|
|
Xezala çiyayên
Zagrosan,zaroka ji diyarê pêxemberan,keça ku di
dergûşa xwedawenda xwe ya dayîk de hatî
hejandin û mêjandin. Perperîka ku ji bo ronahiya
Rojê bibîne, li hember mirinê direqisiya. Rêwiya
azadiyê ya ku ji diyarê pêxemberan kete nava
karwanên bêsînor û ber bi diyarên ku Roj lê hil
tê ve meşiya. Ji ber ku ew evîndara Rojê bû.
Li ronahiyê
digeriya. Evîndariya xwe ya ji Rojê re li warên
Zerdeştê Kal bêmirin kir. Dibe ku wê xwest tovên
azadiyê yên ku Simkoyê Şikakî çandibû, bi xwîna
xwe av bide da ku bi hilhatina tîrêjên roja
pîroz re, şitlên azadiyê şîn bibin. Dibe ku wê
dixwest biçe hewar û banga jinên ku agir
berdidan bedena xwe, nalîn û fîgan dikirin. Ji
ber ku Hevala Jiyan her tim dixwest find û
şemalan li hemberî tariya mirinê vêxe. Ji ber
Hevala Jiyan ew keç bû ku her tim li ronahiyê
digeriya û tu caran nedixwest agirê di agirgeha
Ûrmiyê de netefe û venemire.
Wê dixwest ku
li diyarên Zîlan Pepûleyan pêşengtiya jinên azad
bike. Wê dixwest bibe hevaleke ya rast li gel
Akîf û Xweşmêran. Di dibibistana Rêber APO de
bibû şagirteke jîr û jêhatî. Lewra Hevala Jiyan
ti sînor nasnedikir; ji bo ronîbûnê û xwe
gihande welatê ku roj lê hil tê. Ne ji Ehrîmanên
tarîtiyê ditirsiya, ne ji sêdara bê merîfet û ne
jî ji zîndana tarî û ji pergala bê wîjdan. Ji
ber ew û rêhevalên wê zarokên agir û rojê bûn.
Neviyên xwedawenda çiya û daristanan Nînhursagê
bûn û rêhevalên Bêrîtan, Bêrîvan, Ezîme, Besê û
Şîlanan bûn. Wan peyman dabûn hev.
Yek Xanê ya
neviya Zerdeştê Kal, yek Jiyana ji warên
Îbrahîmê serhildêr, a din Nalîna di dergûşa Cudî
de mezin bûyî, yek Gulistana ji warên Zinar û
Sozdaran û yek jî Gulîzera devbiken û rûgeş,
keça Mêrdînê.
Wan li hember
Ehrîmanên tariyê bi rikdarî rawestiyan ku ji hev
qut nebin. Wê bibin stêrkên singa asîmanêne
şevên welatê pîroz! Wan pergala sêdarê bi sekna
xwe bidana şermê, wan, ew zîncîrên koletiyê
biqetandana û ala azadiyê li ser çiyayên
Zagrosan bihejandana. Ber bi vê armanca xwe ve
ketin rê û bi angaşta serketinek mezin dilê wan
lê da. Wan li hemberî sîstema recm, sêdare û
îdamê serî rakirin. Hembêza xwe ji bo
azadîxwazan vekirin. Bûn hêviyên pêşêroja
zarokên ku di bin siya sêdarê de mezin dibin.
Bûn qêrîna jinên neçar ji bo tevahiya cîhanê.
Wan bedena xwe kirin mertal û çeper da ku agirê
Ehura-Mezda tu caran venemire. Ew bûn bûkên
welatê rojê û evîndarên axa pîroz. Ji Staran
heta Zîlanan xwe kirin pireke dîrokê da ku dîrok
ji nû ve bê nivîsîn.
Wan bi xwîna xwe
li ser singa welatê rojê awazên azadiyê
nivîsandin. Da ku nifşên nû bê awaz nemînin.
