|
|
Mirovahî, di
dîrokê de tenê bi berxwedaniya polîtîk a di asta
civakî û herêma erdnîgarî de, heyîna xwe û
rûmeta xwe neparastiye; di asta kesî de jî
kesayetên polîtîk ên berxwedanvan ku carina
giraniya wan qasî netewekê ne, naskirine. Dîrok
bi mînakên wiha tijî ye. Mirovan weke kes qasî
ku neyên hejmartin; ji Bûda heya Sokrates, ji
Zerduşt heya Konfuçyûs, ji Hz. Adem despê bike
heya Nûh û Eyup, ji Îbrahîm heya Mûsa, Îsa û
Mihemed, heyanî hemû pêxemberên ku bi awayê
xelekên bingehîn didome û hejmara wan di Pirtûka
Pîroz de ji 120 hezarî zêdetir tê dayîn, ji
xwedawend Înanna heya Hz. Eyşe, ji Zennûbe heya
Hypatîa, ji Kîbele heya Meryem, ji jinên
pîrênsêr heya Zeynebê, Rosayê, ji Brûno heya
Erasmûs ji bo ku azad û birûmet bimînin heya
mirinê li berxwedan e. Heke cîvak îro hîna weke
exlaqî û polîtîk didome, her hal gelek nirx
deyndarî van kesan e. Berevajî vê cûdahiya wê ji
keriyên koleyan ne mana.
Koletiya jinê ku
çavkaniya xwe bi awayek bingehîn ji civaka
Sumeran digre, mijareke ku dest lê nehatiye
dayîn e. Bendewariya ku di civaka hiyerarşîk de
despêkiriye, ji perestgeha rahîb tê derbaskirin
û tê ebişandina kepira zilam, têxin statuya herî
giran û tê temam kirin. Ji wê heyamê û vir ve ya
ku hatiye pêşxistin, hertim bûye ev statu. Bi
hemû hest û tevgerên xwe –hêza ramanî dadixin
asta herî kêm- ka wê çawa xizmetî zilamê xwe
bike, mijara bingehîn a wêje, perwerdê û exlaqê
ye. Koleyê zilam; bipêkanîna zêdetir
berhema-zêde, bikaranîna hêza wî ya çors, statu
qezenc kiriye. Koletiyeke bi naveroka abori xurt
e. Lê jin bi hemû laş, giyan û ramanê wê tê
kolekirin. Heke hûn koleyê zilam serbest berdin,
dikare bibe mirovek azad. Lê heke hûn jinekê
serbest berdin, wê bibe mijara koletiyeke
xerabtir. Ev rastî jî, koletiyeke ku bi kûrahî
hatiye bikaranîn, nîşan dide.
Gava ku çavdêrek
baldar li jinê mêze bike, zehmetiyê nakişîne ka
çawa bi xedarî bi her tiştê xwe ve li gorî her
daxwaziya zilam, hatiye teşedan. Ji pergala wê
ya deng heya meşa wê, ji mêzekirina wê heya
rûniştina wê mîna ku bibêje ‘ez hatime qedandin’.
Sedema herî girîng ku dahûrînên koletiya jinê
nayên pêşxistin, dilbijîna çilek û giyana têriya
bi zorbazî ya zilam a di vê mijarê de ye. Di
malê de, pêştîpa xweda-şahê di cîvakê de, weke
efendiyê jinê zilam e. Ew ne tenê mêreke,
‘xweda-mêr e’. Ev wesif bêyî ku ji cewherê xwe
tu tiştekî winda bike, bandoriya xwe heya roja
me domandiye.
Di rewşa jinê ya
di qefesê de, tenê guhertinên di wateya
pêşxistina deng û xemlê de hene. Di astên nayê
bawerkirin de kûrkirin û veşartina koletiyê
mijara gotinê ye. Jina Serdema Navîn, bi duyemîn
şikestina mezin a çandî ya civaka zayendperest
re rû bi rû maye. Gava ku em yekemîn şikestina
mezin a çandî di heyama derketina dewleta
koledar de di çanda xwedawend Înanna-Îştar- de
çavdêrî dikin, em dikarin şikestina çandî ya li
hemberî jinê ya pergala digihîje bi awayeke
bandorker di mînakên; Marîama xwîşka Mûsa,
Meryema dayika Hz.Îsa, Eyşeya hevsera Hz.Mihemed
de çavdêrî bikin. Di Sumeran de perestgehên jinê
hebûn. Ev perestgehana cîwarên ku jinan
avakiribûn û cîwarên pîroz ên wan bû.
Destkeftiyeke girîng a wan bû. Jinan di van
perestgehan de perwerdeyên xwe didomandin, her
cure perwerdeyên xwe digirtin, huner û
xweşikbûnên xwe jî nîşa didan. Heta zilam
dihatin û temaşeyî wan dikirin. Zilaman paşê van
deran veguherandin kerxane yê. Ji wê dîrokê û
şûn ve jî, jin weke xwedawend diketin
perestgehan û weke laşfiroş derdiketin. Hemû
jêhatiyên jinê ji dest hate girtin. Mûsa, tiştek
neda jin ê. Hûn di Îsa de rewşa Dayika Meryem
dizanin. Di Hz. Mihemed de rewşa Eyşê li hole
ye. Hz. Eyşê, piştî ku desthilatiya zilam bi
kûrahî fêmdike, dibêje: “Xweziya li şûna ku ez
weke jin jidayikbûbama, bila weke kevir
jidayikbûma”.
Êdî mina ku tu
şopa xwedawendiyê nemaye, weke cihekî herî nêzî
şeytan tê fikirandin. Nerazîbûnek wê ya herî
biçûk, dikare wê bike şeytan bi xwe. Her kêlî
dikare giyanê xwe bifiroşe şeytan. Dikare zilam
ji rê derbixîne. Rewşa wê ya di pîrênsêrî de,
divê qîjeqîj were şewitandin. Çandeke tevkujiyê
ya ku; bi zindî binaxkirina zarokên keç, ji rê
derxistinên zayendî û diçe heyanî kuştina bi
recimkirina qelebalixê, mijara gotinê ye. Di
civakê de rewşa koletiya herî kûrbûyî bi hezaran
salan û vir ve her ku çû kişiya û gihişt astên
ku nekare jibin rabe. Bi rastî jî, heya ku jin
neyê dahûrandin, asta koletiya pergalê nayê
fêmkirin. Xelekên ku bi her aliyê wê ve hatine
girêdan, pereyên qelen, tiştên xemilandinê çanda
koletiyê derdibire. Mina ku zimanê wê hatibe
birîn, hatiye bêramankirin. Dayikek zûha,
zeviyeke ku zilam çawa dixwazin dikarin
bikarbînin e. Ji zû ve ji sûbjebûnê derketiye û
hatiye rewşa obje yê. Ji xwedawendiya civaka
xwezayî şop nema ye. Ji jina karbidesta ferzan a
zarok û ciwanan, ji jina ku zilam li dora wê
dizîviryan, şop jî nema ye.
|