|
|
Zaxo
zagros
Ji dozên mezin
re rêxistinên mezin û bi hêz pêwîst in. Heke em
jinê mîna netew û çîna yekem ku hatiye
bindestkirin binav dikin ev tê wateya ku
pirsgirêka kûr û bi girêk pirsgrêka azadiya jinê
ye. Hêzên desthilatdar ji bo ku jinan ji hev
belav bikin û nehêlin ku bibin hêz, hemû rengên
derew, hîle, fen û fêlbazî, zor û çewisandin
bikar anîne. Di mîtolojiyan de, di olan de û
felsefeyan de û di sosylojiya heyî de ev yek baş
tê diyarkirin. Perçebûna xewdawend Tiyamat ji
hêla kurê wê Mardok ve, di olan de jin mîna
şeytanan dane nîşan, bi sed hezaran jinên xwedan
zanist û rêxistinkirî di bin navê pîreboktiyê de
ku hatin kuştin, kuştina bi hezaran jinên kedkar
vê yekê baş dide nîşandan. Îro heke hin
rêxistinên jinan hebin jî ji bo ku lewaz û
marjînal bimînin, sîstema desthilat her tiştî
dike. Bilî jinê herkes li ser wê polîtîka dikin
û jinê li gor berjewendiyên xwe bi kartînin.
Dema mirov li dîrokê mêze dike derdikeve holê ku
herdem jin di tevgerên muxalîf de cih girtine,
lê herdem bê maf mane. Herdem ji hêla hêzên
desthilatdar ve jin têne xapandin û bi tiştên
biçûk ve têne mijûlkirin da ku nekevin ferqa
rewşa xwe û bê çare bimînin. Di dema îro de jî
heman siyaset berdewam e.
Hemû partî û
tevger di cîhanê de dengên jinan di
hilbijartinan de qezenc dikin û dema
hilbijartinan de sozan didinê, lê sistema
zayendeparêz berdewam dike û di rewşa jinan de
tu guhertin çênabe. Kuştina jinan, destdirêjî,
bê exlaqî û jin derveyî mekanîzmayên biryarê
girtin hîna jî berdewam e. Jinên ku di siyasetê
de cih digrin jî mîna mêran tevdigerin û derveyî
pirsgirêkên jin û zarokan bi hertiştî re mijûl
dibin. Çawa ku zilam hemû mijarên ku bi jinê re
girêdayî ne bê wate û biçûk dibîne, jinên ku
dikevin nava siyasetê de jî heman nêzîkatî didin
nîşandan. Bi vî awahî siyaseta ku dimeşe
siyaseta mêr e û tu guhertin ji bo jinan nade
afirandin.
Bi tevgera
azadiya jinê ya Kurdistanê re ev rewşe hate
guhertin û gelek gavên girîng hatin avêtin.
Jinên Kurd rewşa siyasî li gor berjewendiyên
jinê şirove dikin û li gor rewşa heyî xwe
dighînin plan û saziyên nû. Her wiha li hemberî
siyasetên baviksalarî û Nîjadperest siyasetên
demokratîk û azadîxwaz pêş dixe. Ne şaş e ku
mirov bêje jina Kurd mohra xwe li gelek mijaran
daye. Tevlîbûna ewqas jin di serhildan, siyaset
û çalakiyan de, bi hejmarekî mezin tevlîbûna di
hemû qadên jiyanê de hevsengiyekî mezin di
civaka me de ava kiriye û rê li pêşiya
sînerjiyekî berfireh vekiriye. Heke îro civaka
Kurd tevî hemû êrîşan xwedan vîn û moral e, ev
bêguman çavkaniya xwe ji tevlîbûna jinan digre.
Ji ber ku jin hêza herikandinê ava dikin.
Tevlîbûna her jinekê tê wateya tevlîbûna
malbatekê û ev tê wateya ku ev jin di hemû
zarokên xwe de jî wêrekî û lehengî ava dike.
Heke îro jinên Kurd di qadan de bûne xetîb û bi
milyonan re pêşengtî dikin, ev bingeha xwe ji
hêza ku jinên Kurd ji rêxistin û keda xwe digrin
tê. Heke tevgera azadiya jinê bi salan xwe li
çiyayên Kurdistanê neparasta û bi hezaran
gêrîlayên jin nebûna, ne mumkun bû ku jin, dayîk
û ciwan bi vê hêz û moralê re li berxwe bidana.