Riya awazên azad bi bedena xwe vekirin. Rê,
hevaltî û rêzanî dixwaz e. Ji bo wê jî di vê
riyê de ew Hevalana Jiyan wek rêzan û fermandara
xwe hilbijartin da ku Hevala Jiyan bibe
fermandara wan a bêdawî û rêhevala wan a riyên
dûr û bi serbilindiyê.
Hevala Jiyan bi
eşqa azadiyê ve ber bi Ûrmiyê ve meşiya, ku
bigihîje wir û hemû benên sêdarê bişewitîne, da
ku careke din ti ciwanên welatê me nebin ber
sedaran. Hevala Jiyan ew jina dilêr bû ku li
Rihayê dergûşa pêxemberan de mezin bibû. Ji ber
vê bibû xwedî çandeke berxwedêr. Berxwedanî ji
kevneşopiya axên xwe ya kevnare wergirtibû.
Welatperwerî ji bapîrê xwe, Mele Evdireman fêr
bibû. Hêvî, bawerî û zanebûna xwe jî li
dibistana Rêberê Rêberan, Rêber APO de fêr bibû.
Ew ê ji kaniyên zelal av vexwaribû, di dergûşa
zêrîn de hatibû mezin kirin. Wê keziyên xwe li
ber ava Dîcle û Feratê şuştibû. Keçeke torîn,
xwedî fêz(betran,gurur) û dilzoziyê bû. Lewma
Hevala Jiyan miroveke dilsoz, rast û bêhesab bû.
Li gel mezina mezin, li gel biçûkan biçûk, li
gel ciwanan ciwan bû. Miroveke dilnizm, bi coş û
xirûş bû. Hem hevaleke xwedî şîret û nesîhet bû
û hem jî fermandareke xwezayî bû. Tu caran ji bo
xwe pêşniyarên şexsî nekirin, rêxistin wê
şandiba kuderê diçû. Her tim li gorî pêwîstiyan
tevdigeriya. Rixmê ku di aliyê fizîkî de zehmetî
jî dikêşand, her tim berê wê li qadên hindûr bû.
Ew jinek hêjayê ku mirov hertim sekna wê ya
jiyanê û helwestên wê yên rêxistinî ji xwe re
mînak bigire.
Em wek rêhevalên
wan lehengên pîroz ên têkoşînê, li hember ked û
hevaltiya wan deyndar in. Ji bo bersivdayîna
keda wan lehengan pêwist dike ku em têkoşîna xwe
ya azadiyê li her derê ku lê dijîn bilind kin.
Ji ber ku wan di têkoşîna azadiyê de tu sînor
nasnedikirin. Divê hemû jin wan ji xwe re mînak
bigirin. Yekîtiya jinên azad her tim xeyalên
wanbûn û ji bo ku ev yekîtî pêk werê xwe kirin
cangoriya azadiyê. Ew bi azweiyek mezin bi fikir
û ramanên Rêber APO bawer dikirin û li ser vê
bingehê xwe birêxisinkirin û yekîtiya xwe
çêkirin. Rixmê ku gelek sînor di navbera wan de
hebû lê wan ne tixubê Tirkan, ne yê Ereban, ne
jî Ecêman naskirin. Yek ji bajarê Rihayê, yek ji
Rojavayê welat, yek ji Cudî, yek zerdeştî û yek
jî Mêrdînî bû û li ser xeta birdoziya Rêber APO
bûn yek û li gel jinên Rojhilatê Kurdistanê
şoreşa jinê bilind kirin. Agirê azadiyê geş
kirin.
Em wek rêhevalên
we, soz didin ku em ê her tim agirê têkoşîna we
geş û gur bikin û ala berxwedan û azadiyê bilind
bikin. Ji bo êdî tu cîwanên welatê me neçin ber
sêdarê, jin li ser vê axa pîroz neyên qirkirin û
kuştin em têbikoşin. |