. Jina di serdema
neolotîkde weke rêveberê civakê, xwidawed,
berpirsyarê hemu jiyanê û afirankarê jiyanê
piştî dawî hatina jiyana komîn ya serdema
neolotîk jiyana mirovan tê guhartin bi zêdebuna
mirovanre pergala bajarvanî despêdike û pergalek
nu ya jiyanê tê avakirin. Bê guman yaku herî ji
vê pergala nu bandur dibe jine, ji berku li
cihê jiyanek yek par û wek hev de bi zêdebuna
hilberînêre sistema desthilaydar ya dibin
reveberiya zilamde
derdikeve hole û di jiyana mirovande despêkek
despê dike. Êdî fikra jin weke jindiyek bê hêz
tê ditin û hemu mafên jiyanê ji dest tên girtin
hetta di hindek demande di asta lawirande tê
hesibantin û firotin. Di despêka sistema
desthilatdariya zilamda gava tunekerina jine
weke şerê di navbera Mardox û Tiyamat de tê
destgirtin û êdî civaka komîn ya dibin
rêveberiya jinê de vedigere sistema
desthilatdariya zilam û jin ji jiyane tê mehrum
kirin.
Dema mirov li
diroka xweda û xwedawendan, çîrokên mîtoloji ên
dîrokê binêre dê bê dîtin ku hêza jinê çiye û
jin di vê serdemê de xwedî rolek çawa ye. Di vê
demê de ji ber keda xwe jin navenda jiyanê bixwe
ye. Civak li derdora wê kom dibe, helberîn bi wê
dest pê dike, yekem civakbûn li derdora keda wê
kom dibe. Mirov dikare bêje ku kevirên yekem yên
şaristaniyê keda jin, raman, hest û hewildana
jinê ye.
Di vê serdemê de
her wiha jin dayîka pîroz e. Di nava civakê de
ji ber ku jin zarokan tîne, ev yek dibe sedema
ku mirov rêz bidin, weke jêdera afirandinê
bibîbinin. Lewma di fugurên, peykerên vê demê de
dayîkbûn mîna nirxa herî mezin tê bidestgirtin û
di hemû peykerên ku ji vê demê mayîn de lebetên
afirêneriya jinê bi taybet hatine destnişan
kirin.ji ber anîna zarokan tişta herî giran biha
û bi nirx tê ditin. Lê ruxmê van kêrhatiyan û
pirozbuna jinê di roja meya irode jin tune tê
hesibandin, pergala desthilaydar yaku xwe li ser
binpekirina maf û keda mirovan mezîn dike ew
dayika piroz yaku jiyan afirandi îro weke
pergalekê di bazirgehande têfiroştin û tune tê
hesibandin. Ji ber pergala kapîtalist li ser
tunemuna mirovatî xwe mezin dike ji bo pergala
xwe serbêxwe di despêkede êrîş dike ser jine
yani ser bingehê civakê û hewil dide civakê di
bingehde tune bike, le ser vê tunekirina jine
yan ji civakê heza xwe xurt bike lê ji dirokê
heya roja meya îro nekarîn jina xwedi ket, hest
û piroz tune bikin hertim jinê ji xwere çiroskek
dit û ket nava hewildanên azadiyê û ji bo
azadiyê bi dest bêxîn gelek bedelen mezin dan.
Ji van jinên xedî nix bêguman herî zêde jina
Kurdّّّe.
ji ber ku jina herî hati bê maf kirin ewe jiber
gele Kurd ji dirokê heya roja meya îro hertim
hatiye tunekirin û mafên wan ji dest hatine
girtin ji ber vê yeke jina Kurd du caran hatiye
tunekrin, lê weke me dayî diyarkirin jina xedî
keda herî mezin û xwedî hest hertim çiroskek ji
bu azadiyê ditiye û ji bu azadiyê xwe li derdura
wê çiroskê cıvyane.
Ev çiroska
azadiyêjî bê guman Reber APO ye ku jin ne wekî
pergalekê ditin jin afirênerê civakê û mirova
herî wedi hest raman û giran biha girtiye dest û
hewildanên herî mezin ji bû azadiya jinê daye ji
gutina Reber APO ya ku dibêje “azadiya jinê
azadiya civakê ye“ hewildanên ji bo azadiya jine
dide diyarkirin. Jiber gelek caran hewildanê ji
bo azadiya jinê hatine dayin lê tu caran bi
awayek gişti jin ne hatiye destgirtin û hemû
mafên wê bingeh ne hatine ditin. Her çiqas li
ser bingehê qetliama jinan ya di sala 1857 ya li
Niwyork ê yaku di encama wêde 129 jinan jiyana
xwe ji destdayin bî buneya wêna roja 8é
Adarê weke roja jinan hat biryargirtin lê tenê
azadiya jinê biwê rojêre bi sinor hat ditin lê
di rastide ne tenê roja 8é Adarê ji bo hemu
rojên me azadbin jina Kurd dibin rêvebertiya
Rêber APO de hewildanên azadiye didin û ji bo
vena tekoşîn didin. Çawa di despêka
civakbuyinêde jina xwediyê kedê giha asta
xwidawendîtîyê, her di roja meya îrode jî bi
sedan kesayetiyên jin yên wekî Zîlan, Sema,
Bêrîvan, Bêrîtan û Viyanan bî tekuşîna xweya
watedar xwe gihandin asta xwedawendîtîyê. Ji ber
vê yekê jin giha rumeta xweya despêkê ya
afrênerê civakê û jiyanek xwedî wate.
Bi vê buneyê ez
roja 8é Adarê li hemû jinên azadixas, jinên Kurt
bi taybet jinên kû di nava hereketa azadiyêde ji
bo azadiya jinê tekoşin dikin û nirxên neyên
mezin jinen jibo azadiya jinan canê xwe dane
piroz dikim û hevî dikim ne tenê roja 8’ê Adarê
hemu rojên salê bibin rojên azadiya jinê û
azadiya mirovahiyê.
Leyla ILHAN
|