Li civakekê de
heke jin xwe di asta qehremanî ya herî bilind de
pêk bîne, ev asta azadiyê ku ew civak dijî
datîne holê. Bi vî awayî jinên Kurd îro bi tîpên
zêrîn dest bi nivîsîna dîroka xwe kirine. Koma
Jinên Bilind jî nasname û sistema ku vê ked û
hebûna salan di xwe de kom dike, ye. Wekî derya
ku hemû cihok û çem tê de kom dibin û dibe pêlên
bi hêz û bilind. Koma Jinên Bilind jî di tevgera
azadiya jinê de wiha ye.
Ji ber
pirsgirêka azadiyê mezin û dijwar e, pêwîstî bi
rêxistinekî ku hemû rêxistin û saziyên jin bêne
cem hev heye û navê wê jî KJB ye. Weke kadro û
welatparêzan divê em tevgera azadiyê ji dîroka
xwe ders derxin û rojevên xwe baş bidin
diyarkirin.
Yek rojeva me
heye, ew jî azadiya Rêber APO, çareserkirina
pirsgirêka Kurd û azadiya jinê ye. Biqasî ku em
xwe di van rojevan de bi rêxistin bikin, xwe
kilît bikin em ê ewqas bi gelê xwe û Rêbertiya
xwe re bibin yek û bi erkê civakbûnê rabin.
Lewre xwe dûrxistin ji rojevên takekesî û ezeztî
mijarekî jiyanî ye. Ev nêzîkatiyên paşverû heke
berdewam bikin, biqasî ku wê xizmeta dijmin
bikin wê ewqas jî li hember gel û dîrokê xeflet
û xiyanet be. Bi vî awayî çawa ku gelê me û
jinên azadîxwaz bê ku têkevin dudiliyê, li
hember dijminê xwe li berxwe didin, her kadro û
jineke Kurd jî divê her kêlî welat, gerîla,
Rêbertî û gelê xwe bijî. Weke jinên Kurd heke em
naxwazin careke din trajedî bêne pêşxistin, divê
em bi zanebûna rolên xwe tevbigerin. Her jineke
Kurd berpirsyare ku zarokên xwe ji hemû rengê
asîmîlasyonê biparêze, divê zarokê xwe bi
hezkirina welat û axê mezin bike. Divê bizanibe
ku ne girîng e ku mirov çiqas bijî lê girîng e
mirov çawa bijî. Jiyana dirêj ku bi koletî, bi
birçîbûn, bi penabertî û bindestiyê tijî ye
encax binkeftin, bê exlaqî, serserîtî û bê
armancî diafirîne. Ev jî tê wateya mirin û
xwekuştinê. Lê belê jiyaneke bi rûmet, bi
hezkirina ax û azadiyê tijîbe dibê ku kinbe lê
kêliyekî wê hêjayî hezar salên bi mêtingerî û
dagirkeriyê ye. Birastî sistema kapîtalîst ji bo
ku zimanê me, çanda me, kesayata me û exlaqê me
ji me bidize, her tişt dike. Bi riya ragihandin,
dibistan û saziyên xwe mirovan mîna serseriyan
dike. Gelek keç û ciwanên Kurd hatine rewşekê ku
nexwe, ne jî civaka xwe nas dikin û dibin mîna
bombeyên şêt ku li ku derê bikeve û çawa biteqin
ne diyar e. Heke bi rola xwe rabe dikare çanda
destdirêjiyê ku di serî de dest diavêje hiş û
mêjiyê me, dûre dest diavêje çanda me, dûre jî
dest diavêje bedena me, heke em dixwazin xwe û
civaka xwe jê biparêzin pêwîst e em xwe bi çanda
azadî ya ku şoreşa me afirandiye, bikin yek û
dev jê ber nedin. Çawa ku di dîrokê de jin û
dayîk herdem hebûna civakê parastin û gelek
pîvanên exlaqî dane nîşandan, îro jî jinên Kurd
bi erkekî wiha radibin. Bi qasî ku mirov xwedî
rûmet û azad be ewqas bedewbûna jiyanê çêdibe.
Em bi nasnama KJB dê bibin pêşengên civaka
polîtîk,exlaqî û azadî.
|