|
|
Beşa -V-
Ji
Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd
Heya ku statuya
bi pergala hîyerarşîk despêkiriye û jin xistine
nava wê neyê dahûrandin, ne dewlet ne jî
avaniyên civaka çîndar a ku xwe dispêriyê
dikarin bêne ravekirin. Ji ber vê sedemê, nekare
ji şaşîtiyên herî bingehîn jî rizgarbibin. Koka
têgehên; Şextî, Mîrtî, Siltantî, desthilatî û
dewletê, ji Erebî derketî ye. Bo mînak wateya
peyva dewletê, ji wateya şevekê bi jina hatiye
bidestxistin re bê jiyîn e. Weke peyv jî,
têkiliya dewletê bi destavêtin û kolekirinê re,
balkêş e. Di Erebî de; wateya hemû têgeh û
saziyên ku desthilatiyê bi bîr dixin taziye û
kêfkirin û domandina kêfê bi bîr dîxînin. Jin ne
weke zayendekê, weke mirovekê ji civaka xwezayî
tê qutkirin û li koletiya herî berfireh tê
mehkûm kirin. Hemû koletiyên din girêdayî
koletiya jinê pêş dikeve. Ji ber vê heya ku
koletiya jinê neyê dahûrandin, koletiyên din
nayê dahûrîn. Heya ku koletiya jinê neyê
derbaskirin, koletiyên din nayên derbaskirin.
Jina ferzan a civaka xwezayî, bi hezaran sal
çanda dayik-xwedawend jiyaye. Nirxa ku her tim
tê bilindkirin, dayik-xwedawend e. Wê demê çawa,
çanda civaka herî demdirêj û berfireh hate
çewisandin û veguherandin bilbila qefesê ya bi
xeml û xêz a roja me? Dibe ku zilam li vê
bilbilê sergêj bibin, lê ew dîleke. Heya ku ev
dîliya herî demdirêj û bi kûrahî neyê
derbaskirin, tu pergala cîvakî nekare behsa
wekhevî û azadiyê bike. Darêza; asta azadî û
wekheviya jinê asta civakê ya di vê hêlê de
diyar dike, rast e. Hîna dîrokeke jinê rasterast
nehatiye nivîsandin. Cihê jinê, di tu zanistên
civakî de, bi awayek rast nehatiye danîn.
Heke hûn bêjin;
“rewşa niha çiye”, jin tenê bêjiyan dihilberîne.
Bandorkere lê rast e. Ketinek; ji hiberînkeriya
mezin ber bi hilberîna bêjiyan, heye. Bêjî, wekî
fîzîkî nabêjim. Hilberînên ku, li tu nirxên xas
ê vê civakê, li tu nirxên çandî ê vê civakê
xwedîdernakeve, vaye em ji siyasîbûnê bigrin çi
hebe em dikarin çanda giştî jî li vê zêdebikin a
ku bi vana re tu têkiliya wan tuneye.
Zayendperestî, di tevahiya dîrokê de bûye çekek
ku, pergalên şaristaniyê (li hemberî civaka
exlaqî û polîtîk) herî zêde bikaranîne.
Mêtîngehkirina bi pir armanc a jinê, vegotina
mînaka herî bandorker a vê ye. Zuriyetê
dihilberîne, karkera bêmûçe ye, xwediyê karên bi
herî qehre, koleya herî sernerm e.Di rewşa
heybera hatî domdarîkirin a daxwaza zayendî de
ye. Amûra reklamê ye. Malê herî hêja ye,
şahbanûya malan e. Weke amûra destavêtinê ya
domdarî, di xuyanga karxaneya ku zilam
desthilatiya xwe pêktîne de ye. Weke heybera
xweşikbûn, deng û xemlê, di hêla arişî de jî
domkera civaka serdestiya zilam e.
Jin bi van hemû
aliyên xwe ve, herî zêde di nava avaniya
netewe-dewlet de, digihîje wûçana xwe ya di nava
civaka zilam de. Weke îlahe (xwedawend), jina
nîgaş(imge)-(dîmen û nasnameya hevpar a jinê)- a
di civaka netewe-dewlet de, di xuyangê de
haceteke perestinê ye. Lê bi navkirina ‘îlahe’
li vir di wateya kerxanetî ya herî hatiye
girankirin de ye. Jina weke îlahe, jina ku herî
zêde hatiye binpêkirin û bi biçûkxistinê re rû
bi rû maye ye. Zayendperestiya di civaka
netewe-dewlet de; ji aliyekî ve zilam herî zêde
dike desthilat (Her zilamê serdest têkiliya
zayendî, bi awayeke sergirtî di wateya “Min karê
laşfiroşê qedand.” , “ji heq derketim” de dikeve
mejiyê wî), di kesayeta jinê de civakê
veduguherîne rewşa mêtîngeha herî binî. Di vê
wateyê de jin di netewe-dewlet de, di wûçana
netewa mêtîngeh a civaka-dîrokî ya herî hatiye
pêşxistin de ye!
Dive Jin weke ku
xulaseyeke ya hemû pergalê bê dîtin û wiha bê
dahûrandin. Civaka sermiyandar çawa ku berdewam
û lûtkeya hemû civakên kedxwarî yên kevin be,
jin jî lûtkeya bandoriya kolekirina van pergalan
hemûyan dijî. Heya ku em jina di cezareta
zordestî û mêtîngeriya civaka hiyerarşîk û
dewletperest de teşe girtiye fêm nekin, em
nekarin civakê rast pênase bikin. Riya rast
fêmkirina koletiya nîjadî, netewî û çînî, ji
pênaseya jinê re derbas dibe. Zanista civakî
weke ku rim di çewal de hilnayê, lêkolînên di
mijara jinê de ku hewl dide hinekî bike mijara
zanistê, xweserî çaryeka dawî ya sedsala 20. e.
Tevgera feminist, hawîrdor, hilweşandina tirsnak
a şer û desthilatiyan, destpê dane hizirandina
rewîşta zayenperest a dîrok û serdestiyê kiriye.
Ev xal jî, zanistên civakî ya ku dive herî
objektif be jî di nave de, rewîşta zayendperestî
ya hemû avaniya zanistî nîşan dide. Zanist
zayendperest e.
Rewîşta zilamê
serdest a civakê, heya roja me fersend nedaye ku
bi awayê zanistî nirxandina diyardeya jinê jî.
Rastiya jinê, ji ol zêdetir qadeke tabûyî tê
pejirandin. Di bin nave namûsê de, di eslê xwe
de maf û rastiya jinê ya ku zilam bi awayê herî
binbinkî, herî xayintî û zorbazî çopandiye, tê
veşartin. Jin ku di dîrokê de, ji nasname û
kesayeta wê bêpar hatiye hiştin û hertim kirine
dîlê zilam, diyardeyeke ku rê li ber encamên ji
çîndarbûnê neyînîtir vedike. Dîliya jinê
pîvaneke koletî û ketina giştî; pîvaneke derew,
dizî û zorbaziya ku di civakê de berbelav dibe;
pîvaneke her cûre qirêjbûn û xulamtiyê ye.
